KOLONYALÎZM, NASNAME Û PARÇEBÛN

Tirsa bê Diran a Helîm Yûsiv

UMRAN ARAN

Puxte: Parçebûna Kurdistanê, sînorên çêkirî û asîmîlasyona dagirkeran hem bi wateya kolektîf û hem jî bi wateya takekesî derûna kurdan têk dibe û rê li ber krîzên nasnameyê û xwebûnê vedike. Di vê nivîsarê de me hewl da ku em rewşa karakterên Tirsa bê Dirana Helîm Yûsiv di çarçoveya têgehên wek nasname, dîntî û dijkolonyaliyê de vekolin.

Peyvên sereke: krîza nasnameyî, parçebûn, biyanîbûn, dij-kolonyalî, dînîtî.

Destpêk

Ji ber ku tê qebûlkirin ku serdema kolonyalîzmê qediyaye, îro bi wateya piştî kolonyalîzmê bêjeya postkolonyalîzmê tê bikaranîn. Lê belê hîn jî mirov dikare şopên kolonyalîzmê bibîne di vê serdema postkolonyal de ji ber ku kolonyalîzmê di derûn, çand û nasnameya gelên berê kolonîzekirî de birînên mezin vekirine. Li gor Ashcroft, Griffiths û Tiffin “divê têgeha postkolonyal bi wî awayî bê bikaranîn ku hemû çandên karîgeriya emperyalîzmê li wan bûyî vegire nav xwe, ji destpêka kolonîzasyonê û heta roja îro” (Veg. Sheoran: 2). Xebatên ku di vê çarçoveyê de li ser wêjeyê tên kirin îro li qadeke berfireh belav bûne ku rê li ber xwendinên nav-zanist vekirine. Di van xebatên wêjeya postkolonyal de ku bi giranî li ser deqên nivîskarên afrîkî, hindî û karayîbî dişixulin “parçebûn, biyanîbûn û sirgûn hin ji babetên sereke ne” (Parag: 135). Ev deqên han bi hin awayên nû û dekonstruktîf nêzî mijarên wek xwebûn, nasname, sînor û welat dibin. Bi vegotinên xumamî û alegorîk ji bo akademiya ewroamerîkî dibin gorepana cazîbeyê ku wek zemîneke berhemdar a şîroveyan kar dike. Ji hêla babet, rêbaz û xumamî-pirraniya wateyê pareke mezin ji wêjeya kurdî jî dikeve ber van xwendinan. Pirtûk an deqên ku dikevin vê parê xwediyê lehenginan in ku parçebûna Kurdistanê û bindestbûna kurdan, jiyana wan a civakî û giyanî têk biriye û gelek caran mijarên wek nasname, dîrok, bindestî û sînor ji bo wan bûne wek hingofiyekê an gerînokekê ku nikarin jê bifilitin. Deqên Şener Özmen, Bextiyar Elî, Eta Nehayî, Ferhad Pîrbal, Yaqob Tilermenî, Helîm Yûsiv, Fawaz Husên û gelekên din bi vî rengî ne. Lewma belkî îro xwendinên herî guncan ji bo wêjeya kurdî û bi taybetî ji bo romana kurdî, yên postkolonyal in. Lê li vir divê mirov serincekê bide ku ev bêjeya “postkolonyal” ji bo rewşa kurdan hinekî bi kêşe ye; ji ber ku Kurdistan hîn kolonî ye û asîmîlasyona kurdan bi hemû leza xwe berdewam e. Xwendinên wêjeya postkolonyal pir kêrhatî û asoveker in di xwendina wêjeya kurdî de; lê belê divê mirov ji bîr neke ku di vê qadê de bi gûrkirina postmodernîzmê jî hin şiroveyên derbarê ‘durehî’, ‘pirnasnameyî’ û ‘pirçandiyê’ de hene ku hema hema dikin dagirkeriya emperyalîstan wek tiştekî baş bibînin ji ber ku encamên bi vî rengî dane di biyavên hizrî de. Rewşa xweser a dagirbûna Kurdistanê jî naşibe rewşa Hindistan an Nîjeryayê ku dagirkerên wê ji paş behran hatibin û rojekê vegerin. Parçekirina wê bi dest dewletên emperyalîst ên mezin be jî, dagirkerên Kurdistanê cîranên wê ne û sînorên wê di bin xetereya guherînê de ne her gav, ji ber ku nasnameyên erebbûn, farsbûn û tirkbûnê her kêlî nasnameya kurdbûnê dadiqurtînin. Di vê rewşa xweser de xaleke din a girîng jî ew e ku bi dirêjiya serdema kolonyal li cihên kolonîzekirî gelên xwecih û kolonyalîst li hin qadan diketin kontaktê ku vê yekê dihişt ku gelên niştecih cudahiya xwe û wan bibînin û di diyalektîka “ez-ew”, “xwebûn-dîke” de nasnameya xwe pênase bikin û hişmendiyeke neteweyî ava bikin. Di vê têkiliyê de tevî hemû zirarên xwe, kolonîzeker jî di bandora çanda kolonîzebûyiyan de mane û lewma belkî îro ev gorepan hinde bûye cihê qîl û qalên melezî û pirnasnameyiyê. Lê di rewşa kurdan de dagirker bi tenê wek leşker û karmend li nav kurdan xuya bûne- û niha bi pirranî qet xuya jî nabin bi destê kurdan karê xwe bi rê ve dibin- ji kenarên herî nêzikî xwe dest bi asîmîlekirina kurdan kirine û bê pejirandin an neyê pejirandin sînorên Kurdistanê her tim guherandine. Lewma di rewşa kurdan de ew danûstandina nav nasname û çandan a rêjeyî jî nepeyda ye; ji dêvla wê têkçûn û jiholêrabûna nasnameyekê heye li hember hinên pestker. Helbet ev rewşa xweser a kurdan ku welatê wan ne ji hêla dewletekê ji hêla çar dewletan û sê neteweyan hatiye dagirkirin, di wêjeya kurdî de jî rengvedana xwe bi awayekî xweser derpêş dike.

