Di Kovara Hawarê de Bicîkirina Jinan di nav Rabêja Neteweperwer de

FEXRIYA ADSAY

Puxte: Rabêja neteweperwer dema ku xwe saz dike bi qasî ku li hemberî derve, êdinê xwe terîf dike, hundirê “xwe” jî ji nû ve terîf dike. Yek ji van terîfên hundirîn, a derbarê zayendên civakî de ye. Li gor terîfa nû dabeşkirina rolan û peywirên civakî tên destnîşankirin. Di rabêja neteweperwer a kovara Hawarê de dabeşkirina rolan bi piranî li ser hîmên kevneşopî yên malbatî hatiye kirin. Welat bi teswîrên hezkirî an keçeke bedew ku xîtabî hestên erotîk ên mêran dikin hatiye erotîzekirin an wek dayik û xweh hatiye teswîrkirin ku xîtabî berpirsiyariyên mêran ên malbatî bikin. Bi vî awayî peywirên welatparêziyê bo mêran hatine aşînakirin. Herweha, mêr wek kirde, jin jî wek waneya arezûya mêran rolên wan hatine dupatkirin. Di vê serdema pêşmodern de mînakên wek C. A. Bedirxan û Cegerxwîn jî hebûn ku derketine derveyî kevneşopan.

Peyvên sereke: Rabêja neteweperwer, Kovara Hawarê, jin, welat.

Destpêk

Tevgerên siyasî û civakî bi xwe re rabêjên nû diafirînin û di nav rabêjên xwe de teswîrên nû yên qada giştî hildiberînin. Fikra neteweperweriyê ligel pênasekirina nasnameyên “em” û “ew”an, di nav “em”ê de nasnameyên jin û mêran jî ji nû de pênase dike; rolên wan, ciyê wan, peywirên wan tesbît dike. Di vê nivîsê de ez ê bala xwe bidim kovara Hawarê, ku di navbera salên 1932-1943yan de li Şamê seranser bi kurdî derketiye, bê ka di nav rûpelên xwe de di helbest û çîrokan de di nav rabêja neteweperweriyê de nasnameyên jin û mêran çawa pênase kiriye û peywira neteweperweriyê di nav jin û mêran de çawa dabeş kiriye. Ez ê hewl bidim rolên jin û mêran ên civakî û siyasî çawa hatiye dabeşkirin; şop an rehên vê pênasekirin û dabeşkirina civakî û çandî fam bikim.

Sedema hilbijartina vê kovarê ew e ku ew dikare wek parçeyek ji tevgera çandî ya bo sazkirin/xurtkirina hegemoniya siyasî û civakî bê nirxandin. Weku tê zanîn damezrênerê wê Celadet Elî Bedirxan piştî ku komara Tirkiyeyê hatibû damezirandin tevî gelek rewşenbîrên din ên kurd ji Tirkiyeyê hatibû nefîkirin. Gelek ji wan derbasî binxetê bûbûn ku wê çaxê di bin serweriya Fransayê de bû. Li vir bi pêşengiya Memdûh Selîm Beg, Celadet û Kamûran Beg, Haco Axa, Mevlanazade Rifat Beg, Ihsan Nûrî Paşa, Mehmed Şukrî Sekban, kurê Şêx Seîd Şêx Elî Riza di sala 1927an de yekem rêxistina siyasî ya modern, Xoybûn hat avakirin ku armanca avakaran rizgarkirina Kurdistanê û danîna tixûbên wê yên siyasî bû û wan bi vê mebestê pêşengiya serhildana Agiriyê kirin, lê ev serhildan di sala 1930î de bo Xoybûnê û kurdan bi komkujiyeke mezin û têkçûnê bi dawî bû. Hawar piştî vê têkçûna mezin û di nav şert û mercên ku komara Tirkiyeyê her ku diçû desthilatdariya xwe ya li bakurê Kurdistanê xurt dikir, derket. Bi gotineke din, dewr ew dewr bû ku li bakur ji bo rewşenbîr û siyasetmedarên kurd tu derfetên siyaseta çi biçek çi bêçek nemabû. Ancax li Sûriyeyê di bin darê Fransayê de derfetên bisînor ên çalakiyên çandî hebûn. Çalakgerên siyasî ji mecbûrî xencer danîbûn aliyekî, rahiştibûn qelemên xwe; wê vê carê bi qelemên xwe li hember hegemoniya ku nikarîbûn bi çekan rê li ber bigirin, bi riya xebatên çandî hegemoniya-hember ava bikirana.

