Kurd û Çêkirina “Xwetiyên Neteweyî”*

KAMAL SOLEIMANI – JI ÎNG: FEXRIYA ADSAY

Destpêk

Di vê nivîsê de, ez li ser çendîn nivîsên nekişifkirî yên rewşenbîrên kurd di rojnameya osmanî Tercüman-ı Hakikatê ya sala 1880 disekinim. Nivîsên rewşenbîrên kurd ên dawiya sedsala 19mîn resmekî îstisnaî yê tirs û hêviyên wan pêşkêşî me dike û her wiha pencereyekê vedike bo têgihiştina hişmendiya kurdên misilman. Ev nivîs hewldanên rewşenbîrên kurd ên bo dawa hebûna xwe ya esasî (primordial) ya wek neteweyeke cuda bin xêz dikin. Ev nivîsên nadir wek çavkaniyeke yekta xizmetê dikin bo têgihiştina şert û mercên siyasî yên di dewra serhildana Şêx Ubeydulah de.

Divê ez destnîşan bikim ku Tercüman-ı Hakikat1 nasnameya van rewşenbîrên kurd dernaxîne holê. Lê, divê ev rastî girîngiya van nivîsan zêde bike ji ber ku nivîskarên wan nivîsan nikaribûn bo rojnameyeke osmanî bêyî xwe sansur bikin binivîsînin. Ev nivîs şahidiya berovajiya nêrîna ku piranî li bende ye2 dike, bo misilmanên xwedî hişmendiyeke etno-neteweyî Îslam ne hokereke astengdêr bû. Nêrînên ku di beriya Yekem Şerê Cîhanê de etno-neteweperweriya misilmanan înkar dikin, bi tişta ku ji belgeyên arşîvên dewletê, rojnameyên osmanî, kovar û çavkaniyên nivîskî yên din ên liberdest derdikeve ne li hev in.3 A rast, heta radeyekê îdiayên hezkiriyên Frederick Millingen ê dawiya 1860an de angaşt dikir ew dikare “bêyî tirsa mubalaxekirinê piştrast bike ku hesta netewetiyê û eşqa serxwebûnê, wek hemû neteweyên din, dilê kurdan de jî kok berdaye, dipejirînim.”4 Dibêje encama ku gihiştiyê xwe dispêre “azmûnên wî yên şexsî, piştî ku bi gelek serokên tevgerên neteweyî yên kurd ketiye nav danûstendinê.”5

Bêyî ku ji nasnameya xwe ya misilmantiyê û baweriyên xwe feraxat bikin, tirk û yên ne-tirk dikaribûn xwe wek xwedî nasnameyên cuda bibînin ku di heman demê de rejima hemîdî her diçû bêtir hewl dida ev ên ne-tirk biçespînin ji ber ku ji bo temamiya dewletê wek tehdît dihatin qebûlkirin. Raperîna kurd a di 18806 de ligel hişmendiya îslamî hebûna daxwazên kurd ên etno-neteweperwer jî eşkere dike. Têkelbûna Îslamiyet û neteweperweriyê di belgeyên ku ji aliyê rewşenbîrên sekuler jî û Şêx Ubeydulahê Nehrî jî, serokê serhildanê, hatine hilberandin derdikeve holê.

Wek di destpêkê de jî hate gotin, ev gotar, bi riya analîzkirina çendîn nivîsên ji aliyê kurdan derbarê kurdan de hatine nivîsandin û di rojnameyên osmanî de hatine weşandin, wê li ser rabêja dînî neteweperwer a sedsala 19mîn hûr bibe. Bi vî awayî, ev xebat wan nivîsan dike nav peywenda wan a dîrokî. Ev çavkanî, ku di lêkolîneriya vî warî de qet bal nekişandiye, dikare pencereyekê veke ber bi xwe-têgihiştina bijareyên kurd ên hemdem.

Hilatina neteweperweriyên dijber

Divê di hişê mirov de be vejandina eleqeya bo saziya xelîfetiyê ji aliyê dewleta hemîdî destnîşan dike ku vê rejimê hewl dida hevsengiyekê çêbike li hemberî meylên neteweperwer ên ne-tirk piştî şerê osmanî-rûs di ya di 1877-1878an de. Bi qewlê Karpat, ev şer û Peymana Berlînê ya piştî wê “bû werçerxa girîngtirîn a dîrokî, çandî û derûnî di dîroka Împeretoriya Osmanî de. Bo cara yekem, him mirovdewletên osmanî him jî xelk lê hay bûn ku hilweşîna temamî ya dewleta osmanî ihtimaleke pir nêz e.”7 Kurd jî, wek parçeyên din yê civaka osmanî, kêm zêde difikirîn wê Împeretorî hilweşe û bi ihtimaleke mezin wê di nav Brîtanya û Rusyayê de bê dabeşkirin.8 Ew fikra ku Împeratorî dawiya wê nêz e di maweya şer de û piştî wê ket nav rojevê. Di ser re, hevbandoriya kurd û tirkan bandoreke pir neyênî9 hiştibû li ser kurdan. Şer li ser têkiliyên giştî û herêmê bandoreke mezin hiştibû, ji ber ku di maweya şer de van civatan li xeta dînî sef girtibûn. Di nav du salên şerê navbera Împeratoriyên Osmanî û Rûs de, ev cudatî û derzên civatî “xirabtir bûn bi îlankirina çar ku wê hemû xiristiyanan ji êrişên osmanî biparêze û kêfxweş bibe ew beşdarî artêşa rûs bibe. Di heman demê de, dewleta osmanî hemû herêmên xwe yên li herdu aliyên sînor bi çek kir.”10 Bandora şer pir berfireh bû û li herêmên ser sînoran ji aliyê “geşbûna hestên neteweperwer û mezhebî”11 ve mîratek berbiçav hişt li dû xwe. Piştî şer, welatê osmanî bi giştî û di taybet de li herêmên ermen/kurdan her diçû bêtir parçe dibû. Derzên civatî û têkçûna baweriya bi dewamiya Împeratoriyê cî vekir ji meylên kurdan ên neteweperwer, ku bersiveke hevkat bû bo neteweperweriya ermenan û zordestiya dewletên osmanî û qaçar ku bere bere zêde dibû. Lewma li hemberî vê paşxaneyê Abdulhamid hewl da xelîfetiyê vejîne. Ji ber vê, piştî şer ji aliyê rejima hemidî ve vejîna saziya xelîfetiyê bi qasî ku bersivek bû bo têkçûna baweriya misilmanan bi heyatiyeta împeratoriyê, bo windakirina parçeyê mezin ê gelheya ne-misilman jî bersivek bû.

Em werin ser herêmên ermen/kurdan ên Împeratoriyê, têkiliyeke pir tevlîhev sêbareyî hebû di navbera dewletan, kurd û ermenan de. Lazim e ne ermen ne kurd wek bitunên bi temamî yekgirtî, ne jî wek her dem û li her deverê bi eşkereyî ji hev cuda bin bên qebûlkirin. Di heman demê de, ji hin aliyan ve, cudatiyên dînî, bi awayê ku di maweya şer de hebûn, dikaribû bandor sedaqetên wan yên mezintir yên herêmborî (translocal) biguherîne. Lê, her koma çalak, eşraf û şexsiyetên xwedî nifuz hewl didan ji nav vê xumamiya piştî-şer derkevin û hêvî dikirin ji vê rewşê îstifade bikin bo avakirina dewleteke nû ku bikaribe bi desthilatdariya qewmê wan bi xwe re li hev rûne. Ji ber vê, di asta herêmî de her çiqas kurd û ermenan hewl didan bi ser ê din bikeve,12 dema dor dihat ser tarîfkirina têkiliyên xwe yên bi hev re di qada navneteweyî de, meseleyan wan diguherî.

