Di Rabêja vebêjî ya Kurdî ya Modern de Rastî û Honak HAŞIM AHMADZADE – JI ÎNGILÎZÎ: FEXRIYA ADSAY Pûxte: Rabêja vebêjî ya modern, yanê roman û kurteçîrok, berevajî şêwazên vegotinê yên kevneşopî, mînak fabl û romans, ku li ser nerînên gelemperî û paradigmayên dîdaktîk ava dibin, ji ezmûnên takekesî û nerînên epîstemolojîk ên modern dertê. Hilatina rabêja vebêjî ya modern a kurdî li ser pêwendiya navbera rastî û honakê de mînakên hêja didin ber destê lêkolîneran. Ev gotar du honakên kurdî yên ewil ên sedsala 20mîn, kurteçîroakek û romanek, dide ber xwe û nîqaş dike ku bi şertên civakî û…

Bixwîne

Tiyorîyî Nêwandeqêtî le ber Tîşkî Raveyekî Nuyê Mikhail Bakhtin Le Delaqeyî Nîgarî Popêrewe REHBER MEHMÛDZADE – LATÎNÎZEKIRIN: MEHMET EMÎN CIRIK Puxte: Tiyorîyî nêwandeqêkî le pantayî rexneyî edebî da le layen rojyek le qutabxane rexneyekanewe selmêndirawe û karî pêkrawe. Bellam renge heta êsta rexnegran beşwên çespandinî (êsbatkirdinî) nawaxnî em tiyorîweye nebûbin. Lem witare da hewl dirawe be kelk wergirtin le boçûnekanî karil çopêr em tiyorîye biçespêndirê. Hem weha hewl dirawe wilamî em pisyarî bidrêtewe ke deqe edebîyekan lebarî ontolojîkewe ser be cîhanêkin û çi şêwe bûnêkyan heye. Pêşekî Tiyorîyî nêwandeqêkî[1] lew degmen tiyorîyaneye ke lenaw zorbeyî qutabxanekanî rexneyî edebî be hemû…

Bixwîne

Hevpeyvîn Ligel DAVID HARVEY MÎRZA BARAN – HÊJA NETIRK – JI ÎNGILÎZÎ: FERZAN ŞÊR DAVID HARVEY (z.1935, Gillingham, Kent, Îngilîstan) Di sala 1961an de doktoraya xwe li zaningeha Cambridge di beşa Erdnîgariyê de kiriye. Piştî xebatên xwe yên li zaningeha Bristolê di sala 1969an de li derbasî zaningeha Johns Hopkins bû. Di sala 2001an de li zaningeha Cityê dest bi xebatê kir. Taybetmendiya herî mezin a Harvey ew e ku fikra wusatê li teoriya Marksîst zêde kiriye. Di nav Zanistên Civakî de yek ji bîst kesan e ku herî zêde jêgirtin (û veguhastin) ji wan dibe. Hêja Netirk: Em dizanin…

Bixwîne

Xwekujiya Jinan û Raza Hilbijartina Êgir ETA NEHAYÎ – JI SORANÎ: EYIP SUBAŞI Sê sal berî niha, wan rojên ku min yekem rûpela Balindekanî Demba dinivîsî, min bi du tiştan nedizanî. Yekem: Min nedizanî ew rûpel, yan ew du rûpelên ku paşê bûn beşa destpêka vê romanê, vegotina xewneke aloz a zilamekî ne ku gelek şevan dubare dibe û di encamê de bi rastiya jiyana jina vê çîrokê ve tête girêdan. Ez ê veneşêrim min bi xwe jî çend caran ew xewna aloz dîtibû. Her ku hişyar dibûm min ji xwe dipirsî: Ez li ku me dema ku ew jina…

Bixwîne

Polîtîkayên Tirkkirinê di Serdema Komara Tirkiyeyê de: Ne-Misilman û Kurd* MÎRZA BARAN Puxte: Dema Komara Tirkiyeyê ji mîrateyên Impatatoriya Osmanî vediqete, wek ku ji nav jî diyar kiriye, dewleta tirkan wê bi sîstemeke nû ya polîtîk wê bi rê ve birin ku jê re dibêjin Komar. Ji bo avakirin û qewînkirina van herdu hêmanên netew dewletê -Komar û Tirkbûn- hewceyî bi nasnaveke homojen, bi “em”eke sêwirandî heye ku tê de hemî komên ne-tirk divê werin tirkkirin bi rêya pratîkên curbecur. Ji bo pêkanîna vê yekê, komên ne-misilman ên mîna rûm, ermen û cihû di ser nasnava ne-muslimantiyê re, kurd jî…

Bixwîne

Vegotinên Bêdewletbûnê û Aidiyeta Siyasî Di Nav Diyasporayên Kurd Ên li Swêdê û Qraliyeta Yekbûyî (UK-QY) BARZOO ELIASSI – JI ÎNGILÎZÎ: FEXRIYA ADSAY Puxte: Ev gotar, di nav cîhaneke de ku ji netew-dewlet û welatîbûnên newekhev pêk tê li ser diyardeya bêdewletbûn û aidiyeta siyasî disekine. Bi vî awayî ew ê di nav hizra civakî û siyasî ya hevdem de li sazûmaniya teorîk û têgehên bêdewletbûnê binere û di nav çarçoveya zagonî-siyasî ya netew-dewletan de û di pêvajo û pratîkên navneteweyî de bandora wan a bo têgehên nasnameya parvekirî û mafên welatîbûnê diyar bike. Di warê akademiyê de bidewletbûn piranî…

Bixwîne

Lênerîneke Radîkal li Karesatê (BI BONEYA KOMKUJÎ Û KOÇBERIYA KURDÊN ÊZÎDÎ Û KAKEYÎ Û KOBANÎ) Bextiyar Secadî Ji Soranî: Besam Mistefa Puxte: Karesat, di rengê komkujî û koçberiya bi kom de, ew têgeha nezelal e ku her hewldanek bo têgihîştina wê têk diçe. Her nerîngehek ku, rasterast û nerasterast, angaşta famkirina karesatê bike dibe sedemê sadekirina renc û zehmetkêşiya qurbaniyên karesatê. Raportên rojnamevanan, analîzên medyayî, nirxandinên siyasetmedaran û bîr û baweriyên pozîtîvîst bi berdewamî bi awayekî serveyî û giştî rûbirûyî karesatê dibin. Gotara jornalîst xwediya taybetmendiyekê ye ku ji wiha bêhtir jê nayê bendewarkirin. Analîzên medyayî jî nikarin nerîn û…

Bixwîne

Çend Wêneyên Belengaziyê û Nexwestina dewletê ya Hin Kurdan MIHEMED ŞARMAN Puxte: Di jiyana mirov de pêvajoya zaroktiyê pêvajoya herî zêde bi bandor e. Deqên demên berê li ser ruhê mirov her û her dimînin. ji ber ku axa kurdan hatiye dagirkirin, xizanî tim bûye mêvanekî hat neçûyî li Kurdistanê. Vê yekê bandor li ser ruh û siyaseta wan jî kiriye. Ev nivîs bi raya çend mînakan li ser tesîra vê pêvojayê disekine. Rabirdû çi aloziyê ser siyaset û bîrdoziya mirov çêdike, çandek bi çi ava dibe? Belengaziya ku êdî nahêle mirov xwe layiqê tiştên baş bibîne çi tesîrê li…

Bixwîne

Di Navbera desthilat û Hunerê de Walter Benjamin HESENÊ DEWRÊŞ Puxte: Walter Benjamin di tevayê jiyana xwe de gelekî ji destê deshilatê kişand, reviya kû derê xelasiya xwe jê nekir. Her çi qas wî dixwest ku ji deshilatê dûr jî be û bi karê nivîs û ramanê eleqedar be, şert û mercên têkiliyên wî, awayê fikirîna wî û heta mirina wî deshilatê diyar kir. Benjamin li ser dîrok û hunerê xebatên pir hêja li pey xwe hiştin. Di nav gelek meseleyên ku Benjamin li ser hûr dibû û weke nakokiyê dixuyan de yek jê jî meseleya “nehênî” û “nêzîkkirinê” bû.…

Bixwîne

Zimanê Malê, Hegemoniya Li Malê Fexriya Adsay Puxte: Berhemên wêjeyî di nav şerd û mercên dinya me de tên hilberandin û dibin awayekî avakirina hegemoniya beranber. ji berhemên di girtîgehên Tirkiyeyê de ji aliyê kevne-gêrilayan hatine nivîsandin, ên bi kurdî ji ber bandora zimên bêtir xwemalî û bi xwendevanên xwe re dikarin pêwendiyeke xurt saz bikin, lewma di avakirina hegemoniya beranber de xwedî rolekê ne û bi dengekî xurttir xitabî civakê dikin. Lê ên bi tirkî bandora zimanekî biyanî û her wiha nerîneke biyanî jî di xwe de dihewînin, ji ber vê bi civaka kurd re pêwendiyeke wan a xurt…

Bixwîne

Hevpeyvînek bi Ngugi Wa Thiong’o re Michael Pozo* JI ÎNGILÎZÎ: UMRAN ARAN Ngui Wa Thiong’o Profesorê Wêjeya îngilîzî û ya Berawirdî ye û Dîrektorê Navenda Navneteweyî ya Nivîsîn û Wergeranê ye li Zanîngeha Kalîforniyayê, li irvineê. Nivîskarê Kenyayî û bi eslê xwe Gîkuyuyî, Ngugi nivîskarê romanên curbicur e, yên wek Weep Not Child (1964), The River Between (1965), A Grain of Wheat (1967) and Petals of Blood (1977). Di 1980yî de Ngugi romanek bi navê Şeytanê Bereks nivîsî ku yekem romana modern e bi zimanê gikuyuyî. Di nav xebatên rexneyî yê Ngugi de Homecoming (1972), Detained: A Writer’s Prison Diary…

Bixwîne

DIYALEKTÎKA MIKHAIL BAKHTIN Peyv, Guherînên Civakî û Geşbûna Zimên Bextiyar Secadî JI SORANÎ: BESAM MISTEFA Pêşgotin Ev babet beşeke ji pêşgotina pirtûka Azweriya Diyalog, Ken û Azadiyê ku ji hêla Mikhail Baxtîn û çend rexnegir û teorîdanerên dîtir hatiye nivîsandin û nûser ew kiriye kurdî. ji ber ku çend nerînan li ser taybetmendiyên sereke û herwiha asta geşbûna zimanê kurdî û bizava wergerandina bo zimanê kurdî jî vedihewîne, me pêwist dît em dîsa li ber çavê xwîneran raxin. Têbiniyek li ser teoriyên Bakhtin David Lodge di pirtûka xwe ya Rexne û Teoriya Modern de dibêje: “Jiyan û berhemên Mikhail Bakhtin…

