Guftûgoyeke li Pey Pişaftina li ser Kurdan û Bandora Pişaftinê li ser Rih û Hişê Kurdan

MIHEMED ŞARMAN

Puxte: Dewletên mêtinger ne tenê bi darê zorê lê bi rêya pênasekirin, medya û amûrên ragihandinê û perwerdehiyê jî rih û hişê madûnan dihetikînîn. Sedan sal e dewleta tirkan perçeyek ji Kurdistanê dagir kiriye, bi her awayî li her qadê kurd dane ber xencera pişaftinê. Vê yekê kiriye ku gelek kurd ji xwe ji çanda xwe dûr bikevin, bi çavên dijmin li xwe binêrin. Ev nêrina dewleta tirk ya faşîzan, ne tenê li ser kurdên nexwende an jirêzê lê li ser kurdên xwende, siyasetmedar û rewşenbîran jî bandorên xurt hiştine. Ev rêzenivîs wê hewl bide avakirina vê nêrina faşîzan cardin bi bîr bîne û piştre bikeve pey van şopên pişaftina navmalî; van yekan bi mînakên kevn û rojane bide berçav.

Peyvên sereke: Pişaftin, rabêja desthilatdariyê, nêzîkbûna faşîst, nasname.

Destpêk/Hişyarî

Ji damezirandina dewleta tirkan (TC) bigire heya niha derbarê dagirkerî, deshilatdariya jakoben, nijadperestî, zilm û zordariya wan a li Kurdistanê baş xirab keleporek ava bûye. Xebatên li ser dîroka dagirkeriya tirkan her tim rastî astengkirin, cezayên giran û sansorên dijwar hatine; rêya arşîvan ji bo kesên xwedî exlaqekî akademîk û nêrînên objektîf her tim girtî maye. Vê yekê jî asta van xebatan daxistiye. Çi ji ber vê yekê be û çi ji sedema baweriya qewî ya lêkolînerên vê dewleta nû be, piraniya van xebatan bêyî ku li ser dagirbûna Kurdistanê bisekinin û balê bikişînin ser zilm û zordariya rojane, konê çareseriya xwe di nav milkê demokratîkbûnê de, li ser pêşniyazên sivik û erzan vegirtine. Di vî deh salê dawî de tevger û siyaseta kurdan jî dev ji rexneyên xwe yên radîkal û tund berdane; wan jî vegotina xwe li ser asasê van xebatên henûn û çareseriyên nekûr meşandine.[1] Ev hewldan dike ku êdî dîroka talana dewleta tirk were jibirkîrîn, dagirbûna Kurdistanê yekcar bê piştguhkirin. Talûke û nezaniya vê perspektîvê ya herî mezin jî dûrxistina psîkanalîza rihê mirov e; ji bîr dikin ku mirov nikare trawmayan bi çareseriyên erzan bicebirîne; mirov nikare milên jêkirî, piyên şikestî, seriyên daliqandî, zimanê qusandî, bi hebên serêşê, bi pansûman û dermanên hêsan rihet bike. Di dîroka gelan de mînakên wiha pir in, belkî rewşa cihûyan delîla herî mezin e.

Ev rêzenivîs -wek nivîsên berî Zaremayê- hewl dide vegotina enqazan, deq, tesîr û trawmayên pişaftina sedsalan ên li ser rihê kurdan bi çavekî şexsî û navmalî bibîne û veçirîne. Piraniya referansên min jî ji tecrûbeyên şexsî, ji çavdêriyên subjektîf ên li ser xwe, li ser civak û guftûgoyên berdevkên siyaseta Bakur tê. Ya rast ez ê bi zimanekî sar nekevim pey isbateke akademîk, bi min, ji bo çavkaniyên yekemîn ev ne gengaz e jî.

Beriya ku em derbasî mijar û mesela xwe bibin ji bo bîreweriya me ya tozgirtî û hişê me yê hetikî divê em serencama avakirina dewleta tirkan, dagirtina zikê heyûlaya “Turk” bi bîr bînin. Ne carekê ne deh caran her û her em vê bîreweriya xwe zindî bigirin, ji pirsgirêkên rojane, berçav bêtir berê xwe bidin avzêya yekemîn.

Serencama avakirina heyûlaya nasnameya tirkan

Gava kadroyên kiryar û avakar ên dewleta tirkan (jontirk) wek mîrateya şahînşayeke mezin ji Şerê Cîhanê yê Yekemîn derketin, li hember têkçûyineke bêhempa bi saya serê dewletên din yên dagirker û bi xêra avantajên konjektora demê jî li qada şer di navbera salên 1918-1923an de baş xirab çend serkeftinên leşkerî bi dest xwe xistin. Di dîroka tirkan ya fermî de ev serkeftinên biçûk bi destê nûserên nijadperest, pênûsnepixî, dijkurd bi tacên zêrîn hatin xemilandin; rastiya şer, tepisandin û qirkirina gelên netirk (kurd, ermen, rûm…) niyet û armancên van kadroyan bi virr û derewan hatin veşartin û li arşîv û menzelên tarî hatin kilîtkirîn.

