Hevpeyvînek bi Ngugi Wa Thiong’o re

Michael Pozo*
JI ÎNGILÎZÎ: UMRAN ARAN

Ngui Wa Thiong’o Profesorê Wêjeya îngilîzî û ya Berawirdî ye û Dîrektorê Navenda Navneteweyî ya Nivîsîn û Wergeranê ye li Zanîngeha Kalîforniyayê, li irvineê. Nivîskarê Kenyayî û bi eslê xwe Gîkuyuyî, Ngugi nivîskarê romanên curbicur e, yên wek Weep Not Child (1964), The River Between (1965), A Grain of Wheat (1967) and Petals of Blood (1977). Di 1980yî de Ngugi romanek bi navê Şeytanê Bereks nivîsî ku yekem romana modern e bi zimanê gikuyuyî. Di nav xebatên rexneyî yê Ngugi de Homecoming (1972), Detained: A Writer’s Prison Diary (1981), Decolonizing the Mind (1986) û Moving the Center (1993) hene. Wek romanûs, lîstiknûs û bîrmendekî rexnegir Ngugi bi mijarên wek Kolonyalîzm, Neteweperestî û Postkolonyalîzmê re eleqedar dibe ku herî pir bandor li welatê wî Kenyayê kirine. Bi dirêjiya dawiya salên 70yî dilsoziya wî ya bo huner û civatê kir ku komên şanoyê yên komunal ava bike li gundan, ku hin lîstikên wî yên herî zêde tawanbarbûyî pêşkêş kirin. Van xebatan xerabûna (corruption) siyasî ya jiyana postkolonyal li Kenyayê û têkoşîna gel diresimand, a bo terîfkirina nasnameyekê tevî salên dijwar ên veguherîna polîtîk û civakî. Di sala 1977an de Ngugi ji ber têkiliya xwe ya bi şanoyên komunal re hat girtin. Dema ku di hefsê de bû, Ngugi serê xwe bi avakirina wêjeyeke Afrîkî ya heqîqî re diêşand û di heman demê de li ser kaxezên tiwaletê Şeytanê Bereks nivîsî. Dûre wê îngilîzî biterikanda û hemû romanên xwe bi gikuyuyî binivîsiya. Piştî ku ji hefsê hat berdan, Ngugi peywira xwe a li zanîngehê winda kir û malbata wî rastî tacîzên bênavber hatin. Di 1982yan de Ngugi Kenya terikand û her ji hingê de li sirgûnê ye. Ngugi Wa Thiong’o xwediyê gelek xelatan e, yên wek Mukemeliya Hunerê ya Paul Robenson, Wijdanê Siyasî û Rastî (1992); Xelata Tevkariya Berçav bo Wêjeya Reşikan a Navenda Gwendolyn Brooksê (1994); Xelata Fonlon-Nichols (1996); û Xelata Afrîkanîstê Bijarte ji hêla Saziya Xebatên Afrîkanî ya New Yorkê (1996).

MPDema ku em li esasê xebata te dinerin, em dibînin ku gelek jê bi rêya wêjeyê ne tenê mezinbûyîn û pêşketineke hunerî herwiha yeke çandî jî pêşan dide. Ango wek hunermendekî û welatiyekî bi pirsên civakî re mijûl, her romanek wisa xuya dike ku pênaseyeke zelaltir bi pêş dixe ji bo siruşta xwe ya necudabar [inseparable]. Tu dikarî tiştinî din bibêjî di vî barî de?

Ngugi- Wek hemû hunermendan bala min li ser têkiliyên mirovan û taybetiyên wan e. Tişta ku ez di xebata xwe de li pey im, ev e. Têkiliyên mirovan di valahiyekê de pêk nayên. Ew di konteksta ekolojî, aborî, siyaset, çand û derûnê de geşe didin. Ev aliyên civaka me hemû bi kûrahî kartêkeriyê li van têkiliyan dikin. Ev aliyên han necudabar in. Ew pevgirêdayî ne. Aliyê herî xweser bi yê herî giştî re girêdayî ye. Wek hunermendekî tu li ser kitekitan hûr dibî da ku pevgirêdayîbûna diyardeyan vebînî û paceyekê vekî di ruhê mirov de. Puxteya jiyanê berev ruhaniyeta jiyana mirov vedibe.