Bixwîne

Tiyorîzekirina Romanê Weke Janrekê Edebî EMÎN EBDULQADIR LATÎNÎZEKIRIN: MERAL SEVİM Puxte: Ev lêkolîne bizaveke ji bo berçavkirina çewatiya peydabûna romanê weke janrekê wêjeyî yê cuda ji hemû janrên din ên berî xwe. Ev babete girêdayî pirs û migirtî (Hypothesis) ên peydabûna êkem roman e. Gelo kîjan roman di hê hijmartin weke yekem roman? Li gorey çi pîver yekem roman tê destnîçankirin? Ev mijare me di kêşe pirseke din a gewherî ew jî, ev janre bi çi awa dihê têgehiştin; anko ji boy ko pîver ên dest nîşan kirna wê weke janrek wêjeyî bi hên zanîn pêtviye bizanîbîn ew çawa hatiye…

Bixwîne

VEGOTINZANÎ Û KURTEANALÎZEK LI SER ÇÎROKA “êş”ê ya hesenê metê BURHAN YEK Puxte: Bi destpêkirina sedsala 20an re lêkolînen li ser edebiyatê bi pêş ketin. Edebiyat nikaribû xwe ji zanistên cuda cuda dûr bixista û wê yekê jî kir ku zanyarên ji gelek aliyan li ser edebiyatê bixebitin an jî zanînên cuda li ser edebiyatê tetbîq bikin. ji hêla rexne û teoriyan ve her ku diçe tûrikê edebiyatê tijetir dibe. Berhemên sereke her çi qas neguherin jî bi çavên zanyarên edebiyatê bi awayekî din li ser wan berheman tê sekinîn. Edebiyat, êdî ji gelek waran sûdê werdigire; psîkanalîz, binyadgerî (Structuralism),…

Bixwîne

ŞÎROVEYA METNEKE FANTASTÎK Û PSÎKOTÎK: Arezûya “Guhê jêkirî” MÎRZA BARAN Puxte: Berhemên ku di honandina xwe de xwedan bûyerên fantastîk in tim xwînerên xwe dibin dûrî cîhana ku jiyana xwe lê berdewam dikin. Lê di famlêbarkirina wan de şîroveya herî hêsan tim gotina “fantastîk” e. Di vê nivîsarê de ez ê bêtir dêhna xwe bidim têgehên mîmetîk, fantastîk û bi wan re jî xwe bigihînim warekî psîkotîk, li ser şopa Bülent Somay, bi saya van têgehan ez ê wateyekê ji çîroka “Guhê jêkirî” a Helîm Yûsiv derînim, ku ew çîrok bi têra xwe xwedan bûyerên fantastîk û xerîb e. Di…

Bixwîne

KOLONYALÎZM, NASNAME Û PARÇEBÛN Tirsa bê Diran a Helîm Yûsiv UMRAN ARAN Puxte: Parçebûna Kurdistanê, sînorên çêkirî û asîmîlasyona dagirkeran hem bi wateya kolektîf û hem jî bi wateya takekesî derûna kurdan têk dibe û rê li ber krîzên nasnameyê û xwebûnê vedike. Di vê nivîsarê de me hewl da ku em rewşa karakterên Tirsa bê Dirana Helîm Yûsiv di çarçoveya têgehên wek nasname, dîntî û dijkolonyaliyê de vekolin. Peyvên sereke: krîza nasnameyî, parçebûn, biyanîbûn, dij-kolonyalî, dînîtî. Destpêk Ji ber ku tê qebûlkirin ku serdema kolonyalîzmê qediyaye, îro bi wateya piştî kolonyalîzmê bêjeya postkolonyalîzmê tê bikaranîn. Lê belê hîn jî…

Bixwîne

OBJEYA WENDA A AREZÛYA SERDESTIYÊ: Mutluluk û En Uzun Gece AYHAN ÖZTUNÇ Puxte: Di vê nivîsarê de me du berhemên popular ên ku pîştî salên 2000î derçûne ên bi navê Mutluluk û En Uzun Gece kirin mijar. Ev her du roman ligel guherînên nasnameyên nivîskaran ên salên 90î hatin xwendin. Bi nîqaş û xwendinên mêtingerî, di naveroka van romanan em li şopên temsîlên kurdayetîyê ên di romanên dema avakirina komarê geriyan. Ligel hin hêmayên neguherbar û veguherînên estetîk, em li pey şopên gotinên mêtinger çûn. ji ber taybetiyên tesîra van romanan me çeperên xwendina xwe berfireh kir û me li…

Bixwîne

Têkçûna Utopyayekê di Siweylaya Şahram Qawamî de KAWE QUBADÎ – JI ÎNGILÎZÎ: SEVDA ORAK REŞİTOĞLU Puxte: Nasname û kirdewariya mirov fenomeneke piralî, yanê têkela çendîn deng, rabêj û îdeolojiyan e ku ji bo li ser mirovan rûne tê guhertin an şikl tê dayin. Ev xebat hewl dide di romanên kurdî de bi riya pêwendiyên karakterekî/ê ên înterektîv û diyalojîk ên bi rabêjên civakî, siyasî û çandî û îdeolojiyan re, sazkirin û temsiliyeta kirdewarî û nasnameya wî/wê kişif bike. Li ber ronayiya teoriya vebêjî ya Bakhtîn û yên modernîst, di analîza tekstuwel û contekstuwel a siweylayê (2004) de, min taybetiyên romanê…

Bixwîne

Ji nû ve Hizirîna li ser Peydabûna Helbesta Kurdî ya Modern FARANGİS GHADERİ – JI ÎNGILÎZÎ: FEXRİYA ADSAY Puxte: Di vê gotarê de ez li dij fama kevneşopî ya derbarê helbesta kurdî ya modern derdikevim û pênase û senifandina wê ya hatiye qebûlkirin, bi riya lêpirsîna duyatiya kevn û nûjen, red dikim. Rexneya wêjeyî ya kurdî ya kevneşopî dest nîşan dike ku helbesta klasîk heta salên 1930 û 1940î ku Evdila Goran şêwaza helbestkî veguherand û “bû bavê” helbesta modern, berdewam kiriye. Li gor vê nerînê, helbest tenê li gor taybetiyên wê yên şêwazî tê nirxandin û tê bawerkirin ku…

Bixwîne

Di Helbestê de Pirs(girêk) ên Hewzan û Ero(û)tîka FERZAN ŞÊR Her em bixwazin mirovên ji rêzê ji olên wan mehrûm bikin jî, eşkere ye em ne xwedî otorîteya helbestvanekî/ê ne. Freud, Uygarlığın Huzursuzluğu [Bêhizûriya Şaristaniyê][i] Puxte: Serboriya mirovan di zikê dayikan de weke ku di nav hewzekî de be dest pê dike. Ew hewz di heman demê de hewza hêmayan e, çi dîtbarî çi jî gotinî. Derûniya mirovan ji dîtbarî ber bi gotinî ve dimeşe. Lê helbestvan wekî afirînerên hêmayan ji gotinan hêma diafirînin. Di helbestê de du hewzên di nav hev de, girêdayiyê hev hene; yek ji wan hewza…

Bixwîne

DI SALÊN 1970YÎ DE LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ŞANO mahroo raşidîrostamî JI ÎNGILÎZÎ: FEXRİYA ADSAY Puxte: Ev nivîs li ser pêwendiya diyalektîk a di navbera têkoşîna siyasî ya kurdan ku desthilatdariya iraqê red dikir û geşedana çanda pêşandeyê ya li Kurdistanê di salên 1970yî de, disekine. Di dehsalên borî de hunera şanoyê bûbû amraz bo dûpatkirina mijarên civakî û siyasî. Li Kurdistanê di salên ewil ên şanoyê de şanonamenûsan ji çîrokên klasîk û folklorîk û karakterên kurdî îstifade kirin da ku şanoyeke kurdî ya cuda biafirînin. Di destpêka salên 1970yî de bo banga guherînê şano hêzeke sereke ye. Piştî otonomiya 1970yî…

Bixwîne

Çîrok û Çîrçîrokên Hunera Hevçax ŞENER ÖZMEN Puxte: Digel ku cîhana hunerê ya kûrewî û bêwefa navê wî yê pîroz – bo gelekan bêyom – demeke gelekî dirêj e hilnede jî, Alexander Brener, hevjîn û hevrêya wî ya heta hetayê, Barbara schurz, di Rêbendana 2005an de ji bo edîtoriya hejmara duyemîn a kovara art-istê (ya pêla duyemîn) li Konstantînapolîsê, li der û dorên Beyoğluyê wan deran bûn; her du jî şaşwaz, pariyekî hêrsoyî û piştşikestî bûn, lew re xeyn ji hevalekî wan ê hunermend ê ku di wê sîratûlmisteqîmê de wekî Xoce Xizirî bi hewara wan ve hatibû, di wê…

Bixwîne

Hevpeyvînek Ligel Kerem Gerdenzerî – MIHEMED ŞARMAN-FEXRIYA ADSAY Di muzîka kurdî de Koma Wetan yek ji komên herî kevn e û wek koma rockê cûreyek nû aniye nav muzika kurdî. Her çi qas ji bilî albûmekê tu albûmên komê derneketibe jî, tekane albûma wan hê jî di nav guhderên kurdî de gelek tê ecibandin. Me xwest em vê koma giranbûha careke din bi bîr bînin û mizginiyekî bidin hezkiriyê komê ku birêz Kerem Gerdenzerî di haziriya albûmeke nû de ye. Bi destûra cenabê te, ji bo xwendevanên me te ji nêztir nas bikin, tu dikarî ji me re piçekî qala…

Bixwîne

Tevgerên Civakî yên Jinan – FARANGIS GHADERI JI FARISÎ: KENANÊ NADO Puxte: Femînîzm navê komeke tevger û îdeolojiyan e ku armanc dike nirx û baweriyên bavsalarî biguherîne û bo jinan mafên wekhev ên siyasî, aborî, çandî û civakî bi dest bixe. Dîroka femînîzmê dikare di nav sê pêlan de bê dabeşkirin. Pêla yekem di sedsala nozdemîn û destpêka sedsala bîstemîn de bû, a duyem di salên 1960 û 1970yî de bû û a sêyem jî ji 1990î heta vêga berdewam dike. Ev gotar bi kurtî van sê pêlan dide naskirin; li ser teorîsyen û nivîskarên sereke yên her sê pêlan…

Bixwîne

Nêrtiya Feminîst – BELL HOOKS JI ÎNGILÎZÎ: MÎRZA BARAN-SEVDA ORAK Dema tevgera femînîzma hemdem cara ewil dest pê kir, hizbeke bi şidî dij-mêr li holê hebû. Jinên heteroseksuel ên beşdarî tevgerê dibûn ji têkiliyên wisa dihatin ku tê de mêr hov, bêteşe, wehş û nedilsoz bûn. Piraniya wan mêran ramanwerên radîkal bûn, dema beşdarî tevgeran dibûn, li ser navê karker, feqîr û belengazan derbarê mafên nijadî û civakî de diaxivîn. Lê dema mijar dihate ser mesela zayendê, wekî nifşên xwe ew jî kevneperest bûn. Bi gotineke din, jin ji nav têkiliyên wisa bi hêrs dihatin. Û wan ew hêrsa xwe…

