Şerefxan bo Çi Hat Kuştin?

MISTEFA DEHQAN – V. GENÇ –  JI ÎNGILÎZÎ: FEXRIYA ADSAY

Puxte: Puxte: Di gotara beriya vê “Reflections on Sharaf Khans Autobiography” de (Fikrên Derbarê Otobiyografiya Şerefxan de), me hewl da cimaeta akademîk qanih bikin ku 1012/1603-04, dîroka qebûlkirî ya mirina Şerefxan, red bikin.1 Em vê nêrîna xwe dispêrin çend belgeyên osmanî û ermenî yên neçapkirî ku em li gor van texmîn dikin ku dîroka mirina Şerefxan demeke di navbera 1007/1603-04 û destpêka 1010/1601-02 de ye. Tê îdiakirin ku ihtimal e sedema mirina wî kuştin bû. Dema ev gotar di çapê de bû jî em li hin belgeyan rast hatin ku berê nehatin ferqkirin û hêja ye bên hesibandin. Wek babet bo mirina Şerefxan bêtir belge hene ku beriya gihiştina encamên saxlem divê mirov gelek bi îhtiyat nêz bibe. Li aliyê din, di gotara me de referansên bo mirina Şerefxan heta radeyekê kurt in û me jî bi kêfxweşî ji vê derfetê îstifade kir ku em hin hûrgiliyên nû bidin. Ev gotar ji du beşan pêk tê, (i) hin agahiyên sereke yên derbarê mirina Şerefxan û (ii) transkrîpsiyon û wergera îngilîzî ya hin belgeyên nû derbarê mirina wî de, ku wek îlaweyekê xuya dike bo nivîsa me ya beriya vê.

Peyvên sereke: Şerefxan, Şerefname, Kurdistan, mirin, dîroka Kurdistanê, kurd

Destpêk

Derbarê jiyana Şerefxan de, bi taybetî beşa dawî, kêm agahiyên ewle hene. Şerefxan kengî mir? Giştî tê gotin ku Şerefxan di 1012/1603-04an de miriye, lê tu belgeyên vê tarîxê tunene.2 Li gor belgeyên ku me di nivîsa din de dabûn û ya ku li jêr hatiyê dayin, niha diyar e ku tarîxa heta niha hatiye pejirandin 1012/1603–04, divê bê redkirin. Nivîsa li jêr hewldaneke xulasekirina zanîna me ya têra xwe mîsoger a derbarê mirina Şerefxan de ye.

Şerefxan 20ê Sibata 949an de li herêma Qûmê li bajarê farisan Karah-Rûmê hatiye dinyayê. Malbata wî di warê qabiliyeta rêvebiriyê de bi xanedana ku li herêmê desthilat e, yanê Safewiyan re di nav têkiliyên nêz de bû. Şerefxan, wek bavê xwe Şems el-Dîn Beg û birayê xwe Xelef Begê ku burokrat bûn, karê memuriyetên girîng kirin û xwe dabû kar û barên safewiyan. Piştî rêwîtiya wî ya bo Naxçîvanê di sala 986/1578an de, hevdîtinek di navbera Şerefxan û fermandarê osmanî Xusrev Paşa pêk hat û vegeriya Bidlîsê, bajarê bav û kalên xwe, ku îjar wek rêvebirekî osmanî yê pir kêrhatî karê xwe yî siyasî domand. Li Bidlîsê ku Şerefxan, piraniya temenê wî nebe jî, baş kar kir, siltanê osmanî patronê wî bû û ew bo seferên bi ser Gurcistan û hin deverên din ên bi ser sînorê pers-osmanî ve teşwîq dikir.3 Vê têkiliya germ bandora wê li ser şîroveyên siltên ên derbarê rêvebirî û îdarekirina emîr jî xuya dikir.4

Ger di Şerefnameyê de derbarê salên dawî yên Şerefxan de zêde agahî tunebe jî, ji arşîvên osmanî têra xwe malzeme û şîrove derdikevin. Bi qasî ku mirina Şerefxan elaqeder dike, ev arşîv di destpêkê de tomara xurtbûna hakimiyeta kur û birayê biçûk ê Şerefxan e. Arşîvên osmanî ji me re dibêjin ku Şerefxan bi seltanatê re ketiye dijberiyê û xuya ye têk çûye, ji ber ku Şerefxan wexteke beriya destpêka 1009/1600-01ê miriye, û kurê wî Diya el-Dîn di heman salê de ketiye dewsa wî. Bo demekê Diya el-Dîn waliyê Bidlîsê bû. Di sala 1010/1601-02yan de Xelef beg îdareya Bidlîsê kir dest xwe. Piştî demeke kurt dîsa îdareya Bidlîsê radestî Diya el-Dîn kir. Diyar e ku ji 1011/1602-03yan heta 1019/1610-11an, Diya el-Dîn hakimê Bidlîsê bû.5

