Çîrokên Kurdî û dîroka Berhevkirina Wan*

MEZHER IBRAHÎMÎ – JI SORANÎ: MÊHDÎ JAFARZADEH

Puxte: Çîrok weke janreke girîng a edebiyata gelêrî ye, ev ronîkera gelek ji xalên tarî yên jiyana mirov e û berevajî edebiyata nivîskî, rengvedana serhatiyên xelkê asayî û çîna bindest e. Çîrokên folklor ên kurdî tevî ku li gel motîvên cihanî û destanên hevbeş di nava wan da berçav in lê xwedan hin taybetiyan in ku dibine sedema ciyawaziya wan û çîrokên neteweyên din û xasma jî gelên cîran. Destpêka xebata berhevkirina çîrokên kurdî vedigere nîvê sedsala şanzdehan û di maweya sed û şêst salî de û bi taybetî jî di salên dawî de gelek çîrok hatine berhevkirin. Tevî van geşedan û çalakiyan, çîrokên kurdî bi du pirsgirêk û kêmasiyên sereke re rûbirû bûne; ya yekem ev e ku piraniya berhevkaran şert û mercên zanistî berçav negirtine û ya duyem jî ev e ku li ser van deq û berhevokan, lêkolînên zanistî û têorî gelekî nadir in.

Peyvên sereke: çîrokên gelêrî, folklor, berhevkirin, analîz

Destpêk

Çîrok weke janreke girîng a edebiyata devkî, neynikeke hêviyê, nêrîn, zanyarî û cihanbîniya pêşiyan û ronîkera gelek ji xalên tarî yên jiyana mirov e. Edebiyata gelêrî bi taybetî çîrok berevajiya edebiyata nivîskî ku zêdetir li ser jiyana çîna desthilatdar e, çavkaniyên pêbawer ji bo nasîna dîroka rasterast a mirov, jiyan û serhatiyên xelkê asayî û çîna bindest e.

Çîrokên kurdî

Çîrokên kurdî ên folklor du cûre ne, pexşan û helbest. Cûreya helbestkî weke beyt jî tê binavkirin. Pexşan li deverên kurdnişîn weke hekayet, raz, efsane, neql, destan, çîrok, çîvanok û çîrçîrok tên nasîn. Hin beyt jî ji helbest û pexşanê pêk tên. Yanê pexşan û helbest tev li hev in; weke Mem û Zînê Zembîlfiroş (bnr. Mann, 2012), lê belê beyt bi giştî li ser bingeha helbestê radiweste û bi awa û ahengeke taybet tê stran.

  1. M. Thackston, mamosteyê zanîngeha Cambridgea Amirîkayê sala 1999an, hejdeh çîrokên navçeya Silêmanî û Kerkûkê ku Heme Salêh Tofîq berhev kiribûn, wergerandine îngilîzî û pêşgotinek jê re nivîsiye. Thackston derbareyê çîrokên kurdî wisa nivîsiye:

Çîrokên neteweya kurd ji nerît û baweriya bav û kalên Îranê cuda nînin, motîv û paşxaneya çîrokên wan, ji yên neteweyên din ên Îranî weke xelkê farsziman, xelkê Loristanê, Azerbaycanê, Gîlanê û Mazinderanê ciyawaz nînin û hevpar in. Tevî ku îro beşekî zêde ji kurdan, li axa Îraq, Sûriye û Tirkiyê dijîn û pêwendiya wan bi Îrana niha re jî tune lê zimanê kurdî nêzîkî zimanê farsî ye û ji zimanê tirkî û erebî dûr e. Ev tişt di nava mijara folklorê da bi awayekî berçav xwe dinimînin (Hemesalêh Tofîq. 2000:281)

Thackston her wisa amaje bi hin motîv û rehên hevbeş a çîrokên kurdî û îngilîzî dike û dibêje: Ev tişt weke rehên folklora Îranî, koka wan vedigere hindûewropiyan û hebûna van mijaran di çîrokên kurdî de ne ecêb e (bnr. Heman: 282), lê belê nêrîna Ulrich Marzolph, mamosteyê zanîngeha Gotingên a Almanya, derbareyê çîrokên kurdî û pêwendiya wan ligel çîrokên din ên îranî ciyawaz e:

Îran welatekî pirnetewe ye… her kêmneteweyeke îranê ciyawaziyeke xwe ya taybet bi farszimanan re heye. Em bi taybetî li ser rewşa kurdan disekinin. Neteweya Kurd piştî şerê yekem ê cihanê parçe parçe bû û wisan ku îro xuya ye ew li pênc welatên cuda dijîn. Tevî ku qet welatekî wan ê xweser tunebûye jî lê belê îro bala wan li ser bidestxistina xweseriyê ye. Ligel van dabeşkirin û cudabûna kurdan ji hev, dîsa jî weke hertim ew xwe weke neteweyeke yekdest û yekparçe dizanin û pişta xwe bi xwe girê dane, vî tiştî jî li ziman û çanda wan rengê xwe vedaye. Derbareyê çîrokên kurdî heta niha gelek tişt hatine gotin ku ev çîrokana mijareke taybet in û eger em bixwazin bêyî berçavgirtin cudahiyên wan, rasterast wan weke beşek ji çanda îranê bihesibînin, em ê rastî hin pirsgirêkan bên (Marzolph 1391:25).

Nêrîna Derwîşiyan nêzîkî nêrîna Marzolph e, ew dibêje: “di nava efsaneyên neteweyan de, efsaneyên îranî cihekî taybet digirin û di nava van da jî efsaneyên kurdî xwedan reng û bêhneke taybet in” (Derwîşiyan, 1326: 22). Jiří Cejpek amaje bi karakterên efsaneyên belûçî û kurdî kiriye û wisa nivîsiye:

Efsaneyên kurdî û belûçî qala çawaniya derketina regez û bingeha wan dikin û herwisa efsaneyên neteweyên din ku xwedan vê taybetmendiyê ne, gelekî girîng in. Girîngiya wan ew e ku ew diyarkera qonaxa kemilîna edebiyata gelêriya îranê li cihên din e, ew qala derketina regezê li wan deran nîne; yan jî sîstemeke gelekî pêşketî ya efsanewî cihê vî tiştî girtiye. Li vir em dikarin mijarên ku karîgeriya wan li ser zimanê farsî ya nivîskî û edebiyata klasîk û nû ya farsî hebûye, destnîşan bikin. (Cejpek, 1389: 53)

Dîroka berhevkirina çîrokên kurdî

Destpêka xebata berhevkirina çîrokên kurdî vedigere nîvê sedsala 19an. Qanatê Kurdo dibêje: “Alexandre Jaba konsolosê rûsî, salên 1855-1860an, bi alîkariya Mele Mehmûdê Bazîdî, li Erzirûmê gelek destnivîs weke çîrok, şanoname, pend û gotinên pêşiyan, beyt, helbest û serpêhatiyên kurdan berhev kirine û bi xwe re birine Rûsyayê” û weke pirtûkekê bi navê Camêyî Risaliyan û Hekayetan bi Zimanê Kurmancî bi du zimanan, bi fransî û kurdî çap kirine (bnr. Muhemdpûr, 1369: 26; Nûredîn Ebûbekr, 2005: 13).

Albert Socin, zanyarê swîsî, salên 1887-1890î, bi alîkariya Eugen Prym ve li ser folklora kurdî du pirtûk çap kirine. Wan di pirtûka xwe ya dudiyan de gelek ji çîrokên kurdî wergerandin û bi zimanê almanî weşandin. Herwiha Serkîs Aykonî (1838-1908) di pirtûkeke bi taybetî li ser folklora kurd û ermenan de, bi sedan pend û gotinên pêşiyan û efsaneyên kurdî berhevkirine û dane çapkirin (bnr. Nûredîn Ebûbekr, 2005: 14, 15).

Albert von Le Coq sala 1901ê, ligel taximeke kevnenas ji bo dîtina bajarê Zincîrlêyê têne bakurê Kurdistanê û li wir hejmarek destnivîs û bîst çîrokên kurdî berhev dikin û di sala 1903an de bidestxistiyên xwe ligel wergera wan a almanî diweşînin (bnr. von Le Coq, 2007: 10). Oskar Mann sala 1901-1903an beytên binavûbang û şeş çîrok ji vegêra zilamekî bi navê Mîrza Cevad, berhev kirine û di sala 1905an de, di pirtûka bi navê Tohfey Muzeferiye da çap kirine (bnr. Mann, 1376: 167).

