Sînemaya Ali Kemal Çınar: Îmtihana bi Mekanê re II-Veşartî

HUDAİ MORSÜNBÜL

JI TIRKÎ: ARJEN ARJEN

Puxte: Ev nivîs bi îdîaya ku sînema wek cîwar (mekan) dikare bê analîzkirin tevdigere. Cîwar, ewil di fizîkê de, tevî erdnîgarî, avahîsazî, sosyolojî, wêje û felsefeyê îmkanên jinûvexwendinê dide. Nivîs dema tê sazkirin, ew bixwe dibe binemayek û xwe dike cîwar. Peyv, wek alavên avakirinê, hêza wan a watedayîn û sazkirina xuyangê de (a tê avakirin) tê ceribandin. Bi vê riwangeyê, armanca nivîsê, di nav sînemaya kurd de wek xebateke kolandinê dikare bê binavkirin. Bo vê armancê, Veşartî (2016), fîlmê metrajdirêj a Ali Kemal Çınarê ji bakurê Kurdistanê ji aliyê ciwarê tê veçirandin. Ali Kemal Çınar bi tercîha xwe ya bo sînemaya serbixwe heta binerdî hewl dide xwe, civaka xwe, bajarê xwe û cîhanê fam bike. Ev nivîs ceribandina duyem e di peywenda sînemaya kurd û kurdbûn li ser rûzemînê dikare çi îfade dike.

Peyvên sereke: Sînemaya kurdî, Ali Kemal Çınar, veçirandina cîwar, ‘zanist’a kolandinê.

Ez ê fikirîna xwe ya li ser sînemaya Alî Kemal Çinar berdewam bikim. Di rêzenivîsa duyemîn de ez ê ji hêla mekan/daweşandinê va li fîlmê Alî Kemal Çinar ê bi navê Veşartî (2016) binêrim. Di nivîsên xwe yên pêş da jî ez ê bi teoriyên cuda, lê bi heman rêbazê li sînemaya Alî Kemal Çinar binêrim û fam bikim. Min gotibû. Dibêjim. Di vê metnê da kevçî dîsa wek kefa destan e. Jêgirtinên ku min di hejmara berê ya Zaremayê da destnîşan kirin û tiştên ku ez ê di vê analîzê da behs bikim ji bo kolon û danîna dîwarê mekanê hewldanek e. Heta ji bo parastina qadê û çaqilan îdiayek e. Ev “xiyar” (Apê Mûsa) wê bibe du parçe. Bismîllah!

Nivîsandin lêgerîna pergalê ye. Ihtimal e meriv bi qulibandina dawên hafizeyê dikare bi hêsanî bigihîje vê pergalê. Di nav hafizeya civakî da dixwazim hafizeya Alî Kemal Çinar, hafizeyên şexsî yên lehengan, wek kom hafizeya malbatê, ji hêla zayendî va hafizeya jin û mêran, hafizeya çînan, burjuwaziya biçûk ku bajar, park, kolan, otoban, kafe, mal, mitbex, serşok, daşir, odeya xebatê, odeya razanê û rewaqê çêdike û jê derdikeve fam bikim û vebêjim. Min got lêgerîna pergalê, belê pergala ku meriv zimên di hundir de bade û her dem nû bike. Mekan bi her tevgerên me cardin ava dibe. Silav li Wittgenstein ra –mêşa di qawanozê da: zimanê mêşê sînorên qawanozê ye.

Em ê di vê nivîsê da ji bo mekanê cil û bergan hilbijêrin û tê da qulan vekin. Em ê peyra qulan pîne bikin. Em ê ji qul û pîneyan ra nexşeya nasnameyê bibêjin.

Kevçî 1: Nexşe

Ji çaqilan heya girê, ji şiverêyê heya çiyê û ji kuçeya girtî heya rêbejê girîngiya mekanê girîngiya metnê ye jî. Yanê… Ez erdnîgarnas nîn im. Wek şa’ir diaxivim. Wekî Şêrko Bêkes… Ew dema em pêlavên xwe boyax bikin hat. Heger em ji sêdaran pêlavên xwe rizgar bikin… Wê çaxê em ê bi kevirekî ku navê Îsmaîl Beşîkçî li serê binivîsînin serfiraz bibin.1 Divê ew kevir wekî Edward Saîd ciyê xwe bibîne.2

Îlhan Berk bû ku digot şa’irên herî baş erdnîgarnasên herî baş in? Wekî erdnîgarnasê ku li ser daxwaza jina xwe girava ku tune ye di nav deryayê da bi cî kiribû.3 Çiqas xweş e ku giravên me yên ku em xwe dispêrinê hene. Lê dîsa jî em ji xwe ra bikin armanc û heya ciyê ku bi xwe de berdidin kapîtalîstan biqewirînin!4

Ji ber girîngiya vê armancê Davîd Harvey wiha dibêje; “Pirsên derbarê mekanê da girîng in û meriv nikare bi tenê li hêviya erdnîgarnasan bihêle” (Harvey, 2015: 8). Divê her kes li pey her cure nexşeyan bikeve. Heta li pey feza, pergala rojê, dinya û Kurdistanê bikeve… Divê em rêça xwe bibînin. Divê em nexşeyan li odeyên zarokan jî daliqînin. Divê em pergala rojê biavêjin arîxanan û kureya dinyayê deynin ser maseyê, nexşeya Kurdistanê deynin ser maseyên xebatê û nexşeyên Bradost, Qendîl û Agiriyê bikin bêrîka wan a hundir. Û ciyê kaniyên gundan… Her çi be, min xwe zevt nekir. Bila her kes biçe ser çavkaniya gund û zarokatiya xwe!

