REXNE ÇI YE?

Roland Barthes

Weşandina hin prensîbên mezin ên rexneyê di nav kargîna îdeolojîka bûyerên rojane de her tim mimkun e, bi taybetî li Fransayê ku modelên teoriyê li wir xwedî prestîjeke mezin in, lewre bê guman ew model wê ewlehiyê bide wî sepînerî ku di heman demê de tevlî şerekî, dîrokekê û tevahiyekê dibe; bi vî awayî di van panzdeh salên dawî de rexneya frensî bi dewlemendiyên cihê, di nav çar “feylesofên” mezin de pêş ve çûye. Beriya her tiştî têgeha egzîstansiyalîzmê ya pir binîqaş bi gelemperî çawa tê binavkirin, ya ku ber- hemên rexneyî yên Sartre dane; Baudelaire, Flaubert, çend gotarên pir kurt ên li ser Proust, Mauriac, Giraudoux û Ponge, û bi taybetî berhema wî ya sera- sa Genêt. Piştre marksîzm: em dizanin (lewre nîqaş a niha kevn bûye) bê ka marksîzma ortodoks di rexneyê de çiqas kêmber bû, bi pêşniyazkirina ravekirineke sirf mekanîk a berheman an jî bi awayekî fermî weşandina sloganan bêtir ji nirxên wan ên pîver; ji ber vê, ku em dikarin bêjin rexneya herî berdar di nav “sînorên” marksîzmê de (lê ne li navenda wê ya aşkere) tê dîtin: Xebata L. Goldmann (li ser Racine, Pascal, li ser romana nû, li ser şanoya avangard, li ser Malraux) bi awayekî aşkere bi yên Lukacs re di nav têkiliyekê de ye; ev di navbera rexneya herî vezgir û a herî dahêner e ku destpêka xwe ji dîroka civakî û siyasî digire. Piştre psîkanalîz; li Fransayê îro nûnerê herî baş ê rexneya Freudiyen Charles Mauron e (li ser Racine û Mallarmé); lê li vir ew psî- kanalîza “marjînal” a herî berdar e ku destpêka xwe ji analîzeke saxlem (û ne ya berheman) girtiye, û di nav helbestvanên bêhejmar de dînamîkên bêteşe yên hêmayan şopandiye, G. Bachelard dibistaneke rexneyê ya rastîn ava kir, ewqas dewlemend e ku mirov dikare bêje rexneya frensî niha di bin forma xwe ya herî ronak de ye, rexneyeke ku îlhama xwe ji Bachelardiyenî girtiye (G. Poulet, J. Starobinski, J. –P. Richard). Li dawiyê jî binyadgerî (an jî ji bo ku em sade bikin heta mirov dikare bêje lê bêguman bi awayekî xirab: şêwe- parêzî (formalism): em girîngiya -em dikarin bibêjin şêwaz- vê tevgerê ji C. Lévi-Strauss û vir de dizanin ku li Fransayê berê xwe daye metodên zanistên civakî û ramanên fîlozofîk jî; heta niha hin berhemên rexneyî jê derketine; lê niha li ber amadekirinê ne, û em ê bêguman di nav wan de bi taybetî tesîra modela lenguîstîkê jî bibînin ku ew ji Saussure derketiye û ji hêla R. Jakobson hatiye berfirehkirin (di destpêka kariyera xwe de tevlî tevgereke rexneya edebî bûye, dibistana formalîst a rûsî): wisa xuya dike ku ji du kategoriyên retorîk ên ku ji hêla Jakobson hatiye berfirehkirin, pêşvebirina rexneya edebî mimkun e: metafor û metonîmî (kinaye û nixmane).

