Ji Afrîkaya Başûr Tecrubeyên Reşikan bo Kurdistanê: Steve Biko û Zihna Reş*

FEXRIYA ADSAY

Puxte: Sala 2016 sedemîn salvegera peymana Sykes-Picot e ku sed sal berê Kurdistan kiribû çar parçe. Sed sal şûn de digel ku Sykes-Picot tu hukmê wê nemaye û derfetên dizayneke nû li ber deriyê Kurdan e, gelo Kurd çiqas amade ne berê qedera xwe biguherînin? Ger em ji bo Bakurê Kurdistanê bipeyivin, digel ku kurd ev ji sî salî zêdetir şer dikin, ji aliyê epîstemolojîk û siyasî ve ne amade ne qedera bi Sykes-Picot hatibû xêzkirin berovajî bikin. Giranî û nîqaş her dem li ser şerê çekdar bûye. Ji ber ku ji bo rizgarkirina bîr û hişmendiya civakê ku bi salan e di bin mêtingeriyê de serobino û tevlihev bûye, zêde xebat nehatiye kirin, armanca vî şerî jî her diçe bêtir xumamî dibe. Ji bo em karibin li qedera xwe xwedî derkevin û bikaribin pêşeroja xwe saz bikin, bo kurdan ji tirkan û Tirkiyeyê veqetandineke epîstemolojîk divê. Bi vî awayî kurd dikarin xwetiya xwe û nasnameya xwe ya neteweyî saz bikin.

Peyvên sereke: Steve Biko, Zihna reş, veqetîna epîstemolojîk, kurd, neteweyî.

Îsal (2016) 100mîn salvegera peymana Sykes-Picot ye. Di nav sala dawî de çapemeniya kurdî de derbarê vê de gelek nûçe û şîrove hatin belavkirin. Qenaetek werê heye ku sed sal şûn de derfetek nû hatiye ber deriyê kurdan û ger vê derfetê baş bi kar bînin dikarin di nexşeya herêmê de wek dewletek serbixwe ciyê xwe bigrin, bibin xwediyê qedera xwe. Gelo ev pêşbîniyeke bi bingeh e an temeniyek e? Ev her çi be bi ya min babeteke girîngtir heye ku zêde nakeve rojevê û nîqaş li ser nayê kirin: gelo em, kurd çiqas amade ne bo dewleteke serbixwe, xwedîderketina li qedera xwe? Li bakurê Kurdistanê zemîna zihna civakî, rewşenbîrî û siyasî ji aliyê kurdistanîbûnê çiqas xurt e? Em çiqas amade ne ji serdestên xwe bêtir, bi hev re bijîn û tehemulî hev bikin? Gelo li bakur astengên li ber fikra dewletbûnê çi ne? Em dikarin wan çawa berteref bikin?

Li dû van pirsan em dikarin li tecrubeya civakî yên manend binerin. Yek ji van mînaka Afrîkaya Başûr e. Heta niha li ser pêvajoya piştî bidawîbûna rejîma nijadperest, komisyonên lêgerîna heqîqetê û lihevhatina civakî gelek tişt hatin gotin. Lê li ser pêvajoya bidawîbûna vê rejîmê û stratejiya têkoşîna reşikan em pir kêm tiştan dizanin. (Keza li ser tecrûbeyên Îrlandaya bakur û Katalonya an Baskê jî dema tê axaftintenê li ser pêvajoya wan a çareserkirinê tê axaftin lêli ser stratejiyên wan î têkoşînê pir kêm caran tê axaftin) Dema tê gotin Afrîkaya Başûr tenê Nelson Mandela û Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) tê bîra me. Lê navekî din, Steve Biko û tevgera rewşenbîrî ya Hişmendî an Zihna Reş (Black Conscious/Siyah Bilinci) ne kêmî Mandela û ANCyê ye, belkî jê zêdetir e jî. Digel cudatiyên dîrokî, siyasî û civakî yên di navbera Kurdistan û Afrîkaya Başûr de aliyên hevpar jî hene, bi taybetî awayê têkiliya di navbera serdest û bindestan de.1

