Nîqaşek li ser Hamal Kürt an Hemaltîya Nû ya Mücahit Bilici

FEXRÎYA ADSAY

Sosyolog Mücahit Bilici salên dawî de bi nivîsên xwe yî di rojnameyên Tirkî Taraf Yeni Yüzyılê de hat naskirin û bala me kişand ser xwe. Di nivîsên wî de tişta zêdetir bal dikşand, wek sosyologekî deşîfrekirina wî ya kodên ziman û rabêjên sîyaseta rojane û bitêgînkirina sergêjî an tevlîhevîya me ya zihnî bû. Ji ber ku gelek ji deşîfre û têgînên wî di nîqaşên zihnî de tevkarîya tijîkirina valahîyekê dikirin, cîyê xwe dîtin û piştî ku ev nivîs, tevî yen nû, wek pirtûk bi navê Hamal Kürt [Kurdê Hemal] ji nav weşanên Avestayê de (2017) derketin jî elaqeyek baş dîtin.

Navê pirtûkê bo çi Hamal Kürt e? Bilici angaşt dike ku berdewamîyek heye di navbera hemalên Kurd ên rastîn ên li Stenbolê û bi giştî hemaltîya Kurdan a metaforîk de ku barê fikrên gerdûnî û îdealan hildigrin bêyî ku hay ji eslê wan baran hebin. Dibe ku ew bar bi nav bratîya gelan an umet be, bratîya dînî, mirovatîya mezin, enternasyonalîzm an rizgarîya gelên Rojhilata Navîn be lê di eslê xwe de ew barê Tirkbûn û dewleta Tirk in.

Di pirtûkê de ligel hemalîya Kurdan, yek ji babetên bêtir derdikevin pêş destnîşankirina newekhevîya navbera Kurd û Tirka, tahakuma îdeolojîk a li ser Kurda û encama vê tahakumê li ser hişmendî û awayê fikirîna wan e. Girêdayî vê destnîşankirinê jî peşnîyaz an çareserîyên bo têkbirina vê newekhevî û tahakum, û dekolonîzekirina hiş û nasnameya Kurd jî beşeke grîng a pirtûkê pêk tînin. Bilici dema rêya çareserîya sîyasî û rewşenbîrî pêşkêş dike fikra neteweperwerîyê mehkûm dike, û ji dêvla wê fikra heqperestîyê pêşnîyaz dike û derdixe pêş. Armanca vê nivîsê jî ji danasîna naveroka pirtûkê bêtir wê nîqaşkirina van herdu têgehan be. Lê ev nayê wê wateyê ku ji naveroka vê pirtûkê tenê ev herdu têgeh hêjayî qalkirinê ne an armanca nivîsê destnîşankirina alîyên wê yî nerênî ne. Bîlakîs, alîyên pirtûkê yên erênî gelekî zêdetir in ku bi tespît û analîzên xwe xwînerên xwe têr dikin. Têgeh û metaforên wek ‘Kurd û zarokatî’, ‘Kurd û serban’, ‘mirovatîya patolojîk’, ‘şideta sembolîk’, ‘îhtimala kirina xirabîyê’, ‘Kurdên milyaket an milyaketbûna Kurdan’, ‘mamosteya/ê Tirk, xwendekara/ê Kurd’, ‘tirsa xwebûyînê’, ‘windabûna di kuçeyên gerdûnîhezîyê de’, ‘restorasyona xwebûnê’, ‘nexweşîya teorîyê’, ‘amrazbûna bo teorîyên bîyanî’, ‘hêkên Barzanî yên gund û hêkên Öcalan ên organîk’, ‘gundîtî’, ‘netewe: xwetîya kolektîf’, her yek ji van asoya xwînerên xwe firehtir dike û tam’a xwendinê dihêle di hişê wan de. Mesele ev e ku, xuya ye neteweperwerî wek têgeheke piralî û pirtebeqeyî li vir bi yek alîyê xwe cî girtîye û ji pirwateyîbûna xwe hatîye dûrxistin. Beramberî wê, heqperestî jî wateyek ji xwe zêdetir lê hatîye barkirin. Loma, ev herdu bêtir pêwîst e bên nîqaşkirin.

Neteweperwerî an heqperestî?