Em dibînin ku vê rexneya frensî di heman demê de “netewî” (têkiliya wê bi rexneya anglo-sakson, Spitzer û şopînerên wî, yên Crocean re pir kêm heye an jî qet tuneye) û nûjen e, an jî mirov dikare bibêje “nedilsoz”: hemû bala xwe daye îroya îdeolojîk a eyan, ji bo beşdarbûna rexneyeke kevneşopî ya Sainte-Beuve, ya Taine û ya Lanson jî ne jidil e. Vê modela dawî dîsa jî ji rexneya me ya nûjen re pirsgirêkeke taybet derdixe. Berhem, metod û jîrîtiya Lanson, ew bixwe mînakeke sereke ya profesorên frensî ye, ev pêncî sal e, hemû rexneya akademîk ji nav epîgonên1 bêhejmar venihart. Ji ber ku prensîbên vê rexneyê di çarçoveya avahiya tiştan de misogerî û objektîvîtî ne, mirov dikare jê bawer bike ku di navbera Lansonîzm û rexneya îdeolojîk de tu nakokî tune ye, ku hemû jî rexneya şîroveyê ne. Digel vê yekê, tevî ku piraniya rexneya frensî îro (em li vir tenê behsa rexneya binyadê dikin, ne ya rexneya navdar) a profesoran e, di navbera rexneya şîroveyê û rexneya pozîtîvîst (akademîk) de vekêşaneke diyar heye. Ji ber vê ye ku Lansonîzm bixwe îdeolojiyek e; ew daxwaza sepandina qaydeyên objektîv ên hemû lêkolînên zanistî qebûl nake, ew bi nêrînên gelemperî yên li ser mirov, dîrok, edebiyat, ahenga navbera nivîskar û berhemê re têkildar e; mînak, psîkolojiya Lansonîzmê bi temamî kevn bûye, esas ji cureyeke determînîzma analojîk pêk tê ku li gorî wê kitekitên berhemekê divê bişibin kitekitên jiyanekê, ruhê karakterekî divê bişibe yê nivîskar, hwd., îdeolojiyeke pir taybet, -ji ber ku bi salan e di şopa formulekirina wê de ye- ku psîkanalîz ,wekî mînak, têkiliyên hemberî hev ên înkarê yên navbera berhem û nivîskarê/a wê fikirî. Esas, bêşik postulatên2 fîlozofîk misoger in; Lansonîzm divê ji pêşdaraziyên xwe neyê berpirsiyarkirin lê ji bo bûyerên ku wan vedişêre bê berpirsiyarkirin: îdeolojî xefexef ket nav çenteyên zanistê, wekî tişteke qaçax a bazirganiyê.

Ger ev prensîbên îdeolojîk ên cihê dihemandemêde mimkun bin (û ji hêla min, bi şêwazeke diyar, ez di heman demê de her yekê wan pesend dikim), ji ber vê ye ku bêguman bijareya îdeolojîk Bûyîna rexneyê pêk nayîne û ji ber ku “rastî” ne pesenda xwe ye. Rexne, ji axaftina tenê a li ser navê prensîbên “rastiyan” jî wêdetir e. Berdewam dike ku guneha mezin a nav rexneyê ne îdeolojî ye, lê bêdengî wê vedişêre: ev bêdengiya tawanbar xwedî navekî ye: baweriya baş, an jî îmana xirab. Mirov çawa dikare bawer bike ku berhem objeyeke derveyî giyan û dîroka mirov e ku wê dide ber pirsan, objeyeke ku rexne dê li ser wekî cureyeke mafê tiştekî destnedayî bixebite? Bi kîjan mu- cîzeyê ragihandina kûr a ku piraniya rexneyan şert datînin navbera berhem û nivîskarî/ê, dê têkiliya berhema wan û serdema wan bibiriya? Qanûnên afirandina legal ên ji bo nivîskar hene, lê ji bo rexneyê tune ne? Divê hemû rexne di nav rabêja xwe de (tevî ku ew di şêwaza herî neyekser û mutewazî de be jî) ramaneke neyekser li ser xwe bihewîne; her rexne rexneya berhemê û ya xwe ye; ku em lîstika peyvan a Claudel bigrin dest, ew li cîhanê danasîna a din û ya xwe bixwe ye. Bi awayekî din, rexne tu car ne maseya encaman e an jî ne bedena darazê ye, a rast rexne aktîvîte ye, ango rêzeke çalakiyên entelektuel e ku ji hundir girêdayî heyîna dîrokî û subjektîv (ev heman tişt in) a wî mirovî ye ku wan pêk tîne, ango dide kirin. Aktîvîteyek dikare bibe “rast”? Serê xwe li ber hemû pêwistiyên din xwar dike.