Dîroka nijadperestiya li Afrîkaya Başûr heta nîvê sedsala 17mîn diçe. Lê ji ber sînorên vê nivîsê û ya girîngtir ji ber ku serhildana reşikan bi awayekî rêxistinî di sedsala 20mîn de dest pê kiriye, di nivîsê ev sedsal wê bibe mewzûbehîs. Piştî ku di sala 1910an de Brîtanyayê li vir Yekîtiya Afrîkaya Başûr damezrand, nijadperestî ji berê xurttir bû, mal û milkê reşikan ji wan hatin stendin û keda wan bêtir hat îstismarkirin.Heta sala 1948an serkêşê vê pêvajoyê hegemonyaya Brîtanî bû. Di sala 1948an de di hilbijartina ku tenê ên spî dikaribûn deng bidana de, Partiya Neteweyî ya Afrîkayê bû yekem partî û heta 1994an wek desthilatdar ma. Dema desthilatdariya vê partiyê de nijadperestî û diskrîmînasyon gelekî kûrtir û bêtir sîstematîze bû. Lê ên reş çi kirin li hemberî vê rewşê?

Van salan rêxistina reşikan ANC (ku bêtir bi Mandela tê naskirin) hebû jixwe. ANC ewilî bêtir li ser mafê karkerên reşik disekinin û bi awayekî nerm li hemberî hikumetê derdikevin, wek mînak li dijî grev an protestoyan bûn. Ew bawer dikin ku bi riya îqnakirina hikumetê wê şert û mercê karkerên reşik baştir bikin. Lê her ku çû nijadperestî û newekhevî kûrtir bû. Her çû bertek jî zêde bûn. Nelson Mandela, Walter Sisulu û Oliver Tambo di sala 1944an de Şaxa Xortan a Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê damezrandin. Ferqa vê rêxistinê ji yên beriya wan ev bû:
cara ewil ew ji çarçoveya mafên mirovî derketin û xwe sipartin neteweperweriya Afrîkayê û hatibûn ser wê baweriyê ku gelê afrîkî encax bi têkoşîna xwe dikare xwe rizgar bike. Heta di destpêkê de naxwazin bi nijadên din re îtifaqê jî bikin, ne bi komunîstên spî, ne bi hindiyan re. Ev ji dîroka me kurdan çi tîne bîra me? Piştî nîqaşên ku di dawiya salên 1960î de dest pê kiribû, êdî di nîvê salên 1970yî de hin rêxistinên kurdan jî biryareke bi vî rengî dabûn, bi argumenteke neteweperwer ji rêxistinên çep ên tirkan veqetiyabûn û yên xwe damezirandibûn. Lê li Afrîkaya Başûr ev veqetîna ji nijadên din zêde neajot. Bi taybetî bi israra Partiya Komunîst a Afrîkaya Başûr vê biryara xwe nerm kirin û tevî radîkalên spî û hindî Danezana Azadiyê (Freedom Charter) belav kirin. Armanca wan a bingehîn ew bû ku siyaseteke ne-nijadî (non-racial) bimeşînin. Ev jî pir dişibe siyaseta kurdan a tirkiyeyî/ne-neteweperwer û siyaseta bi tirkan re. Li Afrîkayê vê siyasetê ewilî dînamîzmek bi xwe re anî û girseya wan mezintir kir lê dînamîzmeke bêkêr bû, hin reşik rabûn bi awayekî tund ev îtifaqa bi komunîstên spî re rexne kirin û reşik di nav xwe de parçe bûn.

Di sala 1959an de Robert Sobukwe ji ber vê sedemê ji ANCyê veqetiya û Kongreya Pan-Afrîkanî (Pan-Afrikanist Congress) damezrand. Ew li hemberî spiyan bêtir tund û ji lihevkirinê dûr bûn. Bi 1960î re him li Afrîkayê him li derveyî Afrîkayê pir populer bûn. Hikumetê him ANC û Kongreya Pan-Afrîkanî (PAC) qedexe kir. Piştî demeke kurt serkêşên her du rêxistinan jî, Mandela jî tê de hatin girtin û di nav reşikan de bêdengiyeke kûr dest pê kir.

