NETEWEPERESTÎ, KOZMOPOLÎTANÎZM Û BÊDEWLETÎ: Hevpeyvînek ligel Craig Calhoun

Barzoo Eliassi – Ji îngilîzî: Umran Aran

Kurte

Ev hevpeyvîna ligel Professor Craig Calhoun, di çarçoveya pirsgirêka bêdewletiyê de li ser mijarên neteweperestî û kozmopolîtanîzmê hûr dibe. Ji salên 1990î de Calhoun li ser neteweperestî, etnîsîte û kozmopolîtanîzmê dixebite. Li gor Calhoun, tevî kemilîna piştneteweyî û kozmopolîtan û tevî redkirina nasnameyên xwedêgiravî tengbîn û kevneperest yên wek netewe an nasnameya neteweyî û welatîbûnê, netewe hîn jî girîng e. Di vê heypeyvînê de, Calhoun rewşa fîzîkî, siyasî û çandî ya kurdên li Rojhilata Navîn û rola neteweperestiya kurd di peywenda bêdewletiyê de nîqaş dike. Calhoun feraseta çînbingehî a newekheviyên nav kurdan û serdestên wan ên li Rojhilata Navîn bi pirsgirêk dibîne ji ber ku li dewletên ew niştecih in newekheviyên Scienceyê ye. Berî niha li Zanîngeha New Yorkê wek Professorê Zanîngehê yê Zanistên Civakî û Dîrektorê Enstîtuya Zanîna Gel xebitiye. Çandî, siyasî û fîzîkî bi nêzikî bi bindestkirina kurdan re vebestî ye. Hevpeyvîn herwiha nêztêkildar e bi nasnameyên diyasporîk re û lêdikole bê welatên ku lê dimînin çawa dikare bandorê li pêkhatina nasnameya diyasporayan bikin û çawa ev welat stendina mafê welatîbûna koçberan dijwar an hêsan dike, ew mafê xwedîbûna mafan (Arendt). Xaleke girîng ku Calhoun nîqaş dike ev e ku him li nav neteweyên bindest (kurd) û serdest (tirk, îraqî, îranî û sûriyeyî) û him jî di nav heman neteweyan de têkiliyên hêzê yên asîmetrîk hene.

Peyvên Sereke: Mafê Çarenûsê, Kurd, Dadgeha Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê, Otonomî, Demokrasî.

Eliassi: Çi te motîve kir ku tu li ser neteweperestiyê binivîsî?

Calhoun: Dema ku Annual Review of Sociology ji min xwest ku li ser vîna takekesî (agency) û zarûreta civakî (structure) gotarekê binivîsim, hingê cara ewil min li ser neteweperestiyê nivîsî. Ez fikirîm ku ew zêde ne balkêş e; ji ber ku zêde razber e û zêde ne eleqedarî wan tiştan e ku li cîhanê diqewimin. Min bersiv ji wan re nivîsî û got ji vîna takekesî û zarûreta civakî bêtir, ku li ser neteweperestiyê gotarekê binivîsim ez ê kêfxweş bibim. Wan bersiv nivîsî û got na ji ber ku em pirsên sosyolojîk ên sereke yên wek vîna takekesî û zarûreta civakî dixwazin, ne neteweperestiyê; ji ber ku ew zêde ne girîng e. Sal 1991 bû, vê yekê kir ku ez bifikirim li ser qutbûna navbera tişta ku mirov li akademiyê difikirin ku girîng e û tişta ku li cîhanê diqewime. Ew, dema parçebûna Yekîtiya Sovyetê û dema hemû wan pevçûnan bû ku li Asyaya Navîn rûdidan. Ez fikirîm ku neteweperestî pir zêde girîng e, lewma min gotarek li ser nivîsî û her çû min bêtir bala xwe da xebitîna li ser neteweperestiyê. Ez bi pirsgirêka piştevanî û dilsoziya civakî (social solidarity and loyalty) eleqedar dibûm. Ez li ser mijarên wek çîn, civat (community), protesto û tevgera kolektîf xebitîbûm. Neteweyek çi ye û em çawa dikarin li ser wê bifikirin? Helbet mirovan bêjeyên wek civata neteweyî bi kar dianîn. Civata neteweyî bi maneya xwe, ne wek civata herêmî ye. Ew metaforek e. Li civatên herêmî têkiliyên xurt hene, mirov hevdu baş dinasin. Civata neteweyî bi pênaseya xwe bêtir razber e. Ev e tişta ku ez li ser neteweperestiyê fikirandim û ev e maneya piştevanî û dilsoziyê li civatên bi skalayeke wisa mezin. Bi dirêjiya salên 80yî, dema ku her diçû ez bêtir difikirîm li ser vê yekê, bi taybetî ez di bin bandora berhema Benedict Anderson a li ser civatên neteweyî mam. Ez di bin bandora tecrûbeyên xwe yên dema xebitîna li ser bizava xwendekaran a li Çînê ya 1989an mam. Li wir min taybetiyeke balkêş dît derbarê bizava xwendekaran de, ya ku xwe bi zimanê zanist û demokrasiyê bi îngilîzî û bi awayekî navneteweyî temsîl dikir; lê herwiha li Çînê wê xwe wek bizaveke neteweyî ya xwexurtkirinê (self-strengthening) temsîl dikir. Min got, baş e, ev çi diqewime li vir? Çima ev qismen neteweyî ye, lê bi maneya asayî ne neteweperest e?

Eliassi: Ji zanyarên ku derbarê neteweperestiyê de nivîsine, pir kêm kes piştgiriya wê dikin û helwesteke rexnekar li dij wê nîşan didin. Sala 2005an di hevpeyvînekê de Benedict Anderson bi eşkereyî da zanîn ku ew piştgiriya neteweperestiyê dike. Li ser pirsek bê ew neteweperest e ya na, Anderson wiha got: “Belê bêguman. Xwedê dizane hew ez heme ku li ser neteweperestiyê dinivîse û nafikire ku ew kirêt e. Heger tu li lêkolînerên wek Gellner û Hobsbawm bifikirî, ew li hember neteweperestiyê xwediyên helwestên pir dijminane ne. Ez bi xwe difikirim ku neteweperestî dikare bibe îdeolojiyeke cazîb. Ez ji hêmanên wê yên utopîk hez dikim.”(Bnr: http://www.uio.no/english/research/interfaculty-research areas/culcom/news/2005/anderson.html).

Gelo tu jî wek Anderson difikirî derbarê vê sekna wî ya pro-neteweperestî de?

