Li ser Nîqaşa Sosret a “Hebûn û Nebûna Sînemaya Kurd” Tevlêbûneke Derxetî:

“Çê”kirina Sînemayê û “Çêtir”kirina Jiyanê

ÖMER LEVENTOĞLU

Puxte: Di vê nivîsê de sê tişt tên gotin. Yek, çand, huner an wêje, her çi be di jiyana mirovahiyê de xwedî peywirên tijîkîrina naveroka dîrokê ne û ji mêj ve ev hemû bi desthilatdariyê ve têkildar in. Du, ji ber ku sînema wek hunereke nû di cîhana global de belav bû û pêşket di şano, wêje an felsefeyê cuda, bi navê neteweyan pêş neket û belav nebû. Sînema wek hunereke global pêş ket. Sê, li gor çavdêriyên me yên deh salên dawî, li Kurdistanê her parçeyek sînema bi şêwazeke din serî hildaye û xwedî taybetmendiyên cuda ye. Li bakur Yılmaz Güney bi fîlma xwe Umut [Hêvî] rêyek vekiribû bo me lê sînemaya kurdan li ser wê şopê nemeşiya. Niha sînemager û ramangerên kurd di nav lêgerîna afirandina rê û rêbazeke nû de ne.

Peyvên sereke: Sînemaya kurd/î, dîrok, Yılmaz Güney, neteweyî, festîvalên fîlman.

Li gor hin çavkaniyan, di serdema Fîrawûntiyê de li Misrê dem dema siyasetê bû. Ango siyaset, dema xwe ya zêrîn dijiya. Li Yewnanê jî wêje û vegotin, helbest û dengbêjî gelekî serkeftî û pêşketî bû. Fîrawûn Setî, di salên Beriya Mesîh (BM) 850 wan deman de desthilatdar bû. Bavê Ramses Setî, pergaleke wisa damezirandibû Memfîs, di heman demê de bûbû navenda dinyayê. Xêncî wê, nêzî Misrê çendîn desthilatdariyên ji jêmayiya sumeriyan, Setî, bi saya pola oldaran ji şaristanî û desthilatdariyên din ên piçûk re tekiliyên “dostanî” dimeşand û bi destê siyaseta bilind misogeriya desthilatdariya xwe bi dara dîrokê ve dişidand.

Jixwe gava li cihekî siyaset pêşketî be, (hêjahî çi dibe bila be) li wê derê desthilatdarî her tim qewîn e û teqez hemû civak, hemû hêz û derfetên heyî, hemû bawerî û zanistî jî di xizmeta wê siyasetê de ne. Ev mesele, ango berhevkrina berhemên beşerî jî, (li dijî an li cem) di bin bandora siyasetê de dimînin. Ji ber vê yekê, di dema Fîrawûntiyê de ji Yewnan bigirin heta li Persan, li Rojhilata Navîn a îroyîn, ji Anatoliyayê heta Behra Reş, hukm hukma Fîrawûntiyê bû. Bi vî hawî siyaset, hukm, aborî û bi her awayî dewlemendî li cihekî (Misrê) kom dibûn, li ser vê esasê; çand, wêje, zanist, bi her awayî huner jî li wê derê şîn dibûn û pîvanên xwe bi çanda Memfîs (Misr)ê ve dixemilandin.

Lê gelo rewşa wê demê, ji bo xwendin, dîtin, hûrnêrîn û têgihîştina îro bi çi watayê ve bar e, ango tê çi maneyê? Pîvanên wê demê ji bo roja îro jî derbasdar e gelo?.. Erê, heman wisa ye… Çawa?.. Em bi bûyereke wê demê, ango bi mînakeke balkêş ve berfirehiyekê vekin û bînin zimên… Piştî ku Setî çu ser dilovaniya Xwedê û Ramsesê “Kurê Ronahiyê” hat ser text, bu desthilatdar, li Troyayê jî, ango li Çanakkaleya îro jî şerekî mezin diqewimî. Bandora şer ewqasî mezin bû ku, li Misrê, di navbera zanistên demê de li ser şernîqaşên gelek bicoş dihate meşandin. Hozaneke kor, bi navê Homeros, bajar bi bajar digeriya û li ser bihişmetbûna şerbeytên wêjeyî vedigot. Gava navdarbûna wî hozanê çû gihaşt Memfîs’ê, Misriyan jî bi wî hesiyan, ji navdariya wî re agahdar bûn, Fîrawûn Ramses bang Homeros kir. Homeros êdî di dema xwe ya kaltiyê de bû, lê rabû çû li konê Ramses rûnişt û jê re helbest û beytên lehengî bilêv kir û vegot.

