HEGEMONYAYA BAVKANÎ JÎ DIŞIKÊ: Mîkro-Têkoşîn û Mîkro-Şoreşa dengbêja Jin

HÊJA

Puxte: Di afirandin û îcrakirina kilamên dengbêjiyê de, cihê jinan tê romantîzekirin û hebûna kilamên bi devê jinan hatiye nivîsandin bêyî analîzek an lêkolîneke wekî ku ji aliyê jinan hatibe afirandin tê nirxandin. Ev angaşt ji aliyê vê nivîsê ve tê redkirin. Ji dêvla vê, ev nivîs metodolojiyekê pêşniyaz dike ji bo diyarkirina kilamên jinan. Bikaranîna zimên ya li gor cinsiyetê dikare alîkariyê bike dema kesek li kilamên jinan digere. Loma, îhtimala hebûna zimanê jinan bi kurtasî tê gotûbêjkirin. Dê du kilam bi vê metodolojiyê bên analîzkirin. Sansura li ser kilamên jinan, romantîzasyona di ser dengbêjiyê re tê meşandin hildiweşîne. Dengbêjî jî wek gelek formên din li ser kokên bavkanî bisazî bûye, loma deriyê wê heta ser piştê ji jinan re ne vekirî ye. Dengbêjiya jinan bi patronaja mîran nehatiye palpiştkirin. Loma ew tenê di warê dengbêjiyeke amator de mane. Hebûna (ku hebe) kilamên jinan ya di vê çandê de encama mîkro-têkoşîna dengbêjên jin e.

Peyvên sereke: Femînîzîm, zayenda civakî, dîroka devkî, dengbêja jin, zimanê jinan.

Destpêk

Li gelek cihan, wêjeya devkî bi pêşketina modernîzmê ji holê rabûye an jî pir kêm bûye, lê wêjeya devkî di nav kurdan de hê jî tê îcrakirin. Çavdêriya ku em li ser pratîk û formên wê yên îroyîn dikin, dihêle em texmînan li ser pratîk û formên wê yên berê jî bikin. Îro em dibînin gelek dengbêjên jin jî hene. Gelo berê dengbêjên jin di vê tradîsyonê de çawa cih digirtin? Wan çawa kilamên xwe diafirandin û îcra dikirin? Sînorên ku lê diqelibîn çi bûn, di vê çanda bavkanî (mîrkanî-dîrokkanî-dengkanî-zimakanî) de. Gelo mimkun e, mirov kilamên jinan diyar bike? Kîjan kilam kilamên jinan, kîjan kilam kilamên mêran in? Helbet bersiva van pirsan bi xebateke ev qas kin nayê dayîn. Ev gotar ji bersivekê zêdetir pirsek e. Û herwiha, pêşniyaza metodolojiyekê jî di hundirê xwe de dihewîne ji bo kesên ku dixwazin têkevin şopa kilamên jinan. Ez ê bi analîzkirina hin kilamên ji devê jinan hatiye gotin, li dengê jinê bigerim. Û ez ê di nav modên afirîneriyê de li afirînerên jin bigerim. Naverok, bikaranîna zimên, bandora îcrakar ya li ser peyvê, û têkiliya çand û zimên dê bê nîqaşkirin berî ez bigihêjim angaştekê. Bala vê nivîsarê dê li ser kilama “De Miho” ya ji devê Fatma Îsa, kilama “Lawikê Metînî” ya ji devê Qarapetê Xaço û “Baran Barî” ya di albûma Dengê Jinên Botan de ji aliyê jinekê tê îcrakirin be.

Bavkanî-dengkanî-bêjkanî

Gelek formên birêvebirina rastiyê hene, lê Dîrok (bi D’ya mezin) ji van forman bi tenê yekê bi kar tîne. Rastiyên ku nikarin xwe di “Dîrokê” de bisitirînin, xwe di şiklê çîrok, kilam, epîk û derewan de diparêzin (Günay, 130). Loma dengbêjî ji aliyê kurdan ve gelek caran tê romantîzekirin û ew wek kaniya dîroka kurdan tê nirxandin. Bêguman, ev mîsyona dengbêjiyê heta radeyekê rast e. Lê divê neyê jibîrkirin ku dengbêjî jî têra xwe di nav têkiliyên civakî yên ku li ser serdestî û bindestiyê ava dibin de ye. Loma divê di serê vê nivîsarê de bê diyarkirin: du cure dengbêjî hene. Dengbêjiya di bin patronajê de û dengbêjiya serbixwe. Ango ev her du cure dikarin wek dengbêjiya profesyonel û dengbêjiya amator jî bên nirxandin (Karê amator ne karekî ji karê profesyonel kêmtir an qelstir e, lê karê li derveyî têkiliyên aborî ye). Zekî Gürür di teza xwe ya lîsansa bilind de bi hûrgilî pêşkêş dike, têkiliyeke kûr di navbera dengbêjiyê û patronajê de heye (42-48). Piraniya mîran ji xwe re dengbêjek digirt û wî dengbêjî navek ji wî mîrî re çê dikir. Ango kurdên bêdewlet û bê weqanivîs, rola dewletê didan mîran û rola weqanivîs jî didan dengbêjan. Çawa dîroka dewletan ne bêteref be, dîroka dengbêjan jî ne bêteref e. Di konteksta vê nivîsarê de em dikarin bibêjin terefê dengbêjiyê terefê mêran e, û dengbêjiyê, bi taybetî jî dengbêjiya profesyonel deriyê xwe ji jinan re girtiye. Nehatiye dîtin ku mîrekî dengbêjeke jin ji xwe re girtibe ji bo pesnê wî bê vedan. Loma dengbêjên jin tu car debara xwe bi dengbêjiyê nekirine. Ji ber ku dengbêjên jin yên ne xwedî “pere û odeyek ji bo xwe” (Woolf, 6), ango patronajê bûn, dengbêjiya profesyonel bi gelemperî ji aliyê mêran hatiye îcrakirin û dengbêjiya amator jî ji bo parvekirina jinan û mêran maye.

