Hevpeyvînek Ligel Helbestvan Gulîzerê

Gulîzer navekî hêja û girîng e di nav helbesta kurdî ya modern de. Piştî du pirtûkan li ber dilê gelek xwedevanên kurdî şîrîn bû û li ser zimanê wan belav bû. Kengê behsa helbestavanên hêja yê nû bête kirin teqez navê Gulîzerê dikeve nav vê guldesteyê. Em wek xwendevan û heyranê helbestên wê li benda berhemên wê yên nû ne. Me xwest em dengê Gulîzerê bi guftûgoyeke dirêj bigihînin hezkiriyên wê û helbesta wê ya berdest bi awayekî kûr binirxînin.

– ZAREMA: “Serkeftinên çêkirî baweriyên erzan didin mirov” tu dikarî vê xweşrêzika xwe hinekî rave bikî?

– Ev rêzik, her bi naveroka xwe ve girêdayî ye. Lê ez dikarim bi du mînakan rave bikim. Yek bi hêsirên jinê, yek jî bi hêrsa mêran ve. Gelek tevgerên mirovan, wek mîras, ji civakê ji me re mane û hatine jiberkirin. Gelek caran, mêr bi hêrsa xwe, jin jî bi hêsirên xwe serkeftinên çêkirî bi dest dixin û xwe pê dixapînin. Ev rola ku civat li mirovan bar dike û mirov pê hev diçewisînin, ji bin ve xerabe ye. Çiqas serkeftî xuya bikin jî, ev tevger wan kêmtir dike. Çavê herî girîng yê li mirov dinêre, çavê mirov bi xwe ye. Mirov bi kîjan çavî li xwe binêre, ew çav rêya heman nêrînê li ber çavên din vedike.

– Hêrs û hêsir… Ez vê wek rexneyeke dualî, ku mêr û jinan di heman demê de dike hedefa xwe, fam dikim. Rast e?

– Li gorî min ev tesbîtek e. Jin û mêr, her du alî jî dikevin nav vê tesbîtê. Divê em karibin berê xwe bidin her du aliyan jî.

– Di helbesta te de gelek “gotin” û peyvên te ji kûrahiya dengê vegotineke kevneşopa kurdî tên, bêtir jî di berhema Keziyên Jinebî de ev pir eşkere ye. Ya balkêş û serkeftî, bi min xweş jî, ev rêzik û gotin pir bi hêsanî dikarin bibin ravekirina halên şexsî û keftûleftên jiyana modern jî. Hewldaneke te ya taybet bi vî rengî heye?

– Hewldaneke min a bi taybetî, li ser vî tiştî tuneye. Lê belkî di helbestan de, jiyanên jinên gelek aliyan û pirsgirêkên wan berbiçav dibin. Bi ya min keftûlefta ruhê jinan, her çiqas jiyanên wan ji hev cuda bin jî, hinekî ji hev in. Mesela mirov dikare, ne bi tevahî be jî, gelek pirsgirêkên jinên xebatkar, ji devê jineke li derve naxebite, bi tenê bermaliya mala xwe ye jî bibihîze. Ji ber ku hevîrê ruhê wan, bi heman folklorê, bi heman civatê, bi heman çandê hatine ecilandin. Lewra bi heman rêbazan mezin bûne, rastî heman sînoran hatine. Çiqas bi pêş bikevin jî, nikarin benê xwe ji civatê biqetînin. Bav, bira, mêr jî heman rêbazan baş nas dikin. Ew çiqas bi pêş bikevin jî dora wan çaralî bi civatê hatiye dorpêçkirin, zû bi zû nikarin qaliban bişikînin. Jixwe ya ku ez jî dixwazim berbiçav bikim, ew pirsgirêk in ku rehên wan digihîjin civatê.

– Jina kurd her çiqas ber bi jiyaneke modern ve biçe jî nêrina te ya li jiyanê an li têkiliyên jin û mêran hê jî li ser rehên kevnoşepî ne, ez vê yekê ne wek rexneyekê wek tespîtekê dibêjim bo helbesta te. Bi min tişta ku helbasta te serkeftî dike jî ev dîtina rastiya civakî ye, dixwazî tiştekî lê zêde bikî?

