Têkçûna Utopyayekê di Siweylaya Şahram Qawamî de

KAWE QUBADÎ – J
I ÎNGILÎZÎ: SEVDA ORAK REŞİTOĞLU

Puxte: Nasname û kirdewariya mirov fenomeneke piralî, yanê têkela çendîn deng, rabêj û îdeolojiyan e ku ji bo li ser mirovan rûne tê guhertin an şikl tê dayin. Ev xebat hewl dide di romanên kurdî de bi riya pêwendiyên karakterekî/ê ên înterektîv û diyalojîk ên bi rabêjên civakî, siyasî û çandî û îdeolojiyan re, sazkirin û temsiliyeta kirdewarî û nasnameya wî/wê kişif bike. Li ber ronayiya teoriya vebêjî ya Bakhtîn û yên modernîst, di analîza tekstuwel û contekstuwel a siweylayê (2004) de, min taybetiyên romanê yên şêwazî ji aliyê şêwe, binema, mijar, û karakterizasyon û wateyên ew dihewîne, vekola. Qawamî romaneke modernîst û pirdeng hilberandiye: wek romanên modernîst ên ewrupî yên destpêka sedsala bîstemîn de, bi dij-qehremanên xwe yên bûne biyanîyên civaka xwe, bûyersaziyek wê ya perçeyî û qutbûyî heye; û pirdengiya wê jî ji vir tê ku vebêjer û lehengên wê bêyî ku serdestiyê li hev bikin her yek îdeolojiyên xwe temsîl dikin.

Peyvên sereke: romana kurdî, diyalojîzm, kirdewarî, pirdengî, multi focalisation.

Destpêk

Şahram Qawamî di 1975an de li Sineya (Sanandaj) Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinyayê. Di 2000an de bi weşandina pirtûka xwe ya ewil Mêjûyîtirîn Zamî Daykim (Dîrokîtirîn Êşa Diya Min) ku berhevokaçîrokên kurt e, dest bi kariyera xwe ya nivîskariyê kir. Paşî, hin berhemên edebî yên xwedan cureyên cuda hilberand, ji helbestê bigire heya roman û rexneyên wêjeyî. Ji her sê romanên Qawamî, pêşî Siweyla di sala 2004an de hat weşandin.[1] Qawamî di Siweylayê de bi pirsgirêkên civakî, aborî, siyasî û psîkolojîk ên ku piştî têkçûyina tevgera kurdên Îranê derketine mijûl dibe. Tevî yên din, biyanîbûn û şikestina hêviyan jî di romana wî de temayên bingehîn in. Nivîskar piraniya lehengan wek kesên biyanîbûyî û hêvîşikestî nîşan dide, li pey şoreşa 1979an a Îranê û pê re guherînên civakî, siyasî û dorhêlî bi gelemperî yên Îranê, bi taybetî jî yên Kurdistanê. Ji aliyê şêwazê ve jî, di Siweylaya Qawamî de teknîkên vegotînê ên herî prototîp î modernîst ku hatine bikaranîn ev in, vegotineke parçebûyî, herikîna hiş, pir-navendsazî (multi-focalization) û ji nişka ve guherîna perspektîf û dengî.

Siweyla çîroka du nifşan e, yek ji wan di ciwaniya wî di dema rejîma Pehlewî de derbas dibe, û nifşa din jî a ku dê û bavê wan di nav nifşa berê de ne lê ew bixwe wexta ku şoreşa îslamî olan da zaroktiya xwe dijiyan û di serdema pişt-îslamî de jî mezin bûn. Ev berhem di nav her du periyodên sosyo-polîtîk ên ji hev cuda de fikar, dudilî, hêvî, dilxwazî û xewnên wan kesan vedibêje. Her du nifş jî man di bin bandora guherînên civakî, siyasî û dorhêlî yên giran de, ku di nav wan de a girîngtirîn şoreşa 1979an li Îranê ye.

Kurdên ku bi hilweşîna rejîma Pehlewî kêfxweş bûn, wek kêmanî xwestin ku mafên wan ên çandî, siyasî û aborî bên qebûlkirin û xweseriya Kurdistana federal jî were avakirin. Lê belê daxwaza wan ji hêla rejîma nû ve nehat qebûlkirin. Di demeke kurt de artêş û milîsên rejîmê bajar û gundên kurdan dagir kirin ku bi piranî di bin kontrola kurdan de bûn. Rejîma îslamî bi tundî tevgera kurd tepisand û bi tu awayî tolerans nîşan neda ji bo daxwazên wan, bi wî awayî ispat kirin ku ji rejîma berê bêtir totalîter in. Ev bûyer wisa kir ku lehengên vê romanê hêviyên xwe bo qebûlkirina mafên wan ji hêla rejîma nû ve winda bikin. Ji bo piraniya wan gelek zehmet bû ku li hember van guherînên civakî, siyasî û warî bisekinin.