Kadroyên ku baş zanîbûn ku li hember ên ji dest çûyî, tişta mayî ne hêjayî tiştekî ye, zend û bend vemaltin; bi enerjiyeke qerase li ser navê muasir medeniyetê dest bi înqilab û guhertinên mezin kirin. Qadeke mezin, kar û xebateke dûdirêj li benda wan bû. Dem dema netewe-dewletên derengmayî bû. Divê her tişt ji nû ve bihata avakirin, bingeha nûjeniyê jî bi felsefeyeke rojavayî û pozîtîvîst li ser peyva “turk”ê ya virt û vala bihata dagirtin. Bi hêrsa têkçûyînê, bi xezeba derengmayîna ji welatên din, bi kilimkoriya rihekî pozîtîvîst, bi xemsarî, bi paşguhavêtina soz û peymanên rojên teng, bêyî heqaniyet û mafdariya hevalbend û dostên xwe yên kevin bi bîr bînin, bi guhên ker, bi dilên kevir hemî kelepor, mîrateyên qedîm hemî netewe û gelên cuda, ol û baweriyên rengîn yek bi yek şewitandin, qelandin, deforme kirin, da ku zikê fireh ê hûtê “turk” dagirin, da ku ew birçiyên salan, qewirandiyên sikakan, koçber û bêbinyadên Asyaya navîn, ji xwe re neteweyeke nû ava bikin.

Ji Kongreyên Zimanî bigire heya Plansaziya Pênç Salane ya Hilrakirinê, Enstîtuyên Gundan, Dezgehên Ziman û Dîrokê ji valahiya qerase, ji heyûlaya hêmaya “turk” re li ser pişta Qaxniyan, bi barên virr û derewan malzeme hatin kişandin. Di vê keftûleftê de rewşenbîr û munewer, leşker û serbaz ketin nav heman karê pişaftinê heya bi vî awayî nasname, dîrok, zimanên gelên niştecih tûşî zilmeke xedar hatin. Gurê pîr, keftarê duhî, veguherî bozkurdê îro heya roja me ev zûrîna guran, xewnereşka bindestan, li ser armanc û encama xwe ya ewil hê jî didome.

Îro ew jî em jî baş dizanin û divê bizanin ku hîmê vê dewletê li ser gora kal û bavê me, sebî û mindalên me ye; haveynê vê felsefeya jorîn bi xwîna serok, xemxur, mêrxasên me meyiyaye. Binê axa me ya dagirkirî bi hestiyên mexdûran, ser axa me bi bîranîn, têkoşîn, xîreta şêrgeleyên me tije ye ku şehadetî ji vê zilmê re kirin û dikin. Wek erkeke exlaqî, helwesteke însanî, peywireke dîrokî, bêgaviyeke psîkolojîk divê ev yekên han neyên jibîrkirin, em gazindar, gumanbar bi israr û îddia, talebkar bin ji bo mafên xwe. Lewre ev yek ji hedê hiqûqê ji perspektîfa siyasetê derketiye, bûye erkeke exlaqî. Du vebijêrk hene li ber destê me: An xwe xapadinek e ku hemî kesayetiya mirov dihetikîne, rihê mirov rezîl û riswa dike; an serhildan û daxwaza hemî mafên eslî ne ku mirov dikin xîretkêş, jixwebawer bi kurt û kurmancî mirov dikin mirov.

Helbet ev pêvajo di halê xwe de, di cihê xwe de nesekinî.

Mezin bû, kemilî, bihêz û bêedeb bû. Dagirkeran bi gotinên xweş, bi modernîzmeke kulek qaşo xwe ji vê rabûrdiyê şuştin, cilên paqij, sakoyên modern li xwe kirin, ji xwe re mît û çîrok û destan peyda kirin, hesin helandin, çiya qelibandin, rûbarê Amazonê tapo kirin, heyv û roj bi navê xwe ve pîne kirin, heya bobelata talanê bi devê helbestvanê mezin Nazim Hîkmet li ser bextê beza hesp û meyînên dijmin hat romantîzekirin.

Dagirker biçûk bû, xwedî rihekî pûç, bêbinyad û koçber bû. Ji xwe ji kula xwe haydar, ji kiryarên xwe bihêvî bû, ji rastiya xwe reviya dîroka derewîn ji xwe re kir şûr û mertal, leşkerên potînreş, zindanên tarî û sar kir nobedar, nav û beynokên nebaş ji xwe dûr xist û avêt ser niştecihan, avêt ser kurdan.