Calhoun: Ez bi temamî wek Anderson difikirim. Ev yek beşek e ji mijarên ku ez di pirtûka xwe Nations Matter de nîqaş dikim. Ez nabêjim ku neteweperestî her tim îdeolojiyeke cazîb e, lê ez dibêjim ku neteweperestî dikare bibe hêzek ji bo tiştên baş û dikare bi awayên curbicur mirovan ji xwedbîniya wan dûr bixe. Ez dibêjim ku ew dikare herwiha bibe cihê dubendî û pirsgirêkan jî. Mirov hewl didin ku welatparêzî û neteweperestiyê cuda bikin. Ew difikirin ku welatparêzî tiştekî baş ê neteweyî ye û neteweperestî tiştekî xerab e. Me divê em pirsinî komplîketir û xwesertir bipirsin derbarê neteweperestiyê de. Bêyî piştevaniya neteweyî, demokrasî nikare hebûna xwe bidomîne li cîhana îro. Li dewletên sîteyî ji bo birêkxistina demokrasiyê potansiyel hene, lê îro em ne xwediyê wî tiştî ne. Lê bi rastî demokrasî pir pabendî neteweperestiyê ye û geşedana demokrasiyê jî pabendî vê ramanê ye: ‘kî dikare bibe welatî û kî dikare raya xwe bide’. Ev ramana welatîbûnê bi nêzikî girêdayî neteweperestiyê ye. Ev yek nayê wê maneyê ku divê her kes alîgirekî etnîk ê regezekê û zimanekî be. Gelek rê hene ji bo avakirina neteweyekê wek ku ez di pirtûka xwe de nîqaş dikim. Tu dikarî bi rêyên baş an jî kêmtir baş vê yekê bikî. Hin netewe derbarê întegrekirina xerîban (outsider) de ji yên din baştir in. Şiyana întegrekirina koçberan tiştekî baş e, nexwe hemû neteweperestî neyînî nînin. Ji îlhamê ta bi dilsoziyê, cureyên nîqaşên ku tên kirin li bin xalên wek polîtikaya çîna[3] karkeran wisa dibêje: Belê, em neteweyek in û divê em nehêlin ferqa navbera xizan û dewlemendan zêde mezin bibe û divê em nehêlin herêminî welêt birçî bimînin gava ku yên din dewlemend dibin. Divê em hewl bidin ku li temamê neteweyê bifikirin. Ev tiştekî cazîb e. Heger tu bibêjî em neteweyek in û divê em hemû koçberan ji neteweya xwe dûr bihêlin, ev ne baş e. Neteweperestî dikare ji mirovan bixwaze ku girîngiyê bidin tiştên ku li welatê wan tên serê mirovên din.

Eliassi: Gelo tevî newekheviyên ekonomîk ên mezin ên navbera çînên cuda, bi rastî jî em dikarin wek hevgiriya berwarî (horizontal comradeship) qala ramana neteweyî bikin?

Calhoun: Ez bawer dikim ku neteweperestî bi esasî berwarî (horizontal) ye. Xwedîbûna feraseteke berwarî ya xurt bi serê xwe nikare misoger bike ku tu yê herwiha ne xwediyê pergaleke derîhed newekhev bî. Ji bo ji mirovan bê xwestin ku tiştinan bikin û wê newekheviyê sînor bikin, neteweperestî bingeh e. Welatên ku ji aliyê hikûmetên sosyal demokrat tên birêvebirin bi piranî bêtir wekhev in û demokrasiya sosyal pabendî ramaneke neteweyî ya xurt e. Ev yek nayê wê maneyê ku êrîşên dijbiyan (xenophobic) ên li Swêd û Norwecê, yên li dij koçberan neteweperest nînin. Ev êrîş neteweperest in û dikarin bibin neteweperestiyeke kirêt. Lê dema ku mirov hewl didin ku mînakên herî xerab gelemper bikin, ev pirsgirêk e. Ew meyl dikin ku li Almanyaya Naziyan binerin û li paqijiya etnîk ya li Yûgoslavyaya Berê dinerin. Neteweperestî ev tiştên kirêt e. Lê belê ew li serkeftinan û dilsoziyan nanerin.

Eliassi: Çima neteweperestî ev qasî serkeftî bûye?

Calhoun: Neteweperestî bi taybetî îdeolojiyek e ku pir bi nêzikî têkildarî netewdewletê ye û dihêle ku meriv bersiva pirsekê bide, pirseke ku bersivekê dixwaze. Neteweperestî derbarê van tiştan de ye: ‘Kî li hundir e, kî dikare raya xwe bide, kî dikare pasaportekê bistîne û kî endamek e’. Geşedana dewletê vebestî vê pirsê ye. Geşedana dewletê cureyekî neteweperestiya potansiyel û xurtkirî afirand. Îdeolojiyên din ên wek dîn jî balkêş in. Heta Benedict jî neteweperestiyê ji îdeolojiyên wek lîberalîzm û sosyalîzmê bêtir bi dîn û xizmatiyê re muqayese dike. Em bûne şahidên geşedaneke îdeolojiyên dînî ku bi piranî bi eşkereyî netewebuhêr (transnational) in, mînak Ometa îslamê. Omet li dij dubendiyên nasnameyên neteweyî hatiye sazkirin. Ji misilmanan tê payîn ku bi misilmanên din re yekîtiya xwe dupat bikin. Klîseya Katolîk jî werê ye. Lewma dîn ji bo neteweperestiyê muqayeseyeke baş e. Lê belê navendîtiya dewletan ya di wê rêbazê de ku pergala cîhana modern pê hatiye sazkirin, li gor min, cureyekî talebê çêdike; ev yek taleba bersivekê ye ji bo pirsa bê kî bi awayekî rewa parçeyê dewletê ye, kî mirovên dewletê ne? Û ji ber vê yekê min ewilî qala demokrasiyê kir. Di eslê xwe de neteweperestî ji hêla hewla bidestxistina serweriya gel (popular sovereignty) a li dewletekê tê xurtkirin. Neteweperestî her tim îdeolojiyeke navneteweyî ye; ew ne pirsgirêka netewdewletekê ya zemanekî ye û her tim bi danîna cudahiyekê li nav “ew” û “em” geş dibe. Bi tenê bi rêya fikirîna derbarê “em” de, bêyî “ew” an jî bêyî dijberiya “ew” tu kes nabe neteweperest. Mînak Ewrûpa bû neteweyî di demajoyekê de ku cudahî û dijberî hilberandin û ew dikare ji bo demokrasiyê bizavên dûrsînor (cross-boundary) hilberîne. Tişta girîng gelek caran ramana neteweperest nîne, ramana neteweyî ye. Ev yek ji bo têgihîştina me ya neteweperestiyê kilîl e. Neteweperestî wek îdeolojiyeke polîtîk neteweyê dupat dike. A xeyalî ne li dij ya rast e. Ramana neteweyî ev e: Divê em pev re bixebitin û divê em cudahiyê nexin nav xwe.

Eliassi: Ramana neteweyî bêparbûneke nasnameyê dernabirîne gelo?