Di vir da ya girîng vegera ber bi dema zarokatiyê va nîn e. Vegera ber bi mekana zarokatiyê va ye. Agahiya dema ku xwe xwarî ser kaniyê dike, bi kulman vexwarina avê dide mirov. Azadiya ev agahî xwe de dihewîne û rewş û hêza ku meriv nêzî xwe dibe. Loma Fredrîck Jameson wiha dibêje “… Kategoriyên demkî jiyana me ya rojane, ceribandinên me yên ruhî û zimanê me yê çandî eşkere nakin, kategoriyên mekanî eşkere dikin” (Jameson, 2016: 16). Ez jî lê zêde dikim û dibêjim di mekanê da bedena me hem xwe û hem jî fezayê fêm dike û ev ji bo hebûnê rewşa wecdê ye.

Divê ev neyê piştguhkirin ku dema li ser rûzemînê tê derbaskirin bi mekanê ra girêdayî û têkildar e. Di berhemeke hunerî da him mekana ku afirîner tê da dijî û him jî mekana ku berhem tê de tê afirandin wek berhem bingeheke mekanî dide qezenckirin. Bi vê wateyê meriv dikare sînemayê wek beşeke ceribandinê ji nû va avakirina mekanê pênase bike. Hologram û mûcîze! Avakirina hafizeyê di heman demê da avakirina mekanê bi xwe ra tîne. Têkiliya hafizeya me ya bi mekana ku em tê de ne, mekana ku em diafirînin û mekana ku me diafirîne da têkiliyeke analitîk e. Ji ber vê wateyê jî divê civaknasî, antropolojî, mîmarî, matematîk, fizîk û bi taybetî zanistên civakî li ser mekanê lêkolînan bike. F. Braudelê dîrokzanê dibistana Annalesê wiha dibêje “Divê hemû zanistên civakî zêdetir girîngiyê bidin hewldana di nav mekanê da têgînkirina însên” (1996: 241) û nişan dide ku ev mijar çiqas girîng e.

Di berdewamiyê da Nîetzsche wek diyarkerê baweriya bi mekanê re wiha dibêje: “Ez ji mekana, ku hîma hêzê ye, wê sînor dike û şekl û şemalê dide hêzê bawer dikim” (nql. Lefebvre, 2015: 67). Mekan divê him çavkaniya hêza me ya jiyanê be û him jî ji bo hêzên ku jiyana me sînor dikin qadeke pevçûnê be. Divê em taybetiya wê ya ku him sînor dike û him jî şikl û şemalê dide ji bîr nekin. Ji ber vê jî Lefebvre wiha dibêje, “Însan bi tenê bi peyvan najî; her ‘kirde’ xwe di nav mekaneke ku tê da xwe nas dike yan jî wenda dike, di nav mekaneke ku jê sûdê werdigre û tê da diguhere, xwe bi cî dike” (b.n.b: 64). Rewş û hesta wendabûnê wek heyirîn û şaşmayînê tesîrê li kesayetiyê dike. Valahiyeke ku ji aciziyê hiltê ji hundirê me difûre… Yan jî ji derva da tesîrê li hundir dike… Di van deman da hevsenga navxweyî û derveyî wek însan meriv bêhêz û bêparastin dimîne.

Em ji kuçe, loqante, selikên çopê, wesaît û izxarayên logaran derbas dibin û cardin çêdibin. Em wan çêdikin û ew jî me çêdikin. Barker wekî ku Nurî Bîlgîn neqil dike qala vê diyalektîkê dike, “Derdorên me ji bo kar û barên însanan izxarayên civakî ne. Bi vê maneya xwe him mekanîbûnkirina avaniyên civakî û him jî civakîbûna vaniyên mekanî mewzûbehîs e. Têkiliya bi mekanê ra him fonksiyonel e û him jî plana jiyanê ye” (nql. Bîlgîn, 2013, 141). Heger mijar kapîtalîzm be hingê mekan zêdetir derdikeve pêş. Ji ber vê sedemê John Urry wiha dibêje, “Taybetiya sereke ya kapîtalîzma nûjen zeman nîn e mekan e” (Urry, 2015: 8). Divê li ser rewşa ku çîna karkeran li derveyî navendê ne û fabrîqe li navendê cî digirin baş were fikirîn.

Ev nivîs jî ji mekana ku ji xwe ra dike bingeh û digel vê mekanê bi vegotina ku saz dike hebûna xwe ava dike. Ji ber vê jî ji hêla mekanê va analîzkirina dîmenan -dekupaj- dema mijar sînema be zehf girîng e. Wekî ku Michael Foucault dibêje, “Agahî di heman demê da mekan e, kirde xwe di nav mekanê da bi cî dike, qala amûrên ku di vegotina wî da derbas dibin dike” ( Foucault, 2011,35) . Belê agahî di heman demê da mekan e. Deng di mekanê da şikl û şemala xwe dibînin. Ji ber vê jî bi taybetî di analîzên ruh-tîn û madeyê da sentaks û semiyolojî girîng in û her tiştî eşkere dikin.

Dema analîzên mekanê di nav fîlmê da tên bikaranîn ji ber ku fîlm xwediyê mekanekê ye, film jî wek berhemekê dibe mekanî. Ev mekan him hafizeyeke şexsî him a kolektîf ava dike. Hafize wek tora mekanê tê nirxandin û balê dikşîne ser nasname û erdnîgariyê. Yanê hafize wek qadeke erdnîgariyê cî û war û nasnameyê destnîşan dike. Hafizeya şexsî ya Alî Kemal Çinar, hafizeya Veşartiyê, hafizeya leheng û hafizeya tevlihev a mekanê ku bûyer lê diqewimin wê wek amûr werin analîzkirin. Mekanên Veşartiyê, bûyer, derhêner û wek temaşevan ceribandinên min wê rêya vê analîzê eşkere bikin. Ev rê li gor ceribandinên mekanan avaniyeke differansiyel bi xwe re tîne. Li holê avahiyeke ku hev diguherîne, sînor dike û heta dikare ji bîrxistanan (çağrışım) re vekirî ye. Ji ber vê jî jihevxistina metin bixwe û objeya wê divê ji bo xwîner jî girîngî pê bide dayîn.

