Nirxandineke Sosyo-psîkolojîk li ser Retorîka PKKê/PKKyiyan

MISTEFA DEWLEMEND

Hiş li hemberî hinek peyv û formulan nikare têbikoşe, ev bi teslîmiyeteke kamil, bi baldariyeke mezin li hemberî girseyê tên gotin û tavilê li ser rûyên mirovan xuya dibin û serê wan dikeve ber wan. Piraniyê wan van gotinan wek hêzên derxwezayî difikirin. (Gustave Le Bon, Kitlelerin Psikolojisi, r. 92)

Puxte: Di jiyana rojane de belkî em gelek caran ji PKKyiyan an jî ji kesên derdora PKKê gotinên weke heval, yoğunlaşma (lêhûrbûn), netleşme (zelalbûn), önderlik (rêbertî), serokatî, halk gerçekliği (rastiya gel), înisiyatif, demokratikleşme (demokratîzebûn), halklar (weke Ortadoğu halkları, Tirkiye halkları), ajanlaştırma (sixûrkirin), rihê şoreşgerî (devrimci ruh) û gelek peyvên din dibihîzin û gava ku em van gotinan ji kurdekî/kurdekê bibihîzin, em dikarin bibêjin ew PKKyî ye an jî nêzîkî PKKê ye. Ev gotinên ku ji aliyê PKKê/PKKyiyan ve hatine taybetkirin û ‘îstîmlaqkirin’ (piraniya van gotinan ji aliyê kurdan ve êdî weke ‘milkê’ PKKê/PKKyiyan tê dîtin), bi me didin nîşan ku PKK/PKKyî xwediyê ziman, şêwe û retorîkeke taybet û hevpar in. Yanê ev gotinên ‘bijartî’ ji bo diyarbûn û eşkerebûna PKKyiyan peywira nîşaneyê bicih tînin. PKKyî ji ber fikr û îdeolojiya PKKê, bi retorîka wan ji ber “exlaqê partiyê/uslûba partiyê (PKKê)” van heman gotinan û van gotinan jî bi şêwe û retorîkeke hevpar bikartînin. Armanca vê xebatê jî ew e ku sedem û encamên vî ziman û vê retorîka PKKyiyan binirxîne. Ev xebat wê li ser bersiva pirsa “PKKyî retorîkeke çawa û ji bo çi bikartînin?” bisekine. Ev jî wê di binê du beşan de were kirin. Ya pêşîn wê li ser analîza têkiliya ziman/gotin/retorîk û îdeolojiyê be, ya din jî wê li ser nirxandina retorîka hevpar a PKKê be. Di beşa duyem de jî 3 binbeş hene, ku yek ji wan bi kurtasî be jî wek rêxistineke sosyo-psîkolojîk li ser PKKê radiweste; ya duyem di warê biyanîbûn, hegemonya, tundiya sembolîk û otokontrolê de analîza retorîka hevpar a PKKê dike; ya dawîn jî di warê subjebûn-objebûn, rewakirin û amûra deşîfrekirinê de behsa vê retorîkê dike. Her wiha divê were zanîn ku ev nirxandin tenê bi kurdan, bi taybetî jî bi kurdên Bakurê Kurdistanê sînorkirî ye.

Peyvên sereke: PKK, ziman, retorîk, hevpar, îdeolojî Ziman/ gotin/ retorîk û îdeolojî

Ger ku ziman û gotin nebin, ne pêkan e ku meriv hest û ramanên xwe ragihîne û xwe îfade bike. Gotin, bi taybetî jî gotinên spesifîk, amûrên wisa ne ku meriv li şûna tiştekî bi gelek gotinan vebêje û dirêj bike, derfetê dide meriv bi kurt û xulaseyî xwe îfade bike. Gotinên spesifik, rewşa şênber û xulaseya xwe-îfadekirinê ye. Wek mînak, li şûna em bibêjin “rêveberiya gel”, em dibêjin “demokrasî.” Di vir de demokrasî tenê nayê wateya “rêveberiya gel”. Di heman demê de li gel aliyê civakî, siyasî, dîrokî, çandî, metodolojîk, rêxistinîbûn û sazîbûna “rêveberiya gel”, balê dikişîne ser gelek aliyên din ên rêveberiya gel. Li ser vê yekê, ya gotinê girîng dike û ya ji bo gotinê girîng e, ne aliyê sentaks (peyvsazî) û lexical (peyvî) a gotinê ye, aliyê semantîk (watenasî) û pêwendiyên wê yên civakî ye (Purvis û Hunt, 2014:10). Ji ber ku ziman an jî gotin, di têkiliyên navbera mirovan de tenê peywira ragihandinê bi cih nayîne û tenê ne perçeyekî çandê ye. Meseleya zimên ji ragihandinê wêdetir, têgihîştin e, yanê gihîştina wateyê ye. Ji bo ku mirov were têgihîştin divê wateya tiştên ew tîne ziman, yanê gotin bi xwe were têgihîştin. Têgihîştina mirov, têgihîştina zimanê mirov e. Her wiha têgihîştina civakê jî, têgihîştina zimanê civakê ye (Demir, 2015:13-15). Yanê girîngiya gotinê bi her awayî (civakî, siyasî, çandî, aborî, zanistî, derûnî, hunerî û hwd.) ji wateya di nava xwe de dihewîne, tê. Bêguman ev wate jî bi tena serê xwe ji aliyê gotinê ve, li gotinê nayê bar kirin. Wate, hêz û bingeha xwe ji gotinê wêdetir, ji nêrîna îdeolojîk a wê wateyê dipejirîne an jî red dike, digire. Wek ku Van Dijk (2015:51) dest nîşan dike, semantîk (watenasî) û şêwe, li gorî gelek aliyên morfolojî û sentaksê (peyvsazî) hîn zêde di bin bandora îdeolojiyê de dimîne. Beriya em derbasî hûrgiliyên vê mijarê bibin, divê em bi bîr bixin ev nayê wê wateyê ku hîç girîngiya etîmolojî û sentaksa gotinan tuneye. Lê rastiyek heye, wateyên etîmolojîk jî ji aliyê mirovan ve li gorî fikrekê (îdea an jî îdeolojî) li gotinan hatine barkirin. Bi qewlê Purvis û Hunt, şêweyên têgehkirin û watedarkirina cîhana civakî bi çalakiyên civakî yên mirovan re têkildar e û him gotin him jî îdeolojî van aliyên civakî nîşan dide.

Ji bo naveroka mijarê em ji vê derê dikarin derbasî têkiliya gotin û îdeolojiyê bibin. Li vir divê em diyar bikin, di vê xebata me de armanca me ji bo gotinê ew e ku gotina kom, rêxistin an jî civateke kolektîf e. Bi gotineke din em behsa gotina wan şexsên endamên rêxistin, kom an jî civateke kolektîf in û li ser navê wan dipeyivin, dikin. Jixwe îdeolojî jî bi rêxistin, tevger, kom an jî civateke kolektîf re têkildar e û “di derbarê hizrên siyasî, civakî, çandî an jî olî de ye, ku ew jî ji aliyê kom an jî tevgereke civakî ve tên parvekirin.” (Van Dijk, 2015:17). V. N. Voloşinov dibêje taybetiya tişta îdeolojîk ew e ku di nava kesên rêxistinbûyî de bicih bûye û di navbera wan kesan de wek wargeha (mekan) pêwendiyê wezîfeyê dibîne (2001:52). Sînorê di navbera gotin û îdeolojiyê de dikare bê gotin ev ne sînorekî wisa stûr e. Çawa ku îdeolojî gotinê dîzayn dike, dike xwedî wate, di nava kom, rêxistin an jî civatê de rewa dike, gotin jî îdeolojiyê ji hundir (binhiş) derdixe derve, bi endam an jî endamên kom, rêxistin û civatan dide hînkirin û qebûlkirin, bi şîroveyeke taybet radigihîne (ev watedarkirin bi xwe ye) û ji nû ve hildiberîne. Bi qewlê Fairclough (2015:124) him gotin ji aliyê îdeolojiyê ve tê dirûvandin him jî gotin tevkariyê li dirûvandin, jinûvehilberandin, berdewamkirin û veguherandina îdeolojiyê dike. Gotin û îdeolojî bi vî awayî derbasî nava sînorên hevdu dibin û li gorî dem û cih dikarin bandorê li hevdu bikin.

Yek ji kesên li ser gotin û îdeolojiyê rawestiyaye, zimanzanê rûsî yê marksîst V. Nîkolayevîç Voloşînov e. Nivîskarê rûsî Voloşînov di berhema xwe ya bi navê Marksizm ve Dil Felsefesi [Marsksîzm û Felsefeya Zimên] de, wek klasîkekê tê qebûlkirin, îdeolojî û nîşaneyê wekhev qebûl dike. Li gorî Voloşinov, “her tiştê îdeolojîk xwediyê nîşanderekê ye: ji bo tiştên li derveyî xwe nûnertiyê dike, wan dide nasîn an jî wan li ser piyan dide sekinandin. Bi gotineke din nîşane ye. Bêyî nîşaneyê îdeolojî tuneye” (2001:48). Voloşinov dibêje “nîşane tenê dikarin xwe di navtakekesiyê (interindividual – M.D.) de bidin xuyakirin” û ji bo wateya nîşaneyan a di hiş de jî vê nirxandinê dike: komeke rêxistinbûyî di pêvajoya peywendiyên xwe yên civakî de nîşaneyan pêk tînin û hiş, di tevahiya wan nîşaneyan de xwe diafirîne û didirûvîne (2001:52-53).

