ŞÎROVEYA METNEKE FANTASTÎK Û PSÎKOTÎK:

Arezûya “Guhê jêkirî”

MÎRZA BARAN

Puxte: Berhemên ku di honandina xwe de xwedan bûyerên fantastîk in tim xwînerên xwe dibin dûrî cîhana ku jiyana xwe lê berdewam dikin. Lê di famlêbarkirina wan de şîroveya herî hêsan tim gotina “fantastîk” e. Di vê nivîsarê de ez ê bêtir dêhna xwe bidim têgehên mîmetîk, fantastîk û bi wan re jî xwe bigihînim warekî psîkotîk, li ser şopa Bülent Somay, bi saya van têgehan ez ê wateyekê ji çîroka “Guhê jêkirî” a Helîm Yûsiv derînim, ku ew çîrok bi têra xwe xwedan bûyerên fantastîk û xerîb e. Di vê şîroveyê de têgeha Affekta Biyanîkirîna Brecht; Xerîb a Freud; Rastî, Xeyalî sembolîk a Lacan wê bibin rêbazên alîkar da paşxaneya çîrokê wê ronîtir bikin.

Peyvên sereke: uncanny (xerîb), kurteçîroka kurdî, psîkanalîz, fantastîk

Berhemên wêjeyî ji me re çi dibêjin?

Berhemên wêjeyî û hunerî di nav xwe de bi hezaran dinya dihewînin, li ser darê dinyayê mirov hema çi bigre dikare di nav çîrok, roman û helbestan de jî peyda bike û wateyek an jî gerînek li pişt van bûyeran derxîne pêşberî çavan. Wekî diyar e ku gelek mirov çîrok û romanan bi awireke biçûkdîtinê dinirxînin û di ser de jî dibêjin ku divê mirovên baqil dev ji van çîrok û çîvanokan berdin û werin ser rastiyê, êdî di nav xeyal û xewnan de negevizin. Lê belê bi saya xwendina wêjeyî mirov bi hesanî dibîne ka jiyan di nav berhemên hunerî de çawa rasterast tê ber pêşiya mirov, her wiha carina bi eşkere carina jî bi dizî, li pişt metaforan û alegoriyan. Ji ber van tiştan, em dikarin bêjin ku wêje wek parçekeyî zindî ê jiyanê ye, her ku mirov hûr bi kûr li berheman dinere, bêyî dijwariyê, rastî vê yekê tê ku wêje çavkaniya xwe ji kûrahiya jiyanê digire û bi heman awayî dîsa li jiyanê dizîvirîne. Nivîskar, ku bi çîrokan dest bi nivîskariyê kirî bi dûre derbasî romannûsiyê bûye, di nav hemû çîrok û romanên xwe de êş û jana kurdan, perçebûna dewlet û giyanên wan ên belawela bûyî wek metaforan dixebitîne. Di vî karê xwe de cîhaneke sersirûştî û xerîb (uncanny)[1] ava dike û pê re jî vê cîhanê bi zimanekî alegorîk û mîzahî radixe ber çavên xwînerên xwe. Nivîskar ê ku di wêjeya kurdî de cihekî taybet ji xwe re girtiye, di çîrok û romanên xwe de têgeh û hêmayên psîkanalîzê pir bir kar tîne, lê ew xwe rasterast nadin ber çavên xwîneran, berovajî wê yekê, xwe tim li pişt hêmayên fantastîk vedişêrin ku li benda dîtin û famkirinê ne.

Nivîskar ê ku çîroka xwe a ku bibe bingeha nivîsa min, bi metafora ““Guhê Jêkirî”” xwe dide destpêkirin, li vir hêmaya affekta biyanîkirinê[2] bi awayekî têr û tije bi kar tîne. Bi hêmayên xwe re ên ku ji dinyaya rasteqîn a ku em li ser ruyê wê dijîn hatine wergirtin, çîrok xwedan destpêkeke mîmetîk e, anku teqlîd e, lê peyre kirasê xwe diguherîne û di nav cîhaneke fantastîk de ji nû ve tê dinyayê. Belam gava em çîrokê berdewam dikin hingê jî rastî çîrokeke wisa tên ku bi serê xwe psîkotik, xerîb (uncanny) û ê bi awirên xwar, carinan jî hema rasterast ê li the Realê nerî ye. Di cîhana the Real de, ku têgeha Lacanî ye, tiştên ku tên dîtin hema nayên zimên, û dûrî têgihîştina zimên e ku koka wê her tim digihê hêlên bi tirs ên giyanî. Ew çîrok jî çîrokeke bi vî rengî ye.

Di vê nivîsê de jî armanc û mebesta min ew e ku çîroka Helîm Yûsiv a bi navê “Guhê Jêkirî” a di nav berhevoka kurteçîrokan a Mirî Ranazin de cih girtiye, bi hûrgilî analîz bikim. Bi qesda analîzê, nirxandina wê a ji aliyê têgehên fantastîk, mîmetîk û psîkotik e. Belam ew têgeh ji me re çi dibêjin? Wek bersiva vê pirsê, divê hê ji destpêkê de bê kirpandin ku li vir dema behsa têhegên fantastîk û mîmetîk bên kirin, weki Bülent Somay, ez ê ne di çarçoveya têgehên Auerbach û Todorov de wan bişixulînim, çiku Aurebach û Todorov van têgehan dixin nav wateyên teng, an jî bo binavkirineke seranser a berhemekê (Somay 2010:6)

Lê berovajî vê yekê, ez ê jî van du têgehan wek têgehên ku di nav çarçoveyeke fireh de û bi awayekî ku di nav hev re derbasbûyî û bi heman awayî jî koka her duyan di nav her yekê û kakilekî de cih girtibe şîrove bikim. Ji bo têgihîştineke firehtir jî, affekta biyanîkirinê (Verfremdungseffekt) a Brecht wekî rêbazeke alîkar wê were bikaranîn. Ji ber vê yekê, di berdewamiya nivîsa xwe de ez ê hewl bidim ku her du têgehan, anku mîmetîk û fantastîk, li gorî gotara Bülent Somay a bi navê the Fantastic and the Mimetic (2010b) rave bikin.