Her romannûs, her helbestvan, her çi qas ji rêya teoriya edebî dikare derkeve jî, tê texmînkirin ku derbarê obje û fenomenan de dipeyivin, tevî ku ji zimên re xeyalî, derveyî û a berê bibe jî: ev ne “dinya” ye, ev rabêj e, rabêja yekî din: rexne rabêja ser rabêjeke din e; ev zimanekî duyemîn e, an jî zimanê raser (wekî gotina mantiqnasan) a ku li ser zimanekî yekemîn (an jî zimanê alavî) xwe fêr dike. Piştre wisa berdewam dike ku divê aktîvîteya rexneyê bi du cureyên têkiliyê bê hesibandin: têkiliya zimanê rexneyê bi zimanê nivîskarê/nivîskêr re ê ku li ser hatiye xebitîn û têkiliya vî zimanê alavî yê bi cîhanê re. Ev “gelemşe”ya van du zimanan e ku rexneyê terîf dike û belkî dirûveke mezin didê bi aktîvîteyeke din a zîhnî û bi mantiq a ku bi temamî li ser cihêbûna zimanê alavî û zimanê raser (meta-language) ava bûye.

Ger ku rexne ji zimanê raser ne tiştekî din be, ev tê wê wateyê ku peywira wê ne tenê dîtina “rastiyan” e, di heman demê de “mûteberî” ye jî. Di nav xwe de zimanekî ne rast an jî xelet e, mûteber e an na: mûteber, ango pêkanîna sîstemeke hevgirtî ya nîşaneyan. Qaîdeyên ku serê xwe li ber zimanê edebî xwar dikin bi guncaniya vî zimanî ya di rastiyê de eleqeder nabe (her çi daxwazên dibistanên rastîhez), lê tenê girêdana wê ya sîstema nîşaneyan a bi destê nivîskar hatin damezirandin (û divê, helbet em li vir wateyeke xurt a peyva sîstemê bidin). Rexne ne xwediyê wê tiştê ye ku bêje ger Proust got “rast”, ger Baron de Charlus esas Count de Montesquiou bû, ger Françoise Céleste bû, û bi gelemperî ger civak a ku Proust pênase kiriye rasterast şertên dîrokî yên bêjandin ên kesên esîl ên dawiya sedsala nozdemîn vehildiberînin an na; rola wî tenê amadekirina zimanekî ye ku aheng, mantiq, û wekî kurtasî sîstematîk a wî zimanî dikare (wateya matematîkî ya peyvê) mêjera herî mezin a mimkun a zimanê Proustiyen berhev bike an jî “entegre” bike, bi temamî wekî tekstên hevkêşe yên mantiqî ya sedeman ku bêteref wekî “rastî”ya nîqaşan mobîlîze dike. Mirov dikare bêje ku peywira rexneyê (ev ewlehiya wê ya tenê ye di gerdûnîtiya wê de) tenê teşeyî ye: ev ne “keşfkirin” a nav berhemê an nivîskara/ê wê ye ku tiştên “veşartî”, “kûr”, “nepen” ên heya îro bêyî lê werqilîn derbas bûne (bi kîjan mucîzeyê? Em ji kalikên xwe jîrtir in?) lê tenê lihevkirin, wekî necarekî baş e ku bi destên xwe “bi jîrane” du perçeyên mobîlyayê yên tevlihev digihîjin hev, zimanê ku serdema xwe (egzîstansiyalîzm, marksîzm, psîkanalîz) bi zimên re li hev tîne, ango bi sîstema fermî ya zehmetiyên mantiqî ya ku ji hêla nivîskar li gorî serdema wî ya bixwe tê amadekirin. “Delîl”a rexneyekê ne ya pergaleke “aletîk” e (ji rastiyê dernakeve), ji bo rabêja rexneyî -herwiha, wekî rabêjên mantiqî- tu car ne totolojîk e: di dawiyê de bi gotina derengmayî pêk tê, lê bicihkirina vê tevahiyê nav derengmayînê ji ber vê ye ku ne bêwate ye: Racine Racin e, Proust jî Proust e; “delîl”a rexneyê, ku hebe, girêdayî qebîliyetekê ye, ne girêdayî keşfkirina berhemê ye a ku qala wê tê kirin, lê dijî vê girêdayî bi temamî pêçandina wê ya bi zimanê wê bixwe ye.