Li gor Bilici, ji bo Kurd bikaribin xwe bi muxatabê xwe (Tirk) bidin qebûlkirin, heta derkeve asta însanbûnê lazim e bi xwe re li hev bin, ji xwe razî bin an ji xwe bawer bin. Ger Kurd wê ji xewa xwe şîyar bibin, ku mecbur in şîyar bibin, rêya vê netewebûyîn e. Netewebûyîn jixwe bo mirovan zarûrîyetek e di vê serdema modern de. Ya na mirov wê wek ‘parçeyên biçûk, takên serserî di nav hovîtîyê de’ bimînin. Wek ku Bilici ji Bediuzeman neqil dike ‘dem dema cemaetan (netewe, çîn, cemaet)’ e. Her çiqas ‘cemaetên muxayel’ gelek caran tak û kêmaran bêyî rizaya wan di nav xwe de dihelîne, dîsa jî zarûret e bo mirovan. Mirovan ji tiştekî biçûk vediguhêzîne dike parçeyê tiştekî ji xwe mezintir, mirov ji bo tena serê xwe bijî nehatîye afirandin, ew li gor jîyaneke bi piştgirîya bi kesên din re hatîye afirandin. Lewma nasnameyên kolektîf, ger bi darê zorê nehatibin qebûlkirin, bo demokrasîyê jî pêwîst in. Netewetî wek girêyeke mirov bi cemaetekê ve girê dide him insanî ye him fitrî ye, Îslamî ye jî, wek xwetîya (bi Erebî, ene) şexsî. Ligel vê li hember netewe-dewletê jî xwedî boçûneke erênî ye û yên li dijî wê argumentan hildiberînin tawanbar dike ku naxwazin pawana tahakumê ji destê wan biçe. Yanê, xwedîdewletbûn çiqas mafê neteweya Tirk be ev mafê neteweya Kurd e jî.

Heta vir temam lê ji vir şûn de ku dor tê ser pirsa bingehîn “Kurd wê çawa bibin netewe?”, tevlihevîyek çêdibe û cî ji nîqaşê re vedibe. Bilici, netewetîyê çiqas bi erênî pênase dike, neteweperwerîyê ewqas bi nerênî pênase dike û neteweperwerîyê bi awayekî kategorîk red dike û Kurdên neteweperwerîyê wek rêbaza netewebûnê dipejirînin rexne dike. Çima? Digel ku dibêje ‘neteweperwerî çêkirina cimaeteke ji ‘takên serserî’ ye’ û fazîletên netewebûnê rêz dike, di dawîya heman nivîsê de dibêje ‘netewetî, ger xwetî (benlik) be neteweperwerî xweperestî ye (bencillik); netewetî muspet e, neteweperwerî menfî ye. Netewetî fitrî ye û lazim e, neteweperwerî menfî ye, înkarker e’ (r.180-81).

Di nivîsa bi sernavê “Neteweperwerî: Korbûneke dilxwaz” (r.189) de neteweperwerîyê wisa pênase dike: Neteweperwerî, xweperestîyek e ku derfet dide ew ên xwetîya wan ji wan hatîye stendin ku xwetîya xwe restore bikin. Lewma divê ev wek korbûneke dilxwaz bê dîtin. Ji ber ku, dibêje Bilici, ew ê ji xwe pê ve li kesî nafikire, xweperest e, bi awayekî din nizane. Neteweperwer ew ji xwe re kirîye kar ku ji xwe pê ve li kesî nefikire. Heta dibêje, kesên neteweperwer tenê xwedîyê hest in lê ji aqil bêpar in, ‘nikarin teorî çêbikin ji ber ku aqlê wan tuneye’! û tenê vê dibêjin: her tiştê aidî min xweşik e, ger ne aidî min be nexweşik e. Û wisa dewam dike, neteweperwer ew e ku ji rêya aqil derdikeve, dikeve ser rêya hestan û careke din ji wir venagere. Alternatîfa vê heqperestî ye; ew tenê bi aqil hatîye xemilandin, ji hestan dûr e.