Bixwîne

Di Kovara Hawarê de Bicîkirina Jinan di nav Rabêja Neteweperwer de FEXRIYA ADSAY Puxte: Rabêja neteweperwer dema ku xwe saz dike bi qasî ku li hemberî derve, êdinê xwe terîf dike, hundirê “xwe” jî ji nû ve terîf dike. Yek ji van terîfên hundirîn, a derbarê zayendên civakî de ye. Li gor terîfa nû dabeşkirina rolan û peywirên civakî tên destnîşankirin. Di rabêja neteweperwer a kovara Hawarê de dabeşkirina rolan bi piranî li ser hîmên kevneşopî yên malbatî hatiye kirin. Welat bi teswîrên hezkirî an keçeke bedew ku xîtabî hestên erotîk ên mêran dikin hatiye erotîzekirin an wek dayik û…

Bixwîne

HEGEMONYAYA BAVKANÎ JÎ DIŞIKÊ: Mîkro-Têkoşîn û Mîkro-Şoreşa dengbêja Jin HÊJA Puxte: Di afirandin û îcrakirina kilamên dengbêjiyê de, cihê jinan tê romantîzekirin û hebûna kilamên bi devê jinan hatiye nivîsandin bêyî analîzek an lêkolîneke wekî ku ji aliyê jinan hatibe afirandin tê nirxandin. Ev angaşt ji aliyê vê nivîsê ve tê redkirin. Ji dêvla vê, ev nivîs metodolojiyekê pêşniyaz dike ji bo diyarkirina kilamên jinan. Bikaranîna zimên ya li gor cinsiyetê dikare alîkariyê bike dema kesek li kilamên jinan digere. Loma, îhtimala hebûna zimanê jinan bi kurtasî tê gotûbêjkirin. Dê du kilam bi vê metodolojiyê bên analîzkirin. Sansura li ser…

Bixwîne

Nezelalbûna ‘Em’ê û li ser Şopên Kovara Rozayê Femînîzma Postkolonyal ESRA ALTUN Puxte: Destpêka têkiliya kovaran û jinên kurd heta serê sedsala 20emîn diçe. Jinên kurd heta salên 1990î bi awayên curbicur di kovaran de cih girtin. Jinan jî di kovaran de dinivîsandin, lê nivîsên kovaran bi pirranî yên mêran bûn. vê gotara ku li ber destê we ye, li ser yekemîn kovara jinên kurdên femînîst ên bakurê Kurdistanê, Rozayê ye. Ango, ev gotar, li ser xwepênasekirina jinên kurd, cudahiya ramana jinên kurd ji yên tirk, polîtîkaya jinên kurdan a li ser femînîzmê analîz dike. Ev analîz her çiqas bingeha…

Bixwîne

Hevpeyvînek Ligel Helbestvan Gulîzerê Gulîzer navekî hêja û girîng e di nav helbesta kurdî ya modern de. Piştî du pirtûkan li ber dilê gelek xwedevanên kurdî şîrîn bû û li ser zimanê wan belav bû. Kengê behsa helbestavanên hêja yê nû bête kirin teqez navê Gulîzerê dikeve nav vê guldesteyê. Em wek xwendevan û heyranê helbestên wê li benda berhemên wê yên nû ne. Me xwest em dengê Gulîzerê bi guftûgoyeke dirêj bigihînin hezkiriyên wê û helbesta wê ya berdest bi awayekî kûr binirxînin. – ZAREMA: “Serkeftinên çêkirî baweriyên erzan didin mirov” tu dikarî vê xweşrêzika xwe hinekî rave bikî?…

Bixwîne

SÊ ASTENGIYÊN JINAN DI ÊWRA CAHILIYEYÊ Û KELEPORA KURDAN DE: Zewac, Hevberdan û Mîrat BURHAN TEK Puxte: Her çiqas bi pêşketina demê re kelepor xwe bi paş de vekişîne jî di hin mijaran de serdestbûna xwe didomîne. Elbet ev paşdekişandin û serdestbûn li gor berjewendiyan an didome an jî forma xwe diguherîne û didome. îcar di nav adetên me kurdan de jî adetin hene ku bi awayê tetbîqkirinê li êwra cahîliyeyê tên, kurd bi giştî miletekî misilman be jî wexta ku mesele tê ser jinê û mafên wê, di hin qadan de mixabin hîn jî berjewendiyên mêran serdest in. Di…

Bixwîne

DI NAVBERA NETEWEPERWERÎ Û MAFÊN JINAN DE: Tevgera Jinên Kurd li Iraqê:[1] NADJE AL-ALI Û NICOLA PRATT JI ÎNGILÎZÎ: FEXRIYA ADSAY Puxte: Ev gotar bi riya vekolandina tevgera jinên kurd ên li Iraqê, ku kêm hatiye lêkolînkirin, li ser aliyekî mîkro-polîtîkayên ‘Iraqa nû’ disekine. Bi saya hevpeyvînên bi jinên çalakger ên li Hewlêr û Silêmaniyê, di ser pêwendiya neteweperweriya kurdî û femînîzmê re em çalakî, stratejî û armancên wan ên ji 2003yan vir de pênase û analîz dikin. Em nîqaşên di nav jinên çalakger de, ji têgînkirina neteweperwerî û femînîzmê an ji çarçoveyên dijber an lihev ên bo van çalakgeran…

Bixwîne

HEVPEYVÎNEK LIGEL LÎSTIKVANEKE JI ŞANOYA KURDÎ: Berfîn Emektar HEVPEYVÎN: ÇETOYÊ ZÊDO Çetoyê Zêdo: tu dikarî qala destpêka şanogeriya xwe bikî? Berfîn Emektar: Bi çûyina min a NÇMya Îzmîrê û pê re nasîna min ya şanoyê dest pê kir. Min hewl da ku ez di beşa şanoyê de perwerde bibim. Û bi vêya ve girêdayî li gor min ya herî girîng jî li metropoleke Tirkiyeyê di nav wê asîmîlasyona salên 90î de li ser çand û zimanê kurdî pêk dihat, me bi zimanê xwe şano dikir. Ev ji bo min tiştê herî zehmet û bi wate bû. Her çiqas me baş…

Bixwîne

Kitabê J. M. Coetzeeyî Düşman (Neyar) de, Vatişê Cenî ser ra Newe ra Nuştişê Robinson Crusoyî Abdullah Çelîk Puxte: vê gotarê, pirtûka J. M. Coetzee ya bi navê Düşman (Foe) kiriye navenda xwe û bi riya sê berhemên din hatiye nîqaşkirin. Ev, Hay Bîn Yakzana Ibn Tufeyl û Ibn Sîna, Robinson Crusoya Daniel Defoe, Cuma ya da Pasifik Arafı (vendredi ou les limbes du pacifique) ya Michel Tournier in. Girîngiya Hay Bin Yakzan ew e ku bo Robinson Crusoya Daniel Defoe bûye çavkanî. Robinson Cruso jî bo Cuma ya da Pasifik Arafıya Michel Tournier û Düşmana J. M. Coetzee bûye…

Bixwîne

BÎNAXWAZÎ Û FAİL-THE AGENT: Rexneya Judith Butler ya li ser determînîzma Lîngûîstîk ya Binyadger[1] BEXTIYAR SECADÎ JI ÎNGILÎZÎ: HÊJA Puxte: Judith Butler, yek ji dengên xurt ên rexneyî ye ku bersiv daye peyikandina perspektivên psîkoanalîtîk û Marksîst di analîza subjektîvîteyê de. Ev nivîsar dixwaze nîşan bide ku bînaxwaziya radîkal ya Butler û teoriya rexneyî ya ku piştgiriya determînîzma lîngûîstîk dike, ji hev cuda ne. Heke em zimên wek warê şerê îdeolojiyan û kontekstê jî wek cihê ku tê de ji suje pirsiyarî tê kirin (interpellated) bihesibînin, em dikarin bibêjin têgeha Butler ya “fail” û têkiliya wê ya bi zimên re,…

Bixwîne

Texeyula Neteweyê li dîasporayê BARZOO ELIASSI JI ÎNGILÎZÎ: UMRAN ARAN Puxte: Ev gotar rola dîasporaya kurd a Swêdê di avakirina nasnameyeke Kurdistanî de nîqaş dike. Pirçandxwaziya swêdî ji hêla siyasî ew derfet daye dîasporaya kurd ku kariye nasnameyeke siyasî ya xurt bi pêş bixe ku li hember cudahiyên îdeolojîk, dînî, erdnîgarî û lîngûîstîk li pey yekîtiya kurd e. Piştî koçberbûnê, kurdên ji parçeyên cuda yên Kurdistanê gelek caran tên dereke siyasî ya hevpar li Swêdê, ku dikarin li wir hevparî û cudahiyên xwe gotûbêj bikin. Dîasporaya kurd, li Swêdê li navbera demajoyên tevgirtin û dergirtinê diçe û tê û gelek…

Bixwîne

Ezmûna Helbesta Şoreşgerî ya Kurdî: Pênaseyeke Tîorîk EBDULXALIQ YE’QÛBÎ JI SORANÎ: EYIP SUBAŞI Helbest, tund û tîjiyeke hundurîn e ku me ji tund û tîjiya derveyî diparêze; helbest, guşara xeyalan e ku giraniya rasteqîniyê ji ser me kêm dike. Wallace Stevenson Puxte: Tecrûbeya wêjeya kurdî ya şoreşgeriyê, bi taybetî bi awayê helbestê, parçeyek ji tecrûbeya welatên mêtinkirî, cîhana sêyem e ku rewşa siyasî ya taybet ew ber bi nivîsandina awayê şoreşgerî de biriye. Du taybetiyên sereke yên vê tecrûbeyê hene. Yek, di asta tekstê û gotara tekstuel de, helbesta kurdî ya şoreşgeriyê hewl dide nasnameyeke kurdî ya neteweyî çêbike ku…

Bixwîne

Teknîka Şepola Hiş di Çîroka Kurdî de (HISÊN ARIF, ŞÊRZAD HESEN Û KARWAN KAKESÛR WEK NIMÛNE) BUŞRA KESNEZANÎ JI SORANÎ: EYYUP SUBAŞI Puxte: Teknîka şepola hiş rêbazeke vegotinê ye ku di hişê lehengan de herikîna fikran bi peyvan îfade dike. Di vê rêbazê de, fikir û hest bêyî ku li mantixê an realîteyê miqate bin tên îfadekirin. Hin caran fikrên nelihev, hevokên bêrêziman û peyvên di awayê pêş-axaftinkî temsîl dike. Di vê gotarê de, di kurte-çîrokên Husên Arif, Şêrzad Hesen û Karwan Kakasûr de awayên vegotinê hatine qalkirin, ji ber ku awayê vegotina van nivîskaran, tevî hemû ciyawaziyên xwe, di…

