Nêrtiya Feminîst – BELL HOOKS
JI ÎNGILÎZÎ: MÎRZA BARAN-SEVDA ORAK

Dema tevgera femînîzma hemdem cara ewil dest pê kir, hizbeke bi şidî dij-mêr li holê hebû. Jinên heteroseksuel ên beşdarî tevgerê dibûn ji têkiliyên wisa dihatin ku tê de mêr hov, bêteşe, wehş û nedilsoz bûn. Piraniya wan mêran ramanwerên radîkal bûn, dema beşdarî tevgeran dibûn, li ser navê karker, feqîr û belengazan derbarê mafên nijadî û civakî de diaxivîn. Lê dema mijar dihate ser mesela zayendê, wekî nifşên xwe ew jî kevneperest bûn. Bi gotineke din, jin ji nav têkiliyên wisa bi hêrs dihatin. Û wan ew hêrsa xwe jî bo azadiya jinan wekî katalîzor bi kar dianîn. Dema tevger bi pêş ket, dema teorî û ramana femînîst bi pêş ve çû, femînîstên aktîvîst ên hişyarbûyî dîtin ku pirsgirêk, mêr bi xwe nebûn; pirsgirêk, pergala bavsalarî, zayendperestî û desthilata mêran bû. Ya rast tiştekî dijwar bû mirov ev rastî bidîta ku eleqa pirsgirêkê bi mêran re tunebû. Dîtina vê rastiyê pêwistiya teoriyên komplekstir zêde dikir û pê re diviya me jî qebûl bikira ku di parastin û berdewamkirina zayendperestiyê de para jinan jî heye. Gava gelek jin ji têkiliyên hilweşîner ên bi mêran re dûr ketin, tevahiya wêneyê baştir xuya dibû. Têra xwe eşkere bû ku her çiqas mêr ji mafên bavsalarî dihatin deranîn, dîsa jî pergala bavsalarî, zayendperestî û desthilata mêran wê hêj yekpare bimaya û jin jî wê bihatana îstismarkirin û/an jî tepisandin.

Çapemeniya giştî ya kevneperest wisa nîşan dida ku jinên femînîst weku ji mêran nefret dikin. Û kengî hizb an jî hesteke dij-mêr di tevgerê de hebûya, wan ew bi awayekî dupat dikirin da ku navê femînîzmê reş bikin. Di nav vê dîmena femînîstan de ku ji mêran nefret dikirin, pêşbinîyeke wisa hebû ku hemû femînîst lezbîyen bûn. Bi doza hevzayendiyê, çapemeniya giştî ew hesta dij-femînîst di nav mêran de gur dikir. Dema ku femînîzma hemdem hêj dehsaliya xwe temam nekiribû, ramanwerên femînîst dest bi qala vê yekê kirin ka bavsalarî bi çi awayî bo mêran nebaş bû. Bêyî guherîna rexneya me ya tund a li ser desthilata mêran, polîtîkayên femînîst çarçoveya xwe firehtir kir û ev fikir jî lê zêde kir ku pergala bavsalarî nasnameyeke zayendperest a nêr li ser mêran ferz dike, bi vî rengî mêr jî ji çendîn mafan bêpar dihiştin.

Mêrên dij-femînîst tim xwedan dengekî xurt bûn di nav gel de. Mêrên ku ji ramana femînîst û aktîvîstên femînîst ditirsiyan û jê nefret dikirin xwe lezandin da ku hêzên xwe yên kolektîf bi rê ve bibin û êrîşê bibin ser tevgerê. Lê belê ji destpêka tevgerê û vir de komeke biçûk a mêran hebû ku tevgera femînîst wekî tevgereke bo mafên civakî nas dikir, ango mîna tevgerên din ên radîkal ku di dîroka neteweya me de mêran piştevaniya wan dikirin. Ew mêr di şerê me de bûn heval û hogirên me. Jinên çalak ên heteroseksuel ên tevgerê gelek caran bi mêrên wisa re di nav têkiliyên nêz de bûn ku wan mêran jî hewl didan bi femînîzmê re li hev bên. Meyl û veguherîna wan a ser ramana femînîst gelek caran dihat wê wateyê ku belkî wê mecbûr bimana da ku berê xwe bidin zehmetiyên têkiliyên xwe an jî bendên xwe yên nêzîk bidin ber bayê rîskê.

