HEVPEYVÎN LIGEL IBREHÎM XELÎL BARAN

“dînê ku min dike koleyê miletekî din, ew ne rêya Xwedê ye, ya şeytên e”

FEXRÎYA ADSAY

IBREHÎM XElÎl BARAN di sala 1981an de li Sirûcê ji dayik bû. Li Zaningeha Dicle û li Zanîngeha Bilkentê li ser ziman û edebiyata Tirkî xwend. Li gelek zanîngehan ders û semînerên li ser zimên, medya, peywendî, dîrok û sosyolojiye dan. Herî dawîyê li City University of New yorkê dersên sosyolojiya Kurdistanê da. Serokê Partiya Kurdistanî (PAKURD) ye. Sê kitêbên wî yê bi zimanê Tirkî he ne. Piştî Komkujiya Roboskiyê dev ji helbestê Tirkî berda. Bi navê “Kurdîesk”ê li ser Kurdan û Kurdistanê xwediyê fikriyateka dîrokî, çandî û sosyolojik e. Dewletparêz e.

Ibrehîm Xelîl Baran, dixwazim ewil pirsa dewletê bikim, tu dibêjî em ê demeke nêz de ji bêdewletbûnê xilas bibin? Nîqaşên niha yên derbarê referanduma li başûr û dewletbûnê didin xuyakirin ku em, Kurd dikarin wek neteweyên din qedera xwe têxin deste xwe?

Dirêj û pahn nekim û bêjim, belê em Kurd jî di vê nêzîkayîyê de wê bibin xwedî dewletekê. Lê ew dewlet; çûk an mezin, wê çiqas têr me bike nizanim. Kurd wê êdî ne bêdewlet bin, lê ji Kurda pareke biçûk wê di fiîliyatê de, bi rastî xwediyê dewletê bin; yên din jî qet nebe bi mecazî. Weke Azerîyan. Li Azerbeycanê derdora 10 milyon Azerî hene û xwedî dewleta xwe ne; lê temsî1, li Îranê (an jî li Cenûbî Azarbaycanê), zêdetirî 25 milyon Azerî wek Kurdên li wir bêdewlet in. Heta para erdê Azerbaycana serbixwe ji ya Azerbaycana di deste Êranê de mayî biçûktir e. Meriv dikare çi bibêje bo wan? Bidewlet in an bêdewlet? Niha li Başûrê Kurdistanê jî dewletek çêdibe û 6 milyon Kurdistanî wê bibin dewletî. Lê hema bêje li Bakurê Kurdistanê 25 milyon Kurd jî bêstatû û pergende ne. Heger bandoreke domîno li heremê çênebe ew ê çendekî dirêj wiha be. Lewma, ji aliyekî ve dilşad û şanaz im, lê ji bo bakur û perçeyên din jî bi qehr im. Belê bawerim piştî serbixwebûna başûr emê jî gav bi gav û tedrîcî, berê azad û dû re jî bibin parçeyek ji wê dewleta Kurda, lê xebat û xwestina dewletê lazim e.

Va meseleyeka ontolojîk e. Erdê Mislimaniyetê wehşiyet e. Dixwazî jê re bêjin Middle East lê ruhê wan nayê guhêrtin. Di nav vê wehşiyetê de Kurd piştî şerên sedsalan, ne daxuyaniyeka piştî şer lê bi referandûmê qedera xwe tayîn dikin. Çira?

Ruhê Kurda ne ê vê heremê ye û em ji wan ne parçeyek in. Mejiyê Kurdan ji ciranên wan cûda dixebite û hebûna wan li gorî medeniyeteka din e. Ne barbar in û ne ehlê çolê ne. Îro tifaqa me’w Ewropî û Emerikiyan tifaqeka xwedî bingeheka tarixî û sosyolojîk e. Divê em li ser koka medeniyeta xwe bi temamî berê xwe bidin wan. Ziman, ol, dîrok, civat û heya bêjî çi, ew li ba me heye. Em milletekî rastî ne. Lê bêdewlet in. Ji bo dewletê jî va ye fersendek ji bo me heye û divê bi sedî sed em di vê rêyê de bimeşin. Kî ji vê rêyê vegere ew ne ji me ye!

Di niqaşên derbarê dewletbûnê de tiştek heye ku mirov nikare ji ser re derbas bibe. Dema qala dewletbûnê tê kirin, bêjî nebêjî pêvajoya piştî avakirina dewletê jî tê rojevê. Tê gotin dibe ku kêşeyên pêvajoya piştî dewlet-avakirinê wê ji yên niha aloztir be. Wek mînak, bicîkirina pergaleke demokratik, mudaxaleyên dewletên cîran, endîşeyên aborî, taybetî em ji bo başûr bêjin, li vir hebûna neft babeteke pir girîng e û gelek aliyên wê hene. Tu dikarî çawa qanih bikî ew kesên ku di vî meseleyê de ne rihet in?

Mejî û şiûra netewî ya Kurdan tim tê manîpûlekirin. Divê her Kurd zanibe, dewleta mûstaqbel ya Kurdistanê çiqas xerab bibe jî, ji bo Kurda qandî dewletên ku niha li wan hikmê dikin nikare xerabtir bibe. Ev lazim e ji bo me qaîdeyek be. Kurd û Kurdistanî bêdewlet in. Derdê wan ê sereke ne demokrasi, aborî û şeklê rejîmê ye. Derdê wan êsir mayîna wan e. Divê berê ew ji holê were rakirin. Piştî wê lazime em li dinyayê dîdar bikin. Milletê din xerabiyên xwe çawa çêkirine em jî wiha bikin. Lê li gorî xusûsiyetên Kurdan û Kurdistaniyan divê were çareserkirin. Temsî, gelek hevalên me yên li Ewropa hene. Mesela li Belçîkayê hevalekî min heye. Her roj dev diaveje pergala Kurdan a ber û eşîretan. Dibêje ku li Başûr, “dewletokeka eşîrî te çêkirin”. Aciziya wî ew e ku kesek wek xanedan bibe melîk / qralê Kurdistanê. Lê her roj ji min re pesna Belçîkayê dide û dibêje tu jî bireve were vir. Halbûko navê wê dewletê bi fermî Qraliya Belçîkayê ye. Qralekî wan heye û ya ku Flaman û Valonan bi hev girêdide ne demokrasi û parlamento ye; lê şexsê qrêl bixwe ye. Ji bo çi vê dibêjim? Ger em îro bêjin wê dewleta Kurdistanê xwedî pergaleka monarşîk be wê gelek kesên serxwebûnxwaz jî li hember vê derkevin. Lê ez qanî me ku Kurdistan xwedî dîktatorekî be jî ew ji kolebûna xelkê çêtir e. Helbet, aloziya navxweyî ji bêdewletiyê, birçîbûn ji bindestiyê çêtir e. Lê em xwedî fersend in ku avakirana dewleta Kurdan tenê bo destê Kurdan nema ye. Îro Amerîka, Ewropa û Îsrail ji sedî sed di vê meseleyê de mûdaxîl in û xwaztina wan pergaleka gelek pêşketî ye.

Em werin ser bakur, li vir em dev ji siyaseta HDP û PKK’ê deynin aliyekî, tu bawer dikî em ê bikaribin dev ji Stenbol, Izmîr, Antalya, Bodrumê hwd. û konfora van deran berdin? Gelek kesên li van deran najîn jî, bi hesreta van deran dijîn. Dema gorbihuşt Musa Anter digot, “ma Kurd dîn in, dev ji Stenbol, Bodrum, Antalyayê hwd. berdin!” bi ya min, ev mukirhatineke ku di dilê gelek Kurdan de derbas dibû/dibe. Û belkî, ew hest e ku siyaseta HDP/PKKê li ser piya dihêle. Tu çi dibêjî? Gelo derfeta dewletbûnê heta heta ji deste me neçûbe?!

