Bibîrxistinên Evrim Alataş Çi Li Ber Me Dixin?

FEXRÎYA ADSAY

Dibe ku careke din wext hatibe em li dû xwe binêrin û çav li rabirdûyê bigerînin. Îro em çiqas li ser ‘îro û pêşeroj’a xwe li hev nekin, ewqas pêwîst dibe em li dû xwe vegerin. Ma kîjan pirsgirêk an nîqaşên îro dikare ji hegemonyaya rabirdûyê xilas bibe. Em çiqas jê dûr bisekinin, nexwazin wê bibînin jî, wê hukmê xwe li ser îro danîye ji zû ve. Wer xuyaye, em heta hesabê xwe yî bi dîrokê re nebînin, mejîyê me wê zelal nebe an belkî em ê nizanibin ka em îro çawa qala çi dikin.

Romana Evrim Alataşê Her Dağın Gölgesi Denize Düşer [Sîya her çîyayî dikeve ser deryayê] (2009, Îletişim, Stenbol) henceteke baş e ku mirov derîyê hin nîqaşên derbarê do-îro de veke, çend gotinan bike. Naveroka romana Alataşê bi sala 1994a vedibe lê 30-40 sal şûn ve diçe, tê dîsa li 1994a disekine. Her çiqas piştî demeke kurt piştî avabûna Komara Tirkîyeyê, bi destpêka nifûzkirina Komara nû li Kurdistanê dest pê bike jî, giranî li ser 30-40 salên dawî ye. Helbet cîûwarê romanê ne hemû Kurdistan e; Meletî, bi taybetî jî navçeya wê Akçadağ û gundê wê Gölpinar e, gundekî Kurd-Elewî ye. Gund mekana serekî ye û hemî bûyer li dor du malbatên serekî diqewimin.

Pirtûk bi şêwaza romanê hatîye nivîsandin lê wek nivîskar bi xwe jî di destpêkê de xwîner hişyar dike, li gor vegotinên kesên wê serdemê de jîyane hatîye nivîsandin. Geşedanên sîyasî yên salên 1960 û 1970yan ku têşegirtina hişmendîya li herêmê xala werçerxê ne, ji Teslîm Töre1 guhdarî kirîye. Geşedan an bûyer ne lê tenê hin hûr gilî hatine hûnandin. Kesên di romanê de cî digrin hemû di rastîyê de jîyane, yek jî ne çêkirî ye. Lewma, mirov dikare beşek ji rewşa civakî ya serdemekê ji vir bixwîne, li ser wan bipeyive.

Lê bo çi hewce dike em li ser pirtûkê lê a rast li ser wê serdemê bipeyivin? Di romanê de, gundê Golpinarê, bi temamî nebe jî ji gelek alîyan ve wek mînakeke mîkro ya erdigarîya bakurê Kurdistanê ji me ve xuya dike. Bi saya teswîra ku di nav hevîrê romanê de baş hatiye sitrandin, gundek tê li ber çavê me. Bifikirin, di destpêka sedsala bîstemîn de gundekî Kurd-Elewî di halê xwe de dijî. Dema Împeratorîya Osmanî de çand û aborîya xwe ya sedansalan xwe bi xwe berdewam kirîye. Têkilîya wan û dewletê bi sînor e. Têkilîya împeretorî û teba’aya wê çawa be li vir jî ew e. Komara nû-ava nahêle teba’aya wê jê dûr bimîne. Divê ew nifûzî her quncika ‘welêt’ bike. Kî heye kî tuneye, kî berê çawa dijî, bi çi zimanî dipeyive, bi çi bawer dike li wê nanêre. Lazim e her kes Tirk û Misilman be ewqas! Navçe û gund jî êdî dibistan û mamosteyan dibînin. Gundê Gölpinarê dibe yek ji gundên ewil ku dibistan lê çêdibe. Li navçeya Akçadağê Enstîtuya Gund (Köy Enstitüsü) vedibe. Bi gotineke din, derîyê Akçadağ û Gölpinarê ji cîhanê re vedibe. Kê ew derî vekiribe wê çanda wan, zimanê wan, hişmendîya wan di wî derî re were. Wisa jî dibe. Berê berê Tirkî tê di wî derî re. Zarokên ku yek peyv Tirkî nizanin û bi lêdanê fêr dibin, cîhanê bi zimanê Tirkî nas dikin. Hişmendîya wan li ser Tirkî ava dibe. Her diçe Kurdîaxêv kêm dibin, sal bi sal Kurdî winda dibe. Di salên 60 û 70yan de yên xwende êdî Kurdî nizanin. Dibistana ku bo Tirka dibe amûra bipêşxistina nasnameyeke neteweyî, geşkirina zimanê Tirkî, avakirina bîreke hevpar û hin nirxên din î hevpar, li Kurdistanê bandoreke wê berevajî çêbû. Rê li ber çêbûna nasnameyeke Kurd girt, zimanê Kurdî ji holê rakir, li gund an navçeyekê ew bîra hevpar çi be, ew da jibîrkirin. Bîreke bîyanî û nirxên bîyanî li ser Kurdan ferz kir. Hatibû wê radeyê ku wêneyên Hz. Elî û Atatürk li dîwarên malan de li ber hev bûn. Lewma Gölpinar wek gundê baştirîn hatibû hilbijartin, bi Tirkî “örnek köy”! Xulase, encamên dibistan û perwerdehîyê ji bo kolonî û hêza kolonyal têra xwe ji hev cûda ne. A yekem ji bêçand, bêziman, bêbîr, bênasname, bêşexsîyet dike, ya duyem ji her alî ve bi ser dixe.

