OBJEYA WENDA A AREZÛYA SERDESTIYÊ:

Mutluluk û En Uzun Gece

AYHAN ÖZTUNÇ

Puxte: Di vê nivîsarê de me du berhemên popular ên ku pîştî salên 2000î derçûne ên bi navê Mutluluk En Uzun Gece kirin mijar. Ev her du roman ligel guherînên nasnameyên nivîskaran ên salên 90î hatin xwendin. Bi nîqaş û xwendinên mêtingerî, di naveroka van romanan em li şopên temsîlên kurdayetîyê ên di romanên dema avakirina komarê geriyan. Ligel hin hêmayên neguherbar û veguherînên estetîk, em li pey şopên gotinên mêtinger çûn. ji ber taybetiyên tesîra van romanan me çeperên xwendina xwe berfireh kir û me li gotinên mêtinger ên li derveyê naveroka romanan, ligel aûraya taybetiyên heyamî, kola. Me dît ku bi vebêj û şêweyên nû ve temsîlên kevnare ên di dema komara Tirkiyeyê hatin nivîsandin, hîn xwe di romanan de diparêzin. Heta me dît ku ev nivîskarên hanê gotina desthilatê a ku bi her hawî hewl didin ku xwe veşêrin, bêhtir şax daye û rewşekê psychic girtî ye.

Peyveke sereke: edebiyata tirkan, temsiliyet, kurdbûn, xwendina mêtinger, zordest.

Destpêk

Cihgirtina kurdan di berhemên nivîskarên tirk de êdî kêm zêde xwediyê lîteraturekê ye. Armanca lêkolînên li ser vê mijarê exleb teşhîrkirina gotina serdestan e û em bi alîkariya van lêkolînan êdî dizanin ku kîjan nivîskarî û kîjan berhemê çawa cih daye kurdan. Nivîskar û lêkolînerên wekî Müslüm Yücel, Abidin Parıltı, Özlem Galip, Rohat Alakom, Ronayî Onen, Remziye Arslan, Remezan Alan û Zeyno Zeynep li ser vê mijarê xwendinên jêk cuda pêk anîne û ez bawerim ku ev mijar li bendî gelek lêkolînên bi vî rengî ye. Me jî di hejmara Zarema ya duyemîn de lêkolînek bi vî rengî bi navê Di Romanên Tirkan Ên Neteweyî û Civakparêz De Kurd: Leşkerê Tirk, Keça Kurd û Kemal Tahir nivîsî û di vê gotarê de em jî ketin dû gotinên kolonyal. Ew berhemên (exleb roman) bi tirkî ku di destpêka komara Tirkiyeyê heta salên 90î tên nivîsîn û dibin mijara van lêkolînan jixwe bi gotinên kolonyalîst ve têr û tije ne û rasterast rabêjeke kolonyal bi kar tînin. Anku hewceyiya wan bi veşartina vê gotinê nîne. Jixwe bi alîkariya van lêkolînan em dizanin ku gelek romanên bi vî rengî bi siparîşa sîyasetmedar û serleşkeran ve hatine nivîsîn. Mînak: Dersim 1937, Tunceli 1938 (Barbaros Baykara). Temayûlên siyaseta netew-dewleta tirk di heman demê de di wêjeyê de jî xwe nîşan dida. Heta em dikarin bibêjin rasyonelkirina qirkirina kurdan karê rojnamevan û nivîskaran bû. Karê van nivîskarên tirk rasterast kolonyalîzm bû, ji ber ku karê “tunekirin”a kurdan û parastina vê tunekirina berbiçav hîn hewceyî bi amûrên postkolonyalîzmê nedidît. Lê piştî salên 90î ji ber guherîna şert û mercên polîtîk û cazîbeya navenda edebiyatê, dê nivîskarên tirk ên populer êdî bikaribin (an jî mecbûr in) amûrên postkolonyal bi kar bînin. Di vê gotarê de em ê li sedemên vê guherînê, di romanên du nivîskarên populer de bigerin. Sedemên bijartina Zülfü Livaneli û Ahmet Altan jî ew e ku her du nivîskar jî gotina desthilatîbûnê bi heman rêbaz û teknîkan bi kar tînin. Li aliyê din em dizanin ku populerîteya van nivîskaran hîn di nav kurdên bakurê Kurdistanê de berdewam dike. Ji bilî nirxandina naverokên romanên van nivîskaran, em ê di heman demê de li ser kirin û gotinên van nivîskaran jî bisekinin. Lewma em ê bibînin ku pêngava herî sereke a daketina nav kolan û bîrûbaweriya kurdan êdî “xwepejirandin” e û ew jî dê bi amurên li dijî nivîskariyê anku bi dîmenên “demokratîkbûyînê” wê pêkan be.