Çîroka çîrokê û awayê çîrokê

Tirsa bê Diran bêtir li ser beşekî jiyana serlehengê bi navê Mûsa û hevalê wî Qado ye. Lê di ber vê jiyanê de xwîner dibin şahidên hin rûdanan ku bi taybetî li beşê Kurdistana binxetê (bakurê rojavayê Kurdistanê) û bi giştî jî li temamê Kurdistanê qewimîne. Ji xeynî vê jî dîsa bi giştî rewşa civaka kurd a bindest, têkiliya kurdan bi hev re û bi serdestan re, serhildan û têkçûnên kurdan, parçebûna Kurdistanê, sînor û nasname hin babet in ku di romanê de cih girtine.

Mûsa, Simko û Qado sê hevalên zaroktiyê ne. Di pirtûkê de beşin ji jiyana wan a zaroktiyê cih girtine. Piştî lîseyê Simko diçe Helebê hiqûqê bixwîne, Qado tevî ku dixwaze biçe hunerê lê ji ber ku pişta wî tuneye diçe Şamê felsefeyê bixwîne û Mûsa jî dimîne li Qamişloyê da ku piştî xwendina du salan dest bi mamostetiya dîrokê bike. Piştî bûyerên 2004an, ku li Qamişloyê dest pê kiribûn û dûre li gelek bajarên kurdan belav bûbûn, ji ber zexta dewletê Qado û piştî wî bi demekê jî Mûsa ji bêgavî derdikevin derveyî welêt, diçin Elmanyayê. Du lehengên din ên girîng ên romanê jî Kalo û Tûtino ne ku ji hêla civakê wek kesên dîn an kêm tên nasîn. Kalo, bi çîrokbêjiya xwe tê nasîn ku esas dîroka rast a kurdan vedibêje. Tûtino, jî bi sloganên xwe yên dijî cîhanê tê nasîn ku tim û tim girîngiya hêzê û berjewendiyan dupat dike.