Nikolayeviç Voloşinov ê îdeolojiyê tenê bi nîşaneyan pêkan dibîne, gotinê wek nîşane û fenomena îdeolojîk a herî mezin dinirxîne. Bi ya wî gotin di têkiliya civakî de şîpa (mecra) herî xwerû û hesas e û diyar dike her gotineke îdeolojîk di heman demê de xwediyê hêza nîşandayîn û temsîlkariyê ye. Nivîskar bi awayekî eşkere wisa dibêje: “Gotin bi her çalakiya îdeolojîk re rêhevaltiyê dike û wê çalakiyê şîrove dike” (2001:56). Ji bo Voloşinov girîngiya gotinê ew e, gotin li her dera civakê amade ye û di nava her peywendî û çalakiya mirovan de cih digire; gotin weke nîşaneyekê di hevkariya her karekî de, di her danûstendinên îdeolojîk de, di her lihevrasthatinên jiyana rojane de, di her têkiliyên siyasî de, bi kurtasî di her peywendiyên civakî de xwedî rol e (2001:61).

Voloşinov dide zanîn ku di her têkiliyên civakî de çembereke gotinên (circle of item) bi wate û taybet heye û tenê ev gotin rastî eleqeya civakê tên. Voloşinov dewam dike û dibêje “tenê gotinên di nava vê çemberê de wê bigihêjin formasyona nîşaneyê û wê di têkiliya nîşaneyî de bibin obje.” (2001:65). Ev li gorî Voloşinov tê wê wateyê ku tenê ew gotinên di nava wê çemberê de îdeolojîk in, an jî ji ber ku gotinên îdeolojîk in, tenê ew di nava wê çemberê de cih digirin. Di vir de divê were destnîşankirin “gihîştina formasyona nîşaneyê” di heman demê de bi “gihîştina formasyona îdeolojiyê” re hemwate ye.

Her wiha Terry Eagleton (1996:269) jî bi referansa Voloşînov dibêje îdeolojî fenomeneke gotinî û nîşaneyî ye û dewam dike, “ev nêzîkatî di heman demê de him ji aliyê madî ve îdeolojiyê derdibire (ji ber ku nîşane tiştên madî ne) him jî şîroveya xwe ya di derbarê wateyan de diparêze.” Eagleton di vir de bi awayekî eşkere dibêje nîşaneyên îdeolojîk (çawa ku gotina ‘heval’ (îdeolojiya) PKKê nîşan dide), îdeolojiyê şênber dike. Eagleton di derbarê têkiliya zimên/gotin û îdeolojiyê de bêyî ‘lê’ dibêje, “îdeolojî ne meseleyeke bi zimên re ye, meseleyeke bi gotinê re ye. Îdeolojî, di navbera mirovên subje de, ji bo afirandina bandora zimên çawaniya bikaranîna zimên e.” Eagleton bi me dide xuyakirin ku îdeolojî, fonksiyon û têkiliya gotinê ye, ew jî peywenda civaka ku ji bo wê tê bikaranîn eleqeder dike (1996:28-29).

Norman Fairclough jî di nivîsa xwe ya “Dil ve İdeoloji” [Ziman û Îdeolojî] de (2015:124) dibêje, îdeolojî xwediyê bandoreke madî ye, gotin jî ji bo afirandin û berdewamiya hilberîna subje û objeyan û têkiliyên civakî tevkariyê dike. Fairclough bandora pêvajoya îdeolojîk a gotinê jî di ser malbatê re -malbat wek sazî û rêxistineke civakî tê qebûlkirin- rave dike û dibêje “xwezaya jiyana nav malbatê ji aliyê pêvajoya îdeolojîk a gotinê ve tê dirûvandin.” Van Dijk, îdeolojiyan wek pergala fikrên rêxistin û tevgerên civakî dibîne û dide zanîn ku îdeolojî tenê ne ji bo têgihîştina cîhanê, di heman demê de ji bo bingeha pratîkên civakî yên endamên wan rêxistin an tevgeran jî watedar in. Van Dijk bi me dide xuyakirin ku piraniya gotinên me, bi taybetî jî gava em wek endamên rêxistinekê diaxivin, dîtinên me yên îdeolojîk radigihînin û, dibêje gotin, li ser çawaniya hînbûn, xwedîbûn û guherandina me ya îdeolojiyan xwedî bandoreke mezin e (2015:19).

Bi gelemperî tiştên li jor hatin gotin bi me didin zanîn ku her îdeolojî/rêxistinên îdeolojîk dikare ji xwe re zimanekî spesîfîk an jî dikare wateyeke taybet li hinek gotin û peyvên diyar bar bike û ji bo xwe bike nîşane. Di encama vê watedarkirina taybet de jî ziman û uslûbeke hevpar derdikeve holê, ev wek retorîkê dikare were binavkirin. Retorîka ku em di vir de behsa wê dikin, ji xîtabeteke klasîk û wateya ‘axaftina xweş’ wêdetir, nêzî zimanekî hevpar ê watedar û sembolîk e. Di derbarê retorîkê de gelek pênase hene. Wek mînak Platon, wê wek manîpulekirina guhdaran, Quantilianus wek hunera axaftinê, Arîstoteles jî wek bikaranîna amûr û gotinên qanîkirinê pênase dike. Di vir de pênasekirina Arîstoteles him di warê gotinê de him jî di warê qanîkirinê (û belkî qanîbûnê) de -ev jî ji bo îdeolojiyê pir girîng e- ji bo me, ya herî maqûl û bikêr hatiye. Retorîk, ji siyasetê heta hiqûqê, ji akademî, zanyarî û edebiyatê heta jiyana rojane di her qadê de heye û ji gotin û ragihandinê qet ne cuda ye. Li gorî Aristoteles jî retorîk bi gotin, rasyonalîzasyon û zimên re têkildar e û ew retorîkê wek gotina axivêr dinirxîne (Meyer, 2009:9-11). Dîsa jî hêjayî gotinê ye ku ev retorîka em behs dikin, ji aliyekî ve wê ji gotinê hîn berfirehtir be. Belkî em ê karibin bibêjin ev retorîk, gotinê di xwe de dihewîne. Retorîk di vê xebatê de him ziman e, him gotin e, him uslûb e û him jî ji van hemûyan wêdetir e. Wek me li jor bi referansa Terry Eagleton anî ziman; retorîk, di warê bikaranîn û watedarkirina peyvê de bi armanc û çawaniya zimên û gotinê re têkildar e.

Retorîk û îdeolojî jî ji hevdu ne cuda ne. Mesela Ernesto Laclau (2007:26) li hemberî cudabûna retorîk û îdeolojiyê derdikeve û retorîkê wek anatomiya îdeolojiyê pênase dike. Laclau yê bi analîza zimên û gotinê navdar e, di pirtûka xwe ya bi navê Popülist Akıl Üzerine [Li Ser Hişê Populîst] de di meseleya îdeolojiyê de li hemberî biçûkdîtina retorîkê derdikeve û dibêje, “amûrên retorîkê bi xwe –mecaz, veguhestina nav, berfirehkirin (synecdoche), çerixandin (catachresis)- dibin amûrên rasyonalîzasyona civakî û bi vî awayî jî bangewaziyeke îdeolojîk dibe retorîk.” Her wiha Michel Meyer jî, li Zanîngeha Brukselê Serokê Kursiya Retorîkê ye, dibêje em bi riya retorîkê şibandin û cudabûna xwe û yên din, rewakirin/nerewakirin û pejirandin/ nepejirandina van şibandin û cudabûnan nîşan didin. Meyer retorîkê tenê bi ziman, gotin û axaftinê sînordar nake û di ser statuya kesan re wek ‘mesafeyeke sembolîk’, cil û bergan jî dixe nava sînorên retorîkê. Nivîskar ji bo vê yekê unîformaya taybet a rayedarekî payebilind ê artêşê û cil û bergên taybet ên psîkoposê dêrê wek mînak dide û derdibire ku ev unîforma û cil û bergên taybet sembolên cudahiyê ne û ev bi xwe jî retorîk in (Meyer, 2009:15).

Retorîka PKKê/PKKyiyan û encam/fonksiyonên wê

  1. Wek rêxistineke sosyo-psîkolojîk nirxandina PKK

Me anî zimên ku gotin, retorîk û îdeolojî ji hevdu ne cuda ne. Gotin/retorik û îdeolojî bi awayekî dualî bandorê li hevdu dikin, berdewamiya hevdu pêk tînin û hevdu ji nû ve hildiberînin û didirûvînin. Gotin û retorik ji bo îdeolojiyê an jî ji bo rêxistineke kolektîf û îdeolojîk dibin nîşane. Bi rastî jî gava em li kîjan îdeolojiyê an jî rêxistina kolektîf û îdeolojîk binêrin, em dibînin her yek ji wan xwediyê gotinên cuda, yanê xwediyê ziman, uslûb û retorîkeke cuda ye. Mesela kom û rêxistinên sosyalîst ziman û retorîkeke cuda, cimaetên olî retorîkeke cuda, partî û rêxistinên neteweperwer retorîkeke cudatir bikar tînin. Sedem jî -wek bi nirxandinên Meyer hat diyarkirin- ew e ku ew naxwazin bişibin û wekhev werin xuyakirin an jî naxwazin xwe wekhev nîşan bidin, dixwazin ji hevdu cuda bin. Bêguman ev jî dide eşkerekirin axaftina bi hemşêweyî û hemgotinî, yanê axaftina bi retorîkeke hevpar ji bo vê yekê gelekî fonksiyonel e û xwediyê roleke diyarker e.

