FETISÎNA DI NAV PIRTÛKAN DE

Fexriya Adsay

Nivîskarek dema hê nivîsa xwe di serê xwe de disêwirîne, di serê wê/wî de pirsên çi, çawa, çima û ji bo kê dinivîsîne diçin û tên. Bersiva van pirsan li gorî dem, civak an kesan her daîm di nav veguherînekê de ye ku ewqas awayên vegotinê û cureyên nivîsê hene û wê hebin. Bersiv gelek caran bi giştî bi epîstemolojî û paradîgmaya serdema nivîskar re girêdayî ne. Piştî van diyarkerên bingehîn peywenda siyasî, aborî, çînî, civakî û çandî ya nivîskar di şêwe û naveroka nivîsê de xwedî bandor in. Lewma asayî ye ku peywendiyek di navbera berhemên wêjeyî, siyaset û civakê de hebe an em gelek caran wan wek rengvedanek civakî bibînin. Lê ev rengvedana civakî ya di wêjeyê de ne hêmanek neguher e û li gor serdeman an civakan qels an xurt dibe.

Ger em ji bo wêjeya kurdî bipeyivin, di wêjeya kurdî de dengekî xurt ê civakî heye. Wêje bi dengê civakî, wek yek ji awayên îfadekirin û hilberandina rabêjekê, ji bo îddiayên siyasî an civakî dibe amrazek. Gelek caran, her çiqas berovajiya wê jî rast be, “piştgiriya lêpirsîna desthilatdariyê û pergala civakî” dike û dibe amraza “xwestina tiştên nû”1. Fredric Jameson2 ev rewş wek alegoriya netewî bi nav kiribû. Heta vir tu pirsgirêk nîne, belê ji ber peywenda taybet a ku kurd tê de ne wêjeya kurdî jî taybetiyek wê ya bi vî rengî heye. Ku wêje yek ji awayên rengvedana civakî be, ev ne kêmasiyek e, encax dikare wek tespîtekê bê qebûlkirin. Dibe ku ev ji bo nivîskarên kurd avantajek be jî. Wêjeya kurdî bi taybetî jî roman û çîrok ku li gor roman û çîroka cihanê û li gor ên cîranê xwe jî nû ye, lê hemû mîrata cîhanê li ber e û dikare ji ezmûnên curbicur îstifade bike û derengmayîna xwe bi awayekî telafî jî bike, ta’mên nû yên wêjeyî biafirîne. A din, ev ji bo nivîskarên kurd tê wateya bakîrbûna qada wêjeyê û derfeta çeşitdariya naverokê jî. Lê mesele çi ye? Mesele ew e ku nivîskar di berhemên xwe de dema hewl didin ku bibin dengê civakekê li gor huner û estetîka wêjeyî çiqas serkeftî ne. Dikarin çiqasi di çarçoveya qaideyên wêjeyî de bimînin û bi awayekî dîdaktîk tevnegerin?

Ev pirsek her daîm aktuel e. Pirsek din jî heye ku dema nivîskar bi îddiaya ku bibe dengê civakekê tevdigere, gelo civakê çiqas nas dike? Gelo hêza xwe çiqas ji civakê digre an wê ji xwe re dike paşxane? Di civakek mêtingeh de nivîskar jî wek piraniya civaka xwe di bin bandora hişmendiya mêtinkariyê de dimînin. Gelek caran bi çavên mêtinkaran li xwe jî û li dora xwe jî dinêrin an nikarin xwe ji qirêjiya mêtinkariyê rizgar bikin, ku bi salan li ser hişmendiya wan kom bûye. Ji bo vê, haydarbûn û hewlek taybet lazim e. Lewma zanebûna nivîskar a li ser sosyolojiya civakê, xwe-naskirina wê/wî bi qasî aliyên hunerî û estetîkî dikare çawaniya berhemê tayin bikin.

Ez ê di vê gotarê de li çirôka Mehmet Şarman a bi navê “Çiçino”3 ku li ser pêwendiya civak û wêjeyê mînakek serkeftî ye, ji nêz ve binêrim û analîzeke naverokî bikim. Di vê çîroka alegorîk de nivîskar çi, çawa nivîsiye û di nav çarçoveya çîrokeke alegorîk de awayê fikirîna şênber û eklektîk a di nav civaka kurdan de û rûdana wê ya li ser siyasetê çawa vegotiye, rê li ber çi nîqaşan vekiriye, li ser van bisekinim.