Di romanê de vebêjek heye bi navê çavê sêyem, ew yekser bi me xwîneran re dipeyive bi çavê kesê sêyem. Çar beş hene bi navê dîroka tirsê 1, dîroka tirsê 2, dîroka tirsê 3, dîroka tirsê 4. Ev beşên han destnivîsên Qado ne ku piştî ku Mûsa diçe Elmanyayê wan ji dosta wî Anêtê distîne. Beşên din jî bi devê Mûsa û carinan jî wek vebêjê kesê sêyem hatine vegotin. Bi teknîka kolajê çîrokek jî tev li vegotinê bûye.[i] Bi vê axaftina yekser a bi xwîneran re, bi hêwirandina destnivîsên lehengekî ji romanê û bi vehewandina kolajê kompozisyoneke postmodernîst hatiye daberandin di romanê de.

Nîşanên dijkolonyaliyê

Simko, Qado û Mûsa dema ku zarok in bi pêşengiya Simko bi dizî û dûr ji çavên mezinan hîn bûne ku teriyên ker, hesp û bizinan jêkin (TBD, 12). Ev yek encameke şideta bindestiyê ye. Ji ber ku li civakên bindest şidet di her kêliyê û cihî de berê xwe ji yekî/ê dide yekî/e din: zilam û dezgehên rejîma dagirker li mêran dixin, mêr tên malê li jinan dixin, jin û mêr û mamosteyê dibistanê li zarokan dixin. Di vê helezona şidetê de xeleka ku herî pir tehde lê tê kirin zarok in. Di encama vê yekê de jî zarok[ii] jî berê vê şideta di wan de civiyayî didin heywanan, pisîk û kûçikan dikujin, teriyên keran jê dikin. Ev helwesta wan li dij cîhana mezinan e. Mîsal ji tayên teriya hespan, ku pir kêm dikarin a hespan jêkin, tembûrê çê dikin û li gor xwe li ber dengê wê kêfê dikin. Mûsa ji bo vê yekê dibêje “Mezinan di dawetan de nedihiştin em di destên wan kevin û xwe bi wan re bihejînin… Naxwe divê em xweşiya xwe bi destên xwe çê bikin” (12). Bi jêkirina teriyên heywanan jî namînin, lampeyên kuçeyan jî dişkenînin. “Naxwe em jî dikarin xelkê bê ronahî bihêlin û laşê vê cîhana dijî me di nav tariyeke ker de veşêrin” (14). Lê ev meseleya jêkirina teriya heywanan bi awayekî alegorîk helwesteke dijkolonyal e jî. “… lê me bi teriya jiyanê girtiye” (33). Li vir em dikarin girtina bi ‘terrî’yê wek girtina bi ‘terrik’[iii] ango fallûs şîrove bikin. Em bînin bîra xwe ku fallûs wek sembola hêzê, desthilatê tê dîtin û nirxandin hingê em dikarin vê helwestê wek yeke dijkolonyal bibînin.

Cîranekî mala Mûsa dide xuyakirin ku wê navê lawê serok (serokê dewleta dagirker ê avakar) li lawê xwe bike. Lê zarok ji ber jina wî dihere û mêrik mecbûr dimîne ku navê tekane lawê xwe biguhere û navê lawê serok lê bike. Bi ser de jî ji bo vê yekê çêleka xwe serjê dike, mewlidekê datîne û bang li hemû karmendên dewletê dike. Li wê herêmê serseriyekî navdar bi navê Enter heye. “Pê re ji bo lawê wî çend gotinên tevlihev weke ‘jina Enter’ li ber guhê wî (bavê lêwik) ketin. … ji ber ku navê lawê wî mîna navê lawê serok bû, ziravê wî diqetiya gava xelkê digot ‘Enter dikute lawê serok’ û sedema vê gotinê jî lawê wî ye” (16). Ev tişt balkêş e û em dikarin vê kirina Enter a bi rengê heyfhilanînekê wek helwesteke dijkolonyal binirxînin.