Êrîş (înkar û navlêkirina kurd û mesela Kurdistanê) li ser sê mekanîzmayan bi awayekî sîstematîk bi plansazî wek Şark Islahat Planı [Plana Îslehkirina Şerqê] hat meşandin: Yek ji wan bi perspektîfeke leşkerî ye, bi tedbîl înkar, zordariyê ku di şexsê artêşa tirkan de xwe dide der. Ya duyem li ser rêya zanyariyê di nava xebat û lêkolînên nijadperest de ye; ya sêyem jî bi qismekî feyza xwe ji kelepora vê zanyariyê (!) digirt, bi amûrê ragihandinê (televîzyon, sînema, edebiyat) qûtê derewên xwe alif dik(ir) in. Her çiqas mekanîzmaya yekem (artêş û “çareseriya leşkerî”) van salên dawî çend derb xwaribin jî heman nêrîna xwe didomîne. Ji ber konjektura dinyayê û têkoşîna kurdan, van her sê paradîgmayan jî şert û mercên xwe guhertin bêyî ku armanca xwe ya sereke ji bîr bikin.

Artêşê dengê xwe hinekî qut kir, lê şerê xwe domand (kalekolên van salên dawîn[2]); akademî, zanyariyê jî vegotinên xwe nerm kirin bi quncîknivîsên demokrat, lîberal di nav têgehên wek “kurd jî watandaş in, em bira ne, ji bo Tirkiyeyeke bihêz ew jî lazim in”, bi awayekî xapînok kincekî din li kurdan dirûtin.[3] Kincê pişaftineke henûn, qurnaz; ji wan re kar ji kurdan re ziyan. Amûrê ragihandinê hê jî dil nekiriye ku xwe biguherîne heya bi rêzefilmên wek Şefkat Tepe [Girê Dilovaniyê], ku zaroka Anadoludan Görünümê [Xuyanga ji Anadolê] ye, rola xwe didomîne.[4]

Di vê pêvajoyê de bi van yekan paradîgmayeke zor faşîzan,vegotineke dûrî rastiyê bi hûrgulî ristin. Bi analojî û dîkotomiyan ava bû faşîzm. Ew modern, kurd paşverû; ew baş, kurd nebaş; ew paqij, kurd qirêj; ew qedîm, kurd bêbinyad û kartkurt; ew çêker û avakar, kurd xirabker û talanxwaz; ew yekgirtî, kurd “bolucî[5]”; ew saf û paqij, kurd xayîn û zikreş; ew cîhanşumul, kurd herêmkî; ew devbeş û delal, kurd devbigirêz; ew pantor û papyon; kurd çefiyeke xirbende, şelwarekî erebî; ew zana, kurd nezan; ew efendî, kurd xulam… Heya nav û nîşanên xwe li kurdan kirin, bi sînema, roman, televîzyon, mufredata xwe ya millî hezar carî bi wan dan dubarekirin, qurana xwe ya pîroz bi wan dan xitimkirin û carîkirin, bi mitralyoz, bi G-3, bi F-16yan li nav dilê kurdan dax kirin.

Şopên nêrîna faşîzma tirkan di nav kurdan de

Piştî vê kurtasiya pêvajoya avakirina dewleta tirkan, ku em werin ser meseleya xwe û pirs bikin ka gelo vê talan û zilmê, van navlêkirinên kirêt û vê tepisandina kesayetê di sedsalan de çi zirar dan rih û hişê kurdan. Ji kurdên xwende bigire heya serokan ji siyasetmedaran bigire heya nexwendiyan vê bobelatê çi talan hişt di bîrewerî û dilê kurdan de.