Divê ev bê destnîşankirin ku hin belgeyên osmanî yên di 1010/1601-02yan de hatine nivîsandin, cî didin dijberiya di navbera Şerefxan û Ahmed Paşa de, beylerbeyiyê Wanê.6 Mixabin, sedema vê dijberiyê nayê zanîn. Tiştê diyar ew e ku ji 1007/1598-99an heta 1010/1601ê bi taybetî ji aliyê Ahmed Paşa bi ser Bidlîsê ve çend seferên osmanî pêk hatine. Wî talan kiriye, şewitandiye, dîl girtiye, kiriye xulam û Şerefxan kuştiye.7 Hin belge hene li gelek deverên Bidlîsê tirs û xofa ji ber hatina osmaniyan teswîr dikin.8 Divê bê diyarkirin ku Xelef Beg (wek hakimê Bidlîsê di 1010/1601-02yan de) êrîşên osmanî yên ji aliyê “Ahmed Paşayê zalim” tomar kiriye. Xuya ye demekê bi çavê gefeke demkî û dagirkerên nedaimî li osmaniyan nêriye, heta wê radeyê ku di 1010/1601-02yan de di nav peywenda derbirîneke tikayî de ji siltên dibêje ku kurdên Bidlîsê ji yekîneyên leşkerî yên Ahmed Paşa xilas bike. Carekê Xelef Beg jî ji xelkê Bidlîsê re dibêje mecbûr serê xwe bitewînin û li bende bin heta bahoz derbas bibe. Xelef Beg di gotinên xwe yî dîsa di eyn salê de wek “merhûm Şerefxan” qala birayê xwe dike. Lê Xelef Beg bi tu awayî derbarê kuştina Şerefxan de tiştekî nabêje. Lazim e mirov qebûl bike ji belgeyên osmanî ev zelal e ku Xelef Beg him hevalê osmaniyan e û him ê xelkê Bidlîsê, bajarê bav û kalên xwe ye. Wî li êrîşên osmaniyan wek karesateke ku bi ser Bidlîsê de hatiye û birayê wî kuştiye dinêrî. Lê ev jî ne zelal e ku di dijberiya navbera Şerefxan û siltên de rola Xelef Beg bixwe çi ye. Piştî kuştina Şerefxan, elbet beriya destpêka 1009/1600-01, Xelef Beg, birayê wî Şerefxan ku her dem pê re bû, balkêş e, bû parêzgerê nû yê Bidlîsê ku piştî demekê ji destê wî derket. Deh mehan (ji Çileyê heta Îlonê)9 hakimiyet ket destê Diya el-Dîn ku Ferhad Beg (û ne bavê wî bixwe). Divê bê destnîşankirin ku Ferhad Beg rasterast ji aliyê siltên ve wek beylerbeyê Bidlîsê hatiye tayinkirin.

Wek ku li jêr hat qalkirin, Xelef Beg di dema desthilatdariya xwe de (1010/1601-02) wek “merhûm Şerefxan” qala birayê xwe kiribû. Di belgeyên osmanî de paragrafek din a girîng heye ku divê dema mirina Şerefxan ronî bike. Li gor A.NŞT.D. 1171, 7110 (Şaban 1009/11 Sibat 1601), eşkere ye ku Şerefxan beriya destpêka 1009/1600-01ê hatiye kuştin. Li vir wek “muteveffa Şeref Xan” tê qalkirin. Me berê wek tarîxa mirina Şerefxan 1007/1598-99 û destpêka 1010/1601-02 dabû. Lê tarîxa rast divê di wexte- ke navbera 1008/1599-1600 û destpêka 1009/1600-01ê de be. Delîleke din a girîng a derbarê kariyera Şerefxan ji DFE.RZ.D., 206, 257an tê. Ev baleke taybet dikşîne ji ber ku nîşan dide ku Şerefxan di 11008/1599-1600î de hê sax e û dîsa bûye mîrê Bidlîsê.