PKKyî jî bi gotinên xwe yên taybet, bi şêwe û retorîkeke cuda û hevpar hewl didin cudabûn û PKKyîbûna xwe nîşan bidin. Wek me li jor di beşa teorik de, bi taybetî jî bi nirxandinên Voloşinov da zanîn, her gotin, şêwe û retorîka taybet, hevpar û cuda (ev taybetkirin, hevparkirin û cudakirin bi zanebûn tê kirin) ji bo PKKyiyan dibin nişane. Ev gotin û retorîka taybet bi demê re bûye perçeyek jiyana rojane ya PKKyiyan û ji aliyekî ve xwe mecbûrê wê retorîkê dibînin, ji aliyê din ve jî bi dilxwazî û qayiliyekê wê bi kar tînin. PKKyî bi riya wê retorîka taybet xwe di nava xwe de wek hevdu dibînin, hîs dikin û xwe bi hevdu didin qebûlkirin. Her wiha li hemberî derve jî xwe diyar û cuda dikin û di navbera xwe û derveyî xwe de sînorekî veşartî, sembolîk datînin. Ew gotin û retorîka hevpar di hişê wan de şopekê dihêle û PKKyî çi bi zanebûn çi jî bi nezanî didin ser wê şopê. Ya rast ev êdî dibe mijareke derûnî, lê ne mijara derûniya takekesî ye, mijara derûniya komî û rêxistinî ye. Ji ber ku beriya her tiştî PKK rêxistineke îdeolojîk e û xwediyê girseyeke kolektîf e. Loma PKKyî gava vê girseyê pêk tînin, wek ku psîkologê civakê yê Frensî Gustave Le Bon di berhema xwe ya navdar Kitlelerin Psikolojisi [Derûniya Girseyan] de dibêje “nasname, şiklê jiyanê, pîşe, kesayetî an jî zekaya wan çiqas bişibin hevdu an jî ji hevdu cuda bin bila bin, gava dibin komek û têkevin bin rihekî hevpar, ji dema bi tena serê xwe cuda difikirin, hîs dikin û tevdigerin” (1997:23).

Dîsa bi qewlê Le Bon (1997:25), gava yek dibe PKKyî, taybetmendiyên takekesî yên xwe -ku wî/wê ji mirovên din cuda dikin- di nava PKKyiyan de winda dike, ew taybetmendiyên wî/wê yên heterojen di nava homojeniya PKKyiyan de dihelin û ew kes dibe kesayetiyekî/e temsîlkar û mîdyûm (bi tirkî; ortalama kişilik) yê/ya PKKyiyan. Yanê kesê/a dibe PKKyî hewl dide wek PKKyiyan tevbigere, rabe û rûne, biaxive, cil û bergên weke yên wan li xwe bike, yanê bi PKKyiyan re dibe xwediyê heman meylê an jî bi gotina Pierre Bourdieu heman habîtûsê1 parve dike. Dikare were gotin ew kes hînê ‘çand, şêwe û exlaqê PKKê’ dibe. Mesela gelek kes beriya bibin PKKyî, ji bo jinan li ser cudahiya gotinên kadın bayan nedisekinîn û belkî haya piraniyên wan jî ji vê cudahiyê tunebû. Lê piştî serdema xwe ya PKKyîbûnê, ji ber nêrîn û fikra PKKê/ PKKyiyan dev ji bikaranîna gotina ‘bayan’ê berdidin, heta bikaranîna vê peyvê wek şaşiyekê, wek sûc û heqaretekê qebûl dikin. Êdî li holê gotina kadın (jin) ji bo wan heye û ‘neçar’ in ku tenê vê gotinê bikar bînin.

PKKyî ji aliyekî ve bi parvekirina heman taybetmendiyên berbiçav -wek heman retorîkê- dibin xwediyê heman hestan ji aliyê din ve jî bi hestên hevpar dişibin hevdu û heman taybetmendiyan parve dikin. Yanê ev têkiliyeke dualî ye û bi vê dualiyê bandorê li hevdu dikin. PKKyiyek wek Sigmund Freud tîne ziman, di encama vê parvekirinê de xweserî û serxwebûna xwe ya şexsî di nava PKKyiyên din de winda dike û hemû bi hevdu re dibin yekşikl, yekmînak û dibin takekesên rêxistinê. Freud vê yekê jî wek encama “derûniya garên/kerî” (tirkî; sürü pikolojisi) dinirxîne û diyar dike ku endamên komê/rêxistinê bi piranî bi saya zimên xwe dişibînin hevdu û xwe wek hevdu dibînin (Freud, 2016:156-61).

Sigmund Freud dest nîşan dike endamên komê/rêxistinê hewl didin wek hevdu tevbigerin, bi taybetî jî wek kesê herî bihêz ê komê tevbigerin. Freud di vir de gotinê tîne ser “hoza (qebîleya) hov” (ilkel kabile) û komê/rêxistinê wek zindîbûna/ zindîkirina hoza hov dinirxîne. Freud di derbarê kesê/kesa di nava qebîleya hov de cih digire, derdibire ku îradeya takekesî ya wî/wê gelekî lawaz e û nikare wî/wê aktîf û çalak bike; îradeya yekane tuneye, tenê îradeya hevpar heye; ji xeynî muharîkeke (bi tirkî; dürtü) hevpar tu muharîk tuneye; ji aliyê hizirkirinê ve jî di endaman de lawaziyek pêk tê û vê lawaziya hizirkirinê bi hêza pêwendiya hestyarî ve girê dide, yanê pêwendiya hestyarî çiqas xurt be, hizirkirina takekesî jî wê ewqas lawaz be (2016:162-63).

Di encama van nirxandinan de dikare were gotin PKKyî çi parêzer, mamoste, bijîşk, parlamenter, rojnameger, hunermend, karker û karmend be, çi ciwan û jin be, çi kurd û tirk be, çi jî misilman û elewî be, yanê bi kurtasî PKKyiyên ji her pîşeyê, ji her temen û zayendê, ji her netew û ol û mezhebê bi fikr, îdeolojî, nêrîn û retorîka PKKê difikire, dipeyive, tevdigere û dijî. Ji ber ku PKKyîbûn ji bo wan dibe “nasnameya raser” (bi tirkî; üstkimlik), an jî bi gotineke din ew kes dibin Homo PKKyîcus (mirovê PKKyî). Ew kes ji bo PKKyîbûna xwe bi kesên nav xwe û derveyî xwe eşkere bikin û bidin nîşandan, pêwîstiyê bi bikaranîna vê retorîka hevpar a PKKê dibînin. Dibe ku ev di xwezaya fenomena rêxistin/rêxistinbûyinê de hebe. Wisa ye an ne wisa ye, ev tiştekî din e, lê rastiya li ber me ew e ku ev rewş û hal di nava endam û derdora li ser xeta PKKê de heye. Yanê endam û derdora PKKê ji ber rêxistinîbûn û kolektîfbûnê ji takekesiyê dûr in, ne xweser û serbixwe ne, ne bi îradeyeke şexsî, bi îradeyeke kolektîf tevdigerin, xwediyê fikr, nêrîn, helwest, tevger û gelek taybetmendiyên din ên hevpar in. Yanê bi gotina William McDougall endam û derdora PKKê ji aliyê hişmendî, şêweyî, zimên, berjewendî û fîzîkî ve dişibin hevdu û di navbera wan de hemcuretî serdest e (nql. Laclau, 2007:64).

Yek ji wan taybetmendiyên hevpar jî ziman û retorîk e. Yanê PKKyî ji ber rêxistinîbûnê wek kesayetiyeke kolektîf û girseyeke sosyo-psîkolojîk/psîko-polîtîk ligel gelek tiştan xwedî ziman, şêwe û retorîkeke hevpar in. Çimkî PKKyî bi heman têgeh û gotinan dipeyivin, bi şêwe û uslûbeke hevpar xwe îfade dikin. PKKyî di rastiyê de -bi hemd an jî bê hemd- bi vê retorîkê gelek tiştan pêk tîne. Wek mînak, PKKyî bi riya vê retorîkê dixwazin ji aliyekî ve bi endam û derdora rêxistinê bide nîşan ku ew dişibin hevdu, xwediyê gelek tiştên hevpar in, yek in û wekhev in, ji aliyekî ve jî dixwazin peyamê bidin derveyî xwe ku ji wan cuda ne. Her wiha PKKyî bi vê retorîkê dixwazin di têkiliyên navxweyî de xwe rewa bikin, bibin subje û xwedî statu. Ligel vê yekê him PKK him jî endam û derdora PKKê bi vê retorîkê di nava xwe de dibin xwedî hegemonya; tundiyeke sembolîk bi kar tînin, oto-kontrolê pêk tîne û xwe deşîfre dikin. Ev yek çawa dibe, em ê niha li ser wê bisekinin.

  1. Biyanîbûn, hegemonya, tundiya sembolîk û oto-kontrol

Bikaranîna retorîkeke cuda û taybet, endam û kesên derdora PKKê, dikare were gotin ku ji nava sînorên ziman, gotin û retorîka xwerû û xwezayî ya kurdan derdixîne. Êdî li şûna ziman û retorîka çanda kurdan a xwerû, ziman û retorîka rêxistin û partiyê li meydanê ye. Çawa PKKyîbûn ji bo wan dibe nasnameya raser, ziman û retorîka PKKê jî ji bo wan dibe ziman û retorîka raser. Nîşaneya vê ya herî eşkere jî ew e, em di jiyana rojane de bi hêsanî dikarin kesên PKKyî û ji derdora PKKê û kesên ne PKKyî, bi hinek gotinên wan, bi şêwe û retorîka wan ji hevdu cuda bikin. Jixwe PKK jî bi gotinên xwe vê cudahiya xwe venaşêrin. Wek mînak, PKK bi awayekî eşkere û berbiçav ji endam û kesên derdora saziyên xwe dixwaze ew berî her tiştî bibin PKKyî. Endam û derdora PKKê li ser vê daxwaz û banga rêxistinê hewl didin hemû jiyana xwe li gorî PKKê eyar û dîzayn bikin. Ev jî ji aliyê çand, ziman û jiyana xwerû û xwezayî ya kurdan ve dikare were gotin ku bi xwe re biyanîbûnê peyda dike. Baş e, ev çawa pêk tê?