Malbat, welat û jin

Dema mirov bi çavê jinekê li Hawarê dinere, ji ber qadroya nivîskarên wê ku ji mêran pêk tê (Rewşen Bedirxan bi du nivîsên xwe îstisna ye), helwesta wê ya derbarê meseleya zayendên civakî de tê texmînkirin ku nerîneke mêrane an teswîreke ji çavên mêran wê serdest be. Lê ev rewşa mêrane ku wê bê analîzkirin ne tenê aidî neteweperwerên kurd e. Bi giştî neteweyên modern gelek caran bi metafora malbatê, malbata mezin hatine texeyulkirin. Di vê malbata mezin de jî mêr wek xwedî û aktorên malbatê, jin jî tabiiyên wan hatine teswîrkirin û li gor vê, rolên wan hatine dabeşkirin. Çawa di malbata biçûk de mêr ji qada derve û debara malbatê berpirs be û jin jî ji qada hundirîn berpirs be, di malbata mezin de jî mêr wek xwediyê neteweyê an welêt, ji rizgarkirin, xwedîderketina li welêt an neteweyê berpirs bûn. Jin bêtir wek dayik, perwerdekara zarokan, nûvehilberînera çand û zimanê qedîm, alîkarê mêran hatine dîtin. Lewma vê nerînê kiriye ku cimaeta neteweyî wek yekîtiya birayan bê sazkirin û di peydabûna rabêja neteweperweriyê de nerîna mêrane û têkiliyên navbera mêran li navendê bên bicîkirin û jin ji peymana civakî bên derêkirin. Di pêvajoya neteweperweriyê de tixûbên tevgerên jinane careke din tên terîfkirin û ji wan tê xwestin ku rolên xwe di çarçoveya berjewendiyên neteweyî de bînin cî. “Kebanî û Mamoste”[1] ya Rewşen Bedirxan nivîseke bi vî rengî ye.

Rewşen Bedirxan di nivîsa xwe de bi awayê kevneşopên dema xwe xîtabî jinan dike peywirên wan ên wek dayiktî û kebanîtiyê bi bîra wan tîne. Wan dixe pêşiya hemû peywiran lê çend rêzik şûnde qala tesîra jinan a li ser miletan[2] dike û îcar peywirên wan ên bo miletê xwe terîf dike. Ev peywir berdewama dayiktiyê an firehkirina tixûbên rola dayiktiyê ne. “Mêrên ku qedera miletan di destê xwe de digirin, li ber destên jinan xwedî dibin, terbiya xwe ya pêşin ji wan digirin…” dibêje Rewşen Bedirxan û girîngiya dayiktiyê ya civakî lê zêde dike. Jin dema zarokên xwe mezin dikin divê di wê hişmendiyê de bin ku ew xilaskarê miletê xwe yên mustaqbel in, zarok ne zarokên wê tenê ne. “Miletê me miletekî bê teşkîlat, bê xwedî û serî, miletekî belawela ye û di bin hikmê miletê din, miletine dijmin de ye… dijminê me yê mezin nezanî ye.” Di nav miletekî xwedî dewlet de ew karên wek xwendin, nivîsandin, fêrkirina kurdî ku divê bi riya saziyan bên kirin, wek alîkarê mêran dibe barê jinan/ dayîkan. “…beriya ko ew ji destên wan bifilitin û bikevin dibistana xelkê wan hînî xwendin û nivîsandina zimanê wan bikin.” Bi vî awayî jin li hundirê mala xwe kebanî û bo miletê xwe jî mamoste ye. Ev nerîna ku dayiktî û mamostetiyê ewqasî nêzî hev dike ne tenê aidî Bedirxan bû. Dema jinan nû dest bi xebata li derveyî malê kirin gelek caran mamostetî wek berdewama dayiktiyê dihate qebûlkirin û ev kar bêtir guncav dihate dîtin bo jinan. Elbet ji ber rewşa kurdan a siyasî Bedirxan derfetê wê nînbû ku qala dibistanên fermî û mamostetiya fermî bike.

Bedirxan di nivîsa duyem a bi navê “Jin û Bextiyariya Malê[3]de rola jinan a wek xwediyê bextiyariya malê bi bîr tîne û taybetiyên ku di nav malê de bêtir li jinan tê barkirin wek dilovan, mîhrîvan, hêlînçêker û bi sebir dupat dike. Ji temamê nivîsê tê famkirin ku wek parçeyê biçûk ê milet bextiyariya malê wê bextiyariya milet bîne. Jixwe nivîsên Bedirxan her çiqas kevneşopî xuya bibin jî ew kevneşopan dixe xizmeta armanceke modern, neteweperweriyê. Ya na, ger bextiyarî bi tenê pirsgirêka malbata biçûk bûya wê bi îhtimaleke mezin di Hawarê de ji xwe re cî nedîta.