Li gorî hin lêkolînerên dîroka wêjeyê, Homeros damezirênerek ji afirînerên wêjeya dinyayê ye. Ji ber vê jî em dikarin bêjin, ji wê roja Homeros heta vê rojê feylesofî, teolojî, wêje, helbest, çendîn beşên hunerê, li cem desthilatdarî an jî li dijî desthilatdarî, her tim bi desthilatdariyê re têkildar hatine afirandin û jiyana xwe berdewam kirine. Hinê wan wekî Sokrates li ser fikrên xwe bi israr û bi mirinê qayîl bûn, hinê wan wekî Platon deriyê dibistana xwe ji jinan û xulaman re girtin, ew hilnedan hundir, ji bo sûdgirtina desthilatdariya wê demê fikrên xwe dan xuyanê, nivîsîn.

Hinê wan wek Mansûrê Hallac li himberî desthilatdariyê dev ji rastiya ku xwe pê bawer e neterikandin û bi salan li zindanê êş kişandin, piştre bi dilekî fireh û bicoş jiyana xwe ji dest dan, hinê wan jî wek Hafizê Şîrazî (ku xwe li Şîrazê yekem hafiz, bi temamî Qur’an’a pîroz jiber kiribû) li baxçên bihuştê helbestên xwe nivîsandin. Hinê wan wekî Mewlana meh bi meh, sal bi sal ji paytextên moxol û selçûkiyan, karwan bi karwan zêr hilgirtin, hinê wan wekî Mamoste Nasredîn ji berpirsiyariya dewletê ketin xwarê û di dawiyê de li kolanan ramangeriya xwe belav kirin, di encamê de jî ji bo pûçkirina fikr û ramanên wan dîrokeke nerast hate nivîsîn.

Bi tevahî encam: hunermend û huner, wêje û wêjeger, bixwaze nexwaze bi desthilatdariyê ve tekildar e; an li cem an li hember… Ber wê jî, di vê nirxandinê de yekemîn tespît ev e ku; hêjahiya hunerê ne bi netewetiyê, bi têkiliya desthilatdariyê ve diyar dibe. Lê wek nakokî bixuyê jî ez ê tişteke din lê zêde bikim; erê huner ji netewetiyê nayê, hêjahiya hunerê bi taybetmendiya netewetiya hunermendan nazê, ji wir nayê, lê tesîra netewetiyê jî ne biçûk e, çi ku wekî Marx gotî, “hişmendiya însan, berhemeke şert û mercên civatê ye, di qada civatî de dipije û digihîje rengê xwe, lê ceribandinên şexsî û keda însên ew tesîra civatê di nav xwe de dihelîne, ji nû ve hişmendiyekê ava dike, piştre ew hişmendî hişmendiya civakê hildide bin bandora xwe”. Ango “hebûn”a însan ji civaka xwe sûd digire, bitesîr dibe, di “hebûn” û berhemên însanan de malbat, eşîr, civat, civak, netewe, dor û çarçoveya ku em tê de ne gelekî muhîm e. Gava mijar huner be jî, hunermend ne tenê li gorî xwe, ne tenê li gorî hezkirin û ecibandinên xwe, di heman demê de li gor ecibandin, rûmetdayîn û nirxdayînên dorê jî diafirîne, berhev dike.

Ji ber vê yekê jî, berî ku em huner û bi taybetî jî sînemaya kurd hildin dest û binirxînin, ji nêz ve li taybetmendiyên vê hunerê binêrin, ez dixwazim em rêça xwe ya metodolojiyê jî diyar bikin û nexşeya rêya xwe raxin ber çavên xwendevanan. Bi kurt û kurmancî nêrîn û metodolojiya me ya sereke ew e; huner, zêdetir karekî şexsî ye, belê ji derdora xwe sûd digire lê, zêde zêde girêdayî kesayetî û hişmendiya şexsiyeta însanan e, bi vî hawî heyî dibe, digihîje naverok û hêjahiya xwe. Mînakek biçûk; Spînoza jî di dema xwe de ji alî civaka xwe ya mûsewiyan wek xwedî fikr û ramanên nebaş hate afarozkirin, sê sed û pêncî sal zêde ye ew afaroz hê jî li ser e, lê Spînoza bixwe, dîsa fêylesofekî yahûdî ye.

Erê heta niha me ev tespîta xwe bicih kir, lê mijara me ya sereke “netewe” ye, ji ber wê jî, ji vê gavê şûnde em ê li ser tesîra netewetiyê bisekinin, wê bikolînin, lê binêrin bê ka civak û netewe çiqasî xurt e, di qada hunerê de çi tesîr datîne ser hunermendan û rewşenbîran? Dawiya dawî jî, gelo sînema çiqasî bi nirxên netewetiyê ve tê hilberandin, afirandin, di encamê de sînemaya kurd çiqasî “sînemaya kurd”, çiqasî “berhemên sînemagerên kurd” e?

