Tiyorîzekirina Romanê Weke Janrekê Edebî

EMÎN EBDULQADIR

LATÎNÎZEKIRIN: MERAL SEVİM

Puxte:

Ev lêkolîne bizaveke ji bo berçavkirina çewatiya peydabûna romanê weke janrekê wêjeyî yê cuda ji hemû janrên din ên berî xwe. Ev babete girêdayî pirs û migirtî (Hypothesis) ên peydabûna êkem roman e. Gelo kîjan roman di hê hijmartin weke yekem roman? Li gorey çi pîver yekem roman tê destnîçankirin? Ev mijare me di kêşe pirseke din a gewherî ew jî, ev janre bi çi awa dihê têgehiştin; anko ji boy ko pîver ên dest nîşan kirna wê weke janrek wêjeyî bi hên zanîn pêtviye bizanîbîn ew çawa hatiye teorîzekirin ji aliyê diyartirîn tiyornas ên wêjeyî ve, ên weke Hegel, Lukacs, Goldman û Bakhtin.

Peyvên sereke: roman, cureyên edebî, teorî

Pêşgotin:

Roman weke janrek (genre) nû hatiye di neqeba wêjeyê da, ji ber şiyanên xwe yên bê dawî û wan guhurînên berdewam bi ser da dihên ku li dov derbirîna rexnegir û feylesofê Rûsî Mikhail Bakhtin hêşta negehiştiye qunaxa dûmahiyê; bala gelek zana û vekolerên edebî kêşaye, lewma her yekî hewildaye li goreyî têgehiştin û rewşenbîrî û aydolojiya xwe teyoriyên li dor vî babetî pêşkêş biket. Ev vekolîne jî bizaveke ji bo nasandina van tiyoran û tiyornasên pêşeng sebaret bi edebîbona romanê û destve înana hindek encaman divî biyavî da. Dibît heta niha ev çende bi rengekî zanistî di nav rexna edebê kurdî da nehatbît xweya kirin. Herweha dê hewldem li ber siva van pirsên helawîstî li dor romanê bigerim:

-Roman kengî peyda bûye? -Roman çewa peyda bûye? -Roman bo çî peyda bûye?

-Roman çiye?

Ev vekolîne bizaveke bo zanîna çawaniya tiyorîzekirna romanê bi awayek wesfî û hevberkirnê.

Ji aliyê pêkhatin û nexşeyê bicih kirnê ve bi vî awayî hatiye encamdan:

-Derazînk : Wek rê xweşkirin bo vekolînê û diyarkirna nerînên cuda li ser çewanya xwe sepandina romanê di nav rêzên janrên din yên edebî da.

-Peydabûna romanê: Ku bizaveke ji bo diyarkirna yekem têkista romanê li gorî nerînên cuda.

-Roman wek janrekê edebî: Bizaveke ji bo diyarkirna nasnama romanê bi arîkariya xweya kirna taybetmandî û sîmayên (features) wê.

-Tiyorîyên romanê: Kakila vekolînê bi xwe ve digirît, ew jî bi diyarkirna wan tiyorîyên bo romanê hatîne danan ji aliyê rexnegir û vekolerên edebî ve. Wek nîşandan û hevberkirin bi merema nêzîkbûna tiyora wê.

Derazînk

Roman ew janrê edebî ye ewê ji ber berfirehiya biyavê xwe û giringiya xwe ya babetî ji buna mirov û derdor û civakê karî serkeftinê bi ser janrekê din yê mezinê wêjeyî da bînîit ku ew jî destan/dastan bû; her wekî karî serkeftinê li ser romansê bînît, ku piştî romans karî bo demekê gelek dirêj merov ji jiyana rasteqîneyî dûr bêxît û cîhaneka efsaneyî/aşupî û dûr ji derdorê bu mirovî dirust biket û divê cîhanê da mirov we ku giyandarekê gelekê biçûk li qelem bidet. Roman karî mirov û jîngeh û derdorê wî wêne biket û li cihê xwedawend û karekterên xurafî û superman mirovê asayî û pale û cotyar û kesatiyên çîna burjiwazî bikete lehengên xwe.

Eve hemû bû sedema wê yekê roman bibîte cihê “pûtedana jimareka mezin ji zanayên edebî û rexnegir û nivîser û feylesofan, ew jî ji ber belavbûna wê ya berfireh di wêjeya gelan da, ku cihekê berçav bi xwe ve girtîye. Dîsan ji ber karînên wê yên mezin bu wênekirna merov û wê cîhana ew lê dijît, ku ev karîne li dev janrên din yên wêjeyî bo mînak çîrokê nînin” (1). Lê ev kesên li ser romanê tiyor û dîtinên xwe nivîsîn nerînên wan wekhev nebûn belku gelek caran cudahiyeka rîşalî di navbera hindekan ji wan da dihate dîtin. Bo mînak; nivîserê Cîrmanî/Elmanî Tomas Men bi vî awayî werar û geşebûna romanê li qelem didet: “taybetiya dastaniya romanê û dewlemendiya alavên wê yên azad ku dikarin hemû waran bidete ber xwe (Zanîn, mîtolojî û firehiya giyanê mirovî) di hêlin ku ew cihê pêşîn di nav tev rengên edebî da bigrît” (2). Lê çarde salan berya vê gotinê wate li sala 1922 hozanvanê Rûsî (Osip Mendelstam) dîtineka dijî vê hebû, ku dîtina wî bu paşeroja romanê ya reşbîn bû, lewma nivîsîbû roman ya berev bertengî û nemanê ve diçît, wate dawîya romanê hat. Eve jî di wê gotarê da ewa li sala 1922 li jêr navê (Dawîya romanê) belavkirî (3).