Kesên dixwazin xwetîya wan ji wan hatîye dizîn restore bikin, çawa dikare bi awayekî ewqas nerênî werin pênasekirin an tohmetkirin? Yanê ew ên heta îro li xwetîya xwe xwedî derketine û restore kirine hemûyan tenê her tiştê xwe di ser êdin re dîtine, ewqas?! Ev nayê famkirin. Ji ber ku dema yek neteweya xwe di ser yên din re digre ji xwe ew dibe nijadperest. Li gor pênaseyên Bilici yên li jor em ê nijadperestîyê çawa pênase bikin? Dema neteweperwerên Kurd îro hewl didin ji bin tehekuma dewleta Tirk derkevin tenê xweperestî dikin? Em Kurda deynin alîyekî, dema Cezayirî li hember Fransayê rabûn wan tenê wek korên dilxwaz xweperestî kirin? Tevgerên sîyasî yên kolonîyên sedsala 20mîn de serbixwe bûn, tişta kirin tenê xweperestî bû? Îro ev tevgerên serxwebûnxwaz hemû di nav lîteratura neteweperwerîyê de cî digrin lê nehatîye dîtin ku yek ji van tenê wek xweperest û ji rêya aqîl derketî hatîbe pênasekirin an qalkirin. Kîjan zanyar, lêkolînvan an teorîsyenê neteweperwerîyê pênaseyeke wisa kirîye? Ger Bilici dixwaze bêsedem (ji ber ku ji me re sedemeke qanihker nabêje), bêyî wan rexne bike hemû lîteraturê û fikrên berîya xwe deyne alîyekî tiştekî nû bêje, ev ne rêbazeke zanistî ye û ne qanîhker e.

Heqperestî çima ji neteweperwerîyê maqûltir be? Em ê çawa bigihêjin wê encamê ku ‘heqperest’ ji hestan şuştî ye û tenê bi aqil hatîye xemilandin, her tiştî di bêjinga aqil re derbas dike? Ji xwe aqilê mirov jî her tim çiqas li ser edalet û heqîyê tevdigere ew nîqaşeke gelek kûrtir û dirêjtir e. Çima kesekî neteweperwer ne heqperest be jî an çima neteweperwerî heqanîyetê di nav xwe de nehewîne? Çi asteng heye ku em bêjin filankesê neteweperwer bi hêqanîyet e (dibe ku ne wisa be jî), yanê tevî heqê xwe li heqê kesên din jî difikire. Ev çima tiştekî di her hal û mercan de ewqas dûrî aqilan be? Heqanîyet dikare wek qaîdeyeke exlaqî di hemû tevgerên sîyasî de bibe pîvanek ku karibe tevgerên mirovan bisînor bike an li gor vê qaîdeyê bên rexnekirin. Ji bo civakek bikaribe xwe ji mêtingeran xilas bike, bibe xwedîyê îradeya xwe û xwetîya xwe tevgerek sîyasî jê re divê. Lazim e bi tevgereke sîyasî gelê xwe şîyar bike, seferber bike, wan têxe nav tevgerê, navê vê jî dikare neteweperwerî be. Nabe heqperestî bibe navê tevgerekê, ew dikare bibe pîvaneke sereke ya vê tevgerê ku bikaribe pê li frenê ke û nehêle ji rêya heqîyê derkeve. Ma di kîjan tevgera mirovî de rîsk tuneye? Kîjan fikr, îdeolojî, teorî ji rîskê bêpar e? Ma ne Bilici bi xwe jî dibêje însan ew afirînde ye ku, îhtimala xirabîyê di xwe de dihewîne û cudatîya wan a ji milyaketan ev e.