Guherîna navenda cazîbeya edebiyatê

Kêm-zêde em dikarin bibêjin destpêka komara Tirkiyeyê heta cûntaya 1980yî lawê kurd di romanên neteweperestan de xadim dibû (dihat kuştin), keça kurd jî dihat kedîkirin (li gel lawê tirk dizewicî). Di romanên çepgirên tirk de jî kurd ji paşverûtiya şêx û axayan dihatin xelaskirin[1]. Li dijî çend nimûneyên weke Ferit Edgü (Hakkari’de Bir Mevsim/Demsalek li Colemêrgê)[2] kurd an bi rolên fîguratîf (pasîf) cih digirin an jî bi temamî winda ne. Li ser vê çendê Remziye Arslan di lêkolîna xwe a bi navê Cumhuriyet Dönemi Romanlarında Kürtlerê (Di Romanên Dema Komarê de Kurd) de wê temsîlên kurdan ên di van romanan de tesnîf bike û qala hin nerînên bingehîn bike. Li gorî Arslan kurd, di van romanan de an bi nerîneke “nasyonalîst” an jî bi nerîneke “demokratîk” cih digirin. Arslan, nerînên nasyonalîst jî dike du beş: “nerîna nasyonalîst a şoven” û “nerîna nasyonalîst a humanîst”. Arslan di vê dabeşkirinê de mafdar e lê bi ya min ew nîqaşa ku di bin sernavê “nerîna demokratîk” de dike bi kêmasî ye. Ji ber ku Arslan dibêjê di vê nerînê de kurd êdî bi awayekî pozîtîf cih digirin, ji wê rewşa pasîf derketine û bikêr in. Lê gava em li ser van romanan jî hûr dibin, em dibînîn ku heman nerîn bi awakî estetîk hatiye veşartin û nerîn bixwe demokratîk nîne, bi tenê ewan nivîskaran xwe di bin navê demokratîkbûnê pêş xistine. Nivîskar û romanên ku bûne mijara vê gotarê jî ji heman nifşê ne. Ji ber wê jî gerek e em li ser vê haleya (aura) xapînok anku “demokratîk” bisekinin da ku bingeha problematîka me jî bêtir bê fêmkirin.

Piştî cûntaya 1980yî dengê edebiyata tirkî a têr utopya yekcar vemirî. Çepgirên tirk (aqildarên kurdan) bi dilşikestin çeperên xwe ên têr bawerî him di siyasetê de him jî di edebiyatê de berdan û romanên dîstopîk û derûnî pêş ketin. Li aliyê din bi derketina PKKê re dengê kurdan roj bi roj bilind dibû û di salên 90î de her çend ji derveyî welêt jî be edebiyata kurdî êdî berbiçav bûbû. Êdî kurd, bi huner û siyasetê ve ji asta “di ser guh de avêtinê” derdixistin û bi hemû awayan xwe dixistin rojevê. Nêzîkbûna meseleya kurdayetiyê ji bo hin nivîskarên “demokrat” azmûna herî girîng bû. Ji ber mîrasên salên 90î ji bo nivîskarên tirk ev azmûne hîn tundtir dibû. Heta em dikarin bibêjin hin nivîskarên wekî Latife Tekin, ku bi eslê xwe kurd e, bivênevê daxûyanî didan û mecbûr diman ku navbera xwe û kurdayetiyê aşkere bikin. Ji ber tesîrên ku me li jor qal kir, kurdayetiya Latife Tekin di medyaya tirkan de wê bê rojevê û mecbûr dimîne ku vê çendê rave bike. Tekin di sala 2008an de di rojnameya Hürriyetê de hevpeyvînekê dike û dibêje: “Gotineke Orhan Pamuk heye: ‘Min xwe di ser trêna kurdan re avêt.’ Ez jî ji wê trênê daketim xwarê”[3]. Em dibînin ku ev “trêna reş” êdî li qonaxa her nivîskarê xwe bi demokratîkbûyinê nîşanî dide, disekine û li bendî hevrûbûnê ye.

Ji ber van sedeman, di nav entelîjansiya tirk de nerîn û nêzîkbûna meseleya kurdayetiyê bûbû nîşana dereceya rewşenbîriyê. Ewê ku bi wêrekî straneke kurdî bistirê, daxuyaniyekê bide, çend kilaman derheqê kurdan parve bike û di romanên xwe de behsa şerê leşker û gêrîla bike ew li “aliyê din ê feratê” qehreman bû û di nav entelîjansiya tirk de jî rewşenbîrê herî bisteh û enternasyonal bû. Îcar di nav vê modeya endazeya rewşenbîriyê de stêrka Ahmet Altan di nav kurdan de bi nivîsa “Atakürt”[4] ve biriqî, Zülfü Livaneli jî bi stranên civakparêz (ji ber meyla hereketa kurd) û parlementeriyê (demokratê sosyal) di bîrûbaweriya kurdên bakurê Kurdistanê de bihêz bû û hîn jî bihêz e. Heta van salên dawî jî em dikarin bibêjin rolên van her du rewşenbîrên “demokrat” ji bo gelek siyasetmedar û xwînerên kurd bûbû xala referansê. Di her meseleyên kurd de “hakem”iya wan a bêgengeşî bihêztir dibû û helbet ew jî dê gotinên xwe ji ber vê cazîbeyê bi maqyajeke estetikî bipêçin. Ji ber wê jî romaneke vebêja salên 90î wezîfeyeke vê hakemiyê ye. Romanên En Uzun Gece (Şeva Herî Dirêj) û Mutluluk (Bextewarî) jî di vê atmosferê de derçûn.