Ji nav mamosteyên dibistana Simko, Qado û Mûsa yekî qop heye ku xwe bi hezkirin û canfidayiya ji bo serok pir derdixe pêş. Di cejnên fermî û rojên pîroz de derdikeve ser milên zarokan û sloganan davêje. Dîsa di rêwresmeke wisa de mamosteyê qop ji ser milên zarokekî dikeve xwarê û sûretê serok jî ji destê Qado dikeve. Ev bûyer, ku em wek yeke dijkolonyal dibînin, wek motîfa bêtackirina qrêl a di karnavalê de kar dike, a ku hiyerarşiyê dişkîne:

Pêlên zarokan li nav hev ketin. Mamosteyê qop kedeke mezin da ji bo ku xwe ji nav pêlên solan derxîne, lê ketina wî deriyekî fireh li ber zarokan vekir da ku ji vê cidiyet û tirsa ku di nav mijangên mezinan de cih girtibû xelas bin. Yek li mamosteyê qop siwar hat, yê din xwe avêt ser piyê wî, yê dîtir pênek lêxist û reviya. Û di nav vê xirecira ecêb de sûretê serok ji serê darê Qado ket erdê, nav lingên zarokan. … Tirseke bê ziman ketibû nav mamosteyan de gava dîtin çawa wêneyê serok di bin lingan de tê perçiqandin (18).

Di 2004an de Beesiyên ku ji Îraqê hatibûn Sûriyeyê berî maça futbolê ya tîmekî Qamişloyê û yekî Dêrezorê bi mexseda ku heyfa têkçûna Sedam a li Îraqê, li Qamişloyê ji kurdan bistînin, bi sileh û daran xwestin ku komkujiyekê li dij kurdan pêk bînin. Kurd li ber van êrîşan bêdeng nemabûn û bûyer ji wir gihaştibûn Amûdê, Hesekê, Serêkaniyê, Kobaniyê û heta taxên kurdan ên li Şam û Helebê û veguherîbûn rengê serhildanekê. Ev bûyera han jî bi awayekî dijkolonyal di nav romanê de cih digire. Li gor Fanon (2007: 86) şidet koloniyê ji kompleksa kêmbûnê, ji helwestên bêhêvî û bêzarbûyî xelas dike; wê bêtirs û rehabîlîte dike. Di romanê de jî em vê fonksiyona şidetê dibînin, em dibînin li ber şideta kolektîf tirs ji holê radibe.

Li hember mizgefta Zeynulabidîn peykerekî serokê nemir (yê ku ev çend sal berê miriye) hate ber wan, bi keviran bi peyker ketin. … Qehr û kîna dehên salan, pizotên di bin ariya çil salî de veşartî, pirîsk didan û diteqiyan. Her pirîskek dibû agirek, her devereke desthilatdariya dewletê dibû armanca wî agirî (TBD, 79). Li seranserê welêt bi hezaran peykerên serokê mirî û yên lawê wî yên mirî jî hebûn. Zêdeyî çil salî ye ku kesek newêre dest bide wan, lê îro ew tirs ketibû û pê re jî peyker diketin û dihatin xwarê (84).

Ev girse bi helwesteke dekonstruktîf êrîşî sembolên kolonyalîstan dikin. “… egal ji seriyan dihatin revandin û bilind dibûn. Kê seriyekî bi desmal û egal didît, êrîşî wî dikirin (84). Dîsa Fanon diyar dike ku mirovên berî serhildanê dijmintiya hevdu dikirin bi wê re dibin yek û li kêleka hev li dij kolonyalîstan şer dikin (125). Mûsa li hember vê raperîna gel şaşwaziya xwe bi awayekî ku Fanon mafdar derdixe tîne zimên: “Ez li vî xelkî şaş û mat mabûm, evên ku di rojên berê de ji bo mirîşkekê yan ji bo du qiruş pere gef li hevdû dixwarin û pev diçûn. Îro her kes amade bû ku xwîna xwe ji bo yê din bide” (TBD, 85).