“Çîroka Netewetiyê” di Sînemayê de

Ji hemû huneran wêdetir sînema, ji zayina xwe pê ve dernetewî, ango dinyayî, heta gerdûnî ye. Çiku sînema bi xwezayî, pirr dereng û wek hunereke gerdûniyê ji dayik bû. Fîlma negatîfê bi ronahiyê ve dîmenan digire û hiltîne ser xwe, ronahî ji rojê tê û perçeyek ji gerdûnê ye, çi netewe dibe bila be, roj li ser serê hemû neteweyan hiltê, wekî Montaigne gotî: “Mîr û xulam bi heman zikî ve birçî dibin”, ronahiya rojê jî li ser hemû negatîfên li destê her neteweyê, bi heman şêweyî dibiriqe.

Ya ku taybetmendiya sînemayê diyar dike yek jî “serdem” e… Sînema, li gorî hunerên din dereng mabû, dereng hat, lê gava ku çavên xwe li dinyayê vekir wek keça hemû huneran hatibû… Ew zarok ji hemû huneran taybetmendiyek girt, ji pêsîra hemû huneran mêt, ji hemû huneran xwedî perçeyekî bû, di kesayetiya xwe de kesayetiya hemû huneran kom kir. Hunerên ku beriya sînemayê li erdnîgariyekê pêyda bûbûn û bi sed salan li dora xwe ya teng de mabûn, bi neteweyên xwe ve binav dibûn, lê sînema, ji wan hemû huneran wêdetir wekî zarokeke çavvekirî û ji hemû dinyayê bêhngirtî, bi livîneke bêsînor tevgeriya, cilê xwe raxist li diwarên hemû netewe û civakan… Hemû netewe û civak jî pê re şa bûn; hatina wê pîroz kirin û wek zarokeke malbatê pejirandin, bi vî hawî sînema ji hunerên din cudatir afirî, hilberiya û ji nû ve hilberiya.

Wek tê zanîn; edebiyat, ango wêje jî bi kaxiz û pênûsekê ve tê afirandin. Ji dîrokê vir ve heman pîvan derbasdar e. Şano jî her wisa. Lê wêje jî, şano jî, heta ku ji alî neteweyeke din werin bihîstin, elimîn û hilberandin, serdem li ser serdeman derbas dibû. Ji ber ku ragihandin ewqasî xurt nebû, şêwe û kuliyeta neteweyekê jî ji şêwe û kuliyeta neteweyên din cudatir danehev dibûn. Edebiyat jî her wisa… Wek mînak edebiyata rûsan, a frensiyan, a persiyan, ji neteweyên din cudatir rêyek şopandin û dişopînin jî, çi ku huner û wêje li ser erdnîgariyeke teng dihate afirandin, tesîr dayîn û tesîr girtin di nav çerçoveyeke teng de diqewimî, bi vî rengî jî li dora her neteweyekê daneheviyeke din, bêhneke din, çandeke din, taybetmendiyeke din ava û bilind dibûn. Ne tenê berhem û babet, nîqaş û zanistiya neteweyan jî ji hev cuda digihîştin şiklekî… Ji ber vê, ji wêje û şanoyê, ji helbest, vegotin û hunerên tenduristiyê, ji hunerweriya pêyker heta avahîsaziyê hwd. temama karên xweşikahiyê, netewe bi netewe xwedî kesayetiyekê bûn, hebûn û heyîbûna xwe bi neteweyên xwe ve didan der, lê sînema ji wan hemûyan taybetmendiyek girt û hemû derfetên huneran di bunyeya xwe de kom kir, lê bi sedema taybetmendiya nûjeniyê, ji netewetiyê wêdetir kesayetiyek ava kir ji xwe re…

Çi ku gava sînema peyda bû (ji aliyê herdu birayên Lumîêrean ve, ji sala 1895 pê ve), ne zêde, piştî çendîn deh salan belavî hemû welatên din bû. Wek mînak li Rûsyayê dibistanek û şêweyeke Sergey Eisenstein hebû, piştî çend fîlm û dersên zanîngehê şûnde Eisenstein û desthilatdarên sosyalîst ên Sovyetê li hev nekirin, çêkerên Amerîkayê bangî wî kirin, (her çiqasî ne bi serkeftî be jî) çû li Meksîkayê jî fîlm kişand. Bi vî hawî, netewetî wek bi awayekî xwezayî di qada sînemayê de serkeftinek nedît. Hema li kîjan welatê derfetên fîlmçêkirinê kete dest, li wê derê fîlm hatin kişandin. Erê di sînemayê jî netewe bi netewe hin cudahî dixuya lê ne wekî hunerên 2,500- 3,000 sal berê zayînê bû. Çi ku di hewşa sînemayê de kombûn û daneheviya hemû welatan ji welatên din re dihatin parvekirin, berhem ji berhemên din sûd werdigirtin, frensiyan bi zimanê erebî û farisî fîlm dikşandin, rûs tevî hindiyan dixebitîn, hêdî hêdî mîhrîcanên herêmî di nav welatan de dihatin çêkirin û gava li welatekî fîlmek dihat kişandin, naveroka fîlmê jî ne li gorî welatekî, li gorî çendîn welatan dihate nivîsîn, an jî em gotina xwe li jorê daliqînin, raste rast ji “însên re” vegotinek dihate zimên. Ew însan, ne ji welatekî, însanê ku bi hemû zimanan diaxive û ji êş û derdê “însên” ve diêşe û dinale, pêkenoka hemû civakan nas dike, ji însanekî wisa re fîlm dihatin çêkirin.