Di sala 1966an de Steve Biko 20 salî dest bi zanîngehê dike û wek reşikekî polîtîk tevlî komeleyekê dibe ku di wir de hemû muxalifên dewletê tê de cî digrin. Piştî de meke kurt ew jî fam dike ku, nabe reşik û spî bi hev re siyasetê bikin, ji wir vediqete û Rêxistina Xwendekarên Afrîkaya Başûr (South African Students’ Organisation-SAOS) dadimezirîne. Ev dibe destpêka rexneyeke gelekî radîkal li hemberî serdestiya yên spî. Ji vê kurte-dîroka jor jî diyar e ku ev rexne û daxwaza veqetandina ji spîyan hebû jixwe, lê piştî vî wextî êdî Steve Biko sedema vê dûrketin an veqetînê bi navê Hişmendiya Reş teorîze û sîstematîze dike. Vê teoriya nû bi xwe re epîstemolojiyeke nû anî ku êdî reşikan bi perspektîfeke nû, ruhekî nû li xwe û derdora xwe nêrîn. Çi digot Biko? Li gor wî lîberal û marksîstên spî tu caran nikaribûn bibin lîberal an marksîst. Ji ber ku haya wan jê tunebû an nedixwestin fam bikin ka rengê wan î spî çawa jixweber serdestî û îmtiyazan dide wan. Nikaribûn dev ji îmtiyazên xwe berdin û heta dawî ji wan îstifade dikirin. Tevgera wan î bi reşikan re tenê ew tetmîn dikir û wijdanê wan rihet dikir. Ji ber rengê xwe, di nav reşikan de bi awayekî psîkolojîk xwe serdestê reşikan didîtin û reşikan jî ew di ser xwe re didîtin. Ew wek mamoste an mezinên reşikan tevdigeriyan û ew heq di xwe de dîditîn ku li ser navê reşikan bipeyivin. Heta ku spî û reşik di nav hev de bin, spî wê her tim jixwebawer bipeyivin, û reşikên jixwenebawer jî wê li wan guhdarî bikin. Newekheviya psîkolojîk a di navbera wan de wê ji holê ranebe. Hiyerarşiya di navbera wan de ku spî her dem li jor in jî wê neguhere. Ji ber vê lazim e reşik bi serê xwe birêxistin bibin, bi hev re li ser pirsgirêkên xwe û çareseriya wan bipeyivin. Encax bi vî awayî dikarin ji xwe bawer bibin û ji xwe re û ji hev re rêz bigrin; bibin xwedî şexsiyet an xwetiya xwe (benlik) bibînin; li hemberî yên spî bikaribin xwe bi awayekî erênî tarîf bikin û bi hişê xwe û îradeya xwe rabin ser piyan û rejîmê hilweşînin.

SASO (Rêxistina Xwendekarên Afrîkaya Başûr) li dor vê hişmendiyê ava bû û di demeke kurt de pir berbelav bû û di dîroka têkoşîna gelên Afrîkî de bû werçerxeke nû. Di van salan de ANCê her ku diçû hêza xwe winda dikir, piştî berbelavbûna tevgera SASO û Hişmendiya Reş bi saya tecrubeya xwe ya rêxistinkirinê ev xortên xwedî xurûr û wêrek transferî nav xwe kirin û êdî çalakî û tevgerên wan her ku çû zêde bû, di salên 1980yî de ji kontrola dewletê derketin. Ew pêvajoya azadkirina Mandela û 1994an de destpêkirina muzakereyan encama vê tevgera nû bû.