Mûsa wek mamosteyekî dîrokê her tim di xew de an şiyar xeyala Sykes û Picot bi taybetî jî ya Sykes dibîne. Gelek caran bi Sykes re dikeve nîqaşan û jê dipirse bê çima bi sînorên çêkirî Kurdistan parçe kiriye. “Çawa bi çend xêzikan ev welat perçe werçe kirin û çawa piştî çûna wan, ji hêla xelkên van welatan de ev xêzikên ku danîbûn bûbûn sînorên pîroz. … Ev çi xêzik bûn Sykeso ku te em di nav wan de kirin piçik û parî?!” (76). Hetta Mûsayê ku ji ber rewşa Kurdistanê bûye yekî şîzofren li Londonê êrîşî yekî porspî bi navê Sykes dike. Mûsayê ku mamostetiya dîroka derewîn jê re dibe wek êşkenceyekê, hemû pirtûkên xwe yên dîrokê dixe telîsekî û wan dişewitîne. Ev helwesta wî îtirazeke mezin e li parçebûna Kurdistanê, li sînorên çêkirî û derewên serdestan. “… min darikê şixatê yê vêketî xiste bin pirtûkên dîroka xwe û min bi dilekî weha rihet û şad û bextewer li şewatê dinerî. Dîrok bi kêfxweşî dişewitî. Peyman û lihevkirinên hêz û dewletan dişewitîn” (100).

Dîntî, bêdengî, rastgoyî

Di destpêka pirtûkê de tê diyarkirin ku her kes bi ‘nexweşiya xirtikî’ ketiye, di rûpelên pey wê di gelek cihan de wek ‘nexweşiya kuxikî’ derbas dibe. Ji ber vê nexweşiyê mirov bi zor dengê xwe derdixe, kes nikare zêde bipeyive. “Êdî nema deng ji kesekî derdikeve hema hindik maye ku bi işaretan bipeyivin. Dengê kesî nema diçe yê din û bilindkirina deng dibû bela serê xwediyê xwe” (8). Ev yeka hanê li civakeke ku nîvê wê bûye raportnivîs zilamê bêhnok tirsa mirovan a ji axaftinê amaje dike. Lê di vê civakê de du kes hene ku dengê wan bilind dibe. Yek jê Kalo ye û yê din jî Tûtino ye. Kalo û Tûtino du lehengên girîng ên romanê ne ku bi dîntiya xwe an bi kêmaqiliya xwe tên nasîn li nav civakê. Li civakeke ku mirovên normal nikarin bipeyivin dibe ku peywira kelimîna rastiyê ji kesên nenormal re bikeve. Lê mesele ne bi vê hindê tenê ye helbet. Dîntî dikare bi rengê şîzofreniyê derkeve holê ku dikare wek awayekî dekonstruktîf ê lêpirsînê kar bike, wek demajoyeke seraqet a vepirsîna nasnameyê. Gilles Deleuze şîzofreniyê wek “rêyeke firrînê” (a line of flight) dibîne, wek cureyekî revê ji “pergalên girtî û tebeqebûyî yên ramana desthilatdar”. Di wateya Deleuzeyen de şîzofrenî helwesteke şoreşgerî ye ji ber ku desthilatdariyê red dike û herwiha ji dêvla nexweşiyeke ruhî mirov dikare wê wek demajoyeke afirîner û bizaveke hilberîner bibîne (Karkaba, 96). Ev raman ji bo mînakên Kalo jî Tûtino jî rast e. Jixwe ji ber vê yekê ye ku Mûsa jî û hetta Qado jî berî li vê rêya firrînê ne.

Tûtino pirtûkên felsefeyê dixwîne. Di dema serhildanê de bi şûrê xwe yê textikî dide pêşiya gel û ji mirovan re rastiyê vedibêje:

… Hêz, hêz her tişt e… Ez dijî cîhanê me, ez dijî xwe û dijî her kesî me!.. Ez di felsefa xweşewitandinê de difikirim… em wek dûpişkan e, dora me jî ev xêza agir çêkirine… Ev xelk çawa min bêhiş û beredayî dibînin, ez jî wan wilo dibînim! Ew jî rast in, ez jî rast im. (TBD, 36-7)