Ji taliyê dest pê bikim. Ev nêrîn PKKê li ser piya nahêle. PKK ne şepêlaka ku berê wê ji jêr ve tê tayîn kirin. Ji jor de berê xwe didin kîjan alî, kîtleya wan jî dide dû. Ez bêjim wê were bîra we jî. Di salên 90î de PKKê serî çend mehan carê digot hew e me welat xelas kir, ka vegerin welatê xwe. Gelek kesan jî ji ber vê mala xwe ji Îzmîr û Stenbol û Enqerê barkir û vegeriyan memleketên xwe. Ew derew derket, gelek kes jî careka din barkirin çûn. Ji wan malbatan ê ku ez nas dikim jî hene. Niha jî wusa ye. Kêr di navbera me û Tirkan de negehiştî ye hesti. Û niha rewşeka awarte tune. Belê Tirk ji ber Kurdbûnê Kurdan aciz dikin lê hê bi awayekî civakî dest bi lêdan û tecawiza Kurdan nekirine. Îş xerab bibe wê bikin. Misalen Kurdên Şam, Heleb, Dêrazor û Himsê jî wiha digotin. Heta bêje gelek Kurdan jî xwe li ser eşîrên Ereba dihesabandin. Dû re çi bû? Mal û milkê xwe berdan û xwe avêtin bextê birayên xwe yên li Bakûr. Hatin Riha, Entab û Diyarbekirê.

Bifikirin ku rojek were ku Kurdên li Bursayê, ji wir birevin û derbase Ormiyê û Kirmanşahê bibin. Kurdê Bexdayê ji wiha bûn. Dema Ereba li wan da zorê, febrîka û îstasyonên xwe yên petrolê berdan û vegeriyan welêt. Kes ji kêfê konfora xwe bernade lê ji mecbûriyetê meriv diçe ser dînê gawiran jî. Mesela İzmirê bifikirin. Ew der piştî şerê Troyayê bo Yewnaniyan dereka pîroz bû û sîmbola hikimraniya Yewnanan bû. Piştî ku Mistefa Kemal, Îzmir şewutand kes tê de nema. Reviyan Atînayê. Berde bajarên xelkê, ji bajarên xwe reviyan û ew teslîmî Tirkan kirin. Weqta ku reviyan 1923ê bû lê Yewnanîstan, wek karê dîplomatîk, ancax di 1947an de ji standina Îzmîrê derbas bû. Çima? Ka li Qeredenizê Rûm man? Li Kutahyayê Ermenî man? Li Trakyayê Bilxar man? Divê Kurd zanibin ku welatê wan ji me re nabe kozik.

Lê axir hin dane hene ku mirov ji aliyê erênî jî dikare lê binêre, ji aliyekî ve, digel ewqas propagandaya siyaseta Kurd a hemberî fikra dewletbûnê, ev hê jî zindî ye di nav Kurdên bakur de. Mesut Yeğen di pirtûka xwe ya “Kürtler Ne istiyor?” de vê rêjeyê li dor ji sedî 70 dide ku ji rapirsiyeke li 16 bajarên Kurdan hatiye bidestxistin. Û di nav nûçeyan de, yên xitabî hestên neteweperwer dikin zêdetirîn tên xwendin. Em vê çawa dikarin şîrove bikin?

Tiştê tebîî ew e. 10 hezar sal e kî etnîk e ew bi ser dikeve. Kurdên ku hê Kurd in mecbûr in dewletekê ji xwe re bixwazin. Ji ber ku di vê çaxê de însanbûn ancax bi dewletbûnê mimkûn e. Ew jî ji bo Kurdan bi du metodan heye. Ya emê dewletekê ji xwe re çêkin yan jî wê dewletek me qebûl bike ku ew a me ye. Tirk û Ereb û Ecem naxwazin bi me re vekheviyê deynin û ji îltîmasên xwe derbas bibin. Dewleta wan naxwaze ew a me be, lê dixwaze em ê wan bin. Kurdên ku diçin Ewropa, Emerîka û li wir îltica dikin dibin xwediyê dewletekê. Ji ber etnîsîta xwe nabin kole. Dibin hem-welatî. Qandî kesekî din. Temsî, Kurdên Neshvillê xwediyê dewletekê ne. Lê Kurdên Sêrtê ne xwedî dewlet in. Fikra min hew e ku heta Kurdek neyê bişaftin ew ê ji bo milletê xwe dewletê bixwaze û bixwaze sînorên welatê xwe diyar bike. Kesê li dijî vê dibêje ya êdî ne Kurd e, ya êdî ne ê Kurda ye. Ewên li dijî dewletbûna Kurdan bi zanebûn dixebitin him îdeolojîk û him jî sosyolojîk bûne kole û eskerên dagirkerên me û li ser navê wan bi me re şer dikin. Aqilê şêniyan tune lê refleksên wan hene. Ew jî li ser tebîeta mirovan e. Her Kurd dizane, ê me dikuje ne dewlet e, bê dewletiya me ye.

Civakek bi her awayî ji xwe razî, bi xwe bawer dikare qala dewletbûnê bike an daxwaza dewletê yanê serweriyê bike. Partî an rêxistin dikarin bi sere xwe vê daxwazê çêbike an ji holê rakin? An jixwenerazîbûn, bixwenebawerbûneke dîrokî van partî û rêxistinan çêdike? Dibêjim herhal sedemeke antropolojik û kûrtir heye ku em ji serweriya gelên din ewqas razî ne û doza serweriya xwe nakin. Ti çi difikirî?

Ez bawerim em ne razî ne. Lê pergala me belav bûye. Di nav milletekî de ên ku pêşengiya tiştan dikin û millet bi paş xwe dixin hindik in. Ger em wan kesan bikujin, wê rewşa milletê çawa be? Îro ê hatî serê Kurdan jî ew e. Nêzî 200 sal e, kê ji bo Kurdan deng daye ew hatiye fetisandin û kesê piştî wî jî, ji nû ve û ji sêrî de careka din dest pê kiriye. Dîroka Kurda emsal e. Berê dewletên me yên wek Merwanî, Şeddadî, Babî (Bûweyhî) ji holê rakirin. Çi ji Kurdan re ma? Mîrektî. Piştî 500-600 salî îcar ew ji holê rakirin. Çi ma li şûnê? Eşîr.

Sed salin jî bi wê de ketine û çepgirên me yên ava Ermeniyan vexwarine jî bi wan re tifaqê dikin. Pekî, piştî wendabûna eşîran wê çi erkekan ji Kurdan re bimîne? Qet. Îro partî ji bo vê girîng in, lê divê tiştekî li şûnê deynin. Kurdan ji nû ve organize bikin. Pirs ev e, çare çi ye? Kurd ne milletekî xerab e, lê şivanên me bûne bela û ketine serê me.

Qasî dizanim, tu li Zanîngeha Bilkentê, li City University of New Yorkê û li çend zaningehên din kar dikir lê te dev jê berda, ne wisa? Di ser vê tecrubeya xwe re, tu dikarî hinek qala akademiyê û rola wê ya di nav Kurdan de (ji bo bakur) bikî?

Zanîngeh li her welatî hespê erka dewletê ne. Ji bo dewletê kar û xebatê xwe dimeşînin. Hele jî beşên civakî. Akademisyenên oryantalist ên Britanya, ji bo kolonyalîzma dewleta xwe, xebatên etûdî dikirin. Dema leşkerên wan hatin, her dever, ji niştecîhên wir baştir nas dikirin. Kurdologên Urisî, ji bo çi li ser Kurdan dixebitîn? Ji bo ku dewleta wan bikaribe dakeve ber ava germ. Heta bêje tarîx û kultura Kurdan jî bi van xebatan manîpûle kirin.

