“Rîsk tunebe huner jî wê tunebe” – Hevpeyvîn Ligel Derhêner Ali Kemal Çınar

MEMÊ MALA HINE-KEMAL YILDIZHAN

Ali Kemal Çınar yek ji sînemagerên kurd e ku kariyera wan a sînemayê li Amedê dest pê kiriye û didome. Çınar ku di sala 1976an de li Amedê ji dayik bûye û li Zanîngeha Dîcleyê beşa mamostetiya bedenparêziyê xilas kiriye, li Amedê sînema nas kiriye û ji destpêkê ve di nav xebatên çêkirina sînemayê de cî girtiye. Yek ji damezrînerên Klûba Sînemayê ye ku ji aliyê komek sînemahezan ve sala di 2003yan de hatibû damezrandin. Heta niha du fîlmên metradirêj Kurtefilm (2013) û Veşartî (2016) çêkiriye; niha li ser fîlma sêyem Gênco dixebite. Serpêhatiya Ali Kemal Çınar nîşanî me dide êdî ew derfet hene ku ji Amedê derhênerên kurd derkevin, fîlmên kurdî çêbikin û belkî Amed bibe yek ji navendên sînemaya kurdî di pêşerojê de.

Keko tu bi xêr hatî.

Nav xêrê de bin.

Em wisa dest pê bikin: Fikra çêkirina sînemayê çawa bi te re çêbû? Çi kir ku tu dest bi vî karî bikî?

Belkî her gav tê gotin, yanê dema hunermend hevpeyvînekê dide, tiştekî wisa her kes bi kar tîne. Ê min hinek biçûktiyê dest pê kir. Miraqa min hebû li ser sînemayê.

Min li gor xwe dişopand fîlm an sînema. Ev çawa çêdibû, mesela li ser kovaran min wêneyek didît an li ser wan nivîsek derdiket, min bi baldarî mêze dikir, yanê ji her kesî cuda min mêze dikir. Piştî wê di lîseyê de çend hevalên min hebûn li ser sînemayê miraqa wan hebûn, fîlm temaşe dikirin. Hinekî bi wan re ev miraq zêde bû. Piştî wê di zanîngehê de min got divê ez li vî karî cidî bifikirim, ez dikarim çêbikim an nikarim çêbikim. Sala 2000î de di zanîngehê de li Amedê festîvalekê dest pê kir. Di vê festivalê de kargehek hebû li ser kurtefîlman. Min got vê biceribînim; ewqas miraqa min heye, ka bê çiqas miraqa min heye. Ez ketim vê kargehê; heta wê demê xwendina min jî hebû li ser sînemayê û li ser wêjeyê jî. Min ewçax dît ku kêmasiyên min çi ne û ne çi ne. Piştî wê min got ez dewam bikim. Ji min re pir dijwar hat ewçax ji ber ku beşdarên kargehê gelek tijî bûn, xurt bûn. Lê min xwe dît û got divê ez vî karî li vir nehêlim û xwe bi pêş bixim, bidomînim vî karî. Ji bo min belkî tiştekî fermî bo destpêkê ew kargeh bû û min biryara xwe da heta dawî bidomînim. Piştî wê DSM (Diyarbakır Sanat Merkezi/Navenda Hunerê ya Amedê) vebû. Wê demê zanîngeh qediyabû, di nav DSMê de klûbek sînemayê jî dest pê kiribû; ez beşdarî wê derê bûm. Li wê klubê kargehek li ser dîmenê, li ser senaryoyê, li ser beşên din ên sînemayê vebûn, yanê gav bi gav hinekî din bi pêş ket. Jixwe kurtefîlma min a yekem jî li DSMê min dest pê kiribû. Piştî wê heya ez ji wir derketim an heya fîlma metrajdirêj 10 kurtefîlm min kişandin. Di wê navberê de ez çûm Cegerxwînê jî; li wê derê jî min hinekî li ser kurdî xwe bi pêş xist, bêtir ser sînemayê bû, ser kurdî jî bû. Ji ber ku armancek min din jî tiştekî wisa bû, ez bikaribim sînemaya kurdî an fîlmên kurdî çêbikim, wê jî ji min re deriyê dinyayek din vekir. Îjar heya îro jî mêze dikim wa dibe sê fîlmên min. Heta niha min panzdeh sal qedandiye yanê.

Çîroka sînemageriya te ji panzdeh salan zêdetir e, ne wisa?

Erê tiştekî wisa bûye, ger ez ji wê kargehê bigrim heta îro ….

Ango bi awayekî pratîk ji wê kargehê dest pê dike.

Ez dikarim bêjim bi wê kargehê ez ketim nav vî karî.

Di salên notî de zarokatiya te û ciwaniya te li Amedê derbas bûye, di salên notî de li Amedê sînema hebûn û fîlmên sînemayê dihatin vir û tu diçûyê. Ew heza sînemayê gelo di wê demê de çêbû?

Li Amedê helbet sînema hebû, şansek me wisa hebû. Mesela fîlma xwe ya yekem difikirim, xalê min ez biribûm sînemayê. Wê demê gelek qelebalix bû, her kes diçû sînemayê.

Kîjan sal bû?

