VEGOTINZANÎ Û KURTEANALÎZEK LI SER ÇÎROKA

“êş”ê ya hesenê metê

BURHAN YEK

Puxte:

Bi destpêkirina sedsala 20an re lêkolînen li ser edebiyatê bi pêş ketin. Edebiyat nikaribû xwe ji zanistên cuda cuda dûr bixista û wê yekê jî kir ku zanyarên ji gelek aliyan li ser edebiyatê bixebitin an jî zanînên cuda li ser edebiyatê tetbîq bikin. ji hêla rexne û teoriyan ve her ku diçe tûrikê edebiyatê tijetir dibe. Berhemên sereke her çi qas neguherin jî bi çavên zanyarên edebiyatê bi awayekî din li ser wan berheman tê sekinîn. Edebiyat, êdî ji gelek waran sûdê werdigire; psîkanalîz, binyadgerî (Structuralism), fîzîk, femînîzm, antropolojî, sosyolojî, hermenotîk û hwd. ji ber vê yekê jî li ser berhemekê bi nerînên cuda encamên cuda derdikevin holê. Vegotinzanî jî wan salên dawî weke disîplînekê di warê dahûrîna berhemên edebî, bi taybetî jî di dahûrîna romanê de cihekî tekûz ji xwe re girtiye. Di vê gotarê de em ê hewl bidin ku bi rê û rêbazên vegotinzaniyê dahûrîna çîrokeke kurdî bikin.

Çawa ku roj bi roj di jiyana me ya rojane de em li pêşketinên nuh û curbecur rast tên, bi heman şiklî di warê edebiyatê de jî bi demê re rê û rêbazên tehlîlê yên nuh derdikevin ser riya me. Kesê ku bi edebiyatê mijûl dibe kêm an zêde divê hayê wî ji wan pêşketin û ekolan hebe. Wexta ku em dixwazin bi berçavkên ekol û pêşketinên edebiyatê li edebiyata kurdî binerin, ji ber ku valahiyek mezin xwe nîşanî meriv dide, du rewş encam dide. Yek jê heta ku meriv nexwaze qadên lêkolîn û gotaran hene, ji aliyê din jî ji ber ku term û têgehên ekolan hîn rûneniştiye, kesê ku di vî warî de bixwaze kedekê bide divê beriya her tiştî serê xwe bi “çêkirin”a têgehan re biêşîne. Em ê di vê nivîsê de bi rê û rêbazên vegotinzaniyê li ser çîroka “Êş”a Hesenê Metê bisekinin. Ji ber ku qadeke vala ye mixabin têgehên ku em ê di vê nivîsê de bi kar bînin dibe ku tam li cihê xwe rûnenên. Lewra weke ku em ê li jêr jî qal bikin, vegotinzanî disîplîneke ciwan e û hîn bi temamî li ser têgehan konsensûsek jî çênebûye. Ji ber vê yekê hin têgeh ji aliyê me hatine çêkirin û ji bo ku mexseda me bê famkirin em ê orîjînala wan jî di nava kevanekê de bidin.

  1. Vegotin

Bi wateya xwe ya giştî vegotin ev yek e ku mijar an jî rêzebûyeran ji meriv re vediguhêze. Her çi qas wekî formeke edebî em çîrokan wekî vegotinê zanibin jî bi analîzên Jean-François Lyotard vegotinê wateyeke nuh bi dest xistiye. Lyotard zanînê dike du beş: zanista zanistî ku li navendê ye, li ser wê nîqaş nayê kirin û civaka modern temsîl dike; û zanista vegotinî ku ji çîrok, çîrçîrok û ji tiştên wekî wan pêk tê, ne hewce ye ji aliyê hin kesan ve bê çespandin û ew civaka kevneşopî temsîl dike[1].

Berî ku roman derkeve holê gelek pirsgirêkên ku îro em serê xwe pê re diêşînin tune bûn. Lewra di cureyên vegotinê yên berî romanê de mekan, zeman, mijar û karakter giş diyar bûn, ango ku yekî bixwesta tiştekî vebêje amûrên ku jê re lazim bûn, ji berê de li ber destên wî bûn. Lê bi derketina romanê nivîskar her ku çû mecbûr ma ku serê xwe bi hin mijarên nuh re biêşîne. Bila vebêj çawa be, bila dem kengî be, bila karakter yekî çawa be, bila mijar çi be û hwd. Beriya romanê wekî cureyekî vegotinê di romansan de sîstem rûniştibû. Him vebêj him jî guhdar dizanîbûn bê çi li benda wan in. Lê bi demê re û bi guherînên civakî û pêşketinên zanistî re ev yek hew têra nivîskêr kir. Di romanên ewil de vebêj, bi her tiştî dizanîbû, li cem hemû karakterên romanê amade bû, hayê wî ji rabirdûya wan, ji dema wan a niha, ji pêşeroja wan û ji xeyal û projeyên wan jî hebû. Vebêj ne mecbûr bû ku ji me re bibêje dê ev agahî ji ku bi dest xistiye.

Bêjeyên sereke: edebiyat, vegotinzanî, rexne, teorî, şîrove, çîroka kurdî.

  1. Destpêk

Tiştekî din î di vê nivîsê de bi kêrî me bê ev e ku; roman xwediyê hêza “dîtin” û “bihîstin”ê[2] ne ku ev hêz di cureyên beriya wê de tune bûn. Ev dîtin bihîstin di romanên ‘ewil de her çi qas bi awayekî eşkere li ber çavan be jî di sedsala 18an û pê ve Ewropayê dev ji vê yekê berda[3] û ji bo vegotinê serê xwe li ser derfetên nuh êşandin. Piştî şerê cîhanê yê yekemîn guherînên civakî, nirx û baweriyên hevpar yên mirovayetiyê hejand, romanûs li metodên vegotinê yên objektîf geriyan û riwangeya xwe tengtir kirin[4]. Xebatên Freud jî di warê romanê de deriyên nuh vekir. Bi saya van xebatan gumanek li ser rastiyê çêbû. Yanî dibe ku rastî ne weke ya li ber çavên me be û divê em vê rastiyê bikolin û di bin vê de belkî em rastî rastiyeke din bên. Li gorî vê şikberiyê encama du caran duduyê dibe ku ku nebe çar[5]. Weke me li jor jî got her pêşketin bandorekê li gelek şaxan dike û edebiyat jî nikare xwe ji vê yekê biparêze.

