Derhênerekî Serbixwe di Sînemaya Kurd de Ali Kemal Çınar

NAZÎF ÇOŞKUN

Puxte: Ji ber ku kurdên li Tirkiyeyê ne xwediye tu dewlet û otonomiye ne sînemayek kurd a serbixwe tuneye. Sînemagerên kurd bi her awayî giredayî sektora sînemaya Tirkiyeyê ne. Ali Kemal Çınar sînemagerekî xeynî vê sektore ye. Ew fîlman xwe bi malbat û hevalên xwe vê çê dike û rastiya xwe û malbat û hevalen xwe bi fîlman tîne zimên. Ji ber vê yekê awayekî Brechtyenî fîlmên wî heye. Ne tenê ji aliyê sektorê lê aliyê wî yê çêker, kişandin, mijar û estetîkê jî li sînemagerên kurd ên din cuda ye. Çınar fîlmên bi mijarên rojane, kesane û bajarî bi şewazek mînîmalîst çêdike.

Peyvên sereke: fîlm, sînema, mijar, estetîk, kurd, sînemaya kurd, Tirkiye, Ali Kemal Çınar, veşartî

Fîlmên Ali Kemal Çınar ji aliyê çeker, kişan, mijar û estetîkê nav fîlmên Kurdî da cuda ne. Ji ber ku Çınar fîlme xwe di nav sektora sînemaya Tirkiyeyê de çênake. Ew bi serê xwe fîlman çêdike. Ew asta fîlmçêkirinê (prodîksiyon) û asta pişt-çêkirinê (post prodîksiyon) bi piranî bi serê xwe ye. Bes aliyê hin mijarên teknîkî hinek hewceyî bi sektorê heye. Ji ber ku ew fîlmên xwe bi ruhekî hewesdar û bi pereyekî kêm çêdike, ew serbixwe ye. Ew tarz karê Çınar hêsantir dike û aliyê fîlmçekirine ve wî azad dike. Bi wî awayî dikare li gor dile xwe her fîlmî çêbike. Ew ne girêdayî tu kesî ye. Çınar di nivîsandina senaryo û kişanê de jî tam azad e. Ji bo lîstikvan, amurên (alav) teknîkî û tiştên din jî bi malbat û hevalên xwe re dixebite. Mijarên fîlmên wî jî ji fîlmên kurdî yên din cudatir in. Sînemagerên kurd piranî li ser pirsgirêka kurd fîlman çêdikin. Lê belê Çınar li ser mijarên rojane, kesane û bajarî fîlman çêdîke. Fîlmên wî zedetir ferdî ne. Fîlmên wî alî estetîkê jî cuda ne. Sînemagerên kurd piranî di nav Rêbaza/ Kevneşopa Sînemaya Tirkiyê ya Nû da fîlman çêdikin. Lê belê Çınar derveyî vê rêbazê fîlman çêdeke. Ew sînemayek mînîmal û mînor çêdike. Ew ne li bin bandora sînemaya Tirkiyeyê ye. Ew zedetir fîlmên navneteweyî ji xwe re mînak dibîne. Derhênerên wek Carl Theoder Dreyer, Tsai Ming-Liang, Edward Yang û Jim Jarmush ji xwe re mînak dibîne. Di fîlmên wî de ew bi xwe, malbata wî û hevalên wî bi rasteqîniya xwe cih digrin. Fîlmên wî li ser pirsgirêkên kesane û rasteqînî ne. Ji ber vê yeke awayekî fîlmên wî Brechtyenî jî heye. Ango dema çêkirana fîlm bi xwe dibe mijara fîlm. Tekiliya pevxistine (fiction) û rasteqînê tevlihev dibe. Ew taybetmendî Ali Kemal dixe nav Rêbaza /Kevneşopa sînemaya ewropayê ya serbixwe.