– Modernbûn ne cilek e ku li gorî bedena me hatiye dirûtin da ku em carinan li xwe bikin, paşê jî ji xwe bikin. Ên ku wisa dijîn, ji bo îmajê dijîn. Ez naxwazim neheqiyê bikim, lê modernbûna her welatî, li ser axa wî welatî û li ser ruh û rehên wê çandê ava dibe. Eger kok û rehên modernîzmê ne ji wê axê be, wê ew modernîzm çanda wî welatî tune bike. Divê em li vê bifikirin, li ser navê modernbûnê em xwe tune nekin. Êdî hemû cîhan ber bi globalîzmê ve diçe û her kes hinek dişibe hev. Ew kitekitên ku em pê ava bûne, yên ku hebûna me pê ve girêdayî ne, wenda dibin. Xwebûna me, ku xweşikbûna me jî di nav xwe de dihewîne, ji ber ku em her tim di bin siya desthilatdaran de mane, jixwe hinekî kêm e. Ji bo em bi ser bikevin, me dest pê kiriye ku em xwe bişibînin wan. Em hîn bûne ku bi çavê wan li xwe binêrin. Li gorî min, modernbûn jê tê famkirin hinek teqlîd û hinek jî tunekirina çandê ye. Modernbûn bi tenê ne xuyakirina ji derve ye, bi tevahî, bi têgihîştina ruhê mirov ve girêdayî ye û ji wir dest pê dike. Lê ez ji vê formê, ji zindîkirina van peyvan û bi vî hawî qedirgirtina vê çandê hez dikim. Gava ez bi nivîsê, kêlekê bavêjim nav vê jiyanê û jiyanên kevn, ez gelek pê kêfxweş dibim. Lewra gava em li ser kok û rehên xwe geş nebin, wê siberoja me bê kok û bê reh be. Kesên bê kok û bê reh jî gelek zû bi ber bayên sivik dikevin. Ku em vêya di jiyana rojane de ji xwe re nekin kar, wê zarokên me ji çanda me bêpar bimînin û em ê bi wan re pir biêşin. Vegotina êşekê be jî ku wek xwe be, xweşik e. Ku her kes tiştê di ruhê xwe de wek bingeh biparêze û xwe li ser wê ava bike wê xweşiktir bibe. Hezkirina ji çanda xwe girîng e. Ez dixwazim, hinek şaxên vê hezkirinê di ruhên zarokên me de jî zîl bidin. Naxwe zarok ji dê û bavê xwe dûr dikevin û êdî bi çavên biyaniyan li wan dinêrin.

– Bi ya min ev tesbîtên te girîng in, dixwazim tu piçekî zelaltir bikî. Li gor te di pêvajoya modernîzebûnê de em ji kok û rehên xwe qut dibin, xwebûna xwe datînin aliyekî û em zêde ber bi teqlîdkirinê ve diçin? tu dikarî mînak bidî?

– Bi ya min tiştên ku me ji kok û rehên me qut dikin, ne modernîzm e. Ev li ser modernîzmê têgihîştineke xelet e. Ji ber wê jî em vê têgihîştinê xelet bi kar tînin. Wek mînaka ku min li ser azadiya jinê jî dabû, ya ku jinê kêm dike ne azadî bi xwe ye, têgihîştin û qodên xelet ên azadiyê ne. Modernîzm li ser axa me, li welatê me bi awayekî xwezayî geş nebûye û şaxên xwe li nav civakê belav nekiriye. Bi kurt û kurmancî modernîzma ku niha hinek kes jê fam dikin [li bakur], dilbijandina tirkbûnê ye. Mînaka herî mezin jî dev jê berdana ziman û çandê ye. Ew bi çavê zimanekî têkçûyî li kurdî dinêrin, modernîzmê di qada tirkî de dibînin. Gava ji bêgavî kurdî bi kar bînin jî, vî zimanî wek zimanê şîdetê bi kar tînin (Li nexweşxaneyan, li daîreyeke dewletê gava karmendek ji bêgavî bersiva xwe bi kurdî bide, ew bersiv bi hêrs e). Modernîzma ku li ser asasê kolonyalîzmê ava bibe jî, ew ê bişibe kolonyalîstan.

