Ji Kevirên Sînemaya Kurdî: Bîranînên Li Ser Kevirî

ÇETOYÊ ZÊDO

 

  • FÎLM Bîranînên li ser Kevirî (2014)
  • DERHENER Şewket Emîn Korkî
  • LÎSTIKVAN Hisên Hesen, Nazmi Kırık, Shima Molaei, Suat Usta, Salah Şeyh Ehmedî, Rêkêş Şahbaz, Bengîn Elî, Hişyar Zîro
  • SENARYO Mehmet Aktaş, Şewket Emîn Korkî
  • ÇÊKER Mîtosfîlm, Mehmet Aktaş
  • DERHÊNERÊ DÎMÊNÊ Salem Salavati
  • MAWE 97 deqîqe

Hisên û Alan, piştî têkbirina Sedam li Başûrê Kurdistanê dixwazin fîlmekî li ser Enfalê çêbikin. Gelek zehmetî li pêşberî wan in, pirsa sereke jî peydekirina aktrîstekê ye. Hewldanên wan, bi hatina Sînor re vediguheze. Lê pismamê wê Hîwa û apê wê Hamid nahêlin Sînor di fîlm de bilîze. Sînor ji bo ku di fîlm de bilîze daxwaza zeweca bi Hîwa re qebûl dike.

Dest bi fîlma Enfalê dikin, lê di paşxana kêşanê de kêşe û astengiyên wan her didomin. Perê wan diqede, Hisên û Alan ji bo kêşana fîlm di lêgerînê de ne. Di hemû sehneyên ku Sînor tê de dilîze, destgirtiyê wê Hîwa li seta fîlm e, bi çavnebarî daxilî nava fîlm dibe. Di fînala Enfalê de Hîwa tê seta fîlm û dixwaze Hisên bikuje. Hisên birîndar dibe, lê fîlma Enfalê nîvco dimîne, heta, Hisên ji bo ku kêşana Enfalê biqedîne, pêşniyaza lihevhatinê dipejirîne… fîlma Enfalê diqede, lê heta dawî jî kêşeyên sînemaya Kurdî di “Bîranînên Li Ser Kevirî” de naqedin…

Du çîrok di fîlma Bîranînên li ser kevirî de weke “îro û doh” bi hev re hatine hûnandin.Fîlm bi serdegirtina eskerên Beasê ya sînemeya ku fîlma Yolê [Rê],Yılmaz Güney lê tê nîşandan dest pê dike. Fîlm bi zarokekî ku diçe sînemayê dest pê dike. Fîlma ku tê nîşandan Yola Yılmaz Güney e, zarok (Hisênê biçûk) diçe ba makînîst, ku ew bavê wî ye, piştî wextekê leşkerên Beasî -di ber dîmenên girtinên di Yolê dedavêjin ser sînemayê. Hisên wê şevê li wir e û zilma eskeran a li temaşevanên sînemayê û lêdana li bavê wî dibe, dibîne. Sînema û fîlma Yolê bi awayekî hestyar tesîrê li Hisên dike û dikeve jiyana wî. Piştî vê dîmenê em dibînin ku Hisên bûye derhênerekî sînemayê… Hisên di rola derhêner de dixwaze fîlma Enfalê bikêşe. (Hisên Hesen di rastiyê de jî derhênêr e û di tevahiya fîlm de gotin tê ser Yılmaz Güney.)

Ji fîlm diyar dibe ku Hisên çûye Almanyayê û li wir bi jineke elman re zewiciye û kurekî wî heye. Lê çêkirina fîlmekî ku behsa Enfalê dike ji bo wî dibe armanca sereke. Loma dev ji malbata xwe berdide û tê Başûrê Kurdistanê… Lê hê di destpêkê de Hisên dibîne ku çêkirina Fîlm li welêt ne karekî asan e…

