Berengarî Barî Baw*

AZAD HACI AQAYÎ

Puxte: Di dîroka akademisyenên cihanê de pir kêm kes hene ku jîyana van mînakek ji berpirsyarî li hemberi bê edaleti û dagirkarî û dilsojî ji bo buha û nirxên mirovahîyê de di derveyi eyarên etnîk û olî de ne. Lewma di nava Kurdan de, kesatîyên bi wî rengî heger hebin jî, hejmara wan ne zêde ye. Tekezkirin li ser vê mijari ne dijwar e ku Emir Hesenpur mîna kesatîyek polihistor1 û berpirs, xala pêk gehiştina têorî û pratîk bûye. Bi wê wateyî ku çawa difikirî bi wî away jî dijîya. Bi vê bawerîyê ku Hesenpur mîna merivekî polyhistor, di pir alîyên zanistî da xebat kirîye û di qada jîyanê jî da mîna şorişgerek derketîye, di vi nivisê de hinek alîyên hizrî û cihanbînîya Hesenpur dête şîrovekirin.

Peyvên sereke: Emîr Hesenpûr, Jan Patoçka, berpirsyarî, jin, Kurd, neteweperwerî

Jîyan mîna berpirsyarî

Di çaxa hegemonîyaya neo-liberalizm, rûxana marksîzm û wendabûna wateyê de, berpirsyarîtî xwedî çi wateyek dêt û alîyên curbicur a berpirsyarî çawa di nav têorî u pratîkê da xuya bûn? Bersiva vê pirsê ji zimanê kesekî ku bi destê hukemetek Marksîst hate kuştin; û di jîyana akademîsyenek Marksîst ê Kurd derketîye, xwedî wateyek mezin e. Ji ber ku ezmûna wendabûna wateyê pirsîyareke berdewam li pey xwe dine ku kîjan wateyên jîyanê elaqedarî herî girîng a jîyana mirovahîyê ye.

Hilbijartina perspektîfa bersivdayina vê pirsê girêdayî nêrina cihan û antropologîyeke ku erkên meriv pênase diket.

Jan Patoçka filozofe Çek ku di sala 1977a de, li jêr eşkenceya polisên Çekoslovakîyayê hate kuştin, di pirtuka xwe da bi navê Heretical Essays, ku li ser felsefeya dirokê hatîye nivîsandin, bi tekezkirin li ser wateya jîyanê û mijarên Sokratî -lênerina ruh2 û jîyana ezmûnkiri3- li ser wateya jîyanê disekine û dibêje: wendakirina wateyê, rûxan di nav bêwateyî da nîne… wate di nav rewşeka problematîk, xwedî wateyekê ye ku ne nerm û ne jî dogmatik be, belkû di rewşek problematîk de cesaret bide jîyanê. (Patocka 1996, xiv) hestkirin bi pêwistîya cesaretê tê wateya hestkirin bi perpirsîyaritî. Ji ber ku dirok jî, bê berpirsyarîtîya azad nayê famkirin (Patocka 1996, 50) û ji devê Heidegger dibêje ku: hebûna wana [mirov] jî mîna berpirsyarîyek û ne miraqek hatîye dayin. (Patocka 1996, 47)

Patocka bi vegerandina kokên berpirsyaretî ji bo kevneşopîya oli-xiristîyanî û cudakirina alîyen olî ya berpirsyarî ji alîyen sekuler û modern, hewl dide ku tixûbek eşkere di navbera berpirsyarî bi wateya sosyalistî û berpirsyarî bi wateya Stalinîstî bikşîne. Petocka di heman demê da ku berpirsyarî û bawerî mîna du rûyên pereyekî dinirxîne, cudatîyek di navbera hêlên bawerî bi wateya civakî û bawerî bi wateya olî dikşîne. Ev cudatî wisa dike ku Patocka bikaribe veşartîbûna pirsên civakî li jêr navê têgeheka mukades û pîroz nas bike û bizanibe ku gelek caran li jêr bandora bawerîyên pîrozên olî, pirsên civakî çewt têne nîşandayin. Tezên Patocka di serdema deshilatdarîya Komunîstan de tekiz kirine li ser eleqedarîyên di navbera bawerî û berpirsyarîya civakî de, ji ber ku di heman demê da bawerî û berpirsyarî dikarin xwedî du encamên cuda bin, encamek ber bi totalitarizmê ve biçe û encamek li hemberi totalitarizmê be.