– Rêzikek ji şevnamê: ”Şev ne rûreş e”. Di edebiyatê de bi piranî şev wek destbirayê tarîbûnê bi wateyên neyînî tên bikaranîn lê di berhema te de ev yek berevajî ye. Kurt û kurmancî” şev çima ne rûreş e an rûreşî û şev, têkiliyeke çawa heye di navbera wan de?

– Şev ne rûreş e, rast e. Û mixabin ev hinek berevajî xuya dike. Rûreşbûna şevê, dereweke kesên li derveyî jiyanê ne. Ew her tim jiyanê tenê bi aliyekî wê û kêm dijîn. Jiyanên ku destê xwe di şil û kil de nakin û ji bo jiyana xwe sterîl bihêlin, divê şevê rûreş derxin. Di wan jiyanan de her kes tenê bi aliyên xwe yên baş difikire û bi vî awayî yên din zêdetir nebaş dike. Wek ronî û tariyê. Her du jî wek hev in û parçeyek ji rojê ne. Ruhiyeta mirov bi qasî ku xuya dike nîne, bi qasî parçeyê xuya dike parçeyekî wê jî veşartî ye. Lê mirov bi maskeyan an bi rêbazan wan aliyên veşarti dihêlin û tune dihesibînin. Şev hinek vî aliyê veşartî ye. Ew kes gava li ser aliyên xwe yên veşartî bifikirin, ew ê çêtir fam bikin ku tu ferqa wan û qehpikan, dizan, kujeran tuneye. Wê demê dikarin, hinekî dev ji peyva gunehkariyê berdin. Wê çaxê dikarin bi her du çavan, bi her du aliyan, li tevahiya mirovatiyê û li dinyayê binêrin. Û herkesî wek xwe bibînin. Encax bi vî rengî civat dikare bi pêş bikeve, bi vî rengî mirov dikare ji xeynî ku encaman rexne bike, sedemên wan jî çareser bike û bi gotina wan, wê yên din ji vê gunehkariyê xelas bibin.

– Di helbesta kurdî de gelek caran xwedî jin be jî deng hinekî mêranî û lehengî ye, lê di helbesta te de heqet dengê jina kurd bi her awayî serdest e heya bi anatomiya jintiyê jî, ji helbesta te re bûye mijareke xurt. Ser anatomiya jinê û tesîra wê li ser deng û kesayeta jinê tu dixwazî çi bibêjî an bi te hewce ye ku mirov li ser vî asasî şîroveyan bike.

– Ez li ser vê pir difikirim û ev yek têra xwe jî min diêşîne. Li gorî min gelek tişt bi xwekêmdîtinê û ji xwe kêmhezkirinê ve girêdayî ne. Ji bo jinê ev nêrîn du qat zêde ye. Yanî derba lê dikeve girantir e. Yek ji bo kurdbûna xwe, yek jî ji bo jinbûna xwe derba xwekêmdîtinê du caran dixwe. Jinbûna xwe ya ku bi her rêbazekê qateke cilê din jî lê hatiye kirin û hatiye nixumandin, tune dihesibîne. Ji ber wê, wek xwe çiqas xweşiktir bin jî, li xwe xwedî dernakevin û xwe dixin forma serdestan. Ji bo wan, mînaka mirovekî azad, mêrek e. Ji ber wê wek xwe nameşin, bi dengê xwe napeyivin. Bi vî awayî dibe ku azad bibin lê berdêla wê kuştina ruhê jinbûna xwe ye. Ev gotin bi meriv xweş neyên jî, divê bên gotin. Ji ber ku êşek heta neyê bilêvkirin naguhere. Birînek rastî dermanê xwe neyê baş nabe. Bi ya min derman jî vegotin e. Girîngbûna vê birînê jî, ji vê derê tê ku civak li ser tevgerên jinê ava dibe. Heta jin neguhere, civak naguhere. Qîz û lawên hemû civakan, li ser destê jinan mezin dibin. Paşê ew law dibin bav, bira, mêr ji me re.