Vegotina pirdengî ya kirdewariyê

Siweyla (2004) vegotineke ne-xêzî, parçe parçe û ji hev veqetiyayî ye. Tê de rengek, bêhnek, sehneyek û hîsek her tim bîranînek din, bûyerek din an jî fikrek din a ku berê hatiye jiyandin tîne hişê vebêjer. Wekî mînak, wexta ku Aram bi Hecî re dipeyive û dibêje berê berf çi qas pir dibariya, “çi rojên xweş bûn, em li ser banan diçûn û dihatin” (Qawamî 2004, r. 24)[2], Hecî Ebas bersiv dide “wext guherî kurê min. Nema berf dibare û kêfxweşî nîne.” (b.n.b.)[3] Û ev rojeke bi berf a berê tîne bîra Aram, “Hecî Ebas û bavê min bi bêrikan riyên ku bi berfê hatibûn girtin, paqij dikirin. KaSeyfê û A[4] Ebê berfê diavêtin nav erebokan û me ew dibirin Berdeşt û li wir vala dikirin.” (b.n.b. r. 24)[5] Di hin cihên romanê de, vebêjer ji nişka ve ji mijarekê derbasî mijareke yekcar cuda dibe bêyî agahdariyê bide. Aram dîmenek ji zaroktiya xwe xêz dike ku bi hevalên xwe û bi malbata wan re guloberfkê dilîstin. Li pey vê bûyerê, di rêza din de em dibînin ku hem di perspektîfê de û hem jî di mijarê de guherîneke tûj çêbûye. Di vê rewşê de, pasaja ku ji hêla Hecî Ebas ve tê vegotin, derbasî vegotina Aram dibe ku tê de qala sehneya guloberfkê dike, “ji me re gotibûn ku artêşeke mezin a navenda hikûmetê di rê de ye. Me jî di nav jîpekê de bi hin gêrîlayên din re riya xwe ber bi Kamiyaran ve guhert.” (b.n.b. r.25)[6] Lê belê ev ne tenê guherîneke tûj e ku ji mijarekê derbasî ya din dibe, ku ev taybetiya şêwazî a sereke ya Siweyla bixwe ye. Di heman demê de em dibin şahid ku ji nişka ve leheng diguhere û heman bûyer an jî bûyereke din niha jî ji aliyê nerîna lehengekî din tê vegotin. Ev guherîna tûj a navbera rabirdû û nihayê û pê re derbasbûyîna ji mijarekê bo yeke din di hişê Aram de nîşana tevlihevî û alozîtiyê ye. Aram bi rêzeke têra xwe belawela a ji xeyal, bûyer, însan, fikr û hestên bêserûpê hatiye dorpêçkirin û ku ev jî bi dubare ji binhiş an jî/û derhişê wî ber bi hişê wî ve diherike.

Siweyla ya ku bi piranî ji hêla Aram, serlehengê romanê ve tê vegotin, vegotineke ji devê kesê yekemîn e. Lê belê di tevahiya romanê de vegotin di nav lehengên din de wekî navendsaz (focalizer) diçe û tê, û bi wî awayî vebêjeke pir-navendsazî tê afirandin. Ev rê dide nivîskar ku lehengên din ên xwedan pozîsyeneke kirdeyî ne bûyeran li gorî perspektîfên xwe pêşkêş bikin, ji bo ku bi lehengên din re bi awayekî diyalojîk têkevin têkiliyê û tevger, helwest, fikrên xwe û yên xelkê şîrove bikin. Wekî mînak li vê pasaja romanê;

[J]i gava ku diya min nas dike, ez bawer nakim ku wexta razanê jineke din difikire. Di şerê Eylulê de diya min bi bavê wî re sînor derbas kiriye. Rejnebaran bû, şevekê çûye çayxaneya bavê min […] bûbû şev û min dixwest ez biçim malê. Dikanên din ên li kolana Sirusê girtî bûn.” (Qawamî 2004. r, 21)[7]

Ji “naskirin”ê heya “çayxaneya bavê min” ji hêla Aram tê vegotin lê hingê ji nişka ve û bê amadehî bavê Aram dest bi vegotinê dike û heman bûyer ji hêla perspektîf û nerîna wî ve tê vegotin.

Di pasajeke din de sehneyeke dawetê ji hêla nerînên sê lehengên cuda tê vegotin, Aram dîmenê teswîr dike û dibêje çi firseteke xweş e ku di dawetan de xort dikarin li jinên xweşik binerin û dikarin di govendê de destê xwe li wan bidin (b.n.b. r.41). Vegotina Aram ji hêla Yedî ve tê birîn. Mirov dikare van sê lehengan bi sê kamerayan bide ber hev, kamerayên li quncikên cuda ên her yekê çi bihata dîtin qeyd dikir. Yedî nerînên xwe wiha pêşkêş dike, “Aram serxweş bû. Di milê Çinûr de me govend dikir. Carinan milê min li pêsîrên wê diketin û min şerm dikir.” (b.n.b. r.42)[8] Careke din vegotin derbasî lehengekî din dibe, vê carê Çinûr, “Me di milê hev de govend dikir. Milê wî li pêsîrên min diketin û dilê min lêdida. Wî xwe dûrî min dixist û min jî ew dikişand hêla xwe.” (b.n.b. r.42)[9] Careke din em di heman pasajê de çûnûhatina navendsaziyê dibînin, vê carê Aram dîsa dibe vebêjer, “li baxçê, di nav kulîlkên zer de me xefxefok dilîst. Wê xwe li cihên wisa xef dikir ku pisîk jî nikarîbû tê re derbas bibe.” (b.n.b.)[10] Ev cureya vegotinê pêşkêşkirineke panoramîk a bûyeran derdixe holê, fikr û hestên veşartî yên lehengan û arezûyên wan ên tepisandî û tiştên wekî van, dîmeneke firehtir radixe ber çavên xwîneran. Qawamî di bin bandora romannûsên modernîst de maye, ji ber vê ji “bêalitiyê” bêtir li ser “perspektîf”ê disekine. Lehengên din dike faîl û azadiya xwe-îfadekirin û pêşkêşkirina bûyeran li gorî nerina xwe dide wan; ev yek ji metodên sereke yî vê romanê ye ku rê dide pêşkêşkirineke pirdengî ya nasname û kirdewariyê.