Sal nayê bîra min lê fîlm tê bîra min, King Kong bû. Belkî ez deh yanzdeh salî bûm. Wê demê Dîlan hebû, Emek hebû. Em diçûn wan, yanê miraqa min hebû û car bi car xalê min jî bavê min jî ez dibirim sînemayê. Piştî wê di lîseyê de ez bixwe an bi çend hevalên xwe re diçûm sînemayê. Ew jî pir kêm dihat ya fîlmên li ser hunerê an fîlmên ku me li ser vîzyonê didît gelek kêm dihatin. Navberê de carna, ez zarok bûm hinek jî ergen bûn, wê demê tam jî li gor me bûn, xwîna me dikeliya aliyê sînemayê de aliyê fîlm de, aliyê reva ji mektebê de… em ji mektebê direviyan diçûn sînemayê. Dîlan hebû, Emek hebû û Sîte hebû. Sîte fîlmên porno nîşan dida, em gelek car jî diçûn wê derê. Ew jî ji bo min tecrubeyek gelek xweş bû, wa em kom dibûn sê çar kes diçûn wan fîlman. Ji aliyekî de miraqek din jî dest pê kiribû. Me lîstikvan dişopandin, tu dizanî wê demê lîstikvan li ber çavan bû; ew navdar bûn, mesela me digot fîlmên Silver Stalone, me digot em herin fîlmên wî an fîlmên Van Damme gerek em herin fîlmên wî. Ya jî wê demê tê bîra min Sharon Stone gelek navdar bû, em diçûn fîlmên wê jî. Di destpêkê de me navên populer dişopandin, her kesî çawa dişopand me jî wisa dişopandin. Piştî wê demeke din nêrînên min derbasî ser derhêner bû. Me nivîs didîtin, wan qala lîstikvan dikirin û qala derhêner jî dikirin. Min digot demek kî derhêner tiştekî din e, an derhêner e mesele. Êdî min bala xwe da navê derhêneran, ev derhêner kî ye, em fîlma wî temaşe bikin. Di zanîngehê de ev hinekî din jî vebû. Piştî wê ji xwe ew kargeh dest pê kir û DSM hat bêtir kûr kir ev tişt.

Ji bo ku ji Diyarbekirê derhênerek derkeve, bawer im kêm zêde derfet çêbûne. Ger tu bajarên din, wek mînak Bursa, Edene belkî deverên din jî ku ji vir gelek mezintir in binêrî, bawer nakim ewqas derfetên hînbûn û çêkirina fîlman li wan deran hebe.

Ez çawa bêjim, dema ez di lîseyê de bûm tiştekî wisa tunebû, belkî hebû jî me nizanîbû. Dema zanîngehê de min dît hin kes li ser sînemayê mijûl dibin, ji aliyê xwendin û pratîkê de tiştekî wisa tunebû. Lê niha bi rihetî dikarim bêjim kî dixwaze li vî bajarî sînema an fîlm çêbike, derfet heye. Nikarim bêjim em ne bêderfet in. Gelek tişt guherîn, wisa dibînim.

Niha dema em li sînemaya kurdî dinêrin derhênerên xwedî zimanekî dîtbarî gelek kêm in. Wexta tu li Behmen Qubadî binêrî, dema ku Qubadî fîlmekî çêbike, kêm zêde em dizanin ka ew ê çawa çêbike. Lewre zimanekî wî yê dîtbarî heye, ji wî zimanî pê ve tiştekî din bi kar nayne. Û her wisa Hiner Selîm… Ew, deh fîlmên din jî çêbike, kem zêde em dizanin ka wê fîlmên çawa bikşîne. Lê dema em li bakurê Kurdistanê dinêrin tiştekî wisa, nizanim, min zêde nedîtiye. Derhênerên vî alî yek an du fîlmên metrajdirêj çêkirine an jî sê çar kurtefîlm… Te heta niha sê fîlmên metrajdirêj çêkirine. Bi dîtina te niha tu bûyî xwedî zimanekî dîtbarî? Yanê piştî ev her sê fîlman kêm zêde em dikarin bêjin “Eger Ali Kemal fîlmekî çêbike wê wisa çêbike.”

Yaw wele armanca min tiştekî wisa ye. Yanê her sê fîlm bên temaşekirin, ez dikarim bi rihetî bêjim temaşevan dikare bêje tiliya Ali Kemal di vî fîlmî de heye. Lê wek te got derhenêre din de ez jî van Kurtefilm (2013) tiştan rexne dikim car bi car. Wisa ye, hûn deh kes di odeyekê de bin lê tu binêre her kes wek hev in. Tu nikarî bêje ev a vî kesî ye ev a wî kesî ye, gelek nêzikî hev in ji aliyê dîtbarî de an ji aliyê zimên de. Dema min fîlm qedand, kîjan be ferq nake, çar pênc belkî deh fîlm be, car bi car ceribandin çêdibe lê ez dikarim bêjim ev fîlma min e, ê min tiştekî wisa heye, dikarim bi rihetî bêjim temaşevan dikare bêje fîlmên min alî ziman de nêzikî hev in, bi hev re girêdayî ne.

Baş e, tu yê fîlmên xwe çawa pênase bikî? Bi rastî ger tu ji min bipirsî ez dikarim kêm zêde pênase bikim, ne wisa kekê Ali Kemal? Lê dixwazim ji te bipirsim tu dikarî bi sê çar taybetmendiyan fîlmên xwe pênase bikî?

Wele carna mirov xwe ji derve baş nabîne. Em her tim ji derve li xwe baş mêze nake lê ez li çend tiştan baldar im. Bi zanistî van tiştan dikim, aliyê çîrokê de, aliyê çîrokbêjiyê de ya jî ji aliyê rêzimanê fîlm de. Mesela ji çîrokên takekesî hez dikim, karakter kî be divê taybetiyek wî hebe, ev ji bo min girîng e û di çîrokê de hinekî ji pêkenokê hez dikim, hinek absurdîzm. Dixwazim ev di fîlmên min de hebin. Nêrînên her kesî cuda ye, dikare tiştên cuda bêjin lê ê min ev in.

Belkî em dikarin vê jî lê zêde bikin. Bi qasî ku em dibînin tu derfetên anatomiya laş bi awayekî cihê bi kar tînî.

Rast e, piştî Kurtefilm Veşartî şûn de ev tişt gelek car hatin gotin. Bi ser de miraqa min jî heye, mirov tak e û di nav laşê xwe de ye, ev wek dinya jî dibe wek mal an malbat jî dibe, wekî ode jî dibe, hîç ferq nake. Her tişt di nav wî tiştî de diherike, ji bo min jî balkêş e laş û têkiliya mirov têkiliya civakê û laş û sîstemê jî belkî. Yanê tişt her tişt ser vî amûrê tê bikaranîn, sîstem jî ser vê xwe ava dike malbat jî û hevalên din jî an civak jî. Ez jî dixwazim ser vî laşî çawa çîrokekê derxim, çawa dikarim çîrokê bigihêjim derekê. Ji bo min ev balkêş e, hez dikim ser laşê hin tiştan bêjim. Belkî her fîlm ne wisa be lê heta ji destê min tê ez viya wek tema bi kar tînim.

