Derhêner Zeynel Doğan:
“Sînema bo me bi tenê ne sînema ye”

HEVPEYVÎN: FEXRIYA ADSAY

Zeynel Doğan di sala 1979 an de li Mereşê ji dayik bûye. 1997 an li Eskişehirê dest bi unîversîteyê kir. Di sala 2002 yan beşa ragihandinê qedand. Di navbera 2002-2005 an li Amedê di Gün Tvyê de xebitiye. 2003an de beşdarî kargeha sînemayê bû ku di bin bana mîhrîcana çand û hunerî ya Amedê de kargeha sînemayê hatibû vekirin. Piştî vê kargehê biryar da ku edî bi sînemayê re eleqedar bibe. Ji 2006an heta 2010an wek koordînatorê beşa sînemayê ya ku di bin banê şaredariya mezin a Amedê de hetibû vekirin, kar kir. 2010-2014an de li Konservatuara Aram Tîgran de wek mamosteyê beşa sînemayê xebitî. Niha di bin banê şaredariya mezin de di beşa sînemayê de dixebite.

Fîlmografî

Çek Çek, belgefîlm 2003 kamera û koma rejiyê

Bu Ne Güzel Demokrasi, belgefîlm 2008 kamera

İki Dil Bir Bavul, belgefîlm 2008 deng û produksiyon

Dengê Bavê Min, metrajdirêj dram 2012 derhênerî û lîstikvanî

Bağlar, belgefîlm 2016 produksiyon û kamera

Zeynel Doğan wek sînemagerekî ku li Amedê dest bi sînemayê kiriye, berhem afirandine û niha li şaredariyê di beşa sînemayê de dixebite û wek endamekî lijneya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn li Amedê yek ji berpirsên pêşîn ê kar û xebatên warê sînemayê de ye. Lewma nêrînên wî û tiştên wê ji me re bêje, bo me girîng bû û lazim bû pê re hevpeyvînek dirêj bihata çêkirin. Me bi giştî derbarê sînemaya kurdî de pê re sohbeteke dûr û dirêj kir.

Tu yek ji endamên lijneya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn î. Tu dikarî hinek qala xebatên akademiyê bikî û niha ciyê wê çi ye di sînemaya kurdî de?

Akademiya Rojhilata Navîn wek navendekê ye ji bo xebatên sînemayê li bakur. Ji ber ku niha li cîhanê sînema gelek pêş ketiye û gelek berhemên sînemayê derdikevin. Kurd jî wisa difikirin, dibêjin eger ku em çîrokên xwe bi awayekî dîtbar nîşan nedin, ev çîrok dimrin diçin, winda dibin û derdê me heye, gelek problemên me jî hene, xema me heye ji bona vê em ê serê xwe bi van biêşînin. A din jî çêkirina fîlman, tiştên dîtbar ji bo me muhîm in. Ev navend ev akademî ji bo vê derketiye. Yek, ji bo kurdan, ji bo gelên Rojhilata Navîn jî bêjim bi tevahî, ger bi awayekî dîtbar tu derdên xwe êşên xwe nîşan nedî, ew çareser jî nabin. Piçekî jî tu bi awayekî din van tedawî dikî.

Yanê em dikarin di ser berheman re nîqaş bikin meseleyên xwe.

Belê, gelek caran em bêjin sînema ji bona însanan tedawî jî bike tê bikaranîn. Tiştekî wek psîkosînema derketiye. Tu fîlman temaşe dikî, bi temaşekirin û bertekên xwe tu hinekî bo nexweşiyên xwe li çareseriyê digerî. Ji bo cîhanê, ji bo dîroka mirovatiyê sînema, hunerên dîtbar muhîm bûn. Ji bo kurdan, di vê demê de muhîmtir e. Ji ber ku çiqas ev êş, probleman nîşan bidin zûtir jî çareser dibin, ji bo empatiyê ev tiştekî muhîm e. Ji bona vê pêdiviyê jî ev akademî derket. Yek, însanan perwerde dike, a din lêgerîna sînemayek alternatîf heye, akademî perwerdehiya sînemayê dide lê ji xeynî vê jî wek ekol wek dibistanekê jî zimanê sînemayê derdixe, yanê eger ku zimanê sînemayê ji bakur derkeve, wê bi kîjan awayî derkeve? Kurd û sînema, sînemaya kurdan, sînemaya kurdistanê ev hemû nîqaş bûn, bi awayekî akademîk li ser van em nîqaş dikin. Xeynî vê jî, li bakurê Kurdistanê gelek festîval tên çêkirin, bi destê şaredariyan tên çêkirin, bi destê saziyan tên çêkirin. Ji bo van festîvalan jî pêşniyazan dikin, carna bi şaredariyan re festîvalan çêdikin. Çêkirina festivalan, belavkirina fîlman, perwerdehiya sînemayê ev tiştên muhîm in, a ji wan muhîmtir çêkirina fîlman e; ji bo pratîk an çêkirina fîlman jî rola xwe dilîze.

Gelo di nav sînemagaran de konsensusek heye ku Zarê yekem fîlma kurdî ye an nîqaş didome? Fikra te çi ye?

Ji bo Zarê ez bi serê xwe nikarim tiştekî bêjim. Ez dikarim bo sînemayek azad biryar bidim, ez ê bêjim ev ne sînemayek azad e, ez ê bêjim ev ne sînemaya polîtîk an jî ev ne fîlmek alternatîf e hwd. ez dikarim vê biryarê bidim. Lê eger derhêner derkeve bêje, ev çîroka kurdan e, lîstikvan kurd in, derhêner kurd e û ev sînemaya jî kurdî ye. Ez nikarim bêjim erê an jî na. Fîlma Zarê yek, çîrokek beredayî ye, di sînemaya tirkan de li kurdan çawa dinêrin heman tişt heye, ev fîlm jî li kurdan wisa dinêre. Keçik dixwaze, bav nade, bav dewlemend e lavik şivan e. Direvin, di deşt û çiya de xwe vedişêrin, filan û bêvan. Di Sînemaya Yeşilçamê de karakterên Kurd çawa ne heman tişt di fîlma Zarê de jî heye. Hinek nivîskar rabûn û gotin ev fîlma kurdan a yekemîn e me jî da dû wan. Wê gavê em çima li fîlmên tirkan yên ku li ser kurdan hatine çekirin xwedî dernakevin? Heman tişt e.

