Tehlîlek di Peywenda Teorîya Monomîtê de li ser Çîroka “Meymûn Xanim û Mîrze Memûd”

ŞERÎF KAYA

Puxte: Carl Gustav Jung, gelemperî bi xebatên xwe yên li ser psîkolojîya analîtîk tê nasîn, wî bi nêrînên xwe yên li ser derhişê hevpar û arketîpê hewl daye sembolên gerdûnî yên di xewn û mîtên mirovahîyê de veşartî mane, eşkere bike. Şopînerê wî, Joseph Campbell jî di nava wê sembolîzma hevpar de bala xwe daye ser arketîpa “leheng”ê û vegotina hevşibînên honakî yên di çîrokên gelêrî de bicîbûyî wek “monomît” pênase kirîye. Çerxa monomîtîk, qonaxên lehengê yên veqetîn, kemilîn û vegerînê ku di çîrokên gelêrî de mîna hev in, îfade dike. Têgehên derhişê hevpar, arketîp û monomît ji zû de ye di tehlîlkirina berhemên wêjeyî de tên bikaranîn. Em ê hewl bidin di vê xebatê de yek ji wan çîrokên gelêrî ya bi navê “Meymûn Xanim û Mîrze Memûd” wê di peywenda teorîya monomîtê ya Joseph Campbell de tehlîl bikin.

Peyvên Sereke: Joseph Campbell, monomît, arketîp, “Meymûn Xanim û Mîrze Memûd”

Destpêk

Bingeha hemû çandan mirov e. Mirov ew kirde ye ku hem çandê diafirîne hem jî watedar dike. Ji ber wê jî tevn û honaka hemû çîrokên dinyayê mîna hev in û heta ku çîrokên gelêrî tenê ji alîyê mirov ve werin hilberandin, ew hevşibînên gerdûnî jî li her derê dinyayê dê mîna hev bin. Zanistên ku li ser mirov hûr dibin, ji bo ku bikaribin mekanizmayên van hevşibînan rave bikin, hin teorî çêkirine. Carl Gustav Jung jî bi nêrîna xwe ya psîkanalîzê hewl daye sedemên hebûna van hevşibînên gerdûnî derxîne holê. Li gorî nêrîna C. G. Jung a psîkanalîzmê, mirov her çiqas di erdnîgarîyên cihê de bijîn û mensûba çandên cuda bibin jî ji ber bandora hêzeke hevpar a di kesayetî û ruhê wan de heyî meyl dikin ku nirxên mîna hev biafirînin. Ev hêza di pêvajoya çêkirina nirxên mîna hev de bibandor e, li gorî hinek zanyaran ji welidînê pê ve di mirov de çêdibe û pêş dikeve, ji alîyê C. G. Jung ve jî ev yek wek derhişê hevpar hatîye binavkirin. Li gorî nêrîna derhişê hevpar, her mirov bi hindek zanyarîyan ve tê dinyayê. Ev zanyarîyên ku ji welidînê ve bi her mirovê re hene pergaleke hevpar saz dikin.

Çaxa ku mirov diwelide hin meylên xwe yên tevgerî wek fikirîn û pêhesîn û têgihîştinê jî bi xwe re tîne. Qonaxên geşedana van meyl û hêmayên veşartî, ji alîyê jîyana şexsî ve tên şêwandin. Di nava mirov de hêmayeke gelemperî ya dinyayê ku tê de welidîye, ji dema welidînê û vir ve şax berdide. (Jung, 2005: 64)

Meriv dikare derhişê hevpar wek sedema hevşibînên gerdûnî pênase bike. Hêmanên bingehîn ên mekanizmaya xebitîna derhişê hevpar, arketîp in. Arketîp, tê wateya mînaka ewil, hêmaya bingehîn û modêla ewilîn. Bi saya arketîpan, mirov bêhtir dikare li ser dinyayê serxewt bibe û dikare tevgerên xwe yên şaş bi alîyê pozîtîf ve pêş bixe. Hêza arketîpan a li ser çêkirin û beralîkirina derhişê hevpar nîşan dide ku ew bi xwe gerdûnî ne. Bi gotineke din her mirov xwedî heman arketîpên bingehîn in.