Mîmetîk, fantastîk û psîkotîk: Sêbareya pîroz

Têgehên ku ez ê di vê analîza çîrokê de bi kar bînim, pêşî, weku min hîna gotiye ku, li ser şopa Somay, ez ê fantasîk û mîmetikê ne mîna du maqamên cûda (code), lê berovajî wê, mîna du rûyên cuda ên perçeyekî bi kar bînim. Aurebach ku têgeha mîmesîs aniye holê, li vê têgehê wek temsîla rastîniyê dinere. Lê gava em vê dinyaya ku tê de dijîn derbasî berhemeke hunerî û wêjeyî dikin, hingê ew huner dibe mîmetîk, ji ber ku tiştê em li ser vê berhemê dibînin jixwe raste rast di jiyana rasteqîn de tên hemberî me, ji me re misqalek jî xerîb û biyanî nayên. Anku bi gotinên din, bi mîmesîsê re, em teqlîda jiyanê radixin ber çavên xwînerên wêjeyî. Lê ji xincî wê, tiştekî din jî heye ku dema em wan tiştan ji jiyana normal werdigirin, gişanî pêrgî texeyyula me tên, tu carî ew wekî heman tiştan ên berê û rasteqînên pêşî namînin. Loma hema çi berhema hunerî hebe her çi qas mîmetîk be jî di heman katê de ew bi xwe berhemeke fantastîk e jî (Somay 2010b: 2-7).

Li vir, sêbareya Lacan a Rastî (the Real), Xeyalî (the Imaginary) û Sembolîk (the Symbolic)[3] dikare ji me re bibe alîkar da ku em karibin bêtir rol û wateya têgehên mîmetîk, fantastîk û psîkotîk têbigihên. Tiştê ku Lacan wek Rastî tarîf dikir ew tişt e ku li derveyî hiş, têgihîştin û ziman anku axaftinê dimîne, bi awayekî din tiştê ku qet nayê zimên, anku hêj nehatiye sembolîzekirin an jî ne gengaz e ku derbasî sazûmana sembolîk (symbolic order) bibe. A ku Auerbach wek rasteqîn nav lê dikir jî ew e ku ê ku di sazûmana sembolîk de hêj nû hatiye sembolîzekirin, bûye tiştekî nas (familiar) û kedîkirin. Li vir, tiştê ku em bixwe jî wek rasteqîn nav lê dikin bi awayekî temsîla Rastiya Lacan e. Loma, dema em difikirin ku mimetîk temsîla rasteqîniyê ye, di vê çarçoveya Lacanî de guncan e ku em bifikirin ew hema bixwe temsîla temsîlê an jî temsîla wî tiştî ye ku hêj nû derbasî sazûmana sembolîk bûye. Fantastîk jî dikeve cihekî di navbera Rastî Sembolîkê de, anku dikeve li ser têgeha Lacan a Xeyalî. Bi awayekî din, ev her du têgeh, anku fantastîk jî mîmetîk jî li rastiyê dinerin, lê belê berovajiya mîmetîkê, fantastîk heya astekê nayê têgihîştin. Ji ber vê yekê, em dikarin bêjin ku bûyerên xerîb (uncanny) û derasayî (supernatural) ên vegotinên fantastîk bixwe ew awir in ku di Rastiyê de hatine vedan. Ew pêşî wek tiştên ku bi me nenas in tên pêşiya me, lê dûre, di nav prosesekê de diguherin û dibin tiştên nas (familiar) û peyre jî tên kedîkirin.

Piştî ku min têgehên fantastîk û mîmetîk rave kirine, êdî divê em bala xwe bidin ka bi peyva psîkotîk qesda min çi ye. Somay, di pêşgotina xwe a navborî de, angaşt dike ku heya ku em serê metoda psîkanalîtîk nedin, bi me guncan nabe ku em derbarê berhemên fantastîk de qala tiştên misoger bikin (Somay 2010b: 13-4). Loma her çi qas diyardeyên fantastîk wek tiştên derveyî aqil û derasayî û wek tiştên ku qet nayên têgihîştin xuya bibin jî, dema em bi hûrgilî li ser kûr dibin, em xweş dibînin ku tiştên li pey van bûyeran di rastiyê de, qewimînên xerîb (uncanny) in, anku bi qewlê Freud, tiştên wisa ne ku berê me têra xwe zanî û hay lê hebû lê ji ber ku me têra xwe ew çewisandine û qebûl nekirine, dûre bi awayekî fersend dîtin û dîsa ketin ser rûyê avê (Freud 1997: 193-233). Ji ver van gişan, dema em bi çavekî nêzîk li van sê têgehan an jî meqaman dinerin, karin bi hesanî bêjin ku em nikarin di navbera wan de xatên net û zelal diyar bikin, lê berovajî vê yekê, her sê têgeh jî dikevin nav hev û anku berhemek hunerî ne mecbûr e ku di nav refa maqameke tenê de were senifandin lê di heman katê de kare bikeve refa maqameke din jî.

