Mihemed Şarman:
“Mirov, qasî mîrazê xwe mirazşikestîyê xwe ye jî”

CEMÎL CANBEGÎ

Mihemed Şarman, yek ji berbiçavtirîn nivîskarê dehsaleya dawîn e. Damezrêner û yek ji kadroya Zaremayê ya ewil e ku niha xwe vekişandîye taldeya wêjeyê û tenê bi wê mijûl e, amadekarîya berhemên nû dike. Şarman, ku heta niha sê berhemên wî hatine çapkirin: Pirça winda (2010, çîrok), Bermayîyên Demê (2014, çîrok), Kêmber (2015, roman), bo vê hejmarê pirsên Cemîl Canbegî bersivandin.

Cemîl Canbegî: Em karin bibêjin te Pirça Winda li malê Bernayîyên Demê li bajêr nivîsandîyî?

Mihemed Şarman: Herdu jî li malê hatin nivîsin.(J) Çîrokên Pirça Winda dema ku li Batmanê mamoste bûm hatin nivîsin; Bermayîyên Demê li Şirnexê. Herdu jî bajar tên qebûl kirin. Ger em pîvanên bajar û bajarvanîyê pişt guh bikin û vê yekê tenê bi pênasekirineke fermî ve gîrê bidin. Helbet dem û mekanê nivîsê tesîrek dike li ser nivîsê, lê dem û mekanê mirov ne yek e bi min, du heb in, sê, an çar? Dem û mekanê ku tu (beden) bi awayekî lê dijî, dem û mekanê ku (rih) li kolan kuçeyan digere hwd. Pirça Winda de rihê min li gund digerîya, Bermayên Demê li qesabayê. Mirov çiqas dizane gelo kengî ev dem û mekan dibin yek kengî ji hev dûr dikevin? Dûrketina van parîyek hêz dide nivîsê; tu di vê navbera vê mesafeyê de diçî û tê; li pey xwe li paş xwe dinêrî, belkî tam di vê erefê de jixwe hêvîya nivîsên baş bike an dîkî.

Di Pirça Winda de çirokên fantastik pevxistinên derasayî hene, hem mijar hem jî şêweya wan ji hev cuda ne, gelo şêweya Mihemed Şarman kîjan e?

Şêwe di carekê de çênabe (Kê gotJ), gelek caran di edebîyatê de nav û nîşan, hebûna şêweyeke taybet bûye cihê şanazîyê û bi tena serê xwe wek pîvana başîyê hatîye pênasekirin. Niha jî wisa ye an krîter mane nemane, ji wê jî bi guman im. Lê dibêjm qey hemî jî ez im.

Ev mesele derî li ber mijareke din jî vedike an ez dixwazim vekim: Bi min kesê derangmayî ne yek e, çendek e. Belkî yek, ew kesê ku ji xem û xîyalê şexsî pêkhatî, kesê ji armanc û barê civakê pêkhatî. Ev kategorîzekirin ji bo nivîskara ye. Nîvîskar, loma hem dixwaze bo xwe, bo civaka xwe, bo hûnerê binivîse ev yek di serê min de her tim diçin û tên. Hêzên erka vî barî di sere min de sê nivîskar afirandine caran ji wan yek dertê pêş caran hemî di nav hev de derbas dibe lê hebûna wan çiqas zehmet sergêjî, baskfirehî an afîrenêrîyek cuda dide mirov ji bo nivîsê. Mirov çi li pey xwe hîşt ne tene ew e, wek wî çi li pêş xwe dibîne hinkî jî ew e. Mirov weke serborîyê xwe ne serborîyê xwe ye jî. Wek barê xwe xeyal, berpirsyarî û hewesa xwe ye jî.

Mirov, qasî mîrazê xwe mirazşikestîyê xwe ye jî. Loma uslub jî van hemîyan di nav xwe de dihewîne, bar, xeyal, bûyîn û nebûyîn, hêvî, hêvîşikestin dikare uslubên cûda an kompleks ava bikin.

Nivîskarî cara ewil çawa dest pê kirîye, te cara yekem çi nivîsandîye?

Min cara ewîl çi nivîsandîye tê bîra min. Bawer im ger em fîşê xwendinê yên dibistanê nehesîbinin birayê min ê mezin û kurmamê min li leşkerîyê bûn me li oda mêvana ji wan re name dinivîsî. Feqîyekî bavê min nivîsa wî pîr xweş bû. Di tanga xwe de belagata wî jî baş bû, gazî min dikir digo ka tu jî tiştekî binivîse min tene herf nas dikirin. Min ya dilê xwe digo wî jî digo herfo herfo binivîse. Ev yek, ya duyem ji dibistana seretayî bigre heya roja îro ez rojnivîsk dinivîsim ew defter niha jî li cem min e. Kêm dinivîsim lê dinivîsim. Ger mesele were ser nivîsa edebî berîya wî de min ceribok nivîsîne cara yekem dawîya sala 2004a li zanîngehê di kovara xwendakaran Gula Tamara de rûpela 49an de li ser kitêba Çîya Mazî ya bi navê Mistek Jîyana in “kritîkek” nivîsî ew jî cem min heye. Bes em weqenûsîya xwe bikin.