Sînemaya kurd li Tirkiyeyê û rewşa Ali Kemal Çınar

Kurdên li Tirkiyeyê ne xwediye dewletêki an jî xweseriyêkê ne. Ew bandor bi her awayî li ser jiyana wan bandorê dike û li hunera wan jî bandor dike. Ev bandor li ser sînemaya kurdan jî heye û ji sînemagerên kurd rê gelek pirsgirêkan derdixîne. Sînemagerên kurd nikarin fîlme xwe bi awayekî azad çêbikin. Kurd bi piranî li Tirkiye, Irak, Îran, Sûriye dijîn û aliyê siyasî, civakî û çandî bin bandora van dewletan de ne. Sînemagerên kurd ji bi vî awayî fîlmên xwe çêdikin. Sînemagerên kurd ku li Tirkiye dijîn di nava pergala sînemaya Tirkiye de ne û bin bandora vê pergale fîlman çêdikin. Yılmaz Güney kurd e û derhênerekî mezin e. Ew jî di bin vê bandorê de bu. Güney di nav pergala sînemaya Tirkiyeyê de dest bisînemayê dike û di nav vê pergalê de fêrî sînemayê dibe û dîsa di nav vê de fîlmên xwe çêdike. Ew derbarê erdnîgariya kurdan jî fîlman çêdike. Lêbele wan fîlman bi zimanê tirkî çêdike. Ewqas ku di fîlma bi navê Sürü (Kerî) de dengbêjek strana xwe ne bi kurdî lê bi tirkî distrê. Kurd li Tirkiye bi avakirina NÇMê ve fîlmên xwe bi kurdî çê dikin. Di nav vê saziye de cara yekemîn fîlmekî kurdî çêdikin. Ev fîlm bi navê Ax (1999, Kazım Öz) e. Ew fîlmekî kurt e û ji bo ku fîlmên kurd peşarojê çêbikin mînakek e. Aliyê mijar û estetîkê bandor li fîlmên kurdan din jî dike. Piştî vî fîlmî kurd gelek fîlmên fîkşin, belgefîlm û anîmasyon çêdikin. Ew fîlm kurt, nacîn an jî direj in. Ew fîlm bi pîranî di nav pergala sînemaya Tirkiye de tên çêkirin û dîsa di nav mîhrîcanên Tirkiyeyê de tên nîşandan. Sînemagerên kurd bi her awayî bi pergala sînemaya Tirkiye vê girêdayî ne. Ew girêdan bi asta yekem de dest pê dike û heta asta dawiyê didome.

Ali Kemal Çınar di vê pevoje de ji sînemagerên Kurd cudatir e. Ew bi pergala Tirkiye ve ne girêdayî ye. Çınar bi aliyê çêker, kişan, mijar û estetîkê ve ji sînemagerên kurd cudatir e. Lê aliyê nîşandana fîlme xwe hewceyî mîhrîcanên Tirkiyeyê ye. Ger pêşeroje li bajarên kurd de hejmara mîhrîcanan zede bibe û ew mîhrîcan bipergal bên çekirin, ew pirsgirêk jî tê çareserkirin. Ger Çınar derfetê nîşandana navneteweyî bibîne jî, ev çareser dibe. Dema ev nîvis dihat nivîsandin fîlma wî Veşartî di Mîhrîcana World Cinema Amsterdamê beşa pêşbaziye de derfeta nîşandanê wergirt.

Çınar sala 2004an de dest bisînemayê kir û heya niha 9 kurtefîlm, belgefîlmek û 2 heb jî fîlmên dirêj çêkir: Ew ne kujarek e (2009), Mal (2005), Dolab (2006), Kuştin (2008), Dawî (2008), Safî Bun (2009), Şev (2009), Wenda (2010), Bajar (2010), Kurtefilm (2013), Veşartî (2015). Çınar bi belgefîlma xwe yî Bajar hat naskirin. Ew belgefîlm aliyê estetîk û mijarê ji belgefîlmên kurdan ên din cudatir bû. Ji ber vê yeke wî bal kişand. Bi fîlma xwe ya direj Kurtefilm (2013) bêtir hat naskirin. Ev fîlm sala 2013an de di Mîhrîcana Antalya Porteqala Zêrîn de di pêşbaziye de hat nîşandan û bi awayekî şaşwazî hat temaşekirin. Derbarê vî fîlmî de gelek bertekên neyînî hat dayîn. Lê Çınar bi vî fîlmî ji bo sînemaya kurd zimanek nû û alî çekirina fîlman jî pergalek nû nîşan da. Çınar nîşan da ku bi bê pere jî fîlm tên kişandin. Fîlm derbarê jiyana Ali Kemal bi xwe ye. Ango derbarê kurte sînemagerêkî li Amedê dijî ye. Fîlm bi kurdî ye. Lê ne wek fîlmên kurdî yên din ku tenê di derbarê pirsgirêka kurd e. Ew li ser mijara bedenê ye. Ew ji bo sînemaya kurd mijarek gelek nû bû û herkes ji ber vê yekê şaş bû. Ji fîlm zêde hez nekirin. Lê belê Çınar ji bo sînemaya kurd aliyê estetîk û aliyê mijarê rêyek nû nîşand a. Kurtefilm, riya Veşartî (2015) vedike. Dema Veşartî di Mîhrîcana !f Serbixwe de 2 xelatên girîng stand Çınar bala herkesî kişand. Di vê nivîse de zedetir fîlma Veşartî tê nîqaşirin.