  1. Vegotinzanî

Vegotinzanî an jî vegotinnasî weke disîplînekê her çi qas di wan salên dawî de populer bûbe jî ji sala 1969an ve ketiye nav disîplînên edebiyatê. Vegotinzaniyê cara ewil di sala 1966an de bi derketina hejmara taybet a kovara Fransî “Communications”ê ya bi sernavê “Introduction à L’analyse Structurale des Récits” (Destpêkek bo Dahûrîna Bingehîn a Vegotinê) şax girt. Tzvetan Todorov jî yek ji wan kesan bû ku nivîs ji vê kovarê re şandibû. Piştî derketina vê hejmarê bi sê salan weke têgeh peyva vegotinzanî (îng. narratology, fr. narratologie) ji hêla Todorov ve hat çêkirin[6]. Her çi qas hilberînerê vê têgehê Todorov be jî piştî wî bi xebatên lêkolînerine din ev têgeh û disîplîn dewlemendtir bû û îro weke disîplîneke sereke tê qebûlkirin.

1.1. Çend têgehên sereke yên vegotinzaniyê

Weke her ekolê vegotinzanî jî bi hin têgehên sereke tê nasîn. Her çi qas li ser hinan nîqaş hebin û lêzêdekirina têgehinin nuh di rojevê de bin jî têgehên ku ji aliyê her kesî hatine qebûlkirin jî hene. Ev têgehên ku di vê nivîsê de dê bi kêrî me bên ev in: mîmesîs, dîegesîs, deng, riwange, navçîrokî (homodiegetik), derçîrokî (heterodiegetik), lêkombûn (focalization), vekirîbûn, girtîbûn, zanîna her tiştî, nivîskarê rayedar, vebêjer, karakter, vegotin, guhdar, bûyer, hûnandina çîrokê, vegotina kesê yekem, vegotina kesê sêyem, vegotina fîgural, vegotina yekser, vegotina neyekser, vegotina neyekser a serbest û hwd..

1.1.2. Mîmesîs û Dîegesîs

Hin kes şopa vegotinzaniyê heta Platon dibin. Platon du cureyên vegotinê dide ber hev. Yek jê şair bi dengê xwe dipeyive (vegotina xwerû) an jî bi riya karakterekî dipeyive (teqlîd, mîmesîs)[7]. Ev dabeşkirin ji bo senifandinê bûye bingeh. Mîmesîs di wateya teqlîdê de ye û ji bo cureyên weke şano, fîlm û fîlmê karton tê bikaranîn; dîegesîs jî di wateya vegotinê de ye û ji bo cureyên weke roman, çîrok û destanan tê bikaranîn[8]. Lê Gérard Genette vê yeke qebûl nake û vegotinê li gorî xwe bi vî şiklî dike du beş: vegotina bûyeran (mîmesîs) vegotina peyvan (dîegesîs)[9]. Ji ber ku vegotinzanî ji aliyê Genette ve bi pêş ketiye û bi saya xebatên wî gihîştiye astekê em ê jî senifandina wî qebûl bikin.

1.1.3. Deng – Vebêjer

Di jiyana rojane de ji hêla deng ve karê me hêsan e. Ango wexta ku em bi yekî/ê re dipeyivin em dizanin em bi kesekî/e çawa re dipeyivin, lê wexta ku em têkevin cîhana metnekî ango nivîsekê em ê çawa xwediyê deng nas bikin. Ew kesê ku dipeyive kî ye, zayenda wî/wê çi ye, bi çi dizane û bi çi nizane, lehengan nas dike an na, ku nas dike wan ji kû nas dike û hwd.? Ev pirs wexta ku romanûs dest bi romanê dike ji aliyê vebêj ve li pêşiya romanûs in. Wexta ku em metnekî dixwînin meriv dikare bibêje ku romanûs û xwendekar di nav xwe de peymanekê îmze dikin: “peymaneke veşartî”. Lewra em weke xwîner dizanin ku ev deqa di destê me de ne tiştekî rasteqîn e lê tevî vê yekê jî em ji nivîskar daxwaza ku tiştên hatine nivîsîn rast bin dikin. Ku ne werê bûya gelek nivîskar mûxatabî pirsên li ser berhema honak û jiyana rasteqîn in nediman. Yanî heta ku ji me tê em dixwazin vê peymana ku me bi nivîskar re bi rahiştina berhemê re qebûl kiriye îhlal bikin. Wexta ku metnek ji meriv re çîrokekê vedibêje weke ku bi meriv re bilîze tevdigere[10], an jî weke xaçepirsekê li pêşberî meriv disekine û li benda me disekine ku em wî veçirînin. Ji bo vê yekê pirsek karê me hêsan dike. Wexta ku em ji metin pirsa “kî dipeyive?” bipirsin em ê vebêjê metin bibînin. Di nav romanûsan de yên ku serê xwe bi vebêj re an jî bi teoriya romanê re êşandine bêtir du kes in: Gustave Flaubert û Henry James. Lê navê Henry James di romanê de bi têgehên riwange û pozîsyona vebêj re bi hev dû re tên zimên[11].

Her çi qas ji bo vebêjan gelek binavkirin hebin jî bêtir li ser sê nerînan konsensûsek çêbûye.

