Sînemaya Ali Kemal Çınar – Îmtihana bi Cîwar re: Kurtefilm

HÜDAİ MORSÜMBÜL

JI TIRKÎ: ARJEN ARJEN

Meymanê re

Puxte: Ev nivîs bi îdîaya ku sînema wek cîwar (mekan) dikare bê analîzkirin tevdigere. Cîwar, ewil di fizîkê de, tevî erdnîgarî, avahîsazî, sosyolojî, wêje û felsefeyê îmkanên jinûvexwendinê dide. Nivîs dema tê sazkirin, ew bixwe dibe binemayek û xwe dike cîwar. Peyv, wek alavên avakirinê, hêza wan a watedayîn û sazkirina xuyangê de (a tê avakirin) tê ceribandin. Bi vê riwangeyê, armanca nivîsê, di nav sînemaya kurd de wek xebateke kolandinê dikare bê binavkirin. Bo vê armancê, Kurtefilm (2013), fîlma metrajdirêj a Ali Kemal Çınarê ji bakurê Kurdistanê ji aliyê ciwarê tê veçirandin. Ali Kemal Çınar bi tercîha xwe ya bo sînemaya serbixwe heta binerdî hewl dide xwe, civaka xwe, bajarê xwe û cîhanê fam bike. Ev nivîs ceribandina yekem e di peywenda sînemaya kurd û kurdbûn li ser rûzemînê dikare çi îfade dike.

Peyvên sereke: Sînemaya kurdî, Ali Kemal Çınar, veçirandina cîwêr, ‘zanist’a kolandinê.

Ev nivîs ji bo sînemaya Ali Kemal Çınar destpêkek e. Hewldana min a ji bo fehmkirina sînemaya Çınar ji pênc nivîsên pêk tê û di vê hewldanê de dixwazim di çarçoveya Tirkiyeyê de him sînemaya Çınar û him jî sînemaya kurdan lêkolîn bikim. Di nivîsa ewil de -ku hûn niha dixwînin- dixwazim bi nêrîn û rêbaza ku ez jê re dibêjim cîwar-daweşandin (hejandin) fîlma wî ya bi navê Kurtefilm (2013) ku fîlma wî ya ewil a dirêj e, fehm bikim. Di nivîsa duyemîn de bi heman nêrîn û rêbazê fîlma wî ya bi navê Veşartî (2016) ku fîlma wî ya duyemîn ê dirêj e, tê nirxandin. Di nivîsa sêyemîn de li gor hebûnparêziyê (egzîstansiyalîzm) di herdu fîlman de qala hewldana endîşe (tirs)-daweşandinê tê kirin. Di nivîsa çaremin de li gor teoriya femînîst-queer herdu fîlm tên traşkirin û lêkolînkirin, yanê niyeta zelalkirina mijarê ye. Di nivîsa pêncemîn de li gor vegotina Kurdewar a di nav sînemaya Tirkiyeyê û heta ya Îranê de -bi nêrîn û perspektîfeke dîrokî- qala hewldana kayînê ya sînemaya kurdan tê kirin. Gelşe û meseleya têgihîştin û rastfêmkirina Ali Kemal Çınar, Yılmaz Güney, Hişyam Ziman, Hiner Salem, Nîzamettîn Ariç û Behmen Qubadî girêdayî kayînê ye. Kayîn!

Dema ku ji bo nivîsê li sernavê digeriyam, ji ber ku Ali Kemal Çınar hewldan û gavên girîng avêtiye dikarim bibêjim sînemaya Ali Kemal Çınar. Heger sînemaya kurdan hebe û em bikaribin qal bikin, Ali Kemal Çınar jî yek ji wan kesan e ku dengê lingên wî di sînemaya kurdan de tê bihîstin. Ez ê niha ji we re qala sê terz û şêweyên kevçîgirtinê bikim. Di vê nivîsê de em ê bi qevda destê xwe bi kevçî bigirin.

Kevçî çawa çê girtin (?): rêbaz

Umberto Eco dibêje ku digel pêşveçûn û geşedanên di warê dijîtal de kitêbên çapkirî wek kevçî wê her tim dinav heyatê de hebe. Wek rêbaz ji min re jî maqûl tê ku mecaza ‘kevçî’ were emilandin. Ka em kevçiyê xwe di fîlmên Çınar de kin, lê kîjan kevçî? Û helbet kevçî çawa tê girtin?..

Min li jêr kevçiyên li ser paragrafên eleqedar bi cî kirin. Ji bo ku kî li ku û kengê dixwaze bila li wir bi kar bîne û biemilîne. Em guh bidin Henrî Lefebvre ku yek ji wan feylezofan e ku li ser cîwarê -her çiqas zêde mezin bike jî- lêkolîn kiriye û qal kiriye. Ji jêgirtinên li jêr jî tê fêmkirin ku Lefebvre dixwaze em hebûnê ji ser afirandina cîwarê û veguherînê de bifikirin û bi saya vê fikirandinê em kapîtalîzmê baş fêm bikin û bi vî awayî em mekaneke nû ava bikin. Mebesta me ew e ku em vê pirsa Lenîn bibersivînin: “Gelo hûn difikirin ka xala kapîtalîzmê ya herî lawaz û qels çi ye.” Gelo Davîd Harwey Enternasyonalê çendan bû?

Kevçî: 1

Hebûn her tim afirandin e. Tevger, wext û mekan di heman demê de yek in. Cîwar di heman demê de di nav tuneyî, nuxte yan jî di nav bêdawîbûnê de cîhgirtin e.

Hemû giriftî û tevlihevî tenê hilweşandina modernîzmê û hilberandin û afirandina wê ya ji nû ve nîne. Ev tevlihevî bi jiyandinê bergeheke dînamîk û dîferansiyel pêşkêşî me dike. Wek ên ku tên têgihîştin, afirandin û çêkirin û temsîlkirin divê rêyeke triyalektîk were şopandin û teqîbkirin. Lefebvre bi vê mene û watayê pêvajoya hilberîn û afirandinê ku Marks kêm hiştiye, ji nû va dinirxîne, nîqaş dike û ava dike.

Lefebvre dibêje ku mekan sabit nîne û ji hela civakî ve tê çêkirin, bi saya zanîna der barê mekanê de meriv dikare tevliheviya jiyana nûjen temaşe bike û meriv nikare vê tevliheviyê bi dubendiya dualî fehm bike. Ev jî ne bi diyalektîkê bi hewcedariya triyalektîkê pêkan e. Li gor Lefebvre afirandina cîwarê ji sê momentên yekbûyî pêk tê: 1) Pratîkên mekanî: ciyê ku tê têgihîştin. 2) Temsîlên mekanê: cih û qadên ku hatine çêkirin/cihên ku tên têgihîştin. 3) Cîwarê temsîlê: cihên ku bi wateya sembolîk û xeyalî lê tên jiyîn. (Soja 1996; 65). Di triyalektîka Lefebvre de cîwar û ‘hebûna li dinyayê’ ku perçeyên afirandina civakî ne di triyalektîka cîwar, dîrok û civakî de dertên holê. ‘Hebûn’ (being) bi diyalektîkên di navbera hêmanên vê triyalektikê û veguherînên wan de ava dibe. (Lefebvre 2000:198).

Ziman û hemû çanda ku perçeyekî hebûnê ne bi wataya xwe ya sembolîk û hêmanî di nav mekanê de tê veşartin. Ev veşartin li benda eşkerebûnê ye. Bi taybetî huner jî ji ber ku mijara nivîsa me ye, meriv dikare wek helwesta eşkerekinê terîf bike. Di vê mijarê de benda duyemîn a Lefebvre û vê gotina Berger li hev dikin: “A rast ê ku encaman ji me vedişêre wext nîne mekan e.”(Berger 1996: 8).