Di Bermayîyên Demê de ji çiroka taşra û vegotina taşrayê zêdetir atmosfer heye. Sedem çi bû, çi pewist bû te terza xwe guherand (yan jî neguherand) çima mizah li paş ma?

Terz çiqas hatîye guhartin? Bi min di dawîya dawî de guhartineke mezin nîne di kok û rihê wan de. Lê tevn û auraya çîroka vîtrîn û tehma peşderketina wan de guhartin hene ev jî tiştekî normal e. Mîzah li ba me çiqas kompleks, çiqas ji milkê îronîyê be jî, wek gotina ji reva êşê be jî xwînêr li ser henek û keyfê dinirxîne. Şîroveyê vî rengî çiqas nezan û beradayî ne. Ya din wek me li jor go, rihê min li gund bû; mekanê Pirça Winda wir bû; gund di warê mizahê de baskfirehîyek daye min an alegorîya netewî, ev derfet da ku di Pirça Winda de mîzah zêde ye. Yanî hinkî bi haletî rihîyeta min a dema nivîsê ve girêdayî bû yekcar min deste xwe jê neşûşt heya Kêmberê de jî ev derket pêş.

Meseleyek din jî heye. Ez ji deh salîya xwe ji gund derketim. Emcihekî wek bêjin “qesaba” de cih bûn helbet vê yeke tesîrek “taşrayî” li ser min kir. Lê çawa Nurdan Gurbîlek dibê taşrabûn hem bi mekana maddî hem jî ya manevî ve gîrêdayî ye, hem romaneke civakî hem jî çîrokek şexsî ye. Rihê me her tim li taşreyê bi derangmayîna xwe, bi durbûna şahîya ezamet, bi tûnebûna derfetên keyf û bextawerîyê, bi tenêbûna mirovên xwende bi nêrina edebîyat nivîs û nivîskarîyê, hwd. Ez bixwe ji vê hestê pir hez dikim çawa mirov piştî wextan bêçaretîya xwe, êş, kesera xwe li ser pişta bîranînên dûr dikşîne nav melakolîyekê de dipêçe, dawîya dawî bîrewerî heya nivîs êş, keder, tunebûnê ji bo xwe kedî dike, heta ji van yekan hez dike. Hez û hazeke bêdeng û tisî. Yanî bêderfetî û bêçaretî û êşê bi aweyek cûda piştî deman bi mirov dide hezkirin. Huner jî ji vê axê hez dike lewre tê de humûsa nivîsê pir e. Ez ji pirsê dûr ketim. Pirs behane bersivên me şahane ne.

Tu li bajaran çi digerî gelo? Rihê bajaran heye?

Rihê bajaran heye; yê gundan mirov bêjê rihê mekanan heye ger ku aureyeke mekan tunebe gelek carna mirov ji wir aciz dibe. Ev yek berê bêtir bû niha her tişt dişibe hev. Lê mekan mundemîcê her derê ye, di dexlekê de, di sindoqa dayîkekê de, di kîlerê de, di bin lihêfê de di ber kêran û stûnan de, di quncik û xirabeyan de… Ev yek tev mekan in rihê wan jî çîrokên wan jî aurayên wan jî heye. Ez bextawer im ku li van rast hatim, têra xwe gelî, ber, best, deşt, mal, xanî, kadîn, xirabe, koşk, eyan, sindoq, dexil, qunç, bîr… dîtin, bi wan re jîyam.

Li gor te, di navbera ziman û hebûnê de têkilîyeke çawa heye?

Mejîyê min hankava vê pirse diguherîne ser têkîlîya te û Kurdî û hebûna te an tûnebûne te çawa ye. Pirsek pir normal û ji milkê ilmê tê. Ka binêre em ê çawa veguhêzin milkê trajedîyê; ji zanîn û zelalbûnê bişon ser hestîyarîyeke civakî heta ya şexsî, cih bi cih çavşolî bînirxînîn. Belê ev jî helwestek e an ev jî tiştek e. Fermo, mesela dikarim ser vê pirse gelek tiştan bêjim, dikarim bersivên ku em didin vê pirse binirxînim, dikarim bersîvên vê pirsê xwedî bikim, mezin bikim, ji xwe re bikim heval, dikarim ji vê pirsa te hez bikim, ji vir rabikim li malê di nav çarçoveyekê de li qiblê xanîyê xwe ve dardabikim. Loma ji ber ku ev pirs ne ya hatçûyinê, ev pirs ne lez û bez e loma bersivên vê pirse niha li ber sikaretê dene loma ez nizamim çi bêjim. Li ser vê mesele gelek gotar hatine nivîsîn lê rojnivîskê xewnereşkên vê mesele hê nînin di Kurdîde de ji ber ku …

Tama Pirça Winda cuda bû, ji alîyê pir kesan ve hat ecibandin. Gelo kitebên bi vî awayî dê were?