Serlehengê çîrokê Çiçino serokê êla mişkan e ku debara xwe bi diziya malan dikin. Rojekê ji rojan Çiçino dikeve hundirê malek mezin û dike nake nikare tiştekî xwarinê peyda bike. Ji neçarî xwe diavêje pişt pirtûkxaneya malê. Dest pê dike pirtûkek bergreş û stûr dikeritîne, zikê xwe têr dike. Bi vê xwarinê re tenê zikê wî têr nabe lê di mejiyê wî de veguherîneke ecêb pêk tê. Ji pirtûkê têgehên helal û heram fêr bûye, ferman dide êla xwe ku dîsa diziya malan nekin. Bi xwarinên helal zikê xwe têr bikin ya na du piyên pêşî wê bên jêkirin. Tenê vebêjer û çend kesên din jî li gotina Çiçino guhdarî nakin û diziya xwe didomînin. Gelek ji wan ên li wî guhdarî dikin ji birçîna hişk dibin. Çendîn roj derbas dibin Çiçino vê carê tê ji wan re qala biratiya mişk û pisîkan dike; wek neyar jî mirovên serdest hedef nîşan dide. Behsa navên wek Marx, Engels, serdest, bindest û biratiya gelan dike. Her çawa be civata Çiçino her ku diçe mezintir dibe, Tiralê mixalif bi tenê dimîne û rastî êrîşan tê. Di vê navê de di pirtûkxaneya malê de jî guhertinên mezin çêdibin. Piştî demeke dirêj Çiçino careke din diçe pirtûkxaneyê, lê pirtûka ku her tim dixwar xuya nedikir. Hemû pirtûkxane tenê bi pirtûkeke du-cild û naylon- kirî hatiye tijîkirin. Pirtûkekê tenê dewsa hemû pirtûkên din dagirtiye. Ji neçarî hewl dide wê bixwe, lê pirtûk bi ser de diqelibe û bêhn lê diçike. (r.37-44)

Mebesta Şarman a bi vê çîrokê eşkere ye. Di ser êla mişkan re sosyolojiya siyaseta kurdan dibe mewzûbahîs. Di analîza naverokî ya vê çîrokê de wek çarçoveya teorîk ez ê ji nivîsa Gürdal Aksoy a bi navê “Bir Lider ‘Yaratmak’ ya da Kürtlerin Düşünsel Süreçlerini Kavramak Üzerine”4 (‘Afirandina’ Serokekî an Li ser Têgihîştina Pêvajoyên Fikrî yên Kurdan) îstifade bikim. Ev nivîsa Aksoy di sala 2004an de wek gotareke nêzî 20 rûpelî di malpera rizgari.comê de hatiye weşandin. Di sala 2008an de halê wê yê lêzêdekirî jî di nav pirtûka Nostradamus’un Kehanetleride (Kehanetên Nostradamus) hatiye weşandin. Gotara nivîsa Aksoy bi tespît û analîzên xwe yên antropolojîk, siyasî, sosyolojîk, psîkolojîk û zayendî yên li ser zihna civaka kurdan û çîroka Şarman heman mesele, bi şêwazên cuda ji xwe re kirine mijar. Analîza wî ya li ser rola çanda devkî û awayê fikirîna şênber di çêbûna zihna kurdan de û bandora wê ya li ser siyaset û rêveberiya civakî de dibe bersiva gelek pirsan.

Di analîza “Çiçino” an famkirina sedema gengeşiya siyaseta “mişkan” de nivîsa Aksoy bi ravekirina xwe ya li ser çanda devkî û awayê şênber ê fikirînê dibe mifteya vê analîzê. Aksoy bi tespîteke gelemperî dest pê dike ku kurdan ji ber ku demeke dirêj bi zimanê xwe (zimanê din jî) kêm nivîsîne û xwendine xwedî çandek devkî ya dewlemend bûne. Em sedemên vê yên di serdema pre-modern de dînin aliyekî, di serdema modern de jî dewletên dagirker rê li ber nivîsandin û xwendina bi kurdî girtine û tenê hiştine ku wek zimanekî rojane li ser piyan bimîne. Ji bo bêqîmetkirina zimanê kurdî hemû alavên dewletbûnê bi kar anîne. Civakên xwedî çandeke devkî her çiqas ji têgehên razber ne bêpar bin jî, bi giştî meyla wan li ser awayê fikirî- neke şênber e. Heman meyl di nav kurdan de jî tê dîtin, ku hê di bin bandora vê çandê de ne. Li gor lêkolînên zanistî jî kesên xwende li gor ên nexwende meyla wan bêtir li ser têgehên razber in. Psîkologê rûs Alexander Luria di salên 1930î de li hin gundên Ozbekîstan û Kirgizîstanê di nav nexwendeyan de li ser taybetiyên wan ên hişbînî (cognitive, bilişsel) lêkolînekê pêk tîne. Luria digihêje wê encamê ku alema wan a fikrî ji aliyê têgehên razber feqîr e, ji ber meyla wan a li ser fikirîna şênber di navlêkirina şênber de çeşitdariyek mezin heye. Ew li gor rewşê yanê bi awayekî erkî difikirin, razberkirin, liserfikirîna li derveyê rewşa heyî, terîfkirin û senifandina kategorîk a li gor fikirîna razber tuneye. Wek ku Roland Barthes dibêje ji dêvla “zimanekî raser yanê zimanê li ser qewimandinan dipeyive’ xwedî ‘zimanekî alavî ne ku encax qewimandinan vedibêje”. Mînak, dema êzingvanek darekê jê bike û bixwaze wê tarîf bike wê qala darê bike lê li ser darê napeyive. Zimanê wî bi awayekî gerguhêz girêdayî darê ye, di navbera darê û wî de tenê keda wî an kiryara wî heye. Lê mirovekî ne êzingvan be qala darê nake, wê li ser darê bipeyive. Barthes vê jî dibêje, wek êzingvan, ên bindest jî tenê zimanekî wan heye, zimanê kiryaran e ew; zimanê raser ji bo wan luks e. Zimanê wan bêtir bi jiyana rojane re elaqedar e. Civakên ji aliyê razberkirinê ve feqîr bin, ji aliyê navlêkirina şênber ve jî dewlemend in. Pîleya vê dewlemendiyê bi şertên erdnigarî û avûhewaya derdorê ve girêdayî ye. Her tişt bi hûrgilî tê binavkirin ji ber ku fikirîna şênber nikare razberkirinên ku bikare hûrgiliyan daqurtîne, biafirîne.5