Kemal Fewzî, ronakbîr û siyasetmedarê bakurê Kurdistanê ji bajarê Bidlîsê, yek ji nivîskarên kovara Jînê (kovareke kurdî-tirkî ku Komeleya Tealî kurdistan derxistiye) û kovara Kurdistanê çend çîrokên devera Amedê berhev kirine û wek bi xwe dibêje: “bi qasî zanîn û şiyana xwe ez ê çîrokên gelêrî yên kurdî di nava pelên Jînê da biweşînim û bixime ber çavên hûrbîn yên zaniyarên warê efsaneyan”. Kemal Fewzî sala 1919an hejmarên 22, 23 û 24an ji kovara navborî, bi pêşgotinek kurt va û çîrokeke bi zimanê tirkî weşandin (bnr. Salêh, 1997: 35-50). Wisa diyar e ku sedema neweşandina hemû çîrokan kurtbûna temenê kovarê bûye, ji ber ku di vê çavkaniyê da amaje bi çîrokên din nehatiye kirin. Di kovarên din weke Hawarê (1932-1945) de jî gelek ji vegêrên1 gelêrî hatine belavkirin (Allison, 1394: 94).

Basil Nikitin ji bilî lêkolîna li ser kurdan, hin pirtûk ku ji çîrokên kurdî pêk dihatin bi zimanê îngilîzî jî çap kirine; yek ji wan Suto û Toto (the tale of Suto and Toto) ye ku di sala 1923an de daye çapkirin. Herwisa di sala 1926an de sê efsaneyên navçeya Behdînanê di nava pirtûkeke bi navê çîrokên kurdî (Kurdish stories) da weşandine (bnr. wikipedia.org). Di berhemên din ên vî lêkolerî pirtûkek bi navê Çîrokeke Kurdî Derbareyê Ajalan, ku sala 1929an çap kiriye (bnr. Xizrî Eqdem, www.anthropology. ir). Herwiha zanyareke almanî bi navê Hugo Makas, çendîn çîrok, destan û gotinên pêşiyan ji devera Mêrdînê dane hev û di sala 1926an de li Lênîngradê dane çapkirin (bnr: Nûredîn Ebûbekr, 2005: 15).

Di nava kurdan da Heciyê Cindî, Emînê Evdal û Qanatê Kurdo, zêdetir ji her kesî girîngî bi berhevkirina çîrokên kurdî dane. Cindî û Evdalî, sala 1936an li Êrîvanê pirtûka Folklora Kurmanca weşandiye. Ev pirtûk ji komek helbest, pexşan û stranên folklorîk ên kurdên bakur û Ermenistanê pêk hatiye (bnr. Cindî û Evdal, 2008: 5). Qanatê Kurdo jî di maweya salên 1935-1950yî de hejmarek ji metnên folklorîk ên kurdên Soviyetê weşandine. Piştre wan xebata xwe domandiye û çend berhemên binirx pêşkêşî pirtûkxaneya kurdî kirine. Weke nimûne Heciyê Cindî di salên 1961, 1962, 1969an de çîrokên gelêrî yên kurdî li Erîvanê çap kirine (bnr: Nûredîn Ebûbekr, 2005: 18).

Roger Lescot, kurdnas û îrannasê binavûdeng ê frensî, di sala 1940î de pênc efsane bi zimanê kurdî û frensî çap kirine (Lescot, 1370: 7-5). Herwisa hemwelatiya Roger Lescot, André Brunel di sala 1938an de ji bo gihandina xizmetên bijîşkiyê hatiye kêleka çemê Dicleyê ango hatiye devera di navbera başûr û bakurê Kurdistanê; li vir pirtûka Guluzar û Heşt Çîrokên Kurdî2 nivîsiye (bnr. Brunel, 1377: 5-7). Brunel ev çîrok ji kurdên wê deverê bihîstine û bi şêwazeke pir xweşik dariştine, lê belê bi wî awayî wî ew çîrok ji resentiya xwe ya folklorîk, bi dûr xistine. Brunel wisa nivîsiye “li vê demê ku ez li vir im, kêfa min tê ku ez çîrok û efsaneyên vir kom bikim û bi vî rengî ez dixwazim kelecan, coş xorûşa van evîndarên azadiyê û xebatê nîşan bidim” (heman: 9-10).