Sedemên kuştina Şerefxan: Îhtimalên sereke

Nezelaliyên derbarê qedera Şerefxan de mînakek e bo nerêkûpêkiya arşîvên osmanî. Naveroka malzemeyên arşîvê bêtir ketober e. Ev dibe sedema çendîn teoriyên derbarê mirina Şerefxan de. Belkî di serê wî de şehweta serxwebûnê şikil girtibû. Belkî şahê safewî ew qeftanê şerefê xelat kiribe. Belkî Şerefxan hê jî bi farisan re, patronên xwe yî berê, elaqedar dibû, ji ber hurmeta xwe, çû ba şah. Demekê pozisyona Şerefxan pir bilind bûbû. Îhtişam û hêza wî mezin bûbû û hin herêmên cîran dagir kiribû. Belkî osmanî derbarê hêza Şerefxan a herêmî reşbîn bûn û nedixwestin hakimiyeta Bidlîsê ji wî re bihêlin. Wek îhtimaleke pir girîng, divê bê destnîşankirin ku Şerefxan, dema Celaliyan li hemberî osmaniyan serî hildidan miriye. Balkêş e, salên dawî yên mîrektiya Şerefxan rastî serhildanên celaliyan ên li herêmê hatiye. Ev diyar e ku di navbera Şerefxan û Ahmed Paşa de hin şer çêbûne. Balkêş e ku Ahmed Paşa li herêmê fermandarê sereke yê osmanî ye li dijî celaliyan. Lewma, belkî Şerefxan serekê celaliyan bû.11 Navbera Şerefxan û Siltanê osmaniyan de dijberiyek cidî hebû. Di navbera wan de hevrikiya sereke di 1004/1595-96an de derket û siltan red kir mafê mîrektiya Bidlîsê bide Şerefxan, digel ku ev maf (wek yurtluk-ocaklık) bo mîrên Bidlîsê heta dawiya temenê wan hatibû dayin.12 Biryara wî di 1005/1596-97an de ku ji rola xwe ya desthilatdariya Bidlîsê vekişe, li gor otobiyografiya Şerefxan,13 xuya ye teswîreke mezinkirî ye. Li gor A.RKS.D., 1474 /(Remezan 1004/20 Gulan 1596), siltan zor da Şerefxan ku Hazzoyê (Hîzan?) wek binkeya nû ya mîrektiya xwe bipejirîne. Pir seyr e ku Şerefxan di otobiyografiya xwe de ku 1005/1596-97an de hatiye nivîsandin qala vê nake.

Ev gengaz e ku mirov bêje dîroka hevrikiya Şerefxan-osmanî di 1004/1595-96an de dest pê kiriye û mûhtemel e di salên pey re mezin bûye. Li aliyekî din belgeya osmanî A. DVN. 8/15 (Zu el-Qa’da 1009/Gulan 1601), tomar kiriye ku di sala 1009/1601ê de Ferhad Beg mîrê Bidlîsê ye. Balkêş e ku Ferhad Beg ji aliyê celaliyan ve hatiye kuştin, dibe ku ev bûyera taybet bûbe sedema eşkerebûna hevalbendiya Şerefxan û Celaliyan a muhtemel li herêmê. Ev geşedan divê bûbe sedema ku osmanî Şerefxan ji birêvebirina zi’ameta* Bidlîsê veder bike. Di Receba 1009/ 28ê Pûşbera 1601ê û 8ê Şabana 1009/12ê Sibata 1601ê de, peywirên Şerefxan ên berê hatin dayin bo beylerbeyiyê Wanê.14 Wê çaxê Şerefxan ne sax bû.

Eşkere ye ku axa kurdan ewçax ne wilayetên sakîn bû. Li gor hin belgeyên osmanî, ji Kurdistanê xeberên nerazîbûnê hatibûn Stenbolê. Nûnerên osmanî yên li herêmê, ditirsiyan ger faris bixwazin mîrên kurd bi kar bînin, ew dikare li dijî wan bên bikaranîn, û lewma ji bo hakimiyeta herêmê bi dest bixin zor didan siltên ku hin qeftanên xelatê bide hemû mîrên kurd. Dema mirov bi giştî lê dinêre, dema Abbas I peyderpey tevlî jinûvegirtina Tebrîzê dibû, şahên safewî dixwestin bandora wan li ser Kurdistanê hebe.15 Belkî rola Şerefxan a di qanihkirina mîrên kurd li dijî siltanê osmanî de pir mezin bû.

Li gor belgeyên nûpeyda yên li jêr jî bi temamî teqez e ku osmaniyan Şerefxan kuştine. Hema hema diyar e ku Şerefxan bi îhtimal yekîneyên xwe civandibû û ji hevalbendên din ên herêmê jî alîkarî xwestibû. Pevçûna di navbera her du aliyan de xuya ye gur bûye lê dawiya dawî kurdan serî tewandine û şûr li Şerefxan ketiye.

Mixabin, sedema kuştina Şerefxan a li dor şêst saliya wî de wê wek sirekê bimîne. Em vê jî dizanin ku li cîhaneke ku weba, mîrkitok û jana zirav, dirêjbûna temenê yekî bidlîsî dadixist sî û pênc salan, Şerefxan têra xwe li ber xwe daye, jiyana wî nîspeten dirêj û xurt bûye. Sedem belkî serweta Şerefxan bû ku dabû hev. Ji belgeyên jêr jî diyar e ku Şerefxan mîrekî kurd î dewlemend bûye. Ferman tê dayin bo nûnerên osmanî ku pere, xezîne û her tiştê aidî wî divê bên talankirin.

Bi qasî artêşeke xurt û pergaleke guncav a dadî, qesreke luks ji bo bikaribe li ser piyan bimîne, dewleta osmaniyan diviyabû xwe bi hevdana bacê û îdareya aborî mijûl bikirana. Ji belgeyên jêr û kirpa wan a li ser dewlemendiya Şerefxan, mirov fam dike îhtimal e osmanî ji talanê bêtir bi riya hevdana bacan bi destxistina pereyan elaqedar dibûn. Belkî Şerefxan red kir bacê bide, ji ber ku nedana bacê dibû sedema cezayê giran. Muhtemel e ku wî xwest ji bo ji bacê “bireve” safewî wek perde bi kar anî.