Calhoun: Belê, helbet. Ez bawer dikim netewe ne kirûyek (fact) e ku ji berê de hebe. Ne ew tişt e ku jixwe hebe. Hemû netewe bi rêya ragihan û şiyana pevgihînê tên bipêşxistin. Heger rêyên te tunebin, tu nikarî xwe bigihînî temamê welêt ku ev yek dikare hîsa piştevaniya neteweyî kêm bike. Ji neteweyekê ta bi yeka din diguhere bê çi qasê yekîtiyê heye an tê hilberandin. Netewe bi piranî ji hêla saziyên civakî yên wek dibistan û medya û ragihan, guhastin û binesazî, ji hêla hemû wan tiştan ku digihîne pev, tên hilberandin. Ev dikare lawaz bibe û tu întegreyî Ewrûpayê bibî, gelek mirov dibêjin qey piştî întegrasyona Ewrûpayê dê netewe jixweber bimirin, lê ez tu delîlan nabînim ji bo vê yekê. Bi rastî, vî pênc salê dawî yê piştî krîza aborî, tişta berovajî qewimiye. Ji gelek aliyan, Ewrûpa neteweperestir bûye. Lê belê divê em nefikirin ku neteweperestî bi tenê ‘îdeolojiyeke siyaseta rastgir a ji neteweyê cuda’ ye. Li Cîhana Sêyem, mirov hin tiştan ji hev cuda dikin, mîsal dibêjin ez ne neteweperest im lê ez baweriyê bi rizgariya neteweyî tînim. Lê ez dibêjim neteweperestî bi temamî derbarê wê rizgariyê de ye. Rojhilata Navîn mînakeke pir balkêş e. Li Rojhilata Navîn a Ereb, pirsa ‘netewe çi ye?’ heye. Ew ereb e? Neteweperestiya pan-ereb? Bi dirêjiya sedsala 20. neteweperestiyeke pir xurt a pan-ereb hebû wek Cemal Eb-dulnasir (1918-1970). Mîrata wî li nav rejîmên Baasê yên li Îraq û Sûriyeyê hebûna

xwe domand. Neteweperestiyê her tim modernîze kiriye. Mirov argumaninî seyr bi dest dixe li wê qadê ku mirovin dibêjin jixwe netewe li wir hebû û parek e ji etnîsîteya berê (Anthony Smith). Domdarî heye lê herwiha guherînin jî hene. Tê bawerkirin ku etnîsîteyên kevn veguherîne bo nasnameyên neteweyî yên modern (Antony Smith) berovajî vê hinên din ên wek Hobsbawm û Ranger difikirin ku ev tişt hemû kevneşopiyên îcadkirî ne û ew nîşan didin ku ev kevneşopî nagihên demên antîk, lê bi tenê berî bi sed salî hatine îcadkirin. Bi tenê ji ber ku ev kevneşopî ji sed sal berê tên, netewe û kevneşopî wek reel nayên dîtin. Lê belê li vir Hobsbawm û Ranger tênagihên ku tişta ku ew pênase dikin demajoya adaptebûna li organîzasyona skala mezintir û demajoya adaptebûna jiyana modern e (Gellner). Netewe veguherînek e û bi temamî ne nû ye; ji ber ku kokên wê yên berê hene û Smith mafdar e ji vê hêlê. Lê belê netewe herwiha qismen nû ye û ev yek ramana neteweyî bêhukm nake.

Hobsbawm bawer dike ku heger ew bi tenê bikare mirovan qanih bike ku netewe çêkirî ne û cureyekî hişmendiya şaş in, hingê dê netewe nema girîng bin û dê bicehemin; ji ber ku hingê dê hişmendiya te ya şaş hatibe tedawîkirin bi terapiyeke xwendinê ya têkildarî ramana ku netewe hatiye îcadkirin. Ev bêaqilî ye. Hemû ramanên li ser piştevaniyê dikarin xurt û qels bibin û bi demê re bên guhertin. Ez bawer nakim ji ramana hişmendiya rast an jî durist li dij hişmendiyeke şaş. Ez dibêjim ferasetên ‘kî baştir an xerabtir in’ û encamên wan hene. Mîsal tu dikarî ji neteweperestên skoçî re bibêjî analîzên ekonomîk ên Partiya Neteweyî ya skoçî nebaş in lewma divê hûn ji wan bawer nekin an rayên xwe nedin ji bo serxwebûnê û cudabûna ji Îngilîstanê. Lê ne ku tu dest pê bikî û ji skoçiyan re bibêjî ‘ez neteweperestê heqîqî me’, vê yekê neke. Êrîşî neteweperestiyê neke, êrîşî rêbaza siyasî bike û ji bo skoçiyan dê çi baş be, bersivên wê bibîne! Lewma ez difikirim pirê van nîqaşên li ser neteweperestiyê ramanên bêkêr diafirînin, wek vê ramana ku li gor wê ‘hema tu nîşan bidî ku bi dîroka xwe neteweperestî tiştekî nû ye tu dikarî jê xelas bibî’. Tu encama wê tuneye. Ez li ser her neteweyê difikirim, gelo berê ji bo avakirina neteweyê çi girîng bû. Çîn bi rastî ne neteweyî bû berî dawiya sedsala 19. Lê helbet ziman û çandeke Çînê hebû, lê rêzeguherînek pêk hat ji 1890î heta 1910an ku awayê fikirîna mirovan a Çînîbûnê guhert, wê texayula civakî ya civaka Çînê guhert. Geşedana texeyula neteweperest nêztêkildar e bi xelasiya ji împeretoran û derbarê çînîbûnê de nefikirîna bi awayê berê. Ew ne tenê rastgir e lê herwiha çepgir e ku li dij împeretoran derket û xwest ku bi awayekî nû bibe neteweyî û bi vî awayî modernîze bike. Hin komunîstên li Çînê rûxandina cudahiyên çînî (sinifî) derxistin pêş, lê ew komunîstên neteweperest in; ji ber ku hîn jî bala wan tev li ser Çînê ye. Yên din dibêjin ew bi tenê derbarê xurtkirina neteweyê de ye. Him çepgir him rastgir neteweperest bûn li Çînê, ji ber ku armanca wan a sereke xurtkirina neteweyê bû.

Eliassi: Bi te wê neteweperestî mayînde be?

Calhoun: Baş e, ew parçeyekî cîhanê ye. Ez bawer nakim heta hetayê bidome. Di jiyana mirovan de tu tişt ne mayînde ye. Bi geşedana pergala dewleta modern û pergala kapîtalîst, netewe û dewlet têkildarî hev bûne û ne hêsan e ku mirov bibêje ‘dev ji ramana neteweyî berde û bi dewama vê organîzasyona cîhanê bigire’. Heger hin rêyên bi temamî cuda yên organîzekirinê hebûna, hingê dibe ku biguheriya lê ez tiştekî wisa nabînim. Ez hin cureyên vegera fikirîna emperyal dibînim li derinan.

Eliassi: Tu qesta Rûsyayê dikî?

Calhoun: Erê, mîsal ez li Rûsyayê difikirim. Lewra rageşiyek heye di nav neteweperestiyeke xurt a rûs û ramana bêtir emperyal a veavakirina cîhanê de. Lê ev ne nakokiyeke tam e; ji ber ku heger tu li geşedana neteweperestiya îngilîz bifikirî, ew wek împeretoriya wê di heman demê de pêk hat.

Eliassi: Tu nîqaşên hevdem ên li ser pişt-neteweperweriyê çawa dibînî?