Kevçî:2

Di navbera yên veşartî de merheleyên afirandina zanînê hene. Em kevçiyek ji zanyarên ku li ser vê lêkolînê hildin. Michael Foucault lêkolînên xwe bi kevçiyan dike. Bi ya min Michael Foucault di tevahiya pirtûkên xwe de li ser zanîn û agahiyan lekolînê dike. Mebesta wî ya vê lêkolînê di nav zanînan de eşkerekirina desthilatdariyê ye. Dema ku em desthilatdariya di nav zanîn û agahiyan de biqefêlin, wê veguherîne hişmendiya me jî dest bi fehmkirina dinyayê bike û îmkan û derfetên guherandina dinyayê bi dest bixe. Tu guh nedî cîwarê, tu yê çi bikî? Li wir desthilatdarî û agahî zindî dibin û zindî tên hiştin. Desthilatdarî zindî ye û ditirsîne. Bresson jî bi kevçiyan dîwarên girtîgehan kolandiye…

Em dikarin agahî û zanînê bişibînin tuxleyê. Dîwarekî ku tevahiya mirovan çêdikin tê danîn û honandin: Bi Felsefe, Huner, Zanist û Olê. Hemû desthilatdarî û siyasetê -yanê seyîstiyê- li xwe dikin. Zordarî hevalbendiya vê lixwekirinê dike, him jî zordarî di nav cîwar, tevger û zeman de ye. (Her bijî Newton)

Michael Foucault di heypeyvîna xwe ya bi navê Pirsên der barê Erdnîgariyêdewiha dibêje:

Car caran însan ji ber helwest û sekna min a li ser cîwarê rexne dikin û diheyirin… Lê ya rast ez ji ber têkiliya di navbera zanîn û desthilatdariyê de vê dinirxînim û li ser disekinim. Agahî, zanîn, herêm, qad, bêcihwarbûn û cihguherandin… Bi saya van tiştan wek desthilatdar meriv dikare pêvajoya agahî û zanînê fehm bike û tesîra desthilatdariyê zêde bike. Rêbazeke agahî û zanînê heye, polîtîkayên agahî û zanînê û têkiliya bi desthilatdariyê re… Heger kesek li gor van tiştan binivîse, bi têgehên qad, herêm û axê wê rastî rêbazên ku bi zordariyê hatine bi cî kirin, were.” (Foucault,1980: 69)

Desthilatdarî li her derê ye û her tim dixebite; rê, borî û têlên ceyranê… “Cîwar li dereke wisa ye ku tim dixebite.” (Certeau 2002: 109).

Kevçî: 3

Rastî û dererastî wê di xewnan de jî berdewam bike. A rast cîwar bê navber li wir dewam dike! Xwedê, cin û perî, cinawir, hest û hewes… Gaston Bachelard tenê li derî nihêriye û ev tişt fehm kiriye. Derî li pişt xwe gerdûn, alozî û metirsiyê dihewîne. Heger ku derî girtî be em ê çi bikin û em ê çi fêm bikin? Ma pêkan e ku meriv fêm bike deriyê ku bi ser rûyê me tê girtin. Heger pêkan nebe jî ku em piçekî derî vekin, em ê bikevin nav hêviya têgihîştinê. Bi hewes û daxwaza ku derî bidin alî. Wekî din ji binî ve girtina deriyan jî heye. Wan deriyên ku herî zêde tehrîk dikin. Nîvvekirîhiştin qey qedera deriyan e. Deriyên dewletê her tim girtî ne: Tirsnak. Hezkirin deriyekî ronîdar e. Bihurbar. Heta ji çirûskê bileztir e. Vê rewşê, Eînsteîn û Sakarov fehm kiribûn. “Hesta ku meriv li roniyê siwar bibe û li neynikê mêze bike.” Eînsteîn. Eînsteînê Zarok. Eînsteînê Evîndar. Neynik jî derî ye. E=mc2. Gelo made dibe vejen û vejen jî diguhere madeyê? Vediguhere.

Di bin navê ‘derî’ de gelek xiyalên ku divê em analîz bikin, hene. Derî, gerdûneke qerase ya ‘nîvvekirî’ ye. Qet nebe hêmayeke sereke ye; kok û bingeha xewnekê ye ku dixwaze hemû xwestek, tehn û hebûnê heya kurahiyan wan bide der. Derî du îhtimalên hêzdar şematîze dike û disinifîne, ev şematîzekirin du cureyên xuyakirinê ji hêla taybetiyan ve tesnîf dike. Hin caran xewn û xiyal girtî û kilîtkirî ye. Car caran jî gelek eşkere ye, yanê li ber çavan e. Em çima nebihîzin û hîs nekin ku di nav dêrî danepeniyek veşartiye. (Bachelard 1996: 235-236)

Dema ku em ji derî derdikevin kuçe, şahrê, bulwar, tirimbêl, dikan û AVM pêrgî me tên. Bajêr! Tu dixwazî bajêr nas bikî, lê belê divê ewil tu ji wê hez bikî. Ji ber ku jê hez dikî nas dikî, yan ji ber ku nas dikî jê hez dikî? Ka gelo ew ê te nas bike! Nermî Uygur dibêje “nas nake.”Dema tu li bajêr î tu wê nas dikî, lê ew te nas nake” (N. Uygur 1996: 140). Gelo însan çi ye? Di nav mekanên ronî û qerebalix de çerxeke bidiran e. Belkî. Heger heyîna di nav hebûna xwe de fêm bike wê bikaribe vebêje jî. Tiştê ku behs dike divê rîtm û renge vê herikbariyê bihewîne. Rîtm. Sentaks (hevoksazî).

Kevçî:2

Meriv nikare bibe eynik. Cineydê Bexdadî dibêje: “Tu kes nikare bigihîje heqîqetê. Lê kesên kesên ku nêzî heqîqetê dibin ew kes in ku lê digerin.”. Çav; ew herikbariya mezin û bêsînor… Sînorê nêrînê tuneye û pirqatî ye. Goerges Bataîlle bi kelecaneke çawa qala têkiliya di navbera çav hêlikan de dike. Û Îlhan Berk, dema dibêje “destê min biçe ku ez jî diçim wir” her wekî ku dibêje “awirên min biçin kûderê ez jî diçim wir.”