Arketîp, di hin kiryarên mirovan de, bi taybetî jî yên bi fikirîn û çêkirinê ve têkildar de derdikevin holê. “Hêmayên ewilîn (arketîp) gelemperî di xewnan de lê digel vê di sembolên hunerî, folklorîk û mîtolojîk de jî derdikevin pêşberî me.” (Burger, 2006: 159)

Em dikarin bêjin ku arketîp, di demên afirînerîyê de ji nû ve radibin ser xwe. Ar- ketîpên bingehîn ên ku ji alîyê C. G. Jung ve hatine pênasekirin, “persona”, “sî (shadow)”, “anîma-anîmûs” û “ez” e. Arketîpa “personayê” ew rûpoş e ku meriv dikare pê re di nav civakê de bi cî bibe û hêvîyên civakê bipejirîne. Arketîpa “sî”, têkilîyên zayend-şexsê bi keys dike. Arketîpa “anîma” û “anîmûsê” alîyê femînen ê mêran û alîyê maskûlen ê jinan nîşan dide. Arketîpa “ez” jî ew serpêhatî ye ku mirov dixwaze tê de xwe realîze bike. “Armanca hemû mirovan xwe realîzekirin e, dixwazin xwe pêk bînin. Ji bo ku bigihîjin vê armancê divê ji rêyeke aloz û tevlîhev derbas bibin.” (Yanbastı, 1990: 52)

Di vê peywendê de “ez” lehenga mirov bi xwe ye. Loma jî ji bo ku leheng bikaribe xwe pêk bîne divê ji hin pêvajoyan derbas bibe. Erê, arketîpa lehengê di teorîya Jung ya derhişê hevpar de xwedî cihekî taybet e lê yê ku li ser vê hûr bûye Joseph Camp bell e. Campbell, di pirtûka xwe ya Kahramanın Sonsuz Yolculuğu de qala vê angaştê dike: serpêhatîya lehengê di nav hemû çandên dinyayê de bi awayekî mîna hev hatîye şêwandin. (Campbell 2010: 33) Ew di vê berhema xwe de rêwîtîya çerxî ya arketîpa lehengê bi rêk û pêk dike, bi awayekî pergalî saz dike. Campbell ev rêwîtîya çerxî wek “monomît” bi nav dike. Ew ji tevgera jîyanê û binyata ku her û her dubare dibe, sûd werdigire û têgîna monomîtê dişibîne herikîna zayîn, jîyan, mirin; bihar, havîn, zivistanê. Qonaxên veguherînê yên wek pêlikên derenceyê, ew binyata monomîtîk e ku veqetîn, kemilîn û vegerînê di nav xwe de dihewîne û leheng, bi saya wan dibe leheng. (Campbell, 2010: 51) Ev qonaxên bingehîn bi binbeşan ve hatine berfirehkirin. Pêvajoya çerxî wek pîvana monomîtê, di qonaxên ku hatine vegotin bi awayekî sembolîk pêk tên. Di eslê xwe de ev pêvajo bi qodên gerdûnî yên ku di ruh û derhişê hevpar ê mirovahîyê de hene, realîze dibe. Ev çerx di çîrokên gelêrî de jî tê dîtin. “Serpêhatîya lehengan a çîrokên gelêrî jî mîna ritûelên inîsîyasyonîk e ku ji malbatên xwe dûr, hindek ezmûn derbas dikin, dikemilin û vedigerin welatê xwe.” (Rank, 2016: 43)

Çîroka “Meymûn Xanim û Mîrze Memûd” di pirtûka Hecîyê Cindî ya bi navê Hikayetêd Cimeata Kurda-1 de cih digire (Cindî, 2014: 238-259), ev gotar jî hewl bide ku vê çîrokê di peywenda çerxa monomîtîk de tehlîl bike.

