DIYALEKTÎKA MIKHAIL BAKHTIN

Peyv, Guherînên Civakî û Geşbûna Zimên

Bextiyar Secadî
JI SORANÎ: BESAM MISTEFA

Pêşgotin

Ev babet beşeke ji pêşgotina pirtûka Azweriya Diyalog, Ken û Azadiyê ku ji hêla Mikhail Baxtîn û çend rexnegir û teorîdanerên dîtir hatiye nivîsandin û nûser ew kiriye kurdî. ji ber ku çend nerînan li ser taybetmendiyên sereke û herwiha asta geşbûna zimanê kurdî û bizava wergerandina bo zimanê kurdî jî vedihewîne, me pêwist dît em dîsa li ber çavê xwîneran raxin.

  1. Têbiniyek li ser teoriyên Bakhtin

David Lodge di pirtûka xwe ya Rexne û Teoriya Modern de dibêje: “Jiyan û berhemên Mikhail Bakhtin û asta wergirtina wan berheman berî û piştî mirina wî, yek ji çîrokên herî balkêş ên dîroka rewşenbîriya modern e.” (Lodge 134:1993)

Ev gotina David Lodge di pirtûka navhatî de, bû sedemê sereke yê gera min li “jiyan û berhemên Bakhtin.” Dema ku min ev pirtûk dixwend, ez xwendekarê mastera ziman û edebiyata îngilîzî li Zanîngeha Tehranê bûm. Ji wê demê ve, min hewl da hizr û ramanên Bakhtin ji nêzîk ve nas bikim.

Piştî xwendina hinek berhemên Bakhtin, min çend nivîs di salên 1998 û 1999an de bi armanca aşnakirin û haydarkirina xwînerên Kurd bi raman û teoriyên Bakhtin belav kirin. Wergerandina vê pirtûka li ber dest jî dîsa berhema wan salan e.

Di dîroka bîrdoziya edebî ya modern û civaknasiya edebiyatê de, bêguman Mikhail Bakhtin wek yek ji rewşenbîr û bîrdozgerên herî diyar û karîger di vê meydana rexneyî û teorîk de tê hejmartin. Hêlên cuda cuda yên ramana vî bîrmendê ûris bi awayekî ye ku rexnegir û bîrdozgerekî wek Tzvetan Todorov di wê baweriyê de ye ku Bakhtin mezintirîn teorîdanerê edebiyatê di sedsala bîstan de ye.

Jiyana Bakhtin a fikrî li ser du beşên sereke tê dabeşkirin: Yekem, salên destpêk û dawiya jiyana wî ne û duyem salên navîn in. Di qonaxa yekem de, em rastî fîlozofekî Neo-Kantî tên û di qonaxa duyem de jî Bakhtin wek rexnegir û teorîdanerekî edebî tê hesibandin. Her du qonax jî heta hedekî hevçax bûn bi desthilata zordar a Stalîn re li Sovyeta berê û wê rewşa tije sansur ku rêjîma Stalîn li ser hizrvan û bîrmendan ferz kiribû. Ji xwe ji ber van şert û mercan berhemên Bakhtin piştî nêzîka 40 salî (ango, di destpêka salên şêstî û vir ve) raberî gotara fikrî û rewşenbîrî ya rojava hatin kirin.

Bakhtin ew bîrmend e ku berhemên wî, ji ber celebê taybet ê dîtin û nerînên wî ku li dijî desthilatdariya rehaxwaz û tekdest a rêberên Sovyeta berê û bi taybetî Stalîn bû, bi pirranî bi bernav yan bi navên hevalên wî dihatin çapkirin û her wiha Bakhtin bêhtirî sî salî bo başûrê welêt hat dûrxistin û di tenêtî û bêxwedîtiyê de û tevî nebûna amûr û kelûmelên nivîsandinê û tew hinek caran bêyî kaxez û pirtûk jî her mijûlî fikrîn, afirandin û teorîdanînê bû.

Piştî kongreya 21ê ya Partiya Komunîst, bi taybetî piştî daxuyaniya navdar a Xruşçev di sala 1957an de ku tê de bi tundî hin siyasetên Stalîn rexne kir, Bakhtin vegeriya cîwarê xwe û dest bi berfirehkirina hizrên xwe û ji nû ve belavkirina berhemên xwe kir.

Tevahiya alî û rehendên fikrî û teorî yên Bakhtin û hemû nerînên wî yên rexnegirî bi awayekî giştî di pênc babetên sereke de kom dibin ku wiha ne:

  1. Nerîngeha rexnegir bo ekola Formalîzmê.
  2. Nerîngeha rexnegir bo ekola derûnnasî.
  3. Şîroveya nûjen a aliyê civakî yê zimên.
  4. Raberkirina teoriyeke balkêş û nû û karîger derbarê derketina romanê.
  5. Celebnasiya romanê û avakirina poetîka taybet bi romanê.

Ji bilî berhemên Bakhtin ên dîtir wek bîranîn, gotar û namîlkeyan, du pirtûkên sereke yên Bakhtin ku nerînên wî yên teorîk vedihewînin, ev in: Pirsên Poetîkaya Dostoyevskî (1963) û Rabelais û Cîhana Wî (1966.) Di pirtûka yekemîn de ew behsa Dostoyevskî bi taybetî û janra romanê bi giştî dike. Di vê pirtûkê de, hizra “romana polîfonîk -çend dengî” û romana “çend zimanî – pirrzimanî” bergewde dike û behsa teoriya Diyalojîzmê dike ku, di hinek romanan de bi giştî û romanên Dostoyevskî bi taybetî de derketiye holê. Di berhema duyem de jî, lêkolîneke raveker li ser diyardeya karnevalê di çerxên navîn û berhemên şanonivîsê komedî li Fransaya sedsala 16an Rabelais, pêk tîne. Di vir de Bakhtin amaje dide wê bîrokeyê ku ziman di bingeh de û bi rastî diyalojîk e û xisleteke ziman a gotûbêjxwaz û aliyekî wî yê civakî heye. Bi baweriya wî, her kirdareke zimanî di bendewariya karvedaneke zimanî de ye. Diyar e ev nerîna Bakhtin bi awayekî ji awayan li dijî rehendên formalîst ên rexnekarî ye ku guh nadin aliyê civakî yê ziman û berevajî vê yekê form yan şêweya berheman li cem wan girîng e.