Şibandina neteweyê ya bi malbatê re di nav jin/keç û mêr/xortên ku hev nas nakin pêwendiyên wek ên malbatî çêdike û di bin banê malbata mezin de wan li hemberî hev dike berpirs.[4] Berpirsiyariya keç/jinan wek dê, xweh, keç, hezkirî an jin xwedîkirin û gihandina xort/mêrên ku li miletê xwe xwedî derdikeve, xwediyê welêt e. Celadet Bedirxan di nivîsa “Xwe Binas…”[5] de piştî ku di çar rûpel û nîvan de şîretên welatparêzî û neteweperweriyê li xortan dike, tenê di du paragrafên dawî yên kurt de şîretan li keçan jî dike:

Keçê! di van gotinan de para te ne hindik e! Tu keça wî camêrî, jina wî mirovî, diya wî xortî yî ko min şîret lê kir û kar û xebata wî şanî wî da. Belê keçê! Ev xortê ha xortê te ye. Di mehdikê de te ew lorand. Di dawetê de te jê re tilîland. Di roja qewmandinê de te nav di wî da. Ji xwe tu berekê wî yî. Keçê! Min ji te divêt, tu xortê min welê bixwedî bikî û bigihînî ko li pesn û şabaşan seza bit û lome jê mebit. Keçê! Tu di her kar û deravî de arîkara xortê min î. Tu ê pê re bijî, pê re jî bimirî (r. 555).

Şîretên ku C. A. Bedirxan li xort û keçan dike, wek şîretên R. Bedirxan ew jî berdewama kevneşopan e û ew rolên jin û mêran an pênasekirina wan di bin banê rabêja neteweperweriyê de ji nû ve hildiberîne, wan dixe bin xizmeta welatparêziyê. Navendîbûna xort/mêran û wek alaveke alîkar keç/jin tevî vê nivîsê di çîroka “Ber Tevna Mehfûrê”[6] de jî serdest e. Di çîroka C. A. Bedirxan de Bengî Axa di serhildana Şêx Seîd de şehîd ketiye. Tevî diya wan du keç û kurek jê maye. Hemû mal û gundê wî talan bûye. Jin û du keçê wî li bajarekî ku kes wan nas nake di şertên gelek dijwar, di kargeha mehfûran de dixebitin ku debara xwe bikin û kurikê biçûk Gefo li gor wesiyeta bavê xwe bidin xwendinkirin. Heta têr cilên wan tuneye di çilê zivistanê de li xwe bikin. Rojekê keçika biçûk, Zîzê ji serma bê taqet dimîne. Dixwaze dev ji kar berde. Xweha mezin wê iqna dike ku ji bo birayên wan bixwîne, zana bibe û welat xelas bike, divê ew heta ji destê wan bê bixebitin. Ya na ew ê tu car serbixwe nebin û ji vê zehmetiyê xelas nebin. Xilasiya wan bi xilasiya welêt, xilasiya welêt jî bi xwendina Gefo pêkan e. Tenê peywirek wan heye, divê Gefo bidin xwendin. Di wê demê de ne pêkan bû ku keçek biryar bide ku bi xwe bixwîne û bibe xilaskara welatê xwe, welatparêziyê ancax dikare di ser birayê xwe re pêk bîne. Jin an keçeke herî welatparêz herî zêde dikare bibe piştevana bira, bav an mêrê xwe.

Jin, wek xweh û dayik

“Hevind”[7] ku ji aliyê C. A. Bedirxan wek lîstikeke yek perde hatiye nivîsandin ku di rabêja derheqê jinan ya heta vêga guherînekê pêk tîne. Qeşem û Menîje du lehengên jin ên lîstikê ne ku hezkiriyên wan di nav şer de ne, ew bi xwe jî di holikeke ku ala kurdî lê pêl dibe li ber nexweşên birîndar in. Bi dil û can piştgiriya şervanan dikin. Lê wextek tê şer pir giran dibe, Qeşem û Menîje ku her tim dibêjin “Divêt em dijminê xwe ji mala xwe derînin û xweyê mala xwe bibin” (r. 571) xwe ranagirin û radihêlin çekan diçin şer bikin. Pîrejina li ba wan li dû wan gazî dike “Keçino! Ku ve! Ku ve! Xwelî li serê we mebit. Mala min ê …” deng naçe keçan. Ji aliyê mêrên şervan jî tu bertek nayê nîşandan, ew jî wek dilxwazên welatê xwe wek şervan tên qebûlkirin.