Kalo bi vegotina dîroka rast a kurdan dîsa wek yekî rastgo xuya dibe di romanê de: “Ez şahinşahê erd û ezmên im. Şahinşahê ku dîrokê ew xapandiye. Dîroka segbav! Dîroka ku tenê pişta xwe ji xurtan re dide erdê” (39). Kalo ligel hêza xwe ya zanîna bi rabirdûyê, bi dahatûyê jî derdixe. Roja bûyera Qamişloyê berî her kesî pêjna mirinê dike. Wek mamosteyekî dîrokê Mûsa seraqet bêgav e ku tiştên ew bi xwe jê bawer nake vebêje û li aliyê din kesekî ku ji hêla civakê nenormal tê dîtin dîroka rast, ne ya fermî ya serdestan, vedibêje. Ev yeka han wek îroniyekê xuya bibe jî trajediya Mûsa mezintir dike.

Biyanîbûn, parçebûn, bênasnamebûn, bêdewletbûn

Kolonyalîzm ji jor de hin şert û qedexeyan datîne ser civakan, carinan wan ji cihûwarên wan dike, carinan zimanê wan qedexe dike, heta navê wan qedexe dike, çand û adetên wan bisînor dike, dest datîne ser keda wan; wan ji tradîsyona wan, ji zimanê wan, ji welatê wan, ji xizmên wan diqetîne, bi înkar û îmhayeke sîstematîk wan dorpêç dike. Ji dêvla li ber herkeke asayî ya dîrokê jiyana xwe bidomînin, bi şoqeke ji derve rastî erdhejekê tên neteweyên kolonî ango bindest. Ev tiştên hanê biyanîbûnekê, parçebûnekê bi xwe re tînin.

Rejîma Bees a li Sûriyeyê kurdan ji gundên wan derdixe û gundiyên ereban ên ku gundên wan ji ber bendavê di bin avê de mane, tîne li şûna kurdan bi cih dike û kurdan bi şerîteke ereb ji hev qut dike. Malbata Qado jî yek ji wan malbatan e ku erdê wan ji wan tê stendin. Rewşa bavê wî mînakek baş e ji bo jixwebiyanîbûnê: “Ji roja hatina me ya bajêr de bavê min serobinoyî hev bûbû. Bi ser me ve radibû, bêhna wî zû teng dibû, dikarîbû, eger aciz bibe li diya min bixîne. Li gund nayê bîra min ku destê xwe li diya min hildabû” (62).

Mûsa di navbera dîroka fermî û ya nefermî de, di navbera kurdiya li malê û erebiya li dibistanê, di navbera serxet û binxetê de, di navbera bavê li malê û bavê serok ê li kolan û dibistanan parçe dibe.

… em bi razîbûna her du bavan re diheyirîn. Li kolanan û dibistanê ‘bavê’ me yî serok û li malê bavê me yî mêrê dê… Ev bav ji lêxistinê heta bi berdana ji malê û heta bi lêxistina dê gava nikaribe bera dû me de, tim amade ye. Ji hêla din de li her deverê tirsa ji peykerên serok dibariya û pê re tirsa ji wêneyên wî yên ku dikan, kolan, quncik, dîwar, camên turumpêl û kemyonan û deriyên malan xemilandibûn (15).