Kevçî 2: Nasname

Kî ne em? Em çiqas dixwazin ku hin kes me pênase bikin. Daxwazeke çiqas mezin e ku navekî li me bikin. Em dixwazin sînorên me eşkere bin. Ev pêvajoyek e ku bi daxwaza mekanê ya jîndaran dest pê dike. Em dixwazin bêhna me ji cî û warên me were û ev şehweteke çiqas nuwaze ye. Aîdîbûna komekê yan jî mekanekê ye? Encama ku em ê bigihîjinê ev e: hesta aîdîbûnê û rewşa wê. Di vê mijarê da Nurî Bîlgîn wiha dibêje:

Ev qad wekî sînorên sembolîk ên şexs û koman ku xêz kirine, dikan û ciyên kamuyê, wekî hemû perçeyên mekanê ber bi wesaît, telefona destan, çenteyê destan û eşyayên malê berfireh dibe. Ev pêvajoyeke wisa ye ku ciyên em jê ra dibêjin ‘cî û warê min’ an jî ‘cî û warên me’ wateyên derûnî, çandî, civakî, polîtîk, aborî û her wekî din lê bar dikin û wek ciyê nasnameyê tê avakirin. Li gor rêgezên Proksemî avakirina mekanê ji cudakirin û ferqa ‘derva û hundir’çêdibe, yanê bi gotineke din ji ‘vir û ciyên din’ pêk tê. Pergala civakî jî wekî nasnameya komî ji dijberiya hundir-derva û serbest-qedexeyê tê avakirin. Ciyê ku li ser dijberiyê tê avakirin bi taybetiyên xwe yên sereke nasnameyekê qezenc dike û him jî nasnameyê dike mekan; bi wateyeke din ji ciyê nasnameyê derbasî nasnameyê dibe. Hemû tiştên ku perçeyên ciyê nasnameyê ne di heman demê da amûrên nasnameya kolektîf in. Ji ber vê jî têkiliya me ya bi cî û warên me û eşyayên wê ra ji hêla hafizeya kolektîf û avakirina nasnameyê va zehf girîng in (Bîlgîn,2013:8).

Di nasnameya komî da balkişandina ser malbat, nijad û nasnameya çînî di cî da ye. Bi taybetî girîngiya nasnameya çînî û cinsî ji bo fîlmê Veşartî ku mijara analîzê ye, eşkere ye. Di vê çarçoveyê da Lefebvre wiha dibêje:

Têkoşîna çînî midaxeleyî hilberandina mekanê dike, kiryaran disenifîne, mudaxaleyî hilberîna xwedî fraksiyonên çînî û kom, dike. Têkoşîna çînî ya roja îroyîn ji her demê zêdetir di mekanê de dijî. Ya rast tenê têkoşîna çînî cudahiyên mekanên razber paqij dike û nahêle li gezegenê belav bibe. Şikl û şemalên vê têkoşînê li gor paşerojê cihêreng e. Helbet çalakiyên polîtîk ên kêmneteweyan jî perçeyekî vê ye (Lefebvre, 2000:83).

Di vê çarçoveyê da Çinar di fîlmê Veşartî da him kurdan û him jî di ser kurdan re li ser cinsiyeta civakî lêkolîn dike. Meriv dikare bibêje ku di fîlmên wî da wek nijad lêgerîna nasnameyê û wek cinsiyeta civakî lêkolîna nasnameyeke din tê kirin. Cinsiyeta civakî mijara nivîseke din e û wek kurtasî destnîşankirineke wiha bes e. Lê pênaseya mekanê ku Lefebvre wek mekana hazê pênase dike, divê bi rêbaza daweşînê piçekî din were eşkerekirin. Lefebvre di vê mijarê da wiha dibêje:

…mekâna hazê -heger tê avakirin- bi mekanên bikêrhatî, bi taybetî jî bi mekana cinsî ra –hucreyên malbatê û wek qutiyan danserheva wan, avahiyên “nûjen”, birc û civakên “bajarî” û her wekî din –qet li hev nakin.) Heger her civakek mekanek -mekana xwe- ava dike, ji vir tenê encamek derdikeve: “Hebûnparêziyeke civakî” ku dixwaze “rast” be û nikare mekanek ava bike, wek nijadek wek razberiyeke taybet dimîne. Ev hebûnparêzî ji îdeolojiyê çênabe. Dikeve nav folklorê, nasname û navê xwe û rastiyên xwe ji dest dide û dawiya dawiyê jî ji holê wenda dibe (Lefebvre, 2000:81).

Bawer im îdiaya li ser welêt dibe erdnîgarî -terîtoryal. Fîlmên Kurdan bi îdiaya li ser Kurdistanê dimeşin. Zimanê rast ê dîmenan û tesbitkirina mekanê, meriv dikare wek hewldana ji bo eşkerekirina sînorên welêt bixwîne. Wê hingê hebûnparêziya civakî ji razberiyê rizgar dibe û di mekanê şênber da derdikeve holê. Rewşa berevajiyê vê ketina nav folklorê ye û wendabûn e. Ji ber van taybetiyên xwe fîlmê Veşartî bi amûr û rêbazên nûjen ji bo kurd û Kurdistanê derfeta hebûn û hebûnparêziyê dide.

Bawer im em amade ne ku bikevin nav fîlmê. Ya Xwedê!

