Realîzma efsûnî di romana Hinara Dawî ya Dinyayê ya Bextîyar Elî de

HÎWA WEYSÎ, MIHEMEDZAHID SEÎDÎTEBAR, ETA ELMASÎ

JI FARISÎ: EYYUP SUBAŞI

Puxte: Têkelbûna rastîyên jîyanê li gel kevneşopîyan, bawerî û xeyalên ji hed-derbaskirî yên xelkên devera Karayîbê, ku pêkhateyek bû ji bawerîyên koleyên reş ên Efrîqayê li gel çermsorên berî Kolomb, bû sedema peydabûna şêwaza realîzma efsûnî. Lê belê ji ber mensûbbûna vê dibistanê bi Amerîkaya Latîn û Gabriel Garcia Marquez, çênabe ku ev şêwaz tenê taybet bi vê deverê bê zanîn; ji ber ku hin goşe ji rehên ewil ên vê şêwazê divê di nav edebîyata rojhilat de bo nimûne di edebîyata herêmî ya Îranê de lêgerîn lê bê kirin. Di heman çarçoveyê de Hinara Dawî ya Dinyayê yek ji profesyoneltirîn romanên Kurdî ye ku Bextîyar Elî hewl daye ku wê di çarçoveya realîzma efsûnî de berpêş bike. Lewma ev nivîsar dê çawanîya bikaranîna teknîkên şêwaza realîzma efsûnî di vê romanê de rexne û lêkolîn bike. Encamên ewil ên lêkolînê nîşan didin ku Hinara Dawî ya Dinyayê romanek e ku tê de gelek ji hêmanên realîzma efsûnî bi kar hatine û nivîskar bi jêhatîbûneke temam û dûr ji her cure daraz û alîgirîyê, rastîyên girîng û kûr ên civaka xwe di atmosfereke xeyalî û nenas de teswîr kirine bi awayekî ku xwîner di teşxîsa dinyaya real û surreal de rastî guman û dudilîyê dibe û di vê navberê de hin dîmenên nû li ber çavê me vedibin ku di wan de jîyaneke îdeal û dûr ji alîgirîyên zordarane û faşîst hatîye teswîrkirin.

Peyvên sereke: Realîzma efsûnî, roman, Bextîyar Elî, Hinara Dawî ya Dinyayê

Destpêk

Terma realîzma efsûnî şêweyeke nû ye di edebîyata hevçerx de ku tê de hêmanên û xeyalî li hev têkel dibin. Ev term ku berginda wê ya Îngilîzî “Magic Realism” e, cara yekem ji alîyê Franz Rohî ve, hunernas û rexnegirê Almanî, di sala 1925an de ji bo şîrovekirina berhemên hin wênesazan derhat ku hewl didan rasteqînyê di şêweyên nû de nîşan bidin (Mîrsadêqî û Mêymenetê Mîrsadêqî, 2009: 311). Qehremanê Şîrî di kitêba Mektebhayê Dastannevîsîyê Îran [Dibistanên Çîroknivîsîya Îranê] li ser ravekirina vê şêwazê dibêje “qewimîna bûyerên bikeramet ji mirovan an hebûna dîyardeyên sersiruştî di biwareke temamen realîst de, teswîreke derasayî ji karîna rasteqîn a bûneweran û pêgeha demî û mekanî tê berpêşkirin; li pey van reftarên bi zahir nerasteqîn, tehlîleke mentiqî û watedar ji alîyê pêkhateyên bawerî, kevneşopî yan jî derûnî ve veşartî be, dibe sedema şêwegirtina xisleta bingehîn a nêrîneke hunerî ku wek realîzma efsûnî navdarî peyda kirîye (2008: 85). Bi giştî wisa derdikeve ku realîzma efsûnî têkelangek e ji du hêmanan ku rasteqîn û xeyal in; ev her du bi awayekî li hev têkel dibin ku teşxîsa wan bi awayekî jevcuda karekî hêsan nîne. Ev cure nivîsar di wan de bûyerên xeyalî bi awayekî di metnê çîrokê de li gel rasteqînyan tên guncandin ku heçku bûyereke neçaverêkirî û ecêb rû nedaye û çîrok di rêya xwe ya siruştî de ber bi pêş diçe. Rexnegirên edebîyatê ji bo vê şêwaza nivîsevanîyê hin taybetmendî û hêman li ber çav girtine, ji nav wan: bîyanîbûn, metnîbûn, pevgihandin û peywendî, naveroka girîng û kûr, cihguhertin û cihêhevgirtin, pêkvejîyana hevseng di navbera heqîqet û efsûnê de, lomegirî û kinya, kêmanî û hebûn, bêdengîya îradî ya nivîskar (Kesîxan, 2011: 108-109).

Lê belê li rexmî mensûbbûna vê dibistanê bi Amerîkaya Latîn û Gabriel Garcia Marquezê Kolombîyayî, çênabe ku ev şêwaz bes taybet bi vê deverê bê zanîn; ji ber ku welatên rojhilatî, Îran û Hînd tê de, ji ber paşxaneya xwe ya çandî û her wiha curbecurîya para miletên têvel di şêwegirtina van şaristanîyetan de hiştîye ku ev şaristanîyet bibin cihê zayîn û derketina gelek efsaneyan ku bûne sermayeya bin gehîn a nivîskar û helbestkaran ji bo afirandina berhemên hunerî. Lewma dikare û diwêre bê gotin ku rehên bingehîn û yekemîn ê şêwaza realîzma efsûnî vedigere bo Rojhilata Navîn û raborîya wê ya gelek dûr. Mukurhatina navdartirîn nivîskarên realîzma efsûnî li ser vê xalê, bi xwe şahideke ronî ye li ser vê îddîayê; ji ber ku Borges di pêşeka lêkolîna xwe de ku li ser çîrok û nivîsaran bandor kirîye, behsa felsefeya Çînî nexasim Taoîzm, hînkarîyên Bûdayî û tesewifa Îranî kirîye (Gîbert, 1977: 146) û Garcia Marquezî jî di berhemên xwe de behsa Çîrokên Hezar û Yek Şevê kirîye (2005: 135).

Bextîyar Elî nivîskarek e ji nivîskarên Rojhilatî ku di sala 1960î de li Silêmanîyê hatîye dinyayê û li wir perwerdeya destpêk û navincî temam kirîye; paşê wî li Zanîngeha Hewlêr û Silêmanîyê dest bi perwerdeyê kir di beşa erdnasîyê de heta ku di xwepêşandanên xwendekarên Zanîngeha Silêmanîyê yên li dijî rejîma Beesî ya Sedam de, 1983, birîndar bû û di sala 1989an de ket zîndanê. Bi vî awayî terka zanîngehê da û hemû wexta xwe ji bo afirînerîya edebî terxan kir. Bi destpêkirina şerê navxweyî di navbera partîyên sîyasî yên Kurdistana Iraqê de, Bextîyar Elî di sala 1994an de Kurdistana Iraqê bi nîşaneya îtîraz li vî şer û vê kuştarê terk dike û dibe rêwîyê Sûrîyê û piştî neh meh jîyan li Dîmeşq (Şam)ê xwe digihîne Almanyayê û heta sala 1999an li Frankfurtê dimîne. Ji Bextîyar Elî gelek berhem belav bûne, ji nav wan: Mirina Taqaneyê Duyem, Êvara Perwaneyan, Hinara Dawî ya Dinyayê, Bajarê Muzîkjenên Spî, Xezelnivîs û Xeyalê Baxan, Koşka Balindîyên Xemgîn, Apê Min Cemşîdxan û hwd.

Yek ji berbiçavtirîn berhemên Bextîyar Elî ku di çarçoveya realîzma efsûnî de hatîye nivîsîn, Hinara Dawî ya Dinyayê ye; ev roman tijî ye ji helbestkaranetî û her wiha tecelîgeha xeyalên zerîf û rengareng û hin teswîrên saf ku xwîneran ji bo sefereke kûr a derûnî-xeyalî vedixwîne. Ew di vê rêyê de kişfên nû nîşanî me dide, kişfên ku me naçar dike ji bo meydanxwendin û rexnekirina fikrên serpilkî (sethî) yên li derdora me û di vê navberê de dîmenên nû li ber çavên me vedibin ku di wan de jîyaneke mirovî-îdeal û dûr ji alîgirîya zordarane û faşîst hatîye teswîrkirin. Ew di vê romanê de ligel meydanxwendina bawerîyên kevneperest, xwîneran ber bi nêrîneke nû û azad ji têgehên ezelî û ebedî yên mirovî beralî dike. Lewma ev lêkolîn hewl dide ku teknîkên şêwaza realîzma efsûnî di romana Bextîyar Elî de bixe ber rexne û lêkolînê. Ji ber vê yekê pirsîyarên serekî yên vê gotarê pêk tên ji: girîngtirîn nîşaneyên realîzma efsûnî di romana navborî de çawa ne?