Destpêka jiyana edebî û fikrî ya Bakhtin, ango salên bîstan, hevdem bû bi serdestiya nerînên formalîst di rexne û edebiyatê de. Formalîstên Ûris di dehsala duyem û sêyem a sedsala bîstan de û li bajarên Moskow û Saint Petersburgê karîbûn bi têbinîkirina celebê zimannasiya bingehxwaz (wek a Ferdinand de Saussure) û bi rêya guhdana bi tekst û cudakirina tekstê ji rewşa civakî û jîngeh û dem û cih celebek guherînên sereke di lêkolînên edebî de pêk bînin. Hevdem bi wê rêbaza rexneyî ya Formalîzmê re, Bakhtin û çend heval û hevrêyên xwe, wek Voloşînov û Medvedev, encûmenek damezrandibûn û mijûlî afirandina hinek bîr û bawerî û teoriyên nû di warê lêkolînên edebî de bûn.

Hîm û bingehên van teoriyên Bakhtin û hevrêyên wî bi aliyên derhest ên zimannasî yên straktûrxwaz ên formalîst û her wiha jî bi marksîzma hişk û ortodoks û bangewaziyên desthilatdarên rêjîma Stalîn re, bi taybetî piştî destpêkirina desthilata Stalîn, dijatî nîşan dida; nemaze li dijî wî celebê edebiyatê ku wek Realîzma Civakî hatibû naskirin.

Ger tenê binema lojîkî û hûnandina serbixwe ya tekstê li ba formalîstan giring bû, Bakhtin bêhtir guh dida têkiliya di navbera tekst û danerê wê de. Bi baweriya Bakhtin, tekst bêyî tekstsaz yan berhem bêyî daner nabe serkaniyeke bawerpêkirî ya lêkolînan û pêkutiya formalîstan li ser çarçove û bingeh û şêweya tekstê û piştguhxistina biwarê amade di afirandina tekstê de ji hêla formalîstan bi gelemperî cûrekî taybetmendiyê daye nerînên formalîstan ku di wan de kêmasiyên mezin xuya dikin. Li gor Bakhtin, dîroka formên edebî û edebiyatê, dîroka guherînên civakî bixwe ye. Wek Julia Kristeva di vî warî de dibêje: Tevahiya ciyawaziyên Bakhtin ji ekola şêwexwaz a lêkolînên wêjeyî di du xalan de kom dibe ku ew jî barandina tekstê bi hizrên îdeolojîk û hewldana rêzbendîkirin û danasîna ji nû ve ya têgeha zimên in.

Danasîna Bakhtin ji zimên re ji danasîna Saussure ciyawaz e. Bakhtin wê danasîna Saussure rexne dike ku li gor wê ziman sîstemeke xwebirêveber e û girêdayî yasa û rêbazên xwe yên ne civakî û derhest e. Di vî warî de, Raman Selden dibêje: “Bakhtin bi tevahî têgihîştina me ji ziman re wek derbirrîneke tekane û yekdeng û dawîlêhatî ku ji meydana xwe dûr ketiye û ne xwediyê ti cûre bersiveke çalak e, red dike.” (Selden 15:1993). Ger Saussure pêkutiyê li ser vê xalê dike ku pêwist e ziman bibe mijara sereke ya lêkolînên zimannasî, bi baweriya Bakhtin divê giringî bi yasa û `parole` û gotûbêja navbera kesan bê dayîn û biwarê amade di wan gotûbêjan de girîng û nirxdar dibîne. Bi dîtina Bakhtin, her bêjeyek bi awayekî bersiva bêjeya berî xwe ye û di bendemana bersiva bêjeya piştî xwe de ye. Ango li gor vê nerînê, ziman xwediyê siruşt û hebûneke civakî û dualî ye.

Dîsa, ev nerîna Bakhtin bo ziman bi wateya sereke ya teoriyên wî re li hev dike. Bi gotineke zelaltir, derbarê romanê û awayê derketina wê û celebên wê yên cuda cuda, Bakhtin dîsa xwe dispêre danasîna xwe bo romanê. Di pirtûka “Pirsên Poetîkaya Dostoyevskî” de, Bakhtin di wê baweriyê de ye ku Dostoyevskî afirînerê romana çend dengî ye û ev roman jî ne tenê reh û kokên wê di karnevalên sedsalên navîn û tew şanoyên Rabelais û romanên ebebozî `picaresque` yên sedsala 17 û 18an de ye, lê ev cûre roman jî bi tevahî ji romanên tekdengî yên nûserên wek Tolstoy bi yekcarî cuda ye.

Taybetmendiyên sereke yên romana çend dengî, curbecuriya dengan û hejmara zêde ya hişyariyên cuda cuda yên takekesî ku her yek ji wan bi şêweyeke cuda û serbixwe û vekirî tê arastekirin. Her wekî Selden diyar dike: “Di van cûre berheman de, ti hewldanek bi armanca yekdestkirina nerînên ciyawaz ên kesayetiyên ciyawaz nayê kirin. Li vir hişyariya kesayetiyan bi hişyariya nûser re nabe yek û tew ev hişyariyên cuda cuda jî ne girêdayî hişyariya afirînerê roman û kesayetiyan e.” (Selden 40:1993)

Di romana çenddengî de, zihniyet û hişyariya kesayetiyan bi ti awayî nakeve bin sîbera desthilata vebêjer yan nûser. Li vir dengê nûser jî dengekî ciyawaz e li tenişta dengên dî yên berhemê. Bi vî rengî jî, nerîna kesayetiyan ku dibe her yek li ser îdeolojiyeke cuda û hevdij jî be, bi nerîna nûser re di astekê de cih digirin û hemû bi eynî şêwe di asteke wekhev a biha û girîngiyê de ne. Di vî warî de, Bakhtin dibêje: “Pirrcûrî û curbecuriya hişyarî û dengên serbixwe û hevdengiya tevahî ya di navbera wan de bi rastî wek taybetmendiya sereke ya berhemên Dostoyevskî tê hesibandin.