  1. Qonaxa veqetînê

1.1. Banga serpêhatîyê: Di vê beşê de ji bo şexs dest bi rêwîtîyê bike sedem derdikevin holê û bi vî awayî banga serpêhatîyê tê kirin. Ev rêwîtî, ji bo çareserkirina pirsgirêkên şexsî ye. Di piranîya çîrokan de cihê ku divê leheng xwe bigihîne, di serî de tê ragihandin ku leheng berê qet neçûye wan deran. “Ji ber ev menzîla ku van kesan dane pêş xwe, bi tengasî, dijwarî û bi derd-kulan ve tijî ye, vegera wan ewqas ne hêsa ye. Ji bo vê yeke jî navê vî welatî, danîne ‘welatê hat-nehatê’.” (Alakom, 1994: 10)

Rêwîtî ji kêmasîyan ber bi temambûnê; ji nezanînê ber bi zanînê ve diçe û diqede. “…kîjan qonaxa jîyanê dibe bila bibe, bang, her tim… bi nepenîya veguherînê ve perdeyê radike.” (Campbell, 2010: 65-66) Banga ku di pêvajoya destpêkirina serpêhatîyê de derdikeve holê, yan dengekî hundurîn e yan jî vexwendinek ji derve ye. Vexwendina derveyî bi piranî ji alîyê nûçegihanekê ve te kirin. Nûçegihan ew hêman e ku tevgerê dide destpêkirin. Nûçegihan mirov be yan nebe ne girîng e. Her tiştê ku lehengê ji bo tevgerînê vedixwîne dikare bibe nûçegihan. Em dikarin ji çîrokê vê beşê nîşan bidin:

“Cimaeta padşê cavê didine padşê: ‘Padşa te digo jina Mîrze Memûd meymûn e, te qe nedigot jina Mîrze Memûd horî ye…’

Mîrze Memûd tê ji Meymûn Xanimê ra divêje:

– Bavê min divê bira here bêje Meymûn Xanimê, bira carîke (carîyeyeke) xwe bide min, wekî ez xwe ra bistînim

Meymûn Xanimê dîna xwe daê, wekî nikare destê xezûrê xwe derxe, Meymûn Xanim û carîê xwe va destê xwe lev dan, bûne sê kevotka û firîyane ber pencerê, gotin:

– Mîrze Memûd, Mîrze Memûd, em îdî çûn, hergê hatineke te heye pirsa şeherê Şaê Bilûrvan bike û were.” (Cindî, 2014: 243-244)

Piştî vê bûyerê leheng mîna ku xwe di bin zext û zorîyê de hest bike, tirs dikeve dilê wî. Her çiqas malbat wî teselî dike jî ev nikare bêyî Meymûn Xanimê bisekîne û dixwaze li pey Meymûn Xanimê biçe. Em dikarin bêjin, banga nûçegihanê tesîr li ser leheng kirîye. Ango krîza windabûna Meymûn Xanimê banga serpêhatîyê ye. Di vê qonaxê de dinyaya asayî ya lehengê û taybetîya wî ya mirovî derdikeve pêş. “Li dijî asayîbûn û xwezayîbûna lehengê, nûçegihana serpêhatîyan bi gelemperî derasayî û derxwezayî ne.” (Campbell, 2010: 68) Lê ji her tiştî wêdetir, Meymûn Xanim dizanîya ku Mîrze Memûd li pey wê were ji ber wê bê rawestan çû welatê bavê xwe, ku Mîrze Memûd berê qet neçûye vî welatî. Pirsa ji kû dizanîya, meriv dikare wisa bibersivîne: Meymûn Xanim di destpêkê de xwe wek meymûnan nîşan dabû lê dîsa jî Mîrze wê qebûl kiribû û wek qismetê xwe girtibû cem xwe û ser de jî bavê wî yê padşa ew herdukan ji qesrê qewirandibû. (Cindî, 2014: 239)

1.2. Redkirina bangê: Di vê beşê de vexwendin, carna nayê qebûlkirin. Leheng, fêhm dike ku serpêhatî wê pêvajoyeke dilteng bîne. Ji lew re rewşa ku tê de ye çiqas xirab bibe û ew rewşa xirab bi ihtîmaleke mezin di encama serpêhatîyê de çareser bibe jî nikare cihê ku lê welidîye biterikîne.

Campbell, vê redkirinê wek tirsa qutbûnê ya ji malzarokê pênase dike. (Campbell, 2010: 74) Mîrze Memûd di çîrokê de bi awayekî cuda ji vê tirsê hatîye rizgarkirin:

“Dya wî dîna xwe daê, wekî Mîrze Memûd pir li ber xwe dikeve, dya wî got:

Mîrze Memûd, hergê tu li pey Meymûn Xanimê herî ez ê bi te ra bêm.” (Cindî, 2014: 245)

Wek tê dîtin tirsa qutbûna ji malzarokê bi saya dîya Mîrze çareser dibe û li pêş serpêhatîyê ti asteng namîne, çi hundirîn çi jî ji derve.

