Hevpeyvîn Ligel Aram Dildar

MIHEMED ŞARMAN

ARAM DILDAR yek ji sînemagerên ciwan î kurd e ku bêtir wek lîstikvan tê naskirin lê bi kurtefîlmên xwe ber bi derhêneriyê ve dimeşe. Piştî ku me kurtefîlma wî Da (2015) temaşe kir me xwest fikr û ramanên Dildar ên derheqê sînemaya kurdî baştir nas bikin. Dildar 1990an de li Batmanê hatiye dinyê. Di komên amator de lîstikvanî kiriye. Beşa Radyo û Televîzyonê ya Zanîngeha Marmarayê xilas kiriye. Di kanala televîzyona IMCyê de xebitiye.

FîlMOGRAFIYA ARAM DILDAR

Kurtefîlm: Binevş (2009), Tixûbên Nepenî (2010), Da (2015).

Fîlmên din: Vitrin (2009), Derhênerê Alîkar (kurtefîlm, Ercan Y.Yılmaz); Press (2008), lîstikvan (fîlma metrajdirêj, Sedat Yılmaz); Dağınıklar kenti (2010), derhênerê alîkar (fîlma metrajdirêj, Uygar Asan); Musa (2012), lîstikvan (kurtefîlm, Der: Serhat Karaaslan); Adem Başaran, (2013) lîstikvan (kurtefîlm, Der: Orhan İnce).

Aram min cara yekem tu li Batmanê bi stand-upeke kurdî nas kir. Ew dem zêde kes bi standt-upa kurdî re eleqedar nedibû. Ya rast stand-up hem tiştekî zehmet e hem jî bo kurdî nû ye digel vê yekê mîzaha kurdan jî pir xurt e. Dixwazî em ser vê meseleyê dest pê bikin.

Aqlê zaroktiyê, min ewil bi şanoyê dest pê kir, tiştek wisa di sere min de jî derbas bû, lê ew êdî ne meseleya min e. Tu têkiliya min bi şanoyê re nema. Mîzaha her gelî heye, ya muhîm mirov baş bike, ez di wê baweriyê de me ku bi zimanekî mirov bikaribe mîzahek xurt bike, mirov dikare her tiştî bike. Qesta min ne henek û laqirdiyên folklorîk in.

Ez dibêjim rola te ya herî girîng di fîlma Pressê de bû, bi lîstîkvaniya xwe te bal kişand ser xwe piştre te dest bi berhemê xwe bixwe kir. Gelo Aram Dildar dixwaze di ku dera sînemayê de cih bigre?

Min di zanîngehê beşa sînemayê kar kir û ez hatim Stenbolê, lê berî ku ez biçim zankoyê çûm setê û min di fîlma Pressê de lîst. Derfetek ku zû bi zû nakeve destê her kesî. Her çiqas avantajek xweş be jî ji ber ku fîlm gelek xelat stend, ser da min jî hin xelat stendin, ev dike ku bala xelqê bê ser te û şansê te yî tu karê xirab bikî, an jî li gor dile xwe tevbigerî, kêm dibe an jî ji bo ku tu dest bi karekî bikî divê tu hezar carî bifikirî. Ji ber van sedeman min kişandina fîlma xwe her li paş xist. Ez ne ji bo lîstikvaniyê hatibûm lê wisa li hev hat, hê jî berdewam e. Lê ya rast ez dixwazim fîlmên xwe bikşînim, tişta herî zêde min kelecanî dike ev e.

Li Bakur gelek sînemagerên kurd hene, serê xwe jî pir diêşînin bi sînemayê re. Lê em dizanin sînema karekî kolektîf e, fîlm çiqas bi navê derhêner bê naskirin jî, derhêner bi serê xwe nikare fîlma xwe bikşîne. Li gor te beşên din ên sînemayê di çi rewşê de ne? An çi dikare rê li ber beşên din jî veke? Mînak senaryonûsî. Kesên serê xwe bi senaryonûsînê diêşîne hene?