– Ez jî bi qasî ditinên xwe bêyî ku biêşînim, dixwazim hinek li ser vê xalê bisekinim. Ji bo jin li xwe mikur werin û bi jinbûna xwe re li hev werin. Ji bo jin bikarin di nav jiyanê de cî bigirin û bi serbilîndî bijîn, hewce nake ku jin jinbûna xwe bikujin. Divê mirov bibîne ku di şer de jî xemla porê jinê an xemla guliyan bi qasî çekên wan, heybetê li mirov dixe.

– “Mêr li ser destê jinan mezin dibin” ev gotin gelek caran ji aliyê jinan jî ji aliyê mêran jî tê gotin, lê îtirazeke min heye ji bo vê. Em dizanin rolên jin û mêran ên civakî li gor kodên bavsalarî hatine diyarkirin, hemû kevneşop, heya hişmendiya jinan bi xwe jî, di bin serdestiya kodên bavsalarî de şikil girtine. Jin çawa dikare bi serê xwe ji hemû kodên civakî azade kur an keçên xwe mezin bike? Ev ne neheqî ye li jinan tê kirin?

– Jin di nav pergaleke ku ji aliyê mêran ve hatiye dorpêçkirin de dijî. Rola wê ya dêtiyê jî li ser vî asasî hatiye sazkirin. Rast e ev neheqîyek e, lê heta ev pergal neyê guhertin, wê ev neheqî jî wisa bidome. Ji bo guhertina vê sîstema bavsalarî jî divê jin pêşengiyê bikin. Gava sîstem bi destê mêran bê guhertin wê ew neheqî heta hetayê bidome.

– Di helbesta te ya Anatomiya Jinekê de terzeke cuda, nûjen heye. Gelo di helbestên bê de lêgerîneke te ya bi vî awayî heye an em wiha bipirsin, şêweya helbestê wek naverokê girîng e li cem te?

– Hewldaneke min a bi vî rengî tuneye. Lê şêwe jî bi qasî naverokê girîng û girêdayî mijarê ye. Her du bi awayekî hev temam dikin. Pirî caran, naverok çiqas xurt be jî, qelsbûna şêweyê dikare helbestê kêm bixe. Her tişt hinekî bi paşxaneya nivîskar û alavên ku bi kar tîne ve jî girêdayî ye. Deng û herikbarî xwendinê xweştir û hêsantir dike. Bi ya min mijara helbestê şêweya xwe jî bi xwe re diafirîne. Şêweya Anatomiya Jinekê cuda ye, ji ber ku ev mijar li cem min tu carî bi dawî nabe û wisa xuya dike jî ew ê her tim berdewam be. Her ku ez bi tiştekî nû dihesim, ev pêhesîn û têgehên min li nav hev dikevin û xwe wek berdewama vê helbestê didin der. Li cem min di helbestê de sînora şêweyê tuneye. Hest û mijar ji bo helbestên min dibin şêwe.

Di tekane ferhanga kurdî ya înterektîv de li ser helbesta we şiroveyeke wiha heye. Dixwazî tiştekî bêjî?

helbestavaneke kurd e çil kezî xwedî du pirtûkên gulên zêrîn e. Keziyên Jinebî, Şevname di helbasta kurdî ya bakûr de du pirtukên hêja ne. Helbasta Gulizerê xwe ji belaxata xeşîmî, dehla rêzkirina aforîzmayan, gullebarana alîterasiyona qafiyeyê xilas kiriye, ku ev her sê pirsgirêkên tirtire ne di helbasta kurdî de. A din femînîzma ku di quleteyna van helbastan de destnimêj digre ne femînîzmeke hazir û nazir li refê marketokan biharmonî, rasterast tiştekî organîk e ku hêza xwe ji binhişa qolektîf a (bnr:jung) jina kurd digre. Ji kelepora kurdan, senteksa dengbêjî, têra xwe kemilî ye. Hun niha dixwazin helbestên baş bixwînin fermo Gulîzer hazir e.”

– Gelek bi kûrahî û felsefîk şîrove kirine. Ji bo mirov ewqas tiştan bibîne, divê mirov bi ser de gelek hûr bibe. Destxweş ji bo xwendina baş û rêzikên xweş.

