Nivîs Difire Gotin Dimîne: Sirte Legel Ba Dengê Bavê Min

MEMÊ MALA HINE

Puxte: Di destpêka vê nivîsê de behsa pêkhatina sînemaya neteweyî tê kirin. Sînemaya Kurdî ji ber ku di wê sedsalê de pêk nehatiye, Kurdistan welatekî parçekirî û dagirkirî ye, kurd li gelek welatên cihê belav bûne, ji hin taybetmendiyên sînemaya neteweyî dûr mane. Di vê nivîsê de behsa wan taybetmendiyan tê kirin û li xalên hevpar ên sînemaya Kurdî tên vekolandin. Mijara fîlmên Kurdî yek ji xalên sereke yên hevpar ên sînemaya Kurdî ne û mijara berhemên sînemaya kurdî dişibin hev. Ji ber vê jî du fîlmên derhênerên parçeyên cihê yên Kurdistanê ango fîlma Sirte Legel Ba ya Şehram Elîdî û fîlma Dengê Bavê Min a Orhan Eskikoy û Zeynel Doğan ji hêla mijarê ve tên hevrûkirin.

Peyvên sereke: sînema, sînemaya kurdî, nivîs, deng, peyv.

Di sedsala borî de li welatên pêşketî sînemayê karî wekî huner di nav girseyan de bi cih bibe û derfetên xwe yên hunerî nîşan bide. Di wê sedsalê de sînema him di qada neteweyî de him jî di qada navneteweyî de bû hunereke sereke. Li welatên pêşketî di destpêka nîveka pêşîn de sînemayê, ewil xwe wekî hunereke neteweyî bi rêk xist. Hin ji wan sînemayên neteweyî karî xwe bigihînin temaşevanên welatên din û bi vî awayî bûn navgîneke hevbandorkirina çandî.

Bêguman her sînemayeke neteweyî nekarî sînorên welatê xwe derbas bikin. Lê belê sînema her tim xwedî toreke çandî ya neteweyî bû, navenda xwe li bajarekî, bêtir jî li paytextê wî welatî danîbû û fîlm ji bo temaşevanên xwe yên li çar aliyên welêt û ji bo endamên neteweyê çêdikirin. Li Amerîkayê Hollywood, li Fransayê Parîs, li Îtalyayê Roma, li Hîndîstanê Mumbayî û hwd. ango li her welatek bajarek bû navenda çêkirina sînemayê. Ji ber ku sînemager li heman bajarî diman; şîrket, derhêner, lîstikvan û teknîkerên sînemaya neteweyekê di nava hev de bûn û ji ber vê jî berhemên sînemaya wî welatî ji gelek aliyan ve dişibiyan hev.

Derhênereke/î dîmenê dikarî bi gelek derhênerên cihê yên wî bajarî kar bikira, lîstikvanan dikarî di gelek fîlmên cihê de bi derhênerên cihê bixebitin hwd. Vê yekê wisa dikir ku çarçoveyeke neteweyî ya şêwaz û sînematografiyê, zimanekî hevpar ê dîtbarî derkeve holê. Fîlmekê, xwe bigîhanda hunerhezên welatên din jî, kodên sînemaya welatê ku lê hatiye çêkirin di nav xwe de dihewandin. Bi vî awayî mirov dikare bêje ku taybetmendiyên sereke yên sînemaya neteweyî di nîveka yekem a sedsala borî de pêk hatin û di nîveka duyem a wê sedsalê de jî sînemaya neteweyî li welatên din jî pêş ket.