Ew damezrênerê romana çenddengî ye û cûrekî nû yê romannivîsiyê ava kiriye ku tê de dengên cuda cuda yên qehremanan bi heman şêwe tê bihîstin ku dengê daner di romaneke asayî de tê bihîstin. Gotina qehreman derbarê xwe û cîhana xwe de, bi heman indazeya gotina danerê romanê nirxdar e. (Ji Ehmedî 100:1371)

Lê ji aliyekî dî ve, ew taybetmendiyên li jor di romana yekdengî de nayê dîtin. Di berhemeke wiha de, em rastî yek deng û yek îdeolojiyê tên. Nûserê vî cûrê berheman deng û hişyariyên dîtir dixe jêr sîbera serdest a deng û nerîna xwe ya tekrehend.

Lê romana çend dengî, kultura karneval û komedyaya rengorengo ya Rabelais dişopîne. Tevî ku karneval bi wateya “kêf û şahî” bi kar tê, lê bi dîtina Bakhtin, karneval tevahiya wan alî, rehend û bîr û baweriyan li xwe digire ku di wan de tîz û îma û tuwancên di karneval û berhemên têkildarî karnevalê de, desthilata fermî dixin ber tîşkên rexneya xwe ya tinazker de. Ev xislet jî di kultur û hinek tekstên serdema klasîk û di sedsalên navîn û serdema Ronesansê de derketiye ku mebesta Bakhtin li vir bêhtir karneval û ahengên şahî û pîrozkirina cejnan di sedsalên navîn de ye ku di wan de desthilata yekrehend û yekdeng û serdest a dêrê û Papa diket ber rexneyeke tûj û tijî tîz, tinaz û qerf.

Karneval qalibê qonaxên cihgirtî û misogerkirî yên sedsalên navîn serobin dike û kultureke demokratîk saz dike. Di dem û wextekî wiha de, li şûna cidîtiya teperser a desthilata rehaxwaz, celebek ji ken û azadiyê pêk tê. Li vir dengekî tak û reha rûbirûyî çend dengên cihêreng dibe. Nimûneya van kesayetiyên karnevalî heman kesayetiya “Falstaff ”ê Shakespeare di beşê yekem ê şanoya Henry IV (Henryyê Çaremîn) de ye. Falstaff ew kesayetiya bejnkurt û qelew e ku bi çavekî tinazker di dîmenên cuda cuda de dengê takekesên cidî dixe ber rexneyeke tijî tîz û laqirdî û galteyan bi wan dike.

Dîsa ev şêweya rûbirûbûnê ya tijî tîz û qerf û tinaz ku, encama wê ken û azadî ye, di serdema Ronesansê û di berhemên şanonivîsekî wek Rabelais de derketiye ku di komedyayên xwe yên rengorengo de bi çavekî qerfok bi biwarên cidî yên bûyeran û bi dengê tak û rehaxwaz ê kesayetiyan re tevdigere. Ev boçûn û şêweya tevgerê li hember xwe û yên dîtir di yekemîn janra romanê de -ango, romana picaresque- berçav dibe. Nimûne jî, berhema Cervantes di destpêka sedsala 17 Don Kîşot Tom Jones a Henry Fielding di destpêka sedsala 18an de ku her yek bi awayekî cuda mirovê hişmend û tekrehend ê serdema modern rexne dike; helbet dîsa ev rexne bi şêweyeke qerfok û bi çavekî tinazker pêk tê ku encama wê jî ken û azadî ye û di eynî demê de jî hinek aliyên kirêt ên gotara serdest berçav dike. Romana çend dengî encam û berhema wê nerîtê ye.

Yanî bi kurtî, karnevala sedsalên navîn diguhere û dibe komedyaya rengorengo ya Ronesans û reftara karnevalî ya kesayetiyeke wek Fallstaff. Ev jî tên guhertin û di destpêka serdema modern de, ango di destpêka sedsala 17an de, dibin romana picaresque û piştre di sedsala 19an de romana çend dengî ya Dostoyevskî derdikeve holê ku berdewamiya heman rêbazê ye.

Roman bo Bakhtin formeke diyalojîk e û ew janra edebî ye ku taybetmendiyeke wê ya vekirî heye û tê de, rasterast wek karneval, dengê desthilatdar ji ber amadebûn û kartêkirina dengên dîtir tûşî tevizînê dibe û dibe wek dengên dî. Lewra ziman jî rûbirûyî danasîna ji nû ve û berdewam dibe ku, ev yek jî hevdem e bi hevrikiya çînên cuda cuda re bi mebesta zeftkirina desthilatê. Wek mînak, wateya peyva “azadî” diguhere û ev guherîn jî girêdayî wê yekê ye ka kê û kîjan aliyê wê didin nasîn. Ango, berhemên Bakhtin ne tenê beşek ji teorî û rexneya edebî ne, lê rehendeke siyasî jî li xwe digirin. Lewma tekst wek qada hevrikiya di navbera desthilat û kultura cemawerî de tê wesfkirin. Ango, karneval wek pêşîneya romana çend dengî, ew şêweya taybet a kultura cemawerî ye ku li dijî kultura çîna serdest e. Bakhtin di vî warî de dinivîse:

Em dikarin bêjin -helbet bi şertê liberçavgirtina hinek nimûneyên taybet- mirovê sedsalên navîn xwediyê du jiyanan bû: yek ji wan jiyaneke fermî û cidî û yekreng e ku girêdayî sîstema cidî ya cih û statuyên civakî bû û ew jiyan di sîbera dudilî û sitemkarî û tepeseriyê de bû û ya dîtir jî jiyana karnevalî bû û ev jî ango derbaskirina jiyanê li cihên giştî, jiyaneke azad û şad û tijî ken û bêyî dilgiranî ji ber binpêkirina mirov. Vê jiyanê dixwest babeteke pîrozwer daxîne erdê û gerek bû hemû tiştan piçûk bike û ji bîr û baweriyên rehaxwaz bireve. (Jêderê berê. R. 170)

Kenê cemawer di karnevalan de rizgarbûna wan mirovan e ji qeyd û bendên kultura fermî û cidîtî û hişkiya desthilata dûrî cemawer. Dengê karnevalê dengê cemawer e ku dixwaze bigihê guhê kesên dîtir. Di karnevalê de her tişt tê berevajîkirin: Paşa dibe xulam û xulam dibe paşa; di karnevalê de baweriyên olî û baweriyên neolî tev li hev dibin; zana û nezan li tenişta hev in û di encamê de cîhaneke serobin û berevaj tê afirandin. Li vê gorê jî, rêzbendî û qalibên berê namînin û wekhevî û yeksanî derdikeve holê. Ev taybetmendiyên karnevalê, ku di wan de pirrengî û curbecurî tê dîtin û mohra hemûyan a sereke “pirrdengî” ye, di romana çend dengî de bi hêsanî berçav dibe.