  1. Vebêjê îlahî: Di vî cureyî de weke ku ji navê wê jî diyar e, vebêj ji jor de li metnî dinere, jiyana hemû lehengan dizane, rabirdûya wan, xeyalên wan, fikr û ramanên wan gişan li ber destê wî hazir e. Bi zeman û mekan ne sînorkirî ye[12]. Em nizanin bê ji kû ev agahî bi dest xistiye û jixwe ne mecbûr e ku ji me re vê yekê bêje jî. Vebêj him li her derê amade ye him jî di nav re şîroveyên xwe ji me re vedibêje. Ji ber vî halê vê cureyê ku bi her tiştî dizane hin şîrove hatine kirin. Weke mînak Nüket Esen ji bo romanên tirkî yên piştî şerê rizgariyê dibêje ku vebêj, beriya şer di romanên Halit Ziya de xwe hinekî vedikişîne lê bi şer re cardin vebêjê îlahî derdikeve holê. Ji ber ku piştî şerê rizgariyê hewcedariya netewbûnê hebû, roman bi peywireke îdeolojîk tevdigerin, vebêj cardin bi her tiştî dizane, şîroveyan dike û yekî otorîter e[13]. Di vir de em fam dikin ku tercîha vebêj ne tiştekî masûm e.

Têgeha vebêjê îlahî ji aliyê Gérard Genette nayê qebûlkirin û ew têgeha heterodîegetîk bi kar tîne. Meriv dikare vê weke derçîrokî bi nav bike. Ango yê ku vedibêje ne di nav çîrokê de ye. Meriv li hevokan binere dikare vê yekê fahm bike. Wexta ku hevokên çalakiyê yên bi çîrokê re têkildar, cînavkên kesê sêyem bin (mînak: Lawik derket derve.), ew metin metnekî heterodîegetîk e[14]. Ji ber vê jî ji aliyê hin kesan ve navê vî cureyî weke vegotina kesê sêyem hatiye binavkirin.

  1. Ez vebêj[15]-karakter vebêj[16]: Di vî cureyî de ji serî de nivîskar xwe sînor dike. Yanî nivîskar ji xeynî leheng li ser ti kesên din ne serdest e. Tiştê ku hatiye serê leheng (serê xwe), xeyal, fikr û ramanên wî di hundirê destê vebêj de ne, lê derheqê lehengên din encax weke çavdêrekî bi tiştan zanibe û xwedî agahî be. Ji aliyê Genette ev cure weke homodîegetîk hatiye binavkirin. Wexta ku hevokên çalakiyê yên bi çîrokê re têkildar, cînavkên kesê yekem bin (mînak: Ez derketim derve.), ew metin metnekî homodîegetîk e. Meriv dikare vê têgehê weke navçîrokî bi nav bike.

Romanûs, li gorî bandora ku dixwaze li ser xwendevanan pêk bîne, teknîkekê bi kar tîne[17]. Lewra di vir de nivîskar xwe teslîmî zanîn û feraseta karakter dike[18] û ji ber vê yekê jî ji hêla hin nivîskaran weke “riwangeya sînorkirî”[19] hatiye binavkirin.

  1. Vegotina şexsî[20]-vebêjê fîgural: Ev cure piştî her du cureyên din di nêviyê du- yemîn ê sedsala 19an de derket holê[21]. Di vî cureyî de jî vebêjer bi her tiştî dizane lê gelekî nêzîkî karakterekî disekine û bi çav û guhê vî karakterî derheqê bûyeran de tê digihêje; lê belê bi dengê xwe vedibêje (mînak: Hesen dît ku Mihemed derket derve). Ango di vir de dengê ku dipeyive û vedibêje aîdî vebêjer e; dîtin, bihîstin, fikirîn, têgihîştin aîdî karakter e[22]. Li gorî hin teorîsyenan ev cure bêvebêjer e[23].

Piştî ku me li ser vebêjeran ev agahî dan, divê em li ser ên pêşber jî tiştina bibêjin. Peyva pêşber bi zanebûn me tercîh kir lewra wexta ku metnek tê xwendin muxatabê wî metnî kî ye? Ji bo vê yekê wexta ku vebêjer bibêje “hûn” an “tu” ev nayên wê maneyê ku muxatab “tu” bi xwe ye. Lewra haya nivîskar ji me tune ye û ew “hûn” û “tu” tiştekî pevxistî ne. Çawa ku vebêjer ne şexsiyeteke zindî ye û divê ew û nivîskarê metnî neyên tevlihevkirin heman şiklî muxatab jî ne zindî ye û kesayeteke serbixwe ye[24]. Ji bo vê yekê tabloya li jêr a ku têkiliya di nav têgehan de nîşan dide dê bi kêrî me bê:

Nivîskar-ê rasteqîn——————-à Xwendevan-ê rasteqîn(asta danezaniyê) Vebêjer-nivîskarê îmakirî————à Guhdar-xwendekarê îmakirî(asta vegotinê) Karakter——————————-à Karakter (asta çalakiyê)[25]