Fikirîna teqlîdî ku taybetmendiyek din a fikirîna şênber e, tenê hin qalibên tevgerên ku wê bên dubarekirin, hin gotin û fikrên qalib jî diafirîne.

Kurd tevî ku xwedî çandeke devkî ne, wek gelekî bindest jî meyla wan bêtir li ser dirûşm an gotinên qlîşe yên bibandor in. Dirûşm û gotinên qlîşe yên bibandor him azadiya fikrî dikuje him xwebûna kolektîf parçe dike, ji aliyekî ve jî qarîzmaya xwediyê wan diperçînin. Lewma mekanîzmaya rexnegirtinê pêş nakeve û tehemula fikrên cuda namîne. Kesên civakeke bi vî rengî nabin beşdarên rêvebirina civata xwe, encax bibin parçeyek ji xeleka bicihanîna fermanan.6

Nivîsek din ku paralelî vê nivîsa Aksoy dikare bê xwendin û di analîza “Çiçino” de rê li ber me veke nivîsek Şarman bi xwe ya bi navê “Mitoromantik Söylem ve Kürt Siyaseti”7 (Rabêja Mîtoromantîk û Siyaseta Kurdan) ye. Şarman di vê nivîsa xwe de ku çarçoveya nêrîna mirov firehtir dike, li bersiva van pirsan digere: Referansên rabêja siyasî ya kurdan çi ne? Rabêja polîtîk a kurdên bakur li ser kîjan paradîgmayan ava bûye? Aktorên siyasî yên kurd têkoşîn û siyaseta xwe bi çi awayî îfade dikin? Di navbera rabêja polîtîk a kurdan û zimanê “yên din”ên wan de çi manendî hene? Gelo kurd dikarin bi vê rabêjê têkoşîneke neteweyî û demokratîk bimeşînin? Aliyekî vê nivîsê ku dikeve çarçoveya vê gotarê ev e ku xwendinên di nav kelecanekê de, bê rêbaz, bi awayekî eklektîk, di ser re tên kirin, xwendevanê xwe her dem wek zarok dihêle, nakemilîne. Gelek caran ji nav şertên taybet û pirsgirêka şênber derdixîne û di nav sembol, metafor û alegoriyên erzan de dihêlin an ji hedefê dûr dixin. Meseleyan dadixîne asteke pir nizm û xwedî rabêjeke ku ji têgehên sosyolojîk, psîkolojîk û dîrokî ku bikare meseleyê analîz bike, bêpar e. Ji ber ku ew bi xwe ne xwedî rabêjeke xweser e, serî li tarîf an têgehên yên din dide.