Nêzikbûna dîn jî heye, dîn laş biçûk dibîne. Çima? Ji ber ku yê tiştên xirab bike wê li ser laş bike, aqil nîn e mesela. Heman demê felsefe jî wisa dibêje. Felsefe û dîn ji mêj ve ye, gelek caran hebûna laş qebûl jî nakin. Lewre laş wekî kana xirabiyê dibînin. Tu di fîlmên xwe de laş çawa bi kar tînî? Gelo tu dixwazî em bi laşê xwe re li hev werin? Em bê laş nîn in, belkî em dikarin bi laşê xwe re lihevhatinek an jî aştiyekê çêbikin. Nêzikbûna te çawa ye?

Wekî te jî got, di civakê de li ser laş wekî qedexekirinekê heye, di ser vê mijarê de jî. Yanê em mêze dikin, dema ez biçûk bûm her gav li ber neynikê bûm. Dema ergen jî bûm min her gav li neynikê mêze dikir. Derdora min, diya min bavê min jî her gav dixeyidîn. Belkî tê bîra we jî, digotin pir neynikê mêze nekin tu yê dîn bibî. Yanê tiştekî pir muhîm bû ji bo wan, mêze dikim ji bo wan meseleyek taybet e, li ser vî tiştî disekinin û wek tiştekî xeter û çewt dibînin, mixabin. Îjar dema tu li hebûna xwe mêze dikî, laşê te ji bo te pir girîng e, dema tu dikevî sêzdeh çardeh salî tu mêze dikî rûyê te de pizik derdikevin an porê te diweşe, tu porê xwe çêdikî, yanê her tim têkiliya te bi laş re heye. Mirov jin be mêr be, eger bedew be pir kêfa wan ji wan re tê lê dema ne bedew be, ev ji bo wan dibe pirsgirêkek mezin. Tu dinêrî civak û sîstem jî li ser vî tiştî disekine, wek te got li olê mêze dikî, ew jî ser vî tiştî disekine. Mesela jin be divê xwe bide girtin, ber civakê ber bavê xwe birê xwe belkî. Îjar divê em vî laşê xwe berê nas bikin, em kî ne, porê me di çiqas demê de dirêj dibe, riya me çiqas demê de dirêj dibe. Ev ji bo tak jî girîng in. Ev tişt pir biçûk xuya bikin jî bo min pir mezin in. Em dikarin di ser vî laşî re civakê jî derxînin ortê, sîstemê jî malbatê jî derxînin ortê an çandê jî derxînin ortê. Yanê her gav, kengî tu mêze bikî, ferq nake felsefe an îdeolojiya wê, her kes li ser vî tiştî teqez sînorê wî heye, ji aliyê zayendî jî wisa ye. Dema em dinêrin, yek heteroseksuel be sînorê me cuda ye, hişk e, yekî hevzayend bê cem me em cî de disekinin, xwe dixin şiklekî dinê, ya em heyr dimînin ya em dibêjin “yaw ev çi dibêje!” yanê di dilê me de tiştek diherike. Em ne di vê fikrê de bin jî, di nav me de tiştek diqewime. Meseleyeke tevlihev e jî, divê bala her kesî bikeve ser vî tiştî.

Dema ku em li derhênerên her çar parçeyên sînemayê dinêrin, pirsgirêka kurdî wek vegotineke serdest, di nav fîlman de dibînin. Mesela mêrikek dema ku kurdî axiviye lêdan xwariye yan jî ji ber ku kurd e tiştek hatiye serî wî. Lê dema em li fîlmên te dinêrin, belê civak civakeke kurdî ye lê em rastî vegotineke wiha nayên. Tu bi taybetî bixwe wisa dikî an jî dixwazî nîşan bidî ku awayekî din ê jiyanê heye li van deran, li Kurdistanê? Yanê derveyî zimanekî polîtîk, zimanekî din jî heye?

Ya ev bixwe armancek e, ez dixwazim bêjim li Kurdistanê mirovên wisa jî hene, jiyanek wisa jî heye. Armanca min yekem ev e. Tu bêjî ez nêzik im an ne nêzikî vê sînemayê me, jixwe ez nêzikî vê sînemayê me. Ez ne nêzik bûma min ê bi zorê çêbikira. A din, fîlmên kurdan de her tim siyaset heye, belê, heman tişt e, pirsgirêka kurdan e. Bi rastî, ez vê biçûk nabînim, tu carî ez biçûk nabînim, dive ev tişt bê gotin. Ger mijarek kurd hebe di vê jiyanê de, divê ev jî bê gotin. Di vir de pirsgirêk tuneye, teqez tuneye bo min lê bêje em di odeyekê de deh kes bin û her kes heman tiştî bifikire, ev pirsgirêk e, ji bo min ev pirsgirêk bû. Li sînemaya kurdî dinerim ji bo her kesî ev wisa ye lê kesî cesaret nekir rîskê bide ber çavê xwe. Ez di nav sînemageran de me, em hemû hev nas dikin ji bo her kesî pirsgirêkek wisa heye, dixwaze derveyî vê mijarê tiştan bibêje an bikşîne lê kesek wê cesaretê nade ber xwe û tiştekî din bike. Ê min cudatiyek wisa bû, min her tişt da ber çavê xwe, gerek ez çawa difikirim çawa hîs dikim li ser vê jiyanê, li ser sînemayê, divê van fîlman çêbikim. Cudatiya min ev bû, ev hişmendî bê qebûlkirin belkî derhênerên din tiştên wisa çêbikin. Dibêjim ev pêvajoyek e, dema ev hişmendî rûne, dibêjim belkî derhêner û cureyên nû derkeve û em bidewlemendî sînameya kurdî bişopînin an binirxînin. Xizaniyek wisa heye mixabin. Em nikarin bêjin pir dewlemend e fîlmên kurdî an sînemaya kurdan dewlemend e. Armancek min wisa heye ku heta ji destê min bê dewlemend bikim ji aliyê mijarê û zimanê kurdî de jî çunkî ez li vê baldar im, dema mêze dikî bikaranîna kurdî jî bi xizanî ye, wa kûrahiya wî li gorî min tuneye. Wêjeya kurdî gelek xurt e lê em vê di fîlman de nabînin, tenê em rasteqîniyên jiyanê, civakê dibînin. Ev, di wir de ziman jî mixabin pir dewlemend nîne.

