Xwendineke Binemayî ji Zargotina Kurdistanê – Lêkolîna Rendom* li Ser Beyta ‘Seydewan’

XOSRO SINA – JI FARISÎ: MÊHDÎ JAFARZADEH

Puxte: Analîza binemaya berhemên zargotinê û venêrîna hêmanên wan yên navmetnî û herwisa kişfkirina nimûneyên li gor wan, dibe sedema têgihîştineke baştir ji zatê edebiyatê û dikare alîkariya geşedana nimûneyên analîzê, ji bo cûreyên din yên edebî jî bike. Di vê lêkolînê de beytên Seydewan weke nimûneyeke taybet ji çîrokên kurdî yên folklor li gor nimûneya binemayê tê tehlîlkirin. Hedefa vê lêkolînê nasandina zargotina Kurdistanê û venêrîn û tehlîla çarçoweya berhemê li gor nasyartirîn nimûneyên binemayê ne. Rêbaza lêkolînê pirtûkxaneyî û tehlîlî ye û nîşan dide ku bi riya lêkolîna binemaya berhemê em dikarin dinyaya wateyî ya metnê têbigihêjin.

Peyvên sereke: Edebiyata kurdî, zargotina kurdî, tehlîla binemayî, Seydewan

Destpêk

Pirsa herî girîng di xwendina berhemekê de kalîteya têgihîştina wê ye, lewra ku mirov weke heybereke şîroveker şêwazên cihêreng û hin caran jî dualî ji bo fêhmkirina berhemekê hildibijêre, loma di tehlîla berhemekê de aliyên binemayê[1] û tefsîrên cihêreng dibin zerûreteke neînkarbar. Kişfa binema û pêwendiyên navmetnî weke amûrekê ji bo ronîgerî û têgihîştina zerafetên binemaya berhemê û tefsîrê dibe cureyek ji rêwîtiya maceraperest ji bo nêzîktirbûna bi asoya metnê. Di vê lênêrînê de şîroveker ji pêşfêhmên xwe ji berhemê, dikeve nava dinyaya hundirîn ya metnê û bi şîrove û ravekên subjektîv ji berhemê delaletên wê jî fêhm dike. Ev heman xwendin e ku Paul Ricoeur weke “Hermeneutic circle”1 bi kar tîne, ango hedefa dawî ya her tefsîrê pêvajoya fêhmkirina bêhtir ji berhemekê ye.

Helbet nabê bê jibîrkirin ku di pêvajoya tefsîrê da cihêrengbûna xwendinê esleke eşkere ye. Loma tu tefsîr nînin ku pêwîstiya wan bi venêrînê nebe û koşîna ji bo adaptekirina bêhtir ya mijarê jê re pêwîst nebe. Ev nêrîn ji aliyê Barthes ve weke wateya mirina nivîskar bi zelalî hatiye destnîşankirin.

Ji destpêka sedeya bîstem de û di nêrînên hevçerx yên rexneya edebî de, venêrîna binemaya metnê bi qesda kişfkirina nepeniyên ciwanînasane2 yên berhemê hatiye rojevê û hedefa wan ya dawîn ji vê nêrînê, kişfkirina nimûne û pergaleke hevgirtî ji bo ezmûnandina avahiya berhemê çi bi şikla venêrîna berhemekê yan jî komek ji berheman bû. Di vê xwendinê de têgihîştina giştî ya berhemê girêdayî kişfkirina pêwendiya di navbera hêmanên teşeyî yên berhemê de ye. Binemaxwazên wekî Vladimir Propp, Claude Levi-Strauss, Greimas û Bremond hemû li pey kişfkirina pergala binyadî û erfên edebî û rêbazên pêkhatina berhemê bûn. Ji aliyê binemaxwazekê de, ne girîng e ku wateya diyardeyekê çi ye, lê belê ew li pey vê ye ku têbigihêje ew wate çawa çêbûye. Edebiyat weke pergaleke serbixwe ye ku ne bi riya vegerîna dinyaya derve, lê belê bi riya pêwendî û delaletên xwe yên hundirî, watedar dibe. Her berhemek, beşek ji tora danûstandina navmetnî ye û tenê bi riya îşaretkirin û vegera ser metnên din, pêwendiya xwe bi pergala wateyî re çêdike. Di encamê de metn tenê wateyeke hevrist peyda dike ku ew jî bi tehlîlkirina binemayê, tê kişfkirin. Û rehendên din yên nepenî, veşartî û hisî ji edebiyatê tên standin.

Lê belê Tzvetan Todorov gavek pêşdatir avêtiye û di teoriya xwe ya “vegêrannasiyê” de, metnên ku di nava wan da bikerek (agent) vegêranê3 vedibêje, metnên vegêrî tên hesibandin û bi vî şiklî çêkirina hêmanên vegêranê û rêbazên teşegirtina plot û nuqteya dîtina vegêr û muxateb têdikoşe ku wateyeka berfirehtir ji metnê zelaltir bike.

Ji aliyekî din ve sembolnasên wekî Ferdinand de Saussure, Charles Sanders Peirce û Roland Barthes û yên din hene ku ji nêrînên binemaxwaziyê ji bo xwendina “pergalên sembolê” sûdê werdigirin û zimên wekî girîngtirîn û binyadîtirîn hêman di pergala xwe ya sembolîk de nîşan didin. Bi nêrîna wan nîşaneyeke zimannasî, pêkhatiya hevgirtina “significant” û “signifie” ye. Lê belê sembolnasî “significant”ê bi wateyeke berfirehtir ku hemû mijaran bi riya sehekê têdigihêje tê pêşdarazandin. Di vê xebatê de hatiye koşîn4 ku bi ronîkirina hin xwendinan, rêyeke berfirehtir ji bo tehlîlkirina metnan ve bibe da ku imkana tefsîrên giştîtir û werar (kamil) ji pergala xwendina berheman hebe. Sûdwergirtina ji teknîkên cihêreng lê belê hevsû (hevaraste), ji bo têgihîştina kûrtir ya metnê dibe weke kilîdekê û di encamê de jî dinyaya veşartî ya di hundirê metnê de eşkere dike.

Li kêleka dîroka madî ya her neteweyekê ku hertim li pey bûyeran û kişfkirina sedemên wê ne, gelek rastî jî hene ku kalîteya wan a zatî û kesayeta wî miletî di nava baweriyên mezhebî û di nava edebiyata wê wate milk û malê wan yê manewî reng vedide û diyar dibe. Û ev heman dîroka zihnî yan manewî ya wî miletî ye. Ev du rastiyên hanê di guhertina miletekî de bi şikleke paralel geş dibin; û heryek ji wan ji bo çavdêrekî ku bixwaze têgihîştineke zelal ji mijara xwendina xwe bi dest bixe gelekî binirx in; menzûmeyên5 devkî ji vê çeşîtê ne.