Berî destkirina bi mijarê, pêwîst e bê gotin, lêkoleran lêkolînek ku tê de realîzma efsûnî di berhemên Kurdî de hatibe bicihkirin, peyda nekirine. Lê belê sûd ji hin lêkolînan wergirtine ku bi awayê cîyawaz mijara realîzma efsûnî di berhemên din de lêkolîn kirine, ji nav wan: “Berresîyê Realîsmê Cadûyî û Tehlîlê Romanê Ehlê Qerq” ji Meryem Ramîn Neya û Nasêr Nîkûbext (2005), “Tefavotê mîyanê Realîsmê Cadûyî û Realîsmê Şêgêftengîz û Zavîyeyê Dîd der Anha ba Berresîyê Asarê Gabriel Garcia Marquez û Alkho Carpenter” ji Meryem Heqrûsta (2006); “Realîsmê Cadûyî, Vaqêêyetê Xeyalengîz” (2012) ji Mensûrê Şûşterî.

Nêrînek li naveroka Hinara Dawî ya Dinyayê

Çîrok di nêrîna yekem de, bes jîyana “Muzeferê Subhdemî” ye û “ Seryasê Subhdemî” mijûlî jîyana xwe ya efsaneyî ye. Vebêjerê Hinara Dawî ya Dinyayê ku bi xwe yek ji şexsîyetên serekî ye, şervanekê Kurd e bi navê “Muzeferê Subhdemî” ku bîst û yek salan (bi qasî maweya hukumeta diktatorê Iraqê Sedam Hisên) baştirîn salên jîyana xwe di zîndaneke nav çolistanên Iraqê de, dûr ji mirovan derbas kirîye. Muzefer, ku bi xwe lehengê serhildana miletê “Kurd” e, gava xwe diavêje dinyaya îro, cihê ku piştî salên hukumeta dîktator îro gihîştîye şerê navxweyî, û wî pêlên şerê navxweyî red kirine û ew ji ser guwerteya keştîya ku li ser deryayê aware ye (sembolek ji awarebûn û tevlihevîya jîyana piştî azadîya vebêjer e) çîroka jîyana xwe ji bo xwîneran vedibêje. Muzefer berî dîlketinê, kurê xwe yê çendmehî bi navê “Seryasê Subhdemî” dispêrê hevşerê xwe “Yaqûbê Sinewber” ji bo ku di nebûna wî de wî mezin bike; ji ber vê yekê piştî azadîyê diçe cem Yaqûbê Sinewber. Yaqûbê Sinewber, ku têkilîyên hizbî qirêj dibe û di nav hizbê de postekî bilind bi dest dixe, raborîya xwe û armancên xwe yên pêşîn di hebûna Muzeferê Subhdemî de dibîne û dixwaze wî ji kirêtîyên derdora wî û ji yên cîhanê biparêze ji bo ku bawer bike goşeyek ji xewnên xwe ji tunebûnê rizgar kirîye û bi vê yekê dilê xwe xweş bike ku kesek e ji mirovên xewnên wî ku hê bi pîsîyan qirêj nebûye. Lê belê Muzefer li kurê xwe digere û parastina wî di wateya jîyana xwe de bi cih dike. Her wiha berevajî pêşnîyarên hevalê xwe Yaqûbê Sinewber, ew dest bi lêgerînên xwe dike, lêgerînên her ku berdewam dikin tunebûna jîyanan bêtir derdixe meydanê û Muzeferê Subhdemî tê derdixe ji bo kesekî bîst û yek sal zîndanî bûye ku ew bi xwe lîstikvanê serekî yê têkçûna wî ye: Yaqûbê Sinewber.

Vekirîbûna sêwirana romanê ligel lêgerînên Muzeferê Subhdemî ye; lûtkeya çîrokê ew der e ku Muzeferê Subhdemî li pey Seryasî digere û li gel sê Seryasan rû bi rû dimîne û rêyek nîne ku fam bike ka kîjan Seryas kurê wî ye. Seryasan jîyanên cîyawaz hene ku serborîya her yekî hêjayî xwendinê ye. Hinareke bilûrîn her sê Seryasan bi hev girê dide; lê belê ev hinara bilûrîn ku wechê hevpar ê sê Seryasan e raborîya wan nîşan nade. Di gel vê yekê, her sê, şert û mercên ku wan ew çênekirine û di avakirina wan de biçûktirîn para wan jî nebûye, asê mane û têk çûne. Bi gotineke din zêdebûna Seryasan sembola çêbûn û zêdebûna derd û rencên nû ye û Muzeferê Subhdemî ku hemû lêgerînên wî ji bo peydakirina Seryasê rasteqîn e, bîr pê dibe ku hebûna Seryasan, dubareya eynî ya hebûna wî ya derdmend e; Seryasên ku hemû nusxeyên wan ji şexsek û ji rastîyeke tal in.

Lêgerînên Muzefer bi çîroka “Mihemedê Dilşûşe” ve tê girêdan ku di evîna “Xwîşkên Spî” de jev ketîye û hûrên dilê wî jî ew birine dinyaya din. Muzefer ber bi pêş diçe ji bo ku bigihê “Xwîşkên Spî”, du xwîşkên ku her dem cilên spî li xwe dikin û peyman danîne ku tu carî nezewicin û bê hev stranan nexwînin û dengê wan jî wekî efsûna xwedêyan e. Muzefer di nav keftûleftê de ye ji bo ku çîroka “Seryasê Subhdemî”, kurê xwe, bibihîze ku di yeksalîya xwe de bi zîndanîbûna wî sêwî mezin bûye. Ew bîr pê dibe ku Seryasê yekem, ev belengazê rizgarbûyî, di nav bêkesî û feqîrîyê de tenê bi alîkarîya taybetmendîyên şexsîyetê xwe hezkirinek di nav destfiroş û barberên (hemal) bazarê de peyda kirîye. Di vê beşê de, nivîskar bi başî karîye teswîreke zindî û candar ji şerê bo jîyan û mafê jîyanê berpêş bike û nîşanî xwîneran bide ku her çend di şert û mercên dijwar de dijîn, lê belê nirxê didin jîyanê û ji bo bidestanîna wê hewl didin. Rêxistina karkerên barberên bazarê bi alîkarî û hewla du sê kesan û bi serkêşîya Seryasê yekem hatîye damezirandin. Lê belê cîhana li derdora wî û şertên heyî û pasewanên wî, vê tevger û hemdilîyê ranagirin û bi awayê hertimî xencerê li şahdemara kesî datînin ku regên (demarên) hebûnê li wan teng dikin û Seryasê yekem qetl dikin; tunebûna ciwanekî tijî xewn û dilekî tijî hezkirin. Wexta ku Muzefer bi îskeîsk xwe diavêje ser qebra wî, fam dike ku Seryasekî din ê Subhdemî jî heye, paşê dikeve pey wî.

Çîroka Seryasê Subhedemî yê duyem li pey tê tevî hevnasîna wî li gel Seryasê yekem, Mihemedê Dilşûşe û “Nedîmê Şazade” û roman di salên komkujîya Kurdan û awarebûna vî milletî de pêşve diçe û dengê arambexş ê Kamkaran li pey tê heta dema ku Muzefer fam dike ku Seryasê duyem di zîndanê de, di tarîtîyeke mutleq de esîr e. Bi kasêtan dikarin dengên hev bibihîzin, kasêtên ku mirovekî fîdakar dibe û tîne. Seryasê duyem maşîneke şer e. Destpêkê di komên cîyawaz ên çekdar de şer dike ji bo ku nanekî bi dest bixe û ji birçînan nemire; lê belê gav bi gav xisletê şer dibe xisletê wî yê şexsî. Şert û mercên civakê berî wî didin alîyekî ku kuştin felsefeya jîyana wî ye. Seryasê duyem berevajî Seryasê yekem ji derûn têk diçe, kesên din dikuje da ku dengê jîyanê di hundurê xwe de nebihîze da ku jîyan di hundurê wî de ser hilneyne. Lê belê ev tecesuma rûxana derûnî jî serencam di nav çar dîwarên zîndanê de tê dîlkirin ji alîyê wan kesan ve ku şer hînî wî kirine. Muzefer ji Nedîmê Şazade dibihîze ku Seryasê sêyem jî heye. Ji ber vê yekê li Nedîmê Şazade, korê ecêb û xerîb, digere ku ew hemû razan dizane; lê belê Nedîm çûye gera cîhanê. Muzefer nearam diçe ba “Seyîd Celal Şems”, pîremêrê ku li kêleka sînor, li ser çîyayekî xewn-asa, di nav rezê xwe yê xerîb de, li gel dildara xwe ya rûxweşik û şûşeyên xwe yên şerabê, dûr ji her tiştê dinyayê dijî. Şems çîroka raborîyê dibêje ku Seryas ew sê kur bûne û çîroka kurê sêyem berpêş dike ku bombên kîmyayî rû û bedenê wî şewitandine. Seryasê sêyem peyda dike bi wê ferqê ku gelek coşa wî ya jîyanê heye; bi wî tiştê ku ji bedena wî jê re maye, tê dikoşe ku bijî. Mirovek, zarokekî şewitandî di agirê bomberana kîmyayî de ku dişibe mirîyekî zindî, qurbanekî temenbiçûk î din ê şer, hebûneke din î wêranbûyî. Wesfandina nivîskar di vê beşa romanê de, teswîrê zarokê şewitandî bi awayekî lerzîner li pêş çavê xwîneran bi cih dike û bi vî karî heçku dixwaze sîleyekê li wîjdanê mirovan xe û wan ji xewa nehişyarî û xefletê şîyar bike.