Ji bo kûrkirina zimên tu çi dikî?

Demekê me pir li sînemaya bêdialog temaşe dikir, hez dikir. Gelek derhêner hebûn, Bresson, Tarkovskî… me li dîmenan temaşe dikir. Heta ji destê wan dihat diyalog kêm bûn, bi dîmenê çîroka xwe digotin. Me ji vê hez dikir, mesela di kurtefîlma min de diyalog tu dikarî bêjî tuneye çunkî miraqa me pir hebû bo vê sînemayê. Tabî meriv diguhere, wek min got ev panzdeh sal di nav sînemayê de me, deh heb kurtefîlm min kişand, belkî tiştên baş jî derketin holê. Piştî wan min metrajdirêja yekem Kurtefilm kişand. Wê demê tu xwe dinirxînî jî, dibejî te çi fîlm çêkirine, kîjan mijar te gotine; îjar tu xwe rexne dikî, ji derve li xwe mêze dikî û tu dibêjî hewcedariya sînemaya te çi ye? Tu bixwazî bibe wek xwe an bibe wek yekî din? Temam em her gav derhêneran dişopînin, te li kîjan derhenerî temaşe kiriye, bandor li te kiriye, ew di fîlma te de xuya dike, ev ne pirsgirêk e lê divê zimanekî te bixwe jî hebe. Lewma min ev bi temamî guhert, min xwest fîlma min ji aliyê çîrok û mijarê ve xurt be, heta ji min tê ez dîmenê li paş dihêlim, diyalog û çîrok didim pêş, ev bo min gelekî muhîm bû çunkî ziman jî derket holê, îjar li ser vî zimanî aliyê wêjeyî jî derket holê. Di Veşartî de, we temaşe nekiriye, di wir de diyalogên wêjeyî an felsefîk gelek hene.

Merhaleyên çêkirina fîlmên te çawa ne?

Hinekî hevpar e, jixwe di vî karî de hevparî heye. Di destpêkê de fikir derdikeve holê, belkî çîrokek biçûk e, dû re ez vê çîrokê hinekî vedikim, bûyeran dixim navê, karakter derdikeve. Hêdî hêdî çîrok diçe, heya dawî jî naçe. Ez berê tretmanekê dinivîsim, di Veşartî de jî wisa bû, niha di Gênco de jî wisa ye, Kurtefilm de tiştekî wisa tunebû jî, ne sînopsîs hebû ne tiştekî dinê. Ji tretmanê şûn de ez dikşînim, di montajê de dinerim çi gerek e çi ne gerek e, wê demê ez dîsa dikşînim heya çîrok digihêje encamekê.

Tu story board xêz nakî, ne wisa?

Na, tenê tretman. Di destê min de tiştekî wisa tenê heye….

Bawer im tu montajê jî bixwe dikî.

Belê.

Ez dikarim bêjim senaryoyan jî tu dinivîsînî, cast jî tu çêdikî. Ji bilî derhêneriyê tu merhaleyên din ên çêkirina fîlman jî çêdikî. Tu naxwazî bi kesên din re bixebitî?

Tiştekî wisa heye, di Kurtefilm de tenê ez bûm, ji xêndî lîstikvanan li pişt kamerayê tenê ez hebûm.

Lîstikvan jî tu bûyî.

Belê lîstikvan jî ez bûm (dikene), çunkî ez nabêjim ji aliyê derfetan, li gor min şêweya çêkirina te çiqas cuda be fîlm jî ewqas cuda dibe. Min got ka ez wisa dest pê bikim, çi derket holê ez bibînim, çend tişt derketin, piştî wê çîrokê jî xwe diyar kir. Belkî ser nivîsê min tiştekî baş dernexista holê. Dema kişandinê de ez bêtir afirîner dibim. Mesela du dîmen bên cem hev, dibêjim divê dîmena sêyem tiştekî din be, di nivîsê de belkî du dîmen rêz bibe, a sêyem di cî de nebînim, lê di kişandinê de ez dibînim. Ji ber vê min got madem ez li ser dîmenê rihetir çêdikim, li ser dîmenê bişopînim vê çîrokê. Bi serê xwe min dikşand Kurtefilm xeynî lîstikvanan, di Veşartî de hinekî din qelebalix bû, asîstanê dîmenê jî hebû, dîsa li pişt û pêş kamerayê bûm, wê demê tretman jî di destê min de hebû. Min hinek karê xwe sivik kir di Veşartî de. Min got hinekî wa plansaziyek di destê min de hebe, bila ez zêde nekevim nav tevliheviyê, dem zêde nebe, zû biqedînim, bila pir neajo fîlm. Çunkî Kurtefilm salek û nîv ajotibû kişandina wî, di fîlma sêyem de min hinekî din zêde kir nivîs, di Veşartî de panzdeh rûpel bû, di vî de bû sî rûpel, Min got bila karê min siviktir bibe, çunkî demek şûn de meriv aciz dibe, mesela du meh ajot kişandina wê, ger du meh sê meh biajo, pirsgirêkê wê jî zêde dibin. Îjar hinek bi ceribandin derket holê, dema kurtefîlman de min wa sînopsîs filan dinivîsandin, ya jixwe çîrok bixwe sê rûpel e, kurteçîroka wê tunebe jî dibe, sînopsîs an tretman nebe jî dibe, hemû sê çar rûpel in kurtefîlm. Me giş dinivîsand, ya jî di kurtefîlma yekem de, mamoste Kemal jî dizane, min storyboard çêkiribû, bifikire! Çunkî tu nizanî ya, tu dibêjî di fermiyetê de çawa beşên vî tiştî hene, tu dixwazî gişan bişopînî, tu yekê derbas bikî nabe, tretman heye di destê min de dibêjin ka sînopsîsa wî, ya, em bixwe çêdikin, em naçin ber çêkerekî, çêker dixwazin kurteçîrok an sînopsîsa wî. Welhasil piştî ve tecrubeyê, min got yaw hewce nake, jixwe di serê me de tiştek heye, te nenivîsî jî kamera heye, kamera pênûsa me ye, em dikarin wê demê çêbikin. Welhasil, di Kurtefilmê de wisa bû, me encam jî dît, baş bû, ha min mêze kir ev li gor me ye.