Niha ji bo sînemaya kurdan ev nîqaşeke kûr û dirêj e. A din, tu kes nikare bi serê xwe vê meseleyê bibersivîne. Yek, bi makîneyê tu nikarî çêbikî, di destê te de makîneyek hebe û tu bi vê lêxî bikşînî û nîşan bidî, bêje ev fîlma yekem a kurdan e, ev nabe, ne tiştekî wisa ye. Ne tiştekî mekanîk e, gelek taybetiyên sînemayê hene, gelek lingên xwe hene, yek derhêner e, çîrok e, cî, karakter bi kîjan zimanî diaxivin, reng, deng, muzîk ev hemû girîng in bo sînemayê. Ji van lingan yek eger kurdewar be, gelo ev têra sînemaya kurdî dike an nake? Ez nikarim vê bi serê xwe bibersivînim. Lê tenê yek tişt dizanim, ji bo sînemaya neteweyî kurd piçekî dereng mane. Mirovahî, tev ji vê merhaleyê derbas bûn; gelek neteweyan gotin ev pereyê min î neteweyî ye, ev zimanê min e, gotin ev dîroka me ya neteweyî ye, ev muzîka me ya neteweyî ye hwd. ji gelek aliyan, ji aliyê hunerî ve ji aliyê civakî ve gotin taybetiyên me, berhemên me yî neteweyî hene. Diyar kirin û di wê demê de jî qedir û qîmeta van tiştan hebû. Qala dema derketina dewletên netew dikim. Di wê demê de sînemaya neteweyî jî derket, mesela sînemaya sovyetan, a fransayê, a îtalyanan derket. Aniha sînema di cîhanê de ji vê merhaleyê derbas bûye, niha derhêner heye, sînemaya wî/wê heye, pirzimanî heye, pirwelatî heye, gelek ceribandinên sînemayê hene, li ser taybetiyekê naçe. Cîhan ji qonaxa sînemaya neteweyan derbas bû kurdan hê dû re gotin em derbasî sînemayê bibin, sînemaya xwe saz bikin. Îjar yek kurdek tuneye ku bi yekzimanî be, yanê hemû kurd herî kêm bi du zimanan dizanin. Wê gavê taybetiyên sînemaya te jî cuda dibe. Koçberî heye, barkirin heye, li welatên din jiyan heye… tu ji Kurdistanê derdikeve, herî kêm tu diçî metropolên Tirkiyeyê, Îranê an her wekî din bajarên Ereban. Yek ji me li emerikayê fêrî sînemayê dibe, yek li Stenbolê, an Berlîn an jî li Tehranê. Bi şêwaza wan dibistanan fîlmên xwe çêdikin. Ev jî ji neteweyîbûnê zêdetir e, ji neteweyîbûnê derbas dibe, ji wê bilindtir ciyek ji xwe re diyar kiriye. Ji bo berhemên kurdan hemû wisa ye. Ne lazim e ku em kurdan sed sal paş ve bibin. Ger em gor rastiya xwe ji xwe re rêyekê bibînin ew baştir e.

Jixwe di Zarê de ziman tuneye, bêdeng e. Em nikarin bidin xatirê zimên jî.

Belê, ewçax deng tuneye. Tiştek wisa ye, ger bêje min li ser kurdan ji bo kurdan tiştek gotiye, na. Keda kurdan jî tê de kêm e. Derhêner ne kurd e, koma fîlm zêdetir ermen e. Bi derfetên Sovyetan fîlm hatiye çêkirin. Ji bo vê dibêjim ger ji vir dest pê kiriye, ka gava duyem li ku derê ye? Li wir dimîne? Tiştekî wisa di destê kurdan de tuneye, ez wisa nabînim, ger tu li sînemaya kurdan bifikire, di destpêkê de Yılmaz Güney heye, taybetiyên Yılmaz Güney, yanê çîrok, karakter, sînemaya wî ji bo kurdan ciyekî girîng digire.

Em dizanin sînema karekî kolektîf e, fîlm çiqas bi navê derhêner bê naskirin jî, derhêner bi serê xwe nikare fîlmekî bikşîne. Sankî wer xuya ye niha, li Bakur, kesên bi sînemayê re eleqedar in, bêtir derhêneriyê ji xwe re dikin armanc. Li gor te beşên din ên sînemayê di çi rewşê de ne? An çi dikare rê li ber beşên din jî veke? Wek mînak senaryonûsî. Kesên serê xwe bi senaryonûsînê diêşînin hene?

Niha yek, gelek caran fîlm bi derhêneran tê nasîn. Derhênerê fîlm kî ye, tu van kesan nas dikî. A din, ji vê xirabtir jî heye; li Tirkiyeyê gelek salan tenê lîstikvanên fîlm nas dikirin, tu kes nedifikirî, nedipirsîn derhêner kî ye. Eger Yılmaz Güney hatibe nasîn, ew hinek ji ber lîstikvaniya wî tê. Yanê, tu kes derhênerên fîlm nas nakin. Cüneyt Arkın, Tarık Akan, Kadir İnanır, Türkan Şorayê dizanin. Zêdetirî civakê digot lîstikvan ev e û ew nas dikirin. Ma keda derhêner tunebû? Keda ronahîsaz tunebû? Keda makyoz, keda bo kostum, dekorê, kamerayê tunebû? Hebû, gelek caran bi vî awayî tê nasîn lê fîlm fîlma derhêneran e. Ji ber ku a muhîm hest e, biryara dawiyê derhêner dide. Eger ku mase gilover be, an çorgoşe be, biryara vê derhêner dide, rast e, ê din hemû alîkar dibin, gelek alternatîfan nîşan didin û bi awayekî kolektîf fîlm derdikeve lê vê xebatê kî dike huner, piçek derhêner e, piçek tercîhên derhêner fîlm dike fîlm, çîrokê dike çîrok, ji bona vê jî bi derhêner tê nasîn. Eger ev qad bi derhêneran tê nasîn, gelek însan jî wê bêjin, ez dixwazim bibim derhêner ji ber ku li Kurdistanê ji bo kurdan sînema wek endustriyekê, karekî derneketiye pêş. Hê fîlm yek yek in, kêm in û lewma kurd vêga dixwazin bibin derhêner, fîlmekî çêbikin. Ger endustriya fîlmçêkirinê piçekî rûnê li Kurdistanê, wê demê gelek însan wê derkevin bêjin, ‘na karê min deng e, karê min reng e…’. Ji bo welatên din tu difikirî li bajaran gelek kesên ku tenê bi deng re eleqedar in û bi salan e li ser deng dixebite, bi deng dest pê kiriye, karekî din nekiriye. Ha carna tiştên wisa derdikevin, dibêjin yaw çîrokek min heye, ez jî dixwazim vê bikim fîlm, lê karê min dîsa deng e, ji bo vî fîlmî ez ê derhêneriyê bikim, kêm xebatên bi vî rengî hene. Di sînemayê de ji ber ku fîlm fîlma derhêneran e, her kes bala xwe dide derhêneran, her kes dixwaze bibe derhêner. Lê di sînemayê de niha di vê demê de ji bo kurdan a muhîm dibêjim senaryo ye, nivîsandin e. Dewlemendiya wêjeyê çiqas baş be xurt be, sînema jî ewqas xurt dibe. Niha sînemaya me kêm e pêş neketiye, ger çîrokên me jî xirab bin, wê demê fîlm nayên temaşekirin. Niha di sînemayê de kêmasiyek me jî, em ji wêjeyê piştgiriyê nagirin. An wêjeya me jî hê piştgiriyê nade sînemayê. Belkî berhemên kurdî jî hê kêm in.

Gelo di sînemaya kurdî, bi taybetî ya Bakur de li gor te kurd têra xwe tên temsîlkirin?

