HEVPEYVÎN LIGEL CIWANMERD KULEK LI SER 20:39

“Roman û Çîrok ji bilî Xeyal û Hafizeyan ne yên ti derê ne”

OMER FARUK BARAN

CIWANMERd KULEK di sala 1984a de dayik bû. Di 2004a de dest bi nivîsa Kurdî kir. Romana wî ya yekem Nameyek Ji Xwedê re 2007a de, dû re Otobês 2010a de, Zarokên Ber Çêm 2012a de, Defterên Perrîdankan di 2014a de derket. Pirtûka wî ya çîrokan Çar Yek di 2015, Çar Neçar di 2017a de derket. Yekem berhema wî ya ne-pexşan bi navê Strana Şev û Rojekê ji formên helbestî yên ji zargotina Kurdî pêk tê. Ji bilî nivîskarîyê werger jî dike. Heta niha ji zimanên Îngilîzî, Spanî û Tirkî ev berhem wergerandine bo Kurdî: Hetîketî (J. M. Coetzee), Li ber Sikratê (w. Faulkner), Çîrokên Dublînîyan (J. Joyce), Serencama Mirinekê (G. G. Marquez), Berîya Şewitî (Juan Rulfo), Keleha Spî (Orhan Pamuk), Li Çîyayên Andê (Mario vargas Llosa), Xewn û Xeyal (Jorge Luis Borges).

Ciwanmerd Kulek ji sala 2007a ve, ku yekem romana wî Otobês derketîye, heta niha her tim geh bi romanên xwe, geh bi wergerên xwe yî ji sê zimanan (Îngilîzî, Spanyolî, Tirkî) geh bi çîrokên xwe geh bi nivîs û hevpeyvînên xwe yî di rojnameya BasNews-Kurdî de, di di qadên cuda de derketîye pêş xwînerên Kurdî. Omer Faruk Baran bo vê hejmarê me neşikand û bi yek ji çalaktirîn nivîskarê Kurdî Ciwanmerd Kulek re li ser romana wî 20:39 peyivî. Wek kovara Zarema bo vê tevkarîya wî, em ji Omer Faruk Baran re spasdar in. Bo Ciwanmerd Kulek jî em dibêjin mala te ava, siheta te xweş be û berhemdarîya te her daîm be.

20:39 li Stenbolê derbaz dibe, loma em jî dîrekt ji gund û bajêr dest pê bikin. Xelk ji vê nîqaşê xilas bûne hinekî lê li cem me hîn dewam dike: Romana Kurmancî êdî dikare bi awayekî serbest bajêr bide ber xwe û here yan tevî hin hewildan hene jî nola zimên hîn î li gund e?

Demografîya Kurdan pirr guherî, Kurd hatin bajaran, êdî pirê wan li bajaran dijîn. Lê ziman li gund ma. Gund belkî yekane dezgeha mezin, domdar û serkeftî a Kurdan e; li beramberî wê zehmet e mirov bajarekî Kurdan destnîşan bike ku bi rêvebirîya xwe, bi isûl û qaîdeyên xwe, bi çand, têkilî û zimanê xwe berhema pêvajoyeke Kurdewarî be. Kurdên bi Kurmancî dinivîsin îro li van bajarên ku em bi awayekî nevîyayî pijiqîn wan perwerde bûne û li wir dinivîsin. Dibe ku nivîskar dema nivîsîna bi Kurmancî dide ber xwe tenê gundewaran ji xwe re weke qad û çavkanîya heqîqî dibîne. Lê hingê ew metirsî heye ku di serdemeke ku pêgeha gundan di nav jîyana me bi xwe de ewqas qels dibe meyildarîya bi ser wir de dibe ku nivîskar û edebîyata wî ji heqîqetê dûr bixe. Mirov bêtir bi kîjan jîyanê zanibe dikare bêtir bi hêsanî qala wê bike. Gund roj bi roj dibin dinyayeke ji me dûr û nenas, nivîsîna derbarê wan de zehmettir dibe. Lê helbet mezinbûna romanekê ji cî û warên ku lê derbas dibe nazê. Pirsgirêka romana Kurmancî ji gundîbûn û bajarîbûnê zêdetir pirsgirêka afirandina nûjenîyê û dabînkirina şîroveyên dîtir e li ser jîyana me ya do, îro û her ro.