Dergehek ji bo edebiyata devkî û beyta Seydewan:

Menzûmeyên devkî yên kurdî du cure ne: yên ku destanî (îcrayî) û yên nedestanî. Hemû çîrok, efsane û destanên ku li gor bûyerên dîrokî yên deverê, berxwedanên milî û mezhebî, rûdana şer û qetliama xwemalî, li gel pevstrana xeyal û agahiyên dîrekt û nedîrekt, hatine dubarekirin û hedîsa evînên serneketî û dildariyên bişor û bikelecan yên xwe û yên din, di cureya yekem de cihê xwe digire. Ev menzûme ku hejmara wan ji cureyên din zêdetir e bi giştî weke “Beyt” tên nasîn.

Menzûmeyên din ku weke destanê nînin û hêmanên dramatîk in ji helbestên dirêj yên evînî, awazên mezhebî û milî û wesfa bedewiya welat û dilketiyên cewan, bûne û navên wan yên cuda hene: Heyran, Azîze, Payîze, Balore, Goranî û … Ji ber ku berhemên devkî, sîng bi sîng hatine veguhestin û tenê di bîra bêjeran de hatine dagirtin, loma jî rastî hin guhertinan hatine wisan e ku carinan mirov ji menzûmeyekê vegêranên cihêreng dibîne. Seydewan yek ji binavûdengtirîn beytên kurdî ye ku bi sûdwergiritna ji wateyên “mîtî-ayînî” çîroka jiyana mîrekî kurdan ji devera Dasniyê vedigêre. Beyt bi xewndîtina Ebdulezîz (leheng – vegêr) dest pê dike û bi karesata mirina kurên Ebdulezîz û xwekujiya wî bi dawî dibe. Ji bo zelalbûna bêhtir, kurteyek ji çîrokê tê gotin. Hêjayî gotinê ye ku tiştê li jêrê hatiye nivîsîn encama adabtekirina çendîn vegêranên cihêreng ji vê beytê ji zimanê çend beytbêjan e, ku xalên hevbeş hatine dubarekirin û ferqên biçûk nehatine berçavgirtin.

Çîrok

Ebdulezîz di xewê da dibîne ku rojeke dawiya demsala biharê ji bo anîna êm û giyayê diçe çiyayekî bilind, lê dema ku digihe lûtkeya çiyê, hawirdora xwe vala dibîne û bêhêvî vedigere gundî. Spêdê zûka radibe diçe cem mela û kesên ku tebîra xewnan dizanin, ta ku tebîra xewna xwe têbigihêje. Mela tebîra xewna wî wisa dizanin ku dê bexta wî reş be û çarenûseke bêyom li benda wî be, qedera xwedê ye û mirov nikare jê bireve; lê Ebdulezîz biryareke din dide û dixwaze wê tebîrê betal bike loma jî radibe şahiyeka mezin li dar dixe û di heman rojê de hersê kurên xwe dizewicîne. Mirovên wî diçin û hemû xelkê ji bo şahiyê vedixwînin û mûzîkjen lêdixin û ciwan jî dikevine govendê.

Di wê demê de xebera mirina lawê wî yê mezin ku ji bo nêçîrê çûbû çiyê didinê. Mezin û rîspî diçine cem Ebdulezîz û jê dixwazin ku ew şahiyê rawestîne û şîna lawê xwe danî lê Ebdulezîz li wan guhdarî nake û dibêje derbareyê vê mijarê tiştekê bi xelkê re nebêjin û bila dawet berdewam be û keç û xort dilşikestî nebin. Lîstik û govend germtir dibe û dîsa xebera mirina lawê Ebdulezîz ê duyem li paş periyê (odeya bûkê), didinê. Vê carê jî ew guhê xwe nade ser şîretan û dibêje divê ku dawet û şahî bê berdewamkirin.

Bi xwe jî xemgîn û dilşikestî diçe çiyê ta ku ji bo rahetkirina dilê xwe hinekî nêçîrê bike, ji nişkê va çav li bizineka qelew û rengsor dikeve (Ebdulezîz rihê bizinê û kumê Seydewan ji ser hev ferq nake). Tifengê xwe diçikîne û diçe ser nêçîra xwe dibîne ku lawê xwe kuştiye û ew di nava xwîna xwe da digevize wî bi destê xwe ew kuştiye. Xemgîn û dilşikestî li ber cenazeya kurê xwe rûdine û sond dixwe ku êdî Dasniyan bi cih bihêle û here welatekî din. (di vegêraneke din da wisa hatiye ku Ebdulezîz piştî wê serboriyê, êdî naxwaze bêyî kurên xwe bijî û xwe dikuje).

Lehengê trajîk

Beyta Seydewan çîroka trajîk a komek mirov e ku ji dilê ayîn û mîtê hatiye der û bi awayekî metaforîk endîşeyên kurdan yên mîtîk derdibire. Çîrok û mît li hawirdora ayînan tên afirandin ta ku wan rave bikin yan jî weke armanc û îdeal nîşan bidin.

Ev mît hertim di nava çîrokan da rengê xwe diguherin, geh dibin nûnerê hêzeke sersiruştî ku bi riya ayînan tên pîrozkirin yan eşîret hewl dide bi riya îcrakirina ayînê wê têxe bin bandora xwe. Beşdar û birêvebirên ayînê rola karekterên mîtîk yan hêzên sersiruştî dilîzin û ev rollîstina nîşan yan destpêka peydabûna sehneyeke dramatîk e. (Brockett, 1362, 1984) Seydewan çîrokeke trajîk e lehengê wê jî trajîk e -Em dizanin ku peyva trajedî ji peyva yewnanî “tragodiya” bi wateya dengê bizinê, hatiye girtin û delîlê wê navlêkirinê jî vedigere merasîmeke mezhebî ya yewnaniyan ku di cejna bîranîna “Dionysus” de, ku di vê merasîmê de ji bo xwedayê zayînbariyê (Demeter) bizinek qurbanî dikirin. Piştre ji dilê van merasîman trajediyên yewnanî çêbûne. Xala balkêş di van herdu şibihînan de çarenûsa leheng û bizinê ye ku di vê merasîmê de tên qurbanîkirin û serencama herduyan jî qurbanîbûn bû -lewre hemû lehengê vê çîrokê ji çîna civaka serdest bûn û bi gotineke din xwedayên di qalibê mirovan de bûn.

“Ezîzê Kor” wekî serokeşîr û xwedawendê xwedîvîn ê êl, xwedî cihekî taybet e û lawên wî jî mîratdarê wî bûn. Şêwaza beyankirina çîrokê û dawiya wê ya diltezîn ku ji ber şaşitiyeke (hamartia) trajîk û mirina leheng diqewime, çarenûsa vî karekterî bi çarenûsa lehengên trajedî, di çîrokê de girê dide. Weke nimûne di edebiyata farisî de çîroka “Rostem û Suhrab”, “Nûşzad û Enûşîrwan”, “Guştasp û Enûşîrwan” (Qubadî, 1385, 20076)

Venêrîna li gor nimûneyên binemayî

Lehengê çîroka “Ezîzê Kor” bi xwe wekî vegêr serpêhatiyekê vedibêje ku bi xwe destpêkerê wê bûye û ji zimanê şexsê yekem çîrokê vedibêje. Ji aliyekî ve jî wekî vegêr ji hemû rexên veşartî û fikr û ramanên çîrokê agahdar e. Ev haydarbûn ji ber vê yekê ye ku Ebdulezîz (vegêr) çîrokê di demekê de tê vegêrandin (riwayetkirin) ku sê bihar ji destpêka yekemîn serboriyê (xewdîtinê) derbas bûne.