Di rexneya femînîst a derbarê neteweperweriyê de tê gotin ku di destpêkê de beşdarbûna jinan a bo şerê rizgariyê wan ber bi wekheviyê ve dibe an bi gotineke din rola wan a di têkoşîna rizgariyê de wan jî dike aktorên muzakereyên civakî lê piştî rizgariyê, mafên jinan dibe qurbana siyaseta nasnameyî. Lewma neteweperwerî û femînîzm gelek caran wek du têgehên dijhev tên pênasekirin.[8] Ji ber ku kurdan dewra piştî rizgariyê tecrûbe nekirine[9] gelek tevgerên siyasî nîvco mane, em nikarin li ser pêvajoyeke bi dawî bûye tesbîtan bikin. Me dengê kesên wek Menîje û Qeşemê yê piştî rizgariyê nebihîstiye dibe ku ji ber van çalakiyên xwe piştî rizgariyê rolên wan ên civakî ber bi wekheviyê ve biçûya û bi awayekî xurttir beşdarî muzakereyên civakî bibûna. Lê lîstika “Hevind” bi me dide destnîşankirin ku di salên 1930î de, kêm be jî, jinan dikarî wek aktorên çalak bên qebûlkirin û ev dikare bi awayekî sembolîk yek ji pêşengê çalakgeriya jinên kurd bê nirxandin.

teswîra welêt a wek jinekê

Di helbestên li nav rûpelên Hawarê de belav bûne, teswîreke jinan ya cuda balê dikişîne. Li vir jin ne tenê dayik, xweh, destgirtî an jina mêrekî ye. Welat bîzzat bi jinê, an wek destgirtiyekê, dayikekê an wek xwehekê tê tesewirkirin. Teswîra welêt ya wek jinekê di wê dewrê de û di beriya wê de gelek mînakên wê hene. Yek ji wan wêjeya farisî ye ku Afsaneh Najmabadi[10] ji bo wêjeya Îranê ya sedsala 19mîn têkiliya wê bi wêjeya klasîk re datîne û wisa şîrove dike: Welat wek laşê jinekê hatiye texeyyulkirin ku mêr divê bêtir jê hez bikin, xwedî lê derkevin, di rêya wê de bên kuştin. Çawa ku di helbesta klasîk de eşqa îlahî bi laşê jinê dihate texeyulkirin, an di laşê jinê de rû dida, vêga eşqa welat di laşê jinê de rû dide. Lê di encamê de, ev rabêjeke wisa bi xwe re tîne ku jin jî wek welat divê bê parastin, pêdiviya welat bi parastina mêran heye, ne ya jinan. Jin ne dikare li welêt xwedî derkeve ne dikare li xwe xwedî derkeve. Namûsa wê namûsa mêran e, divê xwedî lê bê derketin, ji tecawiza neyaran bê parastin. Ji bo seferberkirina mêran ew têgehên pre-modern li vir dikevin bin xizmeta têgeheke modern, neteweperweriyê. Ev nerîn di helbesta kurdî de jî ciyê xwe girtiye. Em guh bidin helbesta Bozan Şahîn:

Hawar e kurê min hawar e, …………………… Guliyên keçên kurdan
Di destên roman de,

Hawar dike[11] ……………………

Ji aliyekî ve, ev hawar xîtabî hest an têkiliyên di navbera xweh û birayên heqîqî de dike. Ev têkiliyên malbata xwezayî di nav malbata mezin (netewe) de tên sazkirin û di navbera endamên wê yên muxayel de têkiliyên hestyar tên çêkirin an xortan li hemberî keçên malbata xwe ya mezin dike berpirs.

Evdirehman Fewzî di “Delala Çavreş”[12] de welat wisa teswîr dike ku di helbestê de ku ji 49 ristan pêk tê, em heta rista 39an fam nakin ku ew qala Kurdistanê dike:

Ronahîya çavên me Te peritand dilê me Bê te nayê sebra min Te agir da mala min …………………….

Delalê! Çawreşa min Bê te nayê xewa min ……………………….

Singa wê deşt û zozan
Pêsîra wê av rewan
Ew e ji me re av û nan
Tu yî tu yî Kurdîstan………………………

Hêmaya neteweyî di şiklê jinekê de hatiye sêwirandin û rabêja bo seferberkirina mêran di ser laşê jinekê re hatiye sazkirin. Bo vê seferberiyê arezûya mêran a bo welêt wek arezûyeke mêrane tê sazkirin û ew arezû dike ku mêr bixwazin wê bibînin, bibin xwediyê wê, bibin heyranê wê, jê hez bikin, wê biparêzin, li hember reqîbên xwe di riya wê de bimirin.[13] Welat an arezûya hezkirinê jin e, hemû taybetiyên wê li gor nerîna mêrê xwedî arezû tê teswîrkirin, tê erotîzekirin. Bi gotineke din rasterast xîtabî hestên erotîk ên mêran dike.

