DI HIN BERHEMÊN KURDÎ DE ŞOPÊN ÇANDA DEVKÎ

Hesenê Dewrêş

Li ser derengmayîna kurdan gelek tişt hatin gotin. Yek ji kulên derengmayîna kurdan jî nivîs e. Her çiqas hin kurdan beriya niha bi çend sedsalan hin berhemên nivîskî ên bi “kurdî” hiştibin jî nivîs di nav kurdan de heta demeke nêzîk nebûye alavekî xweîfadekirin, hûner û fermiyetê, li nav civaka kurdan û xwedî qelemên wan belav nebûye. Mîna pirahiya zimanên cîhanê “gotin” di her warî de têra kurdî kiriye. Zimanê nivîsê jî her çiqas ji alavên hazir ên zimanê jiyana rojane çêbûbe û xwe pê dermale kiribe jî, mîna “zimanekî rojane” tê guhertin, di gelek merhaleyan re derbas dibe û her dewrê xwe ji nû ve ava dike. Zimanê nivîsê jî çiqas bikar tê riyên cihê li ber xwe vedike û kes-civakên ku wî bikartînin jî diguherîne. Her çiqas “peyv”ên zimanê rojane û zimanê nivîsê heman peyv bin jî du zimanên di gelek waran de biyaniyê hevin jî. Gelek caran kesekî ku bi zimanekî dizane, dema li nivîsa wî zimanî rast tê mîna ku li zimanekî biyanî rast hatibe li hember wî zimanê nivîsê tevdigere. Zimanê nivîsê di nav nexşeya peyvan de nexşeyeke xweser ji xwe re ava dike û têkiliyên nav sînorê xwe bi zagon û hewceyiyên xwe bi kod dike. Kesên ku mifteya wan kodan di dest de tunebe an wê li ber derî bimîne an jî wê bêwatetî û xapandin dest jê negerin. Mîna ku Saussure nîşan dike; nivîs him bi fêde ye, him têrnak e, him jî bi talûke ye.

Weke ku tê zanîn rabûn û rûniştina her çandekê pêdivînin xwe û xwezayek xwe heye. Hinek kirinên hevbeş di gelek çandan de hebin jî, hin tiştên ku çandek himbêz dike çandeke din dikare bi eybkirinê li derî xwe jî bihêle. Her çiqas biryardayîna bê “çandên cihê ji ber zimanên cihê hene an zimanên cihê ji ber çandên cihê hene?” zehmet be jî, têkiliyek berbiçav di navbera çand û zimên de heye. Di nava zimanekî xwedî zarava û xwedî devok de çanda kesên/herêmên ku eynî devok/zaravayî dipeyivin nêzîktirî hev in û carna rabûn û rûniştina du gundên cîran jî di hin waran de dibe ku ji hev cihê bin. Terry Eagleton di berhema xwe a bi navê Kültür Yorumları (Şîroveyên Li Ser Çandê) de wiha dipirse: “Weke awayekî jiyanê bergeha çandê çi ye? Formeke jiyanê, dikare bi qeysa ku çand bê hesibandin fireh û pircure an jî teng be?” û wisa didomîne; “Raymond Williams difikire ku bergeha çandê ‘bi giştî ji qada sinifekê bêhtir bi qada zimanekî rêje ye’. Ev nêrîn helbet ciyê niqaşê ye” (44). Her çiqas nêzîkbûna Eagletonî meseleya me ber bi dereke din de kaş bike jî mirov nikare bibêje Williams ji sedî sed neheq e: helbet forma jiyana kesên hevpîşe (an jî bi wateyeke berfirehtir kesên ji sinifekê) hin nêzîkayiya wê bihebîne lê eşkere ye ku awayê jiyana kesên hevpîşe yên ku bi heman zimanî dipeyivin wê ji ya kesên ku hevpîşe ne lê bi eynî zimanî napeyivin bêhtir nêzîkî hev be, an em wilo bibêjin; wê hevparbûna baweriyên-rewşên sinifî nikaribe ên zimanî derjiyan bike. Yanî mirov nikare têkiliya ziman ji awayê jiyana kesan/civakan qut bike an jî temamî bi wir ve girê bide.