Em vegerin ser mijareke din. Tu kîjan derhêneran ji xwe re wek pêşeng dibînî? Kîjan ekolê nêzikî xwe dibînî?

Di nav ekolan de ez xwe nêzikî sînemaya Pela Nû ya Frensî dibînim. Ew li gorî min xurt e, nêzik jî dibînim bo xwe. Aliyê derhêneran ve, ên kevn tu mêze bikî Carl Dreyer kêfa min jê re tê û dîsa Jean Vigo an Godard an Agnes Vardavan mirovên ji bo min li ciyekî xurt rûdinin. Li Tirkiyeyê Yılmaz Güney e dîsa, ên dawiyê, belkî her kes hemfikir e, Nuri Bilge Ceylan e. Lê gelek kes hene, mirov dikare zêde bike, ên ku li ciyekî rûdinin ev in.

Baş e, ji parçeyên din ên Kurdistanê tu kîjan derhêneran ji xwe re nêzik dibînî?

Wele, bi rastî ez nêzik nabînim çunkî ez xwe di sînemaya rasteqîn de nabînim. Li sînemaya dinyayê mêze dikim, ên îtalyan an sînemaya sêyem heye dîsa, ez xwe nêzikî wan jî nabînim. Fîlmên ku jê hez dikim hene lê nikarim bêjim wan nêzikî xwe dibînim, ên bêtir li ser mirovan disekinin hez dikim. Sînema ji bo min tiştekî wisa ye, ne ku neserkeftî ne, gelekî jî serkeftî ne, lê dîsa jî nêzikî xwe nabînim.

Ji bo em nêrîna te ya estetîk baştir fam bikin, li ba te têkiliya form û naverokê çawa ye? Tu kîjanê derdixînî pêş? An tu ahengekê di navbera wan de çêdikî?

Wele, heta ji destê min tê dixwazim çîrok xurt be di fîlma min de çunkî şêwe jî li ser çîrokê tê çêkirin, dema çîrokêk min çêbû ez li şêweyê difikirîm, yanê ji bo şêweyê min çîrok nenivîsand. Çîroka min hebû, min digot bi kîjan şiklî ez çîrokê bibêjim, min dît ewçax derket holê. Ji bo min her du jî pir girîng e lê di nav wan de heta ji destê min tê têkilî hebe, gelek baş e, ger nebe jî ez dixwazim çîrokê derxim pêş, çunkî dîmen demekê şûn de ji bo temaşevan xwe baş, rehet hîs bike tê çêkirin. Bê wate, tenê ‘xweşikiya’ dîmenan tê mêzekirin. Ez ji vê hez nakim, ev dişibe muzîkê, tu fîlmê his nakî, lê bi saya muzîkê re hîs dikî. Dîmen jî ji bo min hinekî tiştekî wisa bû di van salên dawiyê de. Heta salên dawî de fikreke min wisa tunebû, min jî ji dîmenan pir hez dikir. Dema qala sînemayê tê kirin, dibêjin, divê tu dîmenê derxînî pêş, ez dixwazim hinekî li hemberî vî tiştî jî bisekinim. Dîmen, di vê demê de lê mêze dikî gelek deforme bûye, çîrok îjar pir qels bûye, kes qala çîrokekê nake her kes qala xweşikiya dîmene dike. Ev xelet e. Ez dixwazim hinekî dîmenê li paş bihêlim. Ji aliyê teknîkê ve qels jî be, xirab jî bisekine ne mesele ye, bila çîrok xurt be, jixwe dîmen jî xweş tê. Dîmen tiştekî xweşiyê ye, her kes dikeve bandora dîmenê. Dema fîlmek derdikeve dibêjin ya dîmenên wî pir xweş bû, bi ya min ev ji bo fîlmekî qelsî ye, neyênî ye. Eger dîmen bê wate be, qelsî ye. Belkî her kes dikare dîmenê bikşîne lê çîrokên xweş, çîrokên xurt an kûr hindik in jixwe di sînemaya me de heye. Ji aliyê din em bi çîrokan mezin bûne, di çanda me de çîrokbêjî heye, gotin heye. Yanê dema kêfa me ji derhênerekî re hat, me hîç li xwe mêze nekir û bûn derhênerê dîmenê… tiştekî wisa çêbû, bingehek me wisa tuneye, jixwe dema tu li sînemaya dinyayê mêze dikî çi dîmenan bi kar tînin, tu matmayî dimînî. Li Holywoodê mêze dikî çi dîmenan bi kar tînin, dawiya dîmenê tuneye… Li gor min em di çi de xurt in? em di çîrokê de xurt in, em di mijaran de xurt in, dîmen bixwe amûr e, ji bo min dîmen amûra vegotina çîrokê ye di sînemayê de. Tu çi dibêjî? Gotina te çi ye? Ev bo min girîngtir e, ez dixwazim çi dibêjim ew derkeve pêş, bila temaşevan bêje “yaw ev dîmen in te kişandine!?” bila bêjin, qet xem nîne.

Bi rastî, min fîlma te ya dawî nedîtiye, di fîlmên din de min dîtiye ku tu kamerayê sabit bi kar tînî. Ev jî rê dide ku temaşevan wek şahidekî sêyem ji dûr ve li bûyeran binêre. Gelo tu yê di fîlmên xwe yên din de kameraya bitevger bi kar bînî?

