Çirkîn Qralê Mezlûman: Yılmaz Güney

KEMAL YILDIZHAN – JI TIRKÎ: AHMED KANÎ

Puxte: Di tevahiya vê nivîsê de me projektorên xwe dan ser aliyê Yılmaz Güney î kurd di nav jiyana wî ya mirovî, hunerî û siyasî de. Ji ber ku ev aliyê wî ew alî ye ku her ji ber çavan tê veşartin, piçûk tê dîtin, tê îhmalkirin û jê tê tirsîn. Aliyê wî yê kurd wek hunermendekî navdarê di çapana cîhanê de ew alî ye ku divê aliyê herî dawî be. Ji ber ku di vegotina fermî de kurd nîne. Yılmaz, ji dema ku ew bûye xwedî hişmendiyekê û bi şûn de, bi tevî li nasnameya xwe xwedî derketin, bi huner û siyaseta xwe gelek alîkariya cihgirtina kurdan di rojevê de kiriye. Ji ber vê ye ku piraniya sînemagerên ciwan Yılmaz Güney ji xwe re wek pêşeng û paşxane dibînin, û lewma ew ji bo sînemaya kurdî dikare wek destpêk bê qebûlkirin.

Peyvên sereke: Yılmaz Güney, kurdbûn, fîlmên Güney, siyaset, kurd.

Tiştên ku ez ê vebêjim, dê di derbarê ciwanekî bi navê “Çirkîn Qral” de be, ku ji dê û bavekî kurd li Çukurovayê hatiye dinyayê. Hûn li gotina ku jê re çirkîn dibêjin nenêrin, gotina çirkîn ji ku derê tê, gelo ji ber ku bejna wî wek hejik rûyê wî şewitî, pozberaniya wî, li ciyê tîpa zerî ya salonan esmeriya wî ya wek rengaxî, wek piraniya mezlûman biserneketina wî bû? An ji ber ku dikaribû hemû jiyana xwe di nava roniya birqok a perdeya spî ya sînemayê de û bi navdarî, dewlemendî bijiya; lê bi pişta destê xwe ev hemû da alî û li pey raman û baweriyên xwe çûn, ji bo wan hefsûzîndanîbûn, sirgûnîbûn e gelo? Bila mirov bibe “Qralekî Çirkîn”ê wiha. Em jî dibêjin yê wiha li ser serûçavan û Yılmazê xwe vedibêjin:

Bi kurtî jiyana wî

Yılmaz Güney, di sala1937an de (rîwayet ew e, ku jidayîkbûna wî ya rastîn 1931 e; dema dê biçûya dibistanê nasnameya wî hatiye derxistin) li gundê Yenîceya Adanayê tê dinyayê. Diya wî ji Mûşê, ji ‘eşîra Cîbran, bavê wî ji gundê Sêwregê ye. Bavê wî ji ber doza xwînê çûye bajarê Edeneyê bi zaravayê kirmanckî diaxive. Piştî seferberiyê her du malbat li Edenê bi cih dibin, li vir hev dinasin û dizewicin. Ji vê zewacê xwişkeke Yılmaz jê biçûktir jî tê dinyayê: Leyla… Li mala wan kurmancî û zazakî tê axavtin, Yılmaz û xwişka xwe bi kurdî naaxivin lê fam dikin. Yılmaz, di derbarê wan rojan de wiha dibêje: “Bi awakî siyasî û zanistî ez ne di ferqa nasnameya xwe ya neteweyî de bûm. Her ku hişmendiya min ya siyasî bi pêş ket ez li rastiya xwe hay bûm. Min fam kir ku ez kurdekî asîmîlebûyî me. Li dibistanên ku em diçûnê ji me re digotin hûn tirk in. Em li gor îdeolojiya mîlî û fermî dihatin perwerdekirin.”1

Berî ku em behsa haybûna Yılmaz li asîmîlebûna xwe û ji wir çûna wî ya ber bi ramana ku digot “Kurdistana ku ez difikirim, Kurdistaneke Serbixwe, Yekgirtû û Demokratîk e”2, em dê nivîsa wî ya ku di sala 1982yan de li ser jînenîgariya xwe nivîsiye pêşkêş bikin:

Ez wek hunermendek bi navê Yılmaz Güney têm nasîn. Lê, navê min ê ‘eslî Yılmaz Pütün e. Navê min tê wateya li hember zordariyan natewe, bêhêvî nabe, çavşikestî nabe, serî natewîne. Paşnavê min ê Pütün jî dendika fêkiyekî çiyê ye ku naşikê. Di sala 1937an de, li gundê Yeniceyê bajarê Edeneyê ku li başûrê Tirkiyeyê ye, ez hatim dinyayê. Ez yek ji her du zarokên malbata gundî ya kurd a bêax im. Diya min oldareke nexwende bû. Bavê min jî di leşkeriyê de fêrî xwendinê bûbû. Wek diya min ew jî qet neçûbû dibistanê. Bavê min, di 1976an de dema ez li girtîgeha Kayseriyê bûm mir. Min gora wî nedît.

Ji neh saliya xwe de ez bi keda xwe jiyame. Karê min ê pêşîn gavanî bû. Min lîseli Edeneyê xwend. Min wan salan kovarek hunerê bi navê Doruk(Lûtke)ê weşand. Ez meraqdarê hunerê bûm û min çîrok dinivîsî.

Di 1955an de ji ber çîrokekê ez hatim taqîbkirin. Di derbarê min de doz hat vekirin. Di sala 1957an de, bi xeyala li fakulteya Îqtîsadê xwendinê ez hatim Stenbolê. Lê min nikarî bidomanda. Doz û taqîbata ku ji sala 1955an de didomand bi encam bû û di serî de min heft sal û nîv cezayê giran ê hepsê û du sal û nîv jî sirgûnî xwar. Paşê dadgeha bilind a temyîzê biryar xera kir. Encama jinûvedadgehkirinê sal û nîv cezayê giran ê girtinê û şeş meh jî sirgûn bû. Xwendina min nîvçe mabû. Rêya tekane ya li ber min ji bo perwerdehiyê ew bû ku ez di dibistana jiyanê de, li gor jiyanê û bi rêya mamosteyên ku jiyanê li min ferz dikir perwerde bibûma. Min jî wisa kir. Pirtûk, sînema, kar, girtîgeh, dilpîtî, rêbazên hişk yên jiyanê, zordarî, qehpetî, egîdî! Ji bo serkeftina li hember zordariyan berxwedan û biryardarî. ZOR yek ji mamosteyên min ê jiyanê bû.