Heman têkilî di navbera zimanê rojane û zimanê nivîskî de jî heye. Zimanê rojane mîna ku Walter J. Ong di berhema xwe a bi navê Sözlü ve Yazılı Kültür: Sözün Teknolojileşmesi (Çanda Devkî û Nivîskî: Teknolojîbûna Gotinê) de tîne zimên li ser “deng” ava dibe. Ku em bidin pey Ong em dikarin bibêjin; ji ber ku axaftin û bihîstin bi dengan pêk tê çi danûstendinên ku li ser navê zimên hene (hereketên dest û çavan, elfabeyên ku ji bo ker û lalan hatine çêkirin hwd.) bi axaftinê ve girêdayî ne, ji wir derdikevin rê. Ong dibêje; “Ne hew danûstandin, raman jî bi hawayekî taybet bi deng ve girêdayî ye” (19). Gava ku fikir jî bi deng ve girêdayî be, wê bê wê wateyê ku hemû tevger û qebûlên me di bin bandora dengan de ne; bi hawayekî giştî tiştê ku em jê re dibêjin çand jî ji vê bandorê ne azade ye. Dibin siyên van nêrînan de eşkere ye ku zimanekî ji dengan bêpar bimîne wê refleks û pêdiviyên wî jî bi guhertinên cidî rû bi rû bimînin. Bêpariya zimanê nivîsê ya di vî warî de wî mecbûrî afirandina xwezayekê dike.

Di vê nivîsa ku wê li ser hin taybetiyên çanda devkî û bandora wê ya li ser edebiyata me bisekine de ji bo çandên ku rihên wan di dest deng/“gotin”ê de ye mîna yên berî min nivîsîne ku ji bo oralitya îngilîzî “devkî” gotine wê “çanda devkî”1 û ji bo çandên ku nivîsê ew guherîne jî wê “çanda nivîskî” bê gotin.

Hin xisûsiyetên gotinê

Me got nivîs têr nake; ji ber ku di nivîsê de deng tune, nivîs li hemberî zimên kêm e. Ong dibêje: “Ziman ewqasî bi deng ve girêdayî ye ku di tevayê dîrokê de ji nav bi hezaran ziman, belkî ji deh hezar zimanan pir pir 106 heb bi qeysa ku wêjeyekê hilberînin bi nivîsê ve ketine nava têkiliyekê, ji nav van zimanan bi qismekî mezin jî qet nehatiye nivîsîn. Ji nav 3000 zimanên ku îro pê tê peyivîn hew wêjeya 78 heban heye” (19). Temsîliyeta hemû dengan di nivîsê de gelek caran nepêkan e û ev temsîliyet “tiştan” ji rismên wan jî vediqetîne. Belkî ji ber wê xwesteka ku naxwaze ji rastiya tiştan an yekgirtî- bûna wan dûr bikeve elfabeyên hiyeroglîf (hiyeroglîfên Misrê, ên Luvî, ên Girît, ên Mezopotamya, ên Ûrartû hwd.) dewreke dûdirêj temsîliyeta tiştan kirine. Lê bi vî hawî nêzîkbûna temsîliyetê li dijî wê mantalîteya çanda nivîskî ye ku reflekseke wê ya girîng pratîkbûn e. Belkî ji vê anê de elîfbaya herî bi mubalexe a Çîniyan e; Ong dibêje: “Di ferhenga Çînî K’anghsi a ku ji P.Z. 1716 de maye tam 40545 tîp hene, û Çînî yan jî sînologekî ku bi van hemûyan zanibe derneketiye.[….] Ji ber ku fêrbûneke kamilbûyî ya nivîsa çînî herî kêm 20 sal jê re divê, tu bikî nekî xwendinû nivîsandin ji sinifeke bijarte wêdetir naçe” (107). Lê îro asta/çanda nivîsê gelek endîşeyên “çanda devkî” bertaraf kirine; gava ku em li ser kaxetekê bi tîpan peyva “beq”ê dibînin beriya her tiştî rismekî beqekê di serê me de serî radike, gava em peyva “masî” dibînin sûretê masiyekî tê pêşberî mirêka mejiyê me. Pirsgirêkên temsîliyeta tiştan ji dema însanên ewil heta niha jî însaniyet meşxul kiriye-dike; bihevgirêdana mekan-rism-deng-zeman xetereyên li ber her vegotinê ne.

