Zarema-2

Ev hevpeyvîna ligel Professor Craig Calhoun, di çarçoveya pirsgirêka bêdewletiyê de li ser mijarên neteweperestî û kozmopolîtanîzmê hûr dibe. Ji salên 1990î de Calhoun li ser neteweperestî, etnîsîte û kozmopolîtanîzmê dixebite. Li gor Calhoun, tevî kemilîna piştneteweyî û kozmopolîtan û tevî redkirina nasnameyên xwedêgiravî tengbîn û kevneperest yên wek netewe an nasnameya neteweyî û welatîbûnê, netewe hîn jî girîng e. Di vê heypeyvînê de, Calhoun rewşa fîzîkî, siyasî û çandî ya kurdên li Rojhilata Navîn û rola neteweperestiya kurd di peywenda bêdewletiyê de nîqaş dike. Calhoun feraseta çînbingehî a newekheviyên nav kurdan û serdestên wan ên li Rojhilata Navîn bi pirsgirêk dibîne ji ber ku li dewletên ew niştecih in newekheviyên Scienceyê ye. Berî niha li Zanîngeha New Yorkê wek Professorê Zanîngehê yê Zanistên Civakî û Dîrektorê Enstîtuya Zanîna Gel xebitiye. Çandî, siyasî û fîzîkî bi nêzikî bi bindestkirina kurdan re vebestî ye. Hevpeyvîn herwiha nêztêkildar e bi nasnameyên diyasporîk re û lêdikole bê welatên ku lê dimînin çawa dikare bandorê li pêkhatina nasnameya diyasporayan bikin û çawa ev welat stendina mafê welatîbûna koçberan dijwar an hêsan dike, ew mafê xwedîbûna mafan (Arendt). Xaleke girîng ku Calhoun nîqaş dike ev e ku him li nav neteweyên bindest (kurd) û serdest (tirk, îraqî, îranî û sûriyeyî) û him jî di nav heman neteweyan de têkiliyên hêzê yên asîmetrîk hene.

Bixwîne

Humanîzmaya fantastîk xwe di wê rewşê de dide der ku bêyî mirov kêşeyên navmalî çareser bike ji ber giraniya wan an ji ber hin sedemên derveyîn yên provakatîf meriv berê xwe bide meseleyên din. Henûniya nav kurdan gelek caran bi lîstikên siyasî, bi teoriyên çewt bûye sedema pişaftin û armancşaşiya wan. Divê Kurd vê yekê baş ji hev veçirînin, ne bi teoriyên dûrî meseleyan, bi awayekî nû, bi zelalî li mijara xwe hûr bibin. Ev gotar hewl dide ku nimûneyên humanîzmaya fantastîk di nav civak û siyaseta kurdên bakur de nîşan bide û di dawiyê de balê bikişîne ser hin sedem û astengiyên siyasî.

Bixwîne

Neteweperwerî ji bo sazkirina “civata muxayel” bi amrazên wêjeyê re di nav pêwendiyê de bûye. Li Ewrûpayê hilatina neteweperweriyê wek şêweyek wêjeyî bi hilatina romanê re ketiye tev, lê di wêjeya kurdî de ev helbesta modern e ku hevalbendiya vê fenomenê kiriye û roman, wek cureyekî berbiçav, heta 1950yî jî ne li holê bû. Di vê nivîsê de ez nîqaş dikim ku gelekî beriya peydabûna çapemeniya çapxaneyî, ku di xebatên li ser destpêka neteweperweriya kurdî xala navendî ye, bo kurdan bingeha neteweyê di nav hilberîna helbestkî ya dawiya sedsala 19. de û bi taybetî bi helbestên Hacî Qadirê Koyî (1817-1897) hatiye avêtin. Koyî wateyek nû ya kurdayetiyê afirand û wek “weten/welat” diyar kir, ev bi wateyek nû a siyasî axeke sînorkirî bû, wî bi vê hîmên neteweperweriya kurdî avêt. Ez ê li ser rabêja helbestkî ya Koyî, retorîka wî ya tehrîpkar û tevkariya bo avakirinê, geşbûn û belavbûna neteweperweriya kurdî bisekinim. Xebateke li ser deqên wêjeyî yên dawiya sedsala 19. ku heta vêga nehatiye dîtin, wê dînamîzma neteweperweriya kurdî û peywenda peydabûna wê ya tevlihev ronîtir bike.