Bi vî awayî roman karî xwe bi sepînît û bibîte cihê peydakirna hevdijîyan û gengeşan di navbera feylesof û zana û edebnasan da, lê behra pitiriya nerînan li ser wêyekê di rijdin ku roman janrê wêjeyî ê herî pêşkeftî û mezin e û li pêşiya hemû janrên din yên edebî di hêt. Her wekî rexnegirê Rûsî Belinsky li sala 1840 dan bi vê çendê kirî û paşan Mikhail Bakhtin pitir bala edebnasan rakêşay û roman bi wî janrê edebî pesin kirî ewê karîna hembêzkirna hemû janrên din yên edebî û hûnerî hey di nav xwe da.

Peydabûna romanê

Mîna her janrekê din yê edebî, diyarkirna yekem têkst ji aliyê dîrokî û janrî ve karekî bi zehmet e. Ji ber hindê rêk li hember rave (Interpretation) û hizirkirnên cuda vedibît. Bi vê çendê roman dibîte xwedî çendîn destpêk yan jî destpêkeka şêlî û ne zelal. Evca rexnegir û dîroknivîsên edebî neçarin li gorey wan sîma û edgar ên (Characteristics and Features) romanê heyn têkistekî ji têkstên çîrokî dikene roman, her yek li dûv şêweyê hizirkirna xwe, xwe bi têkistekî ve girêdidet û bizavê diket wî têkistî bikete romana yekemîn yan bi kêmî ji romanên destpêkî bi hejmêrît. Weke mînak; hinek rih û rîşalên (roots) romanê bo Yûnaniyên kevin di zivrînin û hizir diken ko (li ser dema Yûnaniyan du romanên navdar hebûn, romana (Davnîs û Xuluya) ya nivîskar Long, û romana (Kerê Zêrî) ya Apolysis. Eva duyem şa’îrê bi nav û deng ê Rûsî yê sedsala nozdê Puşkîn dibêjît : “Min bi xweşhalî romana (Kerê Zêrî) xwend” (4). Ku eve belgeye li ser hizirkirina hindek nivîskaran li dor bi romanbûna têkista navhatî.

Dîsan nerîna feylesof û nivîskarê Rûs Mikhail Bakhtin demê gotî “hevpeyvînên Sokrates romanên serdema kevnin” (5). Eger mebesta Bakhtin ji vê gotinê ya diyar nebît jî kanê wek pirensîb ew di gel bi romanbûna hevpeyvînên Sokrates ye, yan jî bi tenê gotineka felsefî rewanbêjî ev helwîste derbiriye. Eve jî vegerandina ser çeq û ser davên romanê ye bo pêş zayînê û bi taybet li serdemê Yûnaniyên kevin. Her çende roman wek janrek edebî di pirtûka navdar a Aristo da (Şî’rîyet- Poetics) nehatiye. Lewma ev nerînên me behiskirîn nehatîne selmandin û êk lakirin. Vê çendê jî wekirî ye ku ev dabêşe/pirsgirêke bi vekirî bimîne û mîna mijareka şêlî û helawîstî li gorepana dîroka edebî û polînkirina janrên edebî bimîne.

Hindek rexnegir weha hizir dikin ku têkistê (Decameron) yekem romane hatiye nivîsîn ji layê Giovanni Boccaccio (1313-1375) ku Boccaccio mifa ji çîrokeka rasteqîneyî wergirtiye; ew jî dema nexweşiya ta’onê li bajarê Filorensa (Florence) belav bûy li sala 1348 heft keç û sê kurr an hewilda xwe xelas bikin bi rêka deryayê û bi keştiyekê berev gundekî ve çûn, lê di rêkê da keştiya wan dişkê û ew xwe digehînin gezîrtekê, deh rojan dimînin li wir. Ku Decameron ramana deh rojan didet. Di wan deh rojan da her deh kes çîrokan dibêjin jibo demborandinê, ku her yek ji wan bi tenê çîrokekê dibêjît bi vê çendê deh çîrok hatine gotin. Boccaccio bi komkirina wan di yek pirtûkê de rabû, di gel hinek destkariyan di dariştina wan da. Ji ber sê taybetmendiyan hinek rexnegirên mîna (Edward Blishen) bi têkistekê nû dizanin û bi yekem roman didanin. Ji derveyê van sê taybetmendiyan ev çîroke ji aliyê babetî ve çîrokên ber belavên di nav xelkê da û her yekê babetek ciyawaz û taybet heye ji yên din. Ku ev çenda dumahîkê ye rêkê dide hinek rexnegirên din vî berhemî bi komele çîrok bi zanin nek romaneka serbixwe. Ew sê taybetmendiyên di van çîrokan da Boccaccio berceste kirîn ev bûn:

  1. Demê bûyerên çîrokê bi demê niha dest pêkiriye.
  2. Bi rengê/terzê pexşan nivîsîbû nek helbest, ku heta hîngê çîrokên dastanî û romans bi helbest dinivîsîn.
  3. Behsê kesayetiyên asayî diket, nek paşa û fêris û pehlewanan (6).

Her çawa bît ev têkiste nikariye ji aliyê naverokê ve xwe weke roman bi selmîne, lewma komeka dî ji rexnegiran weha hizirdikin roman li dûmahiya sedê şazdê destpêka sedê hevdê hatiye nivîsîn. Ev kome romana (Donkîşot) ya (Cervantes) bi romana pêşîn didanin (pirî caran rexnegir û wêjenas dibêjin ku romanê weku janir hebûna xwe ji romana Cervantes (Donkîşot) destpêkiriye (7). Lê eger em vê qonaxa dîrokî (qonaxa vejandinê) bi destpêk bi zanîn jî Donkîşot nabîte ya yekê; çunkî Cervantes bi xwe jî dan bi wê çendê diket ku lehengê wî hindî romanên emadîs yên sûwar çakî/fêrisî xwandîne lewma sewda û jîrê xwe ji dest dabû, ku behrapitir ya pirtûkxana Quixano ji romanên fêrisî pêk dihat. Eve belge ye li ser wê çendê ku berî Cervantes ezmûneka bi wî rengî hebû, lê hêza afrandinê û aşupa/xeyala berfireha nivîskarî û lehengê derdorî û rexna civakî ya realîstî û tiranepêker ew nav û deng û nemriye daye Donkîşot.

Desteya din ji rexnegir û wêjenasan destpêka rast û durusta serhildana romanê bû sedê hejdê di vegerînin, ew jî dema (Daniel Defoe – 1660- 1731) têkista (Robinson Crusoe) nivîsî, hîngê roman wek janrekê serbixwe yê edebî ji dayîk bû. Ev desteye Daniel Defoe û Samuel Richardson û Hênrî Fîlding bi serkêşên romanê dihejmêrin. Herçende romanên (Defoe û Richardson Fielding) gelek ji sîma û edgarên romanê di nav xwe da helgirtîne û têkistên berî xwe di cuda bûn, lê gelek zana di wê baweriyêdane ku (romana hûnerî heta ku sedsaliya nozdê serhilneda ye. Lewma têkistên wan rê xweşekir bûn bo serhildana romanê û geşekirna wê(8). Ev zanaye weha hizir dikin ku roman ya li çerxên nû peyda bûy, di vê derbarê da Bakhtin dibêje: “çerxên nû bi tenê ev tuxme li ser bizava dîroka cîhanê zêdekir” (9).

Roman nivîs Milan Kundera dibêje: “nivîsîna romana hunerî pir zehmet û aloz nebû weke pêwîstiyeke bineretî, heta naverasta sedsaliya nozdê” (10). Dîsan hatiye gotin ku roman “li çerxê hejdê hez li romanê hatiye kirin, lê li çerxê nozdê xwe li ser pên xwe girtiye û xwe sepandiye. Wisa digel pêşdaçûna demê giringiya wê mezin bû ye heta hatiye gotin ku roman janrê wêjeyî ê zale li ser hişê xwendevanan di vê demê da, hemû curên din yên edebî da’urayne” (11). Bi vî awayî roman li sedê nozdê bi diristî karî xwe bi sepîne û bibe janrê edebî yê herî bilind, ku di vê qonaxa dîrokî da romanên Stendhal û Balzac û Tolstoy û Dostoyevskî û Hugo û Dickens û …htd mînakên zîndî û berçav in.