Mekan 1: Dikan

Divê bingeha aboriyê ya meseleyê baş were danîn. Dikan; ticaretxaneyeke wisa ye ku hemû pêwistiyên ku ji bo burjuwayên biçûk, karkeran û gundiyan lazim in tê da hene. Dikan di heman demê da tax e ku hemû nostalji û kirêtî tê da heye. Dikan di heman demê da formek e ku makîneyên bi dûxan (Ka makîneyên bi dûxan mane!) û kulekên pîşesaziyê pê tesîrê li çînên navîn û çînên jêr dike. Di herdu fîlman da jî dikan tê emilandin. Ya balkêş ew e ku dikan her dem ji derva va tê kişandin. Dikan derva ye, bang li derva dike ku bikevin hundir. Di nav dikanê da jî hundirek tuneye gelo?

Sînemaya me jî wê wekî dikanê mekaneke bihurbar be? Rewşa Qobadiyê ku dibêje “Ez bimirim wê sînemaya kurdî jî bimire” wê çawa bibe? Naveroka netewe û sînemaya neteweyî wê kî çawa were dagire? Gelo hişmendiya me ya dewletê wekî ya îdarekirina dikanekê ye? Pirs cur bi cur in. Dewleteke ku her tiştên li derva dikare hilde nav xwe ji bo kurdan pêkan e? Me qala Qobadî kir û ez dixwazim derbarê fîlmê wî yê ewil ê dirêj da çend tiştan bibêjim û bidim ber hev. Êş e.

Amaneh lehengê “Dema Hespên Serxweş” (2000) ku fîlmê ewil ê Qobadî ye, ji pîşeya bavê xwe re dibêje barbir. Dû re dibêje qaçaxcî; hikmê Peymana Lozanê ya Dinyaya Iemîn bi zora zimanê tirkî tê emilandin. Qobadiyê ku pirsan jê dike -wekî ku peyva barbir fam nekiribe- ji bo fam bike peyva “qaçaxcî” diemilîne. Balkêş e ku her kes dema qala fîlm dike peyva “qaçaxcî” tercih dike, lêkolîner, akademisyen û Qobadî jî dema nîqaş dikin û dinivîsînin vê peyvê tercih dikin. Dema sedsal derbas dibe esnafên biçûk li Diyarbekira paytexta manewî ya kurdan (barbirê xwemalî) dibe dikandar Alî Kemalê lehengê sereke yê fîlmê Veşartî. Esnafê biçûk dikare bibe xwediyê dewlet? Ji bo zarokên xizan ê gel (kurd) ev pirsek li hewa dimîne. Wê zeman her tiştî eşkere bike. An divê ez bibêjim dikandar?

Em vegerin dikanê. Kesek tê. Derva dikeve hundir. Jineke navsalî. Li ser tîşortê wê ji bo maçîkirinê xwestekek heye. Aram! (wek demgirtî ji kurdî wergerînim dibe gelo) Aram di fîlm da sereke ye, her tişt di bin kotrola wî de ye. Dikeve dikanê. Dikandar bi jinika ku mijara fîlm eşkere dike (Aram) dest bi xeberdanê dike. Jinik ji Alî Kemal ra derbarê bavê wî yê ku 5 sal berê ew terikandiye xeberê tîne. Alî Kemal wisa dizane ku bavê wî miriye, bi vê xeberê heyirîna wî dibe ya temaşevanan. Surprîza ewil a fîlm ew e ku bavê wî li jiyanê bûye, lê di demeke nêz da jî miriye. Piştî vê destpêkê xebatkarên di fîlm da tên nişandan. Wekî di Kurtefilm da piştî ku karakter û malbata wî tê nasandin Alî Kemal jenerîkê dide destpêkirin. Wexta em wek metnekê fîlmê lêkolîn bikin, em dikarin bibêjin ku li gor rêgezên kompozisyonê tevgeriyaye. Destpêk, naverok û encam. Destpêk temam e, amade bin fîlm dest pê dike!

Daşir û serşoka ku di fîlmê ewil da dibe çîlexane ka em binêrin ku di Veşarti yê da çi di xwe da dihewînin.

Mekân 2: Kenef an jî bi navê xwe yê din daşir-serşok

Wexta jenerîka fîlm (Veşartî) diherike Alî Kemal tiraş dibe. Simbêlên wî mêranî ye. Piştî derbeya Kemalîst a yenîçeriyan li Kurdistanê li girtîgeha bi navê Beş Nolu ya binavûdeng, serhildana ewil bi nejêkirina simbêlan dest pê kiriye (Ji bo Beş Noluya belgefîlma Çayan Demirel em silavekê didin wî!). Kurdistan ji bo nirxên mêraniyê yê xurt mekanek e. Wekî din artêşa tirkan dema bi ser gundan da digire, bend diavêje penîsê mêran û bi jinan dide kaşkirin. Artêşa tirkan a navdar û bitiraş. Di vê dîmenê da em dengê avê qeyd bikin, em ê cardin vegerin ser avê.

Li gor Kurtefilmê çûyîn û hatina serşokê kêm e helbet. Lê di destpêkê da di ciyê serşokê da lavabo heye û meriv dikare vê ji bo sînemaya Çinar wekî qodeke hevbeş bixwîne.

Mekan 3: Şano (dik)

Meriv dikare mekana sereke ya Veşartî dika şanoyê heta wek şano bihesibîne. Lewra derhênerê me di Kurtefîlm da nîqaşa edebiyat û sînemayê dikir, îcar jî ji şanoyê helaliyê dixwaze. Peyam û bingeha sînemaya xwe -di çarçoveya vî filmî da- ji ser şanoyê da dide. Metneke edebî ji ser berhemeke şanoyê da ava dike, reng û şêweyê di ser derfetên şanoyê re ava dike û dide. A ku tê lîstin Mem û Zîn e, lê vegotineke destanî hêvî nekin. Lewra Çinar bingeha fîlmê xwe li ser dika jiyanê ava dike, wekî ku ez ê pêş da jî nişan bidim, çend vegotinan dike nav hev û bi hosteyî dide nîqaşkirin. Belê: Û dik! Em bibêjin?