Bixwîne

Xwendineke dijmêtinger li ser “Pirça Winda” Fexriya Adsay Kurte “Elbet ez ê xwe bi awayekî teng di nav girêdana civatekê de (partîkularîzm) binax nekim. Lê qet niyeta min tuneye ku ez xwe di rêya gerdûnîtiyeke xumamî, bêşikl û şemal de jî winda bikim.” Aimé Césaire Di pêvajoya mêtinsaziyê de, ligel amûrên şidetê, wêje jî tê de bi zanebûn an bêzanebûn hemû şaxên çandê tên bikaranîn. Di nav civakeke mêtinkirî de jî asayî ye ku wêje û rexneyek dijmêtinger zîl bide. Di wêjeya kurdî de çîroka “Pirça winda” yek ji wan mînakan e ku li dij rabêja mêtinger radibe, wê berovajî…

Bixwîne

GELO JÊRDEST ÇI DIAXIVIN? Di Navbera Nasnav û Pasaportê de Cîhaneke Bêpasaport Ferzan Şêr Kurte Pirsa “gelo jêrdest li ser çi diaxivin?” ji sê hêmayên nîqaşdar pêktê; axaftin, guhdarîkirin û wateya di encama têkiliya axaftin û guhdarkirinê de. Piranî gotinên li ser jêrdestan li derdora xala axaftinê digerin. Xala guhdarkirinê jî kêmzêde wekî îtirazek li hemberî wê radibe. Lê xala wateyê li paş wan maye, girîngî pê nehatiye dayîn. Li derdora têgeha nasnameyê dema mirov li hêmayên Ahmed Arif’ê jêrdest (esmer, kurd, ji çîna jêrîn) û ingrid Jonker’a serdest (spî, efrîkaner, ji çîna jorîn) dide ber hev dibîne ku a…

Bixwîne

Di ROMANÊN TIRKAN ÊN NETEWEYî Û CiVAKPARÊZ DE KURD: Leşkerê Tirk, Keça Kurd û Kemal Tahir Ayhan Öztunç Kurte Netewe-dewleta tirk bi termînolojiya cemaeta îttihat û Terakkiyê ava dibe. Sazkirina vê termînolojiyê jî dê bi amûrên civakî, çandî û wêjeyî bi destê nivîskarên wezîfedar ve pêk bê. Ev nivîskarên hanê bi tenê têgeha neteweyekê saz nakin di heman demê de wê meşrû jî dikin. Helbet ev meşrûkirin dê hewceyî gotinên oryantalîst be. Ango neteweyên wekî kurdan “paşverû” dê ji wan re bibe eyneya şaristaniyê. Şaristanîbûn jî, bi jinê dest pê dike. Ji ber wê jî gotineke zayendî di hemû newlan…

Bixwîne

Nerîneke Postkolonyal li ser The Tempest û Axriyên Wê Ravi Bhoraskar[1] Ji îngilîzî: Ferzan Şêr Kurte Em lîstika dawî a william Shakespeare, The Tempest [Bahoz] bi her sê axriyên wê re nîqaş dikin; xêzeromana The Tempest, The Tempest: graphic novel [Xêzeroman] a Neil Gaiman û adaptasyona lîstika Tales From Shakespeare [Ji Çîrokên Shakespeare] a Charles Lamb. Em bi çavên teoriya postkolonyal li van şanonameyan dinerin, û şîroveyên bûyerok, hawir û karakteran dikin. Destpêk 1.1. Kurtedîrokeke mêtinsaziya [colonization] Brîtanyayê Em bi nîqaşekê li ser kurtedîroka mêtinsaziya Brîtanyayê dest bi nîqaşa xwe bikin. Ev yek dê ji bo famkirina peywenda dîrokî û…