Berîya her tiştî cîhan bi zimanê Tirkî û di ser Tirkan re nas kirin. Pirtûkê dixwendin bi Tirkî bûn û weşanxaneyên Tirka de çap dibûn. Rojeva rewşenbîrîya Tirka çi be a wan jî ew bû. An mixalefeta nav Tirka çi be a wan jî ew bû. Teslim Töreyê wek ciwanekî çalak û di nav lêgerînê de, xwe gihişt pirtûkên çep an sosyalîst, marksîst. Malbat û gundê wî jî bi sosyalîzm û wek armanc şoreşa sosyalîst bûn aşîna. Di nav vê lêgerînê de Denîz Gezmîş û hevalên wî nas kir û bi armanca şoreşa sosyalîst şerê bi çek dan destpêkirin li çîyayên dora gundê xwe û ji xwe em talîya vê serpêhatîyê dizanin… Ji niha û şûn de êdî qedera du malbatên gund (malbata nivîskar bi xwe û ya Teslîm Töre) bi vê serpêhatîyê şikil digre.

Heta van salan Feqîroyê Dêrsîmî ku ji qirkirina Dêrsimê sax filitî bû, gund bi gund digerîya û ji wan re qala wan salan dikir. Deşt û çîya û zozan û newalên Dêrsîmê de xelk çawa dihatin kuştin bi Kurdî yek bi yek digot, hêsir ji çavan dibarand. Nifşên nû bi serpêhatîyên Dêrsîmê û belkî gelek serpêhatî û çîrokên bi vî awayî mezin dibûn. Lê piştî salên 60 û 70yî êdî serpêhatî û çîrokên herêmî û Kurdî tên jibîrkirin (di romanê de ev nayê gotin lê ji atmosfera gund ev dîyar dibe). Dem dema xwendina klasîkên cîhanî û pirtûkên şoreşgerî û sosyalîst in. Kî xwendina wan hebe bi van mezin dibin. Di nav utopyayekê de wer bûne, hindik maye dev ji erd û zevîyên xwe berdin. Ma ne wê şoreş çêbibe, hemû mal û milk wê ji nû ve wek hev bên parvekirin…

Piştî têkçûna koma Denîz Gezmîşan (an THKO) ew li wê herêmê dibin qehramanê gundîyan ji biçûkan heta mezinan, kal û pîr, şivan û dergevan, cotkar û xwendekar, zarokên dibistanan. Êdî hebe tunebe rêxistinên Tirk ên çep û nîqaşên wan, şerên wan, nakokîyên wan jîyana gundîyan dagir dikin. Derdê Maoîst û Stalînîstan, derdê şoreşa karkerên cîhanê dibe derdê wan. Rêxistinên li dor van wek eşîrên neyar li ber pozê hev in, pîrekên ser tenûra şerê Maoîst û Stalînîstîyê dikin, bi van navan xeberan ji hev re didin. Xewn û xeyala zarokan ew e ku mezin bibin û bibin wek rol-modelên xwe Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan, Yusuf Aslan… Rêya wan nîvco hiştine bibin serî. Navê zarokên piştî salên 70yî ji Deniz, Devrim bigre diçe heta dibin Stalîn, Lenîn, Fîdel hwd. Her çiqas piştî darbeya 12ê Îlonê rewş biguhere jî rojeva gundîyan dîsa şoreş e ku vê carê bi qasî 10 sal berê ne ewqas bi hêvî bin jî dîsa ji rojevê dernakeve. Nifşên nû rol-modelên wan zêde neguherîne. Heta ku Fîdelê 17 salî, ku birazîyê Teslîm Töre ye û bi serpêhatî û qehremantîyên apê xwe û şoreşgerên din mezin bûye dikeve nav lêgerîneke wek a apê xwe yî 30-35 sal berê. Ew Fîdelê ku mezinên wî li ber Feqîroyê Dêrsimî mezin bûbûn, ne bi Kurdî dizane ne dizane ew Kurd e. Li dibistanê ji xwendekarên Dîyarbekirî û Mêrdînî ji Kurdbûnê, Kurdî haydar dibe, dema stranên Kurdî li ber guhê wî dikeve pê nexweş e. Lê xwîna wî dikele, divê bide ser rêya apê xwe û hevalên wî. Vê carê ew rêxistinên berê tunene an ne li ber çav in, ne li gor dilê xortekî xwînkelî ye. Ê ku dikare dilê wî rihet bike, çalaktirîn rêxistina şoreşger a bi çek PKK ye.