Di nav derî da em komeke şanoyê ku li ser dika şanoyê qasên xwe germ dikin dibînin. Çinar dewam dike û car din li ser laş difikire. Di Veşartî da dik ji bo tişta ku wê bê lîstin, guherîna cinsî û peyama sereke mekan e. Hest, laş û fikir çi ne? Çawa meriv dikare nîşan bide? Çima li hev nakin? Di vê planê da bi tenê derhênerê şanoyê xeber dide. Dema ji Berfînê pirs dike ku çima dereng maye, rû û devê wî xuya dikin û diaxive. Ev dîmeneke ku ji ber çavan reviyaye yan tercihek e nizanim. Ji ber ku di tevahiya fîlm da axavtin li gor xuyabûna karakteran na li gor ên ku guhdarî dikin tên dayîn. Çinar rêgeza koçe-koşeya dijber radike û terciha şêweyê ya fîlm eşkere dike. Sedem, derfet û sînorên vê tercihê lêkolînê mecbûrî dike. Çinar bi Veşartî him ji hêla mijarê va û him jî ji hêla şêweyê va, di nav kanala ku em dikarin jê ra bibêjin sînemaya kurdî serî bi modernîzmê ra dikşîne û helwesteke birîsk dide ser xwe. Hildana rîskê ji bo sînemaya Çinar divê beriya her tiştî were destnîşankirin. Ev rîsk çi ye? Rehetiya ku ji forma vegotina klasîk û helwesta çîrokbêjî-nostaljiya ku ji nav sînemaya kurdî tê? Berevajiyê vê rehetiyê ji ber ku cî dide tiştên nû ji ber mijar û şêweyên ku tercih dike di nav sînemaya kurdî da ciyekî cuda digire.

Ev tercih ji bo Rîmbaudê ku dibêje “Ez kesekî din e” silavek e (Zarema:8). Di têkiliyê da yê girîng kesê ku diaxive nîn e, ê ku guhdarî dike girîng e. Ew bêyî neynikê nikare rûyê xwe jî bibîne. Xebata neynikê ceribandineke herî xweş e di xebatên şanoyê da. Lîstikvan li hember hev disekinin yek dibe neynik yek jî dibe kesê li hember neynikê. Neynik hemû tevger û hereketan diqefêle û nişan dide. A girîng neynik e. Serkeftin û neserkeftina wê ceribandin eşkere dike.

Meriv dika heyatê dikare ji vîzora kamereyê bibine, lê bi lîstikê. Cassavetes û Bergman jî girîngiyê didin dikê. Sînemayê hewl da hunereke ji şanoyê cudatir be. Alî Kemal Çinar vê meseleyê dike navenda fîlmê Veşartiyê. Kî diaxive û yê ku guhdarî dike kî ye? Bersiva ku derhêner dide vê pirsê şêweya Veşartî eşkere dike.

Di şanoyê da ya girîng baldarî li ser lîstikvanê/a diaxife, lê di sînemayê da desthilatdarî ya kamerayê ye. Kamera kî/ê bide nişandan tu wê/wî dibînî û tu mecbûrî li wir binêrî. Wekî din dema ku sînema hate fikirandin senaryo, dekupaj û çîrok her tim bi hev ra diherike. Sînemaya Çınar da bi taybetî di fîlma Veşartî da girîngiya diyalogan tê nîqaşkirin. Çınar vê helwesta xwe wek îadekirina girîngiya gotinê bi nav dike. Bi vî awayî gotina her karekterî him di sînemayê de û him jî di jiyana rojane de girîngiya xwe didomîne. Tercîheke edebî ye; lê çîroknûsa wî ne wek Jarmush e ku çîrokan wek bûyerên rojane dide. Çîroknûsekî wî yê klasik heye. Taybetî li ser tîradan disekine û wek fîlma Veşartî de dibe sedema diyalogên gelek dirêj. Bi vê helwestê bala me ji mekân û kamerayê dûr dixe û em li ser gotinan difikirin. Bi ya min ev şêwe hêla sînemayê ve zaafiyetekê, qelsiyekê dihewîne.

Em vegerine dikanê wextê bihîstina agahiyên nû hatine. Di deqeya 10an de girêya ewil tê avêtin. Agahiya guherîna zayendiya hinek mirovên ku temenê wan gihîştiye siyan tê. Mêr dibin jin, jin jî dibin mêr. Bavê wî jî guherîneke wiha jiyaye û ev guherîn bûye sedema terka malê. Tê diyarkirin wê Ali Kemal jî heman guherînê bijî. Haylooo, de ka binêre… Qaşo digotin bavê wî miriye lê belê ji ber sedema guherîna cinsî ji mal dûr ketiye. Dikandar gelek bi tevger e. Dikandar heta niha tu car rastê niqaşeke wiha nehatiye. Bi cureyeke fantastîk di nav sînemaya kurdî de dikeve qeydê.

Ca werin em qewimînên xwe bicivînin. Em li bajarê kurdan ê herî mezin in. Li Diyarbekirê ne. Taxek ji taxan û dikanek ji dikanan. Xwediyê dikanê zilamek mezûnê zanîngehê ye lê dikanê dixişulîne. Esnaf e. Muteşebbisê serbest e! Dike bizewice. Û ev hevalê me dibihîze wê nêz de bibe jin.