Di navbera arezû û mirinê de

Heke vegerim çîrokê, Helîm Yûsiv ê ku hewl dide ku bi saya affekta biyanîkirinê a gelek caran bi kar tîne, gazî xwînerên xwe dike ku derbarê tiştên di nav çîrokê de dibînin pirs bikin, li ser van biponijin, û xwe bidin zorê ku têbigihêjin ka bi rastî jî çi diqewime. Ez ê biceribînim li bûyerên xerîb (uncanny) û derasayî ên çîrokê ji nêzîk ve binerim ku ew bûyer li pişt hêmayên fantastîk wek vegotinên fantastîk tên ber çavên me.

Serlehengê çîrokê Remo gava tê mala xwe, diya wî bi matmayî dibîne ku kurê wê bi tenê guhek heye, di ser wê tiştî jî Remoyê ku destê xwe dibe ber guhê xwe ê çepê bi meseleyê rind serwext dibe, lê guhê dî her çi qas sor bûye jî di cihê xwe de maye. Pirskirina diya wî li ser vê yekê û windabûna guhê wî banga sîrenan[4] têne bîra me ku wek nîşana tiştekî winda, tiştekî vala ye ku qet cihê wê hema naye dagirtin. Ji ber vê yekê jî ew tişt arezûya takekesî a bo dayika xwe ya ku di derbasûna nav sazûmana sembolîk re ku mirov tê de Qanûna Bavî, têgeha Lacanî, nas dike, tîne bîra me (Somay 2010a: 105-10). Di encama banga sîrenan a ku xwe dide ber guhê mirov de dema em li hebûna guhekî ku ji holê rabûye û winda dinerin, dikarin bêjin ku ew mîna tedbîrek li hemberî arezûya lehengê tê de cih girtiye, arezûya bo diya xwe ku di dilê xwe de hest dike, hingê ne zehmet e em zen bikin ku piştî kêliyekê wê mirin dakeve ser dikê.

Diya lehengê me gava ji kurê xwe dipirse ka guhê wî diêşe an jî ka kê guhê wî wisa kiriye, Remo dibersivîne ku hema tenê diêşe û ew ê sibe here cem bijîşk. Yekem affekta biyanîkirinê tam di vir de tê hemberî me: Lê (sibê) nehat û… nehat (13). Dibe ku tunebûna guhekî a leheng heya pîleyekê normal were dîtîn jî, xwîner dema ji nişkê ve dibîne ku sibeheke ku ew ê biçe li cem bijîşk qet nayê, mat û heyirî dimîne û bi ser de jî naxwaze pê bawer be. Çiku xwîner di destpêkê de bi metneke mimetîk a teqlîda jiyana rasteqîn î em lê dijîn re rû bi rû mabû, loma jî wisa zen dikir ku vegotin hema bi vî awayî bidome. Ji ber vê yekê jî dema ew bûyer ji nişkê ve tê hem- berî wî hesta biyanîbûyînê wî dipêçe. Piştre: Raket, rabû dît ku hîn şev e. Demjimêr digeriya. Bû heft. Bû deh. Şev neçû. Rojek din çû lê roniyê neda ser reşahiyê (13).[5] Xwinerê ku di serî de li bûyerê bi çavekî xerîb û lomandinê nerî, niha bi çavekî bêtir xerîb û pirsdar û ecêbmayî lê dimeyzîne û bi hevokên din re fam dike ka ketiye nav cîhaneke çawa, û bîstekê şûn de baweriya xwe li hewayê hilawistî dihêle û xwe dixe nav cîhana vê çîrokê. Ji bo ku em têra xwe têbigihên li pişt vê bûyera fantastîk ka çi cure diyardeyên psîkotîk hene, divê em berdewam bikin:

Ji nişkê ve bû qerebalix. Xelk derketin nava gund û li çareyekê geriyan ku ji vê rewşê derkevin. Bû xire cira gundiyan:
—Ka em çi bikin?

Hinek beziyan mizgeftê û dest bi nimêj û gaziyan kirin. Hineka rojî girtin şekir û berx kirin “sedqe”. Sibehê dîsa ro nehat der. Teneke derxistin. Bi dar û bêran kirin teqereq. Wek berê dema ku heyv veşartî dima. Vê carê ne heyv ne stêr ne jî ronahî tiştek nedihat xuyakirin. Her xort in dişandin bajarên dûr ji bo ji reşahiyê rizgar bibin. Wan jî ev bersiv bi xwe re dianîn:

—Ev karê Xwedê ye… ev ne karê me ye!… (13)

Sekinandin û dawîlênehatina demê û cîhana ku tê de dijîn, dema di nav reştariyê de winda dibe îhtimal e ew tişt nîşaneya vê yekê ye ku tev de ji dinyayê dûr ketin û li ber mirinê ne. Ew tişt bo wan bobelatek e ku ji sazûmana sembolîk derketin, bi Rastiyê (the Real) re rû bi rû mane û wî tiştî tevahiya wan serobino kiriye û ew bixwe nikarin vêya bilêv bikin, loma li her deverê û di zikê her kesî de xofeke (horror) bêdawî peyda dibe. Gelê gund ê ku rastî Rastiyê hatin, ji ber pêdiviya ku vê derbasî sazûmana sembolîk bikin berê xwe didin rîtûelan. Bi vî hawî wê karibin hêzên xerîb (uncanny), ku tevî xwe xofeke mezin tînin, û giyanên anîmîstîk tev de biqewirînin. Li dû wê:

Bi vî awayî gund bûbû kulmek tenî.
Dizî pirr bû, kuştin zêde bû, kertfiroşên şensê (yanesîb) bûn bisedan. Boyaxçî, ettar, dendikfiroş, namûsfiroş, cûzekar, qumarçî, qaçaxçî, bazirganên bêbext, sikakên gund tijî gemar bûn.
—Gund paqij bû ji her tiştê paqij. (13-4)

Di vê pergala nû ku tê de her tişt qirêj dibe, ligel eşkerebûyîna vê gemara hanê, wexta gund ji nişka ve ji her tiştî tê paqijkirin, bi me ecêb tê û li ba me affekta biyanîkirinê çêdike, pê re em karin bêjin ku xwîner hêj jî neketiye nav vegotinê û nehatiye kedîkirin. Bo derketina vê gemarê, çêbûna paqijî û pakbûnê em dikarin têgeha abjectê bo zelalkirina bûyerê bi kar bînin. Julia Kristeva vê têgehê ji me re wisa rave dike ku ew tiştên wisa ne ku di rastiya xwe de perçeyek ji me û ji civata me ne, wekî xwîn, kêm û edeb, gû, termê miriyan, zibil û gemar, ên ku me li xwe biyanî kirine û bî wî hawî jî hêsta kerxê pê re çêdikin, kengî em rastî van bên her dilê me dixele (Kristeva 2004: 18-27). Dema em wan tiştan tune nehesibînin û wek ên xwe qebûl dikin, hingê em karin rêya xwe ber bi pakî an jî katharsîsa giyanî ve jî bajon. Jixwe, êdî têra xwe haya me lê çêdibe, tiştê ku em îro diçewisînin bêguman wê rojekê bi teqîneke şîdet li me vegere. Bi vê şîroveyê em bêtir hîn dibin ka çawa û çima gund piştî qirêjiyeke bi vî rengî rastî pakî û paqijiyê tê.

Dûre vêbêjer gotinên xwe wisa didomîne: “Roj bi roj xelkê ronahî ji bîr kirin, bûn hevalê şevê. Reşî bû konê tevan. Karê xwe berdewam kirin wek berê. (14)” Gel rewşa nû qebûl dike, xwe hînî wê pergala nû dike û jiyana xwe wekî berê didomînin. Lê Remo yê ku guhekî xwe winda kiriye û bi gazina sîrenan re rû bi rû maye û ji ber vê aloziyê ketiya bextê êş û azaran, hema bixwe nikare dilê xwe bi vê rewşê razî bike, [n]e dûr e ew guhê xwe yê din jî li ser kî (14).

Rojekê ji rojên Xwedê berê xwe da bajêr. Li postê siwar bû. Remo dît ku poste incex pêncî salî bighêje bajêr. Pîrekekê di postê de za. Du-sê jin avis bûn. Dawetin li darxistin û zewicîn. Dîsa poste negihîşt. Hinek mirin. Ew bi rê de veşartin û poste negihîşt. Remo bû pizot. Arama wî fûriya, şewitî hat ku dev li xweke, poste, terembêl, kemyon, ker, tiş- tek nehat. Teker teqiyan guhertin. Bû xire cira wî û ajovanê postê. Xwe rakişandin hev. Rêwiyan ew ji hev kirin. Kulmoza leşkeran der bû. Serokê wan zirt lê kirin:

—Ezê guhê te yê din jî jêkim eger tu careke din zimanê xwe dirêj bikî .
Remo bawer nedikir ku ev rawestandin ji postê bi xwe ye. Bi xwe nikarîbû. Dengê wî her kêlîkê bilind dibû:
—Bi Xwedê ev sûcê ajovanê xewar e. (14)

Remo dixwaze dergisyonê ji destê ajovan bigre lê ji ber tirsa leşkeran newêre wiya bîne cih. Hingê, rêwiyên ku dibînin bêhna Remo teng bûye wisa diaxivin:

—Remo em tev de wek te ne. Ma qey tu ji me çêtirî? Yekî qelew ji dawiya postê xwe rakişand Remo. Bi rûwekî tirş got:
—Ma qey tu xatûnê yî û em ji ceriyê ne law? De bihêle poste bimeşe. Te serê me gêj kir heyran. Xwedê ji te razî be em dixwazin rakevin. (14)