Roman wek janrekê wêjeyî

Roman wek janrekê wêjeyî heta niha ne hatiye pênasekirin bi awayekî tevgir, ku di vê pênasê da reng/şêwe û çarçovên wê û rehendên (dimensions) wê bi hêne destnîşan kirin ji ber hindê mîna feylesofê edebnasê Rûs Mikhail Bakhtin dibêje: roman janrê êkaneye ku heta niha kes nikarî bit pênase biket, ji ber ku ev janre berdewam di guherînê da ye. Ev çende jî di zivrîte ve bû wî biyavê berfireh ê roman bi xwe ve digere û fire curî û tebayî û fire peywendî ên wê ku dikare peywendiyan digel hemû janrên din yên edebî dirust biket û di nav xwe da hembêz biket. Herweha cudahiya şêweye dariştina wê û cure û curiya jêderên wê û newekheviya armancên wê û lezatiya werar û pêşketina wê herwekî hatiye gotin roman: “wek dezgehek edebiye ew cure yê şiyan hey derbirînê ji hemû dezgehên civakî û dîtinên cuda bû cîhanê biket” (12). Ev hemû sexletên/sîfatên serî wekriye her pênaseyeka bo bihête kirin nikarît bi diristî hemû aliyê wê vegirit. Lewma ew bizavên hatîne kirin ji bu pênasekirna wê derbirînê ji dîtin û nerînên qutabxaneyeka edebî yan mîtodeka rexneyî dikin.

Bi rengekî giştî û ji bu cuda kirna romanê ji janrên din yên edebî hatiye pênasekirin, ku roman “têkistekê pexşankî, aşupî, vegêrayî yê realîzmî ye, behraptir li dor wan kesan di zivrît ewên di bûyereka giring da hatîne hingavtin, roman niwandina/ wênekirna jiyanê û serbor û wergirtina zanînê ye” (13). Herweha hindek taybetmendiyên dî hene bu cudakirna wê ji janrên din yên edbî her wekî Mikhail Bakhtin bizavkirî wan taybetmendîyên wê diyar biket ew jî pêkhatîne ji:

1-Pîverê şêwazê yê sê rehendî yê taybet bi romanê ve, ku peywendiya bi hestiyariya cura û curiya zimanên romanê ve hey.

2-Guherîna rîşalî (roots) li rudanên demê yên taybet bi wênê edebî ve di romanê da heye.

3- Cihê nû jibo avakirina wênê wêjeyî di romanê da heye, bi diristî jî ew cihe bilind tirîn peywendî ye digel demê nuke (digel çerxî) di ne temamkirna wê da.(14).

Dîsan çendîn sîmayên din hene wê ji curên din yên edebî cuda diket û dirist pênasekirina wê mandel diket, ji wan: roman dirêjtire ji bûyerên biçûk û dirêjtire ji bûyeran, karê wê puxtekirina (summarise) her tiştekê rêkeftî ye ji jiyana rojane û bûyerên dîrokî û dahêlan berev kûrtirîn veşartiyên wê bo hizra vejîner. Pile û rehendên hunerî ên wê li ser çendatiya hizra bingehîn ya wî radwestît. Roman ya bê sînorên diyarkiriye û nakevîte di çi avahiyên bazneyî da (15). Anku roman wek janir ya destnîşankirî ye û ji cur û janrên din yên wêjeyî di hête cudakirin, ku çendîn taybetmendiyên curî ji aliyên naverok û ruxsarê (form) ve hene nasnama wê biparêzin. Herwekî eve pitir ji sê sed salan hatiye parastin û xwe wek janrekê nû yê edebî selimandî. Lê wek pênase û sînor û çarçove hêşta nehatiye diyarkirin. Çunke herwekî me li serî amaje pê dayî ji hemû aliyan ve ya di guherîneka berdewam da û hêşta rengê xwe yê dumahîkê nestandî ye.

Tiyorîyên romanê

Ji ber ku çirkeyên (moment) destpêkê yên serhildana romanê ne hatîne destnîşan kirin dîsan bi dirêjiya dîrokê komeka dîtin û nerîn û aydolojî û çandî di nav civaka mirovayetî da belavbûyne, eve hemû ji aliyekî ve, û berfirehiya sînorên romanê û karîna hembêz kirina hemû janrên din yên edebî û têkelbûna digel civaknasî û dîrokî ji aliyekî din ve, rê li ber tiyoriyên cuda cuda vekir, li dor hebûna xwe wek janrekê edebî.

Hegel

Feylesofê Elmanî Hegel dihête hijmartin yekem kesê tiyor bo romanê pêşkêşkirî li rojava yê bi rêka berêxwedaneka felsefî ya estetîkiya nimuneyî ya reha (absolute). Hegel nêzîkiyeka mezin dinavbera roman û destanê da dibînît, lewma bi dîtina wî çavkaniya peydabûna romanê wek janrekê pexşankî destane, ku eva dûmahîkê wek şi’îr di hijmêrît, evê çendê jî di zivrînîte ve bû agehiya hişî, çunke “dîrok di hinek qonaxada derbas dibît, ji ne agehiyê berev agehiyê, û ji agehiyê berev pitir ageh bûnê, heta giş huş digehe xweyaniya xwe; evcar gelek asayî ye mirovayetî ji şî’rê bihête veguhastin bo pexşanê” (16). Anku hişyarî/agehî cihê ne hişyariyê digirît û hişyarîtir cihê hişyariyê digîrt heta digehte qonaxa lîbralî li goreyî dîtina wî, wate dûmahiya dîrokê. Bi vê yekê li gorî dîtina wî “roman ji destanê peyda bû ye, herwekî pexşan ji şî’rê peydabuy, wek goncanek di gel senta tevayî: ji şî’rê berev pexşanê. Cîhan hişyartir lêhat evcar careka din berhem anîna destanê ne ya di cihê xwe da ye” (17). Wate dîtina kevn destan peydakir û dîtina nû roman peyda kir, li dûv hetmiya (inevitability) dîrokê veguhestina ji ne hişyariyê berev hişyariyê, ji şî’rê berev pexşanê.