Piştî vê çarçoveya dîrokî em dikarin binêrin bê behsa tecrûbeya Afrîkaya Başûr çi tîne bîra me. Xalên hevterîb ên di navbera me kurdan û reşikên Afrîkaya Başûr de çi ne? Em dikarin ji wan çi fêr bibin? Îdiayek vê nivîsê ew e ku pirsgirêkên ku Steve Biko ji bo civaka xwe tespît kiribû, pir dişibin pirsgirêkên kurdan ku her diçe kûrtir dibin û ji bilî kêm kesan zêde li ser nayên sekinandin. Di sî çil salên dawî de li bakur tevgera ku di her warî de diyarker PKK û partiyên legal ên nêzî wê ne. Digel ku tevî girseyeke mezin şerekî pir dijwar dane, ku ji her kesî ve eşkere ye û li vir hewce nake em bi hûrgilî bikin, pir kêm caran di asta gotin an rabêja siyasî de radîkal an dijwar bûne. Mirov gelek caran ecêbmayî dimîne ku bi gotin an rabêjên ewqas asayî/sivik/ xumamî şerekî ewqas dijwar çawa dimeşe. Ev bi serê xwe hêja ye ji aliyên antropolojîk û derûniya civakî bê analîzkirin. Li vir tenê tevgera PKKê û yên di bin hegemonyaya wê de nakevin nav sînorê nirxandinan an berê tîrên rexneyan tenê ne ew in. Ger pirsgirêk tenê ji PKKê de bûya, heta niha divê alternatîfek wê jî çêbûbûya an dengên cûda ku her yek ji aliyekî tê bihîstin divê bibûna kaniya dînamîzmeke nû. Ji ber ku tiştê Steve Biko û tevgera wî li Afrîkaya başûr kiriye, li bakur ne ji aliyê PKKê û ne jî ji aliyê partî û rêxistinên derveyî wê hê bi rêk û pêk nehatiye kirin. Derdorên ku PKKê pir bi awayekî tund rexne kirine jî li ser hişmendiyeke nû/epîstemolojiyeke nûserê xwe neêşandine, pirsgirêkên binemayî (structural) tesbît nekirine. Rexneyên wan sîstematîk û bingehîn nebûne an analîzên ku xwe bispêrin nêrîneke antî-kolonyal nehatine kirin, li gor vê stratejiyên nû nehatine afirandin. Helwesteke xurt a dij-mêtingerî nîşan nedane. (Bandora medyaya civakî divê em ji bîr nekin ku li wir rexne an fikrên cuda û binemayî ku ji perspektîfeke Kurdistanî derdikevin belav dibin lê hê wan rê li ber guherîneke kûr venekirine, lewma niha em nikarin zêde li ser bipeyivin.)

Pêşniyaza vê nivîsê ew e ku êdî kurd jî wek Steve Biko û reşikên Afrîkaya Başûr bi hişmendiyeke nû tevbigerin. Ya na em çiqas şerekî biçek î dijwar bidin jî ger ev bi hişmendiyeke nû neyê meşandin, em epîstomoliyeke nû neafirînin, yanê awayê zanîna xwe, nêrînên xwe, nirxandinên xwe bi giştî neguherînin, hewldanên me wê her dem badilhewa biçin. Heta lazim e em veqetandineke epîstomolojîk pêk bînin ku awayê zanîna me û perspektîfa me ya derheqê me û derdora me de, derheqê êdinên me de ji bin ve biguhere. Wek mînak, bihevrebûn an lihevhatina bi tirkan re divê bi her awayî bê redkirin, ji siyasetê bigrin heta warên çandî. Biko gotibû ku siyaseta bi yên spî re tê wê wateyê ku xulamek rabe tevî kurê xwediyê xwe şertên jiyana xwe biguhere. Kurê xwediyê wî çiqasî dikare jidil be ku van şertan biguhere an aciliyeta vê rewşê fam bike. Siyaset û xebata bi tirkan re jî tiştekî wisa ye. Heta niha min İsmail Beşikçiyekî duyem nas nekiriye di nav tirkan de ku em bêjin ‘tirkên baş ku li mafê me xwedî derdikevin hene’. Îro em dibînin tirkên di nav siyaseta kurdan de, hewce nabînin veşêrin jî, bi temamî xizmetê bo xurtbûna dewleta xwe dikin û armanca wan ew e ku kurdan ji kurdbûnê derxin an ji neteweperweriyê dûr bixin2, kurdên herî kurdperwer î bi wan re jî nikarin li hember vê derkevin. Ji ber ku gelek caran bi çavê mamoste an aqilmendekî li tirkan tê nêrîn. Ew hîyerarşiya di navbera reşik û yên spî de ku Biko tespît kiribû bi awayekî dahurandî di mejiyê gelek kurdan de cî girtiye. Lewma berê siyasetê bi piranî tirk tayin dikin.