Di gengeşiya di nav êla mişkan de şopên awayê fikirîna şênber herî zêde xwe di xwendina Çiçino de nîşan dide. Çiçino li nav pirtûkxaneyê xwe li pirtûka qalind radikşîne û wê dixwe. Di civakên ku di wan de şênberkirin serdest be, pêwendiyek xurt di navbera qîmet an nirx û mezinbûnê de heye. Civakên bi vî rengî bêtir bi xwezayê ve girêdayî ne; ji afirîneriya civakên modern û awayên hilberandinê jî dûr in. Lewma erd, keriyên pez, xanî an axur hwd. çiqas mezin bin, ewqas hêja ne û bikêr in. Di çîroka me de jî pirtûka Çiçino bi mezinbûn û stûrbûna xwe balê dikişîne. Pirtûkê gişî dixwe, “naxwî- ne”. Mirovên bi awayekî şênber difikirin jî pirtûkan dixwin; wan naxwînin, li ser wan nafikirin, tehlîl nakin, şîrove nakin an adaptayî xwe an civaka xwe nakin, peywenda nivîsandina pirtûkan û peywenda xwendina xwe nadin ber hevdu. Pirtûkên ku xwendine di nav çi şert û mercan de hatine nivîsîn an ew fikrên nû ji ber kîjan hewcedariyan derketine, di nav çi peywendê de hatine hilberandin an dikare bên pratîzekirin, di serê wan de nabe pirsgirêk. Ji ber meyla wan a xurt a teqlîdkirinê çi bixwînin bêyî ku wan bihundirînin an ji bêjingekê derbas bikin hewl didin wan derbasî pratîkê bikin. Çiçino jî pirtûka yekem a bergreş û stûr ku li gor naveroka wê tê famkirin ku Quran e (“helal û heramî” (r.39), “nivîsên ecêb weke zirzûleke maran lihevketî bû” (r.40) û ji bo mirovan hatiye nivîsîn û encax mirov dikare wê pratîze bike, ji mişkan re dike rêber. Divê diziya malan nekin. Ger mişkek nekeve malan, wê çawa zikê xwe têr bike? Ev ne diyar e. A girîng, heye tune pratîzekirina pirtûkê ye! Tenê mişkekî tiral heye ku bi eşkereyî li dij Çiçino radibe. Divê ew tiştekî bike ku hevalên xwe ji birçîbûnê xilas bike lê ji ber tiraliya wî zane- bûna wî bêkêr dimîne. Dizane li ser rewşê bi awayekî razber bifikire, şîrove bike û tehlîlan bike lê derbasî asta kiryareke şênber nabe. Lê em heqê wî nexwin, mişkê tiral ji bo îqnakirina hevalên xwe yên bi gotina Çiçino bawer kiribûn û ji birçîna li ber mirinê bûn, hewl dide; bê encam dimîne.

Piştî demekê Çiçino dest bi xwarina pirtûkên Marx û Engels dike. Îcar veguherandineke din di Çiçinode peyda dibe. Vê carê hedef û armanca êla mişkan ji binî de diguhere, dijminên xwe ji nû de tarîf dikin. Li gor zane- bûnên wî yên nû êdî dijmin an serdestê mişkan ne pisîk, neyarê pisîkan jî ne kuçik in; lê mirov dijminê wan ên hevpar in. Bêyî ku haya pisîkan jê hebe an digel ku pisîk wan li ku derê bibînin wan dikujin jî, li gor zanebûna Çiçino an li gor pirtûka ku wî “xwariye” ew birayên wan tên îlankirin. Li hemberî mirovên serdest divê hemû heywan bibin yek, têkoşînê bidin. Pir kêm kes dipirse ka çima, çawa em û pisîk, pisîk û kûçik dibin birayên hevdu an bi vî awayî wê bikarin ji êrişên wan xelas bibin an na. Gotinên Çiçino bê lêpirsîn derbasî pratîkê dibin. Li gor wan her tişt hevpar e û heqê wan di her tiştî de heye. Kevneşop û qaîdeyan bi tiştekî nahesibînin û qîmeta hurmet û hevaltiyê namîne. Çi derkeve pêşiya wan dixwin an talan dikin. Kevneşop û qaîdeyên civakekê ji holê rabûye û rewşek kaotîk, bêbingeh serdest e.

Dîsa li gor Aksoy, bi ser de civakên bindest li gor civakên din ji aliyê hestiyariyê ve tengijî ne, li nav wan qehremantî wek diyariyek ilahî ye. Li nav civakên ku têkoşîna azadiyê didin hemû şertên afirandina qehremanan heye, lê di heman demê de şertên afirandina xayinan jî heye. Di paşxaneya wan de, ger eşkereyî be ger binhişî be her tim li bendî “xelasker”ekî bûne û pêwistiya acîl a bo qehremanekî,8  dike ku serok ji rexneyan azade bin û bi hin taybetiyên sersiruştî bên xemilandin. Muqabilî vê rewşê, kesên muxalif an xwedî fikrên cuda pir zû tên vederkirin an wek xayin tên binavkirin. Ev rewşa Çiçino ya hegemonîk ku bi serê xwe şikil dide êla xwe, bêyî ku bi kesî re têkeve diyalogê an fikrên kesekî guhdarî bike, rê li ber diyalogê an hevbandoriyê digre. Tiralê êla mişkan jî di nav rewşeke wisa de, ew tenê diwêre an dikare bifikire ku li hember Çiçino rabe û rexneyan li vê rewşa karesat û Çiçino bigre. Ewilî ji aliyê guhdarên Çiçino ve tê vederkirin. Çiçino berteka yekem dema Tiral navê nivîskarê pirtûka ku wî xwendiye dipirse û nav nayê bîra wî, nîşan dide. Hêrsa nezaniya xwe û hêrsa li hemberî dijderketina Tiral, dibe sedema xayinkirina Tiral. Paşre navê wî wek burjûwayê biçûk tê guhertin; têr lêdanê dixwe; tê tawanbarkirin ku razên wan gihandiye dijminên wan.