MP- Dema ku em digihên Şeytanê Bereks ew kêliyeke girîng e di jiyan û kariyera te de; ji ber ku te ew bi zimanê xwe yê dayikê nivîsî û te yê jê pê ve bi tenê bi wî zimanî yanî bi gikuyuyî binivîsiya. Têgihîştina te ya kesî ya estetîk û tecrûbeya çandî/siyasî çawa guheriye ji dema ku te dev ji îngilîzî berda wek zimanê danûnstana hunerî?

Ngugi- Derbarê navendîtiya Devil on the Cross [Şeytanê Bereks] ya di jiyan û hunera min de tu guman tuneye. Lê belê ew ne xebata ewil e ku min bi giyukuyî nivîsiye. Ew rûmet vedigere lîstika Ngaahika Ndenda (Dema ku Min Xwest Ez ê Bizewicim) ku min û Ngugi Wa Mirii, me bi hevkarî nivîsîbû. Lê belê ew bi beşdarên gundî hat bipêşxistin, yên Civata Kamiriithu û Navenda Çandî, li Limuruya Kenyayê. Xebitîna bi civatê re, zor da min ku dest bi nivîsîna bi gikuyuyî bikim, piştî salên livbaziyên rewşenbîrî. Xebata min a li gund, bêyî darizandinê ez şandim hefseke ewlehî-zêde bo salekê. Û dema ku di wê hefsê de bûm, ez gelekî fikirîm li ser têkiliya navbera îngilîzî -wek zimanê împeryal, û niha jî zimanê hêzê li dewleteke postkolonyal- û zimanên afrîkî û min biryara bêveger da ku tu carî roman û lîstikên xwe bi îngilîzî nenivîsim. Şeytanê Bereks, ya li ser kaxezên tiwaletê nivîsandî, berhema ewil a wê biryarê bû.

MP- Ji bo nivîskarên din ên zimanên demên dirêj paşguhbûyî ku dixwazin bigihêjin girseyeke xwînerên spesîfîk tu dikarî çi bibêjî? Çi metirsî hene li ber wê yekê ku pirtûkên xwe bifiroşin girseyeke firehtir?

Ngugi- Rewşenbîr, ên ji zimanên ku em li Navenda Nivîsîn û Wergeranê li Zanîngeha Kalîforniyayê li Irvineê ji wan re dibêjin zimanên marjînalîzekirî -em dibêjin marjînalîzekirî lê ne marjînal- divê fam bikin ku xwînerên wan ên esasî yên wî zimanî û wê çandê ne ku ew jê hatine. Kesên ku dikarin zanyariyê hilberînin bi zimanê xwe ji bo wan xwînerên bi xwedîbûna wî zimanî pênasekirî, bi tenê ew in û piştî wê yekê dikarin bi rêya wergeranê, xwe-wergeran an bi dest kesinî din, xebatên xwe ji bo xwînerên li derî zimanê xwe yê resen pêşkêş bikin. Xebateke baş a hunerî her tim firoşbar e.

MP- Te ji bazareke weke a îngilîzî xwedî kevneşop destê xwe kişand û dest bi nivîsîna bi gikuyuyî kir, xwîner hînî tiştekî wisa nebûne, te di helwestên wan de tu guherîn dîtin gelo, di serî de jî xwînerên nêzikî te?