Veşartî

Ali Kemal Çınar piştî Kurtefilm (2013) fîlma xwe ya dirêj a bi navê Veşartî (2016) derdikeve pêşberî me. Fîlm di Mîhrîcana !fê de di beşa pêşbaziyê de cih girt û Xelata Keşfê a Sereke û Xelata Siyadê wergirt. Çınar bi her awayî li ser şopa fîlmên xwe yên berê dimeşe. Di warê çêkirin, kêşan, mijar û estetîkê de heman riyê dişopîne. Dixwaze ku fîlmeke bi budçeya kêm çêbike. Bi dûrketina sektora sînemayê ya Tirkiyeyê ve fîlma xwe bi ruhekî azad pêk bîne. Wek mijar jî guhertina zayendê dibijêre. Vê jî bi şêwaza xwe ya îronîk pêk tîne. Girteyên sabît bi kar tîne. Lê di vê bikaranîne de ceribandinekê dike. Vegotina xwe ya mînîmalîst didomîne. Çîrok ne li ser bûyeran lê zêdetirîn li ser diyalogan diherike. Wek lîstikvanê sereke jî ew bi xwe dilîze. Lê belê vê carê ne wek Ali Kemalê kurtefîlmçêker yê di Kurtefilm de bû. Îcar ew Ali Kemalê beqal e. Lîstikvanên din jî dê û bavê xwe û hevalên xwe ne. Cih mala xwe û derdora wê ye.

Mijar û zimanê vegotina Veşartî jî gelekî balkêş e. Herçend mijar guhertina zayendê be jî di fîlm de çîrokên dîtir jî hene. Çîrokên dîtir bi awayekî serkeftî bi mijara sereke ve tê girêdan. Ali Kemalê ku vê carê wek beqalekî derdikeve pêşberî me jiyaneke asayî dijî. Di demeke kurt de ew ê Berfîna ku pê re tu car şa nebûye re bizewice. Ew 5 sal in bi hev re ne. Lê ji ber metirsiya keçîniyê bi hev re şa nebûne. Lê vê meselê ji xwe re nakin derd. Ji ber ku di demek kurt de ew ê bizewicin. Berfîn keça dê û bavê xwedî kevneşop e her wîha ew lîstikvaneke şanoyê ye. Di wan deman de ew prowayên lîstika Mem û Zînê bi rêve dibe. Rojekê jineke ciwan a biyan tê dikana Ali Kemal û jê re dibêje ku bavê wî yê ku wî qet nedît miriye. Her wiha jê re dibêje ku ‘Tu yê di 30 saliya xwe de bibî jin.’ Jinik ji Ali Kemal re dibêje ku ‘Ez dikarim di vê rêwitiyê de ji te re bibim alîkar.’ Û dû re jê re dibêje ‘Bavê te jî heman çarenûsê jiyabû. Ji ber vê yekê ew terka te û diya te kiribû.” Ji vê kêliyê şûn de herka jiyana Ali Kemal tê guhertin. Ali Kemal şaş dimîne û nikare rewşê qebûl bike. Ew bi van gotinan bawer nake. Lê vê çendê bi evîndara xwe û hevalên xwe re par ve dike. Hevalê wî Baran kesekî xwedî feraset e û rewşê gelekî baş têdigihêje. Ali Kemal hewl dide ku ji rewşê fêm bike lê nikare ji heq derkeve. Serdanên jina biyanî her diçe zêde dibe. Ali Kemal û Berfîn hedî hedî rewşê qebul dikin. Ewqas ku Berfîn jî guhertina zayendê qebûl dike. Wê herdu jî zayendên xwe biguherînin û di zayendên xwe yên nû de ew ê dîsa bi hev re bin. Lê astengek derdikeve pêş wan. Berfîn 25 salî ye û divê 5 salan li bende be. Ji ber ku tenê Ali Kemal dikare zayenda xwe biguherîne herdu jî berî ku ev guhertin çêbibe wan dil heye ku bi hev re şa bibin û ligel tirsa keçîniyê bi hev re şa dibin. Di dawiya fîlm de guhertina zayendê çênabe lê fikir û ramanên Ali Kemal, Berfîn û hevalên wan tên guhertin. Ligel ku fîlm mijara laş û zayendê tîne zimên ew vê yeke ne bi kevneşopa sînemaya ‘queer’ê lê bi şêwaza vegotina çîrokî û fantastik çêdike. Ev yek jî dibe taybetmendiyek sedema balkêşî û temaşekirinek rehetî.