Bawer im ji ber mizah û îronîya pirtûkê bû hat ecibandin. Alegorîya neteweyî ne tê de helbet îronî û mizah şaxek ji şaxên şêwaza min e, carna rêje kêm carna zêde lê wê her hebe.

Di wêjeya dinyayê de bêtir ji kîjan berhem û nivîskara hez dikî?

Dinyak e:) Na bajarek an gundek e. Ecêb e çend tax lê hene niştecîh hemî jî xwedîyê kesayet û uslûbên balkêş, xwedî bandor in. Navbera taxan de carna şer derdikeve, gengeşî çêdibe lê dawîya dawî hemî ji yek gundî ne. Belkî mixtarê gund Nabokov e; rûsipîyê gund Borges e. Mîymintîyê wir Proust e. Dînê wê bila Dostoyevskî be. Summe haşa bila gundekî wisa be Shakespeare mezinê tevan be. Flaubert terzî be. Albert Camus bila micêwrê mizgeftê be dawîya dawî derî kilît bike mîzgeft top bavêje, Orhan Pamuk bila çibe? G. Saunders xortê xwende be. Marquez kalê xurifî be. Roman Gary (Emile Ajar) hê zarokê do na pêr be. Richard Yates bela xwe kesî nede. Davîd Foster bi roj xwe bikuje, êvarê rabe binivîse. Platonov sofîyê delal be Calvîno xwedîyê sed donim erd be, lê tê de stêrkan biçîne, Mallerme, Rilke beytan nebêjin lê Yeats balada bixwine. Javier Marias û Juan Rulfo, teqez divê ez wan ji bîr nekim…. Ez hêdî hêdî ava dikim bajarê xwe. Wek her bajarî hin nîştecîh koç dikin diçin hin kesên nû tên hin dimirin, hin çêdibin lê hemî damezirandina wî bajarî hertim tê guhartin.

Mirovên ku di salên 80yî de çêbûne, li gor min, di heyameke balkêş de hatine dinyayê, nû derbe çêbûye; bêdengî serdest e. Di salên di 90î de şer dest pê kirîye, digel guhertinên salên 2000an de ketin zankoyan. Şer hineki tefîya lê aşitî jî ne serdest e. Disa di jîyanê de guhertinên mezin diqewime internet, tora civaki hwd. Gelo tu çawa pênasê dikî? A rast te Kêmberê a de gelek li ser vê meseleyê sekinî, em dikarin bibêjin Kêmber berhema vî nîfşî ye?

Belê Kêmber dixwaze fotoxrafa serdemekê bikşîne; bi terzên cuda bejn û bala lehengên wextekî ku di navbera slogan û çîrokên xwendîye de dinyayek mesafe hebû ku çiqas ji xwe birevîyan ewqas nêzîkî qebulê civakê dibûn. Ez jî salên heştêyan de hatim dinyê; min têra xwe tişt miştên nostaljîk ditîn bo vê yeke xwe bextewar dibînim. Gelek gotinê min hene di turikê min de ser nifşa min hinkî ji wan bi awayekî kelecanî li nav rûpelên Kêmberê bêser bêbir belav bûn, belkî rojekî ez Kêmberê ji serî heya binî revîze bikim. Ew dem deynê xwe -ne formên ji tedavulê rabûyî an tiştnê heya tu bêjî zor lokal- ji xwe, ji nifşê xwe re bi bitconê tehsîl bikim.

Pevajoya nivîskarîyê çawa diçe, roja tu dinivîsinî çawa derbas dibe?

Berê û niha ne wek hev in. Ez ji nivîsê bêtir dixwînim belkî xwendinê bêtir hez dikim. Herim ku çentê min li mile min kitêbên min tê de ne. Gava bê kitêb ji mal dertêm, aciz dibim; ji min re bûye xweş û qewî a vdet. Nivîs ne bi pergalî bû heya salên dawî jî, lê van salan hewl didim her roj hevokek be jî binivisim, ya rast baş jî diçe bi dehan dosyên min hene çi bi Tirkî çi bi Kurdî. Ez her roj wan dadigirim. Dosyayê ji bilî edebîyatê hobîyên min ên taybet in.