Hin nivîskar jî dibêjin roman û çîrokên Kurmancî ne ya gund û bajaran in, lê ya bajarokan in; wek Cizîr, Qoser, Bismil, Sirûc, Farqîn, Sîlopoya û Bazîd, Nisêbîn û hin bi dehan bajarokên din ên ku li wan deran “Kurmancîya naturel’’ tê axaftin. Li ser vê fikre çi dibêjî?

Ev bajar an jî bajarokên te navên wan hildan nifûseke mezin ji gundan wergirtin. Berê dema pesnê mezinahî û qedîmîya gundekî bidana, xelkê digot “Nizanim çend û çend gund ji filan gundî ava bûne.” Vêga jî nizanim ji çendik û çend gundan ev bajarok -hema bêje- ava bûne, lewma raya giştî ya Kurdî hê jî yekcar ne dilxwaz e van deveran wek bajarekî rastî bi nav bike. Meseleya ku kesên bi Kurmancî dinivîsin piranîya wan ji van deveran in xwe dispêre vê dîyardeya li jor: ev bajarok bûne hilgir û komkirê wê gelheya mirovan ku ji gundan, ji yekane warên ku bi jîyan û desthilata xwe Kurdî ne, rabûne û hatine. Vegerandin û binavkirina çîrok û romana Kurmancî li ser van cî û meskenan dikare dîyardeyeke geneolojîk raberî me bike, lê bi min roman û çîrok dawîya dawî ji bilî xeyal û hafizeyan ne ên ti derê ne.

Di 20:39ê de demeke dirêj em tim dengê Muzeyyen Senarê dibihîsin. Pirsên wek çima ne Amed lê Stenbol, çira ne Meyremxan lê Muzeyyen Senar, bêmane û basît in bo te?

Ev ji bo min ne pirs in, lê bertek in. Carina hin xwendevan dibêjin çima ne ew qehwexane lê ev, çima di cîyê ku derbas dibin re tabelaya filan partîyê xuya dike lê ne yeka dî ?.. Eger we romaneke bo weazan û dersan nenivîsîbe, tê wê maneyê ku tiştên we pê jîngeha romanê raxistîye ne stûnên helwesteke sincî yan sîyasî ne. Romannivîs gava guh bide van bertekan dû re dê nikaribe bersiva vê bertekê bide ku çima di romaneke xwe de ya li Dîyarbekir derbas dibe nizanim çawa qala Dîyarbekir nekirîye. Axir, çîrok û romanên min hîn bêtir li gund û bajarên Kurdistanê, li ber dengê stranbêjên Kurdî derbas dibin lêbelê ev ne ji bo pêşwazîkarina van bertekan e, tenê ji ber dînamîkên sirûştî ên hundirîn ên van berheman e.

Yavuz, Yasemîn, Newaf, Sebrî, Elîf.. Navên di 20:39ê de ew in. Di kitêbên te yên din de jî ne “navên îdealîzekirî’’ lê yên ji jîyana derdora me hene. Yunus Eroğlu bû Ciwanmerd Kulek, lewma dipirsim, gava navan bo romanê dibêjirî, pir li ser difikirî, li gor çi didî wan navan?

Çunkî navên wan qerekteran di jîyana rastî de jî wisa ne. Pir nafikirim, li dora min pir in; weke dema afirandina kesayetekî, di vê babetê de jî xwe nahêvişînim ji sûdwergirtina ji kesên derdorê. Dikarim bibêjim her tiştê li hawirdora xwe diguvêşim û çi jê derkeve, çi bi kêrî min bê di afirandinên xwe de bi kar tînim. Tenê di Zarokên Ber Çêm de min navek çêkir ji bo qerekterekî xwe, navê Tarî. Min di jîyana xwe de ev nav nebihîstîye, lê ji navên li kuçê rasteqîntir xuya kir ji min re û li bejna wî qerekterî hat. Ku qerekter karibe navekî li xwe bike, çi çêkirî çi peydakirî, zêde ferq nake.

Romaneke ku tê de mijara nivîsînê hebe, elbet gumana otobîyografî û bîranînên nîvîskêr bi xwendevên re çêdike. 20:39ê jî nivîsîn heye, ew demek e ku Ciwanmerd Kulek bi xwe sekinandîye ye?