Çend nimûneyên anonîm ji nêrina tirkan ku di nav kurdan de belav bûye

Wek li jor bi kurtasî hatiye xulasekirin, damezirandina dewleteke nû bi her awayî damezirandina mirovekî nû bû. Çiqas wesfê baş û li gorî demê pêşketî ji milkê şaristaniyê hebin jî hem bi awayekî razber hem bi awayekî şênber bi vî kes/î -dewlet- ji nû ve hate pînekirin. Helbet ev pêvajo li hêlekê bi avakirinê, li hêla din bi tunekirinê dimeşiya. Gelên ermen û rûm ku şert û mercên wan bi yên kurdan re tam nedişibiya hev (kurd bi dînê xwe misilman bûn) rastî komkujiyên dijwar hatin. Serhildanên kurdan jî bi heman rengî hatin tepisandin. Yê ku ji holê hatin rakirin, êdî ne problem bûn ji bo dewleta nûjen. Jixwe ew şakî pêxwasên çiyan bûn di çavê dewletê de, divê ji binî ve bihatina îmhakirin. Lê yên ku man, xwedî nav, nîşan, dîrok, xwedî esl û asasekî bûn. Pişaftina ilmî û zanyarî, piştî derfetên bi derbên leşkerî bidestxistî, wê demê dest pê kir. Piştî înkara ku gelekî wekî kurdan nîne –di heman demê de ew jî bi derewa xwe nebawer bûn- hetikandina rih û şexsiyata kurdan dest pê kir. Wek paradokseke îronîk dihate gotin: Belê kurd nînin lê ku hebin jî nebaş in, xayîn û zikreş in; nezan û qerwaş û qirêj in. Çi sifetên nebaş hebin li wan hatin kirin, kurd piştî wex- tinan rasterast ji rêza mirovahiyê derketin û li ser navê van beynokan krîstalîze bûn, baweriya wan bi wan nema, ji bo ku xwe bidin qebûlkirin ketin nav keftûleftên trajîk.

Di dîroka dagirkeriyê de ev yek her tim diqewime, gava mirov li tecrûbeyên reşikan an zilma li ser niştecihan, tevgerên kolonîzekirina îngilîzan hwd. dinêre, heman tişt li wir jî qewimiye. Ya xirab, ev navlêkirin, nebaşkirin, derxistina ji asta mirovatiyê piştî wextinan digihîje armanca xwe. Kesên ku bi her awayî hatine mehkûmkirin, dor li wan hatiye pêçandin, dawiya dawî xwe kêm û nezan dibînin. Ev nexweşî zû belav dibe, dermanê wê bi dijwarî peyda dibe. Ger em bikevin pey vê enqazê em ê di çend xalan de tiştên balkêş bibînin li jêr encama pişaftina bi vî rengî ku li ser rêbaza dîkotomiyan, an dijberiyan hatiye ravekirin. Divê em li bersiva pirsa ‘gelo nêrina dewleta tirk li ser kurdan çiqas bûye para kurdan jî?’ bigerin.

tirkên modern ên paqij, kurdên paşverû yên qirêjî

Gelo mirov bikeve pey vê pirsê “di bîreweriya kurdekî nexwende, nepolîtîk û jirêzê de tirk çi ye, an dema ku peyva tirkan tê bilêvkirin çi di serê wî de derbas dibe?” Heman tiştî mirov ji bo kurdê xwende, zana ku di nava siyaseta kurdan de niha jî çalak e, bifikire mirov dê bigihîje çi encamê? Li ser vê yekê bi qasî ez dizanim lêkolîneke taybet nîne. Li vir hewldana me dê li ser şopa refleks û nêrînên civakî be. Helbet di qada şexsan de wê bersiva vê pirsê were guhertin, lê gelo nêrîneke hevbeş a civakî heye? Hebe li ser kîjan qodan ava bûye? Bi me ji bo ravekirin û dahûrandina bandora pişaftinê ev pirs û lêkolîn pir pêwîst in. Mirov dikare per û baskên pirsê fireh bike, gelo kurdekî ku hîn tirk nas nekirine lê ji hebûna wan haydar e, derheqê wan de çi difikire? Piştî ku tirk bi awayekî rûbirû naskir (koçî bajarekî tirkan kir, an bi tirkekî re kete nava danûstandinekê, an karmendekî tirk hate gundê wî ji bo peywirekê hwd.) çi tê guhertin, çi baqî dimîne?

Beriya ku ez behsa tecrûbeyên xwe yên şexsî an guhdarî, çavdêriyên dost û hevalên xwe bikim dixwazim cih bidim gotinên rewşenbîr û siyasetmedarekî berê yê kurdan, Fuad Onen. Onen di berhema xwe ya balkêş Ray, Raman û Bîranînê (Weşanên Pêrî, 2012) de behsa van yekan dike. Berevajî gelek rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan, Onen bi aweyekî wêrek û pir zelal, a dilê xwe rave dike, tiştekî ku kurd zêde nakin jî li ser difikire, jê encamên balkêş û girîng derdixe. Piştî ku ji Dêrikê ji bo xwendina dibistana navîn (lîse) diçe Stenbolê rasterast dikeve nav tirkan. Helbet wî berê tirk bi awayekî dîtine lê cara yekem wek kurdekî xwe di nava ewqas tirkî û tirkîbûnê de dibîne. Piştî pirsekê Onen wiha dibêje: “Gava ku ez hatim dibistana navîn û lîseyê jî di hişê min de tirk derewîn, tirsonek, bênamûs bûn. Tîpolojiya tirkan di hişê min de wenî çêbûbû. Ez difikirîm ku temamê stenboliyan hem derewîn, hem tirsonek, hem jî bênamûs in, fehma min werê bû” (r.55-6).