Veguherîneke ku Çiçino bi xwe re anibû, guherandina armancê bû. Hedef êdî ne ew pisîkên ku her roj dide ser pişta wan, lê mirov wek dijmin tên îlankirin. Bi vî awayî bertekên mişkan ên li hemberî pisîkan tên notralîzekirin. Bindestî ji nav peywenda xwe tê derxistin û di nav peywendek din de tê tarîf- kirin an wek ku Şarman di nivîsa xwe de gotibû bê sewiye dibe, ji analîzên ciddî bêpar dimîne. Pirsgirêkên wan ên esasî bi pisîkan re tên veşartin an piştguhkirin. Ev ji aliyê Çiçino ve wisa tê ravekirin: “Em hemû ajal bindest in, ne pisîk neyarê me ne, ne jî kûçik neyarê wan e. Esil neyarê me mirovên serdest in. Divê em bibin yek…” Wek ku ji kurdan re jî tê gotin ku neyarên me yên esasî ne dewletên li ser me serdest in, lê neyarê me yê esasî û kaniya hemû pirsgirêkên mirovatiyê emperyalîzm û kapîtalîzm bi xwe ye. Sedema pirsgirêkên tu gelî ji yê din ne cudatir in. Di vê rabêja ku bi têgehên gerdûnî an dinyayîbûnê jî tê xemilandin, armanc ew e ku pirsgirêka neteweyî bê veşartin; ku barê wê giran e, pratîka wê zehmettir e, jê re xwebaweriyek, xwe-zanebûnek xurt, xebatek bingehîn pêwist e.

Bi nêrînek antropolojîk û sosyolojîk em li meseleyê binêrin, ji bo ku gelek neteweyîbûnê li pey xwe bihêle, lazim e di nav de bijî û di nav wê de birya- ra lipeyxwehiştinê bide. Terry Eagleton di pirtûka Milliyetçilik, Sömürgecilik, Yazınê (Netewperwerî, Mêtinkarî, Wêje) de li ser vê mijarê ji romanek Ray- mond Williams jêgirtinekê dike. Karakterekî efrîkî yê romanê wiha dibêje: “Netewperwerî dişibe çînê. Riya dawîlêhatina wê tenê xwedîlêderketina wê û hîskirina wê ye. Ger hûn nikaribin îddia bikin an hûn zû dev jê berdin, ew encax tê wê wateyê ku hûn ji aliyê çîn an netewên din ve hatine xapandin.”9 Eagleton bi xwe jî di heman rûpelî de destnîşan dike ku “Bi daxwaza jiholê- rabûna çîn an neteweyan, ew çîn an netewe dikeve nav lepên serdestê xwe.” “Wek mêtinkariyê, çîna civakî jî awayekî pêwendiyê ye û dema ev pêwendiyên siyasî ji hev belav bibin, êdî nikarin bi heman nasnameyê bijîn. Têgeha ‘Çanda Neteweyî’ jî divê marûzî eyn daraza siyasî bibe.”10 Tarîfa Eagleton a netewperweriyê wisa ye, “Neteweperwerî tam jî xwe-pêkanîna kirdeye- ke yekbûyî ye ku wek gelekî tê naskirin.”11 Ji ber xwe-pêkanîna hêza gelekî yekbûyî ye ku dikare di nexşeya herêma xwe, hevsengiya hêza navneteweyî de guherandinên mezin bi xwe re bîne, ev ji manîpulasyon an şîroveyên cûrbicûr ên dewletên mêtinkar an dewletên di nav sîstema heyî de cihê xwe girtine, vekiriye.

Psîkiyatrîstê bi navûdeng Carl Gustav Jung jî di sala 1934an de di nameyeke xwe ya ji James Kirsch re tespîteke manend ji bo cihûyan dike. Ji nameyê tê famkirin ku ji aliyê hin kesan ve wek dijminê cihûyan hatiye tawanbarkirin. Elbet bi tundî li dij vê tawanbarkirinê derdikeve lê xwe-parastina wî an ravekirina sedema ku ew çima nikare bibe dijminê cihûyan ji bo nîqaşên roja me jî bersivek pir zelal e:

Tu dizanî ez wek kesayetê li ser hebûna mirovan disekinim û ji bo ku ez wî/wê ji nav rewşa wî/wê ya kolektîf derxînim û bînim asta takekesiyê çi ji destê min tê dikim. Wek ku tu jî dizanî, encax ew şexs bikare taybetiya xwe ku qedera wî li ser wî ferz kiriye bipejirîne, pêk bîne. Mirovekî cihû, bêyî ku bizane ew cihû ye, ew nikare bibe insan. Divê beriya her tiştî ji vê bingehê derkeve ser rê da ku bikare ber bi têgehek berfirehtir a mirovatiyê ve bimeşe. Ev ji bo hemû netewe û nijadan wisa ye. Netewperwerî -her çiqas nexweş be jî- tiştekî çarenîn e; divê tak di nav netewperweriya xwe de nefetise.12