Rêwîtiya ku qet dawî lê nayê weke rêwîtiyeke fantastîk dixuye. Dikin nakin nikarin xwe bigihînin cihê ku diçin, ligel vê neyîniyê, dîsa jî jiyana wan berdewam e, dizewicin, dawetan li dar dixin, zarokan diwelidînin. Lê li vir, bi min qey em rastî temsîla mirovekî/civatekê wisa tên ku ji ber trawmayên giyanî hatiye astengkirin, ê nikare xwe bigihîne armanc û cihê ku dixwaze biçe. Berovajiyê mirovên din, ji xeynî Remo, yê ku ji ber windakirina guhekî xwe bêtir hay ji arezûyê heye, kesekî din vê rewşê ecêb û xerîb nabîne û dil nake ku lê midaxale bike. Wan jixwe ji zû de ev dinyaya psîkotîk pejirandine, arezû taloq kirine. Ji ber vê yekê, her tim di rewşeke xewarî de ne. “Ê din”, ê ku ji destê wan hatiye honandin û tim dixwaze wan ji vê xewna giran şiyar bike û bîne bîra wan ku wan cih û armancek heye ku tim dixwazin xwe lê bigihînin, êdî wan aciz dike, loma dixwazin wî jî ji holê rakin, îzole bikin, bikin “êdin” û xwe jî dîsa vegerin wê rewşa xewarî. Belam tenê du sê kes pişta Remo digrin, zarokên biçûk jî weku dixwazin bibin nîşaneya jiyanê bêrawest digirîn, ew hemî tişt halan di Remo dide. Ew jî tê wê wateyê ku mirin hêj jî desthilatiya xwe tam pêk neaniye. Dîsa jî hêvî heye, li kar e. Remo, yê ku ajovaniya xwe wek çareseriya tenê dibîne, dema xwe nêzî paldanka ajovan dike, leşker rê nadin. Leşkerên ku guhê Remo jê dikin li rêwiyên din dizîvirin û gef li wan dixwin, heke ew ji xwe re efendî nebin, heman tişt dê were serê wan jî. Piştî ku Remo yê wek miriyan li erdê xwe dirêj kiriye tevî xwe dibirin:

[…] û xelkê dest bi xewê kirin. Ji xewê radibûn xewa wan dihat. Berdestkê ajovan jî av dida yê şiyar. Tu kesî nizanîbû ku ew av tijî dermanê xewê ye. Tev de xewixîn. Gêj bûn. Gelek caran ajovan radiket û poste wilo diherikî. Kesekî newêrîbû bigota, “na” yan “çima?”. Ajovan di bin simbêlan re dikeniya dema didît ku her yek li ser guhê xwe yan pozê xwe ditirse. (15)

Ew rewşa xewn û tevizîtiyê ya milet wî tiştî nîşanî me dide ku berovajî Remo, yê ku li hemberî lênerîna Rastiyê û pejirandina wê tim li ber xwe dide, gel hema wisa awirê xwe di Rastiyê vedan lê nekarine vegerin. Jixwe ew şevtariya giran ku wan dixe vê rewşa xewarî qet ji ser gund venakişe. Gundî, ev yek wek qedera xwe qebûl kirine, pejirandine û xwe li cîhana xwe ya hundirîn kirine, weke encama van bûyeran jî, pêwendiyên xwe ên bi rasteqînê re tev de qetandine.

Li gund êdî her kes wek “biguhekî” gazî Remo dike. Li çaraliya gund xelkên biyanî tên û konê xwe vedidin. Fermangehê leşkeran jî erdên gund li wan biyaniyan belav dike, sawa (terror) ku ji aliyê fermangeh û leşkerên wî berbelav dibe di nav gundiyan de atmosfereke xofî (horror) çêdike ku zora wan dide da xwe tev de bi sêhr û silûkê bikevin. Biyaniyên ku erdê gundiyan dagir kirine qîma xwe tenê pê nayînin, çav berdidin û “[b]istan talan dikirin. Ava çem gemar dikirin, çavên xwe berdan bênderên gund”. (15) Li ser vê yekê Remo hêrs dibe û hewl dide ku gundiyan tev de şiyar bike, van têxe tevgerê da li hemberî vê talûkeya girse serê xwe rakin. Lê belê “ji serpêhatiya postê zanîbû ku pişta wî li diwarekî ji kayê ye. (15-6)”. Her çi qas gundî newêrin jî, bi awayekî radihijin dar û kêr û berên xwe û dikevin pêşiya terektorên biyaniyan. Piştî nîqaşeke navbera van, pev diçînin. Wê şevê hemû mêr û xortên gund tev de diavêjin zindanê lê dûre lingkul, devbixwîn, serpelixî vedigerin mala xwe. Wexta Remo tê mala xwe, “[dibe] kûre kûra diya wî û desmalek da dest ji bo ku şûna herdu guhên jêkirî veşêre. ” (16)

Dema Remo bêguh dimîne, goştê wî dirize, roniya çavên wî sist dibe. Nîşaneyên mirineke psîkotîk tev de xwe didin der. Remo ji sûreta xwe a li neynikê ditirse “[…] her dihat ku bipeyive zimanê wî dibû textikek kevin (16).” Remo, yê ku êdî bêguh mayî û hikma xwe li ser guhê xwe winda kiriye, banga sîrenan ku dengê wan êdî nedihat lê belê di kûrahiya giyanê xwe de bi her awayî ji nêzîk ve hest dikir tîne bîra xwe, anku arezûya ku xwe bigihîne diya xwe. Bi wî awayî bibîranîna vê yekê êşa wî her ku diçe zêdetir dike. Qasî ku asta êşa wî zêde dibû, têkiliya wî yî bi Rastiyê re jî gurtir dibû. Ji ver vê yekê dema li neynikê dinere, nikare tiştê ku di Rastiyê de rastî lê tê bilêv bike.