Piştî şer, welatê osmanî bi giştî û di taybet de li herêmên ermen/kurdan her diçû bêtir parçe dibû. Derzên civatî û têkçûna baweriya bi dewamiya Împeratoriyê cî vekir ji meylên kurdan ên neteweperwer, ku bersiveke hevkat bû bo neteweperweriya ermenan û zordestiya dewletên osmanî û qaçar ku bere bere zêde dibû. Lewma li hemberî vê paşxaneyê Abdulhamid hewl da xelîfetiyê vejîne. Ji ber vê, piştî şer ji aliyê rejima hemidî ve vejîna saziya xelîfetiyê bi qasî ku bersivek bû bo têkçûna baweriya misilmanan bi heyatiyeta împeratoriyê, bo windakirina parçeyê mezin ê gelheya ne-misilman jî bersivek bû.

Em werin ser herêmên ermen/kurdan ên Împeratoriyê, têkiliyeke pir tevlîhev sêbareyî hebû di navbera dewletan, kurd û ermenan de. Lazim e ne ermen ne kurd wek bitunên bi temamî yekgirtî, ne jî wek her dem û li her deverê bi eşkereyî ji hev cuda bin bên qebûlkirin. Di heman demê de, ji hin aliyan ve, cudatiyên dînî, bi awayê ku di maweya şer de hebûn, dikaribû bandor sedaqetên wan yên mezintir yên herêmborî (translocal) biguherîne. Lê, her koma çalak, eşraf û şexsiyetên xwedî nifuz hewl didan ji nav vê xumamiya piştî-şer derkevin û hêvî dikirin ji vê rewşê îstifade bikin bo avakirina dewleteke nû ku bikaribe bi desthilatdariya qewmê wan bi xwe re li hev rûne. Ji ber vê, di asta herêmî de her çiqas kurd û ermenan hewl didan bi ser ê din bikeve,12 dema dor dihat ser tarîfkirina têkiliyên xwe yên bi hev re di qada navneteweyî de, meseleyan wan diguherî.

Ji bo ermen, osmanî û hêzên ewropî kurd ji eşîrên nîv-hov ku heyranê rêbiriyê bûn, pê ve ne tiştek bûn. Gotinên rojnameyên tirkî yên wê demê bo kurdan wek heywan –binavkirina “kuyruklu kürtler,” yanê kurdên biterrî şahidiya vê rastiyê dikin.13 Neteweperwerên kurd jî bi çavekî baştir li kurdan nedinihêrîn. Li gor wan, hebûna kurdan wek kolektîvîteyeke siyasî derewek bû ku ji aliyê rayedarên brîtanî û osmanî hatibû çêkirin û lewma,

Raffi,14 navdartirîn ramangêrê ermen ê neteperwer, piştî şerê osmanî-rûsan 1877-1878 di nivîsên xwe de angaşt dikir ger tiştekî wek ‘yekitiya kurdan hebe’ ew ancex ‘xewna’ rayedarên osmanî yên li Stenbolê an binemayek ‘xeyalî’ ya konsulên brîtanî bûn ku, li gor wî, herdu alî jî faziletên çandî yên kurdan bi kar tînin û ji bo armancên siyasî peyva Kurdistan îcad kirine.15

Rewşenbîrekî din ê bi navê Tanil Baxdasarov jî dema rojnameyeke osmanî bi çavekî nêz-kurd rexne dikir digot, “bifikirin dikare çi were serê xwînerên rojnamegerekî ku hewl dide îspat bike hejmara kurdên hov, kujer, neinsanî û barbar ji ya neteweya ermen zêdetir e.”16

Di salên 1880yî de dema neteweperwerên ermen konsulê brîtanî bi awayekî tund rexne dikir ku tiştekî xeyalî bi navê Kurdistan afirandiye, arşîvên brîtanî difikirîn ku wê bikaribin xwe bispêrin neteweperwerên ermen ji bo bidestxistina agahiyên rast ên derbarê realiteya li ciyê bûyaran. Yek di van belgeyan de, ermen di sê beşan de tên dabeşkirin: gundî, burokratên bo dewleta osmanî dixebitin û neteweperwerên ku dixebitin bo avakirina dewleteke ermen. Beşa sêyem wek kesên ku “fikrên wan ên welêt temsîl dike, û ger em bixwazin fêr bibin çi diqewime divê em berê xwe bidin wan” tê qalkirin.17 Ev, dema mijar dîtina wan ya derbarê kurd û gelê li wê herêmê be, asta nifuza neteweperwerên ermen a li ser rayedar û misyonerên brîtanî dide xuyakirin.18

Dema hêzên mezin komisyoneke bi navê Komisyona Kurdistanê ava kirin da ku Madeya 61 ya Peymana Berlînê bi cî binin, aktorên ne-herêmî yên kurd û ermen di muxalefeta berdêl de dengekî bilind radikirin.19 Ermen û kurd hêvî dikirin bikaribin ji rewşa piştî şer ji bo avakirina dewletên xwe yî serbixwe îstifade bikin. Lê xuya ye her du aliyan jî lempeya kesk û piştgiriyek muhtemel dîtine ji hêzên mezin ku ji bo bicîanina nihayî ya armancên xwe yên siyasî ev heyatî bû. Di encamê de, ermen bi taybetî hêvîşikestî û bihêrs bûn dema ne ku tenê navê komîsyonê lê bihîstin li herêmê konsula brîtanî ya nû vebûbû jî navê Kurdistanê pê ve bû. Li ber çavên ermenan ev naskirineke zimnî ya kurdan û kurdbûna vê axê bû. Wan “gazin kirin ji hukimeta brîtanî ku bi tayinkirina konsulekî bo Kurdistanê hestên hemû ermenan dabûn ber lingan.”20 Diyar e ku ermenan dixwestin navê wê komisyona Ermenistanê be.21 Binavkirina herêmê bûbû mijareke rikberiyê di navbera van civakan de, ku 1880 de di rojnameyên osmanî de rê li ber derbirîna bertekên kurdan vekiribû.

Bertekên manend di rojnameyên osmanî de di çendîn nivîsên cuda de rû da, hemû ji aliyê şexsiyetên kurd ên cuda hatibûn nivîsandin.22 Ji ber ev bertek deqên nadir, ku di vê serdemê de ji aliyê kurdan bixwe hatine nivîsandin, pêşkêşî me dikin û alikariya me dike em fam bikin ka rewşenbîrên kurd xwe û êdinên xwe çawa didîtin. Nivîsên wan an hebûna neteweperweriya kurdan destnîşan dikin an divê wek “anomalî û dijmînak [û] rêşaşkirinên ji hin bendewariyan bên dîtin, ew bendewarî di paradigmaya23 ku bi gelemperî wek ‘eşîrtiya kurd’ tê qebûlkirin, şênber dibin.”