Dema ku em di vê çarçoveyê de li fîlmên Kurdî dinêrin, em dibînin ku sînemaya kurdî ne xwedî van taybetmendiyên hevpar in. Parçebûna Kurdistanê û belavbûna kurdan li gelek welatên cihê rê nade ku sînemagerên Kurdistanê û her wisa sînemagerên kurd li navendekê kom bibin. Derhênerên kurdên ku li welatên Ewrûpayê dimînin bi berhemsazên wan welatan re, li bajarên cihê fîlman çêdikin. Derhenerên kurdên li Kurdistanê jî bêtir li paytextê welatê serdest fîlman çêdikin. Derhênerên rojhilata Kurdistanê bêtir li Tehranê, derhênerên bakurê Kurdistanê jî bêtir li Stenbolê fîlman çêdikin. Derhênerên başûrê Kurdistanê jî ne tenê li Hewlêrê, lê belê li Silêmanî û Duhokê fîlman çêdikin. Ji ber vê yekê mirov dikare bêje ku derhênerên Kurd di îqlîmên cihê yên hunerî de dijîn û di bandora şêwaza sînemaya wan îqlîman de dimînin.

Di rewşeke wiha de pirsên wisa tên bîra mirov: Gelo xalên hevpar ên berhemên sînemaya kurdî çi ne? Tenê zimanê kurdî xala hevpar a sînemaya kurdî ye? Bêguman xalên hevpar ên berhemên kurdî tenê ziman nîn e. Hin xalên din ên hevpar ên sînemaya kurdî hene. Her wisa derhêner û sînemagerên kurd digel ku di heman mekanê de naxebitin, astengiyên sînorên navbera xwe kêm kirine, bi rêya festîvalên fîlmên kurdî toreke peywendiyan di navbera xwe de danîne, lîstikvanên fîlmên kurdî êdî ne tenê li parçeyekî, lê belê li parçeyên din jî bi derhênerên cihê re dixebitin. Derhênerên kurd jî êdî tenê li parçeyeke Kurdistanê naxebitin, li parçeyên din jî berheman diafirînin. Gelek derhênerên rojhilata Kurdistanê li başûrê Kurdistanê fîlm çêkirin, her wiha derhênerên başûrî û rojhilatî di van çend salên dawî de li bakur fîlm çêdikin. Ev yek dike ku kodên hevpar ên sînemaya kurdî zêdetir bibin.

Bi dîtina min xaleke din a girîng heye ku di berhemên pêşîn ên sînemaya Kurdî de wekî xaleke hevpar a sînemaya zimanê kurdî rolek wî hebû. Ev xal jî mijara fîlman e. Fîlmên kurdî yên ewil ên derhênerên parçeyên cihê yên Kurdistanê bêtir li ser hebûna sînorên çêkirî ku kurdan ji hev diqetînin, qeçaxçîtî, binpêkirina mafên neteweyî yên kurdan û folklora kurdî bûn. Derhênerên kurd çiqas li welatên cihê û di bandora sînemaya welatên cihê de bimînin jî mijara fîlmên wan dişibin hev û her wiha temaşevanên Kurd dema ku fîlmên derhênerên parçeyên din ên Kurdistanê temaşe dikin, xwe biyanî nabînin.

Yek ji mijarên hevpar ên fîlmên kurdî ev e; girîngiya gotinê ya di jiyana kurdan de. Gotineke senatorê Romayî Caius Titus heye ku girîngiya nivîsê nîşan dide û niha di dinyaya modern de
gelek caran tê bikaranîn: Verba volant, scripta manent. Ango gotin difire, nivîs dimîne. Vê gotina ku bûye leit motiv’a
dinyaya nûjen, radigihîne ku gotin ji ber ku tenê di bîra mirovan de cih digire tên jibîrkirin, lê belê nivîs ji ber ku belge ye nabe qurbana bêbextiya bîra mirov û dimîne heta ku ew tablet, çerm an jî kaxeza ku nivîs li ser hatiye nivîsandin ji holê rabe.

Lê belê ev rastiya şaristaniyetê ku bingeha xwe li ser nivîsandinê daniye, li rastiya kurdan nayê. Ne ku kurdan nivîs biçûk dîtiye an jî nezanê nivîsê bûne. Berevajî, Kurdistan li ser axa wan şaristaniyan e ku nivîs kifş kirine û diyarî mirovahiyê kirine. Kurd jî bi qasî gelên din ên vê herêmê dewlemendiyên xwe yên çandî û hunerî bi nivîsê xwestine qeyd û belav bikin. Lê belê ew belgeyên nivîskî yên kurdan her tim li rastî êrişa dijminên kurdan hatine û ji gotinê zûtir hatine jibîrkirin, an jî bi gotina Caius Titus firîne.