Biyanîbûn (alienation), her çiqas bi Karl Marx tê nasîn û îro di lîteratura marksîzmê de xwediyê cihekî navendî be jî, em ê di nivîsa xwe de ji biyanîbûna Marks wêdetir, di çarçoveya nêrîna Frantz Fanon de li fonksiyona biyanîkirinê ya retorîka PKKê binêrin. Bêguman biyanîbûna ayidê Marks jî gelekî girîng e û heta biyanîbûna Marks, a ji bo Fanon bûye bingeh. Lê pirsgirêka Marks ew e ku wî têkiliyên aboriyê xistine navenda biyanîbûnê. Dîsa jî di mijara objebûnê de biyanîbûna Marks dibe ku bi kêrî me were. Ji ber ku Marks di nirxandina mijara biyanîbûnê de cihekî girîng dide objebûnê (bnr. Marx, 2013:78-82). Ligel vê yekê Fanon bi taybetî jî di pirtûka xwe ya bi navê Siyah Deri, Beyaz Maskeler [Çermê Reş, Rûpoşên Spî] de (2016) bi gotina Zahar (1999:26) bi giranî li ser analîza‘derûniya biyanîbûnê’ radiweste û bi nêrîneke psîkolojîk, a rast bi nêrîneke sosyo-psîkolojîk nirxandina biyanîbûnê dike. Fanon di çarçoveya kolonîzasyonê û têkiliyên reşik û spiyan de behsa biyanîbûnê dike û di warê ziman, çand, zayendî, aborî û hwd. de derûniya kolonîbûn a reşikan dinirxîne. Frantz Fanon bi kurtasî û xulaseyî diyar dike reşikek, ji bo ku bibe subje û ‘meriv’ pêwistiyê bi spîbûnê dibîne û çiqas bibe spî, yanê xwe wek spî hîs bike û xwe bi spiyan bide qebûlkirin, wê statuya wî/wê jî ewqas bilind bibe. Reşik vê yekê jî “bi kuştin û binaxkirina çanda xwe ya xwerû û xwezayî pêk tîne” (2016, 34:35). Ev tiştê Fanon di derbarê reşikan de dibêje, biyanîbûn e û di encama vê yekê de jî otofobî (tirsîn/ heznekirina ji xwe) û otokolonîzasyon derdikeve holê. Lê belê pêwendiya vê yekê bi retorîka PKKyiyan re çi ye û gelo retorîka PKKyiyan dibe sedema biyanîbûn, otofobî û otokolonîzasyonê?

Dibe ku bi hinekan giran were û qebûl nekin lê bi fikra min bersiva vê pirsê erê ye. Ji ber ku PKKyî di warê retorîka zimanî de gelek têgeh û gotinên di nava kurdan de tunene, wek gotinên rojane û ji rêze bi kar tînin û bi piranî xwe bi wan gotinan îfade dikin. Pirsgirêka di vir de ew e, piraniya wan gotinan ji tirkî hatine wergirtin û ev gotin jî him ji aliyê zimên ve him ji aliyê fikrî û hişmendî ve û ya girîng jî ji aliyê siyasî û neteweyî ve dibin sedema biyanîbûnê. Mesela gotinên wek halklar (gelan), bi taybetî jî gotina Türkiye ve Ortadoğu halkları (gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn), ortak vatan (welatê hevpar), demokratîk cumhuriyet (komara demokratîk), demokratik modernite (modernîteya demokratîk) û demokratîk ulus (neteweya demokratîk) çend gotinên ji wan in û di warê biyanîbûnê de xwedî fonksiyoneke girîng in. Ji ber ku ev gotin kurdan, bi taybetî jî keç û xortên kurd ên li zanîngehan ji fikr, nêrîn, texeyul û têgihîştina neteweyê û welatekî neteweyî dûr dixin, ji wan re taybetbûna neteweya kurd namîne û heta kurdan di nav kategoriya neteweyan de nabîne, wan wek ‘gel’ an ‘girse’ dibîne. Yanê ji ber ku ev têgeh, gotinên wek ‘netewe’ û ‘welatê neteweyî’ ji holê radikin û li şûna wan gotinan tên rûniştandin, fikra neteweyî an sêwirandina fikra neteweyî jî ji holê tê rakirin. Ji ber ku ji bo PKKyiyan ev têgeh ji peyvên ji rêzê wêdetir, nîşaneyên îdeolojî, fikr û armanca wan e. PKKyî ji aliyekî ve jî hewl didin bi riya vê retorîkê xwe bi neteweyên mêtinger ên Kurdistanê bidin qebûlkirin û neteweya kurd entegreyî mêtingeran bikin, ku ev jî gelekî li biyanîbûna Fanonwarî tê. Dibe ku mijara nîqaşê be lê dîsa jî ez bi xwe vê yeke wek otokolonîzasyonê dinirxînim. Ji ber ku axaftina kurdan a bi zimanê tirkî çawa bi oto-asîmîlasyonê encam dibe, xwe entegrekirina bi mêtinger û serdestan re jî bi otokolonîzasyonê encam dibe.2 Di vir de divê were zanîn ku biyanîbûna em behs dikin encama vê retorîkê ye. Ev jî gelek caran retorîkeke din bi xwe re derdixîne holê. Mesela kurdên ku gotinên PKKyiyan ên wek halklar, demokratik ulus, demokratik cumhuriyet ortak vatanê qebûl nakin û parastina dewletbûn û serxwebûna kurdan dikin, ji aliyê PKKyiyan ve wek ilkel milliyetçiyê (netewperwerê/a hov) tên binavkirin. PKKyî vê gotinê bi şêweyekî sûcdarkirinê, bi qewlê Ervin Goffman bi armanca daxkirinê bi kar tînin. Ji ber ku li gorî PKKyiyan serdema netew-dewletê û netewperweriyê qediyaye û loma jî ew bi vê retorîkê ligel neyînîkirin û negatîfkirinê, dixwazin netewperweriyê wek tiştekî xerab û paşverû nişan bidin. Her wiha PKKyî bi vê retorîkê, bi taybetî bi gotina demokratîkê hewl didin peyamekê bidin serdest û mêtingerên Kurdistanê jî û ji wan re bibêjin: Em pêşketî ne, em tenê daxwaza demokrasiyê dikin, em we wek dijminê xwe nabînin, hemû sûc ê netewperwerî û netew-dewletê ye, loma jî em dixwazin bi were jiyaneke hevpar înşa bikin (ev gotin bi xwe jî perçeyekî retorîka wan e) û bijîn.

Mijareke din a di derbarê şêwe û retorîka PKKê de ew e, bikaranîna heman retorîkê ji bo endam û derdora rêxistinê dibe wek qayide û ferzekê. Ger ku wê retorîkê bikar neyinin, xwe gunehkar û tawanbar hîs dikin, xwe ji rêxistinê -bi kurmanciya dê û bavê me, xwe ji malê- nahesibînin. Mesela, gava ku ji Ocalan re nebêjin ‘serokatî, önderlik, rêbertî’ an jî bi gotina ‘heval û yoldaş’ xîtabê (ha ev rasterast retorîk bi xwe ye) hevdu nekin dilê wan rehet nabe û xwe weke sûcdar û gunehkar dibînin. Dîsa ji bo xîtaba li hemberî jinan peyva tirkî ya bayan qet qebûl nakin, teqez divê peyva kadın were bikaranîn. PKKyî vê retorîkê ji aliyekî ve ji ber neçarî û mecbûriyetê, ji aliyê din ve jî bi dilxwazî û qayiliyê (riza) bi kar tînin. Ev yek jî berê me dide hegemonyaya Antonio Gramsci. Li vir pirsa ‘Di navbera vê retorîkê û hegemonyayê de têkiliyeke çawa heye?’ pirseke maqûl e û em ê jî niha vê yekê rave bikin.

Têgeha hegemonyayê wek me got, bi civaknasê navdar ê îtalyanî Antonio Gramsci (1891-1937) tê nasîn û navdar e. Hegemonya ji bo mijara me xwediyê roleke dualî ye. Yekemîn ew e ku PKK bi xwe, bi vê retorîkê hegemonyaya xwe li ser endam û derdora xwe saz dike. Ya duyemîn jî, ev retorîk bi hêza rêxistinbûna PKKê li ser endam û derdora PKKê dibe hegemon. Beriya em behsa van her du xalan bikin, pêdivî bi naskirina hegemonyayê bi xwe heye.

Gramsci têgeha hegemonyayê zêdetir di warê civaka sivîl (civaka tê rêvebirin) de û bi du wateyan de bi kar tîne. Yek ji wan di wateya qayiliyê (riza) de ye, ya din jî di wateya fîşarê de ye. Em ê ji ya duyemîn zêdetir li ser wateya yekemîn bisekinin. Di derbarê wateya duyemîn de tenê em dikarin bibêjin ev hegemonya bi darê zorê û tundiyeke fîzîkî li ser mirovan tê ferzkirin. Îcar li gorî wateya yekemîn riza û qayilî heye, yanê hêzeke rêveber ji bo ku desthilatî û serweriya xwe bidomîne, divê mirovan qayil bike û rizaya wan bigire. Di vî warî de hegemonya ji îdeolojiyê cuda ye. Ji ber ku îdeolojî bi darê zorê tê qebûldayîn (Eagleton, 1996:162), ev jî di derbarê wateya duyemîn a hegemonyayê de ye. Hegemonya, di navbera tebeqeya serwer û desthilat û tebeqeya bindest de têkiliyek e. Tebeqeya serwer bi riya hegemonyayê desthilatiya xwe ya siyasî, exlaqî û entelektuel bi kar tîne, fikr, nêrîn û gotina xwe bi cih dike û berjewendî û pêdiviyên komên bindest didirûvîne û diyar dike (Carnoy, 2014:97). Lê di vir de ya girîng û divê were zanîn, tebeqeya serwer û desthilat gava van tiştan bi riya hegemonyayê dike, ne bi zor û zextan, bi qayiliya tebeqeya bindest dike.