Di sînemaya kurdan de, dema fîlmek tê çêkirin, gelek çîrok ji siyasetê tên an ji wir dest pê dikin. Ger yek ji aliyê siyasî ve tiştek hatibe serê wî, ji bo wî ev çîrok hêja ye bike fîlm. Belê, di sînemaya kurdan de kurd tên temsîlkirin, dema kurdek fîlmekî çêbike ew li ser jiyana kurdan e lê çîrok muhîm e. Dema li cîhanê her derê tu qala kurdan bikî dibêjin ha li Kurdistanê problema zimên heye, nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin yanê bi awayekî, gelek problemên kurdan hene, ji aliyê neteweyîbûnê ve, ji aliyê pêdiviyên gel ve ji bona ku bibe netewe, bibe gel, azad bibe filan; zêdetir çîrok ji vir derdikevin, çîrokên ku tu serê xwe pê re biêşînî bi awayekî dibin polîtîk, ji ber ku jiyana kurdan polîtîk e, wexta tu kurmancî bipeyivî ji xwe ev tiştekî polîtîk e. Hewce nake tu fîlmekî polîtîk jî çêbikî. Ev bi awayekî negatîf jî li ser sînemaya kurdan bandorê dike. Lê çîrokên bêtir rojane hene, ger ji van jî fîlm dernekevin sînema bi pêş nakeve; ev her du hev temam dikin. Niha kêmasî ev e, çîrokên rojane. Ev jî çima dernakeve? Mesela ji min dipirsin, digel fîlma min jî ne kêmpolîtîk bû, dîsa dipirsin çima te qala Cegerxwîn nekiriye, qala Apê Mûsa nekiriye, çima çîrokên gerîla tunene, vê dipirsin. Ger ku kurd rahêjin kamerayê û qeyd bikin gerek berê berê vî karî bikin, merhaleyek wisa heye, karê te berê ev e, barê te berê ev e, van bikî dû re yên din bikî, êdî tu û karê xwe. Lê tu deyndar î ji bona vî karî. Di salên nodî de me mekteb dixwend, me digot ger destê me qelem bigre, em ê vê meseleyê binivîsin, ger ku destê me kamera bigre, em ê li ser vê meseleyê fîlmekî çêbikin, eger ku em bibin lîstikvan em ê li ser vê tiştekî bikin, yanê ev derdek e, kulek e, eger tu vê jarê navêjî, tu nikarî gava duyem biavêjî, fîlmekî din çêbikî. Ji bo derhêner jî wisa ye, kesên temaşe dikin jî tiştekî wisa dixwazin. Îjar komedî dernakeve, kurd dikarin herî baş komediyê bikin lê tu ditirsî ku fîlmekî komedî çêbikî. Dibe ku ji te bipirsin ka ‘dema ken e qey?! hew ew li me kêm bû?! an ka hela bisekine te kar û barê xwe yî sereke kiriyî ku tu derbasî komediyê bûyî?!’ Tu kes cesaret jî nake vê bişkenîne. Niha ez cesaret nakim, dizanim ez ê fîlmên komediyê baştir bikim lê niha na! Wek yekî kurd, ji parçeyek Kurdistanê ez nikarim derbasî wir bibim, sibe dusibe dibe ku rê li ber me vebe.

Gava li ser folklor û dîroka kurdan hûr dibin bi hezaran çîrokên fantastîk, epîk hene ku mirov dibê xwezî ev bibûna fîlm. Lê ez ne bawer im ku fînanseke xurt hebe arîkarê produksiyonên wiha biha bike. Gelo em ji aliyê derfetên aborî, sazî û dezgehan ve lê binêrin, tu dikarî çi bejî?

Ji bo xwe bêjim folklor zêde bala min nakşîne, kêfa min ji Siyabend re nayê mesela, ez Siyabend nas nakim hwd. Çîrokên folklorîk ên kurdan pir in rast e, dema dixwînim kêfê jê digirim lê niha em ji bo sînemayê li çîrokên orjînaltir digerin. Ev piçek jî ji sînemaya nûjen in. Ji bo sînemaya nûjen çîrokên ku nayên zanîn, en orjînal tu lê digerî. Ev dibe ku ji bo wêjeyê bibe malzeme, di pirtûkan de cî bigre lê ji bo sînemayê yek: heqê pênc fîlman tu yê bidî bo çêkirina vî, ked û serêşa deh fîlman tu yî bidî vî û tiştekî orjînal jî dernakeve ji ber ku çîrok tê zanîn filan… Ji ber ku ez bixwe destê xwe nadim mijareke wisa. Tu ji min bipirsî, kurd piçek di jiyana nû de, vê demê de gelek çîrokên wan hene ku bi hezaran destan jê derdikevin. Kurd di nava dîroka berxwedanê de ne. Her roja wan romanek e. Ez niha vê demê baş nas dikim, ez ji bo vê demê bibim bersiv, ji bo êş û problemên vê demê bibim bersiv. Ger nebim bersiv, herim demên dûr, te dî em carna alewiyan rexne dikin, dibêjin, tu ji bo Husên digrî lê ji bona Dêrsimê tu nagrî, ji bo Mereşê nagrî, ji bo Cizîrê çima serê xwe naêşînî, ev jî tiştekî wisa ye. Ez wek sînamegerek ger derfetê bibînim ez ê tiştên îro, bûyerên vê demê çêbikim, ev bila bên zanîn. Tiştekî din, ev ne karê derhêneran e, ew barê dewletan e, eger kurd bibin dewlet wê gavê wê karekî bidin derhênerekî, butçeyêkê jê re veqetînin, heqê produksiyonek mezin bidin û bêjin wek mînak, fîlmekî li ser Siyabend û Xecê an Mem û Zînê çêbike. Ya ne, derhênerek bi serê xwe nikare vî karî bike. Endustriya sînemaya kurdan hê têra vê nake.

Fîlmen dîrokî jî bawer im wisa ne. Mesela ez pir dixwazim fîlmek li ser bûyereke dîrokî ya girîng çêbibe lê dibêjim ji bo mijarên dîrokî divê konensusek civakî hebe. Wek mînak ji bo tu rabî fîlmekî li ser Serhildana Agiriyê çêbikî divê derbarê girîngiya wê, ciyê wê yê di dîroka me de konensusek hebe. Ne wisa?

Çîrokê ku ez lê digerim ên vê demê ne. Dîrok bala min nakşîne. Hin kes hene têkiliya bi sînemayê re ji dîrokê dest pê kiriye, naskirina min a sînemayê ji belgefîlman tê ji ber ku ji rastiyê tên. Derdê min ez ê çi yê vê demê bikşînim, ew e.

Xelat û festîvalên domdar li Kurdistanê berambarî yên dinyê wek a Cannes an Antalyayê hwd nînin, ev yek dike ku gelek sînemagerê kurd berhemê xwe li festîvalên biyanî nîşan bidin. Lê gelo fîlmekî ku li Kurdistanê were kişandin hele fîlmeke polîtîk be berê wê jî li festîvalê tirkan be ev yek çi tesîrê dike li ser sînemaya Bakûr an dikare bike? Bi giştî tunebûna bazareke sînemayê çi bandorê dike li ser naveroka fîlman?

Ji bo sînemayê fon tiştekî muhîm e. Tu pere ji kuderê dibînî tiştekî muhîm e. Gelek derhênerên me hene ku ji Fransayê, ji Norwecê, ji Almanya, ji Amerîkayê piştgiriyê distînin, li gor vê jî naveroka senaryoyê diguhere, em vê dizanin. Çîrok gerek li Kurdistanê derbas bibe, çîrok gerek li Fransayê derbas bibe an li Almanyayê Norwecê derbas bibe an jî karakterekî te yî ermen hebe tê de hwd. Hê ji vir dest pê dike. Ên ku bê midaxale jî fîlman çêdikin hene, em nikarin heqê wan jî bixwin lê dawiya dawî sînemaya tu çêdikî çîrokên ku tu dikşînî di festîvalên derve nîşan didî. Eger ku xelatê bidin fîlma te, ew serkeftî ye, ger xelat nedin, ne fîlmekî serkeftî ye. Fîlmên kurdan li Kurdistanê nayên temaşekirin, herî zêdetir fîlmekî kurdan çend kesan temaşe kiriye? Bifikire li vir li Amedê em fîlmekî nîşan didin, ez diçim gîşeyê ji wan dipirsim gelo fîlmên Kurtlar Vadisi-Irak an Yüzüklerin Efendisi an fîlmên Mahsun Kırmızıgül çend kesan temaşe kiriye, dibên heftê hezar nêzî sed hezar; tu fîlma kurdan tuneye ku li hemû Kurdistanê hemû cîhanê sed hezar însanî temaşe kiribe. Tu vê dibînî tu dibêjî ha derhêner ji bo kê fîlm çêbikê? Ji bo gelê xwe çênake, ji bo kurdan û Kurdistanê çênake, kurd temaşe nake jixwe. Wê gavê tu berê xwe didî festîvalên derve.

Bibore, gelo kurd temaşe nakin an pirsgirêkek din heye?

