DI ROMANA CEMŞÎD XAN DE BÎR, MELANKOLÎ Û ŞÎN

Ayhan Öztunç

Destpêk

Weke ku tê zanîn vegotinên derasayî û nesiruştî derfetên nû bi têkiliyên bihevgirêdayî berpêşî me dikin. Em aliyên cuda yên rastiyê, ên jiyan û bîrê bi îmkanên nû bi awayekî din dixwînin. Heta em dikarin bêjin vegotineke derasayî û nesiruştî li hember vegotineke xwerû rasteqîn bêtir derfetan berpêşî me dike; ji ber ku alegorî zimanekî din li ser nivîsarê ava dike. Gava ku nivîskar-bi zanîn an bi nezanîn- hewl da ku zimanekî din li dijî gotinên serdest ava bike, ew dê serî an li derasayiyê an jî li nesiruştiyê bide. Weke ku Tzvetan Todorov di berhema xwe a bi navê Fantastik: Edebi Türe Yapısal Bir Yaklaşım (Fantastîk: Hûrbûnek Strukturel Li Ser Cureya Wêjeyî) de dibêje: “Fonksiyona deresayiyê ew e ku metnê ji çeqoberka zagonê rizgar bike û zagonê îhlal bike” (154). Em dikarin bibêjin ev rastiya hanê ji bo vegotinên nesiruştî jî likar û di wêjeya kurdî de cihekî girîng digire. Berhema Bextiyar Elî a bi navê Apê Min Cemşîd Xan Ku Hertim Bê Ew Li Ber Xwe Dibir jî bi awayên teknîkî û vegotineke nesiruştî li hember dorpêçkirina gotina serdestan hew- lekê dide. Ev hewla nivîskar a li dijî gotinên serdest, di sazkirina kesayetiya lehengan û têkiliyên wan de tiştên balkêş dihewînin. Di vê gotarê de em ê di kesayetiya lehengan û têkiliyên wan de li şopên melankolî û şînê bigerin û di van şopên psîkolojîk de li bîra civakî bê bi kîjan rewşan li ser lehengan tesîrê dike binêrin.

Salar: Di dualiya leheng de melankolî

Di navbeyna serlehengê romanê Cemşîd Xan û vebêjer Salar Xan de têkiliya dualî him di temsîliyet him jî di rastiya romanê a navxweyî de derdikeve holê. Cemşîd Xanê di bin îşkenceya be ́siyan de hemû hêza xwe winda dike û tu giranî di laşê wî de namîne û ba wî her tim li ber xwe dibe. Cemşîd bi kesayetiya xwe ve xodbîn, serhişk, qurre û narsîst e. Salar Xan jî pêgirêdayî, felto, dilsoz û melankolîk e. Li aliyê din Cemşîd Xan; kurdayetî, Kurdistan û manewîyatê; Salar Xan jî qurbanbûyîn, maddiyat û yê heçku heyî temsîl dike. Di vê pevxistina dualî de Cemşîdê nîvmirov xwe li ber bê nagire û gava ji firên xwe yê bê ser û şûn dikeve li ser ruyê erdê, ji bilî kurdbûna xwe û navê xwe her tiştî ji bîr dike. Li vê xakê Cemşîd Xan jibîrbûyînê, Salar Xan jî destnîşankirinê temsîl dike.