Di helbesta wêjeya klasîk a tesewifê de eşqa îlahî di ser laşê jinê re dihat teswîrkirin. Eşqa îlahî wek waneya arezûya cimaeta mêran dihate terîfkirin. Afsaneh Najmabadi[14] di gotara xwe de pir xweş tesbît kiriye ku bi “destpêka peydabûna neteweperweriyê re êdî wêjeya tesewifî ya evîna erotîk veguheriye. Ji dêvla eşqa îlahî êdî welat eyn wek hezkiriyekê hatiye teswîrkirin” û nivîskar an helbestvanên welatparêz hestên xwe, xemên xwe, derd û kulên xwe ji devê hezkiriyê wêjeyê der kirine. Wek rewşenbîrên modernîst waneya arezûyê bo wan êdî ne eşqa îlahî ye, welatê li vê dinyê ye. Dema eşq wek eşqa welêt hatiye terîfkirin, di hilberîna hestên neteweperwer de ji bo helbesta welatparêz qadeke berhemdar vebûye. Di wêjeya klasîk de helbestên bo siltan, mîr û began dihatin nivîsandin êdî ji bo welêt hatine nivîsandin. Cegerxwîn di helbesta xwe “Dezgirtiya Kurdan”[15] de welat wisa terîf dike ku xuya ye armanca wî hemû mêran rake ser piyan da ku ji wê hez bikin, wê biparêzin, daxwazên wê bînin cih. Daxwazên welêt çi ne?:

Xemlandî me seranser dezgirtiya xorta me; Gerden sêvek sor û zer, li hêvîya merda me Qelen xwîn e ne gewher, Kurdîstana kurda me. Bê tang û top û leşker, îro we ez berdame.

Kurdîstana delal im; herkes tê min dixwazî; Ez pir şox û şepal im, min deng daye bi nazî. Ev bû bîst û du sal im, li ser min cengebazî Kurdo wer min bixwaze, belê bi serfirazî.

Cegerxwîn xweş dibêje lê kurd ne çê gihane; ……………………………………………..

Welat jî ne ew evîndara ku li mala xwe çavê wê li riya hezkiriyê wê ye, talibên wê gelek in, di her kêlîkê de dikare ji dest biçe. Welat bibîrxistina talibên xwe di nav endamên mêr ên cimaeta xwe de xwe dike arezûyeke hevpar û pêwendiyên di navbera wan de bi arezûya bo xwe zexm dike. Lewma divê maşûqê wê xurt be, bi biryar be, karibe ji heq reqîbên xwe bê, her bi çi awayî be. Dibe ku welat wek “qelen xwîn”ê jî bixwaze.

Welat her çiqas wek waneyeke arezûyê ya evîna mêran hatibe teswîrkirin jî ne bêziman û tebitî ye; gotina wê jî heye. Bêyî ku li benda xwedîderketina mêran bimîne ew bi xwe daxwaz dike an dike hawar, lê taqeta wê tuneye ew bikare xwe xilas bike, pêdiviya wê bi hêza xortan heye. Xwe dike waneya arezûyê bo evîna mêran û xîtabî hestên wan ên erotîk dike; reqabetê dike navbera wan. “Xewna Rastîyê”[16] ku bi şêwaza xewnê, ji aliyê Ş. Hesen hatiye nivîsandin bi vî rengî ye. Lehengê wê keçeke kurd e û gazî xortê kurd dike da ku wê ji destên neyaran xelas bike. Heta dawiyê jî qet peyva welat an peyveke ku wê bîne bîra mirov derbas nabe. Tenê şiklê jinekê tê ber çavê mirov. Welat bi xwe di wê de tecelî kiriye, bi dengekî bilind dike hawar:

Ey xortê kurd! Êdî bes e, ji xew rabe, mêze ke hemû heval û hogirên we bi mirazê xwe şa bûne. Hûn tenê li şûna waran mane. Çavên xwe veke, qenc guhdariya min bike. Ez ê ji te re çend gotinên kurdewarî bibêjim. Lê bi vî şertî ko tu van gotinan ji hemî kurdan re bidî zanîn. Ez keçeke kurd, nûgihîştî, çardeh salî me. Keziyên min sor, çavên min belek, bejna min zirav e, li biskên min avên gul, nêrgiz, yasemîn, rihanan reşandine… Ez keçeke welê me ko çiqas xortên dinê hene hemî qesda min dikin…va ye ez ketime destê neyaran… Min ji bo felata xwe, bi hezaran xort, sergerdiyên kurdan di nav sîng û berên xwe da xwedî kirin… Min ji wan hêviyeke mezin dikir, min di dilê xwe de digot: wê rojek bê, ev xortên hêja, hunermend dirêjî neyaran bikin, kezî û guliyên min ji destê neyaran dê biderxînin. Hawar! Beriya çend salan, rojekê min bejna xwe girêda çavên xwe kildan, biskên xwe hine kir, çavnihêriya xortên kurdan kir… Birekê ji kurdan dirêjî neyaran kirin, bi hezaran kuştin… Lê hinek ji kurdan bêbext derketin, nehiştin bi mirazê xwe şa bibin…