Dibe ku, lê tu fîlma xwe çêdikî. Ma di nav hemûyan de qet fîlmekî baş tuneye? Em bêjin fîlmekî baş qet nehatiye çêkirin, ev fîlm bala xwe didin festîvalan. Diçin festîvalan nîşan didin, jurî bêje fîlma te baş e, derî li wî fîlmî û derhênerî vedibe ku bikaribe çend gavên din biavêje lê eger bêje nebaşe fîlm di ciyê xwe de disekine. Kurd nabêjin em herin vî fîlmî temaşe bikin, baş be nebaş be tu kes nikare li wî fîlmî xwedî derkeve. Em bêjin fîlmekî kurdan heta îro baş nehatiye çêkirin, ha eger fîlmekî pir baş bê çêkirin, eger heta îro ji bîst sî hezaran derbas nebûbe, ev kêmasiyek e. Yek, belavkar in, meseleyek wisa heye. Duyem, salonên kurdan kêm in, jixwe eleqeya kurdan jî bi sînemayê kêm e, tiştekî wisa jî heye. Ê me niha piçek asta salon, çûna sînemayê jî kêm e. Ev, bandorê li ser sînemayê çêdike. Ha, sibe dusibe yek derkeve bêje, sînemaya kurdan hinek bi Yılmaz Güney dest pê dike, bi hezaran kes li wî temaşe dikirin. Çima? Niha tu fîlmekî wisa çêbikî, salon tije nabin? Salon pere qezenc nakin? Fîlm pere qezenc nake? Derhêner qezenc nake? Wê bikin. Tiştekî wisa jî heye, sibe eger fîlmekî serkeftî derket, tiştekî baş be, fîlma baş bandorê li ser salonê çêbike, salon pere qezenc bike, derhêner jî ji bo fîlmekî nû pere bibîne. Ev hemû bi hev ve girêdayî ne. Niha sîstem an endustrî em bêjin derneketiye, tu ji sînemayê pere qezenc nakî. Fîlma te nayê temaşekirin. Yanê navika me bi derve ve girêdayî ye. Çima? Ji Kurdistanê ji bo fîlmekî pere dernakeve. Mesela başûr heye, êdî nadin, serê wan bi wan îşan êşiya. Piştgirî dan fîlma Hiner Salem, bawerim di nava wan de piçek problem derket. Piştgirî dabûn fîlma Behmen Qubadî jî, dîsa ji hev dû nerazî bûn problem derket. Hewl didin ku sînemaya me pêşkeve lê hê ev zelal nebûye, wek sîstem rûneniştiye, di ser kesan re dimeşe, eger ku em qala du sê kesan bikin, ew jî piçekî ser têkiliyên dostane, hevaltî filan dimeşe, tu dikarî encax di ser kesan re pere bibînî.

Li vir bi ya min a girîng, îjar ev çi bandorê li ser naverokê dike? Wek mînak, dema diçe festîvala tirkan herhal hesab tê kirin gelo wê çi biecibînin an neecibînin, ne wisa?

Belê, du alî hene. Yek, hin kes hene wisa dikin. Dibêjin eger li vir karakterê min tiştekî wisa bike, wê kêfa ewropiyan jê re were an wê bertek bibîne. An karakter vê bike, wê kêfa tirkan jê re were, ev fîlm ji bo tirkan çêkiriye. Ev jî heye, ez tiştekî wisa bikim ku bila fîlm bê qedexekirin, ez ê kurdan bibînim, niha ev heye, li Tirkiyeyê gelek fîlm hatin qedexekirin ku tu li ser fîlman nikarî nîqaşê bikî, tu li ser qedexekirina fîlm dipeyivî. Fîlm çawa bû? Kemasiyên wê çi bûn? Fîlm çiqas têr û tijî bû? Taybetiyên fîlm çibûn? Derhêner çawa çêkiribû? Lê qedexe bûye, tu li ser qedexebûna wê dipeyive, şîrove dikî. Gelek çîrokên bi vî rengî hene.

Gelek derhênerê kurd li Bakur piranî li bajarê tirkan dijîn an sînemayê li wir nas dikin, derdorek wan li wir çêdibe û berhemê xwe didin. Ev yek bi te tesîreke neyînî li rihê sînemaya kurdî nake?

Tiştek wisa heye, eger ku kesek here li dibistanên elmanan bixwîne, bandora wan li ser wî çêdibe, em bêjin estetîkek wan, qadrajek, pevxistinek, sazkirineke wan heye; bêje nebêje tesîrê ji wan digre. Kêfa wan ji wan fîlman re ji wê ekolê re tê. Derhênerên me hene li Îranê dimînin di bandora Îranê de dimînin. Eger tu ji dibistanên Tirkiyeyê derbas bibî, teqez bandora sînemaya tirkan li ser te çêdibe. Fîlm, karakter, çêkirina fîlmekî de, tiştekî wisa heye, ev jî tiştekî normal e. Lê wek sînemaya neteweyî bifikirî, ev ji sînoran derbasbûyînek e. Çima sînemaya kurd ji sînoran derbas dibe? Ji ber ku yek li Stenbolê perwerde dibe, yek li Norwecê perwerde dibe, yek li Almanyayê, yek li Îranê yek jî li Amedê perwerde dibe fîlman çêdike, kesên ji Amerîkayê derdikevin jî hene, ne wisa? Ev e çawa bibe? Eger zimanê sînameyek neteweyî derkeve, piçekî ekolek li ciyekî kom dibe, wek kolektîf tiştekî derdixin, ev yek jî bi yek ziman nabe yanê. Dîmenên te, rengên te, dengên te, karakterên te cuda cuda çêdibe, ev dewlemendiyeke bo sînemaya kurdan, kurd dewlemend in ji vî alî ve.

Fîlmên kurdan yên li Bakur bi piranî polîtîk in, ev tiştekî normal e heya derekê lê di van fîlman de piranî berê leheng an çîroka fîlman bêtir ser zelalkirina meseleya kurd e ji deshilatdar re, arşîvgirtina maxduriyetê, daxwaza masûmiyeteke başiyê, nav helwdaneke “watandaşiya maqûl” de ne.” Ev jî dide nîşandan ku kurd çiqas sînemaya xwe ser kurdan bi kurdî jî çêkin bêtir ji ber armanca danasîn û penasekirina başiyê li hember mêtingeran, ev dike ku sînemaya kurdî bi helwest û nêrîn xwe bi mêtingeran ve girê bide. Yanî mixabin di nav çarçoveya fikrê serdestan de tevdigere. Tu çi dibêjî?

Ev tiştekî çawa ye, tu dizanî? Fîlmên me piranî wek rapor derdikevin. Wek ku tu bêjî ez ê serî li AHİMê (Dadgeha Mafên Mirovan a Navneteweyî) bidim, tiştekî wisa heye. Yanê tu wisa tomar dikî, fîlmekî bi vî rengî çêdikî, ji bo ku bê famkirin ev derdek e, ev bê çareserkirin… lewma fîlmên me wek raporan derdikevin. Fîlmên hiqûqî ne, dibêjin li vir problemek heye, azadiya Kurdistanê têk çûye, kurd hê ne azad in, ji bo kurd bigihêjin azadiya xwe tu fîlm çêdikî û wek rapor derdikevin. Ev tiştekî normal e, eger em ji vê merhaleyê derbas nebin, fîlma çîrokên normal dernakevin. Hîna em dibêjin kurd hene, kurd tên kuştin, komkujî heye, tu dixwazî vê îspat bikî, fîlmên me hinekî îspat in yanê.

Temam ev tiştekî normal e belkî lê em gelek caran dibêjin hûn ewqas zilm li me dikin lê em însanên ewqas humanîst in, baş in. Em nayên ser meseleya bingehîn.

Çima ji berku ji derve dibêjin kurd hemû kujer in, çiyayî ne filan, propagandayek wisa heye.

Sankî em di çavên wan re li xwe dinêrin û bersivê didin wan. Bi ya min ev problemek e û ji ber vê em tu carî nikarin werin ser meseleyê.