Rojnameyên osmanî di 1880 de24 di asteke seyr de tengijînên etnîk û neteweyî derdixîne holê. Mirov dikare îdia bike neteweperweriya kurd, ku li herêmê dikare wek a şiyantirîn bê dîtin, jixwe li ber çavan bû.25 Belkî cara yekem, hin gotarên nêz-kurd, ku ji aliyê rewşenbîrên kurd ên takekes ve hatine nivîsandin, di rojnameyên osmanî de xuya dikirin. Ev nîşandêra rewşeke xeter bû ku neteweya serdest xwe tê de dît. Dema bi bendewariya dewleta serbixwe ya Ermenistanê û wek encama muhtemel a Peymana Berlînê parçebûna Împeratoriyê bixwe hesiyan, bijareyên osmanî wek ewên derdora Tercüman-ı Hakikatê dengê xwe bilind kirin ji kurdan re, ku hê jî di rojnameyên din ên osmanî de wek heywan an “kurdên biterrî” dihatin binavkirin.”26 Digel ku dem bi dem destûr didan hin nivîsên nêz-kurd bên weşandin, paragrafa jêr dilnexwaziya rewşenbîrên tirk tespît dike di sekna wan a nêz-kurd de dema dibêjin “hevalên me [yî di] Curia Durian27 de bi ewan re ne ku jê re kurd, bi giştî heydût (umumen haydut) dibêjin. Lê, dîsa jî Tercüman-ı Hakikatê wek nêz-kurd28 nîşan dide û bi awayekî seyr rojnameya me dax dike.29

Her çiqas ev paragraf pêşbaziya civatî, hişmendiya etnîk, û nêrînên siyasî yên bijareyên osmanî bixwe destnîşan bike jî, ew fama bijareyan a derbarê êdinên hiyerarşîzebûyî de jî eşkere dike. Bi xwendina vê paragrafê re, mirov bi hêsanî dikare ferq bike ku kurd di ser ermenan re tê girtin lê ne ewqas ku bijareyên osmanî/tirk kurdan jixwe bihesibînin. Heta li hemberî ermenan jî, dînê kurdan hê jî di navbera herduyan de bi awayekî girêyek e, etnîsîteya kurd û mesafeya wan a ji navendê kendaleke bêîmkan temsîl dike. Lewma diyar e nivîskarên Tercüman-ı Hakikatê aciz bûne ji ber binavkirina nêz-kurd, çiqasî ev îdia yên ermenan be jî tehdîd eşkere bû bo neteweperweriya fermî. Digel ku xelkê perîferiyê li hemberî ne-misilmanan dikaribû wek emsalên hev ên misilman bên hesibandin, bijareyên osmanî nikaribûn tehemul bikin da ku asta wan bê daxistin û ji ber ku ew wan wek paşverû û hov dibînin an bi qewlê Karen Horney, wek “xuyanga wan a biçukdîtî”30 xuya dikirin. Têra xwe balkêş e, xelkên perîferiyê, kurd jî tê de, di şerê li hemberî ne-misilmanan de tirk wek emsalên xwe yên misilman, lê di heman demê de wek tirkên zordest ku serdestiya xwe li ser ên din ferz dikir, didîtin.31

Rewşenbîrên kurd bertek didan neteweperweriya ermenan ji ber ku wan ew bo neteweperweriya xwe an bo berjewendiyên kurdên osmanî bi giştî wek tehdîdekê didîtin.32 Wan aciziya xwe ya ji ber teswîrkirina bijareyên osmanî ya bo kurdan wek heydûd û hov jî venedişartin. Dema tengijînên ji ber bicîanîna Peymana Berlînê zêde bûn, rojnameyên osmanî, bi taybetî jî Tercüman-ı Hakikatê biryar da hinekî destûr bidin derbirîna nêrînên şexsiyetên kurd. Dema ihtimala bicîanîna Madeya 61ê ya Peymana Berlînê zêde bû, ev nîqaş, ku xemên şexsiyetên kurd nîşan didin, di çapameniya osmanî de xuya kirin. Diyar e kurd lê hay bûbûn ku reformên Madeya 61ê dane destpêkirin ku wê bibe platformeke biyanî bo afirandina dewleta ermen a muhtemel û navê Kurdistan jî winda bibe.33 Navdarekî kurd ê nenas bû deng dida vê tirsa di nav kurdan de dema diyar dikir “qewmên herî hov ên dinyayê jî ne li dijî reformê ne. Lê, ger ev reformên Xwedê girabî wê bibin wek ên li Rûmelyaya Rojhilat”ê û rê li ber kuştinên komî yên misilmanên herêmê veke, ew çax “kurd wê wan bi temamî red bikin.”34 Didomand digot wê kurd ser riya pêşengên xwe û bi hev re li hember ferzkirinên vî awayî şer bikin.”35 Di nivîseke din de dihat îdiakirin ku ermen daxwazên xwe wek reform bi nav dikin ku bikaribin Ermenistanê ava bikin. “Dawiya dawî,” digot nivîskar, ermen îdia dikin ev der Ermenistan e û cihê kurdan li van deran tune ye; divê an hûn koç bikin Îranê an bibin teb’aya me. … Ma ev edalet e? Qewmek dikare ji bo xwe xilas bike hebûna yeka din tehdîd bike?”36

Ev tirs û nêrînên nîqaşwarî ji aliyê herdu aliyan ve di jinûvexwendina dîrokan de û di xêzkirina sînorên cografîk yên muxayel de di warê binavkirin û jinûvebinavkirina herêmê de jî dihatin diyarkirin.37 Nîqaşa ka navê rast ê herêmê divê Kurdistan be an Ermenistan be ku bû sedema şerê civatî ku piştî vê dewletê di 1881ê de li Bedlîsê bikaranîna van navan qedexe kir.38

Ev nivîs hin caran li teswîra kurdan a di çapameniya osmanî, ermen û ewropî de bi wekhevî rexne digrin û projeksiyon heman nêrînên neyênî yên rewşenbîrên kurdan ên derbarê xwe de bi ser cîranên xwe ve -ermen- didin xuyakirin. Li gor nivîsa yekem, rojnameyen nêz-ermen îlan kirine kurd li dijî reformên ku Madeya 61ê merc kirine, ji ber ku, ger ev reform bên bicîkirin, kurd wê nikaribin tekane zen’etê xwe -talan û diziya ermenan- êdî bi cî bînin.39 Nivîskarê yek ji van nivîsan destnîşan dike ku welatparêziya wî (hamiyet-i milliye) û şewq û hewesa wî ya etnîk (‘asabiyet-i kavmiye) wî mecbûr dike van îdiayan bêbersiv nehêle.40 Niha, van nivîskaran hewl didan ji aliyekî ve dîroka neteweyên (qewm) xwe ji nû ve binivîsînin ji aliyekî ve jî êdinên xwe, yanê ermen, bi awayên bêrûmetdar taswîr bikin.

Lewma, yek ji wan ermenan wek nexwende, bêdîrok, bêziman an bê çand teswîr dike.41 Lê, nivîs îdia dike, ev ên li Stenbolê rûdinin li aliyekî ve, ermen gelek caran ji kurdan paşverûtir in.42 Şexsiyetekî din ku wek kurdekî mûteber tê nasandin di destpêka nivîsa xwe de bêavantajiya rewşa kurdan destnîşan dike. Bêyî ku rave bike ka berê çima di rojnameyên tirkî de xuya nedikirin,43 nivîskar diyar dike “niha em baştir li rewşa xwe hay bûne ji ber ku me nikaribû xwe bigihanda çapameniyê, heta ya tirkî jî, ermen dikaribûn bi hêsanî têkevin nav çapameniya ewropî û kurdan ku wek hov teswîr bikin.”44 Dû re dest bi berawirdkirina kurd û ermenan dike û îdia dike kurd ji aliyê çandî ve di ser ermenan re ne, ku tê de layengiriyeke nijadperest dikare bê hîskirin. Dibêje kurd bi erebî, farisî û zimanê xwe dizanin, ermen jî bi hezaran sala ye nîv-wehşî (nime vahşi) mane bêarmanc li deşta nezaniyê digerin.45