Calhoun: Bersiva min a kurt bo vê pirsê ew e ku dijberiyeke şaş heye li hember neteweperestiyê û li cihê ku mirov difikirin ku neteweperestî dimire û em hemû dibin kozmopolîtan, ev yek rewşeke xetere ye (û ji min nepirse maneya vê yekê). Qesta wan cîhanek e, hikûmetek e an çandên tevhev ên li hemû derên cîhanê ne? Hin kozmopolîtanên wek çalakvanên mafên mirovan hene û mirov hene ku li muzîka cîhanê guhdar dikin û bi gelek zimanan dipeyivin. Mirov bifikirin ku neteweperestî winda dibe û em dibin welatiyên cîhanê, ez dibêjim ev husnî zan e. Ma tu dikarî wek welatiyekî cîhanê pasaportekê bistînî? Cureyên spesîfîktîr yên aîdiyetê hîn jî girîng in. Em ji neteweperestiyê berev pişt-neteweperestiyê û ji pişt-neteweperestiyê berev kozmopolîtanîzmê diçin; lewma divê pişt-neteweperestî bi awayekî hişk li dij neteweperestiyê neyê bicihkirin. Ramana kozmopolîtanîzmê xwe dispêre ramana ku ‘me nasnameyên çandî yên paşmayî hebûn û niha em xwe ji wan xelas dikin û dibin parçeyekî cîhaneke kozmopolîtan a maqûltir û rasyoneltir’. Ez difikirim ku tevger ji formeke çandî berev yeka din e. Kozmopolîtanîzm girîngiyê nade paşxaneyên wan ên çînî. Netewe dikarin kozmopolîtantir bibin, mîsal dikarin di warê întegrekirina koçberan de baştir bibin. Hin netewe xwe bi pêş dixin ji wê hêlê de. Almanya welatek bû ku pir xerab bû di vehewandina koçberan de û niha, kêm zêde, biryar daye ku ji bo dahatûya xwe ya aborî divê ew kesên ne-alman baştir întegre bike û wek ew li mala xwe bin bi wan bide hîskirin. Almanya fam kir ku 1) pêdiviya wê bi her cure endezyaran heye, 2) pêdiviya wê bi karkeran heye, 3) gelheyeke wê ya ku pîr dibe heye ku dê ji bo aboriya alman pirsgirêkan biafirîne. Lê pirsgirêk ev e ku almanbûnê îdeolojiyeke têra xwe nexweşbîn hebûye. Berê, alman li ser kozmopolîtanîzmê dipeyivîn wek Immanuel Kant û dûre li ser qebûlkirina îdeolojiyeke ku xwe dispêre raseriya nîjadî. Kozmopolîtanîzm û neteweperestî hemû li Almanyayê hebûn. Ez difikirim dema ku mirov dibin kozmopolîtan, neteweperestî jî di nav wê pênaseyê de

ye; ji ber ku ew ne meseleya kozmopolîtanîzm an neteweperestiyê ye. Ew ne tiştekî wisa ye ku tu dev ji hemû tiştên neteweyî berdî û bibî kozmopolîtan. Divê tu mezintir bifikirî derbarê welatê xwe de, wek vehewandina cudahiyan û pirçandiyê di welatê xwe de û avakirina têkiliyên baş li nav welatê xwe û welatên din ên li cîhanê.

Eliassi: Tu çawa li bêdewletî û neteweperestiyê dinerî?

Calhoun: Tu dikarî wê bikî du awa. Endamtiya neteweyî gunehkar e di afirandina êşa mirovên bêdewlet de. Hannah Arendt dibêje bêdewletî trajediya mezin a cîhana modern e. Çareserî çi ye? Rakirina (abolishing) neteweperestiyê an bidestxistina endamtiya dewletê ye bo mirovên bêdewlet? Ez dibêjim netewe hîn xwediyê hêzeke mezin e û ev yek nîşan dide bê bêdewletbûn çi qasî problematîk e, heta digihê wê astê ku koçberiya bi zorê mirovan ji ehliyetên wan bêpar dihêle. Tu bijîşkek bûyî û dûre tu bûyî paqijvanek an ajokarekî teqsiyê ji ber ku tu ne neteweyî yî. Ez difikirim ku neteweperestî dikare bibe tiştekî baş an xerab ji vê hêlê de. Çareserî ji bo dewletan ne ew e ku bêtir bibin neteweperest, lê belê guhertina behremendiya welatan a vehewandin û qebûlkirina koçberan e. Yek, ez bawer nakim ku rakirina nasnameyên neteweyî vê pirsgirêkê çareser bike, ev yek ne mimkun e û ez difikirim ku ev yek nefamkirina meseleyê ye. Dudu, pêwîst e ku em neteweyê veguherînin civateke bêtir vekirî û qebûlkar. Ez wek Brubaker û Cooper nafikirim li ser ramana “ji nasnameyê wêdetir”. Ev yek kozmopolîtanan tîne bîra min, yên ku difikirin nasname aîdiyetên berê bi kar tîne; ne yên nû ku me qebûl kirine.

Eliassi: Renato Rosaldo di pirtûka xwe Culture & Truth: The Remaking of Social Analysis (1993) de qala têkiliya navbera welatîbûn, çand û hêzê dike û nîqaş dike bê çawa komên serdest ji etîketbûna wek çandî/etnîk direvin û nasnameyên pişt-etnîk an pişt-çandî liyaqî xwe dibînin.

Calhoun: Komên ku vê yekê angaşt dikin hene. Bi min divê em pênaseyên wan ên wek ew ‘ne çandî ne’ an angaşta wan a ku ‘ne etnîk in’ qebûl nekin, lê belê ew têra xwe spî xuya dikin, ew hemû bi îngilîzî dipeyivin û ev yek nayê wê maneyê ku ew ne xwediyên çîn, çand, etnîsîte an nîjadê ne, lê ew angaşt dikin ku wisa ne. Mecbûr em baldar bin ji bo analîzkirina angaştên wan û pênasekirina îdeolojiyên wan. Rast e komin hene ku bawer dikin xwediyên çîn, nîjad û etnîsîteyên derborî (transcended) ne, lê ev îdeolojiyek e; ji ber ku wan hay jê tuneye ku bi awayekî nû bijarte (exclusive) ne. Wan nasnameyeke çandî heye û tu kes tu carî ji çandê bi wê de neçûye. Ez dibêjim mirovin difikirin ku ew çûne, lê belê ev bêtir meseleyeke guherîna çandî ye û mirovin dikarin kêmtir hûr bibin li ser neteweyan. Tu dikarî bibî peywirdarekî hevkariyeke pirneteweyî û bi rastî jî bi awayekî pirneteweyî bixebitî. Fîgurê elît ê tuzel ku li temamê dinyayê digere û bi sê zimanan dipeyive û kozmopolîtan e, lê dîsa jî xwediyê nasnameyeke çandî û çînî ye û muhtemelen xwediyê pasaporteke welatekî ye ku ji bo vî kesî derbasbûna ji sînoran hêsan dike. Lewma ew ne bêdewlet e; ji

ber ku mafê wî yê gerûgeştê, ne di destê bêdewletîbûna wî de ye, lê di destê wê yekê de ye ku ew bi pasaporteke mûteber ji dewletekê tê. Heger te pasaporteke Sûdanê hebe, wê li ser her sînorî pirsgirêk ji te re derkevin. Ji vê hêlê de tibabek asîmetrî û newekhevî hene. Hema bêje ev wek vî tiştî ye: Endamên komên serdest xusûsiyetên/ raserîbûnên xwe şaş fam û nas dikin. Mirovên bindest hay ji vê yekê heye; ji ber ku ew her roj bi van newekheviyan re rûbirû ne. Lê bêlê yên ku serdest in dikarin vê yekê ji bîr bikin, ji ber ku ev ji bo wan dixebite. Ev yek awayekî girîng ê îmtiyazê ye. Heger erebeyek te hebe, mirovên bêerebe nayên bîra te. Her tim jibîrkirina ferqan heye di nav komên xwedî îmtiyaz de.