Beriya ez vê nivîsê binivîsim min ev yek pir caran ji dehan kurdan pirs kiriye. Di bersivên wan tevan de kêm zêde xalên hevbeş hebûne, piraniya wan jî li ser nêrîna kek Fuad bû. Min bi xwe jî cara yekem tirk di şexsê mamosteyê gundê xwe de nas kirin[6]. Ew û jina xwe hatibûn gund, jina wî servekirî, xwediyê cil û bergên modern (!) bû lê gava ji bo perwerdehiya lîseyê ez çûm bajarekî tirkan di serê min de çarçoveyek hebû. Ev çarçove jî li ser bîreweriya min a naskirina mamosteyê min ê dibistana seretayî, gotin û beynokê bavê min ên li ser tirkan û amûrê ragihadinê yanî ji televizyonan bû.

Min wer hizir dikir ku tirk tirsonek in, ji ber ku cil û bergên wan dişibin yên mirovên televizyonê, ser û guhên wan paqij bûn hem li ber min hem jî li ber gundiyan, ew ji me pêşketîtir, paqijtir bûn; lê di xîretkêşiya namûsê de qels bûn.

Kurdan modernîzm an amûr û sembolên modernîzmê bi rêya tirkan nas kir[7]. Tirkan ev yek bi her awayî bi kurdan da jiberkirin. Hem ji şert û mercên kurdan ên erdnîgariyê ku piraniya wan bi xwedîkirina lawiran, bi çandiniyê re eleqedar bûn û kurdan ev yek jî li gorî xwendin û karmendiyê, paşverû didîtin gelek caran dibû sedem ku tirkan modern û pir paqij terîf bikin. Ev nêrîna anonîm û subjketîf heya derekê di halekî xwezayî de diqewimî lê piştî ku televîzyonên taybet vebûn û ketin Kurdistanê, dibistanên tirkan gihîştin her deverê Kurdistanê, bi tîpolojiyên erjeng û qirêj kurd hatine sembolîzekirin. Hin ji van, ji nezaniyê pirê van jî ji mudaxaleyeke îdeolojîk qewimî ku “cumhuriyet” li ser hatibû avakirin. Ev xal dike ku mirov vê nêrinê wek yekcar mudaxaleyeke siyasî û bipergal binirxîne.

Piştî wextan çiqas ev yek hatibe guhertin jî helbet zeng û arava vê yekê di rihê gelê kurd de cih girtibû. Di dirûvê xwe yê ewil de nebin jî ray û ramanên vê yekê îkameyên tiştine din bûn. Bi rêzefîlmên tirkan ên li ser “tore”ya kurdan, bi roman û çîrokên populer, heya niha jî gelek kurd cil û bergên xwe kar û xebatên dê û bavê xwe bi mantiqeke sar û erzan dide ber hev û xwe dûrî milkê şaristaniyê dibîne. Di mînakên jêrîn de em ê li bandora vê nêrîna seqet bigerin ku ji milkê faşîzma tirkan tê û di nav kurdan de ji nû ve ji dirûvên cuda tê afirandin.

Bandora nêrîna tirkên modern, kurdên paşverû di roja me de

Cil û bergên kurdî û eşîrvanî

Li zankoyê di salên 2000î de, me cil û bergên Mesûd Barzanî li xwe danetanî. Bi me paşverûtî bû ku wî li qada navneteweyî û di civînên navdewletî de bi israr ev cil û berg li xwe dikirin. Lewre ev cil û berg nedişibiyan yên tirkan –tirk modern bûn. Tawanbarkirina Barzaniyan bi peyva feodaliyê an eşîrvaniyê ji nimûneyên nêrîna faşîzma tirkan di nav xwe de dihewand. Kelepora kurdî, eşîrvaniya kurdan wek erkeke paşverû, nezan, dûrî modernîzmê dihate nirxandin. Bêyî ku sosyolojiya eşîrvaniyê bizanin, bêyî ku hay ji xebatên sosyolojiyê yên nû û hêja wek -Levî Straus- hebin, gelek kurd hê jî vê çanda xwe ya domdar, ku li ser bingeheke qedîm ava bûye, ji binî ve red dikin. Lê dîroka mirovatiyê û kelepora sosyolojîk baş diyar kiriye gelek, an neteweyek encax dikare li ser çandeke dûdirêj, sermiyanekî qedîm xwe biguhezîne û ji nû ve ava bike.