Hegel di bînît “hunerê romanê ew hunere yê vegêrana pexşankî jibo xwe kiriye amraz bo derbirîna ji hev veqetiyana kesî û derdurê, yan destnîşan kirina wê yekeya (unit) tirajîdî ewa di navbera min û cîhanê da hey” (18). Anku ev janre wê yekêyê destnîşan dike ewa di navbera kes û babetî da berze bû û hevrikî û nexweşiyên mirovî di jiyanê da rengvedidet. Dîsan biryar standiye ku “roman destana burjiwazî ye yan jî destana cîhaneka bê xwedawende, ewan ne wekheviyên di nav civaka rastmalî (capitalist society) da peydakiri ye” (19). Wate li dûv geşekirina hişyariya huşê mirovî destanê geşekiriye heta ev janre jê peyda bûy, herweha ne wekhevî û hevrikiyên mirovî dinav civakê nû da boye sedema diyarbûna vê janra wêjeyî.

Georg Lukacs

Georg Lukacs çend çeq di tiyora romanê da ya mamostayê xwe Hegel peydakirin. Di vê yekê da mifa ji tiyora matiryalî di şîrovekirina civakê da bu texeyên civakî li dev Marks wergirt. Bi taybet jî tekuz li ser wê nêzîkiyê kir ewa dinavbera destan û romanê da heyî, ku nerîneka bi nav û deng divê derbarê da heye ew jî “roman ew destana burjuwazî ye ewa di şanogeriya/ leyîstika dîrokê da diyarbûy di demê rênîsansa Ewropî da, bi taybet jî piştî şoreşa pîşesaziy” (20). Ku ji vê daxweyaniya Lukacs diyar dibît nivşê romana rojavayî yê burjuwazî ye, anko burjuwaz an roman kiribû alavê derbirîna xwe di hevrikiya xwe da di gel texên rikaberên (the opposite social classes) xwe bi taybet texa derebeg û zilamên kenîseyê û texa piretalîtariyan. Her wekî vekoler Cemîl Hemdawî li dor nerîna Lukacs diyar diket ku romannivîsan du hevrikî dikirin: êk, dijî kuletiya mirovan di civaka derebegayetî da. Du, ji navçuna mirovan di civaka nû da(21). Anku ji vê çendê xweya dibe ku Lukacs dibînît hizra kevn di destanê da dihête berceste kirin û hizra nû di romanê da dihête pejirandin, hizra kevn bi xwe ji çêkirya erîstokrata ye û hizra nû çêkirya texa burjuwaze.

Hizir kirina Lukacs di diyarkirna rîşalên romanê da li sînorê hizir kirna mamostayê xwe Hegel ne rawestiya belku ew karî “diyalêktîka romanê bi selmînît demê bi formekê serkeftî hijmartî di xirve kirina taybetmendiyên destan û tirajîdiyayê da. Anku eger destan derbirînê ji yekeya giştî/tevgir biket dinavbera kes û babetî da yan di navbera ez û cîhanê da, tirajîdiya jî derbirînê ji veqetiyana di navbera kes û babetî da diket. Hindîke romane bi xwedî yeke û veqetiyan dihê naskirin, çunke tiştê destanî û tirajîdî di nav xwe da heldigirît. Paşî roman dibîte formekê xwedî diyalêktîk ya avakirî li ser hevrikî û gurankarî û dînamî û mandel kirin û serpêçî kirin” (22).

Lukaş di pirtûka xwe da ewa bi navê (Tiyora Romanê) sê curên romanê destnîşan kirîne li dûv lehengê wê yê problematîk:

1-Romana nimuneyî ya mucered, ku dihête niyasîn bi çalakiya lehengî û bi hestpê kirina wî ya gelek berteng di berêxwedana alozîkirina cîhanê da. Mînak: (Donkîşot) ya (Cervantes).

2-Romana saykolojî/pskolojî ewa berev şîrovekirina jiyana navxweyî ya lehengê ve diçît, bi negetiviya lehengê û hestkirina wî ya gelek berfireh ewa dihêlît ew baweriyê bi wê bînit ya cîhana yeksan bo wî pêşkêşî diket. Mînak: (Perwerda Sozdariyê) ya (Flaubert).

3-Romana fêrkirinê yan perwerde kirinê, lehengê wê yê çaksaze, digel derdorê û digel babetî dihête goncan, livir xwe digel derdorê yeksan dibînît. Mînak: ( Salên Fêrkirina Filhêlim Mayster) ya Goethe (2).