Her wekî hate îşaretkirin, li kêleka şexsîyetê serekî yê “Muzeferê Subhdemî” û sê Seryasan, çend karakterên nesereke yên dilkêş jî tê de hene. Qeşengtirînê wan “Mihemedê Dilşûşe” ye ku wechê xewnî yê şexsîyet û jîyana wî mezin û serekîtir e; ew dixwaze dinya û mirov şefaf û bilûrîn bin, lê belê di dinyaya romanê de, hebûna xanîyekî şûşeyî û şexsekî bilûrîn nagihê cihekî û Mihemedê Dilşûşe di evîna xwe de nagihê miraza xwe û dilê wî di xanîyê xwe yê şûşeyî de têk dişikê û dimire. Mihemedê Dilşûşe, Yaqûbê Sinewber, Nedîmê Şazade û hwd. dest didin destên hev da ku xwîner li gel vegotineke awarte rû bi rû bibin; vegotinek ji şer, şerê ku jîyana mirovên romanê dorpêç kirîye. Şerê ku takekesîya şexsîyetan ji nav dibe û têkilîyên asayî yên mirovî dibe jêr pirsan; heçku têkilîyên malbatî tenê di aşitî û aramîyê de wateya wan heye. Lê belê di şer de; esîr, kuştî, serbaz û hemû û hemû beşên bedeneke birîndar in. Her yek bi awayekî di nav êşan de ne û li jêr sîwana reş a mirinê cih digirin.

Ji şexsîyetên din ên neserekî yên romanê “Xwîşkên Spî” yan heman “Lawlaw û Şaderya” ne; keçikên goşegîr û xweşdeng ku biryar girtine ji bo dûrbûn ji qirêjîyên dinyaya ku kuştara mirovan veguherîye nûçeyeke asayî, dinyaya ku mafên mirovan di bin pergala giran a kêmîneyeke berjewendperest de têne pelaxtin, dinyaya ku rojane hezaran kes di encama nebûna xwarin û ava vexwarinê dimirin, li gel tu mêrekî têkilîyeke wan nebe û bi poşîna cilên spî ku sembolek e ji hewla ji bo dûrbûn ji qirêjîyên cîhana romanê, hewl didin bekaret û pakîya xwe biparêzin, lê belê bi mirina Mihemedê Dilşûşe û Seryasê yekem, serencam digihên cilên reş û xewna wan ku her dem stranan bixwînin, vediguhere bêdengîyê. Ew wekî ku nejîn jîyana xwe bi ser dibin; du hebûnên din ên têkçûyî. Jinên romanê ne tenê ev du xwîşk in, her wiha metresên Yaqûbê Sinewber ku xwefiroşîyê dikin û metresên Seyîd Celalî jî hene. Di vê romanê de ji jinan û dinyaya wan tiştekî zêde bi xwîneran dîyar nabe. Heçku jin di vegotina Bextîyar Elî de du kom in: jinên asimanî (Xwîşkên Spî) û jinên fahîşe (metres). Metres di romanê de roleke wan xemlî heye; lê belê jîyana Xwîşkên Spî bi hûrgilî tê ravekirin.

“Ekremê Çîyanişîn” jî şexsîyetekî din e ji şexsîyetên neserekî; berevajî ewên rizgarbûyî xuya dibe û rola wî di romanê de ewqas dîyar nîne û wek yek ji çend xalên lawaz ên romanê xuya dibe. Estêrereş kurikekî bi cilên nîvrût serdanpê hemû şewitî û tirsnak pîyase dikir. Çavên wî di nav rûyekî şewitî de rûniştibû. Wî ne birû hebûn ne mijang, heçku kesek bû ku ji xeweke dirêj hilciniqîye, sembola zarokên têkçûyî ye ku qurbanên şer û çekên komkujîyan in.

Jîyana şexsîyetên Hinara Dawî ya Dinyayê rengvedanek in ji şikestên civakî û şexsî ku hewlên wan hemûyan ji bo gihîştina xewnên xwe bi şikestê bi encam dibin. Hewla Muzeferê Subhdemî ji bo peydakirina Seryas, hewla Yaqûbê Sinewber ji bo parastina Muzeferê Subhdemî ji dîtina qirêjîyên cîhanê, hewla Seryasê yekem ji bo parastina têkilîya navbera barberan, hewla Seryasê duyem ji bo ku nebe peyakê şer, hewla Mihemedê Dilşûşe ji bo gihîştina dilberê, hewla Xwîşkên Spî ji bo qirêjnebûn bi nepakîyên dinyayê û hwd. lê belê Bextîyar Elî ji bo van mirovan rêya derketin û hêvîyekê dihêle. Di vê romanê de dareke hinarê heye, “hinara dawî ya dinyayê”, dara ku bavê “Nedîmê Şazade” çandîye, li ser lûtkeya çîyayekî ku sînorê dinya û bihiştê ye, da ku mêweyên wê şîfayê bide kurê wî yê nebîna; lê belê caşên rejîma dîktator wî dikujin ji bo ku li şûna serê wî pere bigirin. Hinar şîfayê nadin kurikan, lê belê aramîyê vedigerînin jîyana wî û wî bi tiştekî bîna dikin4 ku bîna bi wê tarîbîn (kor) in. Eger di bin wê de rakevî, dikarî bigihîjî xewnên xwe; ev dawîtirîn hinara dinyayê ye û bi gotineke din dawîtirîn stara dinyayê ye ku nivîskar ew ji bo hêvîbexşîn bi şexsîyetên çîroka xwe çêkirîye da ku cîhana romanê yekser reş û vala ji hêvîyan nebe. Dawîtirîn hinar di Hinara Dawî ya Dinyayê de, veger e ji bo dengê hundurê xwe ji bo piştrastbûn ji qirêjîyên dinyayê; dengê hemû mirovan e ku li rexmî hemû şikest û bedbextîya dîsan ji erdê radibin ser pîyan. Ji ber ku bawer dikin mirov divê di dinyayeke xweşik û di nav têkilîyên mirovî de bijîn. Xala din li ser vê romanê ew e ku tê de roleke berbiçav a sembolan heye bi awayekî ev sembol wekî avê di kitêbê de diherikin. Birîna takekesekî dibe sembolek ji birîna miletekî. Seryasê romanê dibe sembola rencekê ku bi ser vî milletî de hatîye ferzkirin û hem ew e bi şewitîn û şibîna mirîyekî zindî şer dibe jêr pirsan. Bi gotineke din, Seryas zêdebûna derdan in, tovên aware yên bicîmayî yên şer ku bedenek bo sê bedenan zêde dibe. Dîlî, sefer û awaretîya Muzeferê Subhdemî li pey Seryasan vediguhere sembolekê ji bo dîroka milletekî û derbasbûna şexsîyetan ji nav rastîyan sembola derbasbûna ji rastîyên dîrokî dinimîne; û li kêleka van hemû musîbet û derdan, stranên Kamkaran semboleke ji aşitî, hevaltî û aramîyê dinimînin ku nivîskar ew bi xweşikî di nav metna romanê de hevdem ligel lûtkeya kuştarên ji ber şerê navxweyî bi cih kirine.

Hêmanên realîzma efsûnî di Hinara Dawî ya Dinyayê de

Şêwaza ku Bextîyar Elî ji bo romana xwe hilbijartîye, realîzma efsûnî (magic realism) ye û taybetmendîyên vê şêwazê di hin beşên romanê de dîyar in bi awayekî ku xwîner bi başî hin manendîyên wê li gel Sedsal Tenêtî ya Marquez, dahênerê vê şêwaza edebî, bi başî çavdêrî dike bi wê ferqê ku Hinara Dawî ya Dinyayê Rojhilat-zemîn e. Hebûna koşkeke terkkirî di nav daristanekê de ku li derveyê wê nexweşîya kujinde î taûn (weba)yê heye, gundê “Makandewî” yê Marquez tîne bîra xwîneran ku li derveyî wê holikê jî nexweşîya tuneker a taûnê (şerên navxweyî) di nav xelkê de belav bûbû. Bextîyar Elî wekî Marquez ji şerekî navweyî, ji şervanekî sexte (serhengê sexte yê Marquez) û ji jîyana zenûn û çilmisî û ji dab û nerîtên ecêb û xerîb ên xelkê behs dike. Her du bi welatekî îşaret dikin ku bi awayekî dikare bibe nûnerê hemû welat û civakên paşvemayî û feqîr:

Di nav wê koşka terkkirî de ya di kûrahîya wê daristanê de veşartî bû, gote min li derve taûneke kujinde belav bûye. Her gava derew dikirin hemû balinde difirîyan. Ji zaroktîyê ve wiha bû. Her gava derew dikirin belayên siruştî çêdibûn an baran dibarî an dar diketin! Di nav wê koşka mezin û terkkirî de dîlê wî bûm. Ji bo min gelek kitêb dianîn û digot “van bixwîne” min digot ‘ji min gere ez derêm’, digot ‘sertapayê dinyayê nexweşî ye, Muzeferê Subhdem, li vir, di vê dinyaya ciwan de rûne. Min ev koşk ji bo rizgarbûna ji derve çêkirîye. Li vir rûne û bêhna xwe berda… min ev koşk ji bo xwe û firîşteyên xwe çêkirîye, ji bo xwe û şeytanên xwe… (2012: 9).