1.3. Alîkarîya derxwezayî: Di vê beşê de leheng ji bo ku bikaribe li hemberî dijminan bisekine û bi ser bikeve hindek alîkarî -bi gelemperî- ji alîyê alîkarekî bîyanî ve jê re tên dayîn. Alîkarî ligel objeyekê dibe ku bibe fikirek yan jî serbendek. Yên alîkarîyê didin û alîkarîyê ku tê dayîn li gorî çandan diguhere. Di çîrokê de qralê şêran, berîya ku veguherîna eslî di beşa zikê balînayê de biqewime, alîkarî dide Mîrze Memûd û du heb şêr dide wî. (Cindî, 2014: 246) Sê heb perê kevokan jî wekî hemû alîkarên çîrokê alîkarîyek derxwezayî ye, ev per di dema rihetkirina çavên xwe de pir bi kêrî Mîrze tên. (Cindî, 2014: 253) Di her qonaxê de Mîrze bi saya wan alîkarîyan nêzî armanca xwe ya mezin dibe.

1.4. Bihurîna ji derazînka ewil: Derazînk, ew kêlî ye ku berîya wê jîyana asayî heye lê piştî wê pêvajoya lehengbûnê dest pê dike. Qonaxa ewil a berîya veguherînê ye. Ji bo namzeta lehengîyê ew perde ye ku berîya wê dinyaya ji rêzê heye lê piştî wê dinyaya haydarbûnê veşartî ye. Ev perde, wek “mihefiza derazînkê” tê pênasekirin. “Leheng bi rêber û alîkarên xwe heta ku rastî ‘mihefiza derazînkê’ were bi pêş ve diçe.” (Campbell, 2010: 94) Ev derazînk di heman demê de berxwedana li hemberî guherînê derkeve holê, temsîl dike. Di çîrokê de dema Mîrze Memûd û dêw şerê hevdu dikin, dêw piştî kulma giran ji Mîrze re dibêje ka careke dî li min bixe. Lê keçika ku di bin destê dêw de mehsûr e, berê Mîrze hişyar kiribû, gotibû, lê nexe hege lêxî ew ê rabe ser xwe û bihêztir bibe. Mîrze jî gotina keçikê dike lê naxe û pê de dêw piştî sikratê dimire û Mîrze guhê dêw jê dike wek nîşaneya serketinê digire cem xwe. (Cindî, 2014: 248) Di vir de leheng, ji bo dahatûyê agahîyên nû peyda dike ku di pevçûnên pêştir de bi kêrî wî bê. Piştî vê derazînkê leheng tê cihê bi awayekî sembolîk lê bimire û ji nû ve biwelide. Ji ber wê divê leheng vê derazînkê derbas bike. Namzeta lehengîyê, êdî veguherînê baştir hest dike û piştre derbasî cihê ku veguherîna eslî biqewime dibe, ango “zikê balînayê”.

1.5. Zikê balînayê: Di vê beşê de şexs bi her alî ve dibe leheng. Veguherîna eslî di vir de çêdibe. Li gorî Campbell bihurîna derazînka efsûnî, derbasbûna qada jinûvewelidînê ye ku hêmaya malzarokê bi zikê balînayê re hatîye sembolîzekirin. (2010: 107) Qada veguherînê bi sembolên cur be cur dikare were îfadekirin: Şikeft, bîr, gor, xilwetgeh, kovika daran û hwd. Mekanên ku gelemperî wek qada veguherînê tên binavkirin, xwedî taybetîyên xweser in. Girtîbûn an jî tengbûna wan wek îfadeyeke sembolîk e.