Lucien Goldmann

Goldman dihête hejmartin şîrovekerê yekem li Firensa bo tiyorên feylesofê Mecerî yê nasyar Georg Lukacs… vekolînên Goldman jî bi vê çendê di hêne hejmartin weke dirêjepêdan bi rengekî ji rengan bo vekolînên Lukacs, eger wî serpêçî a wan kiribît -bi hemû wata peyva serpêçiyê ve- ji hejmareka layenan ve.(24)

Goldman di vekolîna xwe da bo romanê ji hizir kirineka bunyadgerî a pêkhateyî (Genetic Structuralism) destpêdike li dor romana rojavayî ewa burjuwaziya Ewropî peyda kirî, ku mifa ji hizrên Marks û Lukacs û Freud û Jean Piaget kiriye. Bizavkiriye senta vê romanê vekolît wek têgeh û ravekirin bi rêka têgehên bingehîn: bi tişbûn (Objectification) û lehengê problematik (Problematic Hero) û wekhevî (Homology) û bunyatê amajeker (Significant Structure) û berêxwedan bo cîhanê/ cîhanbînî (World Vision) û curê hişyariyê (25).

Goldman di vekolînên xwe da “giringiyeka rijd da ser formê romanê bi xwe, û peywendiya wê bi dîroka aborî ve di civakên rojavayî da” (26). Di vê çendê da Goldman palpiştî li ser tiyora berniyasa Marks kir “ewa dibînit rastmalî di sê qonaxa da derbaz buye, ew jî lîbralî û dest bi serda girtin û empiryalî” (27). Ku Goldman piraktîka xwe li ser vê tiyorê kir jiboy ku bi selmînît ku romana nû destkirde/ çêkirî a burjuwazane û neynika geşekirin û bizava wê ye “Lîbralî di wêje ya Belzakî û nivîserên sedsaliya nuzdê da dihête niwandin, dest bi ser da girtin di edebê Natalî Sarut da dihête niwandin, lê arezuya bi rêvebirina empiryaliyê di edebê Alan Rub Grillet da diyar bû” (28). Du girîmanên (hypothesis) serekî li dev Goldman xweya dibin:

“1. Wekheviyek di navbera avakirina têkistê romana kilasîk û avakirina guherîna di abûrê lîbralî da heye.

  1. Hinek rûyên hevterîb (parallel) di geşepêdanên dahatî da hene ewên mayne bi her yekê ji wan ve” (29).

Li dumahiyê Goldman di mîtodgerîya xwe da di serederiya di gel têkistê romanê tekuzê li ser çar elemêntan diket: “bunyatê amajekerê rêk û pêk, têkevtina aydolojî, aydolojiya û texa civakî, û erkên çînan”. (30)

Mikhail Bakhtin

Tiyora romanê li dev Bakhtin gelek ya cuda ye ji tiyora wê li dev Hegel û Lukacs û Goldman. Ku evên dumahîkê wek destaneka burjuwazî temaşayî romanê dikir, lê Bakhtin wek janrekê edebî millî/gelî û li jêrî temaşa diketê, ku derbirînê ji arîşe û dabêşên gelî/millî û zehmetkêşên pirolîtarî diket. Lewma karekterên wî kesanên asayî ne, di demekî da ku karekterên destanê ne di asayî ne. Her weha taybetmendiyên romanê ne di xwecihin (unstable) belku yên destanê di xwecihin. Dîsan zimanê romanê li dev Bakhtin “ne zimanekî bi tenê ye, belku yê ji têkelkirina zimanan (Pulîfonî) pêkhatiye, … sîstemekê hunerî yê êkane bo zimanên nekevine di êk astê da” (31). Wate roman cura û curiya civakî ye bo zimanî û herweha bo ziman û dengên kesî, lewma ew romanê baştir dibîne ji destanê.

Marthe Robert:

Marthe Robert tiyora xwe ya romanê ji binemayekê derûnî/pskolojî dest pê kiriye, ew jî bi mifa wergirtina ji şîrovekirina saykulojî ya Freud li dor edeb û felsefe û olî. Ku di pirtûka wî da (Origins of the Novel) dihête dîtin eve jî li ser (The Domestic Novel) ewa Freud pê rabûy, avakiriye. Marthe Robert “tiyora xwe li dor romanê li ser (The Domestic Novel) damezrandiye, girêya edebî û ji dayîk bûna romanê dikete êk, ku leş tewerê cîhanê ye, û hemû bihêzî bi navê leşî temam dibin. Hindîke nivîsîna romanê ye ji bilind ragirtina arezuyane û rêgirtine bo dijwariya xerîzên dijmin karî, herwekî dema mirov romana tawanbariyê dinivîsît da ku derûnê xwe ji encamdana wê bê behir biket” (32). Marthe Robert romanê di zivrînîte ve bû nejadê mirovî yê zarokanîyê û xewnan, û arezuyên wî yên kipkirî/nivandî û hevrikî yên wî yên Odêbî, lewma romannivîs jiyannama xwe di romana xwe da dinivîsît. Evcar “êtîmê Kafkay, Kafka bi xwe ye ewê tulê li babê xwe vediket bi nivîsekî, ew kurê ne şer’î/bîjî ewê Dostoyeviskî kirîye di romana xwe da Dostoyeviskî bi gumane ji nejadê xwe” (33). Wate ew di bînt roman berceste kirina veşartî a derûn û arezuyên mirovî ye.