Kurdistana di nav kirasê keça kurd de bi gazî û hawarê jî nayê ser, hêrs dibe, şîretan li xortan dike, wan bi xortên din re miqayese dike ku şiyar bibin, hay ji xwe hebin. Ev ne bes be bi bibîrxistina xortên dinyê ku daxwaza wê dikin, hewl dide bi riya sêgoşeya evînê wan rake ser piyan. Ji wan hewildanên wê, qîr û hawara wê tê famkirin ku ew gelekî li benda wan maye; hatina wan a demekê jî têk çûye; ev dikare dubare bike. Ev çîroka ku di sala 1933an de hatiye nivîsandin ji aktuelbûna xwe zêde tiştek winda nekiriye.

teswîra welêt wek dayikê

Sembolek ku helbestvanan ji bo hişmendiya welatparêzî û hewldanên ji bo vê xurt bikin serî lê daye metafora dayikê ye. Gelek caran welat bi awayê dayikê hatiye texeyulkirin û wek dayikekê geh şîretan li kurê xwe dike, geh gazî wan dike ku wê ji destê neyaran xelas bikin. Xortên kurdan wek evîndarekî dilsoz û kurekî bixêr û çalak xwedî li namûsa dayik/welat derkeve û di rêya wan de xwe fida bikin. Li gor Najmabadi[17] em di vê de jî şopên wêjeya tesewufê dibînin. Di çanda alema îslamî û bêtir di tesewifê de welat peyvek alegorîk e ku alema ji dinyewî ya maddî wêdetir, ya manewî temsîl dike. Carinan ev wek axretê tê şîrovekirin, carinan ji ber şûndevegera mirov a ber bi axê ve, wek gorê tê temsîlkirin. Bi vê wateya xwe welat ber bi dayikê ve diçe. Şûndevegera axê tê wateya vegera bo malzaroka dayikê ya ku ji qirêjîya dinyê dûr e jî. Ew hedîsa ku Hz. Mihemmed ji bo hezkirina welêt gotiye, wek hewldanên ji bo nêzîkbûn û çûna ber bi xwedê ve an axê ve, ne di wateyek welatê li vê dinyê tê şîrovekirin. Helbestvanê Faris Şêx Bahaeddîn el-Alimî (1547-1621) gotiye:

Hezkirina welat ji îmanê ye, gotiye Hz. Muhammed. Ev welat ne Misr e ne Iraq e ne jî Surî ye
Ev welat axeke bênav e
Hemû wan welatan aîdî vê dinyê ne

Ma mirovekî kamil pesnê vê dinyê dide?

……………………………………… Welatê xwe yî esil ji bîr neke.

Di serdema modern de naveroka hedîsê wate guhertiye. Jixwe di lîteratura siyasî ya sedsala 19mîn de her diçe peyva ‘welat’ ji wateya xwe ya di wêjeya klasîk de cuda dibe, bi wateyeke nû tê tijîkirin. Êdî welat ku beriya serdema modern wek cî û war bi wateya xwe ya besît bajarê jidayîkbûnê an axret temsîl dikir, vêga axeke sînorkirî ye û li ser rûyê vê dinyê ye; miletek xwe bi wê terîf dike, wateyek wê ya civakî, siyasî heye, wek “Xakî Cizîr û Botan, ye’nî wulatî kurdan”.[18] Dîsa jî hedîsa li jor, ji bo aşînakirina hestên welatparêzîyê û bi ser de welat bi dayikê jî hatibe temsîlkirin, peyveke pir xurt e. Dîsa Najmabadi destnîşan dike ku di rabêja neteweperweriyê ya li Îranê ‘welat’ê hedîsa Hz. Mihemed wek ku di wateya axeke li ser rûyê vê dinyê be û aidî qebîleya wî be, Pêxember bi xwe jî wek welatparêzekî modern hatiye nîşandan da ku welatparêziyê bi hêsanî bidin aşînakirin.[19]

Ger netewe, cimaet an malbatake mezin be, endamên vê malbatê jî lazim e bi rêya hin sembolan hevdu nas bikin an haya wan ji hevdu hebin. Çi ne ev? Nexşe, al, sirûd, rêwresmên neteweyî, ziman, dîrok û çandeke hevpar hwd. Lê ya herî girîng axeke ku sînorên wê diyar e. Dema welat, axa sînorkirî, wek dayikê tê texeyulkirin, endamên wê jî wek (xweh û) birayên hevdu dikare bên texeyulkirin û peywirên li hemberî dayikê jî bi xwe re tîne, lewma xizmeta piştevaniya endaman xurt dike (an wisa tê hêvîkirin). Seyda Cegerxwîn bi vê hêviyê di “Gotina Welat”[20] de bi dengê dayikeke pîr wisa gazî xortan dike û şîretan dike:

Welatê min digotî min: Birazî
Li nezmê guh bidêre ger dixwazî ……………………………… Bibêje ez keçik bûm ta ko bûm pîr Nedî min xwe wekî vê salê esîr ………………………………… Nekarî bête nik min merdê rêwî Heçî nik min hemî zarok û sêwî ………………………………… Ricakar im ji te ey lawê kurdî
Tu xwuşkê xwe nexî ber êş û derdî ……………………………….