Lehengê ji bo guherîn û veguherînê amade ye, dema ji qonaxên berê derbas dibe mafê jinûvewelidînê bi dest dixe. Îfadeyên mîna bîr û kovika daran di çîrokên Kurdî de wek cihê ku lê guherîn çêdibe, pir tên bikaranîn. Beşa zikê balînayê jî di çîroka Meymûn Xanim û Mîrze Memûd de bi hêmaya bîrê derdikeve pêşberî me. Dema dêw çavên Mîrze derdixe û wî diavêje bîrê, şêrên wî jê re xwarin tînin. (Cindî, 2014: 251) Di nav bîrê de ji bo welidîna sembolîk a lehengê pêdivîyên wî bi rêya şêran tên çareserkirin. Heta dû re ji nav bîrê bi saya şêrên xwe derdikeve:

“Ev herdu merî pey wan şêra çûn çika ku da diçin? … Mîrze hundurê bîrê da gote bazirganbaşî, got:

– Ez merîkî kor im, hûn dikarin min derxin? Bazirganbaşî gote:

– Tu herdu şêrê xwe bide min, ez ê te derxim. … Bazirganbaşî Mîrze Memûd ji bîrê derxist.” (Cindî, 2014: 251-252)

Leheng di vê beşê de, kor be jî ji nû ve diwelide. “Nûbûnek wisa, guherînek heyînî ye ku dikarin jê re transmutasyon bêjin; heyîneke mirinoyî ber bi heyîneke nemir, heyineke cismî ber bi heyîneke ruhî, mirov ber bi heyîneke xwedayî vediguhere.” (Jung, 2005: 48) Piştî vê veguherînê qonaxa “veqetînê” ya monomîtê temam dibe û qonaxa “kemilînê” dest pê dike.

  1. Qonaxa kemilînê

2.1. Rêya ezmûnan: Leheng, piştî welidîneke sembolîk ji hin ezmûnan derbas dibe ku ev ezmûn lehengê dikemilînin û xweyî dikin. Ji ber vê, tişta ku lehengê nekuje bi hêztir dike. Di vê beşa rêwitîyê de, alîkarên derxwezayî bi rêya tiştên mîna efsûn û niviştan ji leheng re piştgirî didin. Di vê pêvajoyê de bixwebawerbûn jî pêş dikeve. Guherîna ku di leheng de çêbûye, di vê beşê de bi pêş çavan tê xistin.

Hêmana bingehîn a kemilînê ezmûn in. Ezmûn û têkoşînên di ber van ezmûnan re têne dayîn di gihandina lehengê de du faktorên girîng in. Di merheleya ewil a vê beşê de leheng, hem ji alîyê jîritîyê ve hem jî ji alîyê hêzê ve were ceribandin û lehengbûna vê were pejirandin. “Ji bo lehengbûnê bihêzbûn tenê têrê nake. Leheng, hege bikaribe di navbera tecrûbeya mirovê klasîk û aqilê mirovê modern de ahengek saz bike hingê digihîje kesayetîya xwe ya rasteqîn.” (Jung, 2005: 80) Leheng Mîrze Memûd wek mînaka vê beşê serê pêşîn ji ezmûna fizikî derbas dibe. Mîrze hege bikaribe zora dêw bibe hingê wek leheng bê pejirandin:

“Dêw gote Mîrze Memûd:

– Heft serê te hebe, tu destê min xilaz nabî.

Mîrze Memûd got:

– Gewro, bixwe, paşê bişekirîne.

Ewî kî got ‘Gewro’, dêw da dareke mêşe avîte Mîrze Memûd, Mîrze Memûd xwe da alîkî. Mîrze Memûd pişt dêw zivirî, şûrek lê da, dêw kuşt.” (Cindî, 2014: 248)

Leheng piştî ku bi awayekî serkeftî ji ezmûna fizikî derbas dibe vêca dor tê ezmûna hiş û aqilan.

“Mîrze Memûd çû ber bi be’rê rastî sê merîya hat. Dîna xwe daê sê merî şer dikin, gote wana:

– Gelî xorta, hûn çima şer dikin?

Xort gotin Mîrze:

– Benî, bavê me mirye û sê tiştê me hene, em ser her sê tiştê xwe qirka hevdu digirin. … Yek kum e, yê dinê sicad e, sivir e. … Merîfeta kum ew e – meriv têxe serê xwe kesek navîne, merîfeta sicadê ew e, dayne, wekî tê da rûnên û şivê lê xe kî derê dilê wî dixweze, wê derê datîne, merîfeta sivirê ew e, wekî şivê lê da çi tem bêjî, tê da heye.