Bixwîne

Guftûgoyeke li Pey Pişaftina li ser Kurdan û Bandora Pişaftinê li ser Rih û Hişê Kurdan MIHEMED ŞARMAN Puxte: Dewletên mêtinger ne tenê bi darê zorê lê bi rêya pênasekirin, medya û amûrên ragihandinê û perwerdehiyê jî rih û hişê madûnan dihetikînîn. Sedan sal e dewleta tirkan perçeyek ji Kurdistanê dagir kiriye, bi her awayî li her qadê kurd dane ber xencera pişaftinê. Vê yekê kiriye ku gelek kurd ji xwe ji çanda xwe dûr bikevin, bi çavên dijmin li xwe binêrin. Ev nêrina dewleta tirk ya faşîzan, ne tenê li ser kurdên nexwende an jirêzê lê li ser kurdên…

Bixwîne

Ev hevpeyvîna ligel Professor Craig Calhoun, di çarçoveya pirsgirêka bêdewletiyê de li ser mijarên neteweperestî û kozmopolîtanîzmê hûr dibe. Ji salên 1990î de Calhoun li ser neteweperestî, etnîsîte û kozmopolîtanîzmê dixebite. Li gor Calhoun, tevî kemilîna piştneteweyî û kozmopolîtan û tevî redkirina nasnameyên xwedêgiravî tengbîn û kevneperest yên wek netewe an nasnameya neteweyî û welatîbûnê, netewe hîn jî girîng e. Di vê heypeyvînê de, Calhoun rewşa fîzîkî, siyasî û çandî ya kurdên li Rojhilata Navîn û rola neteweperestiya kurd di peywenda bêdewletiyê de nîqaş dike. Calhoun feraseta çînbingehî a newekheviyên nav kurdan û serdestên wan ên li Rojhilata Navîn bi pirsgirêk dibîne ji ber ku li dewletên ew niştecih in newekheviyên Scienceyê ye. Berî niha li Zanîngeha New Yorkê wek Professorê Zanîngehê yê Zanistên Civakî û Dîrektorê Enstîtuya Zanîna Gel xebitiye. Çandî, siyasî û fîzîkî bi nêzikî bi bindestkirina kurdan re vebestî ye. Hevpeyvîn herwiha nêztêkildar e bi nasnameyên diyasporîk re û lêdikole bê welatên ku lê dimînin çawa dikare bandorê li pêkhatina nasnameya diyasporayan bikin û çawa ev welat stendina mafê welatîbûna koçberan dijwar an hêsan dike, ew mafê xwedîbûna mafan (Arendt). Xaleke girîng ku Calhoun nîqaş dike ev e ku him li nav neteweyên bindest (kurd) û serdest (tirk, îraqî, îranî û sûriyeyî) û him jî di nav heman neteweyan de têkiliyên hêzê yên asîmetrîk hene.

Bixwîne

Humanîzmaya fantastîk xwe di wê rewşê de dide der ku bêyî mirov kêşeyên navmalî çareser bike ji ber giraniya wan an ji ber hin sedemên derveyîn yên provakatîf meriv berê xwe bide meseleyên din. Henûniya nav kurdan gelek caran bi lîstikên siyasî, bi teoriyên çewt bûye sedema pişaftin û armancşaşiya wan. Divê Kurd vê yekê baş ji hev veçirînin, ne bi teoriyên dûrî meseleyan, bi awayekî nû, bi zelalî li mijara xwe hûr bibin. Ev gotar hewl dide ku nimûneyên humanîzmaya fantastîk di nav civak û siyaseta kurdên bakur de nîşan bide û di dawiyê de balê bikişîne ser hin sedem û astengiyên siyasî.

Bixwîne

Neteweperwerî ji bo sazkirina “civata muxayel” bi amrazên wêjeyê re di nav pêwendiyê de bûye. Li Ewrûpayê hilatina neteweperweriyê wek şêweyek wêjeyî bi hilatina romanê re ketiye tev, lê di wêjeya kurdî de ev helbesta modern e ku hevalbendiya vê fenomenê kiriye û roman, wek cureyekî berbiçav, heta 1950yî jî ne li holê bû. Di vê nivîsê de ez nîqaş dikim ku gelekî beriya peydabûna çapemeniya çapxaneyî, ku di xebatên li ser destpêka neteweperweriya kurdî xala navendî ye, bo kurdan bingeha neteweyê di nav hilberîna helbestkî ya dawiya sedsala 19. de û bi taybetî bi helbestên Hacî Qadirê Koyî (1817-1897) hatiye avêtin. Koyî wateyek nû ya kurdayetiyê afirand û wek “weten/welat” diyar kir, ev bi wateyek nû a siyasî axeke sînorkirî bû, wî bi vê hîmên neteweperweriya kurdî avêt. Ez ê li ser rabêja helbestkî ya Koyî, retorîka wî ya tehrîpkar û tevkariya bo avakirinê, geşbûn û belavbûna neteweperweriya kurdî bisekinim. Xebateke li ser deqên wêjeyî yên dawiya sedsala 19. ku heta vêga nehatiye dîtin, wê dînamîzma neteweperweriya kurdî û peywenda peydabûna wê ya tevlihev ronîtir bike.

Bixwîne

Xwendineke dijmêtinger li ser “Pirça Winda” Fexriya Adsay Kurte “Elbet ez ê xwe bi awayekî teng di nav girêdana civatekê de (partîkularîzm) binax nekim. Lê qet niyeta min tuneye ku ez xwe di rêya gerdûnîtiyeke xumamî, bêşikl û şemal de jî winda bikim.” Aimé Césaire Di pêvajoya mêtinsaziyê de, ligel amûrên şidetê, wêje jî tê de bi zanebûn an bêzanebûn hemû şaxên çandê tên bikaranîn. Di nav civakeke mêtinkirî de jî asayî ye ku wêje û rexneyek dijmêtinger zîl bide. Di wêjeya kurdî de çîroka “Pirça winda” yek ji wan mînakan e ku li dij rabêja mêtinger radibe, wê berovajî…

Bixwîne

GELO JÊRDEST ÇI DIAXIVIN? Di Navbera Nasnav û Pasaportê de Cîhaneke Bêpasaport Ferzan Şêr Kurte Pirsa “gelo jêrdest li ser çi diaxivin?” ji sê hêmayên nîqaşdar pêktê; axaftin, guhdarîkirin û wateya di encama têkiliya axaftin û guhdarkirinê de. Piranî gotinên li ser jêrdestan li derdora xala axaftinê digerin. Xala guhdarkirinê jî kêmzêde wekî îtirazek li hemberî wê radibe. Lê xala wateyê li paş wan maye, girîngî pê nehatiye dayîn. Li derdora têgeha nasnameyê dema mirov li hêmayên Ahmed Arif’ê jêrdest (esmer, kurd, ji çîna jêrîn) û ingrid Jonker’a serdest (spî, efrîkaner, ji çîna jorîn) dide ber hev dibîne ku a…

Bixwîne

Di ROMANÊN TIRKAN ÊN NETEWEYî Û CiVAKPARÊZ DE KURD: Leşkerê Tirk, Keça Kurd û Kemal Tahir Ayhan Öztunç Kurte Netewe-dewleta tirk bi termînolojiya cemaeta îttihat û Terakkiyê ava dibe. Sazkirina vê termînolojiyê jî dê bi amûrên civakî, çandî û wêjeyî bi destê nivîskarên wezîfedar ve pêk bê. Ev nivîskarên hanê bi tenê têgeha neteweyekê saz nakin di heman demê de wê meşrû jî dikin. Helbet ev meşrûkirin dê hewceyî gotinên oryantalîst be. Ango neteweyên wekî kurdan “paşverû” dê ji wan re bibe eyneya şaristaniyê. Şaristanîbûn jî, bi jinê dest pê dike. Ji ber wê jî gotineke zayendî di hemû newlan…

Bixwîne

Nerîneke Postkolonyal li ser The Tempest û Axriyên Wê Ravi Bhoraskar[1] Ji îngilîzî: Ferzan Şêr Kurte Em lîstika dawî a william Shakespeare, The Tempest [Bahoz] bi her sê axriyên wê re nîqaş dikin; xêzeromana The Tempest, The Tempest: graphic novel [Xêzeroman] a Neil Gaiman û adaptasyona lîstika Tales From Shakespeare [Ji Çîrokên Shakespeare] a Charles Lamb. Em bi çavên teoriya postkolonyal li van şanonameyan dinerin, û şîroveyên bûyerok, hawir û karakteran dikin. Destpêk 1.1. Kurtedîrokeke mêtinsaziya [colonization] Brîtanyayê Em bi nîqaşekê li ser kurtedîroka mêtinsaziya Brîtanyayê dest bi nîqaşa xwe bikin. Ev yek dê ji bo famkirina peywenda dîrokî û…

Bixwîne

Cennetten Kovulmak (Derbûyîna ji Bihuştê) wek Rabêjeke Sînematîk a Netewebuhêr Ali Fuat Şengül – ji Tirkî: Burhan Yek I Ez ê di vê xebatê de, polîtîkaya temsîlê ya fîlmê ku Ferît Karahan derhênaye û di Festîwala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê ya sala 2013an de xelata Fîlmê Herî Baş bi fîlmeke din re parve kiriye, “Derbûyîna ji Bihuştê” weke fîlmeke kurdan ê honak[1] nîqaş bikim[2]. Argumana ku xebatê bi rêve dibe tevî ku ev yek e ku fîlmên vê dawiyê yên kurdan nêzikî têkoşîna neteweyî ya kurdan in, lê dûrî rabêjeke sînematîk a neteweyî ne ku mirov bikare ji…

Bixwîne

PÊVAJOYA TUNEKIRINA ÇANDEKÊ: Bury My Heart at Wounded Knee Hesenê Dewrêş Kurte “Ez dibêjim qey me ev rastiya han zemanekî fam kiribû, lê dawiyê ji bîr kir: Tu kubarî nikare şopên şidetê paqij bike, hew şidet dikare wan şopan winda bike û mêtingeh ji nevroza mêtingehbûnê ancax gava ku mêtinkar bi darê çekê qewirand rizgar bibe.” Jean Paul Sartre Ji pêşgotina Yeryüzünün Lanetlileri Mêtinkar heya roja îro li ku bi cî bûne, pêşiya pêşî serê tivinga xwe rê niştecihan dane. Dizanin ku ne ji olana dengê tivingê be wê yek peyva wan bi tenê tesîrê li ser mêtingehê neke. Mêtinkar,…

Bixwîne

KURDISTAN SEHNEYEK E: Kurd di Rêzefîlmên Toreyê de Umran Aran Kurte Serdest di têkiliyên kolonyal û emperyal de bi gelek awayan pest û pêkûtiyan disepînin bindestan û wan kêmî xwe dibînin. Ji ber ku dixwazin vê dîtina xwe bidin qebûlkirin, her wiha hewl didin ku wan li gor dîtina xwe temsîl jî bikin; zîra ew nikarin xwe temsîl bikin divê bên temsîlkirin. Di vê nivîsê de bi alîkariya ramana temsîlê ya Said a di Şarkıyatçılıkê de teorîzekirî, em ê hewl bidin bê bi giştî di medyaya tirkan de û bi taybetî di rêzefîlmên wan de kurd çawa di çarçoveya toreyê…