Di navbera van dubendiyan de kesayeta Mûsa dupar ango dabeş dibe. Di temamê romanê de zilamekî sergirtî û çavzer li dû wî ye û a soxî dema ku carekê ji heq tê ku wî zeft bike û desmalê ji serî bide alî ew kes Mûsa bi xwe derdikeve. Pirsgirêkên bi nasnameyê re xwe-têgihîştina Mûsa jî ya Qado jî şolî dike ku hin xwendinên postkolonyal temayên bi vî awayî wek dekonstruktîf hildisengînin. Aliyekî vê meseleyê ev e ku di temamê romanê de Mûsa ditirse ku teriyek bi wî ve şîn bê ji ber ku pizikek di paşiya wî de çê bûye û diêşe. Ev yek seraqet meseleya hebûnê dixe ber lêpirsînê û sînorên navbera mirovbûn û heywanbûnê şolî dike ku yek ji encamên bindestiyê ye derûneke bi vî awayî û amajeyê bi biyanîbûnekê jî dike. “Ez ji wê yekê ditirsim ku di şûna vê pizika ku di paşiya min de şîn hatiye de, teriyek şîn bê” (24). Ev pirsgirêkên hebûnê-xwebûnê ne tenê li cem Mûsa lê li cem Qado jî peyde dibin. “… xeyala ku ez bibim lawirekî biçûçik dev ji min bernedida” (31). Li gor pîrika Mûsa gava ku Mûsa ji dayik bûye ewilî mişkek bûye dûre hêdî hêdî ketiye rengê zarokekî. Ev mesele jî mîna tirsa çêbûna teriyekê gelek caran serê Mûsa mijûl dike. “Gelek caran, min jî ji xwe dipirsî. Gelo ez li ber çavê pîrika xwe ketim rengê mişkekî yan ez bi rastî mişk im” (23). “Her mirovek pirojeyeke ku bibe lawir, lawirekî ne temambûyî ye” (24). Ji ber ku wê Mûsa li Elmanyayê biçe cem polîsan û bibêje ku bê pasaport e da ku wî bibe beşa îlticayê wisa dibêje: “Min ji xwedê tika dikir ku îro jî ti teriyan di paşiya min de şîn neke û ez bê terî herim cem polîsan, da ku ji min netirsin û zanibin ez mirov im” (164).

Piştî ku direvin Elmanyayê berovajî hêvîkirina wan ne li cem Qado û ne jî li cem Mûsa hîsa bênasnamebûnê, derûna bindestiyê a trawmatîk derbas nabe. Ew hesta neaîdbûnê wisa li cem Qado xuya dibe: “Ez dihisiyam ku ez li vî welatî mêvanekî xwîngiran im. … Di nav pêlên xelkên spî û rûgeş de, min xwe kinik, reş û xemgîn didît” (148). Ew krîza nasnameyê, a bêdewletbûnê di gelek cihan de derpêş dibe. Qado çav li kûçikê Anêt[iv], Tony dikeve: “ Ji her tiştî bêtir kaxez û nasnameya wî bala min kişandibû” (149). Qadoyê ku di zaroktiyê de li welêt halê kûçikan ji ber destê wî tunebû tê li Elmanyayê xweziya xwe bi halê kûçikekî tîne: “Heft xwezî bi dilê Tony” (149). Tevî hewldanên Anêt, Qado tu carî nabe yekî normal, her ji kûçikê wê aciz dibe û her bi awayekî hingofî lawirên bêterî diresimîne.

Heman hîsa kêmbûna ji mirovên din li cem Mûsa jî peyda dibe li balafirgehê. Mûsa pasaporta xwe diqetîne ji bo ku îltica bike û bi dexesî li wan mirovan dinere ku bi hêminî tev pasaportên xwe derbas dibin. Hîn li balafirgehê dîsa Kurdistan dikeve bîra wî: “Lê ev sînor nahêlin, dîsa serxet û binxet hatin bîra min” (166). Tunebûna pasaportê (nasnameyê) bi awayekî dekonstruktîf bi wî dide xwestin ku bibe heywanek: “Min dixwest wê gavê ew balafirgeh weha bibûya golek av, bibûya deryayek û ez jî bibûma masiyekî sivik … Ne kesî li pasaportê dipirsî ne jî li vîze û mohrên tevlihev ku jiyana mirovan xera kirine” (167). Mûsayê ku li welêt her tim ditirsiya ku teriyek jê re çê bibe vê carê ew bi xwe dixwaze bibe lawirek: “… min ji dil xwest bibe terî. Carna mirov kûçikek an lawirek be çêtir e” (167). Û parçebûna Kurdistanê, sînorên ku li ser dilê Kurdistanê hatine kişandin û di ser dilê Mûsa de bûne kul û derd hîn li balafirgehê dîsa derdikeve pêşiya wî: “Gava ku min bersiva pirsa wî (a polîs) da ku ez kurd im, di cih de pirseke din kir: –Turkei, Irak, Syrien, Iran?” (167). Berî ku Mûsa bigihê Elmanyayê bi çendakî Qado winda bûye û Mûsa tê pê ve piştî bi çendakî ew jî winda dibe. Balkêş e Simko li welêt dimîne -berê xwe nedaye rêya firrînê- lê qedera Mûsa û Qado dibe windabûn.