Vegotinên derbarê mirina Şerefxan de

Li jêr em ji arşîvên Bab-ı Asafî, Divan-i Humayûn Mühimme Kalemi yên li Stenbolê çar belge pêşkêş dikin. Her çiqas kêmasiya belgeyan rê nade me ku bi awayekî misoger dîroka mirina Şerefxan tam bidin, belgeyên niha tevî delîlên din kuştina Şerefxan nîşan didin, bi awayekî xurt diyar kirine ku ew ji aliyê osmaniyan ve hatiye kuştin. Di tinebûna çavkaniyên akademîk yên nû li ser jiyan û kariyera Şerefxan de, belgeyên niha riwayetên têrtijî û bihevseng ku tam bêje çi bi wî hatiye, nikarin pêşkêş bikin. Lê armanca wan ew e ku ji bo lêkolînên pêşerojê zemînekî amade bikin û hin bûyerên girîng bi bîr bixin.

Belgeya yekem ji siltên bo beylerbeyiyê Wanê û Abdullah Axa ye. Li Başbakanlık Osmanlı Arşîvî ya navendî ye, nimreya wê A.DVN.MHM. D., 935, 8/1, tarîxa wê 27 Rabî’ I 1011/14 Îlona 1602 ye.

Belgeya duyem ji siltên bo heman kesî ye (27 Rabî’ I 1011/14 Îlon 1602). Nimreya wê di arşîva Stenbolê ya navendî de, BOA, A.DVN.MHM.D., 935,8/2 ye.

Belgeya sêyem hükümeke 27 Rabî’ I 1011/14 Îlonê 1602yan e, nimreya wê BOA A.DVN.MHM.D., 935,8/3 ye.

Belgeya dawîn, (fig. 2) ji siltên bo Mustafa Paşa, beylerbeyiyê Wanê ye. Di 11 Rabî’ II 1011/28 Îlona 1602yan de hatiye nivîsandin û wek A.DVN.MHM.D., 935, 17 hatiye katalogkirin.

Deq (bi osmanî)

Van beylerbeyisine ve Dergâh-ı Âlî kapucıbaşlarındankatl olunan Şeref Hân’ın muhallefâtı kabzına me’mûr olan Abdullah Ağa’ya hüküm ki bundan akdem Van’da kullar ağası olan Vâsıl oğlu Hasan Van Kal’ası’nda mahbûs olub lakin Bitlis hâkimi iken katl olunan şeref Hân’ın zâyi’ ve telef ve ekl ve bel’ olunan malından bin yük akçe zuhûra getüresün deyü taahhüd eyledükde ol cânibden gelen sikât haber virmekle mezbûr habsden ıtlâk olunub taahhüd eyledügi malı zuhûr itdirür ise ağalığı dahi mukarrer ola deyü fermân-ı hümâyûnum sâdır olub mâliyye tarafından emr-i şerîf virilmegin buyurdum ki vusûl buldukda mezkûrı habsden ıtlâk idüb taahhüdü üzere maktûl-i mezbûrın zâyi’ ve ekl ve bel’ olunan malından ol mikdâr malı zuhûr ittirmege kâdir olur ise mâliyye tarafından virilen hükm-i hümâyûnum mûcebi ile’amel idüb ağalığını mukarrer eyleyüb tasarruf ittiresün şöyle ki taahhüdinin aslı olmayub kelâmı lağv olursa asla habsden ıtlâkeylemeyesün.

werger

Bo beylerbeyiyê Wanê û serdergevanê Qesra Siltên Abdullah Axayê ku bo destdanîna milkê Şerefxanê kuştî hatiye tayinkirin ferman hat dayin; Hesen, kurê Vasil, hostayê xulaman (kullar ağası) ku di keleha Wanê de zindankirî ye, taahud kiriye barê hezar akçe ji malê Şerefxan, mîrê Bidlîsê, ku dema hat kuştin winda bûye, telef bûye, hatiye xwarin û daqurtandin, bîne. Dema yek ji wan dera hat û nûçeyên rast da, fermana min amade ye ku dema yê behsa wî derbas bû bê berdan, ger ew malê Şerefxan bîne wek ku soz daye, divê axatiya wê lê bê vegerandin. Min ferman daye maliyeyê ku dema fermana min hat wergirtin ê li jor behskirî divê ji zindanê bê azadkirin ger ew bikaribe wî mal û milkê winda, telef û talanbûyî yê Şerefxan bîne wek ku soza kirinê û bicîanînê daye li gor fermana min a împeratorî ya ji maliyeyê ku axatiya wî bê vegerandin. Ger ew ê nikaribe vê peywirê bi cî bîne û soza wî derew be, ew bila qet ji zindanê neyê berdan.