Mîrze Memûd got:

– Gelî hevala, hûn herin sê kevira min ra bînini. Go ez ê her sê kevirê we bavêjim. Kîjanê kevirî pêşîn anî, ez ê kum bidimê, kîjanê pey wî ra hat, ez ê sicadê bidimê, kijanî yê kutasîê anî hat, ez ê bidime wî sivrê û şivê.

Mîrze kevira avît her sê xort da pey kevira. Mîrze kum kire serê xwe, ber wan her sê meriva unda bû. … Mîrze ser sicade rûnişt tiştên din jî girte cem xwe, lê da firî çû.” (Cindî, 2014: 255-256)

Ev ezmûn her çiqas wek fonksîyonên pivandinê xuya bikin jî pêvajoyên girîng in ku pêşketin û qabilîyetên lehengê nîşan didin. Êdî leheng tê navenda kemilînê. Piştî vê beşê hin alîyên lawaz ên leheng têne xurtkirin.

2.2. Jin, wek xwedawend: Leheng di vê beşê de rastî jineke tê. Ji bo vê jinikê di asta evînê de hîsek lê peyda dibe. Ev hêman hem xelat e hem jî lehengê temam dike. Leheng bi rêya jinikê alîyên xwe yên nêrza û mêza dike yek û êdî ji xweyî-zayendbûnê xilas dibe. Her wiha di vê beşê de şerê ku ji bo dayikê di navbera leheng û bav de heye1 aş dibe û vediguhere aşitîyê. Jin di heman demê de, ji bo lehengê ku bi awayekî serkeftî ezmûn qedandîye, xelatek e. Arketîpên “anima” û “animus” ên ku alîyê femînen ê mêran û alîyê maskûlen ê jinan nîşan didin tenê bi rêya yekbûnê ve dikarin bigihîjine rewşeke bêkêmanî. Meymûn Xanim û xwîşka Mîrze, lehengê ji alîyê mêzayî û jinokîyê ve temam dikin û wî dikin kesayetîyekî bêkêmasî.

2.3. Jin, wek şeytan: Jin di çîrokan de bi xisletên xwe yên neyînî jî derdikevin pêş, di vê beşê de bi taybetî ji alîyê xapandin û ji rê derxistinê ve tên xuyanê. Hêmana anima di çîrokan de bi du awayî cih digirin. “Anima, alîyê femînen ê mêran e. Du sûretê animayê hene. Yekî xwerû qencî û tovrindî dihewîne, yê din jî xisletên wek jirêderxistin û cadûtîyê dihewîne.” (Yanbastı 1990: 52) Di vê çîrokê de jî dîya Mîrze bi nêt û tevgerên xwe ve dibe sûretê neyînî yê animayê: “Dê anî herdu tilîê Mîrze Memûd girê da. … Babirê dêw hat, rabû çevê Mîrze derxist.” (Cindî, 2014: 250-251)

Rohat Alakom vê neyînîbûna jinê di xebata xwe ya bi navê Di Folklora Kurdi de Serdestîyeke Jinan de wisa destnîşan dike: “Çîrokeke ku Hecîyê Cindî berev kirîye (“Meymûn Xanim û Mîrze Memûd”), di vê çîrokê de jî dîya Mîrze Memûd, dêwekî bi navê Babir re dibe yek, li dijî kurê xwe xirabîya difikire.” (Alakom, 1994: 34)

2.4. Bi bav re lihevhatin: Leheng heta beşa “2.3. Jin, wek şeytan” di nav kompleksa odîpal de li jîyanê dinêrîya lê piştî ku sûretê neyînî yê “anima”yê li ser dîya xwe dibîne hestên bi rêya “ID”ê li hemberî bavê xwe çêbûbû hildiweşin û bi bav xwe re rêya lihevhatinê digere. Destpêka çîrokê de Mîr ango Bavê Mîrze, ji ber ku Meymûn Xanim wek mirovan xuya nedikir destûr nedabû bikeve qesrê. Mîrze Memûd jî ji ber vê li hemberî bavê xwe derketibû û qesir terikandibû. (Cindî, 2014: 240) Bi vê kirinê re cara ewil kompleksa odîpal xwe nîşan dide. Û dema Meymûn Xanim û carîyeyên wê posta meymûntîyê ji xwe dikin diavêjin û vediguherin dîsa dibin horî, Mîr îcar dixwaze bi carîyeyeke Meymûn Xanim re bizewice. Ew jî vê xwesteke qebûl nakin û difirin diçin. (Cindî, 2014: 244) Rêwîtîya Mîrze jî di bingehê de ji ber bertekeke odîpal dest pê dike.