Jîyana Emir Hesenpûr (1943-2017) ji her tim rengvedayîna ev berpirsyarîtî di jîyanê de bû, çi di van salên ku mîna xandevanek ji zaningeha Tehrane bû, çi di dema şoreşa 1979a li Îran û Rojhilatê welêt, û çi di dema ku mîna mamostayek li Torontoyê bi rekek din xebate xwe li ser zimane Kurdî dewam kir. Hesenpûr wateya jîyanê di nav hestkirin bi berpirsyarîyê peyde kiribû. Di hizra Hesenpûr de teorî û pratîk tu cara ji hev veneqetîyabûn.

Fatih Şexûlîslamî di bîranînê rojên zaningehe de wisa dinivîse; di destpêka salên 1960î de, li jêr bandora vekirina qada sîyasi li Îranê û jêr bandora şoreşa Barzanî, hejmarek ji xwandevanên Kurd mîna komek kevok li zanîngeha Tehrane bi rêka şiîr û edebîyat ketibûn nava tev û livan. Siware Ilxanî, Emir Hesenpûr, Selah Muhtedî, Ebdulah Merdûx û hin kesên din, Fatih tîne bîra xwe ku Hesenpûr nivîsên herî destpeka xwe, dema ku memosta Goran dimire, li ser statikaye şiîrên memosta Goran, di hejmara 197a ya rojnameya Kurdistanê de dinivîsîne û di vê nivîsa xwe da, alîyên wekhevî û nêzîbûna beytên Kurdî bi şiîrên Goran muqayese dike. (Bir û Hizir, 2017)

Enwer Sultanî, lekolerê rojhilatê Kurdistanê jî tîne bîra xwe ku di salên 1967 û 1968a de pir normal bû li jêr tesîra bûyerên mîna şoreşa Îlonê ya li başûrê Kurdistanê, kongra duhem a KDPI û atmosfera piştî darbeya 1953ya li Îranê, kesek mîna Emir ketibaya nav lihîyên şoreş û xabatê, Emir ket nav vê lihîye û baş li pey vê çû (Bir û Hizir, 2017). Di dema şoreşa Îran û rojhilatê Kurdistanê de Hesenpûr derbasî welêt dibe û roleke mezin di birekxistinkirina şênîyên bajare Sinê dilîze. Ebdula Merdux tîne bîra xwe ku Hesenpûr di heman demê da li zaningeha Sinê mamosteyê zankoyê bû, bi xwandekaren xwe re çek li milan dikir û di meşa şênîyên bajarê Sinê ji bo alikarîya bajarê Meriwanê di sala 1980 de rolek mezin lîst (Bir u Hizir, 164). Lewma, bi rûxana şoreşê, Hesenpûr tu cara qada xebatê vala nehişt û pêngavek nû di jîyana xwe ya şorişgerî dest pe kir, ev jî xebata li ser zimanê Kurdi bû, ku bi weşana pirtuka Nationalism and Language in Kurdistan gihaye qonaxek nû.

Ev sê qonaxên jîyana Hesenpûr mînakek pir bi wate ye ji bo resimkirina weneyek ji berpirsyarî. Hannah Arendt di nivisên xwe de zêde li ser cesaret, berpisyarî û helwestgirtinê tekiz dikir, bi bawerîya Arendt, di çaxek da ku mirov li rasti xirabîyê derdikeve, derfetek ji bo mirov pêk dêt heya ku bikaribe li qada giştî, bi fêmkirina xirabîyê, pêşî li xirabîyê bête girtin. Bi bawerîya Arendt fêmkirinek wisa, bi cesareta fikirîn, femkirin û helwestgirtinê derbaz dibe û di dûmahîyê de, di cîhana modern de digihêje berpirsyarîtîyê. Rûyê Hesenpûr bi van hêlan dête kişandin, ji ber ku di qada pirsên eleqedar bi jin, zimane Kurdî, sîyaset û pirsa edalete mîna mirovekî bi cesaret helwest girtin.