Yanê kompleksên wisa jî hene. Tu dibêjî ez li ber çavên van xwe şêrîn bikim, belkî çareser bibe.

Belkî li me werin rihmê, dev ji zilma xwe berdin ger vê ‘rapor’ê bixwînin, van bizanibin, ew ê êdî bisekinin.

Ji bo hemû berheman wisa ye, karakterê me jî wisa çêbûye. Ji yekî derve re em xwe şêrîn dikin an mêvanperweriya me ya piçekî çêkirî ji vir tê. Em dixwazin xwe ji mirovên derve re şêrîntir bikin; parvekirina te, eleqeya te filan zêde dibe.

Em bi çavên xwe li xwe nanêrin, em xwe nadin qebûlkirin, Ev di wêjeyê de jî problemek e…

Belê ev di siyasetê de jî problem e, elbet sînema jî bandor jê digre.

Di fîlmên derhênerên bakurî de tempo giran xuya dike, giran dimeşe fîlm, ji tempoya jiyana rastîn dûr e. Ev bo çi ye gelo li gor te?

Yek, tempoya fîlm piçekî çîrokê diyar dike. Tu çîroka xwe ji ku derê digrî girêdayî vê ye jî. Tempoya jiyanê hîna zûtir e, tempo zêde ye lê çîrokên ku em hildibijêrin çîrokên ku em li ser fîlman çêdikin, ev ne çîrokên ku tempoya wan zêde ne, ên ku tempo zêde dibin kîjan in? ên komîk in, ên şahiyê ne, piçekî din ji nav civakê ne.

Ên siyasî jî giran in lêem di siyasetê de têra xwe bi lez in.

Belkî divê em li ser fîlman bisekinin. Yek, fîlma min Dengê Bavê Min mesela, tempoya fîlm kêm e, rîtm kêm e ji ber ku jiyana Basê bixwe wisa ye tempoya wê. Roj derbas nabin, ji ber ku kêmasiyek heye… eger tu li ser vê çîrokê fîlm çêbikî tempoya fîlm jî wê giran be, jiyana rastîn diyar dike. Min wisa hilbijart. A din jî, niha tu bandor ji kê digrî? Gelek sînemagerên bi vî rengî hene di cîhanê de; gelek karê wan kedan wan heye, gelek kêfa sînemageran ji wan re tê, tu jî dema fîlmekî çêdikî. Tu yê bi planên dirêj fîlmekî çêbikî an vê çîrokê bi vê şêwazê bêjim an tu dibêjî çîroka min ev e lê bi vê şêwazê çêbikim, tu biryar didî. Niha gelek derhênerên me mesela Angelopoulos, Tarkovsky, Bergman li ser wan bandor kiriye. Ger tu van temaşe bikî û di ser van kesan re tu ji sînemayê hez bikî, tu çîrokên bi vî rengî digrî ji jiyanê, ên mînîmal ku rîtma jiyanê li ser kesan kûr dibe, ji bûyeran zêdetir însan li pêş in, însan di nav bûyeran de winda nabin, bûyer ji bona însanan e, tu însanan derdixî pêş. Ev piçekî şêwaza derhêner e, tercîhek e an bandora sînemayên din e. Ji ber ku sînema bi destê kurdan nehatiye çêkirin an bi destê wan pêş neketiye, tu jî ji wan tesîrê digre, ev ne tiştekî xirab e jî. Lê tu binere ji bo kurdan tempoyek zûtir, herikbar lazim e, rojeva siyasî jî pir zû diguhere, Kurd dema ji malê derdikevin her roj tu heman karî nakî, dikare di nav nîv seatê de her tişt biguhere

Hejmara kurtefîlman gelekî zêdetir in ji yên dirêj. Ez ji bo Bakur dibêjim, nizanim gelo li parçeyên din çawa ye. Gelo mirov dikare vê çawa rave bike?

Li parçeyên din jî wisa ye, taybetî ên ji Rojhilat tên hîna zêdetir in. Ji bo festîvalan serî lê didin çenteyekî ji xwe re dadigirin. Ji cîhanê ji Tirkiyeyê pêncî heb kurtefîlm serî lê didin, pêncî jî ji Rojhilatê tên. Çêkirina kurtefîlman çiqas zêde bibe ji bo metrajdirêj an jî bo sînemayê bingehek çêdibe, bi vê pêş dikeve. Ez tenê wek antreman jî nafikirim, ji bo me çîrok muhîm e. Yek, kurtefîlm ji bo fêrbûna sînemayê tê bikaranîn lê ya din jî, çîrok heye di destê te de, jê kurtefîlmek derdikeve, çîrokeke ji bo kurtefîlmeke baş e ev. Emrê te bûye heftê, tu difikirî heta vê rojê te bîst metrajdirêj çêkiriye, çîrokek ji bo kurtefîlmek xweş heye di destê te de, tu wê çêdikî. Gelek derhênerên bi vî rengî jî hene. Tenê ne merhaleyek e ku tu ji wê qonaxê derbas bibî. Tu fîlman çêdikî, çîrok ji bo te muhîm e, ji wir fîlmek jê derdikeve pêncî deqe ye, yek derdikeve panzdeh deqe ye, fîlmek derdikeve du saet e. Lê ji bo kurdan, niha kurd perwerde dibin, fêr dibin, diafirînin û wê ji vê qonaxê derbas bibin. Hemû kesên me yî deh sal berê kurtefîlm çêdikirin niha hewl didin fîlmên dirêj çêbikin. Ev ji bo pêşketina sînemayê gavek e.

Bo fîlmên kurdî tespîtek heye ku piranî dişibin belgefîlman. Ev çiqas rast e?

Normal e, çima? Ji ber ku çîrokên me gelek in, ên rastiya me gelek in. Di sînemayê de, rastî ciyekî muhîm digre. Çiqas rast e, her kes li vê dinêre, dibêjin çîrokên te wisa wisa hene, tu nikarî fanteziyan çêbikî. Kurd li rastiyê digerin. Derhêner jî li rastiyê digere. Niha problemên kurdan hene, tu van wek rapor çêdikî, ev rapor pişta xwe didin rastiyê. Fîlm çiqas ji rastiyê piştgirî bigre, ji wir sûdê bigre, dibêjim ji bo sînemaya kurdan tiştekî baş e. Çima? yek, çîrokên baş ji van belgefîlman derdikevin. A me jî, ger sînemaya kurdan hebe, ji vê taybetiyê tê. Taybetiyên belgeyî hene tê de. Ger tu bêjî fîlmên te wek Harry Poter wek Avatar wek Yüzüklerin Efendisi bibe, tu wê demê dibêjî gelo ev e sînemaya kurdan? Dibêjin em berê yên xwe yî rastîn çêbikin dû re em fanteziyan çêbikin. Ji ber ku me hê heqê Siyabend û Xecê nedaye, heqê Mem û Zînê nedaye, em ê çawa fanteziyan çêbikin? Ev ji bo sînemaya kurdan dewlemendiyeke xweş e.

Di sînemaya cîhanê de gelek caran wêjeyê baş malzeme daye sînemayê an sînemayê ji wêjeyê baş îstifade kiriye. Gelek berhemên sereke fîlmên wan hatine kişandin. Gelo bo me kurdan çawa ye ev têkilî? Qet di serê te de heye projeyek bi vî rengî?