Dîsa em ji bîranîn û pirtûkên gelek siyasetmedarên kurdan dizanin ku kurdîaxaftin jî bi heman erka veşartî dihate tawanbarkirin. Her çiqas li ser navê enternasyonalîzmeke derewîn dûrketina ji kurdiyê heta derekê îdeolojîk bû jî, kurdîaxaftin hêjayî meseleyên modern û entlektueliyê nedihat dîtin. Ez difikirim ku ji ber vê raman û mantalîteyê siyasetmedarên kurd bi kurdî napeyivin û hewl jî nadin ku kurdî hîn bibin.

Mînakek ji axaftineke Sırrı Sakık dikare di nav vê çarçoveyê de were şîrovekirin. Sakık li ser hilbijartina 2014an a şaredariyê, çûyina xwe ya Agiriyê wiha rave dikir: Ez vê yekê ji bo çareserî û aştiyê dikim, wer nebûya ji bo çi min ê ji Enqereyê berê xwe bidaya bajarekî wek Agiriyê xizan. Helbet mirov dikare di çarçoveya vê nêrîna seqet û hetikî de li pey peyva xizaniyê peyva paşverûtiyê bi hêsanî zêde bike. Enqere bajarê tirkan, Agirî yê kurdan, Enqere paytextê tirkan, Agirî paytextê serhildaneke bêhempa ye lê di nezera Sakık de çûyîna Agiriyê windakirina îrtifayeke seyr e.

Mirov dikare şopên nêrîna “tirk modern pêşketî, kurd qirêj paşverû” di gelek fîlm û berhemên kurdan de bibîne. Her çiqas bi xwe kurd be jî Mahsun Kırmızgül fîlmên xwe bi tirkî çê dike lê mijarên xwe ji meseleya kurdî digire. Fîlmê Mahsun ji serî heya binî vê nêrînê mafdar û meşrû derdixe. Lê ji dêvla Mahsun Kırmızıgül em ê li ser kurtefîlmekî kurdî bisekinin, ê Ferid Karahan bi navê Beriya Tofanê. Di vir de ev nêrîn zîl dide, bi her awayî radibe ser piyan.

Beriya Tofanê

Kurtefîlmê Ferid Karahan li ser bûyereke rast hatiye honandin. Di 2012an de li navçeya Amedê, Liceyê keçeke kurd bi navê Ceylan Önkol pê li mayina mêtingeran kir û bi awayekî tund jiyana xwe ji dest da. Her çiqas ev bûyer bi rojan di çapemeniyê de bû meseleyeke sereke jî weke gelek meseleyên din bêyî cezakirina failan ji teref dewleta tirkan ve hat nixumandin.

Fîlm li ser du çîrokan ava bûye: Yek çîroka Nûh pêxember, yek jî jiyana Ceylanê ya rojane. Ceylan keça malbateke xizan e. Bav yekî dîndar lê bêrehm e. Keça xwe naşîne dibistanê. Dê yeke dilsoz, henûn û bêçare ye, her tim bêdeng e. Mamosteyê dibistanê tê bavê Ceylanê hişyar dike, gefan lê dixwe, dibêje ku tu keça xwe neşînî dibistanê ez ê ji rêveberiyê re bêjîm. Bav bi devekî qeşmerî derewan dike, diçe malê li nav mala xwe ji mamosteyê tirk re dide çêran. Li gorî nêrîna bavê wê Ceylan êdî mezin e, ya mêran e, ne hewce ye here dibistanê. Lê mamoste dev ji Ceylanê bernade, bi du sê leşkeran tê mala Ceylanê, bav ji bêgavî diçe amûrên dibistanê distîne ku Ceylanê bişîne dibistana tirkan. Ceylan ji ber ku naçe dibistanê bi hesret her tim di ber dibistanê re diçe û tê, bi awirên dilbijok li hevalên xwe yên di tanga xwe de dimeyzîne, ji bêkarî ji xwe re li derûdora gund digere, heya bi teqînekî dimire.

Bavên wek bavê Ceylanê li her deverê hene, li Kurdistanê jî hene helbet. Ev çîrok rasterast çîroka Ceylanê bi xwe be jî meriv dikare bibêje têra xwe pariyek ji rastiyê girtiye. Lê ku mesele, bû meseleya kurdan an honandina hunerî, meriv nikare bi vê para biçûk a rastiyê ji milkê rasteqîniyê biaxive. Lewre Kurdistan hatiye dagirkirin. Kurd bi salan rastî pişaftinê hatine heya navendên pişaftinê yên herî girîng dibistanên tirkan bi xwe bûne. Perwerde û pişaftin her tim bi hev re têkildar e, ev yek ne rastiyeke veşartî ye; têra xwe zelal û eşkere ye.