Bixwîne

Destpêka Şanoyê li Başûrê Kurdistanê Mahroo Raşidîrostamî – Ji îngilîzî: Fexriya Adsay  Kurte Mijara vê nivîsê destpêka şanoya di şêweyê rojavayî ya li başûrê Kurdistanê ye. Nivîs rave dike ku li Kurdistanê dîroka şanoyê bi dîroka perwerdehiyê ve girêdayî ye. Ji ber çend sedemên sosyopolîtîk li Silêmaniyê derket û geş bû. Silêmanî di bin rêvebiriya Babanan de dîrokek wê xwe-îdarekirinê hebû û lewma karakterekî kurd î cuda pê re çêbûbû ku ew kir navenda çalakiyên netewperweriya kurdî. A din, li Tirkiyeyê qedexekirina ziman û çanda kurdî kir ku gelek rewşenbîr û esilzadeyên kurd ên ji Silêmaniyê vegerin malbajarê xwe ku…

Bixwîne

Romanûs wek Mamoste[1] Chinua Achebe – Ji îngilîzî: Fexriya Adsay Cureyê ku ez dinivîsim li cihê ez lê dijîm bi îzafî tiştekî nû ye û hê jî gelekî zû ye ku mirov rabe bi hûrgilî qala têkiliya navbera me û xwînerên me bike. Bawer im dîsa jî dikarim bi rihetî li ser aliyekî van têkiliyên ku kêm caran tê qalkirin, bisekinim. Ji ber perwerdehiya me ya ewrûpî nivîskarên me wê mazûr bên dîtin ku bibêjin têkiliya di navbera nivîskarên ewrûpî û xwînerên wan li Efrîkayê xwe ji nû ve hildiberîne. Em ji Ewrûpayê fêr bûne ku nivîskar an hunermendek li…

Bixwîne

JINÊN NAVA MALÊ Û JINÊN DERÎ MALÊ Nexweşiyeke Veşartî di Awêneya Giyanî de Mîrza Baran And the end of all our exploring Will be to arrrive where we started And know the place for the first time[1] T. S. Eliot Kurte Di navbera çîrokeke kurmancî Gulên Sala ya Mehmet Dicle û Odysseus a Ho- meros de têkiliyeke balkêş heye, her çi qas ev du berhem ên serdem, mekan û gelên cuda bin jî, di kûrahiya xwe de her du jî ji derhişê mirovahiyê tên. Xas- ma di jiyana lehengên van berheman de du cure jin tên pêş me: Jinên nava…

Bixwîne

Wergêran wek diyardeyekî Ferhengsaz Haşim Ahmedzade – Latînîzekirin: Mehmed Emîn Cirik Eger wergêran le seretayîtirîn pênase da birîtî bêt legwasitneweyî nûsînêkî diyarîkiraw lezmanêkewe bo zemanêkîtir, ewe her le seretawe ême legel gwasitneweyî ferhengêkîş rrûberrûyin bo naw ferhengêkî tirewe. Be watayekîtir wergêr kesêkî kewek sûjeyekî tiwana be zanînî dû ziman, derfetî pêwendîyî komellgeyekî yekzimane legell komellegeyekîtir lerêgayî ziman xoyewe dexalqênêt û bemcore lerêgayî zemanewe xuwênereweyî deqî wergêrdiraw debate naw dalanekanî dunyayekîtir û şêwe bînînêkîtir.[1] Lêre da min ziman tenya wek amrazî pêwendî nabînim û pêçewane wek helgirî barî manayî û cîhanbînî axêweranî zimaneke seyrî dekem. Ciyawaz lemzar û buwarî bas û…

Bixwîne

ROMANÊ CARLOS FUENTESÎ “Mergê Artemîo Cruzî” DE Sînorê Mergî û Estbîyayîş Abdullah Çelik Qetîyen do merg bido ber ro û înkar nêbeno. Edward Said Edward Saîd kitabê xo Vatişê Termînê Ereykewtişî de mergî ser o ca dano fikrê Mozartî. Wexta merdim ney paragrafî waneno vîneno ke mergî semedê Mozartî hem hetê hunerî û hem zî hetê estbîyayîşî ra fikrê “sînorî” de cayê xo girewto. “Verê verkan heyatê mi de, no heqîqetêk semedê însanî yo tewr baş û tewr heqîqî yo, ez ey dir zaf ameya nizdî, tersê mi estbi la xêrcê tersê mi mi fikrê mergî ser o xo şa…

Bixwîne

QALBÎ HUNERIYÎ TUXMÎ RÛDAW LE ROMANÎ (Cemşîd xanî mam ke hemşe ba legel xoy da deybird) Bextiyar ‘Elî da Heme Mentik – latînîzekirin: Mizgîn Aslan Kurte Hîç romanêk bebê rûdaw nabêt, wate em tuxme dayinemoyi romane. Serçaweyi wergirtinî ruwaw lelayi romaninûs waqî’ û xeyall û fentaziyayi xoyetî. Boyeyş debî hawsengî lenêwan em aw duwaneda bê. wate eger romanêk rûdawekanî pitir waqî’î bûn, ewa karîgerî leser layenî hunerî romaneke debê, beweyi xwêner dezanê em rûdawane le waqî’da hen, kewate pêwîst nîye boyi bas bikrê. Eger xeyal e fentaziya beşêweyekî zor zall bû, ewa rûdawekan ptir le dro nêzik debinewe, bemeyş karîgerî…

Bixwîne

Hêrs: Cebilxaneya Zanîn û Enerjiyê[1] Audre Lorde[2] ji îngilîzî: Fexriya Adsay Nîjadperestî: Nîjadperest bawer dike ku nîjada wî/wê bi awayekî xwezayî di ser êdin re ye û lewma jî di xwe de mafê serweriyê dihundirîne û îma dike. Jin bersiva nîjadperestiyê didin. Bersiva min a bo nîjadperestiyê hêrs e. Ez bi vê hêrsê dijîm, xwe bi wê xwedî dikim, fêr dibim wê bi kar bînim beriya ku ew dahatûya min biherimîne. Wextekê min ev di bêdengiyê de dikir, ji barê wê ditirsiyam. Tirsa min a ji hêrsê tiştek fêrî min nekir. Tirsa we ya hêrsê jî wê tu tiştî fêrî…

Bixwîne

KANIYA FENTEZIYAN Mihemed Şarman Destpêk/Hişyarî Ev nivîs ji serî heya binî nivîseke şexsî ye. Ne xîmê wê li ser rê û rêbazên rexneyê ava bûye, ne pişta xwe dide teoriyên navdar û dagirtî wek vegotinsazî, diyalojî, klasîzm, modernîzm, postmodernîzm û hwd (gelo hewceye van e!?), ne jî li pey qanihkirina xwîneran dikeve. Tenê ji bo xatirê amûrê xwe ku ew jî berhema Lokman Polat ya bi navê Kaniya Stockholmêye, ji bo xwendin û nirxandineke mîzahî da ku pêşiyê kêfê bide xwediyê xwe piştre çend heb xwînerên xwe (ev ji hewqas ne girînge) hatiye nivîsîn. Berpirsiyarê vê nivîsê yek kese: Ew…

Bixwîne

REWŞENBÎRÊN ÇEPGIR Û KURD: EDWARD SAID, HAMID DABASHI Û TARIQ ALÎ Barzoo Eliassi Yek ji taybetmendiyên berbiçav ên retorîka rewşenbîrên çepgir ew e ku hêzên Rojavayî wek jêderka gelek xerabiyên li Rojhilata Navîn dibînin. Ev xerabiyên han gelek caran wek emperyalîzm, kolonyalîzm, neolîberalîzm, dagirkerî, cixirandina mezhebgîriyê, şer, îstismara aborî û hwd. tên bilêvkirin. Ev sekna çepgiran di peywenda Rojhilata Navîn de bêtir eşkere dibe; cihê ku nivîskar û zanyarên wek Edward Said, Tariq Ali û Hamid Dabashigelek caran bi awayekî bijarker (selective) li dijî YE û Îsraîlê aliyê Filistîniyan girtine. Lê belê kêm caran li ser giliyên siyasî yên nufûsa…

Bixwîne

GIRYAN: LE NÊWAN QALE MERE Û MÎR MEHMUDÎ BABAN DA Cebar Cemal Xerîb Lem witare da hewll dedem şitêk le ser huzn û giryanî qûllî her takêkî kurd billêm, bo eweş pena bo sê aliyet debem.Yekemyan: Tasanî her yekêkyan e (wata her takêkî kurd) beranber mosîqa û awazî pirrî huzn, Qale Mere wek nimûneyekî bala û nizîk bo mosîqay pirr huzn.Duwemyan: Aşkirakirdinî ew huzne ye le jiyan û derûnî take takey kurd da, Mîr Mehmudî Paşay Baban wek nimûne yekî takî kurd. Lêre da xom beqerzarî Cladius James Rich dezanim bo ew zanyariyaney le ser ew mîrey kurd le katî…

Bixwîne

HEVPEYVÎN BI BÛBÊ ESER RE “Tenê Girî Ne Qedexe Bû” Li ser Hefsa Diyarbekirê gelek tişt hatin gotin, lê mixabin piranîya wan bi tirkî bûn. Me weke kovara Zarema xwest ku bi nivîskarê Gardiyanê Bûbê Eser re li ser wî mekanê wehşetê û romana wî ya ku weke wesîqayekê ye hevpeyvînekê bi kurdî bikin. Bûbê Eser piştî derbeya îlonê sê salan di wî mekanê wehşetê, di “5 Nolu”yê de ma û şahidê gelek qewamên li wir e. Bûbê Eser niha li Swêdê dijî. Ji êşkenceyên ku li wir hatin kirin bêhtir (jixwe romana Gardiyan rismekî mezin datîne ber me) me…

Bixwîne

REWTÎ GORRANKARÎY QALLIB Û NAWERROK LE ŞÎ‘IRÎ HACÎ QADIRÎ KOYÎ DA ‘Ebdulxaliq Yeqûbî Puxte: lem witare da hewill dedrêt ewe biselmêndirêt ke şî‘irî Hacî Qadirî Koyî sê qonaxî ciyawazî le barî qallib û nawerrokewe birrîwe. Qonaxî yekem ew qonaxe ye ke Hacî le qallibî şî‘irîy xezel kellik werdegrêt û têy da pitir basî dilldarî û texezul dekat. Le qonaxî duhem da, qesîde debête qallibî şî‘irî Hacî û wirde wirde le nawerrokî nîştimanperwerane û şorrişgêrrane nîzîk debêtewe. Diwayîn qonax, qonaxî be karhênanî qallibî mesinewî yan cûtserwa ye ke ş‘air le baskirdinî babetî nîştimanî û rexney şorişgêrrane be nîsbet willat û gelî…