Ji lehengên çayxaneyê ber bi lehengên çiyayan

Siweyla ne tenê çîroka wê yekê ye ku nav û çîrokên lehengan tê de derbas dibe, lê di heman demê de çîroka wan kesan e ku jiyane, xwedan xewn û xeyal bûne, li hemberî rejîma nû şer kirine, bi bêdengî hatine înfazkirin û qetlkirin. Ku em gotinên Bakhtin yên derbarê Dostoyevskî werbigrin, Qawamî di romana xwe ya Siweylayê de serkeftî bûye wexta guhê xwe dide, “diyaloga serdema xwe, an jî bi awayekî bêtir misoger, ji bo bihîstina serdema xwe wekî diyalogeke mezin, ji bo famkirina ne tenê dengên şexsî lê bi awayekî misoger û gelemperî di nav dengan de têkiliya diyalojîk, hevbandoriya wan a diyalojîk jî.” (1984, r.90) Di Siweylayê de diyalogên beriya şoreşê û piştî şoreşê ji hev cuda ne. Di ya berê de em dibînin ku însan bêtir bi nirxên siwarîtî (Pehlewanî), sûfîzm, çîrokên gelêrî û olî û bi baweriyan re eleqedar in; lê di ya paşî de em dibînin ku mafên siyasî, çandî û aborî ên di hişê neteweperweriya kurdan de rûniştî, heqên civakî, mafên jinan, mijarên warî û dorhêlî nîqaşên sereke ne. Dîsa jî hin mijarên wekî têkiliya cinsî, evînên romantîk, çîrokên olî û gelêrî di her du çaxan de jî tên gotin.

Di Siweylayê de ku ji çaxa Pehlewî bê destpêkirin tê dîtin ku wêneyê panoramîk ê civaka kurdan tê pêşkêşkirin. Portreyên mirovên ji komên cuda û ji rewşên civakî tên xêzkirin, her yek xwedan devoka xwe ye. Ji nav yên din, jiyana qumarbazan, siwarî (pehlewan) û sûfiyan tê nîşandan. Ji hêlekê ve nerîna wan a dinyayê, zimanên wan, dudilî û fikarên wan tên pêşkêşkirin, ji hêla din ve jî, bi maneya Bakhtinî, diyalogên wan bi yên din re tên qeydkirin. Palewan Ezîz ê ku mirovekî rasteqîn e û ji Sînê ye, ji hêla piraniya kurdên Îranê ve ji ber siwarîbûn û xurtiya xwe ve tê zanîn. Çîrok û bûyerên cuda yên derheqê wî de hê jî di nav mirovan de tên gotin. Dîsa jî Palewan Ezîzê ku di vê romanê de tê pêşkêşkirin lehengekî xeyalî ye, romannûs fantezî û rastî xistiye nav hev da ku lehengekî ne ku tam dişibe Palewan Ezîz biafirîne. Palewan Ezîz bi riya ziman û tevgera xwe tê pêşkêşkirin. Ew siwariyek e ku kesên feqîr û bindest diparêze. Dema ku li Tehranê di ber çayxaneyekê re derbas dibe, hay lê çêdibe ku komeke bi navê yazdeh bira milet aciz dike. Ezîz disekine û li çayxaneyê rûdine. Kêfa wan birayan nayê ku ew li wir e:

-Tu çi dikî li vir qûnde?
-Ez li benda we bûm.
-Ku tu dernekevî ez ê te der bikim.
-Tu bi serê xwe bixwe an li gel wan deh mirîşkên din [deh birayên wî]? (Qawamî 2002, r.75)[11]

Paşî pevçûn dest pê dike û Palewan bi tena serê xwe zora wan hemûyan dibe; di demeke kurt de ji wir direvin (b.n.b. r.76). Romannûs ji bo lehengên xwe zimanê rast dîtiye, hem ji bo Palewan û hem jî ji bo wî kesî ku di nav koma yazdeh birayan de ye; bi awayekî serkeftî portreya nîqaş û çanda siwarîbûnê xêz kiriye û vegotiye. Gotin û tevgerên Palewan Ezîz prototîpa siwariyekî ne. Piştî şoreşê wexta hevalên wî jê re dibêjin bila rewşa xwe ya ku di rejîma Pehlewî de ji ber tevgerên siyasî ji karê xwe yê jendirmeyê hatiye avêtin ji hikûmeta nû re bêje, ew red dike. Ku em vî tiştî bidin ber çavê xwe, ew di berxwedana xwe de pir wêrek bû; “di rewşeke pir xirab de bû. Kesekî têkçûyî û bê alîkar bû, ji ber wê xwe ji her kesî dûr xist. Me nekarî wî îkna bikira ku ji hikûmeta nû meaşê malnişîniyê bistîne. Kengî me jê re digot bila vî tiştî bike, wî wiha bersiv dida ‘Xwedê Mezin e’. Însanekî ew qas gewre bû.” (b.n.b. r.113)[12]

Ev nirxeke din a Palewan nîşan dide ku tu tiştî li ser namûs û heysiyeta xwe nabîne û tiştekî ji vê biqîmettir nabîne. Ligel vê, di herikîna romanê de tevgerên wî yên din ên wêrekî jî wî bêtir wekî siwariyan nîşan didin (wek mînak, b.n.b. r.112-113).

Qawamî derheqê têkçûna Palewan Ezîz de bi zanebûn nerînên cuda nîşan dide. Ecêb e ku li gorî gotinên xelkê ew ji hêla jinekê tê xapandin û ev tişt bi xwe dibe berpirsiyarê têkçûn û êşa wî. Yek ji van gotetogan jî ev e ku êşa wî bi jineke ku navê wê Firîşte ye re eleqedar e; li cihekî din ê romanê jî dibêje ku jineke din a bi navê Kilaw ew kiriye tiryakiyê afyonê. (b.n.b. r.113 û r.119 li gorî rêza bûyeran). Lê belê fikreke din a ku tê qalkirin jî nerînên berê red dike; gêrîlayekî bi navê Îbrahîm dixwaze alîkariya Palewan bike ku dev ji tiryak û narkotîkê berde. Jê dipirse gelo rast e a ku cara ewil eroîn daye wî Kilaw e. Palewan Ezîz vî tiştî qebûl nake. Li dewsa wê, têkçûna xwe bi bûyereke metafîzîk ve girê dide: “şevekê Xeyrizne[13] hat xewna min û gote min ruhê te bi gunehê qirêj bûye” (b.n.b. r. 119). Berdewam dike ku ji piştî wê demê û vir de Xeyrizne ji ber piştêşa wî ya giran dev ji piştgiriya xwe a ruhî berdide (b.n.b.).