Tu dixwazî kijan hestê bidî xwînerên xwe?

Hesta çîrok çi be wê hestê. Ger tirsanek be tirsê, ger melankolîk be melankolîyê lê çi dibe bila be ez dixwazim her tim xwendevan bikaribin têkevin nav atmosfera çîrokê. Hûnandina atmosferê bo min krîterekî serkeftîbûna ji milkê estetîkê ye.

Tu ji hêza peyvan bawer dikî?

Belê ji hêza peyvan bêtir hêza hevoksazîyê bawer im. Her peyv xwedî enerjîyekî ye, peyv heye gazî peyvekê dike; peyv heye ji hin peyvan direve. Peyv dibin dost û dijminên hev, peyv dibin deng û lebatên hev. Nivîskar di bikaranîna peyvan de divê hinekî cudatir be. Lewre ziman serekeyê krîterê herî estetîk e, ne amûre rast ast gelek cihan de armance. Bêhn, deng, paşeroj, pêşeroja xûy û xisletên peyvan hene. Nivîskar divê ji peyvan ji ziman hez bike, wan baş nas bike: Bizanibee bê çi li wan tê, kijan cil, kîjan xemil… lewre edebîyat di serî û dawîyê de peyv bû. Loma çend sal e nêrîna min li ser edebîyatê hat guhartin. Gelek tişt (etîk, mijar, politîka hwd) li ber zimên tesîra wan piçûk bûye, hin ji wan yekcar winda bûne li cem min.

Em karin bibêjin romana Kêmber êş (mezinbûna bêhezkirin, çewisandina arezû, tekçûyina heyaman, derbesbûna ciwanîya belasebeb, bêdewletî, şer hwd) bû, bi nivîse hat der?

Belê em dikarin bejin, heta em dikarin hema rasterast wek te bêjin. Spas ji bo tespîta te.

Te herî dawî du sal bere kitêb nivîsandibû projeyeke nû heye gelo?

Ev sê sal borî nêzî çaran dibe. Du sê sal e ne rewşa Kurdan ne jî ya min a şexsî baş e. Gelek karesat bi ser min de hatin. Salek borî bêje hema min nikaribû bixwenda û binivîsîya. Piştre du sê heb şînên me çêbûn. Ev yek ji bo min pir dijwar bûn. Lê hêdî hêdî ser xwe ve têm. Niha hin çîrokên xwe yî Kurdî revize dikim (yên di Bermayîyên Demê de) ger çapa nû çêbe yê bi halê nûkirî derkevin, lewre ê min problemên piçûk lê encamên xirab hebûn. Di ber van de jî hin heval çîrokan tercûmeyî Tirkî dikin berê min destûr nedida nûha ez jî bi wan re dibim alîkar. Ev karên berê ne. Niha jî min çend çîrok nivîsîne lê pir dirêj in her yek nêzî 40 û 50 rûpelî ne. Belkî ew rojekê bibin dosye ji bo romaneke sivik û xweşik notan digrim, têra xwe not ketin ser hev, li bende demeke fireh im ku rûnim romana xwe binivîsîm an li çîrokê xwe vegerim. Min deste xwe ji nivîsê nivakedemîk ser sîyaseta Kurdan şûşt. Baş dizanim tenê dikarim di warê edebîyatê de tiştekî bikim. Ya baş ew e ez êdî rind zanim ku bextewerîya min jî hebûna min jî yezdan neke travmaya min jî tev bi edebîyatê ve giredayî ye wekî din naxwazim navê min ji bilî edebîyatê li der an jî warekî din derkeve pêş ger ji min re biqede.

Çîroka “Kûtê Binê Tenûrê” îthaf dikî birayê xwe, “Xwezî yê Mirî ne Ez Bûma” jî îthaf dikî dîya xwe, li ba min herdu çirok jî pir hestîyar in, dema min xwend pir di bin bandora wan de mam. Vegotina êşê gelekî dijwar e, afirandina wan çirokan çawa çêbû gelo? Ne zehmet bû?

Herdu jî ji jîyana min îlham girtine helbet lê honakî ne, mirov nikare tu tiştî ser bîyografîyê rave bike. Min îthafê birayê xwe kir lê ew leheng prototîpê hemî zarokên Kurd e an yê dinyayê ku nehatine hezkirin. Birê min di qezeyeke de trafikê mir. Ya din jî îthafê dîya xwe kir lê ji ber ku min dîya xwe nedîye, em nikarin bejin ew dîya min e; jixwe honak tiştekî wiha ye dikare malzem hemî ji jîyanê xwe bigre lê dîsa metin ji serî haya binî honak e.

Spas dikim ji bo bersîvên te yên xweş.

Share.

Leave A Reply