Bûyera sê biharan li pey hev hatiye ravekirin:

  1. Bihara yekem: Ebdulezîz xewnekê dibîne û dixwaze tebîr bike. (nuqteya destpêkê)
  2. Bihara duyem: dawet û encama wê (naveke sereke ya vegêranê)
  3. Bihara sêyem: Ebdulezîz (vegêrê çîrokê) çîrokê vedigêre û biryara xwe ya dawîn derbareyê çarenûsa xwe (xwekujî) dide (dawî – çareserbûn)

Vegêrê çîrokê bi xwe lehengê çîrokê ye û di rastiyê de serboriya qewimî ji zimanê lehengê sereke (Ebdulezîz-Protagonist) tê bihîstin. Ev şêwaza çîrokbêjiyê, vegêranê dike nava janra hemasî û hêza xeyala bihîzer zêde dike. Ji aliyekê ve (vegêr-leheng) jî di bi encamgihandina metnê û bûyeran, tecrubeyên xwe yên şexsî û venêrîna layenên cihêreng vedigêre.

Di çîrokê de sê karekterên sereke (Ebdulezîz û sê kurên wî) sê karakterên pileya dudiyan, sê keçik (sê bûk) û hin karekterên nesereke (mirov di fonksiyonên cihêreng de) hene. Karekterên sereke di rastiyê de weke bûyerçêkerên sereke yên vegêranê tevdigerin û hemû bûyerên sereke yên çîrokê li derdora bazneya van çar karekteran digere û karekterên nesereke weke katalîzor nuqteyên nesereke yên çîrokê diafirînin û bazneya sereke û planên çîrokê ne. Bi riya hebûna van desteyan, zewicîn û li pey jî mirina lehengî diqewime. Tevî ku hebûna van karekteran di çîrokê de neçarî ye jî lê belê vegêr, tevî çîrokê îşareteke bingehîn bi wan nake û bi awayekî qels û kêmreng li ser wan disekine.

Di dawiyê de karekterên nesereke hene û em dikarin karîgeriyên li jêr ji wan re rêz bikin:

  1. Xelk weke şahidên serboriyê
    2. Xelk weke dadger û tebîrker
    3. Xelk weke endamên eşîretê
    4. Xelk weke biker û warisên (mîratdar) serboriyê

Helbet tevî çîrokê hebûna du hêmanên gelekî girîng (dem û derasa) jî karîgeriyeke xwe ya taybet hene. Dem bi du karîgeriyên (dema miqedes û dema dîrokî) û derasayî weke destpêka bûyeran. Mircea Eliade derbareyê van du deman dibêje: rewşa desthilatdar ya mirov di civakên kevn de ev bû ku dem weke riyeke bazneyî didîtin û wisan ew dixapandin. Hebûna mirovên seretayî ji bo vê yekê bû ku tevgera arkîtîp dubare bikin û bi vî awayî her tim di haleteke sabit de bimînin, dema dîrokî, kişfkirina mirovê îroyîn e ku ji asoyên tevgera arkîtîpîk cuda bûne û nikarin ji wehşeta dîrokê rizgar bin meger ku bi riya alîkarîgirtina ji xwedê û bi riya mezhebê ya ku mirov dixe nava dîrokê lê bedelê vê yekê soza jiyaneke baştir li dinyayeke din “Bihişt” e (Eliade, 1365, 1987: ). Di hemû çîrokê de hebûna karektera metafîzîkî her tim tê hîskirin û di rastiyê de jî hemû bûyer mehsûla usyanekê ye ku leheng li hemberî ferman û çarenûsa xwedê dike û vîna takane, baştir û bihêztir ji cebr û çarenûsê dibîne.

Xaleke din ku di behsa binemaya çîrokê de pêwîst e, venêrîna bûyeran e; di vê vegêranê de bûyer bi rêz û prensîbeke taybet çêdibin, bihîzer yan bi awayekî giştî mixateb dema ku rastî bûyerên çîrokê tên ku çîrok qediyaye û em ji dawiyê digihêjin dergehê (pêşî).

Berê me îşaret kir ku Seydewan çîrokeke trajîk derbareyê çarenûsa lehengê ku bi vîna xwe dixwaze li hemberî çarenûsa xwe bisekine, Ezîzê Kor xewnekê dibîne û weke xebera bûyereke bêyom digihêje wî ku ji aliyê xwedê ve jê re hatiye û riya çarenûsa wî tê diyarkirin, lê belê bi zanîn û agahî li pey çareseriyê ye heta ku bi tedbîra xwe riyekê ji bo revîna ji vê çarenûsa bêyom re bibîne. Loma jî ji bo rûbirûbûna bi bêbextiyên xwe re biryara lidarxistina şahiyeke bêhempa dide. Ev serborî ku weke temaya sereke ya çîrokê gehgah dubare dibe çendîn caran bi zimanê vegêrî (Ebdulezîz) tên vegotin.

Ji bo destnîşankirina nimûneyên pêwendiya navbera dema fîzîkî û dema vegêranê ji rêbaza jêr ku min (nivîskar) bi xwe afirandiye hatiye sûdwergirtin. Vegêrana Seydewan di nava van çeşîtan da dikeve nav formula 6an:

  1. Çîrok di demeke fîzîkî de dest pê dike û di heman demê de jî bi dawî dibe.
  2. Çîrok berî dema fîzîkî ya vegêranê dest pê dike lêbelê di heman demê de bi dawî dibe.
  3. Çîrok bi vegêranê dest pê dike û wisan didome.
  4. Çîrok ji dema dahatû ber bi dema niha ve vedigere (zanistî-xeyalî).
  5. Çîrok di dema niha de dest pê dike û ber bi dema borî ve vedigere.
  6. Çîrok ji berê ve dest pê kiriye û tevî ku dema fîzîkî ya vegêranê bi dawî bûye jî ew wisan didome.

Temaya dijberî li hemberî çarenûsê teqrîben di nava hemû netewe û miletan û di her demekê de li dirêjahiya dîroka mirov tekrarbar bûye. Kesek zanebûn ji bo sekinîna li hemberî çarenûsa ku pêştêr jê re li qelemê ketiye û mirov nikare jê bireve û xwe rizgar bike.

-Vegêr: nizanîbû ku çarenûsa xwedê tedbîra mirovî betal dike.

