Nûrealîzma Îtalî, Yilmaz Guney û Hêvî

PIŞTÎWAN KEMAL

JI SORANÎ: MÊHDÎ JAFARZADEH

Hin hunermend bi awayekî berhemên xwe diafirînin ku ti pêwendîyeke jîyana wan li gel berhemên wan nîne û dibe mirov bêyî têgihîştina ji jîyana wan hunermendan li ser berhemên wan lêkolînan bike, hin hunermend hene berevajî vê yekê ne, jîyana wan karîgerîyeke zêde li ser berhemên wan danîye. Yilmaz Guney yek ji wan hunermendan e ku jîyana wî gelek bandor li ser berhemên wî yên hunerî danîye.

Em dikarin li ser komek nimûne ji jîyana Yilmaz Guney vekolin û bi vî rengî em têbigihêjin ka çawa jîyana wî bandor li ser berhemên wî danîye. Guney dibêje: “Dema ez zarok bûm hevalekî min hebû navê wî Silo bû, ew jî kurê cotkarekî hejar wek bavê min bû. Kurên axayan em neçar dikirin ku em lîstika hesp û faytonê bi wan re bilîzin, dîyar bû ku em hesp in û ew jî faytonên xwe bi me ve girêdidin û wan dixwest em li pêşîya wan bibezin. Carekê Silo nexweş ket, nexweşîyeke kûr û dirêj, ew birine bajêr ku çareyekê jê re bibînin lê Silo wek mirîyekê, bi faytonê anîn, êdî ji wê rojê pê ve ez qaîl nebûm di lîstika kurên axayan de bibime hesp.”

Piştî wê em dibînin ku Guney heta dawîya jîyana xwe li hemberî nedadwerîyê disekine, ne tenê li hemberî nedadwerîyên li ser xwe, belkî li hember hemû nedadwerîyên li ser kesên din jî disekine. Jîyana çîna hejar û mafbinpêkirîyan dike fîlm û li ser van xebatan jî tê zindanîkirin û gelek salan di zindanê de dimîne.

Her wisa Guney li ser yekemîn zindanîbûna xwe dibêje: “Sala 1955ê ku hîn ez xwendekar bûm bo kurteçîrokekê bi tuhmeta propagandaya ji bo komonîstê hati me dadgehîkirin. Hikûmetê li ser kurteçîrokekê ez bi awayekî dûr û dirêj dadgehî kirim.” Ew berdewam dike û dibêje: “Min çîrokek belav kir ku behsa rewşa jîyana jineke ciwan û hejar dikir ku çawa bûbû qurbanîya tepeserkirin û çewsandina civaka feodalîtîyê. Tawana wê jinê helbet ji riwangeha hikûmetê ve, ew bû ku ew li hemberî kesayetekî feodal sekinîye û pê re gotîye; ‘rojek tê ku dawîya we jî were.’” Desthila daran ev hevok hildan û Yilmaz bi wê tawanbar kirin ku bangeşe bo komonîzmê dike. Dadgehê heft sal û nîv zindan jê ra birî û li ser wî sepand û paşê hikma wî kirine sal û nîvekê. Êdî bi vî rengî Yilmaz bo yekem car bi tuhmeta bangeşeya bo komonîzmê dixine zindanê, bêyî ku wî çîroka xwe li ser bingeheke komonîstî nivîsîbe, belkî wî xwestibûye jîyana asayî û rojane ya xelkê neqil bike ser çîrok û fîlmên xwe. Piştî ku Guney tê zindanîkirin ew dest bi xwendina pirtûkên Karl Marx, Friedrich Engels û Vladimir Lenin dike. Yilmaz, wan salan wek dibistanekê dihesibîne ku karîye têda zêdetir li ser nihêrîn û fikirîna ku dixwest li ser bixebite, danîye. Ew li tevger û bizaveke sînemayî digere ku bikaribe niêrîn û fikrên xwe têda binimîne û veguhêze ser wêneyan. Yek ji wan tevgerên ku wê demê karîgerîyeke zêde li ser temaşevanan hiştîye, tevgera nûrealîzma Îtalî ye ku li Îtalya hate duristkirin û paşê li piranîya cihanê belav bû.