1.1.4. Kî dibîne? An jî Riwange

Di vegotinzaniyê de bi qasî axaftinê dîtin jî girîng e. Ango bi qasî pirsa “kî dipeyive?” pirsa “kî dibîne?” jî hêjayî lêkolînê ye? Gelo ev pirs dê bi kêrî çi bê? Di metnekî de ne mecbûr e ku yê dipeyive û yê dibîne heman şexs bin. Dibe ku yê dibîne şexsek lê yê ku vedibêje kesekî din be. Meriv dikare riwangeyê û dengê vebêjer bi vî şiklî rave bike. Riwange cihê fîzîkî, pozîsyona îdeolojîk û an jî arasteya jiyanê ya pratîk e ku bûyerên vegotinê bi wan yekan re têkildar e. Lê belê deng vê axaftinê û an jî rêyên din ên vekirî îşaret dike ku bûyer û heyber ji bo xwe bigihînin bîneran, wan navbeynkaran bi kar tînin. Riwange nayê wateya îfadekirinê . Tenê ev perspektîfa ye ku teşeyê dide îfadeyê.[26] Romanûs an jî çîroknûs berî ku metnê xwe binivîsin divê biryara xwe bidin bê wê bi riwangeya “kê” çîrokê vebêjin. Ku ne werê be, mimkun e çawa ku Kafka di nêviyê romana xwe Şatoyê de mecbûr dimîne vebêjerê xwe biguherîne bi heman şiklî nivîskar ji nêviyê rê vegerin. Kafka di serî de bi vebêjerê kesê yekem dest bi romana xwe kiribû lê wexta ku hat nêvî fahm kir ku xeletî kiriye û ji serî de bi vebêjerê kesê sêyem dest bi romana xwe kir.[27] Di hin metnan de ji serî de dibe ku vebêjer her tiştî dibîne û li gorî vê, vegotina xwe saz dike, lê dibe ku ji cihekî û pê ve çavên vebêjer wekî berê ne xurt bin ango riwangeya vebêjer guherîbe. Gérard Genette bi vê pirsê re têkildar têgeha “rawe”yê jî bi kar tîne û dibêje ku vebêjerek li gorî riwange û dîtina xwe çîrokê ji meriv re vedibêje û ev yek tê wateya raweya vegotinê. Du taybetiyên raweyê yên sereke hene: “navber” “perspektîf”. Lewra ji min re netbûna wêneyekî, bi navbera wêne û min ve girêdayî ye û ev navber kêm an zêde ji riwangeya min re astengiyan çêdikin[28]. Di vir de Nüket Esen mînakekê ji çîrokeke Sabahattin Ali ya bi navê “Apartman”ê dide. Di serê vê çîrokê de vebêj her tiştî dibîne û bi her tiştê karakteran dizane. Lê ji nêviyê çîrokê û pê ve kamera li cem karakterekî disekine û xwe bi dîtin û têgihîştina wî karakterî sînor dike[29]. Pirsa “kî dibîne?” ji cureyê vegotinê, bêtir li vegotina kesê sêyemîn tê[30].

Ji bo ku meriv derheqê riwangeyê de şaşxwendinan ji holê rake divê berî her tiştî em li wateyên cuda yên vê têgehê bisekinin. Di halê hazir de ku meriv bi hûrbînî li ser vê têgehê raweste sê wateyên cuda derdikevin holê:

a- Wateya rastîn: dîtina bi çavê kesekî(têgihiştîn); mînak: ji riwangeya ku lê dinerî sê zarok li hewşê dît.

b- Wateya sembolîk: nerîna kesekî bi îdeolojiyekê an bi sîstema ramanekê; mînak: ji riwangeya wî ev bûyerên dawî wê dengên wan zêdetir bikira

c- Wateya veguhêzkirî: riwangeya bi berjewendiyên kesekî re têkildar (berjewendî, qezenc, xêr) mînak: ji riwangeya wî, wî karê han karesatek anîbû serê wî[31]

1.1.5. Taybetiyên demê

Di cureyên edebiyatê yên berî romanê de dem ne diyar bû, bi îcada saetê romanûs mecbûr ma ku herikîna demê ya di cîhana romanê de derbihêne[32]. Em ji hêla vegotinzaniyê li demê binerin dê sê pirs û sê mijarên sereke derkevin pêşberî me. Yek jê Pergal e û bi pirsa Kengîyê re têkildar e, ya duduyan Dem e û bi pirsa Çi qasî re têkildar e û ya sisêyan jî Dubarekirin e û bi pirsa Çend Caran re têkildar e. Em ê li jêrê bi kurtasî li ser van her sê têgehan rawestin.

  1. Pergal (Kengî?): Di vir de tiştê sereke ev e; gelo pêşkêşiya çîrokê û rêzkirina normal a bûyeran li hev dû tên an na? Heger li hev dû bên tê wê wateyê ku pergaleke kronolojîk heye, ku li hev dû neyên, anakronî heye. Bi vê mijarê re eleqedar dibe ku flashback (vegotina bûyerên berî çîrokê) û flashforward (vegotina bûyerên piştî çîrokê)[33] bêne bikaranîn.
  2. Dem (Çi qas): Di vir de bi giştî du têgeh hene. Yek jê “dema vegotinê-dema dîskûrê” ye û ya din jî “dema çîrokê” ye.
  • Dema vegotinê: Ev dem di wateya vê demê de ye ku xwendevan vî metnî bixwîne wê çi qas wext derbas bibe. Weke mînak, risteyeke metnekî bi daktîloyê hatiye nivîsîn, beramberî 1.5 çirkê ye. Ji bo vê meriv dikare weha bipirse; çalakiya di vir de çi qasî didome[34].
  • Dema çîrokê: Ev dem, demeke pevxistî ye ango bûyerên ku di vegotinê de têne qalkirin çi qas cî girtibin ew qas e. Meriv dikare pirseke weha bipirse; di metnî de bi giştî olçeka demê çi qas e? Weke mînak Ulyssesa Joyce 650 rûpel e lê dema wê ya çîrokê 18 saet e[35].

Bi rastî danberhevkirina dema vegotinê û dema çîrokê gelekî têkilhev e. Dema vegotinekê nayê pîvan. Encax meriv dikare sur’eta çîrokê (çirk, deqe, saet, roj, meh, sal ) û dema çîrokê (riste û rûpelên metnî) bide berhev[36].