Li gor vê nerînê, berhema Dostoyevskî Birayên Karamazov baştirîn nimûne ye ji bo nîşandana romana pirrdeng. Îvan, Dmitrî û Aleks her sê bira ne û her yek ji wan xwedî nerîn û reftareke cuda ye. Aleks (Alyoşa) mirovekî oldar e û Dmitrî mirovekî halxweş e û Îvan jî mirovekî xwediyê reftareke xwe ya cuda ye ku di dawiya romanê de tûşî nexweşiyeke psîkolojîk dibe.

Di seranserê romanê de dengê her yekî ji van birayan û şêweya jiyana wan û nerînên wan ên cuda bi şêweyeke wekhev û hevast arasteyî xwîneran tê kirin û ne tenê dengê yekî ji wan bi ser yên dîtir de serdest nabe, lê tew dengê nûser bi xwe jî ango Dostoyevskî, yan dengê bavê van her sê birayan bi ti hawî bi ser dengên dîtir de serdest nabin. Li vir dengê vebêjerê çîrokê bi xwe dengek e di nav dengên dîtir de. Ev cûreya hevastî û wekhevî ya di navbera dengên ciyawaz ên di romanê de bi şêweyekê ye ku bala xwîner bi aliyê ti yekî ji wan nayê kişandin.

Lê berevajî vê, di romana Anna Karenina ya Tolstoy de, dengê vebêjer bi ser dengê kesayetiyan de serdest dibe û hem xwîner û hem danerê romanê jî bo çarenûsa “Anna” di dawiya romanê de hêsiran dibarînin. Daner di vê romanê de xwe wek xwediyê kesayetiyên di berhema xwe de dibîne, tew di wê baweriyê de ye ku di çarenûsa xirab a Anna de beşdar û tawanbar e. Encama mijarê bi vî rengî ye ku Tolstoy nimûneya wan nûseran e ku romana yekdengî diafirînin û Dostoyevskî nimûneya wan nûseran e ku romana pirrdeng berhem tînin. Eşkere ye jî ku ev bîr û baweriyên Bakhtin li ser romana tekdengî û pirrdengî rasterast girêdayî demokrasî û vebûna berhema edebî ye û ji aliyekî dî ve jî, li dijî desthilata takdeng û tak cemser û tak rehend a rêjîma Stalîn e. Lewra di tekstên cuda cuda de wek lehiyê amaje bo rexneya siyasî ya Bakhtin tê kirin û ev jî wê babetê tîne bîra me ku me berê gotibû: Tekst qada hevrikiyan e.

Bakhtin di beşekî pirtûka Pirsên Poetîkaya Dostoyevskî de, bala xwe daye rêzbendiya gotarê di romanê de. David Lodge vê rêzbendiya Bakhtin bi vî rengî nîşan dide: Gotara rasterast a nûser, gotara nîşandayî û gotara dualî (Lodge 33:199). Li vir gotara yekem heman dengê vebêjer e û gotara duyem jî gotûbêjên di navbera kesayetiyan de li xwe digire. Lê ev her du gotar jî taybetmendiya wan a çend dengî nîne. Bi dîtina Bakhtin, tenê gotara sêyem e ku balkêş e, çiku bi rêya gotara dualî, çend dengî û çend bêjeyî di berhemê de pêk tê.

Bakhtin gotara sêyem, ango gotara dualî, li ser çar beşan dabeş dike: Şêwazsazî (Stylization), yan tinazkar (Parody), (Skaz) û gengeşeya veşartî (Hidden Polemic.) Di her du cûrên pêşî de, ango di şêwazsazî û berhema tinazkar de, nûser dest bi çavlêkirina şêwaz û berhemeke taybet dike. Helbet bi vê cudahiyê ku di şêwazsaziyê de mebesta sereke ya şêwazsazî û cûrê taybet ê vê şêwazê ji hêla nûser ve di eynî astê de tên danîn. Lê di berhema tinazkar de, nûser sûd ji şêwazekê werdigire û hinek mebestan bi ser de ferz dike ku bi aliyê dijî mebesta şêwaza sereke de diçe (Jêderê berê. R. 36)

Ji aliyekî dîtir ve, Skaz peyveke rûsî ye ku tê wateya “form û teknîka vegotinê ku vegotinên zahirî nîşan dide.” (Hawthorn 133:1992) Her wiha gengeşeya veşartî ew cûre gotar e ku tê de amadebûna yê dîtir tê hestpêkirin û bi rastî gotarek e ku di bersiva gotina yê dîtir de kêsim girtiye.

Li vir pêwist e tilî bê danîn li ser cudahiyên du têgehên pirrdengî (Polyphonic) û pirrzimanî (Heteroglossia), çiku pirraniya xwîner û rexnegiran bi şêweyeke yeksan rûbirûyî van herdu têgehên Bakhtin dibin. Heteroglossia ew têgeh e ku Bakhtin bo destnîşankirina amadebûna hevdem a du yan çend zimanên millî di yek sîstema kultûrî de sûd jê tê wergirtin û berevajî vê jî, monoglossia yan yekzimanî wê taybetmendiyê nîşan dide ku berhemeke edebî di nava sîstemeke kulturî ya pirrzimanî de dibe ku tenê ji yek zimanî sûd werbigire. Bikaranîna wê têgehê ji hêla Bakhtin, vedigere wê rastiyê ku li Sovyêta berê çend zimanên ciyawaz li holê hebûn û pirsa nivîsandina edebiyatê bi zimanê rûsî yan zimanên dîtir yek ji pirsên herî giring ên wê çaxê bûn. Li vir pêwist e em bêjin dibe ku tekst çendzimanî be, lê ne şert e ku ew tekst di eynî demê de pirrdeng jî be. Di navbera her du têgehên pirrdeng û pirrzimanî de, Bakhtin girîngiyê dide têgeha pirrdeng û bi nerîna wî dibe ku teksteke çendzimanî di eynî demê de teksteke yekdeng be. Li vir tenê kêsima zimanan ne girîng in, lê hizr û nerîna piştevana zimanan girîng e.