Ali Kemal û Berfîn li ber zewacê ne. Ev guherîna cinsî ji ku derket? Berfîn şanoger e, di koma şanoyê da li ser lîstika Mem û Zînê dixebitin. Lîstika Mem û Zîn ku kanona neteweyî ya kurdan e wê were sehnekirin. Di nav vebêjeya Mem û Zînê re guherîna cinsî tê hilberandin. Xort û qîzên ku di newrozê de rastê hev tên aşiqê hev dibin û evîna xwe bi danûstandina gustîlan nişan didin, ew dem Mem wek jinan Zîn jî wek mêran cil û berg li xwe dike. Ev çalakî ji bo xelasbûna ji astengiyên feodalîteyê ye. Ali Kemal bi vê tevgerê şêweyê li gor rojavê ji nû ve ava dike. Yek ji hêmanên ku sînemaya Ali Kemal Çınar dike şoreşger ev şêwe ye. Ev vebêjeya ku di avakirina hefizeya neteweya kurd de girîng e, wê girîngtir dike û tîne asteke gerdûnî. Ev taybetî mijara nivîsa pêncemîn e. Sînemaya Ali Kemal Çınar bi wesfê xwe yê neteweyî li gorî derhênerên kurd ên din hêmanên zelaltir dihewîne. Ez li vir eşkere dikim.

Di fîlm da pevxistina hevrast û xebatên şanoyê hevaltiyê dikin. Du huner li gorî derfetan tên berawirdkirin. Gelo ew derfet çi ne? Em temaşevan bi dehan caran dikarin vî fîlmî temaşe bikin. Sînema bi vê taybetî û derfetên xwe li cihekî fireh belav dibe û desthilatdariya şanoyê hildiweşîne. A duyem lîstikvaniya sînema û şanogeriyê tên muqayese kirin. Bi vê muqayeseyê ku tê bilêvkirin di nav fîlm û şanoyê de jiyanê ji nû ve ava dike. Dema ku rastî tên avakirin ji dêvla dikên şanoyê mekanên hundir û derve tên bikaranîn; ew mekanên ku jiyana rojane lê derbas dibin. Meriv dikare hemû jiyanê di sehneyekê de bide nîşandan. Bi vî awayî him sînorên vegotina wêjeyê him a şanoyê, ku perçeyek wêjeyê ye, derbas dike.

Em li çîroka xwe dewam bikin. Pênc sal e Berfîn û Ali Kemal ji hev hez dikin lê hêj bi hev şa nebûne. Berfîn dibê beriya zewacê seks ne mimkun e. Her du jî mezûnê zanengehê ne, li ser qenepeyê ji Richard Linklater filma “Before The Sunrise” (1995) temaşe dikin. Yek ji wan dikandar e, a din jî lîstikvanê şanoyê ye. Êdî binyada fîlmê diyar bûye. Guftûgoya fîlmê jî kifş dibe. Laş (Beden) û desthilatdarî. Ev sernivîs di vebêjeyê de bi vê şêweyê tê curekirin:

– Vebêjeya Kevneşopî – Evîna Mem û Zînê

– Vebêjeya Evîn û Zewacê – Evîna Ali Kemal û Berfîn – Vebêjeya Guherîna Zayenda Civakî

Mêrên bûne sî salî dibin jin, jin jî dibin mêr. Wekî din di ser qebedayiyên Kasimpaşayê re kêlekbir hene, meriv ji wan re dewekî ikram neke şerm e. Vebêje di nav sê û nîv tebeqeyê de diherike. Ev nîqaş bi sê formên vebêjeyê dewam dike. A rast ji aliyê kamerayê ve bi tenê formeke vebêjeyê heye: Sînematografî. Wekî din heger em şanoyê jî bixin nav niqaşê wê muameleya kêlekbir lê kêlekbirekî li navendê, lê bê kirin. Em gera nav mekanê bidomînin. Divê em dîsa jî mitbexê ziyaret bikin.

Dema ku diya wê bi amadekariya xarinê ra mijûl e Berfîn jî Mem û Zînê dixwîne. Li ser tekstê ji bo lîstikê dixebite. Ji dêvla ku alîkariya diya xwe bike pirtûkan dixwîne, diya wê gelek hêrs dibe. Dêya wê dibê: “Keça min dev ji van karên şanoyê berde, wexta zewacê ye bi zewacê re eleqeder bibe”. Gelemperî zarok li dij dê û bavên xwe serhişkiyê dikin. Rastî û dererastî di heman cihê de wek tişteke asayî tê nîşandan. Gotina absûrd û dererastî mimkun e. Lê belê ew hîsa teqipkirina mîzaheke din, teqîba êqil heye. Divê em li vê bikolin. Dê û bav û aqlê ji bernameyên televizyonê belav bûye, û çembereke din a êqil ku Ali Kemal û Berfînê jî dike nav xwe, ciyê ku ev çember li hev dikevin absûrd an surrealîzm peyda dibe. Mizaheke wisa ye ku hêza xwe ji uslûba sade ya pêşkêşkirina tişta asayî û ne-asayî ku derbasî vebêjeya fîlm û temaşevan dide, distîne. Dema Recep Tayyip Erdoğan di TVyê de derheqê femînîzm û dêtiyê de analîzên kûr û girîng dike niqaşa zayendî tê asteke nû. Kevneşopî û modernî, a rast nîqaşa desthilatdarî û bindestan pêrgî hev tên. Ji vê nîqaşê Absûrdî dertê holê. Bi van nîqaşan fîlm rastiya di hişê me de bi cih bûye serûbin dike.

Sehneyeke din bi avreşandina ber dikanê dest pê dike. Em dîsa li dikanê ne û geşedanên nû heye. Ali Kemal agahiyên derheqa Aram de hildaye û ev wî dixe nav metirsiyekê. Ev rewş rewşa metirsiyê pêşkêş dike ku di sînemaya Çınar de bi serkeftî tê nîşandan. Dengê avê ku di xortimê de diherike domandina metirsî û rageşiyê dide. Dema ku lehengê me li jinekê dinêre cihê xwe de ziq dimîne. Her wekî xortim bi sembola mêraniyê tê nirxandin. Ax ew êşa hebûnê ku organên me yî cinsî tev dide ax! Metirsî, valahiyên şiqêtî, wextên mirî wê ev sernav bibin mijara nivîsên ser sînemaya Çınar.