Dengbêjên jin

Peyva “Dengbêjên Jin” bi xwe pirsgirêkek e. Rûken Alp di teza xwe ya doktorayê de peyvên “Nivîskara Jin” û “Helbestkara Jin” wek pirsgirêkekê li ber xwe datîne. Dibêje ev peyv ji pêş ve qebûl dike ku wêje warê mêran e, û jin divê ji bo nivîsandinê bên teşwîqkirin lê di esasê xwe de ew bi qasî mêran ne sofîstîke ne û kes nikare hêvî bike ku bigihêjin wê merheleya ku mêr tê de ne jî. Alp vê nêrînê rexne dike, ji ber ku ev nêrîn vebêja bavkanî ya li dij karê jinê yê entellektuel ji nû ve ava dike. Ev vebêj nivîskariya jinê di çarçoveya zayendê de dinirxîne, û jinê di sînorên cinsiyeta wê de asê dike. Dilê Alp tuneye ku têgeha “Helbestkara Jin” bi kar bîne ji ber ku ev têgeh mekanîzmaya ku jinê ji pozîsyona wê ya kirdebûnê dûr dixe, ji nû ve ava dike (19-24). Lê belê, tevî ku dilê wê tuneye jî, Alp mecbûr dimîne peyva “Helbestkara Jin” bikar bîne. Di vê mijarê de, ez jî wek Alp neçar im ku têgeha “Dengbêja Jin” bi kar bînim ji ber ku ev qad ji aliyê mêran ve hatiye dagirkirin, û jinên li vê qadê afirînerî û icrakarî kirine nayên dîtin û wek tunebin tên qebûlkirin.

Kilama kê?

Kilamên ji devê jinan hatine gotin cihekî mezin digirin di tradisyona dengbêjiyê de. Lê ev kilamên ji devê jinan hatine gotin, kilama kê dibêjin. Ji ber ku piraniya kilaman gelêrî ne, em nizanin ew cara pêşin ji aliyê kê hatine afirandin. Lê dema gotinên kilaman ji nêz ve tên analîzkirin, meriv dibîne hin cudatî hene di modên afirandinê de.

Piştî Milman Parry di teza xwe ya doktorayê de şoreşek çêkir û teoriya wêjeya devkî avêt ortê, êdî tê zanîn ku, dawiya afirandina kilamekê tuneye. Ango kilamek her cara ku tê gotin ji nû ve tê afirandin. Ev tê wê wateyê ku, di vê afirandina bêdawî de jin û mêr bi qasî hev cih girtine. Herwiha mimkun e ku, hin kilam ji aliyê jinan hatibin afirandin, û ji aliyê mêran hatibin belavkirin. Wek kilamên “Lawkê Metînî”,

“Cembeliyê Mîrê Hekarî (lorî)” û Dewrêşê Evdî” hin kilamên ku em tê de rastî axaftina karaktera/kesa jin tên hene. Di çîrokê de evîna jinê ji devê jinê tê gotin. Lê ev kilam ji aliyê dengbêjên mêr hatine qeydkirin û wisa gihaştine roja me. Qerapetê Xaço, Mehmûd Qizil, Delîl Dîlanar û Fadil Cizîrî hin ji dengbêjên mêr in ku, ev kilamên bi devê jinan diaxivin meşhûr kirine. Helbet, em nikarin bibêjin jinekê ev kilamên hanê afirandine, tenê ji ber ku di wan de karaktereke/keseke jin dipeyive û kilam wekî ku perspektîva jinan pêşniyaz dike xuya dike, em dikarin bi hêviya dîtina modên afirîneriya jinan nêzî tekstên van kilaman bibin. Ev axaftin, wek metodolojiyekê meriv teşwîq dike. Ji bo meriv li ser kilamekê hûr bibe, û di kilamê de li şopa dengê jinan bigere kilamên wisa îdeal in. Ev jina ku di kilamê de dipeyive bi rastî jî jin e an fanteziya mêrekî ye? An çi qasî wê rast e, çi qasî wê fantezî ye? Ziman bixwe, û perspektîva kesê di kilamê de diaxive alîkariyê dikin ji bo em texmînan li ser cinsiyeta afirîner bikin. Wekî Christine Allison jî diyar dike hin formên folklorê tenê ji aliyê jinan tên afirandin. Di wêjeya devkî ya kurdî de jî lorî û zêmar tenê ji aliyê jinan ve tên afirandin. Divê bê diyarkirin ku, dema lorî û zêmar ji aliyê mêran tên gotin, gelek caran tên guhertin jî. Mînak loriyek ji bo zarokeke keçik hatiye çêkirin, dikare bibe loriyek ji bo kurikekî dema ji aliyê dengbêjê mêr ve tê gotin. Ne ku ez dibêjim dengbêjên jin loriyan ji bo kurikan naafirînin. (Jixwe ez heta niha li loriyek ji bo keçekê hatiye nivîsîn rast nehatime. Ên ku min bihîstine, an ji bo zarokek kurik, an jî ji bo zarokekî bêcinsiyet in). Divê bê kirpandin ku, ji xeynî analîza kilaman û deklarasyonên dengbêjên îro, rola jinan ya di tradîsyona devkî de nikare bê şopandin.