Bi vî awayî Qawamî temsîleke polîfonîk a Palewan Ezîz derdixe, ji ber ku xweya wî hem ji hêla yên din û hem jî ji hêla perspektîfa wî bixwe tê pêşkêşkirin. Van vegotinên cuda û carinan hevnegirtî yên derbarê qerekter û xeysiyetên Ezîz pêşkêşkirinên diyalojîk ên kirdewariya wî afirandine. Jê bêtir, di bin bandora romannûsên modernîst de, Qawamî rastiyê bi perspektîfê ve girêdayî nîşan dide. Teswîra Matz a li ser romannûsên modernîst dikare bo Siweylayê jî bê gotin:

Şûna ku çîrokeke bê qisûr, bêalî û qediyayî biceribînin, ew [romannûsên modernîst] çîrokên xwe serabera, nîvî, bi xelet an jî bi nerîneke sînorkirî dihêlin […] Ji ber vê, nerîna xwedayî (omniscient), panoramîk û bêşexs rê li ber nerîneke sînordar, teng, nerîna şexsî vekir. Bêalîtiyê rê li ber navendsaziyê vekir; nerîna bi qisûr bû nîşaneya rastiyê. (2004, r. 51)

Wekî wê, Qawamî di herikîna vê romanê de, bi perspektîfên “sînordar” û “bi kêmasî” ve hema bi zanebûn rastî îzafî kiriye.

Izet, ku bavê Aram e, lehengekî din ê mezin e di vê romanê de. Mînakeke pir baş e ku kesek çawa ji aliyê îdeolojiyekê ve dikare bê veguhertin bo “kirde”yeke diyar”. Di tevahiya romanê de di navbera du kesayetiyên cuda de diçe û tê: qumarbaz û Derwîş. Izet wekî qumarbazê herî baş ê Sineyê tê nîşandan. Çayxaneya xwe kiriye cihê qumar û vexwarinê. Şêwaza wî ya jiyanê û kirdewariya wî ji ber nêzikbûna wî ya sûfizmê an jî qumarê diguhere. Ev têgeha fikran a Althusser tîne bîra mirov, “hebûn …di tevgerên pratîkan de tê qeydkirin, ew jî di qonaxa dawî de bi keresteyên îdeolojîk ên ku ji hêla edetan ve tên îdarekirin” (1984, r.159). Dev ji qumarbaziyê berdan û derwîş bûn, wekî îdeolojî, hingê bi ser nakeve, lê tenê bi rêya guherîneke têkûz ên di helwest û tevgerên wî de ew çêdibe: “Pirşing ew ji qumarbaziyê derxist û kir Mad Izet.[14] Hemû çûkên xwe azad kirin û dikana xwe bi mar û dûpişkan tijî kirin. Resmên jinên tazî daxist û şûna wan yên şêx û meşayixan aliqandin.” (Qawamî 2004, r.77)[15]

Ne ji ber fikr û ramanên xwe, xwe diguherîne û ji qumarbaziyê derbasî derwîşbûnê dibe, ji ber ku bigihêje armanca xwe ya mezin vî tiştî dike, dixwaze bi delala xwe Pirşing re bizewice. Bi şertê ku dev ji qumarê berde dê bavê Pirşingê wê bide wî. Ji ber vê, wexta ku ji Pirşingê cuda dibe dîsa vedigere jiyana xwe ya berê ya qumarê, ango bi qumarê dilîze, bi jinên cuda cuda re radikeve û vedixwe.

Bi saya Izet em cîhana du civatên ji hev cuda nas dikin, yên bawermendan û yên ku bawer nakin. Ev her du di nerîna xwe ya dinyayê de wekî dijberiyên cot tên pêşkêşkirin: yek ji wan bi dinya din re eleqedar e û ya din jî serê xwe bi vê dinyê re mijûl dike. Di sûfîzmê de divê mirov qaîde û qanûnên taybet bişopînin, lê yên ku bawer nakin dikarin bi daxwaz û pêdiviyên xwe yên dinyayê re eleqedar bibin; li gorî ya ewil di têgehên exlaqê û yên divê bên kirin û neyên kirin de her tişt pir hişk û zor e, ya din jî dihêle ku mirov van tiştên exlaqî bi cih neyîne. Bi vê gotinê, Qawamî ev her du deng anî hemberî hev, li ser rêça Bakhtin, bêyî ku li hev serweriyê bikin,di navbera wan de diyalogek çêdibe. Wekî ku di Siweylayê de tê nîşandan, beriya şoreşa îslamî tevgerên mêrxasî an li derên civakî yên wekî çayxaneyan olan dide ku tê de li hemberî zordestan pişta bindestan digirin, an jî li cihê derwîşan ku tiştên awarte dikirin. Piştî şoreşa îslamî xelk ji çayxaneyan derketin ser kolanan û paşî jî çûn çiyayan û tevgerên mêrxasiyê yên bi siwarîtî û sûfîzmê re eleqedar jî, ku bivênevê ev bi hêzeke dersiruştî ve dihatin girêdan, bûn tevgerên mêrxasiyê yên li hemberî rejîma îslamî.