Minorsky û Nikitin, gelek xebatên hêja kirin lê mesela bo prohistoriya Kurdan û ji dewra nivîskî ya siftih gelek jî manîpulatîf in. Dixwaztin Kardoxiyan û Gurciyan bikin yek. Ne be, Ermenî û Kurdan bikin bira. Koka Kurdan ji Kurdistanê bajon Qefqasyayê. Ji ber ku Qefqasî û Ermenî û Gurcî di bin hikmê wan de bûn, belkî ji ser wan re me jî kanibin bikin bin hikmê xwe. Navbera akademisyenên Fransî û Farisan baş bû. Û dewletên wan jî li hev kiribûn. Ola Zerdeştî bi rêya wan li ser me Kurdan jî kirin ferz. Ha lê binêrin Celadet û Lescot hev nas dikin şûnda Hawarê de propagandaya qewmên Îranî û ola Zerdeştiyan dest pê dike. Heta îro jî diajo. Lê
ew agahî ne a me ye. Em şopê neketine û me nedîye. Ji terefî xelkê ve hatiye çêkirin û ji bo nêrîna wan hatiye serwîs kirin. Îro li Tirkiyê jî rewş e wusa ye. Akademiya Tirkiyê ne jêhatî ye. Lê wezîfeya xwe dike. Bi rê û destê kê? Bi destê Kurdên dixwazin bibin tiştek. Mesela ekola Zanîngeha Boğaziçiyê tîpek Kurdên bê esl û fesl afirand. Yên di dezgeha wan re derbas dibin û di derdora Kurdan de ne, wek hev jî difikirin: Naxwazin Kurd bibin dewlet. Ên li ser Kurdan dixebitin netîce ji dewletê re taybetiyên Kurdan derdixin holê. Lê di vir de nîrengeyek heye. Akademiya Britanya, Fransa û ya Ûrisan, Kurd wek Kurdan qebûl dikirin û dixwastin wan fêm bikin û ji bo projeyên xwe taybetmendiyên wan zanibin. Lê akademiya Tirka, hê di salên 1930î de maye. Çend roj berê hevalekî min bû doçent. Li ser xanedaneka Kurda têzeka 700 pelgî amade kir. Lê di têzê de peyva “Kurd” qet darbas nabe. Va çawa mimkûn e? Ew dixwazin agahiyê bigrin lê Kurdan qebûl nekin.

Ma akademî çi ye? Metoda zanistî ye. Piştî min ew fêhm kir min nexwazt ku bibim xwedî îxtîsasekê. Jixwe metoda min di zanistiyê de diparastî ew bû ku divê dîsîplineka pirûlar hebe. Hele jî di sosyolojiya Kurdan de. Divê Kurd çi bikin? Madem dewletê ava dikin, bila zanîngehên mezin jî ava bikin. Yên fikir mezin.

Te got ola Zerdeştî li ser Kurdan hat ferzkirin. Têkiliya Kurdan û Zerdeştiyan çi ye? Kurd, ne Zerdeştî ne?

Bi ya min na. Îro li dinyayê hema hema 50 milyon Kurd hene. Kurdên Sinnî, ên Şiî, ên Elewî, ên Kakaî-Yaresanî, ên Êzdî, ên Mesihî, ên Cuhî, ên Bahaî, ên Îsmaîlî, ên Şêmsî û yên Dûrzî hene. Lê qet lêkolîner çima qet li Kurdên Zerdeştî rast nehatine? Ji bilî çendek kesên li Bakurê Kurdistanê dijîn û ji jehra polîtîzasyonê vexwarine. Ew jî vê dawiyê çûn di nasnameyên xwe yên Tirkiyê de ola xwe kirin Zerdeştî. Çima? Ji ber ku PKK, di perwerdeya xwe ya li Qendîlê bi vî awayî çend tiştan dibêje. Gerilayên wan li ola Zerdeştî bi sempatî dinihêrin. Dîsa komeka mûzikê yê propagandaya PKKê dike, navê xwe kiribû Koma Zerdeştê Kal. Lê di diskografiya wan de ti neşîdeyên ola Zerdeştiyan tuneye. Ewçax, çi eleqaya wan û ol, wan û ola Zerdeştiyan heye? Ji xêncî bandora neteweperestên Îranê, qet eleqa tuneye. Bala xwe pêdin, mejiyê wan kesan li ser meteryalîzma ateîstî ye lê behsa Pêxember Zerdeşt dikin ku di nav dînên mûwahhîd de a herî kevn ew e. Tê gotin ku Pêxember Îbrahîm jî Zerdeştê çaremîn e. Ew dîn Semaî ye. Bawerî bi Xwedê û wahiyê dikin. Bi kitêbekê bawer in, û ew kitêb, sînoran datîne ser heyata wan. Îbabetên wan hene ên wekî ‘Havan’, ‘Uziren’; û rîtûel û cejnên wan hene, ên wekî ‘Satûm’, ‘Xordad’, ‘Amerdad’. Lê ew kesan qet ha ji vê tunene. Mîsal, rîtûela Nîrangê heye. Di şîna kesan de kesên ji vê olê mîza gayekî çel roj mayî vedixwin. Ji vê re jî dibêjin ‘Ava heyatê’. Wek ku Erebên mîza deveyan bi bawerî vedixwin li cem wan jî ev heye. Ger hûn bawer bikin her tişt li we helal e. Dîsa, îbadetxaneyên wan hene. Ka li Kurdistana qedîm û ya nûjen de yekê raberî min bikin. Laleş heye, Kinîse û Dêr hene, Sîngog û Hewra hene, perestgehên Şemsiyan hene, Camî û mizgeft hene, heta bêje cemxane û tekeyên terîqatên biçûk jî hene lê çima tu Ateşgahên Zerdeştiyan tunene? Di sala 2015a de li Silêmaniyê, Ateşgahek hate vekirin lê ji ber ku cemaata wan tune bû hate girtin. Ew jî kesekî Zerdeştî mala xwe kiribû perestgeh.

Dînê Zerdeştî 3500 ji 3500 sal berê de heye, qet bandor li ser Kurdan nekirî ye?

Qandî min tekmîl kirî, di navbera Zerdeştî û ol, bawerî û heyata Kurdan de tu têkilî tunne. Û ti komên li gundan dijîn û hem Kurd bin û hem jî Zerdeştî bin tunene. Çiyayên Kurdan ên ku hê bakîr hene. Yên asê, yên li ser lat û zinarên ku kes nikare xwe pêgeheyne hene. Ehlê wan di nav kultura xwe ya çend hezar sal berê de mane. Wek herêma Hewremanê, wek herêma Piştî Kuhê. Baweriya şêniyên van deran çima oleka kevn e lê ne Zerdeştî ye. Oleka di navbera Yaresanî, Êzdî û Xowremmiyên Zendekî ne. Zendekî jî antîtêzek e di nav wê olê de. Pîr Şalyar, ezîzekî Yarsan û Xoremî ye ne Zerdeştî ye. Ew jî di sedsala 11an de ye. Ne kevn e. Bawerî hemî nêzîkî hev in ji ber ku dîn fikrên ku li ser fezîletên însanan in. Ew jî wan bi hev re dike meriv.

Lê wek Newrozê, cejnên di ola Zerdeştiyan de hene û ji aliyê hemî Îraniyan ve hatine pîroz kirin li cem me jî heye. Ew jî ne ji baweriyê ye, ji meseleyên siyasî ne. Dêya min 70 salî ye. Di zarokiya xwe de wan jî roja newrozê derdiketine qûçên li derdora deyşta Sirûcê. Di guhiyê hev de digotine “Siltan Newroz hat”. Meseleya sultayê ye. Guhêrîna îqtîdarê ye. Ji ber ku hikmê wan li ser Kurdan jî hebû. Beytar Nûrî, Mela Mehmûd, Minorsky, Nikîtin, Moltke behsa Îda Kurdan dikin. Ew ne Newroz e. Di çelê havînê de îdek e. Bawerim ji bo bêndera genim e. Lê îro em bi rastî tam tarîxa wê jî nizanin. Lê hema Newroz bo me girîng e. Ji Qazî Mihemed pê ve jî wek cejneka siyasî ya Kurdî ketiyê mejiyê me jî.