Dema em bi vî awayî li netewperweriyê binerin sedema notralîzekirin, pasîfîzekirin an hedefguhertina bertekên li hemberî desthilatdariya mêtin- kar nayê famkirin an ne tatmînkar in. Aksoy13, Frantz Fanon wek referans nîşan dide û destnîşan dide ku di têkoşîna hember mêtinkariyê de divê hêrs û bertekên gel têkevin nav çarçoveya bernameyekê da ku bîreweriya wî gelî ji têkoşînê dûr nekeve. Bi awayekî psîkolojîk ji bo bêbandorkirina bertekan wê her tim bernameyek mêtinkaran jî hebe da ku bîreweriya siyasî ya gel ber bi aliyê xwe ve bikşînin.

Ji aliyê şiklgirtina fikr û ramanan de di xwendinên (xwarinên) Çiçino bi xwe de pirsgirêkên pir ciddî hene. Li jor di nav peywenda fikirîna şênber de ev ji aliyekî ve hatibû şîrovekirin. Lê ev jî heye ku di xwendinên wî de şopên xwendineke bênavend serdest in ku ji manipulasyonê re pir vekirî ne. Orhan Pamuk, bi taybetî di romanan de, navendê wek nêrînek kûr derheqê jiyanê de, cureyek ferasetê, rasteqîn an xeyalî, xaleke nepenî tarîf dike. Bi ya wî roman ji bo li vî cihî bikolin, wê bidin pêderxistin tên nivîsandin û nivîskar dizane ku xwendevan jî wê bi vî çavî bixwîne.14 Ez dixwazim di vê tespîta Pamuk de balê bikşînim ser beşa xwendevan û hemû cure xwendinê tevlî bikim. Xwendevan jî dema berhemekê dixwîne li gor zanebûn, paşxane, aso, netew, çîn û statuya xwe ya siyasî, çandî û hwd. dixwîne û li navenda nivîsê digere. Lewma navenda ku nivîskar di serê xwe de texeyyul kiribû û navenda ku xwendevan tespît kiriye, wê gelek caran ne wek hev bin. Her xwendevan wê li gor taybetiyên xwe wê şîrove bike û jê îstifade bike an neke. Jixwe hilbijartina berhemên xwendinê jî gelek caran ne bi tesadufî ye. Mirov li gor lêgerînên xwe an pirs û daxwazên di serê xwe de xwendinên xwe didomîne. Bênavendîbûn berê xwendinên Çiçino tayîn dike, bi gotineke din, nizane li çi digere. Ev jî teqlîdek pir qebe bi xwe re tîne û dibe xwendineke bêkêr.

Rewşenbîrekî ku wek Çiçino pirtûkan dixwe û wan teqlîd dike bi xwe jî rewşenbîrekî bênavend e. Nikare berê xwe tayin bike; di nav fikrên ji xwe dûr ku di nav civakên cuda de, di nav rewşên cuda de hatine afirandin, difetisin. Bi awayekî pasîf û bêîrade ji ber bayekî ber bi bayekî din ve diçe. Gürbilek ji bo Selîmê ku lehengê romana Oğuz Atay Tutunamayanlar (Ên Têkçûyî) ) e wisa dibêje: “Ji ber ku bi Dostoyevskî re dibe Dostoyevskî, bi Gorkî re dibe Gorkî, bi Kafka re dibe Kafka, dike nake nabe ‘xwe’. Wek ku hemû tişt di van pirtûkan de hatibe gotin, qediyabe, tiştekî ku lê zêde bike tunebe li hemberî wan bêkêr dimîne Selîm.”15 Çiçino jî kîjan pirtûkê dixwîne an dixwe bi nivîs- karê wê re dibe yek, lê nikare bibe “xwe” an peyveke aidî xwe bêje. Talî, di bin pirtûkek din a stûr de dimîne Çiçino, çavên wî tarî dibin, ew çavên ku di rastiyê de ne aîdî wî bûn.