Zimanê vegotina fîlmî gelekî nûger e. Vegotin ji girteyên sabit û hêsan pêk tên. Çınar di aliyê girteyê de jî ceribandinekê çêdike. Di tevahiya fîlm de ji kesên diaxivin zêdetir kesên guhdar dikin xuya dibin. Ji ber vê yeke temaşevan jî wek karakterên guhdar dikin cih digirin û ew jî guhdar dikin. Ev jî ji bo armanca pêzanînên me yên di warê zayendan de şaş in û divê ew werin xerakirin û em biguherin tê bikaranîn. Fîlm ji me re dibêje ku : “Her xwedî kîrekî ne mêr e û her xwedî quzekî jî ne jin e..” Fîlm gazî temaşevanan dike û dibêje hemû pêzanînen xwe yên jiberkirî xera bikin. Dengê screen off (dengê ku çavkaniya wî li derveyî kadrajê ye) li ser karakterên ku guhdar dikin tê bicihkirin. Ji ber vê yekê kesê(a) guhdar dibe çavkanî. Deng wek ku ji wan der tên dixuye. Em dikarin van dengan wek dengên hundirîn yên van kesan bibînin. Ji ber ku di tevahiya fîlm de em zêdetir Ali Kemal dibînin û em dikarin bifikirin ku ew deng dengên hundirê Ali Kemal e. Yên diaxivin ji bo Ali Kemal dibe neynikek. Çi ne ew deng û ew gotin? Mirov tê guhertin, zayend ne bi şiklî ye lê ew bi ruhî, hestiyar û ramanî ye. Ji bo temaşevanan pirsên ku wan sor dike tên pirsîn. Zayend çi ye? Jin çi ye, mêr çi ye, tu kî yî û çi kes î? Nemaze peyvên Salih ê ku berê de zayenda xwe guhertiye ne bi tenê rûyê Ali Kemal lê wek şîmaqekê li rûyê temaşevanan dikeve. Jixwe di tevahiya fîlm de temaşevan tê xistin şuna Ali Kemalê ku bi vê meseleyê re rû bi rû bûye. Temaşevanê ku bi wî re dibe wekhev hemû gengeşe û pevçûnên wî jî wek wî dijî. Hemû erkên zayendî ku mirov di bîra xwe de pêk aniye xera dibin. Bikaranîna deng bi vî şêwazî sînorên çarçoveyê dişkê û cihekî dekadraj (derveyî kadrajê) pêşkêş dike. Em dikarin bêjin ku derbaskirina sînorên girteyan tê wateya derbaskirina sînorên mîrovan ên laşî jî. Girteyên ku bi dengê screen offê hatine parçekirin û kesên di girteyan de dixuyin wek ku fikren xwe yên ji civakê hildane parçe dike. Di tevahiya fîlm de em Ali Kemal zêde dibînin ji ber vê jî yên parçe dibin Ali Kemal û sînorên wî ne. Kesayeta mirov gava yê dîtir dibîne çêdibe. Ali Kemal jî gava yê(a) din dibine hay ji xwe dibe û dibîne ku ew kesayetiya xwe ya ku heta wê demê pêk aniye hemû jiberkirinên civakê ye. Ji ber wê pêşî şaş dimîne, paşê li dijî wê disekine û li ber radibe. Lê di dawiyê de hêdî hêdî fêm dike û diguhere.