Meseleya di navbera axaftin û nivîsê de ne hew mîna ku Ong îşaret dike hilqetandina deng a ji peyvê ye. A rastî “zimanê bi deng” jî li ber qewaman/ tiştan kêm e; vegotineke ku bixwaze bûyerek bûyî vebêje wê her di kêmasiyekê de bilikume. Ji vê anê de romana Ciwanmerd Kulek Zarokên Ber Çêm vê rastiyê xweş li ber me radixe. Kejoyê ku bi bîranînên Dêrsimê dilê wî dikizire û nema kare rê li ber sikra bîra xwe bigre, dixwaze ku (têkeve ser şopa diya xwe Koçerê û tiştê ku wê hertim digo û pêkneanîbû bike) bantekê dagire. “Tiliyên wî çûn ser herdu bişkokên teyîbê ên dawî. Xirexira gerîna bandê hat. Tiştek di qirika wî de ma. Zengelorka wî girrikî bû” (205). Hezar fikar di serê wî de derbasdibin, band vala digere lê peyv ji devê wî dernakeve. “Hingê xwest dengê mirîşkan, dengê bayê nav dehlê, çirkeçirka demjimêrê jî bikeve nava bandê. Heçku dixwest û guman dikir, ku dê deng here Koçer Kubara diya wî jî. Hechecîk çûbûn, hêlîna wan vala bû. Xwezil dengê şîrşî- ra wan jî bihata û biçûyayê. Wê hingî ji pêjna wan hez dikir” (205-206). Ku dengê mirîşkan, ê bayê nav dehlê, ê çirkeçirka saetê û şîrşîra hechecîkan têxe bandê jî wê nikaribe çûyîna hechecîkan û valabûna hêlîna wan têxe bandê. Belkî jî ji ber ku bi van kêmasiyan wê nikaribe atmosfera kêliyê bibêje Kejo nikare karê ku pir nêzîkayî li pêkanîna wê kiriye bibe serî. Kejo digel kêmasiya deng a wêneyî jî eşkere dike. Dibe ku hinek bibêjin meriv van kêmasiyan dikare bi rêya kamerayê/sînemayê çareser bike û vegotineke qewî û bi heqîqetê ve girêdayî bîne meydanê. Lê di wir de jî pirsgirêkên mîna zeman wê derkevin; tiştekî ku di mehekê de an di çend salan de bûye wê di çend deqan an di çend saetan de bûye bên nîşandan, an hew tiştên ku kamera berê me didiyê em ê bibînin. Kejo cixara xwe vêdixe; “Bêhna don a ji hesteyê wî hat jana dilê wî hîn bêtir azirand. Weke ku bêhna can û cesedên qemirî, bûbûn rijik û bêhnpêketî, bike, pozê xwe qermiçand. Dilê wî xewirî” (208). Kamera wê nikaribe bêhna dohn jî têxe bêvila me. Yanî meriv dikare zimanê ku Ong di navbera çav û guh de par dike2  bi têxistina hin organên din ên ragihandinê ya nav meseleyê hebekî din jî parçe bike.

Di axaftinê de çawa ku bo wate biçûrise ji hereketên dest û piyan, çav û seriyan, mîmîkan mirov alîkariyê digre wisa jî di nivîsê de bi verastkirinê/aranjeyê wate dikare bê dayîn. Hevokên kinî ku di jiyana rojane de ji ber derdora ziman a zindî ku bêgramer tên gotin, ji ber ku ew derdora zindî di nivîsê de tuneye hewceyiyê bi verastkirinekê dibînin. Bela ku berê li ser nehatiye xebitandin, neqla peyv û bûyeran nehatiye organîzekirin di axaftina rojane de hevokên kin, gelek caran bi dûbarekirinan ta ku wateyekê biafirînin li pey hev têne rêzkirin. Hewceyiya axêver bo ku bîne bîra xwe bi çendek wext divê û wî wextî jî gelek caran bi dubarekirina peyvan an bûyeran bi dest dixe, ji bo hevokên dirêj wextê mejî çênabe. Ji ber vê hewceyiyê mejî dilikume, di kêliyên kin de dikeve nava lêgerînan û çareseriyan peyda dike. Lê nivîs ji peyvên organîzekirî ên ku berî hesab û kîtabên wan hatine kirin, ji pevxistina bûyerên ku pîvanên wan hatine danîn, li ser manîpûleyên ku wê bên kirin dûrûdirêj hatiye fikirîn pêk tê. Peyva ku ji dev derdikeve paş de nayê lê hevoka nivîskî ya ku nekeve serê me meriv dikare biguherîne.

Yek ji taybetiyên zimanê axaftinê kin-hevokî ye. Ji ber ku di dema axaftinê de pir wextê hiş çênabe ku hevokên dirêj organîze bike (wê sekn têkeve şitexilandinê û xwezaya xwe wenda bike) di ciyekî de mehkûmî vî tiştî ye. Mîrata hevokên kin herî zêde di romana Mahmut Baksî ya bi navê Hêlîn derdikevin hemberî me; “Navê birayê min danîn Azad. Navekî delal û mêrxas. Azad wek navê xwe, ew ê jiyana xwe bidomîne. Ew kur e. Jê re her tişt serbest e. Li gora dilê xwe, wê bikaribe hereket bike. Cihê kuran bilind e, girîng e li Kurdistanê. Diyên ku her kur tînin pir bi rûmet in, tên hezkirin. Tu kes nikare têkilî wan bibe” (27). Ji hevokên romanê mînakek din:

Bavo û mamostê Tirk nêzî serbaz sekinîbûn. Destên wan kelepçekirî bû. Her du jî tazî bûn. Dadê xwe dabû pişta bavo û destê xwe danîbû ber xwe. Serbaz xwe nêzî bavo kir. Çar leşker hatin ba serbaz û sekinîn. Serbaz bi wan re peyivî. Piştî peyva serbaz, leşkeran diya min ji erdê rakirin û ew danîn nav milên bavo. Qîrînî ji bavo çû. Bavo ji nedî ve serê xwe li nav rûyê serbaz da. Xwîn ji pozê serbaz herikî. (73)3

Roman ji destpêkê heta dawiyê bi hevokên mîna ên jor dimeşe û diqede. Helbet gerek em bi bîr bînin ku ev roman di sala 1984an de hatiye çapkirin; yanî di dewreke ku hîn kurdî nû bi nû bi nivîsê re di warê wêjeyî diket têkiliyê de hatiye nivîsîn. Yanî manevraya ku zimanê kurdî yê nivîskî di 20-30 salên dawî de bi dest xistiye li holê nîne hîn. Romana bi navê Dem û Dêmarî ya Egîdê Xudo ku piştî ya Baksî bi du salan hatiye çapkirin, ku ne biqasîya Baksî be jî, di heman terhî de ye. Her çiqas Egîdê Xudo di şûna bikaranîna nuqteyê bi danîna bêhnokê hevokên xwe hebekî din dirêj kiribin jî, hevokên wî dûrî mantalîteya çanda nivîskî ne.

Asas nivîs ji tiştên zêde hez nake jî, lê bi qasî ku hevok kin dibin ger tiştan jî li xwe vehewînin û têr dagirtî bin. Hevokên di çîrokên Mehmet Dicle ên di pirtûka wî ya bi navê Nara ji bo vê qalê mînakên baş in. An jî yên Ciwanmerd Kulekî ku di romana wî Zarokên Ber Çêm de ne. Yanî nivîs hertim li hevokên mîna ên Şener Özmenî di Kelehê û ên Kulekî di Otobêsê de dirêj ku asta ziman bilind dikin û wî bi manevra dikin nagere. Lê ji yên Mahmut Baksî ya jor jî direve.

Bi dubarekirinan bereketa ku dikeve nivîsê

Di asasê xwe de nivîs ji barê zêde aciz e; ji ragihandinên belaheq, ji tiştên ku ji çepera metin dûr dikevin ên ku bala xwendevan diteriqînin û wextê wî (ê ku di serdema çanda nivîs û teknolojiyê de her dem hindike) belaheq xerc dike direve. Ji ber ku tekst li ber me ye û her gav em dikarin lê binêrin hewceyiya dibîrdeanînê (ku çanda devkî bi dubarekirinê ji xwe re pêlikan çêdike) difetiqe, dibe karekî bêfesal. Romana Bûbê Eser a bi navê Jiyanek di warê zêdeyî û dubarekirinan de emsalekî bê mînak e. Carinan tiştekî ku di rêzekê de hatiye gotin li rêza dû wê, tiştekî ku di rûpelekê de hatîye gotin di rûpela dû wê, qaleke ku di beşekê de hatiye kirin li çend beşên dû weke ku bi bîra xwendevên nebawer be an jî bi endîşeya jibîrkirinê, belkî jî ji ber hewceyiya dibîrdeanîna xwe ya nivîskar tên dubarekirin. Em çend mînakan ji dubarekirinên ku seran serê romanê dane ber xwe bidin: Di beşa nehan de lehengê romanê Mihemed diçe cem birê xwe Dawo da ku îznê ji bo çûna Diyarbekirê jê bixwaze; “Keko, bi Xwedê ev halê em tê de ne tu hal e. Eger tu îzna min bide, ez ê ji xwe re herim bajarê Diyarbekirê, belkî karekî bibînim. Li vir, em ê ji bêkariyê birizin. Em ê tim birçî bin” (65). Haziriya Mihemed, dûayên ku li dû tên kirin, derketina ser “Îpekyolî”, girîna li pey wî di vê beşa ku ji du rûpelan pêk tê bi bêhnfirehî tên gotin. Beşa dehan (rûpela 67an) wiha dest pê dike: “Mihemedê birayê Dawo jî, nihêrî nabe, wî jî xwest jiyana xwe ew bi xwe berdest bike. Lewma wî îzna kekê xwe Dawo xwest, ji nava malbatê koçî bajarê Diyarbekirê kir” (67). Tiştê balkêş di nava du rûpelan de ji hewceyiya dibîrdeanîna çûna Diyarbekirê bi heman hevokan bêhtir dibîrdeanîna biratiya Mihemed û Dawo ya heta vê rûpelê ku hema hema di her beşê de çend derban qalbûye ye (digel ku tu Mihemedên din di romanê de tunene). Xwedê li rûyê Mihemed dikene: “Midûrê daîreya Toprak Suyê bi Mihemed re peyivî û ew ji bo bekçîtiya baxçeyê daîreyê girt” (68). Piştî çar rûpelan nivîskar vê rewşê bi vê hevokê tîne bîra xwe û xwendevanan: “Mihemed li Di- yarbekirê, di daîreya Toprak Suyê de bûbû bekçiyê bexçê” (74). Dilê Serdarê serlehengê romanê di bin îşkenceyan de ji ber zêdeceryandayînê disekine, ev yek di rûpela 190î de xal bi xal tê gotin, di serê rûpela 191ê de îcar bi gotinên ku textorê ku anîne ser tê gotin (textor di vir de hew bûye amûrekî tesdîqkirinê). Polîs, ji bo ku kirasekî li mirina wî bifesilînin û nekevin ber cirmekê şêwra xwe datînin û dixwazin rengê revê li qewamê bixin. Ber bi dawiya rûpela 191ê de îcar ev hevok derdikevin hemberî me:

Bi destmalekê canê Serdar ê şil zuha kirin, cilên wî lê kirin, porê wî şikinîn, ji ciyê şikence û lêdanê derxistin qatê çaran. Yekî bi destê wî, yekî din jî bi lingên wî girt, kesekî jî pencere vekir. Serdarê mirî di nava xwe de hejandin û gotin:

– Yek, dudu, sisêêê…
Serdar di pencereyê re avêtin derve. (191)

Di rûpela 198an de îcar ji devê xelkê (qalkirina bajariyan) ev bûyer dîsa tê neqilkirin. Xwedêgiravî di nava hin bajariyan de ev diyalog derbas bûne:

– Polês gelekî ji wî qeherîne, lewma bê hemdî zêde ceyran danê, dilê wî sekiniye.
– Paşê…
– Piştî ku doxtir tînin ser, doxtir dibêje, ev miriye. Wî ji qatê çaran de davêjin jêrê da ku bibêjin, wî xwest bireve, xwe avêt (198).

Beşa 44an wisa dest pê dike:

Dema şikenceyên li Serdêr dihatin kirin, polêsan fêm kir ku Serdar di şikenceyê de kuştine. Ji bo ku ew di stûyên wan de nemîne, xwestin rewşekê bidin vê sedemê ku wekî Serdêr xwestibe bireve û xwe avêtibe. Ji ber vê fikrînê bû ku wan ew ji qatê çaran de avêtibû, lê dema ku Serdar hişk li ser erebaya wan dikeve, dilê wî dîsa dest pê dike dikute û bi vî awayî ew ji mirinê rizgar dibe. (226)

Ku em vegerin ser lêkolîna Ong; raman domdariyekê dixwaze, mejî qet vala nasekine. Ji ber wê çendê di axaftinan de gelek caran kes ji ser rê ber bi qiraxan de tewş dibin lê nivîs, di nav metin de li derveyî mejî xetek domdar bi dest dixe. Di xwendina metnekî de gava bala meriv ji ser here û meriv ji peywendê biqete, mirov dikare vegere çend rêz an çend paragraf berê û dîsa têkeve nava peywendê; tiştê ku ger di bîra me de be li derî bîrê, li ser kaxetê ye jixwe. Ji ber vê yekê mejî hemû hêza xwe ji bo pêşdeçûnê xerc dike; zûtir dixebite. Lê ji ber ku peyv çawa ji dev derdikeve di nava valahiyekê de wenda dibe, ji xeynî bîrê ciyekî ku em karibin lê vegerin û binêrin nîne. Ong dibêje: “Ji ber vê hiş, bi nêzîgirtina nûqteya nîskokê [focus] a qismekî pir ê mijara ku hatiye axaftin ve mecbûr e ku bêhtir bibêje û hêdî bi pêş de biçe. Axaftina bi xemlûxêlî4 û bi mubalexe, hemen tekrarkirina tiştê ku berî bi kêliyekê gotiye, nêhle ku bala axêver û guhdêr bi derekê de biteriqe” (56). Taybetiyek sereke ya ramana devkî di şûna ku peyvan bê tibarek li pey hev rêz bike, bi zêde gotinan vegotinê xenê dike, ev yek bêhtir li xwezaya çanda devkî tê. Ramana veçirîner a ku xwe dispêre bi hindik peyvan li ser xetekê meşandinê teknîkeke nû ye. Bi deh hezar salan însaniyetê bi awayê devkî kulên xwe derbirine.