Êdî sebra Remo li malê nayê, gava derdikeve derî malê, ligel hemû tirûşa xwe, piştî belawelaya giyanî a li dû windakirina guhên xwe, êdî hema dest pê derbasî astên din ên belawelayiya laşî dibe: “Remo gavek avêt. Li gewdê xwe nerî destê wî jê ket. Vegeriya rahişt destê xwe meşiya. Hemrîn hate bîra wî, qîza Cemşîd yara wî ya zemanekî, dema ku du guhê wî hebûn… (17)”. Jebûyîna guhên wî dilê mirovên din dixelîne, piştî ku sûreta wî mirovan ditirsîne, Hemrîn, yara wî bixwe jî jê dûr dikeve. “Çawa berê dema wî didit kulîlk li rû diketin niha wîlqasî madtirş û rûziwa dibe dema wî dibîne (17).” Bi dû re:

Lingê Remo hilweşiya ket, li dû ma zivirî, di ber xwe de got […] Pisîkeke spî xist çewalekî û berê xwe da gir.
—Mezelê gund. Li cem gora bavê xwe koncalek kola. Rahişt pisîka spî herdu destê xwe li qirika pisîkê pêçan bêhn lê çikand. Ew fetisand, zîqînî ji pisîkê hat û termê wê li ber sola wî ket. Di guhê pisîkê de bi nermî digot:

—Tu Hemrînê yî… na? navê te Hemrîn e… … û keniya. (17)

Remo yê ku wî nedikarî xwe ji Rastiyê dûr bixe êdî berê xwe daye belawelayiya laşî, pê re jî ya giyanî. Ligel hemû tedbîran, di bin bandora arezûya xwe a li diya xwe gihandinê û banga sîrenan de maye, hema dixwaze tenê bi saya Hemrînê xwe xilas bike. Yara wî ji ber ku êdî jê hez nake dibe sedema xezeb û kîna wî. Dixwaze wê bikûje lê belê hêz û qaweta wî nagihêje ku vê yekê bike, loma ji dêvla wê, hebûna yara xwe arasteyî ser pisîkeke ku xwedan rengspî ya masûmiyê ye, wê dibe goristanê, mekaneke din î xerîb (uncanny) û li wir dikuje. Dema Remo pisîka “nankor” ji dêvla Hemrîn û di sûreta wê de dikuje û li kêleka gora bavê xwe çal dike, em bi hemû nîşaneyan dielimin ku di navbera Hemrîn û diya wî de analojiyeke berbiçav heye. Ew jî tê wê wateyê ku di sûreta Hemrînê de wî diya xwe dîtiye, yanî pisîk, pê re Hemrîn dibin qurbana şûngir a berdêla diya wî. Piştî ku pisîkê çal dike em van tiştan hîn dibin:

[…] Li qelavîska rûnişt û serê xwe danî ser herdu çokê xwe. Dest bi girî kir, çav lê sor bûn, xwest vegere mal. Bi rê de serê wî jê ket, gindirî nav heriyê, matmayî ma. […] Devê wî peyivî bi du lêvên pûç:
—Tu çi serê xwe diêşînî. Ro nema tê. Nema tê. Herdu çav ji cî derketin û hêstir barandin. —Ji bo Xwedê tê razê… Te xwe li me kiriye hisret.

Pozê wî yê ketî kir xine xin:
—Hemrinê çû… û hey çûûûûû.
Enî qul bû şikest. Mejiyê wî li nav heriya rê rijiya û got:
—Li min bibore Remo ez bûm sedemê êşên te. Lê zanibe dilê te jî alî min kir heta me temenê te tunekir. Dilê wî mîna gogeke sor di heriyê de çikiya:
—Ez berê kuştî me!… Kuştî jî nikarin tu kesî bikujin. Dil, mejî, çav, dev, poz, ling tev de di reşiyê de bûn. Ketin nav hev, bûn laşek, bûn mirovek, perîşan û jar, navê wî Remo ye (17-8)

Remo pêşî bi ken û dilşahî pisîkê dikûje lê dûre li pey çalkirinê dilê xwe disotîne û girî bi qirika wî dikeve. Ew tişt bi me xweş dide xuyanê ku êdî hişê wî ne li serê wî ye. Lehengê çîrokê, ê ku her ku diçe, têkiliya xwe ya bi rasteqînê re winda dike, cudahiya navbera rastî û fanteziyê tev de şolî dike û weke encam jî dibe psîkotîk. Di navbera van çûnûhatinan ên bêhevseng de cendekê Remo hêdî hêdî dest bi belawelayiyê dike û hildiweşe. Ew bixwe, ji ber ku nikare tiştên li Rastiyê dîtine bilêv bike, êdî perçeyên cendekê wî dest bi qisedanê dikin bi min ew tişt nîşaneya arezûya wê yekê ye ku leheng vê sehitiyê (wholeness) ji şûn ve dixwaze a ku ji destê wî diçe. Parzinên egoya Remo ên wek zirxeke li hemberî talûkeyên cîhana derveyîn wî diparastin êdî nikarin bişixulin û ji ber vê jî egoya wî, pê re giyanê wî dibe armanca erîş û nîşanên her cureyî ên ku ji derve tên, ku ev tev de dikarin egoya wî bişehitînin û yekser ji holê rakin. Loma ew rewşa hanê belawelabûna wî bi leztir dike. Hingê êdî ne guncan dibe em qala “ez”ekî heyî bikin. Dîsa jî organên wî cendekê perçebûyî, bi tirûşeke dawîn a Remo tên cem hev û wî dîsa dikin Remoyê reben û perîşan. Lê belê ew cara dawîn e ku Remo xwe dide hev. Dema dizîvire mala xwe ku tê li odeyekê ew, li odeya din jî diya wî dimîne, dîsa xwe di nav şeveke abadîn de peyda dike. Bîra diya xwe kiribû…