Derhêner (Hisên) û hevalê wî yê çêkerê fîlm (Alan), hevalên hevdu yên zaroktiyê ne, bi armanca ku li Başûrê Kurdistanê li ser desthilatdariya Beasiyan û Enfalê ji çîrok û ji “Bîranînên li Ser Kevirî” dixwazin fîlmekî çêbikin, lê ew bi xwe dibin çîroka fîlm. Bi vê şêweya ku weke “epîk absurd” jî mirov dikare bi nav bike, ji îro ber bi bîranînên êşê ve diçe. Rastî û senaryoya “çêkirî”, bi hev re tê hûnandin ku ji hemû kesên di fîlm de cih girtine, ji jiyana wan î rojane gelek têbînî û serboriyên wan, daxilî nava fîlm dibin. Alanê xwediyê şîrketa fîlm, ji bo amadekariya fîlm nikare bi hev bixe û li çareseriyên “şexsî” digere. Hisên li hatina xwe poşman dibe lê carekê jî ketiye nava kar, nikare xwe ji kêşeyan xelas bike. Dîsa jî bi şiklekî dixwaze bi rêya çêkirina fîlm re, vê trawmaya ji zaroktiya xwe ve dijî, ji ser xwe bavêje û bavê xwe bi “bîr” bîne…

Hisên dixwaze sînemeya ku bavê wî canê xwe di ber de daye, di nava kurdan de geş bike û Sînora ku bavê wê di Enfalê de hatiye kuştin, ew jî dixwaze serboriya wî bi rêya fîlmekî ku ew tê de dilîze bigihîne temaşevanan. Lê mam û kurmamê wê bi mebestên cuda li dijî vê yekê derdikevin û naxwazin Sînor di fîlm de bilîze. Di dawî de piştî xwestina wê û bi hin lihevrasthatinan, Sînor (Shima Molaei) di fîlm de dilîze. Sînor û Hisên herdu jî bi vî awayî dixwazin bi rêya çêkirina fîlma Enfalê şopên van “bîranînan” berceste bikin.

Hewldana çêkirina fîlma Enfalê ji ber peydenekirina artîsteke jin, zehmetiyên civakî û aborî bixwe dibe fîlma esas. Fîlm bi vî awayî li ser du beşan ava dibe; beşa pişt kamerayê (fîlma esasî) û ya pêş kamerayê (Enfal)… Carinan herdu fîlm tevlihev dibin. Wek mînak di dema hilweşandin û şewitandina malên gundiyan de, avêtina Beasiyan û birîndarbûna Hisên…

“Enfal” yek ji bûyerên herî trajîk e ku hatiye serê Başûrê Kurdistanê. Enfal bi xwe mijareke ku hê jî di “bîreweriya” gel de, zindî ye û bi hemû şêweya xwe bandora xwe li ser kurdan hiştiye. Fîlm di nava fîlm de ye, ev jî dike ku şêweya vegotina êşê sivik bibe, loma rastiya dîrokî” bi serboriya ekîba fîlm re, bêyî ku were “ajîtekirin”, hatiye hûnandin. Ekîba fîlma Enfalê, ji bo kêşanê dixwazin karê xwe pêk bînin, lê pêrgî rastiyên civakê dibin. Derhênêrê nav fîlmê, serboriyên rasteqîn bi zimanekî “kenewerî” û di gelek dîmenan de bi “absurdiyeke civakî” dixwaze nîşan bide. Bi vêya re em dibînin ku, li ser nebûna derfetên hunerî, rexne li hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî tê kirin. Şewket Emîn Korkî, bi hêviyên şikestî li “dîroka nêz” dinêre lê dixwaze rewşa îroyîn jî raxîne ber çavan. Bi gotineke din, ji îro em li “nebûna hunerê” yî di nava civakê de binêrin, bi qasî “enfalê” mirov dixe nav fikaran.

Hemû lîstikvan di nava dudiliyekê de ne, serdestiya mêran li Başûrê Kurdistanê rê nade ku jin bi biryara xwe lîstikvaniyê bike. Bijartina lîstikvaneke jin, ji bo rola sereke “Lorîn” peyda nabe. Aktrîs Sînor (di rastiyê de ne ji Başûr e) bi destûra pismamê xwe ku bi şertê bi wî re bizewice dikare di fîlm de cî bigire. Lêgerîna lîstikvaneke jin, dike ku ji Rojhilatê Kurdistanê (Îranê) mîna serboriyeke qaçaxî be, bi hemû “rasteqîniya xwe” dibe drameke rojane. Ji tîpolojiya stranbêjên kurd “Roj Azad” (Suat Usta) ji neçarî û belangaziya ekîba fîlm re, weke çareseriyekê ji fîlma “Enfalê” re dibe rolê sereke, ev bi xwe jî keneweriya fîlm û têkiliya bazirganiyê nîşan dide. Suat bi performansa xwe “lîstikvaniya klîşebûyî” serkeftî parodîze dike.