Eger kesek temaşeyî dîroka bizavên sînemayî bike, dibîne ku hindek ji wan bizavên sînemayî cihê xwe di nav temaşevanan da vekirîye ji ber ku di wan bizavan de huner girîngîyê dide mirov. Wek nimûne derhênerên girîng yên pêla nû li Fransayê, Jean-Luc Godard û Francois Truffaut ji rewşa sînemaya Fransa ya salên pêncîyî razî nebûn û di wê bawerê da bûn ku divê derbareyê wê rewşê de tiştekî wisa bê kirin. Piştî şer jî fonksyona nûrealîzma Îtalî tenê hunerî nebû, belkî ji ber pêwîstîyan ji dayîk bû. Ev mesele wisa dike ku pênasekirina vê bizavê zehmet bibe û herwisa sedema girîngîya wê ew e, tevî piranî fîlmên nûrealîzm ji alîyê tema û mijara fonksyonê ve hevbeş in, lê di heman demê de rêya wan cîyawaz e bo nîşandan yan jî xebitîna li ser mijarê.

Taybetmendîyeke dîyar a fîlmên nûrealîzmê ew e ku hemû li derveyî studyoyên fîlman hatine girtin, berevajî berhemên sînemayî yên wê serdemê li Hollywoodê. Hokara derketina derve û çûna nava kolanan ew bû ku studyoyên sînemayî li Îtalyayê ji ber şer bi temamî hatibûn wêrankirin û pêwîstîya wan bi pere hebû bo nûjenkirina wan. Wênegirtina li derveyî studyoyê bû sedem ku sirûşteke realîstî bo fîlmên nûrealîzm bê çêkirin. Bêguman vê çendê karîgerî li ser riwayetkirina fîlman danî. Di piranîya fîlmên nûrealîstî de, cihê wênegirtinê bi xwe dibû karekterekî nava fîlmê, fîlmsazên nûrealîst jî bivênevê, wisa dikirin ku ew cih bi xwe çîroka xwe yan dîroka xwe riwayet bike. Wek Brent Jay Piepergerdes di pirtûka dubarewênekirina netewe de amaje pê dike: Fîlma nûrealîzm û şertên piştî şer, ji şahkarên nûrealîzm “cih û şûn tê guhertin û ji nava studyoyê diçine nava kolanan, wêne karîgertir dibin.” Mekan roleke karîger digire bi taybetî di fîlma Rosellini ya bi navê Almanya sala sifrê. Fîlm bi wêneya salona kevn û wêranbûyî dest pê dike bi dawî dibe, ev jî malwêranîya şer nîşanî me dide ku wan di wê serdemê de dîtîye. Dîtina Edmond, kesayetê sereke yê fîlm, dema ku gorê dikole, ev pirs di serê temaşevanan de çêdibe ka gelo bi rastî xelkê wê demê karîne di ciheke wisa da bijîn. Eger şer karîgerîyeke bi wî awayî li ser salonên mezin bihêle, ev karîgerî li ser şexs û bi taybet jî zarokan, dikare bigihêje asta teqînê. Almanya sala sifir di jîyana Rosellini de hertim dimîne. Berevajî fîlmên wî yên din, kesayetê sereke zarokekî Almanî ye. Em aşina ne li gel kesayeta zarokan di fîlmên dram ên bihêz ên Vittorio De Sica. Wek Piepergerdes dibêje:

“Wêneyên nûrealîst, zarokan li derveyî sîstema perwerdehîyê dihêlin û zarok divê li gel wan qeyran û arîşeyên ku di jîyana asayî de rûdidin re rûbibû bibin da ku ji jîngeha piştî şer rizgar bibe. Zarokan ji paqijbûna xwe dûr dixin, ew bê parêzvan dimînin û ji ber hilweşîna malbatê, ji ber karîgerîya şer, sêwî dimînin, ew neçar dimînin bi xwe xwe xwedî bikin. Ewlehî û dilnîyatîya nav malê namîne dema ku law divê rola dabînker bo malbatê li xwe bigirin û keç jî rola çavdêrker.”

Desika zarokên bêguneh wisa bi kar dihîne ku karîgerîyeke hestyarî li ser temaşevanan dîne. Eger wek nimûne em li fîlma Bîsîkletdiz binêrin, karîgerîyeke zêde li ser xelkê hiştîye ji ber ku xelk jîyana xwe bi çavên wî zarokî dibîne. Tevî ku em nikarin karekterê Edmond di fîlma Rosellini de bi hêsanî wek bêguneh tesewir bikin, Rosellini rûyeke din a meseleyê nîşanî me dide û cext dike ku şer bi awayekî pir xerab karîgerî li ser Almanya danîye. Wek bandora wî ya xerab li ser Îtalyayê, hîn jî mirov nikare biselimîne ku Edmond zarokekî baş û bêguneh e çonku di dawîyê de ew bavê xwe dikuje. Rosellini dixwaze nîşan bide ku ev kirdarên Edmond qanûnî û asayî ne ji ber ku hokarên van tiştan ev hejartî ye ku şer bo neteweya wî anîye. Ev mebest jî bi rêyên xwe yên taybet bi dest dikevin. Piştî çêkirina fezaya exlaqî di flîm de ku herî zêde dem bo vê tiştê hatîye terxankirin, Ew di heman demê de li ser yekûyeka karekteran dixebite da ku bala wan biçe ser kirdarên Edmond. Wek ku di nivîsa Lawro Venturida hatîye behskirin bi navê “Roberto Rosellini”, piştî binyaddanîna jîngeha pêwîst “Rosellini dikarî bi temamî fokosê bixe ser lêwik da ku ew tiştê dixwaze bi dest bîne, bi nîşandana hesta wî zarokî, dema lîstina li kolanên wêran yên Almanya, çûna hêdî bo ser avahîyên wêranbûyî û paşê jî xwekuştin.”