Dema em li kilamên ji aliyê jinan ve tên îcrakirin dinerin, em dibînin ku ew riyeke xwe îfadekirinê, belkî jî tek riya xwe îfadekirinê ye. Meriv him evîna wê, tirsa wê, nefreta wê, kêfxweşiyên wê, hesûdiyên wê, serhildanên wê, arezûyên wê, û him jî hizirîna wê ya li ser polên ekonomîk û civakî, bandora ku statuya civakî li ser jiyana wê û evîna wê dike, dibîne. Etnîsîte, ol, cinsiyet, polên civakî û dîrok dikare bi hêsanî bê problematîzekirin di roniya van kilaman de. Ji ber ku jinekê nedikarî dengbêjiya profesyonel bike, em di kilamên wan de li pesinvedana mîran rast nayên. Loma, kilamên ji aliyê jinan ve hatine afirandin, li gor kilamên din, dûrî mekanîzmayên îqtidarê ne.

Fatma Îsa

Fatma Îsa di sala 1934an de li gundekî Azerbaycanê, Erezeginê, hatiye dinyayê. Malbata wê piştî komkujiya Dêrsimê sirgûnî Azerbaycanê bûye. Dûre çûne Ermenistanê, jiyana xwe li gundekî bi navê Hamzliyê domandine. Nehiştine Fatma here dibistanê, jixwe, wexta bûye çardeh salî ew bi zorê zewicandine. “Zarokên wê çênebûne, loma, çend sal şûnde mêrê wê hewî aniye ser wê” (Begik). Balkêş e ku, di kilama “Dîna Min” de Fatma Îsa dibêje: “Erê sebrê xwezila min zar, zimanê te bixwenda. Herê dînê, tê jina mêrê çê bî, ketî ber mêrê kotî, pintî. Kotîkê mêra, ne tu kuştî ne te berda.” Ev “tesaduf ” û teoriya Milman Parry ya ku dibêje her îcrakarek di heman demê de afirînerek e, li hev dikin. Di vî warî de Îsa dişibe “stranbêja çîrokan” (the singer of the tales) ya Albert Lord, Fatma Îsa jî weke stranbêjên Lord behsa wan dike, him îcrakar û him jî afirîner e (13). Ev rêzik dibe ku “ji serpêhatiyên xwe avakirina kilamê” be (101). Mêrê wê, wê bernade, ji dêvla wê, ji ber ku zarokên Fatma çênabin, mêrê wê bi jineke din re dizewice. Ev tê wê wateyê ku weke “îcrakar û afirînerê kilaman” (13) serpêhatiyên Îsa ji yên jinên civaka wê, ne cuda bûn. Tiştê balkêş ew e ku, wê karî qulekê di dorpêçkirina bavkanî de veke û dengê xwe bide bihîstin. Wê tecrîta civakî ya li ser dengê jinan binpê kiriye û xwe gihandiye qada giştî. Dengê xwe di dîrokê de neqişandiye. Helbet ji zaroktî diyar bûbû ku Fatma xwedî qabiliyeteke mezin e. Lê dengê jinê li derveyî qada taybet li gor misilmantiya feodal guneh, û li gor erf û adetan jî eyb bû. Loma wê jî bi salan di qada taybet de, tenê ji bo jinan kilam gotine. Di sala 1964an de roja ku Îsa di Radyoya Rewanê de got ev tecrît hate şikênandin. Di wê salê de, civaka ku zayendê wek amûra îqtidarê bi kar tîne ji bo carekê sansur ji ser Fatma Îsa rakir. Li ser vê mijarê Fatma Îsa dibêje:

Hin jinên kurd wek Susika Simo, Zadina Şakir, û yên din li radyoya Rewanê digotin lê ew hemû jinên êzîdî bûn. Û radyoya Rewanê ji bo ku dengên jinên kurd ên misilman bê nasîn dest bi xebatan kir. Destûrmendê Rewanê hatin herêma me jî. Emrê min jî çûbû. Tiyê min ji karkerên radyoyê re gotibû bila min jî guhdarî bikin. Min jî çend klasîkên kurdan gotin. Min guhdarî kirin û zaf ecibandin. Derhal min birin redaksiyona radyoyê. (Veg. Yağmur)