Yek ji rojhilatnasên vê dawiyê û çalak di vî warî da, Margarita Borissowna Rudenkoya rûsî ye ku şêst û yek çîrok ji bajarên Tiflîs, Erîvan, Eşqabad û deverên din ên kurdnişîn berhev kirine û di sala 1959an de daye çapkirin. Çîrokbêjên ku ji bo Rudenko çîrok gotine, kurdên Xorasanê û bakur in (bnr. Rudenko: 1382: 359-365). Zuckerman, rojhilatnasekî din ê Rûsî, gelek ji çîrokên kurdên Turkmenistanê di sala 1986an de di pirtûkekê bi navê Kurmanciya Xorasanê de weşandiye (bnr. Tevehudî, 1379: 186).

Hewldanên cidî yên lêkolerên kurd ji bo berhevkirina çîrokên kurdî di nîvê sedsala bîstem de dest pê kiriye, wisan ku heta dawiya vê sedsalê ji şêstî zêdetir pirtûk hatine weşandin (bnr. Nûredîn 2004: 96-117). Hin xebatkarên vî warî heta dawiya sedsala bîstem: Elaedîn Secadî, Ordoxan Celîl, Celîlê Celîl, Marif Xeznedar, Sedulismaîl Şêxanî, Xelîlê Çaçan Muradof, Elî Eşref Derwîşiyan, Celal Teqî, Kurdistan Mukriyanî, Cemal Gerdesorî, Farûq Hefîd, Xalid Cotyar, Tarîq Cambaz, Kelîmulah Tevehudî, Heme Ferîq Hesen, Heme Salih Tofîq û hwd.

Xweşbextane di van salên dawiyê de xebatên binirx û hêja hatine kirin û gelek çîrok bi zaravayên cûrbicûr hatine berhevkirin û metirsiya wendabûn û jinavçûnê ji ser wan rabûye. Di nava van hewldanan da şopa enstîtuyên kelepora kurd, kelepora Kurdistanê li başûrê Kurdistanê pir berçav e. Navenda kurdistannasiya zanîngeha bajarê Sinê gaveke xweş avêtiye û gelek çîrok kom kirine lê hîn neweşandine. Herwisa di van salan de gelek çîrok li bakurê Kurdistanê jî hatine berhevkirin. Lê belê tevî van xebatên binirx, dîsa jî hîn gelek ji çîrokên me yên folklorîk nehatine berhevkirin û wek Celîlê Celîl dibêje: “bi derbasbûna her rojekê, zargotina kurdî tiştên xwe yên girîng ji dest dide” (Allison, 1394: 94). Em hêvî dikin berî jinavçûna vê mîrata neteweyî ya giranbiha, xebatên zêdetir bên geş kirin û hemû Kurdistan û bi taybetî ev deverên ku lê xebat nehatine kirin jî di nava van xebatan da cih bigirin.

Ez divê di dawiyê de amaje bi vê rastiyê bikim, tevî ku gelek çîrokên folklorîk hatine komkirin û weşandin, du pirsgirêk û kêmasî di nava van xebatan de tên dîtin; yek ev e ku di berhevkirina piraniya van çîrokan de şert û mercên zanistî nehatine berçavgirtin, wisan ku hinek ji wan hatine destêwedan û ji hêla zimên va rastî hin guhertinan hatine. Destêwenedana zargotinê û herwisa tomarkirina zanyariyên pêwîst gelekî girîng in; eger wisan be asta pêbaweriya wan bilind dibe. Herwisa lêkolerên qada antropolojiyê dikarin bi awayekî dilniya ji wan sûdê werbigirin. Ji bo qeydkirina zanyariyên pêwîst me li jêr cedwelek amade kiriye ku çalakên vî warî dikarin weke nimûne bi kar bînin. Kêmasiya duyem ew e ku gelekî kêm bi awayekî zanistî li ser wan hatiye xebitîn; yanê ev metn hîn weke pêwîst di çarçoveyên teorî de nehatine analîzkirin û mezinên warê folknasiyê ew rexne nekirine. Hêvî dikim di demeke nêz de ev valahî bên dagirtin.