Di Gulana sala 1961an de ez ketim girtîgehê. Di Kanûna 1962yan de cezayê min ê girtinê qediya. Bi bal bajarê Konyayê ve, ku bi muhafezekariya xwe navdar e, hatim sirgûnkirin. Ez nikarîbûm ji sînorên Konyayê derketima.

Her êvar min îmze dida polîsan. Herî pir min îmze avêtiye deftera polîsan: 180 carî! Di sala 1968an de ez çûm leşkeriyê. Di Nîsana 1970yan de ez vegeriyam. Du salên ku ji jiyana min hatibûn dizîn…

Di Gulana 1971ê de, ez jî wek bi deh hezaran ronakbîr, hunermend, nivîskar hatim binçavkirin. Di derbarê min de tu delîl tunebûn. Tenê guman. Piştî hefteyekê binçavkirinê hatim berdan, lê bi fermanek nefermî, bi fermaneke devkî û dîsa bi tehdît ber bi Nevşehirê ve sê mehan hatim sirgûnkirin. Vê carê bo îmzeyê ez nediçûm cem polîsan. Polîsan ji der ve min teqîb dikirin.

Di 16ê Adara 1972yan de, bi hinceta ku min alîkariya şoreşgeran kiriye, ez hatim girtin. Piştî darizandinê, deh sal cezayê girtîgehî û mişextinê dane min. Bi ‘efiya giştî ya 1974an a hikûmeta Ecevit ez hatim berdan. Îro jî Ecevit di girtîgehê de ye. (serdema 1980-82yan) Di Îlona 1974an de navê min tev li rûdawa kuştinekê bû û ez bi 19 salan hatim mehkûmkirin.

Dema ez di girtîgehê de bûm, min kovarek huner û çandê bi navê Güney derxist. Piştê sêzdeh hejmaran bi hatina rêveberiya awarte re, kovara me hat girtin û di derheqê min de, ji ber nivîsên min deh dozên cuda hatin vekirin. Tewanên min “propagandaya komunizmê, lewazkirina hestên neteweyî, teşwîqkirina gel bi bal tewankirinê ve, pesindana kirinên ku tawan dihatin hesibandin û daxistina îtîbara dewletê li hindur û derve…” Cezayê ku dihat xwestin bi tevahî nêzî sed salan bû…

Di Cotmeha 1981an de, ez venegeriyam Girtîgeha nîvvekirî ya Ispartayê ku bi destûr derketibûm. Paşê jî derketim derveyî welêt. Heta Cotmeha 1981an, nêzikî dozdeh salên xwe min li girtîgehên cuda derbas kir. Di nava van dozdeh salan de, du jê nîvvekirî bi tevahî min pazdeh girtîgeh nas kirin.

Di mehên pêşîn de ku ez ji welatê xwe derketibûm, sê doz bi dawî bûbûn û ez pê hesiyam ku bîst sal cezayê hepsa giran û heft sal cezayê mişaxtinê dabûn min. Dozên din dewam dikin lê hêj ez nizanim kîjan bidawî bû çiqas ceza dane min…”3

Piştî ku me çîroka jiyana Yılmaz wek li jorê jê bihîst, êdî dikare di nava vê jiyana wî de li çawa gihîştiye hişmendiya kurdewarî, nasnameya xwe ya kurd di nava hunera xwe, sînemaya xwe, siyaseta xwe, bi kurtî di jiyana xwe de çawa bi cih kiriye, bê nihêrtin:

Li Edeneyê wek kurdekî hejar Yılmaz Pütün

Di dema zaroktiya wî de, stranbêjiya kurdî ya bavê wî bo sinetên hejaran, stranbêjî û çîrokbêjiya bi kurdî ya diya wî, him gencîneya wî ya kurdî dewlemend kiriye, him jî li ser hunera wî ya dahatûyê bandor kiriye. Ji ber ku çîrokên diya wî vegotine nenivîsiye xemgîn e, lê; kî dikare bêje jibo çîroknûsiya xwe ya ku di salên dibistana amadekariyê de dest pê kiribû nekiriye çêj/qatix… Û dîsa bandora lorînên tevî rondik bi kurdî yên diya wî jî, di dema ku jiyan ji Yılmaz re zehmet bûbû, piştî zewaca bavê wî ya duyem, ku ew diya xwe û xwişka xwe bi hev re ji Yenîceyê diçûn Edeneyê…

Wek wî gotiye ji ber karê şîrketa fîlman çûbû derveyê Edeneyê, Rojhilatê Anatoliyayê ‘Kurdistanê gund bi gund, bajar bi bajar’ geriyaye, di xortaniya xwe de çûye herêma bavê xwe Sêwregê, xismên xwe, koka xwe nas kiriye li vir rastî şopa lorîn, çîrok û stranên ku dê û bavê wî digotin hatiye, bandora van jî di bîranînên xwe de hîs dike… Lê, belkî jî para mezin a kurdên ku ji diya xwe wan dinasî dema çû leşkeriyê li Mûşê li wan rast hat û cîhana wêjeya wî, fikra wî ya sosyalîst, cihgirtina wî ya li bal mezlûman ku navûnîşana “Qralê Çirkîn” jê digirt hemû hebûn…

Tiştê ku bûye sedem ez van dinivîsim, meyla ku Yılmaz Güney, pirê caran ji jiyana wî, ji kirinên wî û ji gotinên wî yên siyasî cuda wek sînemager, hunermend û siyasetmedarek tirk dibîne. Dema ku aliyê wî yê kurd, hêman û hestiyariya wî ya kurd, daxwazên wî yên siyasî bo kurdan bêne gotin, bi rexneyek li hember û reşkirinê re tewanbariya “neteweperweriya burjûvaya piçûk” bi lez tê rojevê. Tê gotin ku heta Yılmaz Güney “li Tirkiyeyê ye aliyê wî yê kurd tune ye”, fikrên wî yên bi kurdîtiyê re têkildar, wek bertekek piştî derketina ji Tirkiyeyê dertên holê, ev jî hunera wî lewaz dike û zerarê dide çanda “Qralê Çirkîn”, divê ev rewşa polîtîk li ber çavan neyê girtin.