“Em çiqas qala tiştên ku dibînin bikin jî tiştên ku tên dîtin ciyê tiştên ku tên qalkirin nagirin. Her çiqas bi saya hêma, mecaz û qiyasê were qalkirin û nîşandan jî cihê ku ronahiya xwe dipeşkîne ne cihên ku çav dibîne, cihên nasandina lidûvhebûna hevoksaziyê ye.”(Foucault 1994: 69)

Kevçî: 1

Cîwar zindî ye! Dibe ku hûn hilnekişin dîwêr lê dîwar hilkişe we. Baldar bin! Freud dibêje ez tiştên dibe ku jibîr bikim dinivîsînim. Dema ji Hîtler direve koleksiyona wî heye wêneyên mala wî hatine kişandin. Em ji wir dizanin. Wek psîkolojiyê meraqdarê arkeolojiyê ye jî. Kant jî mamosteyê erdnîgariyê bû. Kesên her tim li ser mekanê (erdnîgariyê) dixebitin leşker û kapîtalîst (dizên sermayeyê) in (te bihîst kekê Proudhon)… Nexşeyên herî baş di destên wan de ne. Min leşkeriya xwe li Erziromê di Yekîneya Topavêjan de kir. Di destên wan de nexşeyên Erbîlê, Mahabadê û Erîvanê hebûn. Wan ez îxfal kirim. Planan dikin ku çi li kûderê û çawa bidizin. Me mehkûmî malan û mixazeyên mezin ên danûstandinê kirin. Heft milyar mirovên li ser rûyê dinyayê. Ji qadan û fabrîqeyan bigire heta goristanan em mehkûm kirin. Ji bilî goristana min tu cih û warekî min çênebû.” (İsmet Özel)

Cîwara temsîlî dijî, xeber dide, hîs dike dendik û navendeke wê ya hîsî heye: Ego, doşek, ode, avahî yan jî mal; qad, dêr û goristan… Ev cîwar dikevin ciyê tevger û hestan û rewşên ku tên jiyîn, loma jî rasterast zeman di xwe de dihewînin. Ji ber vê jî ji hêla rewş û têkiliyan ve -lewra di bingehê de herikbar û dinamik e- dikare hin terîf û pênaseyan bigire. (Lefebvre 2014: 70-71).

Kevçî: 1

Vê zindîtiyê amûr û laş pêk tînin. Piyên me -em pê dimeşin- hevsarû qamçî; çîp, kemax û pêlik… û didome. Însan û mekan; enerjî û kar… Hemû amûrên gihandinê, me li me û me li dinyayê vedike û me belav dike.

Em bi çi û bi çi awayî ber xwe ve dimeşin. Em ji bo êşa xwe ji bîr bikin an ji bo li êşê bigerin dijîn? Qad ji “Xalan”ra -qada sehneya Kurtefilmê de- maye. McLuhan dibêje wek komara Xalanan T.C. dinyaya ku îdîa dike hê nû tê afirandin, kiriye wek gundekî. Şaman û sêrbaz cîwarê di kiras û derpiyê kevokê de derbas dikin. Em niha rêya bi kîlometroyan di heman demê de derbas dibin. Ma em bi tevahî di kiras û derpiyê kevokan de ne?

“Di nav cîwarê de tu amûreke gihandinê ji binî ve ji holê ranebûye; çi meş, çi hesp û çi jî bisqilêt…Dîsa jî sedsala 20an li tevahiya dinyayê bûye cîwareke nû; Hê jî afirandina vê cîwarê didome.” (Lefebvre 2014: 28)

Kevçî: 1

Aqil ji koka “eql” a erebî tê. Maneya wê kelepçeya ku dixin lingên hespan. Divê însan ji kontrolê dernekeve, divê hesp û azadî di bin kontrolê de bin. Gelo dewlet kelepçeya herî mezin e ku bi deste me hatiye afirandin. Kontrola zeman û cîwarê: AQIL. Niha hemû mesele şêweya bikaranîna mêjî ye. Gelo em kîjan aliye mêjî bi kar tînin?

Li gor Hegel Zemanê dîrokî cîwarê Dewletê ye ku lê belav dibe û desthilatdariyê çêdike diafirîne. Dîrok arketîpa hebûna aqlî ne di nav kesayetiyê de, di nav pergalên qismî –hiqûq, exlaq, malbat, bajar û kar û hwd.- kom û saziyên li ser axeke neteweyî ku desthilatdariya dewletê ye diafirîne. Ji ber vê jî Zeman di nav mekanê de ye û di nav rasyoneliyê de rengê xwe digire.

Tişta ku wenda dibe dîroke ku ji tevgerê vediguhere bîranînê û ji afirandinê vediguhere fikrê. Lê zeman? Lê êdî ti maneye zeman tuneye, êdî di bin desthilatdariya avakirina mekaneke bêtevger de ye. (Lefebvre 2014: 51-52).

Piştî ceribandina cîwar û wextê ya bi rêya aqil tişta ku derdikeve holê em jê re dibêjin jiyan. Jiyan zindîtî ye. Zindîtiyeke biêş. Zeman û zemîna ku xwe û yên din nas dike: Êş. Meriv dikare rewşa metirsiyê jî li êşê zêde bike. Davîd Breton di pirtûka xwe ya Acının Arkeolojisi (Arkeolojiya Êşê) de wiha dibêje: “Êş di jiyana kesayetê de têgihîştina laşê xwe ye ku wek diyardeyeke ji bilî xwe ye”. (r. 20)

Tişta ku hatiye jiyîn jî tê jiyîn vê kêlikê de jî tê jiyîn. Bi hemû berpirsyarî û bi hişmendiya ku pêk aniye. Hêştina wê di bin serweriya zimênde. Bi axaftina zimên laş nabe xweyî hikim, ziman dibe xweyî hikim. Êşa ku tê bilêvkirin ma qey êş e? “Êş a ku hatiye bilêvkirin tu carî êşa hatiye jiyandin nîne.” (Breton,2015: 38) Ji ber vê ye mirov tenê li ber êşa yeka/î din dide. Che Guavera di nasandina şoreşgerekî de wiha dibêje: Şoreşger ew kes e “li kûderê pelek biweşe ew wê hîs dike”. Lê belê ji bo piraniya me: “Êşek tenê heye ku em li ber bidin, ew jî êşa kesekî din e” (Breton 2015: 47)

Gîhiştim ber şêmûka fîlmê. Gelo em derî vekin?

Ewil wê mekan bên tesnîfkirin û analizkirin. Honandina rêzebûyeran dibe sedem têkilheviya mekanan. Ji bo xwîner winda nebin wê mifte neyê dayin bo wan. Kevçiyên me li jor de nasîn kî li kuderê dixwaze bila li wir bi kar bîne.

Daweşandin

Cîwar 1: kenef an bi awayekî din serşoktiwalet

Fîlm deriyê xwe vedike. Derî li fîlmvedibe. Derî girtî ye. Ji ber ku ev der mahrem e. Ji hundir dengek wisa tê bihîstin ku ew dibe serdestê hemû fîlmê. Muslixek bi tisinî. Av jê nayê. Baş e ku kamera heye aha em ketin hundir. Karakter ango antîkarakter bi rû û simbêlê xwe wek bajarî. Mirov dikare bêje çepgir e jî. Dibe ku bajarî jî be. Ev rûyê binçenê tevliheviya bajarî û gundîtiyê ye. Nûjen û kevneşopî. Çepgirî û heta lîberalîzm.

Neyse em li ku mabûn. Li ber derî! Bachelard xewnan dibîne. Lêbelê em kesên bindest, mexdûr, xizan û hejar jî kabûsan dibînin. Ma qey kâbus ne xewn e? Şeytan jî milyaket jî! Fîlma me ji bo karakterên burjûvaziyên biçûk ne xewn e ne jî kabûs e. Baş e îcar çi ye? Çi? Dibe ku deriyê netemambûyinê an çênebûyinê ye û deriyê êş û sancoyê… dorpêçkirina bihemdê xwe an bêhemdê xwe. Ka em xwe bavêjin ber bextê kîjan xwedayî. (Bigre kevçiya 3. Ji destiyê wê bigrin)

Îngilîz ji tiwaletê re dibên resting room. Cihê rehetbûnê. Li gor min jî tiwalet ji bo fîlma ewil (Kurtefilm) cîwarê bingehîn e. Di 61 deqan de em şeş car diçine tiwaletê. Baş e cihê ku ingilîzan rehet dike çima ji bo Ali Kemal bûye îşkencexane.