Wek Fatma Îsa jî dibêje êdî temenê wê çûbû. Êdî civakê ew bêcinsiyet qebûl dikir. Wekî ku seksuelîteya wê nemabe dihate nirxandin, û sansura li ser dengê wê hatibû rakirin, êdî kesên wê dibînin û dengê wê dibihîzin dê dilê xwe nebijanda wê. Hingê hiştibûn dengê wê di qada giştî de olan bide. Îsa li Rewanê deng da kilamên wek “De Miho,” “Dîna min,” “Li Ser Riya Bajêr,” “Gede Mîrzo,” “Derwêşê Evdî,” “Her Dem e Dem e.” Lê mixabin ev car, him cara yekem him jî cara dawîn e ku dengê Îsa hatiye qeydkirin. Tevî ku “emrê wê çûbû” û ji bo carekê sansur ji ser wê rabûbû jî, piştî wê demê dengê wê nema tê bihîstin. Heta roja ku Roj Tvyê roportaj pê re kir bêdengiya wê berdewam kir. Di wê hevpeyivîne de Îsa dibêje:

Ez carekê çûm û min di radyoyê de van kilaman gotin. Dûre, Xelil Muratof, Heciyê Cindî, Mehemedê Silo (Babayev) dîsa hatin rica kirin ji bo ez dîsa bibêjim. Wekî din, dengbêjên Rewanê yên kal hatin israrkirin ji bo ez bi wan re bibêjim. Lê ji ber dijwariyên di jiyana me de min nexwest ku ez biçim. Xêncî vê, ji bo min tişta girîng, gotin bû.

Hema min bigota bes bû. Min di nav komek jin de an jî li ser serê bûkek di nav zozanan de bigota jî wê kêfa min bihata. Lê min fedî dikir ez di redaksiyonê de bibêjîm. Ez tê de aciz dibûm.

Di dawiya hevpeyivînê de ragihîner ji Fatma Îsa dipirse bê tu poşmaniyên wê hene an na. Dibêje, “Ez pir poşman bûme ku min pirtir kilam negotine û min dengê xwe qeyd nekiriye.” Dema ev hevpeyvîn hate çêkirin, êdî tu kilam nedihatin bîra wê, Tenê “De Miho” di bîra wê de bû. Ji ber ku wê bi hêsanî nedikarî xwe bigihîne amûrên qeyd girtinê tenê qeyda pênc kilamên ji dengê wê heye di destê me de. Çavkaniya kilamên Fatma Îsa gotine, tenê Radyoya Rewanê ya li Ermenîstanê ye. Fatma Îsa di sala 2009an de li Moskovayê rehmet kir. (Yağmur)

Fatma Îsa û “De Miho’’

Fatma Îsa dengbêjeke jin e, “De Miho” jî kilameke jinan e. Ev sedsal derbas bûye ji ser qeyda “De Miho” hîn jî ev kilam bi navê Fatma Îsa tê nasîn û bi dengê wê tê guhdarkirin. Tevî ku em dizanin wê kilama “De Miho” neafirandiye jî, ev kilam bi navê wê tê nasîn, çîroka kilamê jî wek jiyana Îsa balkêş e:

Têlî keça Mîrekî ye û dilê wê dikeve Miho. Mîr her dem dengbêjan li konê xwe dicivîne û dîwana dengbêjan datîne. Têlî jî beşdarî van civatan dibe û di bin çavdêriya bavê xwe de kilamên xwe dibêje. Têlî di van civatan de Miho dibîne û dilê wê dikeve wî. Tevî ku Miho jî ji wê hez dike, an ji ber ku neyarî di navbera mala Miho û Têlî de heye an jî ji ber ku Miho kesekî hejar e, nikarin bizewicin. Miho bi jineke din re dizewice lê Têlî dev ji hezkirina wî bernade. (Begik)

Di kilama xwe de Têlî, bi wêrekî pesnê hezkiriyê xwe dide. Naveroka kilama Fatma Îsa hilbijartiye, bixwe dikare bibe sedema sansurê. Tevî ku “emrê wê çûbû” jî, piştî vê kilamê wê xwe ji qada giştî vekişandiye. Helbet xwe ji qeydên studyoyê vekişandin, dikare biryara wê bixwe be jî, lê ez bi hêz pêşniyaz dikim îhtimalên din jî di bîra xwe de bihêlin. Wek mînak, dema min li ser kilamên jinan lêkolîn dikirin, ez çûm Mala Dengbêjan ya li Amedê. Min ji rêvebirê Malê re got “ez li kilamên bi devê jinan hatine nivîsîn digerim.” Rêvebir got, “ew çi ye?” Ji bo ez jê re rave bikim min kilama “Lawikê Metînî” mînak da. Hêrs bû, got “ew kilam ne kilameke baş e!” Dema min ecêbmayî li wechê wî dinêrî got, “di wê kilamê de jin dibêje were min bixwaze, were min birevîne û bi vî awayî xwe biçûk dixe, û jinên me yên muqeddes nebaş nîşan dide.” Kesên li dora wî (hemî mêr) ew pejirandin. Ev bîranîn nîşan dide ku di kilaman de dengê jinan hin kesan aciz dike. “Wekî ji Zanîngeha Selahaddînê Dr. Şukuriya dibêje, ji ber vê aciziyê, dengbêjên jin û kilamên wan li derveyî arşîvan hatine hiştin” (Allison, 251).