Serdana Ewliya Çelebiyê ya Evdal Xanê mîrê Bedlîsê gelek navdar e û Ewliya Çelebî di seyahatnameya xwe de behsa pirtûkxaneya dewlemend a Evdal Xan dike. Lê belê yek ji kitêbên pirtûkxaneya Evdal Xan negihîştine îro. Bi îhtîmaleke mezin di êrişa artêşa împaratoriya Osmanî de ew pirtûkxane hate şewitandin. Pirtûkxaneya Evdal Xan li aliyekî, ji sedan kopiyên mihtemel ên Mem û Zîna Ehmedê Xanî tenê çend liban, bi xêra gerokên Ewrupî xwe gîhandiye vê serdemê.

Mehmed Uzun yek ji wan edîban bû wêjeya xwe li ser vê rastiya kurdan ava kiribû û ji ber vê yekê girîngî dabû dengbêjan. Lewre dengên dengbêjan ji nivîsên kitêban bêtir dikarî xwe bigîhanda nifşên din. Belku jî mirov dikare bêje ku berevajiya gotina Caius Titusê Romayî, di nav kurdan de gotin olan dide, nivîs winda dibe an difire. Bêguman mirov dikare gelek tiştan li ser vê yekê bibêje, lê belê armanca vê nivîsê ne girîngiya gotinê ya di nav kurdan de ye. Em ê bi rêya berhemên sînemaya kurdî hewl bidin nîşan bidin ku ev rastiya kurdan ji hêla derhênerên Kurd ve çawa hatiye vegotin. Ji ber vê jî em ê du berhemên sînemayî yên ji parçeyên cihê yên Kurdistanê wekî mînak nîşan bidin û wan bidin berhev.

Fîlma yekem Sirte Legel Ba ye ku ji hêla derhênerê rojhilatî Şehram Elîdî ve di sala 2009an de li başûrê Kurdistanê hatiye çêkirin. Fîlm bi kurtî li ser jiyana kalemêrekî ye ku di salên 1980yî de li Kurdistanê endamên wenda yên malbatan digihîne hev. Kalemêr Mam Baldar (Omer Çawşîn) dema ku peyama endameke/î malbatê bigihîne kes û karên xwe, dengê wan di kasetan de qeyd dike û li dewsa nameyan kasetên ku tê de deng hatiye qeydkirin, dibe. Ango endamên malbatên ku ji hev qetiyane bi rêya dengê rasteqîn ê lêzimên hevdu dibînin ji nû ve peywendiyê datînin.

Mam Baldar yekem qêrîna zarokê nûjidayikbûyî yê pêşmergeyekî ku li ser çiyê ye û nikare were serdana jina xwe qeyd dike û digihîne pêşmerge, di navbera evîndarên ku nikarin werin ba hev bi rêya kasetan peywendiyan çêdike hwd. Wisa tê nîşandan ku nivîs bi qasî deng nikare peywendiyeke bawerpêkirî çêke di navbera du kesên ku bi awayekî ji hev hatine qetandin. Di fîlmê de her wiha girîngiya radyo jî tê nîşandan ku radyo dengê kurdan digihîne hev û bi vî şiklî toreke hevkarî ya neteweyî pêk tîne. Ji ber vê yekê jî dewleta dagirker dixwaze wê tora ku radyo çêdike, xirab bike. Fîlm wê rastiya kurdan nîşan dide ku deng, ji nivîsê zêdetir tiştan radigihîne. Nivîs bi qasî deng nikare hesta mirovan, hêrs û xemgînî hwd. ragihîne.