Mîrze di rêwîtîyê de dema xirabîya dîya xwe dibîne, êdî bi çavekî realîst li rewşê dinêre û xwe dispêre bavê xwe ango ego derdikeve pêş, wek encam jî dema vegerê de ji bavê xwe re carîyeyeke Meymûn Xanimê tîne, bi vî awayî superego xwe dide der.

2.5. Xwedêbûn: Di vê beşê de kesayetîya berî-rêwîtîyê bi awayekî sembolîk dimire û leheng wek ji hemû qelsîyan paqijbûyî ji nû ve diwelide. Êdî kemilîn temam dibe û wek kesekî xweyî xelat (Meymûn Xanim) û bi her hawî temambûyî ber bi vegerê diçe.

2.6. Xelata dawî: Ev hêmanê axirîn e ku leheng di vê rêwîtîyê de bi dest dixe. Ev hêman di rêwîtîya mayî de kêrî leheng tê. Xelat ligel objeyeke dibe ku bibe fikirek an jî qabilîyetek. Leheng di qonaxa vegerînê de, kumê xeybê, sicade, şiva sêhrê û sivirê bi dest dixe lê van xelatan piştî ku karên xwe dirust dike dişîne xwedîyên wan re. (Cindî, 2014: 258)

  1. Qonaxa vegerînê

3.1. Redkirina vegerînê: Li gorî Campbell, hin caran piştî ku leheng kemilîna xwe temam dike, êdî xwesteka vegerê zêde bandor li wî nake. (2010: 222) Lehengê êdî kemilîye û bi saya ezmûnan serwext bûye, çawa ku li hemberî banga serpêhatîyê bertekek neyînî nîşan dabû, bi heman awayî li hemberî vegerînê jî refleksek neyînî nîşan dide; çimkî êdî ne wekî berê ye. Leheng ji ber zewqa bilindbûnê naxwaze vegere cihê ku lê qels û piçûk bû. Helbet ev redkirin sembolîk e.

Lêbelê Mîrze Memûd jî wekî piranîya lehengên epîk, çaxa ku sedema rêwîtîyê ji holê radibe, dest bi vegerê dike.

3.2. Reva efsûnî: Beşa vegerîna malê ye. Mîrze Memûd di vegera xwe de rastî talûkeyeke din tê. Bi dêw Babir re şer dike û îcar Mîrze bi ser dikeve. Ev, ji bo leheng “derazînka vegerê” ye. Piştî ku ji vê derazînkê jî difilite, leheng, dibe hosteyê herdu cîhanê.

3.3. Bihurîna derazînka vegerê: Leheng di vê derazînkê de, hest bi endîşeyên wekî derazînka ewilîn dike. Lê îcarê, naveroka endîşeyên wî bi tirs û kovan tije nînin. Çimkî tirs qelsî ye û leheng di vî kêlîyê de ji hemû qelsîyan azad e. (Campbell, 2010: 243) Tiştê ku leheng hest pê dike “dilsarî” ye. Ji bo Mîrze Memûd jî derazînka vegerê dêw Babir e û wî mexlûb dike.

3.4. Hosteyê herdu cîhanê: Lehengê ku derazînka vegerê bi awayekî serkeftî debas dike, dibe hosteyê herdu cîhanê; hem hosteyê cîhana asayî hem jî hosteyê cîhana mîstîk. Êdî îdeal e. Leheng her çiqas li cîhaneke tenê jîyana xwe bidomîne jî (çimkî nikare laşê xwe bike du parî) her tim ji cîhana din haydar e û ji bo wî êdî cudatîya mekanan ji holê radibe.

Mîrze ji bo ku vê hostetîyê xwe bide pejirandin û di navbera cîhana ku lê rêwîtî dike û cîhana ku jê hatîye de cudahîyan ji holê rake divê Babirê dêw mexlûb bike. Mexlûbkirin bi qisasî dibe, çi kêm çi zêde. Lehengê ku tola xwe hildaye, dibe hosteyê herdu cîhanê.