“De Miho”

Were miho, stêrkê li me daye Stêrka Xûlê. Were Miho, şewqê daye guhêra Şêx Resûlê, Şewqê daye guhêra şêx resûlê. Hê Miho, were heftê xûnê mala bavê min e, li ser mala bavê te ne. Hê kuro gede were ramîsanekê mi kerem ke pê şa me, mi qebûl e wî wî wî… Were Miho, vê bilûrê gume gume Mihemedo, vê bilûrê gume gume ber simbêla Mihokê min e zer e ser dilive. Yê her kê hunê Mihokê min nas dike wê nas bike, hûn nas nakin gustîla destê Mihokê min e al yêşim e, Miho wî wî wî wî… Hê Miho dilê min sêleka bi hesînî zeng e zeng e ar di binî, dilê min sêleka bi hesînî zeng e zeng e ar di binî. Hê de binêr dasekê dabû destê şîvhespa hespê Mihokê xwe re gihê jê diçinî. Were kuro gede were hîva sor ez te bibînim wa nemîne tu jî bê jin î hê miho wî wî wî wî wî… Were Miho, wez ê çûme goma jorî goma miyane Mehmedo ez dibirîm (ez li vir im) goma jêrê goma miyan e. Hê Miho morî mirciqê zenda te qetiyane, morî mirciqê zenda (zer) te qetiyane. Hê şevekê ji êvar de ez û îsmetê lê geriyane. Li guhera jor biqetiya mi salixa mi sulixa cihê way Mehmedê mi da salix dane he Miho wî wî wî wî…

Karaktera jin, bi awayekî awarte, ji bo têkiliya cinsî bangî hezkiriyê xwe dike. Gotina “were Miho” her hema tê dubarekirin. Li gundan, evîndar dikarin li goman bicivin, û li wir, dilê wan çi xwest wê bikin. Têlî bi awayekî vekirî dibêje ez li gomê benda te me. Tevî ku neyarî di navbera malbatên wan de heye jî, Têlî amade ye, bi Miho re bireve û bi wî şa bibe.

Christon Allison dibêje di kilamên jinan de jî, bedena jinê wek objeyekê tê nîşandayîn (251). Ji bo hin kilaman ev angaşt rast e. Wek mînak di “Lawikê Metînî” de çavê kilamê ango kameraya kilamê her tim li ser jina gotarbêj e. Heta dema arezûya ji bo seksê tê gotin jî em singa jinikê, guhên wê, qirika wê dibînin. Em dibînin bê jinik çawa xwe ji hevdîtinê re amade dike, çawa serê xwe dişo, çawa porê xwe û eniya xwe çêdike. Ji vî aliyî kilama “Lawikê Metînî” li angaşta Allison dike ji ber ku di vê kilamê de bedena jinê tê teşhîrkirin. Lê gelo ev kilam kilameke ji aliyê jinan hatiye afirandin an mêrekî jinek ava kiriye ku ew jin ji arezûya mêrekî nizane xwe çi bike? Karakterê kilamê ji pasîfbûnê dimire. “Dayê bang ‘Lawikê Metînî’ ke, bila min bixwaze, min nexwaze bavê min ê min bide.” Jin tu carî tev nalive, tu yê bibêjî qey li ser kursiyekê rûniştiye û li benda “Lawikê Metînî” ye, û kes nizane lawik yekî çawa ye. Lê ‘’De Miho’’ ji aliyê din vê angaştê binpê dike. Em tenê Miho dibînin, kincê çawa li xwe kiriye, çawa li bilûrê dixe, çawa gihê diçîne li ber çavê me ye. Em dizanin simbêlê wî zer e. Lê Têlî qet nayê teswîrkirin. Û herwiha, karakterê me ne wek karekterê “Lawikê Metînî” bêçare ye jî. Ne li benda Miho ye, lê bi nava gund ketiye û li wî digere. Û Miho jî xwe ji wê vedişêre. Bi vî awayî yek ji normên zayenda civakî tê hilweşandin. Wekî din, bûyer bi şev pêk tê. Şev ji hêlekê ji bo veşartina tiştên qedexe mecbûriyetek e, ji hêla din jî, şev, bi maneya xwe ya sembolîk, warê jinan e.