Sînema belê kolektif e lê di heman demê de karek takekesî yê ku derhêner li ser wê disekine. Di piyaseya sînemayê de, di her merhelê wê de kurd hene û gelek karên serkeftî jî dikin. Lê mixabin ji ber nebûna bazarek sînemaya kurdî ew beşên din xwe di bazara derve îfade dikin, karê xwe dikin. Li gor min ev normal e. Û çima niha tenê derhêner tên ber çav jî, berê wêjeya kurdî de tenê nivîskar hebûn lê vêga teoriyê jî xwe dayê pêş û kovarên zanistî dertên, salê bi kişandina du sê fîlmên kurdî ku ew jî nikarin li holên sînemayê bên nîşandan, sektorek çênabê ku di wir de, ronahî, kamera, huner, lîstikvanî, produksiyon, pevxistin, reng û hwd. pêş bikevin ku tenê xizmetê bo sînemaya Kurdistanê bikin. Lê ez di wê baweriyê de me sînemaya kurdî ew ê mora xwe li vê qirna pêşiya me bixe.

Ji ber ku di hemû cureyên hûnerê de rexnegiriyeke dînamîk nîne loma di hevpeyvînan de nirxandin û analîz zêdetir dikeve ser pişta hunermandan bixwe. Ez ê jî xwe bispêrim vê hêsaniyê, gelo di sînemaya kurdî bi taybetî ya Bakur de kurd bi te têra xwe tên temsîl kirin?

Di bakur de tu tişt li gor xwe nayê temsîlkirin, nexasim huner. Qirêjiyek rewşenbîrî, cahiliyek hunermendane li ser hukm e. Ne ku ez li jor van dibêjim, ez li jêr dikim qêrîn, li rêyekê digerim, wek gelek xortên ku nû dest pê dikin. Êdî dewra tişta ku ‘kurdî ye pîroz e’ nema, êdî di vê heyama me de, kes qayil nabe bi hunera kêm, nîvco. Fêrîkê Ûsiv dibêje “Ez jî ax im, min li rûyê erdê kiriye seyr, Lê li esmên pirr hewes im, mitilheyr.” Çavê xelqê li esmên ket û wan bêdawî û bedewiya esmên dîtin, heyr, hewes, eşq divê, sotin divê hunera me nesote ew ji bo çi ye.

Gava li ser folklor û dîroka kurdan hûr dibin bi hezaran çîrokên fantastîk, epîk hene ku mirov dibê xwezî ev bibûna fîlm. Lê ez ne bawerim ku fînanseke xurt hebe alîkarê produksiyonê wiha biha bike. Gelo kom, dezgehên destek didin sînemaya kurdî hene? Hûn di vê mijarê de di çi rewşê de ne?

Belê kêm zêde hin dezgeh hene. Ne hewceyî çîrokên fantastîkên ku bi pereyên zêdê tên kêşandin û niha ev ne meseleya sînemaya kurdî ye em vêga hînî vegotina çîrokên piçûk dibin. Ji xwe li gor min gava em hîn bibin çîrokek biçûk, ku bikaribe bayê wê li rihê yekî bikeve, emê bikaribin her tiştî çêbikin. Ew meseleyek hê dûr e li gor min ne ciyê dilgirtinê ye ku çima naye jî. Em ê li benda hostayên mezin bimînin ku bi çîrokên xwe yên sade me ber bi alema eşqê bibin. Çare di vir de ye, ne di produksiyonê de ye. Lê dewra wan jî were wê bên çêkirin bêguman.

Tu xelat û festîvalên domdar li Kurdistanê berambarî yê dinyê wek Cannes, Antalya fîlm Festîvalî hwd nînin ev yek dike ku gelek sînemagerê kurd berhemê xwe li festîvalên biyanî nîşan bidin. Lê gelo fîlmekî ku li Kurdistanê were kişandin hele fîlmekî polîtîk be berê wê jî li festîvalê tirkan be ev yek çi tesîrê dike li ser sînemaya Bakur an dikare bike? Bi giştî tunebûna bazareke sînemayê çi bandorê dike li ser naveroka fîlman?