Tiştên ku di Makandewîya Sedsal Tenêtîyê Hinara Dawî ya Dinyayê de rû didin, heqîqet û rastîyên dîrokî yên Kolombîya sala 1928a li “Santamarya” û yên Kurdistana Iraqê ne. Hem Marquez û hem Bextîyar Elî di van her du romanan de bawer dikin ku tundûtîjîya sîyasî li Kolombîyayê û li Iraqê yan jî li her cihekî din ê cîhanê wekî taûnê metafîzîkî ye. Ji vî alîyî ve her du nivîskaran bi awayekî Makandewî û Kurdistana Iraqê sêwirandine ku welatên wiha bi bûyerên xwe yên taybet bikarin ji bo hemû welatên dinyayê bêne tetbîqkirin. Me di vê beşa lêkolîna xwe de hewl daye Hinara Dawî ya Dinyayê ji alîyê bikaranîn yan bikarneanîna hêmanên realîzma efsûnî ve bixine ber lêkolînê.

  1. a) Bîyanîbûn

Xwînerên çîrokê bi bûyerên ecêb û neasayî rû bi rû dibin û bi qasî ku bûyer ji bo wan taze ne bîr pê dibin û hewl didin fam bikin. Em li hin şexsîyetan rast tên ku gelek derasayî ne û heta radeyekê zêde ligel jîyana mirovan nakok in. Bextîyar Elî gelek caran ji vê şêweyê alîkarî girtîye û bi qest xwîneran şaşwaz dike. Hebûna şexsîyetekî bi navê “Mihemedê Dilşûşe” ku dilê wî ji şûşe ye û di xanîyekî şûşeyî de dijî, bi heman awayî mirina wî, yek ji nimûneyên şêweya bîyanîbûnê ye ku bi awayekî siruştî qewimîna wan di jîyana asayî de ne pêkan e.

Dilê min ji şûşe ye, ji şûşeyeke gelek nazik. Biçûktirîn dilşikan dê wî bişkîne û min bikuje. Ez kesek im ji şûşe; eger ew bişkê dê bibe hezar parçe û parçeyên wî dê li her derê belav bibin. Ku hûr bibim, ew parçeyên hûr û xaş dê jîyana min tune bikin… dilê min neşkînin.” (r.27).

Ev yekem car e xelk mêrikekî dibîne ku bi her gava diavêje, xwîn wekî kanîyê ji dilê wî derdikeve. Bi her gava wî şûşeyên xanîyên şûşeyî dirijên. Tişt parçe parçe dibin û jev belav dibin.(r.48).

Bextîyar Elî bi sûdwergirtin ji vî karaktêrî û serborîya ku di romanê de ji bo wî behs dike, nîşanî xwîneran dide, dinyaya ku hemû mirovan ‘xwe’ ya rasteqîn negihîştinbar kirine tê de xewna şefafbûnê nagihîje tu encamekê. Nimûneyeke din ji bîyanîbûnê ku xwîner pê şaşwaz dibe, îşareta Bextîyar Elî ye bi “Estêrereş”, “Seryasê Sêyem” û nexweşxaneya ku ew û zarokên wekî wan di wê de razandî ne. Heçku bi vî karî dixwaze wîjdanê raketî yê hêzên di nav şer de hişyar bike; bi heman mebestê di pênaseya Estêrereşî de îşaret dike:

Kurikekî bi cilên nîvrût serdanpê hemû şewitî û tirsnak pîyase dikir. Çavên wî di nav rûyekî şewitî de rûniştibû. Wî ne birû hebû ne mijang, heçku kesek bû ku ji xeweke dirêj hilciniqîye. Got ‘wî di beşa şewatê de digirin; cihê ku zarokên şewitî û wekî mûmê helîyane tê de ne. Zarokên ku li ser nivînên xwe wekî plastîkên germalêketî bêhal ketibûn. Wekî plastîka ku piştî helînê qalibê xwe ji dest dabin’… (r. 258).

Wek hat dîtin, di van pênaseyan de hin mesele hatine pêş ku li ba xwîneran guman û dudilîyê çêdikin ka ji wan bawer bikin an na; ji ber ku hebûna bûyerên wiha di jîyana asayî de heta radeyeke zêde ne pêkan e. Xala din, serborîya Muzeferê Subhdem ji raborîyeke dûr dest pê dibe û bi destpêkirina hin bûyeran digihîje dema niha. Bextîyar Elî vî karî bi qesd û bi armanca çêkirina atmosfereke nenas û biguman dike ku li şêweya vegotina tradîsyonel nêzîk nîne. Bi dirêjahîya romanê, xwîner her dem hest bi guhertina dema çîrokê dike wekî vegera ji dahatûyê bo raborîyê û ji raborîyê bo niha; ji bo xwînerên ku hînî xetîbûna demê bûne cureyek bîyanîbûn anîye meydanê.

  1. b) Pevgihandin û peywendî

Têkelanga hêmanên xeyalî û civakî, têkelbûna du yan çend şêweyên vegotinên çîrokê, têkelbûn û tevlihevîya nasnameya du yan çend şexsîyetên çîrokê û rexnekirina wan, hêmanên din ên realîzma efsûnî ne (Kesîxan, 1390: 108) ku Bextîyar Elî bi zêdekirina Seryasên Subhdemî bo sê kesan, bi başî ji bin vî karî derketîye. Seryas di heman demê de hem dikare bibe zarokekî bêkes î rizgarbûyî ku di nav bêkesî û feqîrîyê de tenê bi alîkarîya taybetmentîyên xwe yên şexsî hezkirinek di nav destfiroş û barberan de peyda kirîye; hem dikare bibe maşîneke şer û şert û mercên civakê berê wî bidin alîyekî ku kuştin felsefeya jîyana wî be; hem dikare bibe mirovek, zarokekî şewitandî di agirê bombebarana kîmyayî de û bişibe mirîyekî zindî. Bextîyar Elî bi berbiçavkirina taybetmendîyên şexsîyetên Seryasan bi nîyet e ku xwîneran bihêle şaşwaz û bala xwîneran bikêşe ser wan:

Seryasê Yekem: “Wê rojê fam kirin Seryas jî yek ji wan destfiroşan e ku hevalên wî jê re digotin Jeneral. Seryasê Subhdemî baqiltirîn û baştirîn leşkerê paytongeran bû… ew ji şer nedirevîya û ji tu karî nedirevîya: garsonê restoranê, şagirtê mekanîkî, karkerî, avfiroşî, qaçaxçîtîya maddeyan di treyleran de, maşînşoyî di kolanan de, tiwaletşoyîya nexweşxaneyan, pakêtê mêwefirotin û hwd.” (r. 84).

Seryasê Duyem: “Leqeba Zirêpûş dabûn min. Rojên aşitîyê, rojên tal û ecizbar ên jîyana min bûn. Di aşitîyê de xemeke mezin dihate pey min; ji ber ku min tu karek nebû bikim. Min tenê çeka xwe pak dikir û radizam. Rojekê min soz da xwe heta şer hebe di dinyayê de, ez ê pûtîn û cil û fanûsqeyê xwe dernexim” (r. 221).

Seryasê Sêyem: “Ez lê nêzîk bûm, bi tesbîheke dirêj mijûl dibû. Heşt kes di odeyê de bûn. Ew bê baldan li yên din bi wê tesbîhê mijûl dibû. Ku ez gihîştim ba wî, min zanî çima Seyid Celal nedixwast wî bibînim. Çi qas tirsnak! Heçku destekî qewî li nav serê wî kutabin û pozê wî jî wisa pêçandibûn ku ji şekl derkeve. Lêvên wî ketibûn ser çengeya wî. Mûyek jî li serçavê wî nemabû. Pêlîyên çavê wî yê rastê ketibû ser çavê wî yê çepê; ji bo baştir bibihîze divîya guhên xwe baş mûç bikirana. Çavê wî yê rastê mezin bû û çavê wî yê çepê jî bi şîddet biçûk bû. Hinarikên wî goştê şewitî bûn û wexta nefeskişandinê dengê xurxurê ji qirika wî dihat…” (261).