Metafora dayikê a bo welêt kiriye ku jin jî di nav “romansa malbatî”[21] de cî bigirin. Hezkirina bo dayikê ciyek ji bo keçên welêt jî vekiriye. Wek di risteya dawîn de, dayik ji bo xwe nebe jî ji bo keçên xwe ji birayên wan alîkarî dixwest. Ji bilî dayik û hezkiriyê wek xweh û bira jî têkiliyên navbera endamên neteweyê zexmtir dikir. Berpirsiyariya mêran a bo welêt bi peywirên li hember dê û bavan dihate îzehkirin an aşînakirin. Xortekî xwedî heysiyet elbet wê debar nekira li hember destavêtina bo dayik û xwehên xwe. Ji aliyekî ve, dayikbûna welêt û daxwazên wê yên ji kurên xwe wek îfadeya civata birayên welatparêz bû. Mêr ji dêvla ku wek şexs li dû evîndara xwe biçin, dihate hêvîkirin ku wek civata birayan bi hev re li welêt xwedî derkevin.

Digel ku di nav malbatê de bav jî bi qasî dê hurmet û hezkirinê heq dike, bav cî nagire di helbestên welatparêziyê de. Temsiliyeta welêt a bi dayikê an jinan, di teamula giştî de dibe ku car bi car wek berzkirina jinan hatibe/tê famkirin. Lê em bala xwe bidinê di vê temsîlkirinê de lawazbûna jinê, bêîradebûna jinê, pêdiviya wê ya bo mêran her car hatiye dupatkirin. Xwedîtiya mêran a li ser welêt jî jinan jî binxêz kiriye. Newekheviya di navbera jin û mêran de ji nû ve hatiye hilberandin. Dema mirov li van helbest û nivîsên di kovara Hawarê de derketine dinere, ku bi meylên serdema xwe re li hev in, di ew resmê civakî de jin wê her dem di rolên talî de xuya bikin. Di avakirina civaka nû de, di dabeşkirina maf û berpirsiyariyan de zehmet e wekheviyekê bi xwe re bîne.

Najmabadi[22] di gotara xwe ya li ser Îranê de ku bi gelek mînakan xemilandiye, digihêje wê encamê ku ev rabêja neteweperwer a zayendperest e ku welat çiqas ketiyê dilqê jinê, dewleta Îranê jî ewqas bûye xwedî karatereke mêrê parêzvan. Hêza afirîner bûye para mêran, jin jî ketiye bin baskê mêrê leşker, xilasker. Balkêş e ku di nav mînakên Najmabadi de yekî ku li derveyî teamula giştî ku carekê jinan jî wek aktor, xwedî îrade û gotin teswîr bike tuneye. Lê di vî warî de mînakên me yên ji Hawarê, çîroka C. A. Bedirxan “Hevind” û helbesta jêr a Cegerxwîn dike ku rabêja kurdan bi temamî ne yekreng be ku mirov dikare wan di nav rewşenbîriya kurdan de wek pêşengên wekheviya zayendî destnîşan bike.

Keça Kurd[23]
Ey keçê rabe bixwîne da serbest her bijî,
Zû ji xew tû ser hilîne bes bimîne bê mejî. Rencbera hundit ti wî tim rind û jîr û zane be, Bo te bêtir her divêtin xwendexwarî, paqijî ……

Rabe serxwe ey keça kurd serbilind bimre tu jî

Di rabêja siyaseta kurdan de muxetab her tim ne mêrê xwedî hêz e an jin her tim ne waneya arezûyê ye. Yek ji delîlên vê banga jor a Cegerxwîn e ku êdî keç an jin bi xwe muxetabên helbestvan in. Ev di rabêja neteweperweriya kurd de guherîneke girîng e ku wan wek tak dibîne û vê tenê di peywenda şerê azadiyê de nake; gaziya wî bo jiyaneke her dem serbixwe ye. Ji bo dema xwe banga bo xwendin û jiyaneke serbest nîşaneyeke xurt a modernîzebûna civakî ye ku xuya ye pêşketina civakî bi awayekî giştî tê nirxandin, tevî aktorên wê yên jin û mêr. Ligel vê, perwerde ku wek merhaleyeke elzem e bo sosyalîzasyon, kirdebûn û azadiya şexsî, pêşmercê demokrasi û azadiya civakî ye jî. Cegerxwîn di sala 1943yan de bi me dide xuyakirin ku dahatûya jinan wê ne ewqas tarî be û demokrasî an wekheviya zayendî ne ew mesele ne ku piştî dewletbûyînê bên çareserkirin. Xîtaba “Keça Kurd” dike ku jinan û azadiya wan di nav peywenda neteweyekê de bi cî dike; rabêja neteweperweriyê û rabêja femînîst bi hev re nakevin pêşbaziyê.