Eliassi: Li Oxfordê min hevpeyvînek kir ligel kurdekî penaber ê ji Sûriyeyê, digot: Her roj Kurdistan, nasnameya kurd û bêdewletbûn di bîra min de ye. Tu çi difikirî derbarê vê rewşê de?

Calhoun: Dema ku dibêjim neteweperestî dikare carinan baş be wek ku Anderson jî diyar dike, ez hewl didim ku vê yekê rave bikim. A duyem, neteweperestî ne bi tenê çewtiyeke entelektuel e, ku ez difikirim derawaya Hobsbawm wisa ye, ne ew tişt e ku li gor wê divê tu Marx bixwînî û fam bikî ku ji te re nasnameyeke çînî lazim e ne ya neteweyî. Ew kesê kurd meseleyê bi awayekî rast fam dike û bi hîskirinê tenê jî namîne; tê bîra wî ku divê ew tiştinan bike ji bo neteweya xwe û ev yek jî girîng e.

Eliassi: Yek ji kêliyên êşdar ji bo wan kurdên ku min li Swêd û Brîtanyayê ligel wan hevpeyvîn kirin, derbarê vê pirsê de ye: Tu ji ku derê yî? Ji bo gelekan ji wan gotina ku ew welatiyên Swêdê an Brîtanyayê ne, ne bes e bo pirsa mirovan a derbarê aîdiyeta wan de. Ligel vê, gelek ji wan kurdan dixwazin bibêjin ku ew ji Kurdistanê ne. Ew dixwazin xwediyê nasnameyeke Kurdistanî bin. Kesinî ji neteweyên serdest ji Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriyeyê hebûna Kurdistanê red dikin û ji koçberên kurd re dibêjin: Ku bi rastî jî hebe ka Kurdistanê li ser nexşeyê nîşanî me bidin.

Calhoun: Belê, ev bi rastî tu ji ku yî? Dê û bavê te bi eslê xwe ji ku ne? Bi vê maneyê hesreta bo neteweyê pir baş tê famkirin li her welatê ku jimarek mezin a kurdan lê heye. Hakîmiyeta polîtîk a kurdan tuneye li ser welatê wan û ew bi temamî beşdarî birêvebirina welatê xwe nabin, întegreyî wî nabin û ne xwediyên fersendên ekonomîk ên wekhev in li van dewletan. Kurdistan wek pastayekê ye ku Îran, Îraq, Tirkiye û Sûriye her yek parçeyekî jê digire. Lewma li van welatan her yekî, hin kesên din serdest in, an jî îdeolojiyek serdest e û gelek ji wan xwediyên îdeolojiyên serdest ên neteweyî û yên avakirina neteweyê ne. Mîsal Mustafa Kemal Atatürk tirkbûna modern afirand û kurd di wê projeyê de wek pirsgirêk hatin dîtin. Kêm zêde heman tişt li Îraq û Sûriyeyê ji hêla Baasiyan jî hat pêkanîn, ku rejîmeke modernîzeker a neteweyî bû. Heger li dij kurdan ciyawazî tunebûya, heger bi rastî jî ramana neteweyî ji bo her kesî wekhevî pêk anîbûya, hingê wê kêmtir sebeb hebûna

ji bo hûrbûna li ser nasnameya kurd, lê muhtemelen dîsa jî wê bûbûya pirsgirêk. Tu dikarî bibêjî ew zêde zêde çandî ye. Lê belê niha ew her tim û di her rewşê de him çandî û him fîzîkî ye; ji ber ku qebûlbûna li zanîngehan, xwedîbûna pirtûkên bi zimanê te çapkirî, fersendên ekonomîk û carinan mûameleya mirovan a li hember te, ev tev encamên fîzîkî ne. Ev mercên fîzîkî ne ku Hobsbawm wan çewt şirove dike û ji hêla fikra çînê bi serkeftinî nehatine famkirin. Bi rastî ev girîng in. Fikirîna neteweperestî, ramana ku li gor wê ‘divê kurd xwedî Kurdistaneke serbixwe bin’ ji hêla mercên fîzîkî yên jiyanê yên bi rastî newekhev tê perçînkirin, ev ne şaşiyeke entelektuel e. Ev pirsgirêkek e ji ber ku avakirina Kurdistanê dijwar e. Ew dijwar e ne tenê ji ber van dewletên ku kurd lê bindest in, lê kurdên li van dewletan jî bi temamî li hev nakin. Avakirina Kurdistanê him projeya yekkirina kurdan û him jî ya veqetandina kurdan ji yêndin e. Hema bêje ji bo hemû projeyên neteweyî di astên ewil ên pêkhatinê de ev tişt wisa ye. Projeyeke neteweyî mecbûr e ku ligel daxwazeke xurt a xweseriya ji yêndin, yekîtiya neteweyî jî pêk bîne. Ev dikare bi awayên tedrîcî (progressive) bê kirin ligel hin îdeolojiyan an bi awayên pir mutedenî (regressive). Gelek bizavên neteweyî di mijara zayendê de pir xerab in. Ew têkiliyên zayendî yên pederşahî yên pir newekhev dimeşînin û heta ew wan têkiliyan dixin nav ramana xwe ya neteweyî û dibêjin: “Ev kevneşopiya me ye û divê em kevneşopiyên xwe biparêzin.” Lê belê hin bizavên neteweyî cuda ne û dibêjin ku ramana neteweyî ya modern ew e ku jin jî parçeyekî neteweyê ne. Gerek e jin jî xwedî maf bin. PKK nîsbeten serkeftî bûye ji vê hêlê de. Ev yek ji bo bizava rizgariya neteweyî ya Eritrean jî li dar e. Ev komên neteweperest bi piranî bêtir sosyalîst in û derbarê mafên jinan de xwediyên ramanên veguherîner in. Li gor gelek kesên di nav PKKyê de şoreş him civakî û him jî neteweyî ye di heman demê de. PKKyê modernîzekirina jiyana kurdan û têkiliyên zayendî yên di nav civaka kurdan de wek parçeyekî bizava xwe ya civakî û neteweyî dîtiye.

Eliassi: Tu neteweperestiya serdest û ya bindestan çawa dibînî?