Di çîrokên binavûdeng weke trajediyên Yûnana kevn (Sîzîf, Promtê, Odîp Şehriyar, Alktra û…) û herwisa hemaseyên Îranî weke Şahnameya Firdewsî de em rastî serboriyên wisa tên lê belê di nava wan da çarenûsa lehengê me pir dişibe çarenûsa Oedipus Şehriyar.

Oedipus şah dizane ku rojekê neçar dimîne bavê xwe bikuje û li gel diya xwe razê û ev çarenûsa jî ji aliyê “xwedayan” ve, jê re hatiye dîtin û leheng nikare xwe jê rizgar bike. Lê Oedipus bi zanebûn li hemberî çarenûsê serî hildide û ji bo vê yekê jî diçe diyarekî din lê belê di encamê de piştî ku li hemberî bavê xwe bi ser dikeve wî dikuje ji guzergeheke teng û biçûk û bersivdana nepeniya Sphinx (heybereke mîtîk bi laşê şêr û serê mirov “Ebulhol” ku ji bo jinavbirina wî diviya bersiva nepeniya wî ya binavûdeng bidana) vegeriya û bi diya xwe re raza û bi wê re zina kir. Di rastiyê de şikesta wî ya trajîk di wê pêvajoyê de bi kişfkirina van rastiyan tê xuyakirin. Çarenûsa Oedipus ku wekî mezintirîn lehengê serhildêr li beramberî çarenûsê tê naskirin bi çarenûsa Ebdulezîz ve tê adabtekirin.

Xala îşaretbar di adaptasyona van du çîrokan da (Seydewan Oedipus Şehriyar) serhildana bi zanebûn li hemberî çarenûsê ye û di vî şerê newekhev de şikest û serkeftin ne girîng e. Ji ber ku ew, wî şerî ji bo isbatkirina xwe dikin û zorlêdaneke heqîrane nîne. Werhasil em dikarin behsa xwe bi du peyvên “çarenûs” û “dijberiya çarenûsê” kurt bikin ku em wan weke temayên sereke yên çîrokê dinasin.

Leheng (Ebdulezîz) di vê vegêranê de tev li gelek pevçûnan dibe; ji bo kurtgotinê em wisan li jêr rêz dikin:

  1. Pevçûna bi xwe re: pevçûnên hîsî û derûnî yên lehng – vegêr.
  2. Pevçûna bi sersiruştê re: cewhera sereke ya vegêranê, “temaya sereke ya vegêranê”.
  3. Pevçûna bi takekesekî re: dijberî û pevçûna li gel Seydewan ji bo bawerandina vîna xwe bi wî re.
  4. Pevçûna bi civakê re: dijberiya wî li hemberî rîspiyan ku jê xwestin ew şahiyê veguhêze şînê û çarenûsa xwedê bipejirîne (tebîra xewnê).
  5. Pevçûna bi xwezayê re: şerê Ebdulezîz ji bo vejandina xwezayê. “Serboriya naveroka vegêranê esasen ji bo nîşandana vê karîgeriyê ye.”
  6. Pevçûna civak bi civakê re: şerê pergala piderşahî li hemberî pergala maderşahiyê.

Nêrîneke têgehî7

Her nepeniyek ji rih û laşekî pêk tê û her xewnek jî xwedî rastiyekê ye (Eliade, 1374, 1996: ). Mirov hîn bûye ku derbareyê cihan û rastiyan bifikire, lê cîhana ku ew tê de dijî bi heman awayî ku hîs dike û jê hêzê digire û wêneya wê li ser pela rihê wî reng vedide, têdigihêje. Lê belê di vê navberê de nepeniya kaniyeke kelok e ku li ser rastiyên berdest yên têgihîştineke kûrtir ji dijwariyên derûnî ya tiştan û pêwendiya hundirê wan dide mirov. Bi vê pêşgotinê em dikoşin gavekê li dinyaya tijî raz û nepeniya vegêrana Seydewan dayînin:

Vegêrana Seydewan bi îşarekirina bi xewna ku Ezîzê Kor dîtibû dest pê dike û di rastiyê de ev xewna bi awayekî sembolîk ravekerê hemû bûyeran e ku li ser riya leheng in. Hemû tiştên ku Ezîzê Kor di xewê de dibîne weke sembolan in ku koka wan di binhişê wî de ne, ji ber ku hiş herdem teşeya arkîtîpîk weke sembolan fêhm dike (Aeplli, 1371, 1993: ), yanê arkîtîpa di nava civakê de wêneyên giştî ne ku di nava hemû etnîkan de hevpar in û di kûrahiya hemû derûnan de dikele û eşkere ye. Loma her wext arkîtîpek di nava civakê de eşkere dibe, mirov xwe di nava haleteka ecêb de hîs dike:

îro ez serêş im û dilê Ebdulezîzê Korê Dasniyê perîşan, min xewnek dîtiye û difikirim ku bihara dawiya temenê min e. Li çol û çiyayan li pey giya (elefê) digeriyam lê mixabin ku min tiştek bi dest nexist. Xwedênasino ji bo xatirê xwedê, tebîra xewna min ji min re bibêjin; ku ez ji encameke bêyom ditirsim…

Di pirtûka Tebîra Xewnan ya Freud de derbareyê vê sembolê wisa hatiye: hilkişiyana çiyan: berzxwazî û sepandina vîna xwe li ser yên din e/ lûtkeya çiyayan: berztirîn qonaxa nêzîkbûna mirov bi xwedê û meqseda pêgihîştinê ye/ giyah dirûn: sûdgirtin ji hemû tiştên ber destê mirov yan jî seadet û serkeftina wan e. (Bettelheim, 1368, 1990: )

Li gor van tebîran em digihêjin vê encamê ku Ebdulezîz di xewê da rastiyeke ku zûka tê serê wî bi şikleke sembolîk dibîne. Ew li pey berzxwaziyê weke “Totem” û ji bo dijberiya bi çarenûsa xwedayî û xwesteka xelkê eşîretê ku dixwestin ew çarenûsê qebûl bike, wisan tevdigere ku di arasteya dijî çarenûsê de ye lê belê encam biserneketin û şikesta wî û serkeftina çarenûsê li ser vîna wî ya takane ye.

Ji ber ku xewna Ebdulezîz ji bo vejîna heyatê û hesiyana erdê û şiyarbûna hêzên derûnî ye, baştirîn şêwaza tebîra wê sûdwergirtin ji rêbaza pêşniyazî ya Jung ji bo tebîra wê ya sembolîk e. Jung hemû wateyên efsanewî û cihanbîniya etnîkên seretayî û têgehên mezhebî ya neteweyên cihêreng ji bo ronîkirina nimûneyên giştî ya reftara mirov dizane û wan jî weke angaştên (pindar) seretayî dihesibîne û wisan bawer dike ku ev wêne û angaştên sembolîk û wênesaziyên zihnî ne ku gerîna şev û rojan weke pevçûna mirov li gel ejdhayê disêwirînin. Bi giştî ev hêz, çêkerên efsane û hemasyên mirovî ne.