Dibêje “stêrkê” li me daye. Tiştê ku tê behskirin ne stêrkek e, lê “stêrkê” ye. Stêrka Xûlê ango Venus li ser wan dibiriqe. Ez dixwazim li ser vê peyvê hûr bibim berî ez bidomînim. Di kurdî de, star bi wateyeke manewî jî tê bikaranîn. Wek mînak “Ya Star” tê maneya “Ya Xwedê.” Ji ber ku “peyva Star bi îhtimaleke mezin ji nave xwedabanûya semitîk Astarteyê tê, bi navekî din ji xwedabanûya bereketê Îştarê tê” (Klein, 1505), ev tiştekî girîng e ku, kilam bi nave Stêrka Xûlê ango sembola Îştar dest pê dike. Binavkirina Stêrka Xûlê ya di serê kilamê de, dibe ku xwerûkirina hafizeyeke berî-îslamî be. Piştî binavkirina “Xwedabanûya bereket, seks, û evînê: Îştar” (Hooke, 39), karakterê kilamê ji Miho re dibêje: “Were kuro gede were hîva sor ez te bibînim wa nemîne tu jî bêjin î hê miho.” Çawa Têlî bang hezkiriyê xwe Miho dike, di destana Gilgamesh de, Îştar jî bang Gilgamesh dike û jê re dibêje: “were Gilgamesh, bibe evîndarê min. Tehma laşê xwe bide min. Tu bibî mêrê min, ez jî bibim jina te” (Gardner û Maier, 148).

Hîva sor li ser wan e, ji hêlekê şevê ronî dike ji bo hevdîtinekê, ji hêla din jî hevdîtina wan bi heyvê ve giredayî ye, dibêje “hîva sor ez te bibînim.” Hîv bixwe, bi çavê mîtolojiyê warê mêtiyê ye. Di vê şeva wek rîtuelekê de karaktera jin ya kilamê dikeve şûna nêçirvanekî û li qurbanê xwe digere. Têlî li ber şahidiya Stêrka Xûlê û Hîva Sor pevşabûneke rîtuelwarî dixwaze. Balkêş e ku, di kilama “Lo Lo Gede” de Fatma Îsa lawik bi tirsonekiyê tawanbar dike. Jê re dibêje: “kuro gede were destê xwe bavêje kilîda zer-ser memika.” Piştî ew qas banglêkirin, ji bo lawik qanih bike, jê re dibêje: “kuro gede welleh nêçîrvan tu yî dîsa lo xezal ez im” (Begik). Dibêje “mi salixa, mi sulixa” ango haya min jê heye bê Miho li ku ye. Tevî ku melodiya kilamê xemgîn e jî, karaktera jin, ne bêhêvî ye û ne pasîf e. Dibe ku ev kilam ji bo dîtina Miho hatibe afirandin, ji ber ku dibêje: “Yê her kê hûnê Mihokê min nas dike wê nas bike, hûn nas nakin gustîla destê Mihokê min e al yêşim e” û Miho teswîr dike ji bo kesên wî nas nake. Jinikê biryar daye ku wî bibîne, loma seranserê kilamê peyva “were Miho” tê dubare kirin.

“Baran Barî”

Baran Barî” kilameke evînî ye û ji devê jinan hatiye nivîsîn. Ev kilam li gor “De Miho” zêdetir metaforîk e. “De Miho” ji serhedê ye, loma bi dengekî îsyankar tê gotin, “Baran Barî” jî ji Botanê ye, loma rengekî wê yê aramtir heye, dibêje:

Baran barî lê lê lê lê, way lê erd şil nekir. Ay lê mi go tava vê temîz û vê tebaxê, tev de lê da way lê zuha nekir. Ay lê mi go neqeba meqrû bi îşa da. Bejnek û bala bilind ber derikê mi re bû yadê. Way lê mi nas nekir. Baran barî lê lê lê lê, way lê av ket hevda. Ay lê mi go baran barî lê lê lê lê, way lê av ket hevda. Ay lê mi go serê mi da nema ne aqil û nema sewda. Kurko dîno tu kî ve herî, way lê mi ji bîr neke. Ay lê mi go mi bike gustilkek zêr û zîv, way lê tiliya xwe ke. Heçî derî dîwarê xurbetê. Tu herí lo way lê mi taleb ke. Kurko dîno tu dema biçî, way lê mi bi xwer bibe. Ay lê mi go mi qevdî qevdî giha çinî, ay lê ji hespê te re. Ay lê mi go heçiyê bêje ev çibû lo, way lê bêje mi anî ji kêfka xwe re. Tu mecidî lê lê way lê heya Cudî. Ay lê mi go enteriyê bejinziravo, way lê reş qedîfî. Ay lê mi go xelk û alem dibêje merhiko lo, way lê ez dibêjim ya pê hesidî.

Di vê kilamê de jî modeke afirîneriya jinan heye, ji ber ku di vir de jî wek “De Miho” hezkiriyê mêr tê teswîrkirin, lê derbarê karaktera jin de tu tişt nayê gotin. Em bi çavê wê li bûyerê dinêrin. Behsa bejn û bala wî tê kirin. Em dibînin ku hespa wî heye, û cilên reş î qedîfe li xwe kiriye. Şibandinek di navbera wî û ciyayê Cûdî de heye.