Hizbên dij-mêr ên nav tevgera femînîst dilê mêrên dij-zayendperest dihişt, ji ber ku hebûna wan bo vê eksê wek bersiv dişixulî ku li gor vê, hemû mêr zordest in an jî hemû mêr ji jinan nefret dikin. Vî tiştî bala jinên femînîst dikişand ên ku li lebatiyeke mestir a çînî digeriyan û dixwestin xwe ragihînin formên hêza bavsalarî ku mêr û jin ji hev ciyawaz dikir û dixist nav du kategoriyên tekûz wek serdest/bindest. Ji bo ku hemû jinan wekî qurban temsîl bikin, wan hemû mêr wekî dijmin diresimandin. Baldariyeke bi vî rengî ya li ser mêran, ew dûrî mafên çînî yên aktîvîstên femînîst xistin û pê re arezûya wan a xurtkirina hêza wan a çînî jî xiste rêyeke şaş. Wan kesên aktîvîst ku bangî hemû jinan dikirin ku mêran tevde red bikin, qet qebûl nedikirin ku bala xwe bidine bendên hezkirinê ên di navbera jin û mêran de û ne jî têkiliyên aborî û hestiyarî (çi pozîtîf çi negatîf) ku jin bi mêrên zayendperest ve girê didan.

Banga femînîstan ku dixwest mêr wekî hevalbendên wan di doz û şerê wan de bên qebûlkirin tu car bala çapemeniya giştî nekişand. Xebata me ya teorîk ku şeytankirina mêran wekî dijmin rexne dike nerînên jinên dij-mêr neguherandiye. Û ji ber temsîliyetên neyînî yên mêraniyê jî, wek bertekekê, tevgera mêran a dij-jin peyda bû. Dema min li ser “tevgera azadiya mêran” nivîsand, min xwest balê bikşînim ser vê keysperestiyê ku bi awayekî veşartî pişta vê tevgerê digirt: Wan mêran xwe wekî qurbanên zayendperestiyê pênase dikir, heçku bo azadkirina mêran dixebitîn. Rolên hişk ên zayendê jî wekî çavkaniya yekta a qurbanbûna xwe pênase kirin, û her çiqas dixwestin têgeha nêrtiyê biguherînin jî, serê xwe nemaze bi sûîstimalên xwe yên zayendperest û zexta li ser jinan jî qet neêşandine. Ji gelek hêlan ve tevgera mêran nerînên tevgera jinan ên herî zêde negatîf nîşanî me dan.

Digel ku hizbên dij-mêr di nav tevgera femînîst de wekî hejmar pir kêm bûn jî, di raya gel de guhertina fikra jinên femînîst ên dij-mêr hinek zehmet bû. Helbet bi karakterîzekirina femînîstan a wek dij-mêr, mêr dikarin balê ji ser berpirsiyariya xwe ya bo serdestiya mêran bibin. Heke teoriya femînîst nerînên nêrtî yên azadker pêşkêş bikirana, ji bo hinekan wê gengaz nebûya ku vê tevgerê wekî tevgera dij-mêr red bikin. Bi gelemperî tevgera femînîst bi ser neket ku bala gelek jin û mêran bikişîne, ji ber ku teoriya me zêde li ser vê mijarê nesekinî ka mêr ji bo ku bibin dij-zayendperest divê çi bikin, herwiha li ser vê yekê jî nesekinî ka nêrtiyeke alternatîf divê çawa be. Bi piranî alternatîfa ku ji hêla tevgera femînîst an jî tevge- ra mêran ji bo nêrtiya bavsalarî dihat pêşkêşkirin, dîmeneke wisa bû ku mêr bêtir dibûn “femînen”. Fikra femînen a dihat bîrê ji ramaneke zayendperest derketiye û bo vê yekê jî ne alternatîf bû.

Berê jî aniha jî tiştê pêwîst nerîna nêrtiyeke wisa ye ku tê de xwe-rêzdayîn (self-esteem) û xwe-hezkirina (self-love) yekî hema bi xwe bingeha nasnameya wî ava dike. Jixwe çandên serdestiyê jî êrîşê xwe-rêzdayînê dikin, têgeheke din dixin şûna vê ku em hestên xwe yên hebûnê bi serdestiya xwe ya li hemberî yên din derînin. Nêrtiya bavsalarî hînî mêran dike ku hestên wan ên bi xwe (sense of self) û nasnameya wan, sedema wan a hebûnê jixwe xwedî kapasîteyeke wisa bû ku mafê serdestiyê dida wan. Bo guhertina vê yekê jî, divê mêr serdestiya xwe rexne bikin ku li ser hemû dinyayê, li ser mêrên xwedî kêmhêz û jin û zarokan ew yek ferz kirine. Lê ew jî divê xwedî nerîneke zelal bin ka nêrtiya femînîst dişibe çi. Tu yê çawa bikarî bibî tiştê ku tu bi xwe nikarî xeyal bikî? Û divê ji hêla ramanwerên femînîst ên jin û mêr ve, ev nerîn hema yekcar bê zelalkirin.