Di vê sedsala dawî de, hema bêje ji M. Proust heta niha, ev dîyarde di edebîyatê de misêwa tê pêşîya me. Ev jî meseleya hebûn û xuyakirina nivîskar di nav metna xwe de ye. Nivîskar dixwaze xwe di qorzîkekê rake û di bîra xwendevan bîne, lê dû re xwe li giranî datîne û tilîya xwe ji xwendevan re dihejîne, dibêje ‘ev teksteke çêkirî ye, xwerû ji xeyala min firîyaye,
lewma bi wekhevî û manendîyan nexape, ew ne ez im,” û lîteraturekê saz dike bo ku isbat bike ku elaqeya wî bi kesên nav metnê re tine. Ji alîyê dî de nivîskar lê dicehdîne ku di bin re bi xwendevan re ew his û têbînî çêbibe ku nivîskar jî di nav wê metnê de ye, ango ew jî li wê qada xeyalî hazir e lewma ne hewce ye xwendevan bitirse û xwe bi tenê û bîyanî his bike. Nivîskarên ku dixwazin her fen û fûtê bi xwendevan bidin bawerkirin pirr ji vê dekê hez dikin. Lewma her nivîskar dûblorekî xwe heye di metna afirandî de, evî kesê duyem ê xapînok li gor konjonkturê geh li paş e geh li pêş e, carina çavdêr e, carina nobetdar e û hest û bertekên xwendevan eyar dike. Lê bi ya min hebûna nivîskar di romanê de ji amadebûna wî ya li wir wek kesayet bêtir divê bi çavdêrî û malzemeyên ku ji jîyana xwe ya rastîn anîye xistîye navê bê pîvan. Qerekterê di romana 20:39ê de jî xerîkî nivîsînê ye û gelek tiştên dî jî hene ku min di bîr bînin, lê wexta ez romanê dixwînim tenê di van tiştan de dikarim xwe bibînim: di hin gotinên ku min di jîyana rastîn de ji devê hin kesên dî bihîstine, di hin cîyên ku di ber wan re derbas bûme, di hin livên destan de, di hin bêçaretî û xeman de… min evana tev dîtin û dizîn. Tenê ez bi dizîya xwe dizanim û kengî xwendevan dizîyên min kişif kirin dikare hebûna min a di romanê de ragihîne.

Min dizîyek kişif kir mesela. Di 20:39ê de “Û Kurmancîya kalikê wî ya ku dasa tewanga wê bêqisûr di ser her navê nêr û mê re diçû, wek dîlokeke kevn li nav dilê wî deng û reng dabû heta ku ew sê gwîz qeşartibûn û xwaribûn’’ derbaz dibe û di heftenameya Basê de Kulek bîranîneke xwe ya tewangî nivîsîye. Ka bêje ji kerema xwe, kî ji kê kî ye?

Ev meseleyeke diltezîn e di çîroka ziman de. Lê ev ne tenê çîroka min e, a her Kurdî ye. Kurdên ciwan ên îro hemûyan xelekeke kêm, şikestî a rêzimanî heye di navbera xwe û bapîrên xwe de. Di du nifşan de gelek tişt guherî. Ez hez dikim carina detayên çîroka zimanê me tevli vegotina xwe bikim û wê jî wek straneke dengketî li ber guhan xim. Sibê gava ez çîrokekê binivîsim û tê de qerekterek bibêje “Ez dîtim” ev gelo dê çîroka kê be? Tiştên tên serê ziman çi carî ne çîroka kesekî bi tenê ne. Çîroka me hemûya ne. Lehengê xwedîyê vê bîranîna li jor jî yekî ji rêzê ye, yekî ji me ye, lê ne yek ji me ye jî. Nizanim kî ye. Eger illeh tu bibêjî ‘Tu yî’ dikarim isbat bikim ku min ti carî wek wî karê dûblajê nekirîye, ti carî neketime hundirê odeyeke kaptanên gemîyan, ti carî destgirtîyeke min a Passat yan Mini Cooperekê diajo çênebûye. Ji bo isbat bikim ku qerekterek ne ez im tenê xilafîyek bes e. Nuqteya sabit ev e, ev xilafî ye. Heke ev nuqteya sabit hebe, anku tiştekî nerast, tiştekî ku ne wek ê te be hebe, hemû tiştên dî wek ên te bin jî ew ne tu yî. Nivîskarî karê herî baş e bo ku mirov tiştekî bide mandelan (înkar bike).