Bixwîne

Cennetten Kovulmak (Derbûyîna ji Bihuştê) wek Rabêjeke Sînematîk a Netewebuhêr Ali Fuat Şengül – ji Tirkî: Burhan Yek I Ez ê di vê xebatê de, polîtîkaya temsîlê ya fîlmê ku Ferît Karahan derhênaye û di Festîwala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê ya sala 2013an de xelata Fîlmê Herî Baş bi fîlmeke din re parve kiriye, “Derbûyîna ji Bihuştê” weke fîlmeke kurdan ê honak[1] nîqaş bikim[2]. Argumana ku xebatê bi rêve dibe tevî ku ev yek e ku fîlmên vê dawiyê yên kurdan nêzikî têkoşîna neteweyî ya kurdan in, lê dûrî rabêjeke sînematîk a neteweyî ne ku mirov bikare ji…

Bixwîne

PÊVAJOYA TUNEKIRINA ÇANDEKÊ: Bury My Heart at Wounded Knee Hesenê Dewrêş Kurte “Ez dibêjim qey me ev rastiya han zemanekî fam kiribû, lê dawiyê ji bîr kir: Tu kubarî nikare şopên şidetê paqij bike, hew şidet dikare wan şopan winda bike û mêtingeh ji nevroza mêtingehbûnê ancax gava ku mêtinkar bi darê çekê qewirand rizgar bibe.” Jean Paul Sartre Ji pêşgotina Yeryüzünün Lanetlileri Mêtinkar heya roja îro li ku bi cî bûne, pêşiya pêşî serê tivinga xwe rê niştecihan dane. Dizanin ku ne ji olana dengê tivingê be wê yek peyva wan bi tenê tesîrê li ser mêtingehê neke. Mêtinkar,…

Bixwîne

KURDISTAN SEHNEYEK E: Kurd di Rêzefîlmên Toreyê de Umran Aran Kurte Serdest di têkiliyên kolonyal û emperyal de bi gelek awayan pest û pêkûtiyan disepînin bindestan û wan kêmî xwe dibînin. Ji ber ku dixwazin vê dîtina xwe bidin qebûlkirin, her wiha hewl didin ku wan li gor dîtina xwe temsîl jî bikin; zîra ew nikarin xwe temsîl bikin divê bên temsîlkirin. Di vê nivîsê de bi alîkariya ramana temsîlê ya Said a di Şarkıyatçılıkê de teorîzekirî, em ê hewl bidin bê bi giştî di medyaya tirkan de û bi taybetî di rêzefîlmên wan de kurd çawa di çarçoveya toreyê…

Bixwîne

Destpêka Şanoyê li Başûrê Kurdistanê Mahroo Raşidîrostamî – Ji îngilîzî: Fexriya Adsay  Kurte Mijara vê nivîsê destpêka şanoya di şêweyê rojavayî ya li başûrê Kurdistanê ye. Nivîs rave dike ku li Kurdistanê dîroka şanoyê bi dîroka perwerdehiyê ve girêdayî ye. Ji ber çend sedemên sosyopolîtîk li Silêmaniyê derket û geş bû. Silêmanî di bin rêvebiriya Babanan de dîrokek wê xwe-îdarekirinê hebû û lewma karakterekî kurd î cuda pê re çêbûbû ku ew kir navenda çalakiyên netewperweriya kurdî. A din, li Tirkiyeyê qedexekirina ziman û çanda kurdî kir ku gelek rewşenbîr û esilzadeyên kurd ên ji Silêmaniyê vegerin malbajarê xwe ku…

Bixwîne

Romanûs wek Mamoste[1] Chinua Achebe – Ji îngilîzî: Fexriya Adsay Cureyê ku ez dinivîsim li cihê ez lê dijîm bi îzafî tiştekî nû ye û hê jî gelekî zû ye ku mirov rabe bi hûrgilî qala têkiliya navbera me û xwînerên me bike. Bawer im dîsa jî dikarim bi rihetî li ser aliyekî van têkiliyên ku kêm caran tê qalkirin, bisekinim. Ji ber perwerdehiya me ya ewrûpî nivîskarên me wê mazûr bên dîtin ku bibêjin têkiliya di navbera nivîskarên ewrûpî û xwînerên wan li Efrîkayê xwe ji nû ve hildiberîne. Em ji Ewrûpayê fêr bûne ku nivîskar an hunermendek li…