Ian Watt:

Bi nav û dengtirîn pirtûka vî rexnegirî (Peydabûna Romana Îngilîzî) ye, ku bizav kiriye bi rengekî ekadêmî bi selmînît ku romana nû Ingiltera serhilda ye û nivîserên wê di karin rastiya peydabûna romanê vegêrin. Evcar li ser devê Defoe û Fielding û Richardson hêrişa dikete ser destanê û nimûnên herdû destanên Homeros (Ilyada û Odîse) di înît (34). Bi vê yekê “çi peywendiyan nahêlît di navbera peydabûna romanê û destanê da. Ku nêzîkî nerîna Mikhail Bakhtin dibît, evcar derdûrî bûn a romana nû gehişte radê wênekirna axivtinên pîs û mumaresa cinsî (sex) û rewiştên ne pesend bû exlaqê berbelav ji hêriş û cerdevanî û pûçatî û dizî û zorî lêkirin… gelek tişt amajê didine hindê ku jêriya civakî romana nû peyda kir nek lutka/gopîtka civakê her wekî di destanê da” (35). Wate peydabûna romanê peydabûneka taybet e bi civakê û çi peywendî bi destanê ve nîne.

Northrop Frye

Ev rexnegir e û Berkson û Croce û gelekên din bi çi rengan “danpêdanê bi hebûna sînorên navbir naken di navbera janrên edebî da. Ku xeyala edebî yeke û xwudan yasayên vebire çi di destanê de be yan hozanê yan çîrokê yan şanogeriyê… ew dibînît helwestê edebî binekoke û derbirîn ji formekî ji formên vî helwestî” (36). Çewa ew danpêdanê bi hebûna cur û janrên edebî yên ji hev cuda û cîyawaz naket bi wî awayî bi nerîna wî çi cur jî berî çi curan peyda nebûne. Frye bi awayekî Darwîn î berê xwe dide janr û curên edebî, wate çewa Darwîn di got nejadê hemû gîyandaran yeke. Frye jî wisa hizir dikir û wî li cihê geşekirina Darwînî bi varê bûn (shift) yan bi ritûşkirin bi nav kiriye.

Ji bilî evên serî çend tiyorekên din jî hene li dor peydabûna romanê wek janrekê edebî mîna Rene Girard û Graham… eve bi kurtî giringtirîn tiyorên romanê ne, hejiye bêjîn cura û curiya tiyoran li ser peydabûna romanê wek janrekê edebî di zivrîte ve bo ne temambûna wê ji aliyekî ve, û ji aliyekê din ve bo wan hemû biyavên hizrî û rewşenbîrî ewên di nav civakê mirovayetî da peyda bûyn. Bi her awayekê heyî roman her ji sed saliya nuzdan û heta niha kariye wek mezin tirîn janrê edebî xwe bi sepînît. Di gel vê çendê hemûyê jî pirsa nasnama wê bi vekirî û alozî maye.

Evên li jêrî xiştê pûxtê tiyorên behskiriye:

Northrop Frye Ian Watt Marthe Robert Mikhail Bakhtin Lucien Goldman Georg Lukacs Hegel
Darwînî Civakî Pskolojî Millî/gelî Materyalî Materyalî Nimûneyî Dîtin
Helwîstê edebî ye Taybetmendî yeka civakî ye Arezû yên kip kirî û nejadê zarokatiyê û xewnan e Janrek ê edebî ê gelî ê li jêri ye Destana burjuwazî ye Destana burjuwazî û tirajîdî ye Destaneka burjuwazî ye Roman

 

BERHEM û ÇAVKANÎ

1 Dr. ‘Ebdî Hacî (2008). Roman peydabûn û Tiyor, Kovara Peyv, jimare (44), Dihok, L80.

2 Dr. Mihemmed Letîf ‘Ebdûlrehîm, (2008). Roman çi ye?/ Hilbijarde, Belavuk ji senterê Vekolînên Kurdî û Parastina Belgenaman, jimare (12), Dihok, L2.

3 Binêre: Dr. ‘Ebdî Hacî, Roman Peydabûn û Tiyor, L81.

4 Dr. Mihemmed Letîf ‘Ebdûlrehîm, Roman çi ye? Hilbijarde, L 11.

5 Tezvîtan Todorof, (1992) El-mebde El-hîwarî, Dîrase Fî Fikir Mikhail Bakhtin, tercûme : Fexrî Salih, El-tebî’e El-Sanîye, El- Muesese El-’erîbîye lîl-Dîrase wel neşir, Beyrut, L 113.