Bixwîne

KALAŞNÎKOF SER DE TARÎX MEZG Û XOVÎRRAKERDIŞ Abdullah Çelik Romanê Denîz Gunduzî Kalaşnîkof, bi sereştişê (erşawitişê) Beşê III û IX yê xebata Walter Benjamînî Termê Tarîxî Ser o dest pêkeno. Benjamîn Beşa III. de behsê ci keno ke, nuştoxê tarîxî, tarîxî ra senî ewnîyeno; “Tu serebûtêk seba tarîxî vîndîbîyaye nêhesibîyeno. Oxro ke ancax merdim tîyo ke xelisîyayo eşkeno bi umûmîyet vîyarteyê xo rê wayîr vejîyo.”1Beşa IX de zî behsê tabloyê resam Paul Kleeyî, ke nameyê xo Angelus Novus o keno Benjamîn. No tabloyê meleketêk o. Benjamîn seba tûvalo ke tablo de yo de, behsê rewşê tarîxî yo ke dûrî beno…

Bixwîne

CERIBANDINA NIRXANDINEKÊ LI SER XERABIYA BEKOYÊ AWAN Burhan Yek Xerabî yek ji têgehên herî berhemdar ên edebiyatê ye. Bi qasî ku “qencî” bi nav û deng e divê neyê jibîrkirin ku vê “qencî”yê ev navûdengbûna xwe bi xêra “xerabî”yê bi dest xistiye. Lewra weke qanûneke bingehîn hemû tişt bi dijberên xwe tên zanîn û li gorî wan qîmet digirin. Ji çêbûna însanan û heta niha şerek di nav qencî û xerabiyê de heye. Jixwe însan jî piştî xerabiya ku şeytên li Hz. Hawayê kir û pê ve ji bihuştê hat derxistin û îmtîhana qencî û xerabiyê li vir û li…

Bixwîne

DI NAVBERA HEBÛN Û NEBÛNÊ DE SÎNEMAYA KURDÎ SÎNEMAYA KURDÎ LI GOR KÎJAN PRENSÎBAN DIKARE BÊ BINAVKIRIN? Yılmaz Özdil Yekemîn projeksiyona sînemayî 22yê Kanûna 1895an li Parîsê, li Grand Caféyê, ji aliyê du birayên bi navê Auguste û Louis Lumière (Frères Lumiè- re) ve hate çêkirin. Piştî wê projeksiyonê îcada Birayên Lumière ya bi navê “cinématographe”, ango yekemîn cîhaza qeydkirin û nîşandana wêneyên bi hereket, wekî mizgîniya modernîteya sedsala 20. li her derê dinyayê belav dibe. Di heman demê de, bandora îdeolojiya nasyonalîzmê jî li ser hemû kevnesîstemên desthilatdariyê zêdetir dibû û dewletên împaratoriyê yek bi yek hildiweşiyan. Şerên di…

Bixwîne

HEVPEYVÎN BI MEHMET DÎCLE RE “Jibîrkirin Mirin Bi Xwe Ye” Di çîroka kurdî de yek ji navê hêja û serkeftî Mehmet Dicle ye. Bi pirtûka Tayêre, sê berhemên Dicle çêbûn. Dicle di çirokên xwe de bajarekî bi navê Asûsê avakiriye û gelek çîrokên wî li vî mekanê xeyalî(?) derbas dibin.Ev mekan çiqas bi navê xwe xeyalî be jî bi naverokaxwe jîewqasî bi awayekî xurt bi jiyana kurdan ve girêdayî ye û ji mirov tê li nexşeyê li cihê wê bigere. Asûs (wek mekan) mîna derekî ku êdî em niştecihên wan nas dikin, dawiya jiyana wan meraq dikin bi rih û…

Bixwîne

DI NAVBERA MÎNORÎ Û MAJORIYÊ DE Û JÊ WÊDETIR Ferzan Şêr Di teoriya wêjeyê de Major û Mînorî ji wateya peyvên xwe yên mîna mezinbûn û biçûkbûnê dertên, lê wateya serdestî û bindestiyê jî li xwe dikin. Helbet hiyerarşiyeke bi vî rengî di nav zimanan de nîne, qet nebe di zimannasiyê de haya min ji tiştekî wiha nîne. Lê di bikaranîna zimên de hinek ziman ji yên din berfirehtir in. Di encama kolonyalîzmê de gelek zimanên dewletên cîhana yekemîn (îngilîzî, îspanyolî, portekîzî, hwd.) di gelek waran de cihê zimanên niştecihan girtine û bûne majorên wan. Mesele ne tenê kesên ku…

Bixwîne

SERBORIYA KÊMNIVÎSKARIYA LEHENGEKÎ: ÊŞ Û AZARA (NE)NIVÎSANDINÊ Mîrza Baran Destpêk Wêje çavkaniya xwe ne tenê ji jiyan û tecrûbeyên takekesî û civakî, belam di heman katê de ji kûrahiya giyanî jî digire û bi şêwaz û formeke estetîk xwe digihîne ber xwînerên xwe yên ku bi saya pirtûkan cîhana xwe dixemilînin û dewlemendtir dikin. Ji ber hindê ye, her berhemeke wêjeyî, çi çê çi neçê, kêm zêde rastiyên jiyanên curbicur radixîne ber çavên me xwîneran. Hingê jî şîrovekirina van berheman bo me wek pêdiviyekê dixuye da ku em bikarin rastiyê peyda bikin ku em tim li pey van berheman li…

Bixwîne

RASTIYA VEŞARTÎ YA XWEDAYEKÎ KOLONYAL LI SER ORYANTALÎZMA EDWARD SAID Û GOTINÊN GUNEHKARA HESENÊ METÊ HIN RAMAN Joanna Bocheńska Dema ku meriv bi riwangeya postkolonyal li têkiliyên nav Rojhilat û Rojava (an jî bi gotineke çêtir kirde û biresera siyaseta kolonîkirinê) bifikire, meriv dikare têbigihê ku bêbaweriya navbera nûnerên her du aliyan bi piranî ji qinyateke kûr diqewime; li gor wê qinyatê, ku ji her du aliyan yek li dijî yê din tevgereke çewt bike, ew wê tevgerê mexsûs dike da ku zirarê bide aliyê din. Ew gelek caran wek “kuştina pîlankirî” tê dîtin ku mexsedên wê bi tenê bidestxistin,…

Bixwîne

DI ROMANA CEMŞÎD XAN DE BÎR, MELANKOLÎ Û ŞÎN Ayhan Öztunç Destpêk Weke ku tê zanîn vegotinên derasayî û nesiruştî derfetên nû bi têkiliyên bihevgirêdayî berpêşî me dikin. Em aliyên cuda yên rastiyê, ên jiyan û bîrê bi îmkanên nû bi awayekî din dixwînin. Heta em dikarin bêjin vegotineke derasayî û nesiruştî li hember vegotineke xwerû rasteqîn bêtir derfetan berpêşî me dike; ji ber ku alegorî zimanekî din li ser nivîsarê ava dike. Gava ku nivîskar-bi zanîn an bi nezanîn- hewl da ku zimanekî din li dijî gotinên serdest ava bike, ew dê serî an li derasayiyê an jî li…

Bixwîne

DI HIN BERHEMÊN KURDÎ DE ŞOPÊN ÇANDA DEVKÎ Hesenê Dewrêş Li ser derengmayîna kurdan gelek tişt hatin gotin. Yek ji kulên derengmayîna kurdan jî nivîs e. Her çiqas hin kurdan beriya niha bi çend sedsalan hin berhemên nivîskî ên bi “kurdî” hiştibin jî nivîs di nav kurdan de heta demeke nêzîk nebûye alavekî xweîfadekirin, hûner û fermiyetê, li nav civaka kurdan û xwedî qelemên wan belav nebûye. Mîna pirahiya zimanên cîhanê “gotin” di her warî de têra kurdî kiriye. Zimanê nivîsê jî her çiqas ji alavên hazir ên zimanê jiyana rojane çêbûbe û xwe pê dermale kiribe jî, mîna “zimanekî…

Bixwîne

FETISÎNA DI NAV PIRTÛKAN DE Fexriya Adsay Nivîskarek dema hê nivîsa xwe di serê xwe de disêwirîne, di serê wê/wî de pirsên çi, çawa, çima û ji bo kê dinivîsîne diçin û tên. Bersiva van pirsan li gorî dem, civak an kesan her daîm di nav veguherînekê de ye ku ewqas awayên vegotinê û cureyên nivîsê hene û wê hebin. Bersiv gelek caran bi giştî bi epîstemolojî û paradîgmaya serdema nivîskar re girêdayî ne. Piştî van diyarkerên bingehîn peywenda siyasî, aborî, çînî, civakî û çandî ya nivîskar di şêwe û naveroka nivîsê de xwedî bandor in. Lewma asayî ye ku…

Bixwîne

REXNE ÇI YE? Roland Barthes Weşandina hin prensîbên mezin ên rexneyê di nav kargîna îdeolojîka bûyerên rojane de her tim mimkun e, bi taybetî li Fransayê ku modelên teoriyê li wir xwedî prestîjeke mezin in, lewre bê guman ew model wê ewlehiyê bide wî sepînerî ku di heman demê de tevlî şerekî, dîrokekê û tevahiyekê dibe; bi vî awayî di van panzdeh salên dawî de rexneya frensî bi dewlemendiyên cihê, di nav çar “feylesofên” mezin de pêş ve çûye. Beriya her tiştî têgeha egzîstansiyalîzmê ya pir binîqaş bi gelemperî çawa tê binavkirin, ya ku ber- hemên rexneyî yên Sartre dane;…

Bixwîne

HESTIYÊ ZIMÊN TUNEYE LÊ DIKARE HESTIYAN BIŞKENÎNE Amir Hassanpour Amir Hassanpour bi xwendineke ji nêz ve, ya li ser biwêjên ji temamê dinyê, hêza axaftinê ya di afirandina yekdestiyên (monopoly) zanîn û desthilatdariyê dinirxîne. Bi pêşketina nivîsê re û taybetî piştî belavbûna matbaayê, her ku çû axaftinê girîngiya xwe winda kir û bi qewlê teorîsyenê siyaseta aborî û pisporê ragihandinê Harold Innis (1897-1952) ê ji Zanîngeha Torontoyê, girîngî kete ser “ragihandina mekanîze”. Pirsgirêka sereke ya di ragihandina mekanîze an hevbandoriya di ser medyaya girseyî re, meyla wê ya astengkirina diyalog û her wiha, bi gotina Innis, kedîkirina “yekdestiyên zanînê” û…