3.5. Azadîya jîyînê: Hosteyê-herdu-cîhanê-bûyîn tê wateya nemirîyê. Lehengê xwe ji tirsa mirinê safî kirîye, digihîje azadîya jîyîneke bêtirs. Ev ji alîkî ve bêdawîbûn e û di bêdawîbûnê de azadbûn e. Meriv ji îfadeya, “Ev jî hetahetayî wê derê xwe ra şa bûn.” (Cindî, 2014: 259) fêhm dike ku azadîya jîyînê hatîye bidestxistin. Qonaxa dawî ya monomîtê jî bi vî awayî temam dibe. Rêwîtîya leheng dike, taybetîyên sembolîk dihewîne. Leheng di eslê xwe de ev rêwîtîya kemilînê ber bi cîhana xwe ya ruhî kirîye û li hemberî pirsgirêkên xwe yên astengdar têkoşîyaye. Şexs di encama vê têkoşînê de wek leheng cardin vedigere cîhana rastîn.

Encam

Lêkolînên li ser afirînerîya gerdûnî cara ewil di bin têgîna “derhişê hevpar” de hatine kirin. Qodên ku ji alîyê C. G. Jung ve wek “arketîp” hatine binavkirin, di hemû qadên jîyanê de derdikevin pêşberî me. Joseph Campbell jî bi taybetî li ser arketîpa “leheng”ê çûye û heman rêwîtîyên lehengên dinyayê wek monomît pênase kirîye. Vê rêwîtîyê di sê beşan de tehlîl kirîye, “veqetîn”, “kemilîn” û “vegerîn”. Di vê gotarê de jî ev teorî li ser çîrokeke gelêrî ya bi navê “Meymûn Xanim û Mîrze Memûd” hate sepandin. Di encama vê sepandinê de hate tespîtkirin ku di navbera teorî û çîrokê de hevşibînek muhîm heye. Bi taybetî jî “veqetîn”, “kemilîn” û “vegerîn”ê ku wek pêvajoya ferdbûnê tê binavkirin, di çîrokê de bi heman rêzê di ser lehengê re derbas bûye. Ev qodên ku me di honaka çîrokê de tespît kirine, nîşanî me didin ku çanda Kurdî jî xwe dispêre çanda cîhanê ango “derhişê hevpar”.

 

 

1 Ev şerê ku ji alîyê Sigmund Freud ve wek “Kompleksa Oeidipus” hatîye binavkirin, di zarokatîyê de dest pê dike. Lawên piçûk -sê, çar salî- xwestekên wan ji xew şîyar dibin, di dilê wan de li hemberî dîya xwe hîs û arzûyên zayendî peyda dibin. Ji rûyê van xwestekan, law bavê xwe wek reqîb dibînin û dixwazin bikevin şûna bavê xwe û wî bikujin. Ango her roja ku derbas dibe piçekî din jî dibin dijminê bavê xwe. (Geçtan, 2000: 38)

 

 

 

ÇAVKANÎ

Alakom, Rohat (1994), Di Folklora Kurdi de Serdestîyeke Jinan, Weşanên Nûdem, Stockholm. Altıntaş, Ersin – Gültekin, M (2005), Psikolojik Danışma Kuramları, Alfa Akademi Yayınları, İstanbul.

Burger, Jerry M. (2006), Kişilik, Psikoloji Biliminin İnsan Doğasına Dair Söyledikleri, wer. İnan Deniz Erguvan Sarıoğlu, Kaknüs Yayınları, İstanbul.

Campbell, Joseph (2010), Kahramanın Sonsuz Yolculuğu, wer. Sabri Gürses, 2. bs., Kabalcı Yayınevi, İstanbul.

Cindî, Hecîyê (2014), Hikayetêd Cimeata Kurda 1., Weşanxaneya Rûpel, Stenbol.

Geçtan, Engin (2000), Psikanaliz ve Sonrası, 9.bs., Remzi Kitabevi, İstanbul.

Jung, Carl Gustav (2005), Dört Arketip, wer. Zehra Aksu Yılmazer, Metis Yayınları, İstanbul.

Otto, Rank (2016), Kahramanın Doğuş Miti, wer. Gökçe Yavaş, Pinhan Yayıncılık, İstanbul.

Yanbastı, Gülgün (1990), Kişilik Kuramları, Ege Üniversitesi Basımevi, İzmir

Share.

Leave A Reply