Di pêşerojê de wê çawa be nizanim lê niha ji bo min dîmen an kamera bitevger be, ev ne hunereke mezin e bi rastî. Wek min got, ez naxwazim temaşevan têxim nav dîmenê, bila bi dîmenê mijûl nebe, bila çîrokê bişopîne, di çîrokê de çi tê gotin bila li ser wê bifikire. Lê ez dîqat dikim dema planan dikşînim, dirêj dikşînim. Girte (plan) yên direj hez dikim ku temaşevan wê hîs bike, çunkî dema tu qut dikî, temaşevan ji wê dîmenê jî qut dibe, ji wê sehneyê jî qut dibe, ji wî fîlmî qut dibe; qutkirin bila hindik be. Dixwazim temaşevan têkeve nav çîrokê, wê çîrokê bifikire, ez çi dibêjim bila wê bişopîne, bila di hundirê xwe de binirxîne. Ji bo wê sabit kamera û girteyên direj ji bo min di sînemayê de gelek girîng e, ger li ser dîmenê tu qala şêweyekê bikî, ez bi kameraya sabitkirî dixwazim tiştekî bêjim.

Di sînemaya Îranê de jî em dibînin kamera bi awayekî sabit tê bikaranîn û plan jî pir dirêj dibin. Bi vî şiklî taybetî jî di destpêkê de, bawer im derhêner dixwazin temaşevan bifikirin ka çi diqewime, leheng çi dike, çi difikire. Nizanim belkî ez şaş bim, nêzikatiya te û ya sînemaya Îranê dişibin hevdu?

Erê dişibin, çawa dişibe, belê ew jî sabit bi kar tînin kamerayê.Ev dikare bo me jî model be, hûn dizanin li Îranê jî di aliyê siyasetê de gelek tişt diqewimin lê wan fîlmên siyasî an polîtîk çênekirin. Wan li ser sînemayê fîlm çêkirin, tu mêze dikî, fîlmên wan li ser sînemayê ne. Îjar li me mêze dikî, li ser sînemayê fîlm tuneye, nikarim bijmêrim. Ji bo me jî ev mînakek xurt e. Divê em jê sûd werbigirin. Di vir de em teoriya sînemayê jî dibinin, li ser sînemayê çi difikirin, li ser jiyanê çi difikirin em dibînin. Gelek jî kûr in gelekî li ser teoriyê jî difikirin. Ez xwe nêzik dibînim, ew jî wek sînemaya frensî, mesela Traffau an Godard mêze dikî, ew jî her gav li ser sînemayê fikirîne.

Di dîroka sînemayê de hinan gotiye ku “dîmen xurt e, deng xirab e, heta pêwîstî bi deng nîne”, heta hin kesan jî digel ku derfeta deng çêbûye, deng bi kar neaniye. Niha jî li Rojhilata Ewropayê hin derhêner hene, dibêjin “Em muzîkê bi kar naynin. Dîmenên xweş nîşan nadin. Hema rasterast derfetên çav çawa be, divê kamera jî wisa be.” Mesela, zûm nakin, ji ber ku di çav de şiyana zûmkirinê tune ye. Gelo tu jî wek wan difikirî an tu her derfetê ji bo kûrbûna wateyê bi kar tînî?

Ez dixwazim vê bêjim, ez mêze dikim, erê di fîlma min de muzîk tuneye lê di nav fîlm de muzîk heye, ez ji vê hez dikim. Ger muzîk wê hestê xurt bike, kûr bike texsîr nakim bila muzîk hebe, tiştên min teqez tunene, dibe ku di Gênco de ez muzîkê bi kar bînim, hîç ne pirsgirêk e, tenê armanca min bila neguhere an nakokî li ser vê şêweyê dernekeve, yanê tenê bo vê baldar im. Di vî tiştî de min fam kir, divê tiştên teqez neyên gotin. Dem dem derhêner tên cem hev û manîfestoyekê diweşînin, piştî wê tu dinêrî derveyî an hemberî vê manîfestoyê jî tiştan çêdikin. Di hunerê de ez teqeziyê qebûl nakim. Min deh kurtefîlm çêkirin, lê belkî niha ez li hemberî wan kurtefîlman fîlmên metrajdirêj çêdikim. Belkî yê çarem tiştekî din be. Dibêjim mirov hinekî exlaqê bişopîne, exlaqa sînemayê gerek hebe, ez bala xwe didim vê. Bila ev xira nebe, deforme nebe, xeynî wê tu muzîk jî bi kar bînî, tu girteyê biçûk jî xurt jî an dirêj jî bi kar bînî, hîç ne pirsgirêk e. Tu di sînemayê de exlaqê bişopînî heta dawiyê, ew ji bo min girîngtir e. Ev çi ye? Meseleyek te heye, tu meseleya xwe bi samimiyet dibêjî nabêjî ew e a muhîm bo min.

Yanê sînema bo te bêtir ragihandina peyamê ye, ne wisa?

Wek dîdaktîk nebe an wek sînemaya rasteqîn nebe, wa veşartî be peyama min, erê ji bo min ev e sînema.

Em vegerin mijareke din. Di destpêka salên nodî de li bakurê Kurdistanê fîlmên derbarê Mem û Zîn û Siyabend û Xecê hatin çêkirin. Bêtir lîstikvanên tirk tê de cih girtin. Paşê di salên nodî de kurdan bi xwe dest bi vî karî kir. Em berhemek li ser folklora kurdan nabînin. Kêm fîlm hene ku sûd ji folklora kurdî girtine. Derhênerên me yên nû li bakurê Kurdistanê sûd ji folklora kurdî nagrin. Gelo daxwazeke te ya wisa ji bo pêşerojê heye?

Tabî te li Veşartî temaşe nekiriye loma tu wer dibêjî.

Mixabin min temaşe nekiriye.

Di Veşartî de Mem û Zîn heye. Du çîrok hene di wir de, yek çîroka karakterê sereke Ali Kemal e, a din jî hevalek (destgirtî) wî heye, ew jî şanoger e, di lîstika Mem û Zînê de dilîze. Ev herdu çîrok bi hev re dimeşin heta dawiyê. Ez vî tiştî muhîm dibînim, wek te got, derhêner divê sûdê ji folklora kurdî jî bistîne û ji wêjeya kurdî jî bistîne, di çanda wî de çi hebe.

Bi dîtina te problemên sînemaya kurdî çi ne?