Di nivîseke din de, wek ‘A.T.’ îmzekirî, ermen tên tawanbarkirin ku kurd wek “ji arezûya pêşveçûnê mehrûm” dax kirine. Ji aliyê din ve, heman nivîskar îdia dike “kî ermenan nas bike şahidiyê dike, ku dema bi kurdan re tên berawirdkikin, ermen çiqas li paş mane.”46 Îdiayên ‘A.T.’yên hayjixwetune bêhed in. Ev teswîra wî ya ermenan çi ye? Ewqas zêde diçe, dibêje kurdên koçer gelek qedrê huner û perwerdeyê dizanin, têra xwe xwedî belagat û şairane ne, û “em dikarin bêjin tu netewe (millet) negihiştiya asteke wisa bişeref.”47

Digel ku kurd xwediyê wesfên cuda ne, ermen tenê wek tiştên çekur (solid) in, ka wê çawa ji van reforman îstifade bikin? … Beriya her tiştî, zimanê wan bixwe tune ye. Ger yekî/a ermen wê bibe mirov, lazim e ew zimanê gelên din fêr bibe… Ji zaroktiya xwe ve bi tirkên osmanî didin distînin û hemû jiyana xwe di daireyên dewletê û dîwanan de derbas dikin, dema bi tirkî dipeyivin, hê jî bîna ermenkî (ermeni rayihası) ji wan tê.48

Nivîsên ‘A.T.’ nîşan dide ku di her civatê de bijareyên neteweperwer çawa êdinên xwe tenê ‘ne-insan’ dibînin. Ev cure “taybetiyên hevpar ên hestbar bi helwestên endamên koma hevyaz (ingroup) ên hemberî endamên koma dijber”49 re elaqedar in. Berteka ‘A.T.’ fikrên nijadperest ên wê demê û adetî, têkiliya xav a navbera nijad, ziman û pêşveçûnê nîşan dide. Ev îlaweya aciziya derûnî ya tawanên wek hov û neşaristaniyê ye jî di demeke wisa de ku daxên bi vî awayî dikaribû were wê astê ku bên gindêrkirin nav halê xumamî ya “hovîtî”yê –û qedera wan têkeve nav lepê hêzên şaristanîkir.

‘A.T.’ xuya ye di warê kanonên wêjeyî yên ewropî de têra xwe şareza ye û diyar e çendîn deqên wêjeya ewropî werdigerand. Di vegotina wî ya derbarê kurdan de, li berawirdkirina zimanên kurdî û ermenkî û înkarkirina ermenan nasekine; gaveke wêdetir diçe ziman û wêjeya kurdî bi ya ewropiyan re dike dema dibêje:

[Divê ji] geşbûna bêqisûr ya awarteyî (fevk al-‘ade mükemmeliyeti ile) ya zimanê be ku em bixwazin çi zimanî fêr bibin, bi hêsanî fêr dibin û wek ku zimanê me bixwe be dipeyivin… Bêqisûriya zimanê me û berhemên me yî wêjeyî û dîwanên me yî helbestî -ku bi yên Lamartine, Homer û Voltaire re dikare bên qiyaskirin- dike ku ez berhemên kanonîk ên ewropî wergerînim bo kurdî.50

Tişta balkêştirîn ew e ku, di vê dewrê de, dîrok çawa tê amrazkirin û asta bilind a geşbûna zimanekî û kûrahiya rehên wê di dîrokê de bo rewakirina îdiayên siyaseta neteweperwer tên bikaranîn. Ji ber vê, her li ku derê hestên neteweperwer peyda dibin, dîrok û rabirdûya gelan be kêf û coş tên radîkalîzekirin û neteweyîkirin û hewldanên van rewşenbîrên kurd bo jinûvenivîsandina dîrokê ne qewimîneke bi serê xwe bû. Lê, di jinûvenivîsandina ‘rabirdûya xwe ya qedîmtirîn’ de jî, şaristaniya ewropî ciyekî mezin digirt. Lewma, kengî hebûna neteweyekî bihata texeyulkirin, bi awayê fantastîktirîn û anakronîktirîn be jî, lazim bû hin taybetiyên şaristaniya modern a ewropî bikira malê xwe. Ji ber ku, teşebisa jinûvenivîsandina dîroka neteweyê bo nîşandana ku ‘em’ di rabirdûyê de bi awayekî cuda şaristanî bûn eyn wek ewropiyên îro. Li vir “neteweyetî” dibêje Uri Ram “wek çîrokekê ye ku gel derbarê xwe de vedibêje da ku wateyekê bide cîhana xwe ya civakî.”51 Di vir de, di mijara ‘şaristanîbûn’ê de bi taybetî xwe dikin asta neteweyên din da ku daxwazên xwe yî siyasî yên hemdem rewa bikin. Her wiha, ‘rabirdûya me ya îslamî,’ ku ‘me’ ji misilmanên din jî cuda dike û di nav hevdînên ‘me’ de şahidiya ciyê ‘me’yî cuda dike, potansiyela ‘me’ ya pêşveçûnê –nebenabeya serdema neteweperweriya modern, ku wek şertê qebûlbûyîna wek neteweyekê dihat dîtin, destnîşan dike.

Nivîsa ‘A.T.’ dibe mînaka vî hestî dema nîqaş dike:

gelek gelên li Iraqa ereb,52 Heleb û hemû herêmên li Şamê, çi tirk be çi ereb be… bêyî kurdî bizanibin nikarin bibin ulema. Di nav van ulemayan de filozofên wisa hene ku nîqaşên wan ên teolojîk wê Voltaire -ger ji gora xwe rabe û rastî wan were- têk bibira. Lewma wê çare nemaya li hember wan xwe bitewanda û raseriya wan bipejiranda.53

Ev çend hevok ne bi tenê qala zimanê kurdî û statuya wî ya di ser ên din re dike lê raserî êdin îma dike xwendebûna di zimanê kurdî de nîşaneyeke statuya raser a ilmê ye di nav ne-kurdan de, wek ku ew li herêmên misilman ên li jor zimanê hevpar be. A din, îdia dike ku ew ne bi tenê li gorî pîvanên kevneşop ên ilmê Îslamiyetê; hevnasîna Voltaire bi asta ilmê wan re wê ew jî li pêş wan tarûmar bikira. Ev mubalaxa û şaşiyên dîrokî yên di îdiayên wî de, bi awayekî, dikare taybetmendiyeke hevpar a dîroknûsiya neteweperwer be. Lê li vir tişta divê jê hay hebe ev e ku ilmê dînî yê kevneşopî tê berzkirin û bi xwe-mezinkirina etnîk a îdiayên modernîst û etno-neteweperwerî yên li jor re tê yekkirin.