Di warê hegemonyayê de ji bo retorîka PKKê dikare were gotin, ev retorîk ji bo rêxistinê peywira amûreke hegemonîk bi cih tîne. Yanê malbat, dibistan, çapemenî, partiyên siyasî, dîn û hwd. çawa ji bo dewlet û deshilatiya polîtîk amûrên hegemonîk (Louis Althusser ji van re dibêje “amûrên îdeolojîk ên dewletê”) in, ev retorîk jî ji bo hegemonyaya PKKê, ji bo fikr û hebûna PKKê ji nû ve were hilberîn û were berdewamkirin, wek amûrekê tê şixulandin. Wek me got hegemonyaya vê retorîka PKKyiyan ji du aliyan ve dikare were nirxandin.

Yekemîn; PKK wek rêxistin, bi riya vê retorîkê li ser endam û derdora xwe, kesên nêzîkî xwe hegemonyaya xwe bi xwe pêk tîne. Yanê hebûna xwe, hêza xwe, mezinahiya xwe, fikr, îdeolojî, nêrîn û nêzîkatiya xwe bi riya vê retorîkê li ser wan şopîner û sempatîzanên xwe dide hîskirin û qebûlkirin. Di vir de ev retorîka em behs dikin tenê obje ye, amûr e û xwediyê roleke pasîf e. Di xizmeta PKKê de ye. Ya duyemîn û ya ji bo me girîng, ev retorîk bi xwe li ser PKKyiyan (heta li ser PKKê bi xwe) xwedî desthilat û hegemonya ye. Ev retorîk derfetê û rê nade PKKyiyan ji xwe re retorîkeke din peyda bikin. Di vir de ev retorîk îcar dibe subje, dibe aktor, dibe xwediyê roleke aktîf û diyarker. PKKyiyê ku serî li vê retorîkê nede, nikare PKKyîbûna xwe bide qebûlkirin û ji ber vê yekê jî li derveyî sinorê PKKyiyan dimîne û dibe ‘êndin’. Yanê PKKyî dikevin bin serwerî û hegemonyaya vê retorîkê û xwe li gorî vê retorîkê û ji bo vê retorîkê dîzayn dikin. Yanê divê ev retorîk, dîsa bi retorîka wan ‘di her qada jiyanê’ de were jiyîn, were enforme û propagandakirin û bi rayagiştî bide xuyakirin û qebûlkirin.

Ligel hegemonyayê, ev retorîka hevpar a PKKyiyan di heman demê de bi qewlê Pierre Bourdieu xwediyê roleke tundiya sembolîk e (ji bo wê hêza sembolîk an desthilatiya sembolîk jî dikare were gotin). Bourdieu ji bo tundiya sembolîk dibêje “ev tundiyeke nerm e û nayê dîtin” (2015:51). Yanê gava kesên serdest, kesên bindest bi rê ve dibin, bi amûrên wisa wan bi rê ve dibin ku hîç haya we kesên bindest ji wê birêvebirinê çênabe. Ew birêvebirin, wek di mijara hegemonyayê de jî hat gotin, bi riza û qayiliya kesên bindest tê meşandin. Heta Bourdieu dibêje kesên bindest gelek caran bi awayekî veşartî “sînorên li ber wan tên danîn” qebûl dikin û bêhemdê xwe tevkariyê bi serdestiya ser xwe re dikin û ger ev tevkariya wan tunebe, hêz û tundiya sembolîk hîç nikare xwe bidomîne (2015:55-6). Bourdieu hêz, desthilatî an jî tundiya sembolîk li şûna îdeolojiyê bikar tîne û dide zanîn fonksiyona wê ya sereke jî rewakirin e. Ji ber ku li gorî wî ev hêz, desthilatî û tundî bi awayekî sergirtî û veşartî têkiliyên siyasî, civakî, aborî û çandî yên di navbera mirovan de rewa dike û ji ber rewakirinê jî van têkiliyan ji nû ve hildiberîne û didomîne (Swartz, 2011:128-34).

Civaknasê frensî di bingeha tundiya sembolîk de xuy û meyla (bnr. jêrenota yekemîn) kesên bindest a ji bo serwerî û tehakumê dibîne û heta dibêje kêfa wan bindestan ji wê serwerî û tehakumê re tê. Bourdieu dibêje, “tundiya sembolîk hêzeke wisa ye, rasterast li ser bedenên mirov û bêyî hêzeke fîzîkî tê meşandin” (2015:54). Lê balkêş e, Bourdieu di warê têkiliya tundiya sembolîk de cihê herî girîng dide zimên (bnr. Bourdieu û Wacquant, 2014:135-75), ev jî ji bo mijara me dibe referanseke girîng. Wek mînak, Pierre Bourdieu di vî warî de bi referansa nirxandinên Abiodun Goke-Pariola behsa nijeryayiyan dike û dibêje nijeryayî li dibistanan ji bo ku karibin îngilizî bi‘telaffûza nazal’ bipeyivin, hewl didin hînê tebîeta bedenên îngilizan bibin. Yanê ji bo ku karibin wek îngilizan bipeyivin, hewl didin bedenên xwe (wek dev, ziman û poz) wek yên îngilizan bi kar bînin. Ev di warê PKKê/PKKyiyan de bi me xerîb û nenas nayê. Ji ber ku PKKyî jî çi bi gotin, çi jî bi fîzîk û bedenên xwe hewl didin ku bi heman şêwe û şiklî bipeyivin û tevbigerin. Ev bi xwe tundiya sembolîk e. Yanê ew retorîka hevpar bêyî haya PKKyiyan û bi tevkariya wan zorê dide wan, da ku ew wê retorîkê bikar bînin. Dixwazim mijara tundiya sembolîk di vir de bi vê baldariyê bi dawî bikim. Ev tundiya sembolîk a em behs dikin her çiqas wek tundî û fîşara retorîkê were dîtin jî, di rastiyê de ne wisa ye. Ev tundî, hêz û desthilatiya sembolîk, ya PKKê bixwe ye. Ev retorîk di vir de tenê alav e û xizmeta PKKê dike; derfetê dide PKK propaganda xwe bike, xwe ji nû ve hilberîne û berdewamiya xwe pêk bîne. Di çarçoveya van nirxandinan de ger em bixwazin mînakekê bidin, em dikarin qala gotinên “birêz, serokatî, rêbertî, önderlik”yên ku ji bo Serokê PKKê Abdullah Ocalan tên bikaranîn, bikin. PKKyî ji bo şexsê Ocalan bikaranîna van gotinan ji xwe re kirine edet û xuy (yanê habîtûs) û xwe mecbûr û neçar dibînin ji van gotinan yekê bikar bînin. Di vir de wek Bourdieu dibêje hêz, desthilatî an jî tundiyeke veşartî heye û bê haya PKKyiyan zorê dide wan. Ji ber vê sedemê jî vê retorîkê bi riza û qayiliya xwe dipejirînin û bikar tînin.3

Bêguman di encama vê hegemonya û tundiya sembolîk a di nava PKKyiyan de hinek fenomenên din peyda dibin. Mesela ji ber vê hegemonya û tundiya sembolîk PKKyî him xwe bixwe kontrol dikin him jî ji aliyê PKKyiyên din ve tên kontrolkirin. Qesta me ya ji kontrol/xwe-kontrolê çavdêrî ye. Ji bo vê yekê em dikarin bi mînaka jor a gotinên “birêz, serokatî, rêbertî, önderlik” berdewam bikin.

Gava yek ji wan bi şaşî be jî ji bo Ocalan van peyvan bikar neyine, piraniya PKKyiyan wê bi awirekî neyênî û tahl li wî/wê binerin û wê bi nêrînên xwe wek ku jê re bibêjin, “heval xwe sererast bike” (ev gotin bi xwe jî gotineke ji retorîka PKKyiyan e). Ev di heman demê de oto-kontrol e. Yanê PKKyî bi bikaranîna vê retorîkê her gav û dem wek şûrê demokles desthilatiya rêxistinê li ser xwe hîs dikin, wek panoptîkona4 Jeremy Bentham xwe di bin çavdêriya rêxistînê de dibînin. Bi vî awayî her tim di hundir û binhişê xwe de mihasebeyeke li gorî ‘ziman û şêweya partiyê’ (ew bi tirkî jê re dibêjin parti üslubu), yanê mihasebeyeke li gorî retorîka rêxistinê dike û di demeke ji rêzê de be jî bi ‘dilxwaziyeke neçarî’ bi vê retorîkê dipeviyin û xwe sererast dikin. Li vir ez ê vê mînakê jî bidim û derbasî beşa din bibim. Li Rihayê malbeteke ji navçeya Pirsûsê, tevlî dayik û bavê, tevlî 2 keç û 2 lawan, bi hemû zar û zêçên xwe di saziyeke nêzî PKKê de dixebitîn (ya rast hîn lê dixebitin lê her du lawên wê malbatê ji wê saziyê aciz bûn û dev ji kar û barên wan berdan). Li wê derdorê ji bavê wê malbatê re digotin “heval Kaptan.” Tiştê balkêş ev e, ji ber vê bang û retorîka wan PKKyiyan, her du keç û lawan jî ji bavê xwe re digotin “heval Kaptan.” Yanê li gorî çanda kurdî zarokên ku divê ji bavê xwe re bibêjin ‘Bavo’, digotin “heval Kaptan.” Di encama vê de jî ji aliyekî ve ji ber ku vê malbatê dev ji şêwe û retorîka çandî ya kurdan berdaye biyanîbûna vê malbatê derketiye holê, ji aliyekî ve xwe neçar dibînin vê retorîkê bi kar bînin, ji ber ku xwe di bin çavdêriyê de hîs dikin û bi vî awayî xwe kontrol dikin (oto-kontrol), ji aliyê din ve jî PKK bi riya vê retorîkê hêz, desthilatî û tundiyeke sembolîk û veşartî bê haya malbatê li ser wê malbatê dimeşîne.