Yek, ên ku bi sînemayê re eleqedar in, çend rê hene ji wir tên sînemayê. Hinek însan berê kamerayê nas dikin, alavek teknîkî ye ne wisa? Dû re dibêje ez ê fîlmekî çêbikim. Ji çîrokê bêtir kamera nas kiriye. Hinek kes hene kompîtirê nas dikin, berê pêvxistin, montajê filan dixebitin. Ê me kurdan jî, mekteb xwendine lê mektebên me jî beredayî ne jixwe. Niha li Tirkiyeyê kes li mekteban sînemayê fêr nabe, di nav pratîkê de bêtir fêr dibin. Tu kes bi xwendina sînemayê nebûye sînemager. A muhîm piştî mektebê te çi kir, ew e. Civaknasiyê dixwîne an jî felsefe dixwîne dikare fîlmên baş çêbike, te çi çîrok dîtiyî a muhîm ev e. Eger tûrikê te ne tije be, tu nikarî fîlmekî çêbikî tu teknolojiyê pir baş bizanibe jî. Ji aliyê teknîkî ve her kes dikare tiştna bîne ber hev. Kurdan jî gelek caran ji çîrokên me yî heyî sûd girtine. Kurdistan ciyekî bakir e, her kes dikare çîrokan çêbike û bi sed hezaran çîrok hene, dibêjin em van çîrokan çêbikin. Erê bûyer çîrok hene lê senaryo û wêje tiştekî din e. Ê ku hatiye serê me bi awayekî rêk û pêk nenivîsandiye jî. Nivîsandin kêm be, tu tenê bi kamerayê nikarî fîlm çêbikî. Me ji wir xwe têr nekiriye, em hê birçîne ji wî alî de.

Tu qet nefikiriyî filan çîrok an romana kurdî bike fîlm?

Na, tiştê ku ez lê digerim, ji wî alî de wêjeyê bandor li min nekiriye. Nivîsandina pirtûkê nivîsandina senaryoyê jî xurt dike. Nabêjim heman pirtûkê bikim fîlm, ev nîne. Nivîsandin eger baş be, tu dikarî senaryoyê jî baş binivîsînî. Ê tekstên şanoyê kêm in, pirtûkên din çîrokên din kêm in. Bi giştî nivîsandin kêm e. Sibe dusibe dema çîroka xwe binivîsînim dikarim ji derekê sûdê bigrim lê hewce nake tu yek bi yek fîlma wan çêbikî. Ez ji vê jî ditirsim, ji pirtûkek baş fîlmekî baş dernakeve. A din jî her tim temaşevan tîne ba hev, dibêje na wek pirtûkê ne baş bû, tu caran min nebihîstiye ku fîlmek ji pirtûkê baştir be. Ji ber ku tu cîhanê saz dikî li gor dilê xwe, fîlmek têra te nake. Derhêner jî fîlma ku dixwaze çêbike, ji sedî sî an pêncî ji tiştê serê xwe çêbike, serkeftî ye. Ji ber ku produksiyon, lîstikvan, ronahî ev hemû wek tu difikirî çênabin. Te pirtûk xwendiye, te gotiye ev pir baş e, dû re tu li fîlm dinêrî têk çûye. Ez bixwe ditirsim, ez ê bitirsim, çima? Ger tu ji pirtûkek baş fîlmekî xirab derxînî hesabê vê, wê ji te bê pirsîn. Wê her tim bi pirtûkê re bînin ba hev. Tiştek zelal heye li holê ku her tim bi wê re bê miqayesekirin. Tu ji wê miqayesekirinê ditirsî. Lê dema tu çîroka xwe binivîsînî, tiştekî pê re bê miqayesekirin wê tunebe û tu natirsî.

Gelek caran dema em li ser wêje û hunerê dipeyivin, bêtir pirsgirêk derdikevin pêş û bêje nebêje em xwe û miletên din didin ber hev û kêmasiyên xwe tespît dikin. Bo sînemayê, gelo aliyekî erênî tuneye em wê derxin pêş û li ser wê kûr bibin?

Eger ez li tiştekî erênî bifikirim ji bo sînemaya me, qadeke nû ye bo me, ev bala min dikşîne. Tu ji bo sînemayê çi gavê bavêjî, ew dibe a yekem an dibe tiştekî dîrokî. Heyecana xwe zêde ye. A din, gelek tişt bi devkî hatin gotin, bi çekan hatin gotin, gelek tişt bi siyasetê hatin gotin lê bandora fîlmekî zêdetir e, ji bona kurdan jî ev tiştekî pir pozîtîf e. Yanê wexta kurd fîlmekî çêbikin, tiştekî serkeftî derkeve, li ser însanan gelek bandor çêdike. Du Ziman û Baholek hebû, dema ez diçûm mektebê mamosteyê min hebûn, li metropelê Tirkiyeyê min xwendibû, min qala perwerdehiyê dikir, min qala kurdbûnê dikir, tu tiştek fêm nedikirin, bawer nedikirin, fêm jî nedikirin. Lê bi fîlmekî gelek tiştan tu dikarî bêjî. Ev tiştekî muhîm bû. Heyecan dide min ji ber ku sînemaya kurdan bo kurdan tenê ne sînema ye. Xweanînazimên, derdêxwegotin, ji bo empatiyê, ji bo çareseriyê, ji bona gelek tiştan, ger tu bixwazî tu dikarî bi fîlman gelek probleman çareser bikî. Alavake muhîm e. Lê ji bo sînemaya kurdan pêş bikeve, yek, bingeh lazim e, ji bo sînemayê çi lazim e? Em bêjin yek, a esas çîrok e, a din jî zimanê fîlm e, ji ronahî, kadrajê bigre heta deng… lê aliyê em bêtir dikarin bi ser kevin, çîrok e. Çîrokên me pir orjînal hene. Tenê tirsa min, em hin çîrokan dikujin. Çîrokên wisa ne ku heta sînemaya me bêtir pêş nekeve, divê em wan nekşînin. Em bi çîrokên giran carna dest pê dikin, ew çîrok dimre. Sînema asta wê kêm be eger, bi çîrokên hûriktir divê bê destpêkirin. Gelek caran em bi çîrokên populer dest pê dikin, em wan jî xira dikin. Sînemaya me çiqas pêş keve, çîrokên baştir girantir em dikarin dest biavêjinê.

Bala xwe didimê di sînemaya tirkan de carna fîlmek li ser bûyereke dîrokî tê çêkirin, li ser ermenan an ji dîroka nêz hwd. Ew rojevekê çêdike bixwe re û bi rojan wê bûyerê di ser fîlm re li ser medyayê nîqaş dikin. Li ser babeteke girîng nîqaş dide destpêkirin. Ez jî li bende me bêtir fîlm bên çêkirin, em di ser wan re hin tiştan nîqaş bikin. Em niha tenê di ser siyaseta partî an rêxistinan re bi hev re dipeyivin, hêvî dikim sînema jî bikaribe rojevê diyar bike li Kurdistanê.

Fîlma me Dengê Bavê Min li ser bûyera Mereşê bû. Ji wir gelek caran gazî min dikirin, digotin li ser bûyerên Mereşê tu jî bipeyive. Tiştekî çawa çêdibe? Sînerjiyek çêdike û ya din, tu jî di nîqaş û hevpeyvînên fîlm de, bi awayekî polîtîk diaxivî, tu li ser kurdan, alewiyan diaxivî, ji sînemayê bêtir em li ser van tiştan dipeyivin. Ger tu fîlmekî çêbikî û tu tenê ji sînemayê fêm bikî, fîlmên kurdan wê têk biçin. Tu nikarî li tu deran bipeyivî.

Wek gava din te got, bo me sînema bi tenê ne sînema ye.

Erê ji bo kurdan wisa ye, carna fîlmek ji bo tolhildanê tê çêkirin, carna tê de lê hesappirsînek heye, jahravêtinek heye. Carna Kurd hebûna xwe ispat dikin carna jî çawa tên kuştin weya nîşan didin. Gelek huner hene tu dikarî bi awayekî tesaduf bi ser keve, mesela carna îlham tê tu şiîrekê dinivîsî. Carna îlham tê tu besteyekê çêdikî an jî resmekî xêz dike ji nişkê ve derdikeve… Lê sînema ne hunerek tesaduf e. Serkeftina sînemayê bi nivîsandinê dest pê dike, bi çêkirinê heta montajê, carna wek matematîkê dimeşe. Heta piştî xilasbûna wê jî, mesela dema tu di hevpeyvînekê de gotineke çewt bêjî, fîlm têk diçe. Gelek caran ji fîlm zêdetir tu divê polîtîk bî. Ji me re wisa digotin, fîlma we ne ewqas polîtîk e lê hûn pir polîtîk in.