Ev îdiayên derbarê xwezaya tevkariya kurdî ya di rabirdûya îslamî de, ji dîroka misilmantiyê ya giştî tê veqetandin, gelek balkêş e. Ev rabirdûya îslamî bêyî referansên bo misilmanên din, an heta rabirdûya wan a hevpar a dîrokî, çandî an dînî, dibe kurdî. Vegotina neteweyê bi riya jinûveşîrovekirina tecrubeya hevpar pêk tê. Lê ev jinûveşîrovekirin bi tarîkirina aliyên hevpar ên wê dîrok û tecrubeyê, bi vederkirina êndin ji vegotinê ku xizmeta berdewamiya mîrata neteweyî ku tê gotin bike û li wê rûnê, pêk tê. Di vê dîroknûsiya neteweperwer de, ne bi tenê qehremanên dînî wek Selahedîn ji nû ve xwedî lê tê derketin, lê yek ji girîngtirîn şerê xiristiyan-misilmanan wek serfiraziya qewmê kurdan tê pêşkêşkirin. A din, para ne-kurdan a di vê azmûna taybet de bi awayekî xurt tê efsaneyîkirin. “Ev vegotin wate û ewlehiyê dide hebûna monoton û jiyana rojane bi ‘qedera neteweyî’ ve girê dide.”54 Jê wêdetir, dabeşbûna xumamî ya di navbera kurd û ermenan de, meseleyek ku wê çaxê taybetî li herêmên çolyar dîroknas û misyoner gêj dikir, bi giraniya rabirdûya îslamî ber bi aliyekî ve çû. Lê, ev e ku “nasnameya siyasî çawa her tim û bêje nebêje siyaseta afirandina cudatiyê ye. Kesek heta radeya ku ew ne mislimanekî bosnayî an xirvat be, sirbekî bosnayî ye.”55

Ev nivîskar heta diçe kokên şaristaniya Ewropayê, ku wê çaxê bi gelemperî wek ‘Şaristanî’ dihat behskirin, dike kurd. Lê belê, bi vî awayî, roleke kurdan a cuda dûpat dike. Nêzîkbûneke bi vî awayî bo şaristaniya ewropî, îdiaya koka wê misilman an hevpar, bi dû re wê di nav misilmanên modernîst û erebên neteweperwer de hinekî populer bibûya. Lê, em dikarin bêjin ev cure xwendina kurdên neteweperwer a derbarê rabirdûya îslamî de nisbeten îstisnaî ye. Nivîskarê gotarê hin beşên dîroka îslamî jî ji nû ve vedibêje di qewmê kurdan de dijmêre wek koka şaristaniya ewropî ya îro dema dibêje ku

niha jî dîrokzanên rojavayî qebûl dikin ku eyubiyan, wek Selahedîn, sedsalekê bi xaçparêzan re şer kirin û ewropî xistin riya şaristaniyê. … Çend sal berê Mr. Gladstone -di gelek axaftinên xwe yî li ser Rojhilat ên bi referansên barekirî bo Selahedîn- xizmeta kurdan a bo Şaristaniyê qebûl kir, pesnê qewmê kurd da û ev qewmê esîl (necîb) berz kir. … Ji riwangeyeke etnolojîk ve, kes dikare navekî ji qewmê ermen nîşan bide ku ewqas bi hurmet hatibe qalkirin- di [çavkaniyên] dîroka Ewropayê de, çi kevn çi nû.56

Digel ku ev gotar ne pir zêde ne, nivîskarên wan hewl didan ji kêm derfetan îstifade bikin û ji bo ‘vegotina neteweyê xwe’ lazim bû dawa xwe bi temamî ispat bikin. ‘A.T.’ hewl daye bi awayekî ‘dîroka şaristaniya kurd’ ji nû ve binivîsîne da ku şopên mezin ên kurdan di dîrokê de nîşan bide û êndin wek tune be an li gor dîroknûsiya xwe ya neteweperwer “Şaristani”yê teswîr bike. Hin nivîskarên din jî hebûn ku hewl didan nexşeyeke Kurdistanê ya edebî û her dem sabit ku ji mêj ve hebûye. Di gotarekê de, ku wek du beşan bi sernavê “Kurdistan an Ermenistan?” hatibû weşandin,57 beşa yekem li ser erdnigariya Kurdistanê û ya duyem li ser etnografyaya kurd bû, hewlên rewşenbîrên kurdan bo nivîsandina erdnigariyeke dîrokî ku îdiaya mesafeya zêdetirî du hezar salan dikirin. Li vir, “naveroka babetî ya rabêjên nasnameya neteweyî avakirina rabirdû, niha û dahatûyeke hevpar; çandeke hevpar; welatekî hevpar,58 û têgeha mirovê neteweyî.”59 jî dihewîne.

Bi dupateke bi vî awayî ya li ser yekitiya ezelî ya erdnigariya Kurdistanê, wek ku bê pêşbînîkirin, heta endamtiya Kurdistana hemdem a di Împeretoriya Kurdistanê bi temamî “tê jibîrkirin”60 Ji ber vê sedemê, divê ev îdia wek bertekên besît ku bi qayişkêşiya civatî ya ermen û kurdan re sînorkirî neyê dîtin. Ev çavkanî, digel ku gelek kêm in, rewşeke ji berteka misilmanan (osmanî/tirk/kurd) bo neteweperweriya ermenan wêdetir eşkere dike. Bi vî halî, li ser erdnigariya Kurdistanê, tevî ku serpêhatiya gelemperî ya ‘îroya dîrokî ya ‘bi tekaneyî nasbar’ (uniquely identifiable) a neteweya ‘şexsîkirî’ ku şopa wê diçe ‘demên efsaneyî’61 vedibêje jî, sînorên erdnigariya neteweyekê jî tê bawerkirin ku ji yên neteweyên dikare bê cudakirin.’

Mirov dikare armancên van hewldanên (jinûve)nivîsandina erdnigariya dîrokî wisa bi rêz bike: 1) îspat bike ku kurd ne hov in û lewma îdiayê wan ên bo axê rewa ye. Ev bo tesdîqkirina tekane xwedîtiya dîrokî ya kurdan a vê axê tê kirin. Wek ku yek ji van nivîskaran diyar dike, kurd wek civak “nezan û hov tên pênasekirin; niha divê hevalên me şoke bibin dema bibînin kurdên hezkiriyên ilmên wek dîrok û erdnigariyê û di nav belgeyên osmanî de axa neteweya me62 sînorên wê çawa hatine danîn.”63 2) Îdiaya ku kurd neteweyeke cuda ne. Navdarên kurd bawer dikirin ku ew li aliyê şaş ê şerê şaristaniyê de ne. Wan hest pê dikirin bo qedera wan a hevpar şer dikaribû bibe hokereke diyarker. Yek ji van nivîskaran bi eşkereyî ve ev tirsa xwe ya hevpar vedigot di nivîsa xwe de “em” divê dawî li “bêdengiya xwe bînin li hember ev derew û îdiayên derbarê gelê me (kavmiyetimize) de tên nivîsandin. Niha, ji ber bêdengiya me, em bedelê vê pênasekirina di cîhana medenî de, yanê Ewropa, didin. Em mecbûr in bêdengiya xwe bişkênînin.”64 Temama rabêja şaristanîbûnê ji bo rewakirina îdiayên siyasî yên dijber bû û bo piştrastkirina ka kîjan civat têra xwe ‘wêrar bûye’ (evolved) da ku bikaribe layiqî dewletbûnê bê dîtin. Delîleke mezin a vê nêrînê ev îdiaya ku ermen bixwe “înkar nakin ew amade ne xilasiya xwe ya siyasî veguherînin bikin daweyeke ku biryara wê ji aliyê ewropiyan bê dayin û wê bavêjin nav rîskê.”65 3)Îspat bikin ku ev ax aîdî kurdan e û dawî li “mezintirîn bêedaletî”yê bînin ku kurd dihatin “biçûkxistin ji ber binavkirina welatê xwe wek Kurdistan.”66