Ji aliyekî dî ve, nerîna Bakhtin bo ziman û babeta diyalojîk û berhemên edebî, girêdayî têgeha “navbera tekstan” e (intertextuality) ku bêhtir ji hêla Julia Kristeva hatiye pêşxistin. Li tenişta vê yekê jî, têgeha (anxiety of influence) “Dilgiraniya Tesîrê” ku ji hêla Harold Bloom hatiye raberkirin, girêdayî diyalojîzma Bakhtin e; ev jî ji bilî ku giringîdana Bakhtin bi têgeha “gotar – discourse”, cûrek ji girîngîdana bi vê têgehê di xwendinên Michel Foucault de li ser dîrok û civaknasiyê, bi bîra me tîne.

  1. Sedemê wergerandina pirtûkeke derbarê Bakhtin

Ew babetên ku min di vê pêşekiya kurt de amaje bi wan kir, kêmtir di vê pirtûka di dest de behsa wan hatiye kirin. Ev pirtûk bi rastî bi mebesta haydarkirin û aşnakirina xwînerê Kurd bi şêweya lojîk û belgandin, sediqandin û şêwaza nivîsandina Bakhtin hatiye wergerandin. Ji aliyekî dî ve jî, di beşa yekem a vê pirtûkê de, xwîner rûbirûyî çend gotarên naskirî yên hinek rexnegir û teorîdanerên sedsala bîstan dibe (wek Todorov, Jakobson, Goldmann…) ku li ser Bakhtin û hizr û bandor û berhemên wî hatine nivîsandin. Beşekî vê pirtûkê ji zimanê farisî hatiye wergerandin bo zimanê kurdî û hilbijartin û wergerandina babetan bo zimanê farisî ji hêla bîrmend û wergêrê naskirî yê wefatkirî Mihemed Cafer Pûyende hatiye pêkanîn.

Du armancên min ên sereke ji wergerandina vê pirtûkê hebûn: yekem, ew e ku beşa yekemîn a vê pirtûkê ji çend gotarên giring ên çend teorîdanerên mezin ên sedsala bîstan pêk tê ku li ser Bakhtin nivîsandine û her yek ji wan di berhemeke cuda de hatiye çapkirin û li vir di yek pirtûkê de em rûbirûyî hemûyan dibin. Duyem, ew e ku ez guhastina hinek şêwazên taybet ên zimanê farisî -çi di ali- yê binema hevokan û çi di aliyê cûreyê bêjeyan de- bo zimanê kurdî wek erkekî pêwist dibînim. Her çi qasî ezmûna min a wergerandinê ji min re nîşan daye ku bi gelemperî wergêrê Kurd dikare têgehên biyanî ji zimanê yekemîn hêsantir û resentir wergerîne kurdî.

  1. Berawirdkirina zimanê farisî û kurdî di aliyê asta geşbûnê de

Tevî ku zimanên farisî û kurdî ji yek malbata zimanî ne (malbata zimanên hindo-ewropî), lê nayê înkarkirin ku zimanê farisî çi derbarê mîrasa klasîk a pexşana edebî, hunerî û fikrî de û çi di aliyê şêwazên cuda cuda yên zanistî û marîfî de û bi taybetî ew tekstên zanistî û marîfî yên nivîsandî û wergerandî yên sedsala bîstan gellekî zêdetir ji zimanê kurdî geş bûye. Asta vê pêşveçûna zimanê farisî jî, nemaze di aliyê wergerandina tekstên teorîk de, bi awayekî ye ku pirr caran berawirdkirina van her du zimanan bi hev re karekî bêkêr e.

Berawirdkirineke bilez a tekstên fîlozofî û teorî yên destpêk û navîn û dawiya sedsala bîstan di pirtûkxaneya farisî de, wê rastiyê ji bo me berçav dike ku zimanê farisî di sedsala bîstan de bi şêweyeke diyar û tew seyr û sosret jî rastî guherînan hatiye û bi pêş ketiye. Wek mînak, bi têbinîkirina zimanê bikarhatî di wergerên Mihemed Elî Firûxî li berhemên Descartes di destpêka sedsala bîstan de, û wergerên Hemîd Enayet li Hegel di navîna sedsalê de û wergerên Hisên Beşîriye li Thomas Hobbes û Ebdilkerîm Reşîdiyan li Kant û Daryûş Aşûrî li Nietzsche û Murad Ferhadpûr li Adorno, û Hisên Payende li teoriya edebî û gellek wergêrên dîtir di dawiya heman sedsalê de, ew yek ji me re zelal dibe ku wan wergêrên navhatî karîbû heta radeyeke berçav zimanê farisî geş bikin. Wan karîbû zimanê farisî di rûbirûbûna bi tekstên fîlozofî û teorîk ên rojava de bixemilînin. Lewra jî, ew wergêr bi roleke sereke rabûne di pêşvebirina zimanê farisî û amadekirina wî zimanî bo bikaranîn û li xwe girtin û geşkirin û afirandina hizr û bîr û baweriyên fikrî, rexneyî û teorîk. Wan karîbû zimanê farisî geş bikin di aliyê cûrê bêjeyan, bingeha hevokan, hejmara têgehên nû û latînî, yan têgehên kevn û erebî û her wiha kurtî û dirêjiya hevokan, cihê hokeran, anîn yan rakirina hevalnavan û tew liberçavgirtina xalbendî û paragrafbendiyê.

Pirsa pêşveçûn û geşbûna ziman (development of language) yek ji babetên giring ên gotara akademîk a hevçerx e. Rola çarenûsî ya ziman bi giştî û kartêkirina zimannasiya “piştî Saussure” li beşên cuda cuda yên zanistên mirovî û derketina wan liq û şaxên zêde yên zimannasiya hevçerx ji aliyekî ve, û taybetmendiyên sereke û şêweyî û çehreya vêga ya zimanê kurdî ji aliyekî dîtir ve, me neçar dikin ku em ji berê bêhtir û hûrbîntir guh bidin pirsa pêşxistina zimanê kurdî.

