HESTIYÊ ZIMÊN TUNEYE LDIKARE HESTIYAN BIŞKENÎNE

Amir Hassanpour

Amir Hassanpour bi xwendineke ji nêz ve, ya li ser biwêjên ji temamê dinyê, hêza axaftinê ya di afirandina yekdestiyên (monopoly) zanîn û desthilatdariyê dinirxîne.

Bi pêşketina nivîsê re û taybetî piştî belavbûna matbaayê, her ku çû axaftinê girîngiya xwe winda kir û bi qewlê teorîsyenê siyaseta aborî û pisporê ragihandinê Harold Innis (1897-1952) ê ji Zanîngeha Torontoyê, girîngî kete ser “ragihandina mekanîze”.

Pirsgirêka sereke ya di ragihandina mekanîze an hevbandoriya di ser medyaya girseyî re, meyla wê ya astengkirina diyalog û her wiha, bi gotina Innis, kedîkirina “yekdestiyên zanînê” û navendîkirina desthilatdariyê ye. Wek mînak; îstasyoneke radyoyê ku gelemperî ji aliyê çend kesan ve tê rêvebirin, xitabî girseyeke mezin a guhdaran ku endamên wê nikarin li wan vegerînîn, dikin; telefonên ku ji wan re tên kirin, di rojnamevaniyê de, nameyên ji edîtoran re tên şandin, digel her tiştî, diyalogê pêk nînin, ji ber ku ev tesadufî ne, qismî ne, tên neqandin, tên hilbijartin û ji bo hewcedariyên mekanî û zemanî yên vê medyayê tên qutkirin. Berovajiyê vê, ragihandina rûbirû ya peyvkî, bi dîtina Innis, înteraktîf e, diyalojîk e û derfeta beşdarbûnê dide, ku ev hemû ji bo fikirîna rexneyî pir girîng in.

Lê kevneşopên devkî çîrokek din vedibêjin. Ger em ji nêz ve tenê li biwêjan binêrin, em ê lê hay bibin ku axaftin qasî ku xuya dike ne romantîk e. Axaftin di eslê xwe de hevbandorker be jî, ji beşdarkerî, wekhevîxwazî, diyalojîkbûn an demokratîkbûnê dûr e.

Zanebûna biwêjkî ya gelên li her çar aliyê dinyê wêneyekî ku di pêwendiyên peyvkî de yên di navbera dê û bav û zarok, xwedîerd û cotkar, mamoste û xwendekar, mêr û jinan de parvekirina desthilatdariyê ya newekhev dest nîşan dike, diresmîne. Hemû hemfikir in ku axaftin û bi taybetî jî rastgotinî wê teşebuseke xeternak be.

Di biwêjan de hesasbûna axivêr bi awayekî pir eşkere tê teswîrkirin. “Zimanê sor seriyê şîn diruxîne” (farisî). “Pilingê di devê wî de ew wêran kir” (japonî). “Ger dîk beriya wextê xwe bang bide, tê serjêkirin” (ermenkî, farisî). “Zimanê dirêj jiyanê kurt dike” (ermenkî). “Kî rastiyê bêje ji neh gundî tê qewirandin” (tirkî). “Şûr yekî, ziman artêşekê dikuje” (ermenkî). “Birîna şûr rihet dibe, lê birîna zimên rihet nabe” (ermenkî, tirkî).

Xetereyên axaftinê, bi qismî, di tebîeta ragihandina devkî ya herikbar an bêîtaet de ye. Axivêr li ser gotina xwe ne xwedî kontrol e: “Dema peyv di devê te de bin, ên te ne, ku ji devê te derketin, êdî ne yên te ne” (ermenkî); “Devê mirovan de derî tuneye.” (japonî); “Dema peyv ji dev derket, nabe bê daqurtandin” (kurdî); “Dema peyv ji dev derdikeve, li nav bajêr digere” (kurdî, japonî).

Hevbandoriya axaftinê îmkanê dide şefafiyê, lê biwêj di navbera peyv û kirinan de, gotin û guhdarkirinê de, şandin û wergirtinê de hevnegiriyandestnîşan dike: “Zimanê min dibêje lê dilê min nabêje” (ermenkî); “Ma dema tu bêjî ‘şekir’, xwarina te şêrîn dibe?” (tamilkî); “Dema mirovek derewekê dike, kesên din wê wek rastî dibêjin” (japonî).

Axivêr di nav hesasiyeta xwe de, ne azad in ku samimî an rastgo bin: “Ê li hundir, ez ji te re dibêjim, ê derve, tu fam bikî” (ermenkî) an varyasyoneke din “Bûkê ji te re dibêjim ku xwesû guhdarî bike” (kurdî); “Di dilê wî de tiştek e, devê wî tiştekî din e,” an varyasyoneke din, “Li rûyê te tiştekî dibêje, li paş te tiştekî din dibêje” (tamilkî).