Rêbertiya wêjeya devkî ya ji bo nivîsa kurmancî

Hebekî jî ji ber wî zimanê Mehmed Uzunî mexduriyetê ku di hevpeyvîn, daxuyanî û nivîsên xwe yên nesrî (mîna Ruhun Gökkuşağı) de bi kar dianî, weke refleksekê gava behsa wêjeyê dibe xwe diavêjin bextê dengbêjan. Ev refleks bêyî ku dengbêjiyê ji hev veçirîne, mîna ku hew ên wan hebin û gotin beramberî nivîsêye (mealen) dibêje: “ku nivîskarên we hene yên me jî dengbêjên me hene”. Beriya ku Mehmed Uzun li cem tirkan dengbêjiyê têxe rojevê û hin kurd jî bêhtir bi vê pêhesandinê û balkêşdîtina tirkan bi taybetiyek çanda xwe bihesin bi du hezar salan yûnaniyan li ser dengbêjan nîqaş dikir.

Gelek lêkolîn li ser dibîrdeanîna hozanan, awayê gotin û zimanê epîkên ku hozan dibêjin hatiye kirin. Însan şaş diman bê hozan çawa bi hezaran bend diafirînin û wan di hişê xwe de dihêlin. Piştî ku Milman Parry gelek hêlên epîkên Homeros eşkere kirin ew perdeya tarî a şaşmayînê ji mejiyan vekişiya û ciyê xwe da fêmkirina “qalibên peyvan”, bûyeran, sifetan û rêyên dibîrdeanînê. Xebatên bi vî rengî li ser çîrokên sêlekan jî hatine kirin.

Hin peyvên ku di gelek kilaman de pir tên bikaranîn û alîkariya bîra dengbêjan dikin evin; dewran e, dêran, weylo/lê, rebenê/o lêê/loo, felekê, hayîîî (hawê keyandinê) hwd. ev peyvên keyandinê ku bi dirêjkirinekê tên gotin wî wextê ku hiş pêdiviyê pê divîne dide hozan. Di bîra hozanan de gelek rengdêrên dibîrdeanînê jî hene. Çend mînakan mirov dikare wiha rêz bike: Felek her dem xayîn e, kezeb peritiye, derd/birîn bêderman e, şev tarî ye, dijmin an xayîn e an xwînxwar e, baran a biharî ye, xew şêrîn e a şevê ye diherime, dil reben e, hêstir mîna baranê dibarin hwd. meriv dikare gelek rengdêrên peyvan ku bûne klîşe bêyî ku zêde bîra xwe bibetilîne ji dev derxe. Hozan bi îmkana van rengdêran destanên/klamên xwe dixemilînin û xîtabî bîra civakî jî dikin ku ev yek girîng e. Her wiha tiştekî din î ku xemla epîkan geş dike dubarekirina peyvan e. Çend qalibên ku dikarin zûtirîn bên bîra me ev in: derd û kul, xem û kul, kul û birîn, vir û derew, heyran û qurban, feqîr û fuqera, alim û zana, şêx û meşayîx, kafir û gawir, dijmin û xayîn, diz û keleş hwd. Ev cotên peyvan ku gelek caran di heman wateyê de ne, epîkan û vegotinên devkî zexim dikin. Her wiha di pevxistinên devkî de jî gelek tişt-kes-mekanên hevpar hene. Ji ber ku peyv di van vegotinan de ne li ber çavanin, di guh de ne, tiştekî ku çavê me lê bialiqe û bi xweşiya me neçe li meydanê nîne. Lê bîra ku wê di nivîsê de bixwaze ku di zûtirîn demê de bi pêş de bimeşe wê di van peyvan de bilikume. Bela ku her tişt li ber çav raxistiye wê kes, ji kêfa ku guh dikir bêpar bimîne.

Lehengên Yaqob Tilermenî di romana wî Kitimê de (ku ji Sêbareya Mêrdînê pirtûka yekem e) li ser awa û rêyên avakirina romana kurdî nîqaşinan dikin. Di navbera Fendoyê ku di bin darê zorê de bi nivîsandina romanekê ve rabûye û Hêjayê ku li ser reng û çavkaniya ku romana kurdî jê avê vedixwe, pê re serî diêşîne ev diyalog derbas dibin:

“Destûra te hebe û ku xewa te nayê, ez ê ji te re behsa Destana Fatima Salih Axa bikim. Rêbazêd tê de hatine bikaranîn; Vegotina ji devên kesên cihê; Newaya muzîkê; Epîkbûn û lîrîkbûn û dîdaktîkbûna wê, tu yê gişî bibînî; Û ku tu ji wan fêdeyê bistînî wê romana te li ser çanda kurdî, li ser koka xwe rabe.”