Bi nêrîna felsefe û civaknasiyê

Fîlm li Amedê derbas dibe. Amed ji bo tevgera kurd bajarekî girîng e û roj bi roj dibe metropolek. Li Amedê him jiyanek kevneşopî him jî jiyanek modern û sekuler heye. Çınar di ser jiyana dê û bavê Berfînê re kevneşopiye nîşan dide û li ser jiyana Berfîn, Ali Kemal û hevalên wan jî jiyana modern û laîk nîşan dide. Di navbera Berfîn û malbata wê de pevçûna kevneşopî û sekulerîzmê heye. Çınar vê pevçûne bi şanogeriya Berfînê û pirsgirêka keçinî nîşan dide. Çınar vê rewşê ji bo peresendîna çîroka fîlm bi kar tîne. Hemû dîmenên ku tê de dê û bav xuya dibin, ew televîzyonê temaşe dikin. Ew bi piranî bernameyên li ser jiyana kevneparêzî û îslamî temaşe dikin. Di hin dîmenan de jî dengê Recep Tayyip Erdoğan tê bihîstin û di wan dîmenan de ew derbarê jin û jiyanê de nêrînên xwe yen kevneparêzî dibeje.

Berfîn jî vê deme li ser çîroka Mem û Zînê dixebite û dixwaze ku vê çîroka li ser dikê wek lîstikek şano nîşan bide. Çınar vê rewşê ji bo fîlm wek zemînek civakî bi kar tîne. Nêrîna ne gihîştina jin û mêre ji bo fîlm dibe kûrahî. Wek di çîroka Mem û Zînê de ber Ali Kemal û Berfîne de ji asteng hene û ew ji wan astengan xwe derbas dikin. Di çîroka Mem û Zîne de ew ji bo ku hev du bibînin cilên xwe diguherînin û bi vî awayî derveyî kevneşopa civakî tevdigerin. Ali Kemal û Berfîn ji çîrokê ji xwe re wek mînakek dibinin û ew jî kevneşopiyê derbas dikin.

Charles Baudelaire helbestvanê modernîzmê ye û derbare jiyana modern dinivîsîne. Baudelaire dibeje ku jiyan tê guhertin û erkên zayendan jî tên guhertin. Di bajarên modern de êdî erkên zayendên kevneşopî tunene. Erkên jin û mêran ne wek bere ne. Jin dikarin her karê mêran jî bikin û mêr jî dikarin karên jinan bikin. Baudelaire mizgîna zayendek nû dide. Ew zayenda bi tevliheviya her du zayendan derdikeve holê û zayendek pirreh e. Ji wî zayendê nû bi peyva “lezbiyen” nav dike. Baudelaire peyva lezbiyenê ne bi wataya îro ku tê bikaranîn bi kar tîne. Ji bo wateyek nû bi kar tîne. Ew destnîşankirin ji bo wê demê pir nû bû. Lê deriyê gelek nîqaşan vekir û ji bo fêmkirina jiyana modernîst gelek bû alîkar. Piştre erkên zayendan gelek tên guhertin. Jacques Lacan jî vê mijare de bi awayekî din difikire. Ew li mijarê di nav nîqaşa civakî û ferdî de difikire. Lacan dibeje ku mirov bi xwezaya xwe ne agahdar e û tu agahiyek ferdî tune ye. Mirov her tiştî bi destê civakê hîn dibe. Mirov di nava xwezaya xwe de ne xwediye tu tiştî ye. Zayend, nasname, nijad, ol, ziman û bîrdoz civakî ne û ne ferdî ne. Ji ber vê yeke tiştekî ferdî tune ye. Her tişt civakî ye. Lacan vê nêrînê hîn kûr dike û dibêje kesayetî tune ye. Judith Butler dibeje ku zayend performatîf e û tê hînkirin. Nasnameyên zayendî tên hînkirin. Ango jin “jintî”yê hîn dibe; mêr jî “mêranî”ye hîn dibe. Mêraniya desthilatdar him jinan re him jî mêran re erkên zayendî disepîne. Him mêr him jî jin hemû di jiyana xwe de pêwîst e li gor wan erkên zayendî bijîn. Ev nasname wek “norm û normal” tên qebûlkirin û reftarên xeynî wan jî wek “anormal û zehar” tên dîtin. Ji ber vê yeke divê mêr di hemû jiyana xwe de li gor ew erkên mêraniyê hereket bike. Raewyn William Connell vê rewşê bi têgeha xwe “Mêraniya Desthilatdar” bi nav dike. Serpil Sancar vê mêraniye bi têgeha “mêraniya negengaz” bi nav dike. Gere mêr wê erka mêraniyê pêk bîne. Jin jî divê ew erkên jintiye dayîkbûn, hevserbûn, xwişk) pêk bîne. Ruh wek girtîgehekê di nav bedenê û sînorên erkên zayendî de hatiye girtin. Çınar bi fîlma xwe vê nîşanî me dide ku zayend tiştekî performatîf e û divê mirov li gor sînorên wan erkan bijî. Vê rewşê rexne dike û nîşan dide ku dibeje ku ew tê guhertin. Her wiha dibêje mirov dikare ew erkên zayendî terk bike. Çınar nîşan dide ku di nava civakek kevneşopî de mêr jî dikare were guhertin.

