Zarema-3

Lênerîneke Radîkal li Karesatê (BI BONEYA KOMKUJÎ Û KOÇBERIYA KURDÊN ÊZÎDÎ Û KAKEYÎ Û KOBANÎ) Bextiyar Secadî Ji Soranî: Besam Mistefa Puxte: Karesat, di rengê komkujî û koçberiya bi kom de, ew têgeha nezelal e ku her hewldanek bo têgihîştina wê têk diçe. Her nerîngehek ku, rasterast û nerasterast, angaşta famkirina karesatê bike dibe sedemê sadekirina renc û zehmetkêşiya qurbaniyên karesatê. Raportên rojnamevanan, analîzên medyayî, nirxandinên siyasetmedaran û bîr û baweriyên pozîtîvîst bi berdewamî bi awayekî serveyî û giştî rûbirûyî karesatê dibin. Gotara jornalîst xwediya taybetmendiyekê ye ku ji wiha bêhtir jê nayê bendewarkirin. Analîzên medyayî jî nikarin nerîn û…

Bixwîne

Çend Wêneyên Belengaziyê û Nexwestina dewletê ya Hin Kurdan MIHEMED ŞARMAN Puxte: Di jiyana mirov de pêvajoya zaroktiyê pêvajoya herî zêde bi bandor e. Deqên demên berê li ser ruhê mirov her û her dimînin. ji ber ku axa kurdan hatiye dagirkirin, xizanî tim bûye mêvanekî hat neçûyî li Kurdistanê. Vê yekê bandor li ser ruh û siyaseta wan jî kiriye. Ev nivîs bi raya çend mînakan li ser tesîra vê pêvojayê disekine. Rabirdû çi aloziyê ser siyaset û bîrdoziya mirov çêdike, çandek bi çi ava dibe? Belengaziya ku êdî nahêle mirov xwe layiqê tiştên baş bibîne çi tesîrê li…

Bixwîne

Di Navbera desthilat û Hunerê de Walter Benjamin HESENÊ DEWRÊŞ Puxte: Walter Benjamin di tevayê jiyana xwe de gelekî ji destê deshilatê kişand, reviya kû derê xelasiya xwe jê nekir. Her çi qas wî dixwest ku ji deshilatê dûr jî be û bi karê nivîs û ramanê eleqedar be, şert û mercên têkiliyên wî, awayê fikirîna wî û heta mirina wî deshilatê diyar kir. Benjamin li ser dîrok û hunerê xebatên pir hêja li pey xwe hiştin. Di nav gelek meseleyên ku Benjamin li ser hûr dibû û weke nakokiyê dixuyan de yek jê jî meseleya “nehênî” û “nêzîkkirinê” bû.…

Bixwîne

Zimanê Malê, Hegemoniya Li Malê Fexriya Adsay Puxte: Berhemên wêjeyî di nav şerd û mercên dinya me de tên hilberandin û dibin awayekî avakirina hegemoniya beranber. ji berhemên di girtîgehên Tirkiyeyê de ji aliyê kevne-gêrilayan hatine nivîsandin, ên bi kurdî ji ber bandora zimên bêtir xwemalî û bi xwendevanên xwe re dikarin pêwendiyeke xurt saz bikin, lewma di avakirina hegemoniya beranber de xwedî rolekê ne û bi dengekî xurttir xitabî civakê dikin. Lê ên bi tirkî bandora zimanekî biyanî û her wiha nerîneke biyanî jî di xwe de dihewînin, ji ber vê bi civaka kurd re pêwendiyeke wan a xurt…

Bixwîne

Hevpeyvînek bi Ngugi Wa Thiong’o re Michael Pozo* JI ÎNGILÎZÎ: UMRAN ARAN Ngui Wa Thiong’o Profesorê Wêjeya îngilîzî û ya Berawirdî ye û Dîrektorê Navenda Navneteweyî ya Nivîsîn û Wergeranê ye li Zanîngeha Kalîforniyayê, li irvineê. Nivîskarê Kenyayî û bi eslê xwe Gîkuyuyî, Ngugi nivîskarê romanên curbicur e, yên wek Weep Not Child (1964), The River Between (1965), A Grain of Wheat (1967) and Petals of Blood (1977). Di 1980yî de Ngugi romanek bi navê Şeytanê Bereks nivîsî ku yekem romana modern e bi zimanê gikuyuyî. Di nav xebatên rexneyî yê Ngugi de Homecoming (1972), Detained: A Writer’s Prison Diary…

Bixwîne

DIYALEKTÎKA MIKHAIL BAKHTIN Peyv, Guherînên Civakî û Geşbûna Zimên Bextiyar Secadî JI SORANÎ: BESAM MISTEFA Pêşgotin Ev babet beşeke ji pêşgotina pirtûka Azweriya Diyalog, Ken û Azadiyê ku ji hêla Mikhail Baxtîn û çend rexnegir û teorîdanerên dîtir hatiye nivîsandin û nûser ew kiriye kurdî. ji ber ku çend nerînan li ser taybetmendiyên sereke û herwiha asta geşbûna zimanê kurdî û bizava wergerandina bo zimanê kurdî jî vedihewîne, me pêwist dît em dîsa li ber çavê xwîneran raxin. Têbiniyek li ser teoriyên Bakhtin David Lodge di pirtûka xwe ya Rexne û Teoriya Modern de dibêje: “Jiyan û berhemên Mikhail Bakhtin…