Calhoun: Ev pirseke girîng e. Neteweperestî diguhere: A bihesret ku li pey avakirina dewletekê ye, wek a kurdan û filîstîniyan û ya parêzvan ku xwediyê dewletekê ye û divê wê li dij xerîban biparêze, wek a me ya heyî. Di her rewşê de neteweperestiyên serdest û bindest hene. Heta li Fransayê jî hene ku em wê wek pêkhateya ekstrem a neteweyî dibînin. Belê, yekî ji Béarnê bi awayekî bindest e li gor yekî ji Parîsê û aîdî elîtên wir. Li her derê neteweperestiya bindest û ya serdest heye. Neteweperestî di nav qadekê de şikil digre ku tê de rewşa wê diguhere. Ew dikare bibe temamê neteweyê di peywenda rêveberiyeke kolonyal de, lê herwiha ew di nav neteweyê de ye di peywenda nasnameya neteweyî de. Yanî tu xwediyê versiyoneke serdest a nasnameya neteweyî yî li gelek welatan û dema ku li ser neteweperestiyê tê axaftin ev yek bi awayekî hevgirtî nayê famkirin. Ramana ku ew tenê kirûyeke yekîtiya çandî û etnîk e her tim xapîner e; ji ber ku ew her tim projeya daxilkirineke

(inclusion) mezintir an biçûktir e. Û ew ligel cureyên cihêreng ên barê newekhevî û cudayîbûnên herêmî tê. Gelek mirov bi tundî neteweperest in, lê ew nikarin bibêjin ev herêm ji wê herêmê baştir e. Ramana neteweyî divê hinekî derbarê kêmkirina newekheviyan de be, lê her tim ne wisa ye.

Eliassi: Îtalya mînakeke baş e.

Calhoun: Belê, Îtalya mînakeke mukemel e. Çîn mînakeke din e. Li gor ramanekê, Çîna hundir (inner) hinekî bêtir Çînî ye. Li aliyê din li gor ramanekê, heger tu çînî bî hingê tu çînî yî, li aliyekî din heger tu ji wê herêma navendî (Çîna hundir) bî hingê tu bêtir çînî yî. Heger tu ji nasnameya neteweyî ya Hanê bî, tu bêtir çînî yî. Nasnameya Han wek pênaseya nasnameya çînî û çînîbûnê tê dîtin. Lê hin mirovên ji komên din hene li Çînê û ew bi zimanên cuda dipeyivin. Çînî heman zimanê nivîsê ye li her derê, lê zimanekî axaftinê yê cuda heye li parên cuda yên Çînê û bi piranî ji alî her kesî nayê famkirin. Li Çînê, li konferanseke akademîk, gelek caran çînî mecbûr dimînin notên hev bixwînin ji bo ku ji hev fam bikin. Mîsal yek bi kantonî dipeyive û yekî din bi mardarînî. Nivîsîna wan yek e, lê zimanên cuda yên axaftinê û gelek tonên cuda yên van zimanan hene. Reng e ku heman bêje di zimanekî de bê maneya dê û di yekî din de bê maneya hespê. Mesele ev e, hişmendiyeke neteweyî ya xurt heye li Çînê û xwedî li çînîbûnê derdikeve, lê ew di nav xwe de cuda dibe. Hin mirovên li Çînê bêtir lê xwedî derdikevin û gelek caran bi awayekî xurt. Yanî dabeşbûna bindest û serdest, ji têkiliyên navbera welêt û derveyî wî heta hundirê neteweyê bi xwe xuya dibe.

Eliassi: Têgînkirinên (conceptualisations) bêdewletiyê heta çi radeyê guherîne di sedsalên 21. û 22. de. (Ku mirov bi Hannah Arendt dest pê bike)

Calhoun: Zêde. Arendt dibêje bingeha xebata wê ya derbarê bêdewletiyê de li derdora Şerê Cîhanê yê duyem e û têkildarî bêcihûwarbûna mezin a penaberan e. Ramana wê ya bêdewletiyê bi piranî li dora tecrûbeya cihûyan şêwe girtiye, lê herwiha yêndin jî tê de hene. Tecrûbeya cihûyan dîrokeke dirêj a asîmîlasyona qismî, bêdewletî, hesasî û êrîşan e. Taybetiyeke diyarker/xweser a bêdewletiya hevdem, taleba xakê ye. Arendt bi awayekî spesîfîk ne Siyonîst e û piştgiriya Îsraîlê nake. Ji bo filîstîniyan, kurdan û neteweyên din ên bêdewlet ramaneke zelal heye li ser wê yekê bê divê dewleta wan li ku derê be. Pirsgirêk ev e ku ev xakên han wek dewletên wan nayên naskirin. Kurd bi xaka xwe dizanin, lê mirovên din wê nas nakin an jî nahêlin ew bibin xwediyên wê. Bi hin lihevkirin, peymanên mafên mirovan, protokol û saziyên navneteweyî yên bo têkoşîna li hember bêdewletiyê, ji salên 50yî ta bi niha dinya bêtir pevgirêdayî bûye. Me bertekeke bêtir organîze heye ji bo wê. Di vî 30-40 salên dawî de cîhan bûye cihê kapîtalîzma fînansî û globalîzasyona ku bi lez radipelike û li cîhanê di asta koçberiyê de ketinek heye li gorî serdema piştî şer ku hingê pir bilind bû. Hin komên bêdewlet karî endamtiya dewletê bi dest bixin û hinan nekarî.

Lewma bêdewletbûn û di hemû dewletan de hewildana daxwaza hemwelatîbûna kêm zêde, ne rewşeke gelemperî ye. Bidestxistina welatîbûneke fermî zêde bûye tevî ku Ewrûpa niha hewl dide ku sînorên xwe bigire. Guherîna mezin ji zemanê Hannah Arendt ev e ku di 2000î de sitendina welatîbûna fermî bi rastî gengaztir bû, lewma ji vê hêlê de Swêd klasîkek e. Bi stendina welatîbûneke fermî tu dibî swêdî? Du maneyên vê yekê hene. Belê tu dikarî biçî dibistanên swêdî, bi swêdî bipeyivî û bibî xwediyê pasaporteke swêdî; lê belê tu wek swêdiyekî heqîqî nayê dîtin ji ber ku ew tiştekî etno-neteweyî ye. Gelek mirovên hevdem ên bêdewlet ji hêla nasnameya neteweyî bêdewlet in, lê belê ya rast wan statuyeke dewletê heye. Piraniya filîstîniyan dikarin pasaportekê bistînin li Emerîka an Ewrûpayê, lê di awayê ekstrem ê bêdewletiyê de ne; li kampên penaberan dijîn û xwediyên belgeyên UNHCRê ne. Lewma ez difikirim ku bi vê maneyê, bêdewletî hîn komplîketir bûye. Mirovên bêdewlet dikarin bibin welatî li dewletekê, lê belê ev welatîbûn dikare ji wan bê stendin jî. Hannah Arendt jî vî tiştî di xebata xwe de dibêje. Cihû di nav civaka alman de hatin asîmîlekirin û dema ku Nazî hatin, ji cihûyan re hat gotin ku ew êdî ne welatiyên Almayayê ne û welatîbûna wan ji wan hat stendin. Arendt dibêje reng e ku ev yek dîsa pêk bê. Ez dibêjim her tim neewlehî heye, lê ew bi tenê ne ev e. Qesta min ev e ku du maneyên bêdewletiyê hene, rewşa ekstrem a filîstîniyên li Lubnanê dijîn ku belgeyên wan ên gerûgeştê tunene, û rewşa mirovên diyasporîk heye ku belkî her tim neewle hîs kiribin her li kîjan welatî bin, heta ku welatîbûn jî hatibe dayîn bo wan û mafê refaha sosyal û perwerdehiyê û her wekî din. Ev hîskirina bêdewletiyê naçe û belkî çend nifş divê ji bo ku ji holê rabe. Diyardeya “Qereçî” derbarê bêdewletiyê de ye, lê her wiha ew reşkirinek e jî wek ku Qereçî qewmekî xerab be.