Mal cihekî wisa ye ku ji bo me hem xerîb (uncanny) û hem jî mahrem, lê ji bo xelkê cihê heram – ê li dûrî çavan e. An jî tê de tiştên herî mahrem tên jiyîn û dîsa di nav çar dîwarên wê de, weku em zanin, tiştên herî sosret û ecêb jî diqewimin. Mal warekî bi vî rengî ye. Giyanên winda, pîrhebokên kirêt û xwedan memikên mezin, elkên xofanêr tê de dikevin ger û seyranê û tim dibezin. Dema Remo xwe digihîne mala xwe, em dibînin ku xerîbiya (uncanny) ku bi hezar awayî hatiye çewisandin bi şidet lê vegeriyaye, êdî Remoyê berê nemaye ku li derî malê perçeyên cendekê xwe î belawela bûyî berhev dikir û têra xwe li ber xwe dida ku nekeve nav lepên banga sîrenan ku her tim rastî wê dihat û guhê wî yî jêkirî dianî bîra wî.

Destê xwe peland. Derî li diya xwe vekir, qîjîniya kûçikekî birîndar jê hat.

Termê diya wî -ya werîs li qirika wê gerandî- li valahiya odê dihejiya û pisîkeke spî, mezin û qelew û birçî li hêviya ketina laşê diya wî bû. Saw kete nav xwîna wî, tevzînokan goştê wî cût. Reviya derî bi hêz girt xwest têkeve oda xwe. Bi zirzî derî vekir, çavên wî ketin du çavên beloq û fireh de. Laşê wî jî –wek ê diya wî- di dilê reşiyê de daleqandî dihejiya. Li zimanê xwe yê kişiyayî ziq dinerî û mîna dîwarekî derizî hate xwarê. (18)

Tiştê ku wê malê, ku xof (horror) desthilatiya xwe danî ser, a xerîb (uncanny) dike tiştên li wê derê hatine jiyîn in. Mala, ku beriya Remo û diya wî, em hay lê nînin şahîdê qewîminên bi çi rengî bûye, êdî bi xwekuştinên her duyan xwe di sûretê xerîbiyeke (uncanny) yekser de dinixumîne û hatiye pîleya xwe ya herî bilind ku derûdora wê bi xofeke abadîn ve dagirtî ye. Piştî egoya wî a hilweşiyayî, li pey xaleke ku êdî em rastî Remoyekî ku bikare bêje “ez” nayên, Remo dikeve nav vê mala xerîb ku tê de pêşî rastî termê diya xwe tê a ku kêliyekê berê xwe kuştibû. Hêj beriya ku xwe ji lepên wê matmayînê xelas bike, gava tê odeya xwe niha jî rastî termê xwe tê, bi vê dîmenê em serwext dibin ku giyanê Remo ji cendekê wî derketiye û geriyaye. Remoyê ku êdî fam kiriye ew bixwe jî mirî ye, mîna egoya xwe a derizî û hilweşiyayî, ew bixwe jî diderize û mîna diwarekî çawa ku ji aliyê erdhêjeke ji warê Rastiyê tê an jî hejandineke mezin hilweşe, ew jî wisa têk diçe û hildiweşe. Remo ligel windakirina guhên xwe ên ku tim arezûya li diya xwe gihandinê û banga sîrenan dianî bîra wî, ji neçariyê gelek caran bi Rastiyê re rûbarî hev hatiye, axirê li ber vê banga sîrenan ku nekarî pev re rûbarî hev were bi temamî têk diçe, li dû weşandina organên cendekî wî vêga jî derbasî weşandineke giyanî dibe û a soxî psîkozeke giran ku tê de êdî ne guncan e “ez” bibe dabaşa axaftinê, xwe dikuje.

[1] Uncanny di warê psîkanalîzê de têgeheke Freudî ye. Reseniya vê peyvê bi elmanî “umheimlich” û bi îngilîzî jî “uncanny” ye. Heke mirov rasterast li kurdî wergerîne, wê wateya“nemaliyê” bide ku tiştekî “ne a li malî ye”. Pêşgira “un” di zimanê elmanî de wateya neyînî dide, heimlich jî hoker e, loma di wergera wê a kurdî de ji ber zehmetiyên zimanî û têgehîn, min rasterast peyveke alîkar nedîtiye. Lê jixwe Freud jî di beşa yekem a gotara xwe de qala vê têgehê dike ku di zimanên cuda de etîmolojiya vê têgehê wateyên çi rengî didin. Bi min di kurdî de peyva herî nêzik “xerîb” bû, lê ji ber kêmzanîna min a zimanî ez nikarim sedî sed bêjim ku ev têgeh rast e û divê her kes bi vî şiklî vê qebûl bike. Lê heta ku peyveke baştir neyê dîtin, ez ê peyva xerîb di kenavekê de ligel peyva uncanny bişixulînim. Lê dema mirov dêhna xwe dide raveya Freud, hîn dibe ku xerîb (uncanny) berê tiştekî nas, anku ya malî bû lê bi demê re bi awayekî hat çewisandin û jibîrkirin, dûre jî di qonaxeke din a jiyanê de vêga bi xofeke nedîtî di sûretê bûyereke ecêb de tê pêşberî mirov, hingê jî dibêjin “xerîb e”, tê de hem matmayîn û hem jî xof û saw heye, anku tiştê nas êdî bi me dibe tiştekî nenas, ne a li malî ye, anku tam nayê famkirin. Lê taliya talî tiştekî bi temamî jî nenas nîne. Jixwe di dema kolandina vî tiştî de heke ew “xerîb” bi rêbaza psîkanalîtîk were kolandin, me dibe ber êş, qompleks û trawmayên berê ên me bi têra xwe çewisandine. (Freud 1997: 193-233)