Wekî gelek caran di tevgerên şoreşgerî yên ku ji bo mafên civakî ne, ji dêvla peydakirina çareseriyekê, em bêtir dikarin navekî bo pirsgirêkê dayînin. Em baş dizanin ku nêrtiya bavsalarî hêzekê dide mêran ku bi awayekî patolojîk bibin narsîst, wek zarokan tevbigerin û bi awayekî psîkolojîk jî ji ber ku wek mêr hatine dinyayê vê hêzê di xwe de dibînin. Gelek mêr xwe di bin tehdîdê de dibînin ku ev taybetî jî ji wan bên stendin, ji ber ku nasnameyeke xwedî kakileke watedar ava nekirine. Ji ber vê ye ku tevgera mêran bi awayekî erênî hewl dide mêran hîn bike ka çawa dê hestên xwe dîsa nas bikin, çawa xortê hundirîn yê wenda dîsa peyda bikin û ruhê xwe, kemilîna mejiyê xwe çawa têr û terbiye bikin.

Lîteratureke femînîst jî derneket ku xîtabî mêrên xort bike û nîşanî wan bide ka wê çawa nasnameyeke wisa ava bikin ku rehên wê ne di nav zayendperestiyê de bin. Mêrên dij-zayendperest li ser hişmendiyeke xwedî rexne perwerdehiyeke pir kêm dîtine, hişmendiyeke li ser xortbûnê, bi taybetî jî li ser pêşveçûna mêrên nûgihayî. Wek encama vê valahiyê, aniha nîqaşên li ser gihandina xortan li seranserê welêt bala gelek kesan dikişînin, lê di vê nîqaşê de perspektîfên femînîst gelek kêm in. Tiştê xirab, îro em dibin şahidê vejîna pêşbîniyên xirab ên dijminatiya jinan ku dayik nikarin kurên çê mezin bikin, ku ev xort ji ramanên mîlîtarîst ên bavsalarî yên derbarê nêrtiyê de “sûd” werdigirin ku ew jî dîsîplînê û sertewandina li ber desthilatê dupat dikin. Pêdiviya xortan bi xwe-rêzdayîneke qewîn heye. Pêdiviya wan bi hezkirinê heye. Û tenê polîtîkaya femînîst a zana û xwedî hezkirin dikare vê bingehê ava bike da jiyana zarokan xilas bike. Sîstema bavsalarî nikare wan qenc bike. Heke bi kêrî wan bihata heta niha wê hemû baş bûbûna.

Piraniya mêrên vê neteweyê ji ber xwezaya nasnameya xwe aciz dibin. Her çiqas girêdayî bavsalariyê bin jî, ew jî hêdî hêdî fam dikin ku ev parçeyekî vê pirsgirêkê ye. Kêmasiya kar û xebatan, bidestnexistina heqê kedê û bilindbûna çîna jinên dewlemend, ji bo mêrên ne-dewlemend û bêhêz zehmet bû ku bizanin ka cihê wan ku der e. Bavsalariya kapîtalîst a serdestiya spiyan, nikare hemû sozên xwe pêk bîne. Gelek mêr ji ber ku nikarin rexneyên azadker li xwe bikin êşê dikişînin, halbûkî ew rexne dikarin vê rastiyê nîşanî wan bidin ku ev sozên hatine dayîn koka xwe di bêedaletî û serdestiyê de berdane, û dema ku bi temamî pêk bên jî wê nikaribin mêran tu carî bigihînin serfiraziyê. Dema ku qaîdeyên fikir û ramanên bavsalariya kapîtalîst a serdestiya spiyan ji nû ve tên nivîsîn, ku di rastiyê de wan herî ewil ruhên wan mêran bi xwe kuştiye, bi pêpeskirina azadiyê ew bi tenê bi qasî gelek xortan winda ne.

Tenê nerîneke femînîst ku nêrtiya femînîst hembêz dike, ji xort û mêran hez dike û mafên ku em ji bo jin û keçan dixwazin ji bo wan jî dixwaze, dikare mêrên Amerîkayê nû bike. Ramana femînîst nîşanî me hemûyan dide, bi taybetî, ka wekî pêşvebirin û rastkirina jiyanê em ê çawa ji maf û azadiyê hez bikin. Eşkere ye ku divê stratejiyên me yên nû, teoriyên me yên nû, rêberên me hebin ku nîşanî me bidin ka em çawa dikarin cîhanekê biafirînin ku nêrtiya femînîst tê de bi pêş biçe.

[1] Ev beş ji pirtûka Bell Hooks a bi navê Feminism is for Everybody hatiye wergirtin. Hooks, Bell (2000). Feminism is for Everybody: Passionate Politics. South End Press, Cambridge MA, Chapter 12 “Feminist Masculinity”, r. 67-71.

Share.

Leave A Reply