Ji ber ku em kurd tu carî bi serê xwe nemane û li ser xwe neaxivîne, nefikirîne, ew jixwebawerî û wêrekî an xwetiyeke me ya xurt (benlik) çênebûye. Em nikarin xwe têxin navendê û li gor hewcedariyên xwe li çareseriyan bigerin. Em di wê baweriyê de ne ku tirk ji me re mamostetî an bi îhtimala herî baş rêhevaltî nekin, em ê nikaribin pirsgirêkên xwe çareser bikin, wê her dem tiştek kêm bimîne. Lewma ne jixwebaweriya me çêdibe û ne şexsiyeta me rûdine, heta em nikarin ji zaroktî an xwendekariyê xilas bibin, bibin mirovên kamil an civakek kamil. Dema em ji xwe ne bawer in, her dem deriyê me ji tirkan re vekirî ye, êdî di wî derî re kî tê kî diçe em nizanin. Ev e ku bi hêsanî rê li ber manîpulasyonên îstixbarata dewletê jî vedike an teorî an analîzeke nû bêyî ku em xwe têxin navendê bi hêsanî tê pejirandin. Lewma heta em bi her awayî ji tirkan veneqetin, xwe ji wan wek neteweyeke cuda nehesibînin em ê kamil nebin û nikaribin xwe têxin navenda perspektîfa xwe.

Îjar ev tenê ne pirsgirêka siyasetê ye. Nivîskarê û hunermendê me jî dema berhema xwe diafirîne gelo çiqas dikare rexneyên ku wê ji tirkan were paşguh bike? Gelo naveroka berhemên hunerî li gor krîterên ecibandina kurdekî an perspektîfeke kurdperwer şikil digre? Xwe û berhema xwe di nav kîjan sînoran de tarîf dike? Gelo lingê berhema wê/wî çiqasî xwe dide ser axa xwe û ji wir li derdora xwe dinêre?

Dema panel, konferans an semînerek tê lidarxistin em çend caran xwe bi xwe li hev civiyane û axivîne? Heta rojnameger an nivîskarekî tirk ne di nav me de be em ji çalakiya xwe bawer nabin û li ber çavên me biqedr nabe.Tenê yek kes jî di nav me de nekurdîaxiv be, em bi hêsanî ji kurdî dûr dikevin. Ev tenê nabe sedem ku em ji zimanê xwe feragat bikin, em ji rabêja xwe jî feragat dikin, em xwe ji navenda rabêja xwe derdixin. Axaftinek an şêwirek bi çi zimanî be, naverok jî bêtir xitabî berdengên wî -tirk û kurd bi hev rezimanî dikin.

Mînakeke din ev konferans bi xwe ye. Her çiqas hemû vexwendiyên vê konferansê kurd bin jî û bibêje nebêje mesafeyekê jî datîne navbera xwe siyaseta şîpa sereke û mijar ji sedîsed derbarê Kurdistanê de ye, zimanê wê bi piranî tirkî ye. Bi zimanê vê konferansê tenê bimîne, diyar dibe ku kurd ji veqetandineke epîstemolojîk û bi dûre ya siyasî çiqasî dûr in.