Digel ku berdengên sereke yên van nivîsan ermen bûn, wan bi awayekî eşkere wek neteweyeke cuda qala kurdan dikirin. Lê xwe-sansurkirina di nivîsên bo rojnameyên dewletê de divê bê qalkirin. Ev nivîs diyar e taybetî neyartiya dewletê nakin. Lê, kurd bi gelemperî wek qewmiyeteke primordial a cuda tê şayesandin û ji hemû misilmanên din, tirkên osmanî jî tê de, tên veqetandin. Bi vê, di jinûvenivîsandina kurdan bo têkiliya xwe ya dîrokî ya bi osmaniyan re ev xal zelal dibe. Kurd firehbûna Împeratoriya Osmanî ya di sedsala 16mîn de ku encama wê de Kurdistan jî ket bin darê Împeratoriyê, ji nû ve şîrove dikin. Ev wek kurdan bi dilxwazî hakimiyeta osmanî pejirandine, tê vegotin.67 Vegotineke revîzyonîst a bi vî awayî zayina netewetiya kurd a muxayel di rabirdûyeke dûr de disêwirîne an wê davêje wir. Wekî din, li vir ‘civata muxayel’ ji osmanî aktoriyeke dîrokî û hebûneke serbixwe bi dest dixe –hema bêje wek şirîkekî bo yekitiyê di rabirdûyê de. Di destpêka sedsala 20mîn de jî rewşenbîrên kurd îdiayên bi vî rengî dubare dikirin. Jê wêdetir angaşt dikirin, ji ber ku kurdan “di rabirdûyê de ev yekitî bi dilxwazî pejirandine” -di serdema netewe-dewletê de- ferz e ku tirk di bidestxistina serxwebûna xwe de alikariya kurdan bikin.68

Wek berê jî hatibû diyarkirin, di van nivîsan de endîşeya derbarê ‘rabirdû’yê de piranî hewleke tamandina daxwazên siyasî yên hemdem bi rewatiyê bû. Girêdanî û jêqetînên bijarte yên ji cîhanê û dîroka îslamî yên van nivîskaran armanc dikir bo kurdan wek aktorên medenî rabirdûyekê biafirînin. A din, ew hewlek bû bo rewakirina planên hevpar û serbixwe yên dema niha –beyankirina hişyarbûna kurdan. Lewma, dihat gotin ku “em ê jî planên xwe yî bo dahatûyê îlan bikin û vê piştrast bikin.”69 Nivîskar dewam dikin û angaşt dikin “em niha bi taybetî bi endîşe ne û haydarbûna me ji tebîeta rasteqîn a hewldanên hêzên mezin ku wek reform propagandaya wan tê kirin… bo diyarkirina dahatûya xwe me bêtir bibiryar dike.”70 Lê, nivîskar hişyar dike ku şaşiyeke ji vê mezintir tune ye ku bifikire “welatê Kurdistanê ji azamet û heyecanê bêpar e (heyecandan ‘ari) û wek ku hûn hemû dizanin, pirsgirêka Şêx Ubeydulah Efendî hê jî xurt e.”71 Ev gotina dawî destnîşan dike ku ev rewşenbîr plana stratejîk a Şêx Ubeydulah bo serxwebûnê destek dikin û jê bi hêvî ne.

 

* Ev peyv ji Christopher Houston hatiye deynkirin, Kurdistan: Crafting of Nation Selves (Bloomington, IN: Indiana University Press, 2008).

1 Tercüman-ı Hakikat, rojnameyeke rojane, li Stenbolê di navbera 1878-1921 dihat weşandin.

2 Brwd. Taner Akçam, From Empire to Republic: Turkish Nationalism and the Armenian Genocide; Niyazi Berkes, The Development of Secularism in Turkey (Montreal: McGill University Press, 1964); Hasan Kayalı, Arabs and Young Turks: Ottomanism, Arabism, and Islamism in the Ottoman Empire, 1908-1918; Bernard Lewis, The Emergence of Modern Turkey 2ed. (London: Oxford University Press, 1968).

3 Wek mînak di 1901ê de Abdurrahman Bedirxan dibêje: Ey kurdno! Wek hûn dizanin, hemû netewe ji bo qenciya xwe dixebitin. Pir xirab e ku kurdan her tim xizmeta biyaniyan kirine. We bi salan xizmeta tirkan kirine, çi ket kîsê we? Dema beramberî van zalimtiya dewletê hûn nîşanekê an rutbeyeke leşkerî werdigrin, hûn hemû muameleyên neadil ji bîr dikin. … Dibêjî qey em ji bo xizmeta biyaniyan bikin hatine afirandin. Pênc sedsal berê li welatê me yek tenê tirk tunebû. Hemû tirk ji Turanê hatin welatê me, û li welatê me serdestiya me kirin. … Tirk û Siltan her çi nav û unwanê dixwazin bi kar bînin bila bînin; lê Xwedê em ji bo xizmeta wan neafirandiye. … Wext hatiye; divê em ji bo karê xwe û rizgariya zarokên xwe bixebitin. Ev şerm e bo kurdan, ku bi mêrxasî û comerdiya xwe tên naskirin, bibin xizmetkarê dewleteke zalim. Demek berê dewleteke me jî hebû, azadiya me hebû. Lê, şerm e ku, ev bextewarî ji nav destê me çû, niha em di nav destê qeşmeran de ne. Bêtifaqiya me sedema sereke ye. Ji ber ku em kurd neyarên hevdu ne, tirk ji vê îstifade dikin. … Em çima di bin hukimdariya tirkan de dimînin [?] … Em rewşa ermenan binêrin, ew amade ne bi we re hevalbendiyê bikin. Hûn ê bi hev re dahatûyeke baştir formule bikin û bi hev re xwe ji zordariya tirkan xilas bikin. … Bi izna Xwedê, rojekê, ez ê bixwe derfetekê bibînim û ji aliyê Îranê werim ser sînorê Kurdistanê. Dû re, Xwedê bêje erê, ez ê kurdan rizgar bikim ji xizmetkariya romiyan, û nîşanî dinyayê bidim ku kurd ne kujerê xelkên bindest in. Kurdistan, hej. 27, 13 Adar 1901, wer. bo îng û nql. Deniz Ekici, “Imagination: The Making of Kurdish National Identity in the Kurdish Journalistic Discourse” (University of Exeter, 2015): 129-131.

4 Osman Seifi û Frederick Millingen, Wild Life among the Koords (London: Hurst and Blackett, 1870), 213.

5 H.b.

6 Bnr. Kamal Soleimani, “Islam and Competing Nationalisms: The Kurds and the Turks in the Late Ottoman Era,” (Teza Doktorayê, Columbia University, 2014).

7 Kemal H. Karpat, The Politicization of Islam: Reconstructing Identity, State, Faith, and Community in the Late Ottoman State, Studies in Middle Eastern History (New York: Oxford University Press, 2001), 153.

8 FO 195/1316: No. 24, Siyasî (nehênî), ji Clayton bo Trotter: Raşid Beg [Qeymeqamê Şadaxê] yek ji wan kesan bû ku hatibû şandin bo Stenbolê û di vegerê de ji Şêx Ubeydulah re gotiye Împeratoriya Tirk li ber mirinê ye û wê di navbera hêzên ewropî, bi taybetî Brîtanya û Rusya de bê parvekirin, û pêşniyazî wî kiribû ku zor bide bo serxwebûnê.

9 Bnr. Şêx Ubeydulahê Nehrî, Tuhfetul Ehbab: Mesnewi Şex Ubeydullah Nehri, ed. Seyid Isalm Duagû (Urmia: Husseini 2000), 107-37.

10 Sabri Ateş, “Empires at the Margins: Toward the History of the Ottoman-Iranian Borderland Peoples, 1843-1881” (PhD dissertation, New York University, 2006), 300.