Komunîstê romantîk Cemşîd Xan hêj ku neketiye bin îşkenceya be ́siyan jî bi çavekî biçûk li malbata xwe û civaka ku tê de mezin bûye dinêre. Piştî ku giranî di laşê wî de namîne û dibe mehkûmê ben û werîsan jî nêrîna wî a ji bo alîkarê wî yê dilsoz Salar Xan naguhere û ew her serhişk û qure ye. Vebêjer di destpêka romanê de me ji quretî û dijraberiya Cemşîd agahdar dike û em dizanin ev nîşandanên kesayetiya Cemşîd beriya girtina wî jî hene. Ji ber van rewşên Cemşîd Xan ku xwe tê de dibîne ên cuda cuda, tenê bi bêhişiya wî nikare bê îfadekirin, bi kesayetiya wî ya narsîst ve jî girêdayî ye. Max Horkheimer di berhema xwe ya bi navê Akıl Tutulması (Aliqîna Êqil) di gotara bi navê “Bireyin Yükselişi ve Düşüşü” (Hilbûn û Ketina Ferdî) de wexta qala lehengên dîrokî dike vê çendê wiha îfade dike: “Egoya leheng a bêsînor can dide ruhê tehakumê û pevçûna kesî li hember civat û toreyê tîrtir dike, ji ber ku leheng di rengê rastîn ê nakokiya egoya xwe û dinyayê de nagihê, hertim dikeve heman xefikan”(147).

Salar Xan di bin egoya gernasê biçûk ê malbata “Xan” de winda dibe. Û windabûna wî ya li bin siya Cemşîd veşartî, her tim wî pêgirêdayîtir dike, hindî ku têkiliya wî bi Cemşîd zêde dibe ew ber bi rewşeke melankolîk ve diçe. Salar Xanê ku di nav malbatê de jî bêqedr û qîmet e, Cemşîd dike sebeba jiyîna xwe û her çend şahidê herî nêzîk ê fira Cemşîd a bi qal û bela jî be, Cemşîd êdî îdealîzma pêşeroja wî ye. Ew êdî ne bi Cemşîd re -ji ber ku Cemşîd bi çavekî xwarê li wî dinêre- ne jî bê Cemşîd bextewar e. Freud, di gotara xwe a bi navê “Şîn û Melankolî” de di derbarê vê rewşa melankolîk û ne bextewariya bêbinyad de agahiyên girîng berpêşî me dike. Li gorî Freud, ewê melankolîk di xemeke bi êş û elem de ye, tekiliyên wî/ê ên bi dinya derve re tên birîn, kapasîteya wî/ê a hezkirinê kêm dibe û rêzgiriya wî/ê a xwebûnê qels dibe. Gelek caran tiştê ku bûye sebeba melankoliyê ji mirina yekî bêtir; îhmalbûyîn, dil şikestin û qedirnedan e.

Li ciyê ku sedem cihê bin jî mirov dikare têbigihê ku tiştê jidestçûyî tîpekî îdeal(ramanî) e. Obje muhtemelen di rastiyê de ne miriye lê weke objeyeke ku jê hatiye hezkirin berze bûye. Kesê melankolîk, bi tiştê ku berzebûye û bûye sebeba melankoliya wî/ê bizanibe û bizanibe ka kî/çi berzekiriye jî ew ê di nava xwe de nikaribe mûhakeme bike. Ev çend nîşan dide ku tiştê jê hatiye hezkirin bi windabûneke derhiş ve giradayî ye. Di rêzgiriya xwebûna ewên melankolîk de ketineke nejirêzê û di egoya wan de lewaziyek derdikeve holê. Ji ber vê çendê ew egoya xwe bêqîmet, bikêrnehatî, serfiraznebûyî û nemerd berpêş dikin, xwe dieyibînin û li wê hêviyê ne ku bên cezakirin û qewirandin. Ewên melankolîk têgeha guherîna xwebûna xwe nebin jî nirxên xwe vedigerînin paşeroja xwe û başnebûyîna xwe bi hemû jiyana xwe ve girêdidin. Freud, sebeba vê xwebûna neyênî bi vî awayî eşkere dike; şermezarkirina kes a li hember objeya ku jê hatiye hezkirin berê xwe dide aliyê egoya xwe. Di paşerojê de tiştek hatiye hilbijartin û lîbîdoyê ew bi insanekî taybet ve girêdaye. Piştî vê çendê yan ji aliye wî tiştê/kesê jê hatiye hezkirin ve tê astengkirin(inhibition) yan jî bi sebeba dilşikestina li hember tiştekî ve têkiliya kesî û tiştî hildiweşe. Dema ew kes di derheqê xwe de diaxivin û xwe dieyibînin -ji ber ku di eslê xwe de di derheqê yekî din de diaxivin- şerm nakin û hewcedariyê bi veşartina van tiştan jî nakin. Ji hêlekê ve ger li hember tiştê ku jê hatiye hezkirin pêgirêdaneke xurt tunebe û ji hêla din jî veberhênana objeyê ger ne saxlem be, ev nakokî nîşan dide ku binyadeke narsîstîk di nav vê têkiliyê de heye. Di şûna hezkirina objeyê, sazkirina wekhevbûnê (identification) di hezkirinên narsîstîk de mekanîzmayeke sereke ye.