Bixwîne

EMÊ! TU DIKARÎ DI TARIYÊ DE JÎ BI TIRKÎ BIAXIVÎ Mihemed Şarman Destpêk Van salên dawî gelek rewşenbîr, nivîskar komele û tevgerên kurdan li ser mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî disekinin, roj nîne ku nivîsek an daxuyaniyek li ser vê meseleyê dernekeve. Bi min jî ev mesele têra xwe girîng e û divê meriv gelek caran bi doralî li ser bisekine. Lê di van nivîs û hewldanan de du kêmasiyên mezin dertên peşiya me: Axaftin, gengeşî, daxwaz gelek caran hev dubare dikin, mesele tenê di çarçoveya siyasî de tê nirxandin û mixabin gelek tiştên girîng li ber çavan nayên girtin.…

Bixwîne

VEJANDINA ZIMANÊ IBRANÎ Jeff Kaufman 1. Destpêk Li Îsrailê dema mirov îro li rewşa ibranî dinêre, pir zehmet e bawer bike ku ibranî di nav sedsalekê de ji zimanekî mirî û ji axiverên xwecih bêpar, tevî zêdeyî 5 milyon axiveran derketiye asta zimanekî çalak û zindî. Ev pêşketina wî ya bêemsal ku mirov ecêbmayî dihêle, bala min kişand ser ibranî û vejîna wî. Ez dixwazim li vê serkeftinê binêrim û bibînim ku kîjan aliyên vê vejandinê dikare li zimanên din bê tetbîqkirin. Wek hemû kesên ku derheqê vejandina zimanê ibranî de dinivîsînin, ez ê jî bi zelalkirina bikaranîna xwe ya…

Bixwîne

ZILAMEK Û ZIMANEK1* Herekol Azîzan Belê heke ew zilamê xurt û bi vên peyda bû zilamek dikare zimanekî mirî vejîne. Herwekî emê niho bibêjin ew zilam peyda bûye û zimanekî mirî vejandiye û ew xistiye nav zimanê zindî, nav wan zimanên ko mirov pê daxêvin û mexsedên xwe pê re eşkere dikin. Me got zimanên mirî û zimanên zindî. Bêdiro, ji awirê jiyînbariyê ve ziman jî wek mirovan û wek her heybera rihber dizên, dijîn û dimirin. Ji zimanên mirî hin hene warkor û kordûnde diçin, di pey xwe re tu tiştî nahêlin; ne kêl ne kitêb. Hinên din di…

Bixwîne

Hisamedîn Xakpûr ( HIWA ) Cemal Nebez (1933-2018), yek ji damezrênerên kurdolojiyê, 60 salên ji temenê xwe yî 85 salan daye lêkolînkirin û nivîsîna li ser meseleya kurd û Kurdistanê. Ligel nivîsandina gelek kitêbên bi zimanên cuda yên mîna kurdî, erebî, almanî û îngilizî yên li ser meseleya kurd, tecrubeyên xwe ku wek parçeyek ji geşedanên sedsala bîstemîn jiyaye, li lêkolînên xwe yî gişgir û pirdisiplînî zêde kiriye.  Di berhemên xwe yî li ser meseleya kurd de îfadekirin û binyadeke taybet pêşkêş kiriye. Li gor Cemal Nebez, kurd neteweyek e bi dîrok, welat, cografya, ziman, çand û ya girîngtir, bi…

Bixwîne

“Çiyayên Mihteşem… karesata gel” Hevpeyvînek Ligel Walid Sitî  Hêlîn Şahîn helinsahin2@gmail.com Şikil û şêwazên Walid Sitî ku îlhama xwe ya kûr ji mîrata çandî û cografî ya welatê xwe Kurdistanê girtiye, her tim xwe nû dikin bi hev ve tên girêdan û harmoniya temam çêdikin. Di berhemên xwe de ku di nav berhevên ji xelkê re vekirî yên British Museum, Împerial War Museum û Victoria & Albert Museumê de ne, dikeve nav hûrgiliyên temayên aktuel ên nasname, koç û sirgunê. Bi Sitî re em li ser bandorên li ser hunera wî, afirîneriya wî û tecrubeyên çandî, siyaseta mekan û hafizayê…

Bixwîne

Hevpeyvîn Ligel Hunermend Seyidxan Sevînç:  Kürdüm, “Kötüyüm’’, Tourretteliyim! Haymatlos Suad Ez û Seyîdxan berî niha 5 salan bi tesadufî li kolanekê rastî hev hatin, û jê pê ve têkiliya me bênavber dewam kir. Di vê demê de ez bûm şahidê xebat û lêgerînên wî yên tîtiz ên li ser mûzîkê û her wiha kelecana amadekariya albûma wî ya yekem. Li hêla din min bi naskirina Seyîdxan  sendroma touretteyê (tûret) jî nas kir û mixabin ez bûm şahidê zext û zordariyên ku Seyidxan ji ber sendroma xwe pê rû bi rû dibin. Ligel vê ez şahidê rê û rêbazên xweparastina wî…

Bixwîne

Ji Edîtor Piştî sê salan ji nû ve merheba. Sê sal berê bê xatirxwestin û bêyî ku derdê xwe bibêjin, me weşandina Zaremayê sekinandibû. Sedema vê dibe ku ev be ku wê demê hesta tenêtî û bêhêvitiyê bi me girtibû û me îhtimala rasthatina li mixetabên xwe pir kêm didît (behsa yek du kesan nakim). Helbet a girîng ew e ku mirov di nav bêhêvitirîn şert û mercan de bikaribe ber bi armanca xwe bimeşe, biafirîne. Lê taqeta mirov jî sînorekî wê heye. Divê ev jî bê gotin, piştî ku weşandina Zaremayê wek matbû sekinî, demekê li ser kovarazarema.blog de…

Bixwîne

Hevpeyvîn: Ferec Koyistanî Laleşa Ûsiva modelîst, stîleke nû dide bebikên ku em demekê bi wan aş dibûn. Bi şikl û neqşên rengîn û otantik, bebikên xwe dişibîne qiyametek karakterên cuda û wan li bergên pirtûkan tîne. Ew, di heman demê de dîroknasa hunerê û xelatwergira sala 9an a Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt e ku ji teref Şaxê Eğitim-Senê yê li Batmanê ve tê lidarxistin. Ji ber ku tu dîroknasa hunerê yî jî, dixwazim ji wê serdema şikestinê ve dest pê bikim; ji te ve jî eyan e ku gelek teorîsyenên hunerê destkariya piştî Serdema Ronesansê ji nav…

Bixwîne

Perwîz Cîhanî Yek ji kelayên navdar yên Kurdistanê Kela Dimdimê ye. Ev kelaya li ber bûyerên ku li ser wê qewimîne û hegera avakirina wê di dîroka Kurdistanê da pir giring e. Mijara wê ji bo gelek dîroknivîs, nivîskar û lêkolîneran bûya jêdera afirandina berhemên toreyî. Ji bilî berhemên nivîskî ta niha bi herdu zaraveyên Kurmancîya jorîn û ya jêrîn bi dehan beyt li ser vê kelayê hatine gotin. Lê ji bilî nivîsarên dîrokî, roman û helbestên ku li ser vê kelayê hatine nivîsîn, menzûmeyek jî bi navê “Beyta Kela Dimdimê” di nav arșîva destnivîsên Kurdî ya koleksîyona Eliksander…

Bixwîne

Pêşewa Mihemed Ji soranî: Memê Mala Hine Eşkere ye ku edebîyat tu car nabe sîyaset. Edebîyat bi wê firehî û qada xwe ku jê rê edebîyat tê gotin, tu car nabe eydê tu kom, civat, rêxistin û bizaveke sîyasî. Bêguman wek henekbazek di qada sîyasetê de roleke girîng û bibandor a edebîyatê heye. Ango firehîya edebîyatê tu car nabe sîyaset. Bi gotineke din edebîyat serbixwe ye. Lêbelê di eynî demê de edebîyat tim li ser cîhana sîyasetê nirxandinan dike û di vê qadê de her tim henekbazeke pêşeng û jêhatî ye. Bi maneyeke din, edebîyat li gor meyla civakî û…

Bixwîne

Dewleta Kurd li Komara Mahabadê* Azad Haji Aghaie Ji Îngilîzî: Fexriya Adsay Puxte Di sîstema sîyasî ya sedsala 20an de dewlet bûne tekane aktorên civata navneteweyî. A rast, dewlet, wek nûnerên neteweyan tenê nabin sedema şer û aştîyê, serdestî û desthilatdarîya çîn an îdeolojîyekê jî xurt dikin. Ji alîyêkî ve, dewlet hêzên li pişt rizgarbûna neteweyên bêdewlet diajon. Li alîyekî din ve jî, serdestî û totalîterîyê dinimînin. Di îdeolojîya neteweperwerîya Kurdî de dewlet ji bo Kurdan bûye babeta arezû û utopyayê. Ev arezû bi retorîk û îdeolojîyên cuda hatîye îfadekirin. Bêguman, ji bo Kurdan, dewlet manîfestoya îdeolojîya him serdestîyê him…

Bixwîne

 Wergera Ji Îngilîzî: Fexriya Adsay  Puxte: Ji Şoreşa 1979an vir ve, dewleta Îranê ji bo Kurdên Rojhilat asimîle bike komek politîkayên piralî tetbîq dike. Kurd gelek caran hedefa sereke ya operasyonên leşkerî yên dewleta Îranê, stratejiyên asimîlekirinê û rejima wê ya nezaretê ne. Piştî dagirkirina (feth) Kurdistana Rojhilat (Rojhilat) di 1979an de, dewletê hewl da bi rêya milîtarîzasyona sîstematîk, avakirina ‘saziyên şoreşger’ û navendên nû yên olî û çandî kontrola herêmê ji nû ve têxe destê xwe, profila demografîk, olî û çandî biguherîne. Ev nivîs hewlek e ku ronî bike neteweperweriya olî ya dewletê û şêweyên stratejiyên asimîlasyonkirinê yên curbicur,…

Bixwîne

Destpêk Înternet û teknolojî di gelek qadên jîyanê da cihê xwe yî girîng û gewre zeft kirîye. Hema hema meriv êdî nikare bêyî înternetê tevbigere. Bi taybet ji bo xwendin, lêkolîn û nivîsînê ev amûrên ragihandinê û înternet, ketine hukmê ‘nebe nabe’yê. Piştî ku bandora înternetê ewqas zêde bû, bêguman xwendina dijital jî hêdî hêdî rê li ber weşangerî û çapê teng kir/dike. Bi taybet bo lêkoler û akademîsyenan çavkanîyên dijîtal, bûne çavkanîyên sereke û taybet. Bi vî awayî dinya nêzîktirî însanan bûye, ango bûye mîna bajarokekî biçûk.  Malperên edebî, çandî û hunerî jî li şûna kovarên çapkirî cihên xwe…

Bixwîne

Perwîz Cîhanî Dizî û Dizîya Toreyî Çî Ye? Dizî karekî kirêt û şermawer e ku bidaxewe roja îro di nav civaka me da bi curekî berbiçav şax vedaye. Çendîn cur û celebêne dizîyê hene. Mirov dikare dizîyê weha şirove bike: Bi giştî hildan û birina mal yan darayîya kesan ji xwe ra. Dizî dikare bi curekî penîve/nihênî yan jî eşkere û bi zora çek, yan bi xapandinê be. Herwisan destdanîna li ser mal û milk û keda kesan û zorpeskirin yan guhorîn û desttêverdana serpelge û tapo û her cure senedên malkîyeta xelkê bêy dilxwazîya wan jî cureke dî ya…