En Uzun Gece (Şeva Herî Dirêj) û Mutluluk (Bextewarî)

Nivîskarên van romanan, di wêjeya tirk de çend serkeftî û populer jî bin hemû klîşeyên derbarê kurdan ên di romanên serdema 20an de dihewînin. Di bingehê de tu guherîn nîne, bi tenê rê û rêbazên gotinê hatine guhertin. Ji ber heman klîşe û nerînan lazim e em bi kurtasî behsa mijar û naverokên wan bikin:

En Uzun Gece di sala 2004an de derçû. Serlehengên romanê Yelda -ku maneya wê şeva herî dirêj e- û Selim di nav eşq û azweriyekî têkilhev de ne. Yelda aborînas e, Selim jî di Zanîngeha Boğaziçiyê de mamosteyê dîrokê ye. Her du jî xweyî malbatên halxweş in û li Ewrûpa û Emerîkayê perwerde bûne. Her du jî piştî zewaceke biserneketî li hev du tên û evîneke rageşî a bêdawî dest pê dike. Yelda pê dihese ku Selim hin caran wê dixapîne û ligel jina xwe a kevin têkiliyeke nepenî dimeşîne. Li aliyekî eşqa Yelda a hingofî, li aliyekî rastiya Selîm a berbiçav wê Yeldayê bixe nav dudiliyeke dûr û dirêj. Ji vê rewşa ne tu rewş, bi peywirdarî beşdarî heyeteke Ewrûpî dibe û diçe gundekî Mêrdînê (Uçurumköy) -nexwe çi karê wê li wan deran heye- û sedema çûyîna heyetê jî kuştinên toreyî ne. Yelda li vê derê rastî axayan, jiyana dijwar, gundên bêserûber, xaniyên ji axê, zimanekî çiyayî, zarokên bêxweyî, şerê leşker û gêrîla, kuştinên toreyî û hemû tesewirên ku bi gotina “kurd” ve zeliqiye tê. Jiyana wê a li hindav qerqezê û jiyana li vî gundê li hindava qerqezê (Uçurumköy) têkil hev dibe. Lê li vî gundê meçhûl rastî zarokekî 12 salî (Hêja) ku bav û birayên wî hatine kuştin tê û ew zarok dê ji wê re bibe girava arafê di navbeyna cenet (jiyana modern, Stenbol, Selim) û cehnemê (Kurdistan). Li hember lêkolînên kuştinên toreyî bi endamê heyetê Taner re têkiliyeke seksuwel dijî û dizane ku tu car nikare dest ji Selim jî berde. Lê bi hezkirinek kûr û zindî nezîkî Hêja dibe û hez dike ku Hêja jî ligel xwe bibe Stenbolê. Heger dayîka wî qebûl nekir, dikare wê jî bibe. Pirsgirêk pir in, lê têkiliya Selim û Yelda tu caran nayê birrîn. Yelda, Hêja wekî fêkiyê xelasbûna vê anafora tûj dibîne û fikra xilaskirina Hêja ji vê jiyana ku “lawik her dem qurban in” û “keçik herdem kuştî” ne, dibêje Selim û Selim jî qebûl dike. Lê nêzîkî demên vegerê Hêja bi guleyeke bêserûşûn tê kuştin. Yeldaya kezeb şewat vê çendê ji Selim re dibêje; Selim jî biryar dide ku bê û yara xwe ji vê qonaxa xeter xilas bikê. Yelda bi tirimbêlê diçe balafirgehê û Selim hildigire û vedigere gund. Lê mixabin di rêya vegerê de (ber êvarê) vê carê mixetabê guleya bêserûşûn Selim e, Selim dimire û şeva Yeldayê a herî dirêj dest pê dike.