Bi van agahiyên di derbarê melankoliyê ve kesayetiya Salar Xan û bingeha têkiliya wî ya ligel Cemşîd ronîtir dibe. Benên Salar Xanî ji bo li ber bê neçe bi xwe û Cemşîd ve girêdide her çend bi şênberiyeke rastî jî be, wî bi bingehekî narsîstîk bi Cemşîd ve girêdide. Ji ber vê çendê heta windabûna Cemşîd a dawiyê bi dilsoziyek eşkere û bi nefreteke veşartî tekiliya xwe bi rê ve dibe. Hin caran fikirîna xwe ya ku benên Cemşîd ji destê xwe berde û xwe ji wî xilas bike venaşêre. Lê ew heta dawiyê jî vê fikra xwe pêk nîne. Heta ku Cemşîd daxilî jiyana wî nebûye ew mirovekî ji rêzê bû, piştî Cemşîd bû hevparê jiyana wî, ew êdî bû xwedî rolekê û mebestên xwe bi wî ve girêdan. Berî hevkariya Cemşîd jî, Salar derheqê xwe û pismamê xwe Smayîl xwediyê fikîrîneke menfî ye: “Ez û Smayîl di nav êla xwe de du ciwanên herî bêkêr bûn… kesî bendewariya tiştekî baş û siberojeke ronak ji me nedikir”(13). Piştî Cemşîd têkilî jiyana wî bû ew êdî veberhênana xwe a objeyî li Cemşîd dike. Ji ber ku Cemşîd berî girtin û îşkenceyê jî bi fikr û ramanên xwe merivekî berçav bû, piştî îşkenceyê jî bi lawazbûna xwe a nesirûştî ve merivekî bêhempa ye. Di derhişê xwe de ji aliyekî hez dike bibe ew (Cemşîd) ji aliyekî jî ji ber ku Cemşîd ji bo vê fira xwe a nesirûştî dikeve rewşên xirab û bi çavekî xwarê li wî dinêre û tu qîmetê nade wî jê direve: “Divê bêjim min berê ji apo Cemşîd hez nekiribû, ne ku ji ber kêm caran bi me re dipeyivî, lê ji ber ku nerîneke wî ya pir req, tûj û cidî hebû; herdem bahaneyeke wî hebû ku bi pozbilindî û nefret li me binêre”(14). Bi vî awayî veberhênana wî a bi hezkirin tê astengkirin û di libatên wî de duserîtiyek (ambivalence) derdikeve holê. Wekî me li jor jî qal kiribû hezkirin û nefret li gel hev xwe nîşan didin û êdî ne tenê ew demên Cemşîd winda dibe, ew demên bi wî re jî ew di xemekî kûr û ximam de ye: “ Min di wan çend salan de tiştek nekir, her û her min li ezmanan dinêrî û di ronahî û tarîtiyê de li dû Cemşîd Xan digeriyam, heta demekê ku ew li erdê û li tenişta min disekinî, min bê hemd serê xwe bilindî jor dikir û li dû tiştekî nediyar ku min nedizanî çi ye, serwinda dibûm”(34).