Sînema jî wek wêje û hemû hunerên din jê re samimiyet, şefafî û nêrîneke piralî lazim e. Ji aliyê dewlet/dewletên serdest ve em binêrin jixwe rewş malûm e, em wê deynin aliyekî û werin ser xwe. Em di nav xwe de çiqas rihet in di warê daberkirina fikr û ramanên xwe de? Wek sînemagerekî kurd bi ya te pirsgirêkên me yî navxweyî çi ne?

Dema tu fîlmekî çêdikî, ji bo bê temaşekirin tu çêdikî. Bandora temaşevan ji sedî sed li ser te çêdibe. Ji bo tiştekî biguhere, tiştekî bêjî tu fîlmekî çêdikî, teqez li ser te bandorek çêdibe. Gelek caran jî tu dibêjî gelo ev ê çawa bê famkirin, tu li gor vê zimanê xwe diguherî, peyvan diguherî, gotinan diguherî. Ji xeynî vê dema kurd tiştekî bêjin, çawa bêjim, hê derbasî wan çîrokan nebûne, çîrokên em dikin fîlm polîtîk in, tu çi çêbikî ger zimanê te kurdî be, ew dibe polîtîk. Tu bi zanebûn ji siyasetê dûr bikevî, ew jî siyasetek e. An tu tenê fotografekî Yılmaz Güney nîşan bidî, dîsa gelek tiştan ji te dipirsin.

Qasî ku min fam kir, ew mijarên nîqaşbar ku ji dilê we tê hûn bikşînin, bawer im em nehatine wê derê ku hûn bikaribin wan bikşînin. Ev tiştên hûn niha dikşînin jixwe qebûleke giştî heye li ser wan, problem dernaxin ji we re.

Ez wisa bêjim. Tu yê kîjan çîrokê bikî fîlm, elbet a ku tu baş nas dikî. Tiştê tu baş dikî tu yê bikî, eger tu ne samîmî bî, ev di fîlm de diyar dibe. Gelek însanên me hene ji derve tên, populer in, wê li vir fîlm çêbikin. Demekê ez dizanim, ji bo dîmeneke bo televîzyonê, me xwest dengbêjan bikşînin, tu kes tunebû, kes derneket. Ji sala 2004-5an şûn de populer bû piçekî, mala dengbêjan vebû, radyo û televîzyonên nû vebûn, ên ne dengbêj bûn jî derdiketin distiran. Niha ji bo meseleya kurdan jî, tiştên tên çêkirin populer in. Gelek kes tên fîlman çêdikin lê ji ber ku kêm dizanin, tenê dixwazin bi kar bînin, tenê populerbûn van kesan dikşîne. Di fîlm de jî tu dibînî, tu dibêjî lawo te bi çavekî derve lê neriyî, tu nas nakî kurdan, tu bajaran nas nakî, tu vê meseleyê nas nakî hatiyî fîlm çêdikî. Ev xwe di fîlm de nîşan dide. Lê yên kurd û li vir dijîn jixwe samîmî ne, ên ji derve tên problema samimiyetê heye di wan de. Wek mînak, heya ku min li ser kurdan fîlmek çêkir, ez deh salan li Amedê jiyam. Min got eger ez li Kurdistanê fîlmekî çêbikim, gerek ez herim li Kurdistanê bijîm, baş nas bikim, dû re fîlm çêbikim.

Îro di sînemayê de, gelek mijar hene ku belkî sînemagerek nexwaze nêzî wan bibe. Elbet qesta min mijarên ku aliyekî wan digihên siyasetê an bixwe siyasî ne. Ji ber ku hê em di nav xwe de negihiştine konsensusekê, ku mijarên bi vî rengî pir in jî bawer im. Ev ji bo wêjeyê an hunerên din jî dikare bê gotin. Tu dikarî çi bêjî bo vê?

Yek, huner an sînema hê ne ewqas xurt e ku mijarên kesî dest nedayê, dest bavêjê. Ewçax tu nikarî fîlma duyem çêbikî, ji aliyê kurdan ve jî, ji aliyê malbatê jî, derdora xwe jî. Ev hemû bandorek çêdike li ser te. Tu nikarî rîskek pir mezin bistînî. Çîrokên wisa ku ez difikirim jî hene lê dibêjim hê ne dema wan e niha. Rast e, fîlmekî baş wê ji wir derkeve, çîrokên orjînal in lê tu dibêji em hinek din bisekinin. Kurdan hê gotina xwe ya mezin a destpêkê negotine, lewma ên hûrik jî tu nikarî bêjî. Fîlmên niha em çêdikin xitabî piraniyê dikin, divê wisa be vê gavê.

Meraq dikim, wek derhênerekî, xeyala te ya herî mezin çi ye? an mijareke ku tu pir dixwazî fîlma wê çêbikî çi ye?

Bi rastî wisa xeyalên min ên mezin tunene, min hê nû dest pê kiriye.

Di destpêkê de xeyal bêtir ne mezintir in?

Ya, ji bo kurdan çêkirina sînemayê di ser kolektîfekê nemeşe, fîlmên baş çênabe. Çawa ku niha li gelek ciyan wek sazî şano heye. Şanoya dewletê, şanoya şaredariyan heye, divê ji bo sînemayê jî saziyên wisa hebin. Dibe ku piştgiriyê ji şaredariyê bistîne, ji yekî din bigrin lê eger ku ew kolektîf çênebe, sînemaya me jî pêş nakeve. Di salekê tu çar pênc fîlman çêbikî, wê demê sînemaya te pêş dikeve, ey kurd fîlmekî dikşînin, sê çar sal disekinin, bi vî awayî nabe. Çawa ku niha şanoya bajarê mezin di salê de çar lîstikan derdixin, gerek em jî li vir wek kom deh kes panzdeh kes, yek bi ronahî yek bi deng re eleqedar bibe… bila kolektîfek çêbibe, wê çaxê, wê sînemaya me pêş bikeve. A din di salê de du sê fîlmên kurdî ên li Amedê li Kurdistanê hatine kişandin têxî vîzyonê, wê bala temaşevanan jî bikşîne, salon jî tije dibe, ji aliyê aborî jî pêş dikeve. Niha bo min a muhîm ev e, em bikaribin kolektîfa xwe çêbikin.

Wek Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn hûn niha fîlm çênakin?

Em hêdî hêdî germ dibin, li ser 14ê Tîrmehê fîlmek hat çêkirin, li ser hefsa Diyarbekirê. Produksiyoneke mezin jî bû. Niha xilas bûye, montaja wê tê kirin. Çend fîlmên bi vî rengî hene, çend proje jî hene. Lê li Kurdistanê navendîbûyîn divê zêdetir berbelav bibe, her kes komuna xwe çêbike, her kes karibe fîlma xwe çêbike, ew ê tiştên rengîntir jê derkevin.

Di şanoyê de sîstemek rûniştî heye kêm zêde.

Ji ber ku li vir bi vî karî zikê xwe têr dikin. Sînemager jî ger zikê xwe têr bikin wê bibin komunên kolektîf.

Li bakurê Kurdistanê divê Amed bibe model dû re li bajarên din jî belav bibe.

Ez dibêjim, di bin banê şaredariyê de, şano çawa koma xwe heye bila ya sînemayê jî hebe. Derfetên şaredariyê ne kêm in, ji aliyê produksiyonê dikare piştgiriya gelek tiştan bike, dikare bê pere jî bike. Gelek tişt heye ji xwe di destê şaredariyê de ne. Mekanên xwe hene, xebatkarên xwe hene, ne wisa? Kêm zêde hinek pere lazim bû dikare vê jî bide. Dû re dikare ji vî fîlmî pere jî qezenc bike.