Her wiha, ew guherînên ku di destpêka sedsala bîstan û di encama derketina rojnamevaniya kurdî de bi ser zimanê kurdî de hatin, heta digihê şêwaza nû ya şiîrî di berhemên Goran de û zimanê çîroknûsî yê nîvsedsala borî û zimanê tekstên nivîsandî û wergerandî yên lêkolînên cuda cuda û van dawiyan jî zimanê bikarhatî di sohbeta internetî yan peyamên telefonên mobîl mobayl û ekranên televîzyonan cûreyê guherînan di zimanê kurdî de nîşan didin. Hinek ji van zimanan û gellek zimanên dîtir ên bikarhatî di biwarên cuda cuda de, bi pirranî me rûbirûyî cûrekî sersamî, dereng têgihîştin, çewt têgihîştin yan tênegihiştin yan hestkirin bi diyardeyeke nû dikin.

Ji xeynî van jî, hinek hokar bûn sedemê nehiştina baweriyê bi hejmareke zêde ya nûser û wergêrên Kurd wek: Cudabûna zimanê nûseran ji hev du û pêkhatina cûrekî kaos û tevlîheviyê di şêweya bikaranîna têgehan di nivîsandinê de û sadekirina babetan, kurtkirina hevokan, rakirina hokeran û piştguhxistina hevalnavan û liberçavnegirtina rola rêzimanî ya paşgir û pêşgirên zimanê kurdî û bi giştî dilsoz nebûna bi kêsim û şêweya tekstan di wergêran de.

Ji aliyekî dî ve, zimanê farisî di nava nîvsedsala rabirdû de gellek pêşketin bi xwe ve dît. Çi şêwaza zimanê rojnameyên niha û çi zimanê tekstên berhemhatî yên biwarê fikir û teorî û berawirdkirina wan bi zimanê salên heftê yên zayînî re, wê rastiyê ji me re nîşan didin ku zimanê farisî di dema diyarkirî de bi şêweyeke rêkûpêk û dezgehî û heta radeyekê jî yekdest geş bûye. Lê, guherînên zimanê kurdî, ger em wan wek guherîn wesf bikin, heta çi astê dikarin zimanê kurdî bo rûbirûbûna babet û rewşên cuda cuda amade bikin? Gelo ew ciyawaziyên navbera şêweya bikaranîna zimanê farisî yê niha û nîvsedsala rabirdû di berhemên, wek mînak, Hemîd Enayet û Îzetullah Fûladwend ku tew heta radeyekê jî li ser yek babetê çend tekst wergerandine zimanê farisî, di navbera zimanê kurdî yê niha û yê nîvsedsala rabirdû de tê dîtin? Aya em bo wergerandina tekstên arkayîk (kevn) û qedîm xwediyê zimanekî çawa ne? Bi giştî, em bi şêweyeke çawa rûbirûyî pirsa geşbûna zimanê kurdî dibin? Ez dixwazim vê xalê jî bi bîra xwîner bînim ku, ev pirsiyar rasterast girêdayî çend pirsên dîtir e ku di nava van çend salan de derbarê têkiliya di navbera kurd û modernîzmê de derketine meydanê. Yek ji serkaniyên sûdmend ên bersivdana pirsiyara “Zimanê kurdî derbarê geşbûnê di kîjan astê de ye?” vedigere lêkolînkirina vê pirsiyarê ku “têkiliya navbera kurdan û modernîzmê di asteke çawa de ye û bi çi şêweyê ye?” Lêkolînkirina vê pirsê ne mijara vê pêşgotina kurt e. Ez wê dihêlim bo nivîsareke dî.

  1. Wergerandina tekstên teorîk bo zimanê kurdî

Xala yekem: Binemaya hevokê û şêwaza tekstê:

Di vê pirtûkê de min pirr caran bi qest hewl daye binemaya a hevokan bi heman şêweyê wergerînim zimanê kurdî. Ev yek jî berevajî nerîna pirraniya wergêrên Kurd e ku hêj di wê baweriyê de ne ku pêwist e hevok wek ava çem û robarên Kurdistanê rewan û zelal bin. Rewanbûna hevokan bêhtir di tekstên dîrokî û vebêjî û rojnamevanan de rewa ye û di teksteke teorîk û fîlozofî û girêdayî hinek rêbazên marîfetnas de hevok ne tenê ne rewan in, lê di cewher de pirr hûrbîn û hinek caran jî ji ber têgehan aloz xuya dikin. Li vir xwendina çend caran a hevokekê karekî asayî ye. Babeta şêwaza hevokan, bi taybetî bingeha hevokan, pirseke kêşesaz a meydana nivîsandina kurdî ye. Pirraniya nûserên tekstên dîrokî û vebêjeyî û belgeyî û rojnamevanî û siyasî û îdeolojîk, vê pirsê piştguh dikin û hinek caran bi kerb û kîn yan bi tîz û laqirdî rûbirûyî wê dibin.

Ji aliyekî dî ve jî, pirraniya wergêrên tekstên teorîk û fîlozofî û marîfî ji ber sedemên cuda cuda nikarîbûn erkê xwe bi rengekî cidî û bi hestyarî bi cih bînin û min berê jî di nivîsekê de bi belge nîşan da ku pirraniya nûser û wergêrên Kurd di biwarê marîfet û fikr de, ne xwediyê hişyariya zimannasî ne. Yek ji encamên nebûna vê hişyariyê sadekirina şêwaza tekstên eslî ye. Bi gotineke din, wergêrê Kurd bi giştî şêwaza teksta ku werdigerîne kurdî sade û besît dike. Ev yek dîsa zihniyeta me ya sadeker xurt dike (sadekirin û hinek kirdarên dî wek giştîkirinê beşek in ji taybetmendiyên nasnameya îdeolojîk a mijara kurdî ku min di gotareke dî de daye nasîn.)

Zimanê kurdî di biwarê çawaniya bingeha hevokan de wek zimanekî periyodîk (zivrekî) tê hejmartin. Danasîna zimanên periyodîk pirr sade ye û wan zimanan li xwe digire ku di wan de kirdarê sereke yê hevokê di dawiya hevokê de tê. Di zimanê periyodîk de, hevok bi şêweyeke siruştî û ji ber têgihîştina tevahiya wateya hevokê kurt in; lewra di zimanekî wek zimanê kurdî de nabe û mirov nikare hevokên nesereke û fraz û hevokên duyemîn bi şêweya zimanên neperiyodîk bi kar bîne.