Di Kurtefilm de mûslix û ava ku naherike diltirsî ye. Tiwalet û serşo mûslix in. Dema ku dibêjin tiwalet û serşo mûslixên xerabe û hewa fetisî tê bîra mirov. Nexasim icar ku bawesîra mirov jî hebe. Karakterê sereke yê fîlmê bawesîra wî heye. Dibe ku tenê xwediyê vê tiştî be. Laşê wî laşê wî yê birîndar. Wek birîn, laş. Mirov çawa dibe xwedîbawesîr? Herwekî xwedî kesayetek stres û mîzacek lezok dibe sedema vê. Tim dixwaze heman demê de gûyê xwe bike lê belê nikare birî. Hema tu bêjî ev birîna laşî li gor karakterê me ye. Dibe ku di vê fîlmê de ‘gû’ wek pêkanîna xwe bê te nirxandin. (herwekî di vê fîlmê de huner; sînema çêkirin an neçêkirin. Di nîşandana fîlma Veşartî de kuji aliyê LGBTyan li Stenbolê Muzeya Perayê hatibû birêkxistin, derhênerê vê fîlmê pirsek wiha bersivandibû:Min ji qûna xwe avêt”(di gotûbêja 22.06.2016an de). Di nivîsên din de em ê li ser mijara “qûn” ê bisekinin.

Ma qey laş jî cîwar nîne? Laş cîwarê giyanê me ye. (heger hebe; lewra Oğuz Atay dibêje giyanê mirovên xîzan tuneye). Laş/berate/birîn: Fîlm deh deqe carek çûyina tiwaletê û bi destlêdana birînê didome. Dema ku ji xew şiyar dibe destên wî li ser birîna wî ye. Dema di tiwaletê de birîna xwe melhem dike, dema li eywanê hemberi neynika mezin wê dîsa birîna xwe binêre. Lê belê em ê tu car birîna wî nebînin. Dibe ku em birîna ku giyanê wî birîndar kiriye em wê bibînin. Tiştê veşartî bihêz e. Em ê li cîwarê binêrin. Hêza wê an bêhêzbûna wê me daxilî nav fîlm bike. Belam cîwar çiqas bixwaze em ê ewqas bikaribin bibînin. Ji bo cîwarê serkeftina herî mezin veşartin e. Wisa dibêje John Berger: “Ê encaman ji me vedişêre ne wext e cîwar e” (J.Berger,1996; 8)

Çûyina wî ya tiwaletê cara duyem di şahidiya diya wî û makîneya cilşoyê de pêk tê. Şixulandina her tiştî cîwarê zînde dike. Pirsa sekinandina wî ya dûr û dirêj di tiwaletê de bêbersiv dimîne. Em du deriyan dibînin. Geometrî û şêweya xênî rê nade me. Dibe ku derî rêder bin? Ji xeyni axaftina kurdî tu tişt ji destê diya wî nayê. Axx zimanê zikmakî. Ku deriyê zimanê zikmakiya min ji min re vebe qey dinya xirab bibe!

Di çûyinek din a tiwaletê li birîna xwe dinêre. Em birîna di laşê wî de nabînin. Em avxwîna ku dilopiye ser şal û derpiyê wî dibînin. Cawa terîşê bi kar tîne. Ji bo ku birîna xwe nerm bike dema rûdine destê xwe davêje bi mûslixê. Di rûyê wî de her tim êş û diltirsî der dide. “Mirov tenê li ber êşa yekê/a din dide.” (Breton 2015: 47)

Temaşevan rehet in. Ma qey laşê me ne birîna ruhê me ye? An giyanê me ne birîna laşe me ye? Dibe ku wisa be. Em çima rihet bin? Dibe ku em rihet bin? Êşa Ali Kemal dikare bibe êşa me tevahiyan! Heger ji qûna we tê… Ma Rimbaud nedigo “ez yekî din im”

Dawîbuna fîlmre 5 deqe maye dîsa çûna tiwaletê û heman tisinî. Dibe ku bêtir kûr û ji bo hemiyan êdî zelal û fêmdar be.

Cîwar 2: nexweşxane/ odeya muaneyeyê

Bêton, pace û kesê nexweş diaxife. Ê ku bûye berpirsiyarê êşa me diaxife. Ma gelo avahî diaxifin? Û hem jî tijîkirina kadrajê. Ali Kemal bawesîra wî heye. Bawesîr bi hêla saetê ve zêde bûye. Zeman û enerjî der daye. Ma qey wize û êş tiştên ku nayên kontrolkirin? Belê heger ku laş cîwar be. Bijîşk bi tûncika xwe dibêje ez zehf bajarî me. Li ser masê du kompîtur hene. Gelo dema ku nexweşên wî tune di kompîturê de li çi dinêre? Gundî ye lê dibêje ez bajarî me haa. Simbêlên wî gundî, tûncika wî bajarî û axaftina wî bi devok… îmtihana kurdekî bi tirkîtiyê re. Wek nexweşiyek zimanê bi devok.

Cîwar 3: xanî/eywan

Televîzyon û eywan. Yek ji temaşevanan seks kiriye piştre destnimêj girtiye. Dibê çawa be ez bi destnimêj im qe nebe nimêja xwe jî bikim. Guncaniya vê dipirse ji pispor. Pispor bi devok diaxife. Em dibînin Ali Kemal li ser qenepeyê rûniştî televîzyonê temaşe dike. Ma qey hemî eywan li gor televîzyona hatine dirûstkirin. Dibe ku wisa be. Televîzyon dinya ye. Dinya di nav eywanê de dikeve malên me. Sedema vê rewşê em dikarin bêjin ku eywan temsîla dinya derve ye. Ka em bala xwe bidin van cîwaran çi diqewime. Em bi televîzyonê dêhna xwe didin dinyayê. Dema xwe dirêj dikî radikevî çav di televîzyonê de. Em dendikan dixwin çavê li televîzyonê ye. Baş e ev beş û war temsîla çi dike? Sedem ku em ji eywanê teqîp dikin dinyayê, eywan civakî ye. Bi dawerî gerdûn e, cîwarê ku stêrk hevdu dibînin. Feza cîwar e ne wisa Lefebvre? Kevçî bigir!:1 Beçik(tilî) û Harmonia Eywan, di Kurtefilmê de cîwara desthilatdariyê ya kevneşop, nûjen û postmodern e. Qenepe û textebend di jiyana me ya rojane de gelek girîng in. Bav xwe li ser qenepeya sê kesî dirêj dike. Bav, xanî çiqas germ be jî li pê kevneşopên xwe tu car şort li xwe nake, bi tana atlêt û di destê wî de cixare û bi simbêlên xwe yên polîtîk jiyana malbata xwe îdare dike. Diya zarokan pişta xwe dide qenepeya sê kesî û bi xwarina dendikan di televîzyonê de “gelo pişt seksê hewce ye ku mirov destnimêj bigre”yê temaşe dike. Birayê biçûk (ka mezinahiya wî binêre bavê du lawan e) nexwendiye li temîrxaneyekê de dixebite; lê belê bi şort û atlêtê spî çeng daye ser qenepeya biçûk. (hê tam nebûye mêr). Li gor bavê xwe bêtir li xwe miqate ye; rû û simbêlên xwe qusandiye. Dibêje karmend im lê belê modeyê jî dişopînim. Ha îmaj her tişt e. Jina malê ji xwe re ji bo qaşilê dendikan xwelidang neaniye qaşilan li ser kaxizekê dicivîne. Dibe ku ew kaxiz rûpela salnameyê be. Hemî tiştê ev rewşa kevneşop û paşdemayî dike postmodern, nêrîna xwediyê bawesîr û kurtefîlmkçêker Ali Kemal e. Vebêja mezin bi aşkerekirinê xera dike. Ma qey postmodernîzm ne ev e? Min nezanî. Aha nediyarî. Me Ali Kemal û malbata wî, yek jî derdê xwe nas kir. Êdî jenerîka fîlmê dikare biherike.