Ku ji min re bêjin yek ji baştirîn rêzika helbesta kurdî bêje ez ê teqez van rêzikên te bi lêv bikim:

“serê pêsirên wê tim bi hinne bûn amede bûn ji her dawetê re”

– Di van rêzikan de mirov dikare digel êş û jana kurd û bi taybetî jina kurd dilxweşî, an coşa nav dilê wê jî bibîne, nizanim çima ev rêzik ji kelepora kurdî strana Huseynê Omerî “oy cîranê cîranê” tîne bîra min. Di wir de bi awayekî qerfî meseleyeke pir sosyolojîk bûye stran. Li ser vê meselê tu dixwazi bi kurt û kurmancî li ser têkiliya helbesta xwe, stran û çîrokên kurdî, folklora kurdî çi bibêjî?

Folklora kurdî bîreke bêbinî ye. Ji bilî ku kêfê dide mirov, di heman demê de ji bo civakê wek neynikeke mezin e. Folklor belgeyên grîng ên sosyolojîk in, ji ber wê jiyana neteweyekê li ber çavan radixe. Helbesta min jî ji gelek aliyan bi folklorê ve giredayî ye. Ez pir berketiya çîrok û stranan im. Pir bi dû peyvên folklorîk ketime. Ji ber wê, her tim guhê min li ser diya min e ka gelo ew ê tiştekî nû bibêje an na. Ji bo min, sohbetên herî bi qalîte, guhdarîkirin û şîrovekirina van mijarên bi diya min re ye. Jixwe bandora wan bû ku di helbestan de xwe da der. Eşqa di dengbêjiyê de tê gotin, şêwaza gotina wan, di ruhiyeta min de xwedî cihekî fireh e. Ez her gava ji Eda Mado “Dewrêşê Evdî” guhdarî dikim, vegotina Edûlê wek ku deriyekî din li ser eşq û jana nav dilê jinê li ber min vedike. Û mesela; yek ji navên qîza min jî Têlî ye, her ku ez lê dinêrim ew vegotina xweşik a strana “Têlî” ya Husênê Farê tê bîra min. Û ez dizanim ku ew ê bide dû şopa navê xwe û rastî hinek şopên din were. Bîst sal paşê îhtimala ku bi keça xwe re li ser vê stranê biaxivim û em li ser şîroveyan bikin kelecaneke mezin dide min.

– Di rêzikê de, min xwest ez di nava anatomî û coşa nav dilê jinê de pirekê çê bikim. Ruhiyeta jin û mêran, rêbazên têkiliyan hema hema li her derê hinek dişibin hev. Dibe ku ev hest û tespît bi sedan caran bi zimanên din hatibin gotin. Lê ya girîng, bi ya min gava hestek wek fikir kurdî be, bi awayekî pişta xwe dide çand û folklora kurdî. Min ji vî alî ve qet li rêzikên helbestê mêze nekiribû. Lê rast e, bi awayekî digihîjin hevdu. Belasebeb negotine, piştî helbest tê belavkirin, êdî ne malê helbestvan e, yê xwendevan e.

– Folklora kurdî her wekî folklora gelek miletên din piranî li ser vegotineke mêr-navendî ye, qala lehengan tê kirin, her çiqas lehengên jin, jinên “fenomen” ên vê vegotinê hebin jî bi taybetmendiyên xwe yên maskûlenî cih digirin. Gelo di vegerîn û lêgerîna di folklora kurdî de, helbesta jinan ber bi wê mêr-navendiyê ve naçe?

– Rast e, di folklora kurdî de jî wek hemû folklorên civatên cîhanê dengê mêran serdest e. Lê di roja me de, hunermendên jin bi helbest û dengên xwe dikarin vê rewşê biguherin û serdestiya mêran a li ser civakê bişikînin. Ev jî girêdayî jinan e ku bi deng û hunera xwe, di nav civakê de ciyê xwe bigirin û qada xwe ya di nav civakê de firehtir bikin. Bi ya min dengê jinê her diçe bilindtir dibe.

Çendîn sal e tu li derveyî Kurdistanê dijî. Helbesta te bi tayên xurt bi erdinigariyê ve girêdayî bû. Piştî vê veguhestina cih gelo helbestên te yên nû hatin guhertin an di çi rewşê de ne? Mînak, nêrina van helbestên berê, çiqas ma li ser te?