Mekan 7. Internet

Hevalê Ali Kemal, Baran profila xwe ya facebookê wek jin amade kiriye. Bi jinan ra hevdîtinan dike. Dixwaze wan ji nêz ve jî nas bike. Bi profîla fama ehlaqê kevneşopî bi jinan dide şikandin. Me li Baran neheqî kir. Ji sehneya ewil heta dawiyê em ê Baran di nav her nîqaşê de bi mala wî, bi tazîtiya wî, bi hevdîtinên wî yên li qadan bi profîla jin bi mêran re. Baran di pozîsyona lîderekî de ye ku ji Ali Kemal zêdetir nîqaşa laşê hildide ser xwe û bi awayekî cidî bi xwe re dibe. Lêkolîna li ser Baran wê nîqaşa mijara zayenda civakî baştir bide famkirin.

Divê Ali Kemal ji bo guherîna zayendî xwe amade bike. Lewra pêvajoya qanîbûnê gelek biêş e. Ji bo dîtina veguherîna jinekê ji aliyê heman jinê ve tê vexwendinkirin. Ji bo çûn an neçûnê bi Berfîn re xeber dide. Ji bo Ali Kemal guherîn an neguherîna zayendî ewqas muhîm nîn e. Girîngiya dawetê bêtir xelasbûna ji gumana derheqê bavê xwe de ye. Jina bi navê Mizgîn wê serê sibehê bibe mêr. Salih, Mizgîn û Aram (jina qasid) li malê ne. Li mitbexê bi çay vexwarinê benda guherîna zayendî disekinin. Mitbex mekana hilberandinê ye. Li vir hilbijartina iskanan jî li gor qodên cinsî ye. İskanên tenik û zirav destê Salih de ye bi guherîna zayendî bûye mêr, îskanên qalind ku nîşana mêraniyê ye destê Mizgînê de ye, Mizgîna berê mêr bû niha jin e. Mizgîn serê sibehê guherîna zayendî temam dike. Şahidiya guherînê qanihker e. Ali Kemal ji xwe diçe. Temaşevan jî Ali Kemal jî qanih bûne; di şokê de ne.

Hilbijartina tişortan, hilbijartina îskanên çayê tim li gor dijberiya sereke ya fîlm hatiye sazkirin. Cil û bergên me jî wek mekanê astar, siwax û boyaxa laşê me ye. Kiss, forever, Bruce Lee bi cil û bergên me ve zeliqîne.

Sehneyên derbarê metirsiyê de ku bi wextên mirî tê binavkirin zêde dibin. Dema ku Ali Kemal mala xwe paqij dike sendelî dikeve lê belê makîne dişixule. Ji ber ku telefon nayê bersivandin lêdana xwe didomîne. Ali Kemal li cadeyê navbera çûn neçûna aliyê din de dimîne. Ali Kemal li kîrê xwe dinêre her wekî nêrîna dawiyê. Jin dinivîse googleê. Teqlîda jinan dike, sehneya ku laşê xwe kontrol dike em hemû temaşevan jî bi wî re destê xwe dirêjê singê xwe yê bi pirç dikin.

Her diçe rewş tevlihevtir dibe. Berfîn ji biryara zewacê poşman e. Piştî Ali Kemal cinsiyet diguherîne Berfîn têkiliyeke hev-cinsî qebûl nake. Pişt guftûgoya bi dost û hevalan re şiroveyên cuda nîqaşê dewlementir dike. A girîng hest e yan laş e? Ev mijar dikeve navenda nîqaşan. Dema ku Aram dibêje heger dixwaze bila Berfîn jî bibe mêr em bi malbatî dikevin nav hêviyan. Em bi tevahî kesên filmê çêkirine, kesên lîstikvan û hemû temaşevan malbatek in. Salih di mijara guherîna zayendî de rêber û biryardar e. Diçine ba Salih. Berfîn 25 salî ye. Salih dibêje temenê wê ji bo guherîna cinsî munasib nîn e divê pênc salên din jî bibore. Lê belê kar tenê bi temenê safî nabe; bi tenê hin malbat bi irsî xwedî vê taybetmendiyê ne.

Heger Berfîn têkiliyeke hev-cinsî qebûl bike jî ne mumkin e ku malbata wê qebûl bike. Dema di sehneya bi diya xwe re vê mijarê diaxife em serwext dibin. Diya wê axaftina xwe bi vê diayê diqedîne: “Keça min hindik televizyonê temaşe bike, ya rebî tu belayên wiha neyinî serê misilmanan.”

Wekî din hewce ye ku jineke qanihker bibîne. Divê ev jin jinek wisa be ku Ali Kemal bikaribe rihê xwe jî bidê. Aram riya çareseriyê jî bi Ali Kemal re parve dike. Li ber dawîbûna fîlmê sehneya herî giran (silav ji Xalit re) tê. Diyaloga navbera Salih û Baran de dijberiya sereke ya fîlmê û mijara girîng tê nîqaşkirin. Diyalog li mekaneke wek muayenexane hatiye sazkirin derbas dibe. Salih dixtor e Baran jî nexweşê wî ye. Atmosfereke cidî, resmî û bi mesafe hatiye sazkirin.

Baran: Ez benî mesela jinbûn û mêrbûnê serê min gelek diêşîne ji ber vê ez hatim cem we. Ez ji zaroktiya xwe ve vê meseleyê difikirim. Pirsan ji xwe dipirsim. Piştî xwendin, niqaşan hişê min gelek tevlihev bû. Lê belê dema ku ez li fikrên xwe yê duh û îro didim ber hev dibînim ku di vê mijarê de fikra min sedî sed guheriye. Madem ku ez di fikr û ramanan de gihîştime vê astê dixwazim laşê xwe jî biguherînim. Dixwazim emrê xwe yê mayî di laşê jinekê de bijîm.