Ewçax, beriya Misilmantiyê dinê Kurdan çi bû an bi çi bawer dikirin?

Şerefnameyê de ber û eşîrên Kurdan hatine tesnîfkirin. Şeref Xan, her çiqas di vê kitêba xwe de pesna dînê Mihemedî dide û dev diavêje Êzidiyan jî tê xuya ku eşîrên Kurdan ji nîvî pirtir Êzdî ne, para din jî piranî Şiî, û ê din jî Sinnî ne. Yek ciyan de peyva Qizilbaş jî derbas dibe, menaya wê jî ne Elewî ye lê kesên piştgiriyê didin Îranê ne. Eşîrên di Şerefnameyê de derbas dibin ji Kendava Hirmûzê dest pê dike heta Çemîşgezekê û heta berava Heleb û Şamê. Lê dîsa Zerdeştî tunene.

Di vir de pirs ew e. Pekî dînê Kurdan çi bû. Renfrew û Speinser, behsa tiştên ku di nav Kurdan de pîroz e dikin. Dibêjin ku ji Mamekanê heta Bakuyê dar, ji Meletiyê heta Şehrezorê roj û ar, di navbera Ferat û Dîjlê de av, ji Serhedê heta Îsfexanê çiya pîroz in. Va agahiya, du tiştan şanî me dide. Yek ew e ku baweriya Kurda baweriyeka paganî ye. Ya din jî di baweriya Kurdan de herî kêm çar hêl hene. Lê wek pergalî ez bawerim ola Kurdan ji Midyan pê ve dînê Azdî bû. Firdewsî di Şehnameyê de qala efsaneya Newrozê dike. Herkes dizane ku ew teksteka neteweyî ye, û Firdewsî jî ne tewperestekî Eceman ê bêhempa ye. Çi dike di vê tekstê de Firdewsî? Tarîxê li gorî fikriyata neteweyî ya Farisan ji nû ve dinivîse. Û pêxember-qralê Kurdan jî dike rola xerab. Hûn efsaneyê dizanin, Azî Dehak wek fîgûrekî şeytanî ye, kurê Ehrîmen e û dijminê xwedayê Zerdeştiyan Ahûra Mazda ye. Îro jî ji bo Êzdiya ew mesele ji aliyê Mislimanan ve tê gotin. Dibêjin ku Melekê Tawûs, an jî xwedayê Êzidiyan, Iblîs e.

Dîyaneta Tirka, çend sal berê bi kitêba Abdulhaluk Çay, bi awayekî fermî got ku “Neslê Kurdan ji şeytên e”. Derdê Firdewsî jî ew e. Bînin bîra xwe, Pêxember Zerdeşt, ji aliyê gayekî ve hatibû qorîkirin. Di efsaneyê de yê li hember Azî Dehak disekine Gavan e. Navê wî niha kirine Kawa. Dîsa, ew jî dînekî Kurdan e, di teswîrên Hezretî Mîtra de Mîtra, gayekî ser jê dike. Ew vegotineka sembolik e. Gelek lêkolîner dibêjin ku Azî Dehak, qralê Medan Astiages e (Az Diyakos, bi Erebî Îştiyaqo, Farisî Aşti Haq û Azzohaq an jî Azi Zehak, Di Avestayê de Azî Dahaka). Taybetmendiya wî qralî ew e ku qralê dawiyê ye û ji aliyê Kuroş (Key Hisrew) ve hatiyê kuştin. Piştî kuştina wî dewlet kete destê Farisan û xanedana Xakamenîşan (Bi Tirkî Ahameniş, Farisî Haxamenîş) dest pê kir. Çendekî bawerî bi dînê Kurdan ê berê kirin. Lê ji B.Z 600î de heta piştî zayinê 650yî, ji hezar salî zêdetir ola Zerdeştî bû dînê wan ê fermî. Bala xwe pêdin di vê dewrê de hema hema Kurd tunene. Ji ber zilma Farisên Zerdeştî direvin. Dinê Azdî jî koç dike diçe û wenda dibe. Ta ku Ereb, dawî li Sasaniyan û ola wan tînin, Kurd jî vedigerin dîrokê. Wek mecazî bêjim, ji Baalbekê derdikevin û vedigerin welatê xwe. Dînê Êzdî ji nû ve li Şengalê geş dikin. Yê ku serdariyê ji wan re dike kî ye? Şêx Azî. Navê wî bi Erebî bi herfa ( ض ) datê tê nivisîn û ew deng Z ya peltek e. Wekî Dyê tê xwendin. Th’ya Îngilîzî ye. Şêx Adî, Şêx Azî ye. Kurmanc dibêjin Şêx Hadî. Lê navê eşîreke Kurdan a li Sêrtê Aziyan e. Wekî tê gotin ne Ereb e, bi ya min Kurdên Babilî ne. Dîsa li Siltan Selahedîn binihêrin çima ewqas qîmetê dide Şam û Baalbekê. Bavê wî mîrê wir e. Di wexta Selahedîn de waliyê wî yê Enteqî, Kilis, Heleb û herêma Rihayê Êzdî ne. Mala Mendo jê re dibêjin. Canbolad neviyê wî ye. Berazî ne. Bala xwe pêdin “Bera Azî”. Di navbera Erziromê û Golanê de (ku ev der niha di navbera Suriye û Israilê de bûye girêk, bi Erebî Colan) diçin û tên, nîvkoçer in. Dîsa li Hewlêrê binêrin, navê wê yê antîkî Azîabane ye (Bi Îngilizî Adhiabene), yên ew dera avakirine Azibanî ne. Di belgeyan de bi navê Hadhabani derbas dibin. Ên reviyanî Azerbaycanê û Xoristanê re Hazbanî tê gotin. Ev mesele dirêj e. Qralê Asurê Tiglath-Pilaser di silîndira xwe ya zaferan de behsa sefera Behra Wanê û Kurdan dike û di belgeyên wî de Kurd li derdora çiyayên Azûyê dijîn. Azû îro Hîzan a Bedlîs e. Dîsa li Bîngolê Az heye. Şêniyên vir di nav Zazayan de wek malmezin tên nasîn. Kurdên esîl in. Heta kalikê Şêx Seîd, Eliyê Septê diçe wan deran ew hê jî Êzdî bûn.

Mesele ew e ku Kurdan kokeka wan a neteweyî û dînî heye. Ew jî li ser ola Azdî ye. Bala xwe pêdin, bi xwestinê meriv nikare bibe Êzdî. Ancax tu ji dê û bavekî Êzdî bî, tu Êzdî yî. Yanî wek Cihûyan him tiştekî etnîk e him jî dînî. Ew formek e. Yazata bi zimanê Pehlewî (ku niha ew jî Kurdên Feylî ne, Ereban nav li wan kiriye û dengê Pyê li cem wan tune û mecburen dibe F), melek e. Û ew dîn jî li ser hebûna heft melaîkan e. Li gorî dîrokzan Mehrdad Izady, Êzdi, Elewî, Yaresanî û Nûsayrî mezhebên dinê Yezdanî ne. Ez jî di wê fikrî de me. Lê pergala wî dînî belav bûye û saziyên wan şehetîne. Ji ber vê jî têk diçe.