Ngugi- Dema ku helwesta min a li ser zimanê îngilîzî û afrîkî bi rêya pirtûka min Decolonizing the Mind [Dekolonîzekirina Hiş] di 1986an de hat zanîn ez ewilî bi kînîzm an dijmintiya eşkere hatim pêşwazîkirin li derdorinan. Lê niha ez guherînekê dibînin di wê helwestê de. Dibe ku pejirandineke bi giranî tunebe ji bo derawaya di vê pirtûkê de nîşandayî, lê belê metirsiyên geşkirî bêtir bal kişand û bû mijara nîqaşê. Ew pirtûk bi xwe di nav xebatên min ên teorîk ên populertir de ye.

MP- Tê bîra min di The River Between [Çemê Navberê] de dema ku Waiyaki (serleheng) bêgav dihêlin ku ji jina (yeka xrîstiyan) xwe û civata (ne xrîstiyan) xwe her duyan yekê bibijêre, leheng di nav êş û azarê de dima. Lê ev babeta han her tim di berhemên te de xuya dibe, yanî girîngiya dilsozbûna bi civatê re. Ji bo te, wek nivîskarekî, tiştekî werê heye wek veqetînê (ya ji civakê)?

Ngugi- Helbet ji bo ku tu pirsgirêkan bibînî wek nivîskarekî tu mecbûr î ku veqetî. Lê ev veqetîn ji pêrebûnekê diafire. Nivîskarek an hunermendek mecbûr e ku hem di çem de melevaniyê bike û hem jî li kilêkê rûne da ku li herikîna wî temaşe bike. Ez berhemeke civatê me û ez dixwazim tevkariyekê li wê civatê bikim.

MP- Hingê em dikarin bibêjin veqetîn an “biyanîbûna” hunermedekî, helwesteke Ewrûpayî an Rojavayî ye, ku em bi piranî hîn bûne ku derbarê rola wî a di civakê de bi şayeseyên tenêtiyê û têgehên reşbîniyê wî bibînin?

Ngugi- Veqetîna ji bo baş-dîtinê û reşbînî, ne heman tişt in. Lewma, di wê maneyê de, ne şert e ku veqetîn tiştekî rojavayî be. Hemû civakan pêxember dîtine ku ji bo ku li ser civaka xwe kûr bifikirin mecbûr mane vekişin çolê an çiyê. Ew dûr- bînên civata xwe ne. Nivîskarek dûrbînekî taybet e. Têgihîştina mirov a wek bûnewerekî tenê, ew têgeha Hobbesyen, ji tiştekî nijadî bêtir bûrjûwayî ye.

MP- Gelo tu difikirî ku estetîk, ew xweşikbûna di hunerê de, pabendî cîhana xwîneran e? Gelo xweşikî vebestî wê behremendiyê ye ku ji aforozkirinê bêtir ji nû ve yekî bi civatekê re girê bide?

Ngugi- Estetîk di valahiyeke civakî de geşe nade. Têgihîştina estetîkê ya jiyanê berhemeke jiyanê bi xwe ye ku rengvedana wê ye. Kulîlkeke hinde xweşik bi temamî bera darekê ye. Lê belê kulîlkek herwiha nîşaneyeke girîng a nasnameya komek riwekên xweser e û hetta a yek riweka xweser e. Ew kulîlka hinde hessas herwiha ji bo berdewamiya wê riwekê tov jî di xwe de digire. Berekî rabirdûya wê riwekê herwiha dibe siberoja heman riwekê.

MP- Carekê min çavdêriyên Marx ên li ser cureyekî komunîzma-jiyande ya hindiyên Iroquoisê xwendibûn. Marx ew wek jiyaneke ne li gor ewrûpiyan didît ji ber ku Iroquisê erd û çavkaniyên xwe bi wekhevî parve kiribû; wî ji wê re digot şêweyekî “sereta” ê komunîzmê lê ew bi min wek mînakeke jiyande [living] a hin hêlên teoriyên wî tê. Gelek caran ez wiha difikirim ku gelek pevçûnên navbera Ewrûpa/Amerîka û Cîhana Sêyem li ser zemîna şaşfamkirina pênaseya “civat”ê ye. Tu dikarî fikrên xwe li ser vê yekê parve bikî?