Wek tê dîtin, Bextîyar Elî şexsîyetê têkel ê Seryas ji pêkhateyên nehemreng û nesazgar pêk anîye. Carinan wî di cihê zarokekî bêkes û feqîr de bi cih dike û carinan di meqama mirovkujekî profesyonel de nîşan dide û carinan jî wekî zarokekî şewitandî yê qurbanîyê çeka kîmyayê behsa wî dike.

Xala din, şêweya vegotina romanê ye. Wek ku hate îşaretkirin, dem bi şêweya xetî û yek-awa pêş naçe û li rêza demî nayê rîayetkirin; berevajî vê yekê raborî, niha û dahatû li hev têkel dibin û ev yek dihêle xwîner fehma demî zehmet peyda bikin. Di vê romanê de, serborîya Muzeferê Subhdemî ji raborîya dûr dest pê dibe û piştî yekbûna li gel macera û şexsîyetê xeyalî yê Mihemedê Dilşûşe û behsa hin bûyerên dîrokî û civakî digihîje dema niha. Dinyaya Bextîyar Elî di vê romanê de resimandîye, têkelangek e ji cîhana xeyal û rastîyan. Şexsîyetên wekî Mihemedê Dilşûşe li gorî şexsîyetên din berbiçav dike ku bala xwîneran bikêşe ser rola wî ya sembolîk (şefafbûna mirovan); jîyana wî ya asayî û dîyardeyên mentiqî û asayî yên rojane li gel maceraya dilê şûşeyî, xanîyê şûşeyî û awayê aşiqbûn û mirina wî ku beşek e ji ecêbî û bûyerên neçaverêkirî, têkel dibin û dibin yek û cîhanekê çêdikin ku têkelangek e ji rastî û xewnan.

  1. c) Cihguhertin û cihêhevgirtin

Ev şêwe dihêle ku mirov bê sînor bifikire, bibe xwedî karîna texeyuleke derasayî û her dem xwedî boçûneke taze be li ser xwe û cîhana derdora xwe (Kesîxan, 1390: 109). Bextîyar Elî bi guhertin û zêdekirina Seryasên Subhdemî bo sê kesan û guhertina cureya fikr û riwangeha wan li ser meseleyên civakî û exlaqî hewl dide tengije û pirsgirêkên rewşa serdest a welatê xwe -û heta radeyekê yên cîhana sêyem- ku şaşwazî û têkçûna mirovan e, lêkolîn û rexne û tehlîl bike. Seryas carinan bi dilqê mirovkujekî profesyonel xuya dibe ku pêlîstokê partîyên sîyasî ye û her dem di komên leşkerî de ji bo partîyên têvel şer dike û mirovan dikuje; carinan wekî zarokekî feqîr û rizgarbûyî derdikeve ku bi rêya destfiroşîyê debara xwe dike û carinan di lijneya zarokên şewitandî de xuya dibe. Teqez e ku nêrîna wan -ya Seryasan- li bûyerên derdora xwe cîyawaz e û lewma jî cureya fikr û fehma wan jî li gorî hev cîyawaz e û nivîskar bi hilbijartina vê şêweyê xwîneran jî li fikirînê mecbûr dike. Ev hemû Seryas sembola Kurdistana Iraqê û civaka wan a li ber têkçûnê nîşan didin. Ew bi nimandina birakujîyê, feqîrî (hem feqîrîya madî û hem feqîrîya çandî), nexweşî û seqetîya ji ber bikaranîna çekên kîmyayî di qalibê zarokekî bi navê Seryasê Subhdemî, hin nimûneyan ji civaka nakok û paşvemayî ya cîhana sêyem a giriftarê şer teswîr dike û bi çêkirina dîmeneke xumam û derdnak a rewşa jîyana Seryasê Subhdemî û zarokên wekî wî, xwînerên xwe ber bi hêlekê dikişîne ku bi hişyarî li pey famkirina heqîqetê biçin. Nimûneyek ji atmosferên têvel a Bextîyar Elî teswîr dike û li kêleka hev dihûne:

Atmosfera kuştar a ji ber şerê navxweyî

Wekî dînan em li pey wan gerîyan, min tu caran lîstikeke wiha hov nedîtibû. Me hemû bi gulle û kêran kuştin. Me ew birayên xwe di halekî de dikuştin ku bi zimanê me diqîrandin:

– Me nekujin!

Lê me qemeyên xwe di nava dilê wan de dadiçikandin. Serê wan me dibirîn û bi guleyan ew li xwînê dikişandin. Me yek jî dîlan girt, berî ku em serê wî bibirin, berê xwe da birayê xwe û qîrand:

– Şehab bireve…nesekine… here cem dayê… here!

Hevoka wî temam nebûbû ku tûjîya xencera min qirika wî jev parçe kir. Ez wê şevê qet ji bîr nakim. Ji birîna min av diçilkî û dilê min agir bû, min diqîrand:

– Nehêlin bila bireve!. (228).

Atmosfera feqîrîyê

Ew feqîrtirîn kurikê cîhanê ye. Qet nizane ka li ku hatîye dinyayê û çi bûye û dê çi be; tenê dizane navê wî Seryasê Subhdemî ye. Navekî ecêb ji dinyaya bêrehm a navan. Seryasê Subhdemî tenha paytonger bû ku rojname dixwend. Nûçegihanekî ji wan re behsa rêxistina çandinî û çûkan dikir, Seryas jî behsa mirovên jibîrbûyî û mehrûm û pêwîstîtîya rêxistina wan dikir; zarokên ku ji çar salîya xwe ve ji bo gepek nan li sikakan aware ne. Nûçegihan behsa tenduristîya bajaran û kolansazî û xweşikîya kuçeyan dikir û Seryas behsa ciwanîya binpêbûyî û mirovên ku di nav gend-avê de serê xwe dişon dikir. Nûçegihan behsa vegera gundîyan bo gundên xwe dikir û Seryas behsa vegera mirovan bo mirovatîyê dikir. (r. 95).

Atmosfera nexweşî û seqetîya ji ber bikaranîna çekên kîmyayî û şerî

Hezar odeyên tijî ji zarokên seqet û nexweş. Zarokên bê dest û pê. Bûnewerên bêtekrar ku heçku hezar parçe bûbin û destekî bê dîqqet û ecele dîsan ew bi hev ve zeliqandibin.

Ode heçku li gorî cureya nexweşîyan hatibû dabeşkirin. Di hin odeyan de bes hin zarok hebûn her du pêyên wan qut bûbûn û bi awayekî ecêb li ser destan dimeşîyan û di odeya din de zarokine ecêb hebûn wekî tiştên cudabûyî ji erdê di nav telîsan de hatibûn pêçan û ew bi ban ve daliqandibûn.

Hinek bi goçalan ve hilawistî bûn. Hinek jî li ser erdê û di bin tabûreyan de raketibûn û firaqên xwarina wan jî danîbûn pêş wan û wan bi nêrîneke xerîb ji heman bilindahîyê li odeyên tevnavhev dinêrîn. Odeya din zarokên bêdest bûn. Ez yek bi yek ji korîdoran derbas bûm, wêneyek ji cîhana berevajîbûyî di serê min de derbas bû. (r. 256-257)

  1. d) Metnîbûn

Di encama jinavçûna sînorên navbera xwîner, nivîskar û şexsîyetan de ew derfet tê pê ku her yek bikare di cîhaneke din de pîyase bike, bijî û bandorê li biryargirîya kesên din bike. Ev şêwe bi giştî bi du awayan derdikeve pêş: Yekem, rewşek e ku bi dirêjahîya wê xwîner û nivîskar an bîner diçine nava metnê. Duyem, rewşek e ku şexsîyetên berhemê ji cîhana metnê derdikevin û diçine cîhana derveyî wê (Kesîxan, 2011: 117).

Bi baldan li xebatên sîyasî û birîndar û zîndanîbûna Bextîyar Elî di beşeke jîyana xwe de, karaktêrên Hinara Dawî ya Dinyayê (Muzeferê Subhdemî, Yaqûbê Sinewber, Seryasên Subhdemî, Mihemedê Dilşûşe, Xwîşkên Spî, Estêrereş û hwd.) her yek ji wan bi awayekî rengvedana alîyên şexsîyetê Bextîyar Elî ne. Gotin, bawerî, xewn, tirs, fikar, şikest, têkçûn hemû rengvedana hin rehendên şexsîyetê Bextîyar Elî ne ku ew li pişt her yek ji wan karaktêran veşartî ye ku mesele û pirsgirêkên civakî ji alîyên curbicur ve bixe ber lêkolîn û rexneyê. Xuyaye Bextîyar Elî naxwaze di qalibê şexsîyetekî sabît de bimîne, lewma her dem li pey derxistina hin çehreyên nû ye di romanê ku di çarçoveya wan de bîr û rayên xwe beyan bike. Çehre jî di nav xeleka cihê xwe de sabît namînin û her dem bi guhertina cihê xwe hewl didin meseleyên heyî ji alîyên cîyawaz ve çavdêrî bikin; Mihemedê Dilşûşe li miqabilî bavê xwe yê xwedî hêz û cîhana tijî nelihevî cîhaneke şefaf ji bo mirovan dixwaze. Yaqûbê Sinewber xewna pakbûn ji cîhana tijî fêl û xapandina sîyasetê û dûrbûn ji derewên hizbî di hebûna Muzeferê Subhdemî de digere. Seryas jî her yek ji wan bi awayekî qîr dikin ji bo cîhaneke bê şer û xwînrêjî û vegera mirovan bo derûnê xwe yê pak. Xwîşkên Spî ji bo dûrbûna ji qirêjîyên cîhanê û qirêjnebûna bi wan, biryarê digirin ku zarokan neynine dinyayê.