Deq (bi osmanî)

Müşârunileyhumâya [yanê, Van beylerbeyisine ve dergâh-ı âlî kapucıbaşlarından ’Abdullah Ağa’ya] hüküm ki bundan akdem Bitlis hâkimi iken katl olunan şeref Hân’ın cümle emvâl ve erzâkını zabt ve kabz eyliyen sâbıka Van beylerbeyisi Ahmed dâme ikbaluhunun Van’da olan Mehmed nâm kethüdâsı ve Süleyman vesâir âdemlerinin evleri ve odaları içinde sepet sandukları Şeref Hân malı olmağla kapuları mühürlenmiş iken bu cânibden emr-i şerîfimle müşârunileyhi kapucıbaşım varmadın mühürlenen evlerin gice ile nerdübânlar koyub pencerelerinden âdemler koyub her ne varsa çıkarub Van halkına virüb sakladub ba’dehu müşârunileyh kapucıbaşım varub mühürleri bozub içeriye girdikde iki yüz mikdârı sepetleri boş ve odaları hâlî bulunduğı’ilâm olunmağın bu makûle hile ve hud’a ile zikrolunan malı alub zabt idenler kimlerdür aslı ile yerlü yerinden görülüb zuhûra getürülmek içün mâliyye tarafından hükm-i hümâyûnum virilmegin buyurdum ki vusûl bul- dukda husûs-ı mezbûra onat mukayyed olub mâliyye tarafından virilen hükm-i hümâyûnum mûcebi ile’amel eyleyüb bel’ ve zâyi’ olan malı zuhûra getürüb mumaileyh kapucıbaşıma zabt ve kabzitdiresün.

werger

Bo beylerbeyiyê Wanê û serdergevanê Qesra Siltên Abdullah Axa, waliyê Wanê yê berê Ahmed, bextewariya wî berdewam be, hemû mal û milkê Şerefxanê ku dema mîrê Bidlîsê bû hatiye kuştin û tişt û alavên wî hatine xistin bo sindoqên darîn li hundirê menzel û xaniyên zilamên mîrê navborî wek kethudayê wî Mehmed, Suleyman û yên din, û derî hatibûn mohrkirin. Beriya gihiştina serdergevanê min î navborî ku fermana min pê re bû, bi şev dirênceyek dan ber paceyê û di paceyê re zilam şandin hundir. Li hundir çi hebû rahiştinê û dan xelkê Wanê ku bên veşartin. Dema serdergevanê min î navborî gihişt û mohr şikenandin dîtin ku menzel û 200 sindoqên darîn vala bûn. Fermana min î împeratorî ya ji maliyeyê hatiye dayin ku ew kesên bi hîlekariyê ew mal birine, dest dane ser divê çawa lazim be bên anîn. Min beyan kiriye ku dema ev ferman hat wergirtin baldar bin bo vê meseleyê û li gor fermana min a împeratorî ya ji maliyeyê bê bicîanîn bi anîna mal û milkên winda, telef û talabûyî yên Şerefxan û radestkirina wan bo serdergevanê min î navborî.

Deq (bi osmanî)

Müşârunileyhumâya [Van beylerbeyisine ve dergâh-ı âlî kapucıbaşlarından’Abdullah Ağa’ya] hüküm ki bundan akdem Südde-i Saadet’ime mektublar gönderüb Bitlis hâkimi iken katl olunan Şeref Hân’ın karındaşı Halef Hân dâme maaliyehunun Âsitâne-yi Saadet’ime virdüği defteri mûcebince maktûl-i mezbûrın ve âdemlerinin üç bin yükten ziyâde esbâb ve erzâk ve emvâlleri kabz olunduğu mukarrer olub ve sen ki beylerbeyisin hemân tahsîline âdem lazımdur deyü’ilâm eylemekle mumaileyh kapucıbaşım irsâl olundukda senin ma’rifetin ve hâs ve kul ağaları ittifakıyla sâbıka mîrmîrân olub hâlâ Rum beylerbeyi olan emîrü’l-ümerâi’l-kirâm Ahmed dâme ikbâluhunun kapucılar mühürledügi evleri açılub içinde mevcûd olan nukûd vesâir nazara merğûb olan esbâbın ekseri alıkonulub müşârunileyh kapucıbaşıma cüz’i nesne gösterilüb mâ’adâsı mâbeyninde zâyi’ ve telef ve bel’ ve ketm olunduğı’arz olunmağla bu husûsa ziyade’itâb ve’ikâba müstehak olmuşsuzdır mâliyye tarafından emr-i şerîfim virilmegin buyurdum ki vusûl buldukda asla te’hir ve terâhî itmeyüb husûs-ı mezbûr içün mâliyye tarafından virilen hükm-i hümâyûn mûcebince’amel idüb ketm ve bel’ olunan malı her kimlerde ise zuhûra getüresin.