Jixwe ji salên 1950 û 60î şûnde jî yek, du, sê mîhrîcanên navneteweyî zêde bûn… Ji wê şûnde wek mînak em bêjin li Fasê an jî li Tirkiyeyê fîlmek were çêkirin, derhêner û çêkerên fîlm, ne çand û taybetmendiya welatê xwe, ne nêrîn û nirxên welatiyên xwe, zêdetir nêrîn û nirxandina lijneya Cannesê hildan ber çavên xwe û fîlmên xwe li ser wan esasan xemilandin, çêkirin. Ev rewş, heta salên 1990î bi vî rengî domiya.

Di salên 90î şûnde jî pergaleke din hat û ket rojeva sînemageran. Ew pergal jî derfetên çêkirina fîlman, ango pergala “fon”ê bû. Fonên budçeya fîlman, taybet li Ewropa, li dora dêrên mesîhiyetê, li dora mîhrîcanên navneteweyî, li ser navê beşên “fîlmên serbixwe” hatin avakirin. Yekîtiya Ewropayê foneke mezin û taybet a bi navê “Euroimage” ava kir. Bi vî şiklî neteweyên din, ne tenê ji bo ecibandina fîlmên xwe, di destpêkê de, ji asta nivîsandina senaryoyan bigirin heta naverok û çîroka fîlmên xwe, li gorî pîvanên ecibandina berpirsiyarên “Euroimage” û festîvalan nivîsîn. Êdî ji wê rojê pê ve jî em dikarin bêjin rehmet li ser sînemaya netewetiyê bibare, çû gorê… Ger di qada sînemayê de perçek zindîtiya netewetiyê hebe jî, em dikarin bêjin netewetiya beşa sînemayê, ne wekî netewetiya hunerên din e…

Netewetiya sînemayê “şêwe” ye…

Baş e… Di çîroka sînemayê de netewetî, ne wekî beşên din ê hunerê ne. Bi sedema serdema zayînê, bi sedema mudaxeleya hêzên desthilatdar û hêzên bijarte yên dinyayê, bi sedema mîhrîcan û derfetên fonên budçeya fîlman, bi saya gelek sedeman nexşeya sînemayê ber bi rêyeke din ve meşiya. Lê gelo netewetiya ku di nav civakê de heye û dijî, qet tesîr nade ser sînemayê? Erê dide… Erê lê, gelo netewetiya sînemayê li dijî van tesîran dikare bi zelalî netewetiya xwe biparêze? Hin car bi hewldanên sînemageran, hin car bi tesîra civakê, hin car bi bandora siyasetê, hin car jî bi sedemên dîrokî û konjekturê, taybetmendiya netewetiyê rengê xwe dide ser berhemên sînemayê. Ez dixwazim bi wesîleya vê nivîsê pîçekî li ser vê mijarê bisekinim û bi qasî ji destê min were kûrbûnekê pêk bînim.

Berî her tiştî em pirsekê bipirsin: Gelo di sînemaya de netewetî ji kîjan perçeyan tê holê. Ziman? Erê. Cil û berg? Erê.. Çîrok? Erê… Senaryo? Erê.. Derhênerî? Erê.. Çêkertî? Erê.. Lîstikvanî? Erê.. Muzîk? Erê… Mercên erdnîgarî? Erê.. Cih û war? Erê… Rabûn, rûniştin, qisedan, şêwe, sekn û nêzikahî, xwarin û vexwarin, çandin û çinandin, bi tevahî li gorî çandekê tevgerîn, êşkişandin, şabûn, girîn û kenîn, deng û qêrîn, heta nêrîn, ango livîna çavên lîstikvanan jî tev de nîşaneyên netewetiyê ne. Heta ez ê mînakeke sosret bêjim, dibe ku hin kes li ser min bikenin lê, ne muhîm e; li gorî min tekiliya însên û heywanên xwe jî nîşaneyeke netewetiyê ye; Çi ku ez bi navê xwe xwedî îdîa me; tirk, ereb, fransî, elman, moxol, fars, kurd, rûs, her yek ji berxên malê re, ji pisîka malê re, ji mange, ga û seyên malê re bi şêweyeke din, bi ruhiyet û hesteke din, têkiliyeke cûda datinîn. Ji ber wê yekê; gava em li ser mijara sînemayê qala netewetiyê dikin, divê em van yekana hemûyan hildin ber çav û wisa binirxînin. Gava berhemek hate ber me, divê em li wê berhemê bi vî çavî binêrin.