Di romanê de sînorek navbeyna xwîner û şexsîyetên sereke yên çîroka (Muzeferê Subhdem) nîne. Ew carcaran gazî xwînerên xwe dike bila bala xwe bidine berdewamî û dawîya çîroka wî û guh bidin gotinên wî; ji bo wî hebûn û baldarîya xwîner gelek girîng e:

Hevalên ezîz… ey kesên ku bê westan guh didine çîroka min… niha hûn fam dikin ez li pey çi me û pîremêrekî wekî min li ser vê keştîyê li pey çi tiştî digere. Hevalno, wê peymana li bin wê dara hinarê ez kişandim vê keştîyê. Ez di nav vê keştîyê de me ku nîşanekê ji dawîtirîn Seryas peyda bikim û şaxek ji wê darê bi nîşaneya wê peymanê li gel min e. Hûn jî eger rêya we bi wê darê ket, peymaneke taze girê bidin. (r. 274)

  1. e) Dubendî yan pêkvejîyana hevseng di navbera heqîqet û efsûnê de

Romanên ku bi şêwaza realîzma efsûnî tên nivîsîn di wan de cîhana rasteqîn û cîhana xeyalî li hev têkel dibin û li kêleka hev cih digrin; bi gotina Erickson (1995) “ev her du cîhan di şert û mercên bi temamî wekhev de mil bi mil cih digirin” (428). Di seranserê romanê de xwîner bi başî vê taybetmendîyê çavdêrî dike. Bextîyar Elî cîhana xeyalî ya Mihemedê Dilşûşe û Xwîşkên Spî bi çîroka rasteqîn a serborîya Muzeferê Subhdemî û Seryasan ve bi awayekî xweşik li hev girê daye; wisa ku hinek ji van şesxîyetên dubend (hem wehmî û hem rasteqîn) her wexta ku pêwîst bin ji cîhana rasteqîn bo cîhana texeyulî yan jî berevajî vê diçin û tên bêyî ku xwîner tu îtîraz û şaşwazîyekê li ser vê mijarê ji xwe nîşan bide. Mihemedê Dilşûşe carinan bi awayekî wehmî û xeyalî xuya dibe û bikaranîna efsûnî nîşan dide:

Lehîyeke mezin radibe û hemû tişt bi aramî li ser avê avjenîyê dikin. Tu kes li kuçeyan namîne. Xelk direve nav avahîyên bilind, mînareyên mizgeftan, cîyên bilind û diçine ser darên okalîptos û sinewber[kaj] û tûreşkan. Av bi aramî Mihemedê Dilşûşe dibe bêyî ku noqav bibe. Wek ku li ser kelekekê rûniştibe, destpênebûyî li ser avê dimîne. Çarmêrkî li ser avê rûdine û li dinyayê dibeşişe. Av; maşîn, sendelî û her tiştî ligel xwe dibe. Lehî ji şûşeyên kevn û kitêbên nexwendî û alavên çînî û lastîkên maşînan tijî dibe. Lehî tijî dibe ji çarikên reş ên jinan û mêrên ku hê destên xwe li ser pereyên xwe mane da ku şil nebin. Av Mihemedê Dilşûşe li gel wan hemû tiştan dibe. Pêl wî dibin. Ew wekî kesê ku nav şoweke televîzyonê be radibe û li ser pêlan disekine. Av wî dibe û ew ji bo xelkê bi dest ramûsanan dişîne. Xelk Mihemedê Dilşûşe dibîne di nav terman de serxweşane dilîze. Li ser maşînan hilawistî di nav avê de disekine û ji wir serserkî xwe diavêje nav avê. Destê xwe dibe û bi sêv û pirteqalên nav avê wekî lîstikvanên sîrkê dilîze. Heçku di qayikeke efsûnî de rûniştibe. (r. 24-25)

Û carinan jî bi awayê mirovên xuya dibe ku li derdoreke realîstî û asayî têkilîyên wî yên semîmane û sade li gel derdora xwe hene:

Wê demê Mihemedê Dilşûşe di nav barût û terman de li pey guleyên top û rokêtên bikarnehatî digerîya. Dê û bavê wî li pey wî dinya serûbin kiribûn. Rojek nebû ku Pêşmergeyên Silêmanê Gewre bi cîp û toyotayan heta ser sînoran li pey wî digerîyan. Ew ditirsîyan ku nebe ew di nav kortalekê yan di goşeya kolanekê de ji nav çûbe. Serencam, rojekê, Mihemedê Dilşûşe bi hevalê xwe yê nebîna gava ku guleyên topan dikişandine kêleka kolanê, cîpeke amerîkî ji kolanê derbas dibe û yekî ji wan qîrand: Mihemed bi xwe ye, Mihemedê Dilşûşe ye. (r.116)

Şexsîyetê Xwîşkên Spî jî bi vî awayî ne; ew jî carinan bi awayê bûnewerên wehmî û ecêb derdikevin ku jîyana wan naşibe jîyan tu keçeke asayî:

Lawlawa Spî û Şaderya Spî, gelek berî niha sondekî ebedî xwaribûn ku heta wexta mirinê xwe nedin ber tu zewacekê. Porên xwe nehûnin, kurtikên spî li xwe bikin û ji bilî cem hevdu bi tenê stranan nexwînin. Ev peyman vedigerîya bo çar sal berî rojavabûnê ku tofanê Mihemedê Dilşûşe anîbû. Her du xwîşkan temenê wan ji çardeh pazdeh salan zêdetir nebû ku di eşqa nepenî de şerên wan ên stranxwendinê dest pê kir. Şev û roj dixwendin û her yekê tiştekî cîyawaz dixwend. Demekê şer kirin. Ew qas dixwendin carinan ji qirika wan xwîn dihat, lê dîsan ji rika xwe nedihatine xwarê… bawerî û têkilîyên ecêb ên du xwîşkan bûyer tirsnaktir didan xuyakirin. Ne ew, keçikine din bûn. Wan gava ku awirên xwe yên bêtekrar bidane her zindîyekî, ne pêkan bû ku wan efsûn nekin. Çavên wan ji halê asayî mezintir bûn û gava ku te li wan dinêrî ji bilî mirinê tiştek te nedidît. Wan dikarî çavên xwe têrtijî bikin ji dilovanîyê yan têrtijî bikin ji sarî û bêcîyawazîyê. Cilên wan ên spî û porê wan ê dirêj ku bi lez mezin bûbû, xuyaneke efsûn dabû wan. (r. 38-39).

Carinan jî bi heybeta mirovên asayî derdikevin ku hemû kirdar û reftarên wan asayî û siruştî xuya dikin:

Piştî mirina Seryasê Subhdemî û belawelabûna paytongeran, xema dayimî Xwîşkên Spî goşegîr kirin. Piştî ku zanîngeha wan temam dibe, bi alîkarîya Ekremê Çîyanişîn li gundekî dibin mamoste. Xanîyê xwe bi temamî bi cî dihêlin û koçî wî gundî dikin. Têkilîya wan li gel gundîyan têkilîyeke kêmpeyda bû. Xelkê bi çavê mamoste li wan mêze nedikir. (r. 118).