Di salên dawî yên rejîma Pehlewî de, li herêmên din ên Îranê nerihetiyek hebû lê tevî wê, gelê kurd bi awayekî ew qas aktîv tevlî protestoyan dibûn ku li hemberî Şah dihatin kirin, hingê “Kurdistan bû navenda cografîk û siyasî ya serhildanên hemberî rejîma Şah.” (Koohi-Kamali 1992, r.180) Lê belê, hikûmeta şoreşî derheqê mafên kêmaniyan ên ku pêşî hêz dabûn kurdan ku tevî muxalefetên Îranî şer bikin, ji sozên xwe vegeriyan (McDowall 2004; Koohi-Kamali 1992). Gelê kurd di demeke nêz de fam kir ku rejîma nû bi tu awayî naxwaze hêza xwe bi kêmaniyên din re parve bike an jî xweseriyê bide kurdan û kêmaniyên din ên Îranê. Piştre di Tebaxa 1979an de Xomeynî “li hemberî kurdan cîhad îlan kir, hemû rêxistinên siyasî yên kurdan qedexe kir, endamtiya Qasimlo ya bo Meclîsa Rêberan (Majles-e Khebregan-e Rahbari‎) betal kir û Qasimlo û Şêx Îzedîn wekî dijminên komara Îslamî îlan kir.” (Koohi Kamali 1992, r.180) Ji ber van polîtîkayên otorîter, tu rê nema ji bo kurdan lê bo mafên xwe yên çandî, aborî û siyasî, rahiştin çekan. Di encamê de, di navbera şervanên kurd û Erkdarên Şoreşî -an jî Pasdaran ên ku “nirxên Şiî yên hikûmeta nû diparastin”- de dengê teqînê rabûn, di demeke nêzik de bû şerekî mezin. (McDowall 2004, r.162)

Hawirdora nû a civakî û siyasî nîqaşên nû derxistin. Di vê teqereqa siyasî de, di nav gel de tu girîngiya siwarîtiya berê nema. Niha mêrxasên rasteqîn ên gel ew kes in ku jiyana xwe ji bo gelê xwe dane, ji bo siberoja gelê xwe şer kirine. Mêrxasên nû hewl dan ku dinyayê biguherînin, dad û azadiyê bînin.

Qawamî kirdewariya lehengên xwe bêtir bi rêya ban-vebêjiyê (meta-narrative) diafirîne, wekî mînak neteweperwerî, dîn û efsane. Ji nav van, neteweperweriya kurdan a çekdar tenê wekî dîskûreke azadker tê pêşkêşkirin. Dîsa jî ev nerina bidestxistina azadiyê ya bi rêya têkoşîna bi çek di navbera Nia’met û vebêjer Aram de tê nîqaşkirin. Li ser vê nîqaş dikin ku bikaranîna şîdetê, di bersivdayîna zilma herî mezin a hikûmeta navîn de jî, şîdetên mezintir derdixe û ne azadiyê tîne ne jî aştiyê. Bi vê gotinê, di Siweylayê de neteweperweriya kurdan wekî hêzeke yekbûyî tê nîşandan ku dikare mirovan bîne cem hev da ku daxwaza mafên xwe yên çandî, siyasî û aborî bikin. Ev bi avakirina faîleke kolektîv çêdibe, anku, faîlbûneke ku ancax wexta şexs bibin yek û kirdewariyeke kolektîv pêk bînin. Bi gotineke din, her şexs heya astekê xwedan faîlî ye, anku, heke hêz û bandor wek amûrekê li ser zemîna rastiyên sosyo-aborî werin bikaranîn, di nav sîstemeke heyî de bi serê xwe nikarin berê xwe bidin guhertinekê, lê belê, dema ku ew şexsên ji rêzê î xwedan faîlî bên cem hev, faîlekî girîng î kolektîv wê pêk bê ku ew bi xwe karibin bi hêza xwe zor bidin ser rewşa niha.

Wexta ku pêşmergeyên kurd li hemberî navenda hikûmetê ya Îranê şer dikirin Aram û hevalên wî tûşî neteweperweriya kurd hatin. Qedr û qîmetê pêşmergeyan di nav milet de dihat zanîn û ew bixwe dihatin îdealîzekirin û ev jî dikir ku Aram, Ebê, Yedî û hevalên wan ên vê komê wan bipesînin.

Piştî nîvroyan û şevan me li mala xwe guhdarî radyoyê dikir.

-Şevê dî lehengên … êrişî qampa leşkerî kirin. Piştî şerekî bêhnçikîner û wêrek wan qamp û yên tê de asê mane tev de qir kirin.

Hişê me ji serê me çû wexta me ev nûçe bihîst. Hejmara qurbaniyan çi qas zêde dibû, kêfa me ew qas dihat; me digot qey balon diteqiyan, loma ne xema me bû an dilopek xwîn jê hatibû, an jî li ser rûyê vê dinyayê çavê însanekî heta hetayê hatibû girtin. Me digot qey bi kuştina van çend leşker û alîkarên wan ên serê sebebê em ê karibin heyfa jiyanên jidestdayî, zordarî û newekheviyê ku me dît, bistînin. Gurmîniya RPG û guleyan xew li zarokan diherimand û em diçûn serbanan, em diketin nav xeyala siberojê (Qawamî 2004, rr. 121-2).[16]

Aram van kiryar, helwest û baweriyên berê rexne dike ku wexta ew zarok bû hem ji aliyê wî û hem jî ji aliyê piraniya însanan ew wek tiştên mêrxasî û azadiyê dihatin qebûlkirin. Tê bîra wî ku şer çawa însanan diguhest û dikir makîneyên kujer ên famkor an jî dilxwazên kuştinê û çawa dijmin ji însanetiyê derxist, wekî ku ne însan bin dihatin dîtin û pêşkêşkirin, jê xirabtir wekî şeytanên ku yekcar ji wan cuda ne dihatin dîtin. Li dewreke wisa mezin bûne. Weku Aram bawer dike, siberojeke ronî ji nav lûleyên çekan çav li wan dikir, sibeheke ronî bû, lê leylan bû. Lê belê di demeke nêz de fam kirin ku şer dê azadî û kêfxweşiyê nede wan, û paşî dest bi dîtina kesekî, komekê an partiyekê kirin ku wan wekî berpirsiyarê îlankirina şerê ku li hemberî navenda hikûmetê tê kirin, bibînin.