6 El-Rîwaye we sin’et Kîtabet El-Rîwaye, (1981), El-Meusû’e El- sexîre, tercûme: Samî Mehdî, Menşurat Dar El-Cahiz Lîl-neşir, Dar El-Hirîye Lîl -Teba’e, Bexdad, LL 9-10.

7 Dr. Mihemmed Letîf ‘Ebdûlrehîm, Roman çi ye? / Hilbijarde, L 13.

8 Sîyamend Hadî , ( 2004), Mêjûy serhildanî Roman, çapxaney Tîşk, Silêmanî, L 111.

9  Binêre: Dr. ‘Ebdî Hacî, Roman Peydabûn û Tiyor, L82.

10 Mîlan Kundêra, (?). Xiyanet el-Wesaya, Tercume û Teqdîm: Loey ‘Ebdulîlah, Dar Neynewa Lîl-dîrasat we Eletewzî’ wel neşir, Musil, L20.

11 Hena ‘Ebûd (2002). Mîn Tarix El-rîwaye, Menşurat îtihad Kîtab El-’erebî, Dîmeşq, L10.

12 Mecmû’e Mînel Muelifîn, (1985). El-Edeb we Enwa’ El-Edebîye. Tercume: Tahir Hîcaz, Dar Telas lîl dîrasat we tercume we el-neşir, Dîmeşq, L 162.

13 Dr. Letîf Zeytûn, (2002), Mu’cem el-Mustelihat Neqid el-Rîwaye. Dar el-Nehir lîl-Neşir, Beyrut, L 99.

14 Dr. ‘Ebdî Hacî, Roman Peydabûn û Tiyor. Wergirtiye ji: Bakhtin, Mesaîl el-Edeb we ‘ilim el-Cemal, L 454.

15 Bo Pitir Pêzanîna Bizivre : Emîn Ebdûlqadir, (2008). Tekist di Navbera Gotara Rexneyî û Rêbazên Edebî da. Weşanên êketiya Nivîskarên Kurd- Duhok, çapxana Hawar, Duhok. L 166.

16 Hena ‘Ebûd. Mîn Tarîx el-Rîwaye. L 11.

17 Her ew jêder û lapere.

18 Dr. Cemîl Hemdawî, Medxel îla Nezeriyet el-Rîwaye.  Malper: www.jamilhamdaoui.net/plugins/content.php?110.recent.2/13/11/ 2008

19 Her ew jêder.

20 Hena ‘Ebûd. Mîn Tarîx el-Rîwaye. L 13

21 Dr. Cemîl Hemdawî. Medxel îla Nezeriyet el-Rîwaye. jêderê Berê.

22 Her ew jêder.

23 Georg Lukacs, (1988). Nezeriyet el-Rîwaye. Tercume: El-Huseyn Subhan. Menşurat El-Tel, Metbe’et el-Necah el-Cedîde, Dar El Beydai. L 92.

24 El-Seyîd Yasîn (2007). El-Tehlîl el-Îctima’î lîl-Edeb. El-Tebî’e el-salîse, Qahîre. Dar el-’Eyîn lîl-Neşir. LL  31- 32

25 Bo Pitir Pêzanîna bi nêre: Feysel Derac, (1999). Nezerîyet el-Rîwaye we el-Rîwaye el-’Erebîye. El- Merkez el-Seqafî el-’Erebî, Eldar el-Beydai. L 37.

26 El-Seyîd Yasîn, El Tehlîl el-Îctima’î lîl-Edeb. L 37.

27 Hena ’Eb ûd. Min Tarîx el-Rîwaye. L 15.

28 Her ew jêder û lapere.

29 El-Seyîd Yasîn. el-Tehlîl el-Îctîma’î lîl-Edeb. L 35.

30 Feysel Derac. Nezerîyet el-Rîwaye we el-Rîwaye el-‘Erebîye. L 61.

31 Mikhail Bakhtin,(1983). El-Kelîme fîl el-Rîwaye. Tercumet: Yusuf Helaq. Menşurat Wezaret el-Seqafe, Dîmeşq. L 221.

32 Feysel Derac, (1999). Nezerîyet el-Rîwaye we el-Rîwaye el-‘Erebîye. L 96.

33 Her ew jêder. L100.

34  ian Watt, (1995). Nişui el-Rîwaye. Tercumet: Saîr Dîb. Dar el-Şerqîyet lîl-Neşir we el-Tewzî’, Metabî’ internaşyonal, el-Qahîre. Cîhat Mute’edîde.

35 Hena ‘Ebûd. Mîn Tarîx el-Rîwaye. L 22.

36 Her ew jêder. L 23.

Share.

Leave A Reply