Lê, dema em beşên jiyana wî ya ku me li jor xwend û fîlmên wî yên li jêr didin berhev, tê dîtin ku kurdîtiya Yılmaz Güney ji koka wî tê û bi gotinên siyasî ne sînorkirî ye, belkî xwedî taybetiyeke temam e. Tevî ku gotinên wî yên siyasî jî têra xwe hêja ne. Ka em bi nirxandina fîlmên wî bidomînin:

Ji edebiyatê ber bi sînemayê ve

Piştî karkeriya pembo, firoşkariya gazoz û simîtan di salên lîseyê de, dema ku masuleyên fîlman bi pisqilêta xwe dibir û dianî, jixwe di aliyekî dilê wî de evîna edebiyatê şax berdabû. Çîrok dinivîsîn, di kovarên cuda cuda de çîrokên wî diweşiyan, kovarek wêjeyê diweşand. Ji ber çîroka wî ya bi navê “Üç Bilinmeyenli Eşitsizlik Sistemleri” [Sîstemên Newekhev yên Xwedî Sê Nenasbar] ku di van salan de nivîsiye, bi hinceta ku ‘propagandaya komunîzmê’ kiriye, doz lê tê vekirin, cezayê girtîgehê bi salan jê re tê xwestin. Çîrok dibe destpêka serpêhatinên girtina Yılmaz. Bo perwerdehiya unîversîteyê û afirandina qadên xebatê bo dilê xwe yê bi coş; di dema pêşî de ku li Enqereyê dest bi xwendina hiqûqê dike, nabe, li Stenbolê qeyda fakulteya Îqtîsadê di tûrikê wî de 13 çîrok hene.

Demên wî yên pêşîn î li Stenbolê salên ku tije sohbetên edebiyatê ne. Lê dema ku Yaşar Kemal, wî bi Atıf Yılmaz re dide nasîn, dibîne ku deriyekî cuda û firehtir bo wî vedibe: Sînema… Bi tecrûbeya xwe ya edebiyatê wek cîgirê senaryonûs dest bi sînemayê dike, bi asîstaniya derhênêr didome û bi aktorî jî diçe serî. Ev rewşeke wisa ye ku di hemû jiyana biîhtîşam a Yılmaz î sînemayê de, ev rewşa sêbare senaryo-lîstikvan-derhêner di demên cuda î jiyana wî de, carna li girtîgehê carna li derve hin caran ji mecbûrî hin caran jî ji ber pêdiviya hunera wî dikeve nav hev jî, di hin deman de jî aliyek serdestiyê li aliyê din dike. Lê Yılmaz Güney, wek hunermendekî ku di van sê qadan de serkeftî di dîrokê de cihê xwe digre.

Agâh Özgüç, di destpêka pirtûka xwe ya bi navê Bütün Filmleriyle Yılmaz Güney [Yılmaz Güney Bi Hemû Fîlmên Xwe] de vê mijarê kîte bi kîte û bi berfirehî digre dest. Wiha dibêje “Jiyana Yılmaz Güney a sînemayê, bi rêzê wek fîlmên ‘ku senaryoya wan nivîsiye’, ‘ku bûye lîstikvanê wan’, ‘ku senaryonivîsiye bûye lîstikvanê wan’ û ‘ku bi tevayî senaryo nivîsiye, lîstikvanî kiriye, derhênerî kiriye’ em dikarin di çar beşan de bicivînin. Bi vê danberhevê ne kêm ne zêde hemî fîlmên Yılmaz Güney 111 heb in”,4 di bin van sernavan de hemû fîlmên wî kategorîze dike.

Salên ku Yılmaz Güney dixwaze di nava sînemageriyêde cihê xwe çêke salên bi Ayhan Işık, Göksel Arsoy, Ediz Hun in. ‘Civat ji tîpa mêrên qeşeng ên salonî têr bûye, ji ber ku alîkarê mezlûman e, ji helwesta wî ya fedakarane ji wî hez dike’. Ev mirovê ‘çirkîn’ bindestê stûxwar, lê dema ku pêwîst be serhildêr e; bi tevî îsyankariya wî dema pêwîst be dizane êş û azarê jî bikêşe, pir tê hezkirin. Di wan demên ku gel bi rihetî navdarî nedida kesî ji wî re “Qralê Çirkîn” minasib dît ku îşaretên destpêka serdemeke nû bû. Di 1964an de di 10, di 1965an de 21, di 1966an de di 13 fîlman de dilîze, her fîlmek ji aliyê 6-8 milyon kesan ve tên temaşekirin bi vî awayî digihêje reqemên wek rekorê.

Yılmaz Güney, heta fîlma Hudutların Kanunu [Qanûna Hidûdan]ku di sala 1966an de hatiye kişandin li gor naveroka ku li jor hat rêzkirin, bi gotina munasib fîlmên “bilêdan-bişikandin” amade dike. Dema ku dibe xwediyê bi milyonan hezkirî û di dilê wan de cih digre, pêşketinên civakî, siyasî yên Tirkiyeyê jî ji nêz ve dişopîne. Ji aliyekî ve pêwendiyên bi derdora wêjenasên wek Onat Kutlar, Yaşar Kemal, Tuncel Kurtiz re didomîne, ji aliyê din ve jî pêwendiyê bi derdorên siyasiyên tirk û kurd re datîne.

Salên 1960-70yan ew sal in ku kulta Yılmaz Güney bênîqaş dertê holê û erdnîgariya tirk û kurd dorpêç dike. Her mirovê ku wî dinase an fîlmên wî temaşe dike, belkî jî herî pir kurd bi awakî pê re dibin xwedî bîranîn. Ev jî hin caran wek rolek di fîlmekî de, replîkek an dîmenek e, hin caran jî îmajek e. Ew êdî bi hemû “çirkîniya xwe” li ser dîwarê odeya me, li ser camê otobusa navçeyê, di vîtrîna dikanê de, li kêleka me wek dostekî me yê wefakar, bi kartpostalên xwe zimanê nivîsa me ya mixalif e. Her dema ku giyanê me bê êşandin dostekî me yê nêzik e ku em ê wî bikin hevkarê raperîna xwe… Tê zanîn ku stûxwarên panoya afîşên sînemayên navçeyê Yılmaz dikin hevparê çarenûsa xwe û bi saetan stûyê xwe xwar dikin, serê xwe dispêrin Yılmaz. Berberên ku por wek porê wî diqusînin… Dema li fîlma wî temaşe dikin hezkiriyên wî yên ku dibêjin ‘baldar be li pişt te ne’, ew jî her dem alîkariya wî li pişt xwe hîs dikin…

Awirek siyasî li ser van salan

Dîroka komarê, dikare wek dîroka asîmîlasyona kurdan, tunehesibandin û înkara wan jî bê xwendin. Di hemû dîroka komarê de kurdan tirk hesibandin, qedexekirina axaftina kurdî, hesibandina tradîsyon, kevneşopî, çanda kurdan bi awakî wek tradîsyon, kevneşopî, çanda tirkan, bi tirkîkirina çîrok, stranên kurdî naveroka wan valakirin diyardeyek kevneşopî bû. Bo gelekî wek xwe nejiyan çiqas azar be; dizîna hebûnên wî vê azarê qat qat zêdetir kiriye. Kurdên bakurê Kurdistanê heta îro di nava vê azarê de jiyane. Çawa ku kurdan nikaribûn wêje û sînemaya xwe bi awayekî xwezayî çêbikin, di nava wêje û sînemaya tirkan de jî “xwe” nedîtin. Kurd wek kesên ku ji rê û rêbazên ragihandinê bêpar, hov, ku bi tirkiyek xerab diaxivin, ku karên bêrûmet dikin, dergevan, hemal, ‘emeleyên avayîsaziyê an jî wek eşqiya zorkar hatin nîşandan. Aliyên xweşik û biaqil yên kurdan jî ji zû de dabûn tirkan.