Em ji vir derbasî behsek din bibin, dizanim niha gelek kes ji te dipirsin an te rexne dikin ku tu çima bêtir bi zimanê Tirkî dinivîsînî digel ku Kurdiya te jî baş e. Mirovekî ku ewqas ji Kurdbûna xwe hez bikî, qedr û qîmet bide Kurdbûnê, normal e ev pirs bê kirin. Bersiva te çi ye bo vê pirse?

Ev handîqapek e. Doza Kurdistanê bimeşînî, de’waya Kurdî bikî lê mecbûr bimînî ku bi zimanê dagirkerên xwe şorê bikî. Berî ez dest bi teblîxa dewleta Kurdistanê bikim, min xebateka etûdî kir. Li hemî parçeyên Kurdistanê geriyam. Nêzî 4000 hezar gund, bajar û navçe. Min awayekî baş civata xwe nas kir û nirxand. Min dît ku ew millet parçe parçeyî kirin e û her roj ew ji dest diçe. Nikarim parçeyên din bifilitînim lê dikarim li parçeyê Bakur ji destçûnê hinekî bisekinînim. Bi Kurdî ew ne mimkûn bû. Kesên guh li min kirine, li Kurdbûn û Kurdistanîbûna xwe hisiyane. Çi bi Tirkî be jî, mecbûr man ku berê xwe bidin Kurdistanê. Qibleya kê bibe Kurdistan, zimanê wî mecbûr dibe Kurdî. Ew ji bo kesên bi xwe hisiyan e. Ji ber ku Dewlata Tirka wan bi Tirkî dike xew. Ez wek bendekê li hember vê sekinîm. Îro ji wan kesên ku bi şepêla min gehiştine fikre neteweyî bir Kurdî dijîn, difikirin û dinivîsin. Gelek nivîskar çêbûn jê. Gelek xebatkarên medyayê. Gelek esnafên Kurdîhez. Gelek fenomenên înternetê ên Kurdînûs.

Tiştekî din ku ji te re pir tê gotin “dewlet bê şer û çek ava dibe, tu tene li ciyê xwe dipeyivî!” Tu ji vê gotinê re çi dibêjî?

Rast e, rêya ku diçe dewletbûnê çekê jî dixwaze. Lê milletek bi zar û zêç, ji her imrî herkes çekan hilnade. Her kes nabe leşker û herkes nakeve şer. Zanibin ku milletek wiha bike, ew ne profesyonelî ye, taliya wî milletî hatiye. Milletbûn organizasyon e. Hin kes ê şer bikin, hin kes ê şorê bikin, hinek ê çandiniyê bikin, hinek ê îmar bikin. Milletek ancax bi vî halî xelas dibe. Ez wek metod ne li dijî çekan im lê xebata min sedî sed bê çek û bê şiddet e. Ez kesekî sivîl im û rêbaza min jî ji bo karên medenî ye. Behsa heq ruhê miletbûnê dikim. Weaza dewletbûnê didim. Li bal dewletên dagirker va ji çekan jî talûketir e. Pir ditirsin ji vê. Dizanin Kurd bi çekan û bi şer bi wan nikanin lê li hember gotineka bi heq ew nikarin tiştekî bikin. Ji ber vê jî ez û hevalên min em hatin derdestkirin û gelek îşkence bi me kirin. Bi tekbîr û qûranê li me îşkence kirin. Hestûyên me şikandin, bateyên me badan, rûvi û mîzokên me teqandin. Di hepsê de bile nehîştin ku em tedawî bibin. Çima? Wan dît ku fikrek bê şiddet hê baş di nav şêniyê me de belav dibe. Pêşî li vê girt in. Têkoşîn ne tenê şer û pêvçûn e. Fikrekî rast e, gotineka baş e, nihêrîneka cûda ye. Û ya din. Ji bo demokratîzekirina Tirkan ne hewcî hûn çekan hildidin, ji bo Kurdistanê li ciyê xwe rûnin û tenê bipeyîvin.

Bawer dikim, xebatek te hebû li ser nexşeya dîroka Kurdistanê? Ew di çi astê de ye? Çima û çawa te dest bi vê xebatê kir? Çi ye giringiya wê?

Zemanekî dirêj e li ser Atlasa Kurdistanê dişûxulim. Xebateka dîrokî, çandî, coxrafîk û sosyolojîk e. Wek dewama Şerefnameya Şeref Xan û Adat û Rusumetnameyê Kurdan a Mela Mehmûd e. Ji xerîta û agahiyên li ser Kurdan pêk tê. Min xwest ku Kurdistanê raberî Kurdan bikim. Aqilê me di çavê me de ye û divê Kurdistan bê cîsimkirin. Ku miletê me fêhm bike çi çi ye. Zanibin ku ew ji mêj ve bûne xwediyê dewletan û ew dewlet li kîjan der û deveran û çend salan hikimranî ajotiye. Li ser koka Kurdan gelek xebitîm. Kitêbên heta niha hatinî nivîsandin, li gorî teoriyên berî dîtina Girê Miriza (Göbeklitepe) hatibûn nivisandin. Dîrok hat guhêrîn. Min tecrûbe kir ku çanda Kurdan û ya însanên 12.000 sal berê bi hev girêdayî ye. Ew eynî kes in.

Pakhtia (Paxtiya) derbas dibe. Lê îro e ew X jê ketî ye û ew paşxane jî wenda bûye. (Eceb e ku li Efxanistanê îro navê eyaletekê Paktiya ye û navê bajarên wê herêmê ya herî mezin jî Kôrdiz e.) Dîsa li alî jêr Midyan û Mittanî hene.

Hê navê parek û bereka Kurdistana jêr Metîna ye. Li aliyê din Kurdên xerbî hene. Di Memê Alan de dibêje “bajarê mixribê”. Mixrib kê dera ye? Koça Hindo Ewropiyan, ji Ewropa heta Çînê bandorê çêdike. Koça Alanan Kurdistanê serobino dike. Memê Alan destana wan e. Loma Pîgasos û Bozê Rewan dişibin hev. Eşîrên îro bi navê Alan, Alikî, Dem Alan, Helan ji wan man (Dîsa ecêb e navê qewmê Alan di Latînî de Halan e, Helen jî dewama wan in). Dîsa Lûvî hene. Xelkê Enedolê ye. Di navbera Konya, Heleb û Çemîşgezekê de dijîn. Hinek lêkolîner dibêjin koka Elewîyan ew in. Bi qismekî rast e jî. Lê 1919’an de bi navê Kurdistan and the Kurds kitêbek ji aliye Britanyayê tê çapkirin û ew belgeyeka leşkerî ye. Ji notên Wooley, Noel û Sykes hatine amadekirin. Li derdora Bargirîyê (Navçeya Wanê, bi Tirkî navê wê Muradiye ye) behsa eşîra Lûvî dikin. Li gorî belgeyên wan serokê eşîrê Qulîxan Beg e û ew eşîra Ezidîyan e. Îro li ser Lûvîyan gelek xebat hatin kirin û ziman û kultura wan hate diyar kirin. Pir nêzîkî me ne. Him zimanê wan him jî cil û bergên wan wekî Kurdên Berferatî ne.