werger

Bo beylerbeyiyê Wanê û serdergevanê Qesra Împeratoriyê Abdullah Axa ferman hatiye dayin; bi riya şandina nameyan bo Stenbolê [Südde-i Saadet], hatiye zanîn ku li gor defterên bo Stenbolê ji aliyê Xelefxan, esaleta wî daîm be, birayê Şerefxanê ku dema mîrê Bidlîsê bû hatiye kuştin, tomar kiriye, hatiye tesdîqkirin ku ji sê hezar barî zêdetir mal û milkê kuştiyê navborî û yên zilamên wî hatine derdestkirin. Te, beylerbeyiyê Wanê, îlan kiriye ku girîng e ku hin zilam bên şandin bo derdestkirina mal û milkan, li ser daxwaza te, serdergevanê min î navborî hatiye şandin. Mîrmîranê berê û Beylerbeyiyê Rumê yê niha, fermandarê fermandaran ê xêrxwaz, deriyê xaniyên Ahmed, bextewariya wî daîm be, ku ji aliyê dergevanan hatiye qufilkirin, bi qabiliyeta te ya taybet û ya xulamên te hatine vekirin. Hatiye zanîn ku piraniya pereyên mewcûd û tiştên biqîmet hatine derdestkirin û ji tiştê dihat hêvîkirin pir kêm tişt hatiye nîşandan bo dergevanê min û yên mayî jî winda bûne, hatiye telefkirin, hatine xwarin û veşartin. Di vê meseleyê de tu cezayê min heq dikî. Fermana min a ji maliyeyê hatiye derxistin: dema ferman gihişt, divê ew bê bicîanîn, bêyî derengxistin, li gor fermana min a împeratoriyê ya ji maliyeyê û tiştên veşartî, windakirî bi kê re be divê ji wan bê stendin û bê anîn.

Deq (osmanî)

Van beylerbeyi Mustafa Paşa’ya hüküm ki bundan akdem Bitlis hâkimi iken katl olunan Şeref Hân’ın emvâl ve erzâkını mukeddemâ Van beylerbeyisi olub hâlâ Sivas beylerbeyi olan Ahmed dâme ikbâluhunun Mehmed kethüdâsı ve Süleyman ağası vesâir âdemleri yağma ve gâret idüb küllî mal zabt ve kabz eylemişlerdür. Hâzır ve mevcûd hazinedür hemân der-i devletimden bir mu’temed âdem gelmesine mevkûfdur deyü nice defa mektublar ile’ilâm eyledügin ecilden Âsitâne-i Saadet’imden Dergâh-ı Mu’alla’m kapucıbaşlarından kıd- vetü’l-emâcid ve’l-ekârim Abdullah Ağa dâme mecduhu irsâl olunub lakin dahî ol cânibe varmadın mezbûrları habsden ıtlâk itdigünizden mâ’adâ gice ile mühürlü olan odalarının pencerelerine nerdübânlar ile âdemler çıkarub cümle altun ve akçeyi ve nazara merğûb esbâbı alub mumaileyh ka- pucıbaşım vardukda cümle mühürlü kapular açılub içinde olan sandıkları boş ve hâlî kalduğı mesmû’-ı hümâyûnum olmağın mes’ul ve muta’atıb olmuşsızdır bu bâbda mâliyye tarafından sana müekked hükm-i hümâyûnum gönderilmişdür buyurdum ki vusûl buldukda husûs-ı mezbûra geregi gibi mukayyed olub mâliyye tarafından virilen hükm-i hümâyûnum mûcebi ile’amel idüb hilâfına cevâz göstermiyesün.

werger

Tê fermankirin bo beylerbeyiyê Wanê Mustafa Paşa; zilamên beylerbeyiyê berê yê Wanê û yên beylerbeyiyê niha yê Sêwazê, Ahmed, bextewariya wî daîm be, wek kethudayê wî Mehmed, axayê wî Suleyman û zilamên din ên ku hemû mal û eşyayên Şerefxanê ku dema mîrê Bidlîsê bû hat kuştin, talan kirine û dest danîne ser. Li ser daxwaza we ya bi riya nameyan bo destdanîna ser xezîneya heyî û ya amadekirî, min ji Stenbolê [Âsitâne-i Saadet] zilamekî min î pêbawer, yek ji dergevanê Qesra xwe [Dergâh-ı Mu’alla’m] Abdulla Axa, îhtişama wî daîm be, şand. Min bihîst ku beriya hatina wî tevî ku serbestberdana kesên navborî ji zindanê, we bi şev dirênceyek daye ber paceyên menzela mohrkirî û zilam şandine hundir û we hemû sikeyên zêr û tiştên biqîmet zevt kirine, û dema serdergevanê navborî hatiye û menzelên mohkirî vekirine dîtiye ku sindoqên darîn vala ne. Hûn berpirsiyar in û hûnê bên sûcdarkirin. Fermana min a împeratorî ya ji maliyeyê hatiye şandin bo we ji ber vê bûyera hatiye dubarekirin. Fermana min a împeratorî daye zanîn: ku dema ev ferman hat wergirtin, bila bal li ser vê meseleyê be û li gor fermana min a împeratorî ya ji maliyeyê bê bicîanîn, û bo tiştekî berovajî destûr neyê dayin.