11 H.b., 297.

12 Wek mînak, di 9ê Gulana 1880ê de, “Civata Mezin (Great House) a Ermenên Axtamarê bi izna Xwedê, pêşwaziya Kaptan Clayton û hevalê me yê xoşewîst konsulê alîkar ê hikumeta xurt a îngilîz li Wanê dikin. Û diyar dike:
baş tê zanîn ku kurdên çavbirçî û barbar ev welat çawa talan kirine û tarûmar kirine û sala çû hêzên mezin yên xiristiyan bo hikumeta tirk pêşniyaz kirin ku peywirdaran bişînin ermenistanê da ku xiristiyanên feqîr û reben ji nav lepên zordarên zalim xilas bikin û rewşa wan a êşdar baştir bikin. (FO 195/1315; dupat lê hatiye zêdekirin)

Di heman demê de, wek ku belgeya jêr destnîşan dike, çendîn hewldanên bo eniyeke yekgirtî li hember dewletên osmanî û qacar hebûn, wek mînak:
Demeke dirêj e, ez bi temamî li dijî fikra tifaqa kurd-ermenan bûm. Li gor min gelek bêwate ye ku di navbera van herdu nijadên bi eşkereyî dijberê hev in hevsengek hebe, lê xuya dike aniha di bin perdeya ticaretê de bi kurdên Dêrsimê re û bi serokeşîrekî xurt li wê herêmê muzakere tên kirinJi min re tê gotin ku hin eşirên kurd ên kok-ermen ne tenê amade ne bo alikariya hewldanekê lê amade ne derbasî dînê xiristiyaniyê jî bibin. (FO 195/1316; William Everett Capt, Pûşber 25, 1880, Erzirom, dupat lê hatiye zêdekirin.) A din, ji aliyê herdu civatan gelek hewldan hene ku bi ser aliyê din bikevin. Wek mînak, “Şêx qasid şand ba Ma Şîmon ku jê re bêje tevlî wî bibin li hemberî hukimeta tirk û heman teklîf li serokê ermen ê rûhanî jî kir, û got wê xiristiyanan biparêze. (FO 195/ 1315/ No.23 Siyasî [Nehênî], ji Clayton bo Trotter, Başkale, Tîrmeh 11, 1880, dupat lê hatiye zêdekirin.) Agahîdêrê min dibêje Şêx Ubeydulah pir dixebite ku nifûza xwe zêdetir bike. Xwe bi xiristiyanan şêrîn dike û gelek xiristiyan ji Gewerê koçkirine bo mintiqeya Şêx da ku ji parastina wî îstifade bikin. (FO 195/1315, No. 20, ji Clayton to Trotter, Wan, Gulan 25, 1880, dupat lê hatiye zêdekirin.)

13 Dîplomatekî qacar, di nameyeke farisî bo rojnameya osmanî, Vakitê de (No. 1776, Îlon 28, 1880) de rojnamegerên tirk hişyar dike bo zêde bikaranîna gotina “kurdên biterrî.” Dîplomat destnîşan dike ku bi taybetî piştî 1878 Peymana Berlînê, rojnameyên tirk gelek caran wek “xelkê biterrî”, yanê hov an heywan, qala kurda dikin. Lewma, dîplomat bi henekî dibêje: “Kord Haman beh ke domash nabashad (baştir e ku kurd bêterrî bimînin).”

14 Yektan Türkyılmaz Raffi (Hakob Melik-Hakobyan, 1835-1888) tarîf dike wek yek ji girîngtirîn îdeologên neteweperweriya pan-ermen. Li Salmasê (bakurê rojavayê Îranê) di malbateke îranî-ermen a ji çîna navîn de hat dinyayê. Bi taybetî bala xwe da ermenên li Rojhilata Anatolyayê. Di dawiya salên 1850an de li seranserê wilayetên rojhilatê yên Împeratoriya Osmanî geriya. Di rojnameya rojane ya ermenkî ya navdar Mshak (Tbilisi) de qunciknûs bû. Piranî li ser nasnameya ermen, him honak him ne-honak, dinivîsand. Bnr. Yektan Turkyilmaz, “The Problem of ‘True’ Kurdish Identity in Armenian Nationalist Literature, 1878-1914,” gotara pêşkêşkirî di civîna salane ya the Middle East Studies Association (MESA), Marriott Copley Palace Hotel, Boston, MA, Mijdar 21-24, 2009.

15 H.b.

16 Tercüman-ı Hakikat, No. 677 (Îlon, 14, 1880).

17 FO 195/1316, William Everett Capt, No. 6 C, Erzirom, Pûşber 25, 1880.

18 H.b. Lê çîna sêyem ku ji ermenên gregorî yên bêtir xwedî perwerde pêk tê, mirovên sade an xwedî nifûz ên demeke dirêj e li welêt rûdinin, an mirovên xwedî behre û enerjî yên ji Konstantinopleê hatine taybetmendiyeke wan pir cuda hene. Ji ajoyên welatparêziyê an hewesê xwedî armanceke xurt in ku welatiyên xwe ji zordaran xilas bikin û ji bo bi ser bikevin çi ji destê wan bê wê bikin. Her dem bi Komiteya li Konstantinopleê re di nav têkiliyê de ne ku fermanên wan werdigrin û wan derbasî jêr-komîteyên li herêman dikin. Ew kesên ku li jor wek çîna yekem hat qalkirin wek kerî bi rê ve tên birin, fikrên wan yên welêt temsîl dikin, û ew in ên ku pêwîst e em berê xwe bidinê, fêr bibin bê ka çi diqewime. (dupat lê hatiye zêdekirin)

19 Made 61 a di Peymana Berlînê wisa ye:
Bab-ı Ali bêyî ku dereng bikeve guherîn û reformên, ku li wilayetên ermen lê dijîn pêwîstiyên herêmî îcab dike, bîne cî û ewlehiya wan a hemberî kurd û çerkezan xerantî bike. Bab-ı Ali wê bi awayekî periyodîk agahî bide, hêzên ku wê serperiştiya wan bikin, derbarê pêşgiriyên (tedbîr) bo vê armancê hatine kirin.

20 H.b. ji Cooper bo Layard. No. 1; Edene, Çile 7, 1880.

21 Wek mînak, “ermenên (Great House of) Axtamarayê” dibêjin “hêzên mezin ên xiristiyan pêşniyaz li hukimeta tirk kirine peywirdaran bişîne ermenistanê da ku xelkê feqîr û reben rizgar bikin. (FO 195 /1315; dupat lê hatiye zêdekirin.) Bnr. Tercüman-ı Hakikat, No. 586, Gulan 28, 1880 jî.

22 Brwd. h.b. No. 585-598 (1880). Hejmara 598an ya Tercüman-ı Hakikat du tiştan dihewîne: a) Fermana Abdulhamid a îlankirina guherandina Wezîrîazam Sa’id Paşa, Pûşber 10, 1880; û b) beşa duyem a gotara bi sernavê “Kurdistan an Ermenistan?” ku nivîsa dawîn e ku ji aliyê kurdekî derbarê têkiliyên kurd-ermenan de hatiye nivîsandin û di 1880a de di rojnameyê de hatiye weşandin. Babetên din ên rojnameyê û fermana Abdulhamid îma dikir ku osmanî temînat stendine ku bituniya axa împeratoriyê wê wek xwe bimîne. Ev nîşane bû ku Tercüman-ı Hakikat wê weşandina nivîsên nêz-kurd bisekinîne.

23 Li vir ez fikra Rust di awayekî peywendeke cuda de bi kar tînim. Bnr. Joshua Rust, John Searle and the Construction of Social Reality, Continuum studies in American philosophy (London: New York: Continuum, 2006), 83.

24 Brwd. Tercümanı Hakikat, taybetî No. 586-598, 1880.

25 Bnr. h.b.

26 Wek mînak, Tercüman-ı Hakikat destûr dide kurd hin nivîsan biweşînin, Cerîde-i Havâdis, di hejmara xwe ya. 4328 de, 1880, hê jî wek kurdên biterrî qala kurdan dike. Bnr. Tercüman-ı  Hakikat, No. 596, Tîrmeh 8, 1880 jî.