Pirsa jin û berpirsyarî

Di heman demê da Hesenpûr mîna Marksîstek difikirî, lê li ser kêmasîyên teorîya Marksîzma klasik jî li ser pirsa jinan disekinî û li ser cudatîya îdîaya Marksîzmê û Feminîzmê tekez dikir (Mojab 2015, 239). Fikrînek bi vî awayî, derencama nerîna berfireh a Hesenpûr li ser zimannasî, dîrok û rewşa taybetîya Kurdan bû. Ev nerîn ku ji derveyî nerînên orîyentalîstî bûn û berevajî rojhilatnasên bîyanî ku li ser azadîya jinên Kurd tekez dikirin- bi sedema nebûna hicab û jîyîna li çîyayên welêtmetodek deda Hesenpûr ku doxa heyî a jinên Kurd di nav kurahîya ol, ayîn û nerîtên eşîretên paşvero û di zimên de jî bişopîne. Nerînek wisa di kuştina Fadime Şahindal bi zelali hate eşkerekirin û qetlên li ser namûsê mîna qirqirinê hate binavkirin. Bi bawerîya Hesenpûr bûyerên bi vî rengî wêneyê gel, netewe û welêt dide naskirin û ol û kultur rê dane ku tistek wisa biqewime. (Hassanpour 2002) di hizrên Hesenpûr de qetlên li ser namûsê dîyardeyek4 di jîyana her roj a gelê Kurd dête nasandin ku di ziman, nivîs û nerîta devkî û filman da hatîye tomarkirin. Lewma kuştinên li ser şerefê tenê bi alîyên kulturî nayên sinordarkirin. Sedemek din bavsalarî ye û qetlên wisa serdestîya kultur an hegemonyaya bavsalarîyê xuya dikin.

Pirsgirêka jinan behaneyek e ku Hesenpûr pêwendîyên neteweperwerî û pirsa jinan şîrove biket. Bi nerîna Hesenpûr, neteweperwerîya Kurd efsaneya behempayîya jinên Kurd pêşxistîye. Mîna hinek çavdêrên civaka Kurdan, neteweperwerên Kurd îdia dikin ku jinên Kurd li hember jinên Ereb, Faris û Tirk xwedî azadîyek zedetir in. Hesenpûr dinivîse ku neteweperwerîya Kurd jî mîna bizavên din î neteweperwer bavsalar e. Lewma bal kişandîye ser hizra wekhevîya zayendan. Lewma ji bo neteweperwerîya Kurd, bo çêkirina neteweyê pêwîst e ku yekitîyek ji zayend, çîn, ol û zarava û alfabeyên Kurdî çêbibe. Lewma her tim rizgarîya jinên Kurd ji bo paşerojê, piştî rizgarîya neteweyê dihesibînin.

Hesenpûr li alîyê zimanî jî li ser pirsa jinên Kurd disekine û bavsalarî mîna ji nûveberhemanîna5 tundûtijî li hember jinan pênase dike. Hesenpûr rexneya feminîstî li sazîya bavsalar6 a zimên vedigerîne ji bo sedsala 19mîn (Hasanpour 2001, 228) û ji bo mînak li ser peyva pîyaw [mêr] di zimanê Kurdî de disekine û dibêje: ev peyv di zimanê Kurdî da ji bo mirov bi giştî dêt bikaranin… li hemberî pîyawetîmêranî û netirsî û merdayetî…jin mîna kesek tirsonek dête naskirin… (Hasanpour 2001, 235) Hesenpûr bi rêka zanistê zengine xwe ya zimannasî, dikeve nav civaka Kurd û kontrola bedena jin û seksuwelîteya jinan wekî mînakekê dinirxîne ku bi zimanê Kurdî re dête kontrolkirin, zimanê bavsalar bi rêka hinek kodên mîna namûs, şeref, şerm û heya bandor û karîgerîya xwe bi ser jinê zedetir dike.