Mutluluk (Bextewarî) di sala 2002an de derçû. Ev roman jî wekî En Uzun Geceyê li ser du piyan saz dibe. Li aliyekî keça feqîr û jar û nezan a “rojhilatî” Meryem û pismamê wê Cemal; li aliyê din camêrê zana, serkeftî û modern ê “rojavayî” profesor İrfan. Meryem li gundekî li ber devê behra Wanê tê dinê û dayîka wê gava wê tîne dinê dimire[5]. Bavê wê di bin emrê birayê xwe ê mezin de ye, bêdeng, newêrek û pasîf e. Piştî dayika Meryemê dimire ligel Döne’yê dizewice. Heta dawiya romanê êdî qala bavê Meryemê nayê kirin. Meryem, wekî hûn jî dê texmîn bikin, wê rû bi rû klîşeyeke romanên bi vî rengî bê: tecawiz. Tu kes nizane kê tecawiz kiriye û Meryem jî bi tu hawî îfade nake. Mamê Meryemê ê ku şêxekî bi nav û deng û sûal ji ilm û zanîna wî nayê kirin, wê dîwana eşîrê kom bike û bibêje cezayê Meryemê kuştin e. Wê dadixînin govê û li bendê ne ku xwe daliqînin. Lê Meryem bi tu hawî nikare. Îcar kuştina Meryemê dikeve ser milên Cemalê pismam ku teze ji leşkeriyê hatiye. Cemal dê wê bibe Stenbolê û bikuje. Lê ew jî nikare. Cemalê di bin zilm û zelewata şêx de mezin bûye, di sir û seqema qereqola di nav çiyayên asê de têrî xwe gêrîla kuştî û rû bi rû dijminiya hevalê xwe ê sêlektiyê “Memo”yê gêrîla hatî, nikare vê kuştina herimî pêk bîne. Ew ji Stenbola ku ji serê romanê heta binê romanê xewn û xeyalên Meryemê dixemilînin direvin û diçin gundekî Îzmîrê (bajarê komarê ê rûspî) a li ber devê behrê. Rêya van safikên ji dûrî medeniyetê û profesor İrfan li vê derê li hev tên. Profesor jî ji pirsgirêkên bajarî, têkiliyên sexte, zewaceke teşeyî û navdariyeke bê wate reviyaye. Profesor, destê xwe ji hemû tiştan dikêşe (bila Zanayê ku Ferarîya xwe Firotî bê bîra me) û vedigere behra sêlektiya xwe. Gava ku van xerîban -ku agahiya wan bi tu hawî ji jiyaneke modern nîne- dibîne lêgerîna wateya jiyana wî şênber dibe. Profesor li wan xweyî derdikeve û bi hezkirinek nejirêzê nêzîkî Meryemê dibe[6]. Profesor êdî sedema hatina van revokan dizane û pê dihese ku mamê Meryemê (Bavê Cemal) tecawizî wê kiriye. Piştî demekê Cemal ji têkiliya Profesor û Meryemê a ku nikare bi wate bike bêhizûr dibe û êrîşî profesor dike. Profesor -ji ber ku serxweş e- tecawizkarê Meryemê ji Cemal re dibêje. Dawiyê Cemal bi serê xwe dikeve, Meryem jî ligel xortekî tirk miradê xwe hasil dike.

Guhertinên ji “leşkerê zordar” ber bi “rewşenbîrê xêrxwaz” ve

Formulasyonên mêtingeriyê di nav sekkaniyekê (constant) de nînin, bi berdewamiyeke têkilhev pêş ve diçin. Ji ber wê jî rasterast xwendineke dijmêtingerî wê pêşî li derfetên têgihîştina kolonyalîzma di nav sînorên Tirkiyeyê tê bikaranîn bigire. Bi taybetî jî heger mijar bû peywendiya kurd û tirkan, nuansên divê bên aşkerekirin yekcar li bendî xwendineke berfireh in. Lewma peywendiya edebiyat û qadên bîrdoziya tirkîtiyê wê hercar derkevin pêşiya me. Wekî Ania Loomba di berhema xwe a bi navê Kolonyalîzm Postkolonyalîzmê de aşkere dike: “‘postkolonyalî’, gava ji ripinên cih û warên taybet [specific] hat jêkirin nikare bi awayekî bi wate lêkolînê bike û tam di cihê xebata aşkerekirina têkiliyên zordestiyê de wê dest bi nixumandinê bike”(38). Ji ber wê jî ferq û cudahiya gotinên mêtinger ku di van her du berheman de xwe diparêzin, divê di nav peywenda şertên “demokratîkbûyînê” de -a ku me li jorî qal kiribû- bê xwendin. Li vê derê tişta balkêş ew e ku klîşeyên derbarê kurdan ên di roman û çîrokên tirkan de hercar tên bikaranîn divê bala me ji kûrayiya “zordestiya estetîk” dûr nexe. Em dizanin ku ev berhemên hanê di himbêza edebiyateke kemilî de derçûn lê formên kurdayetiya di romanên dema komarê de, xwe di van romanan de jî diparêzin. Anku; leşker, keça kurd, şêx, axa, eşîrtî, cih û warên ji dûrî modernîzmê, lehengên safik, paşverûtî hwd. bi hemû formên kevnare cihê xwe diparêzin. Li hemberî van; gundiyên di navbera şerê gêrîla û leşker de mayî, kuştinên toreyî, leşkerê kurd ê birakuj, axayên bi dewletê re, gundên valakirî, qoricîtî hwd. formên salên 90î ne ku tevî van berheman dibin. Ev formên ku bi salên 90î ve zeliqî di heman demê de di bîrûbaweriya xwînerê kurd de dê bibe amûreke erênîkirina zordestiyeke veşartî. Lê îmkanên vê erênîkirinê çi ne, çawa bi dest dixin û bi kar tînin? Gava em bala xwe didin berhemên dema komarê û mebesta wan “proje romanan”; em dibînin ku nivîskar him di asta gotinê de him jî di rastiya jiyana xwe de memûrê bîrdoziya netew-dewlata tirk in. Lehengên tirk ên di van romanan de peywirdar bûn û wezîfeya medenîkirinê karê wan bû. Bîrdoziya kemalîst, yekser bi navgîniya leşkeran çerxa kolonîkirinê dizîvirand. Li aliyê din “sêwirîna (texeyûl) kurdê wehş” amûra meşrûkirina tunekirinê bû. Ji ber wê jî rengdêrên derbarê kurdan ên di van romanan de rasterast neyînî ne. Hewceyî bi veşartinê nebû. Lê piştî salên 90î gava rengdêra demokratê ket li ber navên van nivîskaran, ev çend tenê wê bi gotineke estetîk pêkan bibe. Ji ber wê jî di van romanan de cihê “leşkerê tirk” êdî dê “rewşenbîrê xêrxwaz” bigire. Serlehengê Mutlulukê İrfan Kurudal “profesor” e, serlehengên En Uzun Geceyê Selim “akademîsyen” e, Yelda jî “aborînas” e. Hemûyan jî ji derveyî welêt li dibistanên bi navûdeng xwendine. Ew wekî lehengên romanên nijadperest rasterast mudaxilî bûyerên “rojhilatê” nabin. Jixwe di pevxistinên romanê de ne profesor dikare Meryem û Cemal ne jî Yelda dikare Hêja xelas bike. Bi xwendinek Lacanî em dikarin bibêjin kirinên van lehengan dîtin (seeing) nîne, nerîn e (gaze)[7]. Ev lehengên zanyar exleb bi xwe ve mijûl in, nerîna wan jî di eslê xwe de rêwingiyeke navxweyî ye. Anku hebûna kurdên nezan, bêçare û paşverû a di van romanan de dibe neynikek xwenirxandinê ji bo lehengên tirk û ji bo romanê jî amûreke rageşiyê ye.

