Vejandina Zimanê Îbranî
MICHAEL L. CHYET
Vejandina zimanê Îbranî -ji sedsala 19em bigire heta nîvê sedsala 20em- li Ewrûpayê û li Filistînê pêk hat. Berî wê serdemê zimanê Îbranî -zimanê pîrozwer ê Cihûyan bû, ku berî du hezar salan wek zimanekî zindî ji holê rabûbû, û zimanê Aramî (Sûryanî) li Filistînê cihê wî girtibû. Wek encama vejandinê, zimanê Îbranî bûye zimanê nivîskî û devkî yê rojane û yek ji du zimanên fermî yên dewleta Îsraîlê.1
Ev yek çawa pêk hat? Di destpêka sedsala 19em de, Cihûyan ji seranserê dinyayê xwe digihandin Filistînê. Her komeke Cihûyan bi zimanekî dipeyivî, û ji ber vê yekê, wan dest bi bikaranîna zimanê Îbranî kir da ku ji hevdu fêm bikin.
Li heman demê li Ewrûpayê, zimanê Îbranî nema bi tenê zimanê Tewratê û du‘a kirinê bû; berevajîya wê, ew bûbû zimanê edebîyatê, yê ku di pêşvebirina bernameyên perwerdekirinê yên welatparêzane da roleke girîng lîst.
Vejîna zimanê Îbranî bûyereke bêhempa ye. Di dîroka mirovatîyê da, zimanekî din tuneye ku bi hezaran salan ji hebûna xwe wek zimanekî zikmakî ketibe, lê ji nû ve bûbe zimanê zikmakî yê bi mîlyonan kesan.
Ev serhatîya vejandina zimanê Îbranî di rastîyê da ji du dîyardeyên cuda pêk tê: ji alîyekî ve, vejandina zimanê nivîskî û edebî, û ji alîyê din ve, geşkirina zimanê devkî. Di destpêkê de, her yek bê peywendî bi yê din re -û her wisa li cihên ji hev dûr- pêk dihat. Îbranîya edebî li bajarên Ewrûpayê hat vejandin, herçend ku Îbranîya devkî behra bêtir li Filistînê werar dikir. Ev herdu tevgerên xweser bi tenê di destpêka sedsala 20em de gihîştin hev, dema ku endamên tevgera edebî xwe gihan- de Filistînê; di nav wan da hozanvanê mezin Hayyim Nahman Bîyalîk hebû, ê ku sala 1924a de xwe gihandibû wê derê. Tevî ku êdî herdu tevger -ya nivîskî/edebî û ya devkî- di heman devera coxrafî de bûn, lê ferqên mezin di navbera zimanê nivîskî û yê devkî da her man.
Eliezer Ben-Yehûda (1858-1922) wek vejînerê zimanê Îbranî û bê guman destpêşxerê projeya vejandinê tê hesibandin. Wî gelek nivîsên li ser vî babetî di rojnameyan da dan weşandin. Her wisa, ew beşdarî projeya çêkirina ferhenga Ben-Yehûda bû. Lêbelê, ji çalakîyên wî zêdetir, kiryarên Cihûyên Ewrûpayî û Yemenî bûn sedema vejîna zimanê Îbranî. Ev du komên Cihûyan di navbera salên 1882 û 1914a de li Filistînê binecî bûne û bajarok û şênahî û kêlangeh an mezre (“kîbûts”) ava kirine. Di wan şênahîyan da, xwendingehên Îbranî yên pêşîn hatin damezrandin, û kar û barên wan ên rojane bi Îbranî bûn –û wek encama van hemîyan, êdî Îbranî bû zimanê neteweyî.
Hêjayê gotinê ye ku “‘alîya” peyveke Îbranî ye bi çend wateyan [me‘nayan]: wateya pêşîn, yanê “hilkişîn yan derketina berbijor”; a duwem, gava ku Cihû diçin Filistînê/Îsraîlê û lê dibin binecî, ew wisa bawer dikin ku ew der cihekî pîrozwer û bilind e, vêca çûna wan bo wir jî wek “’alîya” tê zanîn. Serdema berî damezrandina dewleta Îsraîlê di sala 1948ê de ji sê qonaxan pêk tê: 1) salên 1882-1903, qonaxa “‘alîya”ya pêşîn; 2) salên 1904-1914, qonaxa “‘alîya”ya duwem; 3) salên 1914 heta 1948 -qonaxa Mandata Brîtanî. Pêvajoya vejandina zimanê Îbranî yê devkî li gorî van sê qonaxan jî tê tesnîf kirin.
Di qonaxa ‘alîya’ya pêşîn de (1882-1903), xwendingehên ‘Îbranî-axêv li şênahîyên navborî hatin sazkirin, û her wisa li bajarê Qudsê klûba Ben-Yehûda hebû. Di qonaxa ‘alîya’ya duwem da (1904-1914), civînên gelêrî û çalakîyên giştî yên Cihûyan bi zimanê Îbranî dihatin bi rê ve birin. Di qonaxa sêyem da, -ku wek qonaxa Mandata Brîtanî tê zanîn- Îbranî bûye zimanê “yîşûv”, ango zimanê civata Cihûyên Filistînê, û wê civatê hemî kar û barên xwe bi wî zimanî diqedandin. Di vê qonaxa sêyem da jî, zimanê Îbranî bûye zimanê peyivînê jî û yê nivîsînê jî, û bi çavên desthilatdarên Brîtanî ew xwedî statûyeke fermî bû.