Bixwîne

JINÊN NAVA MALÊ Û JINÊN DERÎ MALÊ Nexweşiyeke Veşartî di Awêneya Giyanî de Mîrza Baran And the end of all our exploring Will be to arrrive where we started And know the place for the first time[1] T. S. Eliot Kurte Di navbera çîrokeke kurmancî Gulên Sala ya Mehmet Dicle û Odysseus a Ho- meros de têkiliyeke balkêş heye, her çi qas ev du berhem ên serdem, mekan û gelên cuda bin jî, di kûrahiya xwe de her du jî ji derhişê mirovahiyê tên. Xas- ma di jiyana lehengên van berheman de du cure jin tên pêş me: Jinên nava…

Bixwîne

Wergêran wek diyardeyekî Ferhengsaz Haşim Ahmedzade – Latînîzekirin: Mehmed Emîn Cirik Eger wergêran le seretayîtirîn pênase da birîtî bêt legwasitneweyî nûsînêkî diyarîkiraw lezmanêkewe bo zemanêkîtir, ewe her le seretawe ême legel gwasitneweyî ferhengêkîş rrûberrûyin bo naw ferhengêkî tirewe. Be watayekîtir wergêr kesêkî kewek sûjeyekî tiwana be zanînî dû ziman, derfetî pêwendîyî komellgeyekî yekzimane legell komellegeyekîtir lerêgayî ziman xoyewe dexalqênêt û bemcore lerêgayî zemanewe xuwênereweyî deqî wergêrdiraw debate naw dalanekanî dunyayekîtir û şêwe bînînêkîtir.[1] Lêre da min ziman tenya wek amrazî pêwendî nabînim û pêçewane wek helgirî barî manayî û cîhanbînî axêweranî zimaneke seyrî dekem. Ciyawaz lemzar û buwarî bas û…

Bixwîne

ROMANÊ CARLOS FUENTESÎ “Mergê Artemîo Cruzî” DE Sînorê Mergî û Estbîyayîş Abdullah Çelik Qetîyen do merg bido ber ro û înkar nêbeno. Edward Said Edward Saîd kitabê xo Vatişê Termînê Ereykewtişî de mergî ser o ca dano fikrê Mozartî. Wexta merdim ney paragrafî waneno vîneno ke mergî semedê Mozartî hem hetê hunerî û hem zî hetê estbîyayîşî ra fikrê “sînorî” de cayê xo girewto. “Verê verkan heyatê mi de, no heqîqetêk semedê însanî yo tewr baş û tewr heqîqî yo, ez ey dir zaf ameya nizdî, tersê mi estbi la xêrcê tersê mi mi fikrê mergî ser o xo şa…

Bixwîne

QALBÎ HUNERIYÎ TUXMÎ RÛDAW LE ROMANÎ (Cemşîd xanî mam ke hemşe ba legel xoy da deybird) Bextiyar ‘Elî da Heme Mentik – latînîzekirin: Mizgîn Aslan Kurte Hîç romanêk bebê rûdaw nabêt, wate em tuxme dayinemoyi romane. Serçaweyi wergirtinî ruwaw lelayi romaninûs waqî’ û xeyall û fentaziyayi xoyetî. Boyeyş debî hawsengî lenêwan em aw duwaneda bê. wate eger romanêk rûdawekanî pitir waqî’î bûn, ewa karîgerî leser layenî hunerî romaneke debê, beweyi xwêner dezanê em rûdawane le waqî’da hen, kewate pêwîst nîye boyi bas bikrê. Eger xeyal e fentaziya beşêweyekî zor zall bû, ewa rûdawekan ptir le dro nêzik debinewe, bemeyş karîgerî…

Bixwîne

Hêrs: Cebilxaneya Zanîn û Enerjiyê[1] Audre Lorde[2] ji îngilîzî: Fexriya Adsay Nîjadperestî: Nîjadperest bawer dike ku nîjada wî/wê bi awayekî xwezayî di ser êdin re ye û lewma jî di xwe de mafê serweriyê dihundirîne û îma dike. Jin bersiva nîjadperestiyê didin. Bersiva min a bo nîjadperestiyê hêrs e. Ez bi vê hêrsê dijîm, xwe bi wê xwedî dikim, fêr dibim wê bi kar bînim beriya ku ew dahatûya min biherimîne. Wextekê min ev di bêdengiyê de dikir, ji barê wê ditirsiyam. Tirsa min a ji hêrsê tiştek fêrî min nekir. Tirsa we ya hêrsê jî wê tu tiştî fêrî…

Bixwîne