Çîrok bi vegotineke binavgîn tê gotin. Ango, ji ber ku axivêr berî tiştekî bibêje, dibeje “ay lê mi go,” em fêm dikin ku ji jinekê re behsa mêrekî dike lê di dema axaftinê de mêr ne li wir e. Kilam tije metafor e. Baran û tav bi hev re sembola jiyan û bereketê ne. Li vir baran nikare erdê şil bike û tav nikare erdê zuha bike. Pirsgirêkek di herikîna xwezayî de heye. Ji bo êşa xwe bide xuyakirin şaşiya patetîk bi kar tîne û êşa xwe etfî xwezayê dike. Ji bo wê, diviyabû lawik wê nas bikira. Ev tê wê wateyê ku, wan berê hevdu dîtine. Hevnasîna wan û sembolîzma di kilamê de rê li ber şîroveyên têkiliyeke cinsî vedike. Baran (navekî ji bo mêran e jî) bi ser wê de bariyaye, lê têra wê nekiriye ji ber ku erd şil nekiriye. Belkî jî xwe di erda bibereket de terîf dike. Di beşa duyem de, dibêje “baran barî, av ket hevda,” hingê piştî vê dibêje, “serê mi de nema, ne aqil û nema sewda.” Li vê derê, tijebûna hevda, dibe ku wek têdaxistina zayendîtiyê hatibe bikaranîn. Dûre em dibînin ku, divê ev hezkirî, bi rê bikeve. Ew jî dixwaze bibe gustîlek û bi wî re here. Hêviya wê ya zewacê bi xweşikahî hatiye rismandin. Wek diyarî ji bo hespa wî giha daye hev. Kesên dora wê dibêje, ew kesekî wek mara ye, ango nebaş e, lê ew dibêje kesên wisa dibêjin hesûdiyan dikin.

Zimanê jinan?

Di kurdî de hin peyv, yekser ji aliyê jinan ve tên bikaranîn. Tevî ku femînîst li şopa zimanê jinan geriyane jî, zimanekî wisa nehatiye dîtin û herwiha kesî li ser zimanê kurdî xebateke wisa nekiriye. Helbet hebûna peyvên ku tenê jin bi kar tînin ne îspata hebûna zimanê jinan e. Lê dema meriv li modên afirîneriya jinan digere, hebûna peyvên wisa karê meriv rihettir dike. Wek mînak, pepûkê, rebenê, mehtrûmê, wî çend heb ji wan in. Ez ji van re dibêjim peyvên jinan ji ber ku dema ji aliyê mêrekî tên bikaranîn bi guhê axiverên zikmakî ecêb tên. Carekê lawikekî biçûk gotibû “wî li mi rebenê” û kesên li dora wî pê keniyabûn (ez bawer nakim ew lawik dema mezin bibe vê ekspresyonê bi kar bîne). Ji van peyvan “Pepûkê” xwedî çîrokeke foklorîk-mîtolojîk e. Li gor mîta Pepûk, keçikek dora heft salî, birayekî wê tenê heye û diya wan miriye, keçik bi nezanî birê xwe dikuje. Ev cinayet dibe felaketa wê, li ser birê xwe digirî, meytê wî dişo û wî dixe bînê erdê. Ji Xweda re dibêje, “Xwedê min bike çûkek da ku ez karibim heta hetayê ji bo birayê xwe bigirîm.” Dibêjin ji wê rojê pê ve dibe çûk û her hema dibêje:

Pepû Kekû Kam kerd Min kerd Kam kişt Min kişt Kam şut Min şut

Wisan çûka pepûk hatiye afirandin. Loma kengî felaketek bi serê jinekê de were, dibêjin, “pepûkê” an “pepû” û xwe dixin konteksta keça ji kerban metamorfoz derbas kiriye. Ji ber ku pepûk her tim jinek e, ev peyv bi qertafa nêr, yanî wek “pepûko” pir kêm tê bikaranîn. Heta gotineke pêşiyan heye dibêje: “bûme bûk, bûme pepûk.” Peyva “rebenê” û “mehtrûmê” dîsa di rewşên xerab de tê gotin. Li vir jin him dipeyive û him jî xîtabî xwe dike. Sê wateyên “wî” hene, tirs, heyecan û bîrsarî. Mêr tenê dema tiştekî ji bîr dikin an jî tê bîra wan vê peyvê bi kar tînin, lê jin bi her sê wateyan jî vê peyvê bi tonasyonên cuda cuda bi kar tînin. Her beşeke kilama “De Miho” bi wî wî wî wî wî yan diqede.