Di pismamê Salar Smayîl de, ku heman wezîfe (miqatebûn a Cemşîd) lê hatiye ferzkirin, ev rewşên melankolîk dernakevin holê. Ji ber ku ew, hevkariya Cemşîd ji bo ku li ser xwendin û ronakbûna xwe mijûl bibe wekî bahaneyekê dibîne. Jixwe Smayîl ji vê hevkariyê zûka vediqete û li ser karê xwe ê rojnamevaniyê dixebite û ev çend ji bo nêzbûna Cemşîd û Salar dibe fersend. Lê cihê Smayîl li ba Cemşîd herdem cuda ye. Di demên borî de gava berê riya Cemşîd û Smayîl careke din bi hev bikeve, ew ê Salar vederbikin. Lê Salar li hemberî vê vederkirinê jî dest ji wan nahêle û hema bêje bi heqaret û qewirînên wan jî qayîl e: “Smayîl tu dizanî ez û te bira û hevrê bûn, vêga tu bûyî rojnamevanekî naskirî û ez hîç im…qet jî ez nabim tiştek. Hemû nola berber û xizmetkar li min dinêrin, rast e ev pir nexweş e, lê min qebûl kiriye û zêde ji min re ne girîng e ”(108). Li vê xakê ji ber tiştê ku bi dilrihetî û eşkere di derheqê xwe de îtiraf dike şerm nake, ji ber ku di asasê xwe de di derheqê wî kesê ku bi hezkirineke îdeal xwe pê ve girêdaye û bi dilşikestin ji wî vegeriyaye dipeyîve. Ango gazinên wî sûcdarkirin in. Ew tiştên ku Salar derheqê xwe de dibêje bi heqîqet jî rast in ango mekanîzmayek xweparastinê nînin. Freud, di gotara ku me li jor qala wê kiribû de heman çavdêriyê derdixe holê. Di wan analîzên ku li ser gelek nexweşên xwe ên melankolîk kiriye de vê rastiyê tîne zimên. Lê ew sebebên rewşên melankolîk ji ber ku li derhiş pêk tên bi çarçoveyeke esehî tu car xwe eşkere nakin. Ji ber vê çendê wexta Cemşîd Xan deh salan winda dibe Salar xan dê êşa xwe ya belasebeb bi vî awayî bîne zimên:

Bi giştî rewşeke min hebû li ba hemûyan cihê gunehpêhatinê bû. Her roj du saetan diçûm derve, li çayxaneyekê min çayek vedixwar û vedigeri- yam malê, bi gelemperî tenê min li ezman dinêrî û hew… Min li ser balkonê kursiyek didanî û li ewr û stêrkan dinêrî û li benda wê yekê bûm rojekê Cemşîd li jor bibînim, ji xeynî çay û cixareyên li ser hev, tiştekî min ê din nebû. Çend caran min dest bi nivîsîna kitabekê li ser jiyana wî kir, lê li hesabê min nediçû. Gelek caran ji bo meş û guherandina hewayê diçûme bilindahiyên Baranok, li wir bi heftiyan di nav sirûştê de dimam, çend caran di nav daran de û li nav çiyayan digeriyam, van gerên şevê alîkariya min kirin gelek xeyalên reş ji serê xwe derxim. Gelek şevan diçûme cihên herî bilind ên Baranok û min dixwest bifirim, min dixwest hema carek be jî wê jiyanê bijîm ku Cemşîd xan tê de dijiya, hemû tiştî ji jor bibînim, jora- hiyeke ku rengekê quretî û bêminetiyê dabû wî ku li ba min nebû. Li wan ben û şirîtan difikirîm ku min apê xwe bi wan bilind dikir, min hest dikir bi windabûna xan re, ez jî winda bûm, bi xeniqîna wî di deryayê de ez jî di nav pûçiya jiyanê û sarîtiya tiştên sade û rojane de xeniqî me. Ew ben tena faktorên min bûn ji bo xwe girêdana bi ezman û gerdûn û tiştên dûr ve. Di wan deh salan de çend caran li jinanînê fikirîm û poşman bûm, çend caran li karkirinê fikirîm û poşman bûm, tenê bi wan pereyan dijiyam ku min ji Tirkiyê bi xwe re anîbûn, lê jiyana min weke jiyana rebenekî bû, min pir kêm dixwar, min pir kêm cilên nû dikirîn, ji bilî çay û cixareyan tiştekî din di jiyana min de nebû. (100)