“Belê kerem bike, lê gelo bikaranîna edebiyata devkî di romana modern de wê nebe weke lingekî kût!” her çiqas ez ne weke van gotinên xwe difikirîm jî, min dixwest hebekî feraseta wî bipîvim. Jixwe kêmasiya pênûsgiran ev bû ku ji hêlekê ve xwe bi zargotina kurdî dibuxudandin, ji hêlekê ve jî nizanîbûn ev gencîneya bikirana bingeha nivîsa xwe. Bi tenê xwepesinandin hebû.

“Rast e birawo. Çawa ku Celadet Bedirxan bi xebara xwe yî Hawarê pirek di navbera edebiyatanuhjen û zargotina kurdî de ava kir, divênivşêd îro jî vêya di ser guhêd xwe re navêjin û edebîyata me yî klasîk ji xwe re bikin asas.” (123-24)

Fendo û Hêja li ser vê mijarê li hev dikin (a rastî hevokên wan hevdu temam dikin; bela ku herdu ne bi hev re, lê bi yek devî bi cîhana derîromanê di niqaşê de ne). Hêja, kilama Fatma Salih Axa bêetlahî qederê çar rûpela ji Fendo re dibêje (di eslê xwe de Tilermenî ji xwendevanên xwe re dinivîse):

[…]
Berê xwe da oxirê û pişta xwe da felekê. Got ya Ellah û ya Xwedê û meşiya. Dibên sê roj û sê şevên wî çêbû meşiya. Cilên wî bi dar û deviyan mane.
Zeraqa tavê derket gihîşt şivanina.
Got lawo hûn şivanên kê ne.
Wan got em şivanên Salih Axa ne. Nebêj.
Got welle.
Got hûn şivanan nagrin.
Gotin wellehî em şivanên xerîb nagirin. Got çima.
Gotin pezên me wenda dikin.
[…] (124).

Kilam tesîreke mezin li guhdêr Fendo dike. Lê ez bawerim nivîsandina bi vî hawî ya bê aranjmanî kilamê (ku em pesnên di diyalogan de û weke rêya felatê nîşandana kilamê li ber çavan bigirin) wê ji bo xwîner hew komîk bisekine. A dîtir tevna vê kilamê, teknîka vebêjeya wê, rêyên çareserkirina prob- lematîka kilamê, awayê meraq çêkirina wê û xweşgotinên wê di roja îro de û di dema ku ev roman hatiye nivîsîn de êdî pir klîşe ne. Belkî tiştê ku (ger) em guh bidinê hew dengên kurdîne. Ku derd epîkbûn û lîrîkbûn be mirov dikare ji bo pêdiviyên wê û awayê wê yê gelekî bi serketî li çîroka Mehmet Dicle “Nara” a ku di berhema wî ya bi heman navî de ye binêre. Digel pêdiviyên zimanê nivîsê hemû xalên ku Fendo û Hêja dil dibijînê tê de hene.

Rewşa ku Tilermenî di vir de ketiyê ew rewşa ku Ong wiha tîne zimên e: “Çawa ku xwende-nivîsendeyan serfiraziyên xwemalî yên nivîsê li hozanan anîbin, wisa jî hozanan ên xwemaliya devkiyê li xwende-nivîsendeyan anîne” (79).

Helbet ku em bixwazin jî em ê nikaribin ji sûdwergirtina çanda devkî rû babidin. Ev xwespartin di hemû zimanan de heye. Bes ku em karibin wê bi nivîsê ve bijenînin ne ku wê monteyî metin bikin. Di romana Fawaz Husên a bi navê Barê Şevêde çîrokek gelêrî (Çîroka Mîrza Mihemed) digel ku di nav peywenda ku tê qalkirin û çîrokê de tu têkilî tuneye jî di nav metin de hatiye bicîkirin. Digel ku pir eşkere ye ku ew çîrok vegotinê qut dike û nîskoka wê bela dike jî, herhal wê ji ber daxwaza nivîskar a xelaskirina çîrokê yî jibîrbûnê be, ev yek dîsa tê kirin. Heman mesele di romana Jan Dost Mîrnameyê de jî derdikeve hemberî me; Selîmê Nalbend ku yek ji vebêjerê romanê ye hin meselokên gelêrî yên bi vegotinê re ne têkildar weke hîmekî ku meriv dayîne nav avê datîne nava metin. Av nikare wî bi xwe re biherikîne, mecbûr dimîne ku di derdora wî re biherike. Li hember van metnan Ciwanmerd Kulek di romana xwe ya Zarokên Ber Çêm de gelek mesel, kilam, mamik, tiştonek û mîratên çanda devkî di nav metin de dihelîne. Dengên peyvan diguhê mirov de olan didin, çavê mirov bê rawestan li nav rêzikan digere û mejiyê mirov bi beza ku di nivîsê de jê hez dike bazdide. Kî dikare ji xwespartinek bi vî hawî ya çanda devkî re bibêje na?