Kurteya encamkirinê

Li gor dîtina me, neqilkirina Şerefxan bixwe ya bûyerên sereke yên jiyana xwe mûhteşem e; ev heta niha beşa herî baş a biyografiya Şerefxan e. Tebî ye ku, û mixabin, tu awayekî ku pêşkêşkirina wî ya di vê biyografiyê de bikaribe bi temamî pêbawer be tuneye. Dawiyê de, Şerefxan xwînerên xwe bi diyagrameke ku di 1005/1596-97an de bi dawî dibe, dihêle. Bêyî delîleke qalkirî, lêkolînerên hevdem dibêjin Şerefxan di 1012/1603-04an de miriye. Û dema ji bo salên 1005/1596-97an ravekirin tê xwestin, gelek caran hêvişikestî dikin.

Dawiya dawîn derbarê Şerefxan de îzahatên herî baş ku di arşîvên osmanî de ne me dibe encamê. Teqez Şerefxan di demeke navbera 1008/1595-1600 û destpêka 1009/1600-01ê de miriye. Lê ligel belgeyên girîng ên osmanî, zanîna arşîvkî ya bûyerên dawiya temenê wî derbarê sedema kuştina Şerefxan de pir kêm tişt dibêjin. Em dikarin texmîn bikin sedema li paş vê kuştinê têkilî û danûstendinên di navbera Şerefxanê xwedî bandor û celaliyan û bi taybetî safewiyan bûn.

Bapîr û bavê Şerefxan çi pê hatine, lêkolîneran ew vegotine jixwe. Em xulase bikin, di navbera malbata Şerefxan û safewiyan de hevrebûneke demkî hebû. Dema Şerefxan a bi safewiyan re serokekî kurd ku bibe raqîbê wî tunebû. Mirovekî ku di qada dîroka kurdî de zanabûneke wî ya berfireh hebû û dostê Tahmasp I bû. Mirovekî xwedîperwerde, di meseleyên sînoran de, qanûnên dînî û mijarên din de zana bû. Li hemberî îmamên şiî bi hurmet bû. Li herêma wî [Bidlîs] jê re dihat îtaatkirin. Sedaqata herêma wî bes bû bo wî. Ji ber ku di destpêkê de di nav Rojkiyan de kes tunebû wek wî mîrektiyeke kurd bi rê ve bibe, wî ji sînorên Îranê heta deverên rojavayê Bidlîsê bi rê ve dibir; wî axa Adilcewaz, Mûş, Melezgir, Exlat, Ercîş, Tetwan, Güzeldere, Ohkan û qismek ji Gewaşê bi rê ve dibir.

Gelo dibe ku ev rewşa wî ya bi îhtişam û cudatiya di navbera malbata Şerefxan û malbatên din ên kurd de bo Abbas I tevkariya çêbûna atmosfereke cuda kiribe? Ev gengaz e ku Şerefxan li ser fikirîbe û parve kiribe fikrên xwe yên derbarê ku safewî divê Tebrîzê dagir bikin û nifûza xwe ya li ser axa kurdan a li ser sînor xurt bikin. Îhtimalên din jî elbet mirov nikare bi temamî berteref bike.

 

 

 

 

* Orjînala gotarê M. Dehqan, V. Genç, “Why Was Sharaf Khan Killed?” 2015. Manuscripta Orientalia, XXI/2 (2015), pp. 13—19.

1 Bnr. Dehqan & Genç, 2015. (Manuscripta Orientalia, (wer.)) Ev dibe ku ji aliyê paşxane û çavkaniyan ve bo vê gotarê bibe alîkar.

2 Ev tarixa qebûlkirî yekem car ji aliyê Bursalı hatiye dayin, 1916: 72. Wî ensiklopediya xwe ji mirina Şerefxan gelek sal şûnde nivîsandiye û piraniya dîrokzanan hemfikir in ku ev anekdoteke bêbingeh e. Mixabin vê tarîxê di gelek nivîsên akademîk de cî girtiye. Bnr., bo mînak, Kütükoğlu, 1970; Naficy, 1986; Glassen, 1990; Munfarid, 1997; Pizişk, 2003; û Özgüdenli, 2010.

3 Bnr. Scheref, 1860: 456.

4 Bnr. bo mînak, BOA A.NŞT.D.1138.

5 Bnr., MAD 7439, 20—21; MD 78, hkm. 1227.

6 Di nav nivîsê de em transkrîba tirkî bi kar tînin dema em behsa deqên bir tirkî dikin. Bnr. BOA A.DVN, 3/95.

7 Bnr. riwayetên têkçûna Bidlîsê di BOA A.AMD, 1/4, tarîx: 1010/1601–02.

8 Bnr., bo mînak, BOA A.DVN, 12/54; A.DVN, 12/85; û A.NŞT, 9/26.

9 Bnr. MAD 7439, 20, Receb 1009 / Çile 1601.

10 Di gotarê de çend kurtek hatine bikaranîn. Hin ji wan kurtekan di arşîv û serenavan de bi gelemperî tên bikaranîn:
A.AMD — Âmedî Kalemî Defterleri
A.DVN. — Bâb-ı Asafî, Divân-ı Hümâyûn Mühimme Kalemi
A.NŞT — Bâb-ı Asafî Nişân (Tahvil) Kalemi; A.RSK.D. — Bâb-ı Asafî Ruûs Kalemi; BOA — Başbakanlık Osmanlı Arşivi; DFE.RZ.D. — Defterhâne-i Amire, Ruznamçe; hkm. — hokum
MAD — Maliyeden Müdevver Defterler
MD — Mühimme Defteri