Ez ê dûbare bikim, pirsa yekem de jî hebû tiştekî wisa, fîlmen kurdî hinekî wek hev in mixabin. Mesela, çend heb derhêner hene nizanim lê tu fîlman gişî rêz dikî, dibêjî qey ji destê yek derhênerî derketine. Tiştekî wisa heye, belkî ev pêvajoyek e, meriv nizane belkî pêşerojê de tiştekî nû derkeve lê niha rewşa wê baş nabînim.

Ev bûye handîkapek.

Handîkapek mezin e, çunkî çawa ye tu dizanî, demekê festîvalan van tiştan dixwestin, bila pirsgirêkên kurdan bê gotin, ew jî van nîşan bidin. Belkî di destpêkê de samimiyet hebû, çend fîlm bi samimiyet hatin çêkirin, me dişopand, kêfa me jî jê re dihatin. Piştî wê mesele hinekî bû ev: festîval tiştekî çawa dixwazin em wisa çêbikin. Hinekî bû karê projeyan, projexwestin û projedayîn. Ji wir şûn de her kesî bi tembelî heman tişt gotin, heman tişt çêkirin di destpêkê de çi hebû hîç neguherî wekî hev dewam kir. Niha her kes ji ve hayedar e, xetimiye û kes nikare jê derkeve. Ev pirsgirêkek gelek mezin e, ez vê dibînim.

Wexta ku me li Stenbolê fîlm nîşan didan, tu jî carekê bûyî mêvanê me. Te gotibû ku hin derhêner hene tenê ji bo festîvalan fîlman çêdikin. Kodên festîvalan hene û derhêner ji bo ku di wan festîvalan de xelatê bistînin bi wan kodan fîlman çêdikin. Heta em dibînin fîlmên kurdî yên ku di festîvalên navdar ên Tirkiyê de xelat girtine, ne ji bo kurdan, heta ne ji bo hemû temaşevanên tirk jî, bi taybetî ji bo pisporên wan festîvalan hatine çêkirin. Bi çavên tirkan li meseleyê dinêrin kêm zêde. Tiştekî wisa derket û bawer im ev hîn jî didome. Tu çi dibêjî?

Yaw tu dizanî tiştê xirab çi ye? Kurtefîlmên nû tên çêkirin jî dişopînim, wisa ne. Ma kurtefîlm çi ye? Ew tiştekî ceribandinê ye jî. Yanê hewce nake tu jî têkevî wê rêzê, tu dikarî li ser kurtefîlmeke deh panzdeh deqeyî de dikarî her şêweyê bi kar bînî. Tu dinerî kurtefîlm jî wek fîlmên metrajdirêj hatiye çêkirin, çunkî festîval wî tiştî dixwazin ji wan. Ew jî xwe naxin rîskê an naxwazin îhtimala li derveyî festîvalan bimînin, bifikirin. Nabêje ez dixwazim vî fîlmî çêbikim, bila festîval qebûl neke jî. Ez hunermend im, divê tu wisa bifikirî, ez hunermend bim gerek ez vê berhemê derxim holê kî çawa difikire bila bifikire, bila festival negrin yanê vî fîlmî. Kes naxwaze vê rîskê bide ber çavên xwe mixabin. Heta niha bi awayekî klasîk çi hatiye gotin, wê dubare dikin, ji ber ku rîsk tuneye di vir de. Rîsk tunebe huner jî ew ê tunebe.

Zehmetiyên ku derdikevin pêş sînemagerên kurd, çi ne?

Wele çawa bêjim, min gunehê her kesî daye ser milê xwe. Ez dikarim vê bi rihetî bêjim, çawa dibêjim, dema min Kurtefilm kişand û derket festîvalê her kesî çêrî min kir. Min ev dît, ji aliyê tirkan jî ji aliyê kurdan jî hatin ev çêr. Çima min fîlmekî wisa çêkiriye. Min bi vê dizanîbû, min gotibû ez vî fîlmî çêbikim, wê çêrî min bikin. Wek min got, divê hin kes derkevin rîskê bigrin. Tiştekî wisa nîşan bide ku ên din jî bêje “erê yaw bi rastî mesele ev bû, gerek em fîlmên wisa çêbikin” bêguman, bêfedî, kî çawa qebûl dike an nake, kî çi dibêje çi nabêje, çi difikire hîç ferq nake, di dilê min de çi derbas dibe, gerek ez wî fîlmî çêbikim. Min xwest ez vê nîşan bidim. Wek min got, min gunehê ker kesî xist ser milê xwe.

Dema tu li festîvalan mêze dikî, festîvalên tirkan an ên derve jî, ew her gav tê gotin, ew dixwazin kurdên xwe çêbikin, mesela ew dixwazim kurdan çawa bibînin, ji derveyî vê naxwazin kurd hebin. Ji aliyekî ve em jî piştgirî didin vî fikrî, jixwe fikrên wan ew in, divê tu wek wî tevbigerî, derveyî wî tevnegerî. Min ev acizî gelek dît, di festîvalan de jî min dît, piştî festîvalan jî dît, dema li ser fîlm hat gotin an nivîsîn, min bixwe ev tişt dîtin. Divê em biryara xwe bidin ya divê em bibin xwe an jî em ê li gor wan tevbigerin.

Di navbera yekemîn fîlma te ya metrajdirêj Kurtefilm û Yılmaz Güney de bawer dikim peywendiyeke îronîk heye.

Di Kurtefilm de mijarê tu jî dizanî hinekî têkiliya bi bav re ye jî, ji aliyê karakterê sereke ve. Îjar Yılmaz Güney jî ji bo me mirovekî mezin e di nav sînemaya kurdî de an di sînemaya vê erdnîgariyê de, her kes wî wek bav dibîne. Dema min Kurtefilm çêkir, ew mijar jî derket. Karakter bi bavê xwe re pirsgirêkên wî hene, bav jî kurê xwe naecibîne, dibêje “tu çima wek Yılmaz Güney tevnagere, Yılmaz Güney tiştekî wisa bû, ew Güney jixwe dihesibîne. Di tekiliya bav û kur de, pevçûnên Ali Kemal bi bavê wî re hebû. Min xwest sînemaya kurdî jî hinekî bi Yılmaz Güney re pev biçîne çunkî meriv heya bavê xwe înkar neke an bavê xwe nekuje, mere nabe xwe. Rûmeta Yılmaz Güney tiştekî din e, mezinatiya wî tiştekî din e lêbelê em tu carî nebin wekî Yılmaz Güney jî divê em vî hesabî bi bavê xwe re yanê bi Yılmaz Güney re bibînin. Divê tiştekî wisa derkeve holê. Ciyê wî cuda ye, lê divê tu jî bibêjî ez jî dikarim bi serê xwe tiştekî bikim, hesabê min tiştekî wisa bû. Wek sînemagerekî kurd ez têkevim nav vî şerî. Ew fîlma yekem a dirêj bû, min got di fîlma yekem de bila ez vî hesabî jî bibînim.