Bi vî awayî, em careke din bi aktîvîteyeke ku wekî esas fermî ye eleqedar in, ne di estetîkê de lê belê di wateya têgehê ya mantiqî de. Em dikarin bibêjin ku ji bo rexneyê, rêya tekane ya ji bo revîna ji “baweriya baş” an jî “îmanê xirab” ê ku me di serî de behs kir ew e ku girtina armanceke exlaqî ye, ne deşîfrekirina wateya berhemê ye ya ku li ser hatiye xebitîn, lê ji nû ve avakirina distûr û zehmetiyên amadekirina vê wateyê ye; bi şertê ku mirov di cî de qebûl bike ku berhema edebî sîstemeke semantîk a pir taybet e ku armanca wê xistina “wateyê” nav cîhanê ye, lê ne “wateyekê”; berhem a ku qet nebe bi gelemperî dikeve nêrîna rexneyê û belkî ev terîfkirina edebiyata “baş” e berhem tu car bi temamî ne bêwate ye (nepenî an jî “sirûştî”) ne jî bi temamî eşkere ye; ew, yek dikare bibêje ku di wateya daleqandî de ye: esas xwe ji xwendevên re wekî sîstemeke diyar a eşkere pêşkêş dike lê xwe wekî objeye- ke diyarkirî jê vedişêre. Ev cureya hêvîşikestinê ya wateyê ji aliyekî ve eşkere dike ku berhema edebî xwedî hêzeke pir xurt e ku ji dinyayê pirsan bipirse (hejandina wateyên jixwebawer ên ku îdeolojî, bawerî û wateyên gelemper xuya dike ku xwediyê wan e), bêyî bersivdana wan (berhemeke mezin a ku “dogmatîk” e tuneye), û ji aliyê din berhem xwe pêşkêşî deşîfrekirineke bêdawî dike, lewre tu sedem tune ye ku em rojekê dev ji axaftina ji Racine û Shakespeare berdin (hekena bi cirnexweşî ew ê bixwe bibe zimanekî): di heman demê de pêşniyaza biisrar a wateyê û wateyeke serhişk a qaçax, edebiyat bi rastî zimanek e, ango sîstemeke nîşanokan: hebûna wê ne di peyama wê de ye, lê di vê “sîstem”ê de ye. Û ji ber vê rexne peyama berhemê ji nû ve ava nake, lê tenê sîstema wê ava dike, çawa ku zimannas wateya hevokekê deşîfre nake, lê binyada teşeyî ya ku dihêle ev wate belav bibe, ava dike.

Ew bi nasîna xwe bixwe ne ji zimanekî wêdetir e (an jî bêtir zimanê raser) ku rexne bikaribe -bi paradoksî lê bi rastî di heman demê de bibe objektîf û subjektîf, dîrokî û bûnewerî, totalîter û lîberal. Lewre ji aliyekî ve zimanê ku rexneyê ji bokuli ser bipeyive hilbijartiye, ji esmên danakeve, ew yek ji zimanên curbecur e ku serdema wî pêşkêş dike, ew wekî objektîf têgeha gi- haştineke dîrokî ya zanînê, fikran, azweriyên rewşenbîrî ye, ew pêwîstiyek e; û ji aliyê din, ev zimanê pêwîst ji her rexneyekê ku di tevgereke egzîstansiyel de kar dike hatiye hilbijartin, wekî hîndariya erkeke rewşenbîrî ku wekî malê xwe lê xwedî derdikeve, hîndariyeke ku hemû “kûrahiya” xwe didê, ango hilbijartin, daxwaz, berxwedan, azwerî. Bi vî awayî diyaloga du dîrok û du subjektîfiyên nivîskar û yên rexneyê, di dilê berhema rexneyê de dest pê dike. Lê ev diyalog bi awayekî egoîstî bi temamî ber bi îro ve hat hilgirtin: rexne di rastiya berê de, an jî di rastiya “a din” de ne “rêz”ek e, ew avahiya watebar a serdema me ye.

*mafê telifa vê nivîsê ji weşanxaneya Seuilê hatiye stendin, © Editions du Seuil, 1964.

ji frensî: Sevda Orak Reşitoğlu

1  Epîgon: Şopîner an jî teqlîtkarê kesekî/ê, dozekê

2  Ew rastiya ku nikare bê îspatkirin

Share.

Leave A Reply