Ngugi- Na, ez bawer nakim ku derawayeke hevaheng a cîhana sêyem û derawayeke hevaheng a Ewroamerîkayê heye. Li kîjan civakê çîn hebin wê her tim li wir di navbera dîtina cîhanê ya komên civakî yên curbicur de pevçûn hebin. Li cîhanekê ku dabeşî çend neteweyan bûbe û ev netewe jî li ser neteweyên mayî tevan hukm dikin, miheqeq wê cudahiyên riwangeyî hebin. Lê belê di nav neteweyan de, çi li rojava çi li cîhana sêyem, dewlemend û xizan jî xwediyên dîtinên cîhanê yên cuda ne.

MP- Te diyar kiriye ku komên marjînalîzekirî çanda xwe bi zimanê xwe ji nû ve keşif dikin, ne bi zimanê ji hêla koloyalîzmê sepandî. Bi vê yekê wek ku mirov navendê ji “îngilîzî” an ji “rojava” bi dûr dixe û wê dibe kenaran. Gelo berpêbûyîneke bi vî rengî rê li ber ramana (a ku bi pirranî fetîşîzebûyî) meleziya çand û nasnameyê nagire?

Ngugi- Aimé Césaire bi awayekî xweş û zelal behsa danûstanê dike wek oksîjena şaristaniyê. Lê ne dan tenê, ku karbon oksîda şaristaniyê ye. Danûstan li ser zemîna yeksaniyê ye. Ez ji wê reqsê hez dikim ku li dora navendeke bi qasî hev dûrî her kesî digere. Ew kes di çemberekê de ne. Ew hemû hem tevkariyê li navendê dikin hem jê vedikişin. Wek têlên tekerê biskilêtekî. Lê ferqek heye. Di rewşa mirovan de ew cihên hevdu digirin bi dorê.

MP- Tu pirsgirêkên pênasekirina nasnameya çandî ya mirovan çawa dibînî li Amerîkayê? Li gor gelek kesan, mirov xwediyê nasnameyeke dabeşbûyî ne di navbera çanda xwe û ya Amerîkayê de. Gelo bi te, ev yek derbarê ziman û pevragihanê de meseleyên problematîktir û tevhevtir diafirîne?

Ngugi– Ez Amerîkayê wek sahneyeke herî efsûnî dibînim. Hemû dîn, çand, ziman û etnîsîteyên cîhanê li vir tên nimandin. Lê meylek heye ku vê yekê bi têgeha potaya hilîner bincilik dike. Pêkve-hebûna nasnameyên cuda di nav nasnameya giştî ya amerîkaniyê de divê wek çavkaniya hêzê bê dîtin, ne ya lawaziyê. Ji dêvla bombeyan tişta ku divê Amerîka ixracî cîhanê bike, ev e.

MP- Di Homecomingê [Vegera li Malê] de te hin metirsiyên xwe yên li ser beşa îngilîzî anîne zimên ji bo dema ku tu hem xwendekar û hem profesorek bûyî li Afrîkayê. Yek ji berpêbûyînên herî ewle bo “curbicurkirina” mufredatekê ew e ku mirov nivîskarekî ne-rojavayî lê zêde bike. Çawa ku ji bo wan rojên te ev yek wisa bû, îro jî wisa ye. Te di Vegera li Malê de ev rewş wek “bi hewldaneke lêborînxwaz û bi dizî mirov li mufredateke îngilîzî nivîsên afrîkî zêde bike”(146) diyar kiriye. Gelo beşên îngilîzî dikarin ji vê averêbûna nadîr bi wêdetir biçin an wê her tim beşên cuda (lê yeksan) an dersên cuda hebin?

Ngugi- Ji ber gihîştina gerdûnî ya îngilîzî û hilberîna întelektuel li ser her pirsa cîhanê di îngilîzî de, divê beşên îngilîzî vê curbicuriyê nîşan bidin. Bêguman pêwistî bi beşên zimanên din jî heye û divê ew jî vê rehenda cîhanî nîşan bidin.