– Rast e, erdnîgarî, çand bi xwe helbestê ava dike. Hinek qod hene meriv ji erdnîgariyê berhev dike û guhertina wan zehmet e. Û di ser de ku mirov ji êşên ji wir hilgirtibe hez bike û wan xweşik bibîne, ew kêm nabin. Xewn û xeyalên mirov jî, di rêwîtiyan de bi mirov re hevaltiyê dikin. Ez leylana bi vê erdnîgariyê tijî me. Cihê ku mirov diçê jî tev li ruhê mirov dibe. Lê nikare asasê ruhê mirov xera bike. Tenê xwe lê zêde dike. Ew jî reng û dengekî din dide nivîsa mirov. Mirov li ku derê bijî, bi dîtinên xwe dinivîse. Kurdistan di nav tûrikê dilê min de ye û ez her tim wê bi xwe re digerînim. Ew bajar qewlê ku Kavafis jî gotibû dide dû mirov û ku nede dû mirov neyê jî, parçeyekî wê xwe li xwe zêde dike li cem mirov. Têgihiştina mirov, ji her tiştî girîngtir e, mirov dişibe welatê xwe, ev gotin gelekî rast e.

– Nêrina min a ji bo helbestên berê, ne heman nêrîna min a berê ye. Di ser nivîsandina wan helbestan re niha bi kêmasi 10-15 sal derbas bûne. Mirov herikbar e, divê biherike û biguhere, kêm an zêde bibe, naxwe pêş ve naçe. Û sal bandorê li mirov dikin, her ku emir mezin dibe, tu di jiyanê de hinek din dipijî, bi dîtinên fireh û fikr û ramanên zelaltir li jiyanê dinêrî. Ne ez ew kesa berê me, ne jî helbestên min. Ew helbestên berê ne, heke îro bihatana nivîsandin wê bi temamî bibûna tiştekî din.

‘‘min bi heft zimanan
ji heft jinên di tengasiya zayînê de
dua berhev kirin
ji bo hatina te
nizanim xwedê bi kîja zimanî dizane?’’

Ji bo van rêzikên te yên bêhempa ku em bengî û heyranê helbesta te ne ka tu yê heya kengî me bê helbest bihêlî Gulîzer xanim?

– Spas ji bo van rêzikên xweş. Dîsa li ser êş û pîrozbûna êşa jinê ye. Wek êşa wan, nifir û duayên wan jî pîroz in. Ev bawerî, rast be, ne rast be, bandoreke mezin li min dikin. Û ji bo min ew peyv wek ku bi sêr bin, xwe bera nav dilê min didin. Carinan ez dixwazim di nav vê cîhana bi sêr de wenda bibim. Gelek biwêj, dua û nifir ji min re wek helbestan tên. Di nav wan de gelek metaforên xurt veşartî ne. Yanî ne gunehê min e ku gava cara ewil ji min re gotin te çawa dest bi helbestê kir; ez qet li ser nefikirîbûm û min gotibû, min ji nifirên diya xwe dest bi helbestê kir. Ne henek bû, ez hîn jî li ser gotina xwe me.

– Li ber destê min hinek xebat hene, lê ez ji weşanê re hinek giran im. Ez helbestan dinivîsim lê heta dikarim, dimeyînim, paşê jî ji nav wan dineqînim û wisa dişînim çapê. Ez naxwazim heman tiştan ji nû ve dubare bikim. Wê helbest werin, lê ez dizanim ku tahma çaya dem negirtî be, kêfekê nade mirov. Lê bendemayîna demgirtina çayê jî tahmeke di nava tahma çayvexwarinê de ye, lê veşartî ye.

– Di nav pêwendiya jinên kurd û wêjeyê de, xuya ye jin bi helbestê re bêtir eleqedar in û li gor roman, çîrok an bi giştî pexşanê, di helbestê de bêtir mînakên jinên serkeftî hene. Tu vê çawa şîrove dikî?