Dîsa li aliyê Xerbî gelek navê antîk û bi Kurdan ve girêdayî hene. Mesela peytaxtê Frîgya, Gordîon e û navê qralê wanê mezin Mîdas e; yanê kesê ji Midyan. Lê di wê demê navê Botanê, Gordyene ye. Dîsa niha navê wê kirine Gördes. Li Manisayê navçeyek e. Navê wê bi Grekî Kurdes e. Navê Girîtê jî wiha ye. Dîsa li Bulxaristanê, Ukrayna, Macaristan û li Balkanan nêzîkî 300 cih heye ku navê wan hê jî bi Kurdî ne. Bi ya min Kurdî senteza wan hemû aliyan bû. Dîsa mesela Xorî û Kassîtan jî hene. Cihê wanê tarixî diyar e. Û îro hema cihê wan ê dîrokî di destê eşîra Kurdan ya bi navê Kassiyan de ye. Dîsa navê eşîra Kasikan, Kaskîyan, Kazikan, Kaska sînonîmên wê ne. Lê di belgeyên Hîtîtan yê mîxî de navê wan wek Kaŝka derbas dibe. Wek barbara tên nasîn. Dîsa Sakî / Îskîtan hene. Zaza hê ji Serhedê re dibêjin Welatê Saqa. Di navbera Celalîyan de navê eşîrekê Sakan e. Cihê lê dijîn jî ne tesaduf e ku sînorê Îskîtan e. Lê îro em ji wan hemiyan re dibêjin Kurd. Ên ku Girê Miriza avakirine jî îro di kultura Êzdiyan de berdewam in. Li ba şêniyê Girê Miriza, Teyrê Bêt (Bi Latînî: Otis Tarda, bi Tirkî: Toy kuşu) pîroz bû. Li serê totemên wan de ew teyra heye. Ew berê bûye Teyrê Nawûs (Nawûs navê Pêxember Nûh e) û niha jî Teyrê Tawûs e. Kevirên mezelê wan jî îro yek in lê ji ber ku kultura Kurdan nayê naskirin herduyan nikarin bi hev girêbidin.

Ez difikirim ku Kurd, neviyên hemû dewlet û milletên ku li Kurdistanê hebûna wan bi zemanekî ajotî ye. Dîsa navê Xaldiyan îro di eşîra Kurdan ya Xaltî de maye. Navê malbata Mîrê Botan Bedirxan Begê mala Ezîzan e. (Celadet ji bo vê navê Herekol Ezîzan wek mustear li xwe kiriye) lê ew ji eşîrî Xaldî ne. Dema Misliman gelek bi quwet bûne wan gotine ku em neviyê Xalîd bin Welîdê Ereb in. Xwe werga xelas kirine û belkî îltimasek jî dest xwe xistin e. Ji mecbûriyetê. Hema îro freskên Urartuyan hene. Navê xwedayê wan Xald e û ji xwe re qet negotine Urartû. Li gorî Minorsky, Adontz û Jwawdieh navê Xaldiyan bi Asûrî Urartu ye. Freskên Xald ecêb in, ji ber ku cil û bergên Botiya li wî ne. Divê em meselê fehm bikin. Temsî, Abgarên Suryanî ku ve çûn? Berê bûn Bagara û Bakara, dû re bûn Bekira. Îro ji min û te Kurdtir in. Galatî çawa bûn Tirk, Sophene yê li Mûşê wiha bûn Sofiyanê Kurd. Dîroka Kurdistanê, çîroka Kurdbûna Kurdistanê ye.

Lê zimanê wan çawa bû?

Ephraim Avigdor Speiser, hê di 1930î de li ser Kurdan tesbîteka ecêb dike. Dibêje ku “Kurd zimanekî Îranî şorê dikin lê ew ne nîşane ne ku ew gelekî Îranî bin”. Îro zimanê Kurdî jî bi ya min sentez e lê li gorî gramêra Hint-Avrupî çêbûye û ji zimanên Îranî cûda maye. Lêbelê di awayê xezneya peyvan de gelek fereh û dewlemend e. Vê hêzê ji bingehên xwe yên cûda distîne. Qendî ku min tekmîl kirî, peyvên ji zimanên Hîtîtî, Xorî, Îskîtî, Elamî, Eqadî, Ûrartî, Lûvî, Qiptî, Sumerî, Yewnanî, Latînî, Sankrîtî û Grekî di Kurdî de hene. Dîsa me gelek peyv dane zimanên din jî. Mesela Urisî, Erebî, Îbrankî, Ermenkî ji me peyv girtine. Lê wek etnîk çawa ku em xwediyê çend pêşîyan in, di zimên de jî va heye. Wekî din ev dewlemendî ne mimkûn e. Dîsa pirbûna lêkerên îrregular nişana vê ye. Di zimanekî ji qedîm ve tenê mayî lêkerên gelek tên bikaranîn ne mimkûne ku îrregular bin. Pergaleka wan heye. Di hemî zaravayên Kurdî de ev problem heye. Baweriya min hew e ku piştî, B.Z. 1500î de bi koça Hind û Ewropiyan pergala me ya zimên jî xera bû. Bi belavbûna ol û baweriyan jî ew zimanê me kete bin bandora hinek zimanên din. Mesela îro zimanê Suryanî, neviyê zimanê Aramî ye bi awayê belavbûnê zimanekî olî ye. Ew, Samîyên Şerqê ne (Yanî wek me pareka wan jî neviyên Babîliyan e) û ziman, ol û etnîsîta wan ketiye nav hev. Lê Kurdiya Toriyên Mêrdînê bi fonetîkî hê jî di bin bandora wan de ye. Çima ji “bi rastê” re dibêjin “bi-rraa”? Dîsa Erebî û Farisî gelek bandor li ser kiriye. Mesela dengen Erebî ( ض ع ح ) kînge ketin Kurdiya me? Serhedî û Silêmanî çima nikanin van dengana derxînin lê Rihayî, Mêrdînî, Kerkûkî û Kurdên Helebê bêyî van dengana çima nikanin Kurdî bepeyîvin? Dîsa li Kurdên li aliyê Ereba ji ‘roj’ê re dibêjin ‘ro’. Yanî ‘j’ tuneye. Ew peyv, ji ‘Ra’ya Qiptiyan tê ku ew bixwe melekê / xwedayê rojê yê ola Misrîyan e. Lê aliyê di bin bandora Farsî de ‘rûz’ bûye ‘roj’. Z û J dengên bira ne. Mesela Zîna Ehmedê Xanî îro Jîn e. Û di Kurdiya nûjen de jî dengê J, me li ‘Ro’yê zêdekir. Lêbelê li gorî zimanê qedîm me ji rojê re peyva ‘sor’ jî gotiye. Navê ‘Asûr’ ji Sorê te. Yanê ê ku perestinê bi rojê tînin. Îro ‘zerd”’a Zazakî, ‘sor”’a Kurmancî, ‘sarı’ ya Tirkî ji vê ye. Gelek manastirên Suryanîyan (Ku ew dibêjin em dewama Asûran e) asasê xwe li ser perestgehên Şemsiyan danîne. Şemsî kî ne? Qewmê ku îbadetên xwe ji ‘roj’ên re dikin e û Kurd jî demekê Şemsî bûn. Şems îro bi Erebî roj e. Lê di navê royan de bi Kurdî jî derbas dibe. Wek yekşem, duşem, sêşemê… Şem’, mûm e. Şamaş, navê melekê rojê yê Babilê ye û navê wê yê mezinkirî “Şamasûr” e. Ew nav di Îngilizî de bûye “sun”, di Germanî de bûye ‘sonne’. Ew so-sor a me ye. ‘Sobe’ya me jî ji vir e. Tê de agir vêdikeve û wek rojê germ dike. Disa peyva ‘sotin’ê an jî “suz”ê jî girêdayî vir e.