Bi rastî, lihevrasthatina Fîdel û PKKê mirov dikare wek rismê mezin î Kurda bixwîne. Wek ku Fîdel vegerîyabe ser koka xwe xuya dike lê ne êdî Fîdel Kurd e, ne jî PKK ew rêxistin e ku wî vegerîne ser koka xwe. Mixabin Fîdel hê xwe negihiştîye nav refên gêrîla, di rê de tê kuştin. Serpêhatîya wî di 17 salîya wî de bi dawî dibe, em nikarin li ser şexsê wî zêde tiştek bêjin. Lê em dikarin ji vir bi PKK dewam bikin. Ji ber ku PKK bi navê xwe çiqas partîyek Kurdistanî be jî, ji ber vizyona wê ya ji Kurdayetîyê û Kurdîstanîbûnê dûr, Tirkîyewî, şablonên wê yên çepgirîya salên 70yî, tîfaqa wê ya bi dewama ew rêxistinên wan salan (avakirina HDP)… dema ev hemû dikevin ser hev, wek serkeftina/encama wan salên di romanê de tê qalkirin xuya dike. Bi gotineke din, mirov bêje, di sala 1993ya de Fîdel çiqas ji Kurdbûnê dûr be êdî îro PKK jî ewqas ji Kurdbûnê dûr e, bawer dikim wê ne nirxandineke neheq be. Belkî em dereng jî mane hin pirsan bikin. Em çiqas karibin bersivên tijî bidî wan, em ê ‘îro’ya xwe û sedema sergêjîya xwe jî ewqas baştir fam bikin an emê bikaribin naveroka nîqaşên xwe tijî bikin: Ew ên wek lehengên vê romanê ku ji Kurdbûnê dûr ketibûn dema vegerîyan nav PKKê, gelo ew çiqas li Kurdbûna xwe jî vegerîyan? Ew li Kurdbûnê vegerîyan an xwe li ser rêxistinê ferz kirin? Gelo wan rêxistin ber bi alîyê xwe ve nekişandin û ji Kurdbûnê dûr nexistin? Hejmara wan her çi be kêmtir an zêdetir be jî, vîzyon/bêvîzyonîya wan a sîyasî niha di nav PKKê de ne serdest e?

Li vir belkî dikare bê gotin ku hemû Kurdên bakurî di heman tecrubeya di vê romanê tê qalkirin derbas nebûne ku sedema Tirkîyewîbûn û çepgirîya şablonîk ya PKKê ev be. Dibe ku ev rast be lê bi hêsanî ev dikare bê îdiakirin ku rewşenbîr û sîyasetmedarên bakur ku îro berê sîyasetê tayîn dikin di heman tecrubeyê re derbasbûne an hêza tayînker di destê wan de ye. Di salên 1970yî de, ew sîyasetmedar û rewşenbîrên ku ava Kurdistanê vedixwarin, lingên wan li ser axa Kurdistanê bû, li hemberî nifşê nû yê wê demê ku li zanîngehên Tirkîyeyê çavê xwe vekiribûn, ji wir li Kurdistanê dinêrîn, têkçûn. Serdestî derbasî vî nifşî bû ku ji zanîngehan derçûne, hişê wan bi perwerdehîya rejima Komarê şikil girtîye.2

Hin berhem hene, her çiqas mirov wan dûrî xwe bibîne û jê dûr bisekine jî, bo berfirehkirina nîqaşan de derfetên baş didin. Romana Evrim Alataşê jî yek ji wan bû. Tevî ku zimanê rewan ê Alataşê xwe xweş dide xwendin û nahêle xwîner di nav bûyerên li dû hev bixeniqe an aciz bibe, roman bi naveroka xwe, bi meseleya xwe hêja ye mirov li ser bisekine, nîqaş bike. Dike ku em karibin bi rêya berhemekê li ser diho û îroya xwe biaxivin an ji nîqaşên xwe re bikin zemîn û wan têrûtijîtir bikin. Nîqaşên bi vî awayî belkî ji sergêjîya me ya civakî re jî bibe derman.