Di jiyana lehengên tirk de her tişt (madî) li cihê xwe ye lê cardin tiştek kêm e. Mutluluk dê vê çendê wiha îfade bike: “Ecêb [profesor] çima hinqas bi dilrehm bûbû. Ma xwene ew guherîna ku bi salan lê digeriya bi vê keçikê bidestxist û ew kir mirovekî din?” (299) En Uzun Gece jî dê wiha îfade bike:

Yelda, bi xwestina himbêzkirina Hêja pê hesiya ku di dilê wê de cureyekî hezkirinê ê ku heta niha bi tu hawî nedizanî heye. Tê derdixist ku dê hemû jiyana xwe ji bo vî sêlekê ku bîskek berî niha naskirî nezir bike û ji bo dahatûyeke baş wê bi hemû hebûna xwe bikare bixebite. […] Difikirî, ‘Ez ji vê derê ji nişka ve çûbûma û min ew ligel xwe biribûya’, ‘min ligel wî jiyanek teze ava kiriba’ (79-78)

Em dikarin bibêjin ku li objeya winda a arezûyê di lehengên kurd de digerin. Anku bi nerîn (gaze) û teswîrkirinê, “êdin” aşkere dikin. Bi vî awayî bi dijraberiya ez û êdin ve hewl didin ku xwe keşf bikin. Gava me gotina Meyda Yeğenoğlu a di berhema Sömürgeci Fantaziler: Oryantalist Söylemde Kültürel ve Cinsel Fark (Fenteziyên Mêtinger: Di Rabêja Oryantalîst de Ferqa Çandî û Zayendî) de dibêje: “Mêtingerî di heman demê de bi pêvajoyên derhiş ava dibe” (10) qebûl kir ev hezkirinên ji nişka ve û xêrxwaziya balkêş wê çêtir bê fêmkirin. Di her du romanan de jî gava legengên tirk rastî lehengên kurd tên ji nişka ve hezkirinek nejirêzê derdikeve holê. Di eslê xwe de di bin vê hezkirinê de dilpêşewitînek veşartî heye. Ew êdinê di romanên komarê de serûbin bûyî, lê bi tu hawî nehatiye zeftkirin, cardin derdikeve li hember zanyarê tirk û xwestekên kevnare derdixe holê. Em dikarin bibêjin lehengên kurd di van romanan de objeya winda a arezûya desthilatiyê temsîl dikin. Anku ew heza di romanên destpêka sedsala 20an de bi destê leşkeran bi temamî biserneketî û nîvcomayî wê di van romanên demokratan de xwe li bin hesta dilpêşewitînê derxînin holê. Tiştê di bin gotinên van nivîskaran de veşartî ev e: Erê, me nikaribû we bi temamî bi dest bixin û kedî bikin, heza me jî nîvco ma lê hûn jî hîn di wî halê reben û dijî medeniyetê de ne. Ev êşa ez niha jî dikişînim kêmasiya wê heza biserneketî ye. Ez ew mêrê berê (leşkerê zordar) nînim; êdî kubar, zana û bi tecrûbe (rewşenbîrê xêrxwaz) me. Ew halê hûn tê de jî ne tu hal e, weka hun dibînin her car ez we himbêz dikim. Nexwe çima Meryem ji aqlê profesor dernakeve: “ […] lê çavên keçikê ên kesk, mezin û şil bi tu hawî ji aqlê wî derneket. Ew çi çavên ecêb bûn wisa; xişîm, zarokwarî, bişehwet hîlekar! [kirpandin aîdî min e]” (257). An jî gelo ev mirovên ku Yelda jê ditirse hûn nas dikin: “li goşeyê dikanê […] zilamek wekî meymûnekî [kirpandin aîdî min e] pûrt spî rûdinişt” (94), “Ew zilamane bi biriyên stûr, bi simbêlên boq û bi pûrtên heta enîşkê wekî gilokek mezin î reş xuya dikir Yeldayê […]” (101). Heger bala we jî kişandibe keçik bixwe bişehwet hilekar nîne çavên wê wisa ne û ew camêrên wekî meymûnan jî li herêma kurdan in lê kê rasterast gotiye kurd in?