Emê dîsa vegerin seri, Hemza El Îsfehanî dibêje, “Ecem ji Deylemiyan re dibêjin Kurdên Teberîstanê”. Meriv kane bibêje ku Deylemî Kurdên Teberistanê ne loma. Taberîstan herêma ku îro Mazenderan, Gulîstan û Gîlan jî tê de ye. Lê Îsfehanî dewama hevoka xwe de agahiyeka din dide. Dibêje “Ecem, ji Erebên mîzopotamya re jî dibêjin Kurdên Sûrîstanê”. Em dizanin ku Sûrîstan li Îraqê heremek bû û peytextê Sasaniyan a bi navê Dûzfonê (bi Îngilizî Ctesiphon) li wir e. Dûra Erebên Misliman ew bajara şehetandin û bajarê Kûfê te de lêkirin. Pekî, ma Eceman nizanibû Ereb ne Kurd in? Zanibûn lê di vir de jî nîrengiyeka ecêb heye. Kurd navê miletê Kurdistanê ye. Û ev nav îşaretî hinek tiştan dike; wek bawerî, ziman û terza heyatê û belkî baxên etnîk. Di vir de tiştekî din lazim e bê gotin. Di tabletên ticarî yên di navber Asûrî û Hîtîtiyan de tê xuya ku beşek ji Asûriyan li bajarên ku niha em jê re dibêjin Kurdistan, bi zimanê Hîtîtî baş fêhm dikin. Va jî raberî me dike ku, Asûr belkî wek rêvebirên dewleta Samî bûn û zimanê wan jî nêzîkî zimanê Erebî bû lê şêniyên wan ne tenê ji miletekî bûn. Kurd an jî pêşîyên Kurdan jî di nav wan de hebûn û tê fehmkirin ku Kurdbûn mimkûn e ku aîdiyeteke coxrafîk be. Zimanê wan jî zimanê hevbeş ê vê coxrafiyê ye.

Ji ber ku te li ser muzîka Kurdî jî gelekî serê xwe êşandiyî, derbarê wê de pirsek min heye. Tê gotin, îro muzîka Kurdî xetimîye, hatiye li ciyekî sekinîye. Li gor te çi ne sedemên vê? Muzîka Kurdî ji kuderê hatiye kuderê? An lazim e îro li kuderê bûya?

Ger civatek têkbiçe, ji her awayî têk diçe. Ger ew civat vê bibîne û mudaxale neke ewê di nav dîrokê de wenda bibe here. Berî Kurdan va hat serê gelek miletan. Gelek miletên li dinyayê hikim dikirin anha tunene. Tenê navên wan derbas dibe. Miletbûn bi sazîkirinê heye. Dixwaze bira dewlet be, dixwazî bira eşîr be; heger miletek pişta xwe bide dîwarekî bi awayekî didome. Lê ê me, dîwarê me şehetî û hê jî me li şûnê ti dîwar çênekirine. Musîka Kurdî bi çend babetan dihate berên. Li medrese û li dergehan muzîka tesewûfî. Li dîwana mîr û melîkan muzîka serayê. Li gundên axa û di dawetan de muzîka gelerî. Li ber çandinî, çêkirin û li şuna bênderê muzîka kar û baran. Lê îro bala xwe pêdin li ew çar qonaxan jî civata Kurdan di qrîzê de ye. Nihêrîna Kurdan a dînî, tesewûfî û medreseyên wan îro di bin dagirkeriya Tirkan de ye. Hezar sal e li medreseyan perwerdehî bi Kurdî bû. Lê 10 sal berê hikûmeta Îslamî ya li Tirkiyê ew bişaftin û zimanê wan kir Tirkî.
Ew bi maaşan girêdan, kitêb ji wan re bi Tirkî amade kirin û ew şopa kevn qedandin. Heman operasyon li terîqatên Kurdan jî kirin. Bala xwe pêdin li Tirkiyê, ji Neqşî û Qediriyan bigrin heta Cerrahî û Mewlewiyan di hemî terîqatan de postnişînên mezin Kurd bûn. Lê îro him navenda wan şemitî çû nav Tirkan him jî şêxên Tirk ew post bi dest xwe xistin. Ê wê çawa şiîr û muzîka Kurdî ji wan deran bişkive? Ne mimkûn e. Muzîka Kurdên Elewî jî ji cemxanê derket bû meya bar û meyxaneyan.

Dîsa ma ka mîr û melîkên Kurdan mane ku muzîka me ya serayê bidome? Bala xwe pêdin, di muzîka klasik ya sereyan (bi Tirkî, Sanat Müziği) de ji 500î zêdetir meqam hene û hema hema navê hemî meqaman bi Kurdî ye: Rast, Neva, Şehnaz, Çargeh, Evcar, Sûzînak, Xomayûn, Rehawî, Sazkar, Rengêdil, Dilkêşê Hawaran, Gulzar, Pêncîgah, Dilkêşa, Dilnişîn, Şêwqêdil… Heta bêje bi navê Kurdî gelek meqam hene: Kurdî, Kurdilhicazkar, Miheyer Kurdî, Gerdaniyê Kurdî, Newa Kurdî, Ecem Kurdî… Navê ûsul û îcrayê dîsa bi Kurdî ne: Cot, Duyek, Dugah, Sêgah, Derbê Kurdî, Ferî, Xefîf, Berefşan, Nîv Zencîr, Pêşrev, Semaî… Kurdan him ew muzîka çêkirine û îcrakirine, him jî îxrace Ecem û Rûman kirin e. Lê îro çi îşe ku di nav muzîkarên Kurdan de kesekî li ser meqamên Kurdan muzîkê îcra dike tune. Bêkokî tiştekî wiha ye. Ewliya Çelebî sala 1630î de, di gernameya xwe de li Stembol, behsa Sazendeyên Sûnderê dike. Sûnder, sazek e. Çelebî dibêje ew saza dişibe “Çöğür”ê lê belê deh têlî ye û sazekî Kurdan e û tenê sazbendên Kurdan dizanin vî sazî lêxînin. Dibêje li Soranê derketî. Kesên di vî sazî de li Stembol meşhûr Deli Duman, Deli Tufan, Deli Gönül û Şeker Bal Kurd in. Bi awayî dozdeh neferan vê muzîkê îcra dikin, yanê muzîkek pirdengî ye. Dibêje ew mitribanê Kurd, dûv û dêla rûviyan dikin serê xwe, zîl û çengan dikin destê xwe û wek alayê lêdidin û derbas dibin. Ka de bêjin kanîn Sazendeyên Sûnderê? Dev ji vê berdin, kes ji Kurdan vê enstrûmanê nizan e. Binihêrin, di salên dawiyê de enstrûmanek dan destên jinên Kurd û dîsa ev jî bi jehra polîtîzasyonê ve girêdayî ye. Jinên Kurd di meydanan de li vê enstrûmanê didin û wek kultureka Kurdan didin pêş. Lê komik e ku navê enstrûmanê Erebane ye. Yanê “ê Ereban”. Bînin bîra xwe ku ew enstrûman tenê di terîqetên Ereban de heye; yên wek Rûfaiyan. Rast e li Kurdistanê heye lê kultura me ye an na?