Di fîlmê de yê nebaş tenê bav e. Ev bav merivekî paşverû ye, ji bîlî bav herkes rola xwe ya dîrokî dike, peywira xwe tîne cih. Mamoste ji bo şaristaniyê tevdigere, ji ser û sikûmê wê diyar e ku mamosteyeke modern e, bi ser de jî jin e. Leşker ji peywira xwe ya rasteqîn a dagirkeriyê, armanca xwe ya elzem a kuştina kurdan û talankirina Kurdistanê hatiye şuştin, di vir de bûye avakerê edaletê, çareserkerê mexdûriyeta Ceylanê.

Neçûna dibistanê di vir de dibe sedema herî mezin a mexdûriyet û kêşeyê. Derhêner parçeyek ji heqîqetê girtiye wek rasteqîniya herî mezin pêşkêşî me dike. Halbûkî di tevahiya rastiyê de ev rastiya rojane tena serê xwe dereweke mezin e.[8] Ew dibistan ne ji bo başî û zanyariyê ava bûye; ji bo pişaftinê ye. Ya balkêş Karahan ev jî ji bîr nekiriye, di fîlmê de zarok her tim sirûda nijadperest ku wek “Andımız” tê zanîn dixwînin. Ku dibistan ev tişt be çima neçûna Ceylanê dibe mexdûriyetek? Neçûna Ceylanê mexdûriyet be hebûna dibistanê, rola wê ya di dîroka kurdan de feramoş dibe. Tişta ku rasterast dikeve nav çarçoveya me kesên dagirker hemî tirk in û baş û modern in, kesên kurd an mexdûr an jî nezan, cahil û paşverû ne.

Wek li jor jî diyar e bi mudaxeleya dewleta tirk, bi dagirbûna Kurdistanê bi gelek awayan prototîpa tirk û kurdan hate avakirin û nasandin. Di serî de pênaseya kurdan ji hêla tirkan dihat qebûlkirin, dûre bi awayekî sîstematîk ev pênase ji hêla kurdan bi xwe jî hat qebûlkirin. Her çiqas gelek tişt hatibin guhertin jî hê ji serok û siyasetmedarên kurdan bigire heya kurdekî ji rêzê an hunermendan şopa vê faşîzmê heye. Faşîzma tirkan li ser destê pêşengên siyaseta kurdan û di hafizeya gel ya anonîm de ji nû ve tê afirandin. Ya seyr û balkêş ev e ku ligel ku ev kurdên navborî, xwende û pêşengên civakê ne, yên ku di vê aravê de herî zêde digevizin dîsa ew in.

Helbet ev hafizeya anonîm e ku Gramsci qala wê dike li ba rizaya bi dil ve girê dide. Hem rizaya li hember dagirkerî û dîktatoriyê hem jî korbûna li ser dîroka xwe, bi xwe re tîne. Îro dagirker li Kurdistanê bin jî û derkevin biçin jî ev yek êdî problemeke pir mezin e. Li ser me kurdan tevan geh kêm geh zêde heye, pariyên wê li nav vegotina me belav bûne, konê xwe li ser hiş û zimanê me vegirtiye. Axaftina me ya li ser siyasetê, di hewldana çareseriyê de xwe ji nû ve jîndar dike. Lewre ziman û peyv, têgîn ne yên me ne, em nikarin ji wê çarçoveyê bi hêsanî derkevin. Loma ev hafize, ev kelepor, ev enqaza di vî halê dorgirtî de têra xwe problem e, cih nade fikrên nû, dest û derfet nade dengên cuda, hêzê nade fikra azadiyê, qewirandina dagirkeran. Lê dawiya dawî jî bêderman nîne.

Em ê di nivîsa xwe ya piştî vê de bi vê sernivîsê Tirkên Îdareker, Avaker, Kurdên Pevçûnhez, Şerker, Nezan, Xayîn mijarê bidomînin.

 

[1] Ku mirov bixwaze mînakeke balkêş a herî berçav bide, serhildana Şêx Seîd xweş mînak e. Berê, ev serhildan wek tevgereke têkoşîna neteweyî dihat pîrozkirin, niha ev serhildan di nav siyaseta PKKê de bi tezên Tirkiyeyê yên fermî tê nirxandin.

[2] Van çar pênç salên dawî nêzî 620 kalekol li Kurdistanê hatine avakirin. Ev kalekol têra xwe qewî û modern in, bêyî çekên zor qewî, bêyî hêzên artêşên asimanî ne gengaz e werin hilweşandin.