Hêmayên aşkere, xwestekên veşartî

Klîşeyên ku di derbarê kurdan li pey hev heta dawiyê tên bikaranîn em bi rasterast nikarin wekî hêmayên desthilatdariyê bibînin. Ji ber ku nivîskaran ew klîşe (axa, şêx, tore hwd.) di nav peywendên erênî de bi kar anîne. Ev hêmayên wekî şêx, axa, tore, qoricîtî û hwd. ku bi bênavber tên bikaranîn çawa di nav peywendeke estetîkê de tên veşartin? Vebêjerên van romanan bi nerînên îlahî dipeyivin û ev îlahê hanê jî tu dibêjî qey bêhtir piştevaniya van feqîr û jarên “rojhilatî” dike. Anku nivîskar xwe wekî kesekî hevalbendê pirsgirêkên van rojhilatiyan nîşan dide. Lewma xwîner zû bi zû ji wan klîşeyên ku her car tên bikaranîn aciz nabin. Lê ev hêmayên bênavber tên bikaranîn di eslê xwe de sînorên êdintiyê xêz dike. Vê yekê Ania Loomba di berhema xwe a nav borî de wê wiha bîne zimên: “Nakokiyeke mêtingeriyê a herî balkêş ew e ku, him pêwîst dibîne ku “êdinên xwe” “medenî” bike him jî wan di “êdintiyeke” mayînde de bisekinîne û bizmar bike” (199). Ji ber wê jî ev klîşeyên ku di nav peywendên erênî de tên bikaranîn her çend hêmayên aşkere jî bin, dubarekirina wan jî xwesteka veşartî a ku sînorên êdintiyê nîşan dide.

Edward Said di berhama xwe ya bi navê Oryantalizmê de di bin sernavê Oryantalîzma Veşartî-Oryantalîzma Aşkere de li ser heman rewşa berhemên Ewrûpî ên sedsala 19an disekine. Said dibêje ku di sedsala 19an de êdî oryantalîzma veşartî bi hemû rengan li ser çarçoveyên bingehîn rûnişt. Lê tiştê ku di nerîna nivîskaran de guherî, bi gelemperî formên teknîkên nivîsîna wan bûn. Nexwe di bingehê de tu guherîn nîne. Said, dibêje ku wan nivîskarên Ewrûpî hemûyan jî di romanan de taybetmendî, paşverûtî, bêdengî, bêeleqetî û jina rojhilatî ji xwe re dikirin mijar û di van mijaran de tu guherîn nebû. Van heyranên rojhilatê bala “rojava” dikêşandin “rojhilat” û ew der wekî ku gereke ji nû ve bê avakirin û cihê dilpêşewitînê nîşan didan. Di heman demê de van nivîskaran hemûyan jî bi hisên mêranî û çavekî seksê nêzîkî rojhilatê dibûn. Nivîskarê Mutlulukê jî li hember “rojhilata xwe” di heman rewşê de ye. Di bingehê de tu tişt nehatiye guhertin. Meryema xişîm, a ku hercar xwe di cil û bergên modern de xeyal dike, ji derpî û pêlava xwe a lastîkî şerm dike. Lê gava rastî profesor hat wê bizanibe cazîbeya xwe a rojhilatî derbixe holê. Nivîskar wê vê çendê bi formên teknîkî û vebêjeke demokrat veşêre. Dawiyê Meryema xişîm a ku “ji herêma xwe bûyî” (ev jî esasekî kontrolkirinê ye) jî wê xwe di himbêza lawê tirk de bibîne û gorî vebêja romanê ne bi darê zorê, Meryem bi dilê xwe kedî bû û hat medenîkirin. Li aliyê din nivîskarê En Uzun Geceyê bi tecrubeya salan, wê di şûna lehengê tirk de lehengeke jin bi kar bîne. Bi ya min nivîskar ji vê bidestxistana aşkere agahdar e, lewma lehengeke jin dideyne şûna lawê tirk û zarokekî kurd tîne li hember wê bi cî dike. Lê wekî Frantz Fanon di pirtûka xwe a bi navê Yeryüzünün Lanetlileri (Lanetiyên Rûzemînê) de tîne zimên: “Di demên mêtingeriyê de gava em li hewlên biyanîkirina çandî ên karakteristîk binerin, em ê bibînin ku tu tişt bi tesadufî nînin […]” (195). Di vê peywendê de Fanon dibeje ku mêtinger dizwaze ku di bîrûbaweriya mêtingehê de tesîreke nû ava bike. Ev tesîr jî ew e ku mêtingeh bawer bikin ku mêtinkar hatiye ku wan ji tarîtiyê derbixe û wan ji barbarî û heywantiyê xilas bike. Ji ber wê jî mêtinkar -di asta derhiş denaxwaze ku xwe wekî dayîkeke ku sêlekên xwe ji dijminan diparêze nîşanî bide. Ew çêtir hest dike ku weke dayîkeke sêlekên xwe ji xwekujiyê û navajoyên xirab diparêze bê dîtin. Dayîka mêtinkar zarokî/ê; ji xwe, ji xwebûna xwe, ji psîkolojiya xwe û nebextiyariya xwe diparêze.