Di van gotinan de em dibînin ku nebûna Cemşîd, Salar bêbizav xistiye. Ji çavkaniya îtirafên derbarê xwebûna wî xuya ye ku pêgirêdayiyekî narsîstîk e. Hema bibêje tiştê ku li bin fikirîn, xeyal, xwestek û bêbizaviya wî de veşartîbûyîneke Cemşîd e ku ew quretî li jor gerdûnê temaşe dike. Bi rasterast jî ewên melankolîk ji bo ku xwe ji wê rewşê derbixin minêkar nînin. Ji ber vê çendê nayê zanîn ku ewên ji vê rewşê derdikevin kengî û çawa derketine. Da ku bê zanîn viya tiştê xwe li derhiş pê girêdayî bibe zanîn. Jixwe dawiya romanê ji ber ku Salar hevbûyînekî esehî li gel Cemşîd dike êdî ew jî xwe li ber bê nagire û yekem car di jiyana xwe de tiştekî berkeftî dike û vê romanê dinivîse. Tê zanîn ku ev tiştê berkeftî jî xwesteka Cemşîd a herî mezin bû.

Cemşîd: Di dualiya leheng de şîn û bîr

Bi hevgiradayina melankolî û şînê de têkiliyeke weke tirs û endîşeyê heye. Elisabeth Roudinesco di berhema xwe a bi navê Her Şeye ve Herkese Karşı Lacan (Li Hember Her Kesî û Her Tiştî Lacan) de tekiliya tirs û endîşeyê bi vî awayî tarîf dike: “Li dijî endîşeyê, hemû caran tiştekî tirsê ku bi dest bê girtin heye. Mirov mûtleq ji tiştê ku dê bê serê xwe ditirse: mirin, veqetîn, îşkence, nexweşî, êşkêşan, seqetmayîn hwd. Ketina nav travmayê bi tiştekî ku nayê tarîfkirin pêk tê. Ew ne tirs e ne jî endîşe ye. Ji ber ku zayîna wê bi talûkeyek bê tişt e, hewcedarî bi tu bendawariyê nîne. Ji ber vê çendê dibe ku bibe sebeba nevrozeke travmatîk” (64). Heman têkilî di navbeyna melankolî û şînê de jî heye û wexta Freud di gotara xwe a ku me li jor qal kiribû de behsa cudahiyên wan dike hema bibêje heman argumanê bi kar tîne. Şîn, li hember berzebûna kesên hezkirî, welat, azadî û wek tiştên îdeal reaksiyonek e. Di şînê de tiştê ku pêk tên li derhiş nînin rasterast li ser zemîna hiş pêk tên. Ji ber ku tiştê berzebûyî tê zanîn; ji bo ewê xemgîn nexwebûn, dinya pûç e. Bi vê agahî û çavkaniyê ve gava em li Cemşîd dinêrin em ê bibînin ku îşkenceya li ser laşê wî hatiye kirin wê bibe sedema firîna wî. Sedema windabûna hêvî, azadî, welatekî serbixwe û hemû tiştên ku bi bawerî xwe pê girêdaye jî keftinên wî ne. Ew, di bin îşkenceyê de bi tirseke giran hemû tiştên ku lê dibe giranî (yên şênber) diavêje. Lê tiştên bi serê wî tên li gor dîtina wî herdem ji sebebên derî wî ne. Di xwebûna wî de guherîneke mezin pêk nayê. Ew heta dawiyê qure û serhişk e. Têgeha wî ya xwebûnê jî her dem baş e, sebebên tiştên ku bi serê wî tên an Xweda an ji qedera xedar e. Yanî bi rasterast em dizanin çima Cemşîd di nav rewşeke weha çepûrast de ye. Li vê xakê pirsa girîng ew e ku di bin şîn û travmaya Cemşîd de pêgirêdayiyên civakî çawa derdikevin holê? An jî şîna Cemşîd û bîra wî ya birîndar dema me temsîliyetên wî anîn li pêş çav bi çi awayî xwe nîşan didin? Gava me çeperên şînê fireh kirin û têkildarî û gihaştinên wê di nav bîra civakî de vekolan wê heqîqeta bêhiş û bîra Cemşîd bêtir derkeve holê.