Zihna şênber û teqlîdî, yek ji tarîfên zarokatiyê ye jî. Wek Aksoy ji zaroktiya xwe mînak dide zarok ji ‘di polê mayin’ê dikare fam bike ku wê temama havînê di poleke deriyê wê girtî de, derbas bike.16 An zarokek bi gotina ‘eydî hat’ re wê li dora xwe binêre, bibêjî ‘ka eydî li ku derê ye?’ Zehmet e ku mirov zarokekî îqna bike ku kîloyek hesin û pembo wek hev giran in. Awayê fikirîna şênber bi xwe elbet bi temamî ne tiştekî bêkêr e lê ew di cihê xwe de bikêr e: di zaroktiyê de an di jiyaneke pre-modern de. Di nav siyaseta modern de ev dibe sedema karesatekê. Şarman di çîroka xwe de vê karesatê derdixe pêş û rexneyeke tûj li rêberê siyasetê û rewşenbîrên wê dike. Encameke din a zaroktî û nekamilbûnê jî ev e ku ji ber ku zarok ne xwedî kesayet an nêrîneke aidî xwe ne, her daim qehremanên wan hene. Li cihekî çiqas qehreman hebin qada jiyana tak jî ewqas teng dibe. Çareseriya hemû pirsgirêkan di destê qehremanekî de ye. Ên din nikarin bi serê xwe tevbigerin an xwedî însiyatîf bin. An kesên bi xwedî zêhnek zarokane kêfxweş in ku qehremanek li ser navê wan tevdigere. Ya na ji bo zarokekî azadî û berpirsiyara azadiyê, berpirsiyara xwe-îfadekirinê barekî giran e. Zihna zarokekî li ser zarokekî dibe ku pir şêrîn be û mirov bibişirîne lê ew li ser mirovên mezin an serokekî zêde beloq û nexweş disekine û tirsê dixe dilê mirov.

Di encama xwendina “Çiçino” de perspektîfek dîrokî jî derdikeve pêş. Di çîrokê de pirtûka yekem (beriya wê jî gelek pirtûk xwendiye Çiçino) ku Çiçino xwendibû Quran bû, a duyem Kapîtal û sêyem jî, em ji çîroka bi navê “Ezmûna Jiyanê” ku di nav heman pirtûka Şarman de cih digire, fêr dibin ku pirtûka Evdila Ocalan e. Yek lehengê vê çîrokê Rênas, xwendevanekî zanîngehê ye, wisa dibêje, “Ez ê îro pirtûkên malê derxim. Êdî ji me re wehiy hat, tenê du cilt pirtûk hene ew ê bibe dermanê derdê me tevayan.” (r.64) Çeto, “… bi saya vê pirtûkê em ê ji serdema Oktobirê bifirin Marsê.” (r.64) Ev ew pirtûk e ku Çiçino di binî de difetise. Bi xwendina her pirtûkekê, siyaseta gelekî ku ne xwedî perspektîfek an armanceke ku li ser dînamîkên xwe yên civakî ava bibe, ji bin de diguhere. Dîrok bi şêwazeke cuda tekerrur dike.

Beriya ku em dest bi xwendina çîrokê bikin “Ji Fredric Jameson û xaltîka wî ya delal re” nivîsî ye. Nivîskar çîrok ithafî Fredric Jameson kiriye, ku cara yekem di gotara xwe ya bi navê “Di Serdema Kapîtalîzma Pirneteweyî de Wêjeya Dinyaya Sêyem”17 de têgeha alegoriya netewî bi kar aniye. Xaltîka wî jî tevlê kiriye ku wek nîşaneyeke ku wî çiqas baş nas dike. Bi xwendevanê xwe dide zanîn ku bi teoriya wî jî, wî jî û heta xaltîka wî jî pir baş nas dike. Ji bo wî ne girîng e ku wê kî çi bibêje an berhema wî bike nav çi kategoriyê, ne xema wî ye. Ew rastiya xwe, belê tam jî çîroka neteweyî vedibêje, wek ku bipirse: Ev çima nebe? Çima ev wek kêmasiyekê tê dîtin? Nivîsandina meseleyên tenê şexsî çima bi qîmet be û meseleyên siyasî çima bê qîmet bin? Kê ev pîvan danîne?

Bi rastî dema Jameson gotibû ku hemû wêjeya cihana sêyem, her çi binivîsînin nikarin ji nav çarçoveya alegoriya neteweyî derkevin an ji çîroka neteweyî wêdetir naçin. Mijar çiqas şexsî be û bi dînamîkek libîdînal dorpêçkirî be jî, her dem wê rehendeke wê ya siyasî hebe.18 Her çiqas Jameson li hemberî biçûkdîtinên rojavayiyan, di nav hewleke parastina wêjeya cihana sêyem de ev tespît kiribe jî, bêtir têgeha bikaranîna wî tarîfa “cihana sêyem” û aliyê teoriya wî ya reduksiyonîst hate rexnekirin. Intibayek wisa çêbûye ku wek Jameson di wêjeyê de vegotina meseleyên siyasî bê qîmet kiribe. Halbûkî ew di nivîsa xwe de sedema rêjeya şexsî-siyasî pir baş rave dike û di wê fikrê de ye ku asayî ye ku li cîhana sêyem giranî li ser meseleyên siyasî be û ev wê bêqîmet nake.