Eliassi: Hin kurdên ku min bi wan re hevpeyvîn kir metafora Qereçiyê ji bo bêdewletiyê bi kar tînin, ji bo nexwedîbûna nasnameyeke xakî ya sabît, ji bo rewşa ku ew dixwazin jê birevin û naxwazin pê têkildar bin. Bi rastî xwedîbûna nasnameyeke ne-cihî (non-place) mimkun e gelo?

Calhoun: Cihû mînakeke baş in. Siyonîzmê ji bo cihûyan nasnameyeke cihî afirand li Îsraîlê. Esas siyonîzmê xwest ku bibêje “Me cihûyan cih û xakek divê da ku em nasnameya xwe ya cihûtiyê lê daçikînin.” Nexwe xak gelekî xurt e û her cureyê pirsgirêk û meseleyê derdikeve ji bo xakê wek şer mîsal, lê ew gelekî xurt e. Di heman demê de, nasnameyên neteweyî yên têra xwe xurt hene ku ne xwediyên heman cureyê xaka dewletê ne. Pirsgirêka Maldîvan, gelekî ku ji ber germbûna gerdûnî girava wî di bin avê de dimîne, heger dera ku ew jê ne ji nişka ve biçe herwiha nasnameya wan a neteweyî jî diçe. Dibe ku ew li Awistralya an li derine din bi cih bibin û hişmendiyeke neteweyî biparêzin. Nexwe têkiliyên nav mirovên neteweyî yên li dereke din û yên li welatên bav û kalan meseleyeke pir girîng e. Ez bawer dikim ev yek ji bo kurdan rast e. Tevî ku pirê kurdan nîsbeten bi awayekî li Kurdistanê ne, rêjeya filîstîniyên li derine din pir bilindtir e. Û bi rastî dema ku nasnameya neteweyî bi destê mirovên li derveyî welêt jîndar tê hiştin rewş diguhere.

Eliassi: Hin filîstînî hene, difikirin ku filîstiniyên ku welat terikandin îxanetî xaka neteweyî ya filîstîniyan kirine û rê dane dagirkirin û bicihbûna Îsraîlê.

Calhoun: Li mirovên Îrlandî yên ku hatin YEyê jî wisa kirine. Çima îrlandiyên emerîkî ji Artêşa Komarê ya Îrlandî re pere dişandin? Belê, ji ber ku wan xwe wek sûcdarên diyasporîk didîtin.

Eliassi: Tu têgeha diyasporayeke bêdewlet çawa dibînî?
Calhoun:
Ez difikirim ku têgeh maqûl e û ew pir girîng e derbarê wê yekê de bê mirov çawa bi dewletên potansiyel re ditêkilin.

Eliassi: Tu çi difikirî li ser pêkhatina nasnameya diyasporîk?

Calhoun: Mirovên diyasporayê ji yên li welêt bêtir muhafezekar in derbarê çanda neteweyî de. Ev yek qismen ji ber wê ye ku ew tiştên li wir tînin bîra xwe. Yanî ew xwe bi çandeke neteweyî ya îdealîzekirî re girêdayî dibînin. Mirovên ku li derveyî welatê resen li dereke din in, jiyana xwe û ya civaka li derdora xwe didin ber hev û dixwazin nasnameya xwe û çanda xwe ya neteweyî biparêzin. Ji ber rola wê ya ku di jiyana wan de dilîze, ji bo wan hêsantir e ku çanda neteweyî fosîlîze bikin û ji hêla çandî xwediyên dîtineke muhafezekartir a wê bin. Tu kurdbûnê di jiyana xwe ya şexsî de dijî, yanî dawiya hefteyê an êvarî ew a te ye û ew di ber karên rojane re kêmtir tê dupatkirin. Ew vebestî wan çalakiyên çandî ye, yên ku tu dikarî bi rêya wan bi awayekî kurdbûna xwe pêk bînî. Li aliyê din, kesin li Kurdistanê (di orjînalê de “Anatolia” wer.) dijîn, ew hemû deman û di her cureyê peywendên cuda de kurd in. Li welatê resen ew duparbûna li navbera beşa kurd an a ne-kurd a jiyanê tuneye. Ew muhafezekarî ji hêla vê duparbûnê tê gurkirin li diyasporayê.

Eliassi: Tu çi difikirî li ser têgeha welatiyê bêdewlet?
Calhoun:
Welatîbûn têgeheke dewlet-navendî ye. Ez wê ji şayeseyeke hêsan bêtir wek metaforekê şirove dikim.

Eliassi: Kurdin hene ku tevî rewşa xwe ya madûn jî ji welatîbûna Swêdê/ Îngilîstanê razî ne, lê dîsa jî bêdewletiyê diparêzin, em dikarin vê yekê çawa rave bikin?

Calhoun: Ez bawer im ev yek ji ber duhişmendiyeke li ser ramana ‘me dewletek tuneye’ diqewime. “Em” a ku wek kurdekî ez xwe pê ve girê didim dewletek wê tuneye lê belê, ya min heye, heta ez dikarim pasasporta xwe ya îngilîz an swêd bi kar bînim. Ez dikarim raya xwe bidim û tiştên din bikim. Lê heta ku derê, çi dikare bibe “em”eke maqûl. Yanî gelo tu li Swêdê ji bo ku qala xwe û swêdiyan bikî dibêjî “em”, û tu kengî wisa dibêjî? Tu herwiha di wê hişmendiyê de yî ku di gelek peywendan de tu ne parçeyê “em”ekê yî li Swêdê. Ev “em” û “ew” vê hîsa bêdewletiyê xurt dike.

Eliassi: Bi te bandora “temaşevanên girîng”-bi maneya bandora komên serdest ku zanyarên wek Richard Kiely, Frank Bechhofer û David McCrone (2005) di gotara xwe Birth, blood and belonging: Identity claims in post-devolution Scotland de bi kar anî- a li ser pêkhatina nasnameya mirovên bêdewlet ji vê yekê re sebeb e ku xwe wek bêdewlet pênase dikin.