Bi van dahûrandinên Fanon em dibînin ku di warê veşartina xwestekan de Altan serketîtir e. Lê wekî em dibînin pêngava nivîskar jî nikare rewşa mêtingeriyê biguherîne. Li vê derê Yelda heman dayîk e a ku Fanon qal dike. Yelda gava ku Hêjayê kurd dibîne bi reaksîyoneke refleksî hezkirinek nejirêzê derdikeve holê û hest dike ku wî ji warê xerabgehê xelas bike. Nexwe di rasthatina wan de kilama Hêja a yekemîn ev e: “li vê derê mêr, mîha li ber devê dasê ye” (78). Anku di mesaja xwe de dibêje ez ew zarokê xwedî navajoyên xirab û li hindava sivdera xwekujiyê me. Dayîka mêtinkar a ku ji Selim re dibêje: “Ez Hêja jî dixwazim Selimê min. Ez dibêjim qey ez bêyî wî nikarim bijîm. Ji nişka ve wiqasî kete dilê min…” (143) jî gava ku ev mesaj stend wê dest bi xeyalên dahatûyê bike: “Selim go, ‘ez ê wî fêrî îngilîzî bikim’, Yeldayê jî aşkere go, ‘ka bise bila pêşiyê bi rastî û duristî tirkî bizane’ ” (291) Lê ev zarokê kovî ku bav û birayên wî hatine kuştin jî dumahîkê wê bê kuştin. Nivîskarê demokrat jî wê bi îhtimam hereket bike û dê fîşekek bê serûşûn a ku Hêja pê hatiye kuştin li sînga Selim jî bide û mesaja enternasyonel aşkere bike. Ania Loomba di pirtûka navborî de dibêje: “‘Rolekî spesîfîk’ a entelektuelên postkolonyal jî ew e ku pozîsyonekî berpirsiyariyeke ku bikarin li ser navê hemû mirovahiyê bipeyivin saz dikin. Pozîsyoneke gelparêz, azadîxwaz û enternasyonal” (233). Îcar wekî me li jor jî qal kiribû ev nivîskarên me jî li ser textê pozîsyona “demokratbûnê” hakemiya xwe îcra dikin. Dubarekirinên hêmayên kurdayetiyê ên di nav peywendên nû de jî pejanên êdintiyê her car bibîr dixin û li aliyê din bi mesajên bi meqyaja enternasyonal ve siya textê hakemiya xwe ji vê helanka leyîzê kêm nakin.

Encam

Gava me tiştek bi peyva “guherîn”ê anî zimên jixwe em nikarin behsa mirina hin tiştan bikin. Wekî em dibînin xwestek û arezûyên kevnare xwe di bin hin peywend û nasnameyan de cardin vedişêrin. Îcar tiştê balkêş ew e ku di van nezîkayiyên bi gengeşî de bêhtir xwînerê mêtingehê tesîrê digire. Jixwe armanc ew e lê di avaniyên nasnameyên mêtinger ên wekî “demokrat” û “enternasyonel” de rola mêtingehê hîn zêdetir e. Ji ber ku mesajên di berhemên wekî van romanan de dihewin, cara ewilî “pêrazîbûnekê” dixwazin. Ev pêrazîbûn jî bi amûrên dijî hunerê pêkan dibe. Nexwe navê kurdan di van romanan de jî Cemo (En Uzun Gece) û Memo (Mutluluk) ye lê ne li navêndê ne. Heman axa û şêx di dewrê de ne lê peyva “gêrîla” li nav wan hatiye reşandin. Keç heman xişîm a nezan e lê leşker wê bi dest naxe lawê tirk kedî û medenî dike. Halê dilpêşewitînê bi tu hawî nehatiye guhertin û êdî cihê rolên leşkeriyê zanyariyên nenasewle (uncanny) digirin. Him bi vebêjên modern (xewn, rewteka hişî) him jî bi hêmayên tirsdêr (bilêvkirina kuştinên bêserûşûn, gundên sotî hwd.) nivîsarê estetîze dikin û bi hêza nasnameyên xwe ên sîmulatîf gotina mêtinkar li hemû hêlan belav dikin.