Encam

Parçebûna û dagirbûna Kurdistanê, bindestiya kurdan, dagirkerên pestker, asîmîlasyon, têkbirina çanda xwecih û bêcihûwarkirin wek civak û wek şexs derûna kurdan têk dibe, rê li ber hîsên biyanîbûn û parçebûnê vedike. Ev yeka hanê di wêjeya kurdî, di romana kurdî de tê dîtin. Di romana Tirsa bê Diran a Helîm Yûsiv de me gelek awayên zext û zordariyan li ser kurdan û encamên wan di derûna kesan û civakê de aşkart. Li hember vê hêza kolonyalîstan, di romanê de helwest û tevgerên dijkolonyal jî hene. Tiştekî din ê balkêş jî ew e ku leheng piştî ku ji ber zilm û zorê ji Kurdistanê direvin, li derveyî welêt jî rihet nabin, em dikarin bibêjin Kurdistanê jî bi xwe re dibin û belkî carinan bi dîtina ferqa xwe û mirovên din krîza wan a nasname û aîdiyetê kûrtir dibe. Di vî biwarî de me dît ku hem Qado û hem jî Mûsa piştî derdikevin derveyî welêt xweziya xwe bi halê kûçikan tînin. Ji hêla sembolan, şolîkirina têgeha nasname, xwebûnê; ji hêla vegotina alegorîk me dît ku ev berhem wan taybetiyên wêjeya postkolonyal dihewîne ku îro li cîhanê pir nîqaş li ser wan tên kirin.

[i] Di beşeke çîrokê de kesekî bi navê Teyrê Kal ji bo ku nereve bi salan qralîçeyek bi qeyd û zincîran girê daye. Rojekê Teyrê Kal qeydên wê vedike û piştî ku tê cem wê lê dinere li heman cihî jin li benda wî maye û ji berê bêtir jê hez dike (44). Bi vê çîrokê amaje bi rewşa bindestan hatiye kirin bê çawa piştî demekê hînî koletiyê dibin.

[ii] Teoriya Freud a ku dibêje ‘zarok bi şidetê mişt in ji bo jê pak bibin divê bên perwerdekirin’ rast be jî em bawer dikin di şideta zarokên bindestan de para bindestiyê jî mezin e, lewma em ji tecrubeyên xwe dizanin ku li cem wan şidet zêdetir e ji zarokên serdestan.

[iii] Ji bo analojiya ‘terrî’ û ‘terrik’ spas ji Mîrza Baran re.

[iv] Mamosteya Elmanî ye li kampa ku Qado çûbûyê. Demekê dibin heval. Di vê têkiliyê de zarokek ji Qado jê re çê dibe. Zarokekî kor e.

ÇAVKANÎ

Fanon, F. (2007). Yeryüzünün Lanetlileri, wer. L. F. Topaçoğlu, Stenbol: Avesta. Yûsiv, H. (2006). Tirsa bê Diran, Stenbol: Avesta.

Sheoran, B. A dilemma of caribbean Populace: Post-colonial conflicts and Identity crisis in Derek walcott’s Plays, ijELLH ( international journal of English Language, Literature and Humanities), Cild 1 jimare V Sibat 2014, r. 1-7

Karkaba, C. Deconstructing Identity in Postcolonial fiction, ELOPE (English Language Overseas Perspectives and Enquiries), jimare Vii, Payîz, 2010, r. 91-9

Parag K. Identity crisis in v.s. Naipaul’s A House for Mr. Biswas, ji nav: Neither East Nor West, Postcolonial Essays on Literature, Culture and Religion, Ed. Kerstin W. Shands. Södertörns högskola, Swêd, 2008, r. 135-42

Share.

Leave A Reply