[3] Van salên dawî gelek nivîskar û pêşewayê qenaetê li ser kurdan dinivîsin bi awayekî çareseriya demokratîk pêşniyaz dikin. Bêyî ku dagirkeriya Kurdistanê perçeyên din, hafizeya qirêj bi bîr bînin; kesên wek Hasan Cemal, Cengiz Çandar, Oral Çalışlar ku berê bi awayekî şêwirmendê serokwezîran bûn, têkiliyên wan bi artêşê re hebû heya di salên 90î de ji çend kesên bijarteyî ku karîbûn akredîteyê ji arteşa tirk bigirin ev bûn. Di dawiya her nivîsa xwe de berjewendiya dewleta tirk, çareseriya demokratîk bi bîr tînin. Yanî ev kes baş dizanin dermanê vê birînê vegerînin li ba rihetî, bihêzbûna dewleta xwe vê yekê jî înkar nakin. Ev kes û rola wan di dewamiya vê rêzenivîsê de dê berfirehtir bête nirxandin.

[4] Belkî pêwistiya vê pasajê bi çend mînakan heye. Romanên wek Cemo û Memo, lehengên filmê Yeşilçamê, bernameyên Levent Kırca ku kurd her tim devbigirêz û nezan dida nişandan, rêzefilmên li ser “tore”yê (Bnr. Umran Aran, Zarema, hej. 2. r. 114-27.), romanên nûjen wek Mutluluk, En Uzun Gece (Bnr. Ayhan Oztunç, Zarema, hej. 3. r. 113-22.).

[5] Gava mêtinger axekê dagir dikin pênasekirin û danasînê ji nû ve ava dike heya mexdûr û madûnan dixe nav çarçoveya van sifetên nebaş. Bölücü, xayîn hwd. ev peyv jî têra xwe rolek girîng digirin di dîroka mêtîngeriya tirkan de. Lewre gelek kurd bi hêsanî dikevin vê dafikê dixwazin van sifetên nebaş ku dagirkerê wan (bavê wan î nû) li wan kiriye berteref bikin dikevin nav hewldanan. Lê ev hewldan ev tazyîka qewirandina van sifetan yek car rih û hişê madûnan dixe destê mêtinger. Belkî ya baş ew e mirov yek car van sifetan qebûl bike an hîç poz pê neke heya ku bandora wan bişikîne, derba wan berevajî bike.

[6] Di vir de mirov dikare îddia bike ku gelek ji kurdên li gundan (wextekî piraniya wan li gundan bûn) tirkan ne bi kesayeteke ji rêzê nas dikin, piranî tirkên xwende, xwedî peywirekê an xwedî erkeke dijwar, hêzeke bêhempa (qereqol, çawiş, leşkerên tirkan ên li Kurdistanê) dikin; helbet tesîra vê yekê ji li ser bîreweriya me heye.

[7] Ji bo agahdariyên berfireh ên vê meseleyê bnr. Emê Tu dikarî di Tariyê de jî Tirkî Biaxivî, Mihemed Şarman, Zarema, hej. 1. r. 36-42.

[8] S. Zizek di pêşgotina pirtûkekê de li ser du fîlmên ku li ser êrîşa cotavahiyên bazirganiyê yên Amrîkayê di 11ê Îlonê de qewimiye mealen wiha diaxive: “Ev her du fîlm parçeyek ji rastiyê ji xwe re dikin mijar, hemî sedem û malhaziriya vê komkujiyê li derveyî balafiran dihêlin, tenê li ser mexdûriyeta rêwiyên balafirê dimeşin. Ev manîpulasyona dîrokê têra xwe îdeolojî ye. Derhêner di hilbijartina mijarê de, di daberkirina bûyerê de têra xwe polîtik e, têra xwe meyldar e. Halbukî ev kes rasterast nebin jî, bi awayekî bûne sedemên zilma li ser “terorîstan” (B. Diken, C.B.Laustsen, Filmlerle Sosyoloji, Stenbol: Metis, 2008, r. 13.) Heman tişt di fîlma derhênerekî kurd de ku gelek hatiye ecibandin, di “İki Dil Bir Bavul” de jî diqewime. Mijar di çavê serdestan de tê ravekirin, mamoste ku ji nifş û nijada xwe yek ji serdestan e bi roleke masûmane bêyî armanca xwe ya Kurdistanê bikole bikeve pey rola dibistanê notir tê nîşandayîn. Halbûkî hebûna wî bi xwe li wir polîtîk e û têra xwe jî siyasî ye. Hemî tundwarî, qedexebûna zimanê kurdî di ava sempatîzma xwendekarên kurd, niyetbaşiya mamosteyê tirk de, xwedêgiravî bû hunera mînîmalîst, tê şuştin û şolîkirin di fîlmê de. Fotografekî piçûk ji menzereya berfireh gelek caran dike ku mirov bişehite, bixape. Ev form zêde li mijarên wiha nayê.

Share.

Leave A Reply