Di rewşeke wiha giran de hêmanên girîng î ‘aîdî kurdan di nava wêje û sînemaya tirkan de dîtin û bijartin bi du awayan girîng bû. Bi yekem car nêrîn dikare bê dîtin ku çiqas xerakirin heye, çand û nirxên kurdan bi asîmîlasyon û îmhayek çawa re rûbirû ne; ya duyem hêmanên kurd ên ku di nava wêje û edebiyata tirkan de ne bi mûçingê girtina wan, dikaribû bide famkirin ku çawa hunera kurd parastiye û zehmetî û mezinahiya têkoşîna wê di dema avakirinê de.

Bi pêşketina têkoşîna siyasî ya li Tirkiyeyê re, bi cihgirtina heqîqeta civakî di wêje û sînemayê de kurd jî ji qelafetên hovîtî, dinyanedîtiyê hinek be jî derdiketin, qenebe piçekî wek xwe dest bi xuyakirinê kirin. Xwendina pirtûka Rohat Alakom Türk Edebiyatında Kürtler[Kurd di Edebiyata Tirkî de] û ya Müslüm Yücel Türk Sinemasında Kürtler[Kurd di Sînemaya Tirk de], di nav peywenda ku ev yek-du paragrafên hewl didim binivîsim, nêrîna komarê ya di derbarê kurdanû têkoşîna wan a bo parastina hebûna xwe de, girîng e.

Kurd di Sînemaya Yılmaz Güney de

Kurd, cara pêşîn bi fîlma Koçero (Qralê Bêtacê Çiyayan-1964) ketin sînemaya Yılmaz Güney. Mehmed Îhsan Kîlît an bi navê xwe yê navdar Koçero, li herêma Sêrtê eşqiyayek e ku bi tirkî nizane, ‘ji dewlemendan digre dide hejaran’ ji aliyê gel ve tê hezkirin. Di fîlmde ku mijara xwe ji bûyerên rasteqîn digre, Koçero, bi deka ku ji aliyê xulamên axa ve hatiye kirin di şêlandinekê de bi destê jendirmeyan tê kuştin. Mijar û dawî klasîkeke nimûne ya Yılmaz Güney e.

Fîlmên mijar kurd, bi erdnîgara kurd ku bi Koçero (1964), Davudo (1965) destpê kirin dema ku bi fîlmên wek Hudutların Kanunu [Qanûna Hidûdan](1966), Kızıl Irmak Kara Koyun [Robarê Sor Mêşina Reş](1967), Seyyit Han [Toprağın Gelini] [Buka Axê] (1968)ê domand, dibû nîşana destpêkirina serdemeke nû ya sînemaya Yılmaz Güney. Çîroka ku di beşa Mêşina Reş î fîlma Kızıl Irmak Kara Koyun de dihat vegotin ji strana Cembelîyê Kurê Mîrê Hekarî tê girtin. Yılmaz Güney bi van fîlmên xwe yên dawîn dest bi dana delîlên sînemaya xwe ya dahatû jî dike. Di fîlma Seyyit Han de navê evîndara Yılmaz Güney Kejê ye. Li vir bo têgihîştina zîhniyeta sansura wê serdemê û zehmetiya fîlmên ku hêmanên kurdî tê de hene, em guh bidin Müslüm Yücel:

Di Seyyit Han de Güney berê xwe dide çîrokeke din a kurdî. Di aliyek fîlm de doza xwînê, di aliyê din ê fîlm de evînek mezin heye. Fîlm ji aliyê lijneya sansurê ve ‘ji ber ku navên kurdî bi kar aniye’ hatiye astengkirin. Di dema fîlm de Güney, leşkeriya xwe dike. Karê fîlm li ser milê çêker Abdurrahman Keskiner dimeşe. Lijneya sansurê navê Kejê xeter dîtiye. Hinceta wê jî ew e ku di tirkî de navê wiha tuneye. Fîlm di 15ê Hezîrana 1968an de bo Festîvala Locarno, di 15ê Îlonê de jî bo ya Mannheim vexwendî ye. Li ser vê rewşê Keskiner, navê Kejê û beşa xeter a ku lijneya sansurê bertek nîşan daye derdixe, dubare ji lijneya sansurê re hatiye şandin. Vê carê jî lijneyê cilûbergê kesên ku di fîlm de dilîzin kiriye pirsgirêk. Li ser vê jî Keskiner, serî li dadgeha bilind daye, gotiye navê Kejê “li gundên başûrê Rojhilat gelek in”.5

Berî fîlma Umut[Hêvî]ê vê carê dema li leşkeriyê ye, fîlmek ku yê eşqiyatiyê û bi nîgarên kurdî xemilandî Aç Kurtlar [Gurên Birçî] (1969) dikişîne. Umut [Hêvî] (1970) bo sînemaya Tirkiyeyê jî şaheserek e, wek nîşeyek sînemaya cîhanê derbasî dîrokê dibe. Rastbînî di sînemayê de wek sîleyek li ser rûyê temaşevanan dixuyê. Bêhêvîtiyên li pey hêviyan yên kurdên hejarên ku li Çukurovayê bi cih bûne wisa heqîqî û sînematografîk tê nexşandin ku, Umut ji roja ku hatiye kişandin heta îro, her dem, di nava fîlmên herî baş de, di rêza herî pêş de cih girtiye. Bi tevî hemî vê serkeftina Umutê, wê salê ji aliyê lijneya sansurê ve rêya pêşbaziya Cannesê lê tê girtin. Sala paşê li derveyî pêşbaziyê tê nîşandan û eleqeyek pir mezin dibîne.