Bixwîne

Tiyorîzekirina Romanê Weke Janrekê Edebî EMÎN EBDULQADIR LATÎNÎZEKIRIN: MERAL SEVİM Puxte: Ev lêkolîne bizaveke ji bo berçavkirina çewatiya peydabûna romanê weke janrekê wêjeyî yê cuda ji hemû janrên din ên berî xwe. Ev babete girêdayî pirs û migirtî (Hypothesis) ên peydabûna êkem roman e. Gelo kîjan roman di hê hijmartin weke yekem roman? Li gorey çi pîver yekem roman tê destnîçankirin? Ev mijare me di kêşe pirseke din a gewherî ew jî, ev janre bi çi awa dihê têgehiştin; anko ji boy ko pîver ên dest nîşan kirna wê weke janrek wêjeyî bi hên zanîn pêtviye bizanîbîn ew çawa hatiye…

Bixwîne

VEGOTINZANÎ Û KURTEANALÎZEK LI SER ÇÎROKA “êş”ê ya hesenê metê BURHAN YEK Puxte: Bi destpêkirina sedsala 20an re lêkolînen li ser edebiyatê bi pêş ketin. Edebiyat nikaribû xwe ji zanistên cuda cuda dûr bixista û wê yekê jî kir ku zanyarên ji gelek aliyan li ser edebiyatê bixebitin an jî zanînên cuda li ser edebiyatê tetbîq bikin. ji hêla rexne û teoriyan ve her ku diçe tûrikê edebiyatê tijetir dibe. Berhemên sereke her çi qas neguherin jî bi çavên zanyarên edebiyatê bi awayekî din li ser wan berheman tê sekinîn. Edebiyat, êdî ji gelek waran sûdê werdigire; psîkanalîz, binyadgerî (Structuralism),…

Bixwîne

ŞÎROVEYA METNEKE FANTASTÎK Û PSÎKOTÎK: Arezûya “Guhê jêkirî” MÎRZA BARAN Puxte: Berhemên ku di honandina xwe de xwedan bûyerên fantastîk in tim xwînerên xwe dibin dûrî cîhana ku jiyana xwe lê berdewam dikin. Lê di famlêbarkirina wan de şîroveya herî hêsan tim gotina “fantastîk” e. Di vê nivîsarê de ez ê bêtir dêhna xwe bidim têgehên mîmetîk, fantastîk û bi wan re jî xwe bigihînim warekî psîkotîk, li ser şopa Bülent Somay, bi saya van têgehan ez ê wateyekê ji çîroka “Guhê jêkirî” a Helîm Yûsiv derînim, ku ew çîrok bi têra xwe xwedan bûyerên fantastîk û xerîb e. Di…

Bixwîne

KOLONYALÎZM, NASNAME Û PARÇEBÛN Tirsa bê Diran a Helîm Yûsiv UMRAN ARAN Puxte: Parçebûna Kurdistanê, sînorên çêkirî û asîmîlasyona dagirkeran hem bi wateya kolektîf û hem jî bi wateya takekesî derûna kurdan têk dibe û rê li ber krîzên nasnameyê û xwebûnê vedike. Di vê nivîsarê de me hewl da ku em rewşa karakterên Tirsa bê Dirana Helîm Yûsiv di çarçoveya têgehên wek nasname, dîntî û dijkolonyaliyê de vekolin. Peyvên sereke: krîza nasnameyî, parçebûn, biyanîbûn, dij-kolonyalî, dînîtî. Destpêk Ji ber ku tê qebûlkirin ku serdema kolonyalîzmê qediyaye, îro bi wateya piştî kolonyalîzmê bêjeya postkolonyalîzmê tê bikaranîn. Lê belê hîn jî…

Bixwîne

OBJEYA WENDA A AREZÛYA SERDESTIYÊ: Mutluluk û En Uzun Gece AYHAN ÖZTUNÇ Puxte: Di vê nivîsarê de me du berhemên popular ên ku pîştî salên 2000î derçûne ên bi navê Mutluluk û En Uzun Gece kirin mijar. Ev her du roman ligel guherînên nasnameyên nivîskaran ên salên 90î hatin xwendin. Bi nîqaş û xwendinên mêtingerî, di naveroka van romanan em li şopên temsîlên kurdayetîyê ên di romanên dema avakirina komarê geriyan. Ligel hin hêmayên neguherbar û veguherînên estetîk, em li pey şopên gotinên mêtinger çûn. ji ber taybetiyên tesîra van romanan me çeperên xwendina xwe berfireh kir û me li…