Erê, aşkere bû ku nîşaneyên netewetiyê gelek in. Gelek mêzîn û pîvan hene. Ji ber vê yekê jî, berhemek, tenê bi çendîn pîvanên netewetiyê ve nabe sînemayeke filan an jî bêvan neteweyê. Îdîayeke mezin; ez dibêjim, temam ew mêzîn û pîvan di nav fîlmekî de kom bin jî, dibe ku ew fîlm nebe fîlmekî neteweyî. Pîçekî vekim: Mesele em bêjin di fîlmekî de bi zimanê kurdî were axaftin, derhêner kurd be, çîrok çîroka kurdan be, erd erdê Kurdistanê be, çil û berg temam ê kurdan be, temam ekîp û lîstikvan jî kurd bin, dibe ku ew fîlm qels û kêm bimîne û em nikaribin jê re bêjin fîlmeke kurdan, an jî sînemaya Kurdistanê… Mînakeke berevajî jî bînim: Di demekê de, ango di sala 1970yî de li Kurdistanê tu fîlm nedihat kişandin, piraniya kurdan nedizanîn ka sînema çi ye, lê tirkan bi sînemayê aboriyek afirandîbûn, civakek bi sînema radibû û rûdinişt, di salonên sînemayan de bi hezaran kes kom dibûn, di bin şert û mercên wisa de Yılmaz Güney fîlmek çêkir, ziman bi tirkî bû, bajar bajarekî tirkan bû, piraniya lîstikvanan tirk bûn, xêncî Yılmaz Güney tu xuyangek ji kurdewariyê nîn bû, lê ew fîlm fîlmeke kurdan bû, netewetiya Kurdistaniyan temsîl dikir. Gelo çima? Çi ku di sînema de “netewetî şêwazek” e, û şêwaza fîlma Umut jî, ji serî heta binî bi kurdewariyê ve hatibû damezirandin, ji kîjan hestî ve dinêrî binêre, bi navê tirkî “Umut” fîlmekî kurdan bû.

Em li ser vê xetê bimeşin: Gava em dibêjin “Fîlmên Îraniyan”, em qala zimanekî nakin, qala cilên lîstikvanan, qala erdnîgariyê, qala axaftinê nakin, rasterast em qala şêwazekê dikin. Ya ku sînemaya farisan dike “sînemaya farisan” jî bîzat şêwaza wan bixwe ye. Di navdayînê de pîvana esas û sereke, “di wî fîlmî de (ne zimanê me yê ku em pê diaxivin) zimanê sînemayê çawa diaxife”… Ji bo sînemaya fransiyan, sînemaya emrîkiyan, sînemaya hindiyan jî her wisa ev bingeh û pîvan derbasdar e. Sînema, çiqasî bi zimanê sînemayê ve (bi zimanê dîmenan ve) biaxive, çiqasî rewş û taybetmendiya civakekê bide der û bişewqîne, bi dîmenan û bi tevgerîna kamerayê ve çiqasî hal û bextê civakekê, çiyayekî, kulîlk û çûkekî ji me re bide naskirin û di navbera me de têkiliyeke dilî û hişmendiyê ava bike, di hiş û hişmendiya me de, di dil û bîra me de ne agahî lê têgihîştinek şîn bike, (wekî Mamoste Yılmaz Güney) em ji bo hespa lîstikvanê biêşin û ji dil xwîn birijînin, çavên me û hestên me bi perdeya spî re bike heval, bike dost, di boçik û porên hespekî de jî zelûliya civakekê bîne zimên, ew sînema xurt e, piştre jî sînemayeke neteweyî ye. Di mînaka me de sînemaya kurd e.