Ji çepgiran bigire heta îslamîstan, di nav mûadilê wan î tirk de çi tê axaftin an nîqaşkirin, her derdor wê dike rojeva xwe, nikare zêde ji wan dûr bikevin. Çawa di nav kurdên sekuler de tirkên çepgir û lîberal bi edayeke mamosteyî tevdigerin an bi çavê mamosteyan li wan tê nêrîn, di nav kurdên îslamî de jî yên tirk xwediyê vê statuya mamostetiyê ne. Çi îslamîst çi çepgir be, wî mafî di xwe de nabîne ku îdeolojiya xwe li gor berjewendiyên xwe yî neteweyî şîrove bikin. Dewletên misilman her yek li gor rewşa xwe û berjewendiyên xwe û li gor konjuktûrê bi Îsraîlê re di nav têkiliyê de ne lê Îsraîl îro rabe Kurdistanê jî bide kurdan îslamîst û çepgirên kurd wê qebûl nekin. Ji ber ku şikilgirtina hişmendiya îslamîst û çepgirên kurd hema hema kopîkirina hişmendiya mûadilê wan î tirk e, lewma zehmet e ji wan dûr bikevin an veqetin. Beriya her tiştî divê kurd û tirk ji peyva “welat” heman tiştî fam nekin. Êdî wext hatiye ku kurd qene di hişê xwe de welatekî ava bikin û bi tarîfa xwe ya welêt divê ji tirkan veqetin. Tirkekî ku bixwaze hevalbendiya kurdan bike jî, divê ev bi vî şertî be ku Kurdistanê ji Tirkiyeyê cuda di hiş û mejiyê xwe de qebûl bike. Li vir dixwazim bûyereke li Amedê pêk hatiye bi we re parve bikim. Di 30ê meha Kanûnê de li Sumer Parkê hunermendên kurd û tirk bi hev re li hemberî vî şerê ku niha didome daxuyaniyek dan. Versiyona tirkî ya daxuyaniyê hunermenda tirk Lale Mansûr û ya kurdî jî hunermenda kurd Rojda xwend. Hevokek ji daxuyaniyê ev bû: “… haya we jê heye? welat parçe dibe…” Yek, ev daxuyanî rasterast bi hişmendiyeke tirkiyeyî hatiye nivîsîn ku parçebûna ‘welêt’-ku ew jî Tirkiye ye-e derdê wan, ne wêranbûna Kurdistanê ye ne jî bêwarbûna xelkê feqîr e derdê wan. Du û ya girîngtir, welatê ku di hişê Rojda û Lale Mansûr de zindî dibe, gelo heman welat e? Ger her du jî wek welat qala tirkiyeyê bikin, ji aliyê kurdan ve ev bixwe trajediyek e! Ger welatê her duyan ne yek be elbet, ev daxuyanî ji binî de pûç û bêwate dibe. Wê çaxê wan li wir çi kirin û xizmeta çi kirin? Ger kurd ji şîngirtinê wext bibînin divê li ser vê babetê hevdû serwext bikin an hişê xwe zelal bikin. 3

Rêbazaveqetîna epîstemolojîk an zihnî, lazim e afirandina rabêjeke neteweperwer be, rabêjeke neteweperwer ku ji sloganan wêdetir, bikaribe xwetiya (benlik) civaka me saz bike lê ne neteweperweriyek fediyok ku li hemberî rexneyên dagirkerên xwe di pozisyona parastinê de be. Divê em bikaribin neteweperweriyê ji nav sînorên tarîfa êdinê xwe derxin û li gor peywenda xwe, şert û mercên xwe ji nû ve tarîf bikin. Divê em xwe îqna bikin ku neteweperwerî dînamîzma civakeke bindest e û daxwaza desthilatdariya li ser axê ye. Neteweperwerî destpêka çêbûna xwetiya civakekê ye ku bikaribe li ser lingên xwe bisekine.