Di dema ku Ağıt [Zêmar] (1971), wek fîlmek fîlmografiya Yılmaz Güney ku çîroka xemgîn ya Çobanoğluyê porjêkirî, bi kiras û tûmanê spî û sîwanên xwe ji jendirmeyan direve û çar kurdên zaza dianî ser perdeya sînemayê, di van rojan de Tirkiye dikeve pêvajoyek bi zor û zehmet a din jî. Salên ku darbeya leşkerî ya 12ê Adarê li ser gelên Tirkiyeyê tên. Piştî demekê Yılmaz Güney jî tê girtin. Û bo Yılmaz dibe destpêka salên girtîgehî ku dê heta 1981an (ji çar mehên piştî ‘Efûya Giştî ya 1974an pê ve) bidome.

Li vir kevanek bê vekirin baş dibe: Çîroka jiyana Yılmaz Güney, nivîsên wî, fîlmên wî derfeta bi awakî din têgihîştinê jî didin. Ew girtîgehan dike wek cihên ku mirov tê de fêr bibe, mejiyê xwe paqij bike. Di wî dozdeh salên ku di gitîgehê de ye, pirtûkên ku nexwendiye dixwîne, romanan, senaryoyan dinivîse, kovaran derdixe, di hundir de fîlman bi rê ve dibe. Dozdeh salên ku di girtîgehê de dijî bo wî salên wendabûyî nîn in, pêvajoyek hilberînê ye. Di nivîsên wî de, di fîlmên wî de, di nameyên wî de, di roportajên wî de jî lêrasthatina van şopan pêkan e. Bi ser de dema ku di her fersendê de hevokên wek dibêje “ger bixwazim dikarim birevim” em dizanin samîmî ye.

Bi vê gotinê re piştî girtina kevanekê, bi ‘efûya giştî ya 1974an re Yılmaz Güney jî êdî li derve ye. Hema çawa dertê amadekariya fîlma Endîşe [Fikar] (1974) dike ku mijara xwe ji doza xwînê ya li derdora karkerên çandiniyê yên kurd ku bo xebatê hatine Çukuovayê. Hîn di serê kişandina fîlm de bûyera Yumurtalıkê ya tê zanîn diqewime û ji ber kuştinê ji nû ve dikeve girtîgehê.

Di hundir de fîlmên Sürü [Kerî] (1978) û Yol [Rê] (1981) ku berhemên wî yên şaheser in dikişîne. Sürü Yol ew her du fîlm in ku Yılmaz Güney, kurd herî bêtir tê de nîşan dane. Di Sürü de, ku jiyana xalanên xwe jî xistiyê, mijara di cotkariyê de bikaranîna traktorê û bi vî awayî jihevketina pêwendiyên êlî û kartêkirina vê jihevketinê li ser pêwendiyên êlê tê vegotin. Di fîlma Yolê de jî bi mijara 6 kesên ku ji girtîgehê bidestûr derketine dîmenek Tirkiyeyê pêşkêş dike. Di çîrokên van kesan de bêtir karakterên ku Yılmaz Güney herî baş dizane, yanî kurd tên vegotin: Seyit Ali, Mehmet Salih, Omer, Mevlut, Suleyman û Yusuf… Ev mehkûm li hundir in lê dema bi destûr derdikevin derve ew der jî bûye wek girtîgehekê.

Yılmaz Güney bi xwe jî wek fîlma Yol di sala 1981an de ji îzna ku pê derketibû ji girtîgehê bêveger firar dike, direve Frenseyê. Bi tevî cezayê mêrkuştinê, ji ber çalakiyên wî yên siyasî û nivîsên wî ku di girtîgehê de didomand ji sed salan zêdetir ceza jê re tê xwestin. Wan salan, Tirkiye, herî pir jî kurd di bin dozera 12ê Îlonê de hûr hûr dieciqin, her wekî ku di fîlm de tê vegotin hemû welat veguheziye girtîgehekê ku bo dewletê îşkencekirin, jiholêrakirin, sirgûnkirin, kuştin erkên rewa ne.

Yılmaz Güney piştî reva xwe ya Frenseyê ji nû ve montaja fîlma Yolê dike. Di fîlm de awazên kurdî bi kar tîne. Ji karakterên wî Omer bo çûna gundê xwe dema tê Pireya Bîrecikê nivîsa ‘Kurdistan’ê li ser perdê dixuyê, ev dibe sedema gengeşiyên mezin di nava derdorên sînema û siyasetê de. Piraniya sînemager û siyasetmedarên tirk li hember vê nerazîbûna xwe tînin zimên, dewlet ji bo Yılmaz ji mafê hemwelatiyê mehrûm bike, vê jî wek hincet bi kar tîne. Li aliyê kurd, berevajî vê, di sînemaya Yılmaz Güney de kurd dîsa xwe wek xwe hatin dîtin û pirsgirêkên wan li ser perdeyê xuya kirin, dilxweşiyek mezin tîne holê. Taybetmendiya Yılmaz Güney jî di vir de ye. Xwestiye hemû sînemaya xwe li ser binavkirina wî tiştî ava bike, zîhniyeta qedexe û sansurkar a ku li Tirkiyeyê destûr nedaye, her dem li pêş wî wek ‘dîwarek’ rawestiye.

Dema ku di 1982yan de li Cannesê fîlma Yol, bi fîlma Costa Gavras yê bi navê The Missing [Winda]re xelata darqesp (palmiye) a zêrîn digre ku mezinahiya hunera wî ji hêla dinyayê ve tê pejirandin, ew xwe wek ‘Ez rejîsor û hunermendekî kurd im’ dide nasîn û ji vê şanazîbûna wî, bêtir bo vê birûmet e.

Di derbarê sînemaya Yılmaz Güney de

Dema ku Mehmet Aktaş wiha dibêje “Yılmaz Güney biqasî ku realîst bû, xwediyê zimanek sînemayê helbestkî jî bû. Güney, di fîlmên xwe yên herî girîng de jiyana kurdan, kevneşopiyên wan, bindestiya wan, bêgaviya wan vedibêje. Her dem di fîlmên xwe de wêneyên sînoran, qaçaxî, xaka mayînkirî, têkoşîna li hember sirûşta bêrehm, jarîtî bi kar anî. Hema bêje, wî bi fîlmên xwe rewşa kurdan ji cîhanê re rapor dikir.”6weku dixwaze kodên sînemaya wî îşaret bike.