Çinku rûbirûbûna derûn bi sembolên binhişê re dibe sedema rabûna hin astengiyên ku riya hêzên derûnî girtine û piştî eşkerebûna wateya kolektîv ya sembolê, perde ji wateya takane û ferdî jî, ve dibe û eşkere dibe (Aeppli, 1371, 1993: ). Dilgiraniya Ebdulezîz ji ber nêrîneke mîtîk e, tirsîna ji vê yekê ku hêzên sûdmend ku ew (weke serokeşîr) dane nav xwe, bi dawî bibin, ditirse ku roj di şoreşa xwe ya zivistanî de xeva bibe û dema ku giya qediyan êdî hêv hilneyê.

Hêz, li hemberî her eşkerebûnê dilgiran û perîşan e û bi xwe re dibêje ku ew hêz û qawet nepayedar8 e û tirsa vê yekê heye ku ew biqede û ev dilgiranî bi taybetî di eşkerebûna binobet “weke mînak, şînbûna dubare ya giyayan” ku xwedî wezn û ahengekê û li gel mirinê ne “mînak, mirina erdê li zivistanê” gelekî xembar û biêş e.

Divê ev xal neyê jibîrkirin ku Ebdulezîz di demsala biharê de xewna xwe dibîne. Ditirse ku giya û nebatê bi dest nexe, loma riya wî ya giştî koşîna ji bo çêkirina hevsengiyeke hertimî ya xwezayê di zayîn û dubarebûnê de ye. Divê bê bîra me ku di dirêjahiya dîrokê û têgihîştina seretayî ya mirovên neşaristanî de kilîda zayîna dubare ya xwezayê, hediyekirina qurbaniyê bû. Weke nimûne mîta “Osiris” li Misirê û herwiha di cejnên Dionysusî ya yewnaniyan de ku li gel şahiyê û merasîmên sirûdxwendina “Ditramp” reqsê bû. Di rastiyê de şahiya ku Ebdulezîz tevî merasîma daweta kurên xwe diafirîne, bi şikleke nepenî merasîma qurbanîkirin û lawên ku yek li pey yekî din diçin hemêza mirinê, qurbaniyên reben yên pêvajoya zayînbariyê ne. Wateya vê qurbaniyên mirovî divê di nava teoriya kevn ya vejîna binobet yê hêzên pîroz bê kolandin.

Mîta afirandina gerdûnê taybet ya mirina ayînî “mirina bitundîqetil” “direndeya seretayî” ku ji pêkera wî cihan peyda bû û giya şîn bûn bi taybetî peydabûna nebat û dexilan ku pêwendiya wan bi qurbanîkirinên wisa re hebû. Giya, genim û mû û … ji xwîn û goşta giyandareke mîtîk ku li gor ayînê di ezelê de hatiye qurbanîkirin, zîl dide û şîn dibe. Di rastiyê de qurbanîkirina heybereke mirovî ji ber vejandina heyatê di dema dirûnê de eşkere dibe û weke dubarebûna karê afirandinê ye ku berê jiyan û heyat bexşandibû tov û deneyan û pêkera parçeparçebûyî ya mirov li gel pêkera heybera mîtîk ya seretayî (ku li pey parçeparçebûna ayînê, tov û dene hatine afirandin) hevdem e. (Eliade, 1372, 1994: ).

Di vê navberê de em dikarin pêwendiya sembolîk a vejîna dubare ya xwezayê (xewna Ebdulezîz) û zewicîna kurên wî destnîşan bikin. “Erd” û “jin” weke du hêzên zayende û sembolên zayînbariyê ji aliyekî ve û du hêmanên “giya” û “lawik” weke du sedemên zayînbarkirinê tevdigerin: Erda ku jê giya şîn nabe = lawikên ku nazewicin. Bi vê qiyasê em dikarin pêwendeke din jî di navbera qurbanîbûna kuran ji bo vejîna dubare ya erdê û şînbûna giyayan bibînin.

Dema ku Ebdulezîz bi qesda nêçîrê diçe nêçîrgehê, kurê xwe weke “bizin”ekê dibîne û di vê tetbîqa xeyalî de rîşiyên kumê Seydewan di bedelê riha bizinê de dibîne û bi derba gulleyekê wî dikuje. Hebûna sembolîk a heywaneka weke “bizina kovî” di vê vegêranê de du karîgeriyên xwe yên taybet hene:

  1. Destnîşankirina çarenûsa Seydewan ku wekî lehengê trajîk -îşarekirina bi wa- teya peyva tragodiya (dengê bizinê) û serencama hemû lehengên trajedîk ku mirin e, dibe qurbaniyê hêviyên xwe.
  2. Destnîşankirina pêwendiya sembolîk a bizinê li gel merasîma qurbaniyê ku dikare weke îhtimala deynkirina çandî ji ramanên yewnanî bê hesibandin.

Loma jî destnîşankirina wêneyê ku Ebdulezîz ji kurê xwe weke bizina kovî dibîne nikare şibihîneke sade û normal be, ew jî dema ku di serboriyê de merasîma dawet û şahiyê weke atmosfera serdest hatiye afirandin. Piraniya merasîm û cejnên kurdan li gel reqs û govendê bûne û hîn jî wisa ne. Mîna cejna destpêka sala nû “Newroz” û yan cejnên çandinê û dirûnê. Di vê vegêranê de reqs û şahiya xort û keçan bi hev re dikare metaforek ji terkîba rêkûpêk ya erênî “nêr -mêr” û nerênî “mê-jin” be ku di ramana “Taistên Japon û Çînê” da hene. Em dizanin ku kurd tevlihev û teqrîben jin û mêr di nav hev de û bi şikla dayereyî (bazneyî) dilîzin ku dikare weke sembola gerîna xweza û demsalan û rojan be. Herwisa tirsa sembolîk a Ebdulezîz dikare ji lihevketina vê merasîmê bi şiklê tirs û wehşeta ji perîşaniya xwezayê di zayîna dubare de bê tefsîrkirin.

Vegêr piştî vegêrana diltezîn ya Seydewan bi destê bavê, derbareyê guhertinên ku di xwezayê da çêdibin diaxive û bi herikîna dubare ya avê ji çiyayan, şînbûna dubare ya xwezayê û zîldana gulên sor îşaret dike. Di mîtên îranî de jî şibihînên wisa hene, wek mînak merasîma “Siyaveşan” ku di Îrana kevn de û li Buxarayê îcra dibû teqrîben dişibiya Dionysusê yewnanî ku di bîranîna Siyaveş, lehengê mîtîk yê îranî ku bi neheqî hatiye kuştin, tê lidarxistin. (Rehîmî, 1370, 1992: ) dibe ku ev merasîma hanê jî vegere yewnaniyan û desthilata wan a 200 salî li Îranê. Ji xwîna sor ya Siyaveş giyayek şîn dibe ku weke “Mêhrgiya” yan giyaya jiyanê tê nasîn. Hacî Fîrozê îroyîn ku di rojên destpêka salê û demsala biharê de sembola merasîma şîna Siyaveş e ku rûyê xwe reş dike (sembola erdê) kirasekî sor li xwe dike (sembola xwîna Siyaveş) û li defê dixe û stranan dibêje û direqise (sembolek e ji kurteya merasîma sereke).