Fîlmên nûrealîst gelek caran hewl didan karekterekî biafirînin ku ji karîgerîyên şer hatibe rizgarkirin û di dawîya fîlm de pevgihîştin hebe. Di rastîyê de, kêşeyên aborî û hejartîyê temayên herî dîyar ên vê rêbazê bûn. Kirdara karekteran li fîlmên nûrealîzm, bi awayekî giştî xebat li ser qeyranên aborî yên piştî şer kirîye. Di piranîya fîlmên nûrealîzm de takekes yan malbat tên dîtin ku kêşeya wan ya bi destxistina xwarina wan a rojane heye. Ev halet wisa li wan dike ku karekterê/a sereke tiştekî bike ku di haleta asayî de divê neke. Ev mesele pir hêsan di fîlma Bîsîkletdiz ya Desika de tê dîtin. Antonio karekterê sereke piştî ku demekê bê kar dimîne, karekî peyda dike ku pêwîstîya wî bi bîsîkletê heye, cihê raketina xwe û hevjîna xwe difiroşe bo ku hinek pere bi dest bixe. Di yekemîn roja xebata xwe de, dema ku Antonio karê daliqandina postiran dike, bîsîkleta wî tê dizîn. Tevî ku Antonio û Bruno bi hûrbînî li wê taxê li bîsîkletê gerîyan lê wan ew peyda nekir. Di wê demê de, Antonio naxweze rîsk bike û carekî din bêkar bimîne loma ew jî bîsîkleteke din didize, bi vî rengî ew jî dibe bîsîkletdizekî din. Di vê nimûneyê de, wek ku temaşevan qenaet bi vê yekê dihîne ku dizî tenê rêya li ber pîyên Antonio bûye. Em dikarin bibêjin ku ev tevger deyndarê şahkarên Desika ye di çêkirina karekterên pir durist ku temaşevan dikare wan karekteran hest bike ku li ser ekranê dibîne. Serkeftina Bîsîkletdiz an her şahkareke din a nûrealîzmê pişta xwe bi wê rastîyê qaîm dike ku piranîya derhênerên nûrealîst pişta xwe bi jîyana xwe girêdane ji bo mijara fîlmên xwe. Wek ku Piter Bondanela di pirtûka xwe ya bi navê nûrelaîzma Îtalya heta niha de behs dike:

“Kontrolkirina hemû fîksyon di fîlmên nûrealîst de, yan herî kêm di piranîya wan de, ew bû ku wan fîlman behsa kêşeya yekser dikirin, çîrokên xwe yên herî nû dikirin senaryoya fîlm, ronahî dixistine ser karekterên bawerkirî ku bi piranî çavkanîya xwe ji jîyana rojane ya Îtalyayê wergirtibûn.”

Sînemaya nûrealîst a Îtalya û felsefeya Marks û Yilmaz Guney:

Sînemaya nûrealîzm a Îtalyayê pişta xwe dabû paşxaneya felsefeya Marks. Yilmaz Guney wek yekem nûnerê vê şêwazê di sînemaya Tirkîyeyê de bi sînemaya şorişgerane tê naskirin. Sînemaya Yilmaz Guney pişta xwe daye paşxaneya felsefeya Marks, Oçakan bi vî rengî qala sînemaya Guney dike: “Azadtirîn proseya eqlî ya marksî ku di bazara sînemaya Tirkîye de rûpelek bo xwe nekarîye peyda bike û wek xwestekek di nava mêjîyê komelek derhênerên dîyar de mabû ku bêşik ew jî sînemaya Yilmaz Guney bû.” Guney karekter û çîrok ji arîşeya di navbera çînên civakê û fişara zêde li ser hejar û çîna êşkêş de derdixistin, wisa ye ku “çîrok û fîlma xelkê hejar û êşkêş rastgoyane li ser ekranê tên dîtin û xelkê nîşan daye ku xebata Guney çiqas bi dilê wan bûye û Yilmaz rêz li wan girtîye ji ber wan hestên rastî ku di êşên wan de hebû.”