“Sînemaya kurd” û “sînemaya kurdî”…

Li ser van esasan, îja em dikarin hinekî jî bi taybetî li ser “sînemaya kurd” bisekinin. Ji fîlma Zarê (1927) bigirin heta îro, (an ji kurd, an ji neteweyên din) çendîn sînemager, li ser civaka kurdan berhemên sînemayê berhev kirin. Ew fîlmana hemû di derheqê kurdan de bin jî, yên ku sînemaya kurdan temsîl dike û bi kesayetiyek ve bar e, pirr kêm in. Pirsgirêk ew e; em nikarin yek bi yek fîlman bihijmêrin, hilbijêrin û hinê wan wek sînemaya kurd, hinê wan jî ji der sînemaya kurd bi nav bikin. Çi ku her sînemager, li gorî hişmendiya xwe, li gorî nêrîn û têgihîştina xwe, li gorî hest û baweriya xwe, ji bo ku gotineke sînemayî bêje an jî xizmetekê ji sînemayê re bike dikeve pêy hewldanekê û berhemekê tîne holê. Di dawiyê de jî huner e… ”Huner” bixwe, berhemeke kêm e. Ger kêm nebe, nabe huner. Divê qelstî û kêmasî têde hebe ku hunermend jî di gaveke xwe ya pêşîn de hê pêşve biçe, hê berhemeke xurt û têgihîştî biafirîne. Ji ber vê yekê, em nikarin nav bi nav ji bo hin berheman nêrîneke wek “nebaşî” vebêjin, em tenê dikarin binê hin pîvanan xêz bikin, xwandevan jî li gorî wan pîvanan fîlmên heyî li ber çavên xwe derbas bikin û nirxandina xwe bigihînin asteke tetmînkar.

Fîlmên ku ji alî kurdan dihate çêkirin, ji salên 1990î şûnde, ango piştî Yılmaz Güney, çendîn sal tenê (an jî zêdetir) ji siyaset û sosyolojiyê sûd wergirtin û mijarên xwe li ser civaknasiyê saz kirin. Derhêner û senaryonûsên kurd jî, (çîrokên xwe bi zimanekî din nivîsîn), wek ramangereke civaknasiya Kurdistanê tevgeriyan, bir kurt û kurmancî, karên civaknasiyê bi kameraya sînemayê ve çêkirin. Lê “sosyolojî karekî din e, divê sînemager wek civaknasekî/ê tevnegere”. Sînemager divê qasî civaknasek ji ehwala civaka xwe agahdar be lê karê sînemageran ne civaknasî ye. Siyaset ne karê sînemayê ye, lê sînemager divê qasî siyasetmedarekî ji siyasetê fêhm bike û rewşa civakê bişopîne. Şer û şervantî, bijîşkî, bajarsazî, muzîk, zanistî, ne tenê di civakê de, her çi ku di jiyanê de heye û dijî, yên zindî û yên mirî jî di nav de, qasî ku senaryoya wî/ê bi mijarekê ve tekildar e sînemager jî divê hemûyan bizanibe, qet nebû nezaniya xwe pîçekî bikote, pê re tekildar be, li ser wan mijaran kûr be, têgihîştina xwe dewlemend bike û derbasî pişt kamerayê be.

Duyemîn kêşe; sînemagerên kurd, heta dema dawî ji sînemaya tirk elimîn. Tarza wan, şêwaza wan, şixulkirina kameraya wan, dirêjiya fîlmên wan, gotin û rengên wan hemû ji sînemaya tirk xweyî bûbûn, lê dijî sînemagerên tirkan gotinên siyasî vedigotin. Çi ku heta 20-25 sal berê, di sînemaya tirk de lehengên kurd jixwe hebûn. Çîrokên kurd jî her wisa… Lîstikvanên kurd jixwe di wan fîlman de kar dikirin, lê çav çavê tirktiyê bû. Vêca gava ku sînemagerên kurd derbasî pişt kamerayê bûn, heman şêwaz şopandin, heman sînema çêkirin lê, tenê cudahiyek kirin nav, ango li ser perdeya spî nerazîbûna kurdan anîn zimên. Vêca di “fîlmên kurdî” de kurd kurdî axivîn lê, xêynî van yekan hemû sînema wek “sînemayeke jêgirtî” domiya. Şêwazeke serbixwe nehate afirandin. Jixwe me li jorê jî anî zimên, gava zimaneke dîmenî yê cuda çênebe, sînema jî “çê”nabe. Çi ku sînema, “ji bo bilêvkirina rastiyekê hal û rewşa însanetiyê, afirandina hîleyeke bêkêmasî” ye. Lê divê li wê derewê xweşikahiyek hebe. Divê têgihîştinek, tijîbûnek, ramaneke bêhempa, fikreke yegane hebe. Ger evana “çê”bin, wê demê sînema jî dibe sînemayeke “wekxwe”, piştre em dikarin wê sînemayê bi rewşa civaka xwe ve binirxînin, guherîneke wekxwe lê zêde bikin û bi vî hawî em ê bikaribin sînemaya xwe bikin sînemayeke neteweyî. Bi meseleya me ve girêdayî jî îhtimalek ew sînema bibe “sînemaya kurd”.