Ev nerîna neveqetîner dike ku dîroka me jî her biçe bêtir şêlû bibe an bi temamî bê jibîrkirin. Yek ji hêmanên ku civakan dike civak bîra wan e. Bîra civakî ye ku mirovan li dor armanceke hevpar tîne ba hev, ‘îro’ û siberoja xwe bi alîkariya wê jî ava dikin. Wek tê zanîn dîrok hemû rabirdûyê nahewîne. Dîrok, bêtir, zanîna me ya derbare rabirdûyê de ye lê ev zanîn jî ji aliyê zanîna me ya ‘îro’ tê diyarkirin. Bi gotineke din, helwest û sekna me ya derbarê pirsgirêkên ‘îro’ de rê li ber lêkolînên dîrokî vedike an dike ku em li paş xwe binêrin. Li gor vê hin bûyerên qewimî bêtir derdikevin pêş, ji nû ve tên şîrovekirin an berovajî vê tên jibîrkirin. Ger rojeva kurdan tirkiyebûn an entegrasyon be, wê di dîrokê de çi bibînin? Biratiya gelan an di şerê Çanakkaleyê de kurd û tirk bi hev re mirin! Di şerê Melazgirê de kurdan alîkariya tirkan kirine! Komkujiyên bi serê kurdan de hatine, ne dûr hê bîst sal berê kuştina bi hezaran kurd (li bakur), wêrankirina bajar û gundan, asîmîlasyona bi her cureyî û rêbazê, şervan, serok û alimê kurdan ên kurdperwer? Na, ew ê bên jibîrkirin! Divê bê jibîrkirin ku kurd û tirk bikaribin bi hev re bijîn. Mînaka herî baş ev e, Ahmet Türkê ku yek ji siyasetmedarên bi dehan salan e li ser navê kurdan siyasetê dike di sala 2009an de di bernameyeke televizyonê gotibû bo aşitiyê ew amade ne ku “failî meçhûl”an ji bîr bikin. Di nav heft salan de berovajî vê gotineke wî û partiya wî çênebûye. An dema yek xwedî li şerê Çanakkaleyê derkeve û hewl bide wê nûjen bike, zehmet e xwedî li serhildanen Şêx Seîd, Agirî, Koçgirî, Mela Mistefa û Mihemed Qazî… derkeve. Lazim e teheyuleke civakî ya bo siberojê hebe ku ev bûyerên dîrokî neyên jibîrkirin. Lê îro, ev wêranbûna bajarên Kurdistanê, kuştina bi sedan kesanbi awayekî xedar, ew ê jî rojekê bibin malê dîrokê. Lê em ne bawer in ku bîst sal şûn de ji vê trajediyê wê çiqas di bîra me de bimîne, bimîne an nemîne.

Ev nivîs bêtir bi riya mînakên ji jiyana malbatî, mezinkirin û perwerdehiya zarokan, danûstendinên siyasî û çandî yên çi şexsî çi rêxistinî gelekî dirêjtir bibe. Bi kurtasî ji qada jiyanê ya herî teng heta qada firehtirîn awayekî nû yê fikirîn û hîskirinê divê ji bo kurdan.Wek encam, ger em stratejî û vîzyoneke nû û bi hûrgilî neafirînin, welew ku îro Kurdistana mezin an biçûk ava jî bibe, malûm şert û mercên siyasî dikare bêyî îrade me jî biguherin, sedsal berê dewletên mezin li Rojhilata Navîn û Afrîkayê çawa rahiştin cedwelên xwe û sînor xêz kirin, ew îhtimal heye ku em nexwazin jî rojekê werin li dora me jî sînoran xêz bikin. Lê ev îhtimal jî ne îhtimaleke biçûk e, bi vî halê xwe em ê bi pirsgirêkên gelekî dijwartir re rû bi rû bimînin û em ê di nav wan sînorên ‘xwe’ de hevdu bixwin. Lewma girîng e ku ji kurd çavê xwe ji dagirkerên xwe bizîvirîne ser tecrube û zanînên gelên cîhanê yên ku ji bindestiyê karibûne xilas bibin an rewşa xwe baştir kirine û danûstendina rewşenbîrî ya bi gelên têkoşer re xurtir bikin. Yek ji van, reşikên Afrîkaya Başûr û rewşenbîrê wan Steve Biko ye.

1 Agahiyên derbarê têkoşîna reşikan a li Afrîkaya Başûr min ji vir girtine: Steve Biko, Siyah Bilinci, amad. Barış Ünlü, wer. Onur Eylül Kara, weş. Dipnot, Enqere, 2014.

2 Sırrı Süreyya Önder di belgefilmekî de vê armancê baş îzeh dike: https://www.youtube.com/ watch?v=vCXIRQfTHkQ

3 Ez spasdarê Ömer Faruk Baran im ku ez haydar kirim ji vê nûçeyê.

Share.

Leave A Reply