MP- Gelo haya te ji tu model an prototîpeke beşeke îngilîzî heye ku xwe ji vê hêle de bi pêş xistibe li Amerîkayê?

Ngugi– Na tuneye, lê ji gotarên min di yekê de, di pirtûka min Moving the Center [Berev Navendê] de, ji bo pêkanîna beşên pirziman ên wêjeya neteweyî, min asteke bilindtir a berawirdiyê parast. Îro werger ji her demê bêtir dikare alîkariya pêkanîna wê berawirdiyê bike. Tecrît ji bo her beşê xetere ye û beşên îngilîzî ku xwe wek muzeyên wêjeya îngilîzî ya ‘neteweyî’ dibînin ku bi tenê wan berhemên ji hêla ‘koçberên nû’ nivîsandî jî paşguh bikin, ancax berev kêmberiyê biçin.

MP- Min van rojan ji înternetê xwend ku wê romaneke te ya nû derkeve. Tu dikarî hin hûrgiliyan bidî derbarê wê de?

Ngugi- Bi gikuyuyî navê wê Murogi wa Kagogo ye. Hîn derneketiye lê divê îsal bê weşandin. Wegera îngilîzî wê ji hêla Pantheonê bê çapkirin an dawiya îsal (2004) an jî serê sala bê . Ew romaneke mezin e, cureyekî epîka gerdûnî ye ku bi cîhana me ya îro re dipeyive. Ji gulana 1997an de li ser wê dixebitim. Yanî tu dibînî, nivîsandina wê li du sedsalan belav bûye.

MP- Tu li ser romana hevdem a Kenyayê çi difikirî? Di demên dawî de te çi metnên bi gikuyuyî xwend ku bandor li te kiribin?

Ngugi- Niha gelek nivîskar hene ku bi gikuyuyî dinivîsin. Waithira Mbuthia yeke pir berhemdar e. Lê belê Gitahi Gititi jî wisa ye, ku niha profesoreke îngilîzî ye lê bi gikuyuyî dinivîse. Mwangi Mutahi yekî din e ku wî sê roman hene bi gikuyuyî. Herwiha Gatua wa Mbugua heye ku helbestkar û zanyarek e. Wî demek nêz tezeke zanistî ya bi temamî bi gikuyuyî nivîsandî kuta kir û bi serkeftinî parastina wê kir di Beşa Zanista Zad de li Cornellê. Gelekên din hene. Gelek ji van nivîskaran tevkarên kovara zimanê gikuyu Mutiiriyê ne, kovara ku ewilî li zanîngeha New Yorkê derket lê niha li ya Californiayê didome.

MP- Pirsa dawî, vê havîna borî min di L.A. Timesê de xwend ku tu difikirî ku vegerî Kenyayê?

Ngugi- Ne niha. Lê belê ez ê tebaxê (2004) vegerim Kenyayê ji bo serdanekê, ji cergiya ku sala 1982yan ez bi zorê hatim sirgûnkirin ev cara ewil e ku dê biçim. Wê bîst û du salên sirgûnê bi dawî bibe. Lê di wateya ruhî de min tu carî Kenya neterikandiye. Kenya û Afrîka her tim di bîra min de ne. Lê belê ez li bendê me ku welatê min ê şîrîn Kenya bi awayekî fizîkî dîsa yekitiya xwe pêk bîne.

[*] Ev hevpeyvîn ji vir hatiye girtin: http://facpub.stjohns.edu/~ganterg/sjureview/vol2-2/05Pozo-Thiong.htm

* Michael Pozo doktoraya xwe li San Diego UCyê di Beşa Wêjeyê de xilas kiriye. Lîsansa xwe li St. Johnê û mastera xwe di 2004an de bi îngilîzî li St. Johnê kuta kiriye. Hev-edîtorê St. John University Humanities Reviewê ye.

Share.

Leave A Reply