Bilici gelek bal dikşîne ser rîskên neteweperwerîyê û lewma heqperestîyê wek alternatîf pêşnîyaz dike. Çi ne ew rîsk? Bi dîtina wî, neteweperwer piştî ku xwetîya xwe restore dikin an derfeta desthilatdarîyê dikeve destê wan jî êdî nikarin pê li frenê kin û bisekinin; xweperestîya wan tûjtir dibe û ew tahakumê li êdin dikin. Bi rastî, digel ku baş dizanim armanca Bilici helbet ne ew e lê derdikeve heman cî, ev awayê rexneyê cudatîya wê zêde ji rexneyên Tirkên Îslamî û çepgiran tuneye ku Kurd kengî hewl bidin bibin xwedîyê xwetî an îradeya xwe, Îslamî û çepgir wan di cîyê wan de didin sekinandin bi îdealên gerdûnî wek umet û bratîyê. Helbet ligel tawanbarkirina bi asabîyetî û neteweperestîyê heta nijadperestîyê. Ev îdealên gerdûnî çawa Kurdan pasîfîze dike heqperestî jî dikare tenê wan bi heman awayî pasîfîze bike. Bi nêrîna Bilici çi ye ferqa heqperestîyê ji neteweperwerîyê? Herdu jî li dijî neheqîyê ne lê ‘neteweperwer ji ber ku neheqî li dij wî/wê ye dij derdikeve, heqperest ji ber ku ew tişt şaş e li dij derdikeve. A ewil, başîyê tenê bo xwe dixwaze, a duyem bo her kesî dixwaze.’ Heqperest li kuderê cîhanê neheqîyek hebe li hember wan e, neteweperwer tenê li hemberî neheqîya li dij xwe ye. Ji xwe îro pirsgirêka me Kurda ne ew e ku em ji vê xemxurîya ji me zêde muzdarîb in? Geh em dikevin bin barê heqperestîya bo gelên umetê geh dikevin bin barê heqperestîya bo mafên gelên Rojhilata Navîn û bîlumum gelên din. Pêşnîyaza Bilici jî ne pêşnîyaza hemaltîyeke din e? Em îjar guh bidin heqperestîya Bilici, wê kengî ji şaşî û neheqîyên li cîhanê dor were ser neheqîyên li me? Em ê kengî çawa li xwe bifikirin? Li alîyekî Bilici bi xwe jî vê rexne dike ku heta em li xwe nefikirin û xwe xurt nekin ti fêdeya me li kesekî din nayê. Em ên ku nikarê heqê xwe biparêze, kî ne ku heqê gelên din biparêzin û bi vî halê xwe em ê bikaribin çi biguherînin, kî wê me muxetab bigre? Bîlakîs, heta radeyekê em ne xweperest bin, em ê çawa xwetîya xwe restore dikin? Bilici bersiva vê nade digel ku ev pirseke acîl e, ew jî di ser wê re gav dike û tenê behsa rîskên piştî pêvajoyeke muxayel dike.

Ev awayekê ku Bilici neteweperwerîyê rexne dike û heqperestîyê wek alternatîf destnîşan dike, dişibe rexneyên Abdullah Ocalan ên bo netewe-dewletê. Mirov dikare gelek alîyên nerênî û rîskên netewe-dewletê bijmêre lê ew ti fêdeya wê li me nayê. Wek Bilici jî dîyar dike netewe-dewlet him di nav pergala cîhanê de gelek alîyên wê yên erênî jî hene û him piştî ku bê tecrûbekirin dikare jê bê derbaskirin an bê redkirin. Keza, xweperestî an neteweperwerî jî wisa ye, digel hemû rîskê wan heta neyên tecrûbekirin ew jî nabe bên redkirin. Kesên xwetîya wan tunebe çima ewqas qala xweperestîyê bikin û xwe bi xwe pasîfîze bikin an rêya xwe şaş bikin? Kesên netewe-dewleta wan tuneye û li kuçe û kolanên gerdûnîtîyê serserîkî digerin an dibin ‘pratîka teorîyên xelkê’ çima ewqas qala rîskên netewe-dewletê dikin û nafikirin wê çawa vegerin mala xwe?! Çawa ku fikrên îdeal Kurda tenê di asta milyaketbûnê de dihêle û nahêle bibin însan, heqperestî jî dikare yek ji wan be. Rewşenbîr û sîyasetmedarên gelekî parçebûyî (fizikî û zihnî) ku ji çar alîyan ve lêdanê dixwe, çima ewqas li ser rîskên neteweperwerî û netewe-dewletê ku ti carî nikarin nêzî wân bibin, serê xwe diêşînin?

Û tiştekî din, dema mirov bal bikşîne ser newekhevîya navbera neteweyan, û netewetîyê û netewe-dewletê qebûl bike lê neteweperwerîyê qebûl neke, ev dibe wek mirov bi newekhevîya navbera zayendên jin û mêran re serê xwe biêşîne, behsa mafê jinan bike lê behsa feminîzmê neke, wê red bike. Feminîzm jî ew rîska wê heye ku jinan di ser mêran re bigre û hemû başî bo jinan bixwaze, ku ev dibe jî, lê nabe ku bi temamî bê redkirin û tenê bi vê rîskê bê pênasekirin. Heta ku wekhevîya navbera jin û mêran neyê sazkirin wê feminîzm navê wê tevgera wekhevîxwazîyê be, û encax piştî vê wateya xwe winda bike û tenê bi rîskên xwe bê qalkirin.