Derheqê derketina şerê navbera kurdên Îranê û navenda hikûmetê de xeberên cuda hene ku ji hêla dengên nenas tên pêşkêşkirin, û ev her yek jî komeke mezin a civaka kurdan teswîr dike. Qismek ji civakê ji hêla din tê tawanbarkirin ku ew dilxwazên şer in, di wexta şer de, di şertên newekhev de ku dijmin ji serî heta binî xwedan çek bû, hatine xapandin û ketine dafê. Hêla ku tê tawanbarkirin jî wekî bersiv dibêje ku wan xwe parastine û xiyaneta hinek hêzên kurdan jî wek sedema têkçûna xwe dibînin.

  • –  Me nikarîbû li hemberî daxwaza şer û xwînê bisekinin.
  • –  Çima vê dibêjî? Me dikarîbû vê lehiya şerê ku wekî berajekî ye bisekinanda. Me li ber xaniyên xwe dîwar rakirin. Guleyên me ji dîwar derbas nedibûn. Me dixwest em şer bikujin, ji bo ku li hemberê wî bisekinin û dev jê bernedin; lê me dev jê berda ku rêbaza şer jî ev e. 17

Belkî ev li ser lihevnekirina her du partiyên bingehîn ên Kurdistanê -ango Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranê (PDKÎ) û Komala– nîşaneyek bû. PDKÎ dixwest mesela Kurdistanê bi aştiyane çareser bike û dixwest rasterast bi hikûmeta navendî re gotûbêjan bike; lê belê, ev ne bi dilê Komalayê bû û ji hêla Komala ve wek levayîxwaz hatin tawanbarkirin. KDPI bi sekna xwe ya çepgir partiyeke pragmatîk û nerm bû, mebesta wan ew bû ku pirsgirêka kurdan bi aştiyane û hema qenebe bi kêm zeraran were çareserkirin (McDowall; Yildiz 2007). Ji hêla din, bingeha Komalaya çepgirên Maoîst bû ku netewperweriya kurdan, bi gotina McDowall, wekî “azweriya bi sînor” dîtin û henekê xwe bi serokên KDPI dikirin ku ew “netewperestên bûrjûva” ne (McDowall 2004, r. 265). Ji bo armanceke nuwaze şer dikirin, wekî ku wan jî digot, armanca wan rakirina sîstema çînî bû û dixwestin bi çepgirên din ên dinyayê re, bi hev re, li hemberî emperyalîzmê şer bikin û zora wê bibin. Li Îranê dixwestin “hêz dîsa bikeve destê hemû civatên Îranê û hikûmeta navendî têk bibe.” (b.n.b., r. 262)

Ev cudahiya îdeolojiyê, hingê, carinan dibû asteng ku yekîtî û hevkariya Komala û PDKÎê li hemberî dijminê wan, ango rejîma nû ya Îslamî, çêbe û bibin xwedan siyaseteke tenê. McDowall berdewam dike, “Komala ne bi qasî KDPI bi dil bû ku bi Tehran re li hev bên û ji KDPI bêtir dixwest şer bedewam bike. Ev bê guman rewşa gotûbêja kurdan zeîf kir. Di Sermaweza 1979an de wexta ku KDPI wekî gotûbêja ewil bi hikûmetê re agirbest îmze kir, dîtin ku hemû hewldanên wan ji ber êrîşên Komala yên li hember hêzên hikûmetê hatin xirakirin.” (b.n.b., r. 266)

Li derekî din î romanê ev her du tevgerên dijber şerê hev du dikin, vê carê di nav lehengan de, Nia’met û Kak Xelîl. Kak Xelîl partiya Komala ya ku li ser îdeolojiya Marksîst hatiye avakirin, temsîl dike. Em ji peyvên wî pê derdixin ku ew kesekî zana ye û ji bo armanceke mirovane şer dike, ev jî “wekheviya mirovan” e (Qawamî 2004, r. 122).[17] Nia’met li hemberî wî derdikeve, li gorî wî maf û wekhevî bi şîdetê nikare bê bidestxistin, “Kak Xelîl tu bi vî şerî çi qas dikarî berdewam bikî? Ji xeynî êş û wêranan tu difikirî ku mirov karibe di nav şer de tiştekî din bi dest bixe? Dema ku tu mirovan dikujî, tu yê jî li benda heman tiştî bî. Dema ku tu xwîna yekî din dirijînî, bê guman dê xwîna te jî bê rijandin.” (b.n.b., r. 122)[18] Dibêje wekheviya mirovan ne armanceke ew qas mezin e ku ji bo wê mirov bibin qurban. Li gorî wî jiyan ew qas kurt e ku ne hewce ye mirov şer bike ji bo wê. Dibe ku bihata wê qenaetê ku tevgera kurdan bi rêya têkoşîna bi çek wê negihişta armanca xwe. Çawa ku rejîma nû xwe ava kir û bi awayekî hişk êrîşî bajar û gundên kurdan kir, û tevgera kurdan têk çû. Vê, tevî guherînên din ên civakî, siyasî û dorhêlî, di vê romanê de wisa kir ku hêviyên lehengan hatin şikestin û ew bixwe jî bûn kesên pasîf.