 

CEDWELA ZANYARIYÊN PÊWÎST

Navê çîrok yan beytê Navê çîrokbêj/ beytbêj temen xwendewarî Zêd Pîşe Cihên ku lê jiyaye Ji kê bihîstiye Zêda dêûbavê çîrokbêj/beytbêj Şûn û cihê qeydkirina deng yan vîdêoyê
cih Dem Nav Zêd

 

 

* Di hejmara 8mîn de dewama vê nivîsê ku analîza çîrokan dihewîne, em ê biweşînin. (ed.)

1 Vegotin: narrative. (wer.)

2 Ev pirtûka ji aliyê Muhemed Qazî û Seyfulah Gulkar ve li zimanê farsî hatiye wergerandin, lê belê navê wê Heşt Çîrok e ne ku neh.

 

ÇAVKANÎ

Allison, Christine. (1394). “folklora kurdî” (edebiyata devkî ya kurdî), wergera Ibrahîm Miradî di pirtûka Mêjûyî Edebî Farsî: pela: 18an, Edebî Zarekîyi Zimane Êranîyekan (tarîx edebiyatê farsî: cêldê hêcdehum, edebiyatê şefahî zebanhayê îranî), be serperşitiyarî duktor Îḧsan Yarşatir. Têhran: Suxen, ll. 124-87.

Brunel, André. (1377). Gul’uzar û Heşt Çîrokî Kurdî (Guluzar ve heşt dastanê dîgerê kurdî), wergera Muhemed Qazî û Seyfulah Gulkar, ?: Pejûhende.

Tevehudî, kelîmulla. (1379). DaraÇil Destan: Bîst û Yek Efsaneyên Kurdî yên Xorasanê, Meşhed: Muheqiq.

Cindî, Hecî û Evdal, Emîn. (2008). Folklora Kurmanca. Hewlêr: Aras.
Hemesalêh Tofîq, Muhemed. (2000). Honrawe û Çîrokî Folklurî Kurdewarî, Bergî Yekem. Silêmanî: Wezaretî Roşenbîrî.

Xizirî Eqdem, Muhemed. “Çawxşandinêk Beser Jiyan ûBerhemî Basil Nikitin Le Aqarî Twêjînewe Kurdîyekanda” (guzerî ber ehval ve asarê Basil Nikitin der Hozêyê mutaliatê Kurd). (Malpera www.anthropologiy.ir/node/19934).

Derwêşiyan, Elî Eşref. (1386). Efsane û Hekayetî Kurdî ( Efsanêha ve metelhayê kurdî). Têhran: Çişmê, çapa pêncem.

Rudenko, Margarita Borissowna. (1390). Efsaneyên Kurdî (Efsanêhayê Kurdî). Wergera Kerîm Kişaweriz, Têhran: Ilmî-ferhengî.

Salêh, Sidîq. «Çîrokekanî kurd» le Kovarî Kelepûrî Kurd, j. 11, Eylûlî 1997, ll. 50-35.
Cejpek, Jiří. (1389). Zargotina Îranê (Edebiyata fulklur Îran). Wergera Muhemed Exgerî, Têhran: Sirûş, çapa sêyem.

von Le Coq, Albert. (2007). Têksta Kurdî. Hewlêr: Aras.

Lescot, Roger. (1370). Çîrokên Kevn ên Kurdî (dastanhayi kuhen kurdî)û 420 Pend ûBiwêj. Wergera Muhemed Riyanî. Têhran.

Marzolph, Ulrich. (1391). Polênkarîya Çîrokên Îraniyan (tebeqêbendî qisihayê Îranî). Wergera Keykawûs Cehandarî, Têhran: Sirûş, çapa sêyem.

Mann, Oskar. (1364) Tuhfey Muzeferiye. Pêşekî mamosta Hêmin. Mehabad: seydiyan. Mehemedpûr, Ezîz [wergêr]. (1369). Dabunerîtî kurdan (Adab û rusûm kurdan). Nûsînî mela Mehmûd bayzîdî û be hewlî AlexandreJaba.?

Nûredîn, bwar. (2004). Bîbîliyografiyay Kitêbî Folklorî Kurdî (2004-1860). Silêmanî: Enstîtoy Kelepûrî Kurd.

Nûredîn Ebûbekr, Sedredîn (2005). Berkutêkî Metelî Folklorî Kurdî. Hewlêr: Enstîtoy Kelepûrî Kurdistan. https://en.wikipedia.org/wiki/Basil-Nikitin

Share.

Leave A Reply