Di vê beşê de pênc îhtimal derdikevin pêş: (1)kurte: dema vegotinê ji dema çîrokê kurttir e; Hesen du salan li Amedê ma: di vir de dema çîrokê du sal e, lê dema vegotina bi qasî bilêvkirina me ye ku em vê hevoka jor bixwînin (2) kêmkirin: di vir de dema vegotinê sifir e lê ya çîrokê dewam dike. Weke mînak di metin de beş bi raketina lehengê me biqede û beşa piştî wê hema bi şiyarbûna wî dest pê bike. Di vir de wext ji êvarî heta sibehê derbas bûye ku ev dem dema çîrokê ye lê di vegotinê de ev nayê gotin û xwîner tê digihêje ku di vir de 7-8 saet derbas bûne, vê dema ku nehatiye vegotin jî dema vegotinê ye û tuneye ; (3) sahne: dema vegotinê û dema çîrokê wekhev e; di vir de ji navê wê jî diyar e weke ku sahneyek hebe dixwiye lewra di vegotinê de tenê diyalog hene; (4) vezelandin: dema vegotinê ji dema çîrokê dirêjtir e di sînemayê de ev yek bi “tevgera hêdî”yê (slow-motion) tê çêkirin, di berhemên wêjeyî de ev îmkan tuneye lê ji bo wî çare hatine dîtin. Mînak lehengê me di xeyala xwe de gelek karan dike û diçe gelek cihan lê dûre em pê dihesin ku ev giş di çend kêliyan de derbas bûne îcar dema çîrokê çend kêlî ne lê ya vegotinê bi roj û mehan nayê hesabkirin; (5) rawestîn: di vir de dema çîrokê sifir e lê ya vegotinê dewam dike. Çîrok di vê beşê de disekine û vebêjer ji vir berê xwe diguherîne û qala tiştekî li ser rabirdûya bi vê beşê re têkildar dike.[37]

iii. Dubarekirin (çend caran): Di vir de ya girîng, lêkolîna stratejiyên vegotinê yên dubarekirin û kurtasîkirinê ye. Sê binbeşê vê beşê hene:

  • Tiştê ku carekê qewimiye carekê tê vegotin. Ez çûm malê
  • Tiştê ku carekê qewimiye çend caran tê vegotin. Ez îro çûm malê, do çûm malê, pêr çûm malê
  • Tiştekî ku ji carekê zêdetir qewimiye carekê tê vegotin.[38] Ez her hefte diçim malê
  • Heman dema çîrokê bi gelek caran tê vegotin. Ez do çûm malê. Ez do çûm malê. Ez do çûm malê.[39]

BEŞA DUYEMÎN

Tehlîla çîroka “Êş”ê

Çîroka “Êş”ê wexta ku meriv bi giştî li çîrokan binere çîrokeke dirêj e, ji sê beşan pêk tê; Prolog, Monolog û Epîlog. Berî beşa Prologê dûayeke Hz. Eyub heye. Li gorî vegotinzaniyê di pirtûkekê de her tişt daxilî romanê ye. Ango pêşgotin, paşgotin, epîgraf û hwd. Jixwe wexta meriv dest bi çîrokê dike têkiliya vê epîgrafê û metnî derdikeve holê. Nivîskar ti tiştî ji ber xwe naxe nav çîrokê.

Epîgrafa berî beşa Prologê bi vî şiklî ye:

“Xwezî anuha ev gotinên min bihatana nivîsandin!
Xwezî di pirtûkekê de berhev bibûyana!
Bi pênûseke hesinî, bi qurşûnê
Li zinaran bihatana kolanê ku her û her bimana[40](Tewrat: Hz. Eyub XIX:23-24)

1.1. Prolog

Beşa Prologê weha dest pê dike;

Ji bo ku ev çîroka ha were nivîsandin, wî bi bêjingan titûn ne kişand, bi kûpan şerabên kevnesalan venexwar, gund bi gund ne geriya û mijar berhev ne kirin, bi deh salan li ser ne sekinî û lê hûr ne bû, wekî mirîdan çavên xwe ne girt û guhdariya aliman ne kir, li civatên eşîran rûnenişt tizbî di nava tiliyên xwe de li ba ne kir û mîna dengbêjan ne lorand. Bi gotineke din Darînê Daryo, Darîn î lehengê vê serpêhatiyê ev çîroka ha ne nivîsand

Û wê şevê, dema ku wî qelûna pêşîn ji titûnê dagirt, dema ku agir berdayê û dûman bi ser xist, ku ez ne li ba wî bûyama, a di wê gavê de ku ez ne bî wî re bûyama, bi du hezar û du caran ez sond dixwim ku anuha ev çîroka ê ne di destê we de bûya.[41]

Ev beş weha diqede: … Û ev hat malê.

Ji serî de vebêjer ji me re qala hin taybetiyên yekî bi navê Darînê Daryo dike, paragrafa ewil bi agahiyeke ku dê ji me re lazim bibe diqedîne: “ev çîroka ha ne nivîsand”. Gelo Darînê Daryo ev çîrok nivîsibe dê çawa be? Hîn em bersiva vê pirsê nizanin lewra di paragrafa duyemîn de vebêjer dest bi sondan dike, gelo ji bo çi rêyeke weha tercîh dike? Mixabin dibe ku di dewama çîrokê de hewce be ku xwendevan li vir vegere û vê beşê û beşa din bide berhev. Vebêjer bi tundî ji me dixwaze ku em ji wî bawer bikin. Jixwe, wexta ku xwendevanek metnekê dixe destê xwe ji serî de dizane ku ev cîhaneke derewîn e û li gorî wê tevdigere, lê her çi qas xwendevan bi vê rastiyê zanibe jî li gorî qabiliyeta vebêjer (ne nivîskar) timî li hemana ye ku bi vê derewê bawer bike. Gelo ji bo vê yekê hewce ye vebêjer bi sondan bikeve?

Wekî ku me li jor jî got ev beş bi vî şiklî diqede: Û ev hat malê.