Dema jê tê pirsîn ‘te çima bi kurdî fîlm çênekir’, Yılmaz Güney wiha dibêje “Ji ber ku zimanê kurdî li Tirkiyeyê qedexe bû. Eger qedexe nebûna min ê fîlmên Sürü [Kerî] û Yol [Rê] bi kurdî bikişanda”. Gotina wî manîdar bû. Dîsa, di dawiya jiyana xwe de bi tevî gelek projeyên fîlman ku jiyana kurdan vedibêjin, projeya xebatekê bi Ebdirehman Qasimlo re Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ku hatibû kuştin, li ser fîlmek kurdî yê dîrokî destanî ku dê li çiyayê Kurdistanê bihata kişandin… Dîsa, wek gelek sînemageran, xortên kurdan yên parçeyên cuda ku xwedî meraqa sînemayê ne, ji xwe re sînemaya Yılmaz Güney mînak girtin jî…

Divê em li vir li ser du xalên sînemaya Yılmaz Güney jî rawestin: Yek jê ew e ku di fîlmên Yılmaz Güney de herî xweş kurd hatine vegotin û ji fîlmên wî herî zêde kurd ji xwe re payê derdixin. Mirovek an hunermendek herî baş kare çi vebêje?!… Yılmaz Güney di fîlmên xwe de riya vegotina tiştê herî baş dizane, erdnîgariya ku herî baş dizane û mirovên vê erdnîgariyê, dramaya wan hilbijartiye. Kurd, jiyana wan, kevneşopiyên wan, êşên wan, lorandinên wan, jarî û kêmaniyên wan ew rastî bûn ku Yılmaz ji bîranînên xwe, ji bavê xwe dizanî. Di fîlmên xwe de van rastiyan bisamîmiyet û germî vegot. Xala duyem, di sînemaya Yılmaz Güney de ku berceste bûbû vegotina “sînemaya polîtîk a nû” ye. Di vê mijarê de du gotarên pir girîng ên Ulus Baker “Yılmaz Güney Sinemasının Bir Özelliği Üstüne” [Li Ser Taybetiyek Sînemaya Yılmaz Güney] û “Şok ve Beyin: Yılmaz Güney Sineması Üzerine” [Şok û Mejî: Li Ser Sînemaya Yılmaz Güney] dê rê li ber me vekin, bi jêgirtinek dirêj ji yek ji van nivîsên Baker:

Güney, bi Rocha re damezrînerê “şax”ek nû bû: Em dikarin ji vê re bêjin sînemaya modern a polîtîk an bi termînolojiyek tûjtir ‘sînemaya ajîtasyonê’. Lê ev, dema bêtir bê analîzkirin, dê derkeve holê ku rastiyeke ‘polîtîk’ a gerdûnî ye ku mirovên cîhana sêyem hêsantir dikare bibîne: Her dîmeneke jiyana rojane, ji jiyana malbatî bidûrxistinî, dema bilêt kirînê li gara otobusê… bi qasî ji aliyê jendirmeyan ve ser we sehkirin çêrandina keriyê ber bi bajêr ve… -heta cejna qurbanê… her tişt, lê bi tevayî her tişt hişmendiyeke ‘polîtîk’ e… Rewşenbîrên civaka rojava pir kêm ketine ferqa ku polîtîka tiştekî wiha ye: Di wêjeya modern de Kafka ji we re dê nîşan bide ku maşîneya malbatê dikare ji ‘jiyana taybet’ a piçûk, biqirêj, ji romansê hûrik mûrik ‘îbaret nebe, belkî di serî de ew qata bilind a dewlet û burokrasiyê wek nîzam ‘ecibandiye, ji aliyê din ve her maşîneya burokratîk her dem girêdayî bi malbat, bav û sembolên wî ve ye. -‘di her fermanê de ku bavek ji lawê xwe re dike bi hezaran hukmê mirinê veşartî ne…’ Ramana rojava, şîroveyek diyar a Marksîzmê jî tê de, cudahiyê dixe navbera jiyana taybet û ya polîtîk, giştî, ji yekê derbasbûna ya din dide jiyandin… Tevî vê jî em dizanin ku li wir jî gelek hêmanên mîkropolîtîk ku di pergalên polîtîk de cih nagrin hene –jiyana taybet û piştgirî, malbatek mafya… lê di encamê de her tişt polîtîk e. Polîtîka, di qadekê de ku ji karê ‘Dewlet’ û temsîlê pir cuda ye, cereyan dike… Ev di cîhana sêyemîn de an bi gotina Gilles Deleuze sirûştî ye ‘di wêjeya kêmaran de’ hêsantir xuya bike.”7

Bi vê jêgirtinê wek me girîngiya sînemaya Yılmaz Güney zelal kir, bi awirên Baker em dibînin ku bi derhênerê Brezîlyayî Rocha re di nava damezrînerên “sînemaya polîtîk a nû” de cih digire.

Wek siyasetmedarekî Yılmaz Güney

Tê zanîn ku Yılmaz Güney ji salên lîseyê bi şûn de di bandora fikrên sosyalîst de maye û ji ber vê ketiye girtîgehê, hatiye sirgûnkirin. Bi pêşketina demê re pêwendiyên wî yên bi siyasetê re, ji lêhaybûniyê derdikeve, vedigere hilbijartineke bi zanebûn jî. Yılmaz Güney, bi tevî nasnameya wî ya wêjenas, sînemager, di nava têkoşîna polîtîk de, wek kovara Güney polîtîkaya aktîf dikir, kesayetek girîng bû ku xwedî dîtinên polîtîk û bo çareseriya pirsgirêkên polîtîk pêşniyazên wî hebûn.

Di vê kovarê de û di platformên cuda de bi tevî fikrên xwe yên sosyalîst dîtinên xwe yên di derbarê pirsa kurd de jî diyar dike. Xwedî fikrên zelal in wek “Kurdistan mêtingeh e, ew bi xwe jî kesek ji neteweyeke bindest e, eger şoreşger, demokrat û welatparêzên Tirkiye û Kurdistanê têkoşîna derve û têkoşîna hundir bikin yek dê serkeftî bibin.”

Di encama xebatên polîtîk de wiha dibêje: “Kurdistana ku ez difikirim, Kurdistana Yekgirtî, Serbixwe, Demokratîk e” ev encam ji ber ku Güney li kêleka mezlûman cih girtiye bi dest xistiye. Ger bê gotin çawa bi dest xist; hîn di 1968an de:

Li Çukurovayê demeke ku bo kişandina fîlimê Seyyit Han ku tê cih û warê bav û kalê xwe Sêwregê jî ziyaret dike, hatiyê. Li wir piştî dîmenên fîlmên wî yên biçek, mişt alkol rastî gazinên rexneyî û pêşniyazî yên ronakbîrên kurd tê. Ronakbîrên kurd pirsên wek çima fîlmên li ser pirsa kurd nakişîne, çima pêwendî bi derdorên ronakbîrên kurd re danîne dikin. Yılmaz, van gazinan heq dibîne dibêje ez jî dixwazim van pirsan di fîlmên xwe de vebêjim, ez dixwazim nêzikî rewşenbîrên kurd bim, xortên ku li Stenbolê dixwînin ez dixwazim pêwendiyên me hebin, divê pêwendiyên me bidomin. Ji van xortên kurd yek du diçin mala Yılmaz. Yılmaz ne li malê ye, li cihê fîlm e lê diya wî xortan bi kurdî û rûkenî pêşwazî dike. Piştî demekê şûn de Yılmaz Güney, tînin serokatiya Komeleya Sêwregiyan a li Stenbolê. Li gor vegotina Kekê Ali İhsan Parlak ku xwendekarê Fakulteya Hiqûqê ya Stenbolê ye; “Komeleya Sêwregiyan, di wê serdemê de komeleyek kurdî ye ku ji aliyê xortên kurd ve hatiye damezrandin.”8

Dîsa Mahmut Baksî di pirtûka xwe ya bi navê Kürt Gözüyle Yılmaz Güney [Bi Çavên Kurdan Yılmaz Güney] de li ser nasnameya Yılmaz Güney a kurd tiştên wiha dinivîse:

Yılmaz Güney, di hemû jiyana xwe de nêzikî rewşenbîrên kurd û mirovên di nava tevgera rizgariya kurd de bû. Yek ji van mirovan jî Necmettin Buyukkaya bû. Hevnasîna wî bi Buyukkaya re ji DDKO (Malbendên Çandî yên Rojhilata Şoreşger)ya Stenbolê ve heye. Li vir tê zanîn ku ji DDKOyê re alîkariya diravî kiriye. Dîsa tê zanîn ku pêwendiyên wî û Necmettin, paşê jî heta salên 1980yî ku Necmettin Buyukkaya li Tirkiyeyê ketiye rewşeke qaçax didomin.”9Û her wiha bi dehan bîranîn li ser vê mijarê hene.

Parêzer Hîkmet Bozçali wiha dibêje:

Dema ku ez serokê DDKOyê bûm bi riya endamê komeleya me Celal Karahan min û Yılmaz Güney hev nas kir. Ji DDKOya Stenbolê re Yılmaz Güney alîkariyên mezin kirin.

Bi taybetî ji karsaz û mêrxasên derdora xwe bo DDKOyê alîkariyên diravî distandin. Bi riya Yılmaz Güney me qebedeyên wek Dundar Kiliç, Kurd Îdrîs û Barut Mehmet nasîn. Fîlma Yılmaz Güney a bi navê Umut hatibû qedexekirin. Li wargeha Kadırgayê, li Kumkapıya Stenbolê bû, fîlma Umut hat nîşandan, hasilata fîlm bo alîkarî teslîmê DDKOyê hat radestkirin. Di dawiya fîlm de Yılmaz Güney û du artîstên îtalî derketin pêşberî temaşevanan. Temaşevanên fîlm pirsên rexneyî ji Yılmaz Güney kirin. Bi qasî saetekê Yılmaz Güney pirs bersivandin. Di nava van pirsan de pirsa hevalek Sêwregî ji Yılmaz Güney wiha bû “eslê te çi ye?” Yılmaz Güney jî wiha bersiv da “Bavê min Dimiliyê Sêwregê ye, diya min jî Kurmanca Mûşê ye.” Hevalên Sêwregiyên ku vê bersivê bihîstin ji Yılmaz Güney re li çepikan dan.10

Mînakek dî ya şahidê pêwendiyên Yılmaz û DDKOyê jî Mehmet Vuralê xort ê endamê DDKOyê ye ku him hemşeriyê wî him jî bi Yılmaz Güney re li Fakulteya Îqtîsadê dixwend. Vural wiha dibêje:

Di 1970yî de pêwendiyên Yılmaz û DDKOyê gelek bûn. Ev pêwendî bi qasî ku diravî, ramanî bûn ewqas jî bi hevaltî didomand. Wek mînak, piştî nîşana Necmettin Buyukkaya bi Cemîleyê re bi qasî ku me vexwendiyan bibe mala xwe û şampanya bo me veke nêzik û dost bû. Dema ku bo alîkariya DDKOyê li Wargeha Xwendekaran a Kadırgayê fîlma Umut nîşan da ji aliyê MHPya faşîst ve hat tehdîtkirin, DDKO ew parast. Piştî 12ê Adarê jî wî em… Ji Sibata 1971an heta Nîsanê bi qasî du mehan ez û Mehmet Tuysuz li mala wî bûn mêvan. Serdemek bû ku polîs li me digeriyan. Pêvajoya piştî vî, ew salên zor û zehmet in ku ew û rewşenbîrên din î kurd di girtîgehan de, bi sirgûn, rev û xweveşartinê derbas kirine. Bi sirûştî di pêwendiyên me de qutbûn çêbû. Lê ez dizanim ku pêwendiyên wî û Necmettin di wan salan de jî domand heta 12ê Îlonê.11

Piştî Yılmaz Güney derdikeve derveyî welat, di salên enstîtuyê de, di serî de Kendal Nezan û bi pêşengiya Cegerxwîn, Hejar, Tewfîk Wehbî, Qanatê Kurdo, Nûrettin Zaza, Îsmet Şerîf Wanli, Osman Sebrî, Ordîxanê Celîl, Remzî Bûcak ew jî dibe damezrînerê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, heta mirina xwe jî di rêveberiya enstîtuyê de cih digre, bi taybetî hevdîtinên xwe yên bi rojnamevanên biyaniyên li Parîsê, hunermend û nûneran re li Enstîtuya Kurdî pêk tîne.

Dîsa di serdema enstîtuyê de, di rojên pîrozbahiya şahî û Newrozan de, di axaftinên xwe de ku wek şoreşgerekî Kurdistanî dikir, digot “Wek hûn dizanin, pirsa kurd ne pirseke çewsandina çandî ye, pirsa kurd bi tevahî pirsa serxwebûn û azadiyê ye.”11 an jî “Wek şervanekî bo azadiyê mirin, ji wek dîlekî jiyanê baştir e. Bijî Kurdistana Serbixwe, Yekgirtî, Demokratîk… Bijî Biratî û Piştevaniya Gelên Kurd-Tirk, ‘Ecem û ‘Ereb… Bijî Enstîtuya Kurd…”12

Dema ku nexweşiya wî giran dibe, hest dike ku dê jiyana wî bidawî bibe, wesiyet dike ku cenazeyê wî ji enstîtuya ku jê re dibêje “mala min a abadîn” rabe, û piştî merasîma li Enstîtuya Kurd a li gor wesiyeta wî, darbesta wî li ser milên bi hezaran hezkiriyên wî ku ji cihên cûrbicûr ên cîhanê hatibûn û bi taybetî li ser milên kurdan ber bi koça dawîn ve hat verêkirin; ne tenê jiyana wî wek ders û pêşniyazan bû, lê mirina wî jî weku mirov jê tecrube bigre bi encam bû.