Fîlma duyem jî fîlma bi navê Dengê Bavê Min e ku ji hêla Orhan Eskikoy û Zeynel Doğan ve di sala 2012an de hatiye çêkirin. Ev fîlm jî li ser malbateke Kurd a ji Mereşê ye ku ji ber bûyerên civakî û polîtîkayên dewletê belav bûye. Bav di dema qetlîama Mereşê de naçar dimîne ku here derveyî welêt, birayê mezin Hesen tev li gerîlayên Kurd dibe, birayê biçûk Mehmet li Amedê dijî û dayik Besê jî li Mereşê dimîne. Di vê fîlmê de jî bav dema ku li derveyî welêt dimîne ji ber ku nivîsandinê nizane, dengê xwe li kasetan qeyd dike û wan dişîne malbata xwe. Kurên wî bi rêya wan kasetan bi dengê bavê xwe dihesin û wî nas dikin. Di çîroka vê malbatê de jî li dewsa nameyên nivîsandî dengên rasteqîn ên endamên malbatê dibe navgîna hevgihîştinê.

Di van herdu fîlman de em sedemên bihêzbûna gotinan, wêjeya devkî û dengbêjiyê di nav kurdan de baştir dibînin. Kalên me bi rêya neqilkirinê deng veguhastine dem û dewranên cihê. Dengbêjên me ji ber wê carna bi zarê lehengên kilamên xwe axivîne, mîna ku dengê wan olan bide, gîhandine mirovên din. Herdu fîlman ji vê taybetmendiya kurdan sûd girtiye û vegotineke kurdewar ava kiriye. Di her du fîlman de li dewsa nivîsên sar germî û hesteweriya deng derketiye pêş.

Derhênerê fîlma Sirte Legel Ba Şehram Elîdî [Shahram Alidi], ye ku ji rojhilatê Kurdistanê ye û yek ji derhênerê fîlma Dengê Bavê Min Zeynel Doğan -fîlm li ser çîroka malbata wî hatiye danîn- ji rojavaya bakurê Kurdistanê ye. Ev herdu derhêner ji du deverên cihê yên Kurdistanê ne ku ji hev gelek dûr in û li jêr destê du dewletên cihê de ne. Lê belê dema ku em li mijara herdu fîlman dinêrin, em rastî gelek taybetmendiyên hevpar ên kurdan tên. Kurdekî başûrî an jî rojavayî jî van fîlman temaşe bikin wê çîroka jiyana xwe tê de bibînin. Ev yek nîşan dide ku sînemaya kurdî ji hin taybetmendiyên sînemaya neteweyî bê par maye. Lê digel vê yekê berhemên sînemaya kurdî xwedî gelek taybetmendiyên hevpar in ku mirov dikare vê rastiyê wekî aliyê xweser ê sînemaya kurdî bi nav bike.

Ev herdu fîlm ji hêleke din ve jî nîşan didin ku derhênerên Kurd dikarin taybetmendiyên gelê Kurd ên ku cihê ne ji gelên din di berhemên xwe de nîşan bidin û rengekî kurdî li hunera sînemayê bar bikin. Bêguman nimûneyên vê yekê hîn kêm in, lê mînakên heyî jî hêviyê didin. Folklora Kurdî, destanên rengîn ên Kurdî ji bo derhênerên kurd çavkaniyeke têr û tije ye.

Berî ku em dawî li vê nivîsê bînin, em dîsa vegerin fîlma Sirte Legel Ba ya Şehram Elîdî. Di fîlmê de xortek dixwaze ji evîndara xwe re peyamekê bişîne. Mam Baldar wekî caran dengê wî xortî qeyd dike, lê belê xort dema ku dipeyive, gotinên xwe li ser çadirekê dinivîse. Ji ber ku li ser çadirê toz heye, nivîsa ku xort dinivîse gelek baş xuya dike û bi hêsanî tê xwendin. Xort piştî ku dawî li gotina xwe tîne, Mam Baldar bi tevî kasetê bi rê dikeve diçe. Lê belê piştî demeke kurt baran dest pê dike û wê nivîsa ku li ser çadirê hatibû nivîsandin jê dibe. Şehram Elîdî jî bi vê sehneyê gotina Caius Titus berevajî dike û wiha dibêje: Nivîs difirin gotin dimînin.

Share.

Leave A Reply