  1. Subjebûn-objebûn, rewakirin û amûra deşîfrekirinê

PKKyî bi retorîka bikartînin, ji ber ku retorîkeke hevpar û kolektîf e, xwe ‘xeyrî şexsî’ (an jî bi gotineke din nêtakekesî) dikin, axaftin û gotinên xwe bi vê retorîkê formule dikin û bi riya vê retorîkê wek nûnerekî/e rêxistin û endamên rêxistinê dipeyive (Lingis, 1997:104). Yanê ew endam û kesên li wê derdorê wek şexs, bi vê retorîkê ji nava sînorên kesayetiya xwe derdikevin, serxwebûna xwe ya kesayetî û kesayetiya xwe ya taybet ji dest didin, dihelînin û dibin kesekî/e sazîbûnî û hikmî (tüzel kişilik). Encama vê jî wendakirina subjebûna xwe ye an jî bi gotineke din objebûn e. PKKyî bikaranîna vê retorîkê yek bi yek dibin xebatkar û amûrên PKKê û baş tê zanîn di zanistiya civakî û siyasî de amûrbûn, hemwateya objebûnê ye.

Gava em li lîteratura wan binêrin, em ê bi awayekî pir eşkere bibînin armanca wan a sereke ew e ku divê pêşiyê bibin PKKyiyên ‘rasteqîn.’ Di vê nuqteyê de tiştê bi me xuya dibe, homojenbûn e. Yanê kesên ku dikevin nava sînorên rêxistinê bi pêvajoyeke homojenîzayonê re rû bi rû dimînin, bi her awayî dibin yek. Wek me li jor bi referansa Le Bon got, endamên rêxistinê kesayetiya xwe ya taybet li derve dihêlin û tenê dibin kesayetiyek, ku PKKyî bi xwe jê re dibêjin ‘kesayetiya PKKê’ an jî ‘kesayetiya partiyê’. Heta Serokê PKKê Ocalan ji bo vê mijarê pirtûkeke (2 cîld in) bi navê Apocu Militan Kişilik [Kesayetiya Milîtan a Apocî] nivisiye û di pirtûkê de beşek bi navê “PKK Kişiliği Kapsamlı ve Bütünlüklü Bir Kişiliktir” [Kesayetiya PKKê Kesayetiyeke Berfireh û Temamkirî ye], beşek bi navê “Parti Kişiliği Çözüm Kişiliğidir” [Kesayetiya Partiyê Kesayetiya Çareseriyê ye] û beşek din jî bi navê “Kadro Kişiliği Halkın Yoğunlaşmış Örgütlülüğüdür” [Kesayetiya Qadroyê Rêxistinîbûna Gel a Tîr e]. Him bi navê pirtûkê bixwe him bi van sernavan him jî bi naveroka pirtûkê tê xuyakirin PKK ji endam û kesên nêzîkî xwe dixwaze ew tenê bibin PKKyî. Ev homojenîzasyon e û homojenîzasyon jî subjebûnê ji holê radike, ji ber ku cudahiyan ji holê radike. Retorîka wan a hevpar di vî warî xwediyê roleke sereke ye.

PKKyî bi retorîka kolektîf a devkî, fizîkî û şiklî dixwazin alîgiriya xwe ya PKKê bidin nîşan. Wek nimûne, zilamên wan xwe her tim bi fikra ataerkil’iyê sûcdar dikin. Bi qewlê wan, wan hîn “zilamê di hundirê xwe de (‘içinizdeki erkeği öldürün’)” nekuştine. Ev temaya “hundir” di wateya fikrî û hişmendî de tê bikaranîn. Yanê ew ji aliyê hiş û fikrî ve, bi retorîka wan “di mejiyê xwe de” hîn ataerkil’ in. Tenê ‘Serok’ zilamê di hundir xwe de kuştiye, tenê ew azad e (ji bo wî “girtiyê azad” tê gotin) û PKKyiyê rasteqîn e. Bi gotina Nietzsche tenê ew Ubermensch (bi qewlê tesewifa Îslamê Mirovê Kamil) e. Gotina “xwe derbaskirin/di ser xwe re bûn” (kendini aşmak) jî rasterast bi vê babetê ve têkildar e.

Endam û dilsozên PKKê bi wê retorîka kolektîf xwe wek teqlîd, bi qewlê Jean Baudrillard xwe wek “simulakrên” PKKê û Serok dibînin. PKKyî bi vê retorîkê her çiqas ji aliyekî ve subjebûna xwe wenda bikin û bibin obje jî, di nava sînorên rêxistinê de, bi awayekî paradoks di heman demê de hewl didin xwe bikin subje. Gava bibin hakimê wê retorîkê û ji heqê wê werin der, wê gavê wê bigihêjin asta subjebûnê. Ji ber ku ew dikarin bi bikaranîna vê retorîkê him hebûn û kesayetiya xwe qebûl bikin him jî bidin qebûlkirin. Di vir de xaleke girîng û divê neyê jibîrkirin heye: Ev rewş û helwesta di warê subjebûnê de tenê di nava sînorê rêxistinê de derbasdar e û xwedî wate ye. An li hemberî yên din û derve tiştekî bi navê ‘ez’ li holê namîne, li şûna wê, “em” a ku “ez”ê di nava xwe de dihelîne, heta wê guneh dibîne û aforoz dike derdikeve holê û dest dide ser deshilatiya “ez”ê. Lê yekî/yeke ku di bikaranîna wê retorîkê de, ku wek malê taybet ê rêxistinê tê qebûlkirin, hewl bide xwe îspat bike wê ji aliyê rêxistinê ve weke subje were qebûlkirin û heta rêxistin di vê çarçoveyê de wê wî/ wê kesî/kesê li subjebûnê sor bike. Ya rast ev stratejiyeke rêxistinî(bûn)ê ye. Yanê rêxistin dixwaze bi vî awayî bi endamê/endama xwe bide nîşan ew ji kesayetiya xwe nehatiye dûr xistin. Tiştên ku Foucault ji bo deshilatiyê dibêje di vir de ya rast tiştên em dixwazin bibêjin tînin ziman:

Bi ya min takekesî di roja me ya îro de bi temamî di bin rêveberiya desthilatiyê de ye û ya rast ez difikirim em bi destê desthilatiyê dibin xwedî takekesî. Bi gotineke din bi ya min xwedîbûna takekesiyê ne li dijderketina deshilatiyê ye, berovajiyê wê yekê, ez difikirim takekesîbûna me encam û amûreke desthilatiyê ye (nql. Paras, 2016:109).

Foucault di van gotinên xwe de çawa dibêje deshilat takekesî û kesayetiyê dide me, bi heman awayî endamên PKKê jî bi destê PKKê dibin xwedî takekesî û kesayetî. Ligel vê yekê subjebûn û takekesîbûna bi riya gotin û retorîkê, bi xwe re encameke ku nayê xwestin tîne. Bi qewlê Lings, kî bixwaze bi riya gotinê (retorîkê – M. D.) bibe subje û takekes, ew kes di heman demê de derfetê dide yê din ku wî/wê şaş bibîne û li dijî wî/wê derkeve. Ya rast Lings di heman cihî de (1997:80) ji bo vê rewşê gotineke din a berbiçavtir bikar tîne, ew jî ji sedî sed li vê yekê tê: Kî bi riya gotinê xwe bike subje, ew di heman demê de xwe dike peyrewê yekî din. Ha di vir de pirseke bi vî awayî hêja ye: Ger ku wisa be, yanê ger ku mirov bi vî şiklî xwe dike peyrewê yekî/yeke din, wê demê kirdebûna wî/wê li kuderê dimîne? Bêguman bersiva vê pirsê gelekî girîng e lê ji ber ku ne mijara me ye, ez nakevim naveroka wê. Dîsa jî di wê baweriyê de me, gotinên Foucault yên li jor wê karibin wezîfeya bersiva vê pirsê bi cih bînin.

Di retorîka rêxistinê de di derbarê mijara subjebûn û takekesîbûnê de retorîkeke ku gelekî zêde tê bikaranîn heye, ew jî retorîka ‘înisiyatîf ’ê ye. Dikare were gotin, înisiyatîf rasterast subjebûnê nîşan dide. Înisiyatîf ji pevya frensî ya ‘initiative’yê tê û wateya wê ev e: Gava pêwistî bi biryargirtinê hebe, mirov bêyî di bin bandora rewşa heyî de bimîne erka xwe bi kar bîne û biryara ewil bi cih bîne, wê demê ew dibe înisiyatîf. Dikare were gotin ku înisiyatîf ray û selahiyeta biryargirtinê ye, an jî bi gotineke din bi hişê xwe û bi tena serê xwe biryargirtin e. Ev pênase ji aliyê mijara me ve di warê subjebûnê de gelekî girîng e. Di rastiyê de bi xwe biryardayîn -di teoriyên polîtîk de jê re self-determînasyon tê gotin- di serdema nûjen de wek bingeha kirdebûnê hat nirxandin û paşeroja wê heta serdema destpêka ronahiyê diçe.

‘Înisiyatîf ’ wek me got, di retorîka PKKyiyan de xwedî cihekî girîng e û em dikarin bibêjin di nava PKKyiyan de ji bo xwe-îfadekirinê yek amûrên herî sereke ye. PKKyî gelek helwest, çalakî û êrîşên xwe di bin navê ‘înisiyatîf’ê de li dar dixin. Beriya em behsa fonksiyona ‘înisiyatîf ’ê ya ji bo PKKyiyan bikin, di derbarê înisiyatîfê de em çav li nivîseke rêveberekî PKKê bigerînin, bawer dikim wê baş be. Nivîs di 25ê Nîsana 2016a de di malpera Özgür Politikayê de hatiye weşandin. Sernavê wê nivîsa bi tirkî “İnisiyatif ve Yaratıcılık” [Înisiyatîf û Afirînerî] e, nivîskar Selahattin Erdem (bi navê xwe yê din Duran Kalkan) e. Erdem di destpêka nivîsa xwede dibêje, “Ji bo berxwedana xweseriya demokratîk, ku serkeftina wê bi berxwedanên Cizîr û Sûrê hat îspatkirin, bigihêje serfiraziyê du têgehên kilîd hene: Înisiyatîf û afirînerî!” û wiha didomîne: “Înisiyatîf tê vê wateyê divê tiştek ji yekî neyê payîn, divê peywir hewaleyê yekî din neyê kirin, li cihê ku mirov lê ye tiştên divê werin kirin bibîne û bike.”