Hesenpûr tenê bi rêka zimên armancên xwe hedef nagire, belkî bi rêka dîrokê jî ev argument didet piştrastkirin û niviseke Meĥmûd Bazidî ya salen 1858-9 mînak digire ku dibêje: “mîna jinên Ewropî, jinên Kurd jî serbest in ku bi mêran re eleqedarî çê bikin, lewma heki sûla xirab bikin têne kuştin.” (Hasanpour 2001, 239) li alîyekî din, Hesenpûr li ser berxwedana li hemberî bavsalarîyê dinirxîne û behskirina evîn, heza seksî di nav lawik û heyranên jinên Kurd de mînakeke din e ji berxwedana li hemberî bavsalarîyê dibîne. Lewma, bi nerîna Hesenpûr nûvebûna îdeolojîya bavsalarî di zimanê Kurdî de xwedi wateyek mezin e, ji ber ku rasterast grêdayî mijara heri girîng, hêzê ye di nav diskorsê de. Di vî warî de rêbaza ji alîye Hesenpûr dête bikarinan, xwedî taybetmendîyek balkêş e. Ji ber ku Hesenpûr ti caran diskors mîna akademisyenên post-structuralist bi kar neanîye, belki tum dixwaze pêwendîyek dîyalektik di navbera objektif û subjektif di nav şîroveyên wi da hebe.

Zimane Kurdî, sîyaset û berpirsyarî

Di rewşekê de ku sîyaseta asimilasyona zimanê Kurdî li her Çar alîyên welêt bi awayekî sistematik bi rê ve diçe rewşenbîr çawa li hemberî van astengîyan derdikeve û berpirsyarîya xwe nişan dide? Dikarin alîyek ji alîyên heri bihêz a xebatên Hesenpûr pitî derketin ji Rojhilatê Kurdistanê, xebatên li ser zimanê Kurdî bi nav bikin. Lewma heki ev xebat têne xebatek li ser peyv û edebîyat û şiir û gramere Kurdi bête nirxandin, ev kêmkirina asta xebaten Hesenpûr e, ji ber ku Hesenpûr di bin bandora zimannasîyekê da bû ku di destpêka salên 1960î ji alîyê komek ji zimannasên Partîya Komunîst a Îngiltereyê hatibû destpêkirin. Bi bawerîya van zimannasan, pêwîst bû ku zimannasi li hember pirsên civakî xwedi berpirsyarî be. Bi wateyek din, ziman di nav peywenda civakê da bête nirxandin û di heman demê de awayek ji mudaxelekirin li praktisên rexnegirî ya civakî jî be. Nêrinek bi vî rengî, bû sedema jidayikbûne pirtûka Ziman û Neteweperwerî [Nationalism and Language in Kurdistan]. Di vê pirtûkê da Hesenpûr, bi kişandina topografîya zimanê Kurdî û xebatên ku ji bo zindimayîna vî zimanî hatine kirin, pirsa ziman û neteweperwerîyê bi hev girê dide û peresektifeke nû diafirine.

Bi bawerîya Hesenpûr bûyerên salên 1918 û 1991 rûyê zimanê Kurdî guhartin û veqetîn û dabeşkirinên nû di deshilata sîyasî û zimanî de pêk anîn. Hem derfetên nû ji zimanê Kurdî re afiriandin û hem ji derfet jê stendin (Hesenpour 2015, 7) di navbera sîyaseta zimankujî de -ku ji alîyê deshilata sîyasî bi sîstematik bi rê ve diçû- û paşketina zimanê Kurdî di qadên curbicur a zanistê da, pirsa bi standardkirina zimanê Kurdî ji alîyek din ji xebaten Hesenpûr bû. Grîngîya vê xebatê vê gavê derdikeve holê ku topografîya zimanê Kurdî, pêwendîya zimên bi Kurdbûnê re û hêza sîyasî di pirtûka Ziman û Neteweperwerî de, li ser rastîyên herêmî yên Kurdistanê bête nîqaşkirin, ji ber ku du zaravayên serekî yên zimanê Kurdî, sê rênûs ji bo nivisandina zimanê Kurdî tête bikarînan, û ji bilî vê jî, Goranî, Hewramî û Zazakî ji pirsa ekbûn an bi standardkirina zimanê Kurdî dijwartir dikin. Pêşnîyarkirina karkirina bi zimanekî du standard rastîya rewşa zimanê Kurdî temsîl dikir, li ser vî esasî bi pêşnîyarê Hesenpûr li başûrê Kurdistanê du standardîya zimanê Kurdî hate pejirandin.