Hevalê derhêner Alan (Nazmi Kırık), weke çêkerê fîlm her tiştî dide ber xwe ku ji bo bibe alîkarê derhêner. Alan, dikeve nava niqaşên li ser castingê û ji bo ku kişandina fîlm biqede weke çareseriyê bi pêşniyaza wî, dixwaze Roj Azad were di fîlm de rola sereke bilîze. Roj Azad, stranbêjekî populîst e ku li Ewropa dijî, ji bo bazirganiyê hatiye Kurdistanê, lê fîlm ji bo xwe dike sedema hatina xwe, lê ew di nav lîstikvanan de yê herî lawaz û populer e.

Ji hemû perçeyên Kurdistanê tevî astengî û çîrokên hevpar, di fîlm de weke mijar û çîrokên rasteqîn cî digrin. Mîna “parodiyeke” sînemaya kurdî jî mirov dikare binirxîne. Bo nimûne referansên ji Yılmaz Güney û tunebûna bazara sînemaya kurdî li Kurdistanê, nebûna ekîpmanên teknîk, nebûna bîner û piştgiriya sînemayê û ya esas tunebûna “lîstikvanên jin” bi têbîniyên rasteqîn û nirxandinên rojane re, hemû dibin mijara fîlm.

Di tevahiya fîlm de “kevir” dibe metafora “tundiyê”, di seranserê çîrok û rewşa îroyîn a fîlm de, bi kavilkirina Kurdistanê re dibe “bîreweriyeke” taybet. Ji 1986an heta sala 1989an li Başûrê Kurdistanê bi hezaran gund hatin şewitandin û nêzî 190 hezar kurd hatin qetilkirin. Mirov dikare bibêje, giraniya mijarê bi epîkbûna kişandina fîlm re hatiye sivikkirin ku ev jî bûye sedem ku fîlm xwe ji vegotina “trajediya” mijarê xelas bike. Ji ber vê yekê ye ku navenda mijar û hûnandina fîlm li ser civaka rasteqîn e, ku çawa li Başûr bi ser “tunebûna” sînemayê ve tê vegotin.

Di dîroka gelan de hin bûyer hene ku bîreweriya wan ava dikin. Têkiliya mirovan bi “keviran” re xwedî rengên bingehîn e. Ev têkilî carinan weke nirxeke “menqûl-gayrimenqûl” û carinan jî li ser Rojhilata Navîn “kevir” di kêşe û nakokiyên civakê de watayên taybet hildigere. Di vî fîlmî de jî em pêrgî çend cureyên vê têkiliyê dibin. Cihê ku fîlm lê tê kişandin cihê Beasiyan e ku piraniya fîlm li vir derbas dibe. (Bi wateyeke şênber jî Beasiyek, bi kevirekî girtiyekî dikuje.) Li dijî vêya li ser Roj Azad û şirîkê wî ku bazirganê avahîsaziyê ye li ser projeya avahiyên xwe di bîlboardan de “Jiyanek nû em ava dikin” dinivîse ku, ji bo “pêşketina” civakê îroniyekê nîşan dide.

Ji bo Sînor, kevir xwediyê wateyeke tije bîranînên dilsoj e. Sînor li nava koma kevirên ku ji aliyê mirovan ve weke avahiyeke mirin û îşkenceyê hatiye sazkirin li “bîranînên” bavê xwe digere. Di heman demê de Roj Azad (Suat Usta) diyar e ku bi vê erdnîgariya ku bi xwînê hatiye xêzkirin tu têkiliya wî ya ji dil tune ye, dîsa bi rêya keviran “jiyaneke nû” pêşniyazî mirovan dike. Bi vê jî em dibînin ku kevir ji mirovan re carinan mirinê carinan jî jiyanê nîşan dide. Li hember van şahidên bêdeng/bêziman, kirinên mirov di destê mirov de ye, mirov dikare “kevir” ji bo mirinê jî ji bo jiyanê jî bi kar bîne.