  1. f) Naveroka girîng û kûr

Her wekî ku hat îşaretkirin, berhemên efsûnî berevajî janran, teqrîben wekî “fantezîyê” bi xwe meseleyan beyan dikin ku ji riwangeha civakî, sîyasî û çandî ve kûr û ciddî ne. Ev mesele ji ber bandora wan a girîng ku li jîyana şexsî û civakî ya takekesan heye, veguherîye cureyeke mijûlahîya wan a zîhnî û nivîskar realîzma efsûnî bi zêdekirina çêjeke xeyalî rengê van mesele û kêşeyan li nav metna çîrokê vedide. Tundûtûjîyên sîyasî û dîktatorî û li pey van her duyan jî çêbûna dîlî, kuştar, tirs, fikar, feqîrî, awaretî, bêxanîmana xelkê, sêwîmana zarokan, bîbûna jinan, seqetî û nexweşîyên ji ber bikaranîna çekên cengî û hwd. hin mijar in ku ravekerê mijûlahîyên zîhnî yên Bextîyar Elî ne wek kesekî ji xelkê cîhana sêyem a giriftarê şer. Pencereya ku Bextîyar Elî di vê romanê de bo goşeyeke ji cîhanê vekirîye ewqas xweşik nîne û hin dîmenên nedilvîn ji bo xwîner resm dike; ji ber ku her çi heye rûxan û bûyerên tal in ku Kurdistana Iraqê bi wan re keftûleftê dike. Bi baldan li çawanîya destpêkirina romanê, heçku nivîskar dixwaze xwîner di destpêka romanê de hest bi awaretî û rûxanê bike:

Di nav wê koşka terkkirî de ku di kûrahîya wê daristanê de veşartî bû, gote min ku li derve taûneke kujinde belav bûye. Her gava ku derew dikirin hemû balinde difirîyan. Ji zaroktîyê ve wiha bû. Her gava ku derew dikirin belayên siruştî çêdibûn an baran dibarî yan dar diketin! Di nav wê koşka mezin û terkkirî de dîlê wî bûm. (r. 15).

  1. g) Kêmanî û hebûn

Yek ji cîyawazîyên şêwaza realîzma efsûnî li gel nivîsarên fantezî di wê de ye ku bûyerên texeyulî bi awayê lehzeyî û kêm caran diqewimin, lê belê di nivîsarên fantezî de ev bûyer û sehneyên efsûnî hertimî ne û berdewam di metna çîrokê ya romanê de dubare dibin. Sehneyên efsûnî û dîyardeyên ecêb di nav lehzeyan de xuya dibin û ne tenê gelek zû ji nav diçin, her wiha qet dubare nabin. Bo nimûne lehzeya ku Mihemedê Dilşûşe li ser lehîyê çarmêrkî rûdine carekê diqewime û ji bilî awayê mirina Mihemedê Dilşûşe êdî sehneyên ecêb ên wek van der heqê wî de dubare nabin:

Lehîyeke mezin radibe û hemû tişt bi aramî li ser avê avjenîyê dikin. Tu kes li kuçeyan namîne. Xelk direve nav avahîyên bilind, mînareyên mizgeftan, cîyên bilind û diçine ser darên okalîptos û sinewber[kaj] û tûreşkan. Av bi aramî Mihemedê Dilşûşe dibe bêyî ku noqav bibe. Wek ku li ser kelekekê rûniştibe, destpênebûyî li ser avê dimîne. Çarmêrkî li ser avê rûdine û li dinyayê dibeşişe. Av; maşîn, sendelî û her tiştî li gel xwe dibe. Lehî ji şûşeyên kevn û kitêbên nexwendî û alavên çînî û lastîkên maşînan tijî dibe. Lehî tijî dibe ji çarikên reş ên jinan û mêrên ku hê destên xwe li ser pereyên xwe mane da ku şil nebin. Av Mihemedê Dilşûşe li gel wan hemû tiştan dibe. Pêl wî dibin. Ew wekî kesê ku nav şoweke televîzyonê be radibe û li ser pêlan disekine. Av wî dibe û ew ji bo xelkê bi dest ramûsanan dişîne. Xelk Mihemedê Dilşûşe dibîne ku di nav terman de serxweşane dilîze. Li ser maşînanan hilawistî di nav avê de disekine û ji wir serserkî xwe diavêje nav avê. Destê xwe dibe û bi sêv û pirteqalên nav avê wekî lîstikvanên sîrkê dilîze. Heçku di qayikeke efsûnî de rûniştibe. (r. 24-25).

Yan jî gava ku îşaret bi agirgirtina yek ji zarokên razandî di nexweşxaneyê de dike:

Her çend av avêtin ser wî, feyde nekir. Avêtin nav hewzê avê, ku hat der, dîsan jî heman bû! Gava di nav beşan de digerîya, ez ditirsîyam pêtên bedena wî bipekine ser lihêfan û her derê bidine ber agir. Li ser nivîneke hesinî razandibûn û tu tişt jî neavêtibûn ser wî. Di nav xewê de pêtên wî zêdetir dibûn. Carekê birine televîzyonê û jê fîlm girtin û vegerandin. Mezhebîyan digot ew li agirê dojehê duçar bûye û ji bo vê yekê disoje… ew bi xwestina xwedê disoje da ku em dojeha heqîqî bibînin. Rojekê ji destê pasewanan fîrar kir; tu kesî nedizanî çûye ku. Leqeba “Xemlê Pêtan” dabûn wî. (r. 268).

  1. h) Bêdengîya îradî ya nivîskar

Yeke din ji taybetmendîyên berhemên realîzma efsûnî; bêdengîya îradî ya nivîskar û beyannekirina hestan, bertek yan alîgirîya wî/ê li hember bûyerên nerasteqîn e. Bi gotineke din nivîskar di vê taybetmendîyê de bûyer û hêmanên dersiruştî û surreal ên di realîzma efsûnî de nîqaşbar nîşan nade ji bo xwîner fam bikin maqûl û nemaqûl du qutbên zid û dijber in ku li dijî hev ranabin û hevdu înkar nakin û hev têk nadin; ji ber ku sersiruştî di hundurê şexsîyetan û vebêjer de di cîhana vegotina çîrok û romanê de têkûz bûye. Bi gotina Faris, yek ji lêkolerê vê biwarê, “di metnên realîzma efsûnî de, bûyerên sersiruştî, mijarne berbiçav û bereql nînin, bîlekis hin mijar in ku bi temamî asayî û wekî rastîya di jîyana rojane de diqewi min meqbûl in û bi maqûlî û maddîyeta realîzma edebî ve dizeliqin û di nav hev de têne hûnan.” (1995: 3). Ji vê hêlê ve hebûna vebêjerekî/e bêriq û bêalî ku rewş û hewaya mûcîzeyî li hemû çîrokê belav bike, yek ji taybetmendîyên realîzma efsûnî bi xwe ye ku Bextîyar Elî karîye bi başî ji bin vî karî were. Divê bal bê kêşan, di vê şêwazê de şêweya vebêjer roleke gelek girîng û kilîtî dilîze. Nivîskarên jêhatî dikarin bi alîkarîya şêweya vebêjer, hemû dîyardeyên razber û bawerîyên xwe yên şexsî û carinan bêbingeh di çavê xwîneran de heqîqî bidin xuyakirin. Bi vê şêweyê, nivîskar ji berpêşkirina wan delîl û belgeyan muaf dibe ku di berhemên realîst de hebûna wan pêwîst e. Bi ya Gabriel Garcia Marquez, hêmana şêweyê, girîngtirîn hêmana realîzma efsûnî ye (Parsînêjad, 2008: 270). Her wekî ku vebêjer hebûna karaktêrên neasayî wekî Mihemedê Dilşûşe, Xwîşkên Spî û hetta Estêrereş asayî dide xuyakirin, ne li pey bisedemkirin û tehlîlên zanistî û mentiqî ye ji bo bûyerên derasayî. Gava Mihemedê Dilşûşe li ser avê çarmêrkî rûdine û gava ew ji ber şikesta di evîna xwe de di xanîyê xwe yê şûşeyî de wisa dimire, Bextîyar Elî hestên xwe vedişêre û şaşwazîyê ji xwe nîşan nade; yan jî gava li ser atmosfera nexweşxaneya ku zarokên birîndar tê de razandî ne xeber dide, tenduristî û netenduristîya vê karesatê teyîd nake û bi bêdengîya xwe darazê dispêre berpirsîyarîya xwîneran:

Hezar odeyên tijî ji zarokên seqet û nexweş. Zarokên bê dest û pê. Bûnewerên bêtekrar ku heçku hezar parçe bûbin û destekî ecele û bê dîqqet dîsan ew bi hev ve zeliqandibin.
Ode heçku li gorî cureya nexweşîyan hatibû dabeşkirin. Di hin odeyan de bes hin zarok hebûn her du pêyên wan qut bûbûn û bi awayekî ecêb li ser destan dimeşîyan û di odeya din de zarokine ecêb hebûnwekî tiştên cudabûyî ji erdê di nav telîsan de hatibûn pêçan û ew bi ban ve daliqandibûn.

Hinek bi goçalan ve hilawistî bûn. Hinek jî li ser erdê û di bin tabûreyan de raketibûn û firaqên xwarina wan jî danîbûn pêş wan û wan bi nêrîneke xerîb ji heman bilindahîyê li odeyên tevnavhev dinêrîn. Odeya din zarokên bêdest bûn. Ez yek bi yek ji korîdoran derbas bûm, wêneyek ji cîhana berevajî di serê min de derbas bû. (r. 256-257).