Di vê nivîsa ku gotarek û çîrokek bi hev re hatin xwendin de, me du awayên vegotinê dîtin. Yek di nav çarçoweya zanistên civakî de, yek di nav çarçoweya wêjeyê de. Ger ku her nivîs li hember pirsên jiyanê bersivek be, heman tişt bi awayên cuda dikare bê gotin. Lê her cure vegotin di nav xwe de xwedî xweseriyekê ye. Romanûs an çîroknûsên ku bala wan li ser xweseriya wêjeyî bin, li gor pîvanên estetîka wêjeyî deqa xwe dihûnin bi ser dikevin. Mehmet Şarman nivîskarek e ku heqê xweseriya deqa wêjeyî daye. Şarman ji bo mijara çîroka xwe heta bêje mijarek siyasî an civakî hilbijartiye lê bi saya zimanê wê yê mizahî û alegoriya wê ya xurt ta’ma wê ya wêjeyî di bin barê vê mijara giran de nemaye. Bêyî ku bi edayek dîdaktîk vebêje, bêyî ku şîretan li xwendevanên xwe bike an wan ajîte bike, Şarman bi çîroka xwe ya alegorîk bersiva xwe dide. Çîroka wî ji bo nîqaşên li ser pêwendiya wêje û siyaset an wêje û meseleyên civakî jî wek bersivekê dikare bê xwendin. A herî girîng, Şarman ji ber ku bi asoyeke fireh li civaka kurdan dinêre û wê baş nas dike, pirsgirêkê jî bêyî dîdaktîzm an ajîtasyonê derdixe pêş. Lewma tevî zimanê wî yê mîzahî û hûnandina wî, çîroka wî ewqas serkeftî ye.

Nivîskar ji berpirsiyariya civakî ne azade ye. Bingehek siyasî an der-siyasî qedrê berhemê tayin nake. Awayê vegotinê ye ku qîmetê wê tayin dike. Şarman xwe spartiye pîvanên estetîk ên wêjeyî û di çîrokên xwe de daye pey pirsa ku nivîskarekî gelekî ku hê wek kirdeyekê xwe pêk neaniye çi bike, çi çawa binivîsîne? Bersiva wî û Chinua Achebe, romanûs, helbestkar, profesor û rexnegirê Nijeryayî, jî pir dişibin hev. Achebe di gotareke xwe ya bi navûdeng “Novelist As a teacher”19 de dibêje, divê nivîskar ne li bende be ku ji peywira jinûdeperwerdekirin an vejandina civakê muaf bê girtin û ji profesorê felsefeyê yê Ganayî neqil dike: “Zanayên efrîkî çareserkirina pirsgirêkên zanistî didin ser xwe, dîrokzanên efrîkî dikevin nav dîroka efrîkayê, zanyarên siyasetê dikevin nav xemên siyaseta efrîkayê, çima afirînerên wêjeyê yên efrîkî divê ji xizmetên xwe muaf bin?”

 

1  Jonathan Culler, Yazın Kuramı, wer. Hakan Gür, 2007, Enqere:Dost

2  Fredric Jameson, Modernizmin İdeolojisi, wer. Kemal Atakay, Tuncay Birkan, 2008, Stenbol:Metis, r.365-396

3  Mehmet Şarman, Pirça Winda, 2010, Stenbol:Avesta. r.37-44

4  Gurdal Aksoy, “Bir Lider ‘Yaratmak’ ya da Kürtlerin Düşünsel Süreçlerini Kavramak Üzerine” di nav Nostradamus’un Kürdistan Kehaneti de, 2008, Stenbol:Komal.

5 Aksoy, b.n.b. r.57-59.

6  B.n.b, r.103-104.

7  Mehmet Şarman, “Mitoromantik Söylem ve Kürt Siyaseti”. Birikim, hej. 264-265, sal. 2011. r.97-109.

8  B.n.b., r.84-85.

9  Eagleton, Terry, E. Said, F. Jameson, Milliyetçilik, Sömürgecilik, Yazın,wer. Ş. Kaya, weş. Kabalcı: Sten- bol, 1996. r.25.

10  B.n.b., r.29.

11  B.n.b., r.30.

12  Carl Gustav Jung, Analitik Psikoloji. wer. Ender Gürol, weş. Payel, Stenbol:2006. r. 397.

13  Aksoy, b.n.b., r.97.

14  Orhan Pamuk, Saf ve Düşünceli Romancı, weş. Îletişim, Stenbol:2011. r.115.

15  Gürbilek, b.n.b.,r. 12.

16  Aksoy, b.n.b., r.60.

17  Jameson, b.n.b., r.365-396.

18  B.n.b, r.373.

19 Chinua Achebe, “The Novelist As a Teacher”. Di nav Hopes and Impediments de. E-book, r. 57-65. http://books.google.com.tr/books/about/Hopes_and_impediments.html?id=46oOAQAAMAAJ&- redir_esc=y

Share.

Leave A Reply