Ha bi xêra vê yekê em dikarin vebêjerê xwe diyar bikin. Vebêjer dibêje ku “hat malê”. Gelo vebêjer ji bo çi nabêje “çû malê” û dibêje “hat malê”? Di vir de ev tişt tê bîra meriv: vebêjer li malê li benda Darînê Daryo ye. Yanî dibîne ku Darînê Daryo derbasî hundir dibe û weke ku ji zû de li benda wî be çavên wî li rê bin dibêje “ev hat malê”. Ev agahî ji bo tesbîtkirina vebêjer besî me ne, lê agahiyên di paragrafa her du paragrafên ewil jî divê em li ser bisekinin.

Di paragrafa ewil de dîroka nivîsîna çîrokê tê vegotin. Weke ku jê tê famkirin ev çîrok pir bi hêsanî hatiye nivîsîn lewra ev zahmetiyên ku hatine rêzkirin yek jî nehatiye kişandin. Di vir de pirsek ku ji me re girîng e divê em bipirsin: vebêjer van agahiyan ji kû dizane?, ku hayê wî ji hemû rabirdûya Darînê Daryo çêbûye? Heta vê dera çîrokê em nizanin Darînê Daryo çend salî ye, lê belê em dizanin bê çi nekiriye, çi nekişandiye. Ev cure vebêjer li vebêjerê şexsî an vebêjerê fîgural tê. Di vî cureyî de vebêjer nêzîkî leheng disekine û her tiştî wî dizane.

1.2. Monolog

Ev beş di çîrokê de beşa herî dirêj e. Em di vê beşê de bi serpêhatiyên Darînê Daryo dihesin haya me ji tiştên tên serê wî çêdibe. Çîrok bi şayesandina odeyekê dest pê dike:

Maleke weke gelek malên bêyî jin û zarok e. Ji ode û aşxaneyeke piçûk pêk hatiye. Ji dîwarên vê odê, dîwarê hember bi çend refikên pirtûkxanê hatiye nixumandin û di ser pirtûkxanê re jî portrekî Ahmedê Xanî dardakirî ye. Li dîwarê hêla rastê jî portrekî mîr Celadet Alî Bedirxan ji profîlekî çepê ve hatiye dardakirin ku çav û awirên wî li pirtûkên refikan e[42].

Darînê Daryo, li maleke piçûk, ku bi pirtûk û wêneyan xuyaye ji bo wî girîng in, xemilandî ye. Ji dewama çîrokê em dibînin ku li ser maseyekê ye û hewl dide ku tiştekî binivîsîne. Lê mixabin her carê hewldana wî têk diçe û kaxizê ji ber devê makînê derdixe, lê dinêre, bi hêrseke bilindtir di nava destê xwe de diguvişîne û wê jî davêje selika kêleka xwe[43]. Piştî van têkçûnan bi hêrs diçe pêşberî portreya Mîr Celadet Alî Bedirxan û ji ber vê ilm û îrfana ku li serê wî kiriye bela gazinan dike.

Di dewama çîrokê de her çi qas di nav re vebêjer xwe nîşanî muxatabê xwe bide jî; çîrok bêtir weke navê vê beşê bi monologan didome. Darînê Daryo van tiştên ku hatine serê wî û axaftinên di nav wî û birayê wî re derbas bûne ji Celadet Alî Bedirxan re vedibêje. Dû re em meseleyê fam dikin. Birayê Darînê Daryo ji gund hatiye serdana wî û jê daxwaza pirtûkên qelew dike da ku eşîr pê serbilind bibe. Her çi qas xwendin û nivîsandina eşîrê tunebe jî xwendina meriv ne pêwist e lê hebûna pirtûkekê serbilindî ye. Kêmasiyeke pir mezin e ku êdî ji malbatekê yek ranebe û pirtûkekê lêneke[44]. Li gund lawê mala Garût pirtûkeke qelew nivîsiye û diya wî mal bi mal geriyaye û pesnê lawê xwe daye. Ji bo ku eşîra wan ji ya mala Garût kêm nemîne divê ew jî pirtûkeke qelew binivîse. Heger vê daxwaza birayê xwe/malbata xwe bi cî nîne diya wî şîrê xwe lê helal nake. Bavo, apê Gurgîn, meta Xanê, amojna Bavfile û welhasil eşîr giş li benda wî û pirtûkekê ne. Her çi qas Darînê Daryo bibêje ku nivîsandin ne karekî hêsan e ji bo vê qabiliyet divê, lê dike nake nikare têxe serê birayê xwe. Dû re em dibînin ku bavê Darîn dimire û li ber sikratê ji dêvla ku eşheda xwe bîne “pirtûk, pirtûk…pirt…”[45]dibêje. Darîn gelekî li ber mirina bavê xwe dikeve û ji bo vê yekê dixwaze lîteratura zimanê malê ji nêzîktir nas bike, seba wî dikeve nav pirtûk û nivîskarên wan û bi wan re digere. Lê ev ger û çavdêriyên wî bi poşmanî dibore û dibîne ku çawa ne bi cidiyeteke edebî lê bêtir bi tevgereke leşkerî kar dikin. Her ku diçe bêtir ji qawet dikeve, baweriya wî ya nivîskariyê qels dibe, nivîsandin nema jê tê û sond dixwe êdî nema dikare bixwîne jî û weke Hz. Eyub dibêje:

“Xwezî anuha ev gotinên min bihatana nivîsandin! Xwezî di pirtûkekê de berhev bibûyana!
Bi pênûseke hesinî, bi qurşûnê
Li zinaran bihatana kolanê ku her û her bimana.[46]

Di vê beşê de du vebêjer û du muxatab hene;
Darînê Daryo——————–à Mîr Celadet Alî Bedirxan Vebêjere mudaxîl—————à Xwendevanê nivîskarî (authorial)[47]

Di hin ciyan de vebêjer dikeve dewrê û ji muxatabê xwe re çîrokê vedibêje û car caran jî Darînê Daryo ji Mîr Celadet Alî Bedirxan re derdê xwe vedibêje. Sedema bikaranîna vî cureyî ango hebûna vebêjer û muxatabê beloq; ji bo venihêrtin û qontrolkirina xwendevanê rasteqîn e[48]. Bi vî şiklî nivîskar bandoreke xurttir pêk tîne.