Alîgirên Guney bi giştî çep (komonîst û sosyalîst) dibêjin ku ew sînematografekî mezin bûye û sînemaya ku wî avakirîye berî wî bi ti awayî tunebûye. Kesên ku Guney red dikin jî bi giştî rast û lîberal in, dibêjin Guney çep bû û sînemaya xwe sîyasî kirîye û xebatên wî gelekî ji rastîyê dûr in, rexne lê digirin û ji bîr dikin ku sedema wê yekê bûyerên neminasib di jîyana wî ya taybet de bûye. Yilmaz Guney û ew fîlmên ku salên 70ê çêkirine bi awayekî xweber bûye beşek ji goftûgo û mijara derbareyê sînemaya nasyonalîstî û şorişgerane de, Ozgoç qala Yilmaz Guney dike wek kesayetekî karîzma û wek dîrokekê behs dike ji ber jîyana wî ya neasayî û tecrubeyên wî di sînemayê de. Wek nîşandêrekî sînemaya şorişgerane ku dikoşe çîrokê bi rengekî vebêje ku dixwaze ji îdeolojîya desthilatdaran dûr bikeve. Guney hewl daye jîyana neasayî ya xelkê li dijî wê fikirînê, li ser rêya Marksîst-Lenînîstî nîşan bide, loma jî di sînemaya Tirkîyeyê de, sînemaya şorişgerane tenê muhtacê fîlmên Guney e.

Guney di sala 1972ê de tê desteserkirin û li zindanê nihêrîna wî li ser çînayetîyê tê guhertin, wê yekê jî roleke girîng di fîlmên wî de girtîye bo bihêz nîşandana îdeolojîya şorişgerane. Wî ew tecrubeya xwe ya tahl wek proseya fêrbûna şorişa marksîst-lenînîstî behs kirîye. Guney wisa behs dike ku bîr û bawerîya giştî, îdeolojîya desthilatê wergirtîye û ew îdeolojî hêza desthilatê ye. Karekterên Guney tenê li ber kamerayê xwe wisa nîşan nadin belkî ew di jîyana rastîn de ne. Ew dibin kesek ji xelkê, dema ku amaje bi xelkê tê kirin, dibin sosyalîst dema ku behsa çîna karker tê kirin, dibin existentialism dema behsa mirovdostîyê tê kirin, dibin maoist dema behsa şorişê tê kirin.

Mirov dikare bo dîtina rûya nûrealîst di fîlmên Guney de xwendinek li ser fîlma hêvî ya Guney bike û zêdetir vê mijarê zelaltir bike. Guney, fîlma hêvî sala 1970ê dahêna û heta niha jî di jîyana wî ya fîlmsazîyê de maye û ji alîyê gelek kesên ku nihêrîna wan ya sosyalîstî û komonîstî heye, ew wek “pêşketîtirîn, şorişgertirîn û çalaktirîn xebata hunerî ya sînemaya Tirkî” tê hesibandin.

Fîlma hêvî behsa jîyana kesayetekê dike ku navê wî Cebar e û Guney bi xwe rola wî dilîze. Faytoneke Cebar heye û ew ji ber zordarîya axayê gund diçe bajêr. Fîlm behsa malbateke mezin ya Kurd dike. Cebar rojane bi faytonê dixebite û du hespên wî yên westîyayî hene û faytona xwe ya kevn li dû wan girêdide. Xeyala wî bilêta pîyangoyê ye û hertim xewna wê dibîne ku rojekê gelek pere bi rêya pîyangoyê têkeve destê wî. Jîyana wî xerab e û gelekî deyndar e, wî hêvîya xwe li kirîna bilêtên pîyangoyê girêdaye.

Yilmaz Guney di jîyana xwe de kesayetek bû ku qet hêvîyên wî neşikestine û ti cih û şûnekê rê li ber kar û xebatê wî nekarîye bigire bêyî ku ji wan karên xwe poşman bibe û xebata xwe rawestîne. Di wan salan de nameyekê bo hevjîna xwe Fatmeyê, dinivîse û wisa dibêje: “Min di jîyana xwe de gelek azar û ezîyet dîtin, lê jîyan şîrîn û xweşik e. Tu di jîyana xwe de ji xelkê hez bike û alîkarîya wan bike, wisa bike ku ew jî ji te hez bikin. Di jîyana xwe de bêhêvî mebe û bi dilxweşî û şahî bi zehmetîyên jîyanê re rûbirû bibe.”