Neteweperwerî

Bi qewlê Craig Calhoun1 neteweperwerî projeyek e ku di nav gelek ceryan, çeşitdarîya çandî, sîyasetên dewletê de û bi qismekî xwe ji alîyê retorîga neteweperwerîyê hatîye şêwandin. Ew awayêkî retorîga axaftinê ye ku derbarê gelek tiştan de dipeyive lewma yek pênase an teorî nikare wê rave bike. Ne ku hewcedarî bi teorîyê tuneye lê teorîyên pirane jê re divê. Lê Calhoun qala sê rehendên wê dike: 1- Neteweperwerî wek rabêj. Ev rabêj li her derê dinyayê dike ku mirov hêvîyên xwe di çarçoveya netewe û netewe-dewletê de bi cî bikin û bo vê, boçûnên çandî, retorîk, ziman û awayekî fikirînê hilberînin. 2- Neteweperwerî wek proje. Civat xwe aidî kîjan neteweyê bibînin, bo berjewendîyên wê tevgerên civakî û sîyasetan hildiberînin, bi rê ve dibin. Hedef, dibe ku bi dewleta mewcûd re entegrasyoneke xurttir be, xweserîya neteweyî, serxwebûn, yekkirina hin parçeyên axê be hwd. 3- Neteweperwerî wek awayekî nirxandinê. Ev îdeolojîyên sîyasî û çandî ku raserîya neteweya xwe diparêzin, dihewîne. Piranî sîyaseta dewletan bi bîr tîne lê ev ne şert e. Ev rehendê sêyem, statuyeke danekirina (yaptırım) exlaqî dide neteweperwerîyê. Wek mînak, divê sînorên netewe û dewletê li hev rûnin an endamên neteweyê lazim e riayetî nirxên exlaqî yên wê neteweyê bikin. Hin helwestên -qirkirin, pişaftin, neyartîya bîyanîyan hwd.- ji rûyê vê statuya danekirinê neteweperwerîyê vediguhêze bo sedaqateke ji neteweyê wêdetir2 an sedaqata tehrîbkar.

Sedaqata tehrîbkar a rehendê sêyem de, ku rê li ber xweperestîyê vedike (bawer im qesta Bilici hinekî ev e) ne şert e neteweyî be, yanê kanîya vê tenê ne netewe ye. Ji hebûna mirovayetîyê vir ve, sedaqata mirov a bo civata xwe tiştekî bingehîn û yek ji qedîmtirîn taybetîyên mirovî ye. Lewma sedaqata tehrîbkar tenê ji neteweperwerîyê nazê û di her cimaetê de (heta komê de) ew rîska sedaqata tehrîbkar heye. Dema civak an dewletên demokratîktirîn dibin mevzûbehîs, ku dema qala neteweperwerîyê dibe navê wan nayên hildan, rehendên 1.û 2. di wan de tên çavdêrîkirin. Kîjan dewlet îro rabêjeke wan a neteweperwer tuneye? Kîjan ji van demekê projeyeke wan a neteweperwer tunebû û hê jî tuneye? Dîsa bi qewlê Calhoun, dema gelên bindest li hemberî dewletên serwer têdikoşin neteweperwerîya wan -wek pirsgirêk- xuya dike lê ya serweran xuya nake ji ber ku di nav pawana şîdetê ya dewletê, qanûn û pergalê de ji ber çavan winda dibe. An nayê dîtin ku cîhanê neteweperwerî bi rê ve dibe. Bi taybetî jî li welatên Rojavayî yên dewlemend, neteweperwerî ewqas bûye parçeyek ji wan -ji sazkirina welatîbûn, pasaportê bigre heta senifandina wêje û sînemayê, nêrîna wan a li dîrokê, perwerdehî hwd.- êdî ew nayê dîtin. Dewlet an neteweyên serwer û sazîyên navneteweyî ku ji wan pêk tên, ji bo pergala heyî xira nebe, neteweperwerîyen serhildêr mehkûm dikin û tenê di nav kategorîya pirsgrêkan de dinirxînin. Têra xwe akademîsyenên wan jî hene ku vê rewşê teorîze bikin ku neteweperwerîyê piranî wek pirsgirêkekê nîqaş dikin. Serwerîya wan a xurt a di akademîyê de dike ku ev boçûna wan sîrayetî xwendeyên ew gelên bindest/serhildêr jî bike.