Paul Ricoeur di berhema xwe ya bi navê Hafıza, Tarih, Unutuşê (Bîr, Dîrok, Jibîrkirin) de, di beşa “Hafıza ve Anımsayış Üzerine” (Li Ser Bîr û Bîranînê) de li ser şîn û melankoliyê û tekildariyên wan ên bi bîrhatî û bîra civakî de wiha dibêje:

Bi rastî jî ev meşaqeta bi tirsder re çi bibe bila ew be, ji bo mijara me girîngtir e ku em vegerin li hêla bîrê da ku hevtayîtiya (equivalence) wan rewşên patolojîk ku psîkanalîz pê mijûl dibe em di asta bîrê de bibînin. Duqutbiya ku bi nasnameya kesane û nasnameya ayîdê civatê pêk tê; heq dide me ku em analîzên Freud ên derbarê şînê di nav travmaya nasnameya kolektîf de berfireh bikin. Em dikarin him rasterast bi têgehên analîzê ve him jî bi têgehên dirûvandî ve behsa travmayên kolektîf û birîndariya bîrên kolektîf bikin. Ciyê ku objeya hatiye wendakirin rasterast firseta tetbîqê dibîne, jidestçûnên desthilatan, axan û xelkan e ku ev tişt gewdeyê dewletê ava dikin.Bi îfadeyên keserê heta lihevhatinên tam ên li gel tiştê berzebûyî gelek cureyên libatên şînê, wê di kelijîna gelekî ku ji bo merasîmên cenazeyê kombûyî de bê dîtin. Bi vî awayî libatên şînê di navbeyna îfadeyên taybet û îfadeyên gelemperî de mînakeke girîng pêk tîne. (98)

Çi kolektîf be çi kesayetî be ji bo ku ji bin tesîra şînê bê derketin divê salwextek derbas bibe. Da ku kes an jî gel tiştê bi hezkirin xwe pê girêdaye bike bîrhatî. Lê astenga li pêşiya Cemşîd berzebûyîna bîrê ye. Tiştên berzebûyî kifş in: welat, azadî, ax, dewlet hwd. Lê weka Ricoeur di heman berhemê de tîne zimên: “Bîra birîndar hemû caran ji ber tiştên berzekirî mecbûr e ku bi xwebûnê re rûbirû bimîne; heta ku berzebûn tam navxweyî nebe veberhênanên (investment) lîbîdo ku xwe bi tiştên windabûyî ve girêdaye nayê terikandin” (99). Cemşîd jî herdem bi xwebûna xwe re rûbirû dimîne. Lê ketinên wî yên car li dû carê nahêle şînê ji ser xwe biavêje û bike bîrhatî. Heger em temsîliyeta Cemşîd a kurdayetî li pêş çav bigirin û çavdêriyekê li ser dîroka kurdan bikin, em ê bibînin tu sal nînin ku bê şer û qetlîamek giran borîbe. Ji ber vê çendê xwesteka şînê ya wext derbasbûyînê bi tu qaîdeyan pêk nayê û şîn dide dû şînê. Jixwe em li vê xakê travmaya Cemşîd bi îşkenceya ku tê serê wî girênadin. Îşkence dibe sedemê firîna wî ya nesirûştî. Di sazbûyîna bîra wî de şopên sehma civakî beriya girtina wî cih girtine. Ji ber vê çendê di her ketina wî ya li ser rûyê erdê de xeyalekî din derdikeve holê: “gelek carên din jî gava ba Cemşîd dibe, hema ku digihê ser erdê tiştekî wî yê girîng diguhere û xeyaleke wî ya kûr û dûr şîn dibe, car li dû carê jî û bi her ketineke wî re beşekî bîranînên wî winda dibin û hinekî din kaltir û kaltir dibin.” (12). Ango şînên di nav nasnameya kolektîf de cih girtine dê her carekê wî ber bi macerayêke din ve lêdin. Ew travmaya di kûrahiyên bîrê de veşartî li benda felatê ne lê di her ketinê de pêşberî windabûneke din tên û fersendê nade ku lîbîdo tîşte ku bi hezkirin xwe pê girêdaye terk bike û xwe bi tiştekî din ve girêbide. Ji ber vê ew axa ku Cemşîd tê de bîrên xwe sazkiriye tu awayî destûr nadê ku şînê ji ser xwe biavêje û dawiyê çareya saxbûna wî dê bibe welatekî ji hemû awayan li dûrî “jidestçûnên” wî; ciyekî weke bihuştê.