Salih: Çima tu guherînê bi laşe xwe ve girêdidî? Çima hestên xwe li gor beden û cinsiyetê dinirxînî? Divê laşê me nebe tabuta hestên me. Laşê me zindana hestên me nîn e. Eger tu dixwazî wek jinekê bijî dikarî bi vî laşî jî bijî. Beden ji bo jiyandina hestên mirovî nabe asteng. Heger ku laş û hestên te li hev nekin dibe ku navbera wan de dijberiyek hebe.

Baran: Rast e… belkî meriv fikr û bedenê cuda bibîne, belkî meriv laşê xwe wek zindana fikran nebîne, meriv di mejiyê xwe de azad be…ez bawer im ku laş, fikr û hest ji hev cuda nîn in. Bingeha herduyan jî yek e. Tiştên fikr û ramanî laşê me guherandiye. Lê belê ez niha wiha nafikirim. Ez bawer dikim laş jî ramanên meriv diguherîne. Candarên hemû dinyayê ji zayînê heta mirinê di nav guherînê de ne. Em dendikê hejîrê davêjin nav zinarê, ne axê jî, davêjin zinarê… Ewil dendikê hijîrê dirize. Piştre şêwa wê diguhere. Nav zinarê de kok digre. Nav zinarê de zîl dide mezin dibe û digihîje pişt re mêwe dide. Em jî wan mêwan dixwin. Em hejîran dixwin lê belê dendikên wê nafikirin. Em guherîna wê dendikê qet nafikirin. Beden her tim diguhere. Her ku laşê me diguhere fikrên me jî diguhere. Nexwe tiştên xuya, guherînên di laşê me de hem rolekê li pişta me bar dike hem beramberê xwe guherînekê tîne. Ez bi hest û fikir jinê fêhm dikim. Wek jinekê hîs dikim û dixwazim dinyayê çavên jinekê de bibînim. Ezbenî ev tenê bi ramanan nabe. Heger tenê bi ramanan pêk bihata min nedixwest laşê xwe biguherînim. Nexwe kêmasiyek heye ku dixwazim laşê xwe biguherînim. Di vê mijarê de min baweriyek pêş xist. Jiyan li ser guherînan hatiye avakirin. Ji ber vê tiştên heta niha jiyame û min dîtiye ji vir pê ve dixwazim bedenek laşek din de bijîm.

Salih: Temam lê ev mesela guherîna cinsî wisa tiştek hêsan nîn e. Ev meseleyeke dîrokî ye. Ev mesele ji mêj ve beriya hezar salan heta niha hatiye. Bi îbadet û selewatan dest pê kiriye. Şert û qaîdeyên wê hene. Hejmara kesên li vê memleketê ku bedena xwe guhertine gelek kêm in. Mesele kevn e û irsî ye. Heger ku dixwazî laşê xwe biguherînî divê tu vê dîrokê dubare bikî. Divê ji serî ve dest pê bikî. Divê tu hevjîna (eş) xwe bibînî. Kesekê bibînî ku laşê xwe bide te. Divê tu jî laşê xwe bidî. Divê tu wê qanih bikî ku baweriya xwe bi vê meseleyê bîne. Lê belê divê tu vê baş bizanî ku ev mesele bi tenê meseleya te nîn e.

Heger tu laşê xwe biguherînî wê zarokên te, neviyên te heta hetayê wê vê rewşê bijîn. Wê sedan salan bidome. Meseleyê baş fêhm bike…

We fêhm kir – hii?

Dîmenên ku li ser şevê û bajêr ve hatine ketine nav hev. Xeyaleta kurdekî di nav bajêr de dihele… Film (Veşartî) bi carekê de reng dide. Gihîştiye armanca xwe lîstik bi dawî dibe. Hemû girêk hatine avêtin. Mem û Zîn wê gustîlan bixêne tiliyên hev. Wê biherikine hev. Wê Mem bibe Zîn, Zîn jî bibe Mem. Jin dibe mêr, mêr dibe jin… Mekâna esil film bixwe ne ku yek ji wan 68, a din ku 61 deqqe ye.. Ka ez êdî çi bêjim. Ji xwe Ali Kemal Çınar gotiye: Action!

 

 

1 Şêrko Bêkes, Ji Nav Şi’rên Min, Avesta, 2001, İstanbul.

2 Edward Seîd, https://www.google.com.tr/search?q=Edward+said+ta%C5%9F+atarken& espv=2&biw=1366&bih=638&source=lnms&tbm=isch&sa=X&ved=0ahUKEwi-i-Ku-_ HPAhVJWxQKHRsrC14Q_AUIBigB#imgrc=LhbXQShImEtIVM%3A

3 Îlhan Berk, Inferno, Dünya Yayınları, 2004, İstanbul.

4 Ece Ayhan, Başıbozuk Tümceler, YKY, 1993, İstanbul.

 

ÇAVKANÎ

Bêkes, Şêrko (2001) Ji Nav Şi’rên Min, Avesta, 2001, İstanbul.

Bilgin, Nuri (2013) Tarih ve Kolektif Bellek, İstanbul: Bağlam Yayınları.

Braudel, Fernand (1996) Uygarlığın Grameri, İmge, Çev. Mehmet Ali Kılıçbay.

Foucault, Michel (1994) Bilginin Arkeolojisi, İstanbul: Ayrıntı Yayınları, çev. Veli Urgan.

Harvey, David (2015) Sermayenin Mekânları, Sel yayıncılık, Çev. Başak Kıcır, Deniz Koç, Kıvanç Tanrıyar, Seda Yüksel.

Jameson, Fredric (2016). Modernizmin İdeolojisi, Metis, Çev. Kemal Atakay, Tuncay Birkan.

Lefebvre, Henri (2014) Mekânın Üretimi, İstanbul: Sel Yayıncılık, çev. Işıl Ergüden.

Urry, John (2015) Mekânları Üretmek, İstanbul: Ayrıntı Yayınları, Çev. Rahmi G. Öğdül.

Share.

Leave A Reply