Encam

Di tevahiya nivîsa xwe de me projektorên xwe dan ser aliyê Yılmaz Güney î kurd di nav jiyana wî ya mirovî, hunerî û siyasî de. Ji ber ku ev aliyê wî ew alî ye ku her ji ber çavan tê veşartin, piçûk tê dîtin, tê îhmalkirin û jê tê tirsîn. Aliyê wî yê kurd wek hunermendekî navdarê di çapana cîhanê de ew alî ye ku divêaliyê herî dawî be. Ji ber ku di vegotina fermî de kurd nîne. Yılmaz, ji dema ku ew bûye xwedî hişmendiyekê û bi şûn de, bi tevî li nasnameya xwe xwedî derketin, bi huner û siyaseta xwe gelek alîkariya cihgirtina kurdan di rojevê de kiriye.

Piştî vê kirpandinê mirov dikare bêje ku li kêleka nasnameya xwe ya hunermend û siyasetmedariyê xwedî kesayeteke ku bi nakokiyan tijî û karîzmatîk e. “Bi van aliyên xwe jî gelek hat gengeşekirin û axaftin. Hinekan jê re got qebede ye, hinekan got entelektuel e. Bo wî gotinên herî xweş berî bi salan di sala 1986an de, Murat Belge gotibûn: “Eger aliyên wî yên ‘him şervan, him derwêş’ nebûna jixwe ew jî nedibû Yılmaz Güney. Hûn naşên wî ji kêmasiyên wî cuda biramin. Eger ew, îro di 116* fîlman de wek lîstikvan, derhêner û senarîst cih digire; û ji 35an zêdetir xelatên li hundir û derveyî welêt girtiye, senaryo û pirtûk nivîsiye, bes ji ber ku ew wiha ye dikaribû bike. Kêmasiyên wî tenê man wek ta’mekê ku mezinahiya navê Yılmaz Güneyê binxêz dikin. Gotina ji Yılmaz Güney re qebede, Ji Dostoyewskî re qumarbaz, ji Nazim re tolaz çiqas wan ji hunerê wan dûr dixîne? Ji aliyê din ve, Yılmaz Güney dimire ne jiyana wî ne jî taybetbûna jiyana wî dimîne. Tiştê ku dimîne fîlmên wî û berhemên wî ne.”13

Qralê Mezlûman, “Çirkîn Qral” Yılmaz Güney, niha Ahmet Kaya jî biriye cem xwe, tevî komunxwazên 1871an î Parisî li goristana qehremanan ku navê xwe ji cihê lê hatine gulebarankirin digire li Pere Lachezê bi şanaziya berhemên li pey xwe hiştiye bi Oscar Wilde, Yves Montand û Simone Signoretan re radizê…

 

 

 

1 M. Şeyhmus Güzel, Yılmaz Güney Hazinesi, Pêrî Yayınları, r. 11.

2 Mahmut Baksî, Kürt Gözüyle Yılmaz Güney, ZÊL Yayınları, r. 54.

3 M. Şeyhmus Güzel, Yılmaz Güney Hazinesi, Pêrî Yayınları, r.13-14, İnsan, Militan ve Sanatçı Yılmaz Güney, Yılmaz Güney, Güney Film Yayınları, Belge Dizisi r. 16-18.

4 Agâh Özgüç, Bütün Filmleriyle Yılmaz Güney, Agora Kitaplığı, r 1.

5 Müslüm Yücel, Türk Sinemasında Kürtler, Agora Kitaplığı, r.150.

6 Mehmet Aktaş, “Kürt Sineması: Artık Bir Gerçek.” Esmer Popüler Kültür Dergisi, Sinema Özel Sayısı, hej. 31, sal 2007.

7 Ulus Baker, “Şok ve Beyin: Yılmaz Güney Sineması Üzerine”, www.korotonomedya.net

8 Vegotina Ali İhsan Parlak.

9 Mahmut Baksî, “Sazcı Ömer” di nav Kürt Gözüyle Yılmaz Güney, ZÊL Yayınları, rr. 33-37.

10 Hikmet Bozçalı, DDKO’lu Siyasi Serüvenim, Kovara Bîr, sayı 5, Havîn-Payîz 2006.

11 Vegotina Mehmet Vural.

12 Mahmut Baksî, “Newroz”, di nav Kürt Gözüyle Yılmaz Güney, ZÊL Yayınları, r. 84.

* Hejmara fîlmên Yılmaz Güney di çavkaniyên cuda de wek 111, 114, 116 derbas dibe.

13 Kemal Yıldızhan, “En Güzel Gülen, En Güzel Ağlayan Adam”, Radikal 2, 17.04.2005.

 

ÇAVKANÎ

  1. Şeyhmus Güzel, Yılmaz Güney Hazinesi, Weşanên Pêrî, Stenbol, 2004.

Mahmut Baksî, Kürt Gözüyle Yılmaz Güney, Weşanên ZÊL, 1994.

Yılmaz Güney, İnsan, Militan ve Sanatçı Yılmaz Güney, Weşanên Güney Fîlmê, Rêza Belgeyan, 1999.

Agâh Özgüç, Bütün Filmleriyle Yılmaz Güney, Pirtûkxaneya Agora, 2005.

Müslüm Yücel, Türk Sinemasında Kürtler, Pirtûkxaneya Agora, 2008.

Oral Çalışlar, Deniz Gezmiş’ten Yaşar Kemal’e PORTRELER, Weşanên Çağdaş, 1996.

Esmer Popüler Kültür Dergisi, Sinema Özel Sayısı, Yıl 2007, sal 2007, hejmar 31.

Ulus Baker, “Yılmaz Güney Sinemasının Bir Özelliği Üstüne”, www.korotonomedya.net.

Ulus Baker, Şok ve Beyin: Yılmaz Güney Sineması Üzerine,www.korotonomedya.net. 10 . Hikmet Bozçalı, “DDKO’lu Siyasi Serüvenim” Kovara Bîr, sayı 5, Havîn-Payîz 2006.

Kemal Yıldızhan, “En Güzel Gülen, En Güzel Ağlayan Adam”, Radikal 2, 17.04.2005 Vegotina Ali İhsan Parlak, Kanûn 2009. Vegotina Mehmet Vural, Kanûn 2009.

Kemal Yıldızhan, “En Güzel Gülen, En Güzel Ağlayan Adam” Radikal 2, 17.04.2005.

Share.

Leave A Reply