Encam

Tê dîtin ku nasnameya kesayetî bi rewşên melankolîk, bi aliyê Salar ve, nasnameya ayidî civatê jî bi rewşên şînê bi aliyê Cemşîd ve xwe nîşanî me dide. Jixwe vê dualiyê di nav rastiya roman û temsîliyetên wan de jî hev- girtiye. Tiştê ku Salar wê ji bo xwe bike nasnameyek berçav û bi hezkirin pêgirêdayiyê Cemşîd e, lê Cemşîd tu car rû nade wî û hebûna wî ya nesirûştî wê bibe astenga herî mezin. Gava Cemşîd bi temamî jê dûr bikeve -ango astengkirin (inhibition) ji navbeynê derkeve- ew edî dê bikaribe hevbûyînekê pêk bîne. Dawiya romanê dê bo wî jî bibe talûkeya herî mezin. Ji ber ku ew êdî Cemşîd e. Li aliyê din Cemşîd bi nasnameya ayidî cîvatê ve libatên şînê berpêşî me dike. Sehma “berzebûnên” civakî dibe sedema bîreke birîndar û hewldanên wî yên felatê bê bersiv dimînin. Heger bikarîbûya şûna wan berzebûnan bi dewlet, azadî û bi merasîmên qutsî dagirta, dê ji bin tesîra şîna xwe ya çepûrast xelasbûbûya. Lê di her ketina li dû fira xwe de dê pêşbazî travmayeke ku li ser bîra wî bûye giranî bê. Ji ber vê çendê jî xilasbûna wî dê bibe cihekî ku ji hemû aliyan ve ji civak û bîrhatiyên wê dûr e. Weke zayîneke nû li ser axeke îdeal.

Çavkanî

Elî, Bextiyar. Apê Min Cemşîd Xan Ku Hertim Bê Ew Li Ber Xwe Dibir, ji soranî. Besam

Mistefa, Stenbol: Weşanên Avesta, 2012.

Freud, Sigmund. Metapsikoloji, wer. Dr. Emre Kapkın, Ayşen Tekşen Kapkın. Stenbol:

Weşanên Payel, 2002.

Horkheimer, Max. Akıl Tutulması, wer. bo tirkî. Orhan Koçak, Stenbol: We- şanên Metis: 2002.

Ricoeur, Paul. Hafiza, Tarih, Unutuş, wer. bo tirkî. M.Emin Ozcan, Stenbol: Weşanên Metîs, 2012.

Roudinesco, Elisabeth. Her Şeye ve Herkese Karşı Lacan, wer. bo tirkî: Nemi Başer. Stenbol:

Weşanên Metis, 2012.

Todorov, Tzvetan. Fantastik, wer. bo tirkî. Nedret Öztokat, Stenbol: Weşanên Metis, 2012.

Share.

Leave A Reply