Ma muzîka gelêrî û ya kar û baran. Kurd ji mêj ve gundî ne, ji ber ku li Kurdistanê tiştê herî kevn çandinî ye. Kurdên bajarî jî hene lê çandeka me ya bêqut a bajarî tune. Piştî şoreşa pîşesaziyê jixwe gundîbûn mecbûrî guhêrînê ye. Lê ser de Tirk û Ereban gundê me wêran kirin. Stranên kar û baran yê wek paleyê, çinînê, çandiniyê, berhevkirinê, bênder rakirinê, dan kutanê, dani kelandinê, celb çêkirinê, kerlpîç birînê, xanî avakirin û siwaxkirinê wenda bûn. Gundiyê me jî barkirin hatin bajarokan. Berê di dawet û şahiyan de muzîkarên Kurdan ên profesyonel bûn. A em dizanin Selahedîn, li Kurdistanê eşîr û ber ji nû ve dîzayn kirin û bo her eşîrekê ji Hindîstanê maleka azepiyê, maleka xizmetê anî ye. Gewende û mitrib û dûman ev in. Bala xwe pêdin ew kesan li gundên ku axa tê de rûdinin hebûn. Karê wan tenê du tişt bûn: îcrakirina muzîkê û belavkirina qehwê. Heta bêjin peyva Cîngane (bi Tirkî, Çingene) ji lêdana Çengê tê (Çi xweş dibêje Melayê Cizîrî “Newaya mitrib û çenge / Fîxan avête xerçengê / Were saqî heya kengê / Neşoyin dil ji vê jengê”). Ji bilî qehwe û muzîkê jî ti karî re nedibûn û ti karê din jî nedikirin. Dahol û zirne, “Khol” û “Surna” ya Hîndan bû lê hezar sale kultura me de cîh girtiye; êdî dîlana Kurda ne bi çel û çepik û dûzar û sipsî ye lê bi def û zirne ye. Bala xwe pêdin li Merîvanê, Helparke ya Kurdî bi rîtma çepik û lingan tê lîstin. Piştî koça ji gundan ew balans jî ji holê rabû. Berê li ba Kurdan îşgtîgala muzîkê eyb bû. Ji ber ku gewende ji bo vê hebûn û ew kara wek karekî adî dihata xuya. Dema Kurd çûn bajaran dest bi karê muzîkê jî kirin. Kom avakirin. Berê di dawetan de saz û org lêxistin. Dû re çûn Stembolê di navendên kulturî de wan jî muzîk îcra kirin lê tu stranên nû çênekirin. Kurdistan warê klam û stranan bû. Çûn embara stranan ji xwe re talan kirin, nîvî rast nîvî çewt barkirin ew ji xwe re birin Stembolê. Mîratê hezar salan di bîst salan de xwarin, vexwarin û destê xwe danîn ser zikê xwe bê eyb û bê fedî. Ewana zarokên bêxêr û mîratxwar in. Karê sinifa gewende, mitrib û dûmanan jê standin. Lê kapîseteya wan a muzîkçêkirinê tuneye. Lê ew sinifa han ku ve çû? Niha mesela li Rihayê bi karê çandiniyê ketine. Li Mêrdîn û Diyarbekir karê kafe û salonên daweta dikin. Li Wanê di otêlan de dixebitin. Li Erziromê di restronan de dixebitin. Yanî serobinobûn va ye. Mejiyê Hîndê li ser du tişta baş e: matematîk û muzîk. Asasê her duyan jî derb e loma. Çawa sê derba sê dike neh, heyşt deng jî bi derban dike 53 perde û xem û koma. Kurdan mala xwe belav kir û muzîk xetimî. Ma ti xelk bêfehm e, ji xwe re konserwatuwaran vedike, orkestrayên sîmfoniyê ya dewletê ava dike, di televizyona dewletê de li ser muzîka gelêrî beşan çêdike? Li cem wan jî pergal hate guhêrtin û wan tevdîr girt. Destekkirina mîr, melîk û dewletê nebe kes peran nade muzîka bilind. Wa binihêrin, dengbêjên mîrê Kurdan bûne soytariyên meyxaneyê Tirkan. Mixabin. Niha omidiya min li Başûrê Kurdistanê ye, ew der bibe dewlet lazim e polîtîkayeka muzîkê jî bipejirîne. Tiştê ku ji nû ve neyê hilberîn genî dibe. Ava nameşe dibe golegenî. Muzîka me xetimî. Derbeka nû û bi hêl û hikim lazim e.

Li ser têkiliya başûr û bakur jî pirsek neyê kirin nabe. Qasî em li derdora xwe û çapameniya siyaseta serdest dinêrin, ji bo gelek Kurdên bakur, “êdin”ên me wek ku ne Tirk, Ereb an Faris lê başûr be. Sedema vê ecêbê çi ye li gor te?

Asîmilasyon e sedama vê. 100 sale werg kirin ku em ji hev cuda kirin. Kurdên bakur şibiyan Tirkan, ên başûrî şibiyan Ereban. Berê navber Sîlopî û Zaxoyê 36 km bûn. Lê îro Zaxo ji bo kesekî ji Sîlopiyê re ji Stembol dûrtir e. Stembol berê 1700 km dûr bû lê niha di hindir mala her Kurdî de ye. Kultura me yek kok e lê îro ji hev cûda bûye. Ziman dîsa wiha. Ji bo tedawiya vê nexweşiyê dewletbûn şert e ku karibe hemî Kurdan cezbî peytaxt û ala Kurdan bike. Qet ji bîr nakim. Dema miletê me pergende bû û ji Kobaniyê hatin Sirûcê, min û hevalên xwe ari wan dikir. Milletê me birçî û tazî bû û me nan û kinc belav dikirin. Jinekî ji min re got “Birao qemîsekî min de”. Min nizanibû ku Qemîs çi ye û min sê caran jê pirsî. Wê tim got “qemîs”. Dûre min tiştên ku li ba me raberî wê kirin û wê anî “gomlegek” jê rakir. Min got “ha tu gomleg re dibêjî qemîs?”. Wê bi zanebûn gotineka ecêb ji min re kir û got: “Birao em bi sabûna Ereban şûştin e wûn jî bi şampoya Tirka”. Pîreka li wir bû, got “Ne qemîs e ne jî gomleg, ew qutik e.”

Îro di medya Kurdan de jî kerê Tirkan hene û qandî bi me Tirkan hezkirin didin, dijminiya başûr jî dikin. Ji ber vê ew ji bo me bûne “êdin” lê ger em “ê xwe” bin ewê bibin “ê me”.

Li bakur, li gor te jî têkiliya siyaseta Kurd û dîn an islamiyetê ne seqet e? Çima? Kurd divê bi Islamiyetê re, û bi giştî dîn re têkiliyeke çawa deynin?

Divê têkiliya millet û dewletên din çawa ye a me jî wiha be. Îslama ku me pê dixapînin li serê me bûye bela. 68 dewletên misliman hene. Lê kes wekî me bi Îslamê nexapiyaye. Dema em behsa dewleteke Kurdan dikin ew dibêjin ku hûnê Ûmmeta Mihemed parçe bikin. Lê ew bi 68 dewleta parçe nebûye hema bi a Kurda dibe. Çima? Ji ber ku Erebîzm û Îslam, desthilatiya Tirk û Farisan û Îslam tevlihev bûye. Li me ferzkirina wan ne ji bo fazîletên Mislimaniyê ye lê jî bo hikmê wan e. Ne tenê têkiliya siyaseta me û ya Îslamê, ya me hemî Kurdan seqet e. Herin bipirsin her Misliman dixwaze ku Felestîn bibe dewlet. Lê qet kes nabêje li derdora Felestînê Sûriye, Ûrdin û Misir heye û ev jî dewletên Mislimanan in. Bila Felestîn ûmmetê Mihemed parçe neke û here bi wan dewletan yekî re bibe yek. Lê Kurd? Heta bêje Kurdên dindar jî di vê tirsê de ne: Ger Kurdistan ava bibe wê ûmmet parçe bibe? Divê her Kurd wiha bifikire, dînê ku min dike koleyê miletekî din ew ne rêya xwedê ye, a şeytên e. Çi Îslam çi dînekî din ger bêdewletiyê li min ferz bike ez kafirê wî dînî me.

Hema sûcê me Kurdan e. Mesela pêşengê Bosna Hersekê heye. Eliya Îzzetbegowîç. Diçe Mekeyê û li wir konferansekê dide. Di wê axaftina xwe de wiha dibêje: “Milletekî bê dewlet wek malbateka bê mal e; loma em dewleta xwe dixwazin. Xwedê qedexe kiriye ku meriv bibe mensûbê miletekî bê dewlet! Emê bi îzna xwedê dewleteka xwe ava bikin û ewê me ji hemî bahoz û tofan û talanan biparêze.” De ka bêjin, tiştê dewletê li Eliya Îzzetbegowîç dike ferz û ji bo Kurdekî dike heram çi ye? Guh nedin kesî, li pêş xwe binihêrin û rabin ser xwe; bifikirin, bifikirin, bifikirin!

Share.

Leave A Reply