Di Îlona 2012ya de 471 kes li dijî latinîkirina alfabeya Kurdî nameyek imze kirin, dîsan Hesenpûr bi piştbestin bi zanista xwe ya zimannasîyê li hemberî vê daxuyanîyê sekinî. Bi bawerîya Hesenpûr ev daxuyanî xwedî tu bingehek zanistî û teorîk nebû, nexasim bingehek dirokî jî nebû. Ji ber ku Hesenpûr mîna bersivek bo van gotinan ku digotin alfabeya Latinî taklidek ji Ataturk e, ji alîye dirokî derxist ku beri xebatên Mistefa Kemal, di sala 1920 li bajare Bexdayê hewldanek wisa ji alîye dayireya me’arîfê hatibû kirin. Hesenpûr bi metoda zimannasîya Marksîstî tekiz kird ku daxuyanîyek bi vî rengî mîna maskek ideolojîya temsilkirina îslamîtî, rojhilatîtî û îranîtîyê ye. Ji ber ku alfabeya Erebî (Aramî) -ku li başûr û rojhilatê Kurdistanê dête bikaranîn- mîna kevira bingehîn a avahîyekê didit ku li ser van sê stûnan hatîye damezirandin. (Hesenpour 2015, 42-66)

Hesenpûr weke kesatîyek şoreşger ti caran ji pirsa edaleta civakî veneqetîya û di sê qonaxa jîyana xwe de jî li ser çepgirbûn mîna normek insanî tekez dikir û li hember bê edaletîyê disekinî. Ji bo bizava rizgarixwaz a gelê Kurd ti paşerojek ji bili sosyalîzmê nedidît. “Ji bo Kurdistan û herêmê tu dahatîyek ji bili çepgirî nabînim. Rosa Luxemburg bi salan e ku gotîye an sosyalîzm an barbarîyet (wahşîyet). Bi nerina min ev gotin tu cara wek îro rast û cih de nebûye.” (hesenpour, 2007)

Encam

Kesatîya merivên xwedî bandor bi rêka hestkirin bi berpirsyaretî û helwestgirtin di qada giştî de dête afirandin. Kurdbûna Hesenpûr mîna qederek ev rastî xiste holê ku jîyan tê wateya cesareta famkirin û berxwedanê li hemberi xirabî, heya vê gavê ku karî, bi çalakîyên sîyasî li hemberî xirabî li ber xwe da û piştî vê jî, hewl da zêdetir xirabî bête naskirin, ta ku bikaribe carek din û bi awayekî din li dijî xirabîyê derkeve. Lewma cudatîya cesareta Hesenpûr ev bû ku li kêmasî û xirabîyên nav civaka Kurdi difikirî. Hesenpûr her tim bernegari bari bawi komelgay Kurd bû.

Nîşe: Di ve nivisê da, lêbûrîna xwe ji birêz Şehrzad Mojab dixwazim ku di vê nivîsê da nehatîye işaretkirin, rola wê mîna rêheval û hevjîna memosta Emir Hesenpûr ti car nabe bê jibîrkirin.

 

* Against tradition/li hember nerîtê. Bi daxwaza nivîskar ev sernav wek Soranî ma.

1 Peyvek yonani a kevin, di zimane inglizi Polymath: memosta an zanayek ku di Çend buyerê zanistê da xiwedi zanabunek mezin be.

2 Care of the soul

3 Examined life

4 phenomenon

5 (Re)production

6 patriarchal constitution

141

 

ÇAVKANÎ

Hasanpour, Amir. 2001. “Women of a Non-State Nation: The Kurds.” Edited by Shahrzad Mojab. mazda.

Hassanpour, Shahrzad Mojab and Amir. 2002. “The Politics and Culture of “Honour Killing”:The Murder of Fadime §ahindal.” Journal of Women’s Studies: Alam-e-Niswan 9 (2).

Hesenpour, amir. 2007. “kurd u hizira cep.” Rojev (govara xandevanen kurd a zaningehe tehrane) 2 (4-5): 255-262.

Hesenpour, Amir. 2015. sedeyek xebat le penawi zimani kurdida: tiori, sîyaset u ideoloji. silemani: jin. Mojab, Shahrzad, ed. 2015. Marxism and AND Femenism. london: Zed Books.

Patocka, Jan. 1996. Heretical Essays:In the Philosophy of History. Edited by James Dodd. Translated by Erazim Kohak. Carus Publishing Company.

Sultani, Enwer. 2017. “Emir hesenpour, kesayetîyek polihistor.” bir u hizir, pusper: 158-161.

Share.

Leave A Reply