[1] Bnr. Ayhan Öztunç, Di Romanên Tirkan Ên Neteweyî û Civakparêz De Kurd: Leşkerê Tirk, Keça Kurd û Kemal Tahir, Zarema, Hejmar 2, 2014, r. 74-84

[2] Di vê romana Ferit Edgü de (1977) rêya serlehengê romanê wê bikeve gundekî Colemêrgê. Serlehengê romanê wê biçe gundekî asê (Anîtos) û dê bi rastiyên jiyana kurdan rû bi rû were. Ev romana ku piştî nivîsîna wê ew kişandine fîlmê, ji alî naverokê xişîm disekine. Lê heger ev romana jî ligel tesîrên heyamî hat xwendin, wê rê û rêbazên Köy Enstitüleri (Enstituyên Gundan) ên ku ji holê hatine rakirin bên dîtin.

[3] Bnr: http://www.hurriyet.com.tr/yazarlar/8020607.asp

[4] Di şert û mercên salên 90î de nivîsek bi vî awayî bi rastî jî balkêş bû. Lê dema kurd bi serê xwe bûne xwedî helwest û gotinekê, sînorên piştevaniya van nivîskaran jî kifş bû. Ji ber wê jî sêlekên salên 90î (kurd) ku li bin şewqa bavê dilrehm (demokratê tirk) bûn, gava mezin bûn û dengê xwe bilind kirin bavê dilrehm wê diranên xwe ên otorîter nîşanî bide. Ji bo berawirdiya guherîna vê nerînê bnr. http://gazetearsivi.milliyet.com.tr/GununYayinlari/kEsGCUV7GS_x2B_UU03bHGJcPQ_x3D__x3D_ [1995] http://www.taraf.com.tr/yazilar/ahmet-altan/maksatli-ve-manipule-edici/12641/ [2010]

[5] Ev “bêxweyîkirin” amûrekî kevnare ên meselokan e. Jixwe teswîr û bûyerên li dor Meryemê tên raçandin, ji destpêkê heta dawiyê dibêje; Meryema delal, saf û nazik, ne a vê erdnîgariya însanên bêteşe ye. Li vê astê bêxweyîbûn ji bo kedîkirinê û jiyaneke rojavayî dê bibe hêsaniyek.

[6] Nivîskar, her car me îkaz dike ku ev hezkirin e, hezkirineke zayendî nîn e. Wekî hezkirina bav û keçekê ye. Profesor her car hest dike ku wê bişefqet himbêz bike (!)

[7] Li gor Lacan çav li hemberî xwe kor e. Anku tu çav nikarin rasterast xwe bibînin. Bi dîtinê (seeing) ve bi tenê xwe di objeya li hemberî xwe de cardin diafirîne û xeyal dike. Ji ber wê jî dîtin tu car rasterast nikare li xwe bizîvire û xwe bibîne. Profesor û Yelda jî ji ber vê çendê rewşên ku tê de ne bi tu hawî çareser nakin û berê xwe dizîvirînin -anku dinerin (gaze) -lehengên kurd. Lê ev “nerîna bikir” jî wekî Slavoj Zizek di berhema xwe a bi navê Yamuk Bakmakê (Looking Awry) de dibêje: “ ew nerîna ku bi arzûyê ve tê destekkirin, bandor li nava arzûyê kiriye û bi arzûyê ve tewişandî bûye”(34). Ev nerîn heta dawiya romanê jî li ser beden û hereketên Hêja û Meryemê kêm nabin.

ÇAVKANÎ

Altan, Ahmet. En Uzun Gece, Weşanên Alkım, Stenbol: 2004

Arslan, Remziye. cumhuriyet Dönemi Romanlarında Kürtler, Resmi Tarih Tartışmaları-6, Özgür Üniversite Kitaplığı, İstanbul: 2009

Frantz, Fanon. Yeryüzünün Lanetlileri. Wer. Lütfi Fevzi Topaçoğlu, Weşanên Avesta, Stenbol: 2007

Livaneli, Zülfü. Mutluluk, Weşanên Remzi Kitapevi, Stenbol: 2004

Loomba, Ania. Kolonyalizm Postkolonyalizm, Wer. Mehmet Küçük, Weşanên Ayrıntı, Stenbol: 2000

Said, Edward. oryantalizm: sömürgeciliğin Keşif Yolu, Wer.Nezih Uzel, Weşanên İrfan, Stenbol: 1998

Yeğenoğlu, Meyda. sömürgeci fantaziler: oryantalist söylemde Kültürel ve cinsel fark. Weşanên Metis, Stenbol: 2003

Zizek, Slovaj. Yamuk Bakmak: Popüler Kültürden Jacoues Lacan’a Giriş, Wer.

Tuncay Birkan, Weşanên Metis, Stenbol: 2004

Share.

Leave A Reply