Di hevokeke zimanê kurdî de pirr caran mirov bi zehmetî dikare du yan sê hevokên nesereke bi kar bîne û ev yek jî rasterast ew taybetmendî ye ku di tekstên teo- rîk de heye. Bi gotineke dî, bingeha hevokên teksteke teorîk – ji ber sînordarkirin û taybetîkirina babetê ji çend hevok û hevokên nesereke û navxweyî pêk hatiye. Wergerandina van cûre hevokên tekstên teorîk ên zimanên rojavayî -ku pirraniya wan zimanê neperiyodîk in- bo zimanê kurdî ku zimanekî periyodîk e karekî zehmet û dijwar e. Lewra hinek caran wergêrê kurd neçar e hevokê li ser du yan sê hevokên piçûktir dabeş bike û tevî ku ev yek jî rengekî destêwerdanê ye di şêwaza resen a tekstê de, lê ez hinek caran liberçavgirtina vê bingehê rewa dibînim.

Ji aliyekî din ve, bikaranîna hokeran bi awayekî pirr zêde, bi taybetî hokerên taybet bi taybetîkirina wateya hevalnav, taybetmendiya sereke ya bingeha hevokên tekstên teorîk e. Ev xisleta tekstên teorîk a zimanên rojavayî pirr kêm di zimanê kurdî de tê dîtin. Di zimanê kurdî de ger em bixwazin wateyeke taybet a dîtir bi rêya hokeran bidin hevalnavan, em bi rêya hevokeke nesereke vî karî pêk tînin. Ger wek bingeha resen a tekstê em vî karî bi rêya kirdar encam bidin, nivîsa me ji ber xisleta xwe ya periyodîk wateyeke aloz dide hevokê ku bi giştî ev wate jî ji ber dirêjiya hevokê, ji ber ku kirdarê sereke yê hevokê di zimanê kurdî de di dawiya hevokê de tê nivîsandin, kêsimeke aloz û nefamkirî li xwe digire.

Tevî van taybetmendiyên zimanê kurdî, ez li dijî sadekirina şêwaza tekstên teorîk im. Sadekirin ew rêbaz e ku em her roj di berhemên cuda cuda û di kovar û rojnameyan de rastî wê tên. Em di wê baweriyê de ne ku şêwaza sade ya nivîsandinê zihniyeta xwîner bi şêweyeke sade diafirîne û xisleta hizrîna sade dide wê zihniyetê (helbet li vir ez naxwazim wek Teodor Adorno pirr radîkal rûbirûyî vê pirsê bibim û bêjim şêwaza sade ya nivîsandina tekstên felsefî û teorîk xwîner dike kesekî faşîst.) Lê bila em wê yekê jî ji bîr nekin ku gellek faktorên dîtir ên fîlozofî li pişt redkirina hevokên kurt û hukmên giştî hene ku ev der ne cihê behskirina wan e (Bakhtin di beşek ji vê pirtûka li ber dest de bi belgandin dijatiya xwe ji hevok û hukmên giştî nîşan daye.)

Xala duyem: Peyv û termînolojî

Wergerandina tekstên teorîk bo zimanê kurdî ne tenê derbarê bingeha hevok û şêwaza tekstê, lê di aliyê çawaniya bêje û têgehan de jî dîsa xaleke dîtir ji hizr û nerînên sereke yên wergêrê kurd di biwarê marîfetnasî û teorî de pêk tîne. Dîsa jî ev babet ji hêla hinek nûser û wergêrên tekstên dîrokî, belgeyî, rojnamevanî, siyasî û îdeolojîk bûye babeta “heram” û babeta ku girîng nabînin û guh nadinê, wergêrê tekstên teorîk jî tepeser dikin ku qaşo zimanê kurdî têk daye û çend bêje û têgehên nehez û req û teq û bê wate aniye nav zimanê kurdî.

Min berê di çend nivîsan de û her wiha bi kurtî di pêşgotina Ferhenga Têgehên Edebî de, çapa dezgeha Serdem, amaje daye giringiya bêjesazî û têgehdanînê. Bi rastî erkekî wiha dikeve stûyê Korrî Zanyarî Kurd (Saziya Zanistî ya Kurdî – li Iraqê), lê em hemû dizanin ku qet xwendina tekstên fîlozofî û teorîk li cem endamên Korrî Zanyarî Kurd ne girîng bû û hêj bi baweriya wan ziman ji marîfetê cuda ye û ji bo wan Saussure hêj ji dayik nebûye. Ew ziman tenê bo rênivîs û rêziman û dengnasî û dîrokê kurt dikin û bêhtir hewldana nivîsandin û wergerandina tekstên edebî yên klasîk û yan şêwazên realîstîk dikin. Lewra jî ne tenê di Korrî Zanyarî Kurd de, lê di pirtûkxaneya kurdî de jî, bi berdewamî berhemên hin nûserên wek Maksîm Gorkî, Bozorg Alavî, Ehmed Mehmûd û Mihemed Qazî (bêhtir pirtûkên wî yên dîrokî) bo zimanê kurdî tên wergerandin. Berevajî, pirr kêm çavên me bi wergerandina berhemên nûserekî wek Joyce, Faulkner, Gulşîrî yan nûserên Ekola Frankfortê dikevin.

Desteya yekem ew berhemên edebî û dîrokî ne ku di wan de hevok kurt in û şêwaz jî realîstî ye û pêwistiya wergêr di wan de nîne bi terxankirina demê û fikirîna li ser wergerandina bêjeyên nû. Lê di desteya duyem de, çavên me bi wan berhemên edebî û fîlozofî dikevin ku di wan de bingeha hevokan aloz e û şêwaz jî ne sade û besît e û wergêr di wan de pêwist e dem û fikirîna xwe terxan bike bo bêjesazî û danîna têgehan, ew jî bi şêweyekê ku nekeve ber rik û nifirîn û tinazên wergêrên desteya yekem!