27 Tê derxistin ku ev rojnameyeke nêz-ermen bû.

28 Di deqa resen de, “piştgirên wan” e lê ji bo zelaltir be, min nav, kurd, bi kar anî, ji ber ku zêdebûna cînavkan dikare hevokê tevlîhev bike.

29 Tercüman-ı Hakikat, No. 590, Pûşber 1, 1980. (dupat hatiye lêzêdekirin)

30 Karen Horney, Our Inner Conflicts: A Constructive Theory of Neurosis (New York: W.W. Norton, 1945).

31 Brwd. Nehrî, Tuhfetul Ehbab: Mesnewi Şeyx Ubeydullah Nehri. Bnr. FO 195/1315; No. 37, ji Trotter bo Groschen, Van, Tabax 20, 1880 jî, tê de tê diyarkirin ku ji ber “bi giştî birêvebirina xirab û bêedaletiyê, misilmanên ku bi van civatan re elaqeya wan tune ne jî bi dengekî bilind çêrî rayedarên hikumetê dikin… wek xiristiyanan.”

32 Divê neyê jibîrkirin ku dewleta osmanî di kişifkirina civatekê li hemberî yeka din de çalak bû, bi taybetî kurd beramberî ermenan. Dewleta osmanî hewl dida bi tehrîkkirina kurdan hemberî wan serî bi neteweperweriya ermen derxe û bicîanîna Madeya 61ê ya Peymana Berlînê asteng bike. Dîsa li ser heman stratejiyê parçe bike û bi rê ve bibe, dewleta osmanî hewl dida ermen li hember kurdan kiş bike, taybetî dema hilatina Şêx Ubeydulah dît û ermenên herêmê ber bi wî ve çûn. Wek mînak, Clayton ji Trotter re dinivîsîne ku Waliyê Wanê ji wî re gotiye Şêx “plana wî qelihandina xiristiyanan e.” A din, dibêje rayedarên tirk misyonerên biyanî kirê kirine ku ermenan li hemberî kurdan sor bikin (dupat hatiye lê zêdekirin. FO 195/1315, No. 46, ji Clayton bo Trotter, Van, Mijdar 27, 1880.)

33 Tercüman-ı Hakikat, No: 586, Gulan 28, 1980. Ligel vê, Clayton ji Trotter re dinivîsîne: Divê ez bêjim ku di nav misilmanan de hesteke pir xurt heye derbarê gotegotên li hewa difirin ku Ewropa niyet dike ermenîstaneke serbixwe ava bike. Ji min dipirsin ka ev agahî rast e an na, û ev îdia ji carekê zêdetir min ji misilmanan bihîstiye, ku avakirina dewleteke wisa wê gelekî li dijî berjewendiyên îngilîzan be, ji ber ku wê bi temamî di bin kontrola Rusyayê de be. Digel ku welat di rewşeke nîgeran de ye, ermen û nestûrî behsa serxwebûnê dikirin, û misilman jî hêrs bûbûn. Min bihîst, lê nikarim rastbûna gotinê piştrast bikim, misilmanên Wanê xeber ji Şêx Ubeydulah re şandine û pirsîne gelo divê ew çi bikin li hemberî îdiayên ermenan, û soz dane ew çi ferman bike da ku wê îtaat bikin. (dupat hatiye lê zêdekirin. FO 195/1315, No. 25, Wan, Tabax, 10, 1880.)

34 Tercüman-ı Hakikat, No. 586, Gulan 28, 1980.

35 H.b.

36 H.b. No. 592, Pûşber 2, 1880.

37 Brwd. H.b. No. 585-598, 1880.

38 Bnr. BOA, Dosya No. 121; Gömlek No. 7231; Fon Kodu İ.ŞD; Tarih 20/L /1298 (Hicrî) [1881].

39 Tercüman-ı Hakikat, No: 589, Gulan 31, 1880.

40 H.b.

41 H.b.

42 H.b.

43 Nameyeke din ku ji aliyê kurdekî hatibû nivîsandin û rojnameya Tercüman-ı Hakikatê de hatibû weşandin, muameleya osmaniyan bo kurdan ronî dike. Nivîskarê nameyê spasiya rojnameyê dike, dibêje ji ber ku ev sî salên di jiyana wî de dibîne cara yekem rojnameyeke osmanî kurdan diparêze (No, 597, Pûşber 9, 1880). Lê, wek ku berê hatibû destnîşankirin, ev parastin bi tayinkirina Wezirîazamê nû, Muhammed Kadri Paşa ji nişka ve bi dawî dibe. Rawestandina nivîsên nêz-kurd nîşaneyeke din e ku dewleta osmanî hatibû temînkirin ku wê bituniya axa wê wek xwe bimîne. Abdulhamid di fermaneke xwe de ev geşedanên nû îma kiribû. Di stuna editorê Tercüman-ı Hakikatê de, fermana Siltên wek nîşaneyeke zelal e ku –ligel reformên dewam dikin- “bituniya adil” a dewletê wê bê parastin û Kurdistan, niha çawa be, wê wek parçeyeke necudabar a Împeratoriyê bimîne. Bnr. Tercüman-ı Hakikat, No. 600, June 12, 1880.

44 H.b. (No. 586, Gulan 27 1880).

45 H.b. (vadi zalaletda kalmış).

46 H.b. (No: 592, Tîrmeh 5, 1880).

47 H.b.

48 H.b.

49 Wodak û yên din, The Discursive Construction of National Identity, 4.

50 Tercüman-ı Hakikat, No. 592, Tîrmeh 5, 1880.

51 Nql. di Wodak û yên din, The Discursive Construction of National Identity, 19.

52 Beriya serdema modern, bi navê Iraq du herêm hebûn; ji piraniya Iraqa îro wek Iraqa ereb û hin herêmên navîn li Îrana îro wek Iraqa ecem dihat gotin.

53 Tercüman-ı Hakikat, No. 592, Tîrmeh 5, 1880.

54 Wodak û yên din, The Discursive Construction of National Identity, 24.

55 Seyla Benhabib di h.b. de neqil dike, 2-3.

56 Tercüman-ı Hakikat, No. 592, Tîrmeh 5, 1880.

57 H.b. No. 595, Tîrmeh, 7 1880.

58 Dupat hatiye lêzedekirin.

59 Li vir ez dîsa gotina Wodak û yên din bi kar anîne deyn dikim. The Discursive Construction of National Identity, 187.

60 Ji bo bêtir agahî li ser girîngiya jibîrkirina neteweperest, bnr. Ernest Renan, “What Is Nation?” di nav Nation and Narration, ed. Homi K. Bhabha (London: New York: Routledge, 1990).

61 Hin ji van têgehan ji nîqaşa li ser nêrîna Leszek Kolakowski ya derbarê sazkirina nasnameya neteweyî û bîra civakî hatiye wergirtin, di h.b., 24-28.

62 62       (kendi qavmiyetleriniŋ mevqi‘ini ta‘rif etmek).

63 Tercüman-ı Hakikat, No. 595, Tîrmeh, 7 1880.

64 H.b.

65 H.b. No: 591, Tîrmeh 2, 1880.

66 Tercüman-ı Hakikat, No. 595, Tîrmeh, 7 1880.

67 H.b. No. 595, Tîrmeh 7, 1880.

68 Jîn, No. 3, 1918, wek şîroveya di Martin Strohmeier, Crucial Images in the Presentation of a Kurdish National Identity: Heroes and Patriots, Traitors and Foes, Social, Economic, and Political Studies of the Middle East and Asia (Leiden: Boston: Brill, 2003), 26.

69 Tercüman-ı Hakikat, No. 591, Pûşber 2, 1880.

Share.

Leave A Reply