Kilamên jinan, kilamên mustehcen

Hê gelek kilamên jinan hene. Lê divê, ev tişt neyê manîpulekirin. Angaşta ku dengbêjiyê wek warê jinan dibîne û vî tiştî jî wek nîşaneya medenîbûna kurdan dibîne, dûrî rastiyê ye. Di civakeke ewqas bavkanî de, xwe-parastina kilamên ewqas mustehcen û dij-normatîvîteya cinsî, ji aliyê Allison wek heyecana patrîarkal tê teorîzekirin. Dibêje: “dema guhdarê bavkanîperest di kilamekê de li şikandina tabûyên civakî rast tê, dikeve heyecanekê. Karakterên kilamê tabûyên civakî binpê bikin jî, populerîteya wan kêm nabe” (260). Wek mînak dema bavekî feodal li kilama “Heso û Gulum Xanimê” guhdar dike, ji bo Gulum Xanimê xemgîn dibe, ji ber ku hezkiriyê wê bersiva neyînî dide banga wê ya bihevşabûnê û mecbûr dimînin ji hevdu biqetin. Lê heman bavî, heman rewş di nabera keça xwe û mêrekî de bidîta, dê ji bo “bênamûsiya” keça xwe xemgîn biba û dê bi cezakirina wê namûsa xwe paqij bikira. Di kilama “Heso û Gulum Xanimê” de, Gulum keça kesekî zengîn e. Dilê wê dikeve xulamê bavê wê û dibêje: “Heso rebeno, orta me û we de tek dîwar e, were kevirekî jê bikişîne bila dîwar were xwarê. Heke xelk û alemê go, çi bûye çi nebûye, ez ê bêjim şev yek e diz hezar e.”

Encam

“De Miho,” “Heso û Gulum Xanim” û “Baran Barî” çend kilamên li dij hegemonyaya bavkanî ne di tradîsyona devkî de. Di van kilaman de karakterên jin him zayenda civakî û him jî cudatiya polên ekonomîk hildiweşînin. Têlî û Gulum, evîndarî xulamên bavê xwe dibin û wan di hembêza xwe de dixwazin, bi awayekî awarte dehwa pevşabûnê dikin. Hazir in bi wan re birevin û “namûsa bavê xwe bikin pênc pere.” Bi xêra dengbêjên jin yên wek Fatma Îsa têkoşîneke cinsî tê meşandin di vê qadê de. Dengbêjên jin kilamên xwe dibêjin û dîroka zayendperestiyê hildiweşînin. Ev dengbêj ne normeke dengbêjiyê ne, lê hilqetînek in. Mîkro-şoreşek in. Marûzî sansuran mane, lê zindî mane, nemirine. Loma çanda dengbêjiyê nikare wek cihekî, ne bavkanî bê terîfkirin. Berî ku kilamek dike wek karê jinan bê nirxandin divê bi hûrgilî bê xwendin û modên afirîneriya jinan bên diyarkirin.

[1] Ev têgeh ji aliyê Engîn Sustam hatiye bikaranîn, piştî li ser edebiyata mînor xebitiye, ev têgeh ji nav fikren Deleuze û Guattarî afirandiye. Min di nava sihbeteke li ser edebiyatê ji wî bihîst û li vê kontekstê anî.

ÇAVKANÎ

Allison, Christine. “Folklor ve Fantazi: Kürt Sözlü Geleneğinde Kadınların Sunumu.” Devletsiz Ulusun Kadınları Üzerine bir Bakiş. Ed. Shahrazad Mojab. wer. Fahriye Adsay, Sema Kılıç, Ekin Uşaklı, Stenbol: Weşanên Avesta, 2001.

Alp, Ruken. Türkçe Şiirde “Kadin” Şairlerin Poetikalrinin Karşılaştırmalı Olarak İncelenmesi. Ph.D. Zaningeha Bilkentê, Beşa Edebiyata Turkî. Ann Arbor: UMI, 2012.

Begik, Memhud. “Fatma Isa Dengbeja Kurd Ya Geleri, Dans Biografi Edebiyat Folklor.” Kovarabîr. 31.06.2012 http://www.kovarabir.com/tag/Dengbej/ di vê tarîxê de hat gihiştin: 22.11.2014

Gardner û John Maier, Gilgamesh. New York: vintage Books, 1985. Print

Günay, Onur. “Dokuma Hikâyesi: Dicle’nin Yakarışı’nda Tarih, Hafıza ve Anlatı” Yazinca, hej.10. Weşanxaneya Zaningeha Boğaziçiyê, 2009.

Gürür, Zeki. Dengbêjî di Peywenda Patronajê de. Teza Masterê, Zaningeha Artukluyê, Enstîtuya Zimanên Zindî yên Tirkiyê. Ann Arbor: UMI, 2014.

Hooke, S.H. Middle Eastern Mytology, Baltimore-Maryland: Penguin Books, 1963.

Klein, Ernest. A Comprehensive Etymological Dictionary of the English Language, C. II L-Z Amsterdam, Weşanên Elsevier. 1967.

Lord, B. Albert. Singer of Tales. Cambridge: Weşanên Zaningeha Harvardê, 1964.

Parry Milman, L’epithèt traditionnelle dans Homère Ph.D. Zaningeha Sorbonneê, Paris, 1928. Wolf, virginia. A Room of One’s Own. Great Britain: Penguin Books, 1963.

Yagmur, Rahmi. “Firat News.” 25.03.2009 di vê tarîxê de hat gihiştin:: 18.07.2012

The URL nema dixebite lê heman nûçe li sîteyeke din hatiye parvekirin: (21.01.2010) http:// www.agire-serhildan.com/Dengbejs-fatma-sa-hayat-n-t67987.html di vê tarîxê de hat gihîştin: 22.11.2014

Share.

Leave A Reply