Ango ez ê tezekê bînim zimên; fîlmên ku bi mijarên xwe, bi kişandinên xwe, bi lîstikvanî û bi tarza dîmengirtina xwe, ango bi tevahî deng û rengên xwe ve şêwazeke serbixwe di nav xwe de nepejirîne û neqewimîne, ew nikare bibe xwedî nasnameyekê. Wê çaxê em jî nikarin jê re bêjin “sînemaya kurd”, herî zêde em ê bikaribin bêjin “sînemaya kurdî”. Ango sînemaya kurd bi şêwazeke kurdewariyê, bi hunermendiyeke kurdewariyê ve avakirina nasnameyekê, lê sînemaya kurdî, bi amûrên teknîkî yên sînema û bi zimanê kurdî ve vegotina çîrokan e.

Kêşeyên sînemaya kurd

Ez bawerim daxuyaniyên ku heta niha hatine dayîn û hewldanên ji bo zelalkirina vê kêşeyê hate meşandin, li ser taybetmendiya sînemaya kurd û sînemaya kurdî ji hev vediqetîne, cudatiya herduyan jî diyar dike. Ji vê pê ve jî em ê hinekî li ser kêşeyên sînemaya kurd bisekinin.

Jixwe diyar e li gor çerçoveya nêrîna me, meseleya herî mezin di sînemayê de şêwazeke neteweyî, tarzeke kurdewariyê ye. Çavkanî û ronahiya vê yekê gelek in. Ger em serê xwe ji dîroka sînemaya tirk, faris û emrikiyan wê de rakin, li ber sînemagerên kurdan xezîneyeke bêhempa disekine. Çawa ku di edebiyata dinyayê de ji xêynî pirtûka Miguel de Cervantes Saavedraê (Don Kîşot) hê ji olê qetiyayî çîrokek û şêwazeke wêjeyî tunebû, di wan şert û mercan de nivîskarek ji Kurdistanê derket rabû û bi zimanê ku heya wê demê (Xêncî beytên Melayê Cizirî) nehatiye bikaranîn şixuland, bi kar anî, di wêjeyê de deriyê tarzeke nû û nûjen vekir, ji bo sînemagerên kurd jî ji bo afirandina “sînemayek”ê rêyeke biriqî û bi mînakên kurdewariyê ve têr û tijî heye. Ev mesele meseleya yekemîn e.

Duyemîn mesele; ji bo pêkanîna projeyan tunebûna (an jî gavneavêtina) fonên budçeyê ye. Bi vê meseleyê ve girêdayî li her derê Kurdistanê heman mesele nîne. Li Başûr rewşeke cuda, li Bakûr cûda, li Rojhilat û Rojava rewşên cuda hene. Li Başûr jixwe bi salan e hikumet û derfetên dewletbûne heye û “kir û kol” be jî bi awayekî tê şixulandin. Li Başûr, hişmendiyeke dewletbûnê wisa hatiye damezirandin ku, yên ku li ser desthilatdariyê rûdinin, weku “ji dorê wan wêdetir kes nîne, ji Başûr wêdetir tu perçeyên Kurdistanê ne Kurdistan e, tu sînemager karên sînemayê nakin”, tevdigerin. Budçeyên sînemayê tenê li dora desthilatdarên navendî (Hewlêr) û herêmî, (Duhok û Silêmanî) tên belavkirin, bi xezîneyên gelek mezin ve fîlmên wisa tên çêkirin ku li tu cihî nayên nîşandan, erê çend fîlmên baş (Xelatên navneteweyî girtî) jî hene û ji desthlatdariyê, ango ji wezaretê Rewşenbîriyê sûd digirin lê ew jî kêm in.

Li Bakur hê jî foneke neteweyî nehatiye damezirandin. Lê gelek rê hene ku ji bo seranserî Bakur û ji bo sînemagerên li Stenbolê dijîn fonên cuda çêbin. Bi salan e ev nîqaş tên çêkirin, lê di dawiyê de bi şiklekî nagihîje encamekê. Di vir de, kesên ku li ser kaniyên derfetên panotan berpirsiyar in jî xwedî biryar in, destê xwe zû bi zû li şûnê nalivînin.

Li Rojhilat jixwe bêderfetî esas e. Kesên sînemager ku li Rojhilat dijîn û dixwazin berhemên xwe çêkin, an li Başûr an li Bakur li pey derfetan digerin, hinê wan wekî Behmen Qubadî, wekî (Rehma Xwedê li ser, sînemagerekî gelekî jêhatî bû) Taha Karîmî, çend sînemager li Başûr hinekî derfet dîtin, fîlmên gelekî baş çêkirin lê bi tevahî em nikarin bêjin serkeftinek heye. Çi ku wek tê zanîn potansiyeliya Rojhilat, ji perçeyên din, ji hemûyan wêdetir mezin e, lê mixabin bêderfetî jî ji hemû perçeyan zêtedir para wan ketiye.