Dinyaya ku Aram û hevalên wî lê dijiyan bi xem û talûkeyan tijî bû, ne tenê ji ber şer û tiştên serabera, lê belê ji ber hin tiştên ku bi civaka kurdan re eleqedar in. Di meseleya tacîzên cinsî de xort û heta mêr jî bêhêz tên nîşandan; vebêjer, ango dema Aram qala vê çaxê dike ku bi îhtimaleke mezin salên şoreşê ne, em zanin ku ev çax ew qas bi talûke û bêewle ye ku “mêrekî nediwêrî ji taxa xwe derketa. Ku li taxeke din bi tenê bihata dîtin, destdirêjî lê bihata kirin.” [19] Di vê romanê de sê tacîzên cinsî ku li xort û mêran hatine kirin tên vegotin, di hemûyan de jî qurban xwe ji wan û ji tecawuzê difilitînin. Hecî Ebas nêzî komeke mêr û xortan tê ku li hemberî mala wî rûniştine. Wan hişyar dike ku neçin taxên din: “miqate bin û qet neçin taxên din.” Dema ku sedema vê hişyariyê dipirsin, ji wan re dibêje wexta ku vedigeriya malê qîreke bi dengekî nizm bihîstiye li ser gir. “Min ber bi wî dengî ve baz da. Min du mêr dîtin li ser xortekî, yekî qûna wî zeft kiribû û yê din jî destê xwe danîbû ser devê wî û tecawuzî wî bikirana.” (Qawamî 2004, r. 48)[20] Paşî qal dike ka çawa kêr li wan daye û ew xort ji destê wan xilas kiriye. Ev çîrok wê rojê tîne bîra Aram ku bi Yedî, Ebas û Omid re çûbûn baxçeyê fêkiyan ku li cihekî nêzik bû. Mêrikekî qerase da dû wan û Aram zeft kir, û ew berda çû ba Omid. “Ji pantorê wî [Omid] girt û ew avêt erdê. Wexta ku di binê wî de ma ziravê Omid qetiya. Dema ku dikir xirê xwe derxe, Yedî kevirek li serê wî da.” (b.n.b., rr. 48-9)[21] Şerê di navbera mêrik ku dikir tecawuzî Omid bike û xortên din de berdewam dike heta ku mirovekî din tê û wan ji tecawuzê xilas dike. Tacîza sêyemîn wexta ku xort di hawûzê de ne çêdibe. Mêrikek ciwan di hawûzê de bi wan re dilîze û vê carê jî ji hêla mêrikekî dilpak ve tên xilaskirin. (b.n.b., r. 86).

Wexta mezin dibin, xwe di serdemeke nû de dibînin ku bi bidawîbûna şer civak bêtir ewle û parseng dibe, ku ev şer jî bi sekinandina serhildana kurdan diqede. Lê ev ewlehî û îstiqrar bê berdêl nayê. Hikûmet bi zilm û zordarî û bi tirsandinê îstiqrar anî Sineyê û bajarên din ên kurdan. Aram, Ebê, Yedî û xortên din ên koma wan nikarîbûn bawer bikin ku hêvî û xeyalên wan belawela bûbûn. Wan hemû heb dixwarin ku xewnên wan ên berê “siberoja ronî” dîsa bê bîra wan, siberojeke ku ji îro cuda bû û hemû mirov wekhev bûn, dema ku ciwan ji bo siberojeke çêtir sloganên mezinan dubare dikirin:

  • –  Bimre zilma kapîtalîst
  • –  Bimre newekhevî
  • –  Bijî wekheviya mirovan
  • –  Bimre … (Qawamî 2004, r. 168)

Ev slogan îdeolojiya çepgir a Komalayê baş nîşan didin ku ber bi avakirina civakeke bê çîn diçû. Ne tenê yek ji van sloganan jî pêk nehat, lê belê newekheviya mirovan di rejîma Îslamî de ji berê jî mezintir bû.

Ji xeynî têkçûna avakirina xweseriya Kurdistanê, guherînên dorhêlî jî mijareke din bû ku ji jiyana Aram û hevalên wî gelek tişt birin. Di rewşa nû ya siyasî û dorhêlî de xwe wek biyanî hîs dikirin. Cihê wan ê ku lê dijiyan ew qas guherî ku êdî ew der wek ne mala wan be; li ser jiyana xwe ya berê şîn digerandin: Aram vedibêje “[N] iha kaniya Cemîla, wekî geliyekî tijî dar, wekî dîmenên din ên zaroktiya me êdî ji leylanê pê ve ne tiştek e […] Em zarokên Berdeştê tu car wan kesên ku dîmenên zaroktiya me rûxandin nabexşînin.” (b.n.b., r. 38)[22] Warê wan ê zaroktiyê, hê di ser de bîst sal jî derbas nebû, bi awayekî mezin hat guhertin. Taxa wan Berdeşt dît ku darên wê hatine birîn, kanî ziwa bûne û daristan cihê xwe dane avahiyan. Nemaze serhildana kurdan bi awayekî zalimane hat temirandin. Ji ber vê, wê tu kes şaş nebe ku qedera wan kêm zêde a hemûyan bibe yek, ev êş û kedereke pir mezin e ku jê direvin, ji ber vê heban dixwin. Cemîl xwe dikuje, Kak Xelîl, Ibrahîm, Yedî û Çinûr dimirin û Aramê ku berê ji hêla her kesî wekî aktîvîst û nivîskarekî xwedan rûmet dihate naskirin, niha ji “xwe”ya xwe ya îdeal (ideal self) a xeyalî ku dixwest pêk bîne pir dûr ketiye.

Qawamî di Siweylayê de meşrûtiya netewperweriya kurdan a ji bo bidestxistina mafên bingehîn û mirovî yên gelê kurd têkoşîna bi çek bi kar tîne jî vedipirse. Lê, ji bo ku nîşan bide têkoşîna bi çek bivênevê lazim e, perspektîfên din jî derdixe, vegotineke pirdengî (polîfonîk) tê pêşkêşkirin. Ev pirdengî di heman demê de di nav lehengan de jî dizîvire, heman mijar an jî mijarên cuda ji hêla lehengên cuda ve tên vegotin, an jî fikrên wan ên derbarê lehengên din. Wekî ku min nîşan da, di vê romanê de hiş û kirdewariya lehengan li ser têkiliyên diyalojîk ên bi dîskûr û îdeolojiyên heyî ava dibe û pêş ve diçe. Ji bilî vê, min “dorhêla îdeolojîk” bi nerînên civakî, dîrokî, siyasî û warî ên ku kirdewariya lehengan li ser van ava bûye û bi pêş ketiye, vekola û vekir.

[1] Siweyla di zimanên farisî û kurdî de navê jinan e. Serenavê vê romanê ji lehengeke bi navê Siweyla hatiye girtin.