Erdem di vir de ji endam û derdora xwe re dibêje, “hûn li kuderê dibin bibin lê bêyî ku ji hinekên din bipên, bi serê xwe, bi îrade û raya xwe biryarê bigirin û tiştên divê were kirin, bikin.” Di vir de dibe ku mirov bibêje ev subjekirin e lê bi ya min ev xapînok e. Ji ber ku Erdem vê yekê ji endam û derdora rêxistinê, ne ji bo takekesiya wan endaman bi xwe, ji bo daxwaza rêxistinê dixwaze û ya herî girîng Erdem bi xwe vê yekê ji wan dixwaze, endamên rêxistinê wek takekes bi xwe biryara vê yekê nadin. Li gel vê yekê retorîka înisiyatîfê di nava rêxistinê de li gel meseleya subjebûn û objebûnê, hinek fonksiyonên din jî bi cih tîne. Wek mînak, gava PKK bi bûyer û rewşeke awarte re rûbirû dimîne an jî tiştekî civak jê neqayil be û bi destê wan biqewime, serî li retorîka înisiyatîfê didin. Em bibêjin, gava gerîlayên PKKê çalakiyekê li dar bixin an jî êrîşekê pêk bînin û di encama wê de zirar bigihêje kesên bêsûc û bêguneh, PKK dikare derkeve û bibêje, “wan hevalên me ev çalakî bi înisiyatîfa xwe li dar xistine.” Di vir de tê xwestin rêxistinê bi awayekî total ji wê çalakiyê ji bin wê berpirsyariyê derîne û bibêje, “ger ev sûc be, ev sûc jî yên wan hevalan e û ji bo vê yekê jî çi pêwîst be em ê bikin.” Ev jî bi me dide nîşan retorîka PKKê ji bo PKKê di heman demê de xwediyê aliyê rewakirinê/rewabûnê ye.

Belê, retorîka PKK/PKKyiyan a em behs dikin, di heman demê de xwediyê roleke rewakirinê/rewabûnê ye. Ev rol jî roleke dualî ye. Ya yekemîn, bi meşrûkirin û qebûlkirina vê retorîkê bi xwe re têkildar e. Ev jî bi spartin û referansa partiyê, wek gotina “uslûba tevgerê/partiyê” tê meşrû û rewakirin. Yanî ji ber ku uslûba tevgerê/ partiyê ye, ev retorîk rewa ye, rast e û loma divê were pejirandin û bikaranîn. Ya duyemîn jî ew e, kesên endam û alîgir in bi bikaranîna vê retorîkê xwe bi wê derdora PKKê, bi wê girseyê didin qebûlkirin û meşrûkirin û dibin xwedî zanebûn û statu. Wek J. P. Sartre ji bo antîsemîtîzmê dibêje, ev retorîk ji aliyê PKKyiyan ve him ji ber ku di nava wan de moda ye him jî ji bo ku ji qalibê “mirovê/a ji rêzê” were derketin, tê bikaranîn (Sartre, 2008:21).

Rewakirin berî her tiştî ji bo kesê/kesa dikeve nava sînorê PKKê, xwe bide qebûlkirin û pejirandin, girîng e. Ew kes ji bo ku xwe di nava wê derdorê de rewa bike, divê xwe bi wê derdorê şîrin bike, xwe adapteyê wan bike. Bikaranîna retorîka wan (PKKyiyan) ji bo pêkanîna vê yekê riyeke herî maqûl e. Kesekî/e wê derdorê gava dest bikaranîna vê retorîkê bike, mesela gotinên wekî “heval, yoldaş” bi kar bîne an jî bibêje hareketimiz eleştiri-özeleştiri hareketidir (tevgera me, tevgera rexne û rexnedayînê ye), hareketimiz şehitler hareketidir (tevgera me tevgera şehîdan e), dixwaze vê peyamê bide: “Binêrin ez jî wek we dipeyivim, yanê ez jî ji we me, ez we qebûl dikim, hûn jî min qebûl bikin.” Ev yek jî bi mijara xwe-deşîfrekirinê ve girêdayî ye.

PKKyî gava retorîka PKKê bi kar tînin, ji aliyekî ve dixwazin PKKyîbûna xwe an jî nêzîkbûna xwe ya PKKê eşkere bikin, raxîne ber çavan û dixwazin PKKyîbûna xwe him bi PKKyiyan him jî bi kesên li derveyî PKKyiyan bidin xuyakirin. Dixwazin PKKyîbûna xwe eşkere û deşîfre bikin. Dikare were gotin dixwazin werin dîtin lê ew wek lehengên di romanên Dostoyevski de nabêjin, “me bibînin, hûn çawa me dibînin bibînin lê bes me bibînin” (Gürbilek, 2008:35). Ew dixwazin wek PKKyî werin dîtin. PKKyî vê retorîkê ji bo xwe eşkerekirin û deşîfrekirinê wek amûrekê bikar tînin. Ev retorîk di vî warî de ji bo PKKyiyan peywira paroleyê bi cih tîne. Ji ber ku gava em ji yekî/ê bi awayekî dilsozane û bêhemdê xwe peyvên wek ‘heval’, ‘înisiyatîf ’, ‘dîrokî’, ‘mûazzam’, ‘tacîdarkirin’ (taçlandırma), ‘valaderxistin’ (boşa çıkarmak), ‘pratîk’ (wek nimûne, ‘Saray ve AKP pratiği’), halklar, demokratikleşme (demokratîkkirin), hamle, ‘rastiya gel’ (halk gerçekliği, Mustafa Karasu di nivîsa xwe ya bi navê “Acıyı bal eylemek” de 8-9 caran vê gotinê bikartîne), ilkel milliyetçi (neteperweriya hovane), yoğunlaşma, netleşme û gelek peyvên din dibihîzin, em fêm dikin ew kes PKKyî ye û li paş vê şêwe û retorîka wî/wê bi gotina Lings (1997:31) “çand, fikr, îdeolojî û helwesta” PKKê heye.

Berî ku em dawiyê li nivîsa xwe bînin, divê em bibîr bixin ku retorik tenê bi retorîka zimanî ne sînorkirî ye. Ligel wê retorîkê, retorîkeke derzimanî heye û ew jî şiklê cil û bergan, aksesûarên wek gerdane û berzendk, modela rîh, simbêl û por û tiştên bi awayî di xwe de dihewîne. Ev retorîka derzimanî ya wek ‘retorîka fîzyolojîk’ jî dikare were nirxandin, di nava PKKyiyan de, bi taybetî jî di nava xwendekar û jinên PKKyî de bi awayekî berbiçav tê dîtin û ev jî encama teqlîdkirinê ye. Li jor bi kurtasî be jî me dît Meyer çawa unîformaya rayedarekî payebilind ê artêşê û unîformaya psîkoposekî dêrê wek retorîkê nirxandiye, ya em behs dikin jî wisa ye. Ji ber ku endam û derdora PKKê bi wan şiklên xwe yên fizyolojik, yanê bi wê şêweya cil û bergên xwe, bi şiklê porên xwe xîtabê kesên li hemberî xwe dikin, peyamekê didin derdora xwe û di wê xîtab û peyamê de PKKyibûna xwe nîşan didin û eşkere dikin. Mesela jinên wan zêde makyajê nakin, piraniya wan porê xwe dihûnin, dest û neynûkên xwe hine dikin. Ev hewldaneke hevpar û teqlîdî ye. Bêguman ev yek ji aliyê wan ve tenê ji bo otantîkbûnê, herî zêde jî ji bo diyarkirina çepgirî û PKKyîbûna xwe wek amûrê tê bikaranîn. Di vir de bi taybetî jî di mijara jinan de divê em bi bîr bixin nakokiyek derdikeve hemberî me û ev jî li gel xwe-deşîfrekirinê, bi subjebûn û objebûnê re jî têkildar e. Jinên wan ji aliyekî ve behsa azadbûn û subjebûna jinan dikin, dibêjin “tenê em dikarin biryara bedena xwe didin, bedena me nasnameya me ye”, ku femînîstên PKKyî jî bi vê retorîkê xwe-deşîfre dikin, ji aliyê din ve jî bi vê yekşikliya cil û bergan, dest û bendan, neynûk û porên xwe bedena xwe dike obje û li gorî wê derdorê û girseyê dîzayn dikin. Yanê bi xulaseyî dikare were gotin laş û bedenên xwe ji bo alîgiriya xwe ya PKKê nîşan bidin, ji bo PKKyîbûna xwe deşîfre bikin, dikin amûr. Bi qewlê Jean Baudrillard (2014:113) ew ji bo laş û bedenên wan wateya PKKyîbûnê îfade bikin, zorê didin laş û bedenên xwe.