Tevî nebaşbûna jîyana wî, rojekê erebeyek li faytona Cebar dide û yek ji hespên wî dimire. Cebar bêguneh e lê bêhêz û bêdesthilat e. Bêguman di fîlmên Guney de qanûn tenê bo mirovên bêhêz û bê desthilat tê icrakirin, loma jî polîs Guney wek sûcdar dide nasîn. Di wê demê de Cebar dixwaze hinek kelûpelên xwe bifiroşe, te lebkar tên hesp û faytona wî difiroşin û di nava xwe de parve dikin, bêyî ku Cebar bikare li hemberî wan raweste.

Hesen hevalê Cebêr hertim xewna hebûna gencîneyekê dibîne û dixwaze bi rêya nivişt û falê, wê peyda bike. Piştî ku êdî ti hêvîyên Cebêr namîne, ew li gel Hesen dest bi gerîna li pey gencîneya veşartî dike. Piştî demekê Cebar ji wî karî bêhêvî dibe û li pey tiştekî rastîn digere ku bikaribe hinek pere bo malbata xwe peyda bike. Dest bi gerîna li çîrokên fantazî dike. Cebar di dîmenekê de li gel komek faytonçîyan beşdarî xwepêşandanê dibe, lê pir zû Guney wî karekterî ji jîyaneke têkel a nav sîyasetê derdixe û ew dûv fantazîyên xwe digire.

Girîngtirîn dîmena fîlm dibe ku dîmena gerîna li pey gencîneya veşartî be. Piştî ku demeke dirêj ew li pey gencîneya wendabûyî digerin û wê peyda nakin, Cebar destên xwe ber bi asmanan ve bilind dike di wê çola berfireh de diqîre. Ew dîn dibe.

Batal li ser fîlmên Guney wisa dibêje; “Ev fîlm ji riwangehên cîyawaz de nîşandana kesayeta rastîn dike.” Erselan jî dibêje: “Fîlma Hêvî vegotineke girîng e di sînemaya Tirkî û sînemaya Guney de.”

Erdelan Kiral derbareyê fîlma Hêvî de dibêje: “Fîlma hêvî kevirê bingeha sînemaya Tirkî danîye, ew wek destpêka hemû destpêkan hatîye danîn. Yekem car e ku di dîroka sînemaya Tirkî de wisa eşkere mijarên rastîn tên nîşandan û tên ber çavan, loma bo yekem car di dîroka sînemayê de dîmeneke sade tê çêkirin ku rûdawên jîyana rojane riwayet dikin, ne wek tiştekî çêkirî ku pirî caran tê dîtin.”

Dimitris Zaynakis debareyê fîlmê Hêvî de dibêje: “Yilmaz Guney ji jîyana rojane ya gel wêne girtîye loma rûdawên nava fîlm wek belgeyên zindî tên hesibandin û şahid in bo hejartî, paşketîbûn û çewsandina gelê bindest.”

Di dawîyê de ez dixwazim amaje bi vê yekê bikim ku Yilmaz Guney pir bi hêsanî karîye sûd ji jîyana xwe werbigire, di hemû şert û mercên têdayî de, karîye karê xwe bike ku ev jî temayeke pir girîng e di sînemaya nûrealîzma Îtalî de. Eger em fîlma Bîsîkletdiz ya De Sica wek nimûne bibînin, xuya ye ku dawîya fîlm zelal nîne, ev mesele wisa dike ku temaşevan his bike hîn negihîştîye dawîya fîlm û hêvîya temaşevan hebe bo gihîştina dawîya fîlm. Guney dema ku li kolanên Tirkîyeyê dimeşîya, fîlm li ser wan kesan çêdikir ku di nava kolanên Tirkîyeyê de dimeşin. Karekterek afirandîye ku xelk xwe lê nêzîk hîs bike. Dema temaşevan li fîlmên wî dinêrin, xwe di nava karekter de dibînin.

Rojekê Yilmaz diçe gundê dîya xwe û li wir eskerîye dike, li wir çîrokekê dinivîse ku paşê ew çîrok dibe hewîna fîlma Kerî, dema ku tê zindanîkirin li ser kesayetên ku li zindane nasîne fîlman çêdike. Ew demeke dirêj li zindanê dimîne û zindan dibe temayeke girîng bo Guney da ku rastîyên jîyana takekesên Kurd nîşan bide. Ev xwesteka Guney bo nîşandana takekesê Kurd, beşeke girîng ji taybetmendîyên sînemaya nûrealîzm a Îtalî ye.

Share.

Leave A Reply