Rêbaza wergerandina tekstên dîrokî, belgeyî, rojnamevanî û realîstî wek sadetirîn celebê wergerandinê tê hejmartin û tê de wergêr pirr kêm rastî kêşeyeke zimannasî tê. Wergerandina tekstên dîrokî sade ye û zehmetiyeke zêde naxwaze. Tevî ku ev celebê wergerê, ango wergerandina tekstên dîrokî, rojnamevanî, serpêhatî, serborî, belgename û jiyanname bo pêşxistina zanyariya giştî û tijîkirina arşîvan yan her mebesteke dîtir gellek sûdmend e, lê nabe ji bîra me here ku ev celebên wergerê heta radeyeke zêde, ne di xizmeta pêşveçûna zimanê kurdî de ne.

Tevî ku wergera tekstên realîstî jî heta radeyekê dîsa di vê xaneyê de ne. Lê pêwist e em wê yekê jî bêjin ku wergerandina rasteqîn a “awaza” axaftina kesayetiyan di berhemên realîstî de jî dîsa wergêrê kurd rastî çend astengiyan dike, çiku liberçavnegirtin û girîngî nedana bi çawaniya wergerandina “awaza tekstê” yek ji kêm û kuriyên zimanê edebî yê kurdî ye. Wek mînak, dibe ku awaza teksteke edebî ironîk (tinazker) be, lê belê xwînerê kurd ji ber lawazbûna awaza tinazker di tekstên kurdî de, pirr kêm hest pê dike û bi giştî jî xwînerê teksteke wergerandî ya edebî (nemaze çîrok û roman) her haya wî jê nîne ku beşek ji wesf û derbirrîn û gotinan kêsimeke wan a tinazker heye, ne ku kêsimeke realîst û rasteqîn. Xwînerê kurd prosesa xwendina çîrokekê xilas dike û haya wî jê nîne ku awaza beşekî ji wan tiştên ku xwendiye tinazker bû û dibe ku nûser bi laqirdî behsa hin tiştan kiribe, lê xwînerê kurd ew bi cidî wergirtibin.

Lê bi dîtina min zimanê kurdî di hemû qonaxên cuda cuda yên geşbûna xwe de bi qasî van bîst salên borî di biwarê bêje, têgeh û her wiha bingeh û şêwazê de geş nebûye. Helbet di navîna sedsala bîstan de û li ser destê çend nûser û wergêran gellek têgehên nû derbasî zimanê kurdî bûn. Lê bila dîsa ji bîra me neçe ku mebesta me ne têgehên normal in, lê mebesta me têgehên teorîk û marîfetnasî ne. Mixabin jî di vî warî de hêj kêm û kurî pirr in û bi wê hêviyê ku rojekê ji rojan şêwazên cuda cuda yên zanistî û fîlozofî û teorîk di zimanê kurdî de ew qasî parzûnkirî û rewan bibin ku nûserên kevnxwaz dîsa bi bîra şepêlên rewan, sade û besît ên çem û robarên Kurdistanê û şêwaza belaxî-retorîk a tekstên kurdî yên klasîk bixin.

Erkê me xemilandina zimanê kurdî ye di biwarê aramiya bêjeyên nû de; erkê me misogerkirina taybetmendiyên cuda cuda yên şêwazên cuda ye di zimanê kurdî de; erkê me ne avjenîkirin e di robarên rewan ên xwezaya pak û paqij a Kurdistanê de, erkê me xwe derbaskirin e ji deryayeke tijî şepêlên tirsnak ku gellek tofan û bablîsok tê de hene.

Peyv, bêje ji me re girîng e û divê em peyvan bi hestyarî bi kar bînin. Em, bi gotina Joyce, di nav peyvan de jiyan dikin. Boçûna me bo rola bêjeyê girîngtir xuya dike gava ku em bala xwe bidin wan guherînên civakî yên ku li holê ne. Girîngiya bêjeyê bêhtir xuya dike gava ku em behsa “geşbûna ziman” dikin.

Tevî ku di wergerandinê de, ji bilî peyvan, rola gellek babetên dîtir wek binemaya hevokê û form û awaz û şêwaz û watenasiyê heye, lê rûbirûbûna bêjeyê wek yekemîn pileya wergerandinê tê hejmartin û bi rastî jî pileya herî giring e çiku wek bingeh û hîmekê bo destpêkirina wergerandinê ye. Ev hîm di wergerandina tekstên teorîk û marîfetnasî bo zimanê kurdî de li holê nîne, çiku her têgehek û bi rengekî di tekstên cuda cuda de û li ser destê wergêrên ciyawaz hatiye wergerandin. Ev cûre piştguhxistina têgehan û xwe neban, û kerrkirina ji wergerandina wan yan bikaranîna wan bi çewtî, bi rastî piştguhxistina guherînên civakî ye. Ev desteya nûser û wergêran, her wek min di gotareke dîtir de gotiye, ne xwediyên hişyariya zimannasî ne. Ev cûre nûser û wergêr ne tenê bi rola xwe di pêşketina zimanê kurdî de nerabûne, lê pê jî nefikirîne û tiştê balkêş ew e ku ew bi roleke sereke di têkdana rewşê de rabûne.

Bi baweriya min, baştirîn gotin derbarê girîngiya peyvan û rola wan di guherînan de, bi taybetî di van şert û mercên niha yên civaka kurdî de, ev gotinên Bakhtin in ku min ji vê pirtûka li ber dest derxistine: Peyv bi tevnên îdeolojîk pêçayî ne ku di eynî katê de tevna temamiya pêwendiyên civakî di hemû biwarên cuda cuda de pêk tînin. Ango eşkere ye ku peyv nîşana temamiya guherînên civakî ye, tew ew guherînên ku nû geş dibin, ew guherînên ku hêj bi tevahî kêsim negirtine û hêj rêya sîstema îdeolojîk û bingehdar û kêsimgirtî bi tevahî hemwar nekiriye. Peyv li vir rûberekî pêk tîne ku cîgehê kombûna çendîtî û hêminiya wan guherînan e ku hêj ne derfeta wan a bidestxistina çawaniyeke îdeolojîk a nû heye, ne jî derfeta wan a avakirina şêweyeke îdeolojîk a nû û kemilî heye. Peyv dikare piçûktirîn û ne hêmintirîn qonaxên têperbûna guherînên civakî tomar bike.”

Bextiyar Secadî Sine, zivistana 2008ê zayînî

Share.

Leave A Reply