Dema axaftin xeternak be û axivêr li ser encamên wê ne xwedî kontrol be, alternatîf bisînorkirina wê ye. Xwediyê biwêjan pêşniyaza xwe-girtinê dike: “Aqil çiqas kamil be, ewqas kêm peyv ji dev derdikeve” (erebî); “Yek ji devê yekî din re muameleya cêrê parastî dike” (japon); “Her peyvê neke, guhên erdê hene” (tirkî): “Zimanê di devê mirov de mihafizê serî ye” (farisî).

Awayekî hişk ê xwe-sansurkirinê bêdengbûn e. “Bêdengî zêr e” Li gor biwêjeke ermenkî (û tirkî, wer.), “Axaftin zîv e, bêdengî zêr e,” biwêjeke ja- ponî jî bi awayekî din dibêje, “Neaxaftin kulîlk e,” “Dev ji bo xwarinê ye, ne ji bo axaftinê ye” û “Ên dizanin napeyivin, ên dipeyivin nizanin.” Li gor farisan “Heta ji te nehate pirsîn, nepeyive” û tirk şîret dikin, “Dema du mirov diaxive, tu nebe yê sêyem.”

Herçiqas mirov dikare biwêjên ku derheqê axaftina serbest de kêmtir hişyarker bin jî, peyda bike, kevneşopên devkî yên gelên cur bi cur, axaftinê wek pêvajoyeke ku tê de dabeşa newekhev a desthilatdariyê rê li ber îmkana diyalogê digire, problematîze dikin.

Dîsa, ne hêsan e ku mirov Innis neheq derxîne.

Axaftin, digel ku ji aliyê pêwendiyên desthilatdariyê tê sînorkirin jî, ji bo diyalogê, ku jê re hevbandoriyeke du-alî lazim e ku ji bo li hevdu vegerînin û tevkariya encameke ne-tayînkirî bikin, derfet bide herdu aliyan jî, şêwaza herî dînamîk dabîn dike. Mînak, diyaloga Sokratesî, diçe Yewnanistana antîk, rêbazeke diyalektîk e ku ji bo bigihêje “heqîqet”ê bi riya bi dorê jêpirsîna reqîbekî û jêhatinpirsînê, eşkerekirina nakokiyan e.

Diyalog gelek caran, wek awayekî fikirînê û rêbazeke têgihiştina dinyayê bi diyalektîkê re tê yekkirin. Diyalektîk, ji sabîtbûnê bêtir, wek gewherê hemû fenomenan (li gor yewnanên serdema antîk, mirov du caran nakeve avekê) şahidê guherînê ye û guhertin di nakokiyên ku jiyana takekesan, civakê û xwezayê dişêwîne de xwe bera erdê dide. Ev awayê fikirînê ne girêdayî şêwaza ragihandinê ye: mirov dikare di hevbandoriyên him devkî û him mekanîze de bi awayekî diyalektîk bifikire. Ger ku her du alî jî bikaribin ne-linear1, ne-binary2 bifikirin, diyalogek dikare diyalektîk be.

Diyalog ji hevbandoriyê (înteraktîvîte) cuda ye. Divê neyê jibîrkirin, bêyî ku têkevin nav diyalogekê jî mirov dikare bi hev re bipeyivin; a rast, medya- ya girseyî hewl dide bêtir înteraktîf be, taybetî jî televizyon. Innis nikaribû “televizyona înteraktîf” texeyul bike, herçiqas wê bigota ev jî awayekî din ê “ragihandina mekanîze” ye ji ber ku bîner dikare naverokê biguhere, lê nikare şandêr (mînak, saziya medyayê) û çarçoweya wê veguherîne.

Ger ku hevbandoriya di nav ragihandina mekanîze de bi awayê ne-diyalojîk û bi pêvajoyeke yek-alî bidome, tam ew xetereya ku ragihandina devkî ya rûbirû(di biwêjan de binê vê hat xêzkirin) ketiye nav, li pêş wê ye jî. Xwendevanê pirtûkekê bêyî ku encamekê bistîne dikare bertek bide: dikare wê bipesinîne an berovajiya vê dikare wê bihetikîne, naletê li weşangerê wê, nivîskarê wê, firoşkerê wê bîne an pirtûkê perçe perçe bike. Bi îhtimaleke mezin Innis wê înternet jî têxista eynî ezmûnê: Ew tevkariya diyalog, fikirîna rexneyî û jiyana demokratîk dike an ji bo yekdestiyên nû yên zanîn û desthilatdariyê bên afirandin, amûreke din lê bêtir kompleks e?

Spasî: Biwêj ji çavkaniyên cuda hatine wergirtin, wek Rev Herman Jensen, A Dictionary of Tamil Proverbs (1988), Dora Sakayan, Armenian Proverbs (1994) û Metin Yurtbaşı, A Dictionary of Turkish Proverbs (1993). Ji bo bêtir agahî li ser fikrên Innis, bnr. Empire and Communication (1950) û Bias of Communication (1951).

 

ji îngilîzî: Fexriya Adsay

1  Non-linear: Kesê ku bi awayekî duz nafikire (wer.).

2  Non-binarist: Mirovê bi awayekî tûj û tenê du-alî difikire, wek erê an na, reş an spî (wer.)

Share.

Leave A Reply