Mîta zarokkujiyê û venêrîna cihê wê di beyta Seydewan de

Oedipus ji bo rezamendiya xwe ya cinsî (li gor tehlîla Freud) û bidestxistina diya xwe qesd dike bavê xwe têk bibe û ew ku weke rêwiyekî nenas xuya dibe tê kuştin (bavkujî).

– Habîl ji bo bidestxistina xwenga xwe, birayê xwe Qabîl dikuje (birakujî) û …

Bi kurtenêrînekê li mît û efsaneyên cihêreng ji birakujî, bavkujî û … em dikarin têbigihêjin, bêşik mîteke weke “Mîta birakujî”yê, kêmtir tê dîtin. Mînaka zelal ji vê pevçûnê di edebiyata hemasî ya Îranê û Şahnameya Firdewsî de tê dîtin (kuştina Suhrab bi destê Rostem). Rostem di şerekî newekhev de bi nezanî kurê xwe (Suhrab) dikuje û dema ku pê dihese êdî dem derbas bûye û li dermanê û îlacê digerin lê dereng dibe. Tiştê ku bi cih dimîne poşmanî ye. Di mînakeke din de ji ber ku Nûşzad ayînekê li dijî bavê xwe Enûşîrewan dibijêre, bi destê bavê xwe tê kuştin û di mînaka dawîn de Sfendiyar bi destê Guştasp ji ber dijayetiya kurê der heq bavê ku di mînakan de hate qalkirin tê kuştin, ev bûyer ji bo Seydewan jî dubare bûye û şerekî neberaber (destvala li hemberî çekê) di navbera bav û law de rû dide ku dibe sedema mirina lawî.

Bêşik mîta zarokkujiyê yek ji dramatîktirîn û xembartirîna mîtan e. Em bînin bîra xwe qetila zarokên Medea9 bi destê wê ku dixwaze bi vî awayî tola xwe ji bêwefayiya mêrê xwe (Jeyson) hilde û dixwaze tiştên di navbera wan de ku wan li hev girê didin (zarok) ji nav bibe û wisan heqbûna xwe jî biselimîne.

Mirina Suhrab bi destê Rostem jî ji bo bergiriya ji herêm û asta pehlewaniyê û di rastiyê de îsbata heqdariya xwe ye û bêşik motîvasyona Ebdulezîz jî di kuştina kurê xwe de bicihanîna heqê û israr ji bo armancên xwe yên takane bûye; lêbelê qesda me ji “armancên takane” yên Ebdulezîz çi ye? Ebdulezîz ji bo kurê xwe yê mezin jinekê dixwaze lê belê ji ber ku ew tê kuştin û nagihêje miraza xwe, jinê li kurê duyem mehr dikin. Lêbelê ew jî di şeva dawetê de dimire û dema ku dora Seydewan tê, ew li hemberî vê tiştê li ber xwe dide û fermanê bi cih nayîne û encama vê serkêşiyê û nefermaniyê mirin e. Piştre Ebdulezîz weke (bav-totem) hişyarane û ji bo îcrakirina destûra civakî ya eşîretê (dijminî li hemberî totemê yanê mirinê) tê kuştin.

Seydewan taboyan dişkêne û li hemberî vîna eşîretê mehkûmî tunebûnê dibe. Belkî yek ji sedemên ku ev beyt weke Seydewan hatiye binavkirin ew serkêşiya hişyarane ya Seydewan li hemberî fermana bavê ye ku li vir weke hêzeke pêşîgir “Antagonist” xwe nîşan daye û serborî weke pevçûneke eşkere di navbera bav û kur de ye. Ji bo analîza giştî ya vegêranê û kişfkirina şiyanên vegêranê em ji teknîka Greimas sûdê werdigirin. (Proop, 1371, 1993: )

Pêwendiya ku di navbera Ebdulezîz û endamên eşîretê ve heye pêwendiyeke bi taybetiyên hêzdariyê (Totalitar) ye. Dema ku yên din ji wî dixwazin ku ji ya xwe bê xwarê û wî ji xetera mezin agahdar dikin lê ew guh nade û vîna xwe bi ser vîna eşîretê re dibîne, bi vîna xwe kurên xwe dizewicîne. Vêca pêwendiya wî bi zarokên wî û civaka bindest re pêwendiyeke piderşahane ye.

Sedemên din ji bo îsbata pêwendiyeke hêzdarane û piderşahiyê (nuqteya hemberî maderşahiyê) wisan e:

  1. Piraniya karekteran mêr in.
    2. Hêmaneke weke dayîkê di çîrokê de nîne û bi wê nehatiye îşaretkirin.
    3. Vîna serdest ya Ebdulezîz weke (bav-totem) di hemû civakê de serdest

Em dikarin di analîzê de motîvasyona jinxwestina Ebdulezîz ji bo kurên wî jî weke taybetiyeke pergala piderşahiyê destnîşan bikin, wisan ku ew vîna û iradeya xwe ji bo zewicandinê disepîne di rastiyê de ji bo rezamendiya kompleksên xwe yên “animus” û bi sûdwergirtin ji mekanîzma cihêgiriyê ew weke “totem” dikoşe kompleksên xwe yên derûnî kontrol bike.

Ebdulezîz bi zewicandina kurên xwe çargoşeyeke “Mandala” yî çêdike ku bi xwe di navenda wê de cih digire, lê belê bi vê yekê jî kompleksa wî ya cinsî (animus) têr nabe û sedema wê jî bakire vegerîna keçikan e.

Leheng-vegêrji bo danasîna xwe leqeba “kor” bijartiye û wisan jî xwe bawer dike. Îşaretkirina vegêr bi lawazbûna xwe (korbûn) ji du hêlan ve tê tehlîlkirin:

1.Hêla metaforî: korbûna Ebdulezîz metaforek e ji girtina çavên rastbîn li ser rastiyan. Ji ber ku Ebdulezîz baş dizane ku nikare li hemberî çarenûsê bisekine lê belê tevî vê yekê jî riya şerkirinê hildibijêre û bêyî nasînê wê riyê dibijêre û bêşik ji bilî şikestê encameke din jê re nîne.

Yan bi gotineke din ji korbûna xwe weke hîleyeke rizgarker sûdê werdigire da ku ji barê xwe yê poşmaniyê kêm bike. Poşmanî ji karê xwe, ji kuştina zarokên xwe û ji hemûyan girîngtir kuştina hişyarane ya Seydewan ku bi gulleyê li “çavê” wî xistibû. Ebdulezîz di rastiyê de çavên xwe yên rastbîn li ser rastiyên civakê digire û weke zindanvanekê ku ji bo ragirtina zindaniyên xwe, mecbûr e xwe jî zindanî bike, tev digere.

