Têkilî

Derheqê me de:

Kovara Zarema ku di Gulana 2014a da dest bi weşanê kiriye ji çar mehan carekê derdikeve. Navenda wê li Amedê ye. Navê wê bixwe ji pirtûka Avestayê hatiye wergirtin; wateya wê ‘bihar, şînahî, geşbûn’ e di zimanê avestayî de. Di zaravayê kirmanckî de tê wateya ‘dilê me’, di zaravayê kurmancî de ‘zarokên me, zimanê me’ tîne bîra mirov; wek zimanê xwe û xwediyên vî zimanî ji ‘yek’ê dûr e, rengîn e, piralî ye, pirwateyî ye, parçebûyî ye.

Zarema armanc dike zimanê kurdî di qada zanistên civakî û rexneya wêje û hunerê de xurttir bike; hişmendiya rewşenbiriya kurdî berfirehtir û kurtir bike û ji serdestiya zimanê tirkî û çavkaniyên wê derxîne an bibe alternatîfek bo xwe-derbirîna rewşenbiriya kurd. Bi wê fikra ku ziman sînorên cîhana mirov diyar dike tevdigere û wê wek merhaleyekê dipejirîne di riya neteweyîbûnê de. Zarema wek amûreke afirandin an berhevkirina fikr, raman û riwangeyeke dij-mêtinger, hewl dide perdeya ku ji aliyê mêtingeran ve li ser nêrîna me ya li xwe û cîhanê û hişmendiya me hatiye danîn bide alî, encamên wê îfşa bike lê li hember hişmendî û riwangeya “kurd(î)” ya heyî jî bi mesafe ye. Tîrên rexneyên Zaremayê bi qasî ku ber bi aliyê êdinên xwe ve diçe ber bi ênxwe ve jî diçe.

Yek ji armancên Zaremayê jî ev e ku di navbera parçeyên Kurdistanê de bibe pireke sînornenas û rê li ber danûstendina rewşenbîrî ya di navbera parçeyan de veke, hevbandoriyê geş bike, xurt bike. Lewma di her hejmarê de hewl dide cî bide nivîskarên ji parçeyên din û yên li diyasporayê jî. Herwiha ligel zaravayê kurmancî zaravayên kirmanckî û soranî jî li gor derfetên xwe di kovarê de ciyê xwe digre.

Bi saya derfetên internetê ew babetên girîng û ku divê li ser bên fikirîn, şîrovekirin, rexnekirin, analîzkirin û dikare di nav çar mehan de bên jibîrkirin, wê di nav nivîsên ‘rojane’ de cî bibînin. Bo vê Zarema vekirî ye ji alîkarî û tevkariya xwîner û şopînerên xwe re.

Navnîşan: Aziziye Mah., TOKİ-12. cad., No: 35-09 Yenişehir / Diyarbakir / Turkey
Li me bigere: +90 505 527 92 17
E-Peyam: info@kovarazarema.com

Jı bo me e-peyamekê bIşîne