Astengiyên malbatî yên li ser lîstikvanên jin ku dramatîka bingehîn ya fîlm e, li ser vê yekê diqewime, jinên ku dixwazin bilîzin jî ji ber civak û malbatên xwe nikarin bilîzin. Sînor mamoste ye, di nûçeyan de dibihîze ku lîstikvaneke jin lazim e. Ji bo di fîlm de bilîze, divê ji apê xwe destûrê bixwaze. Ekîba fîlm hemû diçin ricayê ji bo ku Sînor di fîlm de cî bigire, mîna ku çûbin xwestina wê. Hemû bergerînên wan bê fêde dimînin û ji ber vê yekê derhêner û ekîba wan ji bo peydekirina lîstikvaneke jin diçin Rojhilat. Di vegera wan de ji ber pirsgirêka li sînorê Îranê, rê nadin ku ew vegerin, piştre bi qaçaxî dikin ku vegerin lê dema ji sînor derbas dibin leşker li wan diteqînin û lîstikvana jin jî tê girtin, destvala vedigerin.

Bi çûyina derhêner a Rojhilat re, Sînor ji bo ku bilîze daxwaza zewaca Hîwa qebûl dike û Hîwa qanî dibe ku Sînor di fîlm de bilîze. Bi hatina Roj Azad û bi tevlêbûna Sînor re dest bi kişandina fîlm dikin, lê Hîwayê destgirtiyê Sînor, her tim li seta fîlm e û mudaxaleyî wan dike (Li gor agahiyan, di rastiyê de jî heman çîrok di setê de qewimiye, destgirtiyê Sînor yê rasteqîn her li setê bûye.).

Di dîroka gelên bindest de êş hevpariyeke mezin û her dem guncav e. Di hişê nifşên nû de jî bîranînên van êşan bi cî dibe. Lê mixabin êşên gelên bindest bi dawî nabin. Bîranîn bi êşên nû zêde dibin. Dem dibihure lê êş nabihurin. Ji aliyekî têkoşîna li hemberî zextan dimeşe, ji aliyê din ve jî êş di “bîreweriya civakê” de dirûvekî zexm digre. Vegotin di civaka kurdan de şêweya herî pêşketî ye. Di vî fîlmî de bi awayekî aşkere qala pirsgirêkên sînemaya kurdî hatiye kirin. Piştgiriya çêkirina fîlman qels e, ji aliyê teknîkî û ji aliyê civakî pirsgirêkên cur bi cur derdikevin holê. Dema hilbijartina lîstikvanan de derhêner mecbûr dimîne ku lîstikvanekî populer (Roj Azad) hilbijêre. Roj Azad stranbêj e, lê xwediyê têkîliyen girîng û dewlemend e. Ev jî dibe sedema hilbijartina wî ji bo lîstikvaniyê. Ew qas populîst e ku dema Hisên birîndar dibe, Roj azad dixwaze bibe derhênerê fîlm jî.

Di warê bikaranîna zimên de, soranî û kurmancî bêyî nakokiyeke ragihandinê di fîlm de cih digre. Wek mînak; Alan, bi devoka Amedê diaxive, bavê wî û zarokên wî bi devoka Bahdînî, jina wî jî bi Soranî diaxive. Sînemaya Kurdî, di vî warî de xwedî mînakên balkêş in ku divê bi giştî were nirxandin. Ku em vegerin destpêka fîlm; Bavê Hisên jê re dibêje, fîlmekî kurdî ye lê fîlm ne bi kurdî ye û navê wê jî Yol e.

Di dramatûrjiya fîlm de, dema em li hemû lîstikvanan dinêrin, her kes û armanceke wan heye, di vê babetê de “Alan” veşartî maye, armanca wî zêde ne diyar e. “Deftera Sînorê” tesîrekê li ser naveroka fîlm nake, mirov dikare bibêje tenê Hisên motîve dike. Dema defter dikeve dewrê, mirov li benda tiştekî ye ku tesîrê li ser naveroka fîlm jî bike, lê ev yek pêk nayê…

Weke encam; tunebûna dezgehên ji bo hunerê, piştî desthilatdariya Beasê nebûna derfetên hunerî û temaya sînor ku perçekirina Kurdistanê bi danûstendinên perçeyên din, bi hevdu hatiye hûnandin. Fîlm li ser “bîreweriya” gelê kurd û rewşa îroyîn, nirxandinên hêja radixe ber çavan. Ji bo birêxistina civakê, pirsa civateke çawa, bi şêweyeke berfireh bûye mijar û çîroka fîlmekî taybet… Bi hemû aliyên xwe hêja ye ku were temaşekirin.

Share.

Leave A Reply