1.3. Epîlog

Di beşa monologê de Darînê Daryo li xwe mikur hatibû û gotibû ku ne nivîsandin û ne jî xwendin êdî ji wî tê û xwe avêtibû dexlê Xwedê. Xwedê dûaya wî qebûl dike û li vir vebêjerê mudaxîl dîsa dikeve dewrê. Vebêjer bi Darîn re dikeve diyalogê, û dibêje:

Baş e, ez ê binivisînim.
Bi mitûmatî li min mêze kir û got:
….
Tu ê çima binivisînî?
Min got:
Te gotinên bavê xwe bi cî ne hanî, te daxwaza diya xwe bi cî ne hanî, lê ez ê

vê êşa te bi lêv bikim.[49]

Piştî çendakî ku vebêjerê mudaxîl û Darînê Daryo li ber hev dû didin û pê ve Darîn bi şertekî qebûl dike ku vebêjer, vê çîrokê binivîsîne:

…ji min nepirse û nebêje çima, lê ez tiştekî tenê ji te daxwaz dikim

….

“Ev çîroka ha divê bi zimanekî din neyê xwendine, divê her û her bi zimanê xwe î malê bimîne.”[50]

Di vê beşê de du ast tevlihev dibin.
Tabloya ku me li jor dabû em dîsa bînin bîra xwe; Vebêjer————————-à Guhdar(asta vegotinê) Karakter————————à Karakter(asta çalakiyê)

Vebêjer ji xwe tiştekî pevxistî ye an go ne zindî ye. Ev vebêjerê nezindî bi lehengê ku bi asta xwe di binê ya wî re ye dikeve diyalogan. Ev yek ji aliyê demê ve weke tevliheviyekê çêbike dixuye. Vebêjer di gelek ciyan de peyva “anuha”yê bi kar tîne. Di vir de dema vegotinê û dema çîrokê tê ser hev. Wexta vê peyvê bi kar tîne, ji hêla xwendevan ve bandora wê ya rasteqîniyê zêdetir dibe.

Encam

Vegotinzanî, dîsîpleneke nuh e, ji ber vê jî di tetbîqkirina wê ya li ser metnekî de dibe ku hin kêmasî hebin. Me ev gotara xwe kir du beş. Di beşa ewil de me danasîna vegotinzaniyê, têgehên vegotinzaniyê yên sereke, dîegesîs, mîmemîs, deng-vebêjer, kî dibîne û taybetiyên demê kir. Pirsên ku di beşa ewil de em li ser sekinîn; weke vegotinzaniyê kengî, li kû û bi xebatên kê dest pê kiriye û bi xebatên kê ve pêş de ketiye, niha li çi astê ye.

Di beşa duyemîn de me li gorî agahiyên beşa yekem analîza çîroka romanûs û çîroknûsê kurd Hesenê Metê ya bi navê ‘Êş’ê kir. Çîrok, bi epîgrafekê dest pê dike û ji sê beşan pêk tê. Beşa ewil prolog, ya duyemîn monolog û ya dawî jî epîlog e. Di prologê de vebêjerek ji me re qala yekî bi navê Darînê Daryo dike ku em têdigihên ku ev lehengê vê çîrokê ye. Ev vebêjer bi her tiştê Daryo dizane û weke vebêjerekî îlahî tev digere. Di monologê de êş û serpêhatiyên Darînê Daryo ji me re tên vegotin. Darînê Daryo li ser maseyekê rûdinê ji bo ku karibe tiştekî binivîsîne; lê dike û nake bi ser nakeve. Piştre em fam dikin ku birayê wî ji gund hatiye û daxwaza nivîsandina

pirtûkekê jê dike. Eşîra wan xwe dane benda Darînê Daryo ku pirtûkekê binivîsîne û bi vê yekê serbilind bibin. Hewldanên Daryo yên ji bo nivîskariyê di vê beşê de ciyekî girîng digirin. Diçe komcivînan û li nivîskaran guhdar dike da ku bi kêrî wî bê. Lê ev hewldanên wî têk diçin. Di beşa epîlogê de cardin vebêjerê îlahî derdikeve sahneyê. Û ji me re qala nenivîsandin û nivîsandina ‘vê’ çîrokê dike. Lewra Daryo êşekê dikişîne û vebêjerê îlahî digihêje hawara wî.

Ji ber ku qadeke vala ye di bikaranîna hin terman de dibe ku kêmasînin hebin. Jixwe hin pirtûkên sereke yên li ser vegotinzaniyê li kurdî nehatine wergerandin û ev jî astengiyekê ji meriv re çêdike. Me di vê gotarê de li gorî xwe hewl da ku têgehên nêzîkî orîjînala wan bi kar bînin. Lê dibe ku dûre li ser van têgehan guhertin çêbibin. Her ku biçe dê têgehên vê qadê jî bêne çêkirin û dê wê çaxê lêkolîn û analîza metnekî hêsantir be.

 

[1]Ahmet Cevizci, “Anlatı”, Felsefe Sözlüğü, Weş. Paradigma, İstanbul, 2010, r. 107

[2] Philip Stevick, Roman Teorisi, wer. Sevim Kantarcıoğlu, weş. Akçağ, Ankara, 2010, r. 9

[3] Nüket Esen, Modern Türk Edebiyatı Üzerine Okumalar, weş. İletişim, İstanbul, 2012, r. 92

[4] Ünal Aytür, “Roman Sanatı ve Bakış Açısı”, Roman’da Bakış Açısı ve Anlatılış, Amd. Dr. Hasan Boynukara, Weş. Boğaziçi, İstanbul, 1997, r. 93.