11 Ev bi hin kişfên nû yên derbarê nivîsandina destxetên Şerefnameyê re li hev e. Ev diyar
e ku Şerefxan kêmtirîn yek, an belkî du nusxeyên Şerefnameyê ji Husên Canbûlad re,
mîrê Kilîs û beylerbeyiyê Helebê re şandiye, di sala 1007/1598-99. Ev ew sal e ku em dizanin Husên Canbûlad û Kara Yazıcı, serkêşê celaliyan hevdu dibînin. Lewma ji vî alî ve îhtimala têkiliyekê heye. Spas bo Sacha Alsancaklı ku ev bi me re parve kir.

12 Elbet ev bo Şerefxan jî heta dawiya emrê wî hatibû dayin. Bnr. A.DVN. MHM. D., 32/168, 8 Muharem 986 / 17 Adar 1578, wisa nivîsandiye: zikr olunan Bitlis sancağı müşarunileyhe yurtluk ve ocaklık tarikiyle neslen bade neslin inayet olunub (“sancaxa navborî ya Bidlîsê bo kesê navborî wek yurtluk-ocaklik bo nivşên pêşerojê jî hatiye tehsîskirin”)

13 Bnr. Scheref, 1860: 456.
* Zi’amet: Dema osmaniyan de cureyek bacê bû. Ji xwediyê erdên ku qedrê wan ji navbera 20 û 100 hezarî akçeyî de bû, dihat stendin. (wer.)

14 Bnr. A.NŞT.D., 1168, 24, û 34.

15 Bnr. bi taybetî BOA A.DVN. 12/24, tarîx: 1010/1601– 02, tê qalkirin ku Abbas I bi ser Salmasê ve hatiye û bi hêviya ku bikaribin li Kurdistanê hin destkeftiyan bi dest xin hin zilamên xwe şandine bo mîrektiyên kurd. Diyar e ku Abbas I di vî warî de bi ser ketiye û ji ber baştirbûna têkiliyên wî bi kurdan re dilê wî rihet bûye. (…haliya Van ve Diyarbekire müteallik bazı Ekrad ümerası bu canibe tabidür, dönmemişdür. Bazıları dahi iki canibe müracaat üzeredürVan giderse umumen Ekrad şaha tabi olmaları muhakkakdur… (“Hin esilzadeyên kurd ên li Wan û Diyarbekirê niha sadiqî vî alî ne, aliyê xwe neguherîne. Hin ji wan bi serî li du aliyan didin. Ger Wan bê windakirin, teqez hemû esilzadeyên kurd wê têkevin tabiyeta Şah.”))

 

 

ÇAVKANÎ

Bursalı M. T. (1915-1916), ‘Osmanlı Müellifleri [The Ottoman Authors]. Istanbul: Âmire.

Dehqan, M. &Genç V. (2015), “Reflections on Sharaf Khan’s autobiography”, Manuscripta Orientalia, c. 21, no. 1, rr. 46-61. Glassen, E. (1990), “Bedlîsî, Şaraf-al-Dîn”, Encyclopaedia Iranica, c. 4, rr. 76-77.

Kütükoğlu, B. (1970), “Şeref Han”, İslâm Ansiklopedisi, c. 11, rr. 427-429.

Munfarid, A. (1997), “Bidlîsî, Sharaf al-Dîn”, Daniş-nama-yi Jihan-i Islam, vol. 2, pp. 532—534. Naficy, S. (1986), “Bidlîsî, Sharaf al-Dîn Khan”, The Encyclopaedia of Islam, c. 1, rr. 1208-1209. Özgüdenli, O. G. (2010), “Şeref Han”, Türkiye Diyanet Vakfı İslam Ansiklopedisi, c. 38, rr. 548-550. Pizishk, M. (2003),

“Bidlîsî, Sharaf Khan”, Da’iratulma‘arif-i Buzurg-i Islamî, c. 11, rr. 574-575.
Scheref, Prince de Bidlis (1860—1862), Scheref-nameh ou Histoire des Kourdes, Véliaminof-Zernof, V. (ed.), St.-Pétersbourg: Commissionaires de l’Académie Impériale des Science.

Belge

Fig. 1.A.DVN.MHM.D., 935,8/1-3. 27 Rabî I 1011 /14 Îlon 1602. Bi destûraBOA. Fig. 2.A.DVN.MHM.D., 935,8/17. 11 RabƯ‘ II 1011 / 28 Îlon 1602. Bi destûra BOA.

Share.

Leave A Reply