Encam

Wek encamê dikare were gotin PKKyî ji ber ku endamên rêxistineke îdeolojîk in û kesayetiyeke kolektîf pêk tînin, di nava xwe de ziman, şêwe û retorîkeke taybet û hevpar bikar tînin, ev jî ji bo diyarbûna wan dibe nîşane. Ew retorîka hevpar û taybet PKKyiyan nêzîkê hevdu dike, bi wan dide hîskirin ku ew wekhev in û ne biyaniyên hevdu ne û ji aliyên din ên kurdan cuda ne. Lê ev retorîka hevpar ji aliyê din ve ji ber hinek gotinan dikare bibe sedema biyanîbûna neteweya kurd. Yanê ji ber ku gelek gotinên vê retorîkê di nava kurdan de tunene û paşê dikevin nava kurdan, dibin sedema biyanîbûnê. Ev biyanîbûn tenê di warê peyvan de pêk nayê, ji wê wêdetir û girîngtir di warê hişmendî, fikrî, siyasî, civakî û çandî de ye. Kurd bi taybetî bi retorîka wek halklar (gelan), demokratik ortak vatan (welatê demokratik û hevpar), demokratik ulus (netewa demokratik) û komünal yaşam (jiyana komunal5) ber bi biyanîbûnê ve diçin. Her wiha endam û bikarhênerên vê retorîka PKKê ji ber vê retorîkê hegemonya û çavdêriya rêxistinê her tim li ser xwe hîs dikin. Ji ber vê yekê PKKyî her tim bala xwe didin ser gotinên xwe, dixwazin bi gotinên hevpar ên rêxistinê xwe îfade bikin û ji bo vê yekê jî her tim xwe kontrol dikin. Rêxistin bi riya vî ziman û vê retorîka xwe ya taybet di her kêliyê de hebûna xwe bi endamê/a xwe dide zanîn û hîskirin. Ev ziman û retorîka rêxistinê, li ser navê rêxistinê wezîfeya hêz, desthilatî û tundiyeke sembolîk bi cih tîne. Yanê bêyî ku fîşareke fizîkî li ser wan bimeşîne, li hemberî wan bi tund tevbigere. Bêyî xebera endaman, wan neçarê bikaranîna vê retorîkê dike. PKKyî jî bikaranîna vê retorîkê xwe didin dest û bi awayekî sergirtî dibêjin “em PKKyî ne”. Yanê xwe deşîfre dikin. Mesela di jiyana rojane de em dibînin ku kesekî/e ji wan, qet em nas nekin û me berê qet merhebahiyî lê nekiribe jî, bi gotina ‘heval’ gazî me dike. Her wiha kesê/a di nav PKKyiyan de ye an jî bixwaze tevlî wan bibe, xwe bi vê retorîkê rewa dike û xwe bi PKKyiyan dide qebûlkirin. Bi vî awayî him xwe di nava PKKyiyan de rewa dike him jî sînor û cudahiyê dixe nava xwe û derveyî xwe. PKKyî di heman demê de bi vê retorîkê wek şexs, yek bi yek nûnertiya PKKê/PKKyiyan dike û PKKyiyek bi vî awayî bi qewlê retorîka wan di kesayetiya xwe de (şahsında) hemû PKKyiyan temsîl dike. PKKyî di heman demê de bi riya vê retorîkê hewl didin xwe di nava rêxistinê de bikin subje û takekes lê paradoks ew e, li hemberî derveyî rêxistinê jî him dibin obje û amûrê berdewamkirin, jinûvehilberîn û rewakirina retorîka rêxistinê him jî dibin yên rêxistinê bixwe. Di taliya talî de PKKyî wek girseyeke kolektîf retorîkeke taybet û hevpar bikar tînin û bi vê retorîkê jî hebûna PKKê li her dem û derê him di bîra xwe de digirin him jî tînin bîra kesên derveyî xwe. Û herî dawiyê divê em bi bîr bixin ev tiştên me behsa wan kir -wek hegemonya, tundiya sembolîk, otokontrol, xwe deşîfrekirin, subjebûn-objebûn û tiştên din- di nava endam û derdora rêxistinê de yek bi yek, cuda cuda peyda nabin, dernakevin holê û bi hevdu ve girêdayî ne. Wek ku çawa xwe-deşîfrekirin encama objebûnê ye, oto-kontrol jî encama hegemonya û tundiya sembolik e.

 

 

1 Têgeha habîtûsê yek ji têgehên herî girîng ên civaknasê navdar ê Frensî Pierre Bourdieu ye. Bourdieu her çiqas ji bo habîtûsê gelek pênaseyan dide jî, dikare were gotin ku hevpariya wan pênaseyên ji bo habîtûsê tebîet, xûy û bi taybetî jî meyl e. Lê mirov bi awayekî ontolojîk ne xwediyê vê meylê ye, ev meyl paşê bi awayekî civakî û çandî tê hilberandin û afirandin. Di heman demê de ev meyl bi xwe jî xwediyê hêza hilberînê ye. Jixwe Bourdieu habîtûsê wek hilberîner û çêkera pratîkan jî bi nav dike û dide zanîn ku habîtûs di heman demê de wan pratîkan ji nû ve hilbdiberîne û dide berdewamkirin. bnr. David Swartz (2011), Kültür ve İktidar, Pierre Bourdieu’nün Sosyolojisi, wer. Elçin Gen, İstanbul, Weşanen İletişim, r. 142-45.

2 Di derbarê biyanîbûn/biyanîkirin, otofobî û otokolonîzasyonê de mijar û pirsgirêka ku ji retorîkê (çawaniya axaftinê) girîngtir ew e, PKKyî bi axaftina zimanê tirkî him bi xwe dibin biyaniyê ziman û çanda kurd him jî kurdan dikin biyaniyê ziman û çanda wan û wan dejenere dikin. Bêguman ev jî bi derûniya bindestbûn û kolonîbûnê ve eleqeder e, ku kesên wek Aime Cesaire, J. P. Sartre, bi taybetî jî Frantz Fanon û Albert Memmî li ser vê mijarê gelek tişt gotinin.

3 Ligel vê yekê dikare were gotin ev retorîk di heman demê de ji bo PKKê/PKKyiyan, dîsa bi têgehkirina Bourdieu, wezîfeya “sermayeya sembolîk” jî bi cih tîne. Ji bo nirxandineke girîng a sermayeya sembolîk bnr. David Swartz, Kültür ve İktidar, Pierre Bourdieu’nün Sosyolojisi.

4 Michel Foucault ji bo panoptîkonê dibêje “görülmeden gözetim altında tutan hapishane sistemi” (pergala girtîgehê ya ku bêyî were xuyakirin, di bin çavdêriyê de digire). bnr. Michel Foucault, Hapishanenin Doğuşu, wer. Mehmet Ali Kılıçbay, weş. İmge, Ankara, 1997, r. 245

5 Di vir de dibe ku bi fikra “jiyana komunal” li hemberî vê angaşta me were derketin lê divê were zanîn ku ev ê bikêrî tiştekî neyê. Ji ber ku bi fikra jiyana komunal, armanc ne vegera ser çand û gundîtiya kurdan e, armanc pêkanîna jiyana komunal a Murry Bookchin bi xwe ye. Heta em dikarin bibêjin jiyana kurdan a li gundan, ji bo parastina fikra komunalîzmê wek amûrekê tê bikaranîn û bi vî awayî tê xwestin fikra komunalîzmê were mafdarkirin, meşrûkirin, xurtkirin û di nava kurdan de were belavkirin.

 

 

 

ÇAVKANÎ

Baudrillard, Jean (2014), Baştan Çıkarma Üzerine, wer. Ayşegül Sönmezay, İstanbul, Weşanên Ayrıntı.

Bourdieu, Pierre (2015), Eril Tahakküm, wer. Bediz Yılmaz, İstanbul, Weşanên Bağlam.

Carnoy, Martin (2014), Devlet ve Siyaset Teorisi, wer. Simten Coşar, Aykut Örküp, Mete Pamir, Mehmet Yetiş, Ankara, Weşanên Dipnot.

Eagleton, Terry (1996), İdeoloji, wer. Muttalip Özcan, İstanbul, Weşanên Ayrıntı.

Fairclough, Norman (2015), Dil ve İdeoloji, wer. Barış Çoban, di nava Söylem ve İdeoloji de, amd. Barış Çoban û Zeynep Özarslan, İstanbul, Weşanên Su.

Fanon, Frantz (2016), Siyah Deri, Beyaz Maskeler, wer. Cahit Koytak, İstanbul, Weşanên Encore.

Frued, Sigmund (2016), Grup Psikolojisi, di nava pirtûka Frued a bi navê Uygarlık, Din ve Toplum de, wer. Selçuk Budak, İstanbul, Weşanên Öteki.

Gürbilek, Nurdan (2008), Mağdurun Dili, İstanbul, Weşanên Metis.

Laclau, Ernesto (2007), Popülist Akıl Üzerine, wer. Nur Betül Çelik, Ankara, Weşanên Epos.

Le Bon, Gustave (1997), Kitlelerin Psikolojisi, wer. Yunus Ender, İstanbul, Weşanên Hayat.

Lingis, Alphonso (1997), Ortak Birşeyleri Olmayanların Ortaklığı, wer. Tuncay Birkan, İstanbul, Weşanên Ayrıntı.

Marx, Karl (2013), 1844 El Yazmaları, wer. Murat Belge, İstanbul, Weşanên İletişim.

Meyer, Michel (2009), Retorik, wer. İsmail Yerguz, Ankara, Weşanên Dost.

Paras, Eric (2016), Foucault; Özne Yitiminden Yeniden Doğuşuna, wer. Yunus Çetin, İstanbul, Weşanên Kolektif Kitap.

Sartre, Jean Paul (2008), Yahudi Düşmanı; Antisemitin Portresi, wer. Emin Türk Eliçin, İstanbul, Weşanên Salyangoz.

Van Dijk, Teun (2015), Söylem ve İdeoloji: Çok Alanlı Bir Yaklaşım, wer. Nurcan Ateş, di nav

Söylem ve İdeoloji de, amd. Barış Çoban û Zeynep Özarslan, İstanbul, Weşanên Su.

Voloşinov, V. Nikolayeviç (2001), Marksizm ve Dil Felsefesi, wer. Tuncay Birkan, İstanbul, Weşanên Ayrıntı.

Yavuz Demir, Gökhan (2015), Sosyal Bir Fenomen Olarak Dilin Belirsizliği, İstanbul, Weşanên İthaki.

Zahar, Renat (1999), Sömürgecilik ve Yabancılaşma, wer. Bayram Doktor, İstanbul, Weşanên İnsan.

Share.

Leave A Reply