[5] Esen, h.b., r. 95

[6] Manfred Jahn, Anlatıbilim, wer. Bahar Dervişcemaloğlu, weş. Dergah, İstanbul, 2012, r. 43

[7] Susana Onega-Angel Garcia Landa, Anlatıbilime Giriş, weş. Adam, İstanbul, 2002, r.24

[8] Manfred Jahn, h.b. r.45,

[9] Gérard Genette, Anlatının Söylemi, weş. Boğaziçi Üniversitesi, İstanbul, 2011, r. 174

[10] Esen, h.b. r. 85

[11] Franz K. Stanzel, Roman Biçimleri, wer. Fatih Tepebaşılı, weş. Çizgi Kitabevi, Konya, 1997, r. 10

[12] Şerif Aktaş, Bakış Açısı ve Anlatıcı, Roman’da Bakış Açısı ve Anlatılış, Amd. Dr. Hasan Boynukara, Weş.Boğaziçi, İstanbul, 1997, r. 30

[13] Esen, h.b., r. 92

[14] Jahn, h.b., r. 19

[15] Stanzel, h.b., r.19

[16] Esen, h.b., r. 93

[17] Wayne C. Booth, Bakış Açısı ve Kinaye Mesafesi, Roman Teorisi, amd. Philip Stevick, wer. Sevim Kantarcıoğlu, weş. Akçağ, Ankara, 2010, r. 103

[18] Şerif Aktaş, Bakış Açısı ve Anlatıcı, Roman’da Bakış Açısı ve Anlatılış, Amd. Dr.

[19] A.A.Mendilow, Romanda Şimdiki Zaman, Okuyucunun İçinde Yaşadığı Zaman, Roman Teorisi, amd. Philip Stevick, wer. Sevim Kantarcıoğlu, weş. Akçağ, Ankara, 2010, r. 247

[20] Stanzel, h.b., r.20

[21] Stanzel, h.b., r.43

[22] Esen, h.b., r. 93

[23] Jahn, h.b., r. 76

[24] Esen, h.b., r. 28

[25] Jahn, h.b., r. 15

[26] Chatman, h.b., r. 143

[27] Necip Tosun, Modern Öykü Kuramı, weş. Hece, Ankara, 2011, r.175

[28] Genette, h.b., r. 171-172

[29] Esen, h.b., r. 100-101

[30] Jahn, h.b., r. 27

[31] Chatman, h.b., r. 142

[32] Philip Stevick, Roman Teorisi, wer. Sevim Kantarcıoğlu, weş. Akçağ, Ankara, 2010, r. 225-226

[33] Ji bo flashforwardê Todorov weke mînak navê pirtûka Tolstoy, İvan İlyiç’in Ölümü (Mirina Îvan Îlyîç) dide. Di vir de berî ku em dest bi xwendina pirtûkê bikin em dizanin dê di pirtûkê de çi biqewime. (Tzevetan Todorov, Poetikaya Giriş, wer. Kaya Şahin, weş Metis, İstanbul, 2008, r. 65)

[34] Jahn, h.b., r. 100

[35] Jahn, h.b., r. 100

[36] Genette, h.b., r. 83-85

[37] Seymour Chatman, Öykü ve Söylem, wer. Özgür Yaren, weş. De ki, İstanbul, 2009, r. 62-71

[38] Jahn, h.b., r. 102

[39] Chatman, h.b., r.72

[40] Hesenê Metê, Epîlog, weş. Avesta, İstanbul, 2000, r.9

[41] Hesenê Metê, h.b., r.11

[42] Hesenê Metê, h.b., r. 12

[43] Hesenê Metê, h.b., r. 12

[44] Hesenê Metê, h.b., r. 23

[45] Hesenê Metê, h.b., r. 38

[46] Hesenê Metê, h.b., r. 57

[47] Esen, h.b., r. 36 (Nivîskar di mejiyê xwe de li gorî xwe xwendevanekî xwedî agahî û bawerînin diyarkirî çêdike û ji bo wî dinivîse)

[48] Esen, h.b., r. 36

[49] Hesenê Metê, h.b., r. 58

[50] Hesenê Metê, h.b., r. 59

ÇAVKANÎ

Boynukara, Hasan: Romanda Bakış Açısı ve Anlatılış, weş. Boğaziçi, İstanbul,1997

Chatman, Seymour: Öykü ve söylem, wer. Özgür Yaren, weş. De Ki, İstanbul, 2009

Cevizci, Ahmet: “Anlatı” felsefe sözlüğü, weş. Paradigma, İstanbul, 2010

Esen, Nüket: Modern Türk Edebiyatı Üzerine okumalar, weş. İletişim, İstanbul, 2012

Genette, Gérard: Anlatının söylemi, wer. Ferit Burak Aydar, weş. Boğaziçi Üniversitesi, İstan- bul, 2011

jahn, Manfred: Anlatıbilim, wer. Bahar Dervişcemaloğlu, weş. Dergah, İstanbul, 2012

Metê, Hesenê: Epîlog, Weş. Avesta, İstanbul, 2000

Onega, Susana- Landa Garcia, jose Angel: Anlatıbilime Giriş, wer. Yurdanur Salman, Deniz Hakyemez, weş. Adam, İstanbul, 2002

Stanzel, Franz K.: Roman Biçimleri, wer. Fatih Tepebaşılı, weş. çizgi Kitabevi, Konya, 1997 Stevick, Philip: Roman Teorisi, wer. Sevim Kantarcıoğlu, weş. Akçağ, Ankara, 2010 Todorov, Tzvetan, Poetikaya Giriş, wer. Kaya Şahin, weş. Metis, İstanbul, 2008

Tosun, Necip, Modern Öykü Kuramı, weş. Hece, Ankara, 2011

Share.

Leave A Reply