Dawî

Digel gelek şibandinên çanda neteweyan pirê caran ji devê penaberan gazinên ji neelimandina wan welatên cihê (ku lê dijîn) derdikevin. Kesê ku nêviyê jiyana xwe di nav adetekê de bihirandibe nikare bi derbekê re fêrî toreyeke din bibe, wê bike bawerî û sedemên tevgerê xwe, belkî heya dawiya emrê xwe adapte nebe û her li ser rabûn û rûniştina xwe ya berê bimîne. Her wiha kesên ku bi deh salan û gelên ku bi hezar salan di nav çanda devkî de jiyane wê nikaribin bi carekê de adapteyî çanda nivîskî bibin. Weke ku di hin hevokên vê nivîsê de jî tên dîtin “gotinên” axaftinî ku beramberiyekê di nivîsê de nebînin wê her ji çanda devkî serî hildin û kes bidin dest. Ong dibêje: “Ji ber ku awayê vebêjê û ramandina bi qalibên gotinî di hiş û derhişê me de di kûr de nexş bûye, ku meriv çawa dest biavêje qelem tune nabe” (40). Û behsa çandên mîna ereb, yûnan û yên kêleka Behra Spî ya modern digel ku bi sedsalane zanin binivîsin jî lê wê nehundirandine û hîn bi şiklekî hişk bi awayê vebêjê û ramandina bi qalibên gotinî ve girêdayî ne dike.

Kurmanciya me û civaka me ya ku xweşikî ev bîst-sî sale bi nivîsê re di nava danûstendinekê de ye wê hîn gelekî li ber xwe bide. Lê her ku danûstendin bi nivîsê re zêde bibin wê xwe û civaka xwe biguherîne, ji fikirandina devkî wê ber bi ya nivîskî de bimeşe.

1 Tirkan ev têgeh weke “sözlü kültür” wergerandine. Ez bawerim xweş jî wergerandine; bi orjînala peyvê ve girêdayî nemane, li wateya wê û atmosfera zimanê xwe nêrîne. Lê di wergera wan de jî ferqa di navbera “sözlü” (orality) û “sözel” (verbal) de ne diyar e. Peyva “devkî” di kurdî de her çiqas rasterast bê maneya oralitya îngilîzî jî di nav alavên zimanê kurdî de ne diyar e bê ji çi re dibe referans. Behsî xeberê tif jî ji dev derdikeve.

2 Ong dibêje “deng” xîtabî guh û nivîs xîtabî çav dike.

3 Jêgirtin mîna ku di romanê de hatiye nivîsîn hatiye kirin, tu serastkirin an midaxeleyên din nebûne.

4 Hin xalên têgehên mîna “Romantik Ergen Dil” (Zimanê Nûkamilbûyiyan ê Romantîk), “mîtoro- mantîk” ên ku Mehmet Şarman di gotara xwe ya bi navê “Mitoromantik Söylem ve Kürt Siyaseti” (Vebêjeya Mîtoromantîk û Siyaseta Kurd) de li ser hûr dibe û xalên ku di beşa vê gotarê yên ku di bin navê “Mitoromantik Söylem Neden Sorunu Çözemez?” (Vebêjeya Mîtoromantîk Çima Nikare Meselê Safî Bike) de kombûne jî bi meseleya çanda devkî ve girêdayîne. Hêja ye ku meriv Pirtûka Ong û gotara Şarman li tenişta hev bixwîne; wê nêrînek xweş li ser siyaseta kurdan û wêjeya wan derkeve holê.

 

Çavkanî:

Baksî, Mahmut. Hêlîn. Stenbol: Weşanên Lîs, 2007.
Eagleton, Terry. Kültür Yorumları, wer. Özge Çelik. Stenbol: Weşanên Ayrıntı, 2005
Eser, Bûbê. Jiyanek, Stenbol: Weşanên Bajar, 2004.
Kulek, Ciwanmerd. Zarokên Ber Çêm. Enqere: Weşanên Lîs, 2012.
Ong, Walter J. Sözlü ve Yazılı Kültür: Sözün Teknolojileşmesi, wer. Sema Bostancıoğlu Banon. Stenbol: Weşanên Metis, 2010.
Tilermenî, Yaqob. Kitim. Stenbol: Weşanên Lîs, 2005.

Share.

Leave A Reply