Bixwîne

Têkçûna Utopyayekê di Siweylaya Şahram Qawamî de KAWE QUBADÎ – JI ÎNGILÎZÎ: SEVDA ORAK REŞİTOĞLU Puxte: Nasname û kirdewariya mirov fenomeneke piralî, yanê têkela çendîn deng, rabêj û îdeolojiyan e ku ji bo li ser mirovan rûne tê guhertin an şikl tê dayin. Ev xebat hewl dide di romanên kurdî de bi riya pêwendiyên karakterekî/ê ên înterektîv û diyalojîk ên bi rabêjên civakî, siyasî û çandî û îdeolojiyan re, sazkirin û temsiliyeta kirdewarî û nasnameya wî/wê kişif bike. Li ber ronayiya teoriya vebêjî ya Bakhtîn û yên modernîst, di analîza tekstuwel û contekstuwel a siweylayê (2004) de, min taybetiyên romanê…

Bixwîne

Ji nû ve Hizirîna li ser Peydabûna Helbesta Kurdî ya Modern FARANGİS GHADERİ – JI ÎNGILÎZÎ: FEXRİYA ADSAY Puxte: Di vê gotarê de ez li dij fama kevneşopî ya derbarê helbesta kurdî ya modern derdikevim û pênase û senifandina wê ya hatiye qebûlkirin, bi riya lêpirsîna duyatiya kevn û nûjen, red dikim. Rexneya wêjeyî ya kurdî ya kevneşopî dest nîşan dike ku helbesta klasîk heta salên 1930 û 1940î ku Evdila Goran şêwaza helbestkî veguherand û “bû bavê” helbesta modern, berdewam kiriye. Li gor vê nerînê, helbest tenê li gor taybetiyên wê yên şêwazî tê nirxandin û tê bawerkirin ku…

Bixwîne

Di Helbestê de Pirs(girêk) ên Hewzan û Ero(û)tîka FERZAN ŞÊR Her em bixwazin mirovên ji rêzê ji olên wan mehrûm bikin jî, eşkere ye em ne xwedî otorîteya helbestvanekî/ê ne. Freud, Uygarlığın Huzursuzluğu [Bêhizûriya Şaristaniyê][i] Puxte: Serboriya mirovan di zikê dayikan de weke ku di nav hewzekî de be dest pê dike. Ew hewz di heman demê de hewza hêmayan e, çi dîtbarî çi jî gotinî. Derûniya mirovan ji dîtbarî ber bi gotinî ve dimeşe. Lê helbestvan wekî afirînerên hêmayan ji gotinan hêma diafirînin. Di helbestê de du hewzên di nav hev de, girêdayiyê hev hene; yek ji wan hewza…

Bixwîne

DI SALÊN 1970YÎ DE LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ŞANO mahroo raşidîrostamî JI ÎNGILÎZÎ: FEXRİYA ADSAY Puxte: Ev nivîs li ser pêwendiya diyalektîk a di navbera têkoşîna siyasî ya kurdan ku desthilatdariya iraqê red dikir û geşedana çanda pêşandeyê ya li Kurdistanê di salên 1970yî de, disekine. Di dehsalên borî de hunera şanoyê bûbû amraz bo dûpatkirina mijarên civakî û siyasî. Li Kurdistanê di salên ewil ên şanoyê de şanonamenûsan ji çîrokên klasîk û folklorîk û karakterên kurdî îstifade kirin da ku şanoyeke kurdî ya cuda biafirînin. Di destpêka salên 1970yî de bo banga guherînê şano hêzeke sereke ye. Piştî otonomiya 1970yî…

Bixwîne

Çîrok û Çîrçîrokên Hunera Hevçax ŞENER ÖZMEN Puxte: Digel ku cîhana hunerê ya kûrewî û bêwefa navê wî yê pîroz – bo gelekan bêyom – demeke gelekî dirêj e hilnede jî, Alexander Brener, hevjîn û hevrêya wî ya heta hetayê, Barbara schurz, di Rêbendana 2005an de ji bo edîtoriya hejmara duyemîn a kovara art-istê (ya pêla duyemîn) li Konstantînapolîsê, li der û dorên Beyoğluyê wan deran bûn; her du jî şaşwaz, pariyekî hêrsoyî û piştşikestî bûn, lew re xeyn ji hevalekî wan ê hunermend ê ku di wê sîratûlmisteqîmê de wekî Xoce Xizirî bi hewara wan ve hatibû, di wê…

Bixwîne

Hevpeyvînek Ligel Kerem Gerdenzerî – MIHEMED ŞARMAN-FEXRIYA ADSAY Di muzîka kurdî de Koma Wetan yek ji komên herî kevn e û wek koma rockê cûreyek nû aniye nav muzika kurdî. Her çi qas ji bilî albûmekê tu albûmên komê derneketibe jî, tekane albûma wan hê jî di nav guhderên kurdî de gelek tê ecibandin. Me xwest em vê koma giranbûha careke din bi bîr bînin û mizginiyekî bidin hezkiriyê komê ku birêz Kerem Gerdenzerî di haziriya albûmeke nû de ye. Bi destûra cenabê te, ji bo xwendevanên me te ji nêztir nas bikin, tu dikarî ji me re piçekî qala…

Bixwîne