Li pêvajoya hersê qonaxan, gelek rêkxistin hatin sazkirin, ku beşdarî çalakîyên pêşxistina zimanê Îbranî bûn. Ev hemî bûye sedema pêkanîna xwendingehên amadeyî, û Zanîngeha Îbranî, û Rêkxistina Karkerên Cihû ya bi navê “Hîstadrût” -û heta avakirina bajarê Tel Avîv jî -ku yekemîn bajarê Îbrani- axêvan bû.
Ka em bizivirin ser Eliezer Ben-Yehûda. Ew li bin bandora niştîmanperwerîya Cihûyên sedsala 19em mabû. Bi dîtina mirovên wê serdemê, civakek ne hêjayê mafên neteweyî ye, bêyî zimanekî neteweyî yê hevbeş: ne tenê ev, lê pêwîst bû ku takekes jî û civak jî bi wî zimanî bipeyivin. Roja 13ê Çirîya Pêşîn sala 1881ê li Parîsê, Ben-Yehûda dest pê kir bi hevalên xwe ra bi Îbranî biaxive, û wisa tê hizirkirin ku ev yek bûbe sohbeta pêşîn bi ‘Îbranîya nûjen. Çend meh dû ra, wî ‘alîya kir û çû li Qudsê binecî bû.
Li Qudsê, Ben-Yehûda bizav kir di nav xelqê de piştevanîyê bo fikra peyivîna bi Îbranî peyda bike. Wî biryar da ku di malbata wî de bi tenê bi zimanê Îbranî biaxivin, û hewl da malbatên din jî îqna‘ bike ku çav lê bikin. Her wisa, bo pêşvebirina zimanê Îbranî wî sazgeh damezrandin û dest bi weşandina rojnameya Îbranî “Hatsevî” (ango Ask an Xezal) kir, û demeke kurt jî di xwendingehên Îbranî da dersên Îbranî dan. Lêbelê wisa xuya ye ku bizavên Ben-Yehûda hêj ewqas serkeftî nebûn: li sala 1902an -bêtir ji bîst salan piştî destpêka projeya wî- jina wî her behsa dehemîn (!) malbata Îbranî-axêv dike.
Ji alîyekî din, di kêlangehên (mezreyên) giştî de (navê wan bi Îbranî “moşava” ye), nemaze di xwendingehên Îbranî de, çalakî çêtir serdiketin. Xwendingeha Îbranî ya pêşîn sala 1886ê li bajarokê Rîşon Letsîyon hat vekirin. Hêjayê gotinê ye ku ne hemî, lê bi tenê beşek ji dersan bi Îbranî bû.
Ji wê demê û heta çend salên din, pêşveçûn hêdî bû, û proje tûşî gelek teşqeleyan bû. Gelek dê û bav dijî wê hindê bûn ku zarokên wan fêrî zimanekî kêmnas bin, ku di zanîngehan da bi kêr nedihat. Her wisa, asta xwendinê li xwendingehên çarsalî yên zarokên cotkaran nizm bû. Serbarê wê jî, peyvên beramberî kel û pelên rojane yên cotkarîyê hema bêje tunebûn. Serhevda jî, pirtûkên fêrbûnê bi Îbranî tunebûn. Ev hemî bes nebe jî, dubendî hebû li ser bijartina kîjan aksanê bo Îbranî: aksana Aşkenazî an Cihûyên Rojhilata Ewrûpayê, an aksana Sefardî ya Cihûyên împeratorîya Osmanî. Ma ev yek -mişt û mira di navbera Kurmancî-axêvan û Soranî-axêvan da naîne bîra mirov? Di dawîyê da, aksana Sefardî hatibû neqandin, û zimanê Îbranî yê nûjen, zimanê ku îro li Îsraîlê pê dipeyivin, bi wê aksanê ye.
Sala 1903an rêkxistina Yekîtîya Mamostayên Zimanê Îbranî hate damezrandin, û şêst dersdar û mamoste di şahîya vebûnê da beşdar bûn. Bi xêra vê yekîtîyê û bernameya wê, çend sed Îbranî-axêv hatin perwerdekirin û vê hindê jî îspat kir ku zimanê Îbranî ji bona jîyana rojane bi kêr tê. Heta sala 1948’an, sala damezrandina dewleta Îsraîlê, du nifş wisa mezin bûbûn, ku zimanê wan yê zikmakî -û her wisa zimanê wan ê perwerdebûnê- Îbranî bû.
Bê guman, di destpêka sedsala 20an de, kes nedikaribû pêşbînî bikira ku sala 1948ê welatekî serbixwe yê Cihûyan dê bê damezrandin. Pêşvebirina zimanê Îbranî kiryareke sîyasî bû bê guman, lê Cihûyan ji ber sedemên din jî dixwest zimanê Îbranî vejînin: zimanê Îbranî parçeyeke mezin ji nasnameya wan bû. Cihûyên ku bi Îbranî nizanin, ango piranîya Cihûyên ku li derveyî Îsraîlê dijîn, wisa hîs dikin ku ji kelepûr û nasnameya xwe bêpar mane.
Bê guman, eger rojekê welatekî Kurdan bê damezrandin, bijartina yek zarava mimkun nîne. Berevajî, çaresereke minasibtir (guncawtir) -parastina wekhevîya herdu zaravayên serekî (Kurmancî û Soranî) ne, tevî afirandina sîstemeke wisa ku hemî zarokên Kurdan bi herdu zaravayan û bi herdu alfabeyan perwerde bike. Ev pergal dê rêz li zimanên kêmanîyan jî bigire: Zazakî, Guranî/Hewramî, Kelhorî (Kurdîya Başûrî), û hwd.
1 Ez spasdarê hevalên xwe Deniz Ekici û Fener Hemedo me ji bona pêşnîyarên wan yên zimanzanî.