Li gorî min, nêrîna jinê ya li jiyanê hinek zêdetir lîrîk e. Û ev peyvên ji ruhê wan dizên jî, xwe bi vê formê didin der. Ev girêdayî dîtin û têgihiştinê ye. Ew dîtina ku sinifekê ji nivîsê re çêdike û helbestê dixe rêza dawîn xelet e. Lê destpêkirina bi helbestê hinek din jî hêsan e, ev rast e. Ji ber ku çîrok û roman hinek demên dirêj dixwazin. Mînakên hene gelek serkeftî ne û hêviyên baştir didin min.

– Ev jî heye, bi qasî ku jin di siyasetê de çalak in, di nivîsê de ne çalak in. Bi te jî wisa xuya dike gelo?

– Siyaset û nivîs du qadên ji hev gelek cuda ne. Berê her yekê li hêlekê ye. Meriv nikare bi çavê pêşbaziyekê li nivîs û siyasetê binêre û herduyan bide ber hev.

– Qenaeteke wiha ya giştî heye di nav civata kurdan de “helbestvan û nivîskar” mal û milkê gel û welatê xwe ne. Gelo dema meriv xwezaya mirov bide ber çavan, tu li vê meseleyê çawa dinêrî?

– Bavê min her tim dibêje, ji bo mirovan sermiyanê herî girîng, zarokên mirov in. Ji ber ku çand, ziman, folklor, gavek be jî xwe bi wan re digihîne siberojê. Îcar ji bo neteweyên wek me, ji her tiştî bêpar mane, ev xal girîngtir e. Gava mirov li welatekî bifikire ku ev rol zêdetir li ser milê helbestkar û nivîskaran e. Ji xeynî nivîsê, her tişt di nava demê de wenda dibe. Lewre netewe bi zimanê xwe dibin netewe. Ji bo girîngiya ziman nivîskarekî fînî, Antti Jalava wisa dibêje. “Zimanê dayika min çermê min e û zimanên din jî kincên min in. Mirov çi wext bixwaze, dikare li gorî dilê xwe kincekî li xwe bike, lê nikare çermê xwe biguhere.” Dîsa nivîskarekî din, K.Wassler ji bo rola ziman wisa dibêje: “Ziman ruhê neteweyekê ye.” Ji ber ku wê beden bê ruh nikaribe bijî, li vê derê roleke mezin dikeve ser milê xebatkarên zimên. Ew jî helbestvan, nivîskar û rewşenbîrên vî welatî ne.

– Ji ber ku hemû alavên nivîsên wan ew netew û ew welat in. Ew bi wan diêşin, diqehirin, li ser wan tespîtan dikin û dinivîsin. Ev jî bi tevahî ji hezkirina wan tê. Lê ji xeynî nivîskaran jî, hezkirin ji welatekî re divê. Îcar gava em behsa ziman bikin, divê ev ziman bê axaftin, bê parastin, ew jî bi nivîskaran tenê nabe. Ev bi hezkirin, hişmendî û zanebûna hemû kesan ve giredayî ye.

Tu niha bi çi karî re mijûl î? Di helbestên nû de tu dîsa giraniyê didî pirsgirêkên jinan?

– Ez niha li Swêdê, li zanîngehê li ser mamostetiya zimanê swêdî dixwînim. Ji bilî wê ji her du zarokên xwe re dêtiyê dikim.

– Ji ber ku ez wek jinek her tim pirsgirêkên jinan dijîm û li derdora xwe dibînim, wek xwezayî giraniya helbestên min jî li ser pirsgirêkên jinan e.

– Ji xeynî helbestan gelo tu bi cureyên din re jî eledeqar dibî wek çîrok, roman, ceribok? An jî weku em dizanin, tu bi îngilîzî jî dizanî, tu ji îngilîzî tiştekî werdigerînî? An jî gelo tiştekî wisa di bernameya te de heye?

– Ji xeynî helbestan, li ser ceribokan jî dixebitim. Niha ji bilî xwendinê cureyên din bala min nakişînin. Rast e min li Tirkiyê mamostetiya îngilîzî xwendibû. Niha di bernameya min de werger tunene. Lê dibe ku di pêş de lê bifikirim.

– Gelek spas ji bo vê hevpeyvîna xweş Gulîzer xanim.

Share.

Leave A Reply