Divê teqez bazarek kurdî hebe, bêyî wê nabe. Bibe jî wê kêm be. Sînema mixabin karekî giran e, pere divê, çi bikî nekî tu li gor bazarekê difikirî û tu azadiya xwe bi xwe sansur dikî. Nebûna festîval û holên sînemayê ku fîlmên kurdî bên nîşandan texrîbatekê li ser sînema û fîkra hunera kurdî dike. Disa kurtefîlm û belgefîlm dikarin xwe ji ve tesîrê qismekî dûr bixin, lê çi bêjim, Xwedê kesî muhtacî neyarê xwe neke.

Gelek derhênerê kurd li Bakur piranî li bajarê tirkan dijin li wir berhemê xwe didin ev yek bi te tesîreke neyînî li rihê sînemaya kurdî nake?

Ez nikarim sînorê sînemaya kurdî bipîvim lê ya maqûl mirov çiqas nêzî rihê çîrokên xwe be ewqas ji dil tê sînema û hunera mirov. Rihê kê li ku derê şa bibe bila li wir kare xwe bike. Em nikarin bêjin bila herkes were li Kurdistanê kar bike, ez dibejim bila li Kurdistanê şên bibe hunera me, yên çûne jixwe çûne û xebatên xwe dikin.

Fîlmên kurdan ên li Bakur piranî polîtîk în, ev tiştekî normal e heya derekê lê di van fîlman de piranî berê leheng an çîroka fîlman bêtir bi ser zelalkirina meseleya kurd e ji desthilatdar, arşîvgirtina maxduriyeteke tund, daxwaza masûmiyeteke başiyê, nav hewldaneke “watandaşiya maqûl” de ne.” Ev yek jî dide nîşandan ku kurd çiqas sînemaya xwe li ser kurdan bi kurdî jî çêkin bêtir ji ber armanca danasîn û pênasikirina başiyê li hember mêtingeran ev dike ku sînemaya kurdî bi helwest û nêrîn xwe bi mêtingeran ve girê bide. Yanî mixabin di nav çarçoveya fikrê serdestan de tevdigere. Nizanim ez wiha difikirim tu dixwazî tiştekî bêjî?

Na, henek li aliyekî, nêrîna ku tenê em ê çîrokan ji xwe re bejin, ez ne li piştê me, ev pirs tê ser wê ku kurd tene çîrokên rastiya xwe bi heman awayî divê bikin fîlm an jî dikin. Çîrokên her hunermendî çîroka paşxana wî ya hunerî ye. Û divê ji hemû cihanê re bêjê çîroka xwe. Lê ger tenê ji desthilatdaran re bêjin li wir mesele tê guhertin.

Di fîlmên derhênerên bakurî de bêdengiyek ecêb heye diyalog pir kêm in ji rûyê hemî lehengan çi zar çi mezin êşeke kur dibare kes naaxife zêde. Yanî mirov dikare bêje gelek fîlm li ser halê bêdengiyeke dijwar dimeşin. Bi te sedem çi ye kurd çima naaxifin di fîlman de?

Bêdengî dengê herî xurt e. Lê ev bêdengî ji ber wê xurtbûnê ye nizanim. Li gor çîrokê dibe ku diyalog hewce nîn be, ji xwe sînema ciyê ku dîmen dixetime xwe dispêrê peyvan lê disa ez bawer im hê tam nekemiliye çîrokbêjiya me. Lê ev nayê wê maneyê ku pirr xirab e tenê dibêjin hê nebaş e. Sînema di vir de divê pişta xwe bide wêjeya kurdî. Ji bo biaxive, di axaftinê de qesta min sedî sed ne diyalog tenê ne.

Kurtefîlma te Dayê bawer im eleqeyeke baş dît. Di vî fîlmî de tişta ku min jê hez kir, çîroka te çîrokeke navmalî bû. Çîroka mala xwe ji maliyên xwe re vedigot. Yanê ji bo çavê biyaniyan nehatibû vegotin; wek piraniya fîlmên me ji bo daberkirina êşa xwe ji biyaniyan re nehatibû vegotin. Ji ber vê ye ku pir samîmî bû çîroka te, bi ya min. Tu yê çi bêjî bo vê?