Bi bawariya Baruch Spinoza mirov dema ku di nava xelkê de ye azadane tev digere, ji ber ku qanûnê dipejirîne, di halekî de ku di tenêtiya xwe de xwe dispêre destê xwestekên xwe (Ehmedî, 1370, 1992: ) niha Ebdulezîz weke “Hakim-qanûnçêker” xwestekên xwe yên takane li ser vîna komê re dibîne. Civak wî weke “tabo–bav” dibîne û aramiya civakê jî di qanûnên wî de weke serokeşîrê dibînin; mîna zarokekê ku hewcetiya wî bi bavê heye û di pîvaneke mezintir de, hewcetiya civakê bi xwedê û ji hêla tirsa wan ya sembolîk derasa wisan e. Û ev di halekî de ye ku Ebdulezîz hişyarane diçe şerê li hemberî derasayê û çavên xwe li ser hewcetiya civakê bi xwedê jî digire.

  1. Teoriya lêkolîna derûnî (derûnkolane): bi nêrîna Freud û alîgirên ekola derûnkolaniya rast ayînên însan ji bo geşedana cismî û derûnî hewce ye qonaxên cihêreng derbas bikin, tiştê teqez ew e ku sekna şexsekî di qonaxeke geşbûna derûnî cismî -Frued wê li ser du qonaxên sereke (evîndariya li gel xwe û evîndariya bi kesekî din re) dabeş dike -dibe sedema çêbûna têkçûnên derûnî û çêbûna “Noros”ê. Sedema ku gehgah Ebdulezîz xwe kor dide nasîn jî ev tişt e, berteka Ebdulezîz li hemberî vê newrozê jî sedemeke guhestinî ye -îşaretkirina Ebdulezîz bi korbûna xwe jî weke alternatîvekê ji bo telafîkirina wê kêmasiya rihî ye, di halekê de ku em dizanin Ebdulezîz qet kor nîne lê belê ji bo rastderxistina xeletiya xwe di kuştina zarokê xwe de bi awayekî metaforîk çavên xwe li ser hemû rastiyan dadipoşe. Ku di wê têkçûna derûnî ya mirov de bi şikla seqetbûna cismî (weke, korî, kerrî û lalî) xwe nîşan dide.

Binemaya mîtîk li gor arkîtîpa rêwîtiya leheng “Joseph Campell”

Leheng yek ji kevntirîn arkîtîpîkan e ku hertim dikeve nava mijarên mîtîk û arkîtîpên din weke Pîrê Zana, Birêker, Sî û … di pêwendiya xwe bi lehengî re tên biwatekirin. Loma nasîna vê arkîtîpê dikare bibe rênimandineke minasib ji bo tehlîla “teoriya monomît” ya Campbell.

Leheng mêr yan jinek e ku şiyana wî/ê ya biserketina li hemberî astengiyên takane û xwemalî hebe û bi şikleke sûdmend bigihêje mirovatiyê. Leheng weke mirovekî modern dimire lê belê weke mirovekî kamil û mensûbê hemû cîhanê, dîsa ji dayîk dibe. Duyemîn wezîfeya wî ya girîng, vegera ber bi me ye, bi teşeyeke nû û perwerdehiyên ku di heyateke din de hîn bûye (Campbell, 1385, 2007:).

“Peyhevbûna tevgera leheng ji nimûneyeke sabit û diyar peyrewî dike ku di hemû çîrokên dinyayê de di demên curbicur de şopînbar in. Belkî em bikarin bibêjin lehengekî mîtîk ya arkîtîpîk heye ku jiyana wî di diyarên cihêreng de ji aliyê gelek grûban ve hatiye kopîkirin. Lehengê efsanewî hertim damezrînerê tiştekî ye (sedemeke nû, dînekî nû, bajarekî nû û yan şêwazeke nû ji bo jiyanê) ku ji bo bidestxistinê divê saha xwe ya berê bi cih bihêle û lêgerînekê dest pê bike” (Campbell, 1380, 2002:). Campbell piştre pêvajoya guhêrê û rêwîtiya monomîta leheng li ser sê beşan dabeş dike ku wisa ne: veqetîn, pêgihîştin û veger; û wê weke naveka mîta yekane bi nav dike û wisa rave dike:

“Lehengek ji jiyana xwe ya rojane dest dikişîne û rêwîtiya xwe ya pirxeter ber bi nepeniyên derasayî dest pê dike: rastî hêzên dersiruştî tê û bi ser dikeve. Dema vegera ji vê rêwîtiya tijî raz û remz, hêza leheng heye ku bereket û destkeftiyên xwe pêşkêşî heval û dostên xwe bike” (Wugler, 1387, 2009: )

Qonaxa yekem: dinyaya asayî = bihar e lêbelê welat bêhasil e.

Qonaxa duyem: dewetkirina ber bi serboriyê = Ezîzxan xewna hişkesaliyê dibîne.

Qonaxa sêyem: mulaqata li gel tebîrkeran= tebîrker tefsîra xewna Ezîzxan jê re dibêjin.

Qonaxa çarem: redkirina dewetê= biryara lidarxistina şahiyeke mezin û pêşkêşkirina qurbaniyê li dijî destûra tebîrkeran.

Qonaxa pêncem: derbasbûna asta ewel=merasîma zewacê

Qonaxa şeşem: azmûn. Piştgir. Dijmin= biryara domandina merasîma dawetê li dijî nêrîna mezinan piştî mirina “Welkewan” mehrkirina bûkê li “Nêçîrwan”

Qonaxa heftem: nêrîna bi şikefta hundirîn = mirina “Nêçîrwan” û biryara mehrkirina bûkê li “Seydewan” û dijminiya hişyarane ya “Seydewan” qebûlnekirina zewicînê tevî ku bavê wî jê xwestibû jî.

Qonaxa heştem: azmûna dijwar= bêhêvîbûna bavê ji kurê xwe û “Ezîzxan” biryara kuştina wî “Seydewan”.

Qonaxa nehem: guherîna çarenûsê= qurbanî (bûk) piştî du mirinan û dijminiya “Seydewan”, ji zewca xwe bakire vedigere malê.

Qonaxa dehem: vejîna heyatê= bihar dihê û xweza vedijê, zayînbartir ji hertim.

Qonaxa yazdehem: vegera li gel xelatê=vegera dubare ya “Ezîzxan” û qesda dûrxistina çekê ji xwe û terkkirina nêçîrê heta hetayê.

Adaptekirina vegêranan

Pêwîst e em di vê navberê de hin ferq û cudahiyan destnîşan bikin ku di vegêranên cihêreng ji beytekê de hene. Ji ber ku hemû beyt sîng bi sîng û ji deverekê bi devereke din ve hatine veguhestin loma jî hebûna ciyawaziyên wisa tiştekî normal e, ji ber ku çîrok xwe bi şert û mercên mekan û zeman re adabte dikin û bi roj dibin heta ku bikarin sînorên cografyayî, millî û mezhebî jî derbas bikin.