Hin nivîskar mînîmîzekirina dema di metnê de nola nîşaneke serkeftinê dibînin, rawestandina demê jî qey qonaxeke di ser wê re ye?

Hemû edebîyat bi awayekî ji awayan têkildarî demê ya, çi bi vejandina wê, çi bi lêkirina wê, çi bi lezandina wê. Di vê romanê de dem disekine, erê, lê ji holê ranabe; dibe cî, dibe sehne û em bi rîtm û rohnîyeke dî xwe, têkilîyên xwe û serborîyên xwe dijîn, dibînin. Ev ji bo min derfeteke vegotinê bû. Ji bo vegotina têkilîyeke jin û mêrî a dildarî metamorfozek ji min re lazim bû, û min ev yek ne di guhertina fizyolojîya mirovî de lê di guhertina fizyolojîya demê de peyda kir.

Îro ro çi ya nivîskaran çi ya xwendevan piranîya demeke me ya dirêj jî li ser sosyal medya derbas dibe. Karaktereke te fotografekê diavêje Facebook û Instagramê û jê pêve tiştek tine derbarê sosyal medya. Li gor te, divê sosyal medya êdî pirtir cih bigire di romanan de, wek ku cîh girtîye di jîyana me de?

Awayekî min ê wisa ê xebatê yan afirandinê tine, bi rastî. Min ti carî xwe wiha nedît ku li filan derê filan tişt heye divê ew di romanên min de cî bigire. Ferz û divêtîyên wiha hinekî dişibînim têkilîyên navbera me û dayikên me: Dayik misêwa li ser xwarinê ji zarokê xwe re dibêje teyfika xwe gişî bixwe heta vala dike û bila xwarinê di binî de nehêle; bi vî rengî xwarina ku here nav gemarê yan were hilanîn diçe zikê zarokê reben ê ku ji xwe zik yekcar lê werimîye. Meseleya daxilkirina medyaya sosyal di çîrokekê de û derxistina wê ji çîrokekê du rûyên heman helwestê ne. Helwesteke ku bi min ne a romannivîs lê a waqi‘enivîs e. Ne ez ne yekî dî, dema çîrok bi xwe ew xwest, jê re lazim bû û pê karibe tiştek tevlê dibe yan jê dertê.

Ji Arîsto “Dem pîvana guherîna di navbera du kêlîyan de ye’’ heye di serê kitêbê de. Wext, çax, serdem, qonax, hewş, kêlî, hûrdem, deqîqe, sanîye, salîse. Ciwanmerd Kulek bo çi ji kîjan peyva demê hez dike herî zêde?

Dem dizane. Car heye ji deqîqê hez dikim, car heye ji çaxê hez dikim.

Di kitêbê de ji strana Muzeyyen Senar bigire, heya buyrun efendim û anneanne û çend gotinên din ên Tirkî hene û li jêrenotê wergera wan tune. Mîna ku edîtor û nivîskar bêjin jixwe herkes fehm dike, wisa bû yan wê di çapa duyan de Kurdîya wan jî hebe li jêr yan ne hewce ye?

Na na, ebeden, mebesteke wiha a edîtor yan nivîskar tine ye. Sebeb ew e ku ez di çîrok û romanan de kêfa min ji jêrenotan, parantezan û ravekirinan re naye. Ew bi zimanekî dî jî bûyan min ê nekira. Gotinên ne bi Kurdî ên di romanê de tevlihevî û astengîyeke mezin li ber fahmkirinê dirist nakin, di gumana min de. Halê hazir, ji bo xwendevanekî bi Tirkî nizane, pirr hêsan e peydakirina maneya wan. Û dibe ku fahmnekirina wan jî tahmeke dî dide xwendinê. Çalakîya xwendinê û têgihiştinê bi qasî em difikirin tiştekî ne yekxêz û sînorkirî ye.

Ger em ji nivîsînê biavêjin ser ekranê, 20:39 li gor te fotografek e yan vîdeoyek e?

Heşt û sîh û nehê êvarî, pêşî fikra senaryoyekê bû di hişê min de. Lê çêkirina filîmekî û zehmetîyên dî hişt ku ez wê tenê wek romanekê binivîsim. Bersiva pirsê ji we re dihêlim.

Share.

Leave A Reply