Heta niha çima çênebûye? Şano çebûye çima ji bo sînemayê jî çênebe?

Ji ber ku ji bo me sînemayê nû dest pê kiriye. Di salên nodî de bin banê NÇMê dest pê kiribû. Ewçax li vir tiştekî wisa tunebû. Û dema tu bixwazî fîlmekî çêbikî tu li çi difikirî? Tu dibê pereyê min hebe, na tuneye. Ez herim serî li wezareta çandê bidim, ê dewleta Tirkiyeyê. Ev jî çênebû, tu dibêjî ez serî li Eurimagesê bidim, ew jî çênebe, tu dibêjî ev fîlm çênabe. Ez dibêjim, na, eger em wisa bikin, wê gelek fîlm derkevin ji vir.

Yanê tu dibê tiştek çêbibe bila ji vir derkeve, em pereyan peyda bikin û li gor dilê xwe çêbikin. Em çavê xwe bera derve nedin, em bixwe dikarin çi bikin, serê xwe bi vê biêşînin.

Pere jî peyda dibe. Wisa bifikire: salê ji bo şanoyê çiqas tê xerckirin, bila ji bo sînemayê jî ewqas bê xerckirin. Bes e! Ewçax gelek sînemager jî wê derkevin, lîstikvan wê derkevin, ew ê karê ronahî, deng, kostum, montajê hwd. din dikin wê derkevin, salonên te wê tije bibin. Ji ber ku tu dizanî ev fîlm li vir hatiye çêkirin, wê bala mirovan zêdetir bikşîne. A din, di şanoyê de tu lîstikvanan dişînî lê ji bo fîlm hewce nake tu lîstikvanan bişînî, tu yê fîlm kopî bikî û bişînî, bêtir ekonomîk e jî. Ger sînemaya kurdan bi pêş keve, wê bi vî awayî pêş keve. Sovyetan wisa kir. Sînemaya neteweyî ya sovyetan wisa pêş ket. Gelek fîlm derketin, gelek sînemager derketin. Bi rastî di vê demê de kurd pir fedakar in, dixwazin ev çîrok bên gotin, lewma wê têra xwe alîkarî bikin.

Wisa be niha xebatek an hewlek we heye bi şaredariyê re.

Na, te pirsî xeyala te çi ye. Ev xeyala min e.

Tu sînemagerekî li Amedê dijî, û niha jî em li avahiya şaredariyê ne. Dibejim hê wek fikir jî be te bi şaredariyê re parve kiriye ev û behsa xebatinan kiriyî.

Xebat tuneye, tenê ez bi serê xwe difikirim.

Yanê tu bi rayedaran re nepeyiviyî. Te bi wan re parve jî nekiriyî.

Na

Bi rastî?

Min tenê ji te re got. Ka bila di kovara we de derkeve ewilî (dikene). Niha ev heye. Em ê derbasî ‘Kongre Merkezî’ bibin, niha tê çêkirin. Ji bo wê yek du salên me heye, em ê bernameya wan salonan derxin, fîlman nîşan bidin, dîsa semîner, kargeh, festîvala mezin li wir çêbikin. Eger ku em van karan bi rêk û pêk bikin, gava duyemîn ez ê bejim ka em fîlman çêbikin.

Navenda nû ser xêrê be, hêvî dikim em li wir fîlmên ku hûnê bi xwe çêbikin, temaşe bikin.

Wê navendafestîvala fîlman jî ev der be; hê nav ne diyar e, dibe ku ‘amed’ an ‘mezopotamya’ be.

Em ji xeyalan dûr bikevin, projeyên te yên rastî çi ne. Ji niha şûnde tu yê çi bikî?

Belgefîlmek heye, dîsa ji Mereşê ye, mirovekî bi navê Fotorîngo heye, arşîva wî heye, em ê li ser arşîva wî bixebitin. Wî bîst salan wêne kişandine, gund bi gund digeriya wêne dikişand. Ji bo Mereşê jî wek hafizeyekê ye. Zêdetir dixwazim arşîva wî derxim, tiştekî muhîm e ew ji bo me, ji bo zaroktiya me. 1973yan dest pê kir heya salên 1990î fotograf dikşandin gund bi gund, niha negatîf di destê wî de ne. Wekî din jî, du sê çîrok hene. Yek jê komedî ye. Li ser festîvalên me yî li Kurdistanê. Şaredarek dixwaze festîvalekê çêbike, ser vê em difikirin. Me hê nenivîsandiye senaryo. Ji van bêtir siyaseta sînemayê ji bo min muhîmtir e. Ez li navendê cî digrim, gelek derfetên me jî hene, ji çêkirina fîlmên xwe bêtir, dive em stratejiyek an sîstemekê çêbikin ku bêtir kes bikaribe fîlm çêbike. Min berê fîlmek çêkiriye, xelat jî wergirtiye, niha ez biçim dikarim pere bistînim lê armanca min ew e ku sîstemek bê çêkirin, barê min ev û serê xwe bi vê diêşînim. Ne tenê fîlmek bixwe, bi sed hezaran fîlm çawa dikare bê çekirin?

Wek sazî an sînemager bi parçeyên din ên Kurdistanê re çawa ye pêwendiyên akademiya we an bi giştî derdorên sînemayê re? Di pêşerojê de em ê bikaribin projeyên hevpar bibînin, wek festîval, fîlm, xelat…?

Yek, di ser festîvalan re çêdibin ev têkilî. Mesela li Batmanê festîvala fîlman a Yılmaz Güney, ji Rojhilat tên, ji başûr tên, em hev nas dikin, fîlmên wan em temaşe dikin. Hin derhêner hene, dema em festîvalan çêdikin, kurtefîlmen xwe fîlmên xwe ji me re dişînin. Lê têkiliya bakur bi Rojhilat re çiqas xurt be wê demê wê sînemaya me baş pêş keve. Ji başûr ne bawer im, ji wir hê tiştek dernakeve, ji Rojava kêm e an nizanim ev şoreşa dawî wê bandorek çawa bike. Lê derfetên vir û tecrubeya Rojhilat bigihêjin hev, ew dem wê çêbibe, di muzîkê de, edebiyatê de jî wisa ye. Niha li akademiyên Aram Tîgran û Cegerxwînê ders didin, ji Rojavayê mamoste hatine, dersên sînemayê didin. A din hebûna wan asta kurdewariyê jî bilind dike. Dema me Aram Tîgran û Cegerxwîn nû vekirin, em tirsiyan me got em ê çawa dersan bi kurmancî bidin, me ev pirtûk hemû bi tirkî xwendine heta niha. Ji Rojava û Rojhilat çend mamoste hatin, asta kurdewariya beşan jî bilind bû.

Berhemên bi xebata hevpar hatiye çêkirin wê derkevin?

Niha tê çêkirin, niha ew fîlma li ser hefsa Diyarbekir xebateke bi vî rengî ye. Ên di dîmen, ronahî, montajê de dixebitin, ji wir hatine. Li Aram Tîgran orkestrayek çêkirine, dîsa ev mamoste di wir de jî cî digrin. Proje hene, hê nû dest pê kirine. Heta sê çar sal berê tiştekî wisa tunebû. Ew jî kêfxweş in li vir.

Hûn an tu bixwe, diçin Rojhilat an Başûr?

Başûr, ez diçim. Ne ji bo festîvalan, ji ber ku sîstema festîvalan, temaşekirina fîlman hê rûneniştiye li wir. Ji bo gerê çûmê Rojhilat jî, Başûr jî.

Gelek spas dikim ji bo vê sohbeta xweş.

Spasxweş. Ez jî spasiya te dikim.

Share.

Leave A Reply