Dibe ku bandora vê helwesta nîzama rûniştî be ku Bilici neteweperwerîyê tenê bi nerênî dinirxîne. Gelo bandora tawanbarkirinên dîndar û çepgirên Tirk e, ku her Kurd marûzî wan mane, hê ji ser xwe neavêtîye? Ligel vê, Bilici di pirtûkê de û di hin gotûbêjên xwe de jî bi israr dibêje ‘ez ne Kurdcî me (ben Kürtçü değilim)’. Ev gotin jî bêje nebêje wê xwe-parastina li hemberî tawanbarkirinên Îslamî û çepgiran tîne bîra mirov. Ji xwe ev gotina ‘Kürtçü’ ji wan derketîye û Bilici bi xwe pir baş rave dike ku di bin vê gotinê de çi heye çi tuneye. Ewçax çima xwe mecbûr dibîne ve gotinê bike ji dêvla ku wê berteref bike? Ewqas qala netewetî û xwetîya kolektîf dike û ji neteweperweran baştir mafên kolektîf ên Kurda teorîze dike lê demildest fikra neteweperwerîyê jî red dike û rê li ber êrîşeke muhtemel digre wek mekanîzmayeke xwe-parastinê. Li gor min, ev helwest bi xwe bandora xurt a tawanbarkirinên Îslamî û çepgiran raberî me dike.

Encam

Yek ji hevokên xurt û bi bandor ên Bilici ev e: Heta ku Tirk ji Kurda netirsin wê hurmeta wan tunebe ji Kurda re. Xebera wî ye, têkilîyek xurt heye di navbera tirs û hurmetê de. Vê jî le zêde dike, yek ji tiştên ku Tirk jê bitirsin ‘îhtîmala ku Kurd bikaribin xirabîyê bi wan bike.’ Ev xirabî ne tenê bi rêya bikaranîna şideta qebe ye, xwetîya kolektîf a Kurda dikare ji çekan bêtir wan bitirsîne. Ji ber ku tişta zêdetirîn jê ditirsin îhtimala veqetîna Kurda û tengbûna sînorê Tirkîyeyê ye. Kurd derûnîya zarokatîyê ji ser xwe bavêjin, balix bibin encax ew îhtimal çêdibe an xurt bibe, ku bo vê xwetîyeke xurt û hişmendîya neteweyî divê. Ev ê çawa bibe? Heqperestîya Bilici têr nake bo vê. Tenê Kurda ji hemaltîya îslamîtî û çepgirîyê derdixe (belkî) lê îjar wan dike hemalê heqperestîyê. Lazim e îro Kurd bi her awayî îtibara neteweperwerîyê îade bikin ji her kesî bêtir lê xwedî derkevin; li ser proje û rabêjên neteweperwer nîqaş bikin an netewepwerîya Kurd heye an tuneye vê nîqaş bikin, ne ku rîskên (neteweperwerîyeke li holê tune) wê li pey hev bare bikin û jê birevin, ya na hemaltî wê dewam bike bi rengekî nû. Bi gotineke din, niha divê ev ne karê akademîsyen û ramangerên Kurd bûya ku bi yên Tirk, Faris û Ereb re têkevin pêşbazîya rexnekirina neteweperwerîyê. Heyfa mirov lê tê ku zana û xwendeyên Kurd li pey hev hemaltîyeke nû pêşnîyaz dikin. Akademîsyen û ramangerên Kurd kengî bikarbin bê tirs, kompleks û bê hesab qala neteweperwerîya xwe bikin belkî ewçax em ê bikaribin qala hebûna xwetîya xwe bikin, ya na di mejîyê Tirka de peyvên ‘Kurd û zarokatî’ her dem wê bi hev re bin.

1 Craig Calhoun, Millîyetçilik, wer. Bilgen Sütçüoğlu, Bilgi Üniv. Yay., 2012, İstanbul, r.11.

2 Calhoun, b.n.b., r. 8.

Share.

Leave A Reply