Ev atmosfer û derdora xemnak ku nivîskar li ser wê xeber dide, her dem mijara derewandina alîyên şer bûye. Bextîyar Elî jî bi bêdengîya xwe ya watedar, daraza der barê van bûyeran de ji înîsîyatîfa xwînerên xwe re dihêle û hest û fikra xwe, ku her çi be, eşkere nake. Yan jî gava îşaret bi dawîtirîn dara hinara dinyayê dike, xwîner di vê mijarê de hest bi tu cure guman û dudilîyê di metna romanê de nakin û qet li pey bisedemkirina zanistî û mentiqî ya vê dîyardeyê nînin:

Ew dîmen xweşiktirîn dîmen bû di jîyana xwe de wan dîtibû. Hewa ewqas zelal û xweş bûheçku hatibûn gerestêrk û welatekî din. Tu manendîya cîhana li ser vê lûtkeyê li gel cîhana jêr ewran tunebû. Heçku xwedê ew çêkiribû ku firîşte ji mesafeya navbera erd û asîmên biwestin. Ew dar, “dawîtirîn hinara dinyayê” bû; ew cihê erd xilas dibû û welatên xwedayî dest pê dikir. Ew cihê ku mirov hest bi bêdawîbûn û hertimîbûnê dikir; heçku ev hinar sînorê cudayîya erd û asîmên bû. Seryas digot:

Ev dar; dawîtirîn hinara dinyayê ye, tu dareke din li dereke din di vê kertûkortî û bilindîyê de şîn nabe.

Temambûna dinyayê di bin wê darê de, aramîyeke kûr dabû kurikan. Aramîya ku li ser erdê peyda nedibû. (r. 110-111).

  1. i) Lomegirî û kînaye

Di vê beşê de nêrîneke lomeyî û rexneyî ya nivîskara/ê realîzma efsûnî li ser cîhanbînîya efsûnî ya realîzmê heye; lê belê bi awayekî di navbera vê nêrînê de mesafeyekê bi cih dike ku xwîner tesewir nekin ku ev riwangeh ji cîhanbînîya nivîskar hatîye wergirtin. Di romanê de Bextîyar Elî gava li ser partîyên sîyasî xeber dide, ev riwangeha rexneyî û lomeyî xuya dike; lê belê ji bo ku xwîneran rasterast ji xwe agahdar neke, vê riwangehê ji zimanê karakterên romanê pêşan dide:

Me hemûyan rihên dirêj hebûn û sertapayê me bêhna xwêdanê dida. Fermandarê me mêrikek bû ku jin û şerab tenha bêhnvedana wî bûn. (r. 122).

“Min mîste partîyan!
Bi çavên rondikbar min gote Pêşmergeyan:

Partî dixwaze wekî segan me bikuje. Eynî wekî ku me ew dîl kuştin, dê serê me bibirin. (r. 229).

  1. j) Pêşkêşkirina mijaran li ser bingeha heqîqetê

Di şêwaza realîzma efsûnî de, nivîskar hewl dide bûyerên derasayî û ecêb bi ravekirineke li ser bingeha heqîqetê pênase bike û ji şêweya dudilî û gumanê xwe biparêze. Ew qet naxwaze bûyeran wiha rave bike; şêweya axaftina nivîskar gava rûbirûbûn li gel van dîyardeyan bi temamî siruştî û asayî ye û bi awayekî ye ku her tişt li ser bingeha heqîqetê ye û şopek ji dudilîya nivîskar tê nîne û her tiştî di cihê xwe yê heqîqî û rastî de cih girtîye. Bextîyar Elî jî gava li ser bûyerên derasayî û bawerîyên efsûnî xeber dide, hewl dide wan siruştî bide xuyakirin:

Wê şevê Nedîmê Şazade ku bi lavayan hemû hişê wan tev li hev kiribû, ji wan dixwaze ku wî bibine bin dara hinarê ya nêzîkî lûtkeyê ji bo ku di bin de rakeve û bînahî were çavên wî.” (r. 106).

“Her tim gava hinek bi erdhejê maye, Xwîşkên Spî derdiketin kuçeyê. Heçku saeteke wan a şeytanî hebû û pê dema deqîq a erdhejê dizanîn. Heçku şeytanekî bi guhê wan de dema deqîq digot.” (r. 78).

“Dilê min ji şûşe ye, ji şûşeyekî gelek nazik. Biçûktirîn dilşikan dê wî bişkîne û min bikuje. Ez kesek im ji şûşe; eger ew bişkê dê bibe hezar parçe û parçeyên wî dê li her derê belav bibin. Ku hûr bibim, ew parçeyên hûr û xaş dê jîyana min tune bikin… dilê min neşkînin. (r. 27).

Encam

Bextîyar Elî di Hinara Dawî ya Dinyayê de ku li ser bingeha şêwaza realîzma efsûnî ya Marquez nivîsîye, xwînerên xwe di sefereke tijî xetere de li gel xwe hemsefer dike; sefera nimandina çand û derdên civaka cîhana sêyem. Ew cîhaneke wisa xweşik ji nav şeran teswîr dike û ji nav dilê rojên şen û bedbextîyan dareke xweşik a hinarê şîn tîne her kes dikare di bin sîwana wê de rûne û li gel xwe peymana biratîyê girê bide. Ew xwîneran di çarçoveya realîzma efsûnî de ji dinyaya berevajîbûyî ber bi dinyaya xeyalî û di heman demê de îdeal dibe û wan naçar dikeku li tiştê ku qewimîne û neqewimîne zêdetir ji berê fikr bikin.

Bextîyar Elî karîye bi başî sûdê ji hêman û nîşaneyên şêwaza realîzma efsûnî wergire ji bo ravekirina têgehên kûr; her wiha karîye van hêman û nîşaneyan bi guncandî li gel derdor, çand û dab û nerîtên Rojhilatî di hin beşên Hinara Dawî ya Dinyayê de bi cih bike.

Di risteyên vê berhemê de xem û xerîbîya karaktêrekî pêl dide ku ruhê wî yê hestyar û nazik li cihekî welatê xwe aware ye û derd û awaretîya xwe bi derd û renca xelkê nîştimanê xwe di atmosfereke nenas de li hev têkel dike. Hêza texeyula Bextîyar Elî di afirandina atmosfereke wiha de li wêdetirî wergerê, ji alîyê xwîneran ve fehmbar e.

 

1 Doçentê alîkar ê Koma Ziman û Edebîyata Îngilîzî li Zanîngeha Razî ya Kirmaşanê. Hiwaweisi@gmail.com

2 Derçûyê Ziman û Edebîyata Farisî. Zahed.saidi54@gmail.com

3 Derçûyê Ziman û Edebîyata Tetbîqî. almasi_ata@yahoo.com

4 bîna: kesê dikare bibîne, bînakirin: ronîxistina çavê kesekî (wer.)

 

ÇAVKANÎ

Elî, Bextîyar (2012); Axerîn Enarê Donya, wer. Arêş Sêncabî, Tehran, Êntêşaratê Efraz, Çapa çarem.

Erickson, J. (1995). Metoikoi and Magical realism in the Maghrebian Narratives of Tahar ben Jelloun and Abdelkebirkhatibi. Di nav L. P. Zamora, & W. B. Faris(Eds.), Magical Realism: Theory, History, Community (rr. 427-450). Durham, USA: Duke University Press.

Faris, W. B. (1995). Scheherazade’s Children: Magical Realism and Postmodern Fiction. In L. P. Zamora, & W. B. Faris (Eds.), Magical Realism: Theory, History, Community (rr. 163-191). Durham, USA: Duke University Press.

Gîbert, Rîta (1977); Heft Seda, wer. Nazî Ezîma, Tehran: Agah, çapa yekem.

Kesîxan, Hemîdrêza (2011); Berresîyê Tetbîqîyê Moellêfêhayê Realîsmê Cadûyî der Teblê Helebî ez Gûnter Gras û Yêk Sedsal Tenhayî ez Gabriel Garcia Marquez, Dû Feslnameyê ÊlmîPêjûhêşîyê Danêşgahê Elzehra, sala duyem, hejmar 4, rr: 105-124.

Marquez, Gabriel Garcia (2005); Zêndê em Kê Rêvayet Konem, wer. Kawe Mîr Ebasî, Tehran: Ney, çapa çarem.

Mîr Sadêqî Cemal, Mêymenetê Mîr Sadêqî (2009); Vajênameyê Honerê Dastannêvêsî, Êntêşaratê Mêhnaz, çapa duyem.

Nîkûbext, Nasêr û Meryem Emîn Nêya (2005); Berresîyê Realîsmê Cadûyî û Tehlîlê Romanê Ehlê Qerq, Fasêlnameyê Pêjûhêşhayê Edebî, Jimare 8, rpl. 139-154.

Parisînêjad, Kamêran (2008); Neqdê Edebîyatê Montebêq ba Heqîqet, Neşrê Xanê Kêtab, çapa yekem.

Şîrî, Qehreman (2008); Mektebhayê Dastannêvêsî der Îran, Tehran, Çeşmê, çapa yekem.

Şûşterî, Mensûrê (2012); Realîsmê Cadûyî, Vaqêêyetê Xeyalengîz, Fasêlnameyê Honer, Tehran, jimare 75, rr. 32-44.

Share.

Leave A Reply