Di fîlm de çîrokek biçûk jî heye. Ew jî çîroka Berfînê ye. Pirsgirêka keçiniya wê jî di nav heman pêvajoyê de tê çareserkirin. Berfîn dibîne ku ew tiştekî pêşdarazî ye û bi baweriya xwe ji evîna xwe vê wê pirsgirêkê çareser dike. Berfîn li dijî kevneşopa dê û bavê xwe derdikeve û ew erkên jinîtiyê red dike. Ev jî tê wê wateyê ku jinek dikare li hemberî kevneşopiya civakê bisekine. Her wiha televîzyon wek paşxaneyek karîger tê bikaranîn. Kesên ku di fîlm de televîzyonê temaşe dikin dê û bavê Berfînê ne. Tiştên derbarê jinan de hatine gotin her wekî gotinên Erdoğan û gotinên di bernameyên populer de tên gotin wê nîşan dide ku fîlm di rewşeke çawa de hatiye kişandin. Li hemberî vê rewşa popular Berfîn û Ali Kemal tên guhertin. Çınar ji me re nîşan dide ku retorîka jiyanê û medyaya populer çawa ji hevdu cuda ne. Ji ber vê yekê gava Erdoğan strana xwe distirê em jî dikarin ji dûrî wî strana xwe bistirên.

  

ÇAVKANÎ

Bordwell, David. Thompson, K. Thompson (2012). Film Sanatı. Deki Yayınları. İstanbul Parkan, Mutlu. (2015). Brecht Estetiği ve Sinema. Yazılama Yayınevi. İstanbul

Ünal, Yörükhan. (2015). Dram Sanatı ve Sinema. Hayalperest Yayınevi. İstanbul http://www.kameraarkasi.org/yonetmenler/alikemalcinar.html http://www.otekisinema.com/ali-kemal-cinar/

http://www.tersninja.com/akc/

Lacan, Jacques. (2014). Psikanalizin Dört Temel Kavramı. Metis Yayıncılık. İstanbul

Artun, Ali. (2014). Baudelaire’de Sanatın Özerkleşmesi ve Modernizm. Charles Baudelaire Modern Hayatın Ressamı. İletişim Yayınları. İstanbul

Butler, Judith. (2008). Cinsiyet Belası: Feminizm ve Kimliğin Altüst Edilmesi. Metis Yayınları. İstanbul

Connell, Robert William. (1998). Toplumsal Cinsiyet ve İktidar. Ayrıntı Yayınevi Sancar, Serpil. (2013). Erkeklik: İmkânsız İktidar. Metis Yayınclık. İstanbul.

Share.

Leave A Reply