Neteweperwerî ji bo sazkirina “civata muxayel” bi amrazên wêjeyê re di nav pêwendiyê de bûye. Li Ewrûpayê hilatina neteweperweriyê wek şêweyek wêjeyî bi hilatina romanê re ketiye tev, lê di wêjeya kurdî de ev helbesta modern e ku hevalbendiya vê fenomenê kiriye û roman, wek cureyekî berbiçav, heta 1950yî jî ne li holê bû. Di vê nivîsê de ez nîqaş dikim ku gelekî beriya peydabûna çapemeniya çapxaneyî, ku di xebatên li ser destpêka neteweperweriya kurdî xala navendî ye, bo kurdan bingeha neteweyê di nav hilberîna helbestkî ya dawiya sedsala 19. de û bi taybetî bi helbestên Hacî Qadirê Koyî (1817-1897) hatiye avêtin. Koyî wateyek nû ya kurdayetiyê afirand û wek “weten/welat” diyar kir, ev bi wateyek nû a siyasî axeke sînorkirî bû, wî bi vê hîmên neteweperweriya kurdî avêt. Ez ê li ser rabêja helbestkî ya Koyî, retorîka wî ya tehrîpkar û tevkariya bo avakirinê, geşbûn û belavbûna neteweperweriya kurdî bisekinim. Xebateke li ser deqên wêjeyî yên dawiya sedsala 19. ku heta vêga nehatiye dîtin, wê dînamîzma neteweperweriya kurdî û peywenda peydabûna wê ya tevlihev ronîtir bike.
Author: Fexriya Adsay
Xwendineke dijmêtinger li ser “Pirça Winda” Fexriya Adsay Kurte “Elbet ez ê xwe bi awayekî teng di nav girêdana civatekê de (partîkularîzm) binax nekim. Lê qet niyeta min tuneye ku ez xwe di rêya gerdûnîtiyeke xumamî, bêşikl û şemal de jî winda bikim.” Aimé Césaire Di pêvajoya mêtinsaziyê de, ligel amûrên şidetê, wêje jî tê de bi zanebûn an bêzanebûn hemû şaxên çandê tên bikaranîn. Di nav civakeke mêtinkirî de jî asayî ye ku wêje û rexneyek dijmêtinger zîl bide. Di wêjeya kurdî de çîroka “Pirça winda” yek ji wan mînakan e ku li dij rabêja mêtinger radibe, wê berovajî…
Destpêka Şanoyê li Başûrê Kurdistanê Mahroo Raşidîrostamî – Ji îngilîzî: Fexriya Adsay Kurte Mijara vê nivîsê destpêka şanoya di şêweyê rojavayî ya li başûrê Kurdistanê ye. Nivîs rave dike ku li Kurdistanê dîroka şanoyê bi dîroka perwerdehiyê ve girêdayî ye. Ji ber çend sedemên sosyopolîtîk li Silêmaniyê derket û geş bû. Silêmanî di bin rêvebiriya Babanan de dîrokek wê xwe-îdarekirinê hebû û lewma karakterekî kurd î cuda pê re çêbûbû ku ew kir navenda çalakiyên netewperweriya kurdî. A din, li Tirkiyeyê qedexekirina ziman û çanda kurdî kir ku gelek rewşenbîr û esilzadeyên kurd ên ji Silêmaniyê vegerin malbajarê xwe ku…
Romanûs wek Mamoste[1] Chinua Achebe – Ji îngilîzî: Fexriya Adsay Cureyê ku ez dinivîsim li cihê ez lê dijîm bi îzafî tiştekî nû ye û hê jî gelekî zû ye ku mirov rabe bi hûrgilî qala têkiliya navbera me û xwînerên me bike. Bawer im dîsa jî dikarim bi rihetî li ser aliyekî van têkiliyên ku kêm caran tê qalkirin, bisekinim. Ji ber perwerdehiya me ya ewrûpî nivîskarên me wê mazûr bên dîtin ku bibêjin têkiliya di navbera nivîskarên ewrûpî û xwînerên wan li Efrîkayê xwe ji nû ve hildiberîne. Em ji Ewrûpayê fêr bûne ku nivîskar an hunermendek li…
Hêrs: Cebilxaneya Zanîn û Enerjiyê[1] Audre Lorde[2] ji îngilîzî: Fexriya Adsay Nîjadperestî: Nîjadperest bawer dike ku nîjada wî/wê bi awayekî xwezayî di ser êdin re ye û lewma jî di xwe de mafê serweriyê dihundirîne û îma dike. Jin bersiva nîjadperestiyê didin. Bersiva min a bo nîjadperestiyê hêrs e. Ez bi vê hêrsê dijîm, xwe bi wê xwedî dikim, fêr dibim wê bi kar bînim beriya ku ew dahatûya min biherimîne. Wextekê min ev di bêdengiyê de dikir, ji barê wê ditirsiyam. Tirsa min a ji hêrsê tiştek fêrî min nekir. Tirsa we ya hêrsê jî wê tu tiştî fêrî…
FETISÎNA DI NAV PIRTÛKAN DE Fexriya Adsay Nivîskarek dema hê nivîsa xwe di serê xwe de disêwirîne, di serê wê/wî de pirsên çi, çawa, çima û ji bo kê dinivîsîne diçin û tên. Bersiva van pirsan li gorî dem, civak an kesan her daîm di nav veguherînekê de ye ku ewqas awayên vegotinê û cureyên nivîsê hene û wê hebin. Bersiv gelek caran bi giştî bi epîstemolojî û paradîgmaya serdema nivîskar re girêdayî ne. Piştî van diyarkerên bingehîn peywenda siyasî, aborî, çînî, civakî û çandî ya nivîskar di şêwe û naveroka nivîsê de xwedî bandor in. Lewma asayî ye ku…