[2] Mirov vê têgeha Brechtî, Verfremdungseffekt bi kurdî dikare wek “affekta biyanîkirinê” bi kar bîne. Bi vê têgehê qesd ew e ku tiştek dema ji karanîna çarçoveya xwe derdikeve, hingê hem temaşevan hem jî xwîner li hemberî wê guherînê xwe xerîb weke biyanî hest dike, lê bila şaş neyê famkirin, ew biyanîbûn ji hestên mirovan bêtir ji pêşniyazkirina tiştan derdikeve holê. (Somay 2010b: 10)

[3] Di termînolojiya Lacan de the Real, the Imaginary û the Symbolic bo geşedana takekesî giyanî an jî famkirina naverok û prosesa rihê wî xwedan diyarde û agahiyên giranbiha didin mirovan. Heke mirov bi awayekî ji rêzê û hêsan wan yek bi yek rave bike dikare wisa bêje: Rastî (the Real) ew tiştên ku me di zikê diya xwe de dîtin an tiştên ku tên ser zimanê me lê em dikin nakin nikarin bi lêv bikin. An jî wexta erd diheje an jî bobelateke mezin diqewime, em lal dibin, zimanê me digere. Hingê em dixwazin biaxivin lê ew qet nayên bilêvkirin çiku ew tişt ne aîdî vê cîhanê ye ku em lê dijîn [ziman=pergala sazûmana sembolîk]. Belkî mînaka herî baş a vê têgehê ji Peymana Kevin be, qisêta jina Lût Pêxember: “Û van bajaran û hemûya deştê û hemû mirovên li wir û hemû nebatan tune kirin. Lê belê pîreka Lût, ya ku li pêy wî diçû, gava vegeriya û li pêy xwe nihêrt, bû stûnekî xwê.” (1:19 r. 29) Li vir jina Lût dibe stûnekî xwê, an jî kevirek. Hinek çavkanî dibêjin tiştê jina Lût dîtî, destê Xwedê bû. Yanî tiştekî li derveyî sazûmana sembolîk e, ne aîdî cîhana zimên e, loma kesê ku van dibînin yan ji hişê xwe diçin (Mûsa Pêxember dema li çiyayê Sînayê dixwaze Xwedê bibîne, hingê ew bixwe jî dixeriqe) an jî dibin kevir, stûn, mîna nexweşên psîkotîk ên katatonîk (ji Semînara Bülent Somay, the Fantastic, the Mimetic, the Psychotic). Sembolîk tiştê ku xwedan semantîk û wate ye ku em dikarin têbigihên, çi ji cîhana derveyî çi ji kûrahiya hundirê me. Rastî jî, wekî me gotî, hemû tiştên li derveyî zimên e. Xeyalî jî ê dikeve orta van lê ne xwedan terîf e. (Somay 2010b: 7, têbinî 5)

[4] Derbarê banga sîrenan û têkiliya wê a bi raketina dê, bi vegera malzarokê hûn dikarin li vê gotarê binerin: Baran, Mîrza. “Jinên Nava Malî û Jinên Derî Malê: Nexweşiyeke Veşartî di Awêneya Giyanî de”. Kovara Zarema, Sal: 1 Hejmar: 2. Îlon, Cotmeh, Mijdar, Kanûn 2014 r. 145-153 û gotara Somay, Bülent (2010a). “Freudo Baggins’in Mordor Yolculuğu: Bir Psikanaliz Metaforu Olarak Fantezi Edebiyatı”. Di nav Tarihin Bilinçdışı: Popüler Kültür Üzerine Denemeler de. r. 98-119: Metis: Stenbol.

[5] Min jêgirtînên çîrokê weke xwe hiştîne û ji aliyê serrastkirinê min çi guhertin li ser nekirine. Yûsiv, Helîm (2000). Mirî Ranazin. Çapa duyem. Avesta: Stenbol.

ÇAVKANÎ

Freud Sigmund (1997). writings on Art and Literature. Edt.: Werner Hamacher & David E. Wellbery. Wer.:

james Strachery. “The Uncanny” r. 193-233. Stanford University Press: California.

Kristeva, julia (2004). Korkunun Güçleri: iğrençlik Üzerine Bir Deneme. Wer.: Nilgün Tutal. İstanbul: Ayrıntı Yayınları.

Somay, Bülent (2010a). “Freudo Baggins’in Mordor Yolculuğu: Bir Psikanaliz Metaforu Olarak Fantezi Edebiyatı”. Di nav Tarihin Bilinçdışı: Popüler Kültür Üzerine Denemeler de. r. 98-119: Metis: Stenbol.

Somay Bülent (2010b). The view from The Masthead: Journey Through Dystopia Towards An open-Ended Utopia. “introduction The Fantastic and The Mimetic” r. 3-29. Bilgi Üniversitesi Yayınları: İstanbul

Yûsiv, Helîm (2000). Mirî Ranazin. Stenbol: Avesta.

Kitêba Pîroz: Peymana Kevin û Peymana Nû (2008). [Navê wergêr/an lê nîne] Gerçeğe Doğru Kitapları: Stenbol.

Share.

Leave A Reply