Rojava… Ez bawer im Rojava ji bo sînemaya kurd stêrkeke herî biriqî ya gerdûnê ye. Qasî ku ez bixwe agahdar im, di van 3 salên li Rojava, li çend bajaran sazî û komeleyên sînemayê hatin damezirandin. Çend berhemên sînemaya metrajdirêj jî, li Rojava hatin kişandin.

Sêyemîn mesele; kêmbûna mîhrîcanên neteweyî ye. Ji bo şêwazeke kurdewariyê, festîvalên neteweyî gelekî girîng e. Çi ku ji bo zimanekî wekhev (ne zimana axaftinê, zimanê sînemayê yê dîmenan), festîvalên neteweyî bingeheke herî esas e. Li Duhokê va 4 sal in festîval çêdibin, gelek kêmasî hebin jî, ji bo pêşveçûyîna sînemayê peywireke gelek mezin bi cih tîne. Li her parçeyên Kurdistanê, li Ewropa, li gelek welatan sînemager tên ligel hev, berhemên hev dibînin, şahîdî hêz û hunerwariyên hev dibin, li ser derfet û naveroka berheman nîqaşan dimeşînin hwd… Li Amedê jî her wisa… Li Amedê FîlmAmed, ji bo belgefîlman erkedariyeke navendî ye. Li Silêmaniyê Mîhrîcana Çira jî çend sal li pey hev çêbû, lê berdewamî nedomiya. Ger li festîvalên neteweyî kûrbûnek çêbibe, kesên di hikûmetê de (wekî Başûr) an jî hin saziyên derhikûmet de berpirsiyar in hewl bidin û li ser girîngiya vê yekê bisekinin û li gorî pêdiviyan kar bikin, ez bawerim hin fonên teşwîqkirinê jî ji van festîvalan derkevin û rêya sînemageriyê vebe.

Encam:

Di encamê de ger em mijaran bi tevahî kom bikin û gotinên xwe yên gelemperî bînin zimên, em dikarin bêjin ji bo sînemageriya kurd rêyeke biriqî heye, xwebixwe dibiriqe, ji bo pêşketina şêwazeke nû û nûjen derfetên têgihîştinê li holê ye, lê pêmayiya dagirkeriyê, hesta dagirkeriyê, xwebiçûkdîtin, ji bo pêşvebirina tarzeke nû û kurdewar bêcesaretî li pêş sînemageran bendaveke bilind roj bi roj wekî hoveke hişmendiyê xwe dide xuya kirin û sînemager pêş xwe, xezîneyên bêhempa nabînin.

Li Îranê şêwazeke mînîmalîteyê heye, bi salan e xwe heyî kiriye û sînemagerên baqil ên Îranî li ser vê şopê kar dikin, ew derfetê hanê bi kar tînin û li ser dinyayê bûne xwedî cihekî. Li Amerîkayê bi saya derfetên teknîkî û aboriyê ve şêwazeke “sînemayeke teknîk” damezirandine û boçikê bernadin, bi vê şêwazê li hemû dinyayê pareke mezin kom dikin.

Ji bo kurdan jî ji mîtolojiyê bigirin heya şaîrên 300-400 sal berê, ji dengbêjiyê bigirin heya derfetên îroyîn, ji bo afirandina “sînemaya kurd” deriyeke zêrîn li vir disekine. Ji bo destdirêjkirina sînemageran amade ye. Ger pêdiviya me nasnameyek be, navê sînemaya me dê bibe “sînemaya berxwedaniyê”.

Berxwedanî, ji hebûna însên heta roja îro nirxeke ji nirxên herî mezin e. Çi ku însanbûna însan, “çê”bûna xweşikahî çavkaniya herî esas û bêhempa berxwedan e. Li gor baweriya min ji bo kurdan “çê”kirina sînema û “çêtir”kirina jiyanê, bi danehevkirina dîroka xwe ve xemilandî şêwazek e. Û di vê “çê”kirinê de amûrên xemilandinê jî dîroka xwe ya esil û çîrokên xwe yên berxwedaniyê ne. Çi ku civaka kurd, wekî ku ji pirtûka Ksenophon ya bi navê Anabasîsê de hatiye nivîsîn, ji hezaran sal berê jî mileteke berxwedêr bû, îro jî her wisa… Kakila hebûna vî gelî bi berxwedaniyê ve hatiye çandin. Ger sînemager li ser şopa çanda xwe bimeşe û ji bo afirandina şêwazeke neteweyî hewl bide, “çê”kirina sînema û “çêtir”kirina jiyanê her dem mimkun e.

Share.

Leave A Reply