Calhoun: Belê, ew pir bandorê lê dike. Bi giştî nasnameya serdest bandorê li pêkhatina nasnameya wan dike. Lê belê girîngiya parastina hîsa xurt a aîdbûna ji neteweya mazûban bêtir ya neteweya diyasporîk diguhere li gor wê yekê bê neweteya mazûban çawa te pêşwazî dike û te çi qas fersendên întegrebûnê hene. Yanî te hinek rewş hene, Swêd yek ji wan welatan e ku nîsbeten tu dikarî bi hêsanî bibî welatiyê fermî, lê dijwar e ku tu bibî endamekî çandî; Swêd bi maneya ewil vekirî ye, lê bi ya duyem girtî ye. Ew berovajî YEyê ye, li wir carinan pir dijwar, carinan jî hêsan e stendina welatîbûna fermî. Lê li YEyê hêsantir e ku mirov bibe endamê çandî, ji ber ku xwe-têgihîştina çandî xwe dispêre mozaîka çandên cihêreng li wir. Heger tu çermspî bî, li gor çermreşan hêsantir e ku tu daxilî wê bibî. Ez dibêjim her ku neteweya mazûban întegrekirin, aîdbûn û qebûlbûna wan dijwar dike, mirov bêtir wisa hîs dikin ku nasnameya wan li dereke dûr, li welatê wan maye.

Eliassi: Eleonore Kofman di gotarekê de, Figures of the cosmopolitan: Privileged nationals and national outsiders (2005), ji bo cihûyan dibêje bi awayekî dîrokî wek xerîbên li hundir hatine îdrakkirin, ku qismen dişibe rewşa nîqaşên dijmisilman ên niha li Ewrûpayê. Lê cihû bi awayekî dîrokî bi temamî asîmîlebûyî dihatin dîtin û dîsa jî wek xetereyekê dihatin pêşkêşkirin. Îro, bi nezera komên tecrîdkirî yên ku di civakên paralel de dijîn, li misilmanan tê nerîn li Ewrûpayê.

Calhoun: Ev bi min rast xuya dibe. Mijareke balkêş e ku mirov li ser bixebite: Xerîbên egzotîk kengî cazîb û kengî xerab in. Li Almanyayê, sedsal berê, cureyekî çanda entelektuel hebû ku bi rengekî oryantalîzmeke stîlîzekirî pir nêztêkildar bû bi îslamê re, temelukeke çandî (cultural appropriation) li dar bû, ev tişt qismen ji ber wê yekê bû ku gelheyeke zêde ya misilman li wir tunebû. Misilmanên li wir jî bi awayekî cazîb û egzotîk bûn, ligel ku cihû bo almanan wek pirsgirêkekê dihatin dîtin. Paşê rewş guherî. Niha, hişmendiya alman dibêje misilman pirsgirêk in û ji wan pir zêde li vir hene û ew nasnameya alman diguherin. Çandên misilman êdî ne cazîb û efsûnî ne. Li aliyê din, piştî Holokostê, ji bo cihûyan efsûniyeke cazîb çêbûye; dema ku cihû li Almanyayê xuya bibin, ew diselmînin ku Almanya êdî ne xerab e û ev tişt pir bi erênî tê pêşwazîkirin. Binerin! Cihû li vir in û em wek bav û kalên xwe ne almanên xerab in! Yanî ji bo misilman û cihûyan rewşeke berovajî çêbûye.

Eliassi: Tu dikarî ji bo diyasporayên bêdewlet (mîn. kurd û tamîl) û yên bidewlet (mîn. tirk) tiştinan bibêjî?

Calhoun: Ev meseleya hêzê û du-hişmendiyê ye. Dema ku tu bêdewlet bî, ji bo çûnê, ji bo gerê, an ji bo ku tu tiştinan bikî tu her tim mecbûr î ku dewletên din bi kar bînî. Hesasiyet û zeafiyeta statuyeke birîndar an jî ji ber bêdewtlebûnê marûzbûna heqaretan heye li vir. Mînaka te ya kurdê ku dixwaze bibêje ew ji Kurdistanê ye, lê nikare Kurdistanê li ser nexşeyê nîşan bide, wisa ye. Ev yek birîndariyeke statuyê ye. Heger tu ji welatekî lawaz bî jî, te welatek heye; ev şanaziyek e û tu jî wek hemû kesên din ên xwedî dewlet li ser bingehekî wekhev î. Lê heger tu bêdewlet bî, hingê tu bi awayên cuda xwediyê vê dezavantajiyê yî, û wê timî îhtimala ku heqaret li te bê kirin hebe, tu yê ji ber dijwariya pirsa ‘tu ji ku derê yî’ têkevî bin erdê. Em derbarê vê yekê de çi dikin? Gelek teorîsyenên kozmopolîtan dibêjin ku divê em tev bibin bêdewlet. Lê bêdewletî pir kambax xuya dike, lewma divê em bi rastî jî derfetên endamtiya dewletê ya karîger biafirînin û divê em vekirî bin derbarê ji nû ve xêzkirina sînoran de. Çareseriya ku dibêje bila her kes bibe bêdewlet, bi min zêde ne realîst e. Divê hûn bi her awayî li rewşa mirovên bêdewlet binerin û bibînin ka bê çi derfet hene. Lê ev yek ne hêsan e. Bo kurdan ez texmîn nakim ku Kurdistanek çêbibe, lê belkî du an sê Kurdistan çêbibin, yanî ne Kurdistaneke yekbûyî. Ev yek dê pir zêde rûxîner be ji bo neteweperestiya kurd. Tenê bi gotina em hemû yek in, em hemû kurd in, ew ê ne hêsan be. Wê bibe wek rewşa ereban. Mirov dixwazin bibin ereb lê dîsa jî misrî, tûnisî û lubnanî ne.

Eliassi: Çima tu difikirî ku dema mirovên bêdewlet qala mafê çarenûsa neteweyî dikin, neteweperestiya komên serdest vehewîner (inclusionary) tê dîtin lê ya komên bindest cudaxwaz tê dîtin?

Calhoun: Xwestina dewletekê an xwestina guhertina dewletekê tiştekî hilweşîner e. Heger tu aîdî aliyê serdest ê dewletê bî, tu dixwazî rewşa xwe ya serkariya kontrola polîtîk bidomînî. Ev nayê wê maneyê ku aliyek neteweperest e, yê din ne wisa ye. Gelek emerîkayî gelek caran dibêjin Emerîka ne neteweperest, lê pirçandî ye; lê di rastiyê de ew pir neteweperest e, ji ber ku xwediyê çandeke neteweyî ya pir domînant e û xwedî hêz e ku qanûnan çêke. Komên serdest neteweperest in, lê wê wisa nabînin. Tişta ku tu dikî, tu wê wek serdestiyê nabînî wek tiştekî siruştî dibînî; ev tişt yek ji îmtiyazên serdestbûnê ye. Lê ku tu bindest bî, tu ne xwediyê wê îmtiyazê yî. Tu her tim dizanî ku tişta ku tu dikî di çarçoveya vê têkiliyê de ye.

 

[1] Ev hevpeyvîn cara ewil di vir de hatiye weşandin: The International Journal of Kurdish Studies, Vol 2, No 1: 61-74

[2] Professor Calhoun zanyarekî civakî yê li cîhanê navdar e. Xebatên wî li ser civaknasî, çand, ragihanî, polîtîka, felsefe û ekonomiyê ne. Ew niha dîrektorê London School of Economics and Politikal

[3] The UK based Labour Party

Share.

Leave A Reply