Eleqe dît an nedît nizanim, tevlî festîvalan jî nebû, du sê hewldanên min çêbûn lê min bi xwe re nedît, lê li derdorek xweş hat hezkirin ev ciyê kêfxweşiyê ye ji bo min. Gava min ev fîlm jî çêkir, tu car nehat aqlê min ez ji bo kê çêdikim, vê çîrokê pirr bala min bir ser xwe, gava min nivîsand di sehna dawî de peyva «da» yê her di gewriya min de dibû girêk. Min xwest wê girêkê vekim.

Em dizanin çîroka Dayê çîrokeke gelemperî ye ku gelek dayik hene çavê wan hew li televîzyonê ne heta êvarî bi hêviya kur an keça xwe tê de bibînin. Dîsa jî keseke taybet hebû ku te îlhama xwe jê girtibe?, û tu qet nefikirî dayê bidî axaftin?

Taybetî kesek tunebû lê bi taybetî herkes bû, min nexwest çîrokê bi rasteqîniya jiyanê bidim nîşan, ji ber wê dawiya fîlmbû tiştek din. Karaktarê dayê ji ber emrê wê, rêya mirinê li ber çavê wê zelal e êdî, kula wê nahêle ku jinek têraxiv be. Girekek di gewriyê de heye ku xeber bide kela dil wê di ser re bavêjê. Ew sehneya dawî kela dil bû ku êdî ser de diavêje.

Di sînemaya kurdî de hejmara kurtefîlman gelekî zêdetir in ji yên dirêj. Elbet ji bo bakur dibêjim, nizanim gelo haya te ji beşên din heye an na. Gelo sedema vê çi ye? Tu dikarî bi xwe destpê bikî.

Şerê li welêt tesîrek xirab li ser her tiştî dike, lê ev ne mesele ye vêga kurd di meseleya hebûn û tunebûnê de ne. Lê hebûnê bi ser bikeve, dikeve. Kurtefîlm formeke sînemayê ye ku gelek xurt e, li Kurdistanê bi giştî fîlmên kurt ên gelek gelek serkeftî dertên. Ev jî nîşaneya sînemayek xurt dide, lê ji bo pirbûn û geşbûnê bazar divê. Vêga em encax dikarin bi budçeyên hindik kurtefîlman çêbikin. Mesela li ser aboriyê ye. Lê aborîsererast bibe ez nikarim bibêjim em ê fîlmên ecêp çêbikin, ez garantiya wê nikarim bidim ser navê xwe, tênegihiştina xwe em vêga têxin stûya aboriyê, paşê Xwedê mezin e. Lê kêm zêde serkeftina fîlmen kurdî ku hejmara wan kêm be jî hêvî zede ye.

Sînema jî wek wêje û hemû hunerên din jê re samîmiyet, şefafî û nêrîneke piralî lazim e. Ji aliyê dewlet/dewletên serdest ve ji xwe her tişt malûm e, em wê deynin aliyekî û werin ser xwe, em di nav xwe de çiqas rihet in di warê daberkirina fikr û ramanên xwe de? Wek sînemagerekî kurd bi ya te pirsgirêkên me yî navxweyî çi ne gelo?

Fikr û raman hebe daberkirin rihet e. Meseleya herî mezin a hunermendan bi xwe ye. Kêm kes hene li ser kar û hunera xwe sere xwe diêşînin, ên din tiştek biçûk dikin û dibêjin bila rojê sê caran hemû gelê Kurdistanê û yê di wan deran re derbas dibin, şervanên di nav şer de ne bila çeken xwe deynin, bila şikir bikin û destê xwe bilind bikin jî Xwedayê dîlovan re dia bikin ku îro min helbestek, çîrokek, fîlmek, romanek hwd. afirandiye.

Tu niha li zanîngeha Marmarayê (an te xilas kiriyî?) beşa Radyo û Televîzyonê dixwînî. Ez bawer dikim destpêka sînemageriya te beriya xwendina te ya zanîngehê tê ne wisa?, ger ev rast be, zanîngehê bandoreke çawa li karê te kir?

Min zanîngeh xwend lê zêde tekiliya min bi zanîngehê re çênebû, ji ber ku ez li Stenbolê bûm û derfetên xebatê hebûn, ez her xebitîm.

Gelek spas…

Share.

Leave A Reply