Di beyta Seydewan de vegêranên wê yên cihêreng hene û hin cudahiyên biçûk û mezin jî di wan de hene; parek ji wan ferqan vedigere teknîka takane ya beytbêj ku em dikarin çîrokên din jî guhdarî bikin û em têbigihêjin ka hevokên zêde çawa ne û teknîka vegêranê aliyekî wê ya takane heye. Pareke din ji ferqan jî ji ber hafize û bîra beytbêj, çêdibin ku bi derbasbûna demê re beşek ji çîrokê kêm dibe û hin tişt lê zêde dibin. Para din ji ferq û cudahiyan vedigere mekan û zemanê ku beytbêj li wir dest bi beytbêjiyê dike û li gor rewşê hin tiştan ji xwe (ji bo adabtekirina bi rewşê re) li beytê kêm û zêde dike.

Niha em çend ferq û cudahiyan yên giştî ji beyta Seydewan destnîşan dikin: 1. Derbareyê mirina “Nêçîrwan” du vegêran hene:
Sedema mirina wî ketina ji zinarê di dema nêçîrê de ye.
Ew jî weke Seydewan bi destê Ebdulezîz hatiye kuştin.

  1. Derbareyê keçikên ku Ebdulezîz ji lawên xwe re dixwaze jî du vegêran hene:

Ebdulezîz ji bo kurê xwe yê mezin re jinekê dixwaze lê belê piştî mirina kurê wî, jina wî digihêje kurê duyem û piştre jî kurê sêyem.

Ebdulezîz hevdem ji bo hersê kurên xwe re sê jinan dixwaze.
3. Derbareyê çarenûsa Ebdulezîz jî du vegêran hene:
Ebdulezîz biryar dide ku êdî bi eşîreta Dasnî re tev negere û biçe diyarekî din. Ebdulezîz xwe dikuje.

Encam

Edebiyata her miletekî awêneyeke tam ji nêrîna xelkê li cîhanê û derveyî cîhanê ye. Çandên cihêreng di bin siya van ferqan de li cîhanê teşe digirin û etnîk huviyeta xwe ji lokalîzekirina van mijaran werdigirin. Venêrîna adaptasyonî ya edebiyata miletan perde ji şibihîn û ferqên wan hiltîne û diyar dike ku binyada wan ji çandekê ye. Di vê xebatê de hate koşîn ta bi sûdwergirtin ji teknîkên berbelav yên rexneya edebî bi taybetî jî “tehlîla binemayî”, dinyaya veşartî ya di bin metna yek ji meşhûrtirîn mîratên edebiyata devkî ya Kurdistanê de, Seydewan eşkere bibe û herwisa venêrîna ciwanînasane ya berhemê îmkana xwendina hêsantir ya vegêranê ji bo muxateb îcad bike. Tehlîla binemayî ya metnê ev îmkan çêkir ku parek ji şert û mercên xwendin û lêkolîna adaptasyonî jî îcad bibe û rêkarên kişfkirina nimûneyên hevbeş di navbera çandan de bi dest keve. Wisan ku peydakirina şibihînan li hemberî hindik ferqan teoriya “pêwendiya navçandî” di warê edebiyatê de nîşan dide wate tiştê ku teşeya aniha ya vegêranê ji hev ciyawaz dike, baweriyên mezhebî û nimûneyên fikrî yên neteweyekê ne ku tefsîra wan ji cîhanê û dîskorsa wan a serdest bi şiklê edebiyatê xwe nîşan dide. Ev xebata nîşan dide ku em dikarin di xwendina tehlîlek ji edebiyata devkî de bi heman şêwazên zanistî yên berbelav li dinyayê di warê berhemên nivîskî de, tevbigerin.

* Rendom: rastgele (wer.)

1 Binema: structure (wer.)

2 Ciwanînasî: aesthetics (wer.)

3 Vegêran: narration (wer.)

4 Koşîn: hewldan (wer.)

5 Menzûm: komhelbest (wer.)

6 1385: ev li gor teqwîma şemsî an îranî ye ku di deqa resen de ye, dîroka mîladî me lê zêde kir (wer.)

7 Nêrîna têgehî: conceptual approach (wer.)

8 Nepayedar: unstable (wer.)

9 Medea: berhema mayinde ya Euripides

 

ÇAVKANÎ

Aeplli, Ernest. (1371). Roya û tebîr Roya. Tercumê Dilara Qehreman. Têhran: Mecîd.

Ehmedî Babek. (1370). Saxtar û tevîl Metin. Têhran: Merkez.

Eliade, Mircea. (1365). Ustûrê bazgeşti Cavidanê. Tercumê Behmen Serkaratî. Tebrîz: Nîma. —————-. (1374). Ustûrê, Roya, Raz. Tercumê Roya Munecim. Têhran: Fikrê Rûz. —————-. (1372). Risalê der tarîxê Edyan. Tercumê Celal Setarî. Têhran: Surûş.

Brocket, O. Gross. (1363). Tarîxê Tiatrê Cihan. Tercumê Hûşeng Azadîver. Têhran: Nuqrê. Bettelheim, Brouno. (1368). Karburdhayê Efsûn der Efsanêhayê cin ve perî. Tercumê Kazim Şîva. Têhran.

Proob Veladmîr. (1371). Rîşêhayê tarîxî qisêhayê periyan. Tercumê Fêrydûn Bedrêyî, Têhran: Tûs.

—-. (1368). Rîxtşinasî qisêhayê periyan. Tercumê Fêrydûn Bedrêyî. Têhran: Tûs. Pûrnamdariyan, Teqî. (1383).

Remz ve dastanhayê remzî der edebê farsî. Ilmî ferhengî, Têhran. Delachaux, M. Loeffler. (1366). Zeban Remzî qishayê perîvar. Tercumê Celal Setarî. Têhran: Tûs. De Beaucorps, Monique. (1373). Remzhayê Zindê can. Tercumê Celal Setarî. Têhran: Merkez. Rehîmî, Mustefa; Sidîqî, Elîriza. (1385). Muqayêsê saxtarî xîşavendkuşî ve xîşavendazarî der şahnamê ve mihabhart. Pejûhiş edebî, şumarê 11.

Cassier, Ernest. (1366). Zeban ve ustûrê. Tercumê Muhsin Selasî. Têhran: Nuqrê.

Campbell, Joseph. (1385). Qudretê Ustûrê; goftogû ba Bîll Muyrz. Tercumê Ebas Muxbir, Têhran: Merkez.

Morgan, Lee. (1370). Rahnemayê Rûykerdhayê Neqdê edebî. Girdaverî Zehra Mîhenxah. Têhran: Itilaat.

Wogler, Christopher. (1387). Sefer Nivîsendê. Tercumê Muhemed Guzerabadî, Mînûy Xired, Têhran.

Share.

Leave A Reply