[1] Bedirxan, Rewşen, “Kebanî û Mamoste”, Hawar, hej. 27, amad. Firat Cewerî, Stokholm: Weşanên Nûdemê, r. 691.

[2] Di dema Hawarê de di kurdî de peyva “netewe” tunebû, lewma Rewşen Bedirxan peyva “milet” bi kar aniye, min ev neguherand.

[3] Bedirxan, R., “Jin û Bextiyariya Malê”, Hawar, hej. 28, r. 716.

[4] Afsaneh, Najmabadi, “Sevgili ve Ana Olarak Erotik Vatan: Sevmek, Sahiplenmek, Korumak”, wer. Tansel Güney, Elçîn Gen, di nav Vatan, Millet, Kadınlar de, amad. Ayşegül Altınay, weş. İletişim, Stenbol: 2004, r. 160.

[5] Bedirxan, Celadet A., “Xwe Binas…”, Hawar, hej. 18, r. 551-555.

[6] N.n.b., “Ber Tevna Mehfûrê”, Hawar, hej. 4, r. 83-85.

[7] Bedirxan, C. A. Hawar, hej. 20. r. 567-580

[8] Yalçın-Heckman, Lale û P. van Gelder, “ ’90’larda Türkiye’de Siyasal Söylemin Dönüşümü Çerçevesinde Kürt Kadınlarının İmajı: Bazı Eleştirel Değerlendirmeler”, wer. Tanıl Bora, di nav Vatan, Kadın, Millet de, r. 325-357; Yuval-Davis, N., Cinsiyet ve Millet, wer. Ayşin Bektaş, weş. İletişim, Stenbol: 2007; Altınay, A., “Milliyetçilik, Toplumsal Cinsiyet ve Feminizm”, di nav Vatan, Millet, Kadınlar de, r. 15-33; Mojab, S., “Devletsiz Olanın Yalnızlığı: Feminist Bilginin Sınırında Kürt Kadınları” di nav Devletsiz Ulusun Kadınları de, amad. S. Mojab, wer. F. Adsay, S. Kılıç, E. Uşaklı. weş. Avesta, Stenbol: 2005. r. 13.37.

[9] Başûrê Kurdistanê dikare wek nîv-îstisnayekê bê qebûlkirin, ji bo tecrûbeyên başûr bnr. Nadhe al-Ali, N. Pratt, “Di Navbera Neteweperwerî û Mafên Jinan de: Tevgera Jinên Kurd li Iraqê”, Zarema, hej. 4, sal. 2015. r. 82-98

[10] Najmabadi, b.n.b.

[11] Şahîn, B., “Hawar e”, Hawar, hej. 6., sal. 1932, r. 125.

[12] Fewzî, E., “Delala Çavreş”, Hawar, hej. 15., sal. 1933, r. 537-538.

[13] Saigol, Rubina, “Militarizasyon, Ulus ve Toplumsal Cinsiyet: Şiddetli Çatışma Alanları Olarak Kadın Bedenleri” wer. Tansel Güney, di nav Vatan, Millet, Kadın de.

[14] Najmabadi, r. 142.

[15] Agir û Pirûsk. Cara yekem di 1945’de li Şamê ji weşanên Hawarê derketîye. Ya li vê derê hatiye emilandin; Stenbol: Avesta, 2008. r.16-17.

[16] Hesen, Ş., “Xewna Rastiyê”, Hawar, hej. 19., sal. 1933, r. 563-564.

[17] Najmabadi, r. 136-137.

[18] Di sedsala 19mîn de helbesta kurdî de bo veguherîna peyva ‘welat’ bnr. Farangis Ghaderi, “Hacî Qadirê Koyî û Hilatina Neteweperweriya Kurdî”, wer. F. Adsay, Zarema, hej. 2, sal. 2014. r. 43-50. Ev riste ji helbesta Koyî “Ey Kurdine Wuşyar Bibin” ye ku di hej. 4mîn a Hawarê de weşiyaye.

[19] Najmabadi, r. 136.

[20] Cegerxwîn, “Gotina Welat”, Hawar, hej. 4., sal. 1932, r. 491.

[21] Najmabadi, r. 159.

[22] b.n.b, 165.

[23] Cegerxwîn, “Keça Kurd”, Ronahî, hej. 15., sal. 1943, r. 19. Agir û Prûsk, weş. Avesta, Stenbol: 2002. r. 136. Wek dîwan çapa yekem: 1945, Şam, Hawar.

Share.

Leave A Reply