Bixwîne

Ahmad Mohammadpour – Norbert Ross  Ji Îngilizî: Fexriya Adsay Destpêk Rojhilata Navîn gelek caran ji goşeya eşîrtîyê tê dîtin.[1] Ev bi taybetî ji bo Kurdan rast e[2] û gelê Kurd pirî caran tam wek civakeke eşîrî tê dîtin.[3] Digel ku gelek zanyarên civakî û bi taybetî antropolog li ser rêgeha eşîrîyê difikirin jî, nemaza di têkilîya wê ya bi têgehên manend ên wek komên etnîk an neteweyê re xumamî maye. Wek yek ji pêkhateyên nasnameya civakî û rêxistîbûna civakî ya li Rojhilata Navîn em li ser giringîya endamtîya eşîrî hemfikir bin jî,[4] em eşîrîyê wek taybetîyeke gewherî ya Kurdan nabînin, û…

Bixwîne

Ji Îngilîzî: Fexriya Adsay** Puxte: Di vê nivîsê*** de, em nîyet dikin navlêka ‘eşîrtî’yê wek kategorîyeke kolonyal, ku di xebatên civakî yên li ser Kurdan û bi giştî yên li ser Rojhilata Navîn de wek têgeheke berbiçav derdikeve pêş, ji hev veçirînin. Eşîrtî, ku bi awayekî keyfî hatîye bikaranîn, nemaze di xebatên akademîk yên mewcûd ên li ser Kurdistanê de cîyekî navendî girtîye. Hin berhemên antropolojîk ên berê ewqas pê de çûne ku eşîrtî wek “DNA”ya gelê Rojhilata Navîn dîtine. Bi bikaranîna xebatên nû yên li ser Amerîkaya Latîn, Afrîka û Asyaya Navîn, em îdia dikin ku emilandina eşîrtîyê, wek…

Bixwîne

 Remezan Alan Ayhan Tek bersivek daye nivîsa me ya derbarê întihalê de. Mirov bi kîjan çavî lê binêre, nivîsa wî jî bersivekê heq dike û li ser hin xalên nivîsa me ya berê jî mirov mecbûrî hin îzehatan dike. Halê hazir madem daxwaza wî ya guftûgoyeke ku her du alî jê sûdê wergire li gor dilê me ye jî, em ê bi vê berpirsîyarîyê tevbigerin. Bi raya me nivîsa berê ji çavekî rast-bîn û rexnegir mehrûm nebû; şêwaza wê ya ku ketibû qalibê kompozîsyona mesnewîyekê ji van wesfan ne dûr bû; mijareke giran a mîna “întihal”ê jî bi awayekî sivik…

Bixwîne

Ayhan TEK Çendek berê li ser bloga Zaremayê rastê nivîsa birêz Remezan Alan ya bi navê “Hîleya Întihalekê” hatim. Meseleyên li dor rexne û polemîkan hin caran fayde didine edebiyatê. Ji wan guftugoyan her alî sûdê werdigirin ku rêya dubarekirinê li xetayan tê girtin û imkana rêyên çêtir pêk tê. Loma jî milmilanêyên wisa hem ihiyac, hem jî bi qîmet in. Di vê çarçoveyê de birêz Alan “yekemîn” car, li ser xebatên min rexne û tewanek kir ku ew bo min cihê keyfxweşiyê ye. Lewra “yekemîn”bûn ji bo wî gelek girîng e ku ev jî bi xêra wî bû para…

Bixwîne

Remezan Alan Dîbace: Pêbendîya Rewşa Giştî û Nefsî Dema di Tebaxa 2012an de li beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Enstitûya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Artukluyê me dest bi kar kir, heyecan û enerjîyeke mezin hebû. Me digot bo kurdan û herwiha bo min “dewreke nû” dest pê kirîye. Me bo xwe jî wisan digot lewra piştî mamostetîya bîst salan a ziman û edebîyata tirkî, dor hatibû ku em mesaîya xwe ya fermî bo ziman û edebîyata kurdî xerc bikin. Bi vî awayî me mesaîya nefermî ya salan a bo kurdî jî ji xwe re kir sermîyan û bi şewq…

Bixwîne

Mîrza Baran Dema piştî Şoreşa Fransî bayê neteweperwerîyê kêm zede li her deverê dinyayê belav dibe, heman ba rê li ber neteweperwerîya Tirk û ya Kurdan jî vedike, helbet bi modernizasyona Osmanî lê di perîyodên cihê de. Li ser vê yekê, heke mirov dêhna xwe baş bide rewşa erdnigarî ya van gelan, dê baş bibîne ku carinan yek ji van gelan di tevahîya xakeke fireh de li herêmekê bi serê xwe otokton an jî carinan her du jî li herêmekê bi hev re jîyane, û ev yek jî ligel bayê neteweperwerîyê hişmendîya van her du gelan a li ser erdnigarîyê…

Bixwîne

Ranjoo Seodu Herr Ji Îng.: Fexriya Adsay Piraniya feminîstên Cîhana Sêyem neteweperweriyê wek neyarê feminîzmê dibînin. Li hemberî vê meyla gelemperî, ez îdia dikim ku neteweperweriya “pirnavendî” ew potansiyela wê heye ku daweyên feminîstên li Cîhana Sêyem biparêze. Neteweperweriya “pirnavendî”, ku armanca wê heqîqî bidestxistin û dewamkirina serweriya neteweyî ye, di vê serdema neokolonyal a globalîzasyona kapîtalîst de hê jî manedar e û dikare xizmeta hedefên feminîst bike di pêşdebirina refaha piraniya jinên Cîhana Sêyem ku di bin vê sîstemê de pir zêde eziyet dikşînin.  I. Destpek  Di nav gelek peywendên Cîhana Sêyem[1] de, bi awayekî girîft neteweperwerî[2]  bi…

Bixwîne

Hevpeyvîn: Rizgar Lutfî Wergera ji soranî: Mehmed Salih Bedirxan-Ehmed Berojî Di nav ev çend salên borî de hevpeyvînên ligel qelemên girîng di warê destana edebî de û bi derbarê teoriyan ve gelek nînin. Dibe ku bi nêrîna ji serpêhatiyên şexsî yên wan nivîskaran di derheqê aliyên peywendîdarên cureya çîrok û romanê de hatibe qalkirin û peyamên tecrûbekirî hatibin desteberkirin. Ger hevpeyvîn hatibin kirin jî li ser daxuyaniyên berheman bûne û kêmtir girîngî bi van cureyên edebiyatê da hene. Min di vê hevpeyvînê de xwest dîsa vê xeta zemînê ya qedîm ku destana edebî ya me tê de derbasbûye û niha…

Bixwîne

Mêvanê Zaremayê vê carê nivîskar Receb Dildar e ku di payiza sala 2018a de bi romana xwe Leqatê li bakur dînamîzmek anî nav wêjeya Kurdî. Vê romana ku ji xwînerên Kurdî elaqeyek baş dît, romaneke dîrokî ye lê lehengê wê ne şexsiyetekî dîrokî yê navdar e wek lehengên din î romanên dîrokî yên di kurmancî de. Leqat, romana yek ji ‘mirovên biçûk’ e ku her tim di bin siya qehremanên binavûdeng û bûyerên mezin de hatine jibîrkirin an qe dor nayê ser wan. Leqat vê carê dorê dide yekî ji ew ên jibîrkirî û bi vê taybetiya xwe nîşana demokratîzebûna…

Bixwîne

Şêxo Fîlîk Hê jî nehatiye piştrastkirin ka piştî mirinê jiyaneke dîtir heye an na. Lê mirin mîna rastiyeke hişk û birind li benda me ye. Û çawa ku Henri Bergson jî gotiye yekane bûnewerê hay ji vê aqubetê (mirin) heye însan e. Heke em qirdikên (meymûn) beyî sedem dikenin nehesibînin yekane bûnewerê dikene dîsa însan e. Tevî ku yekane bûnewerê hay ji mirinê heye însan e, ya ku însên dike yekana bûnewerê ku dikene çi ye? Heke ev paradoksek be, vê paradoksê çi xwedî dike? Wer xuya ye Sulhî Dölek [1] beriya me li bersiva vê pirsê geriyaye û wiha…

Bixwîne

Baha Akhan Di serî de divê ez li xwe mikûr bêm ku min jî weku gelek xwendevanên kurd dema navê nivîskarî bihîst (ku navê wî heman navê bajarê Mêrdînê ye), ez ketim ser wê baweriyê ku tekez ev jî nivîskarekî bakurî yê nû ye. Lê piştre fikirîm li bakurê Kurdistanê nivîskarekî ku di carekê de du berheman bide ber çapê tune an jî min nedîtî ye. Piştî lêpirsîn û lêgerîneke kêlîkurt ez hîn bûm ku nivîskarê navborî ji başûr e û li başûr jî kesekî gelek navdar e. Belê Mardîn Îbrahîm ne ji Mêrdînê ye! Ew di sala 1974an de…

Bixwîne

Eyyûb Kerîmî Ji Soranî: Ferzende Kurdîzade Peywira sereke ya fikra rexneyî, rexnegirtin e li îdeolojîya serdemê ku li vir em ê jê re bêjin “rexneya îdeolojîyê” (ideologiekritik). Lê belê ravekirina îdeolojîyê  karekî ewqas sade nîne û pêwîst e nivîsarên Karl Marks, Karl Mannheim, Louis Althusser û Slavoj Žižek bi hûrgilî bêne xwendin. Li vir ez dikarim bi kurtî bêjim ku mebesta min ji îdeolojîyê, cure destgah(aygıt)eke hilberandina rasteqîneyan e. Yanî ew dîyardeyên ku em ji wan re dibêjin “rasteqîne,” têkilîyeke wan a yekrast ligel îdeolojîyê heye û bê îdeolojîyê nikarin hebin. Her ji ber vê yekê îdeolojî li vir ji…

Bixwîne

Puxte: Folklor, ew zanist e ku çanda maddî û manewî ya gelêrî li gorî rêbazên xwe yên taybet vedîkole, tomar dîke û radîgihîne nifşên dî. Berîya wêjeya nivîskî ev kar bi gotin û bi hostetîya di honandina peyvan de girîngîya dengbêjî û dengbêjan derdîkeve pêşîya me. Emê di vê nivîsê de li ser van mijaran, bi taybetî li ser dengbêj Salihê Beynatî û di kîlama wî ya bi navê ‘Şerê Newala Qeremûsê’ rawestin[1]. Peyvên Sereke: Folklor, Dengbêj, Dengbêjî, “Şerê Newala Qeremûsê” Destpêk Dengbêjî rebazeke forma di folklora Kurdîîya devkî de ye. Di çanda Kurdî ya devkî de dengbêjî di qadeke…

Bixwîne