Di nav tarîtî û roniya bajêr de derbas dibe diçe mala bavê xwe. Destê bavê wî de tizbî xwe li eywanê dirêj kiriye li televîzyonê temaşe dike. Ew ê bi kurdî biaxife. Pirsa diya xwe dike. Heger ku diya wî li wir be bi hêsanî behsa bawesîra xwe bike. Bavê wî bêeleqe dibêje nikarim pereyên emeliyatê bidim. Ali Kemal deh sal e ku ji zanengehê derçûye. Lê belê hêj karekî wî tune. Rewşek wisa awarte de ne dikare bikeviyê ne dikare derkeve… rewşek her tim li peravê… mayîna li arafê. “Êşa ku tê bilêvkirin tu car nabe wek êşa ku hatiye jiyîn.” (Breton 2015: 38)

Ma ne wisa ye? Derdê xwe ji bavê xwe re dibêje, ji me re ji temaşevanan re dibêje, ma temaşevan dê ye an bav? Ali Kemal êşa xwe vedibêje. Dema ku mirov behsa êşa xwe bike êş ji êşbûnê derdikeve. Ji bo kesên êşdar pirsek bê bersiv.

Qey dert tenê emeliyata bawesîrê, tedawiya birînê an mesrefên wê ne? Eywan her tim cîwarê axaftina pirsgirêkan e. Di sehnek din de bavê wî diaxife. Ji kê re? Ji kesên ku wî guhdar dikin?

Em di eywanê de, bavê wî bi tana atlêtê spî bi devlingê hildayî û axaftina wî ya ji valahiyê re dibînin. Ev valahî desthilatdara veşartî ye. Diya wî ne li wir e. Bavê wî derheq emeliyatê de dibêje ez nikarim bibim alîkar. Û dibêje bila Ali Kemal çareseriyekê ji xwe re (birîna qûna xwe re) bibîne. Kesekî/ê din ê jî ku nayê dîtin heye. Îhtimalek Ali Kemal di odeya xwe de li aliyê din çi diqewime ji navbera derî de çavdêrî dike. Kamera Ali Kemal e. Êdî êvar e birakê wî wê bîstek din ji temîrxaneyê vegere. Bi ya min karakterê sereke Osman e. Babaegîdekê kengê derkeve û behsa wî bike. Osman mijarek cuda ye ez ê di nivîsek din de behsa wî bikim.

Navê birakê wî Osman e, hinek dereng ji kar vedigere. Birayê mezin Ali, birakê biçûk Osman. Yekîtiya mezhebî (elewîtî/sunnîtî) pêk anîne. Dayê axaftina xwe bi kurdî didomîne. Lêbelê Osman bi tirkî bersiva diya xwe dide. Dayê jî piştî vê temenê dibe ku bibişive (asîmile bibe) melez im, melez î, melez in. Di nav îhtimalê de ye. Aliyê nav rojê naxebite ew ê xwe dirêj bike, diya wî jî ew ê bi rûniştinek hêzdar rûne şîretan li lawê xwe bike, carek din jî dubare dike dibêje “divê tu bixebitî”.

Televîzyon tê temaşekirin. Dema ku bavê wî ne li mal be Ali dikare xwe dirêj bike. Diya wî dibêje çima tu jî wek hevalê xwe naçî Stenbolê di rêzefîlman de naxebitî. “Wek bûka kor heya êvarê di nav malê de yî. Te me weremî kir.” Karakterek hildane karantînayê. Hatiye dorpêçkirin. Mirovên bi werem. Bajarê weremî.

Ali Kemal bi hevalê xwe heya hogirê xwe re di eywanê de li ser qenepan rûdinin xeber didin. Çumkî pere tê axaftin. Deyn tê xwestin. Baş e oxlim qasî pereyê xwe xeber bide.

Dema ku diltirsiya wî zêde dibe bi hevalê xwe re mijûl dibe. Gelo ji bajêr re vedibêje, ji televîzyonê re an valahiyê re vedibêje? Teqez e ku ji hevalê xwe re venabêje. Rewşek lalî. Ma tu mafek min tune ku ez jî li gor biryarên xwe bijîm. Xwe bi xwe vê hevokê ji qenepê, televîzyonê re û deriyên girtî re dibêje. Bi tenê cîwar şahidê êşa me ye. Naxwaze bibe karmend, daxwaza wî sînemagerî ye. Deh sal e ku di nav vê hewlê de ye. Berxwedan. Berxwedan azadî ye. Berxwedan pêkanîna xwe ye.

Cîwar 4: daîreya xirt û pirtan: xanî/ ode/odeyek aîdî xwe

Ali Kemal li hemberî kompîturê ye. An divê mirov bêje di rûxarê kompîturê de an di nav kompîturê de. Odeya xwe de bi kompîturê re di nav dinya, raman, hîs û di nav honakên xwe de dike tisinî. Xwe bi dengê tûşan nexapînin. Dibe ku ev jî dengê tisiniyan bin. Li ser senaryoyan dixebite. Bi kurdî dinivîse. Bû demek dirêj ku kurdî ji zimanê gundîtiyê xelas bûye. Lêbelê cara yekem e binivîskî tê dîtin. Hem jî di hûnera herî nûjen sînemayê de ji bo ceribandinê tê bikaranîn.

Di heman odeyê de nivînê wî heye. Em li deriyê wî dinêrin. Ji dengê çivîkan û ji ronîtiya dorhêlê mirov pê derdixe ku nav rojê ye. Birakê wî yê karmend bêyî wî şiyar bike ji kekê xwe re xercaneyê datîne. Datîne pêşiya kompîturê. Telefon lê dide. Ali Kemel hişyar dibe. Nazif re bi tirkî dipeyive. Nazif hevalekî karmend e (memûr e). Çumkî memûr bi tirkî diaxifin. Ger kurd jî bin. Hevalê Nazif dixwaze ku fîlm çêbike.

Hevalek bi navê Nazif dixwaze ku fîlm çêbike. Fikrek hatiyê. Lêbelê ji bo zikr û sepandinê pêdivî bi Ali Kemal heye. Fikra xwe vedibêje. Êê ka senaryo ka çîrok? Ka çawa bê nivîsandin çawa were çêkirin, dema ku li ser çêkirina fîlmê mijul dibin çêkerî jî tê axaftin.

Tengasiya di giyanê lêwik em ê çawa bidin nîşandan? Ji bo nivîsandina senaryoyê ji bilî zimanê edebî hewcedariya zimanek teknîkî jî heye. Vê di telefonê de ji Nazif re îzah dike. Telefon, kompîtur, televîzyon ev hemî amûr ji bo sazkirina cîwarê derfetek pir girîng diafirîne. Piştî axaftina telefonê di googlê de derheqê “bawesîr”ê de xwendinan dike. Cîwar û tora dîjîtal.

Bi birakê xwe yê Osman re fîlmekî ereban ku kîjan fîlm e min nekarî pê derxim temaşe dikin. Bi vî awayî Ali Kemal Çınar çavkaniyên xwe di fîlmde bi cih dike. Xizmên xwe yî sînemayî. Jarmush, Kiyarostemî. Birakê wî ji rewşê haydar e, lê belê ji bêderfetiyê dibêje ez nikarim hewcedariya kekê xwe pêk bînim. Derdê kurdan a bingehîn tedawîbûn e. Di fîlma Sürü (Kerî) de hevjîna xwe, di Dema Hespên Serxweş de jî dixwazin birayê xwe yî mezin tedawî bikin lêbelê herdu jî bêencam dimîne. Birakê wî Osman bi tirkî diaxife. Bi redkirina dersa kurdî a hilbijarî hegemonya di pişavtina gel de serket. (hegemonya kêrek du devî ye). Diyarbakir bajarê kurdan e lê bi tirkî diaxife.

Osman û bavê xwe di odeya tenesulê de diaxifin. Herdu jî tana atlêt in. Ji pişta wan ve hatine kişandin. Bav ji Osman re dibêje ew ê nekaribe arîkariya Ali Kemal bike. Ali Kemal di odeya xwe de hemî axaftinan guhdarî dike. Pilanên ji par ve tên kişandin ew ên dûr yên nêzik hemî tên wataya vegera ber bi hundir ve. Pilana rû wateyê dide der. Dema ku em rûyekî nebînin û bi taybetî çavan nebînin, vîzor jî digel cîwar xwe dorpêç dike û winda dibe. Cîwar tiştan vedişire.

Li odeya tenasulê her kes (ma cil û berg perçeyek laşê me nîn e?) daliqiye. Divê her kes pereyên xwe hilde lewra pereyê Ali Keman tuneye. Yanê ew peran didize. Ji bo dîtina peran her derê serûbin dike. Heta diya wî dibe şahidê vê rewşê. Ma şerm e? Dibe ku şerm be. Bi bîr bixim kurtefîlmeke Ali Kemal bi navê Dolap heye. Kamera ji serê fîlmê heya dawiya fîlmê teqîba dexilk, sarinc, qasa pereyan û nav eywanê dike. Derhênerê fîlmên qutiyên girtî.

Ciwar 5: eywana bajêr/parq

Dar, çîm û banq cihê qenepeyan digre. Mamoste heval Nazif. Projeyek wî ya kurtefîlmê heye. Tenê fikr. Fikr hatiye. Cîwar tevdigere. Di pîlana paşiyê de tevger heye. Fîlm ji serî heya binî cîwarê dişixulîne. Ma parq disekine, ew jî dişixule. “Cîwar cihêkî çalak e.” (Carteau 2002: 109).

Ali Kemal ji Nazif pirsa girîng dipirse. Êê ka te nivîsiye? Ger bihata nivîsandin ew ê bigihîşta te? Tu kes nikare çêbike. Nikare binivîse. Lê belê memûr e dikare bihêsanî pereyê çayê bide. Ma tu dinivîsi jî çi dibe. Wele ez gelek hêrs bûm. Her tim bawerî bi çîrokan tên anîn. Çîroka fîlmvedibêje. Ew ê çawa bê nivîsandin bê te mijûlbûn. Di fîlmê de fikrandina li ser fîlmê. Nazif hevalek ji rêzê ye. Me dihesiband ku karakterek ji wî nêziktir heye. Dibe ku hogirek ku êş û kovana xwe pê re parve dike.

Hogir tune. Ali Kemal tenêtiya xwe di cihên herî qelebalix de dijî. Li parkê. Dema ku dibîne dostê wî(!) tê ji bo ku wî nebîne pişta xwe didê. Lewra nikare êşa xwe bi lêv bike. A rast dost û hogirê wî(!) guh nedayê. Wê gavê li dinyê yekî/ê din jî ku mirov pişta xwe bidê zêde dibe. Ax ew cîwarên demên nûjen ên herî qelebalix û xalîbûna herî qelebalix.

Rastiyek tenê heye avahiyên beton ên bin asîmanan. Avahiyên bi enerjiya tavê. Qad! Ew qadên çalakiya têkoşînê bûne cihên xalîbûn û diltirsiyê. Di qada sereke ya bajêr li ser dîwarên beton û kevir navê dewletê û desthilatdariyê nivîsandiye: Xaloo. (T.C= Komara malxalanan (Komara mirovên hevnas). Geremola wesaîtan îhtimalek mezin e ku pîrozbahiya pêşbirkê ye û fîqînî hene di şevê de. An jî îhtimale ku çalakî be. Hûn ê çawa herduyan ji hev fêrq bikin.

Em serîkî li cîwarê sereke yê fîlma duyem bixin: Dikan.

Cixare nayê kişandin. Bajar, diltirsî û dorpêçkirin birînên wisa vekirine ku bi cixareyê nayê telafîkirin. Em li odeya wî ne. Nazif lê digere. Telefonê venake. Telefonên ku nayên vekirin, cilşoyên dişixulin, rûxarên derveyê avahiyan, a rast wextên mirî wextên herî zindî ne ne wisa?

Ji bo çêkirina kurtefîlmê ji Nazif 2000 lîre dixwaze. Bavê wî jî dixwaze êdî kurê wî bibe mêrekî gihîştî. Pere tuneye. Nikare bidize jî. Gava ku didize diya wî, wî diqefilîne. Ma şerm e? Dibe ku. Ji hevalên xwe nikaribû pere bistîne. Wê gavê çi bike? Lêbelê pere ji Nazifê ku dixwaze kurtefîlmek çêbike derdixîne. Ji sînemayê. Ji bo bawesîrê. Bi tengasî. Hevdîtina wan a li parqê bipirsgirêk e. Dest tên mizdandin.

Fikirîna li ser sînemayê didome. Ew fikra xwe ya kameraya pêtandî û kameraya gerînek li ser Nazif ve bi lêv dike û nêrîna xwe bi vî awayî bihêz dike.

Ciwar 6: tirimbêl/erdê vala/kûçik

Her derê dike cîwarekî girtî. Kamera wesaîtê ji derve ve dikêşe lê belê kesên ku li paldanka pêşî rûdinên herwekî ketibin ser dilê hev. Nêrîn ji wir diherike derve. Tirimbêlek din ji wir derbas dibe û em di wesaîtê de kûçikekî dibînin. Cîwarê girtî her tişt e. Ali kemal her tim behsa “dorpêça mezin” dike. Mihemed Şêxo tê guhdarîkirin. Kovan û têkoşîna dîroka nêz. Kurdîtiya nûjen. Di nav kevneşopê de. Behsa êş û nexweşiyê dike. Haa bala we bikşînim ji bîr nekin, hevalên wî xwedî wesaît û xanî ne. Lêbelê Ali kemal 2 hezar lîre peyda nake ku emeliyeta bawesîrê bibe.

Bi ya min sehneya herî bi bandor. Ali Kemal sehneyên bêdiyalog de bi dîmenan (sînemayê) xwe bêtir dide der. Ev huner di Ali Kemal Çınar de heye.

Em ê sê caran eywanê bibînin. Axaftina li eywana hevalê wî jî yek ji van e. Eywan herwekî qefesa malê ye ango parqa malê tê hesibandin. Li wir tê xwarin, vexwarin û dinya ji wî cîwarî vedibe cihên din. Berhevdan û nîqaş li vê qadê pêk tên.

Cîwar 7: kafe

Cîwarê kurtefîlmgerê jî kafe ne. Rayişa wir jî ji aliyê kesên li wir tên kifşkirin. Di fîlma ewil kurtefîlmê de nîqaşa li ser wêje û sînemayê de, bi karakterek tîradek pirxweş, gelek dijwar dide xwendin. Ev tîrad heman demê de ji bo nîqaşên serdema sîmûlasyonê şandeyan dihewîne: Lîstikvana jin. Bi kurdiyek bihêz, zelal û pirxweş dixwîne. Diya wî jî, jin a lîstikvan jî bihêz in. Jin her tim hêzdar e. Bi biryar. Tena serê xwe û ji xwe bawer.

Ji bo lîstikvaniya karaktera dê ji vê jinê re teklîf tê kirin. Di sehneya kafeya din de lîstikvana jin karaktera ew ê ku bilîze ji ber ku lawaz û jar hatiye nivîsandin bi gazin e. Sedema vê rewşê di nêrîna nivîskarê senaryoyê de dibîne. Dibêje ger nivîskar xwe biguherîne dikare bibim alîkar.

Dema ku Nazif di hevdîtinê de axaftina xwe bi tirkî didomine lîstikvan axaftina xwe bi kurdî dewam dike. Dibêje ku di roman, çîrok û sînemayê de jin her tim bêhêz tên nivîsandin. Ji ber vê rewşê bi seknek dijwar li hemberî wan disekine.

Cîwar 8: xebat / odeya xebatê

Kerem bikin tîradê bibînin. Meyman li paldanka xwe rûniştiye û xeber dide. Ali Kemal û Nazif di odeya xebatê ya Nazif de li ser senaryoyê dixebitin. Bîstek din di destan de cixare hevalekî Nazif dikeve hundir û li ser paldanka pişt wan rûdine û dest bi axaftinê dike. Herwekî wan dide ber sîlleyan. Cihê ku kamera lê disekine rast e û welûd e. De Xeber bide!

Kurtefîlm. Baş e. A rast. Law ez ê tiştek bêjim. Belam heval jî li vir e. Kurtefîlm, nizanim kekê min. Êdî… canzerî kirim di wenniyoo. Qaşo kurtefîlm e, fîlma dirêj, fîlma orte ye… yanê naha li vir çi diqewime? Yanê ew derewên qiyameta fîlmên kurt, qiyameta fîlmên dirêj ma law her kes derhêner e her kes tiştek e… bavoo êdî kesên bi telefona destan jî kurtefîlman çêdikin hene. Berê helbest hebû, roman hebû gelek cureyên hunerê hebûn her kes bi tiştekî têkildar bû. Yanê bi îhtimam tiştek dihat çêkirin. Lê belê ka niha çi bû camêr?… helbest xilas, roman xilas. lê binêre dîmenê de alî, ha ji te re fîlm. Ê baş e kekê wê dû re çi bibe? Em, ma em romanan nexwînin? Ma em helbestan nexwînin? Belê rast e berê gotin hebû. Nirxek gotinê hebû. Qaşo berê gotinek hebû. Niha tu wateya peyvê nemaye, gotin hatiye jibîrkirin. Binêre ha dîmen heye ma ne bes e! Kekê berê gotin hebû îcar sînemayê kire quzê gotinê. Dawî lê anî. Tu jî dikarî fîlman çêkî haa. Tu jî hinek bike quzê gotinê. Ji xwe her kesî xistiyê. Tu jê kêm nemîne.

Ev gotin gotina mêvanê ku hatiye serlêdana wan herdu hevalên ku dixwazin kurteîilm çêbikin. Ne li ser çêkirina hunerê li ser cureyên hunerê gengeşiyê dike. Odeyên xebatê tên serlêdan. Virginia Wolf ji bo kurdek jî pêk hatiye. (odeyek aîdî xwe)

Odeya Ali Kemal û hevalê wî, lampe, kompîtur, pace, ax, divê derî û dîwar neyê jibîrkirin. Ali Kemal li vir -ser masêser kompîturê hildiberîne. Munaqişeyên xwe yê bi Yılmaz Güney re ser kompîturê pêk tîne. Hewcedariya dikandar bi odeya xebatê tuneye, eywan têra wî û dildara wî dike. Televîzyon heye, bila fîlm temaşe bikin bes e.

Di Kurtefilmê de berhevdana sînema û wêjeyê, di fîlma Veşartî de jî berhevdana sînema û şanoyê tê nîqaşkirin. Ali Kemal Çınar bi biryar di hewla xwe de ku sînema di bin şano û wêjeyê de neyê perçiqandin. Hêvîdar im.

Cîwar 9: pêjgeh (metbax)-pîşesaziya nav malê

Dema diya wî banga taştê dike, em ê cara yekem têkevin pêjgehê. Di malê de cîwarê ku keda herî zêde tê dayîn pîşesaziya malê pêjgeh e. Diya wî devê xwe bi laçikê paqij dike piştre ji lawê xwe re dibêje kurê min divê tu ji bo birîna xwe xwarinên avî bixwî. Û pê li birîna wî dike birîna wî dixe bîra wî.

Pêjgeh jî daxilê cîwarên gengeşiyên Nazif û Ali Kemal dibe. Di pêjgehê de li ser demên sînemayî tê nîqaşkirin.

Di fîlma Kurtefilmê de rûniştina hevalan ê pêjgehê de ne rûbirû bi rûniştina rexhev hatiye tercîhkirin. Ali Kemal di demên bêperetiya xwe de ji wî dostê xwe pere xwestibû lê belê deyn nedabû wî. Her wekî cîwarek wisa hatibû bijartin fedîkariya Ali û derewên Nazif wê li ba hev bisekinin. Di pêşiya dezgehê li ba hev disekinin. Ger li eywanê rûnin dibe ku rûbirû bimînin. Bi hevalê xwe re ji Jarmush li fîlma Stranger Than Paradise (1984) temaşe dikin. Di fîlma ku temaşe dikin de, cîwar tek e. Ode, eywan, pêjgeh tevahî yek in. Bi stîla amerîkî! Kurd û welatên paşdemayî dinyaya nû li ser textebendan temaşe dikin.

Yek ji sehneyên pêjgehê de bi bavê xwe re ye. Ji ber ku bêyî agahî li mala hevalê xwe maye bavê wî gazinan dike. Lewra bi wan re dijî divê ji bîr neke ku li gor rêzikên malê tevbigere. Di fîlmê de guftara herî girîng di vê sehnê de tê bilêvkirin. qûna te qûna karan nîne”. Bavê wî bi zimanekî êrişkar ji Ali Kemal re dibêje law tu bêkar î û ji bêperetiyê tu nikarî birîna qûna xwe tedawî bikî îcar tê fîlman çêbikî.

Ali Kemal û Osman li kêleka bajêr li malê rûdinên. Bajar bêtir diaxife. Bi tundî. Bi çilîvilî. Birakê wî jî bêderfetbûna xwe bilêv dike. Ali kemal jî bêdeng guhdarî dike.

Şêweya axaftina hevalê Nazif derheqê sînema û wêjeyê de bi zimanekî dijwar û tund xeber dabû, diltirsiya Ali Kemal zêdetir dike. Bi vê diltirsê li ba pacê û li bajarê di nav înşaatan de temaşe dike. Înşaat Ya Resûlullah (Tanıl Bora)

Bavê wî bi saya sînemaya Yılmaz Güney çibûna sînemayê ji Osman re behs dike. Senaryo, peytandina cîwarê, heyîna derdê civakî! Em bi vê li bakurê Kurdistanê vebêja sînemayê û dîtina derheqê wêje û sînemayê dibînin.

Dema diçe odeya xwe em dibînin dîmenê di kompîtura wî de Yılmaz Güney xuya dike. Hesabdîtin. Mijara nivîsa pêncem e. Li bende bin.

Ciwar 10: hol-cade-avahiyên beton

“Li bajêr tu bajêr nas bikî jî, bajar te nas nake”(Uygur 1996: 140)

Em di Kurtefilmê de li şahrêyên bajêr de digerin. Ali Kemal û hevalê xwe yê din ku mamoste ye di wesaîtê de diçin. Kamera ji nav wesaîtê li bajêr dinêre. Cîwarên hundir bingeh in. “Rawesta amadeyî bingeha milkê ye.” Rawesta amadeyî bingeha metirsiyê ye. “A rast ê encaman ji me vedişêre ne wext e cîwar e.” (Berger 1996: 8)

Di heman fîlmê de -kîjan fîlmê de- di Kurtefilmê de herdu heval bêyî biaxivin li nav erdekî xalî de rûdinin, ji wir de seyek derbas dibe, kamera li aliyê ajovan li derve yê lêbelê ewqas ji hundir ve tê kişandin û disa jî em ji hundir temaşeya darê dinyayê dikin.

Hilberandina nûjenî û kevneşopê. Gotara xwe li ser nivîsarek kevneşopî diparêze. Ali Kemal Çınar nûjeniya vê nivîsarê bi rêbaza veçirandinê dipeytîne. ‘Fleuner’ek nûjen digere li bajarê Amedê. Cara yekem e ku bajarekî kurd dest bi nûjenbûnê dike. Cade, avahiyên beton, park, lampeyê kolanan, wesaît, ha ji bîr nekin yek ji wan jî mûslix(!) e… modernîzm hinek jî raxistina boriyan e. Modernizm boriyên hesin an pilastîk e.

Tirimbêla wî bi xwe tune bila be tiştek nabe. Panoyên reklamê, tabelayên kurdî. Yek ji wan torên ragihandinê yê din. Otoban, şahrê. Hem bibe karmendê dewletê hem jî sînema çêke. Ma pêkan e? Pirsek dramatîk. Em dikarin bi fikirîna Kafka bêhna xwe teng bikin.

Di şahrê (otobanê) de sînema, mîhrîcan, pere, memûrtî her tişt dikare biherike. Cîwarên herî bişixul û tora wizeyê. Cîwarê hundir herî zêde di sînemaya Ali Kemal Çınar de tê hemberê me. Sînemaya kurdî de hewcedariya lêkolîna herî girîng kêmasiya cîwarê hundir e. Divê li vir em bala xwe bidin cudatiya navbera gund û bajêr. Divê kesên ji gund hatine bajêr guherîna sosyolojîk baş bişopînin. Şaneşîn di fîlmê de carek tenê tê dîtin. Em hebûna şaneşînê jî ji nêzikbûna dengê wesaît û çivîkan, ji dîwarê derveyê malê fêm dikin. Lê ew jî weku parçeyek ji hundir be tê tomarkirin. Es (navber) tune cîwarê hundir, derûnî, wey bavoo te em weremî kir!

Ali Kemal Çınar wek cîwar şên dike Diyarbekirê an go Diyarbakirê, heta Amedê jî. (Sihetxweş tu can î Şivan Perwer). Gava tê gotin Dostoyevskî avakirina Petersbûrgê, gava bêjî İlhan Berk herwekî avakirina Perayê pêk tîne bo Diyarbekirê. Gelo Diyarbekir hilweşe em ê karibin ji fîlmên Ali Kemal Çınar ji nû ve avabikin? Înşallah!

Deriyê vekirî, Ali Kemal di navbirê de diçe û tê. Ji bo Ali Kemal xanî girtîgeh e –gelo tenê ji bo wî? Halê bi şewq û tevgera bajêr di kadrajê de dibe zemîn. Siya Ali Kemal ji avahiya beton di paceya pilastîk de diherike nav bajêr. Siyek wek kesekî xeyalet diçe û tê. Judith Herman jî dikeve nav xênî. Çavkaniya êş û ramanan de Herman diçe û tê. Me jî dibe tîne. Ax Montaigne; kûçik bi bez xwe xelas bike! Azad be bi zincîrê stûyê xwe de! Bajar û rêder ma pêkan e? Dibe ku bi çêkirina sînemayê pêkan be. Belkî.

Bi gelemperî girtiyên polîtîk tên zanîn, a rast êsîrtiya jin û zarokan ê nav xanî pirî caran ji çavan dûr e. Keleha mêr mala wî ye; lêbelê heman mal nadir tên zanîn ku ji bo jin û zarokan wek girtîgehê ye. Ji bo firarkirinê di malan de astengiyên fizîkî pir kêm in. Piraniya xaniyan de, di yên herî zordar de jî, derabeyên pacê tunene, têlên bi strî tune ne… Bi giştî jin û zarok nehatine zincîrkirin; lebelê her tim êsîr in. (Hermann 2014: 97)

Demek dirêj e kurd vî welatî ji xwe re wek girtîgeh dibînin -Yılmaz Güney di fîlmên xwe yê Duvar Yol de vê analojiyê bi kar tîne. Hê tu tişt neguheriye. Belam Ali Kemal Çınar vê mijarê tenê bi nêrînek Marksîst nanirxîne. Li gor Yılmaz Güney û mûadilê wî piraniya pirsgirêkan wê bi demokrasî an bi sosyalîzmê were çareserkirin. Yanê hêvî di însên de ye. (Umut!)

Edî em gihîştin dawî. Hemî xanî, hemî derî. Bavê wî bi Ali Kemalê 13 salî yê nûkamil re diaxife. Ali Kemal êdî nûkamil e? Kamilbûn herwekî tê wateya pejirandina gotina civak û dewletê? Bavê wî gotinên xwe ku ji serê fîlmê heya dawiyê ji kurê xwe re bi tundî gotiye, carek din jî ji wêneyê xortaniya kurê xwe yê mezin re dubare dike. Çavên Ali Kemal tijî dibin an tûj dibin. Em, dîwar, derî û Ali Kemal şahidê nemezinbûnê û lêgerîna azadiyê dibin. Ger ku ruhekî xênî/malê hebe, dema di tarîtiyê de tevahiya deriyan rûyê xwe li ser cîwara hevpar digrin, dertê holê.

 

ÇAVKANÎ

Kurtefilm (2013), https://www.youtube.com/watch?v=XhXm6ictlbw

Bachelard, Gaston (1996), Mekânın Poetikası, İstanbul: Kesit Yayıncılık, çev. Aykut Derman.

Foucault, Michel (1994), Kelimeler ve Şeyler, Ankara: İmge Yayınları, çev. Mehmet Ali Kılıçbay.

Barthes, Roland (1998), Çağdaş Söylenler, İstanbul: Metis Yayınları, çev. Tahsin Yücel.

Demir, Erol (2002), “Kamusal Mekân ve İmge: Gençlik Parkının Değişen Anlamı,” Toplum ve Bilim, Güz, sayı: 94, s. 109-142.

Breton, David (2015) Acının Arkeolojisi, İstanbul: Sel Yayıncılık, çev. İsmail Yerguz.

Lefebvre, Henri (2014), MekânınÜretimi, İstanbul: Sel Yayıncılık, çev. Işıl Ergüden.

Hermann, Judith (2015), Travma ve İyileşme, İstanbul: Literatür Yayınları, çev. Tamer Tosun.

Uygur, Nermi (1996), Güneşle, İstanbul: YKY.

Berger, John (2016), Görme Biçimleri, İstanbul: Metis Yayınları, çev. Yurdanur Salman.

Certeau, Michael (2002), Gündelik Hayatın Keşfi, Ankara: Dost Yayınevi, çev. Çağrı Eroğlu, Erkan Ataçay.

Share.

Leave A Reply