[2] “Yadi be xêr salan be ser befra banew ban eroyshtîn

[3] “Sal û zeman gorawe role. Kwa befir kwa dilxoşî.”

[4] A” jî wekî “Ka” û “Kak” e, diyalekta Erdelanî ye, ji hêla gelek mirovên Sineyê tê axaftin.

[5] Hecî Ebas û bawkim her yeke u qolîngêkiyan be destewe bû u dîware befrî kolaniyan erûxand. Ka Seyfe û A Ebeş be xakenaz firghonekeyan bo pir dekirdin, êmeş berew berdeşt rawman ena u lewê le ser şeqam bilawman ekirdewe.

[6] Hewalman pê geyîşt hêzêkî gewrey dewlet be rêweye. Le gel çen çekdar swarî cipêk bûyn û berew Kamiyaran têman teqand.

[7] “pêm wa niye lew katewe daykmî nasîwe be xeiyalî hiç jinêkewe xewtibêt. Daykim le katî şerî eylûl le

[8] “Aram mest û kelela le ser korsîyêk danîştibû. Le gel Çinûra penceman be nêw pencey yektira kirdbû. Carcarêk pencem ber memkey ekewit û terêq ebûmewe”

[9] “Balman be nêw balî yektirda kirdbû. Baskî ber memkim ekewit û dilm elerzî. Xoy dûr existewe u disanewe bo xomim ekêşayewe …”

[10] “le naw baxa le nêw tûtirk û gole zerdekanda çawşarkêman ekird. Le şwênî wa xoy eşardewe bêçwe pişîleşî piya nedeçû.” “gel babî helatibûn bo emdîw. Şewêkiyan le jêr lêzme baraa serî kirdbwe nêw çaxanekey babmewe […] Bangî şêwaniyan dabû. Xerîk bûm berew mal bibmewe. Tewawî dûkanekanî sîrûs bestrabûn.”

[11] -Wirçe bor bo lewê westawî?

Be temay êwe danîştûm.

Neroy xaw kêşit ekem.

Tenya xot ya le gel de qule mirîşkekey birata?

[12] “Ca lew kate le doxêkî zor xirapda ejiya. Moa’tad û keftekar le sûçî malda kewtibû, ke çî her çîman kird nemantiwanî razî bikeyin mûçey dewlet werbigrê. Berdewam yek welamî edayinewe ‘Allah Kerime’. Be rastî zor piyaw bû.”

[13] Xeyrizne kurmancî û Khidr Zende (Alive Khidr) jî farisî ye, ew kes şêxekî ye ku tirba wî nêzî Sineyê ye. Ji hêla gel ve yekî pir rêzdar e, ji ber ku li gorî baweriya wan ew di dema Musa Pêxember de jiyaye û xwedî hêzên mucîzewî ye.

[14] Ji hêla ruhî ve ne baş e û bi îhtîmalekê ji ber vê yekê ye ku pişta xwe daye karên dinyewî.

[15] “Pirşing le qomar bazêkewe gorayewe bo dêwane Izet. Hemû qazlax û seyre u qenariyekanî berda u dûkanekey pir kird le mar û dûpişk. Resmî jine rûtekanî hênaye xwar û qapî şêx û ewlyakanî le cêgey helwasî.”

[16] “Niwero u şewan le kolesûçî malanda gwêman be radyowe ena. Dwênê şew kure qaremanekanî … desrêjîyan kirde ser binkeyiêkî dewlet û paş şerêkî dijwar û bwêrane, em binkeyeyan be hemû ew kesanewe têyda bûn, tefrûtûna kird. Êmeş her ewe nebû bal bigrînewe. Her çî jimarey kuştekanî dewlet zortir baye, zyatir keyfman lê dehat, wekû ewey lem şwênaneda tîzan teqabêt û bes. Ne xwênê rijabêt, ne kesêk bo hemîşe çawî le rûy dinyay roşin daxrabêt. Waman ezanî be kujranî em çen serbaz û bekrêgîrawe bestezmananey ebûne berpel toley xwêne rijawekan û sitem û naberberyekan ekrêtewe. […] grime w nirkey arpîçî w qirme qrimî fîşek, xewnî mindalanî ezrand, êmeş emankirde serbanan û xewnman be sibey rojekanewe ebînî.”

– Asteke ew qas mezin bû. Em azad bûn. Em êdî ne di bin piyên dijmin de bûn.

– Wekî xewnekê bû; xewna sekinîna li hemberî gulle û tankan. Em hatin xapandin. Em ji bo şer hatin dehfdan û koka me hatiye qelandin.

[17] Ku xiyanet li me nehata kirin me yê encameke din bidîta.

[18] “Kak Khalil ta key etanewê dirêje be şer biden? Şer çi derencamêkî ebê le mal wêranî zyatir? To ke xelkit koşt, lêt ekojrê. Xwên birjênî ebê dilnya bi xwênit erjê.”

[19] “piyawî kamil be teniya neydewêra le gerekî xoy dûr kewêtewe. Dû kes be tenya gîriyan bihênaye be zor eyankird be qûnyewe.”

[20] “berew dengeke helatim. Dîm le pişt dîwarî merged dû nefer korêkiyan pal xistiwe. Yekiyan baweşî kirdbwe qûniya w ewîtir destî xistibwe ser demi. Xerîk bûn be zor bîgên”

[21] “Şiwalî le pêy kend û palî xist. Omîd le jêr desîda pîranî kirdbû. Her ke kêrî derhêna yedê helat û berdêkî gewrey kutaye tewq seriya.”

[22] “Êsta Kanî Cemîl wek dolêkî pir dirext, wek zorêk le dîmenekanî mindalî, teniya xeyalêkî dûre u bes […] Ême mindalanî Berdeşt qet xoş nabîn lew kesaney dîmenekanî mindalîyan lê têkdayn.”

Share.

Leave A Reply