Helbet ev nivîsa derengmayî ne nivîsa yekem e ku li ser vê pirtûkê hatîye nivîsandin. Di çendîn malpêr û rojnameyan de çendîn nivîs hatine nivîsandin lê ev bêtir di awayê danasîna pirtûk û naveroka wê de ne. Piranî wek bibîrxistinên ku her kes li ser hemfikir be hatine dîtin û bo dilxweşkirin û haypêxistinê hatine nivîsandin. Rê li ber nîqaşekê venekirine an tiştek lê zêde nekirine (nivîskarên hin ji wan nivîsan û rojname an malpêrên tê de hatine weşandin ev in. Di googlê de her kes bi hêsanî dikare bibîne: Esra Aşan-Bianet, Turgay Özçelik-Sol Haber Portalı, Şehmus Diken-Birgün Gazetesi, Ayşe Düzkan-haberveriyorum.net, nivîskar ne dîyar e-Yasak Mermi, Hev- peyvîn-Sabah Timetürk, nivîskar ne dîyar e-Cumhurîyet). Ji wan nivîsan tenê ya di Yasak Mermî de ji rexneyên sîyasî û estetîk ên ji riwangeya çepgirekî Tirk pêk tê.

Yek ji sedemên nenîqaşkirina vê romanê koçkirina Evrim Alataşê ya bêwext be, ya grîngtir ew e ku em hîn nebûne berheman nîqaş bikin an di ser berhemekê re nivîskî nîqaş bikin. Nîqaşên me bêtir bi devkî ne û bi çend hevokên hevşib her dem bi eyn awayî tên dubarekirin. An nivîskara/ê berhemekê nas be, destê me lê nagere tiştekî li dijî nêrîna wê/î bêjin derbarê berhemê de. Em dengê xwe dernaxin, derxin jî ji bo pesindayinê dengê xwe derdixin. Halbûkî li ser naveroka vê romanê her çi bê gotin ew ne qedrê berhemê ne jî qedrê nivîskara wê kêm dike, berovajî vê zêde dike û dike ku keda wê cîyê xwe bîbîne.

 

1 Teslim Töre xalê Evrim Alataş e. Rola wî ya di romanê de sereke ye ji ber ku ew e yê ku bi Deniz gezmiş û hevalên wî re dikeve têkilîyê, wan tîne Meletîyê û di dîroka Tirkîyeyê, bi taybetî di dîroka çepê Tirkîyeyê de serdemeke nû didin destpêkirin. Töre, di sala 1939a de hatîye dinyayê. Di 1963ya de di nav Partîya Karkeran a Tirkîyeyê (TİP) dest bi sîyaseta çalak dike. Di 1969a de ji Meletîyê bo parlamenterîyê dibe namzedê serbixwe yê sosyalîst. Piştî vê salê fikra sîyaseta îllegal a bi çek pê re çêbû. Di sala 1971ê de di damezrîna THKOyê de (Türkîye Halk Kurtuluş Ordusu/Artêşa Rizgarîya Gel a Tirkîyeyê) cî girt. Tevî koma Deniz Gezmiş li Meletîyê li çîyayên Nurhaqê şerê bi çek dan destpêkirin. Di demeke kurt de têkçûn. Ew filitî lê hevalên wî Deniz Gezmiş, Hüseyin Înan û Yusuf Aslan hatin darvekirin. Ew careke din venegerîya Meletîyê. Çû Şamê bi Rêxistina Rizgarîya Filistînê (RRF) re ket têkilîyê. Di 1974a de vegerîya Tirkîyeyê. Di vegerê de li Entab, Semsûr û Mereşê karên birêxistinkirina sîyasî domand. THKO vejand. Di Gulana 1980ê de TKEP (Partîya Keda Komunîst a Tirkîyeyê) ava kir. Bi dû derbeya leşkerî re dîsa çû Filistînê. Di 1988a de vegerîya Tirkîyeyê û heta 1993ya xebatên sîyasî yên îlegal meşand. Vê salê hat girtin, heta 2001ê di girtîgehê de ma. Di 1994a de di encama tifaqa HADEP û Partîya Yekbûyî ya Sosyalîst ji Entabê careke din bû namzed bo parlamentoyê lê bi ser neket. Dema di girtigehê de bû, di sala 1996a de bû endamê damezrêner ê partîya çep ÖDPê. Ji ber cezayekî giran lê hat birîn, di 2003ya de çû Swîsreyê û hê li wir dijî.

2- F. Adsay, “Di navbera bîranîn û bîr‘ne’anînê de ‘Desteyek Ji Çîroka Jîyana Min’” http:// www.basnews.com/index.php/kr/opinion/325518 -F. Adsay, “Bîranîn û serborîyên Şakir Epözdemir” http://www.basnews.com/index.php/kr/ culture-arts/book/330941

Di van herdu nivîsan de, bi rêya bîranînên Mehmûd Yeşîl û Şakir Epözdemir re ev mijar tê nîqaşkirin.

Share.

Leave A Reply