Yanê te xwendineke freudyen kiriye û di destpêkê de riya xwe destnîşan kiriye û cihêtiya xwe di fîlma xwe ya yekem de nîşanî temaşevanan kiriye.

Belê hesabekî min î wisa hebû.

Di fîlmên te de di navbera bixwebûn û di dilqê xwe de lîstinê de peywendiyeke çawa heye?

Meseleya Veşartî Gênco fantastîk in her du jî lê dîsa rasteqîniya min e. Tu kîjan fîlmî çêbikî jî, tu fîlma tirsê jî çêbikî an xeyala zanistî (bilimkurgu) jî çêbikî, ferq nake, tu yê dîsa jî qala xwe bikî. Ez dixwazim her gav kîjan fîlm be, di nava jiyanê de tiştên biçûk an tiştên mezin jî dibe bila têkeve nav fîlm, bila jiyana min a rasteqîn jî derkeve holê. Kurtefilm pir nêzikî jiyana min bû lê yên din hinekî dûr bû lê dîsa jî min xwest ji jiyana min tişt hebin tê de, wek biyografî difikirim, ez jiyana xwe jî di fîlman de bibînim. Armanceke min wisa heye di fîlman de. Dîsa jî ez bixwe dilîzim lê dixwazim wê cudatiyê veqetînim, nêrînên xwe na wek parçeyek jiyana xwe tê de bim. Temam belkî nêrînên derhêner dikeve fîlm lê dixwazim parçeyek be jiyana min.

Di felsefeya hunerê de du qutb hene, yek dibêje “huner ji bo gel e”, ya din jî dibêje “na huner ji bo hunerê ye”. Wexta ez li fîlmên te dinêrim, dibêjim ku Ali Kemal Çınar ne ji bo hunerê ne jî ji bo gel hunerê diafirîne. Ez dibêjim qey Ali Kemal ji bo xwe fîlman çêdike.

Wele rast e (dikene). Ez ji bo xwe çêdikim, nikarim derewan bikim. Çunkî min fîlm çênekirina, min ê çi bikira, nizanim. Belkî ez bibûma mamoste, belkî tiştekî dinê. Îjar jiyan tenê bi vî şiklî nadome, çawa bêjim, naxwazim tiştekî wa qlîşe jî bêjim, divê mere întixar jî bike ger van tiştan çêneke. Mesela ez fîlm çênekim, berhem dernexim holê, ez ê çi bikim di vê jiyanê de. Ev ji bo min pirseke mezin e, nikarim bersiva vî tiştî bidim belkî loma fîlm dikşînim, ger min bersiv bidaya belkî min ê fîlm çênekira.

Tu dibêjî huner ji bo hunermendan e?

Ji bo vî tiştî nefikirim fîlman çêdikim.

Ger em bêjin, Ali Kemal karakterên wisa çêdike ku ew karakter ji jiyaneke kevneşopî, qalibên civaka berê û cimaetê veqetiyane û êdî bûne ferd, lê belê bi vî şiklî jî dema ku ji cimaetê qetiyane, bûne ferd vegeriyane nava laşê xwe, wê rast be?

Te baş zelal kir ev fikir. Gelek xweş e jî lê dîsa di vir de jî qebûlkirin tuneye. Mesela tu vedigerî nav laşê xwe, ew jî ji bo min pirsgirêk e. Di vir de teqezî tuneye, têr nake ev jî. Erê tu vedigerî nav laşê xwe, lê bi vê naqede. Pirsên di serê me de hene, ew çareser nabin. Îjar mesele tev dibe ew, erê divê tu berê wê meseleyê çareser bikî, piştî wê derkevî nav civakê. Ji ber vê teqeziya vê tuneye, an pirsgirêk ji vir dest pê dike.

Digel ku tu fîlmên xwe li Amedê dikşînî, tu mekanên dewlemend an jî taybetiyên ditbarî yên bajêr zêde bi kar naynî û dernaxî pêş. Em di fîlmên te de nava Sûrê, ciyên dîrokî yên mîna Pira Dehderî nabînin. Tu wan dernaxî pêş. Gelo ev tercîhek e an hema wisa li hev hat?

Na, çinku mesela min mirov e, ez qala mirov dikim, li derdora wî çi heye, wê nîşan didim. Dibe ku mal be, dibe ku kafe be. Ger çû Sûre, li wir tiştek derbas bibe ez e nîşan bidim. Bi zanebûn bi kar tînim. Mesela bi çîrokê re ne girêdayî be, ez ê çima Pira Dehderî nîşan bidim, çima Sûrê nîşan bidim, gerek bi meseleyê girêdayî be, ji xeynî wê dibe tiştekî oryantalîst, Ez vê qebûl nakim di fîlmên xwe de. Çîroka min çi ye ez li gor wê diçim, dîmen jî girêdayî çîrokê ne.

Bila ev jî bibe pirsa dawîn. Di demeke nêz de çi proje heye li ber destê te? Ji bo pêşerojê çi difikirî?

Wele, min fîlma sêyem qedand, kişandina wî qediya niha montaja wî dikim, ew jî heya sê çar mehan bi şûn de biqede. Li pêşiya min tenê ev heye, Gênco heye, ez Gênco biqedînim, wê çawa bidome riya wî çawa vebe nizanim. Pêşerojê de çi derkeve nizanim